Çanda di Navbera Şi`rîyet û Eqlanîyetê de

Ji soranî: Îbrehîm Şadman

Ji ber teknolojîyê, mirov di her demê de şêwaza jiyanê ya di navbera çandên cûda de dinase, hin yekan heya asta heyirîtîyê derbas dike, herwiha binaxeya sedemên bingehîn ên cudahîya çandê û binçîneyên cîhanbînî û fikrî yên ku van cudahîyên jîyînê dirust dikin; ji wan re dibe pirsyar. Di vê gotarê de, em ê ji bo îdîaya xwe delîl û argumanan pêşkêş bikin, li gorî me Rojhilat bi mêzekirina jîyana Rojavayê û bi berawirdkirina wê bi jîyana xwe re, li dû jîyaneke hêja digere. Di vê navberê (ji bilî gelek sedemên din) de jî, çanda rojhilatî şê`rîyet e û çanda rojavayî jî berhema eqlanîyetê ye, em ê li vir bi çend qonax û belgeyan lê hûrbibin 

Çitîya Çand, Şi`rîyet û Eqlanîyetê:

Ev her sê têgih ku wekî sêgoşe û bingeha pêşkeşkirina mijara me ne, giring e werin rohn kirin. Çand ji gelek rexan ve hatiye pênase kirin, lê pênaseya wê ya herî giştgir ev e: ‟hemî ew tiştên ku ji bilî koromozomê (DNA) em werdigirinˮ; bi vê wateyê rengê çerm, çav û por û kintî û dirêjtîya bejna me di DNA`ya me de heye û ti pêwendîya wê bi daxwaz û karînên me re tineye, lê belê ayîn, ziman û çawatîya hizirîn û jîyîna me di koromozomên me de tineye û ew di destê me bi xwe de ne. Bi kurt û kurmancî ‟çand, dema hizirîn a mirovî ya sebaret bi çawatîya neqişandin û xemilandina jîyanê yeˮ. Pêwîst e em qala wê jî bikin, çandek heye ku seretayî ye û di asta derbaskirina jîyana rojane û rûtîn de ye, wekî mijarên ku pêwendîya wan bi feraq, kevçî, xwarin, kereseyên xwarinê, cil û berg û cihê rûniştinê re hene; ya din jî ‟çanda bilindˮ e, wekî hizirîn bi damezrana devletê, dabeşkirina desthilatê, pêkhinana jîyana civatî, jîyana medenî, rêkxistina jîyanê, layenên giştî û hwd.

Têgiha ‟şi`rîyetˮê di esasê xwe de berhema wê têkoşana bingehîn û felsefî ye ku bi şêweyeka razber xwestiye bersiva zanistî ya wê bide ku helbest çi ye û helbest kîjan e, ji Erestû ve heya ekola Pirag, romana Yakûbsin û yên din, ew hewildanên dawî ji bo hesibandina edebê di çarçêweya zanista mitleq de bûn, lê belê di vê gotarê de em ê têgiha şê`rîyetê bi vê mebestê bi kar nehênin. Li vir mebesta me ji şê`ryetê şexs, civaka vê deverê û bi taybet em in ku me hest û sozên xwe kiriye bingeha lêhûrbûn, helwest û jîyînê, bila rohntir bibêjim: mebesta me mîzacîyet e û ji rexê wê bi xwe ve li rehendên siyasetkirin, birêvebirin û bi giştî li alozîyên jîyanê mêze dikin; bêyî ku em metodolojîyê tev lê bikin, çimkî metodolojî bi wateya derketin ji cîhana mîzacê û spartina wê bi metoda zanistî ye da ku bi şêweya zanistî li mijaran têbigihijin.

 Em ji mîzacîyetê re dibêjin şi`rîyet, ji ber ku deqa helbestî û olî, heger di nav pîvaneka zanistî û metodîk de lê nenihêrin, wisa dê bêsînor were rave kirin û dê çend heb encamên wê yên ecêb û sosret hebe. Mijara vir a girîng ji bo me çewt têgihiştina vê mîzacîbûnê ya mirovên di nav vê çandê de ye û derbasûna wê bi hundurê lîstokên siyaset, birêvebirinê û bi giştî jîyan û layenên giştî ye.

Mebesta me ji têgiha eqlanîyetê, metodolojî ye ku berovajoyê mîzacîyetê ye û kevneşopîyeka wisa, lojîkê dirust dike. Pêwîst e em rohntir jî bibêjin: Mebest ji eqlanîyetê, bi karanîna eql di jîyana rojane û pêdawîstîyên biyolojik de nîne, belkî rêkxistina jîyanê ye li gorî eql; ango belkî navendîkirina eql û hizirîna eqlanî ye û berhemhinana me`rîfeya eqlanî ye. 

Heqîqeteka Dîrokî:

Mirov bi xwe dîroka xwe dineqşînin, wisa nebûya, me bigotiba ku li laneteka dîrokî diçe, dema ku em rastî vê heqîqetê tênê ku ji destpêkê ve dîroka edebî ya Yewnanê (ku Ewrûpaya îroyîn mîratgirê wê ye) bi janra diramatîk dest pê dike û rojhilata me tenê bi helbestê, di encamê de ji çanda berhemhên a diramayê, qebûl kirina pirrengî û pirçandîtî peyda bûye; lê belê ji çanda vê deverê ji ber ku helbest yek rexî û yek deng e, yek fikrî û yek cemserî berbelav e. Li nik vê rastîyeka din jî heye ku Xwedayên Yewnanîyan wekî Xwedayê vê deverê asimanî, yekane û bêhevta nînin, belkî li ser erdê bi mirovan re rûbirûyî hevûdu dibûn, zêde bûn û xwedanê desthilatinên cuda û sînordar bûn.

Çend rawestgehên berawirdî yên di navbera van du çandan da:

  1. Ev her du çand, çanda hest û sozxwaz û çanda eqlanîyet û lojîkxwaz, ya yekem zêdetir girêdayî heqîqeta zihnî ye; lê belê ya duyem girêdayî heqîqeta objektîv ango dîtinbar e, lewre:

A-Di çanda hestxwaz da, di encama wê jîngeha ku lê ji dayik bûye, bawerîyinên seretayî di zîhna wan de dineqişîne ku bi şêweyeka neagah demargirîyê dirust dike, wisa ku heya ezmûn, hizirîn û dîtina wî ya li hemberî cîhana dîtinbar jî di bin bandora wan bawerîyên ku bi hest û soz û demargirîyê wergirtiye de dimîne. Lewma heger her tiştek li gorî wê bawerîyê nebe, zihna wî ya agah rê li ber wê digire. 

 B- Ji wê rewşê re, em dikarin bibêjin xefikeka zihnî, heya ronakbîr jî di van mercan de nikarin li ser hişyar kirina gel bibandor bin, ji ber ku ew bi xwe jî di bin bandora gotinên berê de mane û ketine xefika: mirov were mercdar kirin bi nêrîn û hizirên ku ji zû ve mêjîyê wî/wê yek alî kiriye

 û hin heqîqet pê ve hatine zeliqandin

C- Di çanda zihnî, mîzacî û helbestî de, gotûbêjkirina bi armanca dîtina heqîqetê tineye (wekî yak u di çanda eqlanî û metedolojîk de heye), ji ber ku li vir heqîqet hatiye birîn û hatiye zeliqandin, tenê li ser tê tekîd kirin ango dupate dibe, wekî ku Daryûş Şangan dibêje: ‟Em xurtî şîret kirinê ne; ne hizirînêˮ, yanê em nahizirin da ku heqîqetê peyda bikin; belkî em wer bawer dikin ku em dizanin û tenê em dubare dikin. 

Piştre mirovên xwedanê vê çandê, dema ku rûbirûyî rastîyê dibin, sê helwestên wan hene:

-Belgeyên ku li gorî bawerîyên wî/wê yên berê be, dibîne; lê belge û delîlên ku li gorî bawerîyên wî yên berê nînin, nabîne. Wekî nimûne rojhilatîyek ku bi çavê neyarîtîya siyasî li rojavayê dinihêre, qala hebûna malbatê li vir dike û rexne li rojavayê digire ku pergala xêzandarî, malbat, civak û exlaq li wir hilweşîyaye û êdî çavê wî/wê vê nabîne ku herçend ew pergal giring e, lê belê li vir jî ji binî ve ev pergal genî bûye.

Dema ku mijarek bi şêweyeka du rexî derdikeve ber çavê wî/wê, tim li gorî bawerîya xwe ya kevin mijaran şirove û rave dike, em dikarin bibêjin ku di têgihiştina xwe de her du girîmaneyan diguncîne, wekî mînak: Girêdayî çanda rojhilatî, hilgirekî/ê vê çandê, carekê dibêje ev dahinana zanistî derew e û piştre belgeyan dihîne ku di pirtûka wan a pîroz a hezar salî berîya niha de qala vê hatiye kirin; yan destpêkê qebûl nake û piştre wê wekî nîmetekî Xwedayî dizane!!.

-Eger ji hemî goşenîgahekî ve li ser mijarekê, belge û rohnkarîyan bidî wî/wê, bi derbas bûna demê dê wan belgeyan di bîra xwe de xwedî bike ku li gorî bawerîya wî/wê ye, yên din dê ji bîr bike, wekî mînak: di dîrok û civata îslamî de Îbnî Teyîmîye û Îbnî Roşd jî hene, lê belê yê yekem ji rexê vê deverê de têne qebûl kirin û yê duyem hatiye ji bîr kirin.

  1. Kes, civak yan çandek ku hest û soz bingeha hizirîn û tevgerîna wan e, bi hêsanî hest û sozên xwe tînin li ser zimîn û eql û lojîk roleka wan a perawêzî di jîyana wan de heye, wekî mînak: di civaka ku navenda wê hest û soz e de, êdî demokrasîxwazî di îradeya gelî de nayê dîtin, ji ber ku îradeya gelî di hest û sozê wan de ye û ew jî bi hêsanî tê raberkirin û kesên desthilatdar jî bi hêsanî bêyî ku zor û hêza wan ji nav biçe, dengê giştî gelekî hêsan li gorî berjewendîyên xwe ber bi alîyekê ve dibin. Di civaka mîzacî û hest û sozxwaz de, bi guherîna arasteya hest û mîzacê, mirov dikare dengê giştî bi daxwaza xwe biguhere, lewre di van deveran de demokrasî sepandî nîne, belkî telqînî ye, serkutkirin nîne, belkî derbasbûna nav dengê giştî ye. Di civakên wiha de êdî stemkarîyeka eşkere tine ku di esasê xwe de li ser serîtewandin bo biryarên stemkarane bibandor be, belkî modeleka demokrasîyê heye ku li ser esasê mildan bo hest û meyl û mîzaca şexs bibandor e. Ew jî dibe sedem ku kesên xwedan desthilat dev ji rexên lojîk û eqlîyê şexs û hişyarîya giştî berdin û hest û sozan ji xwe re dikin armanc, dû re daxwazên dîtinbar û berjewendîyên lojîkî yên gelî, cihê xwe didine bi tijî kirina meyl û hestan û êdî hebûn di deste û koman de bi palderîya hest û sozan e; ne lojîk û pirojeyên eqlanî û jîyana medenî, piştre dibe civakeka pêşanî, ji her tiştî xiraptir jî ev e ku mirovên di nav vê civakê de naxwazin qebûl bikin ku hestên wan têne îstismarkirin, belkî hez dikin bibêjin: Ev helwesta min bixwe ye, em bi xwe rexê tevgerên xwe diyar dikin.

Pêwîst e ez vê têbînîyê jî bibêjim: mirov mafdar in û gelekî xwezayî ye ew xwedan hest û soz bibin, lê belê ew kesên ku hestên xwe naxine qumara gelê şekerok û pêşanî û nabine lîstokê destê

 desthilatdaran, dijî hest û sozê nînin, belkî dijî vê ne ku bibine koleyê hestên xwe

  1. Di çanda helbestî de, hemî tişt di cihanê de tên werimandin û mezin kirin û ji bo bi pêş de derxistina xeyalê (ku wekî qonaxeke heqîqetê ye û karê edeb û hunerê di vê warî de bivênevê ye) qad û pilaneka eqlanî tineye, lê belê di çanda eqlanîyetê de qad ji bo pêkanîna xeyalê jî tê berhemanîn, wekî mînak: Helbest ji me re dibêje: ‟Ey reqîb her maye qewmê kurd ziman ……………………ˮ, lê nikare qala çawatî û hebûneka lêhatî ji me re bike. Di nimûneyeka din de helbest heya asta xeyalkirina pêşerojeka baştir diçe, wekî ew helbestên ku Ehmed Muxtar Caf ku qala pêwîstbûna xwendin û danîna hêlên şemendeferê ji bo Hewramanê dike, lê belê hûrgilîyên hengavên destpêkê û gihiştin bi armancê nayên dîtin. Herwiha di mînaka awatxwastina helbestvanekê wekî Ehmedê Xanî de ku xewna wî civakeka yekgirtî ya xwedan yek armanc e: ‟Ger dê hebûya me îtîfaqek ………….ˮ, ev jî hema xewn, xeyal û awat xwestin e, lê belê îtîfaqa civakî danûstan li gel cudahîyan, di peymana civakî ya Jan Jak Roso de heye, herwiha înqîyad-pêşengî û mercên lêhatî di felsefeyê de hene, felsefe berhema pirsyar, guman û gotûbêjê ye û ev jî di çanda helbestî de tineye.

4-Di çanda helbestî de tişt wekî ku bi xwe hene nayên bi nav kirin, yanî ti pêwendîyek di navbera amaje û amajepêkirîyê de tineye, wekî mînak: Azadî dibe dar û dar jî dibe hêmaya azadîyê, lê belê di vê civakê de em nikarin ti demê bi awayekê lojîkî sabit bikin ku azadî çi ye, çawa tê bidesanîn û nîşaneyên hebûn û nebûna wê çi ne û li ku ne.

5-Me`rife û zanist, pirsyar, girîmane û guman e, lê di cîhana helbest û hestxwazîyê de, pirsyar û guman tineye û tevrakirina hest û sozê heye.

6- Însanê/a perwerdekirî yê/ya çanda helbestî, di her mijarê de wê beşê hildigire ku li gorî mîzaca wî/wê ye, mijaran li gorî têgihiştina xwe werdigire û meyl û arezûya xwe tîne li ser zimîn û ti girêdaneka metodî tineye.

7- Di çanda helbestî de ji bilî têgihiştin, gotûbêj û lidûçûnê, jiberkirin heye, yanî li vir jiberkirineka bêtêgihiştin, lê belê di çanda eqlanî de tu li mijaran têdigihêjî û pîvandin li gorî hizirîn û eql in….

Xalên cuda û qadên berawirdkirinê yên di navbera wan her du çandan de gelek in û giring in, û dikare bên zêdekirin, hêvîdar im gotûbêjên cidî bi xwe re bîne.

Share.

Leave A Reply