Peshraw Mohammed

Ji îng.: Fexriya Adsay

Piştî êrişên teorîst ên Hemasê bi ser sivilên israîlî û piştî vê dij-êrişa Israîlê ya bi ser Xeta Xezayê ve, tevî hilketina şerê ku encama wê de gelek zaiyatên sivil çêbûn, raya giştî ya dinyayê jî bû du parçe li ser vê meseleyê. Gelek komên çepgir pişta filistîniyan girtin, demokrasiyên lîberal jî piştgirî dan Israîlê. Ev rewş pirseke acil tîne rojevê ku gelo çepgir çawa piştgiriya radîkalîzma islamî dikin û rê vedike ku lêpirsîneke berfireh bê kirin ka gelo di halêhazir de navlêka “faşizma islamî” dikare bê emilandin an na. 

 Çepgirî û împiryalîzm

Seranserî dîrokê, çepgiriyê bixwe di him teorî him pratîkê de timûdaim aligiriya ew ên tepisandî kiriye. Têgehên “mafê gelan a diyarkirina çarenûsa xwe” an “rizgariya neteweyî ya gelên tepisandî di nav çarçoveya têkoşîna çînî de” roleke sereke lîstine di helwesta wê ya îdeolojîk de. Şexsiyetên mîna Marks û Engels xwedî li rizgariya neteweyî ya gelên ayrlendî û polonî derketine. Di 1916an de, Lenîn kitêbçeya “Mafê Neteweyan ê Diyarkirina Çarenûsa xwe” nivîsand; di wir de rizgariya neteweyî wek pêkhateyeke demokrasiya siyasî dibîne û ji riwangeyên marksîstên awistiryayî û hevrêyên xwe Stalîn û Troçkî cuda dibe. 

Piştî Şoreşa Cotmehê ya 1917an, Polend û Finlend bê şer û pevçûn serxwebûna bi dest xistin ji Yekitiya Sowyetan a nûava û vê xurt kir ew fikra ku rizgariya neteweyî û rêgezên sosyalîst dikarin bi hev re bin. Vê riwangeyê hîmê teoriya împiryalîzmê danî, nexasim piştî berhema Lenîn ku tê de angaşt dikir ku daneheva sermiyanê rê xweş dike li ber îxraca zêdepariya (surplus) bo welatên kêm-pêşketî ji bo zêdetir karê jê bikin. Lenîn û Yekitiya Sowyetan, li gor vê teoriyê, piştgirî dan Kemal Ataturk û dupat kirin ku meseleya esasî împiryalîzma brîtanî ye, ne neteweperwerên tirk e. Teoriya Lenîn pêşî ji bo serdema klasîk hat tetbîqkirin û di destpêkê de îşaret bi Brîtanyayê dikir, dûre bi Fransa û gelekî dûre îşaretî DYAyê kir. 

 Piştî hilweşîna Sosyalîzma Nasyonal a li Almanyayê û Faşizma li Italyayê, dinya bû du-cemserî di navbera kapitalîzm û komunîzmê de. Ji vir şûnde, çêtir e mirov li aliyekî behsa împiryalîzmê li aliyê din jî behsa kolonyalîzma Sowyetan bike. Lê çepgiriya nerîtî tenê DYA wek hêzeke împeryalîst nas dike; ev jî dibe asteng ku bikaribe teoriyên nû çêbike û riwangeyeke ortodoks û yek-alî didomîne. Şoreşa islamî ya 1979an a li Êranê ne tenê neteweyên din tepisand, lê hewl da împiryalîzm û koloniyalîzmê îxrac bike û xurt bike li Rojhilata Navîn. Keza, bi desthilatbûna Erdogan û Partiya Edalet û Geşedanê (AKP), Tirkiye dixwest Împeratoriya Osmanî vejîne li Rojhilata Navîn û Balkanan. Çepgir li vê hay nebûn. 

Çepgiriya serdest hê jî tenê li ser DYAyê disekine û wê wek pirsgirêka sereke û halê şênber ê xirabiya seranserî cîhanê dibîne. Ev hûrbûna tenê li ser DYA û çavgirtina li pratîkên împiryalîst û kolonyal ên mîna li Ûrisya û Çînê dike ku beşeke mezin a çepgiran şaşiyên girîng ên siyasî bikin û marûzî têkçûnên întelektuelî bibin. Di encamê de, ev sînorê ku wan li ser xwe ferz kiriye, sînorên kapasîteya wan a fikirîna hûrbînane teng kiriye. Piştevaniya wan bo îslama siyasî nîşaneyeke aşkere ya vê hişmendiyê ye ku di nav sînorên teng de asê maye ye. 

Çepgirî, islama siyasî, post-kolonyalîzm û Rojava 

Meseleya bingehîn a çepgiriyê ji şaşfamkirina wê ya girîng a derbarê hêzên li dijî Rojava tifaq dikin tê. Aniha, beşeke mezin a çepgiran tevî îslama siyasî û întelektuelên post-kolonyal “tifaqeke nebixêr” çêkirine. Ji ber nefamkirina dîroka îslamê, firehxwaziya îslamê, kolonyalîzma ereban û potensiyela antî-semitîk a îslamê, hin beşên çepgiriya Rojava her cure bertekên îslama siyasî ya li hemberî Rojava wek têkoşîna li dijî împiryalîzma DYê dibînin. Komara Îslamî ya Êranê, herwiha tevgerên îslamî yên mîna Hemas, Hizbulah û komên cihadîst vêga wek parçeyek ji bloka antî-împiryalîst tên dîtin.

Mînakeke vê riwangeya nezelal, sethî di şerê li dijî teorîzma DÎIS (ISIS)ê de hat dîtin. Dema terorîstên DÎISê bajarê Kobanê hedef girtin, hêzên kurd tevî hêzên DY li dijî terorîzma DÎISê şer kirin. Di vî şerî de, hin çepgirên li Almanya, Brîtanya û Dewletên Yekgirtî serhev bang li DYê dikirin ku bomberanê bisekinîne. Armanca li pişt vê daxwazê metelhişt bû ji ber ku bomberana DYê ji bo alîkariya hêzên kurd ên li qadê bû ku terorîzma îslamî têk bibin. Bombenekirina DÎIŞê wê bikira ku terorîst têkevin bajarên kurdan, jin û zarokan bikin xulamê xwe, qirbikirana û xirabiyên din bikirana, eyn mîna ku li êzidiyan kirin. 

Şaşiyek din a girîng di teoriya poskolonyal de ye, ku bêyî ku ferqê têxê, hemû tiştên ji rojava derketine (felsefe, teoriya siyasî, huner an edebiyat) parçeyeke ji rojeva zilamê spî yê gelheyên ne-spî kolonîze kiriye, dibîne. Filozofên mezin ên mîna Hegel, Jean-Jaques Rousseau, Karl Marks, Jean-Paul Sartre û heta Frantz Fanon vêga wek tevkarên berdewamkirina hegemoniyaya zilamê spî yê ewropî tên dîtin û loma li qeraxekê tên danîn. Vê teoriya xelet kir ku îdeolojiyên mihafezekar, paşverû û fanatîk, ji tevgerên îslamîst bigre heta piştevaniya diktatorên Rojhilata Navîn bên pesendkirin. Dema mirov ji vî aliyî ve dinere, piraniya çepgiran nikaribûne fam bikin xwezaya van hêzên îslamî û mihafezekar û dewam kirine israr bikin di vê fehma absurd û bêmane de: neyarê neyarê min dostê min e. Ji dêvla ku piştgirî bidin tevgerên pêşverû, sekuler, lîberal û çepgir ên li Rojhilata Navîn, gelek kesên li aliyê çep hez dikin li aliyê îslama siyasî bisekinin. Di destpêkê de hêzên pêşverû wek pêşeng didîtin ji bo civakeke nû, lê aniha, fam nakim çima, siberojeke şoreşger dibînin di îdeolojiya îslamîst de. Û ev kêmasiya teoriya li nav çepgiran û teorisyenên postkolonyal baş xuya dike dema yekser Hemasê wek hêzeke antî-kolonyal dibînin û bir riya îstismarkirina Fanon terorîzma wan rewa dikin.

Faşîzma îslamî û îslamîzma dij-cihû 

Ez ji başûrê Kurdistanê me û çend sal in li Almanyayê dijîm. Dema hatim Berlînê, hêviyên min xweş hebûn derbarê bajêr ji ber xwendinên min û tiştên min dîtibûn -li benda ciyekî bûm ku bikaribim li nav civateke çepgir û takekesên lîberal bijîm, bi azadî fikrên xwe yî siyasî û felsefî îfade bikim. Min xwe li çepgiran girt. Lê, piştî nêzîkî sê salên beşdariyeke jidil û nîqaşên bi komên cûrbicûr ên çepgir re, min dît ku ev ne ew çepê ku min xeyal kiribû. Dûre, ji Partiya Çep û rêxistina Marks21 a Troçkîst ortodoks dûr ketim. Lihevnekirinên bingehîn ên li ser meseleyên mîna îslama siyasî, teoriya împiryalîzmê, mijara rizgariya neteweyî, îdeolojiya wan a kelkot a xwe dispêrê çîna karkeran û çend mijarên din kir ku biryar bidim ji van rêxistinan veqetîm. Encama hewldanên gotûbêjkirina li ser îslam, îslama siyasî û fanatîzma olî nebûna têgihiştin û empatiyê bû. 

Min xwest nêrînên xwe yî derbarê hêmanên faşîst ên di îslamê de û antî-semitîzma kûr û xurt bi aşkereyî îfade bikim û binivîsim. Lê, piraniyê nexwest guh bide min, ez hatim darizandin û wek kesekî ji derve û ne li gor çepgiriyê (bi awayekî neyekser hat îmakirin ku rastgirekî radîkal im) an wek kesekî îslam û îslama siyasî nas nake hatim dîtin. Bi awayekî zelal, diyar bû ku naxwazin li ser faşîzma îslamî nîqaş bikin. Di wê baweriyê de me, pir girîng e ku li ser vê mijarê bi aşkereyî, bi zelalî û yekser bê axaftin bêyî jimnastîka aqlî an bêyî ku derkevin derveyî mijarê.

Di vê dema dawî de, alên terorîstên Taliban û IŞIDê hebûn li Essenê xwepêşandaneke ji bo piştgiriya Filistinê. Gelekan ji me, nexasim koçberên sekuler, lîberal û çepgir timûdaim civaka alman, bi taybetî hevalên xwe yî lîberal û çepgir, hişyar dikin di warê rîskên xurtbûna îslamîzmê de. Mixabin, gelek caran hişyarkirinên me tên paşguhkirin. Dema ez vê ji hevalên xwe yî alman ên çepgir re dupat dikim, wê gavê min wek îslamofobîk bi nav dikin û, hin caran jî, bi nijadperestiya dij-misliman têm sûcdarkirin.

Beşeke girîng a çepgiran demeke dirêj hewl dan diyardeyeke pir girîng piçûk bibînin: faşizma îslamî û antî-semitîzma di islamê de. Ew difikirin ku antî-semitîzm diyardeyeke tenê ewropî ye û xetereya potansiyel a nîşaneyên antî-semitîzma di îslamê de ji nedîtî ve tên. Tifaqa dîrokî ya navbera hêzên îslamî û Hitler bi gelek awayan tê paşguhkirin an înkarkirin. 

Di 2016an de, Hamed Abdel-Samad kitêbek çap kir bi navê “Faşizma Îslamî,” tê de angaşt dike ku îdeolojiya ‘faşîzma îslamî’ rehên wê digihêje Birayên Misliman û hevteribiyên wê hene bi Adolf Hitler û Benito Mussolini re. Abdel-Samad têkiliyên navbera Muftiyê Orşelîmê Emin el-Huseynî û neyartiya wî ya li dijî cihûyan û piştgiriya wî bo Hitler û pesendkirina wî ya Holocaustê binxêz dike. Abdel-Samad li ser têkiliya dîrokî ya navbera radîkalîzma îslamî û faşîzmê jî disekine. Amaje pê dike ku hin radîkalên îslamî Qur’anê dikin amraz ku ne-ereban bêqîmet bikin û piçûk bixin bi îdiaya ku wehîya Xwedê ya dawî bi zimanê wan hatiye.

Dema êrişên hewayî yên DY Dewleta Îslamî li Iraq û Sûriyeyê (DÎIS), min DÎIS wek faşîst bi nav kir di nivîseke xwe ya kurdî de. Dewleta Îslamî (DÎ) bixwe têkela qederperestiya îslamî û neteweperweriya radîkal e û dixwaze piçûkketinên dîrokî yên li cîhana ereban telafî bike. Ev pênaseya DÎ faşîstbûna ‘dewlet’ê nîşan dide. Nêzîkatiya navbera radîkalîzma îslamî û faşîzmê ne nû ye, heta 1935an diçe; Hassan Banna, damezrênerê Birayên Misliman, digot Benito Mussolini, dîktatorê faşîst ê italî prensîbên îslamê disepîne. DÎIS, lîsteyek wê dirêj a neyarên umetê heye û wan qet ji hev cihê nake. 

Di 1929an de kitêbçeya xwe ya bi navê ‘Mizakereyek li ser Perwerdeya Olî” (Mudhakkirah fi al- Tal’im al-Dînî) de Banna angaşt dike ku Mussolini biryar daye hînkirina îlmihalê bike mecbûrî di dibistanên navîn de ku bi raya wî wê nêzîkî rêgezên îslamî bûya. Mussolini bixwe di 13yê Gulanê de axaftinek kiriye ji bo jinûve-destpêkirina perwerdeya olî. Banna dibêje: “Hikumeta faşîst (a Italyayê) biryar daye ku reforman bide destpêkirin di perwerdeya nifşên nû de bi riya zêdekirina rêjeya perwerdeya olî di perwerdeya giştî de”. Ev boçûn xwe nîşan dide di îmhakirina perestgehê “biyanî” û kuştina sîstematîk a xiristiyan, êzidî, şabak, şiî û kurdan de. 

Naxwazim zêde têkevim nav mijara faşîzma îslamî an di vê peywendê de bi taybetî li ser kitêba Abdel-Samad bisekinim. Ji dêvla vê, dixwazim bi kurtî hevterîbî û bandora faşîstên ewropî ya li ser ramangerên îslamî binxêz bikim, nexasim rola Seyîd Qutb di îdeolojiya îslamîst de dupat bikim. 

Dema di nûçeyên rojane de tê dîtin ku diruşmên antî-semitîk tên gotin di xwepêşandanên nêz-filistînî yên li Almanya û welatên din î ewropî de, ev ji bo min nabe surprîz. Du sedemên vê yî sereke hene: yek, hestên dîrokî yên dij-cihû yên 1,400 sal e di Qur’anê de hene û du, bandora îdeolojiyên modern ên ramangerên îslamî û cîhana îslamê. Wek mînak, Julius Evola, mamosteyê Mussolini û Hitler ku cîhana îslamê bala wî dikşand û di bin bandora îslamê de maye, mînakeke guncav e. Ka em bi kurtî li rehên dîrokî yên antî-semitîzmê binêrin di îslamê de.

Di Qur’anê de gelek pasaj hene ku qala cihûyan dike û wan bi navlekên cuda pênase dike. Piraniya van behsên cihûyan ên di Qur’anê de naverokek wan neyênî heye. Qur’an dibêje, cihû ji aliyê Xwedê ve bi hejarî û bêrûmetiyê hatine cizakirin, ji ber ku ji ayetên Xwedê bawer nakin û  neheq pêxemberan dikujin. Digel ku ji wan re hatibû qedexekirin, bi selefê emel dikirin û bi hencetên sixte milkên xelkê parve dikirin. Cizayekî xedar hat amadekirin ji wan re. Qur’an bang dike cihû bên “piçûkxistin û hejarkirin” bi riya baca cizyeyê. Ji ber “bêbawer”iya wan, Xwedê cihû bi xezeba Xwe ciza kirine û dibeje Ew ê wan bike meymûn, wehş û pûtperest. 

Di îslamê de derbarê cihûyan de nerîteke mîna ya di xiristiyaniyê jî heye: sûcdarkirina bi kuştina pêxember. Di Qur’anê de teswîrên cihûyan ên neyênî hene û behsa îxaneta aktorên cihû yên li dijî pêxemberê îslamê Mihemed dike: 

“Û”  bîne bîra xwe dema te got “Êy Mûsa! Em nikarin her roj tehemilî heman xwarinê bikin.” Loma ji bo me tenê bang li Rebê xwe bike, bila Ew ji me re pincar, xiyar, sîr, nîsk û pîvazên ku ji axê derdikevin bîne.” Mûsa bi wan re xeyidî, “Ma hûn tişta baş bi ya xirab diguherînin? Tu dikarî biçî gundekî û li wir tu çi dixwazî tê bibînî.” Ew hetikîn û riswa bûn, û xezeba Xwedê bi ser xwe ve anîn, ji ber ku ayetên Xwedê înkar kirin û bi neheqî pêxember kuştin. Ev xelateke adil bû ji bo bêîteatî û îhlalên wan. Qur’an, Sûreya El-Baqara, 2:51.” 

Lê ez ê nekevim nav nîqaşeke berfireh derbarê Qur’anê û hêmanên wê yî dij-cihû. Li civatên misliman, Qur’an û aqîdeyên olî li gelek kesan bandor dike di warê hestên dij-cihû de. Mînakek vê berbelavbûna teoriyên komployên dij-cihû ne li nav mislimanan û di nav baweriyên wan de reh berdane. Nexasim rivayeteke ecêb ku li cîhana îslamê pir bal dikşîne, îdia dike ku cihûyan êrişên bi ser Navenda Ticaretê ya Cîhanê û Pentagonê plan kirine. Alîgirên vê teoriyê diyar dikin ku, xwedê girabî, çar hezar cihû ji aliyê ajanên israîlî hatine hişyarkirin ku 11ê Îlonê neçin Navenda Ticaretê ya Cîhanê. Ev baweriya bi komployeke cihûyan a navneteweyî tenê yek ji efsaneyên derbarê cihûyan de ye ku li temama cîhana îslamê belav bûye, ew efsaneyên wê demê li Ewropayê tînin bîra mirov. Li vir ez armanc dikim îslamîzma modern û nêrînên wê yî li ser cihûyan nîqaş bikim.

Rehên hestên dij-cihû yên hemdem ên li cîhana îslamê xuya ye xwe digihêjin Seyîd Qutbê (1906-1966) misrî ku dema di salên 1950yî de di hepsê de bû nivîsek bi serenavê “Têkoşîna me li Dijî Cihûyan” nivîsandiye. Berî ku li ser Qutb bisekinim, divê bi kurtî behsa Evola bikim.

Julius Evola, filozofekî îtalî û nivîskarê faşîzmê, ciyekî wî girîng heye li nav ramangerên faşîst û wek şexsiyetê serekî tê naskirin di geşbûna “Ur-faşîzm”ê (faşîzma ebedî) de. Evola gelek kitêb û meqale nivîsandine li ser mijarên nerît û modernîye û alîgiriya fikrên paşverû û nêrîthez kiriye.

Di kitêba xwe “Şerê Metafizîkê” de, Evola bala xwe dide ser felsefeya şer di nerîtên hindû, îslamî û rojavayî de û li ser têgeha cihada îslamê jî disekine. Dema îslamê nîqaş dike, Evola exlaqa nerîtî û rolên civakî yên cuda ku bi zelalî hatine pênasekirin, dipesinîne.

Di xebata wî binavûdeng a di 1934an de “Serhildana li dijî Cîhana Modern,” de dibêje: 

“Wek di cihûtiya xexaman de, navenda îslamê jî ji Hiqûq û Nerîtî pêk dihat û wek hêzeke dirûvdar dihat dîtin; li gor vê, yên esil-ereb paktir û esîltir bûn û ruhekî wan î şervaniyê hebû. Hiqûqa îslamê (şerîet) hiqûqeke pîroz e; hîmê Qur’anê, wek kelama Xwedê, berhemeke ne-mirovî û “kitêbeke neafirandî” ku li bihuştê ji ezel ve hebûye, tê qebûlkirin.”

Piştî şerê 1967an ê ereb-îsraîlê pêşbîniya vejinekê dikir di îslamê de û digot: 

“Ereb xelkekî mezin ne jî, helbet. Vêga pir xemgîn in. Sosyalîzma ereb ne li gor wan e. Aniha enerjiya wan dixwe. Hûn nikarin ateîzm, marksîzm û Qur’anê tevî hev kin. Ereb jixwe pêxemberekî wan bixwe heye. Ew ê ti carî Muhamed bi Marks nedin… Ligel vê, Nasir nîşan da ku bêkêr e. Têkçûn heq kiribû. Sosyalîzma ereb wê bi wî re bimre. Di demeke kurt de vejîna îslamê wê pêk bê. Ev teqez e. Pêşveçûna îslamê ya li cîhanê hê nesekeniye… Dema wext were -dilniya me ku wê di demeke nêzîk de be- ew dikarin Xelîfetê dîsa vejînin. Ereb dema hişyar bibin, wê şûnve vegerin, lê berî wê na.”

Terorîst Fuad Elî Saleh li dadgehê ji berhema Evola “Serhildan dijî Cîhana Modern” paragraf dixwendin. Întelektuelên Komara Îslamî ya Êranê jî Evola wek yek ji girîngtirîn fîlozofê xwe didîtin. Van demên dawî, gelek akademisyen û nivîskar hêmanên faşîst ên di îslamê de qebûl kirine û îslama siyasî wek nîşaneyeke hemdem a faşîzmê dîtine. Manfred Halpern, zanyarekî pêşî ye ku îslama politîzebûyî wek tevgereke faşîst pênase kiriye û navê “totalîteryanîzma neo-îslamî” lê kiriye di berhema xwe ya di 1963yan de, “Siyaseta Guherîna Civakî li Rojhilata Navîn û Afrîkaya Başûr.” Marksîstê fransî Maxime Rodinson, tevgerên îslamî yên mîna Birayên Misliman wek “cureyeke polisê siyasî ku bi zalimane nîzameke exlaqî û civakî ferz dike.” pênase dikir.

Ka ez bi kurtî behsa Seyîd Qutb bikim. Qutb, wek yek ji îslamîstên hemdem ê dij-cihû, bi îdeologên naziyan ên dij-cihû yên mîna Alfred Rosenberg û Clasuss Ludwig re girêyêk wî îdeolojîk hebû û di nav Birayên Misliman “îdeologê serkêş” ew bû. 

Qutb angaşt dikir ku ji destpêka îslamê ya li Medîneyê vir ve cihûyan neyartiya wê kirine. Îdia dike ku Îslam di nav “şerekî çardeh sedsalan” de hertim hatiye “ceribandin” û aniha bi “bela” û “entrîka”yên cihûyên ku wek neyarên navxweyî û derveyî tên dîtin, re rû bi rû maye. Li gor Qutb, cihû hilweşandina fizikî û ruhanî ya îslamê kirine hedefa xwe. Wan bi kuştina xelîfeyê sêyemîn di 656an de û parçekirin û lawazkirina îslamê sûcdar dike. Bi ser de, Qutb dagirkirina Misrê ya ji aliyê  Brîtanyayê di 1882yan de û hilweşîna Împeratoriya Osmanî di 1918an de bi nifûza cihûyan ve girê dida. Ya din, cihû wek mîmarên modernîteyê didît, ev mîmar kesên mîna Karl Marks, Sigmund Freud bû, û cihûyên din jî derdê wan tehrîbkirina îslamê bû, li gor wî.

Li gor Qutb, komplogerên mîna cihû û siyonîstan bi eslê xwe xwedan bedniyet û xeternak in. Digot cihû û siyonîst, ji bo îslamê û berxwedêriya civakên misliman têk bibin, “xizmetkaran” bi kar tînin û îşaretî mislimanên xwedan-perwerdeya rojavayî û mislimanên bûne rojavayî an ew ên ketine bin bandora cihûyan dikir. Qutb dupat dikir ku misliman divê timûdaim van gotinên Qur’anê bînin bîra xwe ku “xirabtirîn neyarên mislimanan cihû ne” û “Xwedê nalet li wan aniye.” Qutb angaşt kir ku bi sedsalan Xwedê “xizmetkar”ên xwe şandine ku cihûyan ciza bike, yek ji van Hitler e. Qutb di wê baweriyê de bû ku ji ber plana wan a şerekî “Xaçparêz-Siyonîst” derxînin, Xwedê wê dîsa lanetê li wan bîne û Israîlê îmha bike. 

Ronald Nettler, edîtor û wergêrê nivîsên Qutb, diyar dike ku berdewamiya nêrînên îslamîst ên hemdem ên derbarê cihûyan de û şerê Mihemed ê li dijî cihûyên Medînê û ayetên Qur’anê li hev dikin. Ev berdewamî, li gor Nettler, “baweriyeke îslamî” dide van nêrînên neyênî yên li Rojhilata Navîn û jê wêdetir, ji ber ku xwe dispêrin dîrok û nerîtê. Li gor riwangeya Qutb, elîtên civakî yên cîhana îslamê hatine dejenerekirin ji aliyê cihûyan û îdeolojiyên rojavayî. Wekî din, dibêje cihûyan yekser desthilatdarî û rejîm jî ava kirine li nav cîhana îslamê da ku komployên dijî civaka bawermendan pêş ve bibin.

Çep piştevaniyê dike an antî-semitîk e?

Dema ez ketim nav çepên siyasî yên li Almanyayê, bi demê re aşkere bû ku çep, digel îdiaya wan a piştevaniya bo bindestan, ji bo piştgirî bikin neqandinekê dikin û piştevaniyek wan gerdûnî tuneye. Wek kurd, min bixwe ev zû fam kir. Di warê meseleya kurdan de, çep gelek caran naxwazin helwesteke zelal nîşan bidin û li ser navê “yekitiya çîna karker a kurd” û çîna karker a neteweyên serdest mijarê tevlihev dikin. Çepgiran qet fam nekirin ew nijadperestiya kûr a li nav çîna karkeran a neteweyên serdest a li dijî kurdan. Piştgiriya wan a bo kurdan gelek caran şerdên wê hene, wek dûrbûna ji tifaqên bi Dewletên Yekgirtî, Yekitiya Ewropayê an têkiliya bi Israîlê re. 

Dema dor tê ser Filistînê, bê şerd û merc çepgir piştgiriya tevgerên filistinî dikin, Hemas û komên din ên îslamîst jî tê de. Gelek caran rastî pirseke bêbersiv hatime: Gelo çima çepê Ewropayê bê şerd û merc piştgirî dide tevgera îslamîst a Filistînê lê nade kurdan, digel ku tevgera kurd sekuler, berê wê bi çepgiriyê ve, lîberal, feminîst û sosyal demokrat e û bandora îslamîzmê herî kêm li ser wê ye? Hinek wext derbas bû heta ku min bersiva xwe dît: Neqandin û antî-semitîzm cêwiyên bipevve ne. 

Aliyekî berbiçav ê gotara gelek întelektuelên çepgir ew e ku hema hema hemû meseleyên li Rojhilata Navîn bi hêzên ewropî ve girê didin. Ev mesele gelek caran wek împiryalîzm, kolonyalîzm, neolîberalîzm, dagirkerî, sekteryanîzm, şer, îstismara aborî û temayên hevşib tên etîketkirin. 

Ev teb’ê sûcdarkirinê derbasî hin çepgirên ji Rojhilata Navîn jî bûye. Ev riwangeya çepgir nexasim di peywenda Rojhilata Navîn de pir berbiçav e; şexsiyetên mîna Edward Said, Tariq Ali û Hamid Dabaşî gelek caran xwedî helwesteke hûrbijar (selective) bûne û li dijî DY û Israîlê ligel filisitîniyan sekinîne, lê pir kêm bala xwe dane kêşeyên kurdên li Rojhilata Navîn, digel ku kurd li vê herêmê hê jî bi cihêkariya etnîk, qirkirin, tepisandina zimanî û pişaftina çandî re rû bi rû ne.

Wek mînak, Hamid Dabaşî kurd û cihûyan wek hevterîbên hev dibîne û avabûna Kurdistaneke serbixwe wek “Israîla duyemîn a akincî-kolonyal” pênase dike. Dibêje, damezrandina Kurdistaneke serbixwe wê encamên wê pir tehrîbkar hebin ji bo, kurd jî tê de, hemû gelên herêmê û wê, bi riya Kurdistanê, rê veke li ber “israîlîzekirina cîhana ereb û misliman.” Dabaşî, wek encam, piştrast dike ku hêmanên antî-semitîzm û şowenîzmê ne tenê di rastgiriya siyasî de, lê di nav hin aliyên çepgiriya siyasî de jî hene. 

Ez fam dikim helwesta çepgirên êranî, tirk û ereb a li hemberî kurdan. Ev îdeolojiyên çep têra xwe li welatên xwe demxekirî ne neteweperwerî û împeryalîstbûnê, nexasim çepgiriya li Êranê. Îdeolojiyên neteweperwerên êranî û tirk, bi awayekî beramber, di bin bandora vebêjeyên çepgirên ewropî de mane, dûre jî wan şikil dane vebêjeyên çepgirên ewropî yên derbarê meseleya kurd. Bi gotineke din, çepgirên him tirk him êranî di bin bandora teoriya împiryalîst a Lenîn de mane, ku tenê li ser împiryalîzma rojavayî disekinî. Loma, çepgirên ewropî alîgirê eniyeke antî-împiryalîst bûn ligel netewe-dewletên Êran, Tirkiye, Eraq û Sûriyeyê. Îjar yên êranî û tirk jî bandor li riwangeyên çepgirên ewropî kirin derbarê pirsgirêka kurd de. Çepgirên rojavayî êdî riwangeyên çepgirên êranî û tirk pejirandin derbarê kurdan û Kurdistanê. Divê bê diyarkirin ku ev vebêje têra xwe şovenîst, neteweperest û, hin caran, nijadperest jî bûn û hê jî wisa ne. 

Balkêş e, kesên mîna Hamid Dabaşî ku avabûna Kurdistaneke serbixwe pir xeternak dibîne ji bo Rojhilata Navîn, bi awayekî paradoks piştgiriya avabûna dewleteke filistînî û hilweşîna Israîlê dike wek çareseriya aşitiyê. Dema li vê hay bûm, min ev fam kir: ew antî-semitîzma ku zemanekî bi rastgirên siyasî yê Ewropayê ve dihat têkildarkirin vêga li nav hin çepgirên siyasî jî di rewacê de ye. 

Ji salên 1960î ve, antî-semitîzm û antî-siyonîzm bûne pêkhateyên yekpare yên çarçoveyeke îdeolojîk a firehtir ku antî-kolonyalîzm, antî-kapitalîzm û gumangiriyeke kûr li hemberî siyaseta DY jî dihewîne. Li gor gelek kesên li welatên ne-rojava, cihû rojavayê temsîl dikin û ev jî wan dike hedefeke rewa ya neyartiyê. Helwesta kesekî ya derbarê meseleya cihûyan de, bi serê xwe ne pir girîng be jî, bûye nîşaneya tevgereke siyasî ya berfirehtir; baweriyên siyasî û hemû tercîhên çandî yên wî kesî nîşan dide. 

Antî-semitîkên ewropî, ji aliyê dîrokî ve, cihûyan wek berpirsên hilatina kapitalîzmê û hilweşîna civakên feodal ên nerîtî dibînin. Dûre, xwediyên vê tawanbarkirinê îdia kirin cihû wek antî-kapitalîst tevdigerin û şaristaniya birjuwa bêîstikrar dikin. Di demên cuda de, cihû him ji bo şer him aşitiyê tên sûcdarkirin; wek “mirovên perehez” tên dîtin, û tê gotin ku ji bo aboriya xwe xurt bikin ji aşitiyê îstifade dikin. Carna jî bi alîgiriya netewe-dewletan tên têkildarkirin, carna jî wek sedema pevçûnên navneteweyî tên dîtin. Hitler, di wê axaftina xwe ya bednav a 1939an de, hema berî êrişa bi ser Polendê, digot ger cihû almanan ber bi şerekî din ve bibin, encama vê wê îmhakirina wan be. 

Îjar vêga çep meyla wan ew e ku cihûyan wek kolonyalîstên spî teswîr bikin û hemû qeyran û bobelatên li Rojhilata Navîn têxin stûyê wan. Her kî “mafê hebûna” Israîlê biparêze tê sûcdarkirin, lê naxwazin Hemasê rexne bikin ji ber êrişên terorîst ên bi ser sivîlan ve, revandin û xirabiyên din. Hinek îdia dikin ku sedema kêşeyan 1948 e (sala serxwebûna Israîlê) û pêşniyaz dikin ku dewleta Israîlê ji holê bê rakirin wek tekane çare. Êdi ji min ve aşkere ye ku antî-semitîzm, qet nebe heta radeyekê, bi cîhanbîniya çep re bûye yekpare an berhemeke talî ya tevgerên siyasî yên çepgir e. 

 Peshraw Mohammed kî ye? 

Di 1988an de li başûrê Kurdistanê çêbû. Heta 2015an li Zanîngeha Silêmaniyê xebitî. Nivîskarekî pisporê felsefeya alman e ji Hegel heta Walter Benjamin. 

Dawîtirîn kitêba wî ya bi kurdî ya du-cild a li ser Friedrich Nietzsche ye, Sema leser Girrkan: Nietzsche û Hunerî Sertapagîr (I.cild) û Sema leser Girrkan: Nietzscheyanîzm ji Musolînî ta Donald Trump, ji Spengler ta Alain Badiou. (II. Cild). Kitêbek din a kurdî, Kurd û Ezmûnî Bêdewlletîy. Le Hêglewe bo Fanon: Fênomênolojyay Jêrdesteyî li ber çapê ye. Vêga li ser kitêbeke bi almanî dixebite bi sernavê: Antropolojiya Çandî ya Nijadperestiyê li Êranê: Antî-semitîzm û Nijadperestiya Antî-Kurd.

Peshraw bi kurdî, almanî û înglizî dinivîsîne; li Berlînê dijî. 

Share.

Leave A Reply