Remezan Alan

Ayhan Tek bersivek daye nivîsa me ya derbarê întihalê de. Mirov bi kîjan çavî lê binêre, nivîsa wî jî bersivekê heq dike û li ser hin xalên nivîsa me ya berê jî mirov mecbûrî hin îzehatan dike. Halê hazir madem daxwaza wî ya guftûgoyeke ku her du alî jê sûdê wergire li gor dilê me ye jî, em ê bi vê berpirsîyarîyê tevbigerin. Bi raya me nivîsa berê ji çavekî rast-bîn û rexnegir mehrûm nebû; şêwaza wê ya ku ketibû qalibê kompozîsyona mesnewîyekê ji van wesfan ne dûr bû; mijareke giran a mîna “întihal”ê jî bi awayekî sivik û xeyrî-ciddî, hele jî heqaretamîz neanîbû rojevê; belkî qusûra wê -ger ew qusûrek be!- hêrsa (öfke) wê bû. Lê madem ev şêwaz nemeqbûl hatîye dîtin, em rêbazeke analîtîktir bidin ber xwe. Em peywenda gotinên xwe fesîhtir bikin, lê gotinê bi temamî hewaleyî zimanekî sar jî nekin. Ger destûra birêz Ayhan Geverî hebe, ez ê resmîyet û wek navbeynkarekî xeyalî xwendevan jî ji navê bidim alî û wek “mamoste Ayhan” xîtabî wî bikim.

Li ser vê bingehê, ger dest bi guftûgoya xwe bikim, ez ê bibêjim ku nivîsa mamoste Ayhan, ji alîyê naverokê ve, dikare bibe du beş: 1. Bersiva wî bo îddiaya întihalê ango dijbersiv. 2. Xeyda wî ya ser dîbaceya nivîsa me û çend teferûatên ku bûne polemîk. Lewma dê naveroka nivîsa me jî li gor ya wî înşa bibe û derdê xwe bibêje.

I. Meseleya Întihalê

Di mijara întihalê de mamoste Ayhan pêşî xwe spartîye pûçkirina du argûmanên min: Nêzîkahîya sernavan û muşterekîya çavkanîyan. Piştre jî bo resenî û paşxaneya nivîsa xwe ya 2018an jî xwe spartîye nivîseke xwe ya kevin a ku xwedêgiravî bi heman çavkanî, kontekst û perspektîfê hatîye nivîsîn: “Ehmedê Xanî ve Eserî Mem û Zîn” a panela 2004, ku piştre ev nivîs di nav Salnameya Ehmedê Xanî  ya 2010an de ji alîyê weşanxaneya Belgeyê çap bûye.

Niha seba ku wî wisan gotîye, ez ê cardin li nivîsa “Hîleya Întihalê” vegerim da ku bi rastî jî li gor kîjan parametreyan min ya wî bi întihalê tawanbar kirîye û halê nivîsa ku dibêje (panel:2004/çap:2010) jî çi ye.

1.1. Îddiayên Min ên Ser Întihalê

Di beşa “Axaz-i Qisse: Çîroka Hîleyekê” de  îddiaya min bi kurtî (ku dubare di asta minîmûm de bimîne) ev bû: Nîvîsa Ayhan Tek a bi navê “Yanlış Yorumların Gölgesinde Ehmedê Xanî’ye Sahih Bir Yaklaşım” (2018), întihala nivîsa me ya “Di Nav Lepê Şîroveyan de Mesnewîyeke Mîstîk”/”Yorumların Pençesinde Mistik Bir Mesnevi” ye (2008). Ji sernav bigire heta destpêk, naverok, qenaet û çavkanîyê nivîsa wî bi heman parametreyan hatîye nivîsîn; lê bo ku xwedîyê nivîsê “hîleya întihalê” veşêre çend manewrayan kirîye, lê ev manewra bûne sebebê bêîstiqrarî û muşewweşîya nivîsa wî. Bo vê yekê me pêşî sernav û piştre jî beşên navborî tehlîl kirîye û daye ber hev û wiha gotîye (Forma li jêr bo berçavkirina îddiayê ye. Hinek teferûatên nû jî bi endîşeya ku me di nivîsa ewil de hin alî kêm gotibe an îhmal kiribe, niha lê zêde bûne û madem niha jî qenaeta me ya ser întihalê eynî ye, tu mehzûra vê teserûfê nîne):

a. Sernavên wan: Di navbera herduyan de zêde analojîyeke rasterast heye; peyv di asta formatê de cuda bin jî di ya erk û mahneyê de yek in. Bo nimûne metna wî dema dibêje “şîroveya şaş” (yanlış yorum) di eslê xwe de mîna ya me qesta wî “şîroveya bêhed” (aşırı yorum) e û jixwe di nav metna mamoste Ayhan bi xwe de ev yek carekê mîna “…aşırı bir yorum…” eşkere bûye. Dîsa sernavê nivîsa wî “Ehmedê Xanî” derxistîye pêş, lê wekî ya me nivîs bi “Mem û Zîn”ê mijûl e.[1] Îfadeya wî ya “Sahih Bir Yaklaşım” jî mîna îfadeya me ya “Mesnewîya Mîstîk” balê dibe ser peywenda mesnewîbûnîya berhema Xanî û dibêje nabe şîroveyên îro vê xalê ji bîr bikin.

b. Destpêkên wan: Mamoste Ayhan dijbersiva xwe de qet behsa vê teferûatê nekirîye, lê cardin nivîsa min binêre dê bibîne ku min her du destpêk rasterast neqil kirine, heta bo ku gelemşeya wergerê dernekeve, min dest nedaye zimanê ya wî, bi halê wî yê tirkî neqil kirîye û gotîye herçend di navbera wan de ferqên şiklî hebin jî (ya wî dirêj ya min kin; ya wî bi zimanekî sar/ilmî, ya min germ/edebî) her du jî mealen dibêjin di çavkanîyên kurdan û yên derbarê kurdan de Ehmedê Xanî û berhemên wî, ji duh heta îro hêj jî xwedîyê eleqeyeke zindî ye. Lê ev eleqe bi rastîya Ehmedê Xanî/Mem û Zîn re zêde têkildar nîne, şîrovekarên wê li gor rastîyên îro ji wan mahne “çêdikin”. Û di dawîyê de herdu nivîs jî dibêjin em ê rastîya Xanî bibêjin.

c. Gewdeya wan:

c.1.Destnîşankirina yanlış yorum û şîroveyên bêhed. Mamoste Ayhan bi sernavê “Ehmedê Xanî’ye Biçilen Modern Elbiseler” re cih daye şîroveyên Celadet Alî Bedirxan, H. Mem, Faik Bulut û Ferhad Shakely û gotîye ev kes mîsyonên dinyayeke modern li Xanî bar dikin. Me jî bi sernavên wekî “Rîya Herî Fireh” û “Rîyên Talî” (di nivîsa ewil de neqla navên van sernavan nehatibû bîra min!) bi awayekî berfireh cih daye birrek şîroveyan. Di bin banê sernavê ewil de, me şîroveyên ku Xanî dikin “pêşengê neteweperwerîya kurd” (H.Q.Koyî, Celadet Bedirxan, N.Zaza, Cemal Nebez, Ferhad Shakely, Murat Ciwan, H.Mem, F.Bulut, M.Ayhan, heta A.Hassanpour); di bin sernavê duyem de jî şîroveyên ku Xanî dikin “pêşengê fikra sosyalîst” (Î.M.Resûl); yên ku Xanî mîna “Hz. Mûsa dikin rêberekî zana û ruhanî yê qewmê xwe” û li ser berhema wî xwendineke ezoterîk dikin (H. Mem) û yên ku vê metnê “alegorîyeke neteweyî” ya jîyana kurdan dibînin (Hassanpour, M. Ayhan, Abdurrahman Durre) destnîşan kirine.

c.2. Wek bersiveke van şîroveyan: Mamoste Ayhan bi sernavê “Xanî’nin önceki şairlerden farkı: O bize bir hikâye anlattı” mesnewîbûna berhemê, derdixe pêş û îzehata wê dike. Ez jî bi sernavê “Wek Bersiveke Giştî: Mîstîkîya Mem û Zînê” bersivek didim wan şîroveyan ji nav beşên berhemê û taybetîyên wê yên muşterek bi mesnewîyên wisan re (Leyla vû Mecnûna Fuzûlî û Nîzamî) qîyas dikim.

d. Encamên wan: Herdu jî dibêjin bêyî aîdbûna wê ya tradîsyonekê/nerîtekê, ku ev mesnewîbûna wê ye, ev metin bê xwendin dê şaşî çêbin, eve birrek şîroveyên ku bingeha wan zeîf e derketine meydanê, ev metin li gor hesasîyet û daxwazên roja me tê bikaranîn. Mamoste Ayhan dibêje bo “xwendineke sehîh” divê ew şîrovekar ji bîr nekin ku ew “mesnewîyeke eşqê” ye. Min jî gotibû berhema Xanî “mesnewîyeke [eşqa] mîstîk” e, nabe ev taybetî bi awayekî keyfî bê jibîrkirin, dema hat jibîrkirin, ev şerabên (şîroveyên) ku ji rezê Xanî tên çêkirin ji “mehsera heqîqî” ya metna wî dûr in.

Herçî çavkanî ye ez ê kêlîyeke din bersiv bidimê. Di yekûna wan de min gotîye, li ber vê tabloyê, nivîsa mamoste Ayhan teqlîd û kopyayeke ya me ye, lê seba ku me refere nake derbasî alîyê “întihal”ê bûye. Ferqên şiklî yên ku tê de hatine çêkirin jî mîna manewrayekê “hîle” ne. Çavkanîyên tirkî yên di ya me de tunene tu xêr nedane nivîsa navborî, heta bêîstiqrarîya wê kûrtir kirine.

Em ji teferûatên zêde paqij bikin, hemî îddiaya min ev bû û niha jî ev e. Îcar beramberê vîya mamoste Ayhan jî di bersiva xwe de, xwe spartîye argûmanên navborî yên jêrîn. Bila dubare hebe lê neheqî tunebe, lewma ez ê nivîsa wî “rasterast” neqil bikim, ka çi bersiv daye îddiaya me:

  • “Yanî bereksê gotina birêz Alan, çi eleqeya nivîsa min û serenavê wê, bi nivîsa wî re tuneye. Herwisa gava em tehlîla nêrînên Ehmedê Xanî bikin, helbet dê çavkaniya eslî -girîngtirîn berhema wî- Mem û Zîn be. Yanî argumaneke gelek qels û bêbingeh e ku wî ji bo îddiya xwe tenezzula wê kiriye. Jixwe ev bi xwe jî di mînaka nivîsa xwe de dibêje: “[M]em û Zîna wî ya ku ji hemû hêlan ve bûye nasnava wî..” Madem Mem û Zîn nasnava Ehmedê Xanî ye, hingî birêz Alan xwe bi xwe red dike, hewceyê gotineke din nîne! Lê diyar e cenabê wî, wek argûman tişteke din nedîtiye, loma wisa li ser serenavan hûr bûye.”
  • “Birêz Alan, nivîsa min, (“Yanlış Yorumların Gölgesinde Ehmedê Xanî’ye Sahih Bir Yaklaşım”), bi gotara xwe (“Yorumların Pençesinde Mistik Bir Mesnevi”) girêdide û li ser wê yekê, îddiaya întihalê dike. Rast e serenavên nivîsan nêzîk hev xuya dikin. Lê di nivîsa wî de xwendineke li dor metna Xanî heye ku ew ji nivîsa min (ya 9 rûpelî) berfirehtir e (di Bendnameyê de 61 rûpel). Herwisa di merkeza nivîsa min de profîla Ehmedê Xanî bi xwe heye. Yanî niyeta wê nivîsê, rexnekirina şîroveyên li ser profîla şairtiya/kesayetiya Ehmedê Xanî ye. Herçend Mem û Zîn “nasnava” şairî be jî, ji wê metnê zêdetir, şîroveyên şaş yên li ser Ehmedê Xanî ne. Ji ber wê, min Ehmedê Xanî wek profîleke Kurd daye nasandin û paşî şîroveyên şaş yên li dor profîla wî dane û ew li gor nerîta edebiyata klasîk îzeh û rexne kirine. Birêz Alan di vir de li gor xwe mafdar e ku bibêje “ew nêrînên şaş min jî nivîsîne ku te çima nedîtine?” Rast e ku hin mînakên min dane (Celadet Bedirxan, Faik Bulut, H. Mem) wî jî -digel zêdetir mînakên din- dane. Lê wekî ku îddia dike ew mînak cara ewil di nivîsa wî de nehatine dayîn. Lewra nivîsa wî ji bo wan mînakan çavkaniya sereke nîne. Yanî çawa ku wî ew tesbît kirine min jî heman şêweyê ji çavkaniyên eslî wergirtine. Wî herçend mînakên zêdetir dabin, min hem di nêrîna Kurdan hem jî di nêna Tirkan de -tenê!- çend mînakên sereke dane. Wek ew jî wê yekê qebûl dike û îfade dike, herdu mînakên Milli Folklorê -û refereya Garibnameyê- di nivîsa wî de nînin. Helbet ew wan ferqan wek hîleya veşartina întihalê îşaret dike.”
  • “Birêz Alan bi xwe dibêje “me di sala 2007an de dest bi nivîsîna wê kiribû û di sala 2008an de jî li sempozyuma Şaredariya Diyarbekirê pêşkêş kiriye û salek paşî di nav Bendnameyê de belav kiriye.” Lê em hinek dûrtir biçin, biçine sala 2004ê. Helbet birêz Alan ew metnê wê gotara min nedîtiye ku di sala 2004ê de li Bazîdê (digel Abdullah Varli û Kadri Yıldırım) li ser Ehmedê Xanî panelek hatibû organîzekirin û min jî di wê de heman nêrînên şaş û anakronîk rexne kirine (Ew paşî di nav Salnameya Ehmedê Xanî de: “Ehmedê Xanî ve Eserî Mem û Zîn” -Belge Yayınları, 2010- weşiya, ku tê de refereya nivîseke birêz Alan jî heye!). Digel wê, min di wê panelê de ji bo nêrînên şaş, çend mînak (wek ya Medenî Ayhan) dane ku min ew di nivîsa xwe de bi kar neanîne. Digel wê, gelek mînakên din li ber destê min in ku -ihtimaleke mezin ne birêz Alan û ne jî kesên din haydarê wan in- min ew jî di nivîsa xwe de nedane. Wêca di wê nivîsa kurt de ya ku birêz Alan lomeyan lê dike, min xwestiba jî min nedikarî hemû mînakan rêz bikim. Yanî li ser van mijaran kulliyateke berfireh heye ku referekirina wan hemûyan ne mumkin e. Lewra “nedîtina” min ya bo Remezan Alan, temamen girêdayî van sebeban e. Ne ku ambargo yan jî tiştekî din heye/hebe. Herwisa çawa ku min di 2004ê de rexne li nêrînên/xwendinên şaş kirine, wî jî di sala 2008ê de nêzîkî wan rexneyan, berfirehtir tişt gotine û nivîsîne. Lê çawa ku -bêyî dîtina metnê min yan jî îstifadeya ji wê– wî tesbîtên xwe yên giranbiha pêşkêş kiribin; bi heman şêweyê bêyî ku ji nivîsa wî îstifade bikim, min jî tesbîtên xwe vegotine û min rasterast rêya xwe li çavkaniyên eslî xistiye. Wêca bi vî şiklî dê bê dîtin ka “fikra sereke ya nivîsê” malê kê ye.”

Bi min heta wira ye îtirazên wî, beşên din ên nivîsê polemîk in bi naveroka nivîsa me re. Niha bi awayekî kurt bersiv didim van îfadeyên wî yên ku min bold û îtalîk kirine û bi van argûmên han yên wî jî pûç dikim:

  1. Gelo min têne qulpê “sernav”an girtîye an di hemû nivîsê de ecêbîyek dîtîye?
  2. Bi min bingeha gotina “…min hem di nêrîna Kurdan hem jî di nêna Tirkan de -tenê!- çend mînakên sereke dane.” tuneye. Lewra çar çavkanîyên[2] heyî jî ji alîyê wesif ve hem ji “nerîna tirkan” dûr in û hem jî di nivîsekê de -nivîseke ku xwedêgiravî xwendinên şaş ên ser Xanî destnîşan bike- nikarin cih bigrin. Wiha îzeh bikim:                                                                                                                                                                                a. Nivîsa İsmet Alparslan mîna mînakeke folklorîk di kovareke folklorê de çap bûye, ji xwe di rengê “menqibe”yekê de ye. Ji bilî vê ev nivîs nîyeteke nasyar a kolonyalîst (her tiştên “mêtingeh”ê jê bîstîne!) dihewîne. Ev li cîyekî, profîla ku bi vê menqibeyê bûye nesîbê Xanî qet nexweş e: Kalekî nûranî yê ku bi kerameta xwe depoya benzînê ya balafirê dadigire û cihê neyarên tirkan nîşana pîlot dide û dibêje tu van deran bordûman bike! Bi min neheqîyek e ku mirov vê mînakê wek “mînakeke sereke” ya nêrînên hemû tirkan jî pênase bike.                                                                                                                                                         b. Nivîsa Kemal Yavuz a derbarê Garib-nâmeyê de temsîlen li ser navê tirkan derbarê Xanî de tiştekî dibêje? Naxêr! Jixwe Tek jî mealen dibêje seba çend beytên dîbaceya wê ya ser girîngî û şîrînîya tirkî, Yavuz gotîye ev metin bo neteweperwerên tirk motîvasyonekê çêdike.                                                                                          c. Ji bo “Memo-Zin Hikâyesinde ‘Yer’ Motifi” ya Ahmet Turan, Tek dîsa bi xwe dibêje, rasterast derbarê Ehmedê Xanî de temasekê nake (…”doğrudan Xanî ile ilgili bir değinide bulunulmamasına…” û di dewamê de jî dibêje ev nivîs di ser wergera tirkî ya destana Memê Alan re sembolên muşterek ên mîna “axa reş” û “reşgirêdan”ê (“kara toprak” ve “karalar bağlamak”) bi çanda tirkî ve girê dide (2018: 420).                           d.Herçî nivîsa Ayşe Büyükyıldırım a “Âşık Paşa’nın Garib-nâme’sinde İnsan Bedeniyle İlgili Benzetmeler” e, ji nawê wê jî dîyar e ka behsa çi dike. Tek dîsa bi xwe dema Yavuz û Büyükyıldırım refere dike dibêje, balkêş e ew xebatên ku Xanî neteweperwerîya kurdî ve girê didin, yên tirk jî hinek bi berhema Aşik Paşa tiştekî wisan dikin (2018:419).

NOT: Mamoste Ayhan bo nêrîna tirkan, gotara Zehra Toska ya “Klasik Edebiyat Bağlamında Mem û Zîn Mesnevisi” (2015), bi kar anîbûya, ev dibû mînakeke wisan, lewra ev nivîs ya akademîsyeneke tirk e û ser Mem û Zîna Xanî ye.

  1. Mamoste Ayhan bigota haya min ji Remezan Alan an nivîsên wî yên ser Xanî nînin û tişta ku di herdu nivîsan de rû daye tesadûfeke gelek îstîsnaî ye, min ê niha vê gotarê û elbet van hevokên han nenivîsanda. Lêbelê dibêje haya min ji nivîsên wî hene. Û piştre jî dibêje min jî di panelekê de bi heman çavkanî û perspektîfê axaftinek kiribû (2004) û ev axaftin mîna gotarekê “Ehmedê Xanî ve Eserî Mem û Zîn” di Salnameya Xanî ya 2010an de derketîye, û ji vir behsê tîne ser gotara min a 2008an û dibêje esas wî ez nedîtîme û ka “fikra sereke ya nivîsê malê kê ye!” hewaleyî we dikim.

Bi rastî, vêga wî jî ferq kirîye ka bi van gotinan qala “rewşeke xerîb” a çawa dike; lê ji vê xerîbîyê wêdetir, vêga wî jî ferq kirîye ka mantiqa wî, wî çawa şaş derdixe û ji min re tu gotin nahêle ser şaşîya wî. Lêbelê dîsa jî fesahet wesfekî baş e di van guftûgoyan de, lewma ez ê wiha bibêjim: Elbet ne mimkun e dema ez di 2008an de teblîxek binivîsim, axaftineke ku encax 2010an de bûye gotar, bibînim! Xwedê hêj qabîlîyeteke wisan nesîbê kesî nekirîye. Bi min ev teferûata dawî bes e bo nîqaşa me ya ser întihalê. Lê mamoste Ayhan ger sibê rabe bo rastkirina şaşîya xwe bibêje, “Belkî Alan bo wê panelê di 2004an de li Bazîdê bû, li wir ji min bihîst û ev fikir kir malê xwe!”; ez ê bibêjim di wê dîrokê de ne li Bazîdê bûm, ne haya min ji paneleke wisan hebû, heta ku bi vê nîqaşê mamoste Ayhan behsa paneleke wisan nekir, xebera min ji hebûna wê jî tunebû.

Piştî vê saetê ew gotar, encax bala min û meraqdarên Xanî di vî warî de dikare bikêşe: Gelo bi awayekî “pêşwext”, dibe ku gotarek hebe li gor çavkanî û malzemeyên heta sala 2004an, li ser berhema sereke ya Xanî, xwendineke ku şîroveyên heyî pûç dike, betal dike, hildiweşîne, derxistibe meydanê![3] Sirf bo vê meraqê min bi xwe ne tenê li salnameya 2010an, herwiha li ya 2011, 2012 û li 2013an jî nihêrî, lê ne rastî vê nivîsê hatim û ne tu derên van salnameyan de rastî nivîseke din a mamoste Ayhan hatim. Êdî qet nebe, sibe bi awayekî sivik û lezgîn mamoste vê nivîsê bo meraqa me ya hasilbûyî (Gelo bi awayekî “pêşwext” vê gotarê şîroveyên şaş ên derbarê Xanî destnîşan kirîye?) bila çap bike.

Bi van gotinan re beşa pêşî diqedînim û derbasî ya duyem dibim. Esas bo mijara întihalê, ew beş kafî ye, lê madem mamoste Ayhan rexne û çavdêrîyên min ên giştî yek bi yek li xwe girtîye, di ber de îdiaya min a întihalê bi îmayan, bi psîkolojiya îxracbûnê ve girê daye, hîs dikim ku berpirsîyarîyek rû daye bo min da ku hin tiştan zelal bikim. Bo pêşîlêgirtina hin şaşfêmkirinan jî hin têbînî şert in.

II. Vê Dîbaceyê Çi Digot ku…

Ji dijbersiva mamoste Ayhan dîyar dibe ku vê beşê li ser wî tesîreke negatîf çêkirîye, mesela ew sewqî xeyd û hêrsek kirîye. Bi rastî derdê destpêka nivîsa min çekêrina “pirek/bihûrek” bû navbera çîroka min a şexsî di nav rewşeke giştî de. Ne ku insanan sewqî hisên xirab bike. Nivîs li gor pîlanê mesnewîyê hatibû nivîsîn ku mamoste Ayhan jî dizane beşên baceyan digel pîlaneke şiklî, ji alîyê naverokê ve xwedîyê diskureke pirhêl in. Şairên demê, berîya ku derbasî beşa çîroka xwe (axaz-i qisse) bibin, di cîyekî dîbaceyê de keysek didîtin ku ser muqtedîrên dewra xwe an meyleke xirab a serdema xwe, xeber bidin an gazind û rexneyan bikin. (Carna li gor ne toleransa wan muqtedîran an berbelavîya meyl û adetê xirab ê serdemê, peyva “felek”ê jî dihat hawara şairan.) Jixwe mînaka herî tîpîk jî du binbeşên dîbaceya Mem û Zîna Xanî ne ku îro jî tesîra wan a curbecur û hêzdar li meydanê ye. Min dema ev “rêya kevin” teqlîd kir, dîbace bû hem bahaneyek û hem îmkanek ku ez hin fikrên xwe yên ser civak, exlaq, sîyaset û rewşa akademîyê bibêjim. Elbet bo van mijarên kolektîf min dikarîbû gotareke cuda binivîsanda. Lê min wisan minasîb dît. Bi ser de întihalek û birrek tiştên nexweş hebû li meydanê. Herdu gotar (ya min û mamoste Ayhan) jî li ser mesnewîyekê bûn. Min got bila nivîs jî bi vê form û analojîyê bi rê ve biçe û di nav vê îmkana kevin de xeber bide. Ger ev rêyeke şaş be, em ê qehra wê jî bikêşin.

Lêbelê di wê kêlîyê de û aniha jî ez li ser heman qenaetê me ku têkilîyeke organîk heye di navbera çîroka min a şexsî û vê rewşa giştî de. Lewra ezîyetên vê pêvajoyê berdewam in; di ranebûn û kêmnebûna vê ezîyetê de pareke mezin a beşeke civakê ya ku wijdanen ji vê rewşê aciz lê di pratîkê de zeîf jî heye. Nabêjim ez li derveyê vê beşa civakê me, ez jî parçeyekî wê me û xwe navêjim pişt mexdûrîyetekê û ji wir gazî insanan nakim, nabêjim werin vîya ji ser min hilînin! Bo berterefkirina mexdûrîyeta xwe û insanên wekî xwe, divê ez jî çalak bim an ji halê aniha çalaktir bim. Min gelek caran ji ber nerazîbûna tiştekî çewt eşkere eşkere fikra xwe gotîye û helwestek tayîn kirîye û bo vê yekê berdêlan jî daye. Ya dawî, yanî îxracbûn, bû zîrweya berdêlan. Lê dîsa jî poşmanîyeke min “ji vê” tuneye, lewra ev qaîdeyeke siruştî ye: Bê bêrdel mirov nikare wan tiştên jê re “nirx” an “fezîlet” dibêje, biparêze.

Îcar em ji mijarê dûr nekevin da ku gengeşîyeke bêhemt a din rû nede. Me got dema min şêwaza mesnewîyekê tercîh kir û xwest têkilîyek navbera rewşa giştî û çîroka xwe de daynin, wisan dixuye me têkilîyek jî navbera gotara întihal û çend helwestên nexweş ên akademîya kurd de jî danîye. Eve ew gotinên me bûye sebebek ku mamoste Ayhan bixeyîde û hêrs bibe. Ez nabêjim bila wisan nekirina. Na, ev jî encameke din a van karên metbûatê ye, nivîs, ji sedî sed zaroka “ziman” e û ziman jî bi wê dînamîzma xwe û bi wê zeptûreptnekirina xwe, dikare li kêleka mebesta “yekem” mebestên “duyem” û heta “îmayên bêhemt” biwelidîne. Eve li ber wê tabloya reşbîn a civak, akademî û elbet akademîya kurdî [4] dema behs hatîye ser întihala nivîsê, mamoste Ayhan, hemû rexneyên min ên ewil girtîye ser xwe. Min di vê çarçoveyê de gotîye di nav ewqas kêşeyên giran de, akademîsyenên kurd ger bi van “qalik”an mijûl bibe, em ê bi kîjan ’emel û pratîkê wan hêvîdar bibin. Lewra felaketek hate serê vî miletî, hêj jî enkazên wê yên fizîkî û ruhî berdewam in û çîroka me ya şexsî ya her yekê, xalên piçûçik ên vê felaketê ne encax. Ez vîya ne mezin dikim û ne jî bêehemmîyet! Lewma min pirsîbû û aniha jî dipirsim: Nexwe ewên bi van sifetan/qalikan[5] xeber didin, bila behsa ezmûna xwe jî bikin. Di qada xwe de, yanî di alema akademîyê de, helwesteke çawa wergirtin li ber silsileya wan kiryarên xeyrî-insanî? Erê ez dizanim, herkesê ku çilkek jî wijdan li balê heyî, li ber binpêkirina mafê van insanan[6] dilgiran bûye û elbet lazim e yek ji wan jî mamoste Ayhan be. Ew roja ku li zanîngehê, me odeyên xwe vala dikir û me xatir dixwest, suretê wan mamoste, xwendekar û dostên ku hatibûne oxirkirina me, dê heta hetayê li ba min bîranîneke nadîde be. Lê malûm e “wijdana ku li ber tiştekî dikeve” jî heta derekê. Bo ku ew wijdan kor nebe, divê bi ’emel û pratîkê bê xwedîkirin. Mirov esas rêya vê yekê bibîne.

Bo nimûne li ber vê dîmena dawî mirov ji hevalên civaka xwe bipirse (ku mirov hekîm bûya, elbet ji wê civatê; ehlê sendîqeyeke karkeran bûya, ji wê tebeqeyê dê bipirsa), ji xeynî “liberketinê” mirov dikare çi bikira û bike? Mesela daxuyanîyeke nivîskî; çûna danişîna mehkemeyekê; nivîsîna gotarekê; di plaftormeke giştî ya zanîngehê de rexnekirina teserrûfên keyfî û bêhuqûqîya rektor û rêveberîya wî; mîna helwesteke etîk beşdarnebûn an jî qebûlnekirina wezîfeyekê bo pêkhatina wan konferans an sempozyumên zanîngehên wisan[7]; an li zanîngeha xwe halê hazir bo guvaş û çavtirsandinên berdewam nîşandana nerazîbûneke qet’î?!..[8]

Ger bal kêşa be, ev tev, pratîkên qadeke giştî ne û herhal dê îtiraza kesî tunebe ku wesfê berpirsîyarî û ronakbîrîyê di qada qamûyê de, eşkere eşkere îcra dibe; ne ku li malê, ode, kafe an di sohbeta çend hevalan de li dar dikeve. Ew jî pir biqîmet in di wê mahremîyetê de, lê nabe ku mirov bibêje bi tekellûmê ev berpirsîyarî ji ser min çû. Îcar di nav bergeheke wisan de dema li vir û wir mirov rastî dostekî tê û dest bi axaftinê dike, mijar bête ser keyfîbûn an karên nerewa yên rektor an rêvebirekî; an jî dîsa mîna gazindeke masumane ji devê hevalekî we “Em çima te nabînîn mamoste, em bêrîya te dikin, em carna hev bibînin” derket, bivênevê dê ji devê we jî çend gotinên îronîk ên wisa derkevin: “Ma ez dikarim çi bikim, hûn divê huqûqa xwe û ya wan hevalan biparêzin! An jî “Ez bi xwe ne winda me, lê hûn jî dizanin wan bêbavan mekanên me jî ji hev veqetandin, em li mekanên we yên “qamûsal” çayekî jî nikarin vexwin,[9] lê mekanên me ji herkesî re vekirî ne.”

Yeka din di vê pêvajoyê de wijdana mirov rehet be, ji xwe bêminetî ye û ne lazim e mirov bikeve ruhîyeteke berevan. Lê bawer bikin, li pey çend gotinên basîd an îmayeke qerfî, gava mirov mesûlîyetê tîna bîra insanan, zor zor caran xeyd, psîkolojîyeke berevan û heta asabî rû dide. Yanî di gotinê de belkî xweş e mirov bibêje di serdemên tarî de eve filan fîlozof (Şerîatî bû?) dibêje “Ez hatime we aciz bikim, ne ku rehet!” lê di pratîkê de ev gotin vekirina derîyê derd û belayan e, halê hazir. Lewra kengê di ber pirsa kurdî û bêhuqûqîya giştî re behs tê ser ezmûna xirab a akademîyê (çi tirk çi kurd an çi yekî din ferq nake) mirûzê wan tirş û tahl dibe. Herhal ew wijdana nerehet ji xwe re “mekanîzmayeke berevan” jî çêdike ji xwedîyê xwe qaçax! Baş e, çare çi ye? Belkî çareya herî radîkal ew be ku mirov qet vê dabaşê veneke da ku tu kes mehzûn nebe! Lê di hevdîtineke wisan de awirên wan hevalan jî sîmetrîya wextekê nahewînin, te wekî hevtayê zemanekî nabînim, yekî ketî, mexdûr, bikerîya xwe windakirî dibînin. Belkî ji bo vê yekê ji carî caran zêdetir qedrê te digrin, naziktir in, nefspiçûktir in, lê tu nikarî bi wan re sohbeteke mukellef bikî, bi endîşeya belkî tu bişkî gotineke derveyî ya te nabêjin. Tu newêrî bi wan re herî derekê, ji ber ku pêşîya te dibezin ber hesab an digel hemû israra te dibêjin na mamoste careke din… Bawer bikin ev jî bi qasî wê sersarîya kolektîf dibe derdekî din bo min û yên wekî min.

Eve di nava rewşa giştî ya xirab de, dema hûn bibînin ku gotarek çap bûye li ser heman kêşeyeke (bi şîroveyên şaş an şîroveyên peywend-zeîf li ser berhema Xanî) ku we berê, bi berfirehtir behs lê kiribe, lê tê de ji keda we behsek tunebe, heta mîna referenseke basîd cihê we tunebe û bi ser de ev nivîs li gor nezera we gav bi gav teqlîdeke ya we be… Lê ji xeynî vîya di xebateke din a ser hamîtîyê de jî (ku îro xwedîyê wê dibêje ev “20 sal e ez ser Xanî dixebitim û min 50 rûpel bîblografya amade kirîye”) dîsa ji we şopek tunebe… Ez dibêjim zemînek çêdibe bo gumanekê; û hûn ê bibêjin gelo ji meyla xirab a demê nebe, ambargoya filankesê li ser min hebe? Lê dîsa jî hûn ê bo îhtiyadê hevokeke wisan jî bi kar bînin: (Hêvîdar im ev tenê gumanek be!)

Bi min mamoste Ayhan hemû rexne û gazindên dîbaceyê li xwe negirta û parîyek bidîta ka min kengê rewşa giştî û meseleya întihal û tunebûna navê xwe di xebatên wî de, pir û derbasokek çêkirîye û piçek qîmet bida hevoka min a “Hêvîdar im ev gumanek be!”, dê evqas jî wî me neêşanda. Lewra çiqas behsa terbîyeya akademîk dike, çiqas peywên wek birêz, mamoste, cenabê dayne ber navê me, bi hêrseke rabûyî cardin me ji bereketa wan mehrûm dike û dema belaya xwe li uslûba me û elbet li me dide bo herduyan dibêje “haqaretamîz”, “sivik”, “îftiraya întihalê”, “malê meseleyeke şexsî”, “zimanekî êrîşkar”, “çavekî ku li xeta û kêmasîyan digere”, “narsîst”, “çavnebar”, “kesekî xenîmet dîtî”… Ez jidil dibêjim û bila Xwedê jî şahid be, ez hemûyan lê borîme. Bila ev heqaretên wî kefaretê peyva “gumana ambargoyê” be. Çinku “îhtimal” belkî giranîya gumanê/zennê sivik dike, lê wê ji holê ranake.

Dibêjim bi van peyvan re barê “dîbaceyê”yê ji ser min piçek sivik bû, menzîla gotinên min eşkeretir bûn. Lewma niha dikarim ser îzeha çend tiştên ku bi raya min divê neyên piştguhkirin, rawestim. Yek ji wan îmayên ser psîkolojîya min a îxracê ye û ya din ji vîya giştîtir, biqîmettir, heyatîtir e. Ka em pêşî ya ku me eleqeder dike, bibêjin.

Bersiva çend îma û îsnadan:

  1. Mamoste Ayhan, di çend cîyan de, bi îmayên curbecur, îddiaya me ya întihalê bi psîkolojîya me ya aniha ve girê dide, peyvên wek “ew ne yekî wisan bû” û “dijwar e ku mamosteyek ji xebatên xwe, ji hevkar û xwendekarên xwe cuda bibe” bi kar tîne. Mîna bersiv dikarim bibêjim ku ez di vê maweyê de sabît nebûme, neqerisîme, nebûme kuncnişîn û ji wir hemû dinyayê jî mêze nakim û ev cara pêşîn e ku doza întihalê ji yekê dikim. Mîna insanekî biker û çalak, di vê maweyê de min 2 xebat birine serî, 5 semîner li dar xistine mekanên curbicur, heta li gor şertên OHALê li cihên “nemeqbûl”. Di van hemû çalakîyan de xwendevan û xwendekarên min ên wefadar rêjeya herî mezin pêk dianîn; tê de “xeleka zeîf” an “xeleke winda” hevkarên min ên kevin bûn. Hêj jî bo xwendekarên master û doktorayê bi awayekî înformel alîkarîyên min berdewam in. Xala girîng “fayde” ye. Û bo vê îmayê, mîna dawî dixwazim di şiklê pirsan de bersivê bidim: Qey ez yekî îxrackirî nebûma, min ê dev ji xwarina keda xwe berda, min ê bihişta insan wê li gor xwe talan bikin? Li vir tiştê ku pozîsyona min û mamoste Ayhan tayîn dike, rewşa îxracbûn û neîxracbûnê ye? Nexwe ez an yekî din, kengê derbarê helwesta akademîyê, rewşa sîyasî, berpirsîyarîya exlaqî an kêşeyeke basîd a kolektîf de gotinekê bike, dê rastî îmayên wisan bê?
  2. Îmayeke nexweş jî bi wî meqamî heye dema mamoste Ayhan dibêje “ger wî, ew îddiayan xwe bi delîl destnîşan kiriban û bi aşkerayî gotiba filan şexsî gotara filan akademisyenê muxrec red kiriye”. Pêşî bibêjim ku ev ne îddiayek e, rastîyek e û sirf bo ku dilê hinekan bikim cî jî ez ê ranebim navê wî hevalê nedim û qaîdeyeke etîk binpê nekim. Wî hevalî kengê xwest tevî pêvajoya rexnekirina enkaza aniha ya akademîyê bû, jixwe dê bi navê xwe gotina xwe bibêje.
  3. Ez piştî xwendina duyem waqifî sernavê mamoste Ayhan bûm ku dibêje “Ji Yekemîn Pisporê Derengmayî re Bersiveke Mecbûrî”. Fêmkirina qismê “bersiveke mecbûrî” hêsan e, lê ev “yekemîn pisporê derengmayî” hinek zehmet bû. Elbet di xwendina duduyan de min fêm kir du mahneyên wê hene:

Yek: Alan ser min dereng maye ku tiştek binivîse; (ew bi xwe dibêje) eve “yekemîn” car e li ser xebatên min rexneyek kirîye ku ew bo min cihê keyfxweşiyê ye. Ji bo vîya bersiva Alan ev e: Min ne kesekî/ê re û ne jî bi giştî edebîyat û xebatên kurdî re peyman û rêkeftinek îmze nekirîye heta filan demê, li ser filan xebat an mijarê binivîsim. Jixwe hindik dinivîsim, bila destûr hebe ka ser çi binivîsim. Yeka din ger ev pratîk bo şexsê Ayhan Tek niha bi vê meseleya bêtalih pêk hatibe, bila bizane ku ez jî bi qasî wî xemgîn im, xwezî bi wesîleyeke din bûya, lê qebehet ne ya min e!

Mahneya duyemîn a “yekemînîya min a derengmayî” jî bi texmîna min ev e: Dema min behsa standartdkrina mufredat, edebîbûna Koyî, li gor xwendineke metin-navend (metin merkezli) û hilweşanger (yapı-bozum) ser Mem û Zînê û behsa patronajê kirîye. Nexwe dê çima mamoste Ayhan bo min bibêje “yekemînî bo wî girîng e” û “damezînerê/bavê  edebiyat û kanonê me!”

Pêşî vîya bibêjim ku derbarê refleksa “min bi filan helwestê, cara pêşîn filan kêmasîya edebîyata kurdî bereteref kir”, min ceribînek nivîsîye, navê wê “Berterefkirina Kêmasîyekê” ye û ew  nivîsa ewil a Bendnameyê (r.111-118) ye û ger mamoste Ayhan dawîya nivîsê binêre dê tarîxa 11 sal berê bibînin û di vê behsê de ji fikr û perspektîfa min a rexneyî bibîne.

Herçî damezrênerî û bavê kanonê filan e, ez ê vîya piçekî berfirehî bibêjim. Dema min çîroka xwe ya şexsî neqil kir di nav peywenda malûm de, ser teferûatên navborî (çêkirina mifredatê, Xanî, Koyî, patronaj), me hinek tişt gotine û eve bo wan mamoste Ayhan me bi quretîyê wesif dike. Nizanim, di kêlîya bilêvkirina van tiştan de dibe ku qelbê me ewqas jî ne paqij be, tê de êdî mîna “misqal” an “ritil” kîbrek hebe; dema mirov dibêje “dara ku min xweşik kesax kir, îsal ji salan zêdetir ber da,” jî belkî kîbrek hebe; belkî nivîsa mamoste Ayhan tenê di vî warî de, da ku em li qelbê xwe binêrin, qencîyek li me kiribe û bi min bo vîya jî ez jê re spas bikim, heq e. Lêbelê mesele ji kîbrê wêdetir e û ev e: Bi çêkirina mifredatekê re ez nebûm û nabim damezrêner an bavê tu tiştî; piştre min gotîye ku bi mamoste Zülküf Ergün re me ev yek kir. Bi çêkirina tiştekî wisan re tenê min û hevalên din, me karê xwe hêsan kir û elbet yên xwendekaran jî. Ne tenê me bo dersên qada edebîyata nû wisan kir, bi awayekî yekdemî (senkronîk) mamosteyên edebîyata klasîk, edebîyata gelêrî, gramer û zimannasîyê, yên dersa ziman û edebîyata zazakî jî wisan kirin. Min navên wan zikir nekiribe, normal e; di wê kêlîyê de min çîroka xwe neqil dikir û ne adetek e ku mirov li ser navê kesên din xeber bide. Lê madem ev behs vebû, niha êdî cîyê çend gotinan e. Elbet standartdkirina mifredekê bo dersên hemû qadan, xebatên kurdî yên li enstitû û lîsansa Artukluyê, gavek din derxist pêşîya yên din ; qelîte, disîplîn û ciddîyetek anî holê û ez wisan texmîn dikim, enstitû û beşa lîsansê hêj jî wê mîrasê dixwe û didomîne. Yanî ger li Artuklûyê tradîsyonek çêbibe bo xebatên kurdî, di vê yekê de kedeke kolektîf a yekdemî û vê disîplînê hebû.

Tesbîtên min ên ser edebîbûna Koyî û şîrovekarên Xanî û metna wî jî, seba ku mijareke epîstemolojîyê eleqedar dikin, ez ê çend peyvan jî li ser wan bibêjim. Mamoste Ayhan dema dibêje gelek kesî ser Xanî nivîsîye û dê hêj binivîsîn û esasen di ya min û Alan de wisan “orîjînalîyeke muezzem” nîne, ew qaîdeyeke epîstemolojîyê ji bîr dike. Wekî ku tê zanîn epîstemolojî derbarê tebîet, şimûl û çavkanîya zanyarîyê (bilginin doğası, kapsamı ve kaynakları) de ye. Zanyarîyên me tevan pêbendî yên berîya me ne, ew ji wan dadirêjin, çêdikin, digihîjin sentez an encamekê. Lêbelê kengê em ji van zanyarîyên hevpar tiştekî “nû”, “taze” dibêjin, yanî em xeleke din li pêvajoya epîstemîk zêde dikin, eve ew yê me ye an yekem car me vî tiştî gotîye. Ger me agahîyên heyî dubare û neqil kiribe, li meydanê jixwe resenîyek an nûjenîyek nîne. Di vê çarçoveyê de dema ez li Xanî û berhema wî dinêrim, ez dibêjim berîya min xwendin û hewlek nîne ku şîroveyên ser metna wî, ji nav beşên metna wî bi xwendineke hilweşanger (de-construction) bêîstiqrar bike. Belê ger xwendineke wisan tunebe, bi rastî jî heta maweya 2008an ez rastî tiştekî wisan nehatibûm, wê demê li gor vê rastîya basîd a epîstemolojîyê heqê min heye ez bibêjim ev yek aîdî min e û cara pêşîn bi min peyda bûye. Lewma min bo mamoste Ayhan digot, tu bo xwendineke wisan “dereng mayî”, ya te mixabin teqlîd e.

Mesela edebîbûna Koyî jî ser heman qaîdeya epîstemolojîyê ye. Elbet berîya me gelek kesan behsa wî kirine, mesela ser modernbûna fikrîyata wî (xasma di daxwaza dewletê û qîmeta kurdînûsînê de) pêşî Xelîl Xeyalî xwendinek li ser kirîye ku gotarên Xeyalî isabata vê yekê ne. Dîsa A. Hassanpour bi dûvdirêj ser modernbûna wî ya fikrî rawestîyaye û wisan texmîn dikim li Başûr û li zanîngehên curbecur di xebatên kurdolojîyê de dê li ser vê behsê jî kullîyadek hebe. Lê nayê bîra min îcar xwendineke ku ji alîyê konvansîyonên edebî ve Koyî kiribe destpêka helbesta modern. Qey ne ji ber vê yekê bû me di dersa edebîyata kurdî ya modern de, dema behs dihat ser destpêka helbesta modern, me tehlîlek li ser helbestên Koyî dikir û temsîlen jî cih dida helbesta wî ya “Xakî Cizîr û Botan”?

Dema ez dibêjim herwekî Ayhan Tek berîya wî tu kes behsa tiştekî nekiribe tevdigere û îcar bo nimûne jî behsa patronaj û hamîtîyê dikim, yanî dibêjim berîya wî min çend tişt gotibûn di gotara xwe ya “Encamên Xweserîyekê” de û mixabin mamoste di kitêba xwe ya Hamisiz Şair Babasız Metin de jî ev yek nedîtîye, nedîtina wî ya li min pirhêl dixuye, gelek hêrs bûye. Ji bo vê yekê ger ez niha çend paragraf ji wê gotara xwe neqil bikim, dê ev gengeşe jî safî bibe:

“Di serdema feodalîteyê de kiryar û piştgirê dîwan û hemû berheman, şah, mîr, beg û paşa bûn. Lewma dema helbestkar gazind ji kesadîya bazarê dikir, qesta wî ne tunebûna xwendevanan bû, bêtir mehrûmîya tewecûha piştgirekî bû. Ku piştgir,[10] qibleya hunermendên wê demê bûn. Bi xêra litf û kerema hikumdarê dewrê û destûra xwedîqudretê demê, ji bo şaîr îmkana şertên afirandin û nivîsînê bi dest diket, bi wî awayî şaîr ji derdê ebûrê (debarê) xelas dibû, digihîşt rehetîyê ku gotinên bisêhr û xeml biafirîne. Di vê sîstemê de evdê (şairê) ku dûrî otorîteyê bû, di heman demê de ji hukmekî, jî îtîbarekî, ji serwet û debarekê jî mehrûm dima.

Xanî karakterê vê hêza ku aqibeta maddî û manewî tayîn dikir, wecîztir gotibû. Li gor wî ev hêz yên ala bi qehra xwe dikit edna, yên edna bi lutfê dikir ala, paşan digirt wekî esîran, azad dikit wekî feqîran; her roj hezarê bênewayan her lehzê bi lutfê sed geda zengîn dikir bi destê hîmmet, bi nezerekê qelbêd zexel dikit belorî, pûlêd dexel dikit filorî; bi îksîra teweciha wî ya mibarek ew qewl (gotin) hemî dibûn eş’ar (şi’r).

Yanê kesê ku xwedî-kemalan derxe holê, “îtibar”ê bexş bike an bi litfa xwe re “derdê ebûrê” ji holê rake, Îqtidar e. Û îqtidar bi hemû wateyên xwe ve qibleyeke maddî û manewî ye ji bo vê helbestê.” (Alan, 2009: 56,57).

Hêj du paragrafên din jî hene, lê bo merama me ev bes in. Elbet di binê nivîsê de mîna salên çapê di kovaran de, îbareya “2005/2007” heye. Bi qasî ku min ji çavkanîya xebata Tek fêm kir, gotara wî ya ku cara yekem temasa vê yekê dike ev e: “Li Dor Behsa Patronajê Mem û Zîna Ehmedê Xanî” (2011), Mukaddime: Mardin Artuklu Üniversitesi Sosyal Bilimler Enstitüsü Dergisi, 3, 41-60. Îcar bila hewaleyî wijdana wî be, peyvên li jorê eleqe bi têkilîya patronajê (di dewra feodal de têkilîya şaîr û mîr) heye an na!

Wekî din bo îlhama agahîyên jorîn, min xebata Şiirin Sesi Toplumun Şarkısı[11] ya Walter G. Andrews (2001) îşaret kirîye di gotara xwe de. Lewma normal e bêyî xebata H. İnalcık û T. İsen-Durmuş, min behsa vê yekê kiribe. Jixwe min jî wisan gotibû, lê mixabin ji ber xeyd û acizbûnê, mamoste Ayhan dibêje Remezan Alan ji ber eşqa yekemînîyê dixweze vîya jî ji destê min bistîne. Nexêr, ne eşqeke wisan li ba min heye û ne jî dixwazim ji destê kesekî tiştek derxim. Min gotibû û niha jî dibêjim wekî tiştên din, di behsa patronajê de jî Ayhan Tek herwekî kesekî berîya wî tiştek nenivîsîye tevdigere an naxwaze hinekan bibîne. Bi min mesela patronajê jî parçeyekî vê nedîtinê ye û di vê behsê de jî fikra min a ser vê helwesta wî neguherîye.

                Meseleya ku me got giştî, biqîmet û heyatî ye

Mamoste Ayhan wekî gelek gotinê, gotina min a “dewletê bi van îxrac û dozên cezayê re, ehlê akademîyê anî rayê” jî girtîye ser xwe û mixabin bersiveke têrgelemşe daye. Di bersiva wî de çend xalên ku me tevan eleqeder tunebûya, min ê van hevokên jêrîn nenivîsanda. Mamoste ser hevoka min a navborî dibêje “kes nikare min bîne rê, lewra, min bi xwe rêya xwe daye ber xwe.” û piştre jî pênc xal rêz dike ka ev rêyeke çawa ye: 1. Kurdbûn di nezera min a akademîk de tiştek îfade nake û jixwe min çi car xwe wek akademîsyenî kurd bi nav nekirîye, 2. Yên ku îzafeyan bi kar tînin (edebîyata me/edebiyatımız) karê wan hamaset û ajîtasyon e, 3. Di nezera min ya akademîk de ferqa zimanekî ji yê din nîne, ez bi çavê profesyonelîyê li meseleyan dinêrim, 4. Heta niha ez ji ’emelên tu kesî hêvîdar nebûme û naxwazim kes jî ji ’emelên min hêvîdar bibe, 5. Atmosfera aram xera bibe nebe ez bi kar û perspektîfa xwe mijûl im. (Bo van bnr. sernavê “Hemaset Ne Karê Me ye”).

Em miletekî bindest nebûna, min ê bigota xwezî, mîna “insanekî kamil” mirov ji hemû arazên dinyayê pak bûya û bûba xwedîyê cewherekî saf ê ji hemû nasname û navên dinyayê azad bûya! Lê halê hazir, qedera qewmê me ya bindest û mazlûm dest nade ku em xwe ji nasnameya xwe û qedera xwe ya cografî birevin û wisan bijîn. Jixwe li vir ez ê van gotinên mamoste Ayhan jî bikim qebehetê kêlîya xeydê, nexwe dê ew jî bizanibe û herhal dê pratîka wî jî tesdîq bike ku li xakên bindest, statûya zimanan ne wekhev e û ronakbîr û zana wisan di guhê ga najîn û xwe kerr nakin![12]

Bi rêya “xebatên madûnîyê” an “teorîya postkolonyal” em serwext bûne ku mijara ziman û çand, warên masûm û notr nînin, mirov nikare wan bike parçeyê kozmopolîtîzmekê. Bo vê yekê ne lazim e em ji xebatên Edward Said, Aimé Cêsaire, Homî Bhabba, Frantz Fanon, Albert Memmi, Arif Dirlik, Ngugi Wa Thiong’o, Dipesh Chakrabarty, Barbara Harlow mînakan bidin. Mijara me ne ew e. Lê bo ku li xakên bindest ev meseleyên eslî (erkê ziman û çandê) ji ber beyanên wisan, şêlû nebin, belkî ev tesbîta Partha Catterjee jî têra me bike: Li Hindistanê kengê elîtên Bengalî li hemberî îngilîzî bi zimanê xwe nivîsîn û bi techîzadên zimanzanîyê zimanê xwe zexim kirin, hingê zimanê wan bû “keleheke hundurîn” bo nasnameya çandî û bi vî awayî karibûn ku xwe li ber zimanê mêtinkar ê bêperwa biparêzin (Chatterjee, 2002:24).

Em baş dizanin li her derê dinyayê armanca mêtinkaran (çawa Ania Loomba jî li ber tecrûbeya nivîskarê Kenyayî Ngugî Wa Thiong’o dibêje) ew e ku çiraya ziman û çandên herêmî bitefînin an wan di nezera xwedîyên wan de bêqîmet bikin, lê li kengê li dijî vê helwestê ji nav wan insanan hinek rabûn bi wan zimanan nivîsandin û xwedî li wan çandên herêmî derketin, ew pêvajoya bêqîmetkirinê jî berevajî dibe (2000:115,116). Em neheqî nekin, ji nav me kurdan jî kesên ku ser vê behsê hûr bûne gelek in: Beşa pêncem (“Kürt Diliyle İlgili Devlet Politikası”) a kitêba Kürdistan’da Milliyetçilik ve Dil a Amir Hassanpour, gotarên kitêba Zimanek Çima Tê Qedexekirin a Cuma Çîçek, xebata Rewşa Kurdî ya Sosyolenguîstîk Li Tirkîyeyê ya Ergin Öpengin ji çend  heb in ku di vê kêlîyê de tên bîra min.

                Axir-Kelam

Hêvî dikim ku vê carê li gor dilê mamoste Ayhan Tek guftûgoyeke bikêrhatî pêk hatibe. Ez wisan texmîn dikim vêga cenabê wî jî mebesta min a eslî fêm kirîye. Ez li keda xwe xwedî derdikevim û dibêjim, nabe, hele di van şertan de qet nabe, tu kes keda min bêreferans bi kar bîne; ger bê referans bi kar anî û bi hemû konvansîyonên xwe ve nivîsa wî teqlîda ya min be, navê vê yekê “Întihal” e. Min bi nivîsa berê wisan digot û niha jî eynî tiştî dibêjim.

Îcar mamoste Ayhan bersiveke çawa dide an dide nade ew dizane, lê bo min êdî wextê noqtedayînê ye, ez ê vê guftûgoyê nedomînim. Di nivîsa xwe ya borî de Ayhan Tek mîna rêyek dibêje ku em întihalê hewaleyî sê hakeman bikin. Ger digel van hemû agahîyan û vê nivîsa han (ku bo jê polemîkek din dernekeve min navê herî sade, “Bersivek” dayê) hêj jî di eynî qenaetê de ye, ez ê bibêjim madem ev teklîf ji alîyê wî ve hatîye, min qebûl e û ew kî bo vê yekê tayîn dike, ez razî me.

16-24 Nîsan 2019/Mêrdîn

 

 

[1] Lê ev argûmana min, belê tenê ev argûmana min şaş e, lewra dema min îtîraza Tek xwend, min dît têbînîya wî ya ser xala “berhem” û “xwedî” ku dikarin mîna mecaza mursel cihê hev bigrin durist e û ez niha di vê behsê de heq didimê, lê tenê di vê behsê de.

[2] Di kêlîya nivîsandina vê gotarê de lê warqilîm ku ne dudu, lê çar in. Herçend di nivîsa xwe ya mezkur de mamoste Ayhan îtirazê vê yekê nekiribe, yanî negotibe ne du, çar bûn jî, bila meraq neke emaneta wî jî li cem me emîn e.

[3] Eve di wê demê de hêj gotar û xebatên kesên wekî A. Hasanpour (2005), A. Vali (2005), Bruinessen (2005) û Î. M. Resûl (2007) çap nebûbûn û ji çavkanîya nivîsa întihalê (2018) jî dîyar dibe ku mamoste Ayhan hêj nû (çapa nû ya 2005an) Üçüncü Öğretmen: Xani a H. Mem xwendîye. Îcar dê xebata wî çawa bibe xwedîyê heman çavkanîyê an ya wî dê çawa bibe “çavkanîya sereke/eslî” ez gelek meraq dikim.

[4] Divê çend peyvan jî ser têgeha akademîya kurd bibêjim ku neheqî bi peyvê bi xwe nebe. Bi min li gor şertên Tirkîyê peyva “akademîya kurdî” jî îfadeyeke problematîk e. Lewra bi pêvajoya aştîyê re pêşî li Mêrdînê wek model û piştre jî li çend zanîngehan wek dewama vê modelê îqtidara niha dest bi vekirina enstitû û beşên lîsansê kir, pê re bernameyên lîsansa bilind û doktoraya kurdî vebûn û rewac mezintir bû. Li ser vê yekê li ba me tevan qenaetek hasil bû ku eve li sazîya Xwendina Bala ya dewletê, kurdî û kurd jî bûne xwedîyê kursîyekê. Bi min salek şûnde li hember dinamîzm û rewaca çêbûyî, dewlet ji encamên vê hewleya xwe poşman bû, lewra taleb û hazirîyên Hekarî, Ruha û Sêrtê (ku ji ya dawîn re midûrek jî tayîn kiribû) tu car aktîf nekir. Jixwe bi xerabûna pêvajoya aştîyê re, pêşî serê tirpanê avêt enstitûya li Mêrdînê û herwekî bibêje min destûra zemîneke wisan dabû û aniha jî ez sînorê wê ez tayîn dikim. Îcar di nav van şertan de mirov behsa akademîya kurd û akademîsyenên kurd bike, ev peyv (gösterge), bi nîşandar (gösteren) û nîşanbarê (gösterilen) xwe ve, ji alîyê zimannasîyê ve jî çiqas kamil û meqbûl e, teqdîra we ye. Lêbelê digel vîya mirov li vir û wir bibêje ez ehlê vê kategorîyê me û îcar bi yekemînbûna filan pileyê (doçent û profesorî) beradê xwe bide çi tiştekî absurd e, li meydanê ye. Elbet navê wan pileyan temsîlen tekellûm bû, nexwe di van şertan de gava mirov bibêje ez “asîstanê kurd” an “doktorê kurd” im û îcar sifeta “yekemîn” jî bide ber, heman problem berdewam e û ez dibînim qet nebe di vê behsê de mamoste Ayhan jî heq daye min û wî jî li gor tecrûbeyên kurdên din, ev gotin bi gelemşe dîtîye. Min li vir jî îma nebiribû ser wî an yekî ku negihiştibe vê pileyê jî bila li xwe negire, yê li xwe digre jî bila li pratîka xwe binêre, çi bibêjim, lewre gotin carek ji dev derket, dê heta menzîlekê here!..

[5] Li gor şîroveya Victoria R. Holbrook ser helwesta Mecnûn ka çima digel fersenda wuslatê ew Leylayê qebûl nake (ku heman tişt jî bo Mem wisan e dema Zînê qebûl nake), dibêje lewra Mecûn mahneya sûretê li dû xwe hiştibû, êdî Leyla bo wî qalik û qilifekî şiklî bû. Dayîna beradên rutbe û pileyan, bivênivê vê têbinîya Holbrook anî bîra min.

[6] Peyvek dema zêde bi kar tê an bi demê re kevin dibe, bêteqil dibe. Îxrac jî yek ji wan e. Mirov ji bîr dike ku esas ew bi hemû mahneyên xwe bêstatûkirin û tunekirina hebûna kes an komekê ye, wî mehrûmkirina ji her maf û qanûnê ye. Elbet îqtidar bi vê nîyetê jixwe tiştekî wisan dikin, lê çiqas bi ser dikevin, ev jî li ber eyneya berxwedêrîya mexdûran tayîn dibe. Di vê pêvajoyê de gelek kesên wekî me serpêhatîyên xwe yên bi vî rengî neqil kirine. Bo têgihîştina vê meseleyê û çarçoveya van gotinan bnr. Ahmet Murat Aytaç, “KHK’lı Olmanın Hakkını Vermek”, gazeteduvar, 17 Sibat 2018.

[7] Ji ber ku li gor daxuyanîya mişawirê çapemenîyê yê YOKê Şener Aslan, tu eleqeya YOKê bi îxracan re nîne, ev înîsyatîf û teserûf bi temamî di destê zanîngehan de ye. Bo teferûatên vê yekê bnr. rojnameyên  8ê Sibata 2017an. Bo nimune, BBC News Türkçe (2017), “YÖK: İhraçlarda İnisiyatif Üniversitelerde”, http://www.bbc.com. Ev xeber hêj jî aktîf e.

[8] Lewra yekûna mezin li zanîngehan niha wekî kesên muxalîf, meşkuk an ne-ewle di çavê rêveberîyê de, belê esas ew rastî muemeleyeke pênc-şeş qat ji “28 Sibat”ê dijwartir û keyfîtir tên û divê mirov piştgirî bide wan û da ku sibe ew piştgirî bo mirov bi xwe jî bibe mertalek.

Û bi navê “BAK’tan Uluslarası Akademik Camiaya Yapılacak Çağrı Hakkında Eğilim Belirleme Anketi” tiştek çêbûbû di 23.03.2017an de û piştre li gor vê anketê du-sê meh şûnde bijarteya “Em Bangewazîya Boykoteke Biqedeme Bikin/Kademeli Boykot Çağrısı Yapalım” hatibû qebûlkirin. Eve di dawîya vê adara borî de ji alîyê platforma ku piştgirîyê dide akademîsyenên aştîyê, ev meseleya boykotê cardin hat rojevê. Daxuyanîya wan, darizandina akademisyenan şermezar dikir û bang dikir û digot têkilîyên bi wan sazî û zanîngehên ku bûne “hevkarê” van îxracan, bila bên rawestandin. Bo vîya bnr. https://yesilgazete.org,”1800 Akademisyenden Prof. Üstel’e ve Barış Akademisyenlerine Destek”, 30/03/1990.

[9] Yên ku hatine Mêrdînê dizanin ku Enstitûya Zimanên Zindî û Nexweşxaneya Dewletê miqabilî hev in. Rojekê piştî vegera nexweşxaneyê min telefonî dostekî xwe kir ku nêzîkî wan deran im. Wî jî got kerem ke were jorê em rûnin û bi hev re çayekê vexwin. Çûm, lê hêj me nû dest axaftinê kiribû, notirvanê wê yekeyê serê xwe di ber dêrî re derxist û me bi hebûna xwe hisand. Me pêşî mahneyek neda vê yekê, lê piştre em hîn bûn ku di wan rojan de tamîmeke veşarî (elbet li dijî qanûnên merîyetê de jî) hatîye zanîngehan û Xwedê dizane gelek sazîyên din ên fermî, da ku lingê îxracîyan nekeve wan deran an ket jî bên şopandin ka çi dikin. Elbet piştî wê rojê bû, ji bo ku tu kes nekeve muşkîleyekê neçûm wê derê. Elbet neçûm çalakîyên zanistî û ahengî jî (mîna Newroz, bernameyên mezûnîyeta xwendekarên xwe, roja zimanê kurdî hwd.) yên li wan deran. Mirov niha bibêje ku ev kiryarên ha ne tenê bo min, lê bo wan dost û hevalan jî binpêkirina mafekî ye, gelo dê şîroveyeke bêhed be?

[10] Min ji bîr kiribû ku digel peyva “îqtidar”ê, min ya “piştgir” jî bi kar anîye. Mîna ku tê zanîn ev muadîlê peyva “hamî” ya erebî ye.

[11] Bo dîtina têkîlîya patronajê di kitêba Andrews de beşa herî minasîb “Otorite ve Gazel Geleneği” [Otorîte û Tradîsyona Xezelê] ye.

[12] Elbet lêkolerek dikare bi tirkî, îngilîzî, frensî, elmanî, erebî, farisî an bi zimanekî din lêkolîn bike ser kurdan, jixwe mînakên wisan pir in, lê dema mirov bibêje ewên ku bi kurdî û kurdînûsînê re îzafetek datînin hemasetê dikin, mesele diguhere.

 

 

Share.

Leave A Reply