Edith Szanto Ji Îng.: Fexrîya Adsay Puxte: Piştî ketina Mûsilê di 2014a de, hin Kurdan ji Îslamê nefret kirin û berê xwe jê guherîn. Gelek bûn ateîst, ên din jî di Zerdeştîyê de li hewînîyê gerîyan. Li gor kesên bûn Zerdeştî, Zerdeştî dînê “resen” ê Kurdan bû berîya ku bibin Misliman. Di 2015a de, li Silêmanîyê du navendên Zerdeştîyê vebûn, herdu jî ji alîyê Rêvebirîya Herêma Kurd hatin naskirin. Bi taybetî, wan hewl nedan ku Zerdeştîyê ji nû ve biafirînin bi awayê xwe yî niha û yê dîrokî yê li Îran û Asyaya Başûr hatîye temrînkirin. Ji dêvla wê, wan…

Bixwîne

Hevpeyvîn: Azad Hacî Aqayî Ji Soranî: Eyyüp Subaşı  Dr. Kamal Soleimani ji zanîngeha Kolombiyayê mezûn bûye û mamoste ye li zanîngeha City University of New York Queens College. Qada xebatên Soleimani, Îslam, siyaset, dîroka Rojhilata Navîn bi taybet pirsa Kurd e. Di van waran de xwedî gelek lêkolîn e û di sala 2016an de jî kitêba wî ya bi navê Islam and Competing Nationalisms in the Middle East, 1876-1926 (Îslam û Neteweperweriyên Reqîb li Rojhilata Navîn, 1876-1926) ji aliyê weşanxaneya navdar Palgraveyê ve hatiye çapkirin. Di demeke nêz de wê bi zimanê Tirkî ji aliyê weşanxaneya Peywendê bê çapkirin. Soleimani…

Bixwîne

Hevpeyvîn: Şaro İ. Garip Nefîdarî herî zêde ji bo bêperhiştin û riswakirina civak û milletan hatîye tevinkirin. Lewre berî herkesî serkêş, ronakbîr û hunermendên civakê derbasî erda xwe dike. Li erda xwe ya xerîb wan bêasim dihêl e. Pirrî xeyal û ramanên wan di agirê xwe de dişewitîne û dike xwelî. Li alîyê dî jî civakê bê per û bask dihêle. Ez ne şaş bim, Darwin dibêje “Civakên ku hunermend û zanayên xwe nînbin, wek mirîşkê ne, per û baskên wan heye, lê nikarin bifirin.” Hîn di dîrokên kevn de jî di çîroka Bedirxanîyan de jî, mirov dikare vê senaryoya…

Bixwîne