Edith Szanto

Ji Îng.: Fexrîya Adsay

Puxte: Piştî ketina Mûsilê di 2014a de, hin Kurdan ji Îslamê nefret kirin û berê xwe jê guherîn. Gelek bûn ateîst, ên din jî di Zerdeştîyê de li hewînîyê gerîyan. Li gor kesên bûn Zerdeştî, Zerdeştî dînê “resen” ê Kurdan bû berîya ku bibin Misliman. Di 2015a de, li Silêmanîyê du navendên Zerdeştîyê vebûn, herdu jî ji alîyê Rêvebirîya Herêma Kurd hatin naskirin. Bi taybetî, wan hewl nedan ku Zerdeştîyê ji nû ve biafirînin bi awayê xwe yî niha û yê dîrokî yê li Îran û Asyaya Başûr hatîye temrînkirin. Ji dêvla wê, wan versîyonên xwe yê Zerdeştîyê afirandin, neteweperwer, postmodern û lîberal. Kurdên Zerdeştî angaşt dikin, sedem dînê Îslamê ye ku Kurd “paşverû” ne. Dixwazin rewşa niha bi rêya şêwazeke “tasdîkkirî” û “resen” ê Zerdeştîyê serast bikin. Ev gotara niha, bi rêya xebata qadê ya li van herdu navendan, li ser vê tevgera dînî ya li Silêmanîyê ku li Başûrê Kurdistanê[1] bajarekî grîng e, disekine. Peydabûn û cudatîyên Zerdeştîya Kurd analîz dike ka Kurdên Zerdeştî nerînên xwe yî derbarê Îslam, mafên jinan, mafên mirovan û serxwebûna Kurdan çawa îfade dikin.

Destpêk

Piştî ketina Mûsilê di 2014a de, hin Kurdan ji Îslamê nefret kirin û berê xwe jê guherîn. Gelek bûn ateîst, ên din jî di Zerdeştîyê de li hewînîyê gerîyan (Fattah 2015; Latif 2015; Khalil 2016; Salloum 2016; Neurink 2017). Li gor kesên bûne Zerdeştî, Zerdeştî dînê “resen” ê Kurdan bû berîya ku bibin Misliman. Angaşta kokên Zerdeştî bi tevgerên Kurd ên neteweperwer re peyda bûye. Hilatina Zerdeştîya nû bi taybetî hêjayî nirxandînê ye li ber ronîya geşedanên demên dawî, li Silêmanîyê di 2015a de vebûna du navendên Zerdeştî tê de ku herdu jî ji alîyê Rêvebirîya Kurd a Başûrê Kurdistanê hatine naskirin. Nemaze, wan hewl nedan Zerdeştîyê ji nû ve biafirînin bi awayê xwe yî niha û yê dîrokî yê li Îran û Asyaya Başûr hatîye temrînkirin. Ji dêvla wê, wan versîyonên xwe yê Zerdeştîyê afirandine, neteweperwer, postmodern û lîberal.

Dema dor tê ser neteweperwerîya Kurdî û mafên jinan, nerînên kesên bûne Zerdeştî bîlhesa bihêz û bikelecan in. Îdia dikin, sedema “paşverû”bûna Kurdan ew e ku Misilman in. Bo helwestên xwe yî çandî yên li hemberî jinan û nebûna serxwebûnê Îslamê tawanbar dikin. Dixwazin rewşa niha bi rêya şêwazeke “tasdîkkirî” û “resen” ê Zerdeştîyê serast bikin. Ev Zerdeştî “kevneşopeke îcadkirî” ye di wateya ku antropolog Eric Hobsbawm û Terence Ranger (1992) li cîyekî din ev diyarde pênase kirine. Ev nerîta nexasim îcadkirî li ser babetan pir disekine: nasnameya etnîk, ku bi rabirdûyeke muxayel ve tê girêdan, û fêmînîzmeke giştîbar ku bi normên zayendî yên Îslamî ve tê miqayesekirin. Bi vî awayî, îdealeke muxayel, îdiaya bo pêşketinê û lîberalîzmeke fitrî pêk tîne.

Dîroka dîn-guhertinê

Li cîyekî din î cîhana Misliman, veguherîna bo Zerdeştîyê dikaribû wek ji dîn-derketin bihata dîtin. Hin Kurdên Misliman ên oldar dikarin hilatina Zerdeştîyê wek pirsgirêk bibînin jî, tevgerê piştgirî wergirt, bi taybetî ji çîna jor û navîn a Kurdên sekuler û Kurdên ji Ewropayê vegerîyane. Sedema bi giştî ev veguherîn tê tolerekirin ev e ku Zerduştî ji nêz ve bi nasnameya neteweyî ya Kurd ve tê girêdan.

Zerdeştî, wek Êzîdîyatîyê, parçeyek ji texeyul û gotarên civakî yên Kurdên hemdem ên neteweperwer e. Kurdên Başûrê Kurdistanê îro nîqaş dikin, ew nevîyên Medan in, gelekî qedîm ê Îranî ku ji 678 û 549 B.Î. Împeratorîya Medî bi rê ve birine (Asatrian 2009: 21-23).[2]

Kerîm Sûrenî, siyasetmedar û nivîskarê Kurd, angaşt dike, Zerdeşt li Urmîyê, Rojhilatê Kurdistanê hatîye dinyê, û bi zaravayê Kurdî Hewramî dipeyivî (Sureni 2011: 49-50). Pirtûkçeyeke ji alîyê “Yesna”yê, li Silêmanîyê yek ji navendên Zerdeştî, hatîye belavkirin dibêje Zerdeştî “xwedî dîrokeke dirêj e ku kêmtirîn ji 3700 belkî heta ji 8500 (di pirtûkçeyê de wisa ye!) salan bêtir e” (Zarathushtra’s Songs  2015: 10). Îdiaya ku Zerdeşt dibe ku 6500 sal B.Î. jîyabe, îma dike ku ew di serdema Neolîtîk de jîyaye û, her wiha, berîya şaristanîya li ser bingeha bajaran ava bûye tê, ev her li kuderê be. Li gor vê, îma dike Kurd berîya hemû komên etnîk ên li Rojhilata Navîn tên. Di dewra modern de, îdiaya ewil ku Kurd bi eslê xwe Zerduştî bûne ji alîyê brayên Bedirxanî di salên 1930an de hatibû îdiakirin (Allison 2009: 285-290). Brayên Bedirxanî angaşt dikirin, Kurd pêgirtîyên Êzdîyatîyê ne ku wan ew wek versîyoneke Zerdeştîyê qebûl dikirin. Di salên 1970 û 1980an de fikra ku Kurd Zerdeştî bûne, bû bawerîyeke navendî ya tevgera Kurd a neteweperwer li Tirkîyeyê û dû re li Başûrê Kurdistanê jî bi hêz bû. Digel ku du partîyên sereke yên Başûrê Kurdistanê, Partîya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û Yekîtîya Niştimanperwer a Kurdistanê (YNK) Îslam red nekirin, Abdullah Öcalan, damezrênerê Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) a li Tirkiyeyê bi awayekî eşkere difikirî ku Zerdeştî ji alîyê exlaqî û entelektuelî di ser Îslamîyetê re ye. Öcalan, Zerdeştî wek hêzeke rizgarker popularîze kir ku dikare Kurdan him hundir ve him ji derve ji bindestîya Îslamê, neyartîyên feodal xilas bike. Li gor Öcalan, Zerdeştî parçeyekî grîng a rabirdûya Kurdan e, li gor damezrênerê du navendên li Silêmanîyê ew parçeyek ji siberoja ronî ye. Li başûrê Kurdistanê, cara pêşî dilxwazên PKKê bûn ku xwe wek Zerdeştî dan pênase kirin û bûn Zerdeştî. Piştî havîna 2014a, yên derbasî dînê nû dibûn êdî tenê ne dilxwazên PKKê bûn. Bi hezaran Kurd, ji ber hovîtîya Dewleta Îslamî aciz bûbûn û hêvîşikestî bûbûn û bo wate û piştgrîyê bala xwe dan Zerdeştîyê.[3]

Zerdeştî ji salên 1990an vir ve li Ewropayê di nav diyasporaya Kurd de belav dibû û ew Kurdên ji Ewropayê vegerîyane ku li başûrê Kurdistanê di 2015a de dest bi avakirina avahîyên sazîyên Zerdeştî kirin. Berîya 2015a, Kurdên bûne Zerdeştî piranî xwe bi xwe dînê xwe temrîn dikirin. Matthew Barber, li Dihokê di sala 2014a de di xebata xwe qadê ya etnografîk de behsa ew kesên di wê tatêlê de ne dikir ku dînguhertîna xwe ji malbatên xwe re an di nav civakê de eşkere nekirine. Li Silêmanîyê, bi saya hewldanên du navendên Zerdeştî ku di 2015a de li Silêmanîyê hatibûn damezrandin, komek dînguhertî dikaribû nasnameya xwe ya nû eşkere bike. Navenda yekem ku li nêzîkî baregeha Yekîtîya Niştîmanperwer a Kurdistanê ye, di meha Tabaxa 2015a de hat vekirin. Navenda duyem, li nêzîkî navenda bajêr di avahîyeke dewlemend de piştî çend mehan vebû. Navenda duyem ji ber veqetandineke di nav kesên navenda yekem bû. Pîr Şalyar Loqman Ferhad Pehlewan, Kurdekî di salên nîvê 30an de, piştî dehsalan zêdetir li Îngilîstanê jîyaye vegerîyaye, serokatîya navenda yekem dike. Di payîza 2015a de, Pîr Loqman bi hevkara xwe Awat Husamedîn re li hev nekirin; dû re Awat Husamedîn bi avakirina navenda duyem dewam kir bi navê “Yesna: Bo Geşbûna Felsefeya Zerdeştî.” Herdu damezrêner di meyldarîya biyanî û di serokatîya xwe de ji hev cuda ne. Tişta herdu jî parve dikin Zerdeştîyeke ji bagajeke dîrokî, qaîdeyên giran, û nivîsên pîroz bêpar e. Bo pêşketin, bandorkirina ser qanûndanînê û di minakeşekirina tawanbarkirinên Selefî yên li dijî wan de bi hev re dixebitin.

Serhildana li dijî Misilmantîyeke Ereb

Kesên bûne Zerdeştî hene û yên dilxwaz hene ku wek Misilman mane û bi pileyên cuda yên dîndarîyê beşdarî çalakî û nîqaşên li navendên Zerdeştî yên li Silêmanîyê dibin. Ev koma duyem grîng e ji ber ku hebûna wan dike ku pêvajoya sazûmanîyê pêk were. Em ê pêşî nîqaş bikin ka çima hin Kurd derbasî Zerdeştîyê dibin, nasname û cîhanbînîyên xwe çawa bi çarçove dikin, û paşî em werin ser dilxwazan. Dema ji wan tê pirsîn ka bo çi derbasî Zerdeştîyê bûne, antîpatîya hemberî Îslamiyêt û Ereban serekî ye di vegotinên wan de. Bi gelemperî serpêhatîyeke  neteweperwer dabîn dikin (brw. Barber 2015: 33-35). Yên dîn guhertine bi eslê xwe, qe ne wek nav be jî, hemû Misliman bûne. Heta niha min nebihîstîye Kakayîyek (wek Ehl el-Heq an Yaresan jî tê zanîn), an Êzidîyek derbasî Zerdeştîyê bûye. Kurdên neteweperwer tevî Zerdeştîyê, kêmtirîn yek mînak heye, wek jesteke sembolîk, bêyî ku guh bidin ku Êzidî vê guhertinê napejirînin, derbasî Êzdîyatîyê jî dibin. Dîsa, komeke Kurdên bijare û entelektuel di havîna 2014a de wek nîşaneyeke protestokirina revandina keçên Êzidî ji alîyê DAIŞê û wêrankirina Şingalê ku bi sed hezaran Êzidî lê dijiyan, bûn Êzidî. Yên dîn guhertine piranî dema dest bi axaftinê dikin, dibêjin ji alîyê Ereban hatine perçiqandin, Îslam li ser pêşîyên wan hatîye ferzkirin û ew, Kurd hatine kuştin û li ser navê Îslamê hatine kuştin. Di vê peywendê de, derbasbûna bo Zerdeştîyê bi giştî serhildanek e li hember çespandinê, taybetî jî li hemberî Îslam û Ereban e. Bi “şûnvexwestina ‘dînê’ bav û kalên xwe” Zerdeştîyê, xwe vediqetînin ji Kurdên, ku “dihêlin bimînin wek xulamkirî” ji alîyê Îslamê bi hişmendî û ruhên xwe. Dînguhertîyên Kurd dînê Îslamê wek ji xwe tund û çespînerê jinan pênase dikin. Pir-hevserî û nixumandina jinan reş dikin. Di vîdyokê de, Pîr Loqman digot di tacîzkirin û revandina keçên Êzidî de, ku DAIŞê bo xulamtîya seksê revandin, Îslam tawanbar e. Digot, Zerdeştî li dijî xulamtîyê ye û hurmet dike ji jinan re (Khalil 2016). Ji ber kuştinên namûsê, Îslamê tawanbar dike ku ev anîye nav Kurda bi îdiaya ku “Kurd nizanin tundî çi ye.” Pîr Loqman nîqaş dike, Pêxember Mihemed jî çawa ku DAIŞê Sûrîye û Iraq dagir kiriye, Erebîstan dagir kiriye ku bêhna Îslamfobîyaya berbelav a Ewro-Emerîkanî ya hemdem jê tê. Pênasekirina dinguhertîyan a Îslamê hema bêje Oryantalîst e. Li gor Edward Said (1998), Oryantalîzm, sînorên Îslamê wek wechekî gewherî yê Rojhilatê, ya bê dîrok, bê dewreke zerîn û bê naverokek entelektuel xêz dike. Bi înkarkirina Îslamê, dinguhertî hewl didin piştrast bikin ku ew ne parçeyek ji “beşa payenizm a cîhanê” ne. Ew “Mislimanên baş” ên dawîn in, heta ewqas baş in, ne Misliman in jî. Wekî ku Mehmûd Memdanî (2002: 766-775) rave dike, piştî Îlon-11 medyaya Amerîkî bal kişandin ser “sohbeta çandê” ku çand û azmûna dînî polîtîze kir. Nemaze, hemû Mislimanên Wehabî yên mihafezekar wek Mislimanên xirab nîşan da. Dema dor dihat ser Kurdan, ev dibû şerê navbera Kurd, “Misilmanên baş”, û DAIŞ, “Misilmanên xirab” de. Bi redkirina Îslamiyetê û berzkirina çanda Kurd, dînguhertîyên (bo Zerdeştîyê) Kurd, bi îzahata ku Zerdeştî û nasnameya Kurd li ser xeta nirxên Rojavaya “rônîbûyî” wek pasîvîzm, wekhevîya zayendî, demokrasî û rasyonalîzmê ne, xwe nêzîkî Rojava dikin.

Hin dînguhertî ji bo zalimî û paşverûbûna Îslamê teşhîr bikin, mînakên dîrokî yên bi mubalaxayî didin. Wek mînak, Pîr Loqman, di hevpeyvîneke online de digot: “di dewra Selahadîn de, li her gundekî Kurdan malbateke Ereb [Misliman] dijîya, keçên donzdeh salî, her wiha, yên balix ku diecibandin ji xwe re dibirin” (Khalil 2016). Ev helwest hesteke qurbanîbûnê vediguhêze. Kurdên ji her tebeqeyê qurbanên neçar in, ku her dem hatine kuştin û pelçiqandin. Fail her tim Erebên Misilman bûne. Ev dûpata li ser qurbanîbûnê, bi vî awayî, sedemên pirsgirêkan ji xwe dûr dixe û wan davêje ser kesên ji derve, û rê nade teorîyên alternatîf, wek sucê Kurdan û bijareyên Kurd. Îstiqamet û taybetîya tevgerên neteweperwer ên başûrê Kurdistanê ew e ku bala xwe dane salên borî yên 1980 û 1990î. Salên 1980, ne tenê dema şerê  Îran û Iraqê yê bi dirêjîya deh salan e, lê dema Seferberîya Enfalê ya navxirab e jî. Di şer de, Sedam Husên Îranî wek mecûs lanet kirin, wateya wê ferhengî “magî” ye lê têgeheke bo piçûkxistina Zerdeştîyên Îranî tê bikaranîn û bi awayekî nixumandî tenê xwe û Ereban wek Mislimanên  heqîqî pênase dikin (Rafaat 2012: 11-12; Barber 2015: 10-12). Bi vê tevgerê nîyet ew bû ku Ayetullah Humeynî û nasnameya Mislimantîyê ya Komara wî ya Îslamî nerewa bike û ya rast bi îdiaya ku Îranî qet ne Misliman in. Ya din, her ku şer pêş de çû, rejima Ba’asê zêdetir sembolîzma Îslamî bi kar anî. Seferberîya Enfalê, ku seferberîyek bo qirkirina Kurda bû, navê xwe ji Ayeta el-Enfalê ya Qur’anê wergirtibû, dihat wateya “talana şer” (Rafaat 2012: 11). Bikaranîna Îslamê ji alîyê Sedam a û îmaya înkara ku neyarên wî li wê xwedî derdikevin, bîyanîbûna Kurdan a ji Îslamîyetê û pênasekirina Kurdan bi Zerdeştîyê pêş de bir û xurt kir. Vê bîyanîbûna ji Îslamîyet û hegemonîyaya Ereba tevî pênasekirina Zerdeştîyê bi dîrok, çand û bi taybetî neteweperwerîya Kurdî, rê vekir li ber sempatîyekê an qe ne toleransa bo Zerdeştîyê.  Emilandina berbelav a sembol û navên Zerdeştî di civaka Kurd de delîlê vê ye. Heta gelek Kurdên wek Misliman tên pênasekirin jî piranî rêz digrin û sempatîya wan heye bo Zerdeştîyê wek dînê pêşîyên wan. Bi gotineke din, Kurdên Misliman jî vegotina neteweperwer a kokên Zerdeştî dipejirînin.

Du anekdotên li jêr dibin alîkar bo veguheztina ku Kurdên Misliman ên li û derdora Silêmanîyê bi Zerdeştîyê re elaqeder dibin. Herdu anekdot çalakîyên li “Yesna”yê hatine organîzekirin dihewîne û herdu jî di sala 2016a de pêk hatîne, a yekem di biharê de û ya duyem serê havînê. Awat Husamedîn, seroka “Yesna”yê di Nîsana 2016a de ez vexwendim bo rituelekê, ku wê wek a Zerdeştî bi nav dikir, li Qasqapanê ciyekî qedîm 70 km li bakurê Silêmanîyê. Li wir gor-odeyek û cîyê rîtuelê ku bi çiyayekî ve hatibû kolandin hebû. Nêzîkî 20 metre ji erdê bilindtir e. Di salên dawî de Hikumeta Herêma Kurdistanê li pêşîya wir dirênceyek metal çêkirîye ku turîstên ji malê û yên navneteweyî bikaribin wê dera mîrat bibînin. Awat got Serokwezîrê Weqfan wê beşdar bibe û dû re xwarin bê xwarin. Em çend kes bi wê re li navenda “Yesna” hatin ba hev û piştî payîna bo yên din, em çûn Qasqapanê. Komek mêrên bi kirasên spî û destê wan de alavên mûzîkê bi trabzanê ve hilkişiyan heta pozikê derveyî gor-odeyê. Wek nîv-çember rûniştin, tevî alavên muzîkê yên bi têl û daholên sivik stran gotin. Dibe ku li dor pêncî kesî hebûn, hin ji wan çendîn kesên xwedî-mewqî yên bi cilên Kurdî bûn lê yên bi taxim jî hebûn. Kanaleke televizyonê hevpeyvîn kir bi Awat û Serokwezîr re ku destê xwe dida û di warê grîngîya pejirandina Zerdeştîyê bi awayekî fermî hemfikir bû. Li dor seateke wênekişandinê, her kesî alavên xwe dan hev û yên xwedîmewqî çûn, ên mayî di newalekê de ajotin bo cîyekî nêzîk ê piknîkê. Min bi çend kesan re sohbet kir û dawîya dawî min berê xwe da koma stranbêjan. Dema ji min re gotin ew hemû  lîstîkvanên ji komaleya lîstikvanan a li Arbatê ne, bajarokekî nêzîkî rojhilatê Silêmanîyê, min derbarê sohbeta wan de pirsî. Wan xwe Mislimanên ne dîndar pênase kirin ku kêfa wan ji Zerdeştîyê re tê û ji çalakîya wê rojê hez kirine. Lê ew qet niyeta wan tunebû ne beşdarî “Yesna”yê bibin ne jî derbasî Zerdeştîyê bibin.

Cejna Peymanê li perestgeha Qesin Qapanê, Silêmaniye, devera Çemê Rezan (PUKMEDIA)

Çend meh şûn de, di meha Remezanê de, ez dîsa hatim vexwendin, vê carê bo daweteke Zerdeştîyan. Piştî nîvro, li Qurieşkawê, kafeyek nêzîkî “Yesna”yê, em hatin ba hev. Em li qatê duyem civîyan, li erdê mînder û tejikên rihet hebûn ku hesteke gundewar çêdikirin. Li dor sî kesî hebû, û ji bilî bûkê û min, her kesî cil û bergên Kurdî li xwe kiribûn. Bûkê kirasekî spî yê bûkanîyê li xwe kiribû, zavê cilên Kurdî li xwe kiribû. Zilamekî di nav cilên spî de wek rahip tevdigerîya, pirtûkek mezin rahiştibûyê, li ser berga wê Avesta dinivîsand. Lê, berg ji kaxizeke besît î normal bû û hineka li ser Avesta nivîsandibû. Pirtûk bi xwe bi dest hatibû çêkirin. Dema em wek nîv-çemberekê li dor bûk û zavê kom bûn, derhênerê belgefilman Kae Bahar xitabî me kir û pirsî ka em dixwazin di film de cî bigrin an na.[4] Kesî îtiraz nekir. Kamera xebitî. Rahîb duayeke kurt xwend. Ewilî her kes rûnişt û dû re bêdeng rabûn ser pêyan. Dema xebatkarên kamerayê wêne dikşandin, Awat Husamedîn jî hevpeyvîn dida, min derfet dît bûk û zavê pîroz bikim. Bûk bi min kenîya û got: “Tu dizanî em lîstikvan in, ne wisa?” Ev daweteke bo ser dikê bûye bo belgefilmê ku ji bo dawîya mayî ya dinyayê bibîne dawetek Zerdeştî zindî bikşanda. Kêlîyek şûn de, hemî kesan ajotin ber bi parka Serçinar, beşek ji Silêmanîyê bi cîyên piknîkê yê bi dîmen tê naskirin. Li wir soza xwarinê dan me. Em çawa gihiştin, bûk û zava dema ber bi gola biçûk dimeşîyan filmê wan dihat kişandin. Dû re, piştî nîvro pê de me govend gerand, kamera jî em dikşand. Çawa ku roj çû ava, û melê êvarî xwend ku hema piştî seat 19.00a em haydar dikir rojek din î rojîyê xilas bûye, bo xwarinê kofte îkram kirin.

Pîr Loqman Ferhad Pehlewan û daweta Zerdeştî (Rûdaw)

Çima bo “Yesna”yê grîng bû ku rîtuelên ji alîyê lîstikvanan tê îcrakirin çêbikin? A rast, “Yesna”, berevajî rêxistina Pîr Luqman, qîmet nedida rîtuelê. Awat gelek caran digot Zerdeştîya wê berê berê felsefe ye û “bawerî”yên ku li gor wê rîtuel û fikra teolojîk dihewîne, red dike. Lê ew dîsa jî şovên rîtuelî destek dike û organîze dike da ku nîşanî him Kurdan him bîyanîyan, welatîyên sekuler û rêvebirên hikumetê bide ku Zerdeştî dînekî xwedî rûxsarên cuda ye ku dikare li Kurdistanê bala peyrewan, qe ne bala sempatîzana bikşîne. Bi gotineke din, vê şovê, digel ku plankirî bû, ji bo Zerdeştî tê de geş bibe qadeke civakî û dînî diafirand. Yek ji beşdarên di her rîtulê de amade bû, Mihemed bû. Mihemed Kurdekî temenê wî salên pêncîyan de bû ku xwe wek Misilmanekî pênase dikir lê hevdilê Zerdeştîyê bû û qedrê wê yî çandî teqdîr dikir. Gelek caran li “Yesna”yê bû ku wexta xwe bi mirovên di temenê xwe re derbas dikir û li ser dîrok û mîrata Kurda sohbet dikirin. Mihemed jî bawer dikir Kurd bi eslê xwe Zerdeştî bûne û ji ber vê wek parçeyek çanda Kurd teqdîr dikir Lê digel ku Mihemed wek gelek dînguhertîyan li hember Îslamîyetê neyartî nîşan nedida, ligel vegotina wan a neteweyî ya pawankarî bû.

Sazkirina Zerdeştîyeke Kurd

Kurdên modern ên dînguhertî, digel ku di jiyana Kurdî ya hemdem de dewamîya rîtuelên Zerdeştî binxêz dikin, bi gelemperî ne bi hînbûna deqên Zerdeştî re elaqeder dibin ne jî didin ser şopa rîtuelên Zerdeştî yên di dîrokê de hatine belgekirin wek li Îran û Hindistanê îro tên termînkirin. Bi giştî Zerdeştîyê ji rîtuel û wechên wê yên qanûnî vala dikin û dadixin asteke şertên etîk: “Fikrên baş, gotinên baş, kirinên baş”. Wekî ku Richard Foltz (2016:332) dest nîşan dike: “Gelek alîgirên nasnameya ‘Zerdeştî’ a rast ji dîn biguman an heta li dijî dîn in, û qaîdeyên etîk ên Zerdeştîyeke modern wek yedekek bê zirar dibînin.” Bi taybetî rêxistina Awat piştgirîya felsefeya Zerdeştîyê dike û bi eşkereyî qaîdeyên pakîtîyê ya Zedeştîyê red dikin û rîtuelên dînî wek “bawerîyên pûç” dibîne. Bi nerîna Awat Husamedîn, Zerdeştîya Kurd mefhûmeke felsefî ye, û rîtuel û termînên wê yên qanûnî îcadên Îranî ne, ku ew ên dixwazin vegerin ser Zerdeştîya Kurd a “resen” eleqedar nake. Awat Husamedîn jî Pîr Loqman jî, herdu cehd didin Zerdeştîyeke Kurd, ku li gor wan awayê resen ê Zerdeştîyê ye, saz bikin. Dema, wek Awat dibêje, ew têgeheke felsefî be, qedr dide zanist û aqilmendîyê û dibe dijbera Îslamê, ku wek paşverû û bêmantix tê şayesandin. Awat, “sê stunên Zerdeştîyê”, “Fikrên baş, gotinên baş, kirinên baş” ku bi firehî tên tarîfkirin û ji ber vê jî ne tenê dihêle lê hewceyî bi şiyana dayîna hukmên etîk yên serbixwe dibe.

Berovajî Awat Husamedîn, Pîr Loqman rîtuelê binxêz dike û israr dike Zerdeştîya Kurd ne nerîteke îcadkirî ye. Ew bêtir nerîteke vejîyayî ya bav û kalan e. Di şayesandina Zerdeştîya Kurd de, Şad, ku Kurdekî teqrîben 60 salî ye, ji Ewropayê vegerîyaye, hevalê Pîr Loqman e, îmajeke dîmena gund a nostaljîk xêz dike. Bal dikşîne ser hestan û estetîkê û sê mînakên li jêr dide ku termînên bapîr û dapîrên wî yên rehên Zerdeştîyê derdixin holê. A yekem, Kurd dema tiştekî li ser kuçikê êgir didin ser, alavên xwe li ser sêpayeke metal bi cî dikin. Ligel çanda Zerdeştî, gelek çandên din jî heman tiştî dikin. A duyem, dapîra wî qet porê xwe yî jêkirî nediavêt. Ew di diwarekî de vedişart. Wî ev bi bawerîya Zerdeştîyê şîrove dikir ku mirov divê laşê mirîyan di bin axê de veneşêrin ji ber ku axê gemarî dike. Lê gelek Misliman an Xrîstiyan hene ku por navêjin, vedişêrin ji tirsa ku dikare li dijî wan bo sêhrê bê bikaranîn. A sêyem, bavê wî, digel ku Misliman e, bi ronahî û êgir, hêmanên pîroz in ên Zerdeştîyê, sond dixwe.

Li navenda Pîr Loqman odeyek heye ku bo rîtuela Zerdeştîyê hatiye veqetandin. Agirê her dem vêketî tê de tuneye, lê çend find, mînder, tejik û alên Kurdistanê lê hene. Li vê odeyê, peyrewên Pîr Luqman carna li hev kom dibin, Gatayan, duayên Zerdeştîyê ku Loqman wergerandine bo Kurdîya Soranî, dixwînin. Rêxistina Pîr Loqman ji “Yesna”yê bêtir cî û grîngî dide sembolên Zerdeştîyê. Peyrewên wî giş derzî an gerdenîyên ku Farvehar nîşan dide, hukimdarê bi baskê sê qat ku di şiklê rahibekî de hikmetê temsîl dike, bi xwe ve vedikin. Pîr Loqman û şopînerên wî Farvehar li malên xwe, li dîwaran, li ser xişr, cilûberg û peykerên biçûk ên bo xemlê jî nîşan didin. Piranîya van ji Îranê hatine. Li gor PKKê, Zerdeştîya Kurd tê wateya hurmeta bo axê, xwezayê, heywanan û wekhevîya zayendî (Öcalan 2009: 13). Ev nerîn ji aliyê Kurdên li Silêmanîyê jî hatine pejirandin. Awat Husamedîn, wekî mînak, kûçikekê xwedî dike li hewşa sazîya xwe. Bi hezkirina kûçikê li hemberî mêvanan piştrast dike ku ew guh nade qedexeya Îslamî ya destpêkirina kuçikan, û hezkirina kûçikan teşwîq dike. Awat û Pîr Loqman xwe girêdayî hezkirina Zerdeştîya Kurd a bo xweza û heywanan dibînin, lê îdeolojîya Marksîst a PKKê napejirînin.

Ji dêvla vê, piştgirîya demokrasî û azadîya axaftinê, û bi awayekî nixumandî a kapîtalîzmê dikin, û dibêjin Zerdeştîyê her tim ev fikr parastine. Bêyî ku li rastîya dîrokî ya îdiayên xwe binêrin, angaştên Awat û Loqman daxwaza bicîkirina nirxên Ewropî û derxistina Kurdan ser dika global îfade dikin. Dema dor tê ser mijara jinan, ev bi taybetî derdikeve pêş. Li gor Awat, jinên Kurd berîya Îslamê “azad” bûn. Şopînerên wê dibêjin jinên Zerdeştî bêyî ku fedî bikin li hember mêrên bîyanî şîr didan zarokên xwe. Awat digot dema Zerdeşt dijîya, jin mafê wan hebû mêrên xwe hilbijêrin û dikaribûn mêrên xwe berdin. Zerdeşt bi xwe destûr dabû keça xwe berîya zewacê du salan bi zilamekî re bimîne. Bi rêya vê gotinê, dixwaze piştrast bike ku Zerdeştî, û ji ber vê Kurd, li ba wan wekhevîya zayendî hebû, ku çawa bûn Misliman dev jê berdan.  Bi romantîzekirina jiyana gundewar, dibêje jin û mêr bi nisbî li gundan wek hev in û ev delîla bermayîyên çanda Zerdeştîyê ye. Nostaljîya wê ya romantîk Abdullah Öcalan (2017: 15, 49) tîne bîrê ku angaşt dike jinên Kurd di serdema çandinîyê de heta radeyekê xweserîya xwe diparastin. Lê, ev nerîna pastoral derbarê jinên çandinîyê ne rast e (Brandth 2002: 107-117; McKenna 2012: 529-534). Jinên çandinîyê dikin fêkîyên kontrola berhema keda wan ne di destê wan de ye û pir kêm caran ew xwedîyê erdê ku lê dixebitin. Diyardeya ku Awat Husamedîn û Pîr Loqman herdu jî parçeyek ji diyasporayê ne, grîng e. Salên wan î li derve derfet daye ew nasnameyeke Kurd a îdeal ku ji sînorkirinên ji ber hevbandoriya cîranên Misliman û Ereb azade, bisêwirînin. Li hemberî vê, jiyana li Ewropayê zor dide wan nasnameyekê diyar bikin li hemberî êdinên Ewropî ku li bende ne hemû bîyanî têkevin nav kategorîyên bi eşkereyî tarîfkirî. Dema ev Kurdên ewropîbûyî vedigerin welêt, hewl didin nasnameya xwe ya nû-diyarkirî bikin xwedî sazî. Awat Husamedîn û Pîr Loqman cehd dikin sazîyan ava bikin, ku gelek caran erênî û wek amrazên bidestxistina maf û edaletê tên dîtin. Ev ajoya bisazîbûnê wek amraza bidestxistina mafên sivîl û bandorkirina li ser hikumetê, bi taybetî di perwerdehîyê de, îzeh dike ka çima Awata ku Zerdeştîya “dînî” red dike, dîsa jî hewl dide hikumet “Yesna”yê wek sazî û civateke dînî a muteber nas bike. Tişta derfet da Awat Husamedîn û Pir Loqman dest bi xebata bo naskirina hikumetî bikin, Madeya 5mîn a Makezagona Kurd bû ku di 2015a de ji alîyê Serokê Hikumeta Kurd a Herêmî hate îmzekirin û azadîya dinî garantî dike. Ev, azadîya terka dînê Islamê jî tê de, maf dide welatîyan ku dînê xwe hilbijêrin.

Li Silêmanîyê şerên dînî

Di nav lêgerîna bidestxistina qebûla hikumetê û berfirehkirina qada nifûza xwe de, Awat Husamedîn û Pîr Loqman bi mixalefetê re civîyan. Li gor helwesta wan î şerok a li hemberî Îslamê divê ev pêk bihata. Pîr Loqman û Awat Husamedîn ji alîyekî ve Zerdeştîyê wek fenera ronîyê di nav tarîya Rojhilata Navîn a Misliman de diresmînin, ji alîyekî ve dûpat dikin ku Zerdeştî, berovajîya Îslamê, azadîya dînî, mafên jinan pêş dixe û li dijî koletî û bêexlaqîyê ye. Di 2016a de, Awat Husamedîn, Pîr Loqman û navendên wan hêza xwe kirin yek û ji bo belgefilmeke bi navê “1437 sal şûn de” du fragman kişandin û weşandin.[5]

Film, tevî mijarên din li ser exlaqê sekseul disekinî. Di jêgirtineke “1437 sal şûn de” a li ser “Exlaqê Zerdeştîyan”, Abdulatîf, vaizekî navdar î Selefî li Silêmaniyê, Zerdeştî tawanbar dike ku wek kefareta gunehên xwe bi diya xwe re radikevin. Ev îftira, wek ku Awat biheq di videoyê de dest nîşan dike, klîşeyek biçûkxistinê ye ku li Rojhilata Navîn davêjin ser kêmarên etnîk û dînî. Paşî, Abdulatîf Zerdeştîyan bi ensestê tawanbar dike ji ber ku hin qralên Îranî yên Zerdeştî bi xwişka xwe re zewicîne. Şêwirmend û rêbera dînî ya Awat a Swêdî, Pîr Andaz Hawezî îzeh dike ku ev car bi car din nav bijareyan de çêbûye. Dişibin fîrawûnên Misrê ku dixwestin dewlemendîya malbatê biparêzin. Pîr Loqman ji nişka ve dikeve nav îdiayeke êrişker ku gelê Kurd qet ev tişt nekirine ji ber ku, wek Zerdeştî, wan wê çaxê dizanibûn ev ê bibe sedema zarokên seqet. Di fragmana duyem a “1437 sal şûn de”, derhêner rave dike ku DAIŞ sedem e ku Kurd terka Îslamê dikin. Bi rêya çend axaftvanan, ji temaşevanan re tê gotin ku piştî DAIŞê êdî Kurd bi hêsanî nikarin Îslamê “qebûl” bikin. Di vê navê de, di film de dîmenên DAIŞê ku li paşîyê xuya dikin, dike ku bînerên bi dilsojî dilê wan xelîyaye DAIŞ û Îslamê bikin yek û jê nefret bikin, û Zerdeştîyê jî bi pêşketina zanabûn, aqilmendî û aştîxwazîyê bikin yek. Ne fragman, ne jêgirtin, ne hevpeyvînên ku min rasterast kirin qala wê fîlê nedikirin ku li nava eywanê sekinîye: Serxwebûna Kurdan. Zerdeştîbûn tê wateya serxwebûna çandî, lê ne ya siyasî, leşkerî an aborî. Ji dêvla ku astengîyên niha Kurd rû bi rû ne, wek gendelîya rêvebirîya Kurd, parçebûna di ser partîyan re, bawerîya bi Îran û Tirkîyeyê nîqaş bikin, tenê li ser “rizgarkirina hiş” disekinin.

Rizgarkirina hiş, rizgarkirina hilbijartinên exlaqî ji qaîde û fermanên dînî ye, ku hewcedarîya wan a bi dij-tawanbarkirinên bi îstismarên seksuel îzeh dike. Vaizê Selefî yê navborî, Abdulatîfê ji Silêmanîyê bi hîşyarîyeke mezin bertek nîşan da bo pêşveçûna Zerdeştîyê. Wî ew bi ensestî û bêexlaqîyê tawanbar dikir. Di vê esnayê de, Abdulatîf bi xwe demeke nêz de li navenda hetîketîyeke zînayê de bû. Di bihara 2016a de tomara dengê wî belav bû ku sohbeteke samîmî û romantîk a di navbera Abdulatîf û xwendekareke jin a zewicî de dihewand. Çend meh şûn de, ew jin bû jina wî ya sêyem. Li gor endamên bijarteyên sekuler ên li Silêmanîyê, wek akademîsyena xebatên zayendî Çoman Hardî, ev bûyer delîla têkçûn û durûtîya Selefîzmê ye. Dîsa jî peyrewên wî ne îhtimal e bi hêsanî ji Îslamîzmê vegerin ji ber ku tê famkirin Abdulatîf çavên wî bi miraq hene.

Encam: Xeyalşikestin û westan

Bo demekê, bi taybetî piştî Madeya 5mîn di sala 2015a de hat pejirandin, xuyabû Zerdeştî ji xwe re cî dibîne. Travmaya ji ber DAIŞê hê di hişê xelkê de teze bû. Ji wê çaxê ve, ew coş têkçû. Herdu navend hatin girtin. Di sazîya Pîr Loqman skandaleke aborî rû da. Bi giştî,  ehlê Silêmanîyê ji ber merhameta bo penaberan û xelkê mecbûr man bajarê xwe biterikînin westîyan. Di 2017a de, her çiqas dema roj bilind dibû paçên mezin ên spî û qulqulî hê jî bi awayekî sembolîk derîyên restorana dinixumand jî, êdî di meha Remezanê de ne girtî bûn. Kurdên ji Ewropayê hatibûn jî careke din terka başûrê Kurdistanê kirin, qismen ji ber qeyrana aborî ku piştî 2014a dest pê kir û ji ber xewna serxwebûna Kurdistanê darbeye mezin xwar piştî ku Bexdayê red kir referanduma serxwebûnê ya di 25 Îlona 2017a nas bike. Digel ku sembolên Zerdeştîyê li çarşî û dikanan dikare bên dîtin, û hê jî navên fîgurên ji mîtolojîya Zerdeştî li restorana dibin jî, ew coş û heyecan ligel hêvîyên bo dahatûyeke ronîtir vemirîn. Lê, dema Zerdeştîya nû ya Kurd li başûrê Kurdistanê li Silêmanî û bajarên din geş bû, wê şêwazeke afirînerîya çandî jî bi xwe re anî, ku cehd dikir nirxên Ewro-Amerîkî yên demokrasî û mafên jinan wek nirxên resen ên Kurd pêş ve bibe.

[1] Bnr. “On the morals of a Zoroastrian [Li ser exlaqê Zerdeştiyekî] (Filîm klîp, Piştî 1437 Sal şûn de)” (2016), Youtube, 9 Nîsan, https://www.youtube.com/watch?v=DN4KhK0q384&ab_channel=HosseinJehani (dîtin 6 Pûşber 2017).

[2] Wekî ku ji alîyê Garnik Asatrian (b.n.b) tê destnîşankirin, berdewamîyên dîrokî, zimanî an yên din ên di navbera Med û Kurdan de li derve tên hiştin.

[3] Li gor raporeke ji aliyê Komîsyona Azadîya Dînî ya Navneteweyî ya Dewletên Yekbûyî hatîye weşandin, li başûrê Kurdistanê di navbera 10,000 û 100,000 Kurd derbasî Zerdeştîyê bûne (Smith/Shadarevian 2017: 19).

[4] Kae Bahar, nivîskarê romaneke bi navê Letters from a Kurd [Nameyên ji Kurdekî] e jî, ku di sala 2015a de ji alîyê weşanxaneya Yolkê ya li Londonê hatîye weşandin. Rastîya ku Bahar bi Îngilîzî dinivîsîne û bi Îngilîzî belgefilman çêdike tê wateya ku ew bi taybetî dixwaze li hemî dinyayê di nav Îngilîzîaxêveran de, derbarê Kurdan û çanda wan de aşînabûnê zêde bike.

[5] Bi destûra nivîskara gotarê, me “Iraqi Kurdistan” û “The northern Iraq” wek “başûrê Kurdistanê”, “Kurds in Iraq” wek “Kurdên başûrî” wergerandin. (wer.)

ÇAVKANÎ

  • Allison, C. (2009), “Representations of Yezidism and Zoroastrianism in the Kurdish Newspapers Hawar and Roja Nû”, C. Allison/A. Joisten-Pruschke/A. Wendtland (eds.), From  Daēnā to Dîn: Religion, Kultur und Sprache in der iranischen Welt, Wiesbaden: 285-291.
  • Asatrian, G. (2009), “Prolegomena to the Study of the Kurds”, Iran and the Caucasus 13: 1-58.
  • Barber, M. (2015), Sunni Kurdish Converts to Zoroastrianism in Iraqi Kurdistan: Kurdish Nationalism and the Contemporary Attraction for an Ancient Faith, Master’s Thesis, University of Chicago.
  • Brandth, B. (2002), “On the Relationship between Feminism and Farm Women”, Agriculture and Human Values 19: 107-117.
  • Fattah, L. (2015), “The Curious Rebirth of Zoroastrianism in Iraqi Kurdistan”, PS2126, Nov. 2015,             https://projects21.org/2015/11/26/the-curious-rebirth-of-zoroastrianism-in-iraqi-kurdistan/ (dîtin: 6 Pûşber 2017).
  • Foltz, R. (2016), “Co-opting the Prophet: The Politics of Kurdish and Tajik Claims to Zara-thustra and        Zoroastrianism”, S. Stewart/A. Hintze/A. Williams (eds.), The Zoroastrian  Flame: Looking back through History and Tradition, London: 321-337.
  • Hardi, C. (2016), Personal Communication.
  • Hobsbawm, E. /T. Ranger (1992), The Invention of Tradition, Cambridge.
  • Khalil, M. K. (2016), “Kurds go back to Zoroastrianism: Interview with Pir Luqman”, SBS  3,  Nîsan,             http://www.sbs.com.au/yourlanguage/kurdish/en/content/kurds-go-back-zoroastrianism (dîtin: 6 Pûşber 2017).
  • Latif, A. (2015), “Fed Up With Islam and Sectarianism: Some Iraqis Embrace Zoroastrian-ism”, The Daily Beast, 31 Gulan, http://www.thedailybeast.com/articles/2015/05/31/fed-up-with-islam-and-sectarianism-some-iraqis-embrace-zoroastrianism.html (dîtin: 6 Pûşber 2016).
  • Mamdani, M. (2002), “Good Muslim, Bad Muslim: A Political Perspective on Culture and Terrorism”,             American Anthropologist 104: 766-775.
  • McKenna, E. (2012), “Feminism and Farming:A Response to Paul Thompson’s The Agrar-ian Vision”,    Journal of Agricultural and Environmental Ethics 25: 529-534.
  • Neurink, J. (2015), “Zoroastrian Faith returns to Kurdistan in Response to ISIS Violence”,
  •  Rudaw, 2 Pûşber, http://rudaw.net/english/kurdistan/020620153 (dîtin: 6 Pûşber 2017).
  • Öcalan, A. (2009), War and Peace in Kurdistan: Perspectives for a Political Solution of the  Kurdish             Question, Cologne.
  • ——–——(2017), Liberating Life: Woman’s Revolution, çapa 2., Cologne.
  • Rafaat, A. (2012), “Kurdish Islam and the Question of Kurdish Integration into the Iraqi State”, The         Journal of Social, Political and Economic Studies 37: 1-22. Salloum, S. (2016), “Zoroastrianism  in Iraq seeks official Recognition”, The Journal of Social, Political and Economic Studies  37: 1-22.
  • Khalil (trans.), Al- Monitor 17 Feb., http://www.al-monitor.com/pulse/originals/2016/02/iraq-kurdistan-religious-minorities-zoroastrianism.html (dîtin: 6 Pûşber 2017).
  • Said, E. (1998), “Islam through Western Eyes”, The Nation, 2 Jan., https://www.thenation.com/article/islam-through-western-eyes/ (dîtin: 6 Pûşber 2017).
  • Smith, C. M. I./V. Shadarevian (2017), Wilting in the Kurdish Sun: The Hopes and Fears of  Religious             Minorities in Northern Iraq, The United States Commission on International Religious Freedom, May, http://www.uscirf.gov/sites/default/files/Kurdistan.Report. pdf (dîtin: 6 Pûşber 2017).
  • Sureni, K. (2011), Kurdistan and the Kurds, Erbil.
  • Zarathushtra’s Songs (2015): Food for the Mind and Food and Clothing for the Mind, Sulaimani.

Share.

Leave A Reply