VEJANDINA ZIMANÊ IBRANÎ

Jeff Kaufman

1. Destpêk

Li Îsrailê dema mirov îro li rewşa ibranî dinêre, pir zehmet e bawer bike ku ibranî di nav sedsalekê de ji zimanekî mirî û ji axiverên xwecih bêpar, tevî zêdeyî 5 milyon axiveran derketiye asta zimanekî çalak û zindî. Ev pêşketina wî ya bêemsal ku mirov ecêbmayî dihêle, bala min kişand ser ibranî û vejîna wî. Ez dixwazim li vê serkeftinê binêrim û bibînim ku kîjan aliyên vê vejandinê dikare li zimanên din bê tetbîqkirin.

Wek hemû kesên ku derheqê vejandina zimanê ibranî de dinivîsînin, ez ê jî bi zelalkirina bikaranîna xwe ya têgeha mirî, dest pê bikim. Li jêr ez ê li ser rewşa zimanê ibranî ya beriya vejandinê bisekinim, lê ya girîng ev e ku ibranî ji aliyê bi deh hezaran kesî ve dihate axaftin û bikaranîn. Gelek zimanên li ber mirinê jî ewqas axiverên wan nînin. Hin kes peyva mirî di wateya ku di hemû awayên ragihandinê de nayê bikaranîn de, diemilînin, “[1, p11] qenaetek hevpar heye ku zimanekî mirî ji aliyê tu kesan ve nayê axaftin. Dema ez li vir têgeha mirî bikar tînim, dizwazim ev zelal be ku qesta min di wateyeke qelstir de zimanekî bê axiverên xwemal e”.

Ev girîng e ku di vejandinê de divê em bal bikşînin ser rola Ben Yehuda. Gelek caran ew wek bavê “ibraniya modern” tê binavkirin, lê ev ne tiştek e ku temamî wî organîze kiriye. Wî hêza destpêkirina tevgerê daye kirin û ew di gelek projeyên navendî û girîng de çalak bûye, lê hewldana vejandinê bixwe pir bênavendî bû. Dema em bikaribin rûyekî li ser tevgerekê dînin û mirovekî wek serkêşê wê diyar bikin, fikirîna li ser wê hêsantir dibe lê li vir ne bi temamî be jî rewş ne wisa ye. Ji bo zimanvejînerên mustaqbel ev girîng e, ji ber ku gelek kes navê Ben Yehuda dibihîzin û difikirin ku “ger wî karibû, ez jî dikarim.” Ez ê nîqaş bikim ku di kîjan rewşan de hewldana vejandina zimanekî gengaz e û ev ne karekî şexsekî tenê ye. Ew katalîzora tevgerê bû lê talî ên ku ziman vejandin axiverên ferdî bûn û wan ev piranî bê kontrol an bê rêbertiya serkêşekî kirin.

Tiştekî din î dixwazim di destpêkê de zelal bikim ew e ku tiştê vêga li Îsraîlê tê axaftin ibraniya modern e, zimanekî nû ye, ji zimanê Torahê û ji hemû varyasyonên ibranî yên derbasbûyî cuda ye. Ev tiştekî din e ku ew kesên dixwazin zimanekî vejînin lazim e hay jê hebin; zimanekî ku mirovan dev ji axaftina wî berdane pir zehmet e ku heman zimanê ku wê bê vejandin be. Ger armanc dabînkirina axaftina zimanekî cuda ji aliyê gelekî be, bi îhtimal ev qebûlbar e. Lê ger ji dêvla vê niyeta parastin an berfirehkirina zimanekî pîroz ên bav û kalan be, mûhtemel e di encama vejandineke serkeftî de zimanekî ku axiverên wê ji encamê ne razî bin, derkeve holê.

2. Rewşa ibranî ya beriya vejandinê

Di xebateke li ser vejandina ibranî de, divê em binêrin bê ka rewşa berê ya ibranî çawa bû. Hokereke pir girîng ku kir zimanê ibranî bikaribe bê vejandin, ev bû ku dema zimanekî mirî jî bû, bi temamî winda nebûbû. Piranî zimanekî olî bû, lê qadên din ên bikaranînê jî hebûn. Bi awayê nivîskî gelek cure hebûn, her yek xwedî lîteraturek û peyvên cuda bûn. Di ibranî de ji aliyê gelek warên jiyana modern de kêmasiya peyvan hebû, lê wek ku li jêr tê ravekirin ev hate çareserkirin.

2.1. Cureyên ibranî

Gelek cure û bincureyên ibranî hene, lê dema Ben Yehuda û yên din ji bo vejandinê li peyvên berendam digeriyan, bala xwe dan sê koman. A yekem û herî naskirî ibraniya Kitêba Miqedes, ibraniya Torahê bû. Ji ber ku ev nivîsên ji belgeyek olî ne, pir şiklî û piranî ji jiyana rojane dûr in. [1, 124]. Lewma, ji bikaranîna rojane re nedibû. Digel ku cihûyan her roj li kenîşteyê lê guhdarî dikirin û pir rêz lê digirtin jî. Ibraniya Kitêba Miqades her tim bi hemû dengan dihate nivîsandin,1 û bi vî awayî baş hatibû parastin. Ji ber ku di Torahê [1, r15] de hew li dor heşt hezar peyv hebûn, ji bo ibraniyek bikaribe bê axaftin hin çavkaniyên din pêwîst bûn.

Zimanê derengtir ên Mişna2*, Talmud3* û Midraşê4*** ibraniya Talmudî di xwe de dihewandin.5  Şiklê wan bêtir li zimanekî rojane dihat, ji ber ku ew bi xwe bêtir bi jiyana rojane re elaqeder bûn. Ev jî ji aliyê hin kesan ve wek awayê jirêderketî an xirabûyî yê ibraniya Kitêba Miqades dihatin qebûlkirin û li dij emilandina wan bûn.

Li Ewrûpaya serdema navîn û piştî wê di serdema ronîbûnê de, ibranî wek latînî tenê zimanê zanist û wêjeyê bû. Nivîskaran dixwestin tenê ibraniya Kitêba Miqades biemilînin, lê peyvên bi sînor gelek caran cih li wan teng dikir. Nivîskaran divê peyv ji ibraniya Telmudîk bigirtina, hin peyv ji zimanê herêma xwe deyn bikirina û li ser kokên kevn peyvên nû çêbikirana.6  Ev firehkirin ji aliyê hin kesan ve wek kufir dihate dîtin û heta hin kes ji bo rewşek sekuler li dij bikaranîna ibranî jî derdiketin lê paşre ev hemû ji bo vejîneran bûn mînak. Peyvên li vir dihatin pêşkêşkirin bi giştî dikaribû bên bikaranîn, lê di nav nivîskaran de gelek awayên wan hebûn, lewma gelek têgehên bikêr nekete nav ibraniya modern.

Ibraniya cihûyên Yemenê jî bi awayekî din e, wek ku tê texmînkirin ev ibraniya Yemenê ye. Tê qebûlkirin ku ji aliyê fonolojîk ve di nav cureyan de a herî baş hatiye parastin ew e, ji ber ku ji bo her tîpên dengdar dengekî tek heye. Dîsa jî ji bo ibraniya modern ev wek çavkanî nehatiye bikaranîn. Ihti- mal e ev ji ber ku Ben Yehuda û yên din haya wan jê tunebûn an belkî jî bi awayekî rêk û pêk li ser nesekinîbûn, lê her çi be, ew nehate bikaranîn.

2.2. Di axaftinê de bikaranîna ibranî

Ibranî helbet hê jî bi awayekî olî tê emilandin. Hemû kur divê xwendina ibraniya Kitêba Miqades bielimin ku dema bûn Bar Mitzvah bikaribin Torahê bixwînin. Fêrbûna Mişna, Telmûd û Midraş jî pir berbelav e. Giranî li ser xwendina deqan e, lê ji bo gelek ravekirinan ibranî bi awayekî devkî tê bikaranîn. Ibraniya Kitêba Miqedes di gelek ayînên standard de û ji bo duayan tê bikaranîn, lewma ew tê naskirin û berbelav e.

Li Filistîn û cihên din ên ku cihû bêyî zimanekî din ên hevpar dihatin ba hevdu, ibranî bi halê xwe yê teng wek zimanê ragihandinê dihate emilandin. Hin analîzên vê bikaranîna li Filistînê wê di beşa pêşî de bê pêşkêşkirin.

3. Ben Yehuda û fikra vejandinê

Ben Yehuda cihûyekî litwanyayî bû, di sala 1857an de hatiye dinyê. Wek ku ji bo kurên ciwan adet bû, wî di sê saliya xwe de dest bi fêrbûna Torahê kiribû. Di donzdeh saliya xwe de bûbû neh sal ku ibranî fêr dibû û piraniya Torah, Mişna û Talmudê dixwend û vê ew bi ibraniya Kitêba Miqades û Talmûdîk aşîna kiribû. Dê û bavê wî dixwestin ew bibe haham û ew şandin dibistaneke olî. Li vê derê xwendina ibranî domand û tevî nivîsên sekuler marûzî ibraniya serdema ronakbûnê hat. Piştre bi frensî, almanî û rûsî fêr bû û ji bo bêtir perwerdehiyê ew şandin Dunabergê. Li wir Ha-Shahar ku netewperweriya ibranî jê fêr bû xwend, û fikirî ku li Filistînê vejandina zimanê ibranî dikare cihûyên diyasporayê li hemberî bişaftina derveyî biparêze.

Piştî mezuniyeta xwe çû Parîsê ku li Sorbonê bixwîne. Li wir dîrok û siyaseta Rojhilata Navîn tê de, gelek tişt xwend, lê ya ku herî zêdeli ser bandor kir zimanê ibranî bû. Taybetî, dersên ibraniya pêşxistî yên nîqaşê. Ew bikaranîna ibranî ya bi awayekî peyvkî ew îqna kir ku wek zimanê neteweyekê vejandina zimanê ibranîpêkan e. Ji Parîsê çû Cezayirê, li wê derê di nav cihûyan de zimanê hevpar tenê ibranî bû. Li Cezayirê di nav peywendeke sekuler de di ragihandina asayî de derfeta bikaranîna ibranî zêde çêbû.

Ben Yehuda, dema li Parîs û Cezayirê bû, di çapemeniya ibranî de gelek gotar weşand. Hewl dida mirovan îqna bike ku wek zimanekî ji nû de bê dinyê ji bo pratîkbûna ibranî çawa pêkan e û li Filistînê vejandina vî zimanî wê xortên cihû çawa ji terikandina cihûtiyê dûr bixe û nêzî çanda netewî bike. Digel ku bersivek têkel wergirt, biryara xwe da ku biçe Filistînê û hewl bide alikariya vê vejandinê bike.

4. Filistîn û koçberî

Filistîna ku Ben Yehuda di sala 1881ê de çûyê ji %54ê wê cihû bû. Ji aliyê etnîk û çandî ve cihû di nav xwe de wek aşkenaz û sefarad bûbûn du kom. Cihûyên aşkenazî ji Ewrûpaya rojhilat, sefarad jî giştî ji derdora Derya Spî hatibûn. Zimanê du koman ji hev cuda bûn, ibranî bi awayekî cuda telafuz dikirin, çanda wan û statuya wan jî cuda bûn.

Aşkenaz hemû koçberên zarokên koçberan bûn û beriya 1820î qet tunebûn. Piraniya wan ji bo xwendinê li wê derê bûn û ji (û lewma girêdayî) derve dihatin fînansekirin. Bi giştî bi zimanê yîdîşî dipeyivîn û zimanê wan di bin bandora telafuza ibranî de bû. Ne civatek yekgirtî bû, lê li gor herêmên Ewrûpaya Rojhilat ku jê hatibûn, di nav de parçeyî bûn. Berovajiya wan, ên sefarad bi giştî ji bav û kalan li wê derê bûn. Bi zimanê ladînô û erebî dipeyivîn û di nav civakê de piranî di rewşek baştir de bûn. [1, r29] Telafuza sefaradî wek devokek xwedî prestîj dihate qebûlkirin.

Erebî zimanê bajarî bû û her kom li gor herêmên xwe bi zimanê xwe dipeyivîn. Dema cihûyên herêmên cuda pêwîst bû bi hev re bipeyivin, bi ibraniya sefaradî dipeyivîn. [1, r28] Wek encam, dema Ben Yehuda hate Filistînê dikarîbû bi piraniya cihûyan re bi ibranî bipeyive. Cihûyên sefaradî bi yên ne sefaradî re bi ibranî dipeyivîn û Ben Yehuda dikarîbû bi yîdîşî bipeyive lê wî nedixwest ev bê zanîn lewma aşkenazan jî dixwestin bi wî re bi ibranî bipeyivin. [1, r31]

Gencîneya peyvên ibraniya sade a bazarê pir sînorkirî bû û di nav hewleke ku wê tatbîkî pêdiviyên modern bikin bi awayekî neyekser dihate bikaranîn û rêzimana wê têkela Kitêba Miqeades û ibraniya Talmudî bû. Gelek wechên zimên, bi taybetî dengdêr û hevoksazî, li gor zimanê xwemal ê axiveran diguherî. [1, r31] Ev ibranî tam zimanekî têkel bû, ne tam zimanek bû lê bi awayekî bisînor ji aliyê komên curbicur ku zimanekî wan ê hevpar tunebû, dihate axaftin.

Di dema vejandinê de, ji Ewrûpayê herika koçberên cihû hebû. Piranî wek du koman tên qalkirin, aliyaha7 yekem û duyem. Aliyaha yekem di navbera salên 1882 û 1903yan de ji 35,000 cihûyên koçber pêk dihat. A duyem, di deh salên piştî vê ji sala 1904an heta 1914an dom kir, ji 40,000 kesan pêk dihat.

Her du aliyah jî piraniya wan aşkenazên bajarî yên îdealîst û ciwan bûn ku berê qet cotkarî nekiribûn. Dema hatin Filistînê gelek ji wan ketin nav civatên cotkar û aliyaha yekem ji ber bêtecrubetiyê gelek zehmet kişandin. Di aliyaha duyem de êdî gelek pirsgirêk hatibûn çareserkirin û koçberên berê xwedî tecrube bûn. Hate famkirin ku civatên cotkaran ên nîvîzolekirî bûn ji bo pêşketina zimanê ibranîpir bikêr e, ji ber ku van civatan dikir ku komek mirov bi hev re derbasî zimanekî din bibe bêyî ku pêdiviya wan bi alemek firehtir hebe.

5. Pêvajoya vejandinê

Çendîn hemanên girîng yên pêvajoya vejandinê hebûn. Ben Yehuda heft heman tespît kiribûn, lê yên sereke ev bûn:

  1. Axaftina ibranî li malê.
  2. Axaftina ibranî di nav civakê de, di nav xort û zarokan de.
  3. Çavdêriya Komîteya Zimên û paşre ya Akademiya Zimên.

5.1. Axaftina ibranî li malê

Hin kesan divê dest bi axaftina ibranî bikirana ku ev ziman di jiyana rojane de bê axaftin. Ben Yehuda û jina wî mala xwe kirin mînak û cihê ceribandinê ku tenê ibranî bê axaftin. [1, p37] Di hewldana wan a bikaranîna ibranî bo kar û barên rojane de, her tim pirsgirêka binavkirina tiştên ku di serdema Torahê de tunebûn û lewma di ibranî de peyv bo wan tunebûn, derdiket pêşiya wan. Her ku pêdivî çêbû wan ji kokên kevn peyvên nû çêkirin û hêdî hêdî ji bo jiyana rojane komek peyv çêbûn.

Tevî vî karê peyvçêkirinê, gelek karê wan hebû. Ben Yehuda di piraniya temenê xwe de li ser ibranî xebitîbû lê hê jî bi awayekî herikbar nikarîbû bi ibranî bipeyive. Jina wî diviyabû hê bêtir bixebite, ji ber ku di rêwitiya xwe ya bo Filistînê de di keştiyê de dest bi fêrbûna ibranîkiribû. [1, p38]

Bi rastî ji bo vejîna ibranî axiverên xwecih pêwîst bû û Ben Yehuda hay ji vê hebû. Jina xwe îqna kir ku kurê xwe divê bi yek zimanî mezin bikin. Kurê wan Ben Avş, heta heft saliya xwe tenê dengê ibranî bihîst. Hema bêje hemû ibraniya wî a ku ji aliyê dê û bavê wî û hin mêvanên carna dihatin mala wan. Dibe ku ji ber vê sînorkirinê be, Ben Avi heta çar saliya xwe nepeyivî. [1, p39] Ji ber vê rewşê dê û bavê wî, bi taybetî diya wî ketibû tatêla wî; miroven ku mala wan wek mînak didîtin jî di tatêla wî de bûn. Heta Ben Avi dest bi axaftinê kir, malbatên din dil nedikirin ku rîska zarokê wan bê ziman rabe, bidin ser xwe.

Heta Ben Yehuda û jina wî nîşan dan ku malek ibranîaxêv pêkan e, kêm malbatan hewl dan vê biceribînin. Axaftina bi ibranî gelek kar jê re dixwest û kêm kes bi awayekî xurt di xema vejandinê de bûn ku têkevin nav xebateke dijwar. A din, hê jî zêde kesên bi ibranî baş bizanibin tunebûn ku bi taybetî wî bikarbînin û lewma zêde berendam tunebûn. Heta ku hin parçeyên pêvajoyê kir ku mirov têra xwe bi ibranî bipeyivin, ev qismê pêvajoya vejandinê bi kêr nehat.

5.5. Ibraniya civakî


5.2.1. Ibranî di dibistanan de

Du sal piştî hatina Ben Yehuda ya Filistînê, Nissim Bechar, midurê dibistaneke seretayî ku berê tenê xwendekarên sefaradî digirt, xwe nêzî wî kir. Bechar dixwest destûr bide aşkenazan jî lê di tatêla pirsgirêka zimên de bû. Wek rêbazek çareserkirina vê pirsgirêkê, ji Ben Yehuda xwest ku di dibistana wî de bi zimanê ibranî mamostetiyê bike. Ben Yehuda bi bikaranîna rêbaza Berlitzê8 tenê bi zimanê ibranî dest bi mamostetiyê kir. Lê piştî demeke kurt nexweş ket û mecbûr ma dev ji vê berde. [1, p48]

Di nav çend mehên mamostetiya xwe de wî zêde kes yekser fêrî ibranî nekir, lê bi rêya fêrkirina temamî bi zimanê ibranî ew dîsa bû mînak. Mamos- tetiyê ew kir pozisyonekê ku bikaribe bandorê li ser mamosteyên din bike û wan bi bikêrbûna rêbaza Berlitzê û pêkanbûna vejandinê serwext bike. Ge- lek mirovên hêja bi vê serwext bûn û di polên xwe de bi bikaranîna zimanê ibranî dikaribûn di rewşa vî zimanî de guhertinekê çêbikin.

Di dibistanan de perwerdehiya bi zimanê ibranî pir zû hat ecibandin û statuya ibranî hate wê astê ku pirsgirêk êdî ne ku zimanê dibistanan divê bi ibranî be an na lê kîjan ders divê bi ibranî bin? Netewperweran dixwestin hemû ders bi ibranî bin, ên mihafezekar dixwestin tenê dersên olî û çandî bi ibranî bin. [1, 55] Bi demê re bêtir cihû ketin nav zimanê ibranî û li cihê ku taybetî ibranî dihate

bikaranîn, zimanê xort û zarokan bêtir herikbar bû. Her ku ibranî dikaribû wek zimanekî mahrem kar bike, van xort û zarokan bêtir jê hez dikirin. [1, r54]

Dibe ku ji bo demekê zarokan ibranî wek zimanekî mahrem qebûl dikirin ku bi taybetî di nav wan de ewqas populer bû. Qabiliyeta axaftina bi zimanekî ku mezinên wan fam nakin, pir bi kêrî wan dihat û xweş bû, di tiştekî de baş bûn û dê û bavê wan ketibûn nav hewldana fêrbûna wî. Ev dihat vê wa- teyê ku nifşekî din bi temamî derbasî ibranî bûbû, ev hokerek pir girîng bû. Ev bêhevsengiya dê û bav-zarokan bi du aliyan kar dikir. Ji aliyekî ve dê û bavan didîtin ku zarokên wan çawa fêr dibin, wan jî dixwestin fêr bibin û zarokan jî, wek axiverên herikbar bi alîkariya bo dê û bavên xwe pratîk dikirin.

5.2.2. Ibranî di rojnameyan de

Dema Ben Yahuda hate Filistînê, rojnameyên bi zimanê ibranî tunebûn. Li Ewropayê rojnameyên zimanê ibranî hebûn, lê ev ne rojnameyên gelemperî bûn, ew bêtir li ser mijarên cihûtiyê bûn, mirovên cihû nûçeyên giştî ji rojnameyên bi zimanê lokal dixwendin. Li Filistînê ji xeynî rojnameyên ji Tirkiye, Ewrûpa an welatên din dihatin, ne bi erebî, ne bi ladînô ne bi yîdîşî ne bi zi- manên din tu rojname dernediket. [1, p56] Ben Yehuda ferq kir ku li Filistînê ji bo nûçeyên gelemperî bazarek bo rojnameyek bi ibranî heye û sê salan piştî hatina wî ya Filistînê di sala 1884an de Ha-Zevi derxist. Ben Yehuda ji bo Ha-Zevi, biryar dasîstemeke bi navê Hemû Ibranî, bikar bîne. Rojnameyên din ên bi ibranî tenê ibraniya Kitêba Miqades bi kar dianîn, dema ew têr nedikir ji zimanê lokal peyv deyn dikirin. Ben Yehuda valahiya di navbera ibraniya Talmudî û Serdema Navîn tijî kir. Ji çavkaniyan peyvên wisa digirtin ku ji bo mirovên Kitêba Miqades baş nas dikirin, aşîna bin. Dema çavkaniyên ibranî têr nedikirin wî peyvên nû çêdikirin, çi li malê çi li kar be. Ji bo Hemû Ibraniya (Total Hebrew) wî çavkaniya dawî Markêta Ibranî ya têkel bû. Li vir peyvên rojane ên wek “ji kerema xwe” û “spas” hebûn ku bi awayekî kurt û bikêr di çavkaniyên kevn de peyda nedibûn. [1, r60] Bi vî awayî rêjeya peyvên deyn daxist heta %2yan, ji bo rojnameyên ewrûpî ev %14 bû. Ev her sê çavkaniyên derveyî Kitêba Miqades hin kes aciz dikirin, lê wek çavkaniyekê hilbijartina Markêta Ibranî, bi sedema ku ev çavkanî xirabûyî û nermijoqî ye, herî zêde ew rastî bertekan hat. Lê edîtor ew bû û serkêşên olî yên ku îtiraz dikirin ji vê zêdetir tiştek ji destê wan nedihat.

Ben Yehuda Ha-Zevi,taybetîji bo berbelavbûna ibraniya axaftinê wek alaveke sereke didît. Ew difikirî ku pêdiviya xelkê bêtir bi peyvên berdest heye, lê wî dizanîbû ku xelk bi giştî li dijî qebûlkirina peyvên nû ne. Ji ber vê, peyvên nûçêkirî êdî bê jêrenot, bê werger heta bêyî dengên dengdar nivîsand da ku xelk wan ji peywendê fam bikin. [1, r65] Ev rêbaz ne ewqas bikêr bû, ji ber ku xelkê bê dengdar nikarîbûn peyvê telafûz bikin. Li aliyê din, ku bikarîbûna telafûz bikin jî îcar ji ber ku nû xuya dikir, qebûl nedikirin.

5.3.3. Saziyên çavdêriya zimên

Di sala 1890î de Ben Yehuda Komîteya Zimên ava kir. Lê di demeke kurt de ji hev belav bû û sala 1903yan de wek Konseya Zimên ji nû de dest pê kir. Armanca wê ev bû: Berhevkirina peyvan ji Kitêba Miqades, Talmud, Serdema Navîn û Markêta Ibranî û çêkirina ferhengekê, cihên pêwîst bû çêkirina peyvên nû û standartkirina telafûzê.

Ben Yehuda beriya avakirina komîteyê dest bi amadekariya ferhengekê kiribû. A rast, çawa ku Ben Yehuda hat Filistînê yek ji karên wî yên ewil amadekirina pirtûkeke biçûk bû da ku xebata bi ibranî hêsantir bike. Her ku çû peyvên nû lê zêde kir, heta ku têra xwe mezin bû. Ferheng sînorê vê xebatê derbas kir û bi gelek awayî wê ev destpêk nîşan dida. Di çêkirina vê ferhengê de tiştekî herî xerîb ew bû ku li gor mijaran hatibû rêzkirin û bi ser de jî bi rêza alfabetîk. Fikirîbû ku ji bo kesekî ku ibranî kêm dizane ev ê bêtir pratîk be. Di derxistina rojnameyê de Ben Yehuda ji vê ferhengê gelekî îstîfade kir, lê ji ber ku heta nêzî dawiya pêvajoya vejandinê jî hê xelas nebûbû, di salên herî girîng ên vê pêvajoyê de gelek kesan zêde jê îstîfade nekirin. Her çiqas piştî vejandinê wek hêzeke bo standardîzasyonê hate xelaskirin jî, ew dîsa jî bi kêr bû.

Yek ji armancên sereke yên konseyê, di nav kesên nû fêrî ibranî dibûn de kêmkirina şaşbikaranîna zimên bû. Di sala 1911an de broşurek bi navê “Nebêje…, bêje ….” derxistin. Nod û heyşt şaşiyên herî zêde berbelav tespît kiribûn û rastiya wê li hember nivîsandibûn. Wek gelek belgeyên qedexekirinê yên akademiyên zimên, xuya ye ev jî hatiye ihmalkirin. Lê ev broşur têra xwe hate belavkirin û ji nû de hate çapkirin, heta salên 1970yî jî hê li ber dest bû. [1, p88]

Konseyê ji mirovên ku di hin mijaran de ji wan re peyv lazim bû, wek mamosteyên ku dixwestin di polên xwe de mijarekê vebêjê ku jê re komek peyvên hê tunene lazim e, daxwaz werdigirtin. Pirsgirêk ev bû ku ew komîteyek bûn û ewqas hêdî bûn. Deh sal çêbû di navbera ku wan di 1903yan de ji nû de dest pê kirin û heta sala 1913an de yekem lîsteya xwe ya peyvên ji bo cil û berg, nebat, mala zarokan û dirûtinê, weşandin.[1, r93] Heta ku wan xebatên xwe xelas dikirin û li ser peyvan biryar didan û ew diweşandin, dibû ku xelkê bi xwe ji zû de peyv çêkirine û bi salan e bikartînin.

Ji nişka ve êdî konseyê karê hakemtiyê da ser xwe. Mirovên ku ziman ji bo karê rojane bi kar dianîn li gor pêdiviya xwe peyv çêdikirin. Ji bo peyvan bi awayekî pêşbaziyek û standardîzasyonek xwezayî çêbûbû, lê gelek varyasyonên peyvan jî çêbûbû. Konseyê li peyvên ku xelkê bi kar dianî dinêrî û li gor pîvana çavkaniya peyvê, berbelavbûna peyvê, hêsaniya bikaranîna wê û di nav ibraniya modern de çiqas cihê xwe digre, “a herî baş” hildibijart9. [3, r3] Piştre wan peyvên hatine hilbijartin dikirin wek broşurekê û ew li mamosteyan belav dikirin û di rojnameya Ben Yehuda Ha-Zevi de diweşandin.

Ev modela çavdêriya zimên ji bo standardîzekirina zimên pir fonksiyonel bû, lê ji bo parastina peyvên kevn ewqas baş kar nekir. Hin kesan digotin ku rola konseya zimên divê safîkirin û zelalkirina zimên be. Ev kes difikirîn ku wek fermî an standard qebûlkirina peyvên ji çavkaniyên din wê xeter be, dibe ku xelkê bi şaş-şîrovekirina Torahê peyv çêkiribin. [3, r3] Wexta konseya zimên ev rêbaz dişopandin xelkê zêde guh nedida wan. Ger ku dixwazin gel guh bidin wan, rêbaza çavdêriyê ku karê komîteyê yê sereke wê standardîzasyona peyvên di bikaranînê de be, xuya ye karê ku divê bikin ev bû.

Konsey li ser standardîzasyona telafuzê jî xebitî. Gelek nîqaşên dûrûdirêj kirin ku di encama wan de ji bo ibraniya modern li ser telafûza sefaradî biryar dan. Ji ber ku ev telafûza Ibraniya Markêtê bû jî ku ibraniya modern jê diza, xelkê jixwe li vî awayê telafûzê biryar dabû. Xuya bû ger konseyê ibraniya modern hilbijarta, ew ê hatibûna paşguhkirin. Ji ber vê, biryara ku konseyê dabû, bersiva pirsa ku çima ne ya aşkenazî dida.

6. Beramberkirinên bi vejandinê yên din û destpêkên wan re

Hin kes dikarin bibêjin vejandina ibranî çawa pêkan bû, lewma vejandina zimanên din jî wê pêkan be. Hewldanên din di serkeftinê de nêzî ya ibranî nebûbe jî. Taybetiyek heye gelek kes bala xwe nadinê ku ibranî di qada ku ew hate vejandin êdî qet nedihate bikaranîn. Di zimanên din de rewş ne wisa ye, ew ne mirî ne li ber mirinê ne. Û ew dimirin ji ber ku axiverên wan berê xwe ji wan diguherin ber bi zimanê medya û çand û civaka serdest ve. Hêzên ku xortan ji zimên dûr dixîne xurt in û pirsgirêka wan ne ya ibranî ye.

Ecêb e ku, rewşa ibranî ku ne zimanê axaftinê bû bi rastî bi kêrî ibranî hat. Zimanê ku gel hewl dida fêr bibe û bipeyive, ji aliyê zimanekî serdest prestîja wî neketibû bin lingan, lê di axaftinê de qet statuya wî tunebû. Li Filistînê medya an civakeke firehtir ku pê re têkeve reqabetê tunebû, taybetî ji bo xortên di kibbutzan de ku ji koçberên bi aliyaha duyem ji Rûsyaya sosyalîst hatibûn, pêk dihatin. Li wir, pêkan bû ku civatek bi temamî bêyî mudaxeleyên derve dest bi axaftina ibranî bike. Di zimanên modern de qet tunebe jî pir kêm ziman di vê rewşê de ne.

Girseya koçberên xort ku bi aliyota yekem û duyem hatibûn jî alikariya vejîna ibranî kirin. Dan pey vejandinê û pir bi hewes bûn ku tevî serxwebûn û nasnameya xwe ya netewî zimanê ibranî ava bikin. Di rewşa vejandina zimanên netewî de ev motivasyon ne her tim ewqas xurt û berbelav e. Ev koçber hatibûn cihekî nû da ku awayê jiyana xwe ji kokê ve biguherînin, gu- herînek ji bajarîbûnê ber bi cotkariyê. Li ber hemû guherandinên din guherandina zimên ne tiştekî zêde bû. Di rewşa civakeke ku tenê dixwaze zimanê xwe ji nû de bi ser piyan bixe de, koçberiyek sembolîk û jêneveger ku bi rastî jî xwe terxan bike û wan bi hevdu re bi cih bike, nîne. Ji dêvla vê, hin mirovên dilsoz ku dixwazin rewşa zimanê xwe biguherînin di nav gelek kesên ku ji fikrên derve re vekirîne re ne lê girêdayî wê dozê ne û hin ji wan rijd in jî, dijîn; bi kurtî ji şertên îdeal gelekî kêm in.Ewçax em vedigerin ser pirsa ku li cihekî diyar vejandina zimanekî kengî pêkan e. Li gor tecrubeya vejînerên zimanê ibranî xuyaye çendîn hoker pêwîst in:

  • Hin sazmankar an rêvebirên dilsoz: Ben Yehuda, gelek kesên din
    • Civakek îdealîst û dilsoz: Aliyot (koçber)
    • Rewşeke ku bikaranîna wî zimanî ji yên din bikêrtir be û ligel vê tunebûna zimanekî berfirehtir ku bikaribe vê pêdiviyê bîne cih: Cihûyên Filistînê ji zimanekî hevpar bêpar bûn û di nav zimanên ku ew dipeyivîn, yek ji wan ne guncan bû ku bibe zimanê hevpar.

Di gelek hewldanên vejandinê de ji van yek an bêtir hoker kêm in. A din, li vir mekanek heye ku ziman wê bê vejandin dikare bibe zimanekî mahrem. Li cihên din, ew niyeta ku ziman têkeve dewsa zimanê zal nîne, tenê lêzêdekirina zimên e ji aliyê çandî ve wek zimanekî duyem ê alîkar.

1 Di ibranî de awayê asayî yê nivîskî tenê dengên dengdar nîşan dide. Bêyî dengdêran dikare bê famkirin, lê gelek tevîhevî çêdibin. Awayekî dengnîşandanê ku li dor dengdaran nîşanên dengdêran tê danîn da ku kîjan dengdêr divê bê emilandin. Ev sistemek giran e û tenê li cihê ku wergerek rast pir girîng be, tê bikaranîn, mînak di Torahê de. Mişna û Telmûd, ligel ku bêtir nivîsên jirêzê tê de hene rojname jî bi giştî dengnîşandanê bikarnînin.

2* Mişna: Hiqûqa cezayî ya cihûyan. (wer.)

3** Talmud: Pirtûka cihûyan a qanûnan. (wer.)

4*** Midraş: Pirtûka tefsîrî ya cihûyan.(wer.)

5 Hin nivîskaran wek ku ev formên cihê bin miamele dikirin, lê dema gel ji bo peyvên ibranî bi kar

bînin û adapte bikin çav li van deqan digerandin pîvana senifandina wan a girîng beriya serdema navîn û piştî Pirtûka Miqades bû.

6 Ibranî, wek zimanekî samiyî, zimanekî kokî ye. Yanê, komên dengdaran wateyek wan a giştî ku bi wan re elaqeder e, heye. Bi ser van kokan ve bi lêzêdekirina dengên cuda yên dengdêr, gelek peyvên cuda tên çêkirin. Ji bo çêkirina peyveke nû, mirov dikare rahêje kokek pêwendîdar û komek nû ya dengdêran lê zêde bike. Wek alternatîf, her çiqas qet nayê kirin jî, wê gengaz be ku kokên nû bên ba hevdu. [3, r4]

7 Koçberiya piştî serdema vejandinê jî wek aliyot tê dabeşkirin, lê li vir mijar ne ev e.

8 Rêbazeke nû ya fêrkirina zimên ku xwendekar bêyî rêziman an jiberkirinê bi riya noqîkirinê fêrî zimanê nû dibin. Ev tetbîqkirina rêbaza Berlitzê ne rêbazeke safî bû, ji ber ku xwendekar ji xwe tecrubeyên wan ên rêzimana ibranî hebû, lê aliyê wê yê beşdarîbûnê pir karîgerdar bû.

9 Ji ibraniya Kitêba Miqades û ibraniya Talmudî, terciha ji aliyê Kitêba Miqedes kirin, ji erebî û ibraniya Talmudî a Talmudî, ji erebî û zimanên biyanî jî erebî tercih kirin.

 

Çavkanî

[1] Jack Fellman. The revival of a classical tongue: Eliezer Ben Yehuda and the modern Hebrew language. Mouton, The Hague, Netherlands, 1973.

[2] Leanne Hinton and Ken Hale, editors. The green book of language revitalization in practice. San Diego, 2001.

[3]Moshe Nahir. Micro-corpus codi cation in the Hebrew Revival. 2003.

http://www.uoc.edu/hum l/articles/eng/nahir0303/nahir0303.html.

  1. [4]  Chaim Rabin. The national idea and the revival of Hebrew. In Jehuda Reinharz and Anita Shapira, editors, Essential papers on Zionism. New York University Press, New York, NY, 1996.
  2. [5]  Shalom Spiegel. Hebrew reborn. The Jewish Publication Society of America, Philadelphia, PA, 1962.

Ji Îngilîzî: Fexriya Adsay

Share.

Leave A Reply