Ji Edîtor

Piştî sê salan ji nû ve merheba. Sê sal berê bê xatirxwestin û bêyî ku derdê xwe bibêjin, me weşandina Zaremayê sekinandibû. Sedema vê dibe ku ev be ku wê demê hesta tenêtî û bêhêvitiyê bi me girtibû û me îhtimala rasthatina li mixetabên xwe pir kêm didît (behsa yek du kesan nakim). Helbet a girîng ew e ku mirov di nav bêhêvitirîn şert û mercan de bikaribe ber bi armanca xwe bimeşe, biafirîne. Lê taqeta mirov jî sînorekî wê heye. Divê ev jî bê gotin, piştî ku weşandina Zaremayê wek matbû sekinî, demekê li ser kovarazarema.blog de nivîs hatin weşandin ku kêmtirîn bi qasî naveroka du hejmaran hebûn. Bi gotineke din, ev sê sal bi temamî jî bi bêdengî derbas nebûn. 

Ji bo me kurdan karên nîvcomayî, temenkurt, emirqutî ne îstisna ne mixabin. Ev normala me ye. Ligel vê “normala anormal” dîsa jî em bi temamî dev ji xwe bernadin, baş e ku! Bi awayên din, bi naverokên din, bi navên din, bi kesên nû her berdewam dike ev dewrûdaim. Loma jî di warê fikirîn û nivîsînê de nerît/kevneşopên aidî me, ji nav me yên kemilî hema hema tunene ku di nav demê re havênê xwe girtibin, xwe girtibin, rûniştibin. Miraz û armanca me ew e ku Zarema bi heman navî, bi naveroka xwe ya xurttir, bi heman armanca xwe ya bixwebawertir, karê xwe bidomîne ji ciyê ku lê mabû. Em spasdarê Weşanxaneya Avesta û Evdila Keskin in ku ji tenêtî û bêhivitiya me re bû çare û dike ku ev nivcômayîn xwe bibe serî. Lê dîsa jî girîngtirîn pêkhate xwîner e di vê çerxê de ku divê pişt bide, em vî karî bi hev re bibin serî. 

Di hejmara yekê de me gotibû, em dîsa dibêjin ku “… Ger em ê li siberoja xwe xwedî derkevin û em ê bibin avakerên wê, divê cîhanek me ya nivîskî ya niha hebe ku em tê de ne tenê qala mexdûriyeta xwe, û gilî û gazincan bikin lê êdî em bi zimanekî kirdeyî li ser xwe bifikirin, nîqaş bikin, bipeyivin û binivîsînin. Em li ser avakirina paşerojekê fikr û ramanên ku lingên wan li ser axa xwe biafirînin.” Me gotibû, “xebatên di warê me kurdan de ji nêrîn û helwestên kolonyal bên rizgarkirin” lê vê carê em dibêjin li ser navê teoriya dîj-kolonyal, lêkolînên kurdî jî dafik li ber me tên vekirin û bi serde û ya xirabtir bi destê xwendeyên me bi xwe.   

Me ev jî gotibû ku “Zarema wê ne kovarake jihevreweşkirinê be, dibe ku şîrove û rexneyên me hin kesan aciz bike. Em dixwazin aciz bikin û bê zanîn ku hilberîna bi zimanê kurdî gunehan sivik nake,” girantir dike. Ji xwe em dixwazin hinek kes aciz bibin, ger wê kes aciz nebe em ê aciz bibin ku karê em dikin bêkêr e. Hêrs û aciziya me ya giştî bi xwe motivasyona me, hibra qelema me ye. Em ê nehêlin ew me têk bibe, em ê hewl bidin wê têk bibin. Em di wê baweriyê de ne ku di her şert û mercan de, her tim derfetek, pir piçûk be jî, heye/divê hebe ku em bibin failên paşeroja xwe, failtî tunebe hêvî jî tuneye. Liv û tevger hebe hêvî jî heye, em hêvîdar in hûn jî Zaremayê mîna yek ji nîşaneyên liv û tevgereke hêvîdar bibînin û bibin rêhevalên me.

Vê hejmarê de me bi nameya yek ji pêşiyên xwe yî fikrî Aimé Césaire dest pê kir. Nameya ku pê ji Partiya Komunîst a Fransayê îstifa kiriye serhildaneke girîng a fikrî ye di lîterature dekolonîzasyonê de. Ev serhildan e ku rê li ber serkêşên mîna Frantz Fanon, Steve Biko hwd. vekiriye. Nivîsa duyem a Haymatlos Suad e ku mestereyeke baş a misyon û armanca Zaremayê ye. Suad ji karakterên romana Toni Morrison En Mavi Göz encaman derdixe û nîşanî me dide ku ruhê xwepiçûkdîtin, jixwebiyanîbûn û jixwenefretkirinê dikare bi awayên çiqas cûrbicûr rû bide di kesên cuda de. Suad ligel vê, li ser rêbazên mêtingeriyê û encamên wê ku di me de dane der analîzên nû dike û gotinên nû dibêje. Fexriya Adsay a di ser kitêba Sabrî Ateş û nivîseke Hanifî Bariş-Wendelmoet Hamelink re hewl dide helwest û nêrînên dijber ên du lêkolînerên kurd bide ber hev. 

Christopher Houston di peywenda xebatên li ser kurdan statu, siyaseta temsiliyeta etnografiyayê nîqaş dike û careke din antropolojiyê dixe rojeva me. Rexneya giştî ya di akademiyê de derbarê têkiliya antropolojiyê bi mêtingerî ô oryantalîzmê re problematîze dike û nîqaşa di warê mêtingerî û antropolojiyê ji çarçoveya mêtingerî û antropolojiya Rojavayê derdixe ber bi Dewleta Osmanî û ya Netewedewleta Tirkiyeyê firehtir dike.  

Hevpeyvîna Hannah Arendt ku Günter Graus di 1964an de pê re kiriye, Rojda Yaşîk ji almanî wergerand. Hevpeyvîneke pir zelal û sade lê tijî ye tam’eke xweş dihêle li pey xwe.  

Veysel Başçı li ser kurdên kurmanc ên Rûdbarê yên li Îranê nivîsandiye ku em texmîn dikin haya piraniya em ji wan tuneye/bû. Başçı dupat dike ku kurdên Rûdbarê ne li Rojhilat lê li Îranê dijîn û li ber me dixe ku li seranserî Îranê kurd her hebûne ne tenê li wê herêma ku em dibêjin Rojhilatê Kurdistanê. Murat başaran di warê eşîrên kirmanc ên Sêwregê û kirmanckiya wan berawirdkirinekê dike, ku dibe tevkariyek bo qada zimanzaniyê. 

Nivîsa Serdar Şengül a dirêj û bihûrgilî ya li ser peywenda mêtingeriyê di hilberîn û rexneya edebî de bi riya lîteratureke dewlemend a dekolonyalîst nîqaşa vî warî bi me dide nasîn û nivîskar û akademisyenê kenyayî Ngũgĩ wa Thiong’o di vê peywendê de dide rûniştandin. 

Adem Warnas bi nîqaşa xwe ya li ser zimên, bang dike em kurd li xwe vegerin, birca xwe ya babilê a zimên ava bikin û hilweşînin desthilata niha li Rojhilata Navîn serdest e. 

Remezan Alan bi nivîsa xwe “Fantazmaya Romana Kurdî” nîqaşa ka romana me yekem kîjan e, vedijîne û qebûl an hin weşanên di vî warî de problematîze dike. Hashem Ahmadzadeh ku romana navdar a Bêhrûz Bûçanî No Friends but Mountains wergerandiye bo kurdî wek “Hîç Dostêk cige le Çiyakan” wergerandiye, ji me re behsa serpêhatiya nivîsandina romanê û taybetmendiyên dike. Sûrên Îbrahîm ji başûrê Kurdistanê bi nivîseke bi soranî li ser helbestvan Abdula  Goran naveroka me dewlemend dike ku hêvî ye tevkariya me kurmancan bike di warê xwendin û têgihiştina zaravaya soranî de.

Di nav ewqas alternatîfên xwendin, dîtin, temaşekirin û guhdarkirinê de, em dibêjin wexta we ku hûn ê bidin Zaremayê wê vala neçe, hêja be, bikêr be. Û em ê li bende nivîsên we bin. Heta hejmareke din şad û bextewar bin. 

Name bo Maurice Thorez

Aimé Césaire

ji îngilizî: Fexriya Adsay

Ji: Aimé Césaire

Nûnerê Martinîkê

Bo: Maurice Thorez

Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Fransayê  

Ew ê hêsan bûya ji bo min ku lîsteyeke dirêj a gazin û nelihevkirinan binivîsanda derheqê Partiya Komunîst a Fransayê û Înternasyonala Komunîst ku ji aliyê Yekitiya Sovyetan tê sponsorkirin. 

Vê dawiyê, bênder têra xwe bi bereket bû: daxuyaniyên Krûşçev ên derheqê Stalîn têr dike ku her kesê beşdarî fealiyetên komunîst bûne, heta çi radeyê be, ber bi zinara şoq, êş û şermê ve gindêr bike (qe ne, wiha hêvî dikim).

Yên mirî, qurbanên işkenceyê, yên hatine kuştin —na, ne îadekirinên piştî mirinê, ne rêwresmên veşartinê, ne axaftinên fermî nikarin ji bin heqê wan rabin. Ew ne ji wan xeyaletan e ku bi çend gotinên mekanîk bên dehfkirin.

Ji niha pê de, ew ê mîna filîgranên tam di nava pergalê de, wek obsesyona li pişt hestên têkçûn û fedikirinê xwe bidin xuyakirin.

Û helbet ne helwesta Partiya Komunîst a Fransayê ye, ya bi awayê ku di Kongreya Çardemîn de hatiye pênasekirin —helwestek ku xuya ye ji jor ve ji aliyê tatêlên reben ên pêşengên wê hatibû dîktekirin ku xwe jê bifilitînin— ku nerihetiya me sivik bike û dawî bîne li elemgirtinû xwinbûna birîna di navika wijdanên me de.

Rastî giş li holê ne, bi hemû ezameta xwe.

Ez ê bi ketoberî bijmêrim: hûrgiliyên ku Krûşçev li ser rêbazên Stalîn qal kirine; xwezaya heqîqî ya têkiliyên navbera desthilatdariya dewletê û çîna karker a li gelek demokrasiyên populer, ew têkiliyên dikin ku em bawer bikin ji hebûna kapîtalîzmeke rastîn a dewletê ya li van welatan, îstismarkirina çîna karkeran bi awayekî ku ji ya welatên kapîtalîst zêde ne cuda ye; çawa ku pênc sal inji ber sucê beyankirina daxwaza xwe ya serxwebûnê aşîta çêr û sixêfên bi ser Yugoslavyayê ve tê avêtin dide xuyakirin, bi giştî pejirandina fehma giştî ya li nav partiyên komunîst ên di meyla Stalînîst de derbarê têkiliya navbera dewlet û partiyên bira de; nebûna nîşaneyên erênî yên dilxwaziya Partiya Komunîst a Rûsyayê û dewleta Sovyetan ku serxwebûnê bidin partiyên din ên komunîst an dewletên din ên sosyalîst; an nebûna leza partiyên ne-rûs, bi taybetî Partiya Komunîst a Fransayê, ku serxwebûna xwe ji Rûsyayê bistînin û îlan bikin. ….

 

Kurmancên Reş’’ û Çavşîntirîn Kurd di Pêvajoya Self-Kolonyalîzasyonê de

 Haymatlos Suad

Çavên şîn î xweşik. Çavên xweşik ên mezin û şîn… Dua dikir her şev, bê navber ku çavên wê şîn bin. Salekê pê de dua kiribû, ji dil û can. Ne bêhêvî bû her çiqas hinekî bêtaqet mabe jî. Wê demeke pir û pir dirêj bigirta ku tiştekî ewqas xweş bikaribe pêk were.  

Ev duaya Pecolayê ye. Diaya keçika reşik, nexweşik ku dixwaze çavên wê bibin şîn.

Reş û yên aîdî reşiyê kirêt in. Ên kirêt reş in. Çimki spî xweşik e, ên (tiştên) xweşik spî ne. Ev sabîteyek e. Sabiteya neguher e ku yên spî tesîs kirine. Tişta ku vê pevxistinê dike rastî, pêbawerkirin û dahurandina reşikan e. 

Pecola qehremana sereke ya romana En Mavi Göz (The Bluest Eye)  a Toni Morrison e. Vebêjera romanê Claudiaya 9 salî ye. Claudia hevala Pecolayê ye û roman bi nêrîna wê hatiye nivîsandin.  

Pecola keçek 14 salî ye, li dibistanê mamoste û xwendekarên zarok, li malê malbata wê, li derve çi reşik çi spî hema bê herkes “nexweşikbûna wê didin ruyê wê. Ew jî bi awayekî heyranî xweziya xwe bi keçikên spî, porzer û çavşîn ên îmajên TVyê tîne û bi bebikên bi heman lewnî…  Ji xwe û ji reşikbûna xwe şerm dike. Xeyala wê ya herî mezin spîbûn e, lewma jî çavên şîn… Di dilê xwe de, bibe xwedî çavên şîn ew ê ji kirêtbûna xwe xelas bibe. Ev arezû lê bûye mîna nexweşiyekê. Heke çavên wê şîn bin ne tenê ew ê xwe xweşik hîs bike, dê serî de malbata wê hemû kes baş û mirovane nêzîkî wê bibin! …

****

Albert Memmi dibêje, mêtîngehkar dema qewimînên taybet ên li mêtingehan rû didin gelemper dikin û dixin stûyê hêmû kesên bindest (Memmi 2009).  Her wiha Fanon jî dibêje mêtingehkar neteweya bindest dike sembola xirabiyan (Fanon 2007).  Bindestên ku bi çavên serdestan li xwe dinêrin û xwe bi çavên wan dibînin bi demê re bi zimanên wan jî diaxivin: ew jî xirabiyan li xwe kolektifîze dikin û xwe wek sembola xirabiyê dibînin. Apê Mihemed ji cahiltî, nezanî û hovitiyê nefret dike, lewma ji kurmancan jî nefret dike. Lê Apê Mihemed ji xwe re “çavên şîn’’ jî naxwaze, xwe layîq nabîne, ew kurmancbûna xwe ji çavên xwe re kiriye daxek reşetarî. …

****

Fırat Aydinkaya dibêje kurd konê bindestan e, kurdîtiya nû welatê bindesta (ezilenlerin anvavatanı) ye lewma jî divê iştîrakkirina bo qirkirina ermenan li xwe bar bike (hamletmek). Aydinkayayê ku di mijara lêbarkirina qirkirinê de kurdan wek kon û welatekî teswîr û texeyul dike yanê kurdan yekpare dike, dema mijar dibe mafpareziya neteweyî, kurdan dike sed perçe. Aydinkaya di nivîsa xwe ya bi navê “Kürt Sağının Tarihe Geri Dönüşü” (Vegera Rastê Kurd bo Dîrokê) de îdia dike ku êdî “rastgiriyeke nû ya kurdan’’ heye û ew ji îslamtî, mihefezekarî û netewparêziya etnîk (etnik milliyetçilik) pêk tê; ev rastgirî, ruhê xwe ji îslamtiyê, karaktera xwe ji mihefezekariyê û şêwaz û gramera xwe ji netewparêziya etnîk digire. …

****

Me dît ku xwendeyekî kurd ne têne bi çav, mejî û zimanekî biyanî di heman demê de bi kopîkirina teoriyên derbarê nijadperestiya tirkan de berê xwe dide me û me bi pîvan û tegehên tirkan (ên wek etnik milliyetçilik hwd.) dinirxîne û pênase dike. Heta sînorên mafên me diyar dike. A girîngtir, Aydinkaya çiqas klîşeyên derbarê kurdan de heye (dewlet dixwaze jî nizane ka dewlet çawa ava dibe, ji gerdûnîtiyê dûr e, zimanê wê zêde nêr û seksîst e, di ware demokrasi, arişeya jinê, piranîparêzî, û azadiyê de nekemiliye û helwesta wê ya derbarê van mijaran de komploker, seksîst, û pederşahî ye û hwd.) xistiye tûrikê nivisa xwe û bi ser serê me kurdan de vala kiriye di bin sîwana “rastgiriya nû’’de….

****

Me behsa labîrentekê kiribû ku ji bo kurdan bi îdeolojiyan hatiye çêkirin; dema kurd dixwazin xwe ji labîrentê rizgar bikin hin rewşenbîrên me yên xwe wek “terbiyakarê mişkan’’ dibînin bi hezar teoriyên teqlîdkar û ithal rê û dirb lê digirin. Nêzikatiyên kurdên herî “çavşîn’’ rave dike ku formula Maculayîzmê ku di ser re 200 sal derbas bûyê roja îroyîn li cem me di meriyetê de ye… 

Minakek din, nivîskar Muhsin Kızılkaya ye ku derbarê pirtûka xwe ya bi nave Açlığın Sofrasında (Li Ser Sifreya Birçîbûnê) de hevpeyvîn daye…Kızılkaya pirsa “Di pirtûka te de zilamek heye (M. Kızılkaya bi xwe ye ew) cara ewilî zebeş dibîne….

 

 

 

 

Çêkirina Sînorekî Parçekirinê û Du Nêrînên Cuda li ser Dewletbûn û Sînoran

Fexriya Adsay

Yek ji sabîteyên gotara siyasî ya me bakuriyan (a rast, me kurdan), Peymana Qesra Şirîn (1639) e ku tê gotin cara pêşî Kurdistan kiriye du parçe di navbera Împeratoriya Osmanî û Îranê de (wê demê xanedana safewiyan). Ev peyman ne tenê yek ji ezberên me ye, di heman demê de yek ji girîngtirîn ezberên tirkan bi xwe ye jî. Îro hema hema di hemû azmûnên fermî yên dewletê de  îhtimal heye ku ev peyman bê pirsîn. Li Tirkiyeyê derçûyekî asayî yê lîseyê miheqeq wê/divê vê peymanê bizanibe. Ji bo tirkan giringiya vê peymanê ew e ku sînorê îro yê navbera Îran-Tirkiyeyê bi vê peymanê hatiye danîn û bêyî ku biguhere hatiye heta îro. Di dîroknûsiya fermî ya tirkan de him jî di ya farisan de ev peymaneke damezrêner e ku pê yek ji kevintirîn sînorên li cîhanê yê navbera du dewletan, Tirkiye û Îranê hatiye danîn.

Di vê nivîsê de tê armanckirin bal bê kişandin ku ev ezber tê hilweşandin bi riya xebata dîroknas Sabri Ateş, Osmanlı-İran Sınır Bölgeleri, Bir Sınır Yapmak 1843-1914 (Herêmên bi ser Sînorê Osmanî-Îranî ve, Çêkirina Sînorekî 1843-1914) ku gav bi gav serpêhatiya danîna sînorê di navbera Tirkiye û Îranê de ya nêzîkî 500 salan vedibêje. Armanceke din jî ew e ku em bikaribin ji riwangeya xwe ya neteweyî li vê serpêhatiya dîrokî ya demdirêj binêrin. Em binêrin ka nivîskar ji aliyê kurdan ve encameke çawa ji vê serpêhatiya sînordanînê derdixe; nivîskar riwangeyeke çawa pêşkêşî me dike. …

****

Hanifi Barış û, dewlet û sînor

Hanifi Barış xebata antropolojîk a Wendelmot Hamelink a li ser dengbêjan ji xwe re wek zemînekî hildibijêre û hewl dide li ser wê zemînê encamine siyasî derxîne. Nivîsa li vir tê qalkirin, Kürt Halk Ozanları Denbêjlerin Gözünden Sınırlar ve Devlet (sînor û dewlet ji çavê dengbêjên kurd) yek ji nivîskarên wê Hamelink bi xwe xuya bike jî em fam dikin ku nêrînên derheqê fehma siyasî ya kurdan de, fikrên Barış bi xwe ne. Van nêrînên xwe bêyî ku qala dengbêjan bike û vê nivîsê referans bide, di nivîseke din de, û di teza xwe doktorayê de jî dubare û berfirehtir dike.

Barış, di destpêka nivîsê de dema mijara nivîsê diyar dike dibêje, li vir dixwazim pêşî dupat bikim ku fealiyetên siyasî yên kurdan meyleke wan a lihev heye ku dewletê ji xwe dûr bixin, heta di destpêka sedsala 20mîn de, di nav xwe de nehiştine dewletek peyda bibe, rê li ber çêbûna dewletê girtine. Kilamên ji bo vê nivîsê ber hev ve anîne jî derfetê dide ew analîzeke bi vî rengî bikin (r.54). Nabe em sedema ku kurd nebûne xwedî dewlet bi têkçûna arîstokrasiya kurd ve girê bidin; kurd bi zanebûn û qestî ji dewletbûnê reviyane; di vir de para tercîheke (îtalîk aidî min e) bi zanebûn jî heye. Her çiqas ev ne li gor fehma azadî û serxwebûnê ya vê dewra me ya neteweperweriyê be jî, ne fikreke qedirnizmtir e jî (r.53).  Ev gotin û îdiayên mezin ger bi şêwazeke din hatibûna nivîsandin an derbirîn, û kilamên dengbêjan ji bo van îdiayên mezin wek palpişt nehatibûna emilandin, ev nivîs dikarîbû bi awayekî din li ser bê nîqaşkirin an neyê nîqaşkirin jî. …

 

 

 

 

Antî-Dîroka Ne-Gelekî: Kurd, Mêtingerî û Neteweperwerî di Dîroka Antropolojiyê de

Christopher Houston 

ji îng.: Fexriya Adsay

 

Statu û siyaseta temsiliyeta etnografiyê, nêzîkî çil sal in ku bûye mijara nîqaşên tîr di anrotopolojiyê de. Nîqaşê bi demajoyên taybet ên herêmî yên dekolonîzasyonê û rexneyeke giştîtir a bi îlhama marksîzmê ya salên 1960î ya derbarê têkiliya antropolojiyê bi rêveberiya mêtinger re dest pê kir, û ji bandora piştgiriya aborî ya bo lêkolînên antropolojîk bigre heta analîzên bi îlhama ji teoriya edebî ya li ser pêwendiya temsîliyetên etnografîk û gotara kolonyal (Feuchtwang 1973), di ser babetên cûr bi cûr re berfirehtir bû. Yek jî ji van analîzên li ser bandora temsiliyetên antropolojîk berfirehtir nekirin sînorên xwe heta vê serdema dîrokî ku ev deq tê de tên nivîsandin. Li gor gelekan, xebata li ser kolonyalizmê dihat maneya ‘xebata li ser peywenda antropolojiyê, qadeke firehtir an fealiyetên etnografîk ku beriya ku sînorên vê disîplînê diyar bibin hebûn û niha jî bandora wan heye li ser vê disîplînê’ (Pels 1997: 165). Ligel gelek tiştên din, vê xebatê kir ku kanona etnografîk ji nû ve bê xwendin û maneyên alternatîf bê dayin bo gelek deqên wê yên damezrêner. …

****

Her wiha etnografiyên Edmund Leach a 1940î û ya Fredrîk Barth a 1953yan jî bo tirkî hatin wergerandin di 2001ê de. Destpêkeke nû hebû ligel a Leach. Piştî jînenîgariyeke kurt a întelektuelî ya cihê Leach di geşbûna disiplîna antropolojiyê de, nivîskarên bênav ên destpêkê angaşt dikin ku taybetmendiya berhemê ya ji yên din cihê ew e ku ji teswîrên romantîk an egzotîk ên civaka kurd vediqete. …

****

Wisa be, ew dem, ev coşa kurdên hevdem a ji bo deqên antropolojîk ên kêm tên zanîn lazim e di nav têkiliya bi gelek projeyên mêtinger re bê peywendkirin, an divê tenê (an heta ya esasî) bi desthilata mêtinger a Rojava re neyê peywendkirin. Demek dirêj beriya 1920an Împeratoriya Osmanî bû ku dema navenda xwe xurt dikir, di nîvê duyem ê sedsala nozdemîn de li herêmên kurdan dawî anî li otonomiya sê sed salan an jê zêdetir. Li gor vê yek hilberînera kilîd a ‘gotara mêtinger’ a derbarê kurdan, bijarteyên birokratîk û leşkerî yên rejima osmanî ya sedsala nozdemîn bû. Selim Deringil di analîza xwe ya derheqê kolonyalîzma osmanî ya dereng de diyar dike çiqas ecêb e ku koma Xebatên Madûnan çavên xwe digrin ji hebûna dewleteke ne-rojavayî ya mezin a serwer ku ‘hewl dide derdora xwe mîna sehneyeke kolonyal bibîne’  (Deringil 2003: 311, 312). Ji ber ku giranî li ser rêvebirina Rojavayê dimîne, heman îhmal di berhema Said de jî heye, her wiha di piraniya xebatên antropolojiya kolonyalîzmê de jî hene. …

****

Kolonyalîzma li ‘Kurdistan’ê ji ber vê ye ku bûye projeyeke pir-cemserî. Lê di tesdîqkirina şêwaza wê ya osmanî —‘Barê Zilamê Spî lixwekirina fes’ dibêje Deringil (2003:312)— de gelo hemû ev e ku dikare bê gotin ji bo heyecana kurdan a ji bo deqên ku rexnegirên pratîka etnografyayê yên marksîst wê tawanbar dikin ku ji aliyê peywenda împeryalîstên rojavayî hatiye lekekirin, û di analîzên Said de jî wek gotara oryantalîst a klasîk tên dîtin? ….

****

Lê belkî baştirîn mînaka hêza wergêr a li hemberî deqan, miameleya Vanli ya li vebêjeyên gerokên ewropî ne. Sedema jinûve-weşandina wan di pêşgotinê de tê gotin. Vanli dibêje, ev neqandina anekdotan hatiye kirin ‘ne ku em bikaribin hîn bibin ka ewropiyan bi çi çavî li pêşiyên me nerîne û ew nirxandine, lê em bikaribin li ber ronahiya vê rabirdûyê zelaltir bifikirin û siberoja xwe çetir ava bikin’ (Vanlı 1997: 7). …

****

Neteweperwerî

Antropolojiya rojavayî ya fonksiyonalîst ji 1920an heta 1950yan qet teredud nekir ku tişta îdia dikir komên taybet ên çandî ne, îzole bike û bike objeya analîzan, û bi rastî li gor Stephan Feuchtwang (1973) dibe ku berjewendiyeke siyasî tê de hebû ku sîstemên civakî yên firehtir daxistin asta jêr-yekeyan li ser hîmê fehma taybetiyên hevpar ên ‘etnîk’ ên koman, ku bikaribe çêtir bên îdarekirin. Lêbelê, di wan heman  salan de li Tirkiyeyê antropolojî li ser siyaseteke berovajî vê bû, qe ne li dijî komên misliman ên ne-tirk ên li Anadolê. Kurd û civaka kurd ji her cure binyad an otonomiyê bêpar hatin hiştin, û wek hêmanên dejenerebûyî yên neteweya tirk a mezin li ser wan hat ‘xebitîn’. …

****

Teoriya neteweperweriyê ya li vir ev e: Gelekî ku saziyên xwe ava nekiribe, ji aliyê siyasî an çandî ve bi otonom an otoktonbûna xwe ew ne netewe ye. ‘Dîrok’a Adem a kurdan antî-dîroka ne-gelekî ye. Îtihadist û kemalistan heman pîvan li tirkan jî tetbîq kirin ku hewcedarî hebû bi ‘kişf’ û formulekirina dîrok û çandeke neteweyî ku xwe-sazîbûna neteweya tirk bi belge bike û wê îdia bike. …

****

Mînaka duyem derheqê kitêba İsmail Beşikci Doğu Anadolu’nun düzeni: sosyo-ekonomîk ve etnîk temelleri (Nîzama Anadola Rojhilat: hîmên civakî-aborî û etnîk) e, yekemîn xebata sosyolojîk ya qebûlkirî bû li ser  herêma kurdan li Tirkiyeyê. Digel ku peyva ‘Kurdistan’ tê de derbas nedibû, Beşikci pêşî ji zanîngeha xwe hat qewirandin û paşê doz lê vebû bi tawanbarkirina propagandaya komunîst û kurdîtiyê (Beşikci 1992 [1969]: 24) …

****

Bi kurtî, angaşta min a bipolemîk ku netewe-dewlet ‘saziyeke rêvebiriyê ye ku çandê hildiberîne’ (Ong 1999: 50) bûye bandoreke îhmalkirî di gelek vebêjeyên li ser geşbûna dîrokî ya vê disiplînê de. Lazim e em vê vebêjeya klîşe ya dîroka disiplînê, ku di gelek deqên mestereyî de xuya dike, biguherînin ne tenê bi lêkolînkirina ‘halê kolonyal’ a dîrokî ya antropolojiyê lê bi ‘halên wê yên neteweyî’ bi hemû çeşitdariyên xwe (têxin dewsa wê?). Bereksê Vincent, antropolojî li gelek deveran disiplîneke wiha ye ku veguherîna ku netewe-dewlet li ser civakî pêk tîne, ji disiplînên din zûtir dibîne û loma ji yên din zûtir jî dibe şirîkê wê, û ev tenê di warê ewropî û ne-ewropiyan de ne wiha ye….

 

 

 

 

 

 

 

HEVPEYVÎN LIGEL HANNAH ARENDT – I
“Çi dimîne?  Zimanê zikmakî dimîne” 

ji almanî: Rojda Yaşîk

Sohbetek digel Gunter Gaus

Gaus:Birêz Hannah Arendt vê rêzehevpeyvînê de jina yekemîn tu yî ku em ê bidin nasîn. Jina yekem, her çiqasî karê feylezofîyê wek yek ji wan karan tê zanîn ku bêtirîn mêr bi wê mijûl dibin: lê tu feylezof î. Ez bi vê pêşdarazê ve têm li ser pirsa xwe ya yekem: di nav cimaeta feylezofan de cenabê te hatiye qebûlkirin, rêz û hurmeta te tê girtin- lê belê tu vê yekê çawa dibînî?  

Arendt: Naxêr ez bi vê destnîşanê razî nînim. Ez ne endameke cimaeta feylezofan im. Kar û pîşeyê min, ku heke gotin bê ser, teorîya polîtikayê ye. Ne ez xwe wek feylezofekê dibînim, ne jî ez pê bawerim ku, wek te bi nazikane wiha destnîşan kir lê belê, cimaeta feylezofan min wek endemeke xwe qebûl bike. Lê heke em bên li ser destnîşana we ya destpêke, ku hûn dibêjin feylezofî bi piranî kar û pêşeyê mêran e. Dibe ku heya niha wek gotina we bû, lê ne pêwist e ku wek kar û pîşeyê mêran bimîne. Belê, her tim pêkan e ku rojekê jinek bibe feylezof…

Gaus: Ez we wek feylezof dibînim…

Arendt: Belê, tu tişteke ku ez derheqa vê de bibêjim tuneye, lê li gor hizra min xwe, ez ne feylezof im. Li gorî hizra min, min bi demildest û hetahetayê xatirê xwe ji feylezofiyê xwestiye. Wek hûn jî dizanin, min feylezofî xwend, lê belê ev nayê wê maneyê ku ez hê jî bi feylezofiyê mijûl im.

Gaus: Belê dîsa jî ez gelek razî me ku em hatin ser vê mijarê, ez dixwazim bi awayekî birekûpêktir ji we bibihîzim, ku hûn jî wek profesoreke li ser teorîya polîtikayê dixebitin, lê  gelo çi ciyawaziyê di navbera feylezofîya polîtikayê û teorîya polîtikayê de dibînin? Dema ez li ser berhemên we, bo nimûne li ser “Vita Activa” yê difikirim, heya ku hûn vê ciyawaziyê bi rêkûpêkî rave nekin, ez ê bixwazim ku we wek feylezof pênase bikim. … 

pastedGraphic.png

Nexşeya Herêma Gîlanê

Rûdbar ku di erdnîgariya çandiniyê ya Îranê de wek welatê zeytûnan tê zanîn, bi fermî îro bi parêzgeha Gîlanê ve girêdayî ye. Ji vê deverê re “Rûdbar” hatiye gotin, ji ber ku li herêmê gelek çem (rûd) hene.Rûdbar li başûrê parêzgeha Gîlanê ye û îro nifûsa wê nêzîkê çar sed hezar e.Li başûre Rûdbarê çiyayên Qezvîn û Elamûtê û li bakurê wê jî bajarê Reşt heye.Li wê herêmê zimanên xizmî/pismamê hev ên wek tatî, talişî, gîlekî û kurdî têne axaftin. Ji bilî kurdan, hejmareke kêm azerî jî li Lûşanê dijîn ku dikeve hêla başûrê Rûdbarê. Li Rûdbarê du eşîrên mezin ên kurd hene ku yek ji wan Reşwend/Rişwan û ya din jî ‘Emerlû ye. Ew her du eşîr jî di bin konfederasyona Zeferanlû de cih digirin. Eşîra Rişwan di serdema Şah Ebbasê Sefewî de û eşîra ‘Emerlû jî di serdema Nadir Şahê Efşar de li vê herêmê hatine bicihkirin. Ji xeynî wan du eşîran li herêma talişan a parêzgeha Gîlanê kurdên ji eşîra Şatiran jî hene. 

Kurdên ‘Emerlû, eşîreke xweser a konfederasyona kurden Zeferanlû ye. Li gorî agahiyên ku Baba Merdûx dide, ew li Iraqa Ecem dijîn ku ji çend bajarên mezin ên wek Kaşan, Tehran, Demavend, Qezvîn û derdora wan pêk tê. Eşîrên ‘Emerlû di dema “Koçberiya Mezin a Kurdan” de ber bi aliyê Xorasanê ve koç kirin û ew li bakurê rojhilatê Deşta Qûçan, Bocnûrd, Marûsekê Nîşabûrê û li ser berpala başûrê çiyayê Bênalûdê bi cih bûn. Nadirşah, di sala 1732yan de du sed malbatên ji kurdên ‘Emerlûyan li Rûdbar û Mencilê bi cih kir da ku nehêlin Ûris/Rûs têkevin Gîlanê. 

 

 

 

 

 

 

Sêwregi de Eşîrê Dimilîyan (Kirmancan) û Dimilkîya (Kirmanckîya) Înan Ser o Cîgêrayişêk

Murat Başaran

Sêwregi mabênê Dîyarbekir, Riha û Semsurî de bajarêna qedîm a. Heta ewro Sêwregi de sey Dewa Xasekî, Rezê Çavî, Xirabeyê Defereyî, Xaçgoz, Xellokent xeylê mintiqayan de xebatê arkeolojîkî vîrazeyayê û nê xebatan de xeylên eserî ameyê vînayiş. Mavajî Xebatê arkeolojîk yê ke Xasek (nika binê Awbendê Ataturkî de menda) virazeyayê nîşan danê ke, Sumerî tewr verî tîya de mendê. Kendişanê arkeolojîkan nîşan dayo ke, banê ke nêzdîyê Xasekî de virazeyayê goreyê tradîsyonê Mezopotamyaya Başurî awan bîyê. Dewa Nisîbî ra panc sey metre dûrî de û 4,5 kîlometreyî rojhelatê Xasekî de yewna warêko arkeolojî esto (Rezê Çavî), xebatê ke nê warî de virazeyayê tayê cayî vetê meydan ke, nê cayî ayîdê Kulturê Til Xelefî yê û no kultur Demê Kalkolîtîkî yo. Goreyê nê xebatan kes eşkeno tarîxê Sêwregi heta Î.V 5000an bero.

Ewro zî Sêwregi hem hetê cografya ra hem zî hetê nufusî ra populasyonê kirmancan (dimilîyan) de cayê Sêwregi zaf muhîm o. Na xebata xo de ma do eşîranê dimilîyan (kirmancan) û dimilkîya (kirmanckîya) înan ser o vinderê û fekanê eşîran pêveronê.

Mefhûmê eşîre

Qeydê nuştekî yê Mefhûmê eşîre heta demanê Îsayî ra Ver şinê. Labelê kes eşkeno vajo ke, seba yew meseleyo xususî eşîran ser o cigêrayîş kerdene bi demê keşfan dest pa kerdo. Coka merdim eşkeno vajo ke qandê yew amancê bellî yew komelî ser o cigêrayîş xebatêka newî ya. …

 

 

 

 

Peywenda Mêtingeriyê di Hilberîn û Rexneya Edebî de: Ngũgĩ wa Thiong’o û Azadkirina Hiş  ji Mêtingeriyê

Serdar Şengül

ji tirkî: Fexriya Adsay

Xurttirîn çeka di destê zaliman de

 hişê mezlûman e 

Steve Biko

Destpêk

Teoriyên ji bo ravekirina geşbûna têkiliya ziman û edebiyata neteweyî xwe dispêrin hin vegeşînên siyasî, aborî û teknolojîk ên li Ewropayê pêk hatine. Tê qebûlkirin, di wê dewra ku li Ewropayê neteweyên modern geş bûne, zimanên neteweyî jî şiklê xwe girtine (Anderson 101). Wergerandina Incilê bo almanî piştî reformasyonê, peydabûna çîneke sekuler a xwende-nivîsende li dibistanên ji aliyê birjûwaziyê hatin damezrandin ligel yên olî, û xurtbûna hêzên siyasî yên bikaribin xwedîtî li wan bikin, ev wê peywendê pênase dikin ku zimanên neteweyî tê de geş bûne (Huberman 97-98). Îcada metbaayê dike ku girseyên mezin bikaribin zimanên gelêrî bixwîne binivîsîne (Anderson 52-58). Belavbûna xwendin û nivîsandinê dike ku netewe di ser zimanekî hevpar re bê texeyulkirin (Anderson, beşa “Ulusal Bilincin Kökleri” 57-67). Her çiqas neyê daxilkirin nav analîzên navend-ewropî jî, mêtingerî bandora wê çêbûye di geşbûna kapitalîzm û netewe-dewletê de (Rodney 239-315; Williams 169-177; Campbell 39-49; Harvey 302-308; Wolf 179-215; Anievas û Nişsancoğlu 162-195). 

Têkiliya bi mêtingehan re ne tenê bûye destpêka têkiliyên newekhev ên aborî û siyasî, bûye destpêka têkiliyeke çandî ya newekhev jî. Mêtingerî bi pratîkên xwe yên tund ên leşkerî, aborî û çandî bû sedem ku gelên mêtinkirî ji bin ve serobino bibin. Ania Loomba (2002) di Kolonyalizm/Poskolonyalizm de qala Fırtınaya Shakespeare dike. Di şexsê Shakespeare de Fırtına mînakek baş a fentezî û temsîla mêtinger e. Zilamên spî ku piştî qezayeke deryayî li giravekê asê dibin, hewl didin “civateke nû” ava bikin ji gelên xwecih ku li giravê lê rast hatine (Loomba 19). Ev pêvajoya xirakirin û jinûveavakirinê ticaret, şer, qirkirin, kolekirin û serhildan jî tê de silsileyeke pratîkên gişgir pêk tîne (19).

Gelên xwecih ku bawerî, kozmolojî, epîstemolojî, rêbazên hilberînê, felsefe, têkiliyên hilberînê, modelên serhevdana sermiyanê bi temamî bi têgehên mîna rêşaş, hov, wehşî dihat şayesandin, di heman demê de ji zimanekî pêşketî jî bêpar in ku fikrên modern îfade bikin. Di Fırtınaya Shakespeare de xwecihê giravê Caliban wiha dibêje ji Prospero û Mîranda re ku jê re medeniyet anîne: …

Mêtingerî, ziman û çand 

Mîna her zarokekî li Afrîkayê hatiye dinyayê, di jiyana Ngũgĩ wa Thiong’o de jî mêtingerî bûye xaleke diyarker. Thiong’o dema di 1938an de li Kenyayê, gundê Kamiriithuyê hat dinyayê, mêtingeriya li Afrîkayê û têkoşîna li hemberî wê çar sed salên xwe ji zû ve tijî kiribû. Ticareta koleyan ku di salên 1400î de dest pê kir û pêncsed salan dom kir, 12 milyon Afrîkî kir kole li paytextên Ewropayê û li plantasyonên çandiniyê yên Amerîkaya Bakur û Başûr; ewqas jî mirine di rêwitiyên xedar de (Nunn 241-243). Ev dagirkerî li aliyekî ve bû sedema xisareke mezin a mirovî, li aliyê din jî bû sedema şerên navxweyî ya navbera qebîleyên Afrîkî û parçebûnên etnîk û rê girt li ber yekitiyên mezin ên siyasî (Nunn 242; Adi 2012). Nunn mînakên ji zimanên cuda dide û diyar dike ku beriya hatina ewropiyan, di zimanên Afrîkî de ji bo ‘kole’ peyvek tunebû û tê selmandin ku ev peyv li Afrîkayê bi mêtinkariyê re peyda bûye (Nunn 259). …

Siyaseta mêtinger û serencama nivîskarekî di anafora têkoşînên dij-mêtinger de

Thiong’o dema hat çaxa dibistanê heta 11 saliya xwe ji bo demeke kurt çû dibistana herêmî a li Kamaandurayê ku ji aliyê gundiyan ve hatibû damezrandin (Robson 3). Gundê ku lê çêbûbe ji aliyê mêtingeran ve hat şewitandin ji ber ku kesên ji malbata wî jî beşdarî serhildana Mau Mau bûbûn, ku bi pêşengtiya Dedan Kimathu, bi xwe jî gundî bû, ji aliyê gundî û cotkarên kenyayî di 1952yan de hat destpêkirin û di 1956an de jî hat têkbirin. Armanca wan ew bû ku şûn de bistînin axa xwe ku ji wan hatibû stendin û bûbû malê mêtingerên spî. Dibistanên ku xelkê ji xwe re vekiribûn, hatin girtin. …

 

 

 

 

 

Desthilata Ziman: Glottofobi, Linguicide û Rewşa Kurdî

Adem Warnas

Pirsgirêka ziman, ji çavkaniyên olî (Birca Babîlê) bigirin heta tekstên felsefeyê yên îro jî berdewam e. Bes a herî girîng desthilata ziman an jî zimanê desthilatê bûye. Bi cureyekî ziman pêk hatine, lê ya balkêştir bikarinana wan e. Di her çax an jî demeke dirêj de ziman bûne amûrên desthilatê. Îro zimanê frensî û îngilîzî ev erk hilgirtine ser milên xwe. Ji ber ku her du ziman, yên mêtinkariyê bûne. Li dijî wan hewldanên serkeftî peyda bûne. Bo mînak pişt-mêtinkarî (postcolonialism), madun (subaltern). Bes babeta me li ser glottofobi (cudayîkirina ziman) û linguicideê (qirkirina ziman) disekine. Bo rewşa kurdî, ya duyem girîng e. Her wiha ev du alî, dê li gorî dabeşkirina Eflatûn a gengeşî (statis) û ceng (polemos)ê bên nirxandin û em ê bigehin encameke erênî bo berjewendîya kurdî. Bo peyvên sereke em dikarin cudayîkirina ziman (glottofobî), qirkirina ziman (linguicide), gengaşî (statis), ceng (polemos) û Birca Babîlê rêz bikin.  

Gava yek ji dîroka sînemayê navê derhêner/fîlozofinan ji min dipirse, bo min yek ji wan bêguman Krzysztof Kieślowskî ye. Di fîlmên wî de tameke feylesofî heye. Bi piranî mijarên wî kûr in. Her wiha fîlmekî wî heye ku bi kêrî nivîsa me tê. Ew jî, Spî ye. Bi kurtasî fîlm, li ser têkiliya jineke frensî û zilamekî polonî disekine. Ew, jin û mêrên hev in. Karê porjêkirinê dikin. Li hevdu nakin, lewma ji têkiliya wan xilas dibe. Zilamê polonî baş bi frensî nizane, lewma di dadgehê de nikare xwe biparêze. Piştî hevberdanê, rêyekê dibîne û diçe welatê xwe û dewlemend dibe, bes jina xwe bîr nake. Ji aliyekî ve jî frensiya xwe bi pêş ve dixe….

III.

Glottofobi (glottophobie) peyveke nûbêjeyîtî (néologisme)ê ye. Ji du peyvan pêk tê: Bi grekî glotta (γλῶττα) wek cureyek glôssa (γλῶσσα) ye, ew jî «ziman» e. Ya din, wek tê zanîn, fobî (phobie) ango «tirs» e. Gava yekser wergerînim, dikarim bibêjim «tirsa li dijî ziman». Sosyolînguîstê frensî Phillipe Blanchet, ev têgeh afirandiye. Sedema derxistina vê têgehê, ji dîroka malbata wî tê. Di serê sedsala 20emîn de, dapîra wî li dibistanê bi devoka îtalî ya herêmî bi (provençale)yê diaxive, ji ber vê yekê jî tê cezakirin. Cezayê wê jî paqijkirina destavxaneyê ye. Ev yek dibe sedema derketina vê termê. Wateya vê termê, “ji her celebî cudayîkirina ziman e (discrimination linguistique)”. …

 

 

 

 

 

 

Fantazmaya Romana Kurdî

Remezan Alan

Di nav edebiyata kurdî de, bi navê “romana kurdî” îro êdî kategoriyek heye. Lewra bi qasî ku em dizanin û dişopînin, bi sê zaravayên kurdî -kurmancî, soranî û zazakî- roman tên nivîsîn. Ji aliyê kemiyetê ve vê kategoriyê îro ji 100 romanan derbas kiriye. Di nava wê de ji aliyê şêwazê ve romanên klasîk, alegorîk, zanistehonak (science fiction), postmodern, heta avangard; ji aliyê mijarê ve romanên folklorîk, femînîst, erotîk, dîrokî, siyasî hene… Diyardeya ku romana kurdî kiriye kategoriyek û geşedaneka wesfî û jimarî aniye navê, di nava xwe de pir-alî ye. Ji vê diyardeyê re em ê bibêjin “fantazma” û dê mijara nivîsê jî ronkirina çend aliyên vê diyardeyê be. 

Fantazma û fantazmayeka çargoşeyî

Madem me ji diyardeya pir-alî re got fantazma, em ji mehneyên wê dest pê bikin. Di vê nivîsê de dê ev peyv bi du mehneyan bê bikaranîn. Ya yekem, aîdî Roland Barthes e. Di wan ders û semînerên xwe yên Collége de Franceê de Barthes ji bo vê tegehê geh dibêje “daxwaza nivîsandinê”, geh “daxwaza hilberîna objeyeka edebî”, geh “enerjî û motora ku mirov sewqî tevgerê (ya nivîsînê) dike”, geh jî dibêje “îlhama wan romanan e ku ew arezûya nivîsandinê çêdikin”… Lê belê bal kêşabe di van mehneyên nêzikî hev de, xaleka hevbeş heye: Daxwaza nivîsandinê. 

 

 

 

 

 

Goran û Gerranewe bo Kêşî Kurdî: Gerranewe bo Kurdistan

Sûrên Îbrahîm

bo tîpên latînî: Jiyar Homer

Pêşekî:

‘Ebdulla Goran (1904–1962) Heman karîgerîy bo wêjey kurdîy heye ke şa’îranî netewe jêrdestekanî împirratorîy ‘usmanî, le riwangey hoşyarîyanewe bo ziman û wêjey netewekeyan, heyanbuwe. Ew, ledayîkbûy şarî Hellebce buwe, Hellebce yekêk buwe le şare zînduwekanî parêzgay Silêmanîy le rûy ferhengîy û wêjeyîewe. Le begzadekanî Cafî Hellebce buwe. Bawkî mamostay zimanî kurrekanî qaymiqamî Hellebce, wate ‘Adîlexanim î Caf buwe. ‘Adîlexanim daykî rêberanî çîrokî dirêjî kurdîy nawîn, wate: Ehmed Muxtar Caf û şa’îrî evîndarîy Tayer Begî Caf buwe. Goran sereta marksîst bû, paşan penay bo mijarî neteweyî û gerranewe bo resenêtîy neteweyî xoy bird. Ew, wergêrrêkî lêweşawe bû, çendîn şanoşî le şêwey şî’rda honîwetewe. Le bestênîy honrawey mindallanîşda honrawey way honîwetewe ke le nest û binhoşî neteweyî û ferhengîy kurdda nexşî bestuwe.

 

 

 

 

Ji Çiya bo Giravê

Ji Tomis bo Manusê

Hashem Ahmadzadeh

ji soranî: Ehmed Berojî – Jiyar Homer

 

Dibe ku wêje û huner ji demên kevin ve têkelî azar û derbideriyê bûbin û afirînerên warê huner û wêjeyê, hemû deman bi cureyekî xwe li hember desthilatdaran dîtibe. Ew dema ku berjewendiyên desthilatê ji aliyê bereya huner û wêjeyê ve ketibe ber hereşeyan, jinavbirin û dûrxistin bûye çeka destên desthilatê li dijî derketin û nîşandana her cure wêje û hunereke dijber. Ev rastiye bi dirêjahiya dîroka civakên mirovî hebûye û ji efsaneyên yewnanî yên kevin heta dema niha ji bo me mîrat maye. Karesatên tije ji azarên dîroka mirovan di cîhana vegotinan de hatine tomarkirin û di çarçoveya wêjeya zargotin û nivîskî de navbera dem, cih û nifşan borîne û bûne sermayeya çandî ya civaka mirovî….

****

Serpêhatiya Bêhrûz bi çend hevokan dikare wisa were kurtkirin: Ew piştî ku ji Îranê derdikeve diçe Endonezyayê û li wir hewl dide biçe Awistralyayê. Du caran ta asta xeniqînê diçe û piştre tê rizgarkirin. Pênc roj pêş gihîştina wî bo Avustralyayê, qanûnek li wî welatî derdikeve ku eger kesek bi rêya qaçaxî bi keştî û beleman derbasî axa Awistralyayê bibe, mafê penaberiyê qet jê re nayê dayîn. …

****

Di rastiyê de, ev kitêb dikare weke projeyek hevbeş a gelek kesan were dîtin. Projeyeke piralî ya felsefî, wêjeyî, dîrokî, siyasî, raveyî, çîrokî… hwd. Di vê projeyê de nivîsîn, ramîn û wergêran bi şêweyekî hevterîb tên dinê û pêş dikevin. Ev berhema Bêhrûz mohra serdemekê li ser e ku tije ye ji nakokiyan. Cureyên nakokiyên vê kitêbê, bersîveke guncaw e ji bo nakokiya mirov û cîhana îro….

****

Tevî aliyên cîhanî û mirovî, mirov dikare vê kitêbê ji perspektîfeke kurdane bixwîne, dewsa kurdbûn û welatê kurdan tê de bi zelalî peyda bike. Di vê kitêbê de parçebûna Kurdistanê, şerê li Kurdistanê û berxwedana kurdan bi zelalî tê vegotin. Ala Kurdistanê û Kurdistaneke biçûk a Manusê, di xewnê de dîtina dayîk, cihê civîn, xweza û çiyayên Kurdistanê hemû nîşaneyên nasnameya vegotinê ne. …

****

Vegotina karesat, êş, kul û derdên jiyana rojane ya mirovan eger wêjeyî be, dikare di dilê milyonan mirovên li seranserê cîhanê de cihê xwe vebike. Her ku mirov bêtir bala xwe dide kitêba Bêhrûz Bûçanî, mirov ewqas hînî mezinahiya vegotinan dibe. Di rastiyê de eger vegotina me bikaribûya û derfet bidîta ku bi awayekî rast û berfireh bigihîşta guhên cîhanê, me dikarî pêşî li gelek trajediyên mirovahiyê yên li welatê me û heta yên li vê herêmê jî bigirin. …

 

Dramê Kênekanê Dêrsimijan û “Bohça”yê Abasiyanikî

Îsmaîl Güven

Miletê ma tarîx de rastê gelek qirkerdişan ameya. Dewletanê serdestan ke cayê xo biney kerdo hîra, rewşa înan a sîyasî û ekonomîke biney ke bîya başe hêrişê Kurdistanî kerdo. Nêke tena şarê Kurdistanî rastê qirkerdişan ameyo, heme ganîyê serê erdê nê welatî qirkerdişan ra para xo girewta. Daristanî, heywanê cayî û koyî, robarî… Û birîna tewr xedare, cinî û kênekê ma. Xorasan de wina bîyo, şiwareya “Lê Yarê” hîkayeya kênekanê kurdan vana ke hetê turkmenan ra ameybî ramnayîş û bazaran de ameybî rotiş. Ancîya Dêrsim de kênekî aîleyanê xo ra ameybî girewtiş, sey besilmayan dîyaybî aîleyanê leşkeran. Başûr de, qirkerdişê Enfalî de zî eynî çî qewimîya. Kênayê ke ameybî remnayîş, roşîyaybî ereban. Û seserra vîst û yewine de, verê çimanê ma û heme dinya de, Şengal de kênek û cinî ameyê remnayîş û bazaran de sey carîyeyan ameyê rotiş. Nê nuşteyî de ez do qismê verînî de qala ê raporan ke derheqê Dêrsimî de amade bîyê bikerî. Çimkî ê raporî îspat kenê ke dewlete verba Dêrsimî tedarikî şerî kena, vilakerdiş û kiştişê şarê asî (!) zî çareserîya tekane vînena….

Hûn dikarin dewama nivîsan ji kovara Zaremayê bixwînin.https://www.avestakitap.com/zarema-rexne-u-teori-13 https://www.pirtukakurdi.com/Zarema-14-tr?search=zarema%2014 

Share.

Leave A Reply