Hevpeyvîn: Şaro İ. Garip

Nefîdarî herî zêde ji bo bêperhiştin û riswakirina civak û milletan hatîye tevinkirin. Lewre berî herkesî serkêş, ronakbîr û hunermendên civakê derbasî erda xwe dike. Li erda xwe ya xerîb wan bêasim dihêl e. Pirrî xeyal û ramanên wan di agirê xwe de dişewitîne û dike xwelî. Li alîyê dî jî civakê bê per û bask dihêle. Ez ne şaş bim, Darwin dibêje “Civakên ku hunermend û zanayên xwe nînbin, wek mirîşkê ne, per û baskên wan heye, lê nikarin bifirin.” Hîn di dîrokên kevn de jî di çîroka Bedirxanîyan de jî, mirov dikare vê senaryoya bêser û bêperkirina Kurdan bixwîn e.

Li vê derwarîya ku bêhn li mirova diçikîne û mirovan di ax û ava xwe de winda dike,  Celadet Bedirxan, Cigerxwîn, Nûrettîn Zaza, Mehmed Uzun û gelek ronakbîrên me yên dî, bi rûmet li ber xwe dane û huner û têkoşîna xwe li vir jî berdewam kirine. Û baxên gulan di dilê civaka xwe de çandine. Lê mixabin herkes nikare bi vê jehra xerîbêyê bi berdewamî biafirîne û bijî. Derwarîyê, bi sedan hunermend û ronakbîr jî, hîn berîya ku bi huner û jîyana xwe şa bibin, ji nava me girtîye û di nava mij û morana xwe de winda kirîne.

Bi taybetî şerê ku van salên dawîn hartir bû, li dîasporayê jî travmayên giran afirandîye. Azar û axînan, kirîye cil û berg û li bejna mirovê nefî anîye. Ango mirovê Kurd kirîye weke koleksîyonerê êşê. Ji xwe hunermend û bestekarên Kurd jî, di qetrana vê êşê de dijîn. Û serpêhatî û çîroka van hunermend û bestekaran hîn em nizanin û li benda nivîsandinê ne.

Ferîd Xan jî, bestekarekî li ber çav yê Kurda ye û di bestekarîya Kurdî de xwedîyê cihekî girîng e. Lê haya me zêde ji serpêhatiya jîyana wî nîn e. Werin em bi hev re rêwîtîyek di jîyana Ferîd Xan de bikin û çîroka rondikên ku ew ji welatê xwe dûr wan dibarîne, ji wî guhdarî bikin.

Ş. Garîp: Ji ber ku em meraxa dilê xwendevanan xweş bikin, em bi pirseke klasîk dest pê bikin. Ferîd Xan kî ye? Qederê çi anîye serê wî? Li erd û ernîgareke çawa mezin bûye? Hun dikarin hinekî bi berfirehî qala zarokatiya xwe ji me re bikin?

F. Xan: Navê min Ferîd navê malbata min Xan e. Ji ber ku gelek kes navê min şaş dinivîsin û şaş dizanin ez vê dibêjim. Dema ez hatime jiyanê bavê min ev nav daye min. Ango ne navekî maxlas an jî navekî çêkirî ye. Nav û paşnav jî, ji bav ve wisa ne û orijînal in.

Ez weke lawê Melayekî hatim jîyanê. Eger em vê bi zimanê futbolê şîrove bikin, min ji aliyek 0-1 têkçûyî dest bi maçê kir, ji aliyê dî ve jî, 1-0 li pêş. Ji bo fêrbûn, zanabûn û azmûneya olî, baş bû ku ez kurê Mele Abdulkerîm Xan bûm. Lê ji bo ku merû bi hevalên xwe re bi dilrihetî gunehan bike, hêkan û xiyarên bîstanên cîranan bidize, bavê mera ne Mela be baştir e!

Herhal ji roja ku ez ji dayîkê bûme û nebûme qedera min normal ne meşîyaye. Piştî bûyîna min dîya min Xanim Xanê bi heyvan nehiştîye ku jinên gundê me bên serdan û dîtina min. Bûkên malê, xwuşkên min ên ji min mezintir û Dada min a ji wan mezintir bi heyvan wezîfedar kirîye ku di mal û dergûşê de hayî ji min hebin da ku kesek min nebîne û nezerî    neke. Lê rojekê pîrejineke ku dema ez mezinbûm jî ji çavên wê ditirsiyam, vê “Kordona Parastinê” derbas kirîye û hatîye ez dîtime. Dîya min dibêje “Çavan li te da! Tu nezerî kirin! Tu yê kêfxweş û delalî di nava çend mehan de çilmis î û bûyî zarokek hâr û girînê. Û tu çend car bi vê êş û girînê xeriqî jî. Me go qey tu mir”!

Pê re dîya min jî nexweş ketîye. Şîrê wê “Xîç” bûye dibêjin. Loma jî di navbera gundê me, Varto û Erziromê de bêtirî heft jinên cûda şîr dane min. Nîveke ji zarokên amojin û xalojnê min şîrexwûşk û şîrebirayê min in.

Studio Gimgim / 1992

Ez duwazdeh sal piştî erdheja Vartoyê hatime dinyayê. Ji ber ku di 1966a de bavê min xanima xwe ya pêşî Mahîşeker Xan û kurê xwe Mezher winda kiribû, em zarokên lawîn yên piştî erhejê hinekî “delalî” hatin mezinkirin. Delalîkirin li ba Kurdan çandeke kevn e. Lê delalî xwedîbûyîn xeter e, alîyeke meriv “zarokê har” dimîne. Wekî dî zaroktiya min gelek rengîn û dirinde derbas bû.

Gundê me yê jorîn xwedî sê Mezra û sê-çar zozanan bû. Gundeke weke çîrokekê bû. Du-sê dînên wê, kût, kor, sefîk û lalên wê hebûn. Şikeftên wê, newal, zinar, çem û golên wê hebûn. Havînan li ber çemê wê Mitribên ku ji Amed û Dîlokê dihatin kon vedidan û şahî û dîlan dikirin. Zozanên me jî her havîn ji eşîrên Bêrtiyan (Bêrîtan) re dibûn mexelên hênik. Ev eşîr ji Ruhayê, Amed, Elezîz û Mûşê dihatin û zozanên me kirê dikirin. Bi deh-hezaran pez û berx û beranên wan ên xweşik hebûn. Cil û bergên Kurdî-Medyayî li bejna jinên wan bûn. Konên wan ên mezin, keçikên wan ên zerîn û çavşîn jî hebûn.

Him mala bavê min him jî mala diya min xanedar bûn. Koşka mala bavê min di şerê dawî yê Ûris û Osmaniyan de tê şewitandin û rûxandin. Dema di sala 1917a de Şoreşa Bolşevîk çêdibe, leşkerên Ermenî jî bi yên Rûsî re vedikişin welatê xwe. Leşkerên ku ji Muşê tên, li ser rîya xwe malbateke mezin ya ku li gundê me mabûn, di koşk û goma me de komî ser hev dikin û wan dişewitînin. Malbata me di şer de li gund namîne, dibe mihacir û li pêşiya şer diçe heya Elezîzê. Piştî şer, malbat careke dî dizîvire gundê xwe û gund ji nû ve ava dike. Gundê me navê wê Înaqa ye. Di gundê me de berê Ermenî jî dijîyan. Û Tirk û Kurdan di 1914a de gelekan ji wan kuştin e, yên mayî jî derwar kirine. Pişt re wan jî hinek Kurd kuştin û talan kirin.

Û di zaroktîya xwe de dema me destên xwe dikir bin ava çemê gund û dixwest em masîyan bigirin, hestîyên Ermenî û Kurdên ku bi dorê hevûdin kuştibûn diketin destên me! Diya min ji Erziromê ye. Bavê wê Hecî Xiyaseddîn jî, yek ji xan ê dawî yê Kurdistan û Tirkiyê bû. Xana wî li paş çîyayê Paltokan bû. Dema ez zarok jî bûm xana wî hîn hebû. Havînan li dor xana wî jî karnevaleke rengîn çêdibû. Eşîrên ku ji welatên jêrîn ên germ dihatin, weke îstegeha dawî li Mexelên wî kon vedidan. Heta extîyar bû jî, bi hespê xwe diçû nava sûka Erziromê. Taximê cilên wî gelekî taybet û xweşik bûn. Pantolon û gîzmeyên wî yên heya ser çokê, êleg û şiva destê wî, zîn û qabê debança wî hemû ji çermê reş ê biriqandî bûn. Mirovekî jîr û xweşaxêf bû. Di civata wî de mirov dikarîbû bi rojan guhdarîya çîrok û serpêhatiyên Kurdan yên berê bike. Ez ne şaş bim di salên 1960-anjî 70an de çend car di rojnameyên Tirkan de nûçeyên bi sernavê “Xanê dawî” û “Dîroka Zindî” di derbarên wî de hatine weşandin. Tişta herî zêde jê aciz dibû paşvemayîn û nezanîya Kurdan bû. Ez ji wî jî fêrî gelek tîştî bûm. Ji min re kitêb û besteyên bi zimanê Osmanî dixwendin. Û umrê wî bi ser nodî re jî bû carna bi şev em dişandin ku em jê re Jûjîyekî bînin. Min tim merax dikir ku bê çi ji wan Jêjûyan dike. Pişt re min pê deranî ku wan serjê dike, jehra wan dertîne û bera çavê xwe dide. Daku karibe xweşiktir bibîne û perxetên dewra Osmanî berdewamî bixwîne. Bêtirî sed salan jîya.

Zaroktîya min di navbera Gimgim û Erziromê de him bû şahidê vê jîyana rengîn, him jî bû şahidê axîreta trajîk ya vê civata rengîn û rênçber. Ez hîna jî, lê vê axsara Almanyayê bêrîya hesp û beranan dikim. Hîn jî, ez bi şev di xewnên xwe de fîrar dikim û diçim ba wan Mitrib û şivanan… Bilûran û fîtikan lê didim lê ne eşîr, ne hesp, ne Mitrib û ne jî zozan hene ku fîtîna min bibîhîzin… Hercarê bayên reş yên deman, wan zarokên çavşîn, wan hespan, eşîran û zozanan ji min distînin, bi tengala xwe dixînin û di atmosferê de belawela dikin.

Ş. Garîp: Û ez bawer bikim di vê nabverê de we xwendin jî dikir. Gelo we perwerdeyek çawa dît û li kîjan dibistanan xwend?

F. Xan: Wele bi zorê, li gundê xwe ez pênc salan çûme Dibistana Seretayî. Normal li Tirkiyê zarokan di heft salîya xwe de dest bi dibistana seretayî dikirin. Lê dibêjin, min daye zora xwe û ez salekî zûtir çûme dibistanê. Jixwe hîn beriya ku ez dest bi dibistanê bikim, bavê min di 4-5 saliya min de ez fêrî xwendin û nivîsandina Erebî û Tirkî kiribûm. Tê bîra min hîn roja pêşî mamosteya me Semra Xanimê ez li ser kursiya xwe dame rûniştin, kitêbeke reş a qelew ku li ser berga wê M.E.B nivîsandîbû da pêşiya min û got “Ferît, oku!” Min jî paragrafeke dirêj ji wê pirtûka qelew û hûrnivîsî xwendibû û hemû zarokan matmayî hiştibû.

Ya rast min dibistan di roja yekemîn de kuta kir. Lewre dibistanên seretayî yên wê demê di pênc salan de bi zorê karibûn xwendin û nivîsandina Tirkî fêrî zarokan bikin. Ê jixwe min bê dibistan jî xwe fêrî xwendin û nivîsandinê kiribû. Ku tu jîyana Ataturk û çend şerên wî jê derînî, pênc salên dibistanê zêde tiştekî fêrî min nekirin.

Piştî dibistana seretayî, ez bi qasî salekê jî çûme dibistana Îmam Xetîb a Vartoyê. Di dewra duyemîn de ji ber ku hevalekî min ê dibistanê tev li refên gerîla bû û kalikê wî jî ez sebeb nîşan dam û gilîyê min kir, ez ji dibistanê revîm. Rev, ew rev bû. Pêşî min xwe avêt Erziromê, pişt re careke din zîvirîm Gimgimê. Li wir hatim binçavkirin. Piştî sê-çar saetên lêpirsîna Tîmên Taybet, bi xêra Midurê Posteya Vartoyê û Midurê Bankeya Zîreetê ku merivên me bûn, ez serbest hatim berdan. Careke dî min bazda Erziromê, paşê Stenbol û dûv re jî hatim Almanyayê. Li vir jî, heta ez bûm 18 salî Almanan ez qeydî çend dibistanan kirim. Lê min nexwend. Ez tevli karê rêkxistinî û hunerî bûm û min xwe bi xwe perwerdeya kir.

Ya rast li Almanyayê jî, min pêsîra xwe ji dadgeh, polîs, sûc û cezayan xelas nekir. Nêzîka 25 sal in ez li Almanyayê me. Bi tawanbarîya sûcên weke “Endam, berpirs û xetîbê rêxistineke Terorîst!” û “çend sûcên Edlî” bi qasî du sal û nîv ez di girtîgehan de mam û ez ne şaş bim 13-14 salên min jî weke “Girtîyê li der di bin çavan de” derbas bûn.. ax na, hîn jî derbas nebûne! Xwedê û dadgêr bêjin erê, di sibata 2019an de cezayê min bi dawî dibe.

Ş. Garîp: Min ê jî pirsa vê dîaspora melxerab ji we kiriba. Demeke dirêj e ku hun di vê mala wêran de dijîn. Dîaspora ji bo tê çi wateyê? Weke hun jî dizanin, çîroka Dr.Rodî heye. Wî jî weke Mayakowsky berîya ku dawî li jîyana xwe bîne, nameyeke xemgînîyê li dû xwe hişt. Tê de qala hesreta welat dike û dibêje ku ez nehatibama xerîbistanê dê ev yek nehatiba serê min!Nefîdarî û dîaspora çima bestekaran dikuje?

F. Xan: Dîaspora û nefîdarî…! Wateya van gotinan di sedsala borî de resentir, girantir û dramatîktir bûn.

Hun jî dizanin, di sedsala 20a de xwekuştin bûbû qedera û ramyaran. Lewre vê sedsalê du şerên cîhanî yên travmatîk jîya. Di heman demî de piştî Serdema Navîn a Ewropayê, ev sedsal jî bû sedsala qirkirin û derwarkirina ronakbîran. Bi sedan ronakbîrî, bi destên xwe dawî li jiyana xwe anîn. Lewre şer berî hertiştî malik li mendê hestzirav û hestşîyar mîrat dike! Mendê Hest-zirav, bestekar û hunermend in. Mendên Hest-şîyar jî, ronakbîr in. Ev herdu jî, di xweşikî û zelalîya jîyan û civakê de dikarin bicoşin û bijîn. Ku jîyan şêlû bû û pêre cîvak jî xera bû, malik li van herduyan dişewite! Buhran, derbederî û hinek caran jî xwekuştin pêk tê.

Min dilovan Dr. Rodî di sala 1994an de li Almanya nas kir. Dema Rojnameya Gundemê hat bombekirin, li ber derê Katedrala Dom a Kolnê em 5 rojan di grêva birçîbûnê de man. Min wan deman bi dizîka beste dinivîsîn. Dilovan Dr. Rodî jî her şev bi wî dengî xwe yê bilind û tengezar beste ji şevê re distiran û em dibirin li zozanên Serhed û Şerfdînê, di nava xezalên kovî û hespên nekedîkirî de dibezandin. Ew jî ji eşîra Bêrîtanan bû. Û derwariyê hespê wî di bin wî de kuştibû. Hozanê zozanên bilind yê Serhedê dê çawa kariba di nava van daristanên tarî û rûyên sar yên Almanyayê de bijîya!

Ş. Garîp: Min bala xwe dayê, we zêde beste li ser dîasporayê lê nekirîne. Em dikarin bibêjin ku rihê Ferîd Xan hîn jî ava xwe ji çem û robarên Kurdistanê werdigire? An jî, li dîasporayê têkilîya organîk a di navbera bestekar û welêt de dimîne gelo?

F. Xan: Mala hunermend pêşiya pêşî hestên zimanê wî, hestên erdê wî û hestên civaka wî ne. Hunermendê ku ji van hestan were dûrxistin û qetandin, divê bibe Trans-hunermend. Û jixwe bestekarê ku nekaribe li dîasporayê vê transformasyonê pêk bîne, xwe dikuje! An jî hestên wî zuha û hişk dibin.

Hunermendên ku ji hestên cîh û civatên xwe diqetin, li dîasporayê encax dikarin bi vê metoda transformatîk berdewam bijîn.

Ez bawerim ronakbîrê Kurd jî di navê de em bi dehhezaran hozan û ramyarên nefî û derwar di vê transê de ne. Lewre îro ro reng û hestên derwarî û nefîdarîyê jî guherîne.
Felekê îro ro beroşeke mezin daye ber xwe û tê de netew, ol, ziman û kulturên cuda li nav hev dixîne. Jixwe di vê lihevdanê de pirî nasname û pirî hestên resen û herêmî dihelin û dibin keldûman.

Lewre jî ez dibêjim mixabin êdî em ji nefîdaran jî nayên hesêbkirin/ku bi dilşewatî besteyên axînkêşanê binivîsin. An jî, ji destê axînkêşanê xwe bi dar ve bikin! Em hunermendên Transformenal in. Ango Cazûya Cîhanê ser û pîyê me ji hev kirine, avêtîye beroşa xwe. Dikelîne! Û bi ava serê me serxweş dibe!

Çi bêjim? Noş, meyxoşê!

Ş. Garîp: Em bêne ser serpêhatiya we û bestekarîyê. We çawa dest bi bestekarîyê kir? Kîjan bax û ba û kîjan çemî, gîyanê Ferîd ber bi besteyê ve bir? Ango we çima bestekarîyê hilbijart? 

F. Xan: Ez şaş nebim dema ez heft-heşt salî bûm rojekî bavê min dema ji Gimgimê hat malê, pakêteke di destê wî de bû. Bi kelecaneke mezin min xwe avêt pakêtê. Ji pakêta bavê min bêtirî bîst mînî-pirtûk derketin. Hemû jî berg û berên wan şêwekirî û xweşik bûn. Ev rêzepirtûk li ser jîyan û çîroka Peyamberên Îslamîyetê bûn. Min di demeke kurt de hemûyan ji ber kir. Û demekê dirêj ez di keştiya van Peyamberan de jîyam. Ava min bi wan sor û germ dibû. Ez di “Cineta” wan de radizam. Min di xewnên xwe de bi dijminên wan re şerên nemayî dikir. Serpêhatiyên wan ez kiribûm çîrokbêj. Min êdî bi hevalên xwe re jîyan û çîrokên van peyamberan guftûgo û şîrove jî dikir. Piştî guftûgoyên dûvûdirêj, îca nakokî di navbera min û van peyamberan de derketin. Bi van nakokîyan ez û ew ketin qirika hev. Li ser pirî xalan me li hev nekir û di navbera me de şerên mezin qewimîn!

Rojekê di nava xwînê de min xwe ji keştîya wan avêt. Ez hîn duwazdeh-sêzdeh salî bûm. Di wan salan de êdî duayan têra min nekirin. Ez li zimanekî dî gerîyam ku bi “Xwedê” re biaxifim. Paşê min pê derxist ku ev ziman, beste ye! Ez bawerim sedema esasî ku ez kirim bestekar ev bû.

Sedemeke dî jî, min di zaroktiya xwe de di dawetên me yên ku “hîn heft roj û heft şevan dom dikirin” sitranên gelêrî û yên têkoşînê distira. Lewma min dixwest ez sitranên nû yên têkoşerîyê jî binivîsim û bibêjim. Û tam di wan deman de Felekê xiştika xwe li bin çengê min da û bîreneke ku hîn jî xwîn dibe der kir. Pismamê min ê dilovan Maşalah Xan (Rêdar) ku di sala 1990î de hatibû girtin û êşkencaya dewletê dîtibû û pişt re herdu zarokên xwe Adar û Rêdar di dergûşa wan de maçî kiribû û derketibû çîyê, di şer de jîyana xwe ji dest da! Sal, 1992 bû. Li ser vê şehadetê, birayê min jî di navê de 6 pismamên min û du nevîyên meta min derketin çîyan û bûn şervan. Min jî xwest ku ez kilameke mîna kilamên dengbêjên Serhedê yên dirêj û dilşewat li ser bîranîna pismamê xwe binivîsim. Pênûsa ku min ew ji bo kilamê kir destê xwe, hîn jî wê kilamê dinivîs e!. Şîna pênûsê ji ya mirovan girantir e Şarocan. Û kîna wê jî!

Ş. Garîp: Serdema Elî Herîrî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û Feqîyê Teyran weke ronesansa wêje û besteya Kurdî ye. Bestekarîya wan xwedî îdiayek mezin e û serî bi ya cîhanê re dikişîne. Û ez bawer dikim wêjeya Kurdî ya îro jî, hest û cesta xwe bi van klasîkan xwedî dike.

Di besteya te de jî, t’am, melodî, reng û motîfên van klasîkên me hene an na?

F. Xan: Ji despêka dîroka Mîladî hetâ niha di destê Kurda de bi tenê yek xezînekî wan maye, ew jî, dengbêjî û besteya wan a qedîm e. Yanî tenha serweta civakên Kurdî, dengbêjî û Baba Tahir e, Mela, Feqî, Xanî û Herîrî ye. Batê ye, Pîremêrd û Hêmin e. Kilam û qewlên musîka Êzdî, Elewî û Horamana ye.

Û eger di zaroktiya min de bavê min her şev berîya berbangê ji xew raneba û piştî nimêj û duayan, besteyên Mela û Feqî nelorandiba û min jî bi dizîka di bin lehêfa xwe de ew guhdarî nekiribana, belkî îro ez ne bestekar bûma.

Lê di besteya min de eşqa Baba Tahir, t’ama Mela, melodîya Feqî, cezba Xanî û nexşa Herîrî heye an nîn e, divê hun ji min re bibêjin. Ne ez ji we re! Ger hun bêjin di besteya te de piçekî be jî, ew tham û cezb û eşqa wan heye, dibe ku ez we piştrast bikim. Lê hun bêjin bi qasî ya wan heye, heşa hizûr ezê bêjim hun derewan dikin!

Ş. Garîp: Hun jî dizanin ku miletên di bin esaretê de bin, hemû alavên wan ên têkoşînê ji destên wan tên girtin. Hîn ji demên berê ve û di sedsala borî de jî, ev tişt hat serê Kurdan jî. Lê hemû çek û alavan ji dest Kurdan girtibin jî, nikaribûne zimanê wan ji dest wan bigirin. Ligel qedexeyên giran jî, Kurdan çeka zimên ji dest bernedane. Bi beste û muzîka xwe zimanekî têkoşînê afirandîne. Yanî Kurd nebûbin Netewe-dewlet jî, zimanê wan gelekî dewlemend e.

            Çi girîngîya vî zimanî heye ku bê-dewlet evqasî dewlemed e û bi tevahî nayê asîmîlekirin?

 Û weke hun jî dizanin piştî klasîkên me îja hozanên têkoşîner yên weke Cîgerxwîn, Şêrko Bêkes, Şivan Perwer û Nîzamettîn Arîç tên. Eger em bala xwe bidin berhemên wan, di beste û hunera wan de “Nasyonal-Romantîzm” digîhîje pileya herî bilind. Hûn jî di hinekî besteyên xwe de, bi taybetî jî, di “Çîroka Kûçikên Birçî” de nêzîkî van hestan nabin gelo? Ango hun jî xwe weke Nasyonal-Romantîstekî dibînin? 

F. Xan: Na, bê guman ez ne Nasyonal-Romantîk im. Lewre ez baş dizanim ku Kurd ne “Nasyon” in. Weke we jî got, di sedsala borî de gelekî civakan têkoşîna Netew-dewletbûnê dan û dewletên xwe ava kirin. Lê Kurd ji vê jî bêpar man. Kirin û nekirin nikaribûn bibin neteweke xwedî dewlet. Sedemên vê yekê yên gelekî kevn ku îro nayên zanîn hene. Lewre kolonyalîstên Kurdistanê ji doh û pêr ve dijminatiya Kurdan nakin. Tirk, Ereb, Faris û Romîyên rojavayî, ji hezarên salan û vir ve, Kurdan bi zanebûn û bi awayeke sîstematîk ceza dikin. Dijminatîyeke ewqas dûrûdirêj e ku îro van miletan jî êdî sedemên wê ji bîr ve kirine. Lê hîn jî, bi wê hêrs û tirsa xwe ya dîrokî û hestyarî li Kurdan didin û nahêlin Kurd bibin xwedî welat û dewlet. Ya rast sedem ne tenê dagirkerê erda Kurdan e. Sedemê esasî ku Kurd nebûne netew-dewlet; Kurd bi xwe ne! Jixwe Kurd ne netewe ne û esasen gîyanê qewmên Kurdî netewebûnê red dike lê dewletbûnê na.

Çawa ku çar dendik di navenda Magma Cîhanê de hene û vê goga me digerînin, Kurd jî ji çar qewmên cûda pêk tên û çerxa medenîyeta mendayetîyê hîn jî bi ava aşê wan digere. Lê Kurdan jî weke dijminên xwe vê taybetmendîya xwe û çîroka xwe ya rast ji bîr ve kirine. Bi zimanê xwe yê qedîm, bi zanîna xwe ya genetîk û bi wêrekiya xwe tim li ber xwe dane û tim şerê eman û nemanê kirine. Weke we jî destnîşan kir, ji zimanê Kurdan xurttir ti çekeke dî di destê wan de nemaye. Jixwe girîngtir çeka wan zimanê wan e. Lewre zimanê Kurdî, xwedîyê deng û mâneya herî kevn a hemû dîroka medenîyeta mendayetîyê ye. Û zimanekî veşartî di nava zimanê Medyayî-Kurdî de heye. Ev zimanê Âlâ û veşartî îro jî, hemû ol, mîtos, çîrok û zimanên sereke yên vê medenîyeta Homo Sapîens, bi Amâneyên xwe yên taybet xwedî dike.

Ku ev ziman, ev çand û çîroka xwe, bi van êrişên çend-hezar salî hatiba tunekirin, niha ji zû ve tune bûbû. Gilgamêşê Ûrî, Mardûkê Marî, Hirçê Elamî, Banîpalê Asûrî, Feraûnê Misrî, Palewanê Partî, Aleksandrê Makedonî, Atîlayê Tûranî, Cengiz Xanê Mongolî, Darayê Feresî, Omerê Bedewî, Yawizê Osmanî, Îsmaîlê Îranî, Ataturk, Sedam û Ayetulahan, Daiş û hemû cinawiran çima nikaribûne vê çand û vî qewmî bi tevahî asîmîle bikin û ji holê râkin, hun dizanin? Ji ber ku ev çand û ax bi xwe “Dê û Bavê” vê medenîyetê ne. Û piştî hemû şer, şewat, serkeftin û têkçûnan, ev hemû egîtan bi tevî artêşên xwe ve li ber derîyê “Mala Dayê” rûniştine û girîyane. Lewre kilam û çîrokeke demanên kevn heye ku dawîya dawîn serî li hemû egît û artêşan ditewîne û wan “Na-man-âsî” dike. Ango wan li ber mâneya xwe dibe “Namaz û Nimzê”!

Kesên ku van gotinên min bibihîzin û şaş şîrove bikin, belkû jî bêjin Ferîd Xan “Nasyonal-Faşîstî” û nîjadperestîyê dike! Lê na! Bi tenê ez çîroka Heqîqetê dizanim. Çîroka rast a vê Medenîyetê! Yanî ez çîroka rast a avabûna vê sivîlîzasyona mend dizanim. Ez dizanim ku “Adem û Hewa” kî ne, çi ne û ji kû ne. Ez navên wan ê rast û cîhê ku ew lê çêbûne, nas dikim! Ez dizanim ku “Sêva Qedexe” çî ye û kê ji bo çi “Gez” lê daye. Û ji bo çi em ji “Bihuştê” daketine “Dojehê”? Û Kurdbûn û ne-kurdbûna Kurdan jî, netewe û ne-netewebûna Kurdan jî, di vê çîroka kevn de veşartî ye.

Lê di besteya “Çîroka Kûçikên Birçî” de ez dixwazim nakokîya di navbera cîhanîbûn û xwedî-welatbûnê de rave bikim. Ez di wir de mesaj nadim, bangî têkoşînê nakim. Bi tenê ewtînî bi “Kûçikekî Utopîst” dixînim ku jê re “Xwedîyekî” û “Cîhekî” divê an navê? Kûçikekî ku him “bê-welatbûna” wî him jî, “bi-welatbûna” wî nayê pejirandin. Him “bêxwedîtiya wî” nayê qebûlkirin, him jî nahêlin ji xwe re “Xwedîyek” çêbike. Him ji ber ku “Birçî ye” herkes pehînan lê dide, him jî “Hestiyên berateyeke bêxwedî jî, bikoje” pehîn û lêdanan dixwe!

Kûçikê feqîr çi bike, kuda biçe ew jî nizane!

Ş. Garîp: Û ez bawer im besteya we ya herî zêde tê naskirin û tê xwendin jî, ev besteya “Kuçikên Utopîst e”. Çimku têkoşîna serxwebûna Kurdan di rewşeke gelekî krîtîk de derbas dibe. Ev beste jî, rewşa Kurdên îroyîn ên “bêwelat” û “bêxwedî” dîyar dike.

            Gallerî, di gotineke pêşîyên xwe de dibêjin; “Zimanê miletekî nînbe, dilê wî jî nîne!” Yanî hun jî bi vê besteya xwe, dixwazin bêjin “dilê me” heye û li vir e?

F. Xan: Belê. Di vê besteya xwe de ku camêr Selîm Temo ew wergerand Tirkî û di Antolojîya Helbestên Kurdî de cîh dayê û ewtînîkî xweş pê xist de, ez dibêjim “dilê me” hîna jî dijî û wiha distirê;

                     “Bêwelat jî mirov dikare bijî
Mîna kûçikan
Mîna kûçikên bêxwedî jî
Dunya welatê min e
Mirov dikare bêje
Mîna Utopîstan
Mîna kûçikên Utopîst
Lê tu di ber kê re derbasbî pehîna xwe li te bide
Biçî ku herkes kûçikê xwe bera te bide
Him ti kes bêxwedîtiya te qebûl neke
Him jî, ti kes li te xwedî dernekeve
Û li seranserê cîhanê
Hestîyên berateyeke bêxwedî jî tunebe
Wê demê belku xwedîyek
Û welatek ji te re lazim be
Ji bo ku tu kûçiktîya xwe bijî!”

Ş. Garîp: Di hineke besteyên we de mirov hesta melodîya şînê dike. Herweke ku di kilam û lorikên dilşewat yên dayikên Kurd de em rast tên, di besteyên we de jî t’ameke muazzam ya  “Meqamî Kurdîlî Hîcaz” heye. Di besteya we ya “Rohanda” de jî ev meqam xuya dibe. Weke kilameke biêş e. Û weke hun jî dizanin “kilameke” ewha êşdar jî Bestekara Afrîkî Diana Ferrus, li ser çîroka Saartje Baartman nivîsîye. Saartje Baartman, di despêka salên 1800yî de

ji Başûrê Afrîkayê weke kole hatiye revandin. Di kolan û Sîrkên Londra û Parîsê de bedena wê ya “Nelihevhatî” hatiye pêşkêşkirin û firotin. Saartje, herî dawî di bin barana tifa mirovan de weke belengaz, alkolîk û “Fahîşeyek”ê jîyana xwe ji dest daye. Piştî ku Dîana Ferrusê di salên nodî de besteya wê nivîsî û got; “Saartje, ez hatime ku te bibim malê” koledar û kolonyalîstên rojavayî hê nû ji xwe şerm kirin û mafê wê yê rûmetê lê vegerandin û mezelê wê jî rakirin Afrîkayê.

            Hun jî dizanin ku beste dikare bandorên wiha jî pêk bîne. Gelo besteya we ya “Rohanda” jî dikare hesteke wiha şîyar bike? Û xeyalekê we heye ku hun rojekê li Efrînê, li ber derê mala bavê Rohandayê vê besteya xwe bixwînin?

F. Xan: Di demeke nêzîk de bawer nakim. Lê rojekê dinya xweş be û mafê Kurdan yê rûmetê li wan were zivîrandin belkû… û incax wê demê dê êşa Rohandayê jî were fêmkirin û hîskirin. Lê heya wî çaxî, van “Kuştiyên” me yên xweşik yên wek Rohanda û bi hezaran keç û lawên me yên Êzîdxanê, dê di nava “Ax a Bihuştanê” de binivin û li benda şîyarkirinê bisekinin. Ku rojek wê bê û em bibînin ev “Sîrka Alemî” ya ku îro li ser erda Kurdan berdewam tê lidarxistin bi dawî bûye, realîteya Kurd hatiye naskirin û Kurd gihane mafên xwe yên rewâ, ezê jî wê rojê dendikên guleyên ku di bedena Sakîne û Dr Qasimlo de derbas bûne bikim paxila xwe, van “mirîyên me yên xweşik” Dr. Qasimloyan, Yilmaz Guney û Ahmed Kaya`yan ji goristanên Parîs û Berlînê şîyar bikim û bibim derê mala bavê Rohandayê. Li wir emê Koroyeke şînê lidar bixin û bi hev re “kilama Rohandayê” bistirên. Eger ev yek pêk neyê, dê pêşiya derê mala Rohandayê ji nîveke Kurdan re bibe goristan. Jixwe ev rûmet li me neyê vegerandin, dê hewşa mala Rohanda ji min re jî bibe cîhê “Ötanazîyê”!

Ş. Garîp: Ez dixwazim çend pirsa jî di derbarê besteya Kurdî de bipirsim. Besteya Kurdî di pêvajoyeke lawaz de ye gelo? Gelo bi metaforên îthalkirî û sentetîk û di bin bandora Tirkî, Farisî û Erebî de dinale?

F. Xan: Bê guman ziman û huner bandora xwe li ser hev dikin. Lê metaforên îthal û sentetîk ku Kurd wan bi zimanekî dî difikirin û Kurmancî dinivîsin, wêje û besteya Kurdî dilewitînin. Wêje û hunera Kurdî, divê di rê û rengê xwe yê resen, qedîm û watedar de bimeşe. Jixwe bi tenê yek zimanekî di cîhanê de maye ku em bikaribin di rêya wî de navê tiştan û kesan mâne bikin. Ji sedî nizanim çend netewe, welat, mirov û xwedayan çîrokên xwe û wateya navên xwe ji vî zimanî mîras girtin e. Ev ziman jî, zimanê kevn yê Medî ye. An jî Kurdîya îro ye. Lê ez qala Medya dawî ya Ekbetana Astiyag nakim. Medyayeke despêkê heye.

Eger zimanê Kurdî nebe, dê mirovahî ti carî nezanîbe ku peyvên “Dê û Bav” çawa durist bûne. Wê ti carî nizanibe ku navên weke “Tîamat-Apsû, Elohîm, Alah, Xoda, Alî, Ahmet, Ayşa, Alfried, Tomas û Hans” têne çi mâneyê û ji kîjan zanînê derçûne û gihanê vî formî! Bila Etîmolog, Sosyolog, Ontolog û nizanim Nameologên cîhanî werin ku em hozanên şîyar yên Medyayî dersa vê mâneyê bidin wan. Em xwedîyê vê zanînê ne. Ma ne şerm e ku em hest û cesta besteya zimanên dî îthal bikin û xwe pê rezîl bikin!

 

                                                       Nûretîn Demirtaş /2013/Qendîl/Kurdistan  

Ş. Garîp: Di vî demî de ku him Rohilata Navîn û him jî Kurdistan bi jehra îdeolojî û olan tê jehrîkirin; hun rol û rêçûna sîyasetmedar, rêveber û ronakbîrên Kurd çawa dibînin?

F. Xan: Ez tim dibêjim; Kurd û dijminên xwe di xew de şerê hev dikin. Lewre êdî ew jî nizanin ku li ser çi şer dikin. Hunermend, bestekar û entelektuelên Kurd jî, di vî şerê kaotîk de bi tenê îskînan didin xwe û di xew de xurexur dikin. Kilam, dîlan, jin û şervanên Kurdan ji rêveber û ronakbîrên Kurdan pêşdetir in. Ew di enîya herî pêş de şerê eman û nemanê didin. Sîyatsetvan û ronakbîr lawaz mane. Hiş û hestên wan weke we jî got; bi îdeolojî û terîqeyên cilqetyayî û fişe, gemar bûne. Û ya rast astengiya herî mezin ku li ber rizgarîya Kurdan bûye bend û çîrokê di navendê de asê kirîye, sîyaset û ronakbîrîya Kurdî ya tirsonek e! Jixwe Kurd vî bend û bertegî ji rêya xwe nedin alî, dê ti carî rûyê azadî û rizgarîyê nebînin!

Ş. Garîp: Herî dawî ezê du pirsên taybet bikim. Şêrko Bêkes ji bo besteyê dibêje “Beste, tilîkên zaroka ye” ku hun jî bi gotinekî besteyê şîrove bikin, hun ê çi bibêjin?

F. Xan: Beste nebe, jîyan bê hest dimîne! Ku bestekar jîyanê beste neke, hest nikarin şîyar bijîn û biaxifin!

Ş. Garîp: Û xewn û xeyaleke we ya taybet heye gelo?

F. Xan: Erê. Pirtûkek min heye. Ev 10-12 sal in ez li ser wê dixebitim. Bi tevahî ji 50-60 rûpelî pêk tê. Navê wê “Perxetên Jînê” an jî “Jînname” ye. Xeyala min e ku ev perxet formateke nû û pêşketî biavêje hiş û mejîyê mirovahîyê!

                              BRÎNEKÊ BIDE MIN

brînekê bide min
bila ne ji enqereyê be
ji kêrê
ji guleyê
bila derba kuştinê be

brînekê bide min
bila ne ji tehranê be
ji dojehê
ji xezebê
bila derba şewatê be

birînekê bide min
bila ne ji bexdayê be
ji hovîtiyê
ji bêbextiyê
bila derba tunekirinê be

birinekê bide min
bila ne ji şamê be
ji qezayê
ji belayê
bila derba dînbûnê be

(ji pirtûka kilîba marên birçî, r.,115)
                            ROHANDA

Xwe aş bike rûkena min
Xwe aş bike ez têm
Dilê xwe li dû xwe kaş bike ez têm
Bavê xwe qanih bike ez têm
Xwîna ku ji brîna we rijyaye resim bike ez têm
Kenên xwe li hespê êşa xwe siwar bike ez têm
Barê karwan tije zeytûn û klam bike ez têm
Destên xwe ji vê cîhana bêrû sar bike ez têm
Wan hevalên xwe yên dilsoz ji brîna wan maç bike ez têm
Efrîn û Kerkûkên xwe ji bêbextiya cîhanê re vala bike ez têm
Hemû kuştî û birîndarên me li Helepçe û Barzan kom bike ez têm
Bi xwîna Heftê û Sê komkujiyên Êzîdiyan deftera qederê binivîse ez têm
Di şerê Rûreşkan û Rûkenan de sîperkan zarokan û çivîkan biparêze ez têm
Kurdên ku Xwedê jî li welatê wan hatiye kuştin qestîka şa bike ez têm
Qesteke ku êdî ez pê hârbim û bi vê cîhanê kevim rast bike ez têm
Mesteke ku êdî ez pê bengîn bim
û bi van Xwedayan kevim nîşan bike ez têm
Hespeke ku di yek nefesî de min ji Amedê biavêje Ruhayê zîn bike ez têm
Ji Ruhayê tâ gundê xwe Rohanda
Dijminên xwe dîn bike ez têm
Ji Helepçe tâ brîna bavê xwe Rohanda
Kurdan aş bike ez têm
Û wek qurbaniyek ji çavên xwe re Rohanda
Li ber derê mala bavê xwe
Ji serjêkirina vî Ferîdî re destûr bide
Ez bêm.

Ferîd Xan
Adar 2018/Amsterdam

 

Share.

Leave A Reply