Hevpeyvîn Ligel Hunermend Seyidxan Sevînç: 

Kürdüm, “Kötüyüm’’, Tourretteliyim!

Haymatlos Suad

Ez û Seyîdxan berî niha 5 salan bi tesadufî li kolanekê rastî hev hatin, û jê pê ve têkiliya me bênavber dewam kir. Di vê demê de ez bûm şahidê xebat û lêgerînên wî yên tîtiz ên li ser mûzîkê û her wiha kelecana amadekariya albûma wî ya yekem. Li hêla din min bi naskirina Seyîdxan  sendroma touretteyê (tûret) jî nas kir û mixabin ez bûm şahidê zext û zordariyên ku Seyidxan ji ber sendroma xwe pê rû bi rû dibin. Ligel vê ez şahidê rê û rêbazên xweparastina wî yên li hember civaka êrîşkar im. Û ez angaşt û polîtikayên wî yên hilweşîner û radîkal ku li dijî êrîş û zordestiyên civakê derpêş dike jî bi baldarî dişopînim. Bi ya

min awaz, qêrîn û libata Seyîdxan hevdu temam dikin û rê li ber hunereke felsefîk vedikin. Di 5 salên borî de helbet gelek tişt guherîn lê awaz û sewta Seyidxan qet nesêwirî; ew her tim bi her awayî bi deng û sewt e. Ez bawer im awaz û dengên hebûnî yên Seyidxan Sevînç li gerdûnê wê cihê xwe bibînin. 

Em bi Seyidxan Sevînç re li ser muzikê, li ser albûma wî û li ser sendroma tourretê peyivîn. Kerem bikin. 

Haymatlos Suad: Berî ku albuma te derkeve, te bi giranî bi tirkî muzîk îcra dikir. Lê paşê tu bi temamî vegeriya kurdî û te albuma xwe ya yekem bi kurdî belav kir. Te çima û çawa biryarek wiha girt gelo?

Seyidxan Sevînç: Gava min dinyayê re têkiliya zimanî danî ez 2 salî bûm û min negotibû “anne” min gotibû “dadê” lê paşê ew dadê ji min re bû kuleke kûr, 6 saliya min de sendromek xerîb û “ecêb” li min peyda bû. Min bê hemdê xwe serê xwe û destên xwe dihejandin, bêhemd diqêriyam û dengên ‘’bêwate’’ derdixistin. Navê sendromê Tourette bû. Nav jî  naverok jî xerîb… Malbata min dixwest ez jiyanek ji rêzê bijîm û bibim xwedî meaş! Lê wan jî nedizanî wê çi bûyerên nebaş werin serê min û bixwazim jî ez ê nikaribim jiyaneke

ji rêzê bijîm. Pişti mezin bûm û têkiliya min a bi civakê re zêde bû, min dît ku ez nava şerekî de me. Ez tenê me lê dijmin hemû dinya ye. Min ji muzîkê hez dikir lê min wek hobiyekê bi kar dianî. Piştî demekê dirêj min ferq kir ku divê ez vê hobiyê êdî wekî kar û emelek îcra bikim û ji xwe re bikim amûreke şer. Şerê min û hemî dinyayê. Ez li Eskişehirê xwendevan bûm û min li cafe û baran stranên xwe digotin. Li Eskîşehîrê qada muzîka kurdî pirr teng bû min jî ji bo debara xwe bikim mecbûrî  stranên tirkî digotin. Lê ji bo min tiştekî pir girîng hebû ku ew jî kurdbûna min bû. Yanê, ez li wir du kesên xerîb bûm; yek Seyidxanê xwedî sendrom yek jî Seyidxanê kurd. Her du nasname jî ê din  û xerîb bûn. Ew stranên min dixwendin ne aîdê Seyidxanê kurd bû ne jî yên Seyidxanê xwedî sendrom bû. Ez jî ne aîdê wî zimanî û çandê bûm. Ji ber ku pirsgirêka min bir herdu nasnameyan ve girêdayî bû. Heta merhaleyekê him ji bo  xwe bidim naskirin him jî bo debara xwe min bi tirkî digot. Li aliyê din jî ji ber sendroma xwe bi civakê re pirsigirêk dijiyam û ji bo xweîfadekirinê ez mecbûrî tirkî dimam. Lê gava wexta wê hat, min go bes êdî ezê bi zimanê xwe, bi zimanê “dadê’’ ez ê bistrim û biafirînim. Yanê temamî ji mecbûrî min bi tirkî digot. Lê tu caran min xwe û hestên xwe aîdê wî zimanî nedidît; min digot ez ê rojekê helbet vegerim xwe û dayika xwe; wê dayika ku tenê bi kurdî dizane.

H. Suad: Te behsa şerê xwe û hemû dinyayê kir. Qesta te ji vê şerê çi ye? Ev şer şerekî çawa ye?

S. Sevînç: Şerê ez behsa wê dikim, şerê xwedîsendroman û kesên bêsendrom in. Ne şerê sax û nexweşan; şerê xwedîsendroman û bêsendroman… Ji xwe şer jî li ser binavkirinê dest pê dike. Ez dibêjim ez Seyidxanê xwedîdeng im. Ez neyarê bêdengiyê me. Bêdengî û Seyidxan dijmin in. Ev dijmintî ne min daniye, civakê daniye. Ji ber ku sendroma Touretteê bi min re heye ez bêhemdî serê xwe dihejînim û bi dengekî bilind dibêjim “haaah” û laşê xwe her û her dilepitînim. Ev tevger taybetmendiyên sendroma min in. Gava ev sendrom li min peyda bû, ne di malbata min de, ne  di taxa me de û ne jî li bajêr tu kesên wek min tunebûn. Ez tikûtenê bûm. Hemû kes wekî hev bûn, tenê ez cuda bûm û ev barekî giran bû ji bo min. Ez û hemî dinya li hemberî hev sekinîbûn.

Ne zor e ku mirov texmîn bike jiyana bi vê sendromê (bi taybetî jî li vê coxrafyayê)  çiqas zor e. Ez rastî êrişên fizikî û psikolojîk hatim, dûçarî pêşdaraziyên qirêj mam û ev bûyer û serpêhatiyên min piştî demekê ji min re bûn bingeha şer. Şerê deng û bêdengiyê. Ez Seyidxan, Seyidxanê bideng. Ez dijminê bêdengiyê me. Ez an bi muzîkê deng derdixim an jî bi sendroma xwe. Yanê tu caran nikarim bêdeng bimînim. Gava stranan dibêjim dengê muzikê, gava stranan nebêjim dengê sendromê yanê dengên tîkên min dertên. Bir kurtasî her û her her deng deng deng… Ev bidengî jî ne li gorî normên civakê ye. Civak dixwaze mirovekî “îdeal” bibîne. Gava civak yekî ne wek xwe dibînê, bi etiket û binavkirinên hiyerarşîk wî mirovî difetisîne, rihê wî dikuje; wisa dike ku ew kes ji xwe nefret bike û xwe wekî mirovekî kêm û xwedîqisûr bibîne. Ji xwe ev politîka jî polîtîkayên kolonyalîstan e. Kesên mêtinkar/kolonyalîst vê nexweşiyê di bingeha mejiyên mêtîngehên xwe/koloniyên xwe de saz dikin. Ev mijar jî mijara kolonyalîzma tenduristiyê ye. Min li hember vê şer kir û ez hê jî şer dikim. Ji ber vê jî ez dibêjim, ez ne xwedî sendrom im, tu bêsendrom î! Ez xwe li gorî kolonyalîstên xwe bi nav nakim. Şer ev e. Ez, ez im û ez ne nexweşim. Ev awayê jiyana min e û hew!

H. Suad: Te got du nasnameyên min ên sereke hene û herdu jî tên êdinkirin. Gelo di navbera van nasnameyên te de peywendî û têkiliyek çawa heye?

S. Sevînç: Erê ez hem Seyidxanê kurd im û hem jî Seyidxanê bidengim (xwedî tourette im).  Bi rastî têkiliya min a bi civakê re ya ewil ne bi kurdayetiyê, lê bi touretteê çêbû. Çimkî ez nava kurdan de mezin bûm û di 8 saliya xwe de fêrî tirkî bûm. Heya ku min bi pergala dagirker û mêtingerên xwe re têkilî dananî bû min li ser kurdayetiya xwe tiştek neyînî nedidît û hîs nedikir. Belê, em ji gundên xwe hatibûn derxistin lê ez 2 salî bûm û min ew êş û zorî hîs nekiribû. Êdinkirina yekemîn min bi sedema touretteê hîs kir, ne bi nasnameya xwe ya kurdbûnê. Gava min xwe naskir ez nava kurdan de bûm û kurdan jî êrişî min dikirin, zarok, ciwan, mezin, çi jin çi zilam tev kurd bûn. Henekên xwe bi  min dikirin, bizarî min dikirin, şer derdiket û min lêdan dixwar. Kesî ne dizanî êş û kula min ji bo çi ye. Piştî min pergala kolonyalîstan re têkilî danî û çûm mektebê, min her sibe digot ‘’Türküm, doğruyum çalışkanım.’’ Serî de min fêm nedikir ka ‘’Türküm doğruyum çalışkanım’’ çi ye. Piştî em tirkî hîn bûn, rojekê birayê min ê mezin ji me re got li mektebê wê sond dubare nekin, min jî bi gotina wî dikir. Rojek dîsa em di rêzê de bûn û min dîsa dubare nedikir, mamoste hat cem min û ez hişyar kirim, ez jî tirsiyam û min xwend. A heta vê derê çîroka hemû zarokên kurd e. Lê çîroka min li vir dibe du cihok û diherike. Ez kî me? Ez li nav civakê ji ber touretteê êdin im; li mektebê ji ber kurdayetiyê êdin im. Kurd ji ber ku sendroma min a ku min ji wan cihê dike li min dixin, tirk him ji ber sendromê û him jî ji ber nasnameya min a neteweyî… Aniha nayê bîra min kê gotiye lê gotinek wiha heye, kesên nikarin li hember serdestên xwe serî rakin berê xwe didin xwişk û birayên xwe ango ên wekî xwe… Meseleya min jî hinekî ev e. Lê heger hûn mereq bikin ka kîjan nasname ji bo min zor e ez ê bêjim: nasnameya touretteê.  Çimki derdorê min kurd zehf bûn û aniha jî zehf in, bi qasî hêz û feraseta xwe kêm zêde li ber xwe didin, bi hev re tevdigerin û hwd…Yanê di warê kurdbûnê de hemderdê min hebûn, ez bi temamî ne tenê bûm. Lê di warê touretteê de hemderdê min nêbûn. Ez tikûtenê bûm. Di mijara kurdbûna xwe de ez bi hevalên xwe re bûm lê mijara touretteê de hevalên min jî neyarên min bûn. Mêtinkar/kolonyalîst diwazin bindestên wan xwe kêm û paşmayî, nezan û hov bibînin. Wê çaxê kesên bindest jî hewl didin  xwe ji zordestên xwe re weke mirovên baş û şêrîn bidin naskirin û xwe ispat bikin, piraniya me kurdan jî wisa ne. Ez bi her du nasnameyên xwe jî wisa bûm. Min xwe weke mirovek baş û zana û modern nîşanî tirkan dikir. Di mijara touretteê de jî min dixwest her kes (çi kurd çi jî tirk) bibînin ku ez yekî jêhatî me, ez ne xwedî qisûr im û di hêla hunerê de jî xurt im û hwd…  Hannah Arendt dibêje, “heger mirovek ji ber cihûtiya xwe were êrîşkirin divê ew kes xwe wekî cihûyekî biparêze ne wekî mafparêzvanek an jî li ser navê mirovahiyê.’’ Di mijara kurdbûnê de carna ez romantîk û humanîst tevdigeriyam, difikirîm lê di mijara touretteê de min her û her xwe weke mirovekî xwedî tourette parast, ne weke mafparêzekî. Çimki êşa ewil min di vê mijarê de dît, û hest û hişmendiya min a tourettebûnê li gorî kurdbûnê zûtir rûnişt û xurt bû. Erê kurdbûn tiştekî têr êş û taluke bû ji bo me lê xwedî touretteî ji bo min tam bênefesmayîn e/bû. Tirk ji me kurdan re dibêjin “hûn jî insan in’’ û kurd û tirk her du bi hev re ji min re dibêjin “tu jî insan î!’’ Ez bi her du nasnemayên xwe ji tirkan re dibejim, hûn ne însan in! Û bi nasnameya xwe ya touretteî ji her du aliyan re jî heman tiştî dibêjim. Di nav her du nasnameyên min de jî têkilî û nakokiyên ecêb û balkêş hene. Dixwazim minakekê bidim; rojek li ser hesabê min ê medyaya civakî ji min re peyamek hat û bi tirkî wiha dinivisand: “Merheba kekê Seyidxan navê min K…. e, ez 12 salî me. Bi min re jî sendroma touretteê heye û ez jî wekî te li gîtarê didim. Min xwest silavek bidim te.’’ Kêfa min pirr ji vê peyamê re hat, ez hestiyar bûm û bi wî zarokî re ketim têkiliyê û paşê jî min malbata wî nas kir. Min û diya wî zarokî dûr û dirêj sohbet kir. Diya wî digot em dixwazin lawê me jî wek te bibe mûzikjen û hwd., her diçû ez bi rewşê kêfxweştir dibûm. Di herikîna sohbetê de min fam kir ku malbat kemalîst e. Ez bawer im di gotûbêja çaran de bû, mi ji jinikê (?) re got , “ez muzîka kurdî dikim û demek nêz de min dev ji mûzika tirkî berdaye.’’ Li ser vê gotina min, ew heyirî û xemgîn bû, û nexwest kurê wê bi min re têkiliya xwe bidomîne. Nasnameyek êdin bi nasnameyek êdin re ket têkilîyê lê gava dît ku ez ne wek koleyê ku efendiyê xwe re diaxive diaxivim, êdinî û bindestiya xwedî tourettebûnê yekcarî ji bîr kir û avêt çopê. Tirkbûna wê ket dewreyê û bi ser ket. Jixwe careke din jî bi min re neketin têkiliyê. Wekî bêje “Ez tirk im, Seyidxan xwedîtourette be jî, çawa zarokê xwe bidim cem yekî muzîka kurdî dike.’’ Ji ber vê jî gotina ku min gava din bi bîr xist diguherînim û nabêjim ‘’Türküm, doğruyum çalışkanım’’; dibêjim Kürdüm, “Kötüyüm’’, Tourretteliyim!

H. Suad: Te muzîk wek amûreke şerê xwe pênase kir. Di şerê te de rola muzîkê çi ye gelo?

S. Sevînç: Di civakên hestiyar de bi taybetî jî civakên xwedî “rehm û merhemetê” (ew xwe wisa pênase dikin) de cudatiya tenduristî tim bi kul û êş e. Destekî te tune be an jî çavekî te kor be, ji bo civakê tu mirovekî guneh û reben î. Divê civak bi dilovanî û bi rehm nêzî te bibe. Bawerî û helwest bi kurtasî wiha ye: Tu kêm î ez temam im. Divê ez bibim alîkarê te an jî li ser navê te biaxivim û divê hewcehiyên te ez diyar bikim, çawaniya têkiliyê bi awayekî yekalî ez ê diyar bikim! Yanê şer li du eniyan dimeşe; li aliyekî li hember zordaran, li aliyekî jî li hember xwedîrehman (!). Ev pêvajoyek dirêj e. Vê pêvajoyê de her stranek ji bo min bû amûreke şer. Eger min îro stranbêjî nekira weke mirovekî “guneh” û “reben” ez ê mala xwe de rûniştima. Ji ber ku ez nikarim karên din bikim. Bedena min û laşê min emir, qedexe û pergal qebûl nake. Tevgera bedena min bixwe anarşîk e. Qedexeyan red dike û dike qêrîn li cihên civak bêdeng e; li şanoxaneyan, li otobusan, li sinifên zaningêha, li kargehên “pir cidî’’ û hwd… Bi kurt û kurmancî, ew qeyd û qaîdeyên civak danîye bedena min bi tevgerên xwe red dike. Lewma jî gava ez mirovek bi krawat û cilên resmî dibînim, otorîteyê tîne bîra min û ez aciz dibim. Ji ber vê yekê naxwazim patronek min, meaşek min hebe û nava disiplînekê de bixebitim. Ez wekî ideolojîyek ji wê teşeya jiyanê aciz im. Jixwe ji ber vê yekî min terka zanîngehê jî kir. Ji aliyê din ve ez bikarim jî ew kar nadin min. Ev yek gelek caran hatiye serê min. Axir, ez ê di mal de runiştima. Ji xwe civak jî vê dixwaze. 

Pêşketina min a di warê muzîkê de ji min re bû derfeteke mezin. Muzîk ji bo min bû qada xweîfadekirinê. Beriya 3 salan gava li otobusan siwar dibûm min wekî yecûc û mecûc didîtin xwe didan aliyekî û dûr û dirêj li min dinêrîn, lê îro di heman otobusan de min nas dikin, dixwazin cih bidin min û bi min re wêne bikşînin. Ev rewşeke trajîkomik e. Ev ne serketina min e, ev yek neserfiraziya civakê ye. Helbet ev bi saya muzîkê çêbûn. Ji ber vê jî ez ji Evdila Peşêw îlhamê digirim û dibêjim, ev ne muzîk e, ev helwest e. Muzîka min ne tenê huner e di heman demê de helwesteke polîtîk û derûnî ye. Wek mînak, kovara Zarema. Heke min ev helwest hilnebijarta û ev helwest nedomiya îro kovara Zarema  nedigot “Seyidxan ka tu kî yî, tu çi difikirî?’’ Ji aliyê din ve, dema ez muzîkê icra dikim sendroma min winda dibe û ez bi gorî we dibim mirovekî normal û îdeal. Di vê mijarê de jî polîtikayek wiha dimeşînim: Dema ez li ser sehneyê tîkên xwe derdixim her tim cavên xwe digrim. Naxwazim wê kêliyê bi kesî re awirên me bibin yek û di wan kesan de hest û nêrînên bêaheeng û hiyerarşîk çêbibin. Çimkî  ew hest û têkilî wan kesan dixe rêyeke şaş û ew rê zirarê dide min. Heke hiyerarşiyek hebe jî ez ê wê demê xwe bilindtir bibînim. Belê, ez Seyidxan, tu hatiyî guh bidî min û stranên min. Ez ê çavên xwe bigrim lê tu guhên xwe veke.

H. Suad: Te huner û helwesta xwe ya muzîkjeniyê bi albûma xwe ya bi navê “Bîr” şênber kir. Albûma te rastî eleqeyek baş hat, di albumê de stranên gelerî bi formên cûrbecûr hatine aranjekirin, ji aliyê din ve te çend helbestên klasîk ên wejêya kurdî jî beste kirine. Di albûmê de cihêrengiyek dewlemend xwe dide der.  Gelo tu muzîka xwe çawa bi nav dikî?

S. Sevînç: Ev çend sal bûn min dixwest  xebatek profesyonel çêbikim lê mixabin bêderfetî destûr nedida. Sala par derfet çêbûn û ez ketim rê. Albûma min ji 8 stranan pêk tê. Di albûmê de ligel 5 stranên gelêrî û straneke hunermend Seîd Yûsiv du besteyên min hene. Min dixwest her 8 stran jî yê min bûna lê mixabin ji bo destpêkê rîskeke mezin bû. Belê, guhdarvanên min hebûn lê ji bo mûzîka profesyonel û guhdarvanên din pêwist bû ku ez pêşî xwe bidim naskirin û dû ra bi giranî stranên aîdê xwe biweşînim, lewma jî min tenê 2 stranên xwe xistin albûmê. Belê, albûm hat hezkirin û belav bû bêtir guhdarvanan ez naskirim û qada xweîfadekirina min jî firehtir bû. Ji xwe wekî min got muzîkê hinek wek danasîna sendroma xwe jî dibînim. Lê pistî albûm belav bû û hat guhdarkirin min 2 helbestên Melayê Cizirî beste kirin. Yek me weşand û yek jî di demek nêz de (bawerim gava  ev hevpeyvîn were weşandin) derkeve. Navê stranê jî “Çi Hacet” e. Besteyên min piranî ji helbestên klasîk ên Melayê Cizirî, Seydayê Elî Herîrî û Baba Tahirê Ûryanî pêk tên. Lê çi muzîkên besteyên min çi jî ên stranên gelerî bi tarzek sentez in. Ji muzika îrlandayiyan pir hez dikim û albûmê de stranek bi mûzika îrlandayiyan hat sererastkirin, ji tarza reggaeyê jî hez dikim yek jî bi awayê reggaeyê hat sererast kirin û hwd… Bi rastî ez muzika xwe rasterast aîdê tu tarzan nabînim.  Ez rock jî diceribînim, reggae jî irish (Îrlanda) jî blues jî… Lê tarza min him ev hemû ne û him jî ji ber şêwaza xwendina min rasterast ne aidî van tarz û stîla ne. Dixwazim bi şêwazek aîdê xwe û bi formên xerbî û rojhilatî sentezekê çêbikim. Lê ne sentezek ku tenê ev her du form digihîne hev. Hewl didim ku li gorî hestên xwe formên xerbî û formên şerqî yên folklorîk ji nû ve di stranên xwe de saz bikim. Ji ber vê jî nikarim muzika xwe bi nav bikim. Bi rastî jî nayê binavkirin. Minak besteya min a herî dawî helbesta Melayê Cizîrî ye û mîstîk e muzîka wîêblues e lê şewaza xwendinê  ne folklorîk e û ne jî ewropî ango xerbî ye. Hinek wek etno-blues e, hinek jî folklorîk e. Bi rastî naxwazim bi nav jî bikim.

 H. Suad: Tu wek muzîkjenekî kurd, rewşa muzîka kurdî a halêhazir çawa dibînî, fikrên te yên di vî warî de çi ne? 

Bi ya min rewşa muzîka kurdî ya heyî di van 6-7 salan dawî de nebaştir bû, xitimandinek heye. Berê Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) xebatên baş dikir, niha jî heye lê li gelek deran hatine girtin û yên mayî jî mixabin nikarin xebatên afirîner bikin. Di warê peşveçûyina hunerê de sazumanî pir girîng e, lê mixabin em kurd wek milet di warê hunerê de jî bê pergal û hema bêje bê sazmendî ne. Muzikjenên nû yên wekî min di vir de rol digrin,  berpirsiyariyên wan zêde dibin û jixwe divê zêde jî bibe. Ez jî xwe weke berpirsiyarek dibînim û dixwazim hewl bidim. Kurd guh didin muzîka tirkî lê tirk û miletên din guh nadin muzîka kurdî. Him ji ber bêsitatubûnê û him jî ji ber hin kêmasiyên danasînê muzîka kurdî ji aliyên miletên biyanî ve wekî muzîkek paşvemayî û ne modern tê naskirin. Vê mijarê de yên weke min, yanê muzîkjenên roja îro û nû divê danasîna muzîka kurdî baş bikin. Ji danasînê qesta reklamê nakim, qesta min muzîka baş û biqalîte ye. Muzîka miletan li gorî çanda wan şikil digre lê her diçe nûjen û revîze dibe. Lê di me kurdan de li hember nûjenkirina muzîkê muqavemet heye. Gava hunermendekî kurd tiştekî nû diceribîne rastî bertekan tê an jî eleqe nabîne. Rewşa cihanê û miletan diguherin û helbet li gorî veguherînan huner û mûzik jî diguherin. Li gor min em kurd li dora folklor û qalibên klasîk dizivirin. Folklor û hunera klasîk helbet girîng in lê afirandinên nûjen û li gorî rewşa heyî jî lazim in, lê di vî warî de hilberîn kêm in mixabin.  Heçko hişê me tim li ser tembûrê û govendê ye, belê muzîk û hilberînên biqalîte jî hene lê eleqeyek cidî nabînin. Qasî ku ez dibînim em kurd bi piranî an bi mûzîkê şahiyê dikin an jî di qalibên dramatîk-erebesk de diçin û tên. Ceribandinên nûjên û alternatîv kêm in, ên hene jî kêm tên guhdarkirin. Helbet ez xebatên folklorîk kêm û biçûk nabînim lêbelê mûzîka di standartên cihanê de jî pêwîst in. Ez ê hewl bidim ku bi gorî vê perspektîvê ceribandinên xwe yên hunerî bidomînim.

Seyidxan Sevînç kî ye?

Ji Sêrt Perwariyê ye. Dema du salî bû ji ber ku gund dihatin valakirin, malbata wî bar kiriye navenda bajêr, Sêrtê. Di heşt saliya xwe de hînî tirkî bûye. Dibistana seretayî, ya navîn û lîse li Sêrtê, zanîngeh jî li Eskişehirê xwendiye; di pola çaremîn de dev ji zanîngehê berdaye. Bi giştî yanzdeh sal lê bi awayekî profesyonel sal û nîvek e muzîkê re mijûl e. 

Tourette çi ye? 

Tourette sendromeke nurolojîk genetîk e ku ji jidayikbûnê ve heye lê semptomên wê paşê xwe didin xuyakirin. Wek semptom, dema bêyî îradeya meriv masulkeyên laş (motor tîk) û masulkeyên deng givişkî dibin (vokal tîk), laş bêyî îrade tev digere û deng jê derdikeve. Tîkên herî zêde tên dîtin ev in: serî kil dibe, çav û birû dilivin, çav diqirpe, dengên mîna yên heywanan derdikeve, stû dizîvire, diran diqirçin, mil tevdigere, rû diqermiçe… Pir kêm kes ji wan bêyî îradeya xwe çêr dikin, ji vê re koprolalî tê gotin. Semptomên wê 5-6 salî derdikevin. Dema balixiyê zêde dibin. Dema ew kes betilî be, bistres be, biheyecan be, hêrs bibe û panîk bibe, tîk zêde û xurttir dibin. Carna bi riya mijûliyên mîna muzîk, lêdana amûreke muzîkê, strangotinê tîk kêm bibin jî, nexweşiyeke kronîk e ku heta dawiya jiyanê didome. Tê zanîn ku kesên ew nexweşî lê ne marûzî zordarî û cihêkariyê dimînin. Ji her 10.000 hezar kesî 4-5 kes bi vê nexweşiyê dikevin. Li gor keçikan, kurik bêtir bi vê nexweşiyê dikevin. Tedawiyeke wê ya qethî hê tuneye lê hin terapî, derman û midaxaleyên cerahî hene ku dibin alîkar. Li Tirkiyeyê heta niha li du touretteya midaxaleya cerahî hatiye kirin, yek ji wan Seyidxan Sevînç e.

Share.

Leave A Reply