RON: Ev Albüm Divê Neyê Paşguhkirin

MIHEMED ŞARMAN

Ercan Bîngol li Gimgima Mûşê hatiye dinyayê. Dehan salan e bi musîkê re eleqadar dibe. Albuma wî ya yekem RON hem bi terza xwe ya nûjen hem jî bi rîtmên bluesê bal kişand ser xwe. Mixabin ev albûma hêja bi me têra xwe li nav guhdarvan belav nebû. Gelek awaz û gotin aîdê wî bixwe ne. Bi albuma xwe ye yekem hêviyek mezin da guhdarvana. Demek dirêj e li Enqereyê dijî, ber bi karê muzîkê re karê mamostetiya îngîlîzî jî dike. Me ji bo vê hejmarê bi Ercan re li ser albûmaya wî ye serkeftî û xweşik sohbet kir.

Ercan, ez dixwazim em bi peyva bluesê dest pê bikin: Qasî ez dizanim blues muzîka gelê Efrîqayê ye û piranî ji stranên karker û dilgirtiyan bûye. Yani bi hesrata azadî û aramiyê teşe girtiye. Helbet ev muzîk niha pir guheriye. Lê dîsa jî bo me kurda cûreyeke nû ye. Mirov dikare albuma te wek albumeke blues binav bike. Gelo sedem çi bû ku bluesê bala te kişand eleqa vê bi van gotinê jorîn heye?

– Belê, em dikarin muzîka blues wek cureyek ku ji aliyê kesên ji welatên xwe hatine dûrxistin hatiye afirandin bi nav bikin. Ew kesên ku ji welatên xwe hatine dûrxistin afrîkî bûn û wek kole hatin koçberkirin û zevîyên pembû û bostanan de –di başûrê Amerîkayê dehatin xebitandin. Wekî ku stranbêjek di daweta gundê xwe de stran bistrê û gundiyên din jî gotin lê vegerînin… Bêguman, ew reşikên afrîkî nirxên xwe yên heremî jî bi xwe re anîn û bluesê bi rênişandana van hêmanan û keserên xwe afirandin. Di albûma RON de stranên ku em dikarin wek rock, country, blues û hwd. bi nav bikin hene. Lê ez dikarim bêjim çend taybetmendiyên vê albûmê hene. Yek ji wan strana “Bluesa Benda Sînê” û cûreya wê ye. Bi vê stranê, him “12 bar” a bluesê, him jî skalaya bluesê hatiyê bikaranîn û forma xwe ber bi “slow blues”ê dawî kiriye. Em dikarin bêjin, hinek ber bi “Stormy Monday Blues”ê ve jî diçe. Bi vî rengî, ji bo muzîka kurdî pir û pir, bi zêdeyî formek nû ye. Û divê ji aliyê ciwanan berdewamiya vê pêk jî were.

Piştî ku min lêkolîna li ser vê cûreyê kir, min dît her çiqas erdnîgariyên me ji hev cûda û pir dûr bin jî, neheqiyên afro-amerîkî û kurdan dîtine gelek dişibin hevdu. Dagirkirin û talankirina welatên wan, neazadbûna wan, asîmîlebûna wan, piçûkxistina wan, êşkencedîtina wan û hwd. Ji ber van sedeman, hemhestiya min û wan çêbû û min xwe di nava deryaya bluesê de dît. Ji wê rojê pê ve jî hewl didim bi kurdî bibluesînim.

Min albûma te li ser riya tora civakî bihîst hema beje hê nû derketibû min stand, guhdar kir û pêşniyazî gelek kesî kir. Lê dîsa bala xwe didimê têra xwe nehate naskirin. Bi te jî wisa ye an çima wisa ye?

– Zor spas. Ji xwe, ji bo danasîna RONê me giranî da tora civakî. A rastî, ji bilî wî me ji bo danasînê pir tişt nekir. Ji ber ku min zanîbû di destpêkê de ev albûm ji bo pirî guhdarên muzîka kurdî hinek biyanî xûya bike. Dîsa min zanîbû ev berhem piştî demekê bê naskirin û wek tiştek hundirîn û tiştek wek ji wan bê hîs kirin. Ji xwe wisa jî bû. Ji bo kesên di muzîka kurdî de li dû formên nû ne, ez dikarim bêjim, ji bo mehdekiriyên muzîka kurdî bû bêhn û motîvasyonek. Bila xeled neyê fêm kirin; teswîrên bi vî rengî li ser torên civakî ji min re wek peyamên pîroz kirinê hatine. A rast, niha, ez behsa wan peyaman dikim.

Piştî ku albûm derket, bala çapemeniya tirk kişand û bi min re hevpeyvîn çêkirin û hinek rexnegirên tirk yên binavûdeng û tecrûbedar li ser RON nivîsandin. Û ez bi muzîkjen û hunermendên tirk û navneteweyî re muqayese kirin. Ev tişt jî, ji ber xwe, bala kurdan jî kişand. Sed mixabin, çi tişteke sosret e ku, tiştek ku bala çapemeniya tirkan bikşîne bala çapemeniya kurdan jî dikşîne. (Dikene…) Piştî van qalkirinan, RON hîn pirtir hate naskirin. Li aliyekî din, ez dikarim bêjim, xebat û berhemên ku em wek nirxên demdirej bi nav dikin, di xwezaya xwe de, ji xwe, bi vî rengî dimeşin.

Muzîka kurdî ji salên nodî heta salên 2004 filan ji çavkaniyên polîtîkaya şoreşê û gelemperiyê gelek sûd vegirt. Mirov dikare bêje gelo ev herdû tişt riya muzîka kurdî diyar kir. Loma gelek kom ava bûn. Van bi stîlên nû stranên gelemperî gelek caran jî bi serkeftî şîrove an arenje kirin lê ev yek miçiqî. Niha jî rewş felaket e. Te, ser navê xwe, ji van herdu xalan kîjana sûd girt an motivasyon û çavkaniyên muzîka te çi bû û çi ye?

Destpêka salên 90an, herdu jî bi hev re perisî. Herdu jî hevdu temam kir û hevkariyek mezin di navbera wan de hebû. Bi piştgirî dayina hevdu, hevdu bi hêztir dikirin. Bi rastî jî berhemên bêhempa derxistin holê. Wek hûn jî zanin, nirxên ku tevgera apoyiyan afirandin bi saya wan albûman li her çar perçê Kurdistanê, heta Ermenistan û Kazaxîstanê û gelek dewletên Ewropa û dinyayê, bi taybetî li bakûrê Kurdistanê belav bû û gelek şopîner û dilxwaz kom kirin. Bi vî rengî, gelek ciwanên kurd jî beşdarê refên gerilayên PKKê bûn. Ji bilî şîrovekirin û aranjekirina stranên gelemperî ya bi şêwazên nû, gelek stranên ku behsa têkoşîna PKKê kirin jî hatin çêkirin. Ez dikarim bêjim van stranên gelemperî û polîtîk di salên 90an de mohra xwe li muzîka kurdî xist. Nifşekî bi vana mezin bû û hişmendiyek çêbû.

Ez bi xwe jî, yek ji wî nifşî me. Ez jî wekî mîlyonan ciwanên kurd bi stranên wan koman mezin bûm. Keda wan a hûnerî û polîtik li ser min hene. Muzîka min jî, bi formekî nû be jî, ji aliyê ramanê ve berdewama wê demê ye. Lê dem diguhere û tu, li gor civata guherî an jî ji bo civata ku tu dixwazî biguherînî, şiklekî didî hest û ramanên xwe. Ev şikla ku min xwest bidim muzîka xwe jî blues bû. Dema yek guhê xwe bide RON, rexnegirtinên bi zimanekî tûj dibîhîzin. Min hinekî xwest jî, heta ji destê min were, bala ciwanên kurd ên li metropolan dijîn bikşînim û ji muzîka kurdî dûr nekevin. Ji ber ku, şêwazên berê êdî bala ciwanên kurd nedikşand. Ez hêvidar im, gelek muzîkjenên kurd ên nifşê nû jî xwe ji vî tiştî berpirsiyar dihesîbînin.

Te di albûma xwe de bi min tiştekî pir balkêş kiribû, strana Şakiro ya navdar (rastî ya Reso ye) “Wey Dil” bi tarzekî slow cover kiriye. Halbûkî em bi salan vê stranê bi tarzêkî din guhdar dikin. Piştî aranjeya Hakan, dueta Rojda, mirov qet texmîn nedikir ku ev stranê ji lez û bazê xwe were ser qewlekî wisa xemgîn û slow. Gelo xebatên te yî bî vî awayî yê hebin?

Pêşîn, min dixwest ji gotinên pêşîn ên kurdan stranek blues çêbikim. Heta min ji kal û pîrên xwe gelek gotinên pêşîn jî berhev kir. Lê piştî ku min ji Îsmaîl Ulker -birayekî hêja ji Mêrdîn, Qoserê ye- wan gotinan berhev kir, ew strana ku min dixwest ji gotinên pêşînan çêbikim wisa ma. Lê, li aliyê din, dibe ku stranek bi vî rengî di albûma duyem de jî cîh bigre. Ev strana ez qal dikim çêbikim hinek zehmet e. Ji ber ku, divê ez ji wan gotinên pêşîyan çîrokek biafirînim. Ma her kes dikare ji her tiştî fêm bike û bibe pisporê/a wî? Dibe ku nivîskarên wekî we alikariya min bikin û rê nîşanê min bidin.

– Wek me li jor diyar kir, piştî ku kaniya stranên gelemperî miçiqî, kêm hunermend bi rengekî orijinal karibûn muzîka xwe dewam bikin albûman çêbikin. Piştî vê yekê min go hunera kurdî qey ser arenje, cover şîrovekirinê tenê ava bibû. Ez ser navê xwe te jî yek ji van muzisyena dihesîbînim. Lê ev zû de ye te albûm çênekir. Wek guhdarvanekî te ketim nav metîrsiyê. Ka tu dixwazî ji me re çê bêjî?

– Na, vê metirsiyê li dû xwe bihêle. Ez bi bawer im ku albûma duyem û projeyên min te û guhdarên delal hîn kêfxweştir bikin. Ez dîsa dilbawer im ku hûnê rastê ti dubareyên neyên. Çima wisa dibêjim û ji xwe ew qas bibawer im? Lewre ez hîn li ser bluesê dixwînim, dişopînim û hîn li ser nota, akor û armoniyên vê şêwazê dixebitim. Hêvîdar im, di stranên xwe de bikaribim çîrokên ku bala “bajariyan (!)” bikşîne biafirînim. Dibe ku tiştek ji dûrê rastiyê û rastiya civata me jî derkeve holê. Nizanim. Lê her çibe jî, bi min wisa xuya dike ku wê dubareyên tiştan neke. Lewre em ji tiştên ku xwe dubare dikin westiyan û êdî dilê me ji wan hev dikeve.

Li aliyê din, berhemdarî ne bi “sîparîş”ê lê bi tiştên ku mirov jiyaye/dijî ji nêz ve girêdayî ye. Tu nikarî ji bo tu berhemdêr bî jiyanek çêkirî, ne xwezayî ji xwe re ava bikî. Bikî jî ew jiyan ji te re berhemên sûnî û ne xwediyê çirokek bixweser bi rê dike. Bi ya min, hunermend û muzîkjenên ku jiyanê bi vî rengî dijîn sedemên metirsiyên te ne. Ez bi xwe, dema ku xwe di nav tevgera şibandina pergalê de dibînim, hema, tiştekî xwe diguherînim. Wek mînak, cihên ku ez xwarinê dixwim, kesên ku pê re hevaltiyê dikim û hwd. Heta carina xwe ji her kesî û jiyana civatî îzole jî dikim. Ji ber ku, pirranî, mirov bi çavên ku ji aliyê civatê ve hatine şêwandinê dinyayê dinirxîne…

Ku ser muzîka kurdî ya rast ser hunera kurdî tiştek were nivîsîn, teqez bêgavî yê cihekî fireh didin naverok û şêweyên epîk û hêla wî yê polîtîk. Di albûma te de jî straneke dijwar polîtîk heye. Bi min pir xweş e. “Kûçik Hatin”. Dikarî çîroka vê stranê ji me re bêjî?

– Baş tê bîra min. Payîza sala 2007’an bû. Li hinek deverên Kurdistanê şer giran bibû û çapemeniya tirk çend rojnameger şandibûn wê derê. Lê wargeha karên wan li Stenbol û Enqerê bû û cîhên wan rehet û xweşik bûn. Ew rojnamegerên ku çapemeniya dagirker şandibûn gundên me, bi hinek kesan re hevpeyvîn kiribûn lê hevpeyvîna wan li ser derewan bû û hevpeyvînkirina wan bi awayekî bêexlaqî bû. Gotinên ku gundiyan nedigotin dişandin Stenbol û Enqerê an jî di weşanên zindî de bi vî rengî werdigerandin. Gotinên ku gundiyan bi tundî li hember tiştekî derdiketin nedidan lê berevajî belengaziya kurdan, feqîrbûna kurdan didan ber çavê medyaya tirkan. Halbûkî kurd bi wan sekinên xwe serbilind bûn. Pişt re min got gelo çi karê van li gundê me hene? Di wan nûçeyên ku çêkirine behsa mêvanperweriya gel jî dikirin. Îjar, vêya jî wek mêvanperweriya milletê tirk nîşan didan. Warê ku diçûn serî lê bixin û hevpeyvîn bikin ji xwe welatê kurdan bû. Gelo ew tişt çima û çawa bû mêvanperweriya miletekî din? Mêvanperwerî xweş e, lê di strana “Kûçik Hatin” de ji bo vê rewşê dibêjim; “masî ji çemên me girtin, av ji kaniyên me vexwarin, hûn bi xêr hatin, xêrê ji xwe nebînin, kûçik hatin, li gundê me ne’’. Peyamek wê ya bi vî rengî jî heye; “Zilma we em gelekî êşandin, lê, li aliyê din, hîn ew hêz bi me re heye ku em bi van stranan henekê xwe bi we dikin û em hîn li vir in.” Lê sed mixabin, hinek kesayet û rêxistinên kurdan bi van dagirkeran re hevkarî dikin û şer li me giran dikin.

Çend stranbêjê kurd têra xwe ji helbestên kurdan sûd girtin heya mirov nikare navê wan bêyî helbestavana hilde. Wek mînak, Mehmet Atli û Arjen Arî; Cîwan Haco û Goran Haco, Rojen Barnas; Şivan Perwer, Cegerxwîn; Nizamettîn Arîç, Ferîkê Ûsiv (nexasim ji bo herdu albûmên dawî). Gelo berê te çiqas li edebiyat û helbesta kurdî ye?

– Bêgûman, bandora wêjeya kurdî ya li ser bingeha min a hestî gelek e. Bi taybetî jî destanên me yên wek Mem û Zîn, Siyabend û Xecê, Rustemê Zal û hwd. Mîna ku berhemên gelemperî û kevn rê nîşanî dilê min bidin. Lê, li aliyê din, haya min jê heye ku ez muzîkjenekî ku xwe bi çirokên nû û aktûel îfade dikim. Divê ev yek nakokîyek be jî. Nizanim. Ez dikarim bêjim helbestvanek ku ez hêla hunerî ve pê re têkildar im Memê Mala Hine ye. Di albûma RON de strana ku min wek Lo Lo Qulingo stra, helbesta wî ye û bi min pirr û pirr hêja ye. Ji bo albûma duyem jî -heger destûra wî hebe- min stranek ji helbestekê wî ya din jî çêkir û pir dixwazim di albûma duyem de cîhê xwe bigre.

Wek guhdervanekî gazinekê min her tim heye û ez di gelek ciyan de jî tînim ziman. Di muzîka kurdî ya modern de amûr heya tu bêjî modern lê naverok hê jî pir gelemperî ye. Minak, yekî mîna Ciwan Haco ku bi salan e Ewrûpayê dijî hê stranên evînî de behsa berîvanan filan bêvan dike. Ne ku ez vî yekî bi pozbilindî dinirxînîm lê dengê bajêr dengê êş û şadiyê ye. Qerekter û nifşa nû kêm caran dikevin nava stranan. Ev yek jî dike ku em hestên xwe di eyna van muzîsyenan de nebînîn. Bi te ev yek çima wiha ye? Bi min ez dikarim vê rexnê ji bo muzîka te jî bikim.

– Tespîta te pirr hêja ye. Muzîkjenên kurd her çiqas stran û albûmên xwe bi soundekê hemdem (!) jî bixemilînin, pirranî, gotinên wan gelek kevn û ne xwediyê çîrokekê ne. Dibe ku, tiştên asayî dijîn, teqlîdê kesên ku beriya wan albûm çekirine bikin, ji ber pirsgirêkên aborî stran çêdikin û distrên… Hemû pêkan e. Bi ya min, divê ji bo pêşketina muzîka kurdî yekî/ê muzîkê ji ber xemên aborî çêneke. Heger muzîka xwe ji bo pêdiviyên xwe yên aborî îcra bike, şibîna wî/ê ya li kesên ku di bazarê de ne bivênevê ye. Şibîna li kesên din ji bo afirandina berhêmên bixweser tehdîdek mezin e. Ji bilî van tiştan, divê ji bo qalîteyê rexnegirtin jî hebe. Van rexnegirtinan erênî be û ji bo berjewendî û pêşketina hunermendan bin hîn baştir in. Kemasiyek me yê wisa jî heye ku rexnegirên me yên muzîkê -hema bêjin- qet nîne. Dibe ku kêmasiya vî tiştî yek ji sedemên şûmîtiya muzîkjenên kurd bin jî. Kî zane?

Slogan, epîk di demekî de têra xwe mirovan tîne coşê lê herkes dizane muzîk jî hûner jî ne ev e. Gava tu dixwazî straneke pir şexsî çêbikî ev polîtîka li te dibe bar. Ser navê xwe bejim gava ez çîrokekî dinivîsim ev yek her tim li min dibe bar.

– Bi rastî, li ser vê mijarê çend nêrîn hene û hîn jî nîqaşî ne. Hinek kes hunerê wek hewldanek şexsî û ji hêmanên polîtîk û civakî rizgar dibîne, hinek jî nikare hunerê beyî hêmanên polîtîk û civakî binirxîne. Herdû jî hêja ne lê bi nêrîna min, divê berhem sê awa bin. Yek, berhemên şexsî; du, berhemên polîtîk û civatî; sê, berhemên ku dê bi hêmanên him şexsî him jî polîtîk bên çêkirin. Hema ew berhem li ser çi hatibe afirandin, pêwîst e ku bi hewcedariyên nirxên hunerê bê xemilandin. Bî vî rengî be, berhemên yekî/ê her li ser çi hatibe afirandin jî, kes nikare îdîa bike ku van berheman beyî dilzîziyên hunerê hatine çêkirin. Tiştê ku ez dixwazim bêjim, berhema yekî/ê li ser çibe jî, mecbûr e ku aliyekî wê ya hunerî jî hebe. Hêman û nirxên hunerî ji bo min bivênevê ye. Lê, li aliyê din, ez nikarim hunerê ji pirsgirêkên civatî rizgar bihesîbînim. Heger derdekî min ê civatî jî tineba, minê çima stranên wek “Kûçik Hatin”, “Xwe Ker Ke” û “Dîk û Mirîşk û Cîran” çekira?

Klîşeyeke ecêb heye lê wekê her kilîşiye jî têra xwe para xwe ji rastiyê digre. Muzîka kurdan baş e û kurd bi muzîkê re her tim nêzîkê hev bûne. Lê binê vê gotinê nayê dagirtin. Mirov divê vê klîşeyê ne tene bi kelepora dengebêjî bizanin û lêkolînên ser muzîka olî jî were dagirtin. Mînakek jê ya yarsaniyan û kurdên rojhilat e. Lewre şaxeke muzîka kurdî ya qedîm ser ayînên olî nexasim yarseniyan ava bûye. Dixwazî ser vê mijarê tiştek bêjî?

– Qasê ku em ji lêkolînan zanin, gelek amûrên ku em li ser dîwarên şikeftan dibînin di ayînekê olî de hatine lêdan. Em dikarin bêjin wan amûran dişibin tembûrên ku em niha bi kar tînin. Li aliyê din, em zanin ku yarseniyên rojhilat, kakaiyên başûr û elewiyên bakûr jî di ayînên xwe yên olî de tembûr bi kar tînin û ji bo wan tembûr ne bi tene amûrek e an jî “stran”ên wan ne bi tene muzîk in. Nirxên wan ên hevpar wek ronahî, xweza û hwd. jî hene. Tiştekî/ê ku têkiliyek wî/ê bi xwezayê hebe, bi mûzîkê re jî heye. Kes nikare muzîk û xwezayê ji hev cûda binirxîne. Xweza jî bê hêmanên aqlî nikarê bê nirxandin.

Ew jî muzîk e û ew jî “men” e. “men” ji zimanê grekî ye û wateya wî “hiş, aqil” e. “men” koka peyva “mousa” ye. Di mîtolojiya grekî de “mousa” navê neh periyên pêxamê (îlham) ne û ev peyv bi lêzêdekirina dawîneya “–ike” bûye “mousikē”. “mousikē” jî ew zimanê ku “mousa” yan diaxivin e. Zimanê aqil û hiş, muzîk! Û bêgûman zimanê xwezayê ye jî! men mousa mousikē music

Loma ez nikarim bêjim ku kurd muzîka bi tenê ji bo govendê strandine û afirandine. Divê bingeha wan berheman bi ew tiştên ku min li jor qal kir re girêdayî an jî têkildar be. Ji ber ku kurd beriya bibin misilman tiştekî/ê din bûn û dibe ku pişt re, perisîne.

Ji partî an dezgehên me yên zorpoltîk qet ricayek ji bo straneke sîparîş nehat heya niha. Ji te re negotin ser vê an ser filan kesî stranekê çê bike?

Na. Daxwaz an jî di ber de avêtinek bi vî rengî qet nehate kirin. Ji xwe muzîkjenên ku ji bo kesayet an jî rêxistinek stran çêdikin kadro an jî dilxwazên wê têkoşînê ne. Ez bawer nakim ku li ser sîparîş an jî xwestekek stran hatibe çêkirin. Kes nikare bi darê zorê bi yekî/ê stran bide çêkirin. Qasê ku ez şahid bûme û bîhîstime, ev qîjeqîj ji bo ku propagandaya reş a hin rêxistin û tevgerên kurdan bikin tê bikaranîn.

Tu li bajarekî tirkan dijî. Ji bo muzîka te çi avantaj an dezavantajên vê yekê hene?

– Tu dikarî bi çavek din li welatê xwe binihêrî. Ev avantajek e. Lê, li aliyê din, tu mecbûr dimînî ku jiyanek hatiye perçe kirin bijî û bi rê ve bibî. Ev tişt min pir diêşîne…

Wek dawî ji bo şexsê xwe pirsekê bikim. Gelo tu Şahê Bedo dinasî? Li ser wî û muzîka wî çi difikirî? Ez yek heyranê mezin yê Şahê Bedo me. Ji bo min tu bibersîvînî ezê kêfxweş bim, nebersîvînî serbest î.

(Dikene…) Di hevpeyvinekê de, pirsa herî sosret ku ji min hatiye pirsîn ev e. Bi rastî jî pirsek gelek orjînal e. Divê ev pirs ji hêla civatî, polîtîk û aborî ve bê bersîvandin. Bi gotinek din, mesele kûr û dirêj e… (Dikene…)

Ez, wek gotina xwe ya dawîn, ji bo keda we spasiya te û kedkarên Kovara Zarema dikim. Kar û xebatên we de serkeftinê dixwazim. Ji bo ev keda we ya bêhempa em ji we re spasdar in. Hûn her hebin…

Share.

Leave A Reply