Çiyayên Mihteşem… karesata gel” Hevpeyvînek Ligel Walid Sitî

 Hêlîn Şahîn

helinsahin2@gmail.com

Şikil û şêwazên Walid Sitî ku îlhama xwe ya kûr ji mîrata çandî û cografî ya welatê xwe Kurdistanê girtiye, her tim xwe nû dikin bi hev ve tên girêdan û harmoniya temam çêdikin. Di berhemên xwe de ku di nav berhevên ji xelkê re vekirî yên British Museum, Împerial War Museum û Victoria & Albert Museumê de ne, dikeve nav hûrgiliyên temayên aktuel ên nasname, koç û sirgunê. Bi Sitî re em li ser bandorên li ser hunera wî, afirîneriya wî û tecrubeyên çandî, siyaseta mekan û hafizayê peyivîn.

Hêlîn Şahîn: Walid, serpehatiya te ya jiyanê ya di nav peywenda çandî ya sirgunê de têra xwe agahî dide derbarê xebatên te de. Tu ji Dihokê yî, ji Înstîtiuya Hunerên Bedew a Bexdayê derçû. Di 1977an de tu ji Dihokê çû Slovenyayê û li wir grafîk xwend. Paşê di 1984an de bû penagerê siyasî li Londonê. Vê tevgera berdewam çawa bandor kir li ser pratîka te? 

Walid Sitî: Di 1971an de ez ketim Înstîtuya Hunerên Bedew a Bexdayê. Wek xortekî ciwan ku ji bajarekekî piçûk ê mîna Dihokê hatiye, Bexda û dibistana hunerê alîkariya min kirin ez bingehekê çêbikim ji bo destpêka rêwitiya min a hunerê. Kir ku bi awayekî serbixwe xwe pêş ve bibim û ew derfet da min ez têkevim nav derdorekê ku kesên xwedî paşxaneyên cuda yên çandî û ji hemû zayendan nas bikim ji her aliyê Iraqê, ji ber ku dibistana hunerê tenê ew hebû. Di 1976an de êdî min nikaribû perwerdeya xwe ya bilindtir li Iraqê bidomanda, ez çûm Yugoslavyayê bê alîkariya dewletê.

Li Slovenyayê min grafîk xwend di Akademiya Hunerên Bedew de û master kir. Dawiya salên heftêyî de, rewşa siyasî ya Iraqê xirab bû û ez nikaribûm vegerim. Û wê demê, Yugoslavya û Iraq dostên hev bûn, loma zext li min û gelek hevalên min ên mixalifê rejimê kirin ku em terka wê derê bikin. 

Dema ez ketim akademiya hunerê, xebatên min hinekî “tevlihev” bûn. Li Înstîtuya Hunerên Bedew a Bexdayê, her çiqas mufredateke baş hebû ligel piştigiriyeke miezem bi standardên bilind û rêbertiya mamosteyên me, haya me zêde tunebû ji bizavên hunerê yên hevçax an/û pratîkên nû yên hunerê. Akademiya Hunerê ya Ljubljana  û derdora hunerê ya li bajêr bi giştî ji bo min qadeke zanîn û perwerdeyê ya gelekî firehtir pêşkêşî min kir. Hê nû derketibûm ji Iraqê ku riwangeya min pir zêde di bin bandora derbên hestiyar û siyaseta yekser de mabû û zehmet dikir derveyî van qadan bibînim. Xwendin, ji bo ceribandinan û kifşkirina emilandina amrazên cuda lazim bû. Min dest pê kir bêtir tişt wergirim ji derdora çandî û gelek bizavên hunerî yên li Ljubljanayê û jê wêdetir. Tişta ji bo min grîng hînbûna paradigmaya hunerê bû wek pêvajoyeke guherîn, wêrar û pêşketinê.

Di 1984an de hatim Londonê wek paneberekî, û ji wê çaxê ve li vir dijîm û dixebitim. Di warê fehm û riwangeyên derbarê jiyan û hunerê de, Londonê gelekî bandor kir li ser pêşketina awayê fikirîn û pratika hunera min. Ji boçûneke yekser hestiyar a di xebatên salên heştêyî yên bi temaya şer, ber bi dîmenên poetîk ên bihûrgilîtir bi kompozisyona  qeşartinê (pared-down) bi amrazên ez pê dixebitim her çi bin ew: xêzkirin, boyaxkirin an grafîk, ku di bîst salên dawî de berfirehtir bûn bi xebata 3D (sêrehendî), enstalasyon û vêga xebatên videoyê. London pir tişt hene pêşkêş bike wek metropolekê him ji aliyê binyada civakî-siyasî him ji aliyê hêsaniyên çandî ku bandoreke wan mezin heye li ser şêwaza dîtin û sepandina hunerê. Pêvajoyeke tevlihev e ew ciyê ku hûn xwe dibînin li navenda derdora hunerê, lê hewldaneke tevlihev û bêdawî lazim e ku bibin parçeyek jê. Gelek zehmetî hene heq jê bên der, ziman, astengên aborî û çandî. 

Ez bi awayên xwe yên têgihiştina dinyayê barkirî hatim Londonê. Ciyekî nû şertên xwe li ser te ferz dike ku gelek bawerî û pratîkên hunerî hildiweşîne. Loma ev pirs dimîne ka gelo meriv hevsengiyeke maqûl çawa çêbike di nav ewqas hêmanan de ku nexşeya hebûna we pêk tîne di nav hewldan û liserxwemayina di nav vê derdora nû de wek hunermendekî. 

Birca Reş, 2016

H. Şahîn: Dema em li ser xebatên te dipeyivîn, te gotibû xebatên te li ser qadeke têkel a bîr û windakirinê diçe. Tu dikarî ji me re hinekî din qal bike ka xebatên te bi çi awayî dike ku ji wan bîr û windakirinan bê îstifadekirin?

W. Sitî: Ez li Dihokê, başûrê Kurdistanê hatime dinyê. Bi çiyayên bilind û sext dorpêçkirî bû. Û ez di nav malbateke xwedî hişmendiya politîk de mezin bûm —ev serdem bi berxwedana kurdan a bihêz li hemberî hikumetê tê zanîn. Carna li kolanên bajêr bi xwe şer derdiket. Hikumetê bajar wek binkeyeke leşkerî bi kar dianî, çiyayên li dora bajêr jî keleha tevgera berxwedana kurdan bû.

 Ez li hawirdoreke wiha de mezin bûm ku xuyanên şer û şidetê nîşanên wê bûn; balafirên şer, dengên tanqan, çiyayên şewitî, ew hemû kirinên zalimane ku rejimeke diktatoriyal a zordest dikare bike. Çend xulamên ewlehiyê bi awayekî zalimane temama bajêr kontrol dikirin bi zagonên xedar, artêşên li ser pêyan (Al-Jaysh al-Shaabi) dirûşme digotin li ser riyên sereke, tenqan dikirin reqereq di nav kolanên teng ên bajêr de, xaniyên me yên herî dihejandin.

Serhildana em bûn şahidê wê, bandoreke kûr kir hişt li ser jiyana herkesî, bi taybetî yên li aliyê mixalîf, ew ên diwêrîbûn cuda bin an ne li ser xeta îdeolojî an pratîka otorîteyan bin. Wek kurdekî ku ji nav civateke piçûk, têra xwe hatiye mexdûrkirin, kir ku hesteke kûr a bêedaletî û bêhêvîbûnê peyda bibe, û hesteke nêzîkbûnê çêkir bi hemû dozên din ên banga edalet û mafên mirovan ên bingehîn dikin. Ji ber vê, ev her tim parçeyeke jêneqetîn bû/e di têkoşîna gerdûnî ya hemû kesên ji mafên xwe mehrûm in û banga edalet û aramiyê dikin, li gor min.

Kanalên nûçeyan dîsa tijî dibin bi nûçeyên tirsnak ên êş, şer, bêcihbûn, koça girseyî ya li temama herêmekê, û kurdan. Loma, ev girêyên hestiyar tevî bîra tecrubeyên berê dibin û dike ku ez di hunera xwe de bi temayên têkildarî mîrat, nasname, sînor û livdariyê (mobility) mijûl bibim. Van temayan bandor li nêrîna min kirine û tevkariya şêwandina jiyana min û, loma jî, hunera min kirine.

Sê Lûtke, 2020

H. Şahîn: Di xebatên te yên nû de, em guherînekê dibînin ber bi sêrehendîyê û hin hevbandoriyên bi mîmariyê re. Di mîmarî û fikra sêwirîna firehtir a dîzayn û mekanê de tişta bala te kişand çi bû?  

W. Sitî: Fikra sêrehendîbûnê bi awayekî organîk wêrar bû di nav xebata min de. Xêzkirin, grafîk û tabloyên min ên salên 80 û 90î bi naverok, dîzayn û kompozisyona xwe rê xweş kirin ber bi vî aliyî ve. Dema ez li şêwazên din digeriyam ku ji xeta realîst dûr bikevim û ber bi boçûneke bîbirxistiner û tefekurbar biçim ligel referansên bo îkon û sembolên mîmarî yên ji çanda min, ev guherîn çêbû. Lê, ev (îkon û sembol) bi dizaynên xwe ji aliyê navneteweyî ve jî dihatin pênasekirin. Pêdeçûna xebata min bû vebeyandina guherînên di awayê nêrîna min û nîşandana rabirdû û vêgaya min de, dibe ku ketibe bin bandora şertên cihekî nû û derdora hunerê ya li Londonê.

Hêmayên çiya, teht, piramîd, zigûrat, qaide, kember û avahiyên mimarî yên din ên îkonîk, di mîrata min a çandî ya Mezopotamyayê û nexşeya siyaseta mîmarî ya nexweşiya bircan de sembolîzmeke wan xurt heye derbarê mefhûma hêz û otorîteyê de. Ev obsesiyon ne tenê li ba me heye, diyardeyeke global e. Lê, pêşî ez bi her yekê re ji ber qedrê wan î estetîk û maneya wan a potansiyel elaqeder bûm. Min hewl da wan bi kar bînim ku îşaretî fikra wan guherînan bikim ku li aliyê me yî dinyayê hatine dîtin —guherînek ku veguherînên bi lez û xurt mohra xwe lê xistine, berceste dibe di van şêwazên mîmariyê de di nav herikandineke berdewam de.

Birc, 2015

H. Şahîn: Avayiyên mîmarî, sêrehendî û bicihkirina mekanî ya enstelasyonên te: wek mînak, Piramîda Binyadxirakirî û Dirênceyên Biserhevve.  Ji mîmariya Mezopotamyayê ber bi mîmariya Sedam Husên —wek ku te carekê gotibû—, ev aliyê siyaseta mekanê ya di xebatên te de, xuya ye zêde di bin bandora tecrube û bîra te ya çandî de maye. Tu dikarî hinekî ji me re qala vê bikî?

W. Sitî: Di nav peywendeke firehtir de mekan ew der e ku ji gava em ji zikê diya xwe derdikevin û lê dijîn, tê de mezin dibin. Mekana we ew cih e ku tê xêzkirin û ji nû ve tê xêzkirin, û bariyer tên ferzkirin ji bo hinekan bêpar bihêlin û hinekan pêş ve bibin. Ev hemû di nav têgeha hebûna lerzok û siberoja nediyar de tê. Ev bîranînên nû û tecrubeyên jiyanê yên gelek mirovên li çar aliyê dinyayê û Rojhilata Navîn in —kurd ji wan kêm neteweyan in ku pir aşînayî siyaseta mekanê ne. Dîrok bi me re nazik tevnegeriya. Van tecrubeyan şopeke kûr a tepisandin û beparhiştina ji mekana azad hişt li dû xwe. Wek mînak, mimariya Sedam a vederkirinê û dagirkirina mekana him aqlî him fizikî îfadeya zelal a van fikran e.

Bi yekemîn videoya min a hunerî, “Hirçê Bêhizûr û Qesr”, hewl didim fam bikim têgeha utopyaya bêhûde ya firehbûna bêhed a desthilatdariyê. Li lûtkeya desthilatdariya xwe ya salên dawî yên 80yî, Sedam seferberiyek da destpêkirin ku ji sedî zêdetir qesr çêkirin li temama Iraqê. Çil ji van li çiyayên Dihokê, Kurdistanê bûn. Ji bo van cihekî pir mezin hat îstimlaqkirin ku tê de rûbar, kanî, gund û erd hebûn; ev tev bi dîwarên stûr û bilind hatin nîşankirin. Tekane qesra maye heta îro, ya li lûtkeya çiyayên Garayê ye li bilindahiya 2,133 m. Bi awayekî îronîk, bûye mala çend hirçên şaşwaz ku bo xwezayê hatine hiştin. Li jorî qesrê, gelek bircên ragihandinê hatine danîn ku xizmeta serdema nû ya geşbûna nû ya lerzok dikin.     https://www.youtube.com/watch?v=rC3RCI2H8Lk

Ji bo min, bihevrebûna surreal a hirça bêhizûr û qesra terikandî di nav wan çiyayên mihteşem, dîroka trajediya xelkên vê axê xulase dike, ji Gilgamişê heta niha.

Xuyanek ji videoya“Hirçê Bêhizûr û Qesr”, 2019

H. Şahîn: Tişta dawî dixwazim bi te re derbarê wê de bipeyivim monografa te ye. Ev kitêb şahberhemek e ku serdema hilberîna hunerî ya dehan salan dihewîne. Temama xebatên te, ligel hêza xurt a derbirînê, qadeke çandî diafirînin her ku em di nav kitêbê de diçin. Ev bi qasî ku serpêhatiya jiyanê ye, şahberhemek e jî. Dema meriv îro berhemên te ji peywendeke biyografîk dixwîne, şêwaz/nêrînên te yên estetîk çawa guherîne di nav salan de li gor rêwitiya te ya jiyanê?

W. Sitî: Bawer dikim monografa min berhemek e ku gelek serdemên pratîka min a hunerê temsîl dike û nîşan dike bê ez çawa li dinyayê dinêrim, rêbaza ez diemilînim di derbirîna tişta ji bo min pir grîng e. Ferz bike ku li cihê jê hatime dinêrim, ji aliyê netewetiyê û geopolitîk û şertên civakî-aborî ku tê de mezin bûme, bi taybetî yên zarokatiya min. Di vî halî de, ev ê riwangeyeke baştir bide derbarê qada têkel a bîr û geşedanê de. Ez di xaniyekî piçûk ê herî de mezin bûm; em çar malbat tê de dijiyan, tenê kaniyek avê hebû, bê ceryan, bê televizyon. Ji bo em debara xwe bikin, ez û birayê xwe diviyabû em piştî dibistanê û havînan bixebitin. Piştî çend dehsalan, ez di demeke nû modern de dijîm û London yek ji geştirîn bajarê cîhanê ye. Ji bo min jî zehmet e têbigihêm pîvanga guherînên li cîhana dora xwe. Tiştên min di van şeş dehsalan de tecrube kirine tê de tê vebeyandin, di heman demê de nîşan dide bê pratîka hunera min çawa pêş de çûye.

Ev tecrube, awayên jiyanê, dibistan û çandên cuda di şêwaza dîtine de tevkarî kirine. Bi her gava rêwitiya min, şert û merc diguherîn, zehmetiyên nû derdiketin ku helwest û boçûnên nû jê re diviya, û pratîka min a hunerê bi vî awayî wêrar dibû. Hêvî dikim ev monograf, wek berhem, retrospektîfa pratîka hunera min nîşan bide, ne ku tenê xêzedem (timeline) û serpêhatiyan nîşan bide; tercîhên amraz û têgehan jî pê ve girê bide.

Monografiya Walid Sitî

https://www.kehrerverlag.com/en/walid-siti-978-3-86828-927-5

 

ji îngilizî: Fexriya Adsay

 

 

Share.

Leave A Reply