Pêşewa Mihemed

Ji soranî: Memê Mala Hine

Eşkere ye ku edebîyat tu car nabe sîyaset. Edebîyat bi wê firehî û qada xwe ku jê rê edebîyat tê gotin, tu car nabe eydê tu kom, civat, rêxistin û bizaveke sîyasî. Bêguman wek henekbazek di qada sîyasetê de roleke girîng û bibandor a edebîyatê heye. Ango firehîya edebîyatê tu car nabe sîyaset. Bi gotineke din edebîyat serbixwe ye. Lêbelê di eynî demê de edebîyat tim li ser cîhana sîyasetê nirxandinan dike û di vê qadê de her tim henekbazeke pêşeng û jêhatî ye. Bi maneyeke din, edebîyat li gor meyla civakî û rewşa sîyasî ya civatekê pêşketiye. Wek mînak di edebîyata me ya kurdî de gelek merhaleyên edebî hene ku hetahetayê bi nav an jî merhaleyeke sîyasî tên naskirin. Li ba me bi navê edebîyata bergirî merhaleyeke edebî heye. Her wisa bi navê edebîyata pevçûnê jî merhaleyek heye… Bêguman li gor ramanên cihê, ev cure merhaleyên edebî ku sîyaset rê û dirba wan destnîşan dike, di gelek edebîyata miletên din de tên dîtin û xwendin. Edebîyata serdema navîn a Ewrûpayê û beşeke mezin a edebîyata rûsî delîlên vê rastîyê ne.

Sîyaset û merhaleyên sîyasî yên ku rêberên rê û dirba edebîyata me bûn xisareke gelek mezin û bibandor da pêşketina edebîyatê û nehiştîye ku ev rewş û fezaya xwezayî ya edebîyatê geş bibe. Lêbelê dîtineke din jî heye ku dibêje di wê merhaleyê de jî edebîyat wek hêzeke bibandor a civatê derdikeve pêş û tev li xebata bidestxistina azadîyê dibe. Ango dixwazim bêjim ku di hemû dem, dewran û merhaleyan de gotin û pirs û gumana cidî û bibandor a edebîyatê li ser wê qadê hebû ku jê re sîyaset tê gotin.

Çawa ku hertim gotin, pirs û gumaneke cidî û berdewam a edebîyatê li ser sîyasetê heye, di eynî demê de edebîyat ji bo ku ji nav geremola sikîya nav sîyasetê xweşîkahîyan derxe bi awayekî berdewam hewleke eşkere û şidyayî daye. Ango ew xweşikî û însanîyeta ku sîyaset di her rewşê de ji mirovahîyê distîne, ji hêla edebîyatê ve ji nû ve lê tê vegerandin. Herçiqas pîyekî edebîyatê tim di nav sîyasetê de be jî di rastîyê de rêya sîyaset û edebîyatê du rêyên ji hev cihê ne û tu peywendî (armanca wan) wan tev li hev nake. Edebîyat ji ber xwezaya xwe, tu car wî tiştê ku sîyaset dixwaze bi dest bixe, nayne bîra xwe jî. Xewna edebîyatê bidestxistina biha û norma xweşîkahîyan e ku sîyaset wan wêran dike û ji nav dibe. Karê edebîyatê li hember cengawerekî, berdana guleyeke ber bi tarîyê nîne. Karê edebîyatê ew e ku li vê dinyaya ku ji ber şer wêran bûye, wê xwelîya ku paşmayîya şer e nîşanî me dide û ji me re dibêje ku a li vir, di nav şeran de her kesî hevûdu dikuşt û xweşîkahî bênav dikirin û hîn jî xweşîkahî, mirovahî û hestên nazik mane.

Ew peywira ku edebîyat hildaye ser milê xwe bandoreke bêpîvan li ser dîtin û nêrîna xelkê kiriye. Ji alîyekî din ve pirs, nêrîn û gumana edebîyatê li ser dinyaya sîyasetê, piştî lihevhatin û şerên xwînî derketine. Edebîyat û edîban her tim li ser encamên şer û nakokîyan gotina xwe kiriye. Edîb kesên wisa bûn ku her tim hesta xwe li hember karên nemirovî nîşan dane ku piştî her bûyereke sîyasî diqewimin.

Mijara vê nivîsê li ser du tekst, ezmûn û edîbên cihê ne. Lêbelê naveroka herdu vegotin û tekstan li dora eynî ast û mijarê dizivire. Ango mijara herdu tekstan lêgerîna bersiva wê pirsê ye gelo bav tê kuştin an jî danûstendin pê re tê kirin?

Berîya ku werim ser nirxandina tekstan û wan bidim ber hev, divê li ser têgeha bav bisekinim û wê yekê vebêjim ka di vê nivîsê de bav di kîjan maneyê de tê bikaranîn. Dema ku mirov li ser bav xeber dide, di eynî demê de li ser hin desthilatî û sînorekî fireh xeber dide ku endamên din ên malbatê ne xwedî wan desthilatî û sînoran e. Ango bav xwedî wê desthilatdarîyê ye ku dikare bi rêk bixe, ferman bide û heta radeyekê dikare endamên malbatê bi kar bîne. Di navbera hikumet, desthilatdarîya welat û bav de şibîneke zêde heye. Bav, di dinyaya biçûk a malbatê de xwedî wan desthilatdarîyan e ku hikumet an jî desthilatdarîya welêt li ser sînorekî firehtir pêk tîne. Ango di vê nivîsê bav nayê maneya wî bavî ku em hemû dizanin û di her malekê de heye. Di vê nivîsê de bav tê maneya sîstema hikumranîya welêt an jî desthilatdarîya sîyasî ya bilind.

Divê ez vê jî bibêjim ku di vê nivîsê de tenê ji alîyekî ve li ser herdu tekstan disekinim û xeber didim. Ango ji alîyê sîyasî ve, bi gotineke din bi awayekî sîyasî tekstan şîrove dikim û naxwazim di vê nivîsê de li ser alîyên din ên van herdu tekstan biksekinim.

Çawa ku ewil min destpêkek ji bo vê nivîsê danî, divê wisa jî kurteyek li ser herdu tekstan binivîsim ku ez niha li ser wan xeber didim.

Du tekstên cihê

Hesar û Kûçikên Bavê Min yek ji romanên herî navdar ên Şêrzad Hesen e. Ev tekst behsa jîyana malbateke wisa dike ku bûye bindestê bav û hemû endamên vê malbatê ji ber tevger, dilhişkî û helwestên dîktatorî yên bav êş dikişandin. Di vê malbatê de bav sînor ji bo her tişt û kar danîye. Lêbelê endamên malbatê û zarokên wî bavî xwedî tu mafekî nînin. Zarokên bindest û zilmlêkirî yên ku dibin qurbanên dilreqî ya bav sîmayên berçav ên malbatê ne. Bav di vê malbatê de rê li ber mafên herî biçûk û destpêkê yên hemû endamên malbatê digire. Ev rewş heta ku yek ji kurên bav, ji ber wî barê nexweş bêzar bibe û kur bavê xwe bikuje dewam dike.  Dûmahîka romanê ji bûyerên piştî kuştina bav û rizgarbûna endamên malbatê yên ji zilm û zordestîya bav pêk tê.

Çewlika Heywanan jî teksta xweşik a nivîskarê îngilîz George Orwell e. Ev tekst behsa çewlikekê dike ku tê de heywanên curbicur hene. Ev çewlik ji hêla mirovan ve tê birêvebirin. Piştî jîyaneke dirêj a bindest, bi jîyana xwe dihesin û êdî naxwazin wisa bindest jîyana xwe bidomînin. Ji ber vê jî piştî plan û gengeşîyên bikitekit li hember mirovan şoreşekê pêk tînin û çewlikê dixin bin destê xwe. Dûmahîka romanê jî ji encamên şoreşê û xeberdanên li ser rewşa heywanên li çewlikê ya piştî şoreşê pêk tê.

Berawirdkirin û Nirxandin

Eşkere ye ku firehîya herdu tekstan (ji wê bergeha ku ez li ser behs dikim) xeberdana li ser alîyekî sîyaset û dijayetîya li hember zilm û zorê ye. Lêbelê herdu tekstan bi çend awayên cihê behsa wê mijarê kiriye. Bi bawerîya min, mijara li pişt herdu tekstan ji lêgerîna bersiva wê pirsê pêk tê: Eger bav (sîstema sîyasî û hikumranî) xirab bibe gelo divê were hilweşandin an jî pê re danûstendin were kirin û li ser rewşa xirab ku wî çê kiriye were agahdarkirin? Dema ku şoreşek ji bo jinavbirina desthilatdarîyeke sîtemkar pêk tê, gelo çiqas giring e ku mirov li ser sibêroja şoreşê bifikire û bipirse ka şoreş ber bi kuderê diçe? Gelo li ser wê yekê tê fikirîn an jî garantîya wê yekê tê dayîn ku şoreş dojeheke ji rewşa berê xirabtir wê ji bo xelk çê neke?

Bi dîtina min bersiva van pirsan xeteke serekî ya herdu tekstan e. Lêbelê mîna ku min behs kir, du cihêtîyên berçav ên van berheman hene ku ez ê ji vê şûnde hewl bidim van cihêtîyan nîşan bidim. Di dawîyê de jî ez ê wan xalan nîşan bidim ku herdu tekst di nav armancekê de digihînin hev.

Şêrzad Hesen di Hesar û Kûçikên Bavê Min de di nav firehîya sîyasetê de gengeşîyek dide destpêkirin. Wî malbateke wisa nîşan daye ku bav di navenda wê de ye û hemû endamên din ên malbatê jî sernerm û îtaetkar in. Wî desthilatî û sîstemeke wisa ya hikumranîyê nîşan daye ku hevwelatîyên xwe an jî xelkê sîvîl kiriye bindestê daxwaz û berjewendîya xwe û zilm li xelkê dike. Wêneyê bav ê di nav hesarê de, tenê wêneyê wî bavî nîne ku em hemû di nav mala xwe de dibînin, lêbelê ew wêne desthilatdarîyeke fireh û hikumranîyeke temam a civakê temsîl dike. Her wisa wêneyê wê malbatê tenê wêneyê malbateke biçûk a wekî me nîne, lêbelê wêneyê temam ê xelkê sîvîl e. Dîyalekta navbera bav û malbatê ya di nav teksta Şêrzad Hesen de, ew dîyalekt e ku di navbera hevwelatîyên civakê û wê sîstemê de ye ku desthilatdarîyê dike. Di wê tekstê de Şêrzad Hesen bi rêya nakokîya malbat û bavekî, yan jî kur û bavekî senaryoyeke pevçûna civak û sîstema desthilatdarîyê ji me re dinivîse. Nivîskar ji me re dibêje ku desthilatdarîyeke zordest heye, guh nade zilm û zora ku li civakê tê kirin. Ya ku tê paşguhkirin xelk e. Gelo di rewşeke wiha de li hember desthilatdarîyê çi were kirin? Gelo egera xirabbûna desthilatdarîyan çi ye? Gelo ji bo bidawîanîna her zilmekê divê desthilatdarî were hilweşandin (ango bav were kuştin) an jî çareyên din hene?

George Orwell di Çewlika Heywanan de qala eynî pirs û mijarê kiriye. Em di wê tekstê de vê pirs û mijarê bi form û karaktereke din dibînin. Çewlikek heye ku tê de heywan hene û ev çewlik ji hêla mirovan ve tê birêvebirin. Em dibînin ku di vê çewlikê de bav mirov in; malbat û xelkê sîvîl jî heywan in. Qet gumana min tuneye ku George Orwell heta wê kêlîya ku şoreşa heywanên di çewlikê de li hember mirovan pêk tê, heywan şibandine civatê. Xelk, bêdeng û bi razîbûnê desthilatdarî û sîstema hikumranîyê qebûl dike û guh nade wê zilma ku lê tê kirin. Heywan demeke dirêj bindestîyê qebûl dikin û piştre wekî kurê di nav hesarê de bi xîret dibin û li hember wan mirovên ku zilm li wan dikirin, serî hildidin û mirovan ji çewlikê derdixin. Eger Şêrzad Hesen ew dîyalekt bi guhertina desthilatdarîyê ji hêla civak û xelkê sîvîl ve û bi rêya kur û bavek an jî malbat û bavekî veguhastibe, George Orwell jî eynî tecrubeyê bi rêya çewlikek, komek heywan û mirovan vediguhezîne.

Di rastîyê de di van du tekstan de li ser têgehiştina şoreş û sîyasetê ramaneke fireh heye ku ji têgehiştina ramana sîyasetmedaran a li ser şoreşê cihê ye. Ew têgehiştin jî cihêtîya navbera nirxandina edîb û edebîyatê ya li ser dinyaya sîyasetê ya li hember sîyasetmedaran cihê dike. Ew raman jî nîşandan an jî dîtin û xêzkirina wî wêneyî ye ku piştî kuştina bav çê dibe û hewldan ji bo dîtina alternatîfekê tê kirin. Wekî ku dibînin Şêrzad Hesen di Hesar û Kûçikên Bavê Min de bi kuştina bav ji me re dibêje ku dema ku desthilatdarîyek sîtemkar û dîktator bibe divê were jinavbirin. George Orwell dema ku bi rêya heywanan mirovên desthilatdar ji nav dibe, ji me re dibêje ku divê desthilatdarîyên sîtemkar û dîktator werin jinavbirin. Lêbelê piştî jinavbirina wê desthilatdarîya sîtemkar, Şêdzad Hesen bi rêya tevlihevî û bêserûberî û belawelabûna malbatê ve wêneyê wê têkçûn û rewşa metirsîdar xêz dike ku piştî kuştina bav û jinavbirina desthilatdarîya bilind pêk tê. George Orwell jî nîşan dide ku piştî ku heywan desthilatdarîyê bi dest dixin, di nav çewlikê de tevlihevî, bêpergalî çê dibe û heywan desthilatdarîyê bi awayekî xirab bi kar tînin. Ew jî eynî wêneyê metirsîdar xêz dike ku piştî şoreşan di nav civak û hevwelatîyan de pêk tên.

Ka em mînakeke sade ji teksteke din bigirin û bala xwe bidin Yaşar Kemal. Wî, di romana Memê Zirav de wekî Şêrzad Hesen û George Orwell behsa jinavbirina bavan kiriye. Derfeta jinavbirina desthilatdarîyê (bav) di berhemên Şêrzad Hesen û George Orwell de hebe jî, di berhema Yaşar Kemal de ev derfet nîne. Lewre piştî kuştina axayan jî dawî li axatîyê nayê û ew dibêje ku sîstem tu carî nayê jinavbirin. Di nav van her sê tekstan de şibandineke mentiqî tê dîtin. Rast e, li ba Şêrzad Hesen û George Orwell hilweşandin û jinavbirina desthilatîyên sîtemkar heye, lêbelê di eynî rewş bi awayekî din didomin ku Yaşar Kemal behsa wê yekê dike ku ji hêla desthilatdaran ve dawî li zilm û zordarîyê nayê. Rast e, Yaşar Kemal bi awayekî rasterast û berdewam dibêje ku dawî li axayan nayê. Lêbelê têkçûn û tevlihevîya malbatê ya piştî kuştina bav a li ba Şêrzad Hesen û her wisa serdestîya komek heywan li ser komeke din a heywanan û xirabbûna jîyana heywanên din ên li ba George Orwell û hebûna eynî tirsê li ba Yaşar Kemal nîşan didin ku zilm û zordarîya desthilatdaran a li hember xelk bi dawî nayê.

Derencam

Eşkere ye ku bi xwendin û têgihîştina herdu tekstan digihîjin wê encamê ku eger desthilatdarîyek xirab bibe divê were jinavbirin. Lêbelê dema ku em bêtir bala xwe didin tekstan digihîjin fikreke wisa ku bi wê encamê re li hev nayê. Ew jî ji ber nîşandana wê rewşê ye ku piştî şoreşê pêk tê. Li ba Şêrzad Hesen û George Orwell piştî kuştina bav ji bo hevwelatî û gel û civak rewşeke wisa pêk tê ku ji rewşa berîya şoreşê cihê nîne. Lêbelê ji bo ku ew rewşa xirab baş be, bav hatibû kuştin. Ango li vir em digihîjin wê pirsa ku dibêje gelo li dewsa kuştina bav, ma pê re danûstendin bihata kirin wê baştir nebûya?

Lêbelê dema ku şoreşek ji bo nehiştina zilmê çê dibe û desthilatdarîyekê hildiweşîne, piştî wê şoreşê eynî zilm û zordestî dubare bibe. Ma gelo berîya ku desthilatdarî were hilweşandin, pê re danûstendin neyê kirin? Gelo desthilatdarî dizane ka danûstendin çi ye? Eger desthilatdar bixwe maneya danûstendina bi hevwelatîyên jêrdest re bizanîya. gelo şoreş çê dibû? Eger desthilatdarek xirab, zordest û dîktator be divê çi were kirin? Ango herçiqas Şêrzad Hesen û George Orwell li ser hilweşandina desthilatdarîya sîtemkar hevbîr bin jî bala me dikşînin ser metirsîya piştî kuştina bav. Wê yekê li pêş çavên me eşkere dikin ku hilweşandina desthilatdareke zordar û sîtemkar çiqas girîng be jî fikrîna li ser rewşa piştî kuştina bav hîn girîng e. Lewre ew dixwazin bipirsin ka piştî hilweşandina desthilatdarîya yekem çima şoreş xirab dibe, eynî zilm û zordestîya berê diqewime? Lêbelê em dibînin ku li ba Şêrzad Hesen û George Orwell piştî kuştina bav herçiqas herdu jî rewşeke ji ya berê xirabtir nîşan bidin jî herdu jî pencereyeke vekirî hiştine ku divê ji berê ve amadekarî were kirin ku piştî kuştina bav ev rewşa hanê çê nebe. Ango em dibînin ku li ba herdu nivîskaran nefes û hêvîyek ji bo desthilatdarî û hikumranîyê heye.

 

 

Share.

Leave A Reply