Hisamedîn Xakpûr ( HIWA )

Cemal Nebez (1933-2018)

Cemal Nebez (1933-2018), yek ji damezrênerên kurdolojiyê, 60 salên ji temenê xwe yî 85 salan daye lêkolînkirin û nivîsîna li ser meseleya kurd û Kurdistanê. Ligel nivîsandina gelek kitêbên bi zimanên cuda yên mîna kurdî, erebî, almanî û îngilizî yên li ser meseleya kurd, tecrubeyên xwe ku wek parçeyek ji geşedanên sedsala bîstemîn jiyaye, li lêkolînên xwe yî gişgir û pirdisiplînî zêde kiriye. 

Di berhemên xwe yî li ser meseleya kurd de îfadekirin û binyadeke taybet pêşkêş kiriye. Li gor Cemal Nebez, kurd neteweyek e bi dîrok, welat, cografya, ziman, çand û ya girîngtir, bi feraset û hişmendiya xwe ya hevpar. Loma mîna neteweyên din, nê kêmtir ne zêdetir, mafê wan heye ku siberoja xwe diyar bikin. Mafê wan heye li ser axa xwe serwer bin û xwedî serweriyeke siyasî ya serbixwe bin. Loma, li gor riwangeya Cemal Nebez, “demokrasî” pir hatiye mezinkirin û ketiye nav qeyraneke wateyî. Ew ne meseleya esasî ye di peywenda dewletên Îran, Tirkiye û Ereb, û versiyonên demokrasiya baskê çep û rast de ku kurd dibin amraza demokratîzekirina hikumetên desthilatdar; ev çeloxwarkirin û jirêderxistina meseleya kurdan e; ji eslê xwe dûrxistin e.

Nebez ji demokrasî û sosyalîzmê (versiyoneke taybet a sosyalîzmê ku di Dibistana Sosyalîzmê ya Kurdistanê de li ser nivîsandiye), wekheviya zayendî, xwedîderketina bê şert û merc a mafên “kêmaran”, û rakirina her cure tehekumê bawer dikir da ku, li gor wî, Kurdistan serbixwe, demokratîk û sekuler be. Ji aliyê dîrokî û felsefî ve nîqaş dikir û digot çima dewletên neteweyî yên li Kurdistanê hikim dikin ne di asta jorîn de, yanê wek aktorên siyasî (bi taybetî Tirkiyeya osmanî bi metafora gurgebor wek pergala herî faşîst bi nav dike), ne di asta navîn de yanê întelektuel û akademisyenên faris, tirk û ereb, ne di asta jêrîn de, yanê gelê van neteweyan, xwe teslîmî demokrasiyê nakin. Ti ûştên exlaqî an felsefî tuneye ku gelê kurd ji mafê xwe yî herî xwezayî, yanê ji mafê diyarkirina çarenûsa xwe dûr bê hiştin bi têgeha demokrasiyê û bi amrazkirina demokratîzekirina hikumetên neteweyî yên desthilatdar ên li Kurdistanê. 

Nebez rexne digre li van têgehên ku li nav elîtên kurd jî qebûl dîtine, hatine dahurandin û xwezayî tên dîtin. Wek mînak, xwe wek komeke etnîk an kêmar bi nav dikin û bêyî haya wan jê hebe etnîsiteya xwe bi neteweyeke din a desthilatdar ve girê didin.

Qebûlkirina pênaseyên etnîsîte û kêmarbûnê bi temamî tê wê wateyê ku mafê serweriya siyasî tê redkirin. Di vê peywendê de, Nebez birjuwayên kurd ên xwende rexne dike û dibêje ev serîtewandin û qebûla wê ya plankirî bi riya hişê hêsîr ê kurdên elît û xwende ku fikrên wan di bin bandora paradigmaya întelektuel a kolonyalîstên wan de mane, tê kirin. Cara pêşî û ji ramangerên din bêtir, Nebez têgehên kolonyalîzm û dagirkeriyê (Kifah al-Kurd, 1954) bi kar aniye ji bo doza Kurdistanê. Bi dîtina wî, rizgariya ji vê kolonyalîzm û dagirkeriyê nikare bi riya demokrasiyê û cureyên wê yên mîna demokrasiya îslamî, demokrasiya lîberal û demokrasiya radîkal, pêk were. (Demokrasiya radîkal, wek utopyayeke siyasî ku li ser rûyê erdê bihûşteke winda waad dike, aniha ketiye devê hin întelektuelên kurd, û yek ji partiyên kurd niha bi karê pêkanîna vê bihuşta winda hatiye peywirdarkirin. Demokrasiya radîkal ku li derê dinyayê nehatiye tetbîqkirin û bi ti awayî nikare nifûzî kûrahiya kolonyalîzma terîtoryal, çandî û zimanî bike.)

Bi kurtî, armanca berhemên Cemal Nebez, wek yek ji damezrênerên kurdolojiya modern (bawer dikim hemû riyên kurdolojiya modern wê di Cemal Nebez re derkeve), ew e ku wek netewe heysiyet û nasnameya gelê kurd tesîs bike û xwe-baweriya epîstemolojîk bide întelektuelên kurd da ku bikaribin ji yêndin  veqetandineke epîstemolojîk pêk bînin û ji ontolojiya kurdan ve dinyayê bixwînin bi paradigmayeke cuda, û bikaribin pirsgirêkên xwe problematîze bikin li hemberî pêlên herkoyî û guherîner ên dinyaya îro ya têra xwe kompleks; xwe bispêrin hîmên xurt ên hişmendiya xwerû ya kurdan û nebin koleyên dilxwaz ên teorî û cîhanbîniyên cûrbicûr. Hewcedariyên paradîgmatîk ên dinyaya modern û şêwaza siyasî, yanê netewe-dewlet ku hê jî li ser piya ye, vegera Cemal Nebez û vegera bo Cemal Nebez kiriye meseleyeke heyatî ya vê demê.

Wergera ji îngilizî: Fexriya Adsay

Hisamedîn Xakpûr ( HIVA ) kî ye?

Hisamedîn Xakpûr ji Rojhilatê Kurdistanê bajarê Seqizê ye. Di edebiyat û zimanê erebî de doktora kiriye. Ji erebî û îngilizî werger dike. Gelek kitêb û gotarên li ser meseleya kurd, têkiliya ol û neteweperweriyê weşandine.

Share.

Leave A Reply