Ranjoo Seodu Herr

Ji Îng.: Fexriya Adsay

 

Piraniya feminîstên Cîhana Sêyem neteweperweriyê wek neyarê feminîzmê dibînin. Li hemberî vê meyla gelemperî, ez îdia dikim ku neteweperweriya “pirnavendî” ew potansiyela wê heye ku daweyên feminîstên li Cîhana Sêyem biparêze. Neteweperweriya “pirnavendî”, ku armanca wê heqîqî bidestxistin û dewamkirina serweriya neteweyî ye, di vê serdema neokolonyal a globalîzasyona kapîtalîst de hê jî manedar e û dikare xizmeta hedefên feminîst bike di pêşdebirina refaha piraniya jinên Cîhana Sêyem ku di bin vê sîstemê de pir zêde eziyet dikşînin. 

I. Destpek

 Di nav gelek peywendên Cîhana Sêyem[1] de, bi awayekî girîft neteweperwerî[2]  bi feminîzmê re tê têkildarkirin, ne tenê di maneya ku tevgerên neteweperwer gelek caran alikariya jidayikbûna feminîzmê kiriye, lê tê gotin ku neteweperwer û feminîst pirî caran li ser riya xwe ya bo eyn armancê  -serxwebûna neteweyî ji hêzeke kolonyal (Jayawardena 1986)- tevkariya hev kirine. Lê di nav vê tevkariyê de, neteweperwerên mêr ên Cîhana Sêyem her tim rojeva feminîst taloq kirine, heta ku têkoşîna neteweyî bi ser dikeve. Di vê demajoyê de, neteweperwerên Cîhana Sêyem her daîm feminîstên Cîhana Sêyem îstismar kirine, û rojevên feminîst ji dawiyê re hatine hiştin. Ji ber vê piraniya feminîstên Cîhana Sêyem a hemdem li hemberî neteweperweriyê gumanbar in, û heta hinek hewl didin neteweperweriyê ji gotara feminîst derxînin (Alarcon, Kaplan û Moallem 1999; Grewal and Kaplan 1994).

Dîsa jî, wek ku dinavhevdebûna wan a di merhaleya destpêkê de diyar dike, têkiliya navbera feminîzmên Cîhana Sêyem û neteweperweriyan bi carekê ve nikare bê qutkirin. Ev bi hewldanên hinek feminîst/çalakgerên Cîhana Sêyem ku dixwazin bi neteweperweriyê re têkiliya xwe bidomînin, ev bi rîsk be jî, tê piştraskirin (Gluck 1997; Kwiatkowski û West 1997); heta hinek di aleyhê feminîzmê de tercîha xwe ji bo neteweperweriyê dikin (Trask 1993 û1997; Jaimes û Halsey 1997).

Ger neteweperwerî bêkêr be, û heta ziyandar be ji daweya feminîst re, wek ku piraniya feminîstên Cîhana Sêyem îdia dikin, divê em çawa fam bikin vê sempatiya domdar a feminîst/çalakgerên din î Cîhana Sêyem a bo neteweperweriyê? Gelo ew xwe dixapînin dema piştgirî didin tevgereke anakronîk ku diyar e wê taliya talî bêbextiyê li wan bike? Bersiva min neyênî ye, ez ê hewl bidim vê nîşan bidim.

Di vê nivîsê de, ez ê biceribînim potansiyela neteweperweriyê ya ji bo pêşxistina armancên feminîst ên Cîhana Sêyem û potansiyela feminîstên Cîhana sêyem a ji bo nîşankirina rêyên nû di gotarên neteweperwer de raber bikim. Ev ne çavgirtinek e li nakokî û tevliheviyên ku di dîrokê de neteweperweriyê ji feminîstên Cîhana Sêyem re pêşkêş kirine. Berovajî vê, feminîstên Cîhana Sêyem divê haya wan ji xetereyên neteweperweriyê hebin û hewl bidin nekevin dafika neteweperwerên bavsalar. Ji ber vê sedemê, ez ê pêşî di beşê II. de lê binêrim ka neteweperweriyên Cîhana Sêyem, ên bi awayekî kevneşopî tên şîrovekirin, çawa zirar dane pêşketina feminîzmên Cîhana Sêyem

Lê, digel ku van kêşeyan bi temamî qebûl dikim jî, ez ê di beşê III. de du rêyan pêşkêş bikim ka çawa neteweperwerî hê jî ji bo feminîstên Cîhana Sêyem cazibeya xwe didomîne. Dû re, di bêşê IVa de ez ê jinûvebitêginkirineke muhtemel a neteweperweriyê dabîn bikim da ku ew bi awayekî çalak feminîzmên Cîhana Sêyem diparêze û bi pêş ve dibe. Di bêşe V.de, ez ê pêşniyaz bikim ka feminîstên Cîhana Sêyem, wek beşdarên meşrû yên din gotarên berdewam ên neteweperweriyê de, çawa dikarin roleke sereke bilîzin di veguherîna çanda xwe ya neteweyî de.

II. Dubendî: Neteweperwerî li Hemberî Feminîzmê

 Piraniya feminîstên Cîhana Sêyem dema qala neteweperweriyê dikin, rexne lê digrin. Sedemên gumana wan li gor rewşa taybet a ku tê de ne diguhere, lê ji bo hêsan be, mumkin e di nav du qadên fireh de bên kategorîzekirin.

Beşek ji rexneyan li ser pevçûna navbera neteweperwer û feminîstan a di peywenda neteweyî de hûr dibe. Ev pevçûn bi çend awayan xwe nîşan dide: Yek, yek ji hokerên girîng ên dibin sedema vê tengijînê, pêşqebûla neteweperweran a bo gewherê neteweyî ya “bala û ezelî” ye (McClintock 1995, 352)[3]  ku gelek caran bi taybetmendiyên malbatî tê îfadekirin. Ev şibandina bi malbatê re, ku ji bo wê imayê bide ku netewe jî wek malbatê tiştekî “xwezayî” ye tê bijartin, û hiyerarşiya ku xwe dispêre îtaeta jin û zarokan “xwezayî” dide nîşandan (1995, 357-58). Statuya jinên Cîhana Sêyem a serçemandî jî di navbera kolonyalîst û neteweperweran de qadek e ku zêdetirîn şer li ser tê kirin: ew ji bo kolonyalîstan yek ji delîlên “paşdemayîbûna” çanda Cîhana Sêyem e (bnr. Enloe 1989, 48-51), ji bo neteweperweran jî dibe sembola “resenî”ya nasnameya neteweyî ku lazim e bê domandin an ji nû ve bê hilberandin (bnr. Jayawardena 1986, 257; Narayan 1997, 17-19; McClintock 1995, 365). Du, laşên jinan gelek caran dibe xwedî giringiyeke sembolîk a neteweyê û sînorên wê: ev sînor ji tacîzên biyanî re vekirî ye, û loma pêwîst e, ne tenê bê parastin, divê ji aliyê mêran ve bê zexmkirin eyn bi awayê ku tixûbên axa neteweyî bi baldarî tê parastin  (Mostove 2000, 90, 102). Seksuwelîteya jinan ji ya şexs bêtir malê neteweyê ye. Loma tecawizkirina jinan ji aliye leşkerên dagirker dibe sembola qirêjkirina neteweyê ji aliyê hêzên biyanî, û ji îhlalkirina mafên takekesî zêdetir girîngiya wê heye (Liu 1994, 44; Yang 1998).[4] Sê, neteweperwerî bêje nebêje bi gotinên zayendperest tên sêwirandin, da ku îtibara birîndar a neteweyeke xesandî ku ji ber “nifûzkirin, dagirkirin û zalîya çandî” ya êrişkarekî biyanî hatiye bêrûmetkirin, ji nû ve bê vejandin (Kondo 1999, 314; Enloe 1989, 44). Ango, çalakiyên leşkerî yên êrişkar, ku ne li gor jinan in, tên biqîmetkirin.[5] Kêm caran dema jin jî wek mêran beşdarî têkoşînên neteweperwer ên “nêrane” dibin, divê lehengên “nêrane” texlîd bikin û, çawa ku sînordariyên biyolojîk, wek ducanî, ji beşdariya wan re bibe asteng, divê xwe paş ve bikşînin (Chinchilla 1997, 211-14). Çar, wexta serxwebûna neteweyî jî tê bidestxistin, tengijîna navbera neteweperwerî û feminîzmê dewam dike. Digel ku neteweperwerên mêr bi qewlê ku piştî serxwebûnê wê rewşa jinan bê baştirkirin  feminîstan han didin beşdarî şerê neteweyî bibin, taliya talî bêbextî li jinan tê kirin (Heng 1997, 36; Jayawardena 1986; Chinchilla 1997, 208; Enloe 1989, 60).[6]  Li gor vê riwangeyê, rola jinan di sazkirina neteweyê de jinûvehilberandin e. (Yuval-Davis 1997, beş 2; Gluck 1997, 106; Mostove 2000, 91, 98-99; Heng 1997, 38), û jin wek “welatiyên zayendkirî” (gendered subjects) tên dîtin; di qanûnan de ferq tê xistin navbera wan û mêran de di meseleyên mîrat an welayeta zarokan piştî hevberdanê (S. Moon 1998, 52-56; Heng 1997, 37, n.15 û 16). Di pevçûna navbera neteweperwerên Cîhana Sêyem û feminîstan de, îtirazên jinan ên bo neteweperweriyên hemûkirî (totalizing) wek nerihetiyên nêzîkî îxaneta li neteweyê tên dîtin, û feminîst wek “Rojavayî” û “neresen” tên bêrûmetkirin (Chinchilla 1997, 211; Enloe 1989, 60-1; Heng 1997, 33; Narayan 1997, 29; McClintock 1995, 384; K. Kim 1996, 72).

Cureyek din î rexneya Cîhana Sêyem a feminîst li hemberî neteweperweriyê li ser vê disekine, ka neteweperwerî çawa bandor dike li ser feminîstan û meseleyên feminîst di asta navneteweyî de. Di derbarê hin meseleyên zayendî yên navneteweyî de, neteweperwer meyla wan heye li ser hokerên derveyî yên îstismara seksuwel hûr bibin û ji çespandina bavsalar a hundirîn re jî çavên xwe bigrin. Wek mînak meseleya Koreyê ya “jinên rihetkirinê” (comfort women) yên di serdema kolonyal a Japonî de,[7] dema di salên 1990î de talî derket ser rû, di navbera hikumetên bavsalar ên Koreyî û Japon de derhal ket rêyeke şaş û “bû malzeme an zemîna axaftina mêran”  (Yang 1998, 130), hikumeta Koreyê hikumeta emperyal a Japonî tawanbar kir ku li hemberî jinên Koreyî tawanekî pir qirêj kiriye û hewl dide vê veşêre. Lê bavsalariya Koreyê jî qismek berpirsyar e ji berdewamiya êşa “jinên rihetkirinê” piştî serxwebûna neteweyî; babeta “jinên rihetkirinê” nêzîkî pêncî salan li Koreyê derneket holê ji ber ku ev jin hatin bêdengkirin ji ber îdeolojiya xurt a bavsalar a Koreyê ku wek fazîleta sereke ya jinan qîzanîyê derdixe pêş û windakirina wê wek eybeke pir mezin dibîne (Yang 1998, 132).[8] A din, meyla neteweperweran heye ku feminîstan sûcdar bikin ku, bi daxwazên pêkhînana aştiyê an wekheviya zayendî şerê hedefên neteweyî dikin, tevgera wan a hevkar a ber bi armancên hevpar lawaz dikin. Heta di nav feminîstan de jî ev dikare pratîkên vederkirin û nijadperestiya li dijî ew ên aidî neteweyên din jî teşwîk bike. Li Yugoslawyaya kevn teqîna hestên neteweperwer bû sedema dijberiyan di navbera feminîstên “netewetîyên” cuda de, beriya şer bi nisbî têkiliyeke wan a germ hebû. Hê ew ên bi înad hewl didin ji bo armanceke hevpar a bihevrebûneke aştîxwaz jî hene, lê bi taybetî ew ên neteweyên dagirkirî Bosna û Xirvatistanê, ku bi awayekî biryarder li aliyê neteweperweran e û Sirban û xwehên xwe yî feminîst ên ne-neteweperwer tawanbar dikin (Benderly 1997, 67-68).[9]

Dema mirov li vê têkiliya kêşeyî ya di navbera neteweperwer û feminîstan de dinêre, dibe ku mirov bifikire lazim e neteweperwerî ji gotarên feminîst bi temamî bê derxistin. A rast, hin feminîstên Cîhana Sêyem hene ku gihiştine vê encamê: Neteweperwerî ne tenê ji bo jinan astengî derdixe, lê ji ber şert û mercên civakî-siyasî-aborî yên “postmodernîteyê” her diçe zêdetir dibin anakronîk (Grewal and Kaplan 1994, 4), ku bi “hilatina awayên çandî yên postmodernîst, peydabûna awayên elastîk ên danheva sermiyanê, û çembereke nû ya “guvaşa dem-mekanê” di organîzasyona kapîtalîzmê de (Harvey 1990, nql. di Grewal û Kaplan 1994, 4) tê penasekirin. Ev feminîst kêfxweş in ku desthiltdarî êdî li metropolên Rojavayê kom nabe, li her derê dinyayê belav dibe, ji ber ku sermiyan bi tevgerên şîrketên navneteweyî re belav bûye. Loma, dubeşîtîyên navend/kenar û global/herêmî êdî nayên tetbîqkirin, û mefhûma “netewe”yê wek mahiyeteke cihê û homojen êdî ne kategoriyeke bikêr e (Alarcon, Kaplan û Moallem 1999, 12). Di rewşeke wiha de, ev feminîst û tevgerên feminîst divê bibin “neteweborî” (transnational), da ku li ser “xetên ku di nav van dubeşîtîyan re derbas dibin” (1999, 13) û bandorên wan î li ser jinên li ciyên cuda hûr bibin. Armanca axirîn a feminîzmên Cîhana Sêyem ên ji civakên cuda ew e ku heq ji awayên cuda yên pratîkên bavsalar werin ji bo avakirina “koalîsyon,” “tevkarî,” an “piştgirîyên neteweborî” (1999, 18, 19, 26). Di çêkirina koalîsyonên bi vî rengî de hokera diyarker beşdariya di pratîkên berxwedanê de ye, ne nasnameya beşdaran e (1999, 18). Ez van torên feminîst ên neteweborî yên bi vî rengî ji bo hin kêşeyan bên bikaranîn nîqaş nakim û guman nakim ku hin ji van toran hin pêşveçûnên şênber pêk anîne (bnr. Keck û Sikkink 1998, beş 5; Shaheed 1994). Lê, xuya ye behsa kevnbûna neteweperweriyê ji bo Cîhana Sêyem niha bêwext e. Di du beşên piştî vê de, ez ê sedemên vê fikra xwe rave bikim.

III. Ji bo çi Neteweperwerî?

Ev rastiyeke baş tê zanîn ku neteweperwerî wek Janusa-du-rû ye. Rûyek wê pir tirsnak e: vederkirin, neyartiya biyaniyan, fanatîsîzm, firehkarî, êrişkarî, qirkirina etnîk, xwînrijandina bêdawî. Rûyê din jî aliyekî bi nisbet erênî yên neteweperweriyê nîşan dide. civak, serweriya neteweperwer, serxwebûn, diyarkirina paşeroja xwe, piratî. Her çiqas di realiteyê de ev her du rû li hev diqelibin jî, ez bawer dikim bi rêya jihevcudakirina Anthony Smith a di navbera neteweperweriya “etnonavendî” (ethnocentric) û neteweperweriya “pirnavendî” (polycentric) de girîng e ku di navbera neteweperweriyên rewa û nerewa de ferqek bê danîn. Angaşta sereke ya yekem ew e ku “hêz” û “qedr”ê yekî/ê tenê di neteweya wî/wê de ye,[10] mînakên vê cureya îdeal neteweperweriyên firehkar ên Almanya û Japonyayê yên di Duyem Şerê Cîhanê de ne. Angaşta sereke ya duyem jî ew e ku neteweya yekî/ê mafê wê heye ku “beşdarî ‘malbata neteweyan,’ heyecana navneteweyî ya statuya wekhevan” bibe (Smith 1983, 158-59); gelek tevgerên neteweperwer ên neteweyên kolonîzekirî mînaka vê cureya îdeal a duyem in. Eşkere ye ku cureya yekem a neteweperweriyê ji aliyê exlaqî ve nikare bê pejirandin, lê ez bawer dikim cureya duyem a neteweperweriyê dikare bê pejirandin, ku sedemên vê dû re wê bê ravekirin.[11] Ji vir wê de, nîqaşa min wê di nav sînorên neteweperweriya “pirnavendî” de be ku ji aliyê exlaqî ve potansiyela wê ya rewa bê dîtin heye.

Lê ji îtirazên feminîst ên li dijî neteweperweriyan jî diyar e, ev jêrkategoriya bi nisbî erênî jî -bi taybetî lê ne tenê- eşkere ye ku ji bo jinan bi temamî ne erênî ye. Di bin direfşa neteweperweriyê de, dixwaze beriya serxwebûnê be dixwaze piştî wê be, jin, mirovên ji çînên jêrîn, mixalif û komên kêmar her tim tên îstismarkirin û êrêşkirin. A rast, neteweperwerî wek amraza dûrketina ji van parçebûnên civakî hat nasandin. Ewçax çima feminîstên Cîhana Sêyem qedir bidin neteweperweriyê, û beşdarî gotarên neteweperweriyê yên berdewam bibin? Bersiv dikare li ser du zemînan bê dayin: Yek, li ser zemîna derûnî-civakî de, û du, li ser zemîna siyasî-aborî de. Ji vir wê de, ez ê li ser van du xalan bisekinim.

1) Zemîna Derûnî—Civakî

Van salên dawî de, civatnasan bi awayekî eşkere nîşanî me dan ku nasnameya me tenê di nav “torên sohbetê” de şikil digrin (Taylor 1989, 36). Zimanê em di “sohbet”ên curbecur ên bi kesên din re bi kar tînin, zimanê dîrokî yê civatekê ye ku endamên wê çandeke hevpar[12] parve dikin, ku ew çand jî hemû wechên manedar ên jiyana mirovî di xwe de dihewîne. Bi vî awayî, ziman bi xwe ne bêalî an rûtenik e, lê nirxên çandî û tercîhên ji aliyê endamên civatê tên pejirandin û riayetkirin raber dike.[13] Ji ber vê, bi bikaranîna zimên ku ji xwe qaideyên çandî ku nasnameya me pêk tînin di xwe de dihewîne, hin armanc û nirxên nehilbijartî yên di çanda me de dibin diyarkerên nasnameya me;  loma, qe ne di salên şikilgirtinê de, bi rastî hin encam li pêş xwe ne (Sandel 1982, 58). Heta dema mirov mezin jî dibe, tercîhen wî/wê bi temamî ji aliyê îradeya wî/wê nayên diyarkirin, tercîh bi parametreyên  çanda wî/wê, embara hemû tercîhên pêkan, hatine sînorkirin; ji bo piraniya mirovan, çanda wan diyar dike ka kîjan armanc bi qedr in û kîjan amrazên gihiştina wan qebûlbar in. “Aşînabûna bi çandekê re sînorên aşopbariyê diyar dike. Parvekirina çandekê, bûna parçeyek wê, sînorên  pêkanbariyê diyar dike” (Margalit û Raz 1990, 449).

Wek malbat, tax, eşîr, gund, bajar, netewe gelek civatên li hev diqelibin, tevkariya çêbûna nasnameya yekî/ê dikin. Bi rastî, qe ne hin caran mirov dikare xwe bi kolektîvîteyeke dûr û razber, wek mirovayetî, girê bide. Lê, em li geşedanên dîrokî yên di serdema modern de binêrin, wek belavbûna “çandeke bilind” di nav hemû gelheyê de bi rêya bisazîbûna perwerdeya giştî ya standard (Gellner 1983) û kapîtalîzma çapê (Anderson 1991), neteweyan di nasnameya modern de ciyekî navendî zevt kirine. A rast, di gelek mînakan de, netewe, wek sponsora sereke ya perwerdeya standard, ku di heyama modern de bûye guhêzera sereke ya çanda “xwedî nifûz,” bi sînorên çandê re li hev rûdine; netewe ne tenê teşegirtina çandê diyar dike, lê wê bi saya saziyên xwe yî civakî diparêze û dide berdewamkirin. Bi vî awayî, netewe roleke girîng lîstiye di çêbûn û parastina nasnameya yekî/ê de (bnr. Gellner 1983, 111), û hestên neteweyî ketiye nav kûrahiya ruhên modern.[14]

Lê endamên neteweyekê hewce nake haya wan ji rehendê “neteweyî” yê nasnameya wan hebe. Kesek bêyî ku bi kesekî derveyî neteweya xwe re temas bike, di temama jiyana xwe de tenê di nav neteweya xwe de bijî, ew kes dibe ku hay ji çanda xwe ya neteweyî çênebe. Mirov bi tunebûna wê hay ji hewaya tenefus dike dibe, dema bi “êdin” re rû bi rû dibe jî hay ji neteweyîbûnê dibe. Bi giştî  wek wechên din î nasnameyê, nasnameya neteweyî jî ne “nîşana yekeyek hevyek (identical), bi awayekî xwezayî çebûye,” lê encax di saya dijberî û vederkirinê peyda dibe (Hall 1996, 4). Birrek peywendên cuda hene ku yek tê de rastî Êdin tê. Lê ji bo armanca vê nivîsê, ku wê li se neteweperweriya “pirnavendî” hûr bibe, rewşên têkildar ew in ku Êdin, bi rêya hin kirinên taybet ên guhnedanê û biçûkdîtina kesên aidî neteweyeke diyar, hesta biçûkdîtinê telkîn dike û ji yekparetiya  nasnameya neteweyî ya kesekî/ê re dibe tehdît.

Dema ev pêk tê, xwe-hurmeta yekî/ê pir zêde di bin bandorê de dimîne (bnr. Margalit û Raz 1990, 449; Kymlicka 1995, 89; Taylor 1992, 36). Her çiqas nasnameya neteweyî temama nasnameya mirov temsîl neke jî, kesekî/e girûra wê/wî birîndar (Berlin 1991, 252) wê tenê li ser aliyê bêqîmetkirî yê nasnameya xwe bisekine; “dema pergala min a cimeatê bê tehdîtkirin, ewçax ez bi temamî, bi awayekî radîkal cimaeta xwe diparêzim” (Walzer 1994, 82). Di rewşeke wiha de, bi gelemperî yê/ya bêrûmetkirî du cure bertek dide; yek, pejirandin û dahurandina nirxandina Êdin û heta ji desta bê hewldana xwe-şibandina Êdin e; a din, berovajîkirina projeksiyona Êdin û pejirandina wek fazîletan ew çawaniyên bêqîmetkirî. Her çiqas a yekem, îhtimala rastîn e ku di dîrokê de ji aliyê gelekan hatiye hilbijartin, her tim nikare bê tetbîqkirin; ji bo ew ên xwedî taybetmendiyên “nijadî” yên fizikî ne û cudatî ji rûyên wan xuya ye, xwe-şibandina Êdîn ne çare ye (Gellner 1983, 64). Kesên wiha, dibe ku di serî de dixwazin xwe-bişibînin Êdin, ji ber diskrîmînasyona xurt û sîstematîk mecbûr dimînin serî li vebijêrka duyem bidin. Tam jî di vê rêya duyem de, ku endamên neteweya bêqîmetkirî yên ji ber “girûra birîndar” êş dikşînin dest bi berxwedanê dikin li hemberî bêhurmetkirinê û taybetmendiyên ji aliyê hev-endaman tên parvekirin berz dikin, neteweperweriya “pirneteweyî” hişyar dibe (Gellner 1983, 58-62, 69; Berlin 1991, 245-47; Taylor 1997, 44-46). 

2) Zemîna Siyasî-aborî

Xala ku neteweperwerî gelek caran derbarê “girûra birîndar” de ye, bi zemîna din re têkildar e. Di Cîhana Sêyem de ku netewe hê ji bo serxwebûnê an ji bo hin awayên din î xwe-birêvebirina neteweyî şer dikin, neteweperwerî wek awayekî berxwedanê tê tercîhkirin. Hin teorisyen/çalakgerên jin -teredud dikim têgeha “feminîst” bi kar bînim ji ber ku feminîzma Rojavayî red dikin- ên di nav neteweyên wiha de tercîha xwe teqez bi aliyê neteweperweriyê de dikin (Trask 1993 û 1997; Jaimes û Halsey 1997; Awatere 1984). Dibêjin feminîzma Rojavayî ya Ewronavendî, ku jinan gişî bêyî ku li nijad an etnîsîteya wan binêre wek qurbanên neyarekî hevpar, ê bavasalariyê dibîne, feminîzma spî li hember jinên mêtinkirî yên bi awayên cuda marûzî mêtingerî û nijadperestiyê dibin kor dike; li gor wan, rizgariya jinan, di maneya xwe ya herî hewîner de, encax bi serweriya neteweyî re pêkan e.[15]

Lê ji bo gelek feminîstên din î yên Cîhana Sêyem ku ji bo serxwebûna neteweyî şer dikin, alîgiriya neteweperweriyê tijî jixwegumankirin û bêbiryarî ye.[16] Sherna Gluck ji bo vê dubendiya feminîstên Filistînîyan a di hevkariya wan a bi neteweperweran de di şerê serxwebûna neteweyî de mînak dide: li aliyekî, feminîst serxwebûna neteweyî dixwazin tevî mêrên neteweperwer ku meyla wan heye meseleyên feminîst bihêlin piştî armanca hevpar; dema ji bo tevgerên neteweyî tên teşwîkkirin, ji wan tê payin ku dabeşkirina kedê ya kevneşopî bipejirînin (Gluck 1997, 106). Li aliyekî din, ger feminîst bixwazin meseleyên feminîst bînin rojevê û bernameyekê amade bikin ji bo di têkiliyên zayendî de hin guhertinên binyadî bikin, ji wan re tê gotin “niha ne wext e” û ji aliyê him jinan him mêran tên sucdarkirin ku di têkoşîna neteweyî de dibin sedema cudabûn û bêtifaqîyê (1997, 115-6, 110, 114, 120; Chinchilla 1997, 211; Enloe 1989, 62; Kwiatkowski û West 1997, 150).

Digel vê dubendiyê, feminîstên Cîhana Sêyem ên neteweyên mêtinkirî hemfikir in ku serxwebûna neteweyî yek ji armancên aciltirîn e. Feminîstên Cîhana Sêyem ku bi tehdîda çespandina sîstemîk, îstismarkirin û heta carna bi qirkirinê re rû bir û dimînin heqê wan heye beşdarî hewldanên neteweperwer bibin, mêtinger û êrişkaran biqewirînin. Pirsgirêka sereke ya feminîstên Cîhana Sêyem ku rû bi rû dimînin, ne ku ka beşdarî şerê neteweyî bibin an na, lê mesele ew e ka çawa xitabî fikrên baavsalar ên rêhevalên xwe yî mêr bikin li ser rêya hedefa hevpar a neteweperweriyê. Ger dîroka xapandin û bêbextiya neteweperwerên bavsalar li aliyekî be, feminîstên Cîhana sêyem pêwîst e daxwaz bikin ku daweyên feminîst û neteweperwer lazim e bi hev re bên meşandin; divê bi israr û bi sebir bin di berdewamkirina diyaloga bi hevrêyên xwe yî mêr re û di pêşînkirina kêşeyên feminîst de. Aciliyeta vê peywirê heye, ji ber ku “ger neteweperwerî ji aliyê hêzeke zayendî neyê veguherandin, netewe-dewlet wê wek hawizê hêviyên mêran, daxwazên mêran û îmtiyazên mêran bimîne (McClintock 1995, 385-86; Chinchilla 1997, 216).

Lê, ger serxwebûna neteweyî hatibe bidestxistin, gelo neteweperwerî, digel tevliheviyên ji bo wan derdixîne, hê jî ji bo feminîstên Cîhana Sêyem qedrê wê heye? Bersiva vê pirsê girêdayî vê ye ka gelo neteweperwerî potansiyela wê heye refaha jinên Cîhana Sêyem piştî serxwebûna neteweyî jî pêş ve bibe an na. Ez bawer dikim bersiva vê pirsa duyem “Erê”yeke têrûtijî ye. Bersiv erênî ye, ji ber ku, wek ku ez ê di dawiya mayî ya nivîsê de dest nîşan bikim, piştgirîdana neteweperweriyê di vê cîhana “post-kolonyal” de jî dikare fêde li jinên Cîhana Sêyem bike. Tevî vê, lêhatî ye jî, ji ber ku têgeha neteweperweriyê divê berê berê ji nû ve bê bitêgînkirin da ku bi feminîzma Cîhana Sêyem re li hev bike. Ev peywir wê di beşê IVa de bê pêkanîn.

Yek, ka em binêrin neteweperweriyên Cîhana Sêyem çawa dikarin xizmeta feminîzmên li neteweyên Cîhana Sêyem ên wek “serwer” tên qebûlkirin, bike. Li gor David Miller, serweriya dewletekê du wechên wê hene: dewletek, dema “di nav sînorên xwe de di hemû meseleyan de wek desthilatdariya dawîn bê pejirandin” ew li hundir serwer e; ku biryarên wê ji aliyê desthilatdariyek din, çi dewletek din be çi saziyek navneteweyî be, neyê astengkirin ew li derve jî serwer e (1995, 99). Ev nayê wê maneyê ku her biryara dewleteke serwer rewa ye: Miller dibêje dewletên serwer lazim e li hundir demokrat bin (1995, 100) û li derve jî ne-êrişkar bin (1995, 104) da ku rêz ji serweriya wan re bê girtin. Ewçax ji bo vê nîqaşa niha pirs ev e, neteweyên “serwer” ên Cîhana Sêyem, ewên li derve ne êrişkar û li hundir demokrat in, gelo di maneya jor de serwer in? Bersiv ev e ku di nav sînorên xwe de di gelek meseleyan de pirî caran otorîteya “axirîn” bi kar nînin, an biryarên wan ji midaxeleyên hêzên derveyî ne azade ne. Hê jî di bin bandora mîrata mêtingeriyê de ne, û piraniya neteweyên Cîhana Sêyem di vê heyama xwedê girabî post-kolonyal de jî di nav toreke neokolonyal de ne. Ev mêtingehên kevn, her çiqas serxwebûn û serweriya wan a siyasî hatibe pejirandin jî, bi mêtingerên xwe yî kevn re di di nav wekheviyeke siyasî û aborî de ne, û hê jî ji “hakimiyeta neyekser û kone ya hêzên siyasî, aborî, civakî, leşkerî û teknîk” muzdarîb in (O’Connor 1970, 117). Li gor vê, neteweperweriyên Cîhana Sêyem hê jî xizmeta pêşvebirina refah û teşwikkirina edaletê dikin ne tenê ji bo gelên Cîhana Sêyem lê bi giştî ji bo jinên Cîhana Sêyem jî.

Ji bo ravekirina vê xalê ez ê du mînakan bidim. Yek, li Koreya Başûr, ku leşkerên D.Y.A. ji dawiya Duyem Şerê Cîhanê lê bi cî bûne, di navbera 1967 û 1987a de ji 39, 542 bêtir sûc hatiye kirin ji aliyê karmendên artêşa D.Y.A.; yanê tê wê maneyê ku leşkerên Amerîkî vasatî rojê du sûc kirine (East Asia-U.S. Women’s Network Against Militarism 1998, 35; Adler 2000, chapter 2). Di nav van sûcan de “kuştin, tecawizên xedar, îstismara seksuwel, şewitandin, dizî, qaçaxî, fêlbazî, qaçaxiya tiryakê, sûcên trafîkê, firotin û bazara  derqanûnî yên malên Amerîkî” hebû (East Asia-U.S. Women’s Network Against Militarism 1998, 35-6). Lê ji ber peymana newekhev a di navbera D.Y.A. û Koreya Başûr de, bi navê Peymana Statuya Hêzan a K.K. (Komara Koreyê)-D.Y.A. (SOFA), ku di 1967a de hat çêkirin (Adler 2000, beş 2), di daweyên cezayê de jî, personelê artêşê jî tê de, mafê darizandinê yê berpirsên leşkerî yên Amerîkî ye, û hikumeta Koreyê di ji sedî du yê van daweyan de mafê wê darizandinê heye. Yên bersûc tên radestkirin bo rayedarên leşkerî yên Amerîkayê û cezayê pir biçûk digrin. Li hemberî şaşiyên leşkerên Amerîkî pêvajoya wergirtina tezmînatê ewqas giran û acizker e, û tezmînat hindik e ku piraniya Koreyiyan ji mafê xwe yî wergirtina tezmînatê feraxat dikin. (East Asia-U.S. Women’s Network Against Militarism 1998, 36). Ev delîl giş “cotstandard”a di lehê karmendên artêşa Amerîkî de li cem rayedarên artêşa Amerikayê piştrast dikin (1998, 36).

Di bin van şerdan de, hikumeta Koreyê nikare serweriya xwe bi kar bîne û di nav sînorên xwe de welatiyên xwe biparêze, û her  Koreyî, çi mêr be çi jin be, ku bûne qurbanên sûcên leşkerên Amerîkî ji aliyê zagonan têra xwe nayên parastin û di nav neteweya xwe de ziyana wan nayê telafîkirin. Lê jinên Koreyê, piranî laşfiroşên di kampên kerxaneyên Amerîkî de, derba vê bêedaletiyê dixwîn ji ber ku sedeyek mezin a van sûcan sûcên seksê ne ku li dijî wan hatine kirin (Adler 2000, beş 2). Piraniya van sûcên seksê nayên cezakirin ji ber ku gelek caran tên veşartin an ji ber tirsa qurbanên wan a bergirîdanê (misilleme) an ji ber demxeya civakî nayên raporkirin (East Asia-U.S. Women’s Network Against Militarism 1998, 36). Ji ber vê rewşa xirab, Saziyên Sivîl ên feminîstên Koreyî wek “My Sister’s Place,” “Sae Woom Tuh,” û “Tabitha’s Community,” ji salên 1980î vir de ji bo çêtirkirina rewşa jinên laşfiroş ên di kampên kerxaneyên Amerîkî yên li Koreyê dixebitin. (Adler 2000, beş 3). Lê fehma ku muameleya xirab van jinên laşfiroş ji leşkerên Amerîkî dibînin, nîşaneya meseleyên mezintir e, wek hukim û hegemonyaya  Amerîkayê wek “dagirker” li Koreya Başûr (K. Moon 1997, 47) û helwesta bêhurmet û nijadperest a leşkerên Amerîkî li hemberî Koreyîyan (1997, 33-34), di nav raya giştî ya Koreyê de her diçe mezintir dibe.[17] Di encamê de, piştî kuştina sansasyonel û xofdar a jina laşfiroş Yoon Geum Yi ji aliyê leşkerekî Amerîkî di sala 1992ya de, Seferberiya Neteweyî ji bo Tunekirina Sûcên Yekîneyên Amerîkî li Koreyê (ji vir şûn de “Seferberiya Neteweyî”) hat avakirin ku bêedaletiyên bi vî rengî protesto bikin (K. Moon 1997, 31; Adler 2000, beş 3).

Beriya her tiştî ev seferberî neteweyî ye,[18] ji ber ku armanc dike peymana newekhev SOFAyê nû bike, “bi temamî xweseriya neteweyê xurt bike” û mafên sivîl ên gelê Koreyê li dijî sûcên karmendên artêşa Amerîkî biparêze (Jeong 1996, 11-12, nql. di nav Adler 2000, beş 3 de). Lê vê seferberiyê bi hin Saziyên Sivîl ên feminîst ên navborî re tifaq kirin, û kêşeyên feminîst ên derbarê jinên laşfiroş de derxistin pêş. Li vir em dibin şahidê koalisyona neteweperwerî û feminîzmê ku bi hev re ji bo geşkirina berjewendiyên neteweyî û feminîst ku li gelek ciyan digihêjin hev, dixebitin. A din, him saziyên sivîl ên feminîst him Seferberiya Neteweyî bi awayekî çalak di nav torên neteweborî yên li dijî milîtarîzmê û bandorên wê yên li ser jin û zarokan, cî digrin (East Asia-U.S. Women’s Network Against Militarism 1998).

Qadeke din ku berjewendiyên neteweyî û yên feminîst ên Cîhana Sêyem digihêjin hev, şerê li dijî “globalîzasyon”ê ye. Globalîzasyon, gelek rûyên wê hene ku firehkariya medya, ragihandin, endustriyalîzm, teknolojî û aboriya kapîtalîst a seranserê cîhanê îşaret dike.[19] Li vir ez ê li ser rûyê aborî yê globalîzasyonê û xebatên saziyên Fînansa Navneteweyî hûr bibim —wek IMF, Bankeya Cîhanî û Rêxistina Ticaretê ya Cîhanê (WTO) (Mohan û yên din. 2000, 14).[20] Di bin ala “neolîberalîzm” û “ticareta azad” de, rêxistinên navborî yên fînans û ticaretê yên navneteweyî zext li ser neteweyên Cîhana Sêyem dikirin ku bazarên xwe ji şirketên navneteweyî û sermiyana neteweborî re vekin. Li gor Saziyên Fînans ên Navneteweyî (SFN), di vê pêvajoyê de, wek pêşmercê wergirtina krediyê, ferzkirina “Politîkayên Guncaniya Bingehîn” (PGB) li ser neteweyên Cîhana Sêyem heye (Jaggar 2000; Mohan û yên din 2000, beş 2; Sparr 1994, 1). Li ser bingeha pêşbîniyên aboriya neoklasîk, PGB armanc dike “mezinbûna dem-dirêj û karîgeriya” neteweyên deyndar zêde bike (Sparr 1994, 7). Lê di realîteyê de, modela neoklasîk ne tenê pêşbîniya îhtimalên nerealîst dike,[21] lê pêkanîna PGByan mezinbûna piraniya neteweyên deyndar têk bir û kalîteya jiyana gelheya herêmî xirabtir kir (Jaggar 2000, 3; Hoogvelt 1997, 170-72). Di nav PGByan de qutkirina misrefên bernameyên refaha civakî, dawîlêanîna alîkariya dewletê ya civakî, qutkirina mûçe an pîşeyên karmendên gişteyî, û rêlêvekirina îstismarkirina çavkaniyên xwezayî hebû (Jaggar 2000, 2; Sparr 1994, 7), ku van gişî standardên jiyana piraniya gelheyên herêmê xirabtir kirin. Van politîkayan bi giştî zirar dida gelheyê, bi taybetî jî yên feqîr, lê li aliyê din kêmareke bijareyên Cîhana Sêyem ji van îstifade dikin û her diçe qelşa di navbera feqîr û dewlemendên Cîhana Sêyem de mezin dibe. Lê di vê rewşê de yê teqez bi ser dikeve şirketên neteweborî yên Cîhana Yekem in ku kaniya kara wan kêmkirina mûçeyan e û lawazkirina sendikayan e (George 1992, xvii).

Di vê rewşê de, jinên Cîhana Sêyem, ku bi gelemperî li ser pêlika jêrtirîn a dirênceyê ne, zêdetirîn di bin bandorê dimînin.[22]  Yek, jin ji bandorên neyekser ên PGByan muzdarîb in: Ji ber ku xizmetên gişteyî hatin qutkirin, tê payîn ku xweh, jin an dayik vê valahiyê tijî bikin, ev jî rê vedike li ber xirabûna çawaniya jiyana jinan. (Elson 1992, 34; Watkins 1994, 126). Gelek caran, ji bo “butceya xwe li hev bînin” karên jinan ên malê bi derbekê ve zêde dibin ji ber ku fêkî diçînin, ji dêvla kirînê xwarinê çêdikin, ji bo tiştên erzan peyda bikin zêdetir wext xerc dikin, li extiyar û zarokan dinêrin bêyî alikariya dewletê;[23] ji perwerdeya keçikan tê kêmkirin, ji wan tê payîn karê malê bikin û butceya biçûkbûyî ji bo lawikan tê xerckirin; tenduristiya jin û keçikan xira dibe ji ber ku xwarin û vexwarina kêmbûyî para zêdetir ji mêr û lawikan re tê veqetandin; dema şerdên jiyanê girantir dibin, jin bêtir marûzî tundiyê dibin (Sparr 1994, beş 2). Jin yekser jî muzdarîb in: Wexta PGB tên tetbîqkirin, ger hin pîşe wê bên rakirin, ev berê berê dibe pîşeyên jinan (Fifty Years Is Enough 1999; Son 1998; H. Lee 1998; J. Lee 1998; Louie 1995, 428; Mies 1993, 63); ji Cîhana  Yekem berhemên çandiniyê bi bihayekî erzan tên kirîn ku cotkarên li Cîhana Sêyem nikarin bi wan re reqabet bikin loma ev cotkar, piranî jî jin him ji karê xwe dibin, heta birçî dimînin (Shiva 1993, 236); jinên kedkar ên di karên kêm-pere de dixebitin, di warê mafên xebatkaran de, pir zêde di bin bandora helwesta bêhurmet a şirketên navneteweyî de dimînin (Jaggar 2000, 11).

Dema em li van dezavantajên pir zêde dinêrin, ku jinên Cîhana Sêyem jê muzdarîb in li vê dinyaya ku her diçe globaltir dibe, feminîstên Cîhana Sêyem divê bi her awayî koalisyonên neteweborî ava bikin li dijî encamên xirab ên globalîzasyona aborî. Ez di wê baweriyê de me ku neteweperwerî dikare roleke erênî bilîze di vê têkoşînê de;[24] ger hikumetên Cîhana Seyem, ên ji aliyê gelê xwe ve tên destekkirin, bikaribin li hemberî tacizên aborî yên “neolîberalîzm”a li dinyayê berbelav rabûna,[25] belkî aloziyên jinan ên ji ber globalîzasyona aborî ger nikaribe ji holê bên rakirin jî, dikaribûn bên sivikkirin. Bi vê, ez naxwazim bibêjim neteweyên Cîhana Sêyem di pêşvebirina refah û edaleta di nav welatiyên xwe de bêqisûr in. Wek dîrokê gelek caran piştrast kiriye, gelek dewletên Cîhana Sêyem nikaribûne refaha gelê xwe pêş ve bibin, û neteweperwerî ji bo serîtewandina komên dezavantaj bûye rêya xapandinê. Lê aliyên neserketî yên neteweperweriyê kêmasiya neteweperweriyê ya gewherî îspat nake; tişta îspat dike ev e ku pêşvebirina demokrasiyê, wek di hemû tevgerên din î civakî û siyasî de ji bo neteweperweriyê jî pir girîng e.

Berovajî nêrîna serdest, potansiyela neteweperweriyên Cîhana Sêyem ne xewneke vala ye. Ji aliyekî ve neteweperweriyên dewletên Cîhana Sêyem cûr be cûr ên bi destê dewletê, ji jor ve hatine ferzkirin, her tim ne demokratîk û ji bo feminîzmê ziyandar bûne wek ku feminîstên Cîhana Sêyem bi heqî rexne dikin (beş II), li hin ciyên Cîhana Sêyem cureyek din î neteweperweriyê jî piştgiriya populer ferman dike. Mînaka Koreyê di warî de ronîdar e. Ligel ku li Koreyê demokrasî tiştekî nû ye û îşaretên nekamilî û xavitîyê dide, dîsa jî bi diyalektîka xwe ya hundirîn a kerkotî û bêserûber a tevger û reformên civakî, Kore demokrasîya xwe pêk anî. Ji nav van tevgeran a berbiçavtirîn tevgera xwendekarên neteweperwer e, bi navê neteweperweriya “minjung”, dawî li dîktatoriya leşkerî anî û dû re di 1987a de bê xwînrijî hilbijartina demokratîk ên serokatiyê çêbû. Neteweperweriya “minjung” bi temamî li dijî neteweperweriya bi destê dewletê ya dîktatoriya leşkerî, bi serê xwe geş bû. Ev tevger ji aliyê rewşenbîran û xwendekarên zanîngehê hat destpêkirin lê hêdî hêdî belav bû di nav “minjung (girseyan)” de jî, ku, bi gotinên Marksîst ên alîgirên tevgerê, ji “proleterya” û “birjuwaya biçûk” pêk dihat.

Armanca tevgerê tam jî biserhevxistina demokrasî û neteweperweriyê bû: her çiqas hedefa talî ya tevgerê teşwîkkirina wekhevî û demokrasiyê di nav neteweyê de ye jî (Kang 1995, 36-37; Louie 1995, 428), ew neteweperwer e ji ber ku alîgirên wê di wê baweriyê de ne ku îdealeke wiha encax dikare bi riya têkbirina serdestiya çandî, siyasî, aborî û leşkerî ya Cîhana Yekem, bi taybetî ya Dewletên Yekbûyî, pêk were. Yekkirina Koreya Bakur û Başûr wek xala sereke tê dîtin ku dikare serxwebûna heqîqî ya neteweyê pêk bîne û loma wek aciltirîn armanc tê pejirandin (Wells 1995, 5-8; C. Choi 1995, 105-108). Li pey cot-armanca xwe ya demokrasî û neteweperweriyê, vê tevgerê bi çend tevgerên din re, wek yekitiya sendikayan, tevgerên olî û tevgerên feminîst, tifaq kirin  (Loui 1995; Yoon 2001; Nam 2000); li Koreyê koalisyona hat qalkirin a di navbera Seferberiya Neteweyî û saziyên sivîl ên feminîst de ji bo çêtirkirina şerdên jiyana jinên laşfiroş ên li kampên kerxaneyên Amerikî, mînakek e ku vê hewldanê îspat dike.

Neteweperweriyên Cîhana Sêyem ên bi vî rengî ku ji nav gel derdikevin û ji jêr ber bi jor ve diçin, dibe ku potansiyela pêşvebirina demokrasî û feminîzmê di xwe bihewînin (bnr. C. Choi 1995, 106). Ewçax, demokrasî û neteweperwerî ne li dijî hev in, lê berovajî vê, ji bo potansiyela rizgarker a neteweperweriyên “pirnavendî” derkevin holê, mecbûr in bi hev re bixebitin.[26] Lê pêvajoya demokratîzebûnê berê berê peywira yên hundir in.[27] Midaxeleya ji derve ya “rast” dikare pêvajoyê pêş ve bibe,[28] lê demokrasiyeke bi îstikrar ji diyalektîka hundirîn a reforman derdikeve. Midaxeleyên “şaş” ên rêxistinên pere û ticareta navneteweyî dikare rê bigre li ber hewldanên hikumetên Cîhana Sêyem û gel ji bo muzakerekirin û pêkanîna reforman (Stiglitz 2000; Fifty Years Is Enough 1999).[29]

IV. Neteweperweriya “ne-gewherî”?

Her çiqas feminîstên Cîhana Sêyem sedemên wan î rewa hebin ku neteweperweriyê cazib bibînin jî, wa bi rihetî jî nikarin daxilî nav gotarên neteweperwer bibin. Wek me dît, piraniya gotarên neteweperwer meyla wan heye pênaseyên monolîtîk û bavsalar ên “netewe”yê, ku xwe dispêrin bindestkirina jinan, derxin pêş (Alarcon, Kaplan û Moallem 1999, 7).[30] Lê, pênaseyên wiha gewherhez û madeyîkirî yên “netewe”yê anakronîk in. Di nav teorisyenên neteweperweriyê de piranî tê qebûlkirin ku têhega neteweyê tenê sazkirineke civakî ya serdema modern e. Ew mît e ku “netewe wek awayeke xwezayî û ji xwe ber a senifandina mirovan, wek qedereke siyasî ya gewherî ku demeke dirêj e taloq bûye” (Gellner 1983, 48-49). Netewe, wek cêrika çanda “li her derê belav”, marûzî guherînê dimîne ne tenê bi naveroka xwe dema her roj rastî çandên din tê, lê netewe bi xwe jî di nav pêvajoya berdewam têşegirtinê de ye ji ber ku gelek kes koç dike;[31] wek encam, “melezbûn”a çanda neteweyî jêveneger e û “hiyerarşiya civakî” ya demekê hatibû îdealîzekirin bêje nebêje xira dibe.

Lê dîsa jî, heta ku em xwe aidî neteweyên cuda bibînin, tiştekî bêwext e ku em hewl bidin xwe ji mefhûma “netewe”yê dûr bixin. Ger em hest dikin netewe an nasnameya me ya neteweyî di bin êrîşan de ye an kalîteya jiyana me bi midaxeleyên derve tê tehdîdkirin, neteweperwerî dibe ku ji bo me girîng be. Wek ku di beşa III.de min nîqaş kir, têra xwe delîl hene ku neteweyên Cîhana Sêyem ji hiyerarşiya dinyayê ya neo-kolonyal ya niha muzdarîb in û barê pir zêde neyênî yên encamên globalîzasyona aborî hildigrin.  Ger em van bînin ber çavên xwe, hestên neteweperwer ên welatiyên Cîhana Sêyem mecbûr e bên tevdan, û “netewe” dikare hê jî karîger be ji bo seferberiya siyasî digel ku berhema honaka sêwirandina mirovî be jî (Hall 1995, 66). A rast, “tenê civatên sazkirî hene, û loma ji cûreyek din ne kêmtir rast e ne jî kêmtir resen e” (Walzer 1994, 68). Ewçax, neteweperwerî, ger êdî xwe nespêre “gewherek”e neteweyî jî, girîngiyek wê stratejîk heye (Hall 1996, 3; Winant 1994, 95) wek amrazeke karîger a nûkirina hurmeta me ya mirovî an parastina, pêş ve nebe jî, standarda jiyana me.

Ji ber vê, pêşniyaza min ji bo feminîstên Cîhana Sêyem ew e ku zû bi zû neteweperweriyê ji bo hedefên feminîst bêkêr mehkûm nekin, ji ber ku zêde ferq tuneye di navbera helwesteke bi vî rengî û teslîmbûna bo gewherheziya neteweperwerên kevneşopî ya şaş û ji aliyê siyasî ve xeter de. Bitêginkirinên cuda yên neteweperweriyê pêkan in, û ger neteweperwerî bikaribe bi awayekî negewherhez bê bitêgînkirin, dikare bibe nirxeke stratejîk ji bo feminîzmên Cîhana Sêyem. Jinûvetêgînkirineke wisa divê hin jinûvepênasekirina hin têgehên sereke bihewîne. Yek, “netewe” divê wek civateke mezin bê famkirin, ku endamên wê xwe ji êndin bi çandeke hevpar a “belav” an “civakî” vediqetînin. Civateke wisa bêguman “sêwirandî”ye, ji ber ku civat xwe naspêrê nasînên rû-bi-rû yên heqîqî yên di nav endaman de; “lê di hişê her yekê/î de sûreta hestên hevpar dijî” (Anderson 1991, 6; Gellner 1983, 7). Ev pênase dikare xwe ji gewherheziya çav-li-paş dûr bixe, ji ber ku gewhereke berê-diyarkirî an jinûveşênberkirî, an nîzameke hîyerarşîk a diyarkirî di nav endaman de pêşkêş nake; lê xwe dispêre têgeha çandê ku li sînorên neteweyî, ku her dem diguhere, rûdine. Çandeke neteweyî ya wiha ron li pêş xwe dinêre û ew şiyana wê heye ku fikrên biyanî û kesên biyanî tevlî xwe bike û çandeke tekane û “melez” biafirîne. Dibe ku di rabirdûyê de ne wekhevîxwaz be, lê ew dikare wek “rêhevaltiya kûr û berwarî” ji nû ve bê sêwirandin (Anderson 1991, 7; Taylor 1997, 36).

Du, “neteweperwerî” pêwîst e ji nû ve bê bitêgînkirin: Gelek caran neteweperwerî li gor têkiliya bi derve re tê pênasekirin. Neteweperweriya “pirnavendî”, bi taybetî, piranî wek tevgereke siyasî ji bo “bidestxistin û parastina desthilatdariya neteweyî û serxwebûn”a neteweyekê tê famkirin (Smith 1983, 171). Ez ê vê wek armanca “derveyî” ya neteweperweriyê bi nav bikim, û wek li jor hat qalkirin, îro jî ji ber “neo-kolonyalîzm” û “globalîzasyon”ê ev girîngiya wê didome. Lê, dînamîka hundirîn a neteweyekê jî bi neteweperweriyê re têkildar e.[32] Ger ev rehenda hundirîn bê piştguhkirin, hedefa derveyî ya neteweperweriyê wê wek “tekane” hedef bê famkirin û xwe bi xwe têk biçe. Ka ez nîşan bidim: Digel ku endamên neteweyeke Cîhana Sêyem, ji ber çandeke hevpar a neteweyî û hevdu nasîna wan a wek aidî heman neteweyê, “homojen” bin jî, (Gellner 1983, 7; Smith 1983, 175; Taylor 1997, 33), wek endamên komekê di nav xwe de li ser xetên çîn û zayendê cuda dibin û dibe ku li ser belavkirina çavkaniyên siyasî û aborî li hev nekin. Di dîrokê de piraniya serokên Cîhana Sêyem dema rastî van pirsgirêkan tên, ji bo çespandin, vederkirin û cezakirina mixalîfan dest datînin ser ala “neteweperwerî”ya têra xwe gewherhezkirî, bi hêviya ku piştgiriya bê şerd û merc bi dest bixin ji bo projeyên xwe yî xweperest. Lê, bi awayekî îronîk vê îhtilaf û cemserîtiya di nav neteweyê de xurt kiriye, û loma sekna neteweyê ya nevneteweyî lawaz kiriye û gelek caran midaxeleya aborî, siyasî û heta ya leşkerî vexwendiye.

Ger ev îzah maqûl be, divê neteweperwerî bi cot-armancan bê tesewirkirin: yek, ya derveyî, ev bidestxistina desthilatdariya rastîn a neteweyê ye, û naskirin û rêzgirtina ji neteweyê re wek şirîkekî wekhev di nav neteweyan de di qada navneteweyî de; du, ya hundirîn, misogerkirina jîngeheke hundirîn e ku tê de endamên neteweyê bikaribin di nav hev de wekhev bin û ji bo pêşvebirina refaha kolektîf bi hev re bixebitin. Ez ê vê armanca duyemîn wek armanca “hundirîn” a neteweperweriyê bi nav bikim. Ev herdu armanc ji hev venaqetin, pir ji nêzîk ve bi hev girêdayî ne: Ji bo ku neteweyek rêz û pesendkirineke bi rûmet a xurt, ne tenê ya fermî, bi dest bixe, mecbûr e armanca duyemîn jî bi qasî ya yekemîn pêk bîne; ne tenê ev ji bo bidestxistina sedaqeta daîm a endamên wê hêvîdartirîn rê ye, lê ji bo ku neteweyên din, ku bi xwe xwedî demokrasiyeke bi nisbet xurt in, jê re rêz bigrin û pesend bikin.

Neteweperweriya bi vî awayî bê famkirin wê dînamîkên muzakereyên di nav endamên cuda yên neteweyê de di xwe de bihewîne û ji bo demokrasiyeke xurt bixebite. Gengeşeyên di nav hev-endaman de normal in û hêmanên saxlemiya jiyana neteweyî ne, û hewldanên jidil ên ji bo demokratîzekirina pêvajoya siyasî pêşmercên zerûrî ne ji bo gihiştina cot-armancên neteweperweriyê. Ji ber vê, berovajî şaşfehma berbelav a derbarê neteweperweriyê, gewherîkirina yekpare, ku raserî û îtaatê didomîne, ne pêkhateyeke hewce ya neteweperweriyê ye, û bi rastî, qet têkiliya wê bi neteweperweriyê re tuneye, rast nehatiye famkirin.

Lê, neteweperwerî, dema bi vî awayî jî bê bitêgînkirin, ji ber ku cudabûna komê dupat dike û di nav komên neteweyî yên dijber de ji çêbûna tifaqan re dibe asteng, dibe ku nikaribe ji tawanbarkirina ku “balkanîbûnê” teşwîk dike, xilas bibe. Di vî warî de, dibe ku neteweperwerî tawanbar be. Lê li vir jî, ya girîng ew e ku di kîjan peywendê de ev mixalefet tê kirin. Di nav her şerî de du (an zêdetir) alî hene, û digel ku hin caran zehmet e bê tesbîtkirin ka kî “gunahkar” e û kê “hedê xwe derbas kiriye,” hin caran ev rewş dikare zelaltir be, mesela di pêşbirka navbera mêtinger û yê mêtinkirî de. Bêguman, di rewşeke wiha zelal de jî, her du dikare tevgera xwe ya siyasî bi heq nîşan bide di bin ala neteweperweriyê de. Lê, neteweperweriya mêtingeran a “etnonavendî”, ku li pey îtaata neteweyên lawaz in, ji aliyê exlaqî ve nikare rewa bê dîtin. Li aliyekî din, mirovên neteweyê(n) bindest, ku bi siberojeke bi qaswet a zordarî û îstismarê re rû bi rû ye, ji alternatîvên “aştîxwaz,” wek îmzekirina peymaneke newekhev bi êrişkar re ku bibe hamî an kolonî an axeke îlhaqkirî, bêtir dibe ku bi awayekî rewa terciha xwe ji bo tevgerên berxwedanê bike. Bawer dikim feminîstên Cîhana Sêyem divê beşdarî tevgerên bi vî rengî bibin, lê deriyê xwe vekirî bihêlin ji bo derfeta hevkariya feminîstên nav neteweya mêtinger ku sempatiya wan heye ji daweya serxwebûna neteweya mêtinkirî re.[33]

Lê yek dikare îtiraz bike, ku ev helwesta destnedana lihemberhevbûnên neteweyî dikare wê xeyaleta eşîrtiyê rake ser pêyan -sedaqeta yekê/î ya hovane, îrrasyonel, û heta fanatîk ji bo eşîra xwe- ku wê rê li ber parçebûn û pevçûneke bêhêvî veke di nav û navbera neteweyan de. Lê ger wek “sedaqeta takekes an koman ji bo dîrok, çand û nasnameya wan” bê famkirin, eşîrtî “taybetiyeke berdewam a jiyana civakî ya mirovayetiyê ye” (Walzer 1994, 81). Loma, ger “eşîr”a mewzûbehîs di bin êrişê de be, ew ê winda nebe. Divê ev bê qebûlkirin ku hemû eşîr wek hev rêz û hurmetê heq dikin, û divê neyê hiştin ku neteweyên xurt tecawizî serweriya neteweyên lawaz bikin, ji xwe a herî zêde agirê pevçûnên “eşirtî”yê xweş dike û wan ji kontrolê derdixe ev e. Lê ji vê armancê wêdetir, rêya baştirîn a têkildarbûna bi neteweperweriyên “pirnavendî” re ew e ku, bi şerdê daxwazên piraniya gelê bindest be, daxwaza gelekî bindest a ji bo xwe-birêvebirinê her li ku derê be divê bê piştevanîkirin. Her çiqas rewşa îdeal ji bo neteweya mewzûbehîs dewleta wê bi xwe be, dibe ku ev her tim ne pêkan be. Hema hema temama rûyê erdê hatiye zevtkirin, û di nav hemû neteweyan de endamên komên kêmar hene (Miller 1993, 12; Tamir 1993, 158). Ji ber vê, awayên xwe-birêvebirina neteweyî yên xeynî veqetînê -wek “serastkirina sînoran, federasyon, otonomiya herêmî an fonksiyonel, piratiya çandî”- divê di nav peywendên taybet de bi awayekî cidî li ser bê sekinandin (Walzer 1994,   80); û awayê xwe-birêvebirina neteweyî her çi dibe, lazim e şert bê danîn ku wê rêz ji mafên endamên kêmaran re bê girtin (Margalit and Raz 1990, 459). Ger ev şert pêk werin, ewçax ez jî wek Michael Walzer difikirim ku em divê

Bihêlin kî dixwaze biçe bila biçe. Piraniya wan wê dûr neçin. Û ger çûna wan ji aliyê siyasî an aborî ve bi dezavantaj be, ew ê dîsa li rêyekê bigerin ku ji nû ve têkilî deynin. Bi rastî, ger armanca me yekitiyên nû be -federasyon an konfederasyon- a baş ew e ku dev ji zordariyê bê berdan û bê hiştin eşîr pêşî ji hev belav bibin û dû re bi dilê xwe û hêdî hêdî werin cem hev û di ser berjewendiyên xwe re hevkarî bikin (1994, 78).

V. Derfeta Feminîzmeke Neteweperwer

 Ger nîqaşên min î heta niha maqûl bin, feminîstên Cîhana Sêyem divê ji ber neserketinên dîrokî û yên muhtemel bi carekê ve dev ji neteweperweriyê bernedin, ji bo ku bandor li guherandina gotara xwe ya neteweperwer bikin, divê bi neteweperwerên bavsalar re bi awayekî çalak di nav diyalogê de bin. Di heyameke de ku rasthatinên çandî bûne diyardeyeke rojane, çandên neteweyî bi ti awayî ne statîk in, her tim di nav pêvajoya guherîneke berdewam de ne. Li pişt guherînên di nav çandekê de aktorên ku van guherînan pêkan dikin hene. Em dikarin van aktoran wek “rexnegirên civakî” (Walzer 1987) bi nav bikin. Digel ku ew qismek jê berhemên çanda xwe ne jî, di heman demê de ev aktor beşdarên veguhertina çanda xwe ne. Piraniya wan ne ew pîspor in ku riwangeyeke nû û radîkal pêşkêşî gelê xwe bikin, lê ji bo di civaka xwe de guhertin çêbikin di pileyên cuda de rexneyên “hundirîn” pêşkêş dikin. Di nav çanda xwe de bicîbûyî ne û ji wê hez dikin û pir nêzîkî wê ne, û ji ber vê nêzîkbûnê çanda xwe dikarin çêtir rexne bikin (bnr. Walzer 1987, 36).

Feminîstên Cîhana Sêyem mînaka sereke ya “rexnegirên civakî” ne. Feminîstên Cîhana Sêyem di nav çanda xwe de bicîbûyî ne, ne tenê di maneya asayî de ku nasnameya wan bi awayekî tevlihev bi çanda wan ve girêdayî ye, rojeva wan a taybet a feminîst tenê di nav çanda wan de maneyek wê heye. Haya wan ji hewcedariya tevgera feminîst çêdibe ji ber ku dibin şahid an tecrube dikin pratîkên zayendparêz û neyartiya jinan û encamên wan î ziyandar ên li ser jinan; heta ku ev pratîk rojeva feminîst diyar bikin, feminîst wê di nav parametreyên çanda xwe de tevbigerin.

Feminîstên Cîhana Sêyem wek “rexnegirên civakî,” divê di nav diyalogeke berdewam de bin bi neteweperwerên kevneşopî re û di veguhertina çanda xwe ya neteweyî de roleke çalak bilîze, dema rûmeta neteweyî di xetereyê de be, bi wan hevkarî bike, lê di heman demê de li hember sazkirinên bavsalar ên gotarên neteweperwer derkevin.[34] Pêvajoya diyaloga bi neteweperwerên kevneşopî re, bi temamî ne xeternak be jî, wê ne bi îstikrar be. Lê divê bê teşebiskirin, xeyalşikestî bibin jî. Ji bo feminîstên Cîhana Sêyem hiştina gotarên neteweperwer tenê di destên neteweperwerên kevneşopî de, tê wê maneyê ku mîrateke xwe ya girîng di destê wan de dihêlin. Jê wêdetir, feminîstên Cîhana Sêyem di çêbûna çanda neteweyî de xwedî pareke mezin in; ger bihêlin ku çanda neteweyî têkeve bin kontrola neteweperwerên bavsalar, di warê wekheviya zayendî de çi bi dest xistibin dikarin wan winda bikin û ji nifşê dû xwe re mîrata neyartiya jinan ku nayê tehemulkirin bihêlin.

Çavkanî

 Adler, Micah. 2000. The efforts of social organizations to combat and reform the civil rights injustices committed by the American military in Korea. Master’s Thesis. Yonsei University, Seoul, S. Korea. Accessed November 6th, 2001. my.netian.com/~wintry.

Alarcon, Norma, Caren Kaplan and Minoo Moallem. 1999. Introduction: Between

woman and nation. In Between woman and nation: Nationalism, transnational feminisms and the state, eds. Caren Kaplan, Norma Alarcon and Minoo Moallem. Durnham, NC: Duke University Press.

Anderson, Benedict. 1991. Imagined communities: Reflections on the origin and spread of nationalism. London: Verso.

Awatere, Donna. 1984. Maori sovereignty. Auckland, New Zealand: Bradsheet.

Benderly, Jill. 1997. Rape, feminism and nationalism in the war in Yugoslav successor states. In Feminist nationalism, ed. Lois A.West. New York: Routledge.

Berlin, Isaiah. 1991. The bent twig. The crooked timber of humanity: Chapters in the history of ideas. New York: Alfred A. Knopf.

Chinchilla, Norma. 1997. Nationalism, feminism and revolution in Central America. In

Feminist nationalism, ed. Lois A.West. New York: Routledge.

Chossudovsky, Michel. 1997. The IMF Korea bailout. www.kimsoft.com/1997/sk- imfc.htm.

Choi, Chungmoo. 1995. The minjung culture movement and the construction of popular culture in Korea. In South Korea’s minjung movement: The culture and politics of dissidence, ed. Kenneth Wells. Honolulu: University of Hawai’i Press.

Choi, Soon-Im. 1998. Establishing the action center for women’s unemployment, a shield of the female unemployed from the IMF. Korea Working Women’s Network Accessed November 6th, 2001. www.kwwnet.org/english/wwomen/ww16.

Crocker, David. 1991. Insiders and outsiders in international development. Ethics & International Affairs 5:149-73.

Crotty, James and Gary Dymski. 1998. Can the Korean labor movement defeat the IMF?

Dollars and Sense (November/December): 16-20.

Drydyk, Jay and Peter Penz, eds. 1997. Global justice, global democracy. Winnipeg, Canada: Society for Socialist Studies/Fernwood Publishing.

East Asia-U.S. Women’s Network Against Militarism & Asia Pacific Center for Justice and Peace. 1998. South Korea. Women redefining security: Reports from two international meetings.

Elson, Diane. 1992. From survival strategies to transformation strategies: Women’s needs & Structural Adjustment. In Unequal burden: Economic crises, persistent poverty, and womens work, eds. Lourdes Beneria and Shelly Feldman. Boulder: Westview Press.

Enloe, Cynthia. 1989. Bananas, beaches, and bases: Making feminist sense of international politics. Berkeley: University of California Press.

Fifty Years Is Enough. 1999. Bailouts for bankers, burdens for women. Accessed November 1th, 2001. www.50years.org/factsheets/bailouts.html.

Garcia, Alma M. 1997. The development of Chicana feminist discourse. In Feminist nationalism, ed. Lois A.West. New York: Routledge.

Gellner, Ernest. 1983. Nations and nationalism. Oxford: Blackwell

George, Susan. 1992. Debt boomerang: How Third World debt harms us all. Boulder: Westview Press.

Giddens, Anthony. 1990. The consequences of modernity. Stanford: Stanford University Press.

Gluck, Sherna Berger. 1997. Shifting sands: The feminist-nationalist connection in the Palestinian movement. In Feminist nationalism, ed. Lois A.West. New York: Routledge.

Grewal, Inderpal and Caren Kaplan. 1994. Scattered hegemonies: Postmodernity and transnational feminist practices. Minneapolis: University of Minnesota Press.

Hall, Stuart. 1992. The new ethnicities. In Race,culture, and difference, eds. James Donald and Ali Rattansi. London: Sage.

                 . 1995. Fantasy, identity, politics. In Cultural remix: theories of politics and the popular, eds. Erica Carter, James Donald, and Judith Squires. London: Lawrence & Wishart.

                 . 1996. Introduction: Who needs “identity”? In Questions of cultural identity, eds. Stuart Hall and Paul du Gay. London:Sage.

Harvey, David. 1990. The conditions of postmodernity. Oxford: Basil Blackwell. Heng, Geraldine. 1997. A great way to fly: Nationalism, the state and the varieties of

Third World feminism. In Feminist genealogies, colonial legacies, democratic futures, eds. M. Jacqui Alexander and Chandra T. Mohanty. New York: Routledge.

Hobsbawm, Eric. 1990. Nations and nationalism since 1780. Cambridge, UK: Cambridge University Press.

Hoogvelt, Ankie. 1997. Globalization and the postcolonial world: The new political economy of development. Baltimore, MD: Johns Hopkins University Press.

International Movement Against All Forms of Discrimination and Racism. 2001a. Final judgment on world war II comfort women delayed. Accessed November 1th, 2001. www.imadr.org/attention/attention.japan1.html

                 . 2001b. Japan court nixes sex slave funds. Accessed November 1th, 2001. www.imadr.org/attention/attention.japan1.html

                 . 2001c. World war II “comfort women” put Japan, Hirohito on trial. Accessed November 1th, 2001. www.imadr.org/attention/attention.japan1.html

Jaggar, Alison M. 2000. A feminist critique of the alleged southern debt. Unpublished Manuscript.

Jaimes, M. Annette with Theresa Halsey. 1997. American Indian women: At the center of indigenous resistance. In Dangerous liaisons: Gender, nation, and postcolonial perspectives, eds. Anne McClintock, Aamir Mufti, and Ella Shohat. Minneapolis: University of Minnesota Press.

Jayawardena, Kumary. 1986. Feminism and nationalism in the Third World. London: Zed Books Ltd.

Jeong, Yu Jin. 1996. Pamphlet. Seoul: National Campaign for the Eradication of Crimes by U.S. Troops in Korea.

Kang, Man’gil. 1995. Contemporary nationalist movements and the minjung. Trans.

Roger Duncan. In South Koreas minjung movement: The culture and politics of dissidence, ed. Kenneth Wells. Honolulu: University of Hawai’i Press.

Keck, Margaret E. and Kathryn Sikkink. 1998. Activists beyond borders: Advocacy networks in international politics. Ithaca: Cornell University Press.

Kim, Hyun Sook 1998. Yanggongju as an allegory of the nation. In Dangerous women: Gender and Korean nationalism, eds. Elaine Kim and Chungmoo Choi. New York: Routledge.

Kim, Kyung-Ai. 1996. Nationalism: An advocate of, or a barrier to, feminism in South Korea. Womens Studies International Forum 19 (1/2): 65-74.

Kondo, Dorinne. 1999. Fabricating masculinity: Gender, race, and nation in a

transnational frame.” In Between woman and nation: Nationalism, transnational feminisms and the state, eds. Caren Kaplan, Norma Alarcon and Minoo Moallem. Durnham, NC: Duke University Press.

Kymlicka, Will. 1995. Multicultural citizenship: A liberal theory of minority rights. Oxford: Clarendon Press.

Kwiatkowski, Lynn and Lois West. 1997. Feminist struggles for feminist nationalism in the Philippines. In Feminist nationalism, ed. Lois A.West. New York: Routledge.

Lee, Heh-Soon. 1998. Structural adjustment, lay-off, and labor right for women.

Accessed November 6th, 2001. Korea Working Women’s Network: www.kwwnet.org/english/wwomen/ww16.

Lee, Ju-Huan. 1998. Increasing number of counseling, two times higher. Accessed November 6th, 2001. Korea Working Women’s Network: www.kwwnet.org/english/wwomen/ww16.

Liu, Lydia. 1994. The female body and nationalist discourse: The field of life and death revisited. In Scattered hegemonies: Postmodernity and transnational feminist practices, eds. Inderpal Grewal and Caren Kaplan. Minneapolis: University of Minnesota Press.

Louie, Miriam Ching Yoon. 1995. Minjung feminism: Korean women’s movement for gender and class liberation. Womens Studies International Forum 18 (4): 417-30.

Lowe, Lisa. 1991. Heterogeneity, hybridity, multiplicity: Making Asian American difference. Diaspora 1 (1): 24-44.

Lugones, Maria. 1990. Hispaneando y lesbiando: On Sarah Hoagland’s lesbian ethicsHypatia 5 (3): 138-46.

Margalit, Avishai, and Joseph Raz. 1990. National self-determination. Journal of Philosophy 87 (9): 447-449.

Mayer, Tamar. 2000. From zero to hero: Masculinity in Jewish nationalism. In Gender ironies of nationalism: Sexing the nation, ed. Tamar Mayer. New York: Routledge.

McClintock, Anne. 1995. Imperial leather: Race, gender and sexuality in the colonial contest. New York: Routledge.

Mies, Maria. 1993. The myth of catching-up development. In Ecofeminism, eds. Maria Mies and Vandana Shiva. London: Zed Press.

Miller, David. 1993. In defense of nationality. Journal of Applied Philosophy 10 (1): 3-16.

                 . 1995. On nationality. New York: Oxford University Press.

Mohan, Giles, Ed Brown, Bob Milward and Alfred Zack-Williams. 2000. Structural adjustment: Theory, practice and impacts. London: Routledge.

Mohanty, Chandra Talpade. 1991. Introduction: Cartographies of struggle. In Third World feminism and the politics of feminism, eds. Chandra T. Mohanty, Ann Russo and Lourdes Torres. Indianapolis: Indiana University Press.

Moon, Katharine. 1997. Sex among allies: Military in U.S.-Korea relations. New York: Columbia University Press.

Moon, Seungsook. 1998. Begetting the nation: The androcentric discourse of national history and tradition in South Korea. In Dangerous women: Gender and Korean nationalism, eds. Elaine Kim and Chungmoo Choi. New York: Routledge.

Mostove, Julie. 2000. Sexing the nation/desexing the body: Politics of national identity in the former Yugoslavia. In Gender ironies of nationalism: Sexing the nation, ed. Tamar Mayer. New York: Routledge.

Nam, Jeong-Lim. 2000. Gender politics in the Korean transition to democracy. Korean Studies 24: 94-112.

Narayan, Uma. 1997. Dislocating cultures: Identities, traditions, and Third World feminism. New York: Routledge.

O’Connor, James. 1970. The meaning of economic imperialism. In Imperialism and underdevelopment, ed. Robert Rhodes. New York: Monthly Review Press.

Rattansi, Ali. 1995. Just framing: Ethnicities and racisms in a “postmodern” framework.

In Social postmodernism: Beyond identity politics, eds. Linda Nicholson and Steven Seidman. Cambridge: Cambridge University Press.

Sachs, Jeffrey. 1997. IMF is a power unto itself. Accessed November 1th, 2001. Financial Times Limitedwww.stern.nyu.edu/~nroubin/asia/AsiaCrisisSachsViewFT1297.html.

Said, Edward. 1993. Culture and imperialism. New York, NY: Alfred A. Knopf. Sandel, Michael. 1982. Liberalism and the limits of justice. New York: Cambridge University Press.

Shaheed, Farida. 1994. Controlled or autonomous: Identity and the experience of the network, Women Living under Muslim Laws. Signs 19 (4): 997-1019.

Shiva, Vandana. 1993. GATT, agriculture and Third World women. In Ecofeminism, eds.

Maria Mies and Vandana Shiva. London: Zed Press.

Smith, Anthony. 1983. Theories of nationalism. London: Duckworth.

               . 1986. The ethnic origins of nations. Oxford: Blackwell Publishers.

Son, Young-Ju. 1998. IMF and women works. Accessed November 6th, 2001. Korea Working Women’s Network: www.kwwnet.org/english/wwomen/ww14.

Sparr, Pamela. 1994. Mortgaging womens lives: Feminist critiques of Structural Adjustment. London: Zed Books.

Stasiulis, Daiva. 1999. Relational positionalities of nationalisms, racisms, and feminisms.

In Between woman and nation: Nationalism, transnational feminisms and the state, eds. Caren Kaplan, Norma Alarcon and Minoo Moallem. Durnham, NC: Duke University Press.

Stiglitz, Joseph. 2000. What I learned at the world economic crisis. Accessed April 17th, 2000. The new republic: www.thenewrepublic.com/041700/stiglitz041700.html.

Tamir, Yael. 1993. Liberal nationalism. Princeton: Princeton University Press. Taylor, Charles. 1989. Sources of the self. Cambridge: Cambridge University Press.

               . 1992. Politics of recognition. In Multiculturalism and the politics of recognition,ed. Amy Gutmann. Princeton, NJ: Princeton University Press.

               . 1997. Nationalism and modernity. In The morality of nationalism, eds. Robert McKim and Jeff McMahan. New York: Oxford University Press.

Totsuka, Etsuro. 1993. Military sexual slavery by Japan and issues in law. In True stories of the Korean comfort women, ed. Keith Howard. London: Cassell.

Trask, Haunani-Kay. 1993. Pacific island women and white feminism. In From a native daughter: Colonialism and sovereignty in Hawai’i. Monroe, ME: Common Courage Press.

               . 1997. Feminism and indigenous Hawaiian nationalism. In Feminist nationalism, ed. Lois A. West. New York: Routledge.

Walzer, Micheal. 1983. Spheres of justice: A defense of pluralism and equality. New York: Basic Books.

               . 1987. Interpretation and social criticism. Cambridge, MA: Harvard University Press.

               . 1994. Thick and thin. Notre Dame, IN: University of Notre Dame Press. Watkins, Kevin. 1994. Debt relief for Africa. Review of African Political Economy 62: 117-27.

Wells, Kenneth. 1995. Introduction. In South Koreas minjung movement: The culture and politics of dissidence, ed. Kenneth Wells. Honolulu: University of Hawai’i Press.

Winant, Howard. 1994. Racial conditions: Politics, theory, comparisons. Minneapolis: University of Minnesota Press.

Yang, Hyunah. 1998. Re-membering the Korean military comfort women: Nationalism, sexuality, and silencing. In Dangerous women: Gender and Korean nationalism, eds. Elaine Kim and Chungmoo Choi. New York: Routledge.

Yoon, Bang-Soon. 2001. Democratization and gender politics in South Korea. In Gender, globalization and democratization, eds. Rita Kelly, Jane Bayes, Mary Hawkesworth, & Brigitte Young. Lanham, MD: Rowman & Littlefield.

Yuval-Davis, Nira. 1997. Gender and nation. London: Sage.

Ogle, George. 1990. South Korea: Dissent within the economic miracle. Zed books. Rhie, maria chol soon. 1991. Korea: starting small, growing strong. In Committee for Asian Women (eds.), Many paths, one goal: organizing women workers in asia. Hongkong: CAW

    * Versiyoneke kurt a vê nivîsê di konferansa Etîka Feminîst û Teoriya Civakî (FEAST) ku li Florida, Clearwater Beach (Cotmeh 2001) hat li dar xistin, hat pêşkêşkirin. Dixwazim spas bikim bo Alison Jaggar, Marilyn Fischer, Stephen Biggs, Lisa Sun-Hee Park, Hansoo Kim, Ann Ferguson, sê xwînerê nenas û edîtorên Hypatia ji bo şîroveyên wan î alîkar ên ji bo beşên pêşnûmayên pêşî an ji bo hemûya vê nivîsê. Bi taybetî spasdar im bo Alison Jaggar ji bo piştgirî û teşwîka wê ya ji bo nivîsandina vê nivîsê.

[1] Li ser şopa Chandra Mohanty, wek têgeheke ji aliyê gelên Cîhana Sêyem careke din xwedî lê tê derketin da ku lihemberbûn û berxwedana wan a siyasî ya li dijî her şiklê îstismara “Cîhana Yekem” (Mohanty 1991, ix-x) pêşkêş bike, ez têgeha “Cîhana Sêyem” bi kar tînim. Li aliyê din, têgeha “Cîhana Yekem,” piştî hilweşîna “Cîhana Duyem” ne di cî de ye; lê ji ber nebûna têgeheke guncavtir, ez mecbûr im vê bi kar bînim ku him Rojava him Japonyaye îşaret bikim.

Ger em ji aliyê erdnigariyê binêrin, ligel ku bikaranîna min a “Cîhana Sêyem” kêm zêde wek a Chandra Mohanty (1991, 5) ye, ez Çar neteweyên Piling (Hong Kong, Singapûr, Koreya Başûr, Taywan) tevlê dikim, lê Mohanty van, ji ber ku ev giş mîrata wan a kolonyal hene û bi awayekî metirsî di nav sîstema neo-kolonyal de şer dikin, li derve dihêle (bnr. Hoogvelt 1997, beş 10).

[2] Ne tenê feminîstên li Cîhana Sêyem cûr be cûr û rengîn in, lê neteweperweriyên Cîhana Sêyem jî, ku wek têkoşînên siyasî yên ji bo (jinûve)bidestxistina serxwebûna neteweyî bên famkirin, qet ne yek cure ne. Loma, dema ez ji ber sedemên şêwazî “neteweperweri”yê wek yekjimar bi kar tînim, divê ew di nav di nav çeşitdariya xwe de bê famkirin  (bnr. Mohanty 1991; Jayawardena 1989).

[3] Ev bêtir encama hewldanên neteweperweran e ku dixwazin hesta serbilindiya neteweyî geş bikin bi riya “berovajîkirina biçukxistina kolonyalîstan a ji bo ‘çandên xwecih’ û biçûkxistina ‘çand’a kolonyalîstên xwe”  (Narayan 1997, 15; Jayawardena 1986, 255).

[4] Bi vî awayî, ne tenê texrîbata li ser jinan bi xwe nayê dîtin, tenê tecawiza li jinên “me” dibe mesele, û jinên “wan” jî dibe objeya dagirkeriyê an êrişê; hin caran tecawiz bi awayekî karîger dibe “çekeke şer” (Benderly 1997, 65).

[5] Vegotina Tamar Mayer ku çawa neteweperweriya cihûtiyê “Cihûyê Nêr” pesend kir wek antîteza sûreta “Cihûyê Diyasporayê” yê tirsonek û jinane mînakek e ji bo vê (2000, 286-9).

[6] Belkî ev bêbextî ji ber vê çêdibe, wek ku Anne McClintock îdia dike, neteweperwerên mêr, heta wek Fanonê pêşverû jî kirdebûna jinan wek “kirdebûnek tayinkirî” dibînin, yanê tenê dema ji aliyê neteweperwerên mêr bên “vexwendin” ji bo beşdariya şerê neteweperwer, karîger dibin. Wek alîgir û amrazên neteweperwerên mêr, “jin” ji bilî fermanên wan “bi serê xwe berpirsiyarî nadin ser xwe.” Dema hat gihiştin bo hedefa neteweperwer, ku tekane sedema kirdebûna siyasî ya jinan e, êdî hewce nake jin ji aliyê siyasî ve çalak bin (McClintock 1995, 366-68). Çawa ku şerê neteweperwer bi dawî bû, li gor vê nêrînê, lazim e jin herin mala xwe û rolên xwe yî “xwezayî” û talî yên jintî û dayiktîyê bînin cî.

[7] Di navbera 80,000 û 200,000 jinên Koreyî bi darê zorê wek xulamên seksê hatin hevdan ji bo artêşa Japonyayê di navbera dawiya salên 1930î û 1945a de  (Yang 1998, n.1).

[8] Ev meyla ku meseleyên zayendî yên navneteweyî dike hedefa pêşbaziya nêrane ji aliyê hin feminîstên neteweperweriyê dipejirînin jî hatiye domandin. Hyun Sook Kim radigihîne ku hin jinên Koreyî yên “feminîst ên neteweperwer” îstismarkirina jinên laşfiroş ên xizmeta artêşa D.Y.A.yê dikirin tenê bi hebûna hêzeke neo-emperyal ve girê didan, lê a rast hikumeta Koreyê jî bi awayekî çalak di hêsankirina laşfiroşiya ji bo artêşa D.Y.A.yê de cî girtibû (H. S. Kim 1998,192; see also K. Moon 1997).

[9] Daiva Stasiulis (1999) mînakek din dide: feminîstên frankafon ên Quebecê, ji ber mijûlbûna bi tevgera “serwerîxwaz”, pir giran bûn di lêhaybûna derdên feminîstên bireng û Neteweyên Ewilîn ên Kanadayê de.

[10] Jihevcudakirineke berbelav a “netewe”yê di navbera (1) modela dewletparêz, ku neteweyê wek yekeyek terîtoryal-siyasî pênase dike û (2) modela “etnîparêz” e, ku neteweyê li gor bav û kal  û çandeke hevpar pênase dike (Smith 1983, 176-80). Lê wek ku Anthony Smith bi heqî behs dike, ne tenê hemû netewe, heta yên dewletparêz jî, rehên wan î etnîk hene, lê divê lazim e xwe bispêrin dendikên wiha yên etnîk da ku nasnameya xwe ya tekane biparêzin (1986, 207-208). Di vê maneyê de, neteweyên modern awayên etnîk ên jiyanê “fireh dikin, kûr dikin û dixin nav pergalekê” (1986, 215).

[11] Xuya ye teorisyenên sereke yên neteweperweriyê vê nêrînê dipejirînin dema pênaseya neteweperweriyê ya piranî tê qebûlkirin, wek “qaideyeke siyasî, ku yekeya siyasî û neteweyî divê li hev rûnin” qebûl dikin (Gellner 1983, 1; bnr. Hobsbawm 1990, 9 jî). Smith jî Nazîzm û Faşîzmê, ji dêvla wek awayekî geşedana neteweperweriyê, bêtir wek şaxên îdeolojîk ên dûr ên neteweperweriyê dibîne, (Smith 1983, 4-5, Appendix B).

[12] Avishai Margalit û Joseph Raz vê çandê wek çanda “li-her-derê-belavbûyî”(1990, 444), û Will Kymlicka wek çanda “civakî” bi nav dike (1995, 76).

[13] Argumenta Michael Walzer a derbarê bitêginkirinên cuda yên milkên civakî mînakeke baş e ji bo vê  (1983, 6-10).

[14] Ev înkar nake ku ji bilî netewetiyê hokarên din î wek zayend, nijad, û çîn nikarin tevkariya çêbûna nasnameyê bikin. Û ez qebûl dikim ku koçberî û globalîzasyona medyayê dikare nasnameya yekî/ê ya “neteweyî” (wek mînak, bnr. Rattansi 1995; Hall 1992) tevlihev bike. Ez li vir hewl didim tespît bikim ku netewe, ligel hokarên din, di çêbûna nasnameya modern de roleke girîng dilîze.

[15] Hin caran parastina neteweperwerîyê bi wê fikra ku çanda wan a pêş-mêtingeriyê ji xwe wekheviya zayendî pêk anîbû, an bi tiştekî nêzîkî vê tê piştrastkirin.  (Jaimes with Halsey 1997, 301-309).

[16] Endîşeyên manend ên derbarê neteweperweriyê de ji aliyê feminîstên kêmar ên li D.Y.A. jî tên îfadekirin. (bnr. Garcia 1997; Lowe 1991; Lugones 1990).

[17] Pirsgirêkên din jî vê fehmê xurt dike. Binkeyên Amerîkî bi giştî qadeke têra fireh zevt dikin, û binkeyên li serbajêr, Seoulê li baştirîn ciyan hatine avakirin. Rê li ber geşbûna bajêr digrin ji bo Seouliyan gelek zehmetî derdixin. Artêşa Amerîkî red dike ciyê xwe biguhere ger hikumeta Koreyê hemû misrefan nede. Û diyar dibe ku artêşa Amerîkî jîngeha li dora binkeyan qirêj dike, lê li gor peymana SOFAyê, artêşa Amerîkî ji paqijkirina jîngehê ne berpirsyar e û qedexe ye ku hikumeta Koreyê agahiyên derheqê qirêjkirinê belav bikin ger artêşa Amerîkî ev qebûl nekiribe (East Asia-U.S. Women’s Network Against Militarism 1998, 33-34; see also K. Moon 1997, 31).

[18] Divê hay jê hebe ku ev tevgera neteweyî ji ya dewletê, ji neteweperweriya ji-jor-ber-jir-ve ya hikumeta Koreyê tê cudakirin, ku bi berdewamî ev jin îstismar kirine.  Li gor Katharine Moon, hikumeta Koreyê tenê laşfiroşî destek kiriye û bi awayekî çalak dirust kiriye (1997, 42-47), jinên laşfiroş teşwîk dikir ku dolarên Amerikî werbigrin û ji bo parastina “ewlehiya neteweyî” alikariya hikumetê bikin (1997, 43, 92, 102-103). Seferberiya Neteweyî, ji vê neteweperweriya dewletê cuda ji aliyê welatiyên asayî yên Koreya Başûr hat destpêkirin.

[19]Anthony Giddens (1990) wek çar rehendên sereke yên globalîzasyonê qala kapîtalîzm, sîstema nav-dewletî, milîtarîzm û endustriyalîzmê dike.

[20] Her çiqas neteweyên li Cîhana Yekem ên wek “karkerên mêvan” dijîn jî elaqeder dike, ez li vir li ser encamên globalîzasyona aborî ya li nav neteweyên Cîhana Sêyem ku li welatê xwe dijîn, disekinim.

[21] Li gor Bob Milward, pêşbîniyên “serweriya berxwaran,” desthilata wekhev a di navbera hilberîner û karker de,” “zanîna mukemel a firoşkar û bikirran,” “nebûna bariyeran ji teşebisê re,” “îstihdama hemû hokarên hilberînê,” û “aboriyên xwediyê nifûza wekhev di ticareta bi hev re” ne realîst in (Mohan û yên din. 2000, 35-36).

[22] Alison Jaggar bi awayekî cidî bi bîra me dixe ku jinên bireng ên li Cîhana Yekem jî têra xwe ji ber “ticareta serbest” di xisarê de ne (Jaggar 2000, 9).

[23] Wek mînak, li Filipînê, di bin barê deynên IMF û Banka Cîhanê, hikumetê ji budçeya neteweyî ya sala 1992ya sê paran yek ji bo deynan xerc kir û tenê ji sedî 3.6 ji bo tenduristiyê xerc kir (Kwiatkowski and West 1997, 163), jin mecbûr hiştin li malê nexweşan binerin.

[24] Derbarê vê mînaka duyem de, haya min ji koalisyonên di navbera neteweperwerî û feminîzmê de tuneye. Lê, dema qeyrana aborî ya Asyayê di 1997a de li Kore û neteweyên din î Asyayê xist, bacên nû ji ber PGByên IMFê û aloziyên ji ber van ên di nav welatiyên Koreyê de hestên neteweperwer tehrîk kirin. Ligel berxwedana Konfederasyona Sendikayên Koreyî (KSK) ku li ser mafên karkeran hûn bûn ku ji kêfî ji kar neyên avêtin (Crotty û Dymski 1998), komên keda feminîst jî li dijî jikarderxistina karkerên jin berxwedan bi rêk xistin (H. Lee 1998; S. Choi 1998). Her çiqas xuya ye ev herdu hewldan ne bi hev re bûn jî, bawer dikim potansiyela tifaqê xurt e, ji ber ku li Koreyê gel têkiliya di navbera kêfîbûna bacên PGB (Sachs 1997; Stiglitz 2000; Chossudovsky 1997) û aloziya giştî ya Koreyî di nav de ne, û rewşa taybet a jinên karker ên Koreyî dibînin.

[25] Têkoşînên “neteweperwer” divê nebe asteng li ber têkiliyên “neteweborî” yên neteweyên Cîhana Sêyem, ji ber ku berxwedana tenê yek neteweyê li dijî rêxistinên pere û ticaretê wê encax bergirîdana ew neteweyên ku berjewendiyên wan di “neolîberalîzm”ê de ye, bikşîne ser xwe (Shiva 1993, 237).

[26] Her çiqas di vê peywendê de piştgirî didim neteweperweriyên Cîhana Sêyem û hevkariya neteweyên Cîhana Sêyem, ji ber vê hewldanên gerdûnhez, yên wek ên sosyalîstan û lîberalên “Rawlsî”, ji bo pêkanîna “edaleta global” red nakim  (bnr. wek mînak, Drydyk û Penz 1997). Ez neteweperweriyê ji bo qedrê wê yî stratejîk ji bo pêkanîna wekhevî û refaha gelên Cîhana Sêyem diparêzim.

[27] Ez înkar nakim ku em giş di heman demê de him “yên hundir in him yên derve” ne di nav komên ku em aidî wan in. A rast, David Crocker xweş dest nîşan dike ku, divê em bizanibin ku riwangeya yê ji derve dikare civata me rexne bike. Û yê ji derve dikare bi awayekî rewa di vê pêvajoyê de cî bigre ger ketibe nav çandeke cuda û têra xwe noqî wê çandê bûbe (Crocker 1991).

[28] Rêxistinên navneteweyî yên wek Efûya Navneteweyî an Çavdêriya Mafên Mirovan dikarin roleke erênî bilîzîn di warê reformên demokratîk ên di neteweyên Cîhana Sêyem de.

[29] Li vir dîsa, Kore dikare wek mînak were dayin. Qeyrana aborî ya 1997a, ku pir hişk li Koreyê xist, û piştî wê bacên nû yên ji ber PGByan ku IMFê ferz kir, heta wê demê ji aliyê feminîzmê û tevgera sendikayan çi hatibe bidestxistin ketin nav rîskek mezin (bnr. Son 1998).

[30] Neteweperweriya ji aliyê tevgera xwendekarên Koreya Başûr dihat parastin jî bermayiyên hişkbûna bavsalariyê dihewandin (K. Kim 1996, 72).

[31] Wek ku Edward Said diyar dike, hemû çandên bi hev re têkiliyê de ne, yek ji wan ne tekane û xwerû ye, giş melez in, heterojen in, heta bêjî guherîne, û ne monolotîk in” (Said 1993, xxv).

 [33] Mînakek ji bo vê, di koalisyona navneteweyî de tifaqa di navbera feminîstên Koreyî û yên Japonî de hat çêkirin ji bo meseleya “jinên rihetkirinê”. Digel ku pêncî sal derbas bûye Kore ji Japonyayê serbixwe bûye, ev mesele ti carî di navbera du dewletan de bi rek û pêk nehatibû rojevê. Hikumeta Japonyayê hewl dida ser wê bigre bi tunekirina piraniya belgeyên derbarê meseleyê de, û, heta dema taliya talî sûcê xwe qebûl kir jî, dewleta Japonyayê red kir lêborîn bixwaze an tezmînatê bide qurbanan (bnr. Totsuka 1993; International Movement Against All Forms of Discrimination and Racism 2001a; 2001b; 2001c).

[34] Ev ew cî ye ku têkiliyên neteweborî yên bi feminîstên neteweyên din re, him Cîhana Sêyem him Cîhana Yekem, girîng dibe.

Share.

Leave A Reply