ZILAMEK Û ZIMANEK1*

Herekol Azîzan

Belê heke ew zilamê xurt û bi vên peyda bû zilamek dikare zimanekî mirî vejîne. Herwekî emê niho bibêjin ew zilam peyda bûye û zimanekî mirî vejandiye û ew xistiye nav zimanê zindî, nav wan zimanên ko mirov pê daxêvin û mexsedên xwe pê re eşkere dikin.

Me got zimanên mirî û zimanên zindî. Bêdiro, ji awirê jiyînbariyê ve ziman jî wek mirovan û wek her heybera rihber dizên, dijîn û dimirin.

Ji zimanên mirî hin hene warkor û kordûnde diçin, di pey xwe re tu tiştî nahêlin; ne kêl ne kitêb. Hinên din di pey xwe re eserine mezin, kitêbine hêja dihêlin û ew kitêb hetanî îro jî têne xwendin. Lê ew ziman bi xwe mirî ne, ji ber ku êdî ew ne zimanê devkî ne û tu kes bi wan napeyive.

Li Ewropayê latînî, li rohelatê nîzing ibranî zimanine mirî bûn. Latînî îro jî zimanekî mirî ye. Lê herçî ibranî êdî ne zimanekî mirî, lêbelê zimanekî zindî ye. Belê ew mirovê bivên di nav cihiyan de derket û zimanê ibranî vejand. Ibranî zimanekî samî, zimanekî kevnare, hevalê erebî ye. Tewrat yek ji çar kitêbên mezin pê hatiye gotin û nivîsandin. Bi tenê zanayan pê dizanin û di kiniştan tewrat bi vî zimanê dihate xwendin.

Herçî cihi bi zimanê din, bi zimanên welatên ko tê de rûdiniştin xeber didan.Yanê cihiyan zimanekî milî, zimanekî xweser nîn bû û ji lewre wan bi zimanên xelkê xeber didan.

Di sala 1877an di şerê ûris û tirkî de zora tirkan çû bû û herçî miletên Belqanê hene ji bindestiya tirkan xelas bû bûn. Xelaskirina dewletên Belqanê nemaze bi destê çarê ûris çû bû serî û miletê ûris bi xwe bi vî îşî bendewar dibû û rojnameyên rûsî gelek qala dewletên Belqanê ên nû dikir.

Di welatê ûris de xortekî cihî bi navê Elyêzer bin Yehuda hebû. Kûrê Yehûda wek herkesî bi vî şerî bendewar dibû û didît ko miletên bindest wek Sirbistan û Birxaristanê û ên mayîn ji nîrê zorkerên xwe xelas dibûn û digihaştin istiqlalên xwe. Yehûda bi van bûyeran li miliyeta xwe hişyar dibû û li ber halê miletê xwe diket. Yehûda didît ko halê miletê wî ji halê her miletê din xirabtir e. Cihi ne tenê bê welat û bê hîkûmet in; lê zimanê wan nîne û bi zimanên xelkê xeber didin.

Xortê cihi qerara xwe da û dilê xwe de got: divêt cihî vegerin welatê pêşiyên xwe; welatê kurên Israîl, û dîsan divêt ko cihiyan ji weke xelkê zimanek hebe û têk de pê baxêvin. Ew ziman jî zimanê pêşiyan, zimanê ibranî ye.

Yehûda hînî zimanê xwe bû û di sala 1878an de qesta Parisê, qesta wî bajarê mêvanhewîn kir.

Li Parisê, Elyêzer bin Yehûda têkilî cihiyên Parîsê bû. Elyêzer ji alikî zi- manê xwe pêş ve dibir û ji aliyê din fikrên xwe ên milî belav dikirin. Lê welatiyên wî bi xwe lê radibûn û heye ko digotin ev mirov dîn e. Lê Yehûda guh ne dida wan û ji esera xwe a mezin re bi vêneke xurt û mezin û bi serê xwe dixebitî. Yehûda kiri bû serê xwe ji miletê xwe ê bêziman miletekî biziman bîne pê.

Yehûda bi xwe hînî zimanê xwe, hînî ibraniyê bûbû. Niho diviya bû ibraniyê di nav civata miletê xwe de belav bike. Ji bo çandina tovê xwe jê re zeviyek diviya bû. Di sala 1881ê de Elyêzer keça mamosteyê xwe ji xwe re anî û berê xwe da Felestinê. Bi vî awayî jinikek, hîmêxanimanekê, ketî bû destê wî. Zaro wê bidana pey. Yehûda, bi rê ve, di vaporê de dersa jina xwe got û hetanî gihiştine erdê Felestinê jina wî hînî çend pirsên ibranî bû bû.

Gava pê li erdê pêşiyan kirin Yehûda gote jina xwe, ji niho û pê de emê bi tenê bi ibranî xeber bidin. Ibraniya jinikê gelek hindik bû. Jinikê kir ne kir lê mêrê wê ji qerara xwe ne geriya. Ne hewceyî gotinê ye zaroyên Yehûda hetanî ko bûne xort ji ibraniyê pê ve bi tu zimanî ne dizanîn û ji lewre di nav xelkê de lal dihatine hesêb. Lê bi vê laliyê miletê cihi wek miletine din bû xwediyê zimanekî, xwediyê zimanekî xweser.

Yehûda û xelkê mala wî di zivariyê de dijîn. Lê çi xem. Ji fikirine mezin re fedakarine mezin divêtin. Ji ber ko xelk bi derbekê bira fikira mezin nabe. Yehûda nanê tisî dixwar lê gava didît ko xelkê mala wî bi ibranî xeber dida, bawer bikin, xwe bextiyartirê mirovên dinyayê dihesiband.

Dawiyê Yehûda rojnameke bi ibranî belav kir û ji xwe re xwendevan ji peyda kirin. Bi rê va û di hin dibstanên cihi de dest bi xwendina ibraniyê jî kirin.

Ji milê din Yehûda ferhenga miletê xwe cêdikir û bêjeyên ko di zimanekî mirî de nînin ew ji pêk ve tanîn. Zimanê ibranî jî di nav cihiyan de belav dibû. Di sala 1922an de gava Elyêzer bin Yehûda mir zimanê ibranî yê ko beri 30-40 salî zimanekî mirî bû, bû zimanê miletekî. Ev ziman îro li Felestinê û di rex erebî û ingilizyê de zimanekî resmî, zimanê dewlet û hikûmetê ye jî.

Kurdino, eve zilamek û zimanek û tiştê ko bi vêna zilamekî tête pê. Di kar û biserhatiya vî zilamî de pend û derseke mezin heye. Herçî miletên bindest û bêziman an bê zimanê nivîskî divêt jê ibretê bigirin. Herçî em kurd, me ziman, me zimanekî delal heye û em pê daxêvin û piraniya me ji vî zimanî pê ve bi tu zimanî nizanin. Bi tenê divêt em hinî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.

Îro hînbûna xwendin û nivîsandina zimanê mader ji bo her miletî êdî ne bi tenê wezifeke şexsî lê wezifeke xwe a milî ye jî. Heçî bi vê wezîfê ranebûna wezifê xwe a milî pêk ve ne anine û bi kêrî miletê xwe ne hatine. Ji bona ko mirov bikare xwe ji miletekî bihesibîne divêt bi kêrî wî bêt.

Piştî ko em kurd jî wek miletên din bûne xwediyê elfabeke xweser, xwendin û nivîsandina zimanê me gelek hêsanî bûye. Tecrîbê şanîdaye ko li gora jiriya mirov kurd ji heftekê heta çar heftan de dikarin hînî xwendin û nivîsandina zimanê xwe bibin.

Belê piraniya kurdan bi tenê bi zimanê awe ê mader dizanin û ji lewre li mal be ji derve be di tenê bi kurdî dipeyivin. Lê di nav kurdan de hindikahike kiçik heye û xelkê vê hindikahiyê an di welatê xerîbiyê de bûne an îro tê de dijîn. Tiştê ko ji vê hindikahiyê re divêt, heke bi zimanê xwe nizanin berî ewilî hînî wî bibin û piştre di nav mala xwe de bi zar ûzêçê xwe re herwekî Elyêzer dikir bi tene bi kurdî xeber bidin.

Belê ji van kurdan re divêt, gava ji derve tenê mal, herwekî cilên xwe ji xwe kin û wan bi cilên malê diguhêrînin, zimanê xwe jî welê biguherînin û bi zimanê kûçê di nav malê de naxêvin û zimanê malê, zimanê mader wek tiştekî miqades hilînin.

1* Herekol Azîzan, “Zilamek û Zimanek”, Hawar 40, (1942) r. 4-5. Amad. Firat Cewerî, weş. Nûdem, 1998, Stockholm. r.944-945.

Share.

Leave A Reply