Eyyûb Kerîmî
Ji Soranî: Ferzende Kurdîzade

Peywira sereke ya fikra rexneyî, rexnegirtin e li îdeolojîya serdemê ku li vir em ê jê re bêjin “rexneya îdeolojîyê” (ideologiekritik). Lê belê ravekirina îdeolojîyê  karekî ewqas sade nîne û pêwîst e nivîsarên Karl Marks, Karl Mannheim, Louis Althusser û Slavoj Žižek bi hûrgilî bêne xwendin. Li vir ez dikarim bi kurtî bêjim ku mebesta min ji îdeolojîyê, cure destgah(aygıt)eke hilberandina rasteqîneyan e. Yanî ew dîyardeyên ku em ji wan re dibêjin “rasteqîne,” têkilîyeke wan a yekrast ligel îdeolojîyê heye û bê îdeolojîyê nikarin hebin. Her ji ber vê yekê îdeolojî li vir ji wateya hişmendîya şaş (Marks), amûrê bihincetkirina rewşa serdest (Mannheim), yan cure têkilîyeke xeyalî ligel rasteqîneyê (Althusser) ber bi asteke jortir diçe û wek destgaha hilberandina rasteqîneyê tê pênasekirin. Lewma rewşa serdest a bindestan wek berhema îdeolojîya serdest di demeke taybet a dîrokê de tê nasîn. Lê divê em hişyar bin ku ev şîrove nayê wê wateyê ku îdeolojî dibe sedema pêkanîna rasteqîneyê; berevajî vê yekê têkilîya navbera van her duyan girîng e.

Berî destpêka mijarê pêwîst e mebesta min ji “qurbanî”ê çi ye ronî bikim. Têgeha qurbanî  nayê wateya wan kesan ku ji bo armancekê ji nav diçin yan tên kuştin. Eger bindestek ji bo armanca “xwe” berdêlê bide yan bê kuştin, hingî bindest canfedayî kirîye. Lê eger ji bo armanca serdestan berdêlê bide yan bê kuştin, hingî dibe qurbanî. Qurbanî di serdemên kevn de ji bo mirovekê/î dihat gotin ku ji tirsa xwedêyan û ji bo parastina xelkê ji kîn û xezeba xwedêyan dihat kuştin. Anku têkilîya armanca qurbanîkirinê ligel armanca mirovên qurbanîkirî tunebûye. Di serdema modern de jî, piranîya mirovan dibine qurbanîyên xwedêyên nû. Ew xwedêyên ku têkilîya wan ligel berjewendîyên takekesî yan çînî yan neteweyî yên mirovên bindest nîne; berevajî vê yekê ev xwedê ji bo dabînkirina berjewendî yan meyla serdestan hatin çêkirin.

Di vê gotarê de behsa wê yekê dikim ku Kurd di sê beşên dîrokî de bi awayekî bûne qurbanîyên sê îdeolojîyan ku nekarîne rizgarîya xwe ya neteweyî misoger bikin û di encamê de her tim wek bindest mane. Ev beş ji serdema pêş damezirandina dewletên modern li welatên derdora Kurdistanê, ji serdema şerê sar û ji serdema piştî şerê sar pêk tên. Ew îdeolojî jî ji Îslama xîlafetî, marksîzma cîhana sêyem û demokrasî-bawerîyê pêk tên.

Îslama Xîlafetî
Di serdema berî damezirandina dewletên modern de, piranîya deverên Kurdistanê di bin desthilata Osmanîyan de bûn. Heta destpêka sedsala nozdehem, yanî heta dema ku mîrnişînên Kurdan mabûn û bi awayekî desthilata xwecihî li Kurdistanê hebû, kêşeyeke wisa girîng di navbera Kurd û Osmanîyan de tunebû.[1] Lê belê piştî ku Împaratorîya Osmanî ber bi navendxwazîyê çû, bi taybetî piştî reformên ku wek “Tenzîmat” tên zanîn, Kurdên neteweperwer ku hingî piranîya wan derebeg yan şêx bûn, hest kirin ku desthilat ji wan tê standin û dikin ji nav biçin. Di vê serdemê de Kurdên neteweperwer çend car serî hildan lê têk çûn. Ev têkçûn ne ji ber bihêzbûna Osmanîyan bû; ji ber serdestbûna îdeolojîyekê bû ku di nav beşeke girîng a elîtên Kurd de hebû ku em dikarin jê re bêjin “Îslama xîlafetî.” Îslama xîlafetî, ji wê fikrê bawer dike ku cîhana Îslamê divê ji yek navendê bê çerxandin û ev navend jî divê di bin destê xelîfe de be û welatên Îslamî divê welatên serbixwe nebin; divê çend mîrnişîn bin ku fermana xelîfe cî bi cî dikin.

Nimûneya herî dîyar a dewra Îslama xîlafetî wek îdeolojî, serpêhatîya mîrê Rewandizê ye. Mihemed Paşa, mîrê Rewandizê, yek ji wan serokên Kurdan e ku ligel Osmanîyan şer kirîye. Mîrê Rewandizê artêş kom kirîye û li Rewandizê kargeheke çek-sazîyê damezirandîye ku xencer û tifing û heta top jî tê de hatin çêkirin. Du sed û çend top çêkirine ku niha jî nimûneyên wan li Rewandiz û muzeya Bexdayê mane. Mîrê Rewandizê artêşeke zêdetir ji sê hezar kesî pêk anî û di sala 1826a de serxwebûna welêt ragihand. Wî di maweyeke gelek kêm de serkeftinên berçav bi dest xistin. Deverên Mûsil, Mêrdîn û Cizîr girtin û ji Bexdayê heta sînorên niha yên Îraq û Sûrîyê, Îraq û Îranê xiste jêr desthilatdarîya xwe. Mîrê Rewandizê ji bo ku ji du alîyan ve hêrişê bibine ser Osmanîyan ligel kurê melîkê Mîsirê Îbrahîm Paşa têkilî danî ku ligel Osmanîyan şer dikir hingî. Gava ku Sultan bi vê rewşê hesîya, artêşeke mezin şand ser mîrê Rewandizê lê ti sûda wê çênebû. Lê gelek nekêşa ku mîrê Rewandizê xwe radestî Sultên kir û çû Stenbolê. Ev yek ji ber handana meleyan bû ku digotin şer ligel xelîfe gunehekî mezin e! Mîrê Rewandizê di vegerê de li Trabzonê bi destê kirêgirtîyên xelîfe hat kuştin.[2]

Xelîfeyên Osmanî hemû serhildanên Kurdan bi sûdwergirtin ji serkutkirina leşkerî û bikaranîna nakokîyên navbera eşîrên Kurdan têk şikandin. Ev yek bê îdeolojîya bi navê Îslama xîlafetî nedihat kirin. Yanî beşeke girîng ji elîtên wê demê yên Kurdistanê giriftarê îdeolojîya Îslama xîlafetê bûn. Xîlafetxwazîya Kurdan heta radeyekê bû ku heta di wexta têkçûna Împaratorîya Osmanî de taximek Kurd hebûn ku her bi hêvîya zindîbûna xîlafetê dijîyan! Ev yek di demekê de bû ku ligel hilweşîna Împaratorîya Osmanî, Tirk û Ereb li pey nasyonalîzmê ketin û dewletên xwe damezirandin. Li vir pêwîst e îşaret bi mînakeke dîrokî bikim.

Brîtanyayê di Cotmeha 1914a de şer li dijî Împaratorîya Osmanî ragihand. Rojek piştî wê, Brîtanya take bendera wê demê ya wî welatî yanî Faw dagîr kir ku piştre nav lê danî Îraq. Ji wê rojê ve heta Mijdara 1918a axa Îraqê bû yek ji qada serekî ya şerên Rojhilata Navîn. Hêzên Brîtanyayê piştî dagîrkirina Fawê bi du hefteyan karîn Besreyê jî dagîr bikin. Xîlafeta Osmanî ew çend bê hêz û paşverû û gendel bû ku nedikarî xwe li hember hêrişên Brîtanyayê ragire. Ji ber vê yekê pena bir ber livandina hestên dînî yên xelkê. Îtîhadîyan ku ji sala 1908an ve desthilata dewletê girtibûn dest û heta radeyeke mezin ji dîn averê bûbûn, ji nişka ve bûn misilman û banga cîhadê kirin û meleyan bi dehan fetwa ji bo şerê kafiran derxistin. Vê carê jî Kurdên dilpak ketin pey Babî Alî û gelek ji wan bi çek û tifingên xwe ber bi başûrê Îraqa niha bi rê ketin. Refîq Hîlmî di berga yekem a “Yaddaşt”ê de dibêje pirtir ji hezar siwarên Kurd bi serkirdayetîya Şêx Mehmûd bi çekên xwe ji bo şerê Brîtanyayê ji Kurdistanê çûn başûrê Îraqê da ku ligel Brîtanîyan şer bikin. Şêx Mehmûd û nêzîkî sê hezar siwarên Kurd li Şerê Şueybe beşdar bûn. Şueybe dikeve bakurê rojavayê Besreyê. Ev yek di demekê de bû ku Osmanîyan berî wê gelek tehde dabû xizmên Şêx Mehmûd (bav û birayekî Şêx Mehmûd di sala 1908an de li Mûsilê bi pîlaneke Cemaeta Îtîhad û Tereqîyê hatin kuştin). Ji bilî Şêx Mehmûd, Refetê Îsmaîl Begê Dawid û Namîqê Elî Axayê Dawid û Seyid Ehmedê Xaneqa ku Kurdên navdar ên Kerkûkê bûn, tevî zilamên xwe li dijî Brîtanyayê li Şerê Şueybe beşdar bûn. Brîtanîyan di Şerê Şueybe de di nav du rojan de artêşa Osmanî û çekdarên Kurd têk şikandin. Lê ev şer ji bilî jinavçûna van Kurdan her wiha bû sedema riq û kîna Brîtanyayê ku hingî hejmûn (hegemonya)ya wê di asta cîhanê de li daketinê bû lê hîna wek yek ji zilhêz (mezin-hêz)ên cîhanê dihat hesibandin. Brîtanîyan, ku heta hingî bi awayekî rasterast ligel Kurdan rû bi rû nebûbûn, di belgenameyekê de bi navê “Dijminên çaverêkirî yên Mezopotomyayê” nivîsîne: “Kurd ji ber ku şervanên çak û çalak û destsivik in dijminekî xeternak e.”[3]

Ev yek di demekê de bû ku şêxên Ereban li Rojhilata Navîn, ji bin ve mijûlî çêkirina têkilîyên xurt bûn ligel Brîtanyayê da ku dewletên xwe damezirînin. Lê belê Kurdên giriftarê Îslama xîlafetî ji bo xîlafetê şer dikirin ku sedan sal bû Kurd talan dikirin û dikuştin. Di serdema şerê yekem ê cîhanê de Brîtanyayê soz da Hisên bîn Elî (Şerîfê Mekke û Emîrê Hîcazê) ku eger Ereb li dijî Osmanîyan serî hildin û Împaratorîya Osmanî hilweşe, welatekî serbixwe yê Ereban bi paytexta Şamê û di bin destê Hisên bîn Elî de dê ava kin. Her çend bûyerên piştî şer wisa kir ku ev welatê yekgirtî yê Ereb bi ser çend welatan de dabeş bibe, lê her çawa be Ereb gelek ji Kurdan pêş ketin û karîn dewletên xwe damezirînin.

Wexta ku Yekîtîya Sovyetan hebû, ji ber hejmûna fikra çep, Îslama xîlafetî nekarî bibe gotara serdest li Kurdistanê. Lê piştî dagirkirina Kuweytê ji alîyê rejîma Sedam Hisênî ve ku bû sedema hêrişa Amerîkayê bo Rojhilata Navîn û şerê yekem ê Kuweytê, dîsan hestên dînî li ba Kurdan lebitî; ew jî ji bo kesekî ku tenê sê sal berî wan bûyeran sedan hezar Kurd enfal û bi zindî gor û kîmyabaran kiribûn. Di şerê Kuweyt û şerê 2003yan de gelek Kurdên safok ji bo Sedam dua dikirin da ku bi ser kafiran de bi ser keve. Niha jî piştî têkçûn û hilweşîna welatên Îraq û Sûrîyeyê, taximek Îslamîyên selefî ketine pey Îxwan û DAIŞê û wisa dizanin dê rizgar bin.  Ev yek di demekê de ye ku DAIŞ, berevajî xuyanga xwe ya Îslamî, di rastîyê de berdewama faşîzma Ereban e. Yanî îdeolojîya DAIŞê maskeyek e ji bo poşîna rûyê faşîzma Erebî. Hemû ew kesên ne-Ereb bêyî ku bizanin ji bo faşîzma Ereban xizmetê dikin di sengerên DAIŞê de şer dikin. Ev yek tiştekî zelal e ku DAIŞê çendîn car li dijî Kurdan daxuyanî belav kirine. Lê niha jî tê de be, eger tu pêşîya wan Kurdên safok, ku giriftarê Îslama xîlafetê ne, berdî, hazir in biçine nav refên DAIŞê û li dijî welatê xwe jî şer bikin.

Marksîzma Cîhana Sêyem
Piştî şerê cîhanê yê duyem heta hilweşîna Yekîtîya Sovyetan (û heta piştî wê jî) ew îdeolojîya ku Kurd zêdetir kirin qurbanî, marksîzma cîhana sêyem bû. Ev yek xwe bi xwe paradoksek e: Çawa bizaveke rizgarîxwaz, gelek neteweyên cîhana sêyem ji kolonyalîzmê rizgar kirin lê gelê Kurd kir qurbanî?

Marksîzm di esil de ji bo cîhana sêyem nehatîye teorîzekirin. Her çend Marks gelek mijarên rojnamegerî li ser cîhana Rojhilat dinivîsî (nexasim di navbera salên 1851 û 1862yan de ji bo rojnameya New York Tribune) lê di karên xwe yên teorîk de (Destnivîs, Manîfêsto, Îdeolojîya Almanî, Grundrisse, Kapîtal) gelek behsa cîhana derveyî Rojava nekirîye û zêdetir mijûlî şîrovekirina kapîtalîzma civaka kapîtalîst a herî pêşketî bûye û li gorî wî şoreşa sosyalîst ji civaka herî pêşketî ya kapîtalîst dest pê dike û paşê hemû cîhanê vedigire. Heta Marks nedixwest li welatekî wekî Rûsyayê şoreş çêbibe ku ji wan welatên paşê navê wan danîn “cîhana sêyem” gelek pêşketîtir bû (ev rastî ji nameya Marks bo Vera Zasûlîç bi zelalî derdikeve).[4]

Ji bo cihên wekî Çîn, Hînd û Polonyayê jî Marks xebata neteweyî girîngtir didît ji xebata çînî. Marks ne alîgirê şoreşa sosyalîst li cîhana derveyî Rojava bû ku hingî nedihat bîra kesê ku li cîhana paşketî ya derveyî Rojava kesek bikeve pey şoreşa sosyalîst. Ji ber ku bi dîtina Marks, qonaxa kapîtalîzmê yek ji qonaxên geşeya maddî ya berî sosyalîzmê ye û kapîtalîzm dê hemû cîhanê vegire û ti welatek nikare ji vê çarenûsê bireve (di Manîfêstoyê de bi zelalî behs dike ku heta Seda Çînê jî nikare xwe li ber topa Kapîtalê ragire). Heta bi ya Marks, kapîtalîzm li cîhana derveyî Rojava, roleke pêşketinxwazane dilîze; ji ber ku formasyonên pêş-kapîtalîzmê hildiweşîne û dibe sedema têkdana atmosfera cîgirtî ya Rojhilat.

Lê di destpêka sedsala bîstem de, bizavek ji tevgera çepa Rûsyayê serî hilda ku teorîya Marks averê kir û Marksîzm tûşî subjektîvîzm û volontarîzmê kir; ew jî Lenînîzm bû. Bi ya Lenîn, ji bo serkeftina şoreşa sosyalîst li hemû cîhanê divê şahdemarên kapîtalîzma Rojava bên qutkirin ku ew jî tenê bi şoreşa sosyalîst a li wan welatan tê kirin ku keresteyên xav ji bo pîşesazîya Rojava dabîn dikin. Ev îdeolojîya Lenîn paşê ji alîyê Mao û Che Guevara û ramyarên “Dibistana Girêdayîtî” (Dependency School) wek  Andre Gunder Frank ve hat teorîzekirin.  Lê piştî demekê derket ku şoreşa sosyalîst li cîhana sêyem ne karekî hêsan e, heta li wan welatên ku şoreşa sosyalîst bi ser ketîye, ew tiştê ku li cîhana sêyem rû daye, sosyalîzm nîne, berevajî wê yekê bi gotina Paul Sweezy “kapîtalîzma dewletî” ye.[5] Yanî li şûna ku çîna kapîtalîst çîna bindestan biçewisîne, taximek elîtên dewletî xelkê diçewisînin û mekanîzma berhevbûna sermayeyê di encama prosesa “zêde-nirx”ê de ku bingeha kapîtalîzmê ye di vir de jî dixebite. Bi giştî em dikarin bêjin ku Marksîzm di cîhana sêyem de ji teorîyeke rizgarîxwazî bû teorîya geşeya aborî! Ji wê jî xirabtir bû îdeolojîyek ji bo popolîzm û lumpenîzmê.

Bi giştî em dikarin bêjin ku taybetmendîyên Marksîzma cîhana sêyem ev in: volontarîzm, subjektîvîzm (ew bawerî ye ku dibêje bi çêkirina mirovekî nû û bi exlaqekî nû em dikarin di ser qonaxa kapîtalîzmê re biqevêzin û bêyî liberçavgirtina prensîbên madî yên geşeya aborî ya civakê em dikarin sosyalîzmê pêk bînin), populîzm (bawerî bi hêza gel û hewl ji bo xapandina xelkê feqîr û hejar ji bo xwe bikine qurbanî ji bo berjewendîyên elîta leşkerî û îdarî), mîlîtarîzm (bi xebata çekdarî ya gerîlayî em dikarin di şoreşa sosyalîst a antîemperyalîst de bi ser kevin û piştî serkeftina şoreşê jî divê hêzeke me ya mezin a leşkerî hebe da ku em sosyalîzmê biparêzin), agriculturalism (ev bawerî ye ku çandinî û derxistina çavkanîyên siruştî ji pîşesazîyê girîngtir dibîne).

Ev taybetmendî di hemû şax û liqên Marksîzma cîhana sêyem de, ji Mao û Polpot bigire heya Kastro û Che Guevara tê dîtin. Di vir de divê îşaret bi wê jî bikim ku Marksîzma cîhana sêyem ne tenê li cîhana sêyem xwedî alîgir bû, li hin welatên Rojava jî hinek çep ji bo welatên xwe rakêşan; bo nimûne Maoîzma Fransî û Îtalyayî û hwd.

Lê li Kurdistanê rewş aloztir bû. Li Kurdistanê, piranîya endamên wan komên Kurdî ku xwe wek Marksîst dizanîn, ne tenê kitêbên Marks û marksîstên rojavayî nexwendibûn her wiha ji wan fam jî nekiribûn; digel vê yekê kitêbên Mao û Che Guevara û Gunder Frank jî nexwendibûn. Ew (ji bilî çend kesan ku li Ewropayê jîyabûn û xwendibûn) zêdetir bi rêya xwendina bultenên partîyên Tirk, Faris û Ereb bûbûn Marksîst. Marksîzma cîhana sêyem bi xwe berhema têgihîştineke seqet bû ji Marksîzma rojavayî. Ew partîyên nekurd bi xwe jî têgihîştineke wan a seqet ji Marksîzma cîhana sêyem hebû. Îca bizanin çepa Kurd ku bi xwe bi rêya wan têgihîştinên seqet bûye marksîst dibe çi? Ji vê jî xirabtir ew e ku tu li gorî wê têgihîştina seqet xebata sîyasî bikî.

Ji vê jî ecêbtir ew bû, Marksîzma cîhana sêyem li wan welatên ku kêşeya neteweyî hebû, wek li Çîna berî şoreşê û Vîyetnam û Cezayîrê bû amrazek ji bo rizgarîya neteweyî. Lê li Kurdistanê tenê yek koma Marksîst ket pey rizgarîya neteweyî û ewên din kenê xwe bi hestên neteweyî dikirin. Kurdên di nav Marksîstan de, li gorî wan, neteweperwerî îdeolojîyeke burjuwayî ye û Marksîstên Kurd çênabe doza mafên neteweyî bikin. Ev yek di demekê de bû ku piştgirîya li hemû xebatên neteweyî yên cîhanê wekî Fîlîstîn û hwd. dikirin lê ku digihîşte Kurdistanê digotin neteweperwerî bive ye û tenê divê em bikevin pey şoreşa sosyalîst. Ji ber ku sosyalîzm bi xwe pakêta hemû cure rizgarîyan e. Wan digot, “Li Yekîtîya Sovyetê mêze kin. Hemû netewe gihîştine mafên xwe. Eger em jî şoreşa sosyalîst çêkin hem ji alîyê neteweyî ve em rizgar dibin hem ji alîyê çînî ve.”

Ev diruşm di demekê de dihatin gotin ku komên Kurd hêza xebata xwe ji neteweperwerîya Kurd werdigirt. Yanî eger neteweperwerî li Kurdistanê nebûya, alîgirên wan çênedibûn. Ji alîyekî din ve ew birayên çep ku çepên Kurd dilê xwe bi wan xweş kiribûn, wek birayên misilman, ketin pey berjewendîyên xwe yên neteweyî û Kurd wek kart bi kar anîn. Dîsan gelê Kurd bû qurbanîya îdeolojîyeke din.

Demokrasî-bawerî
Niha piştî têkçûna Yekîtîya Sovyetan, îdeolojîyeke din ku Kurd xapandine, demokrasî-bawerî ye. Lê niha demokrasî têgeheke ew çend şîrîn e ku eger kesek biwêre û bêje ez alîgirê demokrasîyê nînin, berdêleke mezin jê re çêdibe. Heta niha Îslamîst jî hewl didin biselmînin ku demokrat in.

Di vir de divê îşaret bi vê xala girîng bikim, ez rexne li “demokrasî wek îdeolojî” digirim, ne li “demokrasî wek forma dewlet”ê. Demokrasî wek forma dewletê li cîhana îro pêwîst e û dewletên pêşverû neçar in demokratîk bin. Lê belê gava ku demokrasî dibe îdeolojî, ku min navê wê danîye “demokrasî-bawerî,” gelek xeternak e; ji ber ku xelkê bindest tûşî wê fikrê dike ku çarerêya hemû tiştî demokrasî ye. Feqet ji bo her kêşeyeke civakî-sîyasî çarerêyeke taybet heye. Nexasim têkilîya kêşeya neteweyî ligel desthilata navneteweyî û şêweya dabeşkirina desthilatê di navbera neteweyan de heye ne ligel dabeşkirina post û kursî di asta navxweyî de.

Mînaka herî berbiçav a karesata demokrasî-bawerîyê, şert û mercên başûrê Kurdistanê ne. Di demekê de ku hîna dewlet nehatîye damezirandin û binyadên dewletê nînin, parlementarîzmeke paşketî bi ser Kurdan de hatîye ferzkirin ku şerê partî û şerê kursî jê hatîye der û niha jî qurbanîyan digire. Başûr hîna xwedî binyad (structure)ên seretayî yên dewletê nîne lê hîna ji destpêkê ve alîgirên demokrasî-bawerîyê, ku ji têgeha demokrasîyê wek maske ji bo dabînkirina berjewendîyên xwe yên berteng sûd wergirtine, ev parçe kirine meydana şerê navxweyî û hemû ew karesatên din jê hatin der. Niha jî ku Kurd hîna negihîştine qonaxên seretayî yên damezirandina dewletê, alîgirên demokrasî-bawerîyê doza ûltra demokrasîyekê dikin; demokrasîyek ku hîna li Ewropayê jî nîne. Gelo demokrasî wek forma dewletê li welatekî ku hîna dewleta xwe nîne, dikare pêk were? Di gotareke[6] din de bi hûrgilî min behsa vê kêşeyê kirîye; lewma li vir ew çend bes e.

Encam
Mumkîn e xwendineke neteweyî ji “Îslam wek dîn” û “Marksîzm wek teorî” û “demokrasî wek forma dewletê” bikare alîkarîya Kurdan bike ku ber bi armancên xwe gavan biavêjin. Lê belê gava ku ew bibin îdeolojî û em wisa bizanin ku take projeya sîyasî ya mumkîn tenê ew in, karesat ji wan tête der. Îslam wek îdeolojî dibe Kurdê DAIŞ, Marksîzma cîhana sêyem wek îdeolojî dibe Kurdê polpotî û demokrasî wek îdeolojî dibe başûrê Kurdistanê. Eger Îslama xîlafetê Kurd kiribin qurbanîyên armancekê ku êdî qîmeta wê nemaye, demokrasî-bawerîyê Kurd kirine qurbanîyên armancekê ku hîna gelek maye Kurd bigihîjinê (ji ber ku binyadên sîyasî yên demokrasîyê û prensîbên madî yên demokrasîyê li Kurdistanê nînin) û marksîzma cîhana sêyem Kurd kirine qurbanîyên armancekê ku ne tenê Kurdistan her wiha pêşketîtirîn welatên cîhanê hîna gelek maye ku bigihîjinê.

Dîyar e ku kêşeya neteweyî ya Kurdan heye û heta ev kêşe çareser nebe, ti projeyeke din a sîyasî nikare xwe derxe; ji ber ku di cîhana modern de hemû proje di çarçoveya dewleta neteweyî de tên cîbicîkirin. Hin kes wisa difikirin ku di serdema gerdûnîbûnê de dewlet lawaz dibe ji ber ku proseya gerdûnîbûnê tê wateya sistbûna sînoran. Lê ev fikra nû -lîberalî heta niha di pratîkê de nehatîye selmandin. Ji bilî vê yekê, dewlet di cîhaneke bêsînor de jî dikare hebe û berdewamîyê bi fonksîyonên xwe bide nexasim bi aramî û xweş-debarîyê.

*Ev nivîs pêşî di kovara Gotarnameyê de ku li Rojhilata Kurdistanê derdikeve hatiye weşandin.

 

Eyyûb Kerîmî: Di sala 1972 de li bajarê Mahabadê ji dayik bûye. Dibistana seretayî û amadeyî li Mahabadê xwend. Master û doktoraya xwe li Tehranê ji felsefeya sîyasî wergirtîye. 15 salan li Tehranê li navenda lêkolînan xebitî; li zanîngehên Tehran û Gorgan û Yasûc ders da. Ji 2016a vir de li başûrê Kurdistanê li zanînegha Soran ders dide. Edîtorê Journal of Middle Eastern Research (JMER) e. e-mail: eyyub.kerimi.soran@gmail.com

[1] Donald Qurtaert, The Ottoman Empire 1700-1922, Cambridge University Press, 2005, p.180.
[2] Veli Yadirgi, The Political Economy of the Kurds of Turkey: From the Ottoman Empire to the Turkish Republic, Cambridge University Press, 2017, pp.94-95.
[3] Kemal Mezher, “Çend Lapereyek le Mêjûy Gelî Kurd”, Berga duyem, Hewlêr: Weşanxaneya Mukiryanî, 2001, rp. 83.
[4] Karl Marx, Selected Writings, Oxford: Oxford University Press, 2000, p. 624.
[5] Paul Sweezy, Post-Revolutionary Society, New York: Monthly Review Press, 1980.
[6] “Demokrasî: Rêgeçare yan Tirawîlke?”, Kovara Jîwar, Sal: 6, Havîna 2014, jimare 17 û 18, rp. 23-33.

Share.

Leave A Reply