Zimanê Kurdî û Derhişê Subjeyê

BEXTIYAR SECADÎ

JI SORANÎ: MEMÊ MALA HINÊ

Puxte: Ev gotar li ser têkiliya yekser a zimên bi derhişê subjeyê re disekine. Di navbera zimên û derhişê de şirîkatiyek nêz û pêwendiyek yekser heye. Ziman subjektivîteyê saz dike û her wiha tê nîqaşkirin ku sazbûna nasnameyê zêdetirîn ji aliyê şert û mercên pêvajoya fêrbûna zimên ve tê diyarkirin. Di çêbûna subjeya nasnameyê de biyanîbûna zimanî merhaleya herî krîtîk e. Li gor vê, ev xebata li ber dest hewl dide di nasnameya subjeya kurd de temsiliyeta zimanê kurdî dest nîşan bike. Ev gotar angaşt dike di navbera zimanê kurdî û nasnameyê de sê têkiliyên pir nêz hene ku ev in: di ziman û nasnameya kurdî de girîngiya rabirdûya xwedî imtiyaz a li hemberî dahatûya bêîmtiyaz, tunebûna takekesiyê di peyvan de û her wiha di nasnameyê de, û yên onomatopoeic jî tê de zalbûna dengên xwezayî di zimanê kurdî de, û hêman û meylên xwezayî di subjeya kurd de.

Destpêk

Mekanîzmaya navbera sêgoşeyî ya ziman, derhiş û îdeolojî dibe sedema pêkhatina subjeyê. Piranîya nivîs û semînerên min li ser peywendîya navbera ziman û îdeolojî û her wiha ziman û nasnameyê bûye. Min kêmtir bala xwe daye peywendîya navbera ziman û derhiş. Heta niha ji hêla min ve girîngî nedana bi mijara derhiş ji ber sedemên taybet in û bi kurtî ya ku dixwazim nêrîna xwe li ser nasnameya subjeya kurdî hêdî hêdî û merhale bi merhale bixim ber destê xwêner û her merhale jî di nav xwe de ji çend beşên cihê pêk tê ku hin ji wan pênase, argument, pêşîne, çarçoveya teorîk, mînaka cesteya beranalîz, şîrove û encamgirî ne. Ev hemû, ji bilî danîna têgeha nû û her wiha danîna hevwateyekê ji bo zaraveya rexneyî û teorîk in.

Pêwîstîya me kurdan gelek bi analîza îdeolojîyê hinek jî bi analîza pênase û rave û têgeha derhiş heye. Hewldana ji bo têgihiştina mekanîzmaya navbera ziman û derhiş beşeke haşahilnegir a her cure mijarên girîng û hûrgilî pêk tîne ku divê li nasnameya subjeya kurd bikole. Lêbelê berîya vê lêkolînê, pêwîst e bêtir û bi awayekî cidîtir bala xwe bidin ser têgeha derhiş. Derhiş bêtir ew tiştê ku di kirdar û berhem û kesayetîya subjeyê de amade ye tîne bîra me û piştguhkirina rola herî berçav a derhiş di pêkhatina nasnameya subjeya kurd de bi awayekî berdewam yek ji wan çewtîyên lêkolînan e ku di vî warî de hatine kirin.

Rola kûr û demdirêj a derhiş: Mînaka yekem: Fikra olî ya li Tirkîyeyê

Çima li Tirkîyeyê? Digel ku piranîya kanalên ragîhandinê xwedî ramana sekuler in, çima piranîya xelkê vî welatî hîn jî oldar in? Bersiv eger ji bo kesekî ku haya wî ji teorîyên li ser derhişê mirov û şîyan û karîgerîya demdirêj be, gelek sade ye. Tirkîye çend sedsal bûbû yek ji navendên mezin ên dinyaya Îslamî. Subjektîvîteya olî (Religious subjectivity) niha jî alîyê destnîşanker ê nasnameya subjeyî ya Tirkîyeyê pêk anîye. Ji ber xweveşartina ol û peyv û hevokên olî yên di zimanê wan kanalên sekuler de em gelek bi hêmayên îdeolojîk dihesin. Ango ziman ew peyv û hevokên Îslamî ji Osmanîyan wergirtine.

Ev hêma bi temamî ketine nav zimanê Tirkî û Tirkî tenê ji giranî û sextîya Erebî hatiye maliştin û vî zimanî qalibeke xwemalî û îfadekirineke nazik wergirtiye. Lêbelê desthilatî û rêjeya bikaranîna van hêmayan ewqas zêde ne ku wan karîye heta astekê li wî welatî rê li ber modela sekuler bigire. Di van çend salên dawî de ku alîyên sîyasî yên desthilatdar ên niha hatin ser kar, ev xet bi hêztir bû û niha hema bêje Tirkîye dibe welatekî bihêz ji bo modela Îslamî. Çend sal berê amadebûna Erdogan di civîna Komkara Erebî ya li Misrê de û sîyaseta wekî hev a Tirkîye û Komkara Erebî li ser çend pirsên nazik derxist holê ku Tirkîye û nasnameya Tirkî, -em wisa pê dihesin ku- xwe wekî mal û modela dinyaya Îslamî dizane. Yek ji encamên destnîşanker ên subjektîvîteya olî di subjeya Tirkî de ew subje ye ku dixwaze bibe beşeke Ewrupayê û hebûna gelek hêmayên îdeolojîk ên di zimanê Tirkî de bûne alîyên bihêz ên derhişê wê subjeyê.

Yek ji rêyên geşbûna gotara sekuleran guhertinên zimannasî ya him ji hêla pêkhate û hevoksazîyê ve him jî ji hêla peyv û gotinê ve ye. Wekî ku Baxtîn gotîye, peyv ji hêlekê ve dikare guhertina herî biçûk a civakî tomar bike û ji hêla din ve jî ew bi xwe dikare bibe amajeyek ji bo geşbûna xeta gotarsazîya civakî. Gerçî Ataturk ji bo vê yekê hewl daye, lêbelê agahdarîya desthilatî zêde nebûye hêmayên îdeolojîk. Ev kar, ango maliştina îdeolojî ji hêma û veguherîna her cure barê îdeolojîk a di peyvan de, rênivîsa talî alîkar jî be dîsa ji hêla teorî ve ne mumkun e. Ango dibe ku dewletek bikare di kêlîyekê de û li gor yasayên hukmî alfabeya welatekî biguherîne. Lêbelê nikare bi awayekî lez û bez barê maneyê ya hêmayên îdeolojîk biguherîne. Yasa nikare bi awayekî lez barê îdeolojîk a peyvan biguherîne û eger ev kar bi ser keve jî incex di demeke dirêj de pêkan e.

Mînaka duyem: Tevgera farisîya sade ya li Îranê

Mînakeke din a desthilatîya derhiş, têkbirina hemû hewlên cidî û bihêz a paqijkirina zimanê Farisî ji peyv û qalibên Erebî bû ku ji hêla çend kes û navendên Îranî ve çend sal berê hatibû kirin. Di warê îdeolojî û derhiş de lîstik berevajî dibin. Ango li dewsa ku peyvên Farisî xwemal bin û peyvên Erebî bîyanî bin, berevajî hin peyvên Farisî bûne xwedî barekî gelek giran ê îdeolojîk ku êdî peyvên Erebî bi awayekî îdeolojîk nayên dîtin. Bi maneyeke sadetir, peyvên xwerû yên Farisî di zimanê Farisî de ji bo axêverên Farisî bîyanî dibûn lê hevmaneya Erebî ya van peyvan bîyanî nedihatin dîtin.

Faktora îdeolojîknebûna peyvên Erebî yên di zimanê Farisî de ji wê yekê tê ku gelek sed sal ew peyv di derhişê Îranîyan de bi cih bûne, di hemû tekstên kevn û nû yên Farisî de hatine bikaranîn û di Îrana kevn de wekî model û cure hebûne û dûbare bûne. Îdeolojî heta ku di derhiş de cîgirtir û mîsogertir be, bibandortir dibe û di vê rewşê de ku êdî îdeolojîkbûna wê tê jibîrkirin û dibe beşeke wê nasnameyê. Li gor deskeftên dawîn ên zanistî jî, dubarebûn dibe egera geşbûna snapsên xaneyên mêjî. Analîza min a li jorê ku şîroveya zanistî ya wê nêrîna populer e wekî “Peyvên Erebî bûne mulkê zimanê Farisî” tê îfadekirin.

Jixwebîyanîbûna zimanî

Ew pêvajoya ku ziman takekesan dike subje yan jî bi awayekî baştir bibêjin, ew pêvajoya ku ziman takekesan dike subjeya xwe, bi ‘jixwebîyanîbûna zimanî’ (linguistic alienation) ku gotineke sereke ya Lacan e tê ravekirin. Nasnameya Subjeyê ji ber zimên û bi rêya zimên şikil digire. Bi gotineke zelaltir, ziman her nasnameyeke subjeyê pêk nayne, heta ji vê jî girîngtir, ziman di derhişê subjeyê de bi cih dibe û dest bi avakirina subjektîvîteyê dike. Nasnameya mirov, di rastîyê de hemû subjektîvîte ne ku di nav derhişê wê subjeyê de hene. Piranîya van subjektîvîteyan îdeolojîk in û ji ber zimên hatine sazkirin.

Ji bo ku ev teorî ji vê zêdetir nebin gerdunî û cîhangîr (Ev, ji wê rexneya Lacan hatîye girtin) divê em behsa wê yekê bikin ku pêvajoya bîyanîbûna zimanî di heman demê de di nava xwe de hilgirê lêpêçîna îdeolojîk e jî. Ango, bi armanca dîyarkirina nasnameya subjeyê, divê ew hêmayên îdeolojîk destnîşan bikin ku di pêvajoya bîyanîbûna zimanî de dibin egera sazbûna subjektîvîteya nasnameya subjeyê. Hêmayên îdeolojîk ên ku di derhişê subjeyê de bi cih bûne û li vir peywendîya navbera îdeolojî û derhiş dibe pirsgirêkeke teorîk ku divê were çareserkirin. Lêbelê ez ê li vir behsa wê çareserîyê nekim.

Derhişê subjeya kurdî

Hewcedarîya her cure behsa zimanê Kurdî û derhişê subjeya Kurdî ya di warê lêkolînên Kurdî de, ewil bi pênase û ravekarîya têgeha derhiş dibe. Belê, ev kar, karekî heta tu bibêjî sext, demdirêj û fireh e. Lêbelê distnîşankirina subjektîvîteya hazir a di zimanê Kurdî de wê rêya sext û zor ji me re li hev tîne. Ango, ji bo têgihiştina derhişê Kurdî divê ewil em wan subjektîviteyan fêm bikin ku wan derhişan pêk anîne. Ev jî dîsa me bibe ser xebata li ser zimanê Kurdî yan wan zimanên ku di perwerdekirina subjeyên Kurdî de hatine bikaranîn, ango Farisî, Erebî û Tirkî.

Derhiş ne tenê xwedî bingeheke zimanî ye, her wisa rêya hînbûna ziman e jî ku subje pê dibe xwedî derhişekî tekûztir ji wî derhişê ku berê pê re bû (Mebest ew derhişê subjeyê yê berîya hînbûna zimên). Li vir, dema ku em dibêjin bingeha derhişê wekî bingeha zimên hatîye danin, em bi temamî wekî Lacan difikirin. Ango, ew zimanê ku kesekî dike subje, di heman demê de şikil jî dide derhişê eynî kesî. Ev jî, peywendîya rasterast a navbera ziman û nasname ye. Helbet em xeletî nekin. Li vir mebest ji ziman, zimanê subjeyê ye û mebest ji nasnameyê jî nasnameya subjeyê ye. Ev peywendî peywendîyeke dualî ye û bi awayekî ku her yek ji wan hevûdu pêk tînin û bi vî awayî di navbera zimanê Kurdî û derhişê subjeya Kurdî de dîyalektîkek heye. Ji ber vê jî ez di navbera wan de gelek tiştên wekî hev dibînim. Behskirina vê wekhevîyê wê gelek wext bigire. Lêbelê ez ê li vir behsa vê nekim.

Zimanê kurdî û derhiş: Çend mînakên pratîkî

Ji bo nîşandana peywendîya derhiş û zimanê Kurdî cihê herî baş berhemên edebî û hunerî ne ku bi awayekî derûnî ruhê kesayetîyan derxistiye holê. Roman û fîlm du cureyên edebî û hunerî yên cihê ne ku ji ber sedemên taybetî ji cureyên din baştir dikarin bi vê pirsê re rûbirû bibin û derûnîya kesayetîya me temsîl bikin. Wek mînak, min ev kar berîya xwendina romana Şêrzad Hesen a bi navê Hesar û Segên Bavê Min û romana Eta Nehayî ya bi navê Grewa Bextê Helale temam kiribû. Li jêrê jî helw didim ku gelek kurt hin mînakên din ên encamên alîyê derhişê yên subjeya Kurdî di zimanê Kurdî de û berevajî bicihbûn û temsîlkirina hin taybetmendîyên zimanê Kurdî di derhişê subjeya Kurdî de bixim ber dest.

Yekem: Raborîxwazîya subjeya kurdî

Eger ez bixwazim li vir amaje bi çend mînakên teorîk ên li ser peywendîya ziman û derhiş bikim, dikarim amaje bi nebûna lêkera alîkar a dema bê di rêzimanê Kurdî de bikim û paşê behsa derencamên vê meseleyê di derhişê Kurdî de bikim. Di zimanekî wekî Îngîlîzî de ji bo destnîşankirina van lêkerên alîkar ên dema bê em xwedî gelek şêweyên cihê ne. Di zimanê Farisî de herçiqas bi mebesta dîyarkirina lêkera alîkar a dema bê sûd ji ‘xwah’ tê wergirtin jî ev cure bikaranîn îro bûye şêweyeke fermî. Ango li dewsa ‘xwahim reft’ ‘mîrum’ tê gotin. Di Erebî de jî ‘s’ û ‘suf ’ eynî rolê pêk tînin. Lêbelê di Kurdî de em ne xwedî şêweyeke taybet a lêkerên alîkar ên dema bê ne.

Nebûna lêkerên alîkar ên dema bê ya di zimanê kurdî de û bi taybetî jî di Soranî de him sedem e, him jî encam e. Ev yek bixwe derencama cureyeke ‘raborîxwazî’ ya derhişê subjeya zimanê kurdî (helbet di Kurmancî de lêkera alîkar a dema bê yê nêzîk heye). Ango ‘Ez diçim’ ji ‘Ez ê biçim’ cihê ye. Ji ber vê yekê ez dibêjim nebûna lêkerên alîkar ên dema bê sedem û encam e. Lewre em nizanin ka zênîyet nebûna vê lêkera alîkar pêk anîye an jî nebûna vê lêkerê alîkar ev zênîyet pêk anîye. Helbet lêkolînên min gihîştin wê encamê ku di zimanê Kurdî de nebûna wê lêkera alîkar bixwe ev zênîyet pêk anîye. Li vir ez ê zêde li ser vê pirsê ranewestim. Lewre peywendîya vê yekê bi gelek sedemên cihê cihê hene. Helbet divê vê jî bibêjim ku zanîna vê meseleyê bixwe dikare di nehiştina vê zênîyetê de roleke sûdewar pêk bîne. Ev dîyarde, ango agahdarbûna subjeyê ji kêmasîya cewherên xwe, ji hêla subje bixwe ve wekî meta-awareness tê binavkirin.

Duyem: Nemana serxwebûna peyvê

Mînakeke din a li ser peywendîya navbera ziman û derhişê Kurdî, nemana serbixweyî û tekîtîya peyvan a zimanê Kurdî ye. Min li cihên din jî behsa vê xesletê kiriye û gelek mînak nîşan dane. Bi kurtî, di zimanê Kurdî de komek peyv hene ku yek ji karên dubarekirinê (reduplication) pêk tînin. Rast e, ev cure peyv di zimanekî wekî Farisî de hene. Wekî pencere mencere. Lêbelê ev rewş di zimanê Kurdî de bêtir bi rêya bi hev re nivîsandina du peyvên serbixwe tê pêkanin. Ev peyv di zimanê Kurdî de gelek in û min gelek ji wan kom kirine. Hin ji van ev in: Karûbar, şaşûdax, halûmal, carûbar, awûtaw, demûçaw, hatûhawar, qînqire, takûtera, parûpêrar, malûminal, serûber, gîrûgirift, teng û çeleme, kosp û tegere, kelûpel

Ji bo ku rola van peyvan eşkere be, divê em bizanin ka çend sed ji van peyvan hene û hemû jî tên zanîn û rojane ji hêla her kesî ve û di kanalên dîtbar û bihîstbar û înternetê de tên bikaranîn. Wekî ku tê zanîn, di van cure peyvan de gelek caran bi awayekî berdewam maneya beşeke peyvan diguhere yan jî ji bingehê ve maneya wan nîn e. Bi gotineke din, di van cure peyvan de taybetmendîya serbixweyî û tekbûn ji peyvan hatîye girtin û xalên giştî lê hatine barkirin.

Ev taybetmendî bûye sedem û encama piştguhkirina tekbûna him nasname him jî sîstema ferhengîya me. Wek mînak, di govendê de ji bilî sergovend, takekesîya tu kesekî govendê namîne. Ew hemû kesên ku bi hev re govendê digerînin divê bi rîtmekê û tevgerekê govendê bigerînin û eger kesek wiha neke, ahenga govendê têk diçe. Ango, ên ku govendê digerînin di hareketê de serbixwe nîn in û divê rîtm û tevgera giştî li ber çav bigirin. Yekem encama vê sîstema hunerî piştguhkirina afirandinê ye. Ji ber vê jî wekî ku tê zanîn, wek mînak, afirandin di govendê de li gor reqsên neteweyên din gelek kêmtir e.

Him ji hêla gotin û him jî ji hêla nivîsandinhe ve nebûna serbixweyîya peyvê ji nebûna serbixweyî û tekanebûna warên din ferhengî reng daye. Ev mînak gelek in û encamên wan ên di wênesazî û muzîk û edebîyatê de min destnîşan û dîyar kirin û di derfeteke din de ez ê veguhezînim.

Sêyem: subje û xweza

Yek ji wan taybetmendîyên ku min li jorê behs kiribûn û divê derencamên wan di derhiş de were dîtin şênberkirina alîyê xwezayî ya di zimanê Kurdî de ye. Belgeya herî baş a nîşandana xwezayîbûna zimanê Kurdî ew peyv in ku wekî ‘navdeng’ tên zanîn û hejmara wan gelek zêde ne. Ev taybetmendî ji zênîyeteke pêşmodern derdikeve. Xwezayîbûna ziman û subjektîvîteya pêşmodern hevûdu pêk tînin. Ev, zênîyeteke modern e ku dikare wek mînak di nivîsekê de bi hişmendî û derhişî rê li ber alîyên siruştî yên zimanê Kurdî bigire û bi awayekî berdewam hewla raçavkirina cewhera zanistî bike, ango ziman ji xwezayîbûnê ber bi zanistîbûnê bibe. Bi zanistîkirina zimanê Kurdî wekî beşeke ji xeta çendalî û tevlihev a geşbûna zimanê Kurdî tenê di pêvajoyeke demdirêj de bi ser dikeve.

Her cure guhertin di zimên de hewcedarî bi maweyeke demdirêj heye û bila ji bîra me neçe ku guhertina di zimên de tê wateya guhertina di derhiş de. Ev pêvajo ewqas zehmet û demdirêj e ku li gor gelek bîreweran ev pêvajo bi ser nakeve. Lêbelê çend bîrewerên paşpêkhatexwaz, wek mînak Judit Butler, ev yek ji bo me analîz kiriye ku ev kar dikare were encamdan. Helbet di asteke gelek biçûk de û bi radeyeke gelek kêm… Ji ber vê jî, em bi awayekî gelek hêsanî tilîya xwe deynin ser wê xesletê nezanistîbûna teksteke Kurdî ku nivîskarê wê, berhema xwe wekî berhemeke zanistî bi nav dike. Ji hêleke din ve jî, eger hemû berhemên bîrewerekî Kurd wek mînak bikin mijara lêkolînê, bi hêsanî dikarin wan dijayetîyan dest nîşan bikin (dijayetîya perwerdeyî, dijayetîya metodoljî, dijayetîya maneyî) ku di sistema fikrî ya wî bîrewêrî de ye.

Encam

Peywendîyeke qewî, dualî û rasterast di navbera ziman û derhiş de heye. Pêvajoya hînbûna zimanê dayikê di rastî de pêvajoya şikilgirtina derhişê subjeyê ye. Bi gotineke sadetir, pêkhateya derhişê subjeyê li gor çawatîya sîstema zimanê dayikê, him ji hêla peyvsazî ve him jî ji hêla hevoksazî û pêkhateyê ve tê dariştin. Bi eynî awayî, hînbûna zimanekî nû ji bo subjeyê di temenê navsalî de bi xwe re cureyeke cihêtîya nêrînê pêk tîne. Di navbera taybetmendîyên zimanê Kurdî û taybetmendîyên subjeya Kurdî de cureyeke wekîhevbûn û lihevçûn tê dîtin. Di vê lêkolînê de bi kurtî bal li ser sê taybetmendîyên raborîxwazî, nemana serbixweyîya peyvê û alîyê xwezayî yê zimanê Kurdî hatîye kişandin ku di subjeya Kurdî de jî ev yek bi gelek awayên cihê tê dîtin.

 

ÇAVKANÎ

Althusser, Louis. Lenin and Philosophy and Other Essays. Trans. Ben Brewster. trans. New York: Monthly Review Press, 1971.

—-. Writings on Psychoanalysis: Freud and Lacan. Oliver Corpet and François Matheron, eds. Trans. Jeffrey Mehlman. New York: Columbia University Press, 1996.

Benwell, Bethan and Elizabeth Stokoe. Discourse and Identity. Edinburgh: Edinburgh University Press, 2006.

Boucher, Geoff. The Charmed Circle of Ideology: A Critique of Laclau and Mouffe, Butler and Žižek. Melbourne: Re.press, 2008.

Butler, Judith. The Psychic Life of Power: Theories in Subjection. Stanford: Stanford University Press, 1997.

Elliott, Anthony. Psychoanalytical Theory: An Introduction. Oxford: Blackwell, 1997. Fairclough, Norman. Language and Power. London: Longman, 1989.
—–. Critical Discourse Analysis: The Critical Analysis of Language. Boston: Addison Wesley, 1995.

Fink, Bruce. The Lacanian Subject: Between Language and Jouissance. Princeton: Princeton University Press, 1995.

Lacan, Jacques. The Seminar of Jacques Lacan, Book I: Freud’s Papers on Technique, 1953-1954.

Jacques-Alain Miller, ed. Trans. John Forrester. New York: W. W. Norton, 1988.

—–. The Seminar of Jacques Lacan, Book XI: The Four Fundamental Concepts of the Psychoanalysis. Jacques-Alain Miller, ed. Trans. Alan Sheridan. New York: W. W. Norton, 1978.

Larmore, Charles. “The Concept of a Constitutive Subject.” in The Talking Cure: Essays in Psychoanalysis and Language. Colin MacCabe, ed. London: Macmillan, 1981, rr. 108-31.

Vasterling, Veronica. “Butler’s Sophisticated Constructivism: A Critical Assessment.” Hypatia, C. 14, No. 3 (Havîn 1999), rr. 17-38.

Williams, Caroline. “Althusser and the Persistence of the Subject.” Borderlands, C. 4, No. 2, 2005. Available from:
http://www.borderlands.net.au/vol4no2_2005/williams_interview.htm [Ketina malperê:14 Çile, 2009]

Wolfreys, Julian. Critical Keywords in Literary and Cultural Theory. New York: Palgrave Macmillan, 2004.

Žižek, Slavoj. The Sublime Object of Ideology. London: Verso, 1989.

—–, ed. Mapping Ideology. London: Verso, 1994

Share.

Leave A Reply