Dahûraneke Pêkhateyên Baxtîn di Pêşandana Mîr Newrozî de li ser Bingeha Têgîna Karnawalê

KHOSRO SINA – JI FARSÎ: MUHSÎN OZDEMÎR

Puxte: Ev xebat hewldanek e ji bo dahûrana merasîma Mîr Newrozî bi pêvîsteka şêweyî ya pêşandanên kolanî û şanoya berxwedanê, bi palpiştiya têgîna ‘karnawal’a Baxtîn. Bi heman mebestê tevî daxwuyandinên ramanên Baxtîn di avakirina têgîna kû bi palpişta têgîna weke pirdengî, kenên komîk, bedenên ecêb û xerîb û hem jî felsefeya çalakiya xwendina berawirdî bi çawaniya şikilgirtin û xwiyabûna dubare ya van têgînan di pêşandanên kolanî yên Mîr Newrozî de hat bicihanîn. Encamên vê xebata lêhûranê nîşan da ku ev têgîn di nasnavkirina pêşandana civakî-siyasî de Mîr Newrozî rola xwe ya bandordar hebûye û mirov dikare wê wek şêweya karnawala bi fonksiyana civakî-siyasî bizane. Bi vê wateya ku her yek ji van lîstokgerê vê pêşandanê xwediyê kesayeteka tenayî û pênasekirî ne ku heman demê de xwedî hêza bandorkirina li ser piraniya kesayetiyên din ên li pêşandanê ne. Bi vê wateyê ku herkes, dengên êdin dibihîzin û her ferd, bivênevê, şêwe dide kesayetiya yê din. Di pêşandana Mîr Newrozî de beşdarvan di yek qalibê hevgirtinî de tên dîtin ku şiyana wan liberxwedan û guherîna rewşa xwe û yên din de hene; ku ev bandorhiştin bi riya têgîna Baxtîn re gengaz dibe.

Peyvên sereke: Baxtîn, karnawal, Mîr Mîran, Mîr Newrozî, pêşandana kolanî.

Destpêk

Di qada pêşandanên destnîşankirî -îmayî-de pêşandana Mîr Mîran (piranî li kurdistanê), her salê bi heybetmendiyeke mezin dihat lidarxistin. Ev yek ji pêşandanên herî girîng yên kolanî û gelêrî bûye li Îranê, ji berê ve hetanî serdema hemdem.1 Li gor agahiyên dîrokî hebûna Mîr Mîran, di qalibê karnawalekî de bi fonksiyonên cêwiyên siyasî, civakî û şadîdêr dihat sepandin û bi domandina kevneşopiya olî ya herî kevin ve têkildar bi mîtolojiya Şahkujî û qiyameta xwezayê bûye (Sîna, 1392). Rola girîng a ku bi tevahiya beşên gel û amadebûna komên pirreng ê stranbêjan, reqsvanan û hem jî bi amadebûna karekterên serekî yên wek trajî komîk di vê pêşandanê de, di qalibê yek mîhrîcana şahiyê de girîngiyeke xwe ya zêde hebûye. Ev merasîm bingeha wê li ser dabeşkirina rola di navbera lîstikvan û temaşevanan de bûye.

Ji aliyê mekanên gelemperî yên hatîne hilbijartin ve ji bo lidarxistina ku hemû beşdarvan derfetê wan ê tevlîbûnê hebin wexteke guncaw ji wan re vediqetandin. Bi awayekî taybet lidarxistina vê pêşandanê şik û guman ji holê radikir ku bi misogerî mirov dikare wê di nav koma pêşandanên mezin û girîng a kolanî ya kevin li Kurdistanê bizane. Ev baweriya zemanekî hêzdariyek zêdetir li xwe digre ku naveroka siyasî û civakî ya Mîr Mîran bi sîfeta serekî ya girîng di pêşandanên kolanî bi mebesta propaganda û ajîteyên siyasî were pejirandin. Mîr Mîran di qalibê hunera performansê de2 de bi awayekî jixweberî, (doğaçlama) bêyî metna pêşandanê, yan nivîsa çîrokek tê zanîn, tenê tevgerînek li gor hin zagonên pêşandanê (di nav de hem dabeşkirina rol û zagonên têkildar bi rêbazê hilbijartin û peywirgirtina Mîr) pê re hebûne. Bêyî şik ev zagonên ji ber naveroka jixweberîbûna pêşandanê tiştekî kêm nake. Ji ber ku di mînakên berbiçav û tên pejirandin ên cîhanê de, di nav kevneşopên pêşandanî de “komediya hunermendan”3 jî amadebûna karekterên sabît-westar û rêbaza sepandina taybet, beşek ji pêşandananan bûne. Ji karekterîstîkên herî girîng ên vê merasîmê, pejirandina naveroka wê ji aliyê tevahiya beşdarvanan ve ye ku digel bandordariya rasteqîn a li ser civakê “ji ber sedema naveroka fonksiyonî û pêydakirina mercên nû, ji bo azadkirina zindaniyên bêguneh, lêkirina pirê li ser çêm û …” (Eyûbyan, 12: 1962) her weha xwezaya pêşandana xwe diparêze. Û hevzeman bi sedemên bandorkirinên li ser civakê û gel (çalakiyên ku çavkaniya xwe ji danûstendinê civakî digrin) re mirov dikare wan wek nimûneya propagandaya pêşandanên kolanî bi hemû karekterîstikên wê re bizane.

Paşperdeya lêkolînê

Li Îranê hejmarek pir zêde gotarên têkildarî pênasekirina Mîr Newrozî û şêwaza sepandina wê hene, ji van ( Kerîman Serdeştî, 2009 û Eyûbyan, 1962 û Muxtaryan, 2000 û Rizayî; Erjene, 2009 û Me’rûfî, 1980) ku di tevahiya van gotaran de yan bi vekolana şêwaza lidarxistinê hatiye destnîşankirin. Tenê di yek mijarê de (Huseynî, 2004) di yek qalibê berawirdiya gelnasiyê de destnîşan li hêla siyasî û têgîna “hakimê xespker” kiriye.

Têkildarî têgîna karnawalê û lêkolîna wê di beşên pêşannameyê de jî xebatên lêhûrane ên wek Remezanî, 2015 û Yezdî; Îbrahîmî, 2011 hene. Gotara herî zêde têkildar girêdayî vê mijarê ya (Erebzade, Mûsewî Iqdam; Iftixarî, 2015) ye, li ser mijarê bi riya têgîna karnawalê xebitiye, ku bi lêkolîna berhemên peykerî yên Pieter Bruegel4 re şîrove bike. Xebatên îranî û biyaniyan hetanî niha tu vekolînên wan ji bo lêpirsîna karnawalên pêşandanan, bi taybet merasîma Mîr Newrozî negihiştiyê encamê. Bi baldariya berfireh a li ser naverok û girîngiya Mîr Mîran di civaka Îranê ya wê serdemê de, ji berhemê mezinên wek Hafiz, Ebû Reyhan Bîrûnî, Menûçehrî û … ji nû ve reng vedaye. Ji fêhmandineke hê zelaltir li ser nasnameyên pêşandanên Îranî, bi taybet di qada pêşandanên kolanî de vekolîna li ser vê mijarê girîngiyeke xwe ya taybet heye.

Rêbazên lêkolînê

Ev lêkolîn di çarçoveya xebateke çawanî û bi belge û bi şêweya peydakirina çavkaniyan bi rêya pirtûkan, kovarên zanistî yên vekolînê, belgeyên têkildarî lêkolînê û hem jî bi riya danberhevên encamgirtî bi riya kesên têkildar bi lêkolîn û agahiyên berhevkirî yên malperên bawerpêker encam hatibe sitendin. Peydakirinên -encamên lêkolînên di xwendina danberhevî de bi şêweya şîrove- analîzeka di qalibeke kategorîzekirina belgeyên bi berdesteka nihêrîna dîrokî hatî dahûrandin. Di beşa qalkirin û encamgirtinê de jî netîceyên vê xebata lêhûranê li ser bingehê têgîna karnawala Baxtîn ji nû ve xwendin û lekolîn hatiye kirin.

Merasîma Mîr Newrozî 5

Ayîna pêşandana Mîr Mîran6 (Mîr Newrozî) merasîmek e ku di gava pêkanîna wê de gel (ehlê gund û bajaran) di destpêka biharê û rojbera sala nû û di qalibê mîhrîcan û karnawalê û bi amadebûna tevahiyan li dar dixin.7 Tevahiya beşdaran bêyî li ber çav girtina zayendê û çînên civakî diviyabû di mîhrîcanê de amade bin. Herkesî pêdiviyên xwe di vê bizava bihevreyî de dîtiye. Civata şad lê ne wek hev (bir cureyî), di daketa bajêr an gund de li endê dimînin û yekemîn mêvan an rêborê ku ji deverê derbaz dibe bi nasnavê –sifata mîr emîr, şahê nû, ku ketiye şûna hakim an şah û di berdewamiyê de, wezîr û derdorên ji heman xelkê ji rêzê jî ji bo xizmeta mîr dihatin hilbijartin. Daxistin û tacdanîna ser serê şah an hakim dihat spartin û zêr û zeber, hesp û pêdiviyên derbarê (bi riya gel bi xwe hatiye amadekirin) bi şiklê bawerî pê heye dispêrin wî. Bi heyamek bi qasî sêzdeh roj û şevan (li gorî mercên guncaw) îdareya7 bajêr an gund bi temamî dispêrin ‘mîr’ê nû yê hilbijartî.8 Ev ferman helbet li gor hevsengiyên berî hingê û agahiya giştî, her sal li dar dikeve. Bi hejmarek mezin dixwazin di amadebûna vê merasîmê de meaf bin, diviyabû li gor adetê cirmekî razînin û bi şêweya amadekirina alav û derfetên malî yên mîhrîcanê de xwedî par bin.

Mîrê hatî hilbijartin, ne nişteciyê malê ye, bi xîlafê hakimê berê, bi piranî bi yên nêzî xwe re di nav gel de amade dibe û hevzeman bi gel re, her mal û devereka serî lê dide axaftinên gel dibihîze û fermanên ji bo çareserkirina pirsgirêkan di çarçoveya derfetan de disepîne. Gel di nav hewaya şadî ya mîhrîcanê de, bi hevre bi tevahiya pêşandanê û tecrûbeya jiyana nû ve mijûl e. Deriyê koşka desthilatdar di dirêjiya roj û şevê de vekiriye û herkesê ku pêwistî yan daxwazake wî hebe, destûr heye ku hakim û desteya pê re ji bo çareseriya karê xwe vexwînin. Pêkanên girtî û sinordar ji bo sepandina Mîr Mîran, nedihat pênasekirin da ku derfetên beşdarvanan ên ji gel di wexteke berfireh de pêk bê. Gel bi hevre, mijarên xwe yên şexsî û gelemperî parve dikirin. Mîr û wezîran û rayedarên wan jî bê navber ji bo wan pêngavên pêkan bûn pêk dianîn.

Desteya ligel Mîr Newrozî re

– Wezîrê cîhandîtî Pîrî Jîr: ku carinan ji bo çareserkirina pirsgirêk û meseleyan bi wî dişêwirîn û jixwe bi piranî temendarekî henekkirinê ji vî cihî re hildibijêrin.

– Wezîrê destê rastê: Di bin çavdêriya Mîr de, hukmên dadwerî û mentiqî disepîne

– Wezîrê destê çepê: Bi hukmek ê henekpêkirinê û xîlafê pîvanên exlaqî û carna der sinorên pêkanînê tê naskirin.

– Mîrza: Mîrza katibê koşkê bûye

Paqijker û xizmetkar: Bi hejmareke têkel lê her yek peywira wan diyarkirî

– Desteya xencerjen an serbir: Cilên sor lixwe dikirin û karmendên bicihanîna fermanan bûn ji dîtinê ve poş li ber wan û tirsdêr bûn.

– Mêrê Kopalê Zîvîn (kopal bi têl): Bejinstûr û ragehandina fermanan

– Desteya mûzîkê: Mûzîkjen û hunermend (carna hetanî 25 kes jî dibûn)

– Newabêj û srûdbêj: (Çerger) ku carna yek kes û carna jî bi awayekî, grûpekî stran û newa dixwendin. Car heye hejmara wan hetanî sedî bûye.

– Wişkern, palyaçoyê henekker bi postê heywan li ser milê wî û zengil bi cilên wî ve hilawistî, perçeyên awêneyekî li ser mil û sînga wan bi cilê xwe ve girê didan, kelaş9 (merê şemame bendî) radikir û ji bilî kesê ku emîr e, her cihî û her demê bi hemûyan re henek dikirin û helbet di dema kênîna gel de, hin ji hewldanên wî her timî, kenandina Mîr bû (Eyûbyan, 1962).

Piştî çend rojên Emîrtiya Mîr Newrozî yê Emîrê Biharê bi mebesta geşt û rêwingiyê şahiyê diçû gerekea gelemperî. Tevî ehlê koşkê, mirovên ji beşên cihê yên tevlî ger û geştê dibûn. Pereyên ku di dirêjahiya heft roj û heft şevên reqs û şahî û pêşbirkên zorbaziyê û siwariyê û mûsîqî de berhev dibûn, di rêya xwe de ji bo desteng û dawetên ciwanan û mijarên giştî mesref dikirin.

Tacgirtin an tacrakirin: ketina Mîr Newrozî

Bûyera herî balkêş a Mîr Mîran, ketina Mîr Newrozî ya ye ji ber sedama kenînê yan axaftina mîr a yekser bi yên amade re (Ji bilî wezîr û Mêrê Kopal Zîvîn). Mîr tenê kesek e ji civatê ku kenîn di heyama mîhrîcan û şahiyê-karnawalê de ji wî re qedexe ye. Ji ber ku, li gor adet û zagonên pêşandanê kenê mîr bi wateya ketina ji hêzdariyê û ketina ji text e. Ji ber heman sedemê, di rojên dawî yê hukumeta mîr de, heke şert û merc bi cureyekî derkeve holê ku nikaribe wî ji desthilatiyê bîne xwarê, hemû hewldanên xwe dide ku mecbûrî kenînê bike, çi alîkariya mîzahên palyaço (wişkern) û di qalibê bizavekî komî de pêk tînin. Bi nêzîkbûna bidawîhatina karnawalê re) bi taybetî roja sêzdehemîn a Nîsanê de) Mîr di dawiyê de mecbûrî şaşîtiya mezin (kenîn) dibe û tevî ji desthilatiyê vekişanê derfetê vegerana nav civakê bi pîvan û mîzanên berê jê re vebe. Xala hêjayî girîngiyê, ketina Mîr ji desthilatiyê bi riya palyaço ye (bi sifata semboleka ken û henek) ku cihê wî yê tekane ye. Li pey ketinê re, Mîr divê li ser xwespartina cihekî mîna mala yekî rihspî yan jî kesî xwedî ehtubar (mutewelî) ê heman bajarî yan jî bajarên derdor da ku xwe ji destê mirovên ku dikin li wî bixin û mal bi mal li pey wî ketine, rizgar bibe.10 Mîr bi destê heman gelê ku wan bi xwe ew wek emîr hilbijartine, di derbeyekê de ji lûtkeya desthilatdariyê tê daxistin.

Çarçoveya teorîk: têgîna karnawalê

“… Ev dîrok, heman ziman bi xwe ye; ne bi awayê gotar, ji ber ku bi asta mîhrîcaneke pir têr û tije de ye. Ev mîhrîcan ji her cure edeb û ayînên îbadetê dûr e. Di wê de qet pesindayîn tuneye. Zimanê wê bi xwe heman fikra pexşan e ku mirov wê fêhm dikin. Tam heman awayê ku zadeyên roja yekşemê zimanê çûkan fêhm dikin” Walter Benjamin.

Mîxayl Baxtîn (1895-1975) ji feylesofên navdeng ê bandordar di dîroka ramana hemdem de têgînek tevlî hewze û şaxên zanista mirov, bi taybet a wêjeyê kiriye ku gelek bikêr û mayînde ye. Têgîna karnavalê bi kurtahî ev mijar in. Dema ku mijarên hunerên Dostoyevskî bi Ingilîzî hat wergerandin û li rojavayê hatin çapkirin, Baxtîn beşek di derbarê karnawalê11 de, li ser pirtûkê zêde kir. Berhem bi navê kêmzêde cihê cihê wek “Mijarên Ciwankarî yên Dostoyevskî” hat weşandin (Hîl, 1986).

Bi ya Baxtîn, jiyana mirovên Sedeyên Navîn bi du cureyan bûye, yek jê jiyana bi tevahî fermî û di bin pergaleke hiyerarşîk a cêwî de bi tirs û hizrên dogmatîk ê xwe spartina qalibê baweriyê. Ya duyan jî, jiyana di karnawal û qewmînên komî de, jiyana azad û tije kenên seraserî yan watedar, avêtina pîroziyan bi aliyekê ve, girîngîdayîna xerabgotinê, lezetê, xerabnêzbûnê re bi şikestina navberan û têkdana norm û adetan qewî ye (Teodorof, 1377, 153). Ev du cureyên jiyanê di rastiyê de berovajiyê hev in. Rewşa fermî, encama tecrûbe û dîroka çînayetî ya mirov e. Rewşa karnawala berhema berteka li hember rewşa fermî ye û hêla pêşberî wê ye. Îstihza û henekpêkirin li pêşberî cidîbûn, girîngîdana laş li pêşberî îstilaya Dêrê û redkirina ramana yekalî û rewşa yekdengî, bi henek girtina rewşa fermî û nirxên wê, têkildarkirina mirinê bi jiyanê ve, girîngî dayîna girseyî û pirdengî, bi kurtî ev tiştên li pêşber in.

Kevnedemiya mîhrîcanan, hevnirxiya jiyana civakî ya mirovan e û mîhrîcana bûyîna ayîn û baweriyên mîtolojîk ên kevnar in. Tevî ku nasname û sedema hebûna karnawalê yan mîhrîcanan -bi taybet di serdema dawîn derûbirûyî guherînên gelek tund bûne lê ruhê wan hevpar bi hev ve girê dide ku ji hêlekî ve berhma meyla ji bo jiyana hevbeş a mirovan e, ji hêla din ve, girîngîdayîna laş û lezet û afirandina şadiyê ye (Berandîst, 2002).

Her weha Baxtîn, romanê (berhema Dostoyevskî û helbet ne her roman) wek formekî wêjeyî bi heyîna baldariyeke din, peydakirineke din ji bo îfadekirina hebûnê digere, bêyî zordayîna nivîskar a li ser xwendevên û berhemê, hebûna cure û hindikahiyan cureya herî baş ê wêje û berhemê dihesibine. Lê wî bi xwe di derbarê berhemên pêşandanî û hwd. jî, derfetê hebûna van îmtiyazan (çenddengîbûn, karnawala pirşêweyî û hwd. derdixe nîqaşê. Têgîna Baxtîn ji vekolînên hewzeyên din ên ramanan jî gêlekî hêsantir dikare were sepandin.

Di derbarê karnawalê de, Baxtîn derfet û taybetmendî nimre kiriye. Karnawal ji bo Baxtîn, xelasiya ji zordariya desthilatiya Stalîn bûye, ji bo xatirê heman tiştê ew bû mirovekî azad ku pirdengî û çenddengîbûn û henek û azadî di berhemên xwe de, bi taybet di karnawalê de daxwaz kir. Karnawal û mîhrîcan têkdana hovîtî û bawerhişkî û tirsa ji rewşa fermî ne. Ji ber heman sedemê jiyanê ji mirinê zêdetir hez dikin. Karnawal giringiyeke zêde didin jiyanê, qebareya wê ya cesteyî û madî, zindîtî û têkilî û keyfê. Û beşdarvan di mîhrîcan û karnawalekî de ku berê hev nas dikirin, lê di metnê de ev encam û şadî ye ku dilrihettir û bêxemtir bi hevdu re di têkiliyê de ne. Li gor van saloxan, mirov dikare mîhrîcanê wek vegera wê utopyayî bizane ku rewşa çînayetiya dîrokê ya kêmar û hejaran a zehmet bide nîşandan lê kesayetiyên karnawalê, wê li gel vedigerînin.

Baxtîn karnawalê wek çanda gel a ku herî berbiçav eşkerebûyî dizane û ken û cidînegirtinê destkeftiya herî girîng a karnawalê dihesibîne. Kesên amade, di karnawalê de di heman demê de obje û sujeyê. Karnawal xwe naspêre cûre û senifandineke taybet. Di kolanê de ye û ne di qesrên pir wurşedar an dikên şikomend ê şanoyê de, wêrek û bi azwer e, têkiliyên civakî ji holê radike. Karnawal, têkiliyên serdest civakê, îmtiyazên çînayetî, rê û rêbaz û qedexeyê bin pê dike û wek henek digre dest. Ji ber heman sedemê karnawal li pey redkirina hêzê di qalibê hebûna hunera gel de ye.

Belavbûna têgînên teorîk

Ji bingehîntirîn ramanên Baxtîn ê karnawalê, realîzma grotesk e û berdewamê de laşê grotesk e. Grotesk taybetiyek di berhemên hunerî û wêjeyî de dest pê dibe ku du karekterên pêkhate û dijberiya ji tirsê ne û hebûna kesayetên dijber di pêkhateyê de ya berhema hunerî de, berteka dualî (ken-matmayî-absurd) di me de diafirîne. Baxtîn di xebata vekolîna absurdê di serdemên romantîk û klasîk de, digel meydan xwendina herdu, nusxe û pênaseya nû ya ji name û taybetiyên absurd di bin navnîşana têgîna “realîzma absûrd” de ji şîrovekirina taybetiyên karnawalê disepîne. Baxtîn, absurd bi zêdekirina bêjeya realîzm re, zêdetir nêzî rastiyê dike. Bo nimûne absurd, klasîkê, mîqdara bedeneke tekane û bêzaro hatî îzolekirin pênase dike, li pêşperî bedena absurd amade di karnawalan de dînamîk, komî û di rewşa guherînê dizane. Sermiyana herî bingehîn ya mîtoya bedenê, meseleya mirin û jiyanê ye. Beden tên dinyayê û dimirin. Derfetê guherîn û veçerxîna ku ceste, hilgir û nimûneya wê ya berbiçav e, me bi mîtolojiyên nûzayî û bereket (ducanîbûnê) ve girê dide. Heman awayê ku şeklên serekî yên baweriya gel di Yewnan û Roma kevnar de mirov dikara di wek mezin dîtina jiyana dubare ya Diyunîzos de vekole. Helbet, berî Yewnaniyan jî Misriyan bi mirin û jiyana dubare ya Osîrîs bawer kirine û ji wan zêdetir jî di şaristaniyên Mezopotamyayê12 de, lipeyketina pergala dayîksalariyê re her salê ji bo zayîna dubare ya xwezayê, kesek dikirin qurbanî.13

Amedebûna bedenê, ji bo derketina holê û piştre mirina wê, qabiliyeteke mîtolojîk diyarî wê dike. Helbet, di vir de ya ku li gor teoriya Baxtîn ji bo laşê absûrd û karnawalekî ye, bi taybetiyên din ê laş û madeya mirov re vediqetîne û ew jî ew e ku beden ber bi metafizekî re ku di wê de heye bi cîhan û bi bedenên din re di têkiliyan de ye. Û di encamê de nemir e. Tevî ku em dizanin laş û made, yê bimrin û yê mirinê ne. Di vir de taybetiyên nakokdar û dualî yên laş, xwe de dide nîşandan. Absurdê bi taybetiyên laş û madeyê ve girê dide.

Beden bi navê hilgirê wateyî ya paradoksê (mirin û jiyan), çi di çîrokê de, çi di rastiyê de, bergeha tevgerê ji cîhanekê ber cîhaneke din e. Mekanîzma ku vê fermanê pêkan dike bi hewas û cesteya bedenê ve têkildar e. Bedena ku ji cîhan û deverê radikêşe (dixwe, vedixwe, bêhn dike, dibihîse…) û ji aliyê din ve dispêre cîhan û devereke din (dibêje, dûr dixe û …) bedenên karnawalê, bi pêşandanê ya ku nîşaneya mirin û jiyanê ye lê dikin, vedixwin, direqisin, dixwin, li xwe dikin û şahiyê dikin, daxwaz dikin, dibexşînin, dadiqurtînin û derdiavêjin. Tew mirov dikare bêje her beden kurtebira tevahiya heyînê ye.14

Beden di karnawal û mîhrîcanan de di asta herî bilind a têkilî û beşdarî û nêzbûnê de bi hevre ne. Kesek an jiyanek ne di sînorê derveyî karnawalê de ye, tenê şah bûye biyanî. Tecrûbeya jiyanî komî di karnawalê de, ken û nîşaneyên din ên jiyanê tirsa ji mirinê ji holê radike. Zagonên fermî ku berê desthilat bûn, cihê xwe danê doşeka civakî ku ji bilî xelasî û tecrûbeyê îzolekirina çînê û berpêkirin û nijad û pêşandana laş û şiyanên wê, bendewariyeke wê ji beşdarvanan (gel) tuneye.

Bizava girseyî ya gelê bêçîn, ji kuçe û bazarê re derbazbûn ji bo destpêkirina mîhrîcana Mîr Mîran, vegirtina cihê mîrê rasteqîn û tacdarkirina sembolîk a mîrê nû, darizandina gunehên desthilatdariya berê û berhevkirina pereyên cirmê ji serdestîya berê û qezencên desthilatiya wê, beden xemlandin û lixwekirina gel bi cilên herî bijarte ji beşdariya merasîmê, bikaranîna maske û xemlên taybet ji aliyê beşdarvanan ve û pêkhênerên merasîmê ve. Her weha meyla ku di rastiya tevlîbûna wê qewmînê (karnawal) de coşiyanek derketiye holê. Nîşanderê derfetên realîzma absurd bi tevahiya taybetiyên wê ye.

Nîqaş û dahûran: têgîna ken di karnawalê de

Ji hêmanên herî qewî yê karnawalan û helbet a Mîr Mîran, ken û rola lîstikvanê wê ye ku bi wêrekî di hemû alî û hemû kêliyên mîhrîcanê de xwe xişikandiye û ji vegera mîhrîcanê yan veguherîna bi tişteke mîna rewşa fermiyeta berî hingê pêşî lê digre. Hêmanên ken û taybetîyên wân ên dîtbarî û bihîstinî, bingehên parastina nasnameya karnawalî ya Mîr Mîran in. Bêyî têkbirina mijara cidiyeta tackirina Mîr, rêveçûn di mekananê civakî de, daxistina şah/hakim, bidestxistina desthilatdariyê bi riya gel û kiryarên zagona qulipî, zagonên berdest ku di Mîr Mîran de hene, di her gav û her kêliyê de her kiryareka mîhrîcanê, ev hêmana kenînê ye ku di rehikên mîhrîcanê de diherike. Û her tim pêşiya têkçûna nasnameyê hatî lêkirin û rewşa nû digre. Mirov dikare Mîr Mîran di tevahiyek a mîzaha watedar a absûrdê de bi danîna desthilatiyê bizane. Metaforek e ku bi demkîbûna hebûna mirovan di vê cîhanê de, helbet hebûna sultan li ser textê desthilatiyê, henekpêkirin û tahnek e li ser bendewariya mirovan ku zeman û serdem li gor daxwazên xwe neguher bikin, dizwazin û di rewşa xwe ya demkî ya tevlîhev de. Heke ken tunebe ne tenê Mîr Mîran û karnawala wê, belku jiyan (mirovî, giyahî û heywanî) jî dê nikaribe xwe ragre. Cilên ku ji karmendên fermî û ji hakim bi xwe di dest ve tînin û li bedena mirovên herî hêsa yê civakê dikin. Çekên ku li ber dorevanên bizirxî nin, bêyî tu zordariyê tên derxistin û li laşê xwe yê ne hêsa û bi gelemperî mirovên belengaz (kurt ya dirêj, fireh an teng) cîlwe dikin. Rûdêmên hêzdaran û bi taybet yê palyaço (wişkern) di pêşandana Mîr Mîran û gelekên din de, tim axaftinên zirtebozî ne ku di bin barê mirovên jibîrker -ji hakim hetanî kesên ji rêzê.

Ferman û hukmên kendar ku mîrê nû wan diweşîne, û şêwr û pêşniyazên komîk ên Wezîrê Destê Çepê; “ji cih bi cihbûna devera lêmayîna gundiyan li bajêr, bajariyên li gundan, qusandina nîvê simbêlên mêran, tachildana riswayî, navnîşanên pir bi tûmtûrak û pûşdar ji bo koleyên dûh.” (Eyûbyan, 110, 1962) Hemû nimûneyên ji tahn û henek ên absûrdê pêk tên di merasîma pêşandana Mîr Mîran de.

Hêmanên kenî piştevaniya herî qayîm a di çanda çenddengî ya Baxtîn e. Ji ber ku di tevahiya kiryarên fizîkî yê heya lidarxistina Mîr Mîran de, hewaiyê fizîkî ya mîhrîcanê û piraniya aliyê merasîmê de “ken” dorevanê azadî ye ku gel, hêz û fermanên mîrê nû jê negre, û civak, wê bi awayê tevekî pisepîne. Ji bo nimûneyên hukmên ku ji vî destî dihatin weşandin “… mînak [mîr] fermanekî dinivîsîne ji bo filan ê diyarkirî15 ku divê hûn sed hezar tûmen radestî xezîneyê bikin, (helbet feraset ev e ku sed tûmen divê hûn bidin). Helbet ev sed kêm û hindik dibûn lê belê her çi be tiştek dihat sitendin” (Qezwînî, 16, 1323).

Karnawal û felsefeya çalakiyê (philosophy of action)

Felsefaya çalakiyê ji têgehên bingehîn yên ramanên Baxtîn, di destpêka jiyana xwe ya ramanî de di bin bandora ramanên Nûkantî16 de ye. Bi mesafe û valatiya di navbera tecrûbeyên fîzîkî, rasterast û bêyî navgîniya mirov bi fikrên sembolîk ê ji van tecrûbeyan pêk tîne. Di vê têgînê de ya ku dexdexeya Baxtîn e, di mirov de ku wî ber bi qalibdayîna tecrûbeyên berçav û radestkirina wan bo sîstema giştî û sembolîk (mebest fêhma wan) dikişîne. Riya çareya ku mirov ji bo fêhmkirina tecrûbeyên li pêş xwe datîne, xwe dispêre dinyaya sembolîk û razber yekî ku me li pêş çav bi piştevanî û sîstematîka xwe ji fikar û serwendahiya perçebûyî xelas dike.17

Ya ku Baxtîn di derbarê têkiliyên tecrûbeyên hîsî bi sîstema sembolîk re dixist nav fikaran, ev bû ku em di bandora fikarên ji bo pêdiviya ewlehiyê, kiryarên fîzîkî/ ceribandî em dispêrin sîstema sembolîk û razber a merasîmê mîna hewldanekê ye ku ji bo senifandina pirtûkên di pirûkxaneya xwe dikin, an jî hewldanek a li gor Lakan18 ji bo lêbarkirin û radestkirina cihê rastîn bo cihê sembolîk bi awayekî nepêkan û beyhûde şêwe digre, bi vê wateyê ku em dixwazin tecrûbeyên sehekî û fîzîkî di nava sîstema razberî û sembolîk de xerq bikin û binixwimînin. Bi esasgirtina vê nêrînê ew e ku têkiliya sîstema sembolîk a bi tecrûbeyên sehekî û fîzîkî, bi hevsengiya têkiliya teorîk an kiryar an zanîn, an fêhm e. Bi baweriya Baxtîn di vê derbarê de, me aliyê hilgirtina perpirsiyariyê, aktîvîzim û beşdariya bandordar li diyardeyan, têkilî û derfeta hebûnê ji xwe revandiye û di nav pîşkariya (subjective) rêpîvana razberî de,19 dixişike û ber bi derbara encamên her kiryarî û çalakiyên ku cîhana me diyalektîkî, dînamîkî û çenddengî dike, me xwe jê mehrûm û bê şiyan kiriye.

Di pêşandanên Mîr Newrozî de dikare were gotin ev ayîn/pêşandan ne tenê hewldaneke ji bo vekolîna têkiliyekê ye ku di civakê de ji bo bidestxistina karûbarên xwe ye (vekolîna dadê û sepandina siyaseta gel a giştî) pêk tê. Di heman demê de jî, ji rûbirûmayîna qadên sê alî yên bi girêka Birûme20 ve projeya têkiliyê bi awayê beş beşî(kesitsel), pêkan dibe. Mîrê Mîran bi sedema dagirkirina bi çalakî, bi riya daxistina hewzeya fermî û serobinkirina rewşê ne bi emûdî, bi awayê berwarî, emrê ramanî bi emrê objektîfî vediguherînin, ji bo xatirê heman tiştê ji karên wisan e ku fikarên Baxtînî di biwarê teslîmbûn û spartina tecrûbeyan bi navgînên hîsî ji holê radike. Ji ber ku “Baxtîn li pey vegera ber bi aliyê bêyî navgîniya tecrûbeyê rût e.” (Gardnîr, 1381: 37)

Hêmanên Berxwedanê di Mîrê Mîran de

Heke em hêza tevgerdar a taybetiya cewherê wê ango serobinkerê rewşa civakî bizanin; pêşandana Mîrê Mîran meydana hebûna vê hêzê ye. Mîrê Mîran ji serdestî û zagonên civakî re dixwîne û hewl dide û goftûgoyên xwe bi serhildirê pêş ve dibe. Piranî, çawaniya vê danûstendinê (kenîn û xwestin û tevgerên hevzeman) hem di rê û rêbaz û hem di bermaya encamê bi bingeh û rewşa berê, bi giştî cihê ye. Divê wisa be jî da ku zerer li radîkalbûn û îradeya nîsbî ya kiryarên wê nebe. Karnawal di gelemperî û Mîr Mîran de bi nav û nîşana nimûneya meydaneka wî, bi cihguherînên komîk û bi şîdet li ser sembolên heyî yên civakî de êrîşkar dibin. Hilnebijartina wêjeya fermî ya di îtîraza hewzeya fermî de hîleyeke wêjeya berxwedanê ye, beş beş dibe û pê xwedî dibe. Xwedûrkirin ji karanîna zimanê fermî şiyana li hember wê, îlankirina hebûna hêmaya berxwedanê ye. Aliyên din yên pêşandana Mîr Mîran jî bi heman hêmayê berxwedanê zindî ye, lê wek ziman) di asta wê ya dualî de –wesîleya têkilî û cîhana ku em tê de ne) alava serekîtir-kokdartir û radîkaltir li hemberî hewzeya fermî ya ku heye, ev were destnîşankirin dê bes be.

Di pêşandan/ayîna Mîr Mîran de, rola navgînên ku perpirsiyar in ji taloqkirina têkiliyên mirovan –siyasetê ne, kêmreng bûne û kiryar û bêşaşîtî, fezaya civakê dagirkirine û hemû însiyatîfên kiryarî di destê xwe de dihêlin. Di vê mîhricanê de, daxwaz û pêngavê çenddengî û serşikandina desthilatiyê ku pêdiviya dadê ye, bi riya kar nîşandan û peywir nîşandana her hêmayî ve û serobinkirina rewşê ne tenê bi têkiliyên emûdî/qinc û berwarî yên desthilatiyê nîşan dide, bi şiklekî tê vekolan û her weha pêşiya entegrasyoneke hêza nû di tevna desthilatyê de asteng dike. Ango guherînên û cih bicihkirinên di asta fermanber û hakimên fermî de bi awayê danîna faktorên desthilatiyê napejirîne, ji ber ku em rû bi rûyê guherîna tevahiya civakê tên ku gel (ne herkîn) wan ava dike û rêvebirina wê jî radestî Lewîyethanên21 nû nake, ji ber ku ew bi xwe “siyaseta gelerî” vedikolîne, karûbarên jê re pêwist di dest xwe de digre.

Mirov dikare rewşa karnavala Mîr Mîran vegerîne (şûnde wergirtina) rewşa ji dest çûyî ku di dirêjahiya dîrokê de bi riya danîna desthilatiyê hatiye îhlalkirin û ji ber heman sedemê bizaveke ber bi bergeha utopya û pêkankirina xwe gihandina wê. Tenê, cil û rûdêm û bizav, ji bo xelasî û têkdana têkiliyên heyî, di rastiya pêş nûmakirina rewşa kut ê xwestin bi hev ve girêdidin. Û hemû kesên civakê bi hev re dengbêjên çenddengî ne. Ew hem sîstem û ewlehiya derewîn têk didin, hem ya ku bûyî adet li nav hev dixin û hem jî kesên ku tevdanê dikin diqewirînin. Ji ber ku di dirêjahiya şoreşên dîrokê û dadxwaziyê de rola wan di derketina dubare ya olîgarşî22 û pêşîgirtina temasa civakê bi siyaset û mirov û xweza re bûye. Mîhrîcana Mîr Mîran bi navnîşana qewmînek tekane û hevgirtî (mutenasip) bi zeman -mekan, nasnameya xwe ve, di redkirina dengê bihorî de û pêşwaziya çenddengiya îro pêşkêş dike.

Di pêşandeya Mîr Mîran û heyama desthilatiya demkî ya mîr de du zagon hene. Yek şertê zagona destpêkê nepenîbûna hakimê rastîn (yê berê) e. Di heyama desthilatdariya Mîr Newrozî de zagona duyem daketina mîrê nû û betalkirina desthilatdariya demkî ya çendrojî ye ku tevlî keniyaye23 Şertê Mîr Mîran dayîna şêweya hêz û rûdêma wê ye. Betalkirin û demkîbûna wê ev e.

Di tevahiya peyamên Mîr Mîran de, guherîna rewşa yekdengî (şah û anîna desthilatiyê) bi guherîna çenddengiyê (desthilatiya demokrasiyê û desthilatiya gelperwerî) yê encam digre. Mîhrîcan ji ber nexweşketina mekan-zeman ê di rewşeka qeyranî de (bi sedema bêhempabûna girêdayî şert û mercên zayînê û zayîna wê ya dubare) mercên pêwist ji bo kombûna gel di qalibê karnawalekî û her weha derbirîna vê îradeya komî amade dike. Zagonên hatin danîn di rewşa yekdengiyê de hatin pinpêkirin û şeklê nû yê civakî li xwe girtin (her çiqas demkî be jî) tê avakirin. “Li gor fermana Emîr Biharî, hakim, divê zindaniyên bêguneh azad bike. Malbatên ku ne li hev in li hev bînin, dewlemend zekatên xwe bidin feqîran.” (Eyûbyan, 106, 1962).

Nîqaş û Encam

Pêşandanên civakî-siyasî yê Mîr Mîran bi şibandina pêngaveke sembolîk a civakî –hunerî, mînaka herî girîng e ji bo cihêrengiya fikrî û hewldana ji bo jinûvezayîna civakî di çarçoveya têkiliyên nû yên mirovatî û civakî ya navendî li ser hêzê ye. Tevî ku bingeh û fikra serekî ya vê pêşandanê di derbirandina çêkirina têgîna şadiyê ye, di hundurê wê de bi hinek girtina dest a pozîsyonên heyî ye. Lê heman dualîtiya rasteqîn û sembol ali ser zemên cureyek avakirina nasnameyê ye. Di wê de dengên belengaz jî dê bibin xwedî hêza bihîstinê. Û ev bi destê yên din ên mezin tê inkarkirin yan jî rû bi rûyê şer dimîne. Di çerxîna têgîna rewşa nû de dê fêhmeke kûrtir ji belengazên din bi dest ve bîne.

Pêşandanê kolanî di wateya xwe ya heqîqî de bi navnîşana çepera berxwedanê, berhema astengiya têkiliyên di navbera azadî û civakekî ye ku ji hundur ve binketin û bêdengkirinên bi ser de hatî derketiye û bi fonksiyonên cur bi cur ê perwerdehî, ajîtasyonî û li pey ronahîbûn û binesaziya werçerxîna civakê ye. Lê ev werçerxîn di bin siha guherîna rewşa yekdengî ber bi çenddengiya di civakê de dê pêkan be. Baxtîn bi belavbûna çanda çenddengî û rewayî dayîna çanda diyalogê li hemberî monologê ye bi mecbûriyeta pêdiviya “wî” ya yê “din” ji bo fêhmkirina xwe destnîşan dike. Û rikebera xwe bi vegotinê otorîter24 cihguherîna wan bi komek a berfireh ji têgînên hûmanîstîxwaz bi heman armancê ye ku ew di hewldana rewayî dayîna çanda lêpirsîniya di hemû astên civakî û siyasî de ye. Ji dîtbariya Baxtîn “lêpirs, lingên herî girîng ê berdewamiya axaftinê ye” (Ehmedî, 93, 1278).

Xebata dawî lêhûran bi jêdera şîroveya berawirdî di navbera têgîna Baxtîn a karnawal û şeklên kolanî yên pêşandana Mîr Mîran, nîşan dide. Ku pêşandana Mîr Mîran, ji aliyê bicihanîna rola şadîya ji bo qayîmdanîna desthilatiyê (bi jêdera bi şîroveya Ferankfurtî25 ya ji hunera çandê26) ferehtir bûye û ne tenê vediguhere amêrên desthilatiyê, her weha bi bizava derxistina hemû hucreyên civakê di asta xeta dadê de li ser cihêrengiya pêkvejiyanê ye. Bi lêcivîna nîşandana enerjî û hêzên ji navendê direvin/navendrev (centrifugal) bi daxistina hêzên navendger (centripetal) pêngav diavêje û di bin roniya rexnekirinên xwe re tevî amadekirinê derfetên jinûvezayînê hafizeya komî bi afirandina binesaziyên lazim re ji bo pênaseya nû ya desthilatdariyê di civatê de dibe rêber.

 

 

1 Wêne û agahiyên vê pêşandanê di serdema dawiya Desthilatdariya Pehlewî ya Yekemîn de berdest dikevin,) N.K: şeklê hejmara 1 di heman xebatê de) Helbet piştre ev pêşan hat qedexekirin; lê şeklê wê yê coşandinê di gundan de di qalibê lîstokê de hê jî didome.

2 Performance Art

3 Commedia Dell’arte

4 Bruegel the Elder: Wênesazê Holandî yê serdema Ronesanê ye ku di wêneyên dîmenê xwezayî û jiyanî de navdeng e.

5 Mir-E Nowruzi

6 Mîr Mîran; mirov dikare wek karnawala herî dirêj a pêşandanê bizane ku di heyama çendîn roj û şevan de û bi şikleke bênavber û dirêjwext di nav kurdan de pêş ketiye.

7 Kose; merasîma ‘koseyê bernişîn’ an ‘bihara cejnê’ zêde zêde bi Mîr Newrozî re dişibin hev. Merasîmek bû li Îranê nêzî biharê dizanin û gelek navdengiya wê hebû û cejn-şahiyên karnawalê tînê bîra mirov. Ebû Reyhan Bîrûnî şîroveya vê merasîmê kiriye ku di yekemîn rojên destpêka biharê de, mêrekî kose, li kerê siwar dikirin, destekî wî de qijik hebû û di destê din de jî baweşîng hebû ku xwe pê baweşîn dikir, helbestek dixwend ku xatirxwestina zivistan û sermayê bû. Ji gel jî tiştek sikke an dînar werdigirt. Ji berbangê hetanî nîvro ji bo xezîne û şah bû. Ya ku ji nîvro hetanî esrê berhev dikir ji wî re bû. Hingê heke ji esrê ve ew dîtibûna eziyet û zilm lê dikirin. Ev kevneşop di dewrana Sasanî û Islamê de, bi riya xulamên reşik bi cih dihat. Yê ku hatî hilbijartin bi cil û bergên wan ên rengo rengo û xemlandineke taybet û devokek şikestî û taybet hebû. Def û teblik lê didan û stranên Newrozî dixwendin. Hacî Feyrûziyên îroyîn ku nêzî newroz û sala nû li kuçe û kolanan gel dicoşandin. Ji bermayîya wan mîhrîcanên kevn e (Reza, 1979).

8 Ceymz Ferîze, destnîşan dike ku di ayînên karnawalên serdema kevnar û Mezopotamyayê de, ferqa navbera çînan bi awayeke demkî hatiye cemidandin û erbaban cihê dane dîlan û li ber serê maseyên wan xizmet dikirin (Firîzer, 1382).

9 Kelash: coreyek pêlavê ye li Kurdistanê

10 Şibihandinek zêde di hilbijartina Mîr û şêwaza daxistina wî ji hêzdariyê, di Mîr Newrozî de bi merasîma ayîna baranxwaziyê (Cenga Baranê) ya li Kurdistanê (Bi taybet di nav êzîdiyan de). Di wir de gel gayekî nîşan û perwerde dikin û serencam piştî qedandina mîhrîcanê, di wexta ku dorevanên ga nedihiştin mirov zererê bigihînin ga û pêşiya wan digirt de, ji bo serjêkirinê dibirin mezbexaneyê, hêjayî nirxandinê ye.

11 Karnawal, ji peyvên kilîdî yên wêjeya Baxtîn e û tew piraniya têgînên din jî çavkaniya xwe ji wê girtine. Di karnawalê de şêwaza nû ya têkiliyê mirov bi mirov re şekil digre (Nolz, 1391).

12 Mesopotamia: Navê herêmeke cografiye ku dikeve navbera çemê Dijle û Feratê. Îraniyan ev herêm wek Meyan Rûdan navandine ku heman nav bi Yewnanî hatiye wergerandin û bûye Mezopotamya. Di berdewamiya dîrokê de Kurd nişteciyên serekî yên vê herêmê bûn û hene.

13 Ev merasîma di serdema Hexamenişî û hetanî padşahiya Erdeşîrê Derazdest (B.Z 424-646) jî pêk hatiye.

14 Balê dikişine daxistina nihêrtina li asîmên ber bi erdê ve ku bi riya bercestebûna bedenê û rola wê di pêkhatina karnawalê de bandordar e.

15 kesê maldar, dewlemend

16 Neo -Kantianism

17 navnîşanek di helbestên Şil Sîlwer Astayn ( 1932-1999 M) Helbestvanê navdar ê Emrîkî.

18 Jacques Lacan; Jacques-Marie Émile Lacan psîkoanalîstekî navdar ê Frensî ye. Di 13 Avrêl 1901 ́î li Parîs ji dayîk bûye û li heman derê di 9 Kewçêr 1981 ́î de jiyana xwe jidestdaye. Lacan teoriyên Freud pêşxistiye û gelek rexne jî li Sigmund Freud kiriye. Li ser cîhana sîmbol û ziman, kesayetiyên neurotîk û psîkotîk, neuroz, narsîsîzm, psîkoz hwd xebat û keşf kiriye. Lacan wekî feylesofekî Ewropî jî tê naskirin. Wekî “Freudê Frensî” jî dihate binavkirin lê wî di dawiya tamenê xwe de xwe ji riya Freud dûr xistiye. Rexne li kapîtalîzmê kiriye û pesnêrêbaza diyalektîk a ramanê daye. (Muwellî, 1387)

19 Abstract subjectivity

20 Borromean Rings: Li gor perspektîfa Lacan, pêwendiya di navbera aliyê xeyalî, aliyê sembolîk û aliyê rastîn ê jiyana mirovan li ser bingeha bibingehkirina Bromeyî ye ku pêwendiyên her kîjanî be, dibe têkçûna ên din. Xala hêjayî giringiyê ev e ku yek ji van sê helqeyan di nav ên din de ne zindanîkirî ye. Ji ber ku herkîna wan girêdayî ye bi herkîna yên din. Avahiya nefsî ya her ferdê hatî spartin cureyek pêwendî ye ku li gor serboriya wî ya di navbera van her sê hêmayan de diafire. Di rastiyê de têkiliya dialektîkî di navbera van her sê sîsteman de. Her ber bi xerakirina yên din. Ev girîng e, ku yek ji van sê xelek di yek din de li girtîgehê ne lê ew li ser ahenga girêdayî

21 Leviathan (Mîta Ûrgarîtî) yan jî ya Rehab ( Mîta Asya Navîn). Hûtên deryayî yên bi şeklê marî ya erjderhayan in, her çiqasî bi çandên cuda cuda re têkiliyan heye, lê belê, di dirêjahiya demê de ligel hev û bi hev û din ve têkildar dibin. Cureyên hûtan ên bi vî rengî bi awayekî eşkere di mîtolojiyên cîhanê de hatine qalkirin û hema bêjêli her derê şev û tarî û malzoraka dayîkê û ava kozmîk ve hatine girêdan û têkildar in.

22 Oligarchy: (desthilatiya komeke biçûk) Peyveke ku kêmxistinê destnîşan dike; wateya wê ne tenê desthilatiya komek biçûk e, her weha desthilatiya komek biçûk e ku li hember girseyên gel ne berpirsiyar e, fesad e, yan ji aliyên din ve rû bi rûyê nefreta yên din e.

23 Ev zagona duyem, mebest absûrd bû, rewş.

24 Authoritative Discourse

25 Frankfurt School: Navê dibistaneka Elmanî ye ku di deheya 1930an de ji aliyê Max Horkheimer ve wek Enstîtuya Lêkolînên Civakî hatiye damezrandin û disîplînê weke civakî, siyasî, derûnî, dîrok, ciwankarî, felsefe, muzîkolojî aniye cem hev.

26 Culture industry: Pîşesaziya çandî bi awayekî ji wateya wek pîşesazîyê tê ku îde (raman), hilberîn, belavkirina berhem, xizmetekê derdixe holê ku naveroka wê ya çandî heye. Serî aliyê çandî ya şexs û civakê didin. Di hin welatan de, pîşeya çandî amûreke ku di keşmekêşên siyasî û gelêrî de tê bikaranîn. Di hin welatên din de, naverokek a bazirganî li xwe digre û di hin welatên din de amûreke ji bo bandorkirina li ser gel û pîşeyî ku di dorpêça desthilatiyê de ye.

 

ÇAVKANÎ

Ayoubian, Ubaidullah (1962) Mîr Newrozî, yek ji merasîma kevnar li Kurdistanê, Zanîngeha Wêje û Zanistên Mirovî, Tebrîz, hej. 60 (rr. 99-112).

Agamben, Giorgio (1395). Rewşên Awertê, wer. Poya Emînî, Tehran, Neqşê Cîhan. Benjamin, Walter (1387). Bûklîstok û Qambost, wer. Murad Ferhad Pour, Omîd Mêhregan, Tehran, Gamê Nû.

Todorov, Tezvetan (1377). Mentiqê Goftu yê Mikhail Bakhtin, wer. Daryûs Kerîmî, Tehran, Neşrê Merkez.

Rezayî Deşt Ersene, Mehmûd (2009) Ontolojiya Mîr Newrozî Bi Palpişta Beytek A Hafiz, Xebatên Îranî, hej. 15 (rr. 75-96).

Riza, Haşem (1979). Kronolojî û pîrozbahiyên Îrana Kevnar. Tehran, Intişarat Foruher. Ramezanî, Ebulfezl; Yazdani, Anisa (2015). “Lêkolîna Sê Temayî ya Baxtîn a Karnivalê, Gotûbêjgerî û Krontop Li ser Pêşandnameya serî rakirî da ku ser bikeve, yan Şaşîtiyê Yek Şev, berhema Eltus Goldesmîs”. Lêkolînerê Wêjeya Hemdemî ya Cîhanê. hej.72 (rr.245- 274).

Samuel Wells, Wergera Qedîmî, Seher, (1378). Pêşandanên Ayîn û Ayînnişandanî, Teater, hej. 41 (rr.140-160).

Sîna, Xosro. (1392). “Venêrînek Li ser Mîtolojiyên Bereket û Qurbanî di Ayînên Pêşandanî yê Kurdistanê”, Pêşandana Pazdehem a çapê (r.28-32).

Aşûr Por, Sadiq. Mîr Newrozî (Mîr Mîran), Teatir, hej. 25 (rr. 46-49).

Ereb zade, Cemal. Mosewî Eqdem, Kambîz. Iftixar Yekta, Şerare. (2015) “Analîza Peter Brugel, li ser bingehê ramananê Mîxayl Baxtîn” Kîmyaya Huner, hej.14 (rr.31-52).

Xulamhuseynzade, Xerîb Reza. Xolam Por, Nigar; (1378) “Mîxayl Baxtîn, Jiyan: Raman û têgînên Sembolîk” Tehran, Neşr Rozgar.

Firîzer, Ceyms Corc, (1382). Şaxa Zerîn, wer. Kazim Fîrozmend, Tehran, Neşr Agah.

Qezwînî, Muhemed (1323). Mîr Newrozî, Neşriye Yadgar, Sala Yekem, hej.3 (rr.13-16).

Kerîmyan Serdeştî, Nadir 1377. “Mîr Newrozî”, Kitabê Mah Huner, hej. 5 (rr.13-15).

Gerdnîr, Mayel 1381. “Hêza Xeyalî Ya Baxtîn” wer. Yusuf Abzerî. Feslnameya Erxenun, Hej.20 (rr. 33-66).

Marufî, Sîrus 2000. “Merasîma Mîr Newrozî li Kordistanê”, Kitabê Mah Huner, hej. 29 û 30 (r. 67-68).

Mewlewî, Keramet 1387. “Bingehê Psîkanalîza Firuyd Lakan”, Tehran, neşr ney.

Meysun, Bîm 1380. “Teatra Xeyalî û Cureyên Pêşandanên din ên derûnî”, wergera Şîrîn Bozorgher, Tehran, Intişarat Danişgah Huner.

Nolz, Runeld 1391. “Şekspîr û Karnawal: Piştî Baxtîn”, werger, Roya Por, Azerî, Tehran, neşr Hormiz.

Yezdî, Nergis. Ibrahîmî, Mensûr 2011. “Lêkolîna destanên Karnawalî di Pêşannameya Rumeu û Julyes de bi çavê Baxtîn”, Hunerên Pêşandanî û Musîqî, hej. 43 (rr. 51-8).

Sîlurastayn, Şel 1391. Berhemên Berhevkirî yên Sîlurastayn. wer. Sara Feroxî, Tehran, Intişarat Sebzan.

Ehmedî, Babek 1378. Avanî û şîroveya Metnê, Tehran, Neşr Merkez.

Brandist, Craig (2002). The Bakhtin Circle: Philosophy, Culture and Politics, London, Sterling, Virginia: Pluto Press.

Hill, Jane H (1986) “The Refiguration of the Anthropology of Language” (review of Problems of Dostoevsky’s Poetics) Cultural Anthropology, vol. 1, No. 1, rr. 89–102.

Share.

Leave A Reply