Perwîz Cîhanî
Yek ji kelayên navdar yên Kurdistanê Kela Dimdimê ye. Ev kelaya li ber bûyerên ku li ser wê qewimîne û hegera avakirina wê di dîroka Kurdistanê da pir giring e. Mijara wê ji bo gelek dîroknivîs, nivîskar û lêkolîneran bûya jêdera afirandina berhemên toreyî. Ji bilî berhemên nivîskî ta niha bi herdu zaraveyên Kurmancîya jorîn û ya jêrîn bi dehan beyt li ser vê kelayê hatine gotin. Lê ji bilî nivîsarên dîrokî, roman û helbestên ku li ser vê kelayê hatine nivîsîn, menzûmeyek jî bi navê “Beyta Kela Dimdimê” di nav arșîva destnivîsên Kurdî ya koleksîyona Eliksander Jabayî da heye, ku bi navê Feqîyê Teyran hatîye qeydkirin. Lê naveroka vê menzûmeyê nîșan dide ku menzûme ne ya Feqîyê Teyran e. Di vê kurtegotarê da em ê bi arîkarîya naveroka wê beytê bixwe binecî bikin ku ew beyta ne ya Feqî ye û bi șașî bi navê Feqî hatîye qeydkirin.
Mêjûya Kela Dimdimê
‘Kela Dimdim‚ ‘kelayeke mêjîn e ku li serdema Sasanîyan li Kurdistanê hatîye çêkirin. Ew li serdema serketina ereban li ser Îran û Kurdistanê kavil dibe. Lê li destpêka sedeya yazdehema mișextî ew kela ji layê ‘Emer Xanê Biradistî naskirî bi Xanê Lepzêrrîn tê nûjen kirin. Navê Xanê Lepzêrîn di jêderan da weke: Emîr Xanê Biradost, Emîr Xan zerrîn çeng û Emîr Xan çolaq jî hatîye.
Xanê Lepzêrîn ev ‘kela li hember zor û zulma șahên Sefevî li ser Kurdan û bi mebesta serxwebûnê ava kirîye. Ev kela ketîye nîveka çemê Barandûz û gelîyekî ku bi navê Gelîyê Xan bi nav û bang bûye. Roja îro navê wî gelîyê Gelîyê Qasimlû ye. Kela ketîye 18 km. Bașûrrojavaya bajarê Ûrmîyê û rêka Ûrmîye bo Ûșnîyê li ber wê kelayê ra derbas dibe.
Dema ku șahê Sefevî bi nîyeta Xanê Lepzêrîn agadar dibe, ferman kavilkirina wê kelayê derdixe û kela piștî yanzdeh salan li ber xwe dide û di dawîyê da bi xiyaneta kurdan bixwe, kela piștî șerekî xûnîn sala 1018ê mișextî beranberî 1609-10 ê zayînî kavil dibe.
Serborîya vê kelayê û serhildana Xanê Lepzêrîn li dijî șah ‘Ebasê Sefevî bi hûrgilî di pirtûka ‘Alemarayê ‘Ebbasî da hatîye nivîsandin. Nivîskarê vê pirtûkê Iskender Begê Munșî dîroknivîs û veqayi’nigarê derbara șah ‘Ebas e.
Kela Dimdimê di edebîyata Kurdî de
Di edebîyata Kurdî de ta niha çend roman û helbest û gelek lêkolîn li ser Kela Dimdimê hatine nivîsîn. Hanîna navê wan hemû berhemana di vê kurtegotarê da dê bibe hegera dirêjayîya gotarê. Li ber wê em xwe ji nasandin û hanîna navê wan berhemana diparêzin. Lê menzûmeyeke destnivîs bi navê “hikaya șerrê li ser kelîya Didimê” di nav koleksîyona Elêksander Jabayî da heye, ku bi navê Feqîyê Teyran hatîye qeyd kirin.
Ev berhema ji 67 malikên musecce‘ pêk tê. Gava ku mirov bi çavekî rexnegirane û bi pisporî li vê menzûmeyê dinêre, mirov dibîne ku ev menzûmeya ne ya Feqî ye û bi șașî bi navê Feqî hatîye qeyd kirinê. Lewra xudanê vê menzûmeyê di naveroka wê da xwe dide nasandinê û navê xwe dibêje. Herwisan gava ku mirov vê menzûmeyê digel dîtir berhemên Feqî heldisengîne mirov dibîne ku hem li bara șêwaznasîyê da û hem jî li bara devokê da hîç rêç û șopeke Feqî di wê da nayê xûyan. Herwisan helbest li bara edebî û darêjka xwe da jî gelekî lawaz e.
Baș e eger ev menzûmeya ne ya Feqî be, çima û li ber çi bi navê Feqî hatîye nasandin? Emê bersiva vê pirsyarê di rêzikên xwarê de bidin.
Em dizanin ku Feqîyê Teyran sala 1041ê mișextî çavên xwe ji vê cîhanê miçandîye û çûye ber dilovanîya Xudayê xwe. Kela Didim jî sala 1018ê hatîya kavilkirin. Wate dema ku ew kelaya ketîye destê Sefevîyan hînga Feqî li jîyanê bûye. Yanê Feqî û Xanê Lepzêrîn hevserdem in. Belkî jî Feqî ew șera bi çav jî dîtibe û dibe ku menzûmeyek jî li ser wê kelayê nivîsîbe, lê ev menzûmeya ku em li ser dinivîsin, ne ya Feqî ye. Lewra xudanê vê menzûmeyê di malikên 30 ta 33 yan da navê xwe diîne û weha dibêje:
30
Ez ji xîreta Nebî me
Ez şêrekî mukrî me
Xan Ebdalê bohtî me
Ez jî bi navê wî me
31
Bohtan ev nav gerande
Babim bihîst hebande
Îna li min nihande
Bi vî navî ez jê xwande
32
Kesê ku lê ev nav bî
Îlla ku Xan Ebdal bî
Şerm e ku ew zirav bî
Xetma vî ne timam bî
33
Xetmê nekim temam e
Bi sih cuzû kelam e
Ji vir heta vi Şam e
Ev nav li min heram e
Xudanê vê helbestê bi ronahî dibêje ku navê wî Xan Ebdalê Bohtî ye û dibêje navê mêrxasîya Ebdal Xanê Mukrî li Bohtanê gerîya û deng veda. Dema ku bavê min ev nava bihîst, ew nav heband û ew nava li min kir û navê min jî kir Xan Ebdal. Dû ra dibêje ku navê min Xan Ebdal e, dibêje ez jî bidim ser rêça xudanê wî navî û serî li ber neyaran netewînim. Eger ez wisan nekim, bila ev nava li min heram be.
Lê tişta ku bûye heger ku ev helbesta bi navê Feqîyê Teyran hatîye weshandinê ew e, ku navê Feqî jî di dawîya helbestê da weha hatîye:
66
Wan hemî rûsipî bin
Muqîm li nik Nebî bin
Di Cenneta baqî bin
Mehderçiyê me û “Feqî” bin
67
Di paşî van qisan ra
Ji Nebî û Ewliyan ra
Ji Mîm û Hê û Xan ra
Fati‘he ji ru’hê wan ra
Ev her du bendên vê helbestê bûne heger ku ev helbesta bi navê Feqî bête navandin. Lê lêkolerên me baş li vê helbestê hûr nebûne ku bizanin helbestvanê vê helbestê du’a dike û dibêje bila ew şehîdana li cinnetê bin û ji me û Feqî ra mehderçî bin. Dema ku mirov vê helbestê weha dibîne, bo mirov ronahî dibe ku helbest ne ya Feqî ye. Çun eger daner û bêjerê vê helbestê Feqî ba, êdî nedibû ku Feqîyê Teyran bixwe bêje ji me û Feqî ra fati’heyan bixwînin.
Eger em hindekê li berhemên Feqî hûr bibin, em dê evê razê ser vekin. Em dizanin ku Feqî çîroka “Şêxê Senian” li ber ya Şêx ‘Etarê Nîşapûrî nivîsîye. Feqî ji bo qedirgirtina hostayê xwe û herwisan ji bo wê ku karê wî neyê rexnekirin, di nav helbestên xwe da navê Şêx ‘Etarê Nîşapûrî diîne û ewî wekî qehremanekî çîrokê bi nav dike.
Dibe ku helbestek Feqî ya li ser Kela Didim hebe, ku Ebdalê xudanê vê helbestê ew helbest xwendibe û li jêr kartêkina wê de ev helbesta nivîsîbe. Dû ra jî li ser rêça Feqî ketîye û ewî jî navê Feqî di helbesta xwe da anîye.
Ji bilî wê hindê ku xudanê vê helbestê bi eşkeretî navê xwe anîye, li bara şêwaznasîyê de jî ev helbesta nikare bibe ya Feqî. Em dizanin ku hîçyek ji helbestên Feqî bi vê şêweya ku ev helbesta hatîye vehûnanê nehatiye nivîsandin. Ev helbesta ji bendên çarînekî pêk hatine û her çar nîvmalikên wê hevqafîye ne. Lê helbestên Feqî yên wekî wê tunene.
Xala sêyem ku piştrast dike ev helbest ne ya Feqî ye ew e ku gelek peyvên ji serdema Feqî nûtir di vê helbestê da hatine emilandin. Peyvên ku mirov di hîç helbestek Feqî da rastî wan nayê û eger hebe jî pir kêm e. Peyvên wekî: destûr, pirceger, qerf, kenkaş, dabaş, bisûhatin/ bûn, çek û rext, qorçî, giriftar, rande, daberistin, vêkra, têkra, pêkra, jêkra, rengdan, hawîr, kîjêd ciwan…
Niha em ê pêk ve vê menzûmeyê bi hûrgilî bixwînin û bibînin ku ev menzûme ne ya Feqî ye.
1
‘Helal kirîye Tahayî
Mezhebê ve kêr nayê
Em dimirin nayêne rayê
Axret xoştir e ji dunyayê
2
Qeda li dunyayê bikevî
Dê rûreş bin li nik Nebî
Qebûl nekin vî mezhebî
Hemîyan go: Bila ve bî
3
Hemîyan rayek ve kir
Go aferîn ‘ehda te kir
Avêtin tac qebûl nekir
Li ser xatira Ebûbekir
4
Li ser xatira ‘Umer e
Di rêya pêxember e
Xwe bikin ‘ker bi ‘kere
Rûsipî bin da di meş‘here
5
Rûsipîtiyê di me‘hşer kin
Herrinê wan ‘ker bi ‘ker kin
Bi gotina pêxember kin
Şehîd bin dinê terk kin
6
Şehîd bin terka dinê kin
Navekî ji xwe ra çêkin
Bes e ‘kelê asêkin
Rabin vêkra hew lêkin
7
Rabû Xanê Zêrrînzende
Sub‘hê vekir derbende
Xelqê cindî dixwende
Reşandin zêrr û qend e
8
Zêrr û xil’et da wane
Kamil ku bû dîwan e
Go: Her çî bi îman e
Sub’hê werine meydan e
9
Sub’hê roja şerran e
Bikine axirzeman e
Desti li sîngan dane
Serê me di qebza Xan e
10
Di qebza Xan e li meydan
Bifikirine şêremerdan
Hemîyan ku ev xeber dan
Şehîd bûn dinê berdan
11
Dinê berda ‘ewanan
Le’inet bî li kal û canan
Vêkra biçine sultanan
‘Ecem nekin emanan
12
Subhê çûne ‘ecem e
Esker rûbar û çem e
Di pêş tê Xan edhem e
Girtin dora Dimdime
13
Li bin Dimdimê westa bûn
Ceyşê ‘ecem ku rabûn
Leşker ku lê cema bûn
Te digo qiyamet rabûn
14
Dî dema nû ji av e
Li Dimdima çak di nav e
Ev kafir taczirav e
Bû sewaş û qetl û rav e
15
Sewaş û qetl û ceng e
Hisar e pir tifeng e
Jê dibarin pereng e
Hingî tîr û xedeng e
16
Hindî ku ev ‘hisar in
Pereng ji wan dibarin
‘Ecem di bê Çaryar in
Lewra di de’wadar in
17
Lewra tên wek berazan
Li xwoşmêran, li şahbazan
Berdane gaze gazan
Êriş birine endazan
18
Êriş birine kullekan
Top avêtine şebekan
Wekî baran û şurrekan
Têk dirêjin tifingan
19
Têk dirêjin ji banî
Tifing û tîr didanî
Xaliq bi wan dizanî
Bû roja axirzemanî
20
Xaliq bi wan xebîr e
Derhatin can û pîr e
Dirêjin top û tîr e
Rûsipî bin Xan û Mîr e
21
Rûsipî bit Xan Ebdal e
Dirêjkirî mertal e
Çi şêrekî bê mîsal e
Dema ku bûye qal e
22
Dema ku bû sewaş e
Dergeh ku dane paş e
Bû gazî û şabaş e
Ji hev dêxistin laş e
23
Ji hev dibirin dîl e
Bûye qirên û qîl e
‘Aciz bûn betl û fîl e
Beristine hev bi ‘hîle
24
Bi ‘hîle û bi lêb e
Wan kuştin bê hisêb e
Lazim dê yek yêkê be
Go: bess e heta sube
25
Sub‘hê çûn ‘eresatê
Xelqê di vê bisatê
Kafir lê dikin xebatê
Hatine bin qeli’atê
26
Di qeli’atê veristin
Li dijminan qelistin
Bû ceng û daberistin
Heft hezar jê êxistin
27
Ji hev xistin heft hezar e
Qoçî xelqê bijar e
Bûye hewar hewar e
Qet Rom nebû diyar e
28
Xeber nehat ji Romê
‘Aciz bûne ji domê
Xelqo jê mekin lomê
Hûn bifikirin li komê
29
Hûn binêrin li Xan e
Çi hîkmet pehlewan e
Rom nayêne di han e
Xîret karê mêran e
30
Ez ji xîreta Nebî me
Ez şêrekî Mukrî me
Xan Ebdalê bohtî me
Ez jî bi navê wî me
31
Bohtan ev nav gerande
Babim bihîst hebande
Îna li min nihande
Bi vî navî ez jê xwande
32
Kesê ku lê ev nav bî
Îlla ku Xan Ebdal bî
Şerme ku ew zirav bî
Xetma wî ne timam bî
33
Xetmê nekim temam e
Bi sih cuzû kelam e
Ji vir heta vir Şam e
Ev nav li min heram e
34
Heram kirin birestin
Rabûn û çek vebestin
Destûr ji hev dixwestin
Sitîyan qedem şikestin
35
Ser ta qedem têk werbûn
Sitî di sor û zer bûn
Fêris di pirceger bûn
Di nêv kelê bi der bûn
36
Kela ku sed sitî tê
Çi nazik û cindî tê
Bi guhar û zêrrbenî tê
Me li halê wan girî tê
37
Girîyê min tê digel wan
Nazik û qamet selwan
Dema dertên ji xelwan
Qerfan dikin bi ser wan
38
Qerfan dikin beşer tên
Hindî ji min xezel tên
Nalîn û sed ‘emel tên
Hêstirêd min di gel tên
39
Hêstirêd min ji hûr tên
Nalînêd min ji dûr tên
Ji dax û kovanêd sûr tên
Xelqo ji daxê kûr tên
40
Xelkê di vê gengaşê
Werin bi ser sewaşê
Guh bidine vê dabaşê
Çi dibêje metn û ‘haşê
41
Çi dibê metn û nivişte
Wan şêran zend vemişte
Qebzê şîran herişte
Çûne cihê du kuşte
42
Çûn û jê rûbirû bûn
Ejder qewî bi sû bûn
Betlêd duhî li kû bûn
Şerrê duhî qet çû bûn
43
Ev şerek bê meal e
Betlêd di bê mîsal e
Dirêj kirin mertal e
Ku lêk bidin mecal e
44
Dê lêk bidin ku wext e
Şidandin çek û rext e
Firrîn tali’ û bext e
Şah rabû hate text e
45
Bohtan hemî bi mîr ve
Demek sekinîn bi şîr ve
Kifin di bin çengî ve
Kafir hatin ji pîr ve
46
Kafir di dil qewî ne
Dema ku wan dibîne
Heybet li wan ketî ne
Qurcî nizanin kî ne
47
Qurcî di bê hisêbin
Pirs û pirsyar ne ‘êbin
Hûn dê mêwanê kê bin
Aza di rêya Xwedê bin
48
Aza di rêya Xwedah bin
Emê di pir gunah bin
Mêwanê xelîfê şah bin
‘Xazî di rêya Ellah bin
49
Me gazî kir Cebbar e
Emê di giriftar e
Xelîfe îxtiyar e
Em dê biçin diyar e
50
Xelîfe çûn nişan de
Şîrê hêşîn kişande
Serî ji laş firrande
Hersê jî kirine rande
51
Bab û pis û biraz e
Hersê kirin cenaze
Bi şîrekî dilxwaz e
Bû şîn û gaze gaz e
52
Hersê vêk ra dêxistin
Qevzêt şîran heristin
Bû ceng û daberistin
Bi hezaran mêr jê kuştin
53
Lê dixistin wan bi newbet
Xan Ebdal kir îşaret
Carek dî jê bi kînayet
Ber Muhemmed selewat
54
Selewat anîne vêkra
Wan rim hejandin têkra
Bi xencer hatine pêkra
Bi hizaran kuştin jêkra
55
Kuştin ji Xan û Mêran
Bi tifing û top û tîran
Serqutin mislê şêran
Laş bûne mîna gêran
56
Hizaran laş li şûnê
Heftê û yêk in li çûnê
Tu dibê bi hizaran tênê
Şîran reng da ji xûnê
57
Şîran vedabû berq e
Hawîr bû terqe terq e
Yek yek ji hev nabin ferq e
Lêkdan û şerqe şerqe
58
Serî ji hev firrandin
Zirêh li hev qetandin
‘Îyar li hev dirrandin
Herma ber kirrandin
59
Ber nekirrand jê kuştin
Wan ew hemî dikuştin
Qet kesek jê nehiştin
Bû şehîdêt bihişt in
60
Şehîd bûn çûn ji xwedê ra
Ev renge govend gêrرa
Xan û ev xelqê wê ra
Beheşt û horî jê ra
61
Hemî çûn û jin man e
Kafiran ku gote Xan e
Êrîşê bîne wan e
Bînin kîjêd ciwan e
62
Qet kes nema ji der ve
Êrîş anîn bi ser ve
Li sitiyan bûye rev e
Bû dûman te digo şev e
63
Kesek kesî nabîne
Kiça Xan agirî tîne
Bi cibexanê têxîne
Kelê ji bin hiltîne
64
Kelê ji bin davêje
Hemîyan dibin dikuje
Agir jor da dirije
Kes namîne dipije
65
Hemî kuştin bi xwe ran
Şehîd bûn çûne baxan
Bihişt birin ji xweran
Gotin dima ji me ran
66
Wan hemî rûsipî bin
Muqîm li nik Nebî bin
Di Cenneta baqî bin
Mehderçiyê me û “Feqî” bin
67
Di paşî van qisan ra
Ji Nebî û Ewliyan ra
Ji Mîm û Hê û Xan ra
Fati‘he ji ru‘hê wan ra