Perwîz Cîhanî

Dizî û Dizîya Toreyî Çî Ye?

Dizî karekî kirêt û şermawer e ku bidaxewe roja îro di nav civaka me da bi curekî berbiçav şax vedaye. Çendîn cur û celebêne dizîyê hene. Mirov dikare dizîyê weha şirove bike: Bi giştî hildan û birina mal yan darayîya kesan ji xwe ra. Dizî dikare bi curekî penîve/nihênî yan jî eşkere û bi zora çek, yan bi xapandinê be. Herwisan destdanîna li ser mal û milk û keda kesan û zorpeskirin yan guhorîn û desttêverdana serpelge û tapo û her cure senedên malkîyeta xelkê bêy dilxwazîya wan jî cureke dî ya dizîyê ye.[1]

Çendîn cur û celebên dizîyê yên dî jî hene. Yek ji dizîyên here pîs û xerab plagiarism yan dizîya toreyî ye. Dizîya toreyî jî xudanê çendîn cur û celeban e:  

1.  Dizîya toreyî ya rasterast yan direct plagiarism, dizîna hizr û bîra xelkê û wecwergirtin û bi navê xwe dane nasandina wê hizrê ye. Bi gotineke dî iqtibas û wergirtina hizr û bîr û bîrokeya kesan û wêcwergitina ji wan bîr û hizrana bêy anîna navê xudan yan jêdera wê.

2. Danekirina karekî zanistî bi pereyan bi navê xwe. 

3. Kopîkirin, veguhestin û nivîsîneveya karê xelkê bi navê xwe û bêy hanîna navê xudan yan navnîşana wî karî. 

4. Hildana çend bend/paragraf yan hevok û ristikan ji deqekê û têkelkirin û serûbinkirina wan û ser ji nû ve nivîsîna wan bi navê xwe 

Hemû celebên dizîya toreyî di nuqteyekê da hevpar in, ew jî ragehandina bîr û hizr û ked û karê xelkê ye bi navê xwe.[2]

Dizî her çi be, bi her cur û celebê be, li hemû dîn û bawerî û hemû civak û destûr û qanûnên cîhanê da curm e û kesên diz bi pêka qanûn û destûrên welatê xwe debê bigehîjine sizaya kiryarên xwe yên nemirovane. 

Herçiqas ku her kes dizane dizî karekî xerab e û dawîya wê rûreşî û şermezarî ye, lê bidaxewe hindek kesên çiliz û bêexlaq û bedrewişt hene ku bi rêkên curbecur dest davêjine mafê xelkê û keda wan bi navê xwe didin nasandinê. Yek ji wan kesên ku tûşî vê nexweşîya pîs bûye, kesek e bi navê Kadri Yıldırım ku ji meqam û navê xwe yê karî suîistifadeyan dike û bi hîle û zor û fend û fêlên curbecur keda xelkê û bi taybetî jî keda karmendên xwe bi navê xwe dide nivîsandin û weşandinê.  

Evê navborî ta niha çendîn caran û her carê bi şêweyek ji şêweyên dizîyê,  xwe li akama kar û keda min kirîye xudan û mafê min yê manewî û madî pêpes û paymal kirîye. Ez ê li vir perdeyê li ser çend dizîyên wî yên toreyî û îdarî rakim. 

Dizîya Yekem a Profesor Kadri Yıldırım 

Çawa ku di destpêk û dawîya şiroveya min ya li ser Mem û Zîna Xanî da hatîye, min nêzîkî pênc sal ji temenê xwe ji bo wê şiroveyê terxan kir. Min Mem û Zîn li ber deh destnivîs û nusxeyên çapî bi şêweya edîsyon-krîtîk peyv bi peyv daye ber hev û bi têkoşîn û xebatên şevanerojî şaşîyên di nusxeyan da serrast kirin û ji bo şiroveya wê pirtûkê min ji bilî van deh nusxe û destnivîsana, ji 37 jêderên Farsî, Turkî, Erebî, Kurdî û Almanî wec wergirtine. Her kesê ku Mem û Zîna Xanî xwandibe, dizane ku di deqa Mem û Zînê da bi dehan peyvên ku di hîç ferhengekê da peyda nabin hatine. Ji bo peydakirina wate û bersiva  van cure peyvana min bi rêka telefon û e-mail û nameyan ji gelek kesên pispor yarmetî xwastin û heta ji bo wateya çend peyvan ez ji Swîsrayê ra hatim Bakûr û Başûr û min ew peyvên dijwar bi arîkarîya pispor û temendaran veçirand. Di dawîyê da piştî kar û xabetên çendîn salan, cara yekem şiroveya Mem û Zînê bi rênivîsa Kurdî-Erebî li sala 2007an li Dihokê ji layê weşanên Spîrêzê va hate weşandinê.[3]

Piştî weşandina şiroveya min li ser pirtûka Mem û Zîna Xanî li bal weşanxaneya Sipîrêzê va, ez ji Dihokê hatim Amedê û nivîskarê me yê rêzdar Receb Dildar li Amedê gote min ku kesek bi navê KadriYıldırım dixwaze te bibîne û daxwaza pirtûkeke Mem û Zînê jî kirîye. Bi kurtî min pirtûka navborî li bal hêja Receb Dildar ji Kadri Yıldırım ra imza kir û dayê.  

Li dû şiroveya min ya li ser Mem û Zînê ra çend kesan dest pê kirin li ber şiroveya min, Mem û Zîn wergerandin ser zimanê Turkî.[4]

Yek ji wan kesên ku li ber şiroveya min Mem û Zîna Xanî wergerandîye ser zimanê Turkî, Kadri Yıldırım e. Ewî ew şiroveyên ku ez bi mehan û salan li ser xebitîme, ew têrm û biwêjên edebî yên ku min bi salan li ser wan zehmet kişandîye, ew nivîsên min hemû bêy wê hindê ku amajeyî jêderan bike, ji xwe ra kopî kirîye û li destpêk û perawêza/jêrenota wergera xwe da cî kirîye û kirîye mal û milk û keda xwe. Bêguman ewî di dema wergera deqa wê da jî ji şiroveya min wec wergirtîye. Ji bo isbata dizîya Kadri Yıldırım em dikarin pêkve serekî li  herdu pirtûkên wergera wî û şiroveya min bidin. 

Min di destpêka Mem û Zînê da li ser cuwankarîyên toreyî (hunerên edebî) hindek agadarî dane û çend nimûne ji cuwankarîyên toreyî destnîşan kirine. Kadri Yıldırım jî durust ew malikên Mem û Zînê yên ku min di wê pişkê da weke nimûne înane û yên di naveroka pirtûkê da ji pirtûka min kopî kirîye û xwe kirîye xudanê keda min. 

Çend Nimûne Ji Wê Dizîyê: 

  1. Di rûpela 42an çapa Dihokê da min ji bo nimûneya têrma cinasê ev malikana ji Mem û Zînê înane: 

‘Îsa te kusa gehande ewcan
Aya bi çi te hebande ew can

Hazir ji te ra Boraq û Refref
Şatir bi te ra firişte ref ref

K. Yıldırım jî bêy ku bixwe here lêkolênê bike û nimûneyeke dî ji berhemê wergire, durust ew malikana kopî kirîye û wek nimûne di rûpela 53 ya pirtûka xwe da înaye.[5]

Ma ne çendîn nimûneyên dî di vê barê da di Mem û Zînê da hene, çima tenê ev malikên ku min destnîşan kirine, hatine? Eger K. Yıldırım lêkoler û Kurdîzan ba, dê di nav Mem û Zînê da çend nimûneyên dî ji cinasê bianîya, lê xwe newestandîye û rasterast ji şiroveya min kopî kirîye û xwe ji kurdên Turkîzan ra kirîye pisporê Mem û Zînê. 

  1. Min li rûpela 44an li jêr mijara mubalexeyê da ev malika anîye:

Ewçend ji hêstirêd Memê jar
Şîn bûn li rex şetî sipîndar

Yıldırım jî heman ev malika di wergera xwe  da li jêr mijara mubalexeyê di rûpela 59an da cî kirîye.

  1. Insan bixwe hem zelam ehem nûr

Adem ji tehem qerîb ehem dûr

Min ev malik di rûpel 95an da li bara cuwankarîyên toreyî da weha şirove kirîye: “Peyvên zelam û nûr û qerîb û dûr dubedu di vê malikê da bi hevdu ra tezadê çê dikin. Her du peyvên adem û insan jî pêkve teradufê diafirînin.”

K. Yıldırım jî durust ew malika weke nimûneya tezadê di rûpel 55an da înaye û rasterast nivîsa min ji xwe ra kirîye mal û ji pirtûka min kopî hildaye û bi navê xwe tewaw kirîye. 

  1. Min di rûpel 301an da ev malika Mem û Zînê şirove kirîye û li dû ra nivîsîye ku di vê malikê da cinas û tekrîr û qelb hene:

Yek zêde şîrîn, zîyade meh‘bûb
Yek rû‘hê qulûb û ‘hûrê meqlûb

K. Yıldırım jî di rûpela 54an ya wergera xwe da heman helbest li jêr sernavê Kalb/qelb da înaye. 

5. 

Ev erz û sema betî û dair

Ev mulk û melek muqîm û sair

Ev nûr û zelam û kufr û îman

Ev xuld û seqer, bihîşt û nîran

Ev barid û ‘harr û retb û yabis

Ev mîr û geda ‘xenî û bais

Ev ax û hewa û agir û av

Ev leyl û nehar û sî û sîtav

Ev hicr û wusal û şahî û xem

Ev mewt û ‘heyat û sûr û matem

Min di rûpelên 634-635 ya şiroveya xwe da li jêr van malikên helbesta Xanî da daye destnîşan kirinê, ku “Ev peyvên xwarê hemû dubedu dijberin: erz û sema, betî û dair, mulk û melek, muqîm û sair, nûr û zelam, kufir û îman, xuld û seqer, bihîşt û nîran, barid û ‘har, retb û yabis, mîr û geda, ‘xenî û bais, ax û hewa, av û agir, leyl û nehar, sî û sîtav, hicr û wusal, şahî û xem, mewt û ‘heyat, sûr û matem. Peyvên mulk û melek cinasê saz dikin.”

K. Yıldırım jî ji van pênc malikana çar malik weke nimûneya tezadê di pirtûka xwe da anîye û jêder jî destnîşan nekirîye.

6. 

Min di rûpela 88an da li jêr malika jêrîn nivîsîye: Ev malika helbestê iqtibas e ji ayeta 82a ji sûreya Yasîn:

Emrê te bi lefzê kun du ‘alem

Mewcûd kirin, ‘xerez çi? Adem

K. Yıldırım jî durust ew malika helbestê wek nimûne ji bo mijara iqtibasê di rûpela 56an ya pirtûka xwe da anîye. 

7. 

K. Yıldırım li jêr mijara telmîhê da di rûpela 57an ya pirtûka xwe da ev çar malik anîye.

Hindî ku di qeyserîyê duniya

Vêkdane Xudê metai’ û kala

Mecmû’iê xezainê di Qeyser

Hetta veke dexmeya Sikender

Durrê di defainê di Xaqan

Le’ila ku di Xatema Suleyman

Herçende zîyade pirr beha bin

Bilcumle bi cuzê ‘husnê nabin

Em dibînin ku tenê du malikên 2-3 telmîh in, di yên dî da 1- 4an da telmîh tuneye. Lê dîyar e ku, K. Yıldırım di kopîkirinê da lez kirîye û ter û hişk tev şewitandîye. 

Min di rûpela 320an ya şiroveya xwe da li jêr beytên duyem û sêyem da weha nivîsîye: Peyvên “Sikender” û “Qeyser” ji layekî va tenasuba wan heye û ji layê dî va jî telmîh in. Peywendî di nîveka peyvên “dexme” û “xezîne” da heye. Tenasub di nîveka peyvên “Xaqan” û “Silêman” da heye û ev herdu peyv telmîhê jî saz dikin. Herwisan tenasub li nîveka peyvên durr, le’il, xatem û defainê da heye.

8. 

Min di rûpela 205an ya şiroveya xwe da li jêr vê malkê da nivîsîye: Li vê malika helbestê da teşbîh heye, Xanî cîhan wekandîye bûkekê ku ‘hukmê destveînana wê bûkê şûrê amadeyî şerî û ceng û mêranî ye.

Lewrra ku cehan wekî ‘erûs e

Wê ‘hukm di destê şîrê rûs e

K. Yıldırım jî durust ev malika di rûpel 62an ya wergera xwe da weke nimûneya teşbîhê anîye. 

9. 

Min di rûpela 357an ya şroveya xwe da li jêr malika jêrîn nivîsîye:

  ‘Hûran isti’are ye ji xanim û xatûnan ra, cennet isti’are ye ji bax û seyrangehan ra.

‘Hûran kire meskenê xu cennet

Bîperde û bî melal û minnet

K. Yıldırım jî ev malika di rûpela 63yan a wergera xwe da ji bo isti’areyê nimûne anîye.

10. 

Ferhad im ez û tu bo min Şîrîn

Seylabê sirişkê cûyê şîr în

Min di rûpela 906an ya şiroveya xwe da ev malika jorê digel du malikên berî wê di bara cuwankarîyên toreyî da weha şirove kirîye: Li van hersê malikana da telmîh heye û înana navên evîndarên bi nav û bang mura’atunnezîr yan hevbabetîyê saz dike. Herdu peyvên şîrîn (şîr în û Şîrîn)  cinasê saz dikin. Cûyê şîr în îham e.

K. Yıldırım jî durust ev malika helbestê wek nimûne jo bo mijara cinasê di rûpela 53an ya wergera xwe da anîye. 

Yıldırım ne pisporê helbesta klasîka Kurdî ye û Kurdîya wî jî nivîşkan e. Di gelek cîyan da Mem û Zîn bi şaşîyên sosret wergerandîye Turkî. Ewî ev malika helbestê jî bi curekî pirr sosret wegerandîye ser Turkî, ku radeya Kurdîzanîn û pisporîya wî ya li ser edebîyata Kurdî nîşan dide. Çun di rênivîsa Kurdî-Erebî da navdêrên taybetî/navê mirovan û cîhan û yên ne taybetî weke hev têne nivîsînê û tîpa girdek di wê rênivîsê da tuneye û herwisan kirdar/lêker ji navan nayên cuda kirinê, K. Yıldırım peyva “şîr în” di nîvmalika duyem da fam nekirîye. Herwisan çun haya wî ji edebîyata Kurdî û Farsî nîne û Nizamîyê Gencewî nexwandîye û nizane ka di çîroka “Şîrîn û Ferhad”î da çi derbas dibe û herwisan haya wî ji cuwankarîyên toreyî tuneye, ew malika weha kirîye Turkî:

Ben Ferhad im, benim için Şîrîn sensin
Tatlı su arkında akan yaş seline nedensin
[6]

Peyva şîr în di nîvmalika duyem da şîrîn nîne. Herdu peyvên şîr în û Şîrîn di vê malikê da cinas in û telmih e ji bo çîroka “Ferhad û Şîrîn”ê. Di çîroka “Ferhad û Şîrîn”ê da hatîye:  Şîrînê ji Ferhadî xwast ku cihokekê di nav kevirên çîyayê Bîsitûn ra ta ber qesra wê bikole da ku bêrîvan li çîyê şîrî di wê cihokê da bidoşin û ew şîr bi rêka wê cihokê bête nav hewza serşoka wê, ku tê da hemama şîr/balava şîrî bike…  Xanî amajeyî vê cihoka şîrî dike û ji zar Ferhadî dibêje: 

“Ji bona te lêmişta hêsirên min weke wê cihoka şîrî diherike, ewa ku min ji te ra kola ye.”  Lê profesorê me cihoka şîrî kirîye “Tatlı su arkı”.

Gelo Şirove û Vergera Pirtûkek Weke Mem Û Zînê Bêy Jêderên Zanistî Mumkun E? 

Yıldırım ji bo şiroveyên pêşgotin û jêderên pirtûkê û wergera wê ji Kurdî bo Turkî  jêder desnîşan nekirîye. Ma ji bo şirove û wergera pirtûkek weke Mem û Zîna Xanî ku bi dehan peyvên ku di hîç ferhengekê da bi dest nakevin û nehatine, jêderek pê navê? Dîyar e profesorê navborî ji bo şiroveya perawêzan û wergera deqa Mem û Zînê jî ji şiroveya min wec wergirtîye keda min kopî kirîye û kirîye mulk û malê xwe. Di wergera xwe da ji bîr û hizrên min, ji şiroveyên min wec wergirtîye. Çun pirtûka min li ber destê wî bûye, ewî jêder û çavkanî ji bo hîçyek ji wan hemû perawêzan ra nenivîsîye. Dema ku pirtûkeke ji ber 37 jêderan amade bûbe û li ber destê mirovî be, mirov muhtacî hîç jêdereke dî nabe. Lê çun binêşa karê K. Yıldırım li ser dizîyê ava bûye, di karê werger û şiroveya perawêzan da ne navê pirtûka min anîye, ne jî navê jêdereke dî.  

Çend nimûne ji kopîyên K. Yıldırım, ji karê min:

  1. Di perawêza/jêrenota hejmar 3 ya rûpela 128an ji ser peyvên “Genc” û “Tilism”ê ji şiroveya min wec wergirtîye û bi tevîhevkirin û desttêwerdan ew şiroveya min kirîye malê xwe. Binêrrin şiroveya min li jêr peyvên “Genc” û “Tilism” û Kenzi Mexfî li rûpela 85an ya çapa Dihokê. 
  2. Di perawêza rûpel 129an da di şiroveya peyvên “Lahût” û “Nasût” da, ji şiroveya min ya li rûpelên 91-92 wec wergirtîye.
  3. K. Yıldırım bêy wê hindê ku jêderan nîşan bide, peyvên weke “Erez” û”Cewher”, “Lew’h” û “Qelem”, “‘Erş û Ferş”, “Heyûla”, “Mewalîdê Selase”, “Neh Sedef”, “Tûtîyê Şekerxa”, “Cami Cem”… di perawêzan da şirove kirîye û hîç jêderek jî destnîşan nekirîye. Durust e ku şiroveya van peyvana di dehan jêderên dî da hene, lê çun ewî hîç jêdereke ji bo şiroveya van peyvana neanîye û destnîşan nekirîye ka ew peyv û şiroveya wan ji kîjan jêderê înane, ez dikarim bêjim ku jêdera wî şiroveya min bûye. 
  4. Agadarîyên li ser gelek navên dîrokî û efsaneyî û e‘laman yên weke: Cemşîd, Iskender, Xaqan, Fexfûr, Xusrew Perwîz, Ferhad, Şîrîn, Qeys, Qeyser, Kesra, Wamiq û ‘Ezra, Buqrat, Qarûn  û çendîn navên dî jî bêy destnîşankirina jêderan hatîye. Ew jî dîsan ez dikarim bêjim jêdera wî şiroveya min e. 
  5. Çunku K. Yıldırım di wergera xwe da ji bo hîçyek ji wan peyvên dijwar ku ez bi mehan û salan li dû wan gerîyame û di hîç ferhengekê da tunenin, jêderek destnîşan nekirîye. Di vê wergerê da mirov nikare ji bo sabitkirina dizîyê peyv bi peyv û nuqte bi nuqte karên ku hatîye kirinê destnîşan bike, lêbelê dîsan dikarim bêjim jêdera karê wî şiroveya min e.

Dizîya Duyem û Sêyem a Profesor 

Muxabin ez neçar im li vir perdeyê li ser  hindek dizîyên profesor yên dî jî hildim. Da ku gelê kurd û bi taybetî kurdên turkîzan rûçkê vî dizî baş nas bikin.

Çend salan pêş da dema ku min bihîst di Zanîngeha Artuklu ya Mêrdînê da pişka zimanê Kurdî vebûye, ji bo xizmeta ziman û toreya Kurdî min dev ji jîyana Siwîsrayê berda û ez hatim ku hindî karîn û zanîna xwe xizmetekê ji ziman û toreya xwe ra bikim. Lê muxabin ez hatim bûm karmendê Kadri Yıldırım. Piştî midehekê karê di zanîngehê da ez agadar bûm ku profesorê me li dewsa 28 demjimêrên karê min da 12 demjimêr ji min ra dayê nivîsînê û karên min yên dî bi navê xwe qeyd kirîye û ucreta wan jî ji xwe ra istandîye. Yanê hem dizî ji min kirîye û hem jî ji dewletê. 

Yek ji hegerên ji kar-avêtina min jî ev hinda bû ku birêveberên zanîngehê digotin barê dersên te kêm in. Lê barên dersên min kêm nibûn, barên dersên min hatibûn dizînê. Min wê demê ew jî danî bin pîyan. Lê pêşîyan gotine kurmê şîrî heta pîrî. Kesê ku fêrî dizîyê bibe, nikare bi asanî dev jê berde. Dizîyê berdewam kir. “Hêkdiz bû Hêştirdiz”. 

Di dawîyê da, K. Yıldırım ew karên ku bi çendîn xwandekar û karimendên xwe yên dî jî kiribû bi min jî da kirinê. Ewî pirtûka mamosta Nerîman Xoşnaw ya fêrbûna Soranî bi me sê kesan[7] da tîpguhêzîkirinê û di dawîyê da ew pirtûk bi navê xwe da weşandinê. Pirtûk ya Mamosta Nerîman Xoşnaw e, ku li Başûr di warê fêrkirina Soranî da pirtûkeke bingehîn e û em sê kes li ser xebitîne, lê ne navê xudanê pirtûkê li ser e, ne jî navê me sê kesên ku em jê ra xebitîne.[8] Pirtûka mamosta Xoşnaw bi navê Kadri Yıldırım hatîye weşandinê. 

Li vir Kadri Yıldırım çend sûc û tawanên mezin kirine. 

1. Pirtûka mamosta Nerîman dizîye û bêy destûra wî ew bi navê xwe weşandîye. 

2. Ji meqam û pile û payeya xwe ya resmî sûî-istifade kirîye û karmendên jêrdestê xwe bi kotekî ji xwe ra daye xebatê û keda wan bi navê xwe weşandîye û mafê wan yê madî û manewî pêpes û paymal kirîye.

3. Sivikatî bi karmendên jêrdestê xwe kirîye û kesayetîya wan  işkandîye. 

Tişta sosret ew e ku Kadri Yıldırım Soranî nizane, lê pirtûka wî ya Soranî heye. Farsî û Lorî nizane, lê wergerrên wî yên Farsî û Lorî û Hewramî hene. Navê xwe bi kotekî li ser pirtûkên karmendên xwe yên ku bi Erebî û  Zazakî hatine weşandinê, daye nivîsînê.

Gotina Dawî 

Ta vira ew tiştên ku bi min va girêdayî bûn, min nivîsîn. Gelek tiştên dî jî hene, ku ez mayê xwe tê nakim. 

Weke kutayî li vir dixwazim dîsa bêjim: Herkes dizane ku dizî dizî ye. Çi dizîya edebî, çi dizîya ku tu pirtûka xelkê bi navê xwe bidî weşandinê, çi dizîya ku tu karmendê xwe ji xwe ra bi kotekî bidî xebatê û keda wan bikî malê xwe, çi jî sipartekên xwandekaran bi navê xwe çap bikî, hemû jî dizî ne û pêşîyan gotine “Çi dizê hestan, çi dizê hespan.”

Ez wek kesê ku mafê wî di çendîn layan da hatîye pêpes kirinê, dev ji vê dozê bernadim, niha digerim ku li dadigeheke bêlayen, dozê li ser wî profesorê navborî vekim û gorekî destûrên heyî daxwaza mafên xwe yên manewî û maddî bikim.

Pêvek:

Nasnama pirtûka hêja Nerîman Xoşnaw, Kadri Yıldırım bi navê xwe daye weşandinê 

pastedGraphic.png

Jêrnîşe:

  1. https://www.writeme.ir/%D8%A7%D9%86%D9%88%D8%A7%D8%B9-%D8%B3%D8%B1%D9%82%D8%AA-%D8%A7%D8%AF%D8%A8%DB%8C/
  2. http://www.nativepaper.ir/%D8%AA%D8%B9%D8%B1%DB%8C%D9%81-%D8%B3%D8%B1%D9%82%D8%AA-%D8%B9%D9%84%D9%85%DB%8C/ 
  3. Bnr. Perwîz Cîhanî, Ehmedê Xanî Mem û Zîn, Bi Rave û Şiroveyek Nû, Bergê Êkê, Dihok, Spîrêz, 2007. Li dû ra ev şiroveya li ser Mem û Zîna Xanî bi tîpên latînî ji layê weşanên Nûbiharê va li sala 2010an hate weşandinê. Bnr. Perwîz Cîhanî, Şîroveya Mem û Zîna Ehmedê Xanî, Stenebol, Nûbihar, 2010.
  4. Ji wana tenê Selîm Temo navê min di destpêka wergera xwe da anîye, yên dî yekî jî navek ji şiroveya min neanîne.
  5. Bnr. wergera Kadri Yıldırım, Ehmedê Xanî Mem û Zîn- Türkçe çeviri ve kavramsal tahlil, Avesta, İstanbul 2010, r. 54. 
  6. Kadri Yıldırım, Ehmedê Xanî Mem û Zîn, çeviri ve kavramsal tahlil, Avesta, 2010, r. 53. 
  7. Min nexwast navên wan du kesên dî biînim. 
  8. Li pêvekê binêrin.
Share.

Leave A Reply