Wergera Ji Îngilîzî: Fexriya Adsay

 Puxte: Ji Şoreşa 1979an vir ve, dewleta Îranê ji bo Kurdên Rojhilat asimîle bike komek politîkayên piralî tetbîq dike. Kurd gelek caran hedefa sereke ya operasyonên leşkerî yên dewleta Îranê, stratejiyên asimîlekirinê û rejima wê ya nezaretê ne. Piştî dagirkirina (feth) Kurdistana Rojhilat (Rojhilat) di 1979an de, dewletê hewl da bi rêya milîtarîzasyona sîstematîk, avakirina ‘saziyên şoreşger’ û navendên nû yên olî û çandî kontrola herêmê ji nû ve têxe destê xwe, profila demografîk, olî û çandî biguherîne. Ev nivîs hewlek e ku ronî bike neteweperweriya olî ya dewletê û şêweyên stratejiyên asimîlasyonkirinê yên curbicur, ku Komara Îslamî ya Îranê ji bo herêmên Kurdan veguherîne diemilîne.

Peyvên Sereke: Milîtarîzasyon, biewlehîkirin, Neteweperiya Farisî-Şiî, Kurdistana Rojhilat

[Kurdistana Rojhilat] ji binkeyên leşkerî û bi hiqûqa leşkerî tê îdarekirin, û gelek caran razemeniya aborî li ser jêrxaneya leşkerî ye. … ev şert û merc di nav Kurdan de hestên bûyina di bin dagirkeriyê de xurt dike.

—Christian Rasmus Elling (2013),  Minorities in Iran: Nationalism and Ethnicity after Khomeini (Kêmarên li Îranê: Neteweperwerî û Etnîsîte piştî Xumeynî.)

Destpêk

Serokkomarê Îranê yê niha Hesen Ruhanî di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de soz da ku ‘boçûna [dewletê] ya ewlehiyê ya li hemberî komên etnîk [ên ne-Faris] û çandên wan biguherîne.[1] Ruhanî soz da ku binyada heyî ya siyasî-ewlehî  bi ‘sîstemeke zanistî ya fonksiyonel’ bê guhertin ku ji materyalên taybet û sermiyana mirovî ya li herêmên perawêz îstifade bikin.[2] Qebûla vederkirina yên ne-Faris ji aliyê Ruhanî rastiyên bingehîn ên derbarê têkiliya civatên serwer û yên bindest ên ne-Faris-Şiî eşkere dike. Beyanata Ruhanî ne tenê diyar dike ku yên ne-Faris wekî tehdîd tên dîtin, tesdîq dike ku siyaseta Komara Îslamî ya Îranê (KÎÎ) li ser vederkirina van civatan hatiye damezrandin. Loma ev kelama edebî ya ‘sîstemeke zanistî ya fonksîyonel’ tê maneya qebûlkirina neyekser a dîroka dûrûdirêj a vederkirina Êdinên ne-Faris, ku wê li jêr bê nîqaşkirin.

Di vê xebatê de, bi lêhûrbûna li ser doza Kurdî, em niyet dikin ku li Îranê rabitaya navbera ‘Îslamîzm’ û neteweperweriyê rave bikin. Sedema giranîdana doza Kurdî ji ber vê rastiya berbiçav e ku ji 40 salên dawî zêdetir e Kurdistan tekane mînaka rewşa îstisna pêk tîne. Civata Kurd li gor kêmarên din ên etnîk xwedî bilindtirîn hejmara yên îdamkirî ye…’ (UNHCHR Annual Report 2018, 11). Ya din, girtiyên Kurd ên siyasî… dema bi komên din ên etnîk ên kêmar re tên berawirdkirin, li Komara Îslamî ya Îranê hema hema nîvê temama hejmara girtiyên siyasî temsîl dikin…[3]

Bi rêya lêkolîna etnografîk a li ser rewşa Kurdên Rojhilat, em hêvî dikin hinek ronî daxin him ser siyaseta biewlehîkirinê ya KÎÎ him ser boçûna gelemberî ya navendê ya li hemberî Kurdbûnê. Bi ‘navend’ê -ligel dewletê- qesta me, temama wasiteyên întelekteul û civakî-çandî ne ku pratîka dewletê ya li Kurdistanê meşrû dikin. Ligel vê, em armanc dikin raber bikin ku Îslamîzma tesewirkirî ji aliyê etnîk ve sînorê wê teng e, û dema desthilatdar be, sînorkdarkirinên xwe yên etnîsîst  ku di xwezaya wê de hene, baş nîşan dide. Îslamîzm nikare bi bindestên etnîk re miameleya birayê Misliman î wekhev bike. Pratîkên rêvebiriya Îslamîstan îsbat dike ku, wek her kesên din ên li Îran û Tirkiyeyê, sînorên siyasî yên neteweperweriya dewletê li ser wan ferz kiriye, dahurandine. Ev dahurandin jî sînoran datîne ji şîrovekirina dîn a Îslamîstan re (Soleimani 2017, 10–15).

Ligel hebûna unsûrên berdewamiyê di hizra Îslamî de, bandorên girêdayî peywendê vizyona dînî ya Îslamîstan vediguherîne. Loma, wek hemû hewldanên epîstemolojîk, şîroveyên dînî yên Îslamîstan jî bandorên aşîkar ên xisûsiyetên  demkî li ser wan hene. Tecrubeya civakî-siyasî û çandî ya Kurdan, wek ‘êdineke kêmarkirî’ li KÎÎ, wek mînakeke berbiçav a realiteyeke wiha xwe nîşan dide. Bi gelek awayan, tecrubeya Kurdan a di bin desthilatdariya dînî de dişibe tecrubeya civatên din î ji hundir ve hatine kolonîzekirin. Ji ber vê yekê, di du beşên pêşî yên vê nivîsê de, em ê pêşnûmayeke teorîk bidin derbarê neteweperweriya dewleta dînî, rehên wê, pratîk û polîtikayên cihêkar ên curbicur ku ji bo çespandina nîşaneyên Kurdbûnê tên emilandin.

Ji bo wêneyekî mezintir ê biewlehîkirina jiyana li Kurdistanê pêşkêş bikin, me tibabek daneyên empirîk bi kar anîn. Xebata me, antropolojiya kolonyalîzmê jî tê de (Cohn 1996; Sturm 2017; Mignolo û  Walsh 2018), ji kûrbîniya disiplînên curbicur îlham girtiye. Bêgûman lîteratura akademîk a li ser gelek aliyên jiyana Kurdan a li Rojhilata Kurdistanê pir kêm e. Loma, tevî daneyên heyî, me xwe bi giranî spart lêkolîna etnografîk. Ji ber ku herêmeke têra xwe biewlehîkirî (securitised) ye, lêkolînerên ne-xwecih û ew ên bi Îngilîzî dinivîsînin kêmtir dikarin biçin an qet nikarin biçin Rojhilat. Ji ber vê, ji dêvla ku em li gor ‘etnografiya kevneşopî’ (Denzin 1989, 27) tevbigerin, em bêtir li ser xeta ‘lêpirsîna çawanî ya di nav êgir de’ ne (Denzin 2009). Di lêkolîna me de, me boçûneke pirrêbaz bi kar anî ku rê li ber me veke em bikaribin ji têkeleke dane û encamên çawanî û çendahîyê îstifade bikin. Me him rû bi rû him jî piranî bi rêya Skype, WhatsApp û amrazên din ên elektronîk ên ragihandinê bi xwendekar, mamoste, akademisyen û şexsiyetên olî re hevpeyvîn kirin. Ev hevpeyvîn bi saya têkiliyên me yên bi herêmê re pêkan bûn.

Em ê bi nîqaşeke kurt a derbarê hîmên teorîk ên neteweperweriya Farisî ya olî dest pê bikin da ku awayên ku pê bandor li Kurdan kiriye dest nîşan bikin. Dawiya mayî ya vê nivîsê wê skeletekî dîrokî etnografîk ya biewlehîkirina dewletê ya perwerdeya olî û ‘sekuler’ pêşkêş bike. Em bi hûrgilî li ser stratejiya dewletê ya tunekirina nîşaneyên Kurdbûnê jî sekinîn. Lêkolîna me ya li ser biewlehîkirina jiyana Kurdan wê bi hin jêrnavan dewam bike ku hemû xwezaya siyaseta dewletê ya her tişt-tê de bê binxêzkirin. Em ê li ser bisekinin ku perwerdeya dewletê ya Faris-Şiîkirinê bi firehbûna leşkerî û sînordarkirina tevgera Kurdan a di jiyana wan a rojane de têkildar e ku parçebûna civaka Kurd kiriye armanc.

Komara Îslamî û neteweperweriya Faris-Şiî

Çend dehsalên pêşî ya sedsala bîstemîn bû şahidê hilatina awayên cuda yên neteweperweriya Farisî. Her çiqas di destpêka sedsala bîstemîn de mînakên qayişkêşiya navbera neteweperweriya olî û ya sekuler dihat dîtin jî, herduyan jî hewl dan vebêjeya xwe ya derbarê rabirdûya Îranê ya bênavber û ‘tekbûna neteweyê’ pêşkêş bikin. Ji wê çaxê ve rewşenbîrên Faris israr dikin li ser bêdembûna nasnameya, Xwedê girabî, ‘Farisî’ ya prîmordiyal ku wek nasnameya hemû Îraniyan pêşkêş dikin (ji bo zêdetir bnr. Vaziri 1993; Marashi 2008; Amanat 2009; Vejdani 2015; Matin-Asgari 2018). Di bin bandora akademiya Oryantalîst û paşê gotara patrîmoniyalîst a Pehlewî de, Farisan, Îran esasen wek welatekî ku bi ‘nasnameyeke yekşêwe û bênavber’ bi hezaran salan li ser pêyan maye, sêwirandin (Vaziri 1993; Zia-Ebrahimi 2016; Soleimani û Mohammadpour 2019). Bi peydabûna xanedana Pehlewî, gotara neteweperweriya Îranî bû projeyeke serdest ku kir hedefa xwe nasnameyeke ku ‘lenger avêtiye… matrîsên zimên, dîroknûsiya bijêr (selective) û neteweperweriya navend-Faris ku kêmarên etnîk tune dihesibîne, ava bike’ (Boroujerdi 2007, 43). Bi îşaretkirina bo hin bermayîyên arkeolojîk, dîroknûsiya dewlethez rabirdûyeke li gor dilê xwe kir malê xwe û bi rêya perwerdeyê û amrazên din î dewletê vebêjeyeke Farisî ya prîmordiyalîst belav kir.

Nîvê yekem ê sedsala bîstemîn, piranî bi bandora Aryanizma Almanan, rê li ber rewşenbîrên xwecihperwer ên dij-Rojavayî jî vekir (Matin-Asgari 2018); wan hizir û meylên ‘Rojavayî’ wekî ‘Xerbzadebûn’ didîtin û li hemberî wan qaqibo dikirin. Meylên wiha bi taybetî ji aliyê Celal Al-î Ahmed di rexneya xwe ya hilweşîner Xerbzedebûn de pirs lê dihat kirin (Bakhshandeh 2015; Mirsepassi 2017). Lê dîsa jî him bijareyên nêz-Rojavayî û yên xwecihperwer, di projeya ‘Fariskirinê’  de li ser avakirina ‘nasnameya neteweyî’ de nêzîkî hev dibûn û girêdayî wê diman    (Boroujerdi 1997, 1–5). Herdu aliyan jî her tim ‘neteweyî’ di nav biwêjeke teqez Faris-navendî de texeyul kirine û pênase kirine. Ji ber vê ye ku rewşenbîrên nêzîkî Komara Îslamî jî bêyî ku bala xwe bidinê, wek dijbera Êdînên ‘herêmî’ yên ne-Faris, nasnameya Farisî û ya ‘neteweyî’ dikin yek. Nimetullah Fazeli mînakek e ku dibêje saziyên dewleta Pehlewî yên wek ‘Ferhengistan armanc dike xizmeta zimanê Farisî yê gel û wêjeya Farisî bike ku zimanê Farisî paqij bibe û nasnameya neteweyî li ser nasnameyên din î etnîk û herêmî xurt bike  (Fazeli 2006, 53, dupat hatiye zêdekirin). Ev gotin bandora neteweperweriyê ya li ser hizra Îslamî îsbat dike. Bandoreke wiha ya neteweperweriyê ya li ser hizra Îslamî bi taybetî piştî ku îslamîst bûn desthilatdarên dewletê zelal bû. Mislimanên modern (îslamîst an ên din) di nav paradigmaya neteweperweriyê de tevdigerin û loma gotara xwe ya dînî bi ya neteweperweriyê re dikin yek (bnr. Devji 2013; Soleimani 2016, 32–41). ‘Paradigmaya neteweperwer’[4] şikil dide awayê tesewira Mislimanan a neteweyê û dike ku cudabûna xwetiya xwe (self-differentiation) yî etnoneteweperwer rasyonalîze bikin (Soleimani  2017, 1–16). Ev paradigma encamên wê girîng hene ji ber ku wek peywenda hewldanên epîstemolojîk û şîroveya Mislimanan a Îslamê kar dike. Ji ber vê, bi gelek awayan aso û sînorên hizra wan a dînî ya modern diyar dike.[5] Hewcedariyên paradigmatîk ên bi vî awayî zemînê esasî yên ji bo hevbandorkirina navbera hizra Îslamî ya modern û neteweperweriyê pêk tîne. Loma, dema yek dengê xurt î dînî yê Îslamîstan piştguh bike, dibîne ku di emilandina dîn û miameleya li hemberî Êdinên etnîk, ew jî stratejiyên manend ên dewletên ne-Îslamîst dipejirînin.

Berovajî xanedana Pehlewî -ku bi neteweperweriyeke bêtir sekuler dihat naskirin- KÎÎ bi neteweperweriyeke dînî ya Faris-Şiî, ku rehên wê xwe berdide nav geşedanên dawiya sedsala nozdemîn, tê pênasekirin. Ji 1979an vir de, Îslamîst, li Îranê û li deverên din, bûn xwedî derfetên birêvebirin û pêşkêşkirina modelên alternatîf ên rêvebirinê. Biserneketina rêvebiriya wan, kêmasiya Îslamîstan a bingehîn ku nikarin ji sîstema ‘îdeal’ a rêvebirinê, yanê îdeala netewe-dewletê wêdetir bifikirin, li ber çavan raxist. Îslamîst dema bûn desthilatdar, hewl dan zagonên welatên xwe bêtir bikin dînî lê nikaribûn  heq ji sînorkirinên ku di nav peywenda wan a neteweyî de ji aliyê komên etnîk ên serdest hatine danîn, derketina, ev ji bo wan bû têkçûneke dramatîk. Wek wê li jêr bê raberkirin, KÎÎ ne tenê hewl da wek dewleteke Faris-Şiî ya homojenîzekirinê kar bike; dema bi dewletên cîran ên sekuler re tê berawirdkirin, îsbat kir ku li hemberî temsiliyetên siyasî, çandî û zimanî yên Êdinên xwe yên etnîk bêtir bêtolerans e.

‘Dagirkirin’ (feth.) û biewlehîkirina Kurdistanê  

Di gotara KÎÎ de, dagirkirina leşkerî û biewlehîkirina Kurdistana Rojhilat gelek caran wek fetha Kurdistanê tê îşaretkirin (bnr. wêne 1). Ev têgeh îmayek wê pir xurt a dînî heye û diçe heta fetha Mekeyê û hilweşandina pûtperesetîyê ji aliyê pêxemberê Îslamê di 629 P.Î. de.[6] Fetha Kurdistanê di Tebaxa 1979an de bi îlana Humeynî ya cîhada li dijî Kurdistanê dest pê kir (bnr. Cabi 2015, 61–9). Miameleya KÎÎyê li dijî Kurdan û dîroka stratejiya dewletê di merhaleyên cuda de bi awayên cuda dikare bê formulekirin. Lê xetên sereke yên siyaseta dewletê li hemberî civatên bindest neguherîn (w.m. Ereb, Belûcî û Kurd).

Wêne 1. Levhayeke berbelav li ser rê, dibêje ‘Beriya pê li axa Kurdistanê bikî, destmêj bigre, ew bi xwîna şehîdan şil bûye’ (http://www.daliranekordestansaghez.com/dnkht.aspx).

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Di salên 1980an de -piştî ‘dagirkirina Kurdistanê’- Yekîneyên Mihafizên Şoreşa Îslamî (YMŞÎ) û Yekîneyên Seferberiya Gel ên Îslamî (YSGÎ, wek Besîc tên zanîn) bûn faîlên îcrakirina ‘jinûveavakirina aboriyê’ û bûn serdestên sektorên aboriya giştî û ya taybet. Piştî ku kontrola herêmê kirin destê xwe, amrazên ewlehiyê yên dewletê yên wek YMŞÎ û YSGÎ li Kurdistanê projeyên milîtarîzekirinê lezandin. Bi deh hezaran milîsên Kurd ên nêz-rejim û tevkar -caş- hatin wergirtin.[7] Aboriya herêmî ya Kurdistanê -ku bi giranî li ser çandinî û xwedîkirina heywên e- di Şerê Îran-Iraqê de hat herimandin. Bi henceta tunekirina tora neyarên ewlehiya şoreşê, dewletê ji cotkarên Kurd re qedexe kir ku biçin çiyayan û mayin xistin gelek eraziyên çandinî û çêreyê.

Heta niha, ji 16 milyonî zêdetir mayin nehatine rakirin û li 4.2 milyon hektar erazî mayin hatine danîn (bnr. Tablo 1).[8] Bi vî awayî, dewlet derfetên xwedîkirina heywanên wek pez û bizinan ku yek ji sitûnên aboriya gundewar a Kurdistanê ye, bi tundî ji holê rakiriye. Tevkariya siyasî-leşkerî ya bi dewletê re (an xebata wek caş) bûye kana sereke ya hatiniyê û, li hin herêman, ev tekane rê ye ku Kurd bikaribin di nav ‘demajoya legal/siyasî’ de cî bigrin.

Di 1997an de hilbijartina Muhamed Xatemî, ji ber gotara civaka sivîl, çapameniya azad û pirrengî ku rê li ber çalakgeriya xwendekaran a nearmanckirî û zindî, û çapameniyeke nîv-azad vekir, li Kurdistanê piranî bi xweşî hat pêşwazîkirin. Di vê serdemê de zagonên hişk ên lixwekirina dînî hatin sistkirin û tevhevbûna zayendan re çav hat girtin. Ciwanên Kurd, nemaze, ji vê vebûna siyasî ya nisbî îstifade kirin. Cara pêşî, Kurdên li Îranê hest dikirin dibe ku derfet çêbibe bikaribin siyaseta Kurdî ji têkoşîna çekdar xilas bikin. Lê piştî demeke kurt diyar bû ku guherîna di gotara dewletê de divê şaş neyê famkirin ku siyaseta wê ya bo civatên bindest wê biguhere. Di maweya vê, xwedê giravî, ‘dema bixêr a reformê’ de bû ku nameyek peyda bû ku bi giştî wek dîrektîfên dewletê yên ji bo guhertinên demografîk ên li herêma Xuzîstana Ereb a petrolê dihat famkirin, ku li vê herêmê bû sedema pevçûnên xwîndar navbera gel û hêzên dewletê de.[9] Dema raya giştî ji vê nameya nebixêr haydar bû, hat gotin Muhammed Ali Abtahî, yek ji alîkarên Xatemî, ew amade kiriye, dû re înkar kir ku destê wî di vê planê de ye.[10]

Di 2005an de bi hatine Mahmûd Ahmadînejad hemû hêviyên ji bo şiyana sîstemê ya reforman ber bi avê de çûn. Ahmedînejad di du hilbijartinan de ku destên dewletê tê de bûn, bi ser ket. Dema dewra wî ya ewil dest pê kir, polîs çalakgerê Kurd Şiwane Qaderî bi qemyonekê ve girê da û bi saxî li nav bajarê Mahabadê bi xwê re kişand û bi vî awayî dewra xwe ya ewil bi sehneyên biîhtişam da destpêkkirin. Encamên hilbijartina duyem a Ahmadînejad bû sedema nîqaşan û rê li ber Tevgera Kesk vekir. Piştî demeke kurt, pêşengên Tevgerê hatin girtin û bi fitnederxistinê -navlêkeke ku dîrokê de her tim ji bo rewakirina desthilatên Misliman hatiye emilandin- hatin sûcdarkirin.[11]

Tablo 1. Hejmara qurbaniyên mayinên erdê de (1988–2003).

Wilayet Hejmar Sedane
Kurdistan (parêzgeh) 889 23.9
Îlam 596 16.1
Xuzîstan 451 12.1
Kirmanşan 1273 34.3
Azirbêcana Rojava 494 13.3
Şerîda Sînor 10 0.3
Yekûn 3713 100

Çavkanî: Teqîna kana madenan û Zaiyata Mirovî (2006). Tehran: Navenda Lêkolînên Endezyarî û Tibê ya Janbazan, 77.

Xelkê li Kurdistanê piştgiriya Tevgera Kesk nekir. Bêdilbûna Kurdan ji ber tirsa ku şideta dewletê gelekî zêdetir bibe, kontrola xurt a rejimê li Kurdistana milîtarîzekirî û ya girîngtir, ji ber piştgiriya ji mêj ve ya Faris-Şiîyên sereke bo dewletê. Bêdilbûna Kurdan ji ber tirsa berbelav bû ku şideta dewletê wê xurttir bibe, ji ber kontrola hişk a rejîmê li Kurdistana milîtarîzekirî, û ya girîngtir ew bû ku ji mêj ve desthilatdariya Faris-Şiî ya dewletê dihat destekkirin. Hin caran, rewşenbîrên Faris ên li derve dijîn jî Ahmedînejad diparastin û ew wek serokê xwe yî bi awayekî demokratîk hatiye hilbijartin didîtin. Yekitiya Xwendekarên Îranî ya Zanîngeha Columbiayê di daxuyaniyeke li dijî rektorê Zanîngehê Lee Bollinger, Ahmedînejad wek ‘serokekî bi awayekî demokratîk hilbijartî’ yê Îranê bi nav dikir.[12] Akademisyenê Faris ê postkolonyal î axaftinhez Hamid Dabaşî (2007) nivîsek nivîsand ku tê de angaşt dikir, Ahmedînejad ‘rayedarekî hilbijartî ye, ne dîktator e.’[13] Dabaşî parastineke berfireh a dewleta Îslamî jî da destpêkkirin û îlan kir ku ‘Komara ku Ahmadînejad temsîl dike teokrasî ye lê teokrasî bi dabeşbûneke pir têkel a desthilatdariyê dixebite… ku diyar e Bollinger derbarê wê de tiştekî nizane.’[14]

Hilbijartina 2013yan ya serokkomarê niha, Rûhanî jî siyaseta dewleta Îslamî ya li hemberî ne-Farisan neguherî. Rûhanî di kampanyaya xwe ya hilbijartinê de qebûl kir ku KÎÎ li ser rêgezên siyasî hatiye damezrandin ku welatiyên ne-Faris li derve hiştine. Ligel vê qebûla ecêbmayîhiştî, hikumeta wî di pratîkê de ji yên beriya xwe cuda nehat îdarekirin. Wî jî li Kurdistanê xurtkirina hêzên leşkerî domand û di dewra wî de hejmara îdamkirina Sunî, Kurd û Erebên Şiî têra xwe zêde bû. A rast, kuştina ketober a kolberên Kurd dema hikumeta Serokkomar Rûhanî ya ‘aqlê selim û hêvî’yê de zêde bû (bnr. Tablo 2).

Ji nav van hemûyan de, mijareke girîng ew e ku nêrîna bijareyên Faris bi giştî li ser xeta dewletê ye. Di meseleya Kurdan de, di navbera nêrîna dewletê û ya bijareyên Faris de cudahiyeke girîng tuneye (Soleimani û Mohmmadpour 2019). Komên mixalefetê yên Faris mafên mirovî yên çalakgerên wek Nesrîn Setûdehê pir xweş parastin lê wan xwe kerr kirin dema di 2018yan de dewletê çar çalakgerên hawirdorparêz, Şerîf Bajwar û hevalên wî, hatin şewitandin û kuştin.[15] Bi taybetî, bêdengiya wan a li ser zilma li Zeyneb Celaliyan, Valî Doroudian, Osman Mistefapûr û Mihemed Nazarî -ji 1994an vir de girtiyê siyasî ye- an kuştina rojane ya kolberan wek helwesteke plankirî xuya dike. ‘Dema daxwazên ji bo mafên kêmaran derdikeve pêşiya wan, bijareyên serdest ên akademîk û rewşenbîr ên li Îranê bi tirs û hişyarî tevdigerin’ (Elling 2013, 2). Dijberiya civata serwer ne tenê ji bo hin cure siyaseta ne-Farisan e. Ew li dijî her cure siyaseta ne-Farisan e, ku stratejiya KÎÎ ya mîlîtarîzekirina perawêza xwe ya ne-Faris rewa dike.

Tablo 2. Kolberên kuştî an birîndar (2015–2019).

Sal Yekûn
2015 2016 2017 2018 2019
Bûyer Mirî Jimar 2 0 0 0 0 2
%ya     bûyerê 100.0% 0.0% 0.0% 0.0% 0.0% 100.0%
%ya yekûnê 0.2% 0.0% 0.0% 0.0% 0.0% 0.2%
Birîndar Birîndar 19 49 148 226 125 567
%ya bûyerê 3.4% 8.6% 26.1% 39.9% 22.0% 100.0%
%ya yekûnê 2.0% 5.3% 16.0% 24.4% 13.5% 61.2%
Kuştî Jimar 49 44 88 127 50 358
% ya bûyerê 13.7% 12.3% 24.6% 35.5% 14.0% 100.0%
%ya yekûnê 5.3% 4.7% 9.5% 13.7% 5.4% 38.6%
Yekûn Jimar 70 93 236 353 175 927
% ya bûyerê 7.6% 10.0% 25.5% 38.1% 18.9% 100.0%
%ya yekûnê 7.6% 10.0% 25.5% 38.1% 18.9% 100.0%

Ji ber ku li Îranê kuştina kolberan ji aliyê dewletê pratîkeke rojane ye, heta ev nivîs tê weşandin, dibe ku ev jimar gelekî guherî bin.

Milîtarîzekirina Jiyana Kurdan

Di maweya Şoreşê de û piştî wê, gel dest danîbû ser gelek binkeyên leşkerî. Dîsa 1979an de, partiyên Kurdî yên siyasî, di nav wan de ya sereke Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ), valahiya ewlehî û ya revebirinê ya piştî-Şoreşê dagirtibû. Di heman salê de, xelkê divê ji bo du meseleyên girîng ray bidana: ji bo awayê sîstema siyasî ya pişt-Şoreşê û Makezagona nû. Ji xeynî Ehmed Muftîzade, alimekî Sunî-Kurd û komeke biçûk a peyrewên wî, Kurdan bi temamî him Komara Îslamî him monarşî red kirin -di sindoqê de tenê ev du tercîh hebûn. Di referanduma duyem de, Muftîzade jî li dijî makezagona Komara Îslamî ray da. Bi vê, Kurdan bi temamî rewatiya sîstema olî û makezagona wê red kirin.[16] Lê ev redkirina demokratîk a sîstema nû gelek caran ji aliyê bijarteyên Faris wek ‘serhildan’ hat pênasekirin (bnr. Dabaşî 2008)

Piştî ku Kurdan sîstema olî red kirin, Ayetulah Xumeynî cîhad îlan kir (Xumeynî, 1364/ 1985, 292). Îlana Xumeynî ya cîhadê -19 Tebax 1979- bûyerên kuştinên komî û înfazkirinên bê darizandin ên dewleta nû da destpêkirin ‘da ku Kurdistanê ji şeytanan paqij bike’ (Saleh 2013, 69). Xumeynî ferman da hemû partiyên siyasî (ên Kurdî û ne Kurdî) ‘kuştina bi sêdaran’ bên cizakirin (Kurzman 2004). Piştî vê fermanê, hêzên dewletê dagirkirina Kurdistanê ya tam-teşekul dan destpêkkirin û seferberiya ‘paksazî (paqijkirin) li bajar û bajarokên Kurdan dest pê kir. Seferberiyê berfirehî û zalimiya rejima nû ya li dijî Kurdan, ku tê de jetên şer ên F-4, tank û topên artêşê bajarên Kurdan dorpêç kirin, xulase dikir.

Bi zêdebûna şideta dewletê re, mixalefeta siyaseta Kurdî yên wek PDKÎ, Rêxistina Karkerên Kurdistana Îranê (Komala) û şaxê Kurdistanê yê Fedayiyên Xelkê hewl dan bi rejima nû re mizakere bikin ku heta radeyekê ji bo Kurdan otonomî û mafên çandî bi dest bixin. Di vê maweyê de, Ayetulah Xalxalî, dozgerê olî yê bednav bi sedan ciwanên Kurd bi darizandinên besît îdam kir; birrek sivîl mirin, gelek jê zêdetir jî winda bûn û dû re di gorên komî de hatin dîtin.[17] Di serî de, dewletê soz da heta radeyekê otonomî bide Kurdistanê -sozek ku qet nehat bicîanîn. Ji wê çaxê ve ye, dewlet partiyên Kurdî yên siyasî û sivîlên Kurd wek Êdinê xwe yî etnîk û olî dibîne.

Piştî têkçûna mizakereyan, zextên dewletê yên sîstematîk bi dewamî zêde bû. Dewletê operasyonên partiyên Kurdî yên carbicar ji bo rewakirina milîtarîzasyona Kurdistanê û xurtkirina kontrola li ser hemû wechên jiyana civakî-çandî ya Kurdî bi kar anî. Tevgerên mixalefeta Kurdî di serê salên 1990î de faaliyetên xwe yî çekdar dan sekinandin û çûn sirguna Kurdistana Iraqê. Sistkirina têkoşîna şerê çekdar ne dafikdanînên rejima nezaretker a KÎÎ ne jî milîstarîzasyona Kurdistanê kêm kir. Milîtarîzasyona hişk kir ku tevkariya (bi)dildarî bi hêzên dewletê re zêdetir bibe. Lê vê rewşê jî ne şideta dewletê kêm kir ne bi endamên civatên bindest sînorkirî ma. Endamên civatên bindest jî para xwe girtin ji şideta dewletê, ku li gelek goristanên Kurdan dikare bê dîtin. Li Îranê gelek goristanên nenîşankirî û nayêzanîn şideta dewletê ya di cizakirina zindî û miriyên civatên nayênxwestin de nîşan didin. Ka li mînaka La’nat Abadê binêrin: Gundên bêyom ên bajarên Kurdan Kirmanşan, Bijar û Qorveh, Kurdistan, goristanên awarte ku mecbûr e gor giş wek hev bin û ji erdê cudatir xuya nekin. Hebûna goristanên bi vî rengî lûtkeya zalimî û astengkirina veşartineke birûmet a mixalifên Kurd sembolîze dikin.[18] Dewlet ji milîtarîzasyona Kurdistanê çi hêvî dike, ew ê di beşa pêş de bê nîqaşkirin.

Eşîrîkirina Milîtarîstîk

KÎÎ ji bo parçebûna civakî -ku beriya reforma axê ya 1971ê li Kurdistanê hebû- vejîne, dest bi pêkanîna hêzên herêmî kir, pêşî û nemaze ev hêz ji nav eşîran da hev. Ev stratejiyek bû ku qelşên civakî vejîne û wan îstismar bike da ku kontrola xwe ya li herêmê xurt bike. Navendê bi giştî, û di taybet de KÎÎ, her tim hewl dane tevgerên Kurdî wek ‘eşîr’ veder bikin (bnr. Abrahamian  2008, 20–21). Lê dewletê vê carê navlêka ‘eşîr’ê li gor menfaatên xwe pênase dikir û kengî ji siyaseta wê ya milîstarîstîk û asimîlasyonker îcab kir ‘roleke welatperwer’ da wan. Ji salên pêş ên piştî Şoreşê ve, eşîran têra xwe bal kişand û bi neliheviyeke mezin ji nû ve hatin pênasekirin. Pênaseyeke bi vî rengî heri baş bi gotina navdar a Xumeynî dikare bê raberkirin, ‘eşîr xezîneyên Şoreşê ne’. Gotina Xumeynî, razemeniya KÎÎ ya -qaşo- li ‘aliyê eşîrî yê Kurdbûnê’, ku ji bo kontrolê wek amraz biemilîne, nîşan dide (Mohammadpour û Soleimani 2019). Loma emilandina KÎÎ ya têgeha eşîrê li gor rewşê guheriye: eşîr dikare ‘xezîneya Şoreşê’ be ku Kurdan parçe bike an dikare bê maneya qebîletiya paşverû dema li hemberî daxwazên siyasî yên ne-Farisan serî li ‘yekitiya neteweyê’ didin. Boçûna duyemîn jî ji aliyê Xumeynî bi xwe di 1979an de hatibû derbirîn. Carekê, gazin dikir ku ‘niha her eşîrek, ne girîng e ku ji kuderê bin, dibêje feqîrtirîn herêm a wan e. Dixwaze Bextiyarî bin an Belûcî[19] bin an ji Kurdistanê bin, her yek ji wan [van eşîran] îdiayên manend berpêş dikin’ (dupat hatiye zêdekirin).[20] Ji destpêkê ve û li gor siyaseta eşîrîkirinê, dewletê cehd kir statuyekê bide yên ku zemanekî xwedîerdên mezin bûn da ku bi taybetî li herêmên gundewar tovên nerihetiyê bavêje nav Kurdan. Vê rewşê kir ku hin kesên li herêmên gundewar bi yên din re têkevin reqabetê ku aligiriya îstixbarata dewletê û hêzên ewlehiyê -ku hema hema li her gundî hatibûn danîn- bi dest bixin. Stratejiya dewletê li ser kişkişkirina qelşên civakî yên li her aliyê Kurdistanê hûr bû. Di encamê de, li wilayetê Azirbêcana Rojava li hin ciyan xelk bi koman bûn caş an muxbîr. YMŞÎ û YSGÎ di çekdarkirina Kurdan de bûn amraz ku rê li ber tengijînên civakî û pevçûnên çekdar vekin. Saziyên dewletê çek belav dikirin -Xwedê giravî ji bo bi ‘neyarên Şoreşê’ re şer bikin- û ev çek bi rihetî li her derê belav dibûn ku li dijî hev bi kar bînin. Bi henceta çareserkirina pevçûnên civakî, rejimê li herêmên gundewar ku gundî û yê berê xwedîyê erdan bû li ser parvekirina avê û çavkaniyên din li hev nedikirin, her çiqas lawaz bûbe jî, zemînê belavbûna şidetê amade kir. Wek mînak, agahdêrekî ji me re behs kir bê çawa di 1988an de nêzîkî Serdeştê li gundê wan şerekî biçûk bûbû sedema kuştina neh kesan û birîndarbûna gelek kesan. Daneyên me yên etnografîk nîşan didin ku bûyerên bi vî rengî li gelek ciyan pêk hatine, gelek kes hatine kuştin, û xelkê di nîqaşên li ser parvekirina çavkaniyên xwezayî yên wek ava avdanê çek emilandine. Helwesta dewletê ya li hemberî bûyerên wiha, baş hisabkirî ye: gundiyan bêtir bi hêzên xwe ve girê bide ku nikaribin bêyî dewletê meseleyên xwe çareser bikin.

Ji destpêka salên 1980yî heta dawiya salên 1990î, endamên malbatên berê xwedîerd bûn her çû zêdetir daxilî nav rêxistinên dewletê û rêvebiriyên herêmî bûn. Ev xelata sedaqata wan û xizmetên wan î bo rojeva milîtarîstîk a dewletê bû, û bi vî awayî hêdî hêdî derfeta wan çêbû ku hêza xwe ya berê jî nû ve bi dest bixin. Ligel lêgera destkeftiyên aborî, xwedîerdên berê di karûbarên gundewar de wek dewama amrazên dewletê yên rêvebirinê tevgeriyan. Rejimê hewl dida ji xwe re planên xwe yên milîtarîzekirinê bîne cî, yên xwedêerd jî hewl didan ‘ew rojên xweş ên berê’ bi şûn de bînin. Di bin milîtarîzma dewletê de, li Kurdistanê civaka sivîl hema hema nemabû, û her diçû bêbawerî û tirsê şikil dida têkiliyên civakî yên Kurdan. Ji ber ku yên berê xwedîerd bûn siyaseta çekdarbûnê ya dewletê pejirandin, gundiyan jî -wek stratejiyeke xilasbûnê- da dû wan. Hin gundiyên ku ji bo vê xebatê bi wan re hat axaftin, bi eşkereyî digotin, wan bi dilê xwe rahiştine çekan ku heq ji awayên nû yên reqabetê werin. Li gor lêkolîna me, serkeftina dewletê ya di biçekkirina komên xelkê ji ber van sedeman bû:

  1. Bi saya siyaseta xwe ya milîtarîzekirinê, dewletê li herêmên gundewar bi rêya xurtkirina hesta tirsa civakî di nav gundiyan de tengijînên li ber windabûnê vejand û bi kar anî, di hin rewşan de gundî mecbûr kirin bi dewletê re tevkarî bikin.
  2. Rejimê toreke berfireh a dafa saziyên ewlehî û leşkeriyê danî; bi binkeyên xwe ketin gund û bajaran û her yek li Kurdistanê xwedî hedefên xwe yî firehkariyê bû. Bi rêya binkeyên xwe, her tim çavdêriya jiyana rojane ya Kurdan kirin, bi rêya palderên aborî û derfetên kar, mirovên bêkar û ciwan ber bi xwe ve kişandin. Ji aliyekî ve jî, Kurdên ku red dikirin bi dewletê re bixebitin jî wê gavê ciza dikirin. Di nav şertên wiha yên ewlehiyê de, wek li hemû rejimên totalîter, her redkirinek wê wek tevkariya bi neyaran re bihata pejirandin.
  3. Şertên taybet ên Kurdistana Iraqê -ku mixalefeta Kurdên Rojhilat lê bûn- çalakiyên siyasî û leşkerî yên tevgera Kurd notralîze kir; vê jî xelkê gundewar demoralîze kir û îradeya wan berxwedanê şikand.
  4. Di heman demê de, ji ber siyaseta nerm a welatên Rojavayî ya ligel KÎÎ, mixalefeta siyasî ji elaqeya raya giştî bêpar mabû.
  5. Ya girîngtirîn, gundiyên ku bûbûn qurbaniyên pêşî yên geşedana li Kurdistanê, gelek caran mecbûr man beşdarî hêzên dewletê bibin wek tekane çareserî ku bikaribin heq ji feqiriya perîşan werin. Digel ku jimarên fermî ne pêbawer in jî, Tablo 3-5 dikare siyaseta KÎÎyê ya bêparhiştina ji geşbûnê ya li Kurdistanê ronî bike (bi taybetî dema bi dawiya mayî ya Îranê re tê berawirdkirin).

Bêguman miameleya KÎÎ ya bi Kurdan re miameleyeke mêtinger e. Di berhema xwe ya sala 2012yan a bi navê “Pênase Bike û bi Rê ve Bibe: Xwecih wek Nasnameya Siyasi” de (Define and Rule: Native as Political Identity) Mahmod Mamdanî jî dikeve nav hewldanên çandî û întelektuelî ku dişibin ên mêtingeran da ku şideta mêtingeran rewa bike û rê veke li ber dabeşbûnên civakî. Desthilata mêtinger civatan ji nû ve pênase dike ku parçebûna yên mêtinkirî wek realiteyeke civakî nîşan bide. Mamdanî Afrîkayê wek mînak digre ku, wek mestere, ‘nijad û cudatiyên nijadî’ wek kategoriyeke ‘ne-xwecih’, wek dijbera ‘eşîr’ û ‘xwecih’an tê bikaranîn. KÎÎ jî ji bo krîmînalîzekirina her nîqaşa derbarê siyaseta Kurdî de,

 

Tablo 4: Rêjeya bêkariyê li pênc bajarên parêzgeha Azirbêcana Rojava

Bajar Jimarên dewletê yên bêkariyê: (%) Texmîna rayedarên parêzgehê: (%) Şîrove
Pîranşar 14.3 35.2 Ji Midiriyeta Plan û Bidçeyê ya Azirbêcana Rojava
Serdeşt 25.3
Mahabad 12.2 30 Ji malpêra fermî ya Parlm.ê Mahabadê48
Bukan 12.0 21 Ji malpêra fermî ya wîlayeta Bukanê
49
Ûşnavîye 15.4 Nayê zanîn

 

Tablo 5. Îndeksa geşedana mirovî (îgm) li parêzgehên Kurd (ji nav 30 parêzgehên li Îranê)

Parêzgeh perwerde îndeks DN

îndeks

Tenduristî

Îndeks

Îgm Rêza ji nav 30î
Azirbêcana Rojava 0/735 0/440 0/727 0/634 29
Kurdistan 0/740 0/427 0/730 0/632 30
Kîrmanşan 0/775 0/494 0/725 0/664 23
Îlam 0/830 0/572 0/750 0/717 15

DN: Dahata Niştîmanî.

siyaseta xwe ya binavkirinê bi heman awayî didomîne. Dewlet bi hin awayan behskirina zimanên ne-Farisî popularîze dike û wan wek zarava (lahjeh) an varyasyon (guyeş) polîn dike ku wan wek zaravayên zimanê xwe yî fermî bide nasandin.

Biewlehîkirina perwerdehiyê

Li Kurdistanê, perwerdehî, saziyên perwerdehiyê û dibistan bûne qadên leşkerî. Amrazên dewletê yên ewlehiyê her dem li her derê ne. Ji dibistana navîn heta dawiya xwendina bilind xwendekaran dişopînin. Gelek caran, tevkariya bi dewletê re wek rêya ewletirîn xuya dike di perwerdehî û dû re di karpeydakirina li saziyên dewletê de xuya dike. Binavkirinên wek caşê qelemê di Kurdî de yek ji gotinên nû yên naskirî ne. Caşê qelemê nemaze ji bo ‘zanyarên zanistên civakî’ yên wek Îhsan Hoşmend (2004) û Îrfan Qaneyî Fard (2009) ku hewl didin realiteya Kurdan bidin ber pirsan, tê emilandin. Bi gelemperî, caşê qelemê hemû akademisyen, mamoste û xwendekarên zanîngehê ku wek misyonerên întelektuel bi dewletê re hevkarî dikin, bi nav dike. Hevkariya întelektuel dikare bi çendîn awayan be: ji axaftin an nivîsîna di lehê dewletê de bigre heta cîgirtina di projeyên ku dewlet fînanse dike an ji aliyê saziyên ewlehiyê an leşkeriyê tên birêvebirin.

Ya din, dewlet, ji bo bikaribe Kurdên perwerdekirî têxe nav hevkariya bi amrazên xwe yî ewlehiyê re, îstihdamê wek qeraseyekê diemilîne. Ger hevkarî neyê pejirandin wê gavê bi jikaravêtinê tên cizakirin. Ligel stratejiyên hatin qalkirin, rejima dewletê ya tirsdar a nezaretê berxwedana kolektîf têra xwe têk bir. Atmosfera giştî ya tirs û terora berdewam -taybetmendiyeke giştî ya jiyana di bin desthilata dewletên totalîter de- encama xwe talî gurtir kir: durûtî. Hin agahdêrên me wek teb’ hevkariya xwe ya bi dewletê re bi mantixeke berjewendîparêz rewa dikirin: ‘ger ez vî karî nekim, yekî/a din wê -bi niyeteke xirab- bike.’

Çend saziyên taybet ên ewlehiyê hene ku ligel beşa perwerdehiyê karê xwe dimeşînin. Peywira wan diguhere, wek çavdêrkirina meylên siyasî û dînî yên xwendekar û mamosteyan, tevger, nivîs û axaftinên wan, lixwekirina wan, têkilî û fealiyetên wan î li ser medyaya civakî, hwd. Ji dibistana navîn ve dewlet profîla xwendekaran derdixe û li gor vê dewlet diyar dike ka kîjan xwendekar divê destûr bê dayin perwerdehiya bilind bike an dû re di saziyên dewletê de bixebite. Wek ku akademisyenekî Kurd ji me re digot, ‘paşxaneya xwendekaran tenê jî her tim ne tekane pîvana tesdîqkirina dewletê ye’. Buroya Tesdîqkirinê (Gozîneş) -yek ji çar beşên ewlehiyê yên di nav beşa perwerdehiyê de ne- li paşxaneya merivên dûr û nêzîk jî dikole ku diyar bikin ka ji bo perwerdehiya bilind an îstihdamê bên hilbijartin an na.

Nezaretkirina rejimê li hemû dibistan û zanîngehan bi rêya peywirdarên cuda yên wek Komeleya Xwendekarên Îslamî (Anjuman-e Islami-ye dane şamûzan/daneşjoyan) û Seferberkirina Xwendekarên Îslamî (Basic-e Islamî-ye Daneşamûzî) pêk tê. Seferberkirina Xwendekarên Îslamî şaxeke YSGÎyê ye. YSGÎ hêzeke paramilîter a milîsên dildar e û yek ji pênc hêzên YMŞÎyê ye, ku di 1980 de ji aliyê Ayetulah Xumeynî hat damezrandin. Ji bo temama Îraniyan organîze bike û tevlî Şerê Îran-Iraqê bike hatiye damezrandin (Golkar 2015). Demeke kurt piştî damezrandina wê, YMŞÎ li seranserî Îranê bin-şax vekirin. Nemaze Tevlêkirina Kurdan nav YMŞÎyê pir girîng bû loma -ligel saziyên din ên leşkerî û ewlehiyê- ciwan, xwendekarên biçûktir teşwîq dikirin ku têkevin nav şaxên YMŞÎyê yên herêmî. Dû re, bi îstihdam, xwendina bilind, betlane, terfîkirin û kurtkirina xizmeta leşkeriyê ya mecbûrî dihatin xelatkirin.

Fariskirina Milîtarîstîk

Kurdî û zimanên civatên din î bindest bûye mijara înkarkirina ji aliyê rejimê û piraniya rewşenbîrên Faris.[25] Akademisyenên Faris ên neteweperwer dibêjin naskirina zimanên ne-Farisî wê rê li ber parçebûna Îranê veke. Ji me re tê gotin ku naskirineke wiha wek ‘derxistina çavan e ji bo xweşkirina birûyên yekî/ê’.[26] Ligel nasandina zimanên ne-Farisî ya piştî makezagona 1979an, ligel van zimanan miameleya tehdîdên bo parçebûna Îranê û bo zimanê civata serwer hat kirin.[27] Di Hezîrana 2019an de, dewletê siyaseteke nû pejirand ku li gor vê zarokên pêş-dibistanê yên ne-Faris ji ber ku Farisî baş nizanin wek xwendekarên xwedî ‘hewcedariya taybet’ tên daxkirin.[28] Ji aliyekî ve, ev siyaseta nû ya mêtinger ku aşnayîbûna (proficiency) zimên biyolojîze dike, dengvedanek wê ya xurt a nijadî heye. Lê, bi bêdengiya hevpar û qestî, civata serwer û bijarteyên wê ev siyaseta nû pesend kirin.

Civata serwer hay ji vê rastiyê heye ku heta ku zimanê wê wekî zimanê fermî yê welêt bimîne, ew ê bike ku pozisyona vê civatê ya li jorî sîstema hîyerarşîk a niha berdewam be. Wek Ashcroft û yên din dibêjin, “ziman dibe amrazek ku bi saya wê binyada hîyerarşîk a desthilatdariyê didome, û têgehên ‘heqîqet’, ‘nîzam’, û ‘realîte’yê tên rûniştandin” (1989, 7). Çil sal piştî pesendkirina makezagonê, dewlet û rewşenbîrên Faris hê jî qala aloziyên teknîk dikin wek sedema nefêrkirina zimanên din li dibistanan. Helbet, sedemên wiha, bi qewlê fîlozofê Kanadayî Charles Taylor tenê ‘hencetên teknolojîk ên şovenîzmê ne ku xwe bi eşkereyî nade xuyakirin’(Taylor 1999, 222).

Li gor ajansa dewletê ya nûçeyan ISNAyê, hin rewşenbîrên Faris bi eşkereyî îlan dikin ku ‘fêrkirina zimanên ne-Farisî… zirarê dide yekitiya neteweyê. Bi fikar in ku tetbîqkirina madeya 115an[29] bikaribe xisarê bide Îranê û statuya wê lawaz bike.’[30] Rewşenbîrên Faris -arastebûna wan a îdeolojîk û welatê ku lê dijîn her çi be- derbarê statuya zimanê Farisî û têkiliya wê ya bi ‘nasnameya Îranî’ re xwedî heman tatêlê ne (bnr. Yarshater 1993). Ji riwangeya civata serwer, yekkirina Farisî bi zimanên din re an qalkirina Farisî wek zimanekî ji nav gelek zimanên li Îranê helwesteke cudakar e. Loma, rewşenbîrên Faris israr dikin zimanê wan zimanê neteweyî be. Nivîskarê Faris Elaheh-ye Bughrat hişyar dike ku tenê xayin ‘hewl didin etnîsîteyekê ji bo Farisî, zimanê hevpar ê hemû Îraniyan’ saz bikin’.[31] Yanê tiştekî wek etnîsîteya Faris tuneye.[32] Ji nedîtî ve tên ku, bi gotinên alimê Faris Boroujerdî, ‘hegemonya’ya zimanê Farisî, ji destekkirina neteweperweriyeke merezî wêdetir, bi saya seferberiya bi sponsoriya coşdar a dewletê pêk hat’ (2007, 50).

Siyaseta dewletê li ser riwangeyên wiha cihêkar ava bûye. Ji ber vê yekê, sîstema siyasî di makezagonê de civatên ne-Faris û ne-Şiî li derve dihêle.[33] Wek Mehrzad Boroujerdi bi zîrekî diyar dike, bijarteyên Faris ‘parastina zimanê Farisî, “zimanê hevpar” (lingua franca), wek die elixir (îksîr) ku wê xilasiya nasnameya Îranî xerantî bike,’ pênase dikin (2007, 43). Wek mînak, Profesor Mihemed Riza Şafiei Kadkanî ji Zanîngeha Tehranê. Di serê meha Tîrmeha 2018an de, Kadkani, her nîqaşeke derbarê mafên zimanên ne-Farisî de wek delîla komployeke biyanî, bi taybetî ya Brîtanyayê teswîr kir.[34] Sîstema niha, wek a Pehlewî, ne tenê bi saya emilandina hêzê û desthilata aborî li ser pêya ye. Ew bi nerîta rewşenbiriyê ya sedsalekê ku ‘dewletê wek tekane pêşeng û aktorê guherînê’ dibîne, tê destekkirin û li ser pê tê hiştin (Cronin 2003, 3). Gotara serdest a Farishez arezûyên ne-Farisan wek gumanbar an wek nîşaneyên kişkişkirin û têkilbûna biyanî pênase dikin. Ji ber vê jî, helwesta rewşenbîrên Faris ligel ‘arezûyên Kurdan’ ji ya dewletê zêde ne cuda ye.

Şiîkirina qada Kurdan

Dewleta Îslamî ji rejîma Pehlewî cuda ku li Kurdistanê hegemonyayeke hişk a siyasî û leşkerî dimeşand, dest bi avakirina saziyên nîv-dînî kir da ku profîla Sunî ya herêmên Kurdan biguherîne û çavên wan li ser perwerdehî, sazî, pratîk û rîtuelên Kurdan yên dînî be. Siyaseta dewletê ya li Kurdistanê li ser du hedefên sereke ye: ya yekem ew e ku sîstemeke piştgirî, veguherîn û standardîzasyona hînkirinê ava bike da ku navendên otonom ên perwerdehiya dînî ya Kurdan ji bin ve qut bike. Ligel vê, wek ku Melayekî Kurd ji me re digot, dewlet perwerdehiya Sunî nû kir ‘da ku qadên ku zimanên ne-Farisî xwedî dike ji holê rake’. Heta li Belûcistana Sunî jî, hînkirina bi zimanê dayikê bûye yek ji erkên saziyên dînî.[35] Ya duyem, bi xurtkirina sîstemek wiha, dewlet perwerdehiya kevneşopî dixe nav qada bin çavdêriya rejima xwe. Bi vî awayî, bi sîstema nû re êdî dewlet bû tekane otorîteya akredîtekirina perwerdehiya dînî ya Kurdên Sunî. Otoriteyeke bi vî rengî dike ku KÎÎ perwerdekar, materyalên perwerdekirinê yên bê dilê wê û tevgerên tehrîbkar ên girêdayî perwerdehiyê veder bike. Avakirina saziyên nû yên dînî yên wek Navenda Mezin a Îslamî (Markaz-e Bozorg-e Islami) saziyeke mêtinger a bêçandkirinê ye ku bi wê dewletê hewl daye perwerdehiya Kurdên Sunî ya dînî tehrîb bike.[36]

Navendên Mezin ên Îslamî bi taybetî li herêmên Sunî hatine damezrandin. Bi gelemperî ji aliyê Şiîyan ve tên birêvebirin.[37] Rêvebirê her navendê ji aliyê nûnerê Serokê Dînî Xamaney ê li parêzgehê tê tayinkirin.[38] Ev navend, peywira wan ew e ku çalakiyên dînî durist bikin, xwendekarên dînî organîze bikin û derece bide wan, icazetên dînî bide û bexşên dîndaran îdare bikin. Alimên Kurd ên Sunî bi nêzîkatiya xwe ya bo van navendan hin teşwîqan distînin. Wek mînak, dibe ku ji xizmeta mecbûrî ya leşkeriyê miaf bên hiştin. Di warê mûçeyê de, li gor agahdêrên me,  Melayên Kurd mehane di bin 50 Dolarî re distînin.

Di teoriyê de, misyona van navendan divê tenê olî bin, lê ji sînorên mîsyona xwe ya îlankirî gelekî wêdetir diçin. Bi tevgerên xwe yên wek dewama amrazên dewletê yên ewlehiyê, nezareta mixalîfên olî û alimên Kurd ên serbixwe dikin, Îmamên Înê ji kar dûr dixin an yên nû tayin dikin û li gor dîrektîfên ewlehiyê yên herêmî bi kampanyayên hilbijartinê re elaqedar dibin. Ji xwe hewce nake bê gotin ku li Rojhilata Navîn dirustkirina Îslamiyeta bi dilê dewletê bûye yek ji armancên stratejîk ên hemû dewletan, çi sekuler be çi dînî be. Teşebisên KÎÎ yên ji bo Îslamiyeteke dewlet-tesdîqkirî, bi herêmê Sunî yên Kurdan sînorkirî nemaye. Dewletê ayetulahên mezin ên Şiî jî -wek Huseyîn Elî Montezarî- kuştine gava ji şîroveya fermî ya Îslamî dûr ketine.

Avakirina saziyên olî yên Şiî li herêmên Sunî yek ji siyasetên berdewam e ji bo ne-Sunîkirina Kurdistanê. Siyaseteke wiha girîngiyeke wê stratejîk heye ji ber ku ji dawiya sedsala nozdemîn ve, alimên Kurd ên oldar sempatiyeke mezin nîşanî berxwedanên Kurdî dane. Ji aliyê dîrokî ve, herêmên Kurd ên Sunî wek binkeyên navendî yên neteweperweriya Kurdî xizmet kirine (Soleimani 2017, 955–7; bnr. Soleimani 2016 jî). Hilatina neteweperweriya Kurdî li herêmên Kurdên Şiî bi nisbet diyardeyeke nû ye, û loma ne-Sunîkirina Kurdistanê armanca sereke ye di Fariskirina Kurdistana mêtingeh de. Bêyî ku guh bide negirîngbûna wan, makezagona KÎÎ bi awayekî xumamî ekolên hiqûqê yên Sunî nas dike lê diyar dike ku Îslama Şiî dînê fermî ye (li gelek ciyan, made 12). Di pratîkê de, ev diyarkirina makezagonî ya derbarê Sunîzmê de ti carî tiştek îfade nekiriye. Tevî vê, bi çendîn şertdanînên din hatiye pûçkirin, yek ji van madeya 74an e ku dibêje ‘ger bi dînê fermî [yanê Şiîtî] re ne li hev be, ti zagon wê dernekeve.[39]

Ji bo belavkirina Şiîtiyê, dewlet her diçe saziyên mezhebguhertinê yên wek huseyniye,[40] hozey-e ‘elmiye[41] (semînerên Şiî) û Heyet-e Mehelî berfirehtir dike. Avakirina huseniyeyan li Kurdistanê diçe heta nîvê salên 1980yî. Cara pêşî di nav firehbûna amrazên dewletê yên îdarekirinê û hewldana wê ya jinûvebicîkirina personelê leşkerî yên ne-Kurd de peyda bûn. Di nav sî salên dawî de, bi henceta bicîkirina personelê leşkerî û ewlehiyê, dewletê li her bajarekî Kurdistanê huseyniye ava kirin. Di heman demê de, qedexe kir ku li herêmên Şiî tenê mizgeftek jî bê lêkirin, wek mînak li Tehranê ku nêzîkî milyonek Sunî lê dijî.[42] Ya din, dewletê, bi rêya çêkirina mekan û abîdeyên dînî, hewl dide hebûna Şiîtiya dewletê ya li Kurdistanê teqdîs bike. Hewldanên wiha bo herêmê anîna ‘Îslama rastîn’ îma dike. Wek mînak, wek li jêr jî hat nîşandan, li hin gundên biçûk ên herêma Hewramanê, dewletê ciyên ‘pîroz’ ên wek abîdeyên şehîdan (Yadman-e Şohada, Wêne 2) an ciyekî pîroz ê Serokê Dînî çêkiriye (qademgeh, bnr. Wêne 3): Tê gotin ku di şerê Îran-Iraqê de Xamaney serdana herêmê kiriye.[43] Bi bere bere dagirkirina dînî ya mekanê re, rejîm armanc dike Kurdên Sunî bêtir asimîle bike. Mixalefeta Kurd-Sunî ya li hemberî van stratejiyên asimîlekirinê, bi giştî bi şideta qebe miamele dibînin.

Rejimê, li Kurdistanê siyaseta demografîk a piralî jî daye meşandin. Bi vê siyasetê, pêşî hin projeyên xanîçêkirinê da destpêkkirin ku ji aliyê stratejîk ve hêzên xwe yên ne-aidî wir, personelên ewlehiyê û rêvebirên ne-ji wir li seranserî herêmê bi cî bike.

Wêne 2. Abîdeya Şehîdan, Dezli/Kurdistan, wêne: Ahmad Mohammadpour
Wêne 3. mînakeke abîdeya ji bo şopa lingên Xamaney hatiye çêkirin.

 

 

 

Dewletê dû re, bi projeyên xwe yên mêtinger ên ji bo nûvebicîkirina leşkerî siyaseteke bêtir sîstematîk a manîpulekirina profîla demografîk a bajar û bajarokên Kurd da meşandin. Bi vî awayî, dewletê stratejeyeke du-çetel da ber xwe: pêşî, projeyên xwe yên çêkirina xaniyên bo leşkeran firehtir kir ku li bajar û bajarokên mezintir bêtir taxan têxin nav xwe. Û bi plana xwe ya duyem, dewletê hewl da li herêmên Sunî-Kurd bi giranî welatiyên Şiî bi cî bike. Plana dawî kir ku demografiya hin bajarên Kurd veguhere û giraniya Şiîyan zêdetir bibe[44]

Encam

Ger stratejiyên KÎÎyê yên Şiîkirinê bên piştguhkirin, temama siyaseta wê ya li hemberî civatên bindest ji ya cîranên wê yên sekuler ne cuda ye. Ya din, siyaseta Şiîkirinê tenê ji hewldanên mezhebî bêtir amraza bingehîn a asimîlekirinê ye. Ji gava ku armanca hedefkirî ya Şiîzmê, wek şêwazeke nasnameyî ku gelheyê homojenîze bike, belav bûye rewş ev e. Li Îrana piştî 1979an, ziman û çand bûne sentezeke berbiçav a Farisîtî û Şiîtiyê. Rewşenbîrên Faris ên sekuler jî girîngiya Şiîzmê ji bo homojenkirina siyaseta Îranê, qebûl kirine (bnr. Amanat 2017).[45] Di dehsalên dawî de, neteweperwerên Faris ji berê bêtir ‘nasnameya Îranî’ ji nû ve formule kirin ku bi vebêjeya Şiî ya rabirdûya Îranê re bêtir mutabiq be (bnr. Amanat 2017). Dema ev rastî bê zanîn ku di dîrokê de herêmên Kurd-Sunî bûne binkeya navendî ya berxwedana Kurdan a siyasî, lawazkirina Sunîtiyê dikare xizmeta ‘yekitiya neteweyî’ bike ligel vebêjeyeke Şiî ya rabirdûya Îranê.

Siyaseta dewletê ya li Kurdistanê dibe ku li ser xeteke rast nemeşiyabe. Lê, ji serê salên 1980yî vir de, dewletê stratejiyeke bi israr a înkar, asimilasyon û çespandina Êdinê xwe yî Kurd pejirandiye. Di pêşnumaya ewil a makezagona piştî 1979an de, mafên çandî û zimanî yên etno-neteweyên bindest hinekî dihat naskirin. Wek ku hat raberkirin, ligel pozisyona biîmtiyaz a Şiîzmê wek dînê dewletê, dînên din jî bi qismî hatin naskirin. Lê ev naskirin ti carî neket pratîkê, ji ber ku wergirtina meqameke gişteyî hewceyî bi îteata him doktrînel him pratîk bo serokatiya Ayetulahê Mezin dike. Ji aliyê teolojîk ve, ji bo Mislimanên ne-Şiî ev heta bêjî problematîk e. Hawirdora siyasî ku pêşnumaya makezagona pêşî dorpêç kiribû, înkara kategorîk a çand û zimanên ne-Farisî bêîmkan dikir. Loma, makezagonê bi awayekî teorîk destûr dida bo fêrkirina zimanên din ligel Farisî. Lê di pratîkê de, ev ti car nehat tetbîqkirin. Ya rast, di 15ê Tîrmeha 2018an de, wezîrê perwerdehiyê yê dewletê, Mohammad Bat-háyi îlan kir ku ‘li hin herêman, zimanên mehelî [yanê yên ne-Farisî] tên hînkirin… Ev bixeter e. Zarok divê tenê bi zimanê fermî yê welêt [ku Farisî ye] bên hînkirin.[46]

Di nav çend salên pêş ên piştî Şoreşê de, hêzên dewletê nikaribûn piraniya herêmên Kurd têxin bin kontrola xwe. Li van herêman, cî tunebû ji mixalefeta siyasî re. Lê şervanên Kurd li herêmên çol çalakiyên xwe yên siyasî û leşkerî didomandin. Heta dawiya Şerê Îran-Iraqê, 1988, Kurd di rewşeke awarte de dijiyan û di navbera hûngira êvarê û berbangê de nikaribûn ji malên xwe derkevin. Dema dewletê dest bi xurtkirina kontrola rejima xwe yî feqdanînê kir jî ev wiha bû. Xwendekarên dibistan û zanîngehê ji ber xwendina pirtûk û materyalên ne bi dilê rejimê dihatin girtin. Mecbûr bûn qaîdeyên hişk ên lixwekirin û exlaqê civakî re riayet  bikin. Li hin wilayetên Kurdistanê, cudabûna him êtnîk him dînî jiyaneke normal hema hema bêîmkan dikir. Agahdêrên me yên bi’emir, gelek caran dihat bîra wan ku di wan demên biêş de ‘tevgereke yekê/î dikaribû wek mixalefeta dînî an siyasî bo dewletê bihata şîrovekirin.’ Di heman dewrê de, dewletê stratejiya milîtarîzekirina Kurdistanê da destpêkkirin, da ku qelşên civakî bikişkişîne û taybetmendiyên wê yên etnolînguîstîk, çandî û dînî ji holê rake.

Dewleta Îslamî, di desthilatdariya xwe de, bi gelek awayan siyaset û polîtikayên mihafezekar û neteweperwer hilberandin. Û hê jî, ligel diruşmên xwe yên dînî gerdûnhez û dij-Rojavayî, pratîkên wê yên siyasî heta bêjî etno-neteweperwer bûne. Siyaseta wê navxweyî kana xwe ji neteweperweriya etnîk-Faris û ya derveyî jî ji ‘menfeatên dewletê’ digre. KÎÎ mînakeke berbiçav a vê rastiyê ye ku fehma Mislimanan a Îslamê, wek hev, ji neteweperweriya modern û arezûya kontrolkirina dewletê bandor girtiye. Di çil salên dawî de, KÎÎ yên ne-Faris kirine bin hikmê xwe û hewl dide bi awayekî sîstematîk nîşaneyên çandî yê ne-Farisî ji holê rake. Pratîk û helwesta wê ya li dijî Êdinê xwe yê etnîk mînakeke klasîk a mêtingeriya navxweyî ye. Û, xwe-referansên KÎÎ, wek ên netewe-dewletên din î sekuler, awayekî taybet ê texeyulkirina neteweyê nîşan dide. Bi gotinên Billig, ‘xwedîbûna nasnameyeke neteweyî, xwedîbûna awayên axaftina derbarê netewetiyê de ye’ (Billig 1995, 8).

KÎÎ hewl da bike ku Kurd ancax bi hevkariya bi dewletê re bikaribe xwe ji aliyê aborî xilas bike. Ew ên jiyaneke wiha red kirine, digel pileyên zanîngehê wergirtine, mecbûr hatine hiştin ku wek kolber (ew ên barê kereseyan li ser pişta xwe di sînor re derbas dikin) kar bikin. Ji ber ku rewş ev e, wek ku li jor jî hat raberkirin, ji 930î bêtir kolber hatine kuştin an birîndarkirin bi derbên yekser ên hêzên dewletê. Ev bi xwe mînakeke helwesta mêtinger a li hemberî gelê Kurd e, ku kuştina wan tê normalîzekirin û bi bêcizabûneke mitleq pêk tê. Ev helwestek e ku kuştina gundiyên Kurd rewa dike, lê ev li bajar û parêzgehên li navenda Îranê jî piranî tê rewakirin. Ya rast, ji medyaya civakî ya Îranê ciyekî çêtir tuneye ku ev bê çavdêrkirin. Ev karê li ser sînoran tê kirin bi ‘cudaxwaziya Kurdan’ ve tê girêdan û bi vî awayî kuştina kolberan tê rewakirin. Helwestên bi vî rengî nîşan dide ku navend berxwedana Kurdan, ji delîla siyaseta dewletê ya vederkirinê bêtir, wek tehdîdekê dibîne. Bi vî awayî, angaştên fermî yên siyaseta Îranê ya derbarê homojeniya çandî û heta ya zimanî ji nû ve tê hilberandin û tesdîqkirin, û van hemû li perawêzê biewlehîkirina jiyanê ya ji aliyê dewletê rewa kirine.

 

 

Spasî

Em minetar in bo Ares Zarei û Arsalan Yarahmadi ku ji bo me agahiyên bêhempa dabîn kirin, û bo Alexander Ganote, Metin Atmaca, Werner Hertzog, Owen R. Miller û   Anthony K. Shin nivîsa me xwendin û nêrînên xwe yî bêhempa pêşkêşî me kirin.

Derbarê nivîskaran de

Kamal Soleimani li ser dîroka Îslamê û Rojhilata Navîn, û siyaseta Rojhilata Navîn dixebite. Soleimani doktoraya xwe (2014) ya di warê Dîroka Îslam û Rojhilata Navîn de ji Zanîngeha Colombiayê ya li New Yorkê wergirtiye, û li çendîn zanîngehên seranserî dinyayê ders daye. Soleimani nivîskarê çendîn meqaleyên akademîk e ku di kovarên sereke yên akademîk ên wek The British Journal of Sociology, Ethnicities, Middle Eastern Studies û The Muslim World de hatine weşandin. Xebatên Soleimani bo Kurdî (Kurmancî û Soranî), Farisî û Tirkî hatine wergerandin. Di kitêba xwe ya bi navê  Islam and Competing Nationalisms in the Middle East de (Palgrave, 2016), Soleimani li ser rola pir girîng û nêzîk ku Îslamê di peydabûna netewe-dewletê de lîstiye hûr dibe û epîstemolojiyên bingehîn ên netewe-dewletê dide ber pirsan. Têkelbûn û têvlihevbûna neteweperwerî û hizra dînî ku di dîroka modern a Rojhilata Navîn de lîstiye raber dike.

Ahmad Mohammadpour sosyo-antropolog e. Doktoraya xwe ya sosyolojiyê ji Zanîngeha Şîrazê wergirtiye. Li Zanîngeha Massachusetts-Amherstê jî, ku lê dersên li ser neteweperwerî û pevçûnên etno-dînî yên li Rojhilata Navîn a Hemdem dide, di antropolojiyê de namzedê doktorayê ye. Mohammadpour heşt monograf û (hev)nivîskariya zêdeyî 50 meqaleyên akademîk ên bi Îngilîzî, Kurdî û Farisî kiriye. Xebatên wî yên li ser Kurdistanê, li Îranê ji bo lêkolînên etnografîk û yên li ser bingeheke xurt a teorîk wek model tên pejirandin. Berhemên Mohammadpour di çendîn kovarên bi hakem ên wek the British Journal of Sociology, Ethnicities, Quality & Quantity: International Journal of Methodology, the British Journal of Middle Eastern Studies û the International Journal of Qualitative Studies on Health and Well-being de hatine weşandin.

Çavkanî

Annual Report of the UN for Human Right. Human Rights Council Thirty- seventh session 26 Sibat – 23 Adar  2018  Agenda item 2 Annual report of the United Nations High Commissioner for Human Rights and reports of the Office of the High Commissioner and the Secretary-General, 2018.

Abrahamian, Ervand. Modern History of Iran. Cambridge: Cambridge University Press, 2008.

Amanat, Abbas. Apocalyptic Islam and Iranian Shi‘ism. London: I.B. Tauris, 2009.

Amanat, Abbas. Iran: A Modern History. New Haven, CT: yale University Press, 2017.

Ashcroft, Bill, Gareth Griffiths, and Helen Tiffin. The Empire Writes Back: Theory and Practice in Post- colonial Literatures. 1st ed. London; New york: Routledge, 1989.

Khomeini, Ayatollah. Sahifay-e Nur: Majmuay-e Rahnumudhay-e Imam Khomeini/Teh-hiy-e va Jam‘ av- ariy-e Markaz-e Madarek-e Farhangiy-e Inghlab-e Islami, Jald-e 12. Tehran: vazarat-e Irashad-e Islami, 1985, 1364.

Bakhshandeh, Ehsan. Occidentalism in Iran: Representations of the West in the Iranian Media. London: I.B. Tauris, 2015.

Billig, Michael. Banal Nationalism. London and Thousand Oaks, CA: Sage, 1995.

Boroujerdi, Mehrzad. “Iranian Islam and the Faustian Bargain of Western Modernity.” Journal of Peace Research 34, no. 1 (1997): 1–5. doi:10.1177/0022343397034001001.

Boroujerdi, Mehrzad. “Contesting Nationalist Constructions of Iranian Identity.” Critique: Critical Middle Eastern Studies 7, no. 12 (2007): 43–55. doi:10.1080/10669929808720120.

Cabi, Marouf.  “Marginalisation of Kurdish History,” M. Litt. Thesis, University of St Andrews 2015. Unpublished MA thesis.

Cohn, Bernard S. Colonialism and Its Forms of Knowledge: The British in India. Princeton, N.J.: Princeton University Press, 1996.

Cronin, Stephanie. The Making of Modern Iran: State and Society under Reza Shah 1921–1941. London: Routledge Curzon, 2003.

Dabashi, Hamid. “Banality of the Burden.” 2007. http://weekly.ahram.org.eg/archive/2007/866/focus. htm. Dîtina dawîn:  on 16 May 2018.

Dabashi, Hamid. Iran: A People Interrupted. New york, Ny: The New Press, 2008.

Denzin, Norman. Interpretive Biography. Newbury Park, CA: Sage, 1989.

Denzin, Norman. Qualitative Inquiry under Fire. Abington: Routledge, 2009.

Devji, Faisal. Muslim Zion: Pakistan as a Political Idea. Cambridge: Harvard University Press, 2013.

Hoshmand, Ehsan.“Kurd or Kurds; an Entry to Sociology of Kurds.” Sociology Portal 40, (2004). Ketina malperê: Hezîran 13, 2019. http://archive.fo/NHh1V.

Elling, R. Christian. Minorities in Iran: Nationalism and Ethnicity after Khomeini. New york: Palgrave, 2013.

Fazeli, N. “Politics of Culture in Iran Anthropology, Politics and Society in the Twentieth Century. New york:Routledge, 2006.

Friedland, R. “Religious Nationalism and the Problem of Collective Representation.” Annual Review of Sociology 27, no. 1 (2001): 125–152. http://www.jstor.org/stable/2678617. doi:10.1146/annurev. soc.27.1.125.

Ghanei Fard, Erfan. Sixty Years of Life and Memory of Jalal Talabani. Tehran: Nashr-e ‘Elm, 2009.

Golkar, Saeid. Captive Society: The Basij Militia and Social Control. New york: Cambridge University Press, 2015.

Juergensmeyer, Mark. Terror in the Mind of God: The Global Rise of Religious Violence, 4th ed. Oakland: University of California Press, 2017.

Kurzman, Charles. The Unthinkable Revolution in Iran. Cambridge, MA: Harvard University Press, 2004.

Mamdani, Mahmud. Define and Rule: Native as Political Identity. Cambridge, MA: Harvard University

Press, 2012.

Marashi, Afshin. Nationalizing Iran: Culture, Power, and the State. Seattle and London: The University of Washington Press, 2008.

Matin, Kamran. “Deciphering the Modern Janus: Societal Multiplicity and Nation-Formation.”

Globalizations (2019): 1. doi:10.1080/14747731.2019.1673615.

Matin-Asgari, Afshin. Both Eastern and Western: An Intellectual History of Iranian Modernity. Cambridge: Cambridge University Press, 2018.

Mignolo, Walter, and Catherine E. Walsh. On Decoloniality: Concepts, Analytics, Praxis. Durham: Duke University Press, 2018.

Mirsepassi, Ali. Transnationalism in Iranian Political Thought: The Life and Times of Ahmad Fardid. Cambridge: Cambridge University Press, 2018.

Mohammadpour, A., and Kamal Soleimani. “Interrogating the Tribal: The Aporia of ‘Tribalism’ in the Sociological Study of the Middle East.” British Journal of Sociology (2019). Ketina malperê:  Adar  20, 2019. doi:10.1111/1468-4446.12656.

Rieffer, B.-A. J.“Religion and Nationalism: Understanding the Consequences of a Complex Relationship.”

Ethnicities 3, no. 2 (2003): 215–242. doi:10.1177/1468796803003002003.

Saleh, Alam. Ethnic Identity and the State in Iran. New york: Palgrave Macmillan, 2013.

Soleimani, Kamal. Islam and Competing Nationalisms in the Middle East, 1876-1926. New york: Palgrave, 2016.

Soleimani, Kamal. “Kurdish Image in Statist Historiography: The Case of Simko.” Middle Eastern Studies

53, no. 6 (2017): 949–965. doi:10.1080/00263206.2017.1341409.

Soleimani, Kamal.“Modern Islamic Political Thought,‘Islamism’ and Nationalism.” Journal of Humanities and Cultural Studies R&D 2, no. 1 (2017): 1–16.

Soleimani, K., and Ahmad Mohammadpour. “Can non-Persians Speak? the Sovereign’s Narration of ‘Iranian Identity.” Ethnicities 19, no. 5 (2019): 925–947. doi:10.1177/1468796819853059.

Sturm, Circe. “Reflections on the Anthropology of Sovereignty and Settler Colonialism: Lessons from Native North America.” Cultural Anthropology 32, no. 3 (2017): 340–348. doi:10.14506/ca32.3.03.

Taylor, Charles. “Nationalism and Modernity.” In Theorizing Nationalism, edited by Ronald Beiner, viii, 338 p. Albany, Ny: State University of New york Press, 1999.

van der Veer, Peter. Religious Nationalism: Hindus and Muslims in India. California: University of California Press, 1994.

Vaziri, M. Iran as Imagined Nation: The Construction of National Identity. New york: Paragon House, 1993.

Vejdani, Farzin. Making History in Iran: Education, Nationalism, and Print Culture. Stanford, CA: Stanford University Press, 2015.

yarshater, Ehsan.“Persian Identity in Historical Perspective.” Iranian Studies 26, no. 1-2 (1993): 141–142. doi:10.1080/00210869308701791.

Zanganeh, Mehdi. “The Evaluation and Analysis of Human Development Indices in Urban Regions of Iran.” Journal of Geography and Development of Urban Space no. 4 (2016): 1.

Zia-Ebrahimi, Reza. The Emergence of Iranian Nationalism: Race and the Politics of Dislocation. New york, Ny: Columbia University Press, 2016.

Zubrzycki, Geneviève. National Matters: Materiality, Culture, and Nationalism. Stanford: Stanford University Press, 2016.

[1] http://rouhani.ir/event.php?event_id=63. Ketina malperê: 16 Tîrmeh 2018.

[2] http://rouhani.ir/event.php?event_id=63. Ketin malperê: 16 Tîrmeh 2018.

[3] https://undocs.org/pdf?symbol=en/A/74/188

[4] Bnr. Billig (1995) û Matin (2019).

[5] Ji bo bêtir agahîyên derbarê neteweperweriya dînî de bnr. Peter van der Veer (1994); Roger Friedland (2001); Barbara-Ann Rieffer (2003); Genevieve Zubrzycki (2016); Kamal Soleimani (2016), û Mark Juergensmeyer (2017).

[6] Navê Sûreya 48emîn a Qur’anê el- Feth e, ku dagirkirina Mekeyê ya di 629an de bipeywend dike. Ayeta yekem a vê Sûreyê wiha dibêje, ‘Bi rastî, me fethek paqij da we [Ey Mihemed]’ (Qur’an, 48: 1).

[7] Caş ji aliyê etîmolojîk ve tê maneya ker an qantirê. Ji Şerê Cîhanê yê II vir de Kurd bi vê navlêkê Kurdên hevkariya dewletê dikin, bi nav dikin. Di vê peywendê de ctê maneya qantirê ji ber ku qantir ji hespa mê û kerekî [kerê boz] çêdibe. Navekî wiha bêsadaqatiyê îma dike ji ber ku hespa mê ji kerekî hatiye falê, yanê wê kerek di ser hespê re girtiye. Di çanda Kurdan de, hespeke nêr xweşikbûn, asîbûnê û esaletê, gişan bi hev re sembolîze dike. Lê, ker jî gêjîtiyê, îteatkariyê û nexweşikiyê sembolîze dike. Lê hesp ji bo qantirek jê çêbibe, divê ji kerê bê falê. Ji riwangeya bi mantixeke wiha, berhemeke bi vî awayî nikare xwedî fezîlet be.

[8] http://archive.fo/pLzJ2. Ketin malperê: 10 Adar 2019.

[9] Bnr., http://archive.fo/IQmCh. Dîtina dawîn: 12 Tîrmeh 2019.

[10] Bnr., http://archive.fo/IQmCh. Dîtina dawîn:  12 Tîrmeh 2019.

[11] Fitna têgeheke Qur’anê ye, ku ‘ji kuştina mirovekî gelekî xirabtir e’ (2: 191).

[12] Ji bo nêrînên Bollinger: http://www.columbia.edu/cu/news/07/09/lcbopeningremarks.html. Ketina malperê:  16 Gulan 2018.

[13] http://weekly.ahram.org.eg/archive/2007/866/focus.htm. Ketina malperê:  16 Gulan 2018.

[14] B.n.b.

[15] http://archive.fo/0uEgE. Dîtina dawîn:  14 Tîrmeh 2019.

[16] https://www.radiozamaneh.com/94492. Dîtina dawîn:  14 Tîrmeh 2019.

[17] Pêveka Rapora Komalayê, 13 Mijdar 1979.

[18] http://www.bbc.com/persian/iran/2013/09/130912_25_anniversary_kurds_executed_nm. Ketina malperê:  1 Tîrmeh 2018.

[19] Civatên li rojhilat û bakurrojhilata Îranê niştecih in.

[20] http://www.imam-khomeini.ir/fa/c207_51244/. Ketina malperê:  4 Tîrmeh 2018.

[21] Tablo tezada xurt a di navbera statîstîkên navendê û yên rêvebiriyên parêzgehan li ber çavan radixe.

[22] https://www.tasnimnews.com/fa/news/1397/05/16/1796165/. Ketina malperê: 31 Adar 2019.

[23] http://kordestan.isna.ir/Default.aspx?NSID=5&SSLID=46&NID=23756. Ketina malperê: 31 Adar 2019.

[24] http://nullwww.magiran.com/npview.asp?ID=3589382. Ketina malperê:  31 Adar 2019.

[25] Bnr. gelek meqaleyên elaqedar li ser Parsi Anjuman yên akademisyenên Faris: https://parsianjoman. org/. Dîtina dawîn:  10 Adar 2019.

[26] Bnr. b.n.b.

[27] https://www.isna.ir/news/. Dîtina dawîn:  9 Tîrmeh 2018.

[28] http://archive.fo/x4eZn. Ketina malperê:  6 Hezîran 2018.

[29] Madeya 115mîn ya makezagonê: https://www.legal-tools.org/doc/4205c7/pdf/. Ketina malperê:  9 Tîrmeh 2018.

[30] https://www.isna.ir/news/92112215541. Ketina malperê:  9 Tîrmeh 2018.

[31] https://kayhan.london/fa/1397/04/09/. Ketina malperê:  9 Tîrmeh 2018 (dupat hatiye zêdekirin).

[32] B.n.b.

[33] Bnr. http://archive.fo/AryZm. Dîtina dawîn:  2 Cotmeh  2018.

[34] https://iranintl.com/. Ketina malperê:  9 Tîrmeh 2018.

[35] http://archive.fo/Tm8j9. Ketina malperê:  3 Tîrmeh 2019.

[36] Bnr. nîşeya 29.

[37] Piştî ku Xatemî di 1997an de hat hilbijartin, dewletê li bajarên Kurdan oldarên Kurd ên nêz-dewlet tayin kirin.

[38] http://kurdistan.isna.ir/default.aspx?NSID=5&SSLID=46&NID=26582. Dîtina dawîn:  2 Cotmeh  2018.

[39] https://dlp.msrt.ir/file/download/regulation/1497687031-.pdf. Dîtina dawîn:  4 Kanun 2018.

[40] Bnr. http://old.ido.ir//n.aspx?n=13910209014. Ketina malperê:  16 Tîrmeh 2018.

[41] http://kurd.ismc.ir/. Ketina malperê:  16 Tîrmeh 2018.

[42] 49 http://archive.fo/Hnp8H. Ketina malperê:  29 Mijdar 2018.

[43] http://www.digarban.com/node/7230.html. Ketina malperê:  29 Mijdar 2018.

[44] Ev xwe dispêre xebata qadê ku Ahmad Mohammadpour di havîna 2006an de kiriye.

[45] Bnr. axaftina Afshin Asgari: https://www.youtube.com/watch?v=7hiAflZOjrI. Dîtina dawîn:  4 Cotmeh  2018.

[46] https://www.farsnews.com/amp/13970423000749. Ketina malperê:  16 Tîrmeh 2018.

Share.

Leave A Reply