Hevpeyvîn: Ferec Koyistanî

Laleşa Ûsiva modelîst, stîleke nû dide bebikên ku em demekê bi wan aş dibûn. Bi şikl û neqşên rengîn û otantik, bebikên xwe dişibîne qiyametek karakterên cuda û wan li bergên pirtûkan tîne. Ew, di heman demê de dîroknasa hunerê û xelatwergira sala 9an a Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurt e ku ji teref Şaxê Eğitim-Senê yê li Batmanê ve tê lidarxistin.

Ji ber ku tu dîroknasa hunerê yî jî, dixwazim ji wê serdema şikestinê ve dest pê bikim; ji te ve jî eyan e ku gelek teorîsyenên hunerê destkariya piştî Serdema Ronesansê ji nav hunerê cihê dikin û wê weke pîşekariyê disenifînin, lê gava ku mirov li bebikên te dinêre nikare hestiyar nebe û rûyekî xwe jê ve nas nebîne. Ji lewma, bi min ji bo nebîhistina van teoriyan ev bandorgirî bes e. Gelo serboriya te ya bi bebikan re çawa qewimî?  

  Bi Serdema Ronesansê re di navbera huner û pîşekariyê de veqetandinek çêbû û huner (ciwankarî) di pêşveçûn û ciyawaziyê de bi pêş ve çû, bû xwedî statu. Di sedsala 19an de, bi Şoreşa Pîşesaziyê re di aborî û civakê de guherînên mezin çêbûn. Gelek pîşe li hemberî mekîneyan bi dawî bûn. Li hemberî yekrengî û standardkirina mekîneyan ku ji estetetîkê bêpar bûn, destkarî wek hunera destan hate binavkirin. Hilberînên bi destan dihatin çêkirin bi bihayekî zêde dihatin firotin. Di sedsala 19an de, bi tevgera Art and Craftê re (huner û hunerên destan) li Brîtanyayê wek bertek li hemberî şoreşa pîşesaziyê bû bersiva guherînên civakî. Wek encameke Tevgera Art and Craftê, li Brîtanyayê dibistanên ku perwerdehiya “Hunerên Ciwan a Sepandî” didan, hatin vekirin. Heman bertekan, di destpêka sedsala 20î de bi Dibistanên Bauhausê re li Almanyayê jî dom kir û bandora xwe heta Ewropa û Amerîkayê berfireh kirin. Çawa ku diyar dibe, di sedsalên 19 û 20î de destkarî, wek “hunera destan” ji pîşekariyê hat veqetandin.

Bi pêşketina teknolojiyê re hêvî, xeyal û jiyana mirovan jî diguhere. Em di nav temenekî wisa bilez û hevrik re derbas dibin ku êdî bi hestên xwe yên bingehîn jî nahesin. Serf dikin, di cî de serf dikin. Ji ber vê yekê em xwe jî serf dikin. Her ku zêdetir dixwin, vedixwin, cilên ji hev cudatir li xwe dikin, di xaniyên nûjen de dijîn; berevajî wan zêdehiyan, di hebûna me ya hundirîn de jî kêmbûnek diqewime. Hemû tişt li dervayê me dimîne. Xetereyeke mezin a civaka serfkirinê jî ew e ku şêwaza jiyaneke standardbûyî û bireseran weke model li ber çavên me radixe. Eleqeya ku îro bo hunerên destan tête nîşandan, ji xeynî dijderketina vê hilberîneriya yekreng û şêwaza standardbûyî, daxwaza xwedîbûna tiştên herî cuda ye. Tenê bi xwe xwedî be. Lê mixabin girseyeke wiha jî heye ku bi etîketên “hunerhez” û “xwezahez” hinekî jî bi pozbilindî li hunerên destan dinihêre û têkiliya xwe ya bi hunerê re wek lutfekê dide nîşan. 

Di vê çarçoveyê de ku em werin ser bebikan, di pêvajoya hilberînê de; ji amûrên bikaranînê bigire heta bi plansazkirina cil û bergan, û îfadeya ser rûyê wan li dijî wê pergalê ye ku min li jor behsa wê kir. Qalibekî ku wan standardîze bike bi kar nayînim. Erê ûslûbek, şêweyek ku nîşan dide heye, lê her yek bebik, çi bi cil berg be, çi jî bi îfadeya li ser rûyê xwe be ji hev cudatir e. Ji xeynî karakterên xwe yên xweser, hevpariyên wan jî hene wek mînak; ji xweza, ajal û mirovan hez dikin. Bebikên rûgeş û bextewar in. Li cem min wisa têne karakterîzekirin. Gava bi temaşekirinê bebikek hestiyariyekê çêdike û ji xeynî tatmînkirina pêdiviya pêlîstokekê, xweşiyekê dide û çîroka xwe li ya temaşevanên xwe bar dike, ew payeya hunerê heq dike.

Berevajî pêlîstokên ku ji bo aşkirina zarokan tên çêkirin, şopa çavdêriyên derûnî xwe li cil, neqş û rûyên bebikên te didin der; herî pir kîjan hîs te li çêkirina van bebikan sor û motîve dike, an jî piştî qedandina bebikekê, tu xwe çawa hîs dikî?

Bawer dikim, ku ez bêjim çêkirina bebikan berhevkirina tevahî perwerde û serboriyên min e, dê ne mubalexe be. Ji wexta ku tê bîra min, ez bi destkariyê re têkildar im. Ez xwe zehf bisûd dibînim ku di malbetekê qelebalix de û li ber destên jinên jêhatî, zana û afirîner mezin bûm. (Ji ber ku medreseya kalikê min hebû, jinên malbata min jî bi edebiyate re meşgûl bûn, ji xeynî xwendina Mewlûd, Neh-cul Enam Nûbihara Biçûkan, min cara yekem beytên Feqî, Mela, Xanî û şi’rên Cegerxwîn jî ji dengê wan bihîstibû). Tim di nav hilberînekê de bûn, ne pêkan bû min wana vala bidîta. Ez jî zarokeke tebatî pêneketî bûm: Bo ku ez nekevim nav kar û barên wan min bi tiştekî ve engile dikirin, lê di dawiyê de min dixistin şirîkê hemû karên xwe. Di nav jiyana gund a rengîn û xwezayî de, karên rojane yên ji rêzê jî ku kedeke mezin dixwest diqediya, îja karên din dest pê dikir. Teşiya dirêstin, tevnan dardixistin. Fanorî, gore çêdikirin û bo cihêzê keçan nexiş, tentene çêdikirin. Min ji van karan hemûyan hez dikir lê tevn û dirûn tiştek din bûn bo min. Her qonaxekî tevnê bi serê xwe bo min mîhrîcanek bû. Gava hirî bi rengên şîrikî, gevez, tûtik, sor, zer, qiçîk boyax dikirin… Em keç jî li dora wan diçûn dihatin îllim jî me biskekî ji porê xwe yek bi wan rengan boyax dikir. Bi dû boyaxkirinê re dor dihat ristên bo emenî û xalîçeyan. Ez negihîştim xalîçeya lê her du emeniyên me yên dawî çêkirin, ez bi tilî û pêçikên xwe ketim navê. Min geh bi kutana kirkûtê tevnê qusand, geh jî nemûşê tevnê xira kir, di dawiyê de min bi çêkirina jîka erkdarkirin û ji min xilas bûn. Dengê kerkitê û dengê keçên ku dihatin bo alîkariyê tevlihev dibû, awazeke bêhempa derdiket. 

Bo havîn û zivistanê cil û berg dihatin dirûtin. Van qonaxên hilberinî cîhaneke muhteşem pêşkeşê min dikir. Dapîra min cil û bergên gundiyan jî didirût. Gava jinên gund, di bin çengên xwe de bi pirtiyan dihatin bo min şahiyeke mezin bû. Bermahiyên her perçeyekî bo min bûkên rengorengo bûn. Kirtekirta meqesê, xirexira mekîneya dirûnê, pêçana tayê masûrê bi min wek senfoniyekê dihat. Perçeyên gulgulî, sade, qedîfe, smokîn, çalîsto, sûksûk, divitîn, tîrevîre, jorjet, yunlî, terlen, çît, pazên, empirme… rengê perçeyan ruhê wan jinan jî derdixist holê. Jinên ku cilên wan rengîn bûna, dor û milêkên ku di karan de li xwe dikirin jî rengîn bû. Tu tişt nedihat avêtin, heta bi perçeyên piçûk wek nivişt dihatin birîn, ji dergûşa re kum dihatin dirûtin. Ez piçekî delalî bûm, ji min tişt texsîr nedikirin. Ez di nav vê cîhana rengîn de zarokatiya herî xweş jiyam. Her kêliyên zaroktiya min bo min cureyekê xweşiyê ye. Di yanzdeh saliya min de ku em hatin bajêr, ew cîhana rengîn ji bo min qediya. Piştî ku lîse qediya çûm qûrsa dirûn û neqşê, bi dû re jî min mamostetiya heman karî kir. Di sala 1995an de, bi hatina me ya mecbûrî ya Stenbolê re jî ew karê mamostetiyê bi perwerdehiya sêwirîneriya modayê re vê carê veguherî modelîstî/stîlîstiyê. Welhasil, di jiyana min de destkarî tim hebû, geh di jiyana rojane de wek mijûliyekê, geh jî wek kar xwe da nîşan.

Piştî ku min bi derengî beşa Dîroka Hunerê jî qedand, ketim nav lêgerînekê bê min ê çi bikira. Bi qasî du salan, min bi hevalekî re hem karê ziman, lêkolîn û edebî kir hem jî bo aboriyê me bi hev re dikanek bi rê ve bir. Bo projeyekê nû me karê dikanê bi dawî kir. Dîsa ketim lêgerînekê, lê vê carê min dixwest ku hemû tecrube û perwerdehiyên xwe bi kar bînim. Bila huner jî edebiyat jî hebûya tê de. Di lêgerîneke wiha de ev fikir derket û kemilî. 

Min di destpêkê de bo ceribînê çend bebikên ji goreyan çêkirin, lê hey min lê zêde kir heta ku şêweya min diyar bû. Heta deh salen ewil jî min sererast cilên hazir nedikirîn, ji ber karê min ê stîlîst/modelîstiyê hemû cilên xwe min bi xwe didirûtin, tiştên wek fanorî, qazax jî dîsa min bi destan çêdikirin. Ji ber van hêla aksesûar, ta, perçe (curêyên qumaş)… Têra xwe malzemeyên min hebûn. Bi çêkirina bebikan, min xwe di cîhana xwe ya zarokane de dît. Ew cîhana rengîn, zengîn û xwezayî bi hemû hestên xwe zindî dibû êdî bo min hemû cilên ku nedihatin lixwekirin, perçeyên jibermayî, goreyên rengîn, bişkok, morî, qurdêle, ta… Hemû amûrên bebikên min bûn. Ewilî min bebikên derketin holê bi malbata xwe re par ve kirin, bertekên xweş nîşan dan, bo bibûna alîkar sandiqa xwe pêşkeşê min kirin. Çi tune bû di wan sandiqan de, ji çiftexasê neqişandî bigre heya tenteneyan, ji neqişên ku cara yekem ku min xwe bi wan ceribandibû heya bermahiyên fîstanên pîrika min û diya min. 

Morî, fîsto, qurdêle, bişkok, sîm û tayên celeb celeb ku ji ber fanoriyan mabûn, cilên ku bi salan bû li xwe nekiribûn lê qîmîş nekiribûn ku bavêtina, wek ku li hêviya min bûn. Ew tiştên ji sandiqê derketin, bi xwe re çîrokên xwe jî tev li çîrokên bebika kirin. Min tenê wan malzemeyan li hev anî, xiste cil û berg ji bebikan re. Her ku ez ketim nava çêkirina van bebikan, wan tenê çîrokên xwe bi min nedan nivîsandin, bi xwe re çîrokên ku min nivcû hiştibûn jî bi dawî kirin. Di nivîsê de di nav xitimînekê de bûm, rê li ber vê xitimînê jî vekirin. Ez qumaş û aksesûarên li ber destên xwe li gorî reng, neqş û şeklên wan ji hev cuda dikim û bi kombînkirinê ji wan koleksiyonekê pêk tînim. Piştî ku ez bedenên bebikan didirûm, ez cilan li wan dikim. Herî pir gava ku cilan li wan dikim ez kelecanî dibim. Çi derkeve holê ne diyar e heta ku dev, çav û porê wan xelas nebe. Ev pêvajo bo min wek di transê de bim, derbas dibe; bi temamî dikevim nav cîhana wan bebikan û çîrokên wan, heta ku diqedin. Piştî qedandina wan, ku her yek bi karaktera xwe ya resen derdikeve holê, ez xwe wek afirînerekê hîs dikim. Afirînera zeman, ziman û giyanê xwe.

Ji bilî betalkirina hikmê teoriyên derbarê hunerê de, mirov dibîne ku te teşîrêsî û tevnristina jinên wextekî jî modernize kiriye: Kêm û zêde kar û barên mirovên bajarî diyar in, lê kombîna te ya ku ji bebik û bergên pirtûkan pêk tê; hem nîşanên destguhertina mijûliyên çîna teşîrês e û hem jî bi mirovên bajarî dide îspatkirin ku dikarin ji xwe re mijûliyên orjînal keşf bikin û bi vê yekê ji metirsiya yekrengiyê rizgar bibin. Bi qasî bergên wan, bandora naveroka wan jî dike ku tu bebikekê li bergê pirtûkekê bînî, an jî ev pêvajo çawa pêk tê gelo?

Hege di çarçoveya veqetandina destkarî (sinet) û hunerê de, qest ji gotina te ya “ji bilî betalkirina hikumê teoriyên der barê hunerê de” bê ka em ê van bebikan li ku bidin rûniştandin; ez bi rehetî dikarim wek huner bi nav bikim. Çawa ku wênesazek ji bo hunera xwe amûrên wek boyax, firçe û tuwalê hunera xwe bi kar tîne, ez jî bi amûrên wek ta, derzî, qumaş, morî, bişkok û bi cureyên din ên aksesûaran hunera xwe diafirinîm. Her hurgilî bi destan çêdibe û her yek bebik ji ya din cuda û tekanetir e. Qalibek an standardkirinek tune ye. 

Bi rastî ez ji peyva “modern”ê zehf xweş nînim. Ne ruhê min, ne zimanê min û ne jî dengê min li gor vî zemanî ye. Ez aîdî zemanekî din im. Zemanê ku mirovan dikarî dengê xwezayê bibihîze; dengê çirpîna perên pinpinokekê, dengê libabûna pêşên jineke li rêya bêriyê, dengê tirpana gihadirûnê, dengê berxên berodanê ku her dengek ji hev cuda bû. Bi bêhna rihaneke li devê çêm bêhiş dibûm, dengê nikilkirina qût a mirîşkan, dengê destarê û xişîna bazinên keç û bûkan tevlihev dibû û kilam didan ber hev. Kilana dewê sirsûmê ku di her leqîniyê de meriv xwe di aramiya malzaroka diya xwe de his dikir. Bo îhtîmala vizikek ji nav gurzê giha de derkeve, dikarîbûm bi roja li dû apê xwe bigeriyama. Heger di wan rojan de dapîra min totikek ji min re çêbikira, li dû wê dikarîbûm ji stirîna hevîr, dadana tendûrê heta lêxistina nên bi sebir li bendê bimama. Wê demê heta astekê xweza û mirovan li hev dikir. Her kêlî di aramiya sebrekê de dikemilî. Ez hê bi wî ruhî û bi zimanê wî ruhî tevdigerim. 

Erê, di serdema me de teknolojî heye, jiyan di lezbûna dîmenekî re bêsekin diherike. Nifşê vê serdemê, bi qasî bêhnvedanekê nikare demê ji xwe û ji derdora xwe re veqetîne. Bi yek tûşekê li hev dipirse, hewcehiyê bi lêvleqandinê jî nabîne. Bi yek wêneyekî dikare bide nîşan bê roja wî çawa derbas bûye. Ji ber tatêla parvekirinê kêliyê najî, bo ku par ve bike dijî. Tim di nav rikberiyekê de ye da ku ji yên li hemberî xwe kêmtir nemîne, dikeve nava lêgerînekê, lê mixabin ew ruhê çavbirçî tu car têr nabe. Çi jî bike, çiqas bikire û xerc bike jî nikare xwe ji derûniya tisîbûnê rizgar bike. 

Dibe ku wek modernîzekirina teşîrêsî û tevnristina jinên wextekî were fehmkirin an şîrove kirin, lê ya rast hewla min ew e ku ez jinên modern an zemanê modern bi ruhê ku ez pê tevdigerim ji nû ve şîrove bikim. Bi ruhê vî zemanî bilîzîm. Bêhnvedanekê bidim di navbera herîkîna zemên û mirovên îroyîn de. Ez dixwazim li gorî hêza xwe wan hîsên ku li ser navê modernîzmê dibin bi qurbana zemanê ku bi bayê bezê diherike, rizgar bikim. 

Di navbera jinên teşîrês û jinên bajarî de guherîneke mezin heye. Jina teşîrês, bi qasî pêwistiya xwe û bo xwe û malbata xwe hildiberand. Kedeke mezin dida, gihiştina encamê jî sebrek dixwest. Lê berevajiya jina teşîrêş, ya modern îro bo bidestxistina tiştekî ku ne hewceyê ewqas ked û zeman e, dikare bi yek tûşekê bigihîje xwesteka xwe. Ferqa din jî ew keda ku bo hilberiniyê dide; ne ji bo xwe, lê ji bo çîna sermayeyê dide. Çîna sermayeyê jê re dibêje; ji bo tişta ku ez dixwazim bi te bidim kirîn, divê bo min zêdetir bixebitî. Hewce nîne ku tu biryara tiştên bibî xwedî bidî, ez wêya pêşkeşê te dikim bes tu bo min bixebite. Di navbera vî şerî de diçiqçiqe; piştî ku bazarkirina tiştên çêkirî xilas bû, vê carê dîsa vegeriya ser tevgera xwezayî. Ji ber tirsa yekrengiyê îja bi navê ‘organîka nûdem’ çav berdan jiyana xwezayî, ketin pey hilberînên organîk. Vê yekê derfet û bazareke mezin bi xwe re anî, vê carê ew jina ku tenê bo pêwistiyên malbatê ked dida, dest bi bazara wan tiştan kir. Her ku ew bazar mezin bû vê carê jinên modern jî vegeriyan ser van karên destan. Lê mixabin, vê vegerê jî di nav xwe de standardek çêkir; xwesteka kar û qezenca pirtir ket pêşiya hilberineriya xwezayî û orjînaletiya pirrengiyê, û wê di riya zimanê bazarî û metabûnê de bi bayê bezê vediguherîne.

Ji bo ku bebikan ji derveyê vê bazarê bigirim û wateyeke din bidim wan, pêşkeşkirineke cuda hewce bû. Naxwazim bi tenê wek pêlîstokine otantîk werin fahmkirin. Divê bal bikşandana hin peyaman. Li ser medyaya civakî çalekiyeke populer dimeşiya, wek pirtûk û cilên xwe li hev dianîn û par ve dikirin. Bo bal bikşinîm ser ziman û edebiyata kurdî ev wek fikreke maqûl dixuya. Ji bo bergên pirtûk û bebikan amadehiyeke min a taybet tunebû. Di destên min de bi qasî sed bebikan hebûn û pirtûken min. Min pirtûk û bebik danîn ber hev û li hev anîn. Hinek bebik bi rengên cilê xwe, hinek bi dîtbariyê, hinek jî bi îfadeya rûyê xwe li pirtûkan hatin. Hewcedarî bi xebateke taybet nema. Têra xwe bebik jî hebûn, pirtûk jî…

“Serê malê bebikek her bebikê pirtûkek”, bi vê sloganê, her bebikekê bi qasî hêza xwe danasîna pirtûkekê kir. Bertekên gelekî xweş dîtin. Exleb jî ji zarokan. Bi qasî bebikan, pirtûkên zarokan jî bal kişandin. Çend xwestekên wek, “zarên me pirtûk xwestin lê em bebikan dixwazin.” û hwd hatin. Hêvî dikim ‘Bebikên Lal’ bibin sedem ku pirtûkên kurdî nexasim jî yên zarokan bên rojevê. 

Weke her hunerê, tu yê jî di hunera xwe de rastî hin zehmetiyan werî; lê ez bawer im ji ber ku ew jî mîna pirtûkan xera nabin û pîleke wan a ku biqede jî tune ye, ew ê wan zehmetiyan bi te bidin jibîrkirin. Îcar çi ne ew zehmetî û heye ku bi xêra henûniya li ser rûçikên wan bebikan, tu çanda me ya xwendinê hinekî din jî bipêşvetir bibî,  bertekên ku dibîhîzî çawa ne û ji bo siberojê planên te bi çi rengî ne?

Gelek hûrgiliyên van bebikan hene ked û sebrê dixwazin, meriv zêdetir mijûl dikin. Di nav malê de hebek zor tê xebata wan, divê beşekî malê ji wan re veqetinîm û qirêjiya wan jî hebek heye. Lê çêkirina wan gelekî bikêf e. Her bebikek bi xwe re cîhanekê diafirîne. Di vê pêvajoya afirandinê de derfeta vekişîna cîhana xwe ya hundirîn jî dibinîm û her ku li xwe kûr dibim, bi tiştên ku dibînim diheyirim. Gava ku meriv derfetê nebîne li xwe kûr bibe, dikare gelek tiştan ji xwe veşêre, lê mixabin di koraniyê de diçe. 

Di serî de, dema ku min dest bi çêkirina bebikan kir, min ew bi tenê bi maliyan re par ve dikirin. Me bi hev re nav li wan dikir, em bi hev re pir kêfxweş dibûn. Jinên malbata min dest bi serboriyên xwe û zarokatiya xwe dikirin. Tiştên ku heta wê demê min pê nedizanî digotin, zehfî caran min qeyda wan jî girt. Ji bo min arşîveke xweş gihîşt hev. Heta ku bi pirtûkan re nehatin cem hev, bebikan bala zarokan nekişand. Hêla bebikan a ku bi cilên gulgulî deqên zemanê wan li ser bû, bêtir bala mezinan dikişand. Pir ji ‘Bebikên Lal’ hez kirin, ji peyva bedew, xweşik bêtir peyva ‘şîrîn’ bi kar dianîn, ku bi min xweştir dihat. Bi bertekên ku dihatin ez bêtir bawer bûm ku min ruhê zeman û zimanê min xwe dida der. 

Nifşê di ser 40 saliyê re, bo min nifşekî wiha ye ku bi pir aliyên xwe ve taybet e. Çimkî hem şahidiya serdema bav û kalên xwe kiriye hem jî şahidiya vê dema teknolojiyê. Di nav nifşê beriya xwe û piştî xwe de bi rola pireyekê radibe da ku bikaribe çand û kevneşopiya xwe bi vî nifşê nû ve bigihîne. Ji ber van taybetiyan dixwazim bi nivîskar û hunermendên vî nifşî re li ser projeyekê bixebitim: Her yek nivîskar, bi helbest, çîrok an serboriyên xwe “Bebikeke Lal” bi zar û ziman bike. Ji bo her nivîskar û helbestkarekî/ê bebikekê çêbikim û helbest, çîrok an jî bîreweriyên ku ji bo bebikan bêne nivîsandin, werin berhevkirin û dibe ku piştî demekê weke kitêb bên çapkirin

Her wiha, dixwazim cil û bergên wan bebikan ji perçe, desmal, qumaş an jî yadîgareke wan a malbatî be da ku ji nifşên pişt wan re bimîne. Hege hejmara wan bigihîje asteke baş, dixwazim wan bebikan di pêşengehên bajarên welêt de pêşkeş bikim. Heta ku hêza min têrê bikiyê, dixwazim wê pêşengehê veguherînim muzeya bebikên edebiyata kurdî. Piştî pêşengeha muzeya bebikên edebiyata kurdî jî min divê balê bikêşim ser mîmariya kurdî, bi taybetî jî ya Bilîsê ku ez jê me. Ji her berhemeke ku di mimariya Bilîsê ya dîrokî de cih girtiye, dixwazim bebikeke taybet çêbikim da ku bi riya wê bebikê ew berhem bê nasîn. Wê ew xebat ji yên niha hinekî din profesyoneltir bin.

 

Share.

Leave A Reply