Em, Ew û Dodan

NURDAN ŞARMAN – JI TIRKÎ: BESRA

Di pêşbaziya muzîkê “O Ses” de dîsa kurdek bû yekemin ku pêşkêşiya wê Acun Ilıca dike û kanala wî TV-8 de diweşe. Di sezona beriya vê de xortekî batmanî Emre Sertkaya di pêşbaziyê de bi ser ketibû. Vê carê jî muzekjenekî vartoyî bi navê Dodan bû yekemîn. Digel ku wan tiştek derbarê nasnameyên xwe de negotin, xwedî lê nasnameyên xwe derneketin, bi zimanê xwe stranek negotin jî wek wan piraniya me1 jî piştgirî da van şampiyonên kurd ku ji ber nasnameyên xwe rê li ber gelek nîqaşên îdeolojîk vekirin. Em nivîsa xwe bi Dodan bidomînin ji ber ku Emre bi qasî wî ne di rojevê de ye û li ser wî ewqas nehat nîqaşkirin. Bila şaş nê famkirin, di vê nivîsê de hedef ne Dodan e. Dodan tenê mînakek e ku em di wî de dikarin çavdêriya xwezaya patolojîk û paradoksî ya serdest û bindestan bikin û hin tecrubeyên din û elbet ji ber ku ew di rojevê de ye.

Em ji serî de vê jî bêjin, di vê nivîsê de dibe ku gelek îfadeyên nakokbar li ber çavan keve, ev ji ber xwezaya têkiliya serdest û bindestan e ku îlham jî daye vê nivîsê. Belê, me jî wan jî piştgirî da van şampiyonên kurd lê bêguman sedemên me cuda bû.

Em

Ji ber ku paşiya wî bi me ve bû, me ew rexne kiribû lê dîsa jî me bi xwe nikaribû ku piştgiriya wî nekin. Wek ên piştevanî dan Dodan, sedemên me û kaniyên cuda yên ilhama ma hebûn. Dodan xwe avêtibû bextê me ji ber tawîzên di lehê wê gurûhê de dabû ku tirs û nefreta wan a li hemberî me ketiye halekî patolojîk. Hin ji me Dodan ji vê bêpar nehiştin. Me dizanibû ku Dodan ne ji ber oto-sensurê pişta wî bi me ve ye, ew ji ber şertên li paş sehneyê ye ku ew mecbûr e îtaatî wan bike. Me bi sedemên vê sensurê dizanibû û sedema van jî: digel ku ew bixwe muzîkjenekî profesyonel e, qebûlkirina wî ya rêbertiya juriya medyatîk ku ne hêjayî neynûka wî ne, birrek amator layiq dît ku bibin reqîbên wî û hê gelek tiştê din. Me dizanibû bêyî ku ji xwe tawîz bide ew nikare li ber deriyê serdestan bibe notirvan jî. Ji wêdetir, Dodan jî êdî bêzar bûbû ji ber durûtiyên serdestan û ewên ku ew şertên giran layiqî wî dîtibûn. Ev bû tişta me ji zimanê laşê wî yê ku her diçû giran dibû û bêtevger dibû -belkî jî me dixwest wisa bibînin- fam dikir. Ji bo xatirê vî haletî ruhiyeta wî be jî, me berê xwe jê neguherî, wek ku em bêjin “ne tu, bila yên tu kirine vî halî ji xwe fedî bikin.”

Hin ji me xwe jî rexne kirin. Me rû nedabû Dodan, ew ber bi xelkê ve dehf kiribû. Yek sedem jî ew bû, baneke dewletê ya ku aîdî me ye tunebû ku bi saziyên xwe piştgirî bide û kesên xwedî qabiliyet û şehreza neçin ber deriyê xelkê ku navûdengiya heq dikin bi dest bixin. Ger Dodan wêrektir tevbigeriya, yekemînî û dewama pêşbaziyê biavêta talûkeyê û stranek bi zimanê xwe bigota, bêguman wê bibûya mînaka serbilindiyê. Lê nekirina wî ne ji ber serberjêriya wî bû, ew yekî bêçare bû ku ne li ser sergoyê xwe lê li ser sergoyê serdestên xwe ketibû dafika arezûyên populer ên cîhana modern. Di eslê xwe de, ew kesên li ber diketin Dodan çima ketiye dafika arezûyên cîhana kapitalist lazim e li ber vê biketina. Belê, divê yê bindest beriya her tiştî li ber xwe biketa ku ew dafikên kapitalîst jî tunene li ser sergoyê wî/wê. Him jixwe ew arezûyên madî û manewî -navdarî, îtibar, pere- bi însanbûnê re jî eleqedar in, ne tenê bi dinyaya kapitalist re. Dema yê serwer nasnameya etnîk bipelçiqîne, sînorên etnîk zevt bike, ji bo van arezûyên madî û manewî bi dest bixe, ma ne mecbûr e paşiya xwe bide ‘xwe’? Ger îcrakirina stranên bi ziman û nasnameya xwe qezencek wan madî an manewî tunebe, ji pêşandana nasnameya xwe û dayina deynê wicdanê wêdetir naçe, îjar çi heqê me heye em li bende bin Dodan bi erdemeke awarte tevbigere?

Ji bo me hin kesan, piştgirîdana bo Dodan awêzevedana alîkarî û piştevaniyê bû ku em, ên bindest gelek caran hevdu jê bêpar dihêlin an mecbûr dimînin bêpar bihêlin. Wek hemû bindestan, em jî mehcûb bûn li hemberî xwe. Wek hemû bindestên ku dixwazin vê mehcûbiyetê bitepisînin, wijdana xwe rihet bikin, pêdiviya me hebû li hin ciyan jî em piştgiriya hev bikin bi zordayina bîranînên me yî dema em li hember mirina hevdu jî bêdeng diman. Dodan, herçiqas paşiya wî bi me ve be jî, bo me bû amraza paqijkirina wijdana me. Ji me hin kesan jî, bi saya Dodan ev pêşbazî wek gazinek muzîkal dît li hemberî gotinên serdestan ku em bi her awayî biçûk û bêkêr didîtin. Me estetîk û qabiliyeta xwe ya muzîkal nîşanî wan dida. A din, serdest her tim li ber çavên me berz in. Em bûbûn xwedî wê şerefê jî ku me taqdîr û ecibandina yên ji me berztir bi dest xistibû. Dodan yek stranek kurdî negot lê tişt nabe, me ew dengê wî nas dikir qasî ku em di dengê wî wê olana kurdî bibînin. Bi zimanekî din bibêje jî, dengê wî bi ziman û çanda xwe terbiye bûbû. Dema wî bi zimanekî din distira, wek ku dengbêj be me lê guhdar kir. Wî hemî êş û rengên, li gor wan, ên Anadolê li gor me yên Kurdistanê di dengê xwe de hewandibû. Li gor wan “pêşbazê rojhilatî”yekî kemilî, bo me jî “pêşbazê me yî kurd” bû ku me li ber serdestê xwe dikaribû pê xwe îspat bikin.

Wek hemû bindestan, em ên ku her tim li hemberî serdestan marûzî têkçûnan mane, pêdiviya me bi serfiraziyekê hebû ku em bêjin me zora wan biriye. Di şexsê Dodan de, me û wan şer dikirin. Me yekemîniya Dodan wek rizgarbûna ji mehkûmiyeta têkçûnê be didît. Bêguman me xwe dixapand dema em difikirîn ku me li qada serweran me îdiayên wan pûç derxistine. Wek hemû bindestan, me jî pir dixwest em serfiraziyek sembolîk bi dest bixin û sebra xwe pê bînin. Wek li her derê cîhanê, serfiraziya yekî ji bindestan -ev çawa dibe bila bibe- di nav bindestan de wek serfiraziya hemû bindestan hatibû kolektivîzekirin. Kesî nikaribû ji vê bireve.

Ew

Serdest pir baş hay jê heye, ê bindest li hember wan çiqas tengijî ne û çiqas dixwazin wan têk bibin û gelek tiştên din ku wan dane ser hev û di xwe de tepisandine. Serdest, wek sosyoterapîstekî baş, muqtedîr in jî dafik an qadan ava bikin ku yên bindest tatmîn bikin, hêrsa wan bêtesîr bikin, wan kedî bikin û wan ber bi aliyê xwe ve bikşînin. “O Ses Türkiye” jî yek ji wan qad an dafikan bû ku di şexsê Dodan de hesteke sixte ya serfiraziyê bi me bidin çêkirin, arezûyên me yî li dijî xwe tatmîn bikin, enerjiya me terbiye bikin û kedî bikin.

Serdestan li dijî nijadperestên xwe bi nivîs û gotinên xwe Dodan parastin. Ew hevnijadên xwe şermezar kirin ku gerdûniya muzîkê fam nakin. Bêyî ku li rastiya meseleyê binêrin, di şexsê Dodanê ku xwe bênasname kiribû û taqlîdê miriyan dikir, ew muxalefeta nehewce ya serdestan li hemberî hevdu çiqas eceb bû. Digel ku paşiya wî bi me ve û “xwe” ve jî bû, çawa ku me nikaribû Dodan ji nasnameya wî xalî bikin, wan jî wek me nikaribûn wî ji rastiya wî xalî bikin. Serdestên di aleyhê wî de dipeyivîn ji kurdbûna wî aciz dibûn, ên ew diparastin jî di eslê xwe de, ew ji ber başbûna dengê wî ne lê wek bindestekî îtaatkar, bêîtiraz pesnê wî didan û piştgiriya wî dikirin.

Ger yekî bindest qebûl kiribe bi yê serwer re li ciyekî be, mecbûr e wê tirs û nefreta li hemberî xwe kedî bike, bawerî bidê û wî/wê aram bike. Lewra di vê pêvajoya bihevrebûnê de yê bindest jî wek sosyoterapîstekî tevdigere. Ma “kî ji yê bindest bêtir amade ye ku wê wateya berbad a civakê têbigihêje?”2 Nefret, tirs û paranoyaya juriya serwer ku ji gerdûniya muzîkê -ger ne kurdî be(!)- bawer kiriye û elbet muzîk ji ziman, dîn û nijadê xalî kiriye(!), ewqas mezin bû ku, wek a serwerên din î fermî û sivîl, ji bo xatirê reytingê jî nikaribûn danîna aliyekî. Ji ber vê pir bi temkîn tevdigeriya Dodan. Pir bi baldarî tevdigeriya Dodan ku ew nevrozên fobîk ên serdestan şiyar neke an bi tev nede û tenduristiya ruhî ya serdestan qet xira neke. Tişta ku ew kir şampiyon ne tenê dengî wî bû, ev baldariya wî jî bû. Bi saya van tevgerên wî yên ‘baş,’ jurî bi saya Dodan sempatîk dibû bi vê alikarxwaziya xwe ya sixte. Digel ku ew bi temamî ji nasnameya xwe xalî bûbû, bi kurdî ku zimanê muzîka wî ya bi salan e îcra dike yek stran jî negot, Hadîse digot “bo min pir girîng e ku tu bi azadî stranên xwe dibêjî.”. Murat Boz digot “muzîk mirovan nêzî hev dike, gerdûnî ye. Ziman û dînê muzîkê tuneye.” Ev gotinên ku Freire3 wek pitepitên bîyanîbûyî û bîyanîker pênase kiriye ji ber ku muxetabên xwe ji kirinê/pratîkê bepar dihêlin, her kesî bi hewes çepik jê re lê dixist. Ê serwer careke din ew qabiliyeta xwe nîşan dabû ku bê çawa dikare hemû îmaja xwe ya xirab a ji aliyê bindestan ve, dikare bi durûtiya xwe berovajî bike. Di bin siya ewle ya serweriyê de ewên ji her gotinên wan durûtî difûre, careke din ew qabiliyeta xwe bêkêmasî îcra kirin wek her tim. Ma ji vê normaltir çi heye ku yê serwer ku hebûna xwe li ser tunebûna me ava kiriye, mîrovatiya xwe jî di ser me re îlan bike.

Encam

Tişta bû sedem ku em piştgiriya van yekemînên kurd bikin “ziman, dîn û nijada muzîkê” bû berovajî motoya “ziman, dîn û nijada muzîkê tuneye” ku di vê pêşbaziyê de bi durûtî dihat barekirin. Wan destek dan muzîkek ku paşiya wê bi me rûyê wê bi wan ve ye, me jî, her çiqas paşiyê wî bi me ve be jî, ji ber êwê distrê ji me bû, me gelek wate lê bar dikirin, destek dan wê muzîkê.

Taliya talî me jî wan jî ji serfiraziya wan/ên serwer re li çepikan xist her çiqas ew arezûyên me yên ku bûn sedem em destek bidin Dodan hêvî didin ku daxwaza me ya serfiraziyê û hêrsa me tam ko nebûne. Bi saya Dodanê ku me dixwest bawer bikin ew me temsîl dike, di qadeke ku serweran bexşî me kiribû, me zen kir ku em tê de çalak in lê di rastiyê de me serê xwe ji wan re tewand, wek parçeyek ji wan be em tevgirayan û em nikaribûn ji gotina wan derkevin.4 Me bi hev re entegrasyoneke ku bi kêrî serwerên me tê, pîroz kir. Careke din di mejiyê me ciyê xwe girt ku serkeftina me girêdayî pirbûna tawîzên me ye ku em didin serwerên xwe. Ew serfiraziya sixte ya bexşandî bû sembola jinûavakirina biratiya me (!) ya ebedî û ezelî ku wê her tim xizmeta wan bike. Ew hay ji vê hebûn lê em hay jê tunebûn ku em xalibiyeta wan a mutlaq û têkçûna xwe ya ku me careke din dadihurand, pîroz dikin.

Hemû ew halên ku serdest û bindest tên ba hev, wek şahiyeke birûpoş e ku gelek helwest û tevgerên civakî û psîkolojîk ên nakokbar û xapînok rû didin. Ev şahiyeke govendê ya kolonyal e ku organîzatorê wê yê serdest e, û bi kêf tê temaşekirin. Qadên herî zêde wekhevîxwaz û bitolerans ku yên serdest û bindest dikarin li hev bicivin jî tijî nîşane ne dike ku em bibînin xwediyê wê derê kî ye. Qadên bi vî awayî jî dibin qadên ku serdestbûn û bindestbûn her dem ji nû ve lê tên sazkirin. Serdestê zêdetirîn wekhevîxwaz û bitolerans jî, ew serdest e ku ji bo berjewendiyên xwe çend tawîz daye. Ger pêşbaziya “O Ses Türkiye” de ku serdest bi eşkereyî serdestiya xwe nîşanî me da, stranên kurdî hatibûya gotin, wê ev rewş neguheriya. Ji ber vê sedemê, humanîstên serdest û bindest ku nîqaş dikin Dodanekî çawa be an “O Ses Türkiye”yek çawa be, ji bo me tiştekî bikêr nabêjin. Û ew kesên bi hêrs qala durûtiya alîgirên Dodan dikin jî. Ne gunehê Dodan hebû ne jî yên, wek me, alîgiriya wî kirin jî. Gunehkarê tekane û mutleq serdest bûn. A girîng divê em vê bizanibin, wek ku gelek ramangerên dijmêtinger diyar kirine, heta ev sîstema stabîl ku kaniya gelek patolojiyên sosyolojîk û psîkolojîk e ku serdest û bindestan diafirîne, nerûxe, wê em jî ew jî nikaribin bibin insan. Bi ya min encama dawî ya em dikarin ji vê pêşbaziya ku rastiya wan a acizker û ya me ya belengaz hatin ba hev, ev e.

1 Di nivîsê de qest ji “em” wek ên bindest, kurd in, ji “ew” jî yên nekurd, yanî yên serdest in.

2 Paulo Freire, Ezilenlerin Pedagojisi, wer. Dilek Hattatoğlu-Erol Özbek, weş. Ayrıntı, Stenbol, 1995, r.25.

3 B.n.b., s.66.

4 B.n.b., r.57.

Share.

Leave A Reply