Pêsîrên Dayê û Zilamekî Berşîr

FERZAN ŞÊR

“Îro dayê mir. Belkî jî do bû, ez nizanim.” Albert Camus (Ji Pêsîra Dayê ya Hesenê Metê) “Dayik namire, kirasên nû li xwe dike” Ferzan Şêr

Puxte: ji ber ku Psîkanalîz tiyorî û pratîka ilma xwe li ser vegotina mirovan ava kiriye, têkiliya wê û janrên edebî yên xwedî vegotin jî bi awakî misoger xurt e. ji ber ku janrên edebî yên xwedî vegotin bi zanîna nivîskaran an na, xwestine ku kûrahiya derûniyên lehengên xwe jî vebibêjin û dest nîşan bikin, bêguman karekî psîkanalîtîk jî kirine. Di çîroka Hesenê Metê ya bi navê “Pêsîra Dayê” de em vê zewaca psîkanalîz û vegotinê dibînin. Him hêmanên psîkanalîzê him jî yên pêşkêşkirina vegotina piralî û curbecur in. Di çîroka “Pêsîra Dayê” de li ser objeya memikê, em kûrahiya rêwitiya derhişîn ya lehengê dibînin ku ji erebeyê ber bi bakur ve; ji xewnan ber bi seansên psîkanalîzê de diçe. ji daxwaza xwekuştinê, ber bi dermankirinê ve em dibînin ku çawa memikê nebaş ya zaroktiyê bi bûyerekê re, derdikeve rûyê hişmendiyê û ji hêla derûniyê ve zilamekî vediguherîne zarokekî berşîr.

Peyvên sereke: Travmaya zayînê, tiyoriya têkiliya objeyan, objeya şûngir, Hesenê Metê, ajoya mirinê

Ji roja ku kral Odîpûs û çîroka wî bi riya Freud ketiye nava psîkolojiyê û bingeha têgînnasiya herî xurt a psîkanalîzê ava kiriye vir ve têkiliyeke qewî di navbera edebiyat û psîkanalîzê de hatiye danîn. Pey re jî dema Freud dest bi şîrovekirin û analîza çîrokên mîna “Wolfman (Guremêr)” û “Sandman (Qûmemêr)” kir jî êdî girêkên di navbera wan de qewîtir bû. Ji bo ku Freud ji derdora psîkanalîstan bê afarozkirin jî navê edîbiyê lê kirin, tu carî nexwestin wî wekî psîkologek/psîkanalîstek qebul bikin. Freud bi xwe pesnê Dostoyevskî daye ku ji berhemên wî gelek tiştan li zanista xwe zêde kiriye. Ji bo edebiyatê ev yek tiştekî gelek girîng e. Ji bo edebiyatê jî şayanê pesnê ye ku psîkanalîz çavkaniya xwe ji tecrûbeyên edebiyatê yê girtiye û neha jî ji (çav)kaniya hev vedixwin. Li pey nasîna têgîn û dîsiplîna psîkanalîzê re dema mirov li berhemên edebiyatê dinêre dibîne ku li ser fahma psîkolojiya mirovan di navbera psîkanalîst û edîban de nêzîkdayînek heye. Di nivîsê de di nav gelek çîrokên Hesenê Metê de em ê li ser çîroka “Pêsîra Dayê” û li ser metafora memikê bisekinin, li derdora vê têgehê em xwendineke psîkanalîtîk bikin. Em ê bibînin ku yekbûyîna dayik û zarokan bi travmaya zayînê dişkê. Peyre zarok dixwaze û hewl dide şûna dayikê, tiştên di navbera xwe û dayikê de dagire, her ku bi temamî ne pêkan be jî.

Vegotina ezê û psîkanalîz

Di “Pêsîra Dayê” de vegotin ji devê kesê yekemîn (Ez) ve tê kirin. Ev ji bo analîzeke tekûz a li ser psîkolojiya lehengê rehetiyek e, her çiqas em hay ji tevnsazî û metafîksiyon û pêbaweriya vebêjerê hebin jî. Lewra ger vegotina ji devê kesê sêyemîn ve bihata kirin û vebêjer çîroka yekê derveyî xwe neql bikira wê demê pirsgirekek dîtir a vegotinê lê zêde dibû. Bi vebêjiya vebêjera sêyemîn re hikmên wî/ê, darazên wî/ê, şert û mercên hişmendiya wî/ê, yanê bi kurtasî dê bêjinga sansûra wî/ê tevlî çîrokê bibûya. Dê ev jî me hebkî dûrî derhişê bikira. Bi vegotina Ezê re rasterast em dengê lehengê xwe (helbet bi şerha vebêjeriya pêbawer û nebawer de), likûmînên wî yên zimanî, şopên hêmanên psîkanalîzê bi hêsanî karin bibînin. Bijartina vebêjeriya Ezê ji bo vegotina çîrokeke bi vî rengî bo min gelek girîng e, lewra nivîskar bi tenê naveroka çîrokê nedaye pêş form û şêwaza wê jî li hev aniye, ji bo mijareke wiha şêwaza herî maqûl bikaraniye. Ji bo psîkanalîzê ziman gelek girîng e. Çîroka psîkanalîzê yanî têkiliya di navbera analîst û analîzan de têkiliyeke veguhastinê ye, û berî her tiştî bi zimên tê veguhastin û di hundirê zimên de tê veçirandin. Kesên ku hinek hay ji psîkanalîz hebin, rasterast klîşeyên psîkanalîzê bi kar tînin. Bo mînak di rêzefîlma Masters of Sex doktorekî ortopedîst heye, yekî tolaz e. Tim li pey jinan e. Di têkiliyeke cinsî de sist dibe û berê xwe dide psîkanalîzê. Kêliya ku xwe li ser dîwana analîst dirêj dike, hêj analîst tiştek negotiye dibêje “ez ne aşiqê diya xwe me, baş e?” Bes bi vê peyvê re jî em pê derdixin ku ew aşiqê diya xwe ye, an arezûya jineke ji xwe mezintir, di temenên dayîkê de dike, yanî bi awayekî girêka odîpal lê hatiye pêçan. Dû re bi jineke zewicandî ya “pîr (temena wê 60-70î ye)” şa dibe çend caran. Di çîroka “Pêsîrê Dayê” de ji ber ku “ez” dema di serî de dibêje “Çima berê min li wê derê ye, çima ewqas bi lez dajome wir, kesek pê nizane” (7), esil dixwaze her kes hay ji çîroka wî hebe. Di vir de dema dibêje “kesek pê nizane” em hîna nizanin gelo “ez” bi xwe jî nizane, ango ew dixwaze bila kes nizanibe. Di rûpela pey wê de ev diyar dibe. “Lê wek min got, ez naxwazim kesek pê bizane” (8). Bi awakî derhişîn vebêjer çîrokeke (vebêjer dibêje “tirs”) ku em lêbikolin ji zimansaziyê wî veçirînin, pêşkêşî me dike.

Ne tenê bijartina vebêjerê Ezê, hêmayên din a şêwazê jî balkêş in. Yek jê diyalog in. Diyalogên di navbera wî û doktor de gelek baş in bo analîzê. Him diyalogên rastîn him jî yên di xewnê de ku wî ew pêk anîne gelek tiştan bo analîza me nîşan dide . Di çandên Rojavayî de diyalog gelek girîng e, “mikurhatin” him di teolojiya wan de him jî di vegotina wan de xurt e. Zanista “psîkeyan (psikolojî, psikanalîz û hwd.) bi pêş ketiye. Wekî ku teoriya Bakhtinyen ji bo pîvana romanê qala diyalojiyê dike. A din jî mekân e. Çîrok wekî mekan di nav nivînan de bi xewnekê dest pê dike, leheng ji “tirsexewnê” şiyar dibe, civana wî bi derûnnasekê re heye û li nivîsgeha wê derûnnasê xelas dibe. Heman şêwaz di nav xewna destpêkê de bi xwe jî heye, li wir jî çîrok di nav erebeyekê de dest pê dike, li nexweşxaneyekê li hemberî doktorekê dawî dibe. Ger em bi giştî li hev bînin ji hêla teknik û şêwazê ve harmoniyeke bêhempa saz kiriye nivîskar. Teknika psîkanalîzê eyn wek têkiliya veguhastinê neql kiriye/saz kiriye. Bella Habib di pirtûka xweya Psikanalizin Içinden (Ji Hundirê Psîkanalîzê) ji bo psîkanalîstan wiha dibêje “ji têkiliya veguhastin û dijveguhastinê malzemeyek dertê. Ev malzeme bi saya pêwendîdanîna psîkanalîst pêk tê ku xwe jî bi kartêkî di nav wê pêwendiyê de saz dike” (20). Ji bo vê jî mînakek balkêş dide, diyar dike ku pisporên qelbê ne mecbur in ji qelbê xwe emeliyat bibin, lê psîkanalîst mecbur in ji analîzê derbas bibin (20). Di vir de jî nivîskar ev tiştî kiriye, vebêjera xwe ji hundirê vegotinê saz kiriye. Bo mînak gelek caran di seansên psîkanalîzan de ji derekî pê ve ji ber ku analîst jî perçekî wê rêwitiya analîzê ne, ji aliyê analîzanan ve têne “îdealîzekirin” ango ji hişsaziya analîzanan de şûna “tiştekî” digrin. Di van diyalogan de em dibînin ku vebêjerê çîrokê dibêje “meriv dibêje anuha ne psîkologek e, meriv dibêje qey jineke weke hemû jinan e”. Di vir de psîkolog dikeve şûna dayikê û eyn wek ku di jiyana rastîn de di analîzê de pêk bê, saz dibe. Bo vê yekê jî mînakek balkêş dide Habib. Li gor Habib dema analîzan, analîst xwe bixe şûna bavê xwe, analîst nabêje “ez ne bavê te me, ez analîsta te me”, ji dêvla vê yekê lîstokê didomîne (20). Ev fahma anlîstan li gel vebêjer jî peyda dibe.

Ber bi (ba)kûr ve

“Çima berê min li wê derê ye, çima ewqas bi lez dajome wir, kesek pê nizane…tenê em herdu pê dizanin: ez û Xwedê” (7). Leheng diyar dike ji bilî wî û Xwedê kes pê nizane. Dema em van ji devê leheng dibîhizin, wek tiştên bêhemdî diqewimin, rasterast em berê xwe didin derhişê. Hêj di peyvên ewil de nivîskar berê me dide derhişê.

Bakûr cihê reva nivîskar e. Ji Kurdistanê ber bi welatekî “bakurî” ve koç kiriye. Em dizanin ku welat dayik e. Dema ji diya xwe qetiyaye ji bo rehetiya derûniya xwe ango bi zextên derhişa xwe berê xwe daye bakur. Ev ji bo nivîskar xwendineke biyografîk e lê balkêş e ji bo leheng jî cihê revê bakûr e. Îcar dema em bifikrin ku perçeyê welatê ku jê reviyane jî “bakur” e, bakurê Kurdistanê ye. Yanê ji bakur her ber bi bakurtir ve direve. Ji diya xwe her û her ber bi dayikek din ve direve da ku li wir bihewe. Bi çûyîna bakur re hem dixwaze ji pêsîra diya xwe bireve, hem jî bi awakî paradoksî dixwaze vegere wir. Di pirtûka xwe ya bi navê Doğum Travması (Trawmayê Zayînê) de Otto Rank diyar dike ku keştî, vagon, erebe, fayton şûna dayikê digre û li gor wî “derhiş, veqetînê, rêwitiyê, heta ku mirinê jî encax wekî bicihanîna arezûya vegera malzarokê dikare fahm bike, lewra jê pêv arezûyeke dîtir nas nake û nikare taswîr bike” (81). Berê çûyîna wî jî girîng e. Bi ku ve diçe? Li gor Otto Rank di xewnan de hemû livên bi pêş de wekî (paş)vegerînê tê dîtin (81).

Her ku ji diya xwe, ji welatê xwe bireve jî tu carî ji girêka odîpûsî ji fantaziya mêtina pêsîrê xelasiya wî nîne. Em di xwendina metnê de hîn dibin ku piştî mirina diya xwe çav berdide cîrana xwe ya bi navê Bodilê, ji ber ku memikên wê jî wek ên dayika wî ne. Lê li wir Bodilê bertek nîşanî wî dide, bi wê bertekê re fahm dike ku şerm çi ye (Superego).

Bakûr yek ji hêmaya dagirtina şûna dayikê (şûngir) ye, Bodilêya cîrana wan re jî em dibînin gelek jinên “xwedî pêsîrên wek a dayika wî” şûna diya wî digrin. Yek ji van jî bi awakî sembolîk Fadîme Şahindal e. Ji xwe leheng bi awakî zelal vê yekê diyar dike:

Şeva çûyî… wek ku katib dibêje, “îro dayê mir. Belkî jî do bû, ez nizanim.” Lê do Fadîme radikirin, Fadîme Şahîndal. Wêneyê wê bi pêşiya tabûta wê ve şidandibûn. Baş tê bîra min porê dayê jî weke porê wê reşekî bi ser more ve bû. Ku Fadîme hinekî kej, hinekî bilind û hinekî jî tijetir bûya… ew ê rasterast dirûvên dayê bida. Hîn jî bi sedemên mirina dayê nizanim. Lê dayê ji zû ve miriye. 11-12

Di seansa psîkologê de em hîn dibin ku bi kuştina Fadîme Şahindal re birînên wî yên dewisandî cardin rû dane. Îcar dema daxwaza reva wî ya ber bi bakûr li pey mirina Fadîme Şahîndal rû dide, em dizanin ku Fadîme Şahîndal şûngira diya wî digre. Axaftina bi psîkolog re ev tişt dertên holê. Em pê re pê derdixin ku heya bi temeneke mezin pêsîra diya xwe mêtiye, ne bi tenê ew, li gor gotinan “pêsîra” diya wî bûye belayê serê diya wê jî. Dayika wî jî wek Fadîme Şahîndal hatiye qetilkirin. Û di vir de rola pêsîrê girîng e. Ji ber daxwaza ku hinek pêsîra wê bimêjin dayika wî ber bi mirinê ve çûye. Îcar yek ji wan objeyên arezûya dayikê jî leheng bixwe ye, ew bi xwe, xwe yek ji wan sedema qetlbûyînê dihesibîne, xwe tewanbar hîs dike.

Di vir de şûngira dayikê gelek girîng e. Lewra em dibînin ku leheng tu carî ji girêka odîpûsî nafilite. Bi gelek tiştan re dixwaze şûngira dayikê peyda bike, yanê şûna dayika xwe dagire. Metafor û sembolên jorîn hinek ji wan bûn. Lê bi awakî metonomîk jî dayik daweriviye hemû sazûmana metnê. Memik metonomiya dayikê ye û ji xwe bi awakî peyvnasî û dengnasî jî di navbera memik û dayik (mom, mum, mama hwd ev deng di gelek zimanan de peyda dibin) analojiyek heye. Dema behsa memikê dibe rasterast dayik tê bîra me wiha ku carina rêgeza metonomiyê jî xera dibe. Em dizanin ku dema perçe tevahiyê bîne bîra me, ango perçe şûna tevahiyê bigre metonomî ye ev huner. Lê di vir de perçe him şûna tevahiya dayikê digre him jî cihekî jê mezintir digre. Em vê yekê ji gotinên leheng (pê)derdixin: “Ku îro jî dayê bi hîkmetek îlahî ji gornê rabe û ez wê bibînim, dibe ku ez wê nas nekim, lê ku ez bêhna pêsîrên wê hîs bikim, ez ê bibêjim dayê ev e” (12). Pêsîr bi awakî eşkere him cihê dayikê digre him jê zêdetir e. Di vir de xwendineke antropolîjîk jî dertê holê ku ew jî ne dûrî psîkanalîzê ye. Zarok dema çarlepkî dimeşe û laqê diya xwe dibe pêşîn piyê diya xwe dibîne (bingeha fetîşîzma piyan) dûre dixwaze xwe bigihîne kana (ve)xwarinê. Zarok bi vê armancê re radibe ser piya (û helbet bi fizyolojiya mezinbûnê) û ev çûyîna ber bi memikan ve heya dema “ji ber şîr dibe” didome, pê re jî objeya arezûya kesan ber bi objeyeke rastîn ve diçe. Di vê çîrokê de em dibînin zarok di vê xelekê de asê maye, wekî girêkek li derûniya wî hatiye pêçan nema kare xwe jê rizgar bike.

Xwekuştin

Di derûniya mirovan de xwekuştin rewşeke sînorî ye. Şerên di navbera ID û Superegoyê de hingî tahde û zextan li Egoyê dibe, takekesê di bin van de dixwaze bi xeweke abadîn xwe aş bike, bikeve xewa rehetiyê. Di vir peyva herî balkêş “abadîn” e. Lewra derhiş tim wekî metafor tiştên ku dişibe “abadînbûnê” bi kar tîne. Di metnan de behr, asîman, xew hwd. Tiştên bi vî rengî piranî ji aliyê rexnegir û analîstan ve wekî sembolên derhişîn tên xwendin. Em vê yekê di çîroka “Pêsîra Dayê” de di rêveçûna lehengê xwe de dibînin. Ew di xew(n)a xwe de dizane ku ber bi bakûr ve diçe û di destpêka çîrokê de wiha dibêje “[j]i vir û ber bi bakur jî êdî tişt nîne, jê û pê ve meriv nîne, civak û şênî nîne. Tenê deryayên cemedîn hene” (7). Di vir de em hem daxwazên derhişîn hîn dibin (abadînbûn), hem jî sedemên revê hebkî zelatir dibe. Lehengê me dixwaze biçe cihekî ku “meriv, civak û şênî” nîn be, yanê sansur û medeniyet nîn be, yanê Superego nîn be ku ew tiştên dijmêre bi zagonên xwe zextê li Egoya wî nekin, bila di qada derhişê de hêmanên derhişîn hespên xwe xweştir bibezînin. Hespên bê bên bi ku de diçin? Li gor Otto Rank “fikra mirinê ji serî de bi fikra vegera malzarokê ve hatiye pêçan ku ew jî bandoreke xurt ya hezî [coşî, kêfxweşî] pêk tîne” (Doğum Travması, 41).

Çawa ku bi hêmanên derhişîn desthilatiya hişê wî dikin û wî ber bi (daxwaza) xwekuştinê ve dajon di heman demê de tiştên li hemberî daxwazên xwekuştinê jî wî ber bi aramiyekê, ber bi başbûnê ve dajon. Li vir divê dijkevaneke paradoksî bê vekirin ku daxwaza mirinê jî daxwazeke aramxwaz e. Bes tengasî û gengeşiya di navbera hêmanên derhişîn de aramiya mirovan dikujin. Dika ewil, ango epîzoda ewil xew(n)a wî ye di wir de ji daxwaza “ciheke bêmeriv, bêcivak û bêşênî” li ciheke “bimeriv, bicivak û bişênî” yanê li nexweşxaneyekê bi dawî dibe. Di epîzoda dûyemin de jî dîsa psîkolog roleke wiha digre. Di her du epîzodan de doktor/psîkolog cihê Superegoyê digrin. Derman di destê Superegoyê de ye. Lowma dawiya dawî ji dêvla xwekuştineke abadîn, xwekuştineke (raketin) dem bi demî yanê xew û îlûzyona xwekuştinê, dermanê xewê (propovan) didê psîkolog.

Ji pêsîrên dayê ber bi memikên Melanie’yê

Di ferhenga psîkanalîzê de “memik” her çiqas di asta oral de bala gelek analîstan kişandibe jî, ji bo sazkirina têgehên “hesûdî û spasdariyê/minêkarî (bi ing. envy and gratitude)” herî zêde bikêrî Melanie Klein hat ango herî zahf wê ew “sermemikan” di çavê me de rakir. Di kitêba xwe ya bi navê Haset ve Şükran de teoriya xwe ya bingehîn ên li ser van têgehan li ser “avakirina memikên baş” saz kir.

Berî ku em derbasî ferhenga Klein bibin, em guh bidin hin jêderkên di pêşgotina vê kitêbê de wê gelek baş be. Lewra di wir de Saffet Murat Tura balê dikşîne ser cudahiya di navbera Freud û Klein de û ev yek jî di ferhenga psîkanalîzê de cihê Klein destnîşan dike. Li gor Tura, ajok/zext (drive) a di Freud de, di Klein de dibe navajo (instinct) ev yek jî bi “Rastî”yê re tê girêdan (8). Li gor veguhastina Tura, teoriya Fruedian xwe dispêre astengkirina ajokan, bi astengkirina ajokan re Rastî dertê holê. Di ya Klein-de fantazî û îmajên mîna penîs, memik hwd. ji destpêkê ve heye û her berê wan bi Rastiyê ve ye (10).

Di xwendina Klein de navenda teoriya wê li ser memikê saz û ava dibe. Lê hin têgehên navxweyî hene, him ji tiyorîzekirina hin hestan (hesûdî, dexesî, çavbirçîtî) heye. Objeya hundirîn bi awayekî binyadî di hundirê hişsaziya mirovan de amade ye, lê hin obje jî hene ku ji derva tên dikevin nav derûnê, tên daxilandin ew jî “objeyên daxilandî” ne. Ev ji bo karîgeriya derûniyeke asayî tiştekî baş e. Li gor veguhestina Tura xerabiya hundirîn bi daxilandina objeyeke derveyîn tê aştkirin (9). Klein jî di mijara objeya ewilîn de giringiya vê karîgeriyê dike. Objeya ewilîn memika dayikê ye, têkiliya pê re wek me got xala bingehîn a tiyoriya Klein e û li gor Klein di asayîbûna derûniyê de xala herî girîng ew e ku objeya ewilîn a daxilandî dema di EZê de baş bê rehberdan, dê hîma pêşveçûneke çê bê dayîn (20). Dabeşkirin yek ji têgeheke gîring a vê mijarê ye, bi dabeşkirinê re objeyên baş û xerab (bi memika baş û xerab ve tên temsîlkirin) dizên, ev jî objeyên qismî ne. Di vê demê de hêmayên paranoid û şizoid dertên. Ji bo derûneke asayî zêdebûyîna objeyên xerab bi veberhênana objeyên baş re tê aştkirin û ev du obje yekbûyîna xwe bi parastina hebûnên xwe re didomînin. Ev rewşeke dualî ye, rastiyeke dualî ye ku li gor veguhastina Tura Klein vê têgeha “ambivalence”ê wekî “asta herî mezin a mirovahiyê” (12) dibîne. Lewra li gor veguhastinê, hesta sûcdariyê û ûjdanê ne ji tirsa cezaxwarinê tê, objeya ku êrîşkarî berê xwe dayê di heman demê de objeya hezkirinê ye, ev jî rewşeke “ambivalence” e. Dabeşkirin ku li vir cihekî girîng digre esil wek sazûmana parastinê tê pêşkêşkirin, sazûmana duyemîn jî hembûna1 vebeyandî ye (yansıtmalı özdeşlik, projective identification). Ev têgehên hanê di ferhenga psîkanalîzê de di bin sîwana “têkiliya objeyan” de tên nîqaşkirin.

Neha jî em bên ser mijarên hestan û têkiliyên wan ên objeyîn. Hesûdî di bin ajokên anal-sadist û oral-sadist de derbirîneke rûxîner e. Dema tiştekî ku mirox daxwaz dike di yekî de peyda bibe, hêzê bide xwediyê wî tiştî ajoka hesûdiyê dixwaze wî tiştî xera bike, qirêj bike. Dema memikê dayikê bi zorê bi dest dixe pê namîne, xerabiyan li dayikê (memik) dike, pîsî (mînak gû) dike, bi vê yekê re afrîneriya dayik diherifîne. Hesûdiya zêde nîşana derûnên paranoid û şizoid in. Mehrûmî û kêm-mêtina şîr dibe ku hesudiyê pêk bîne lewra têrbûn (memika baş) hêza jînê ye, afirînerî ye; berovajiya wê birçîbûn tirsa mirinê zêde dike, rûxîner e. Bi hembûneke hundirîn (daxilandî) birçîbûn dikare bê çareserkirin û afrineriyê saz bike. Di vir de şerê li hemberî “tirsê” (tirsa mirinê) di afrineriyê de hîmeke girîng digre.

Di dexesiyê de kesekî sêyemîn dikeve navbera kesên hezkir û kirdeyê. Di vir de xerabî-pê-kirin tune ye, “başî” ji hêla yekê din ve hatiye girtin. Çavbirçî(tî) jî dixwaze kirdeyê hişyar bike, lê belê têrbûn ne pêkan e, ji pêdiviya kirdeyê zêdetir, tim zêdetirî daxwaz dike (ne “dixwaze”). Dixwaze bi mêtinê diya xwe biqedîne, lewra daxilandineke rûxîner e. Dibe ku ji gumana li hember bav pêk bê, bav wek ku memikê dayik direvîne tê dîtin.

Têkiliya memikê di psîkanalîzê de benginiya li doz, mirov û nirxan jî saz dike. Li gor Freud jî bexteweriya (ji) memik-mêtinê pêşmînaka têrbûna cinsî ye û ev yek jî dike ku hesta yekbûyîna bi mirovan re li mirov peyda bibe. Li vir spasdarî û comerdî dertê pêşberî me, bi daqûrtandina ango temsîlkirina objeya baş re. Memik dibe du beş; objeya baş û xerab. Di destpêkê de ev dabeşbûn tiştekî baş e lewra derfeta avabûna “ambivalence” diguncîne. Lê dema bidestxistina objeya baş ji ber hesûdiyê pêk neyê obje tê mengîkirin (idealizekirin). Di heman demê de em dikarin wiha jî lê binêrin, dema ku objeya baş (ewilîn) bi awayekî ewle û serketî saz nebe mengîkirin wekî sazûmaneke parastinê dertê holê. Mengîkirina zêde nîşana tirsa tahdeyê ye, yanê mengîkirin ji tirsa tahdeyê pêk tê. Memika mengî (ideal) berovajiya memika rûxîner e.

Dema di derûniya mirovan de memik xala herî girîng be di laşê dayikê de, lazim e di laşê zarokan de cihê herî girîng jî dev be, ango berovajiya wê jî rast e giringiya dev (ji bo xwarin û domandina sazûmana jîndariyê) giringiya memikê bi xwe re ava dike. Di ramana Klein de hesûdî rê li ber têrbûna oral digre, daxwazên oral bi vê yekê re berhêlî genîtalê dibin. Ev yek piranî di averêbûn û bixweşabûnên hingof de tên dîtin.

Ev berhêlî bûn, ji daxwazên oralî ber bi yên genitalî ve di rewşa asayî de giringiya memikê kêm dike. Hesûdiya penisê, yek ji têgehên bi nav û deng a psîkanalîzê ye, Klein vê yekê jî bi hesûdiya memikê ve girê dide, hebkî pêştir dajo xemsariya cinsî bi aciziya ji penîsê ve girêdide û diyar dike ku bingeha wê jî reva ji objeya ewilîn e.

Dema mirov di ramansaziya Klein de li şêweyên parastinê binêre, Klein heşt xalan pêşberî me dixe; mengîkirin, reva ji dayikê, objeya şûngir (ev dibe ku bibe navgîna reva ji nefreta dayikê), her dijparastin bi demê re dirûva bênirxkirina objeyê digre, bênirxkirina EZê (bi taybetî tîpên depresîf), çavbirçîtî, halandina hesûdiyê di kesên din de, hestên hezkirinê têk diçin pê re nefret har dibe.

Ji bo dermana asayîbûna derûnê jî Klein sazûmana xwe digihîne “dewisandinê”. Em bînin bîra xwe sazûman têkiliya objeyan çawa li dar diketin. Dabeşbûn (pêvajoyeke şizoid û paranoid) memikên baş xerab pêk tîne, ev dabeşbûn di rewşa depresîf de, yekbûyîna xwe saz dike (ambivalence), di sala dûyemîn de jî dewisandin pêk tê. Dema ev dewisandin pêk tê, nayê wê mahnê ku wekî ku mirov miriyan binax bike. Cihê binaxkirina zext û ajokan ji hişsaziyê xwedan derî ye. Gornên hişsaziyê bi derî ne, û carinan tiştên binaxkirî vedigerin. Xebata asayîbûnê him bi dewisandinê dişuxile him jî di şûna dewisandiyan de tiştek bi cî dike. Memikokan em bînin bîra xwe, zarok ji bo dev ji şîr berde şûna memikê digre. Bala lîbîdoyê diçe ser objeya şûngir; ev obje dibe jîndar be dibe şênber û heyber be. Fetîşîzm bi vê hêla xwe ve dunirxî ye, him hêla baş heye ku avakar e, şûna tunebûnê dadigre lê ji hêlekê ve jî rûxîner tam têrbûnê pêk nayne wek ku pêk tîne dide xuyakirin. Li ser vê çîroka me em bibêjin. Dema diya wî dimre, serê pêşî Bodê bala wî dikşîne. Memikên Bodilê û Bodilê bi xwe şûna dayikê digre. Dûre ew daxwaz hêj pêk nayê yanî têr nabe hildiweşe. Piştî çûna welatê Bakur, heya wê xewna ku çîrok pê dest pê dike em nizanin, lê ji çîrokê diyar dibe ku bêhna dayikê û memikên wê li ser bûyera Fadîme Şahindal ji wê deriyê dewisandî vegeriyaye.

Encam

Psîkanalîz jî wekî bizav û teknîkên din ên rexneyê gelek caran qalibên hazir dide, klîşe û şablonan ava dike. Qalibên wê dema mirov ji dûr ve lê binêre vezelokî dixuye û ev yek wekî ku li jor me mînaka wê da her kes piçekî jê haydar e, dema serê xwe datînin ser qada vê dîwanê mêr bin dibêjin “ez ne aşiqê diya xwe me”; jin bin dibêjin “ez ji kîrê mêran nahesidim”. Zewaca di navbera psîkanalîz û vegotinê de çi roman çi fîlm be, ji destpêka serboriya psîkanalîzê vir ve heye. Lîsteyên romanên psîkanalîtîk, fîlmên psîkanalîtîk têne çêkirin. Piraniya van berhaman berhemên populer in, bala rexnegir û ramangeran nakşînin. Lê wekî ku Freud berhemên Dostoyevskî dest nîşan dike, berhemên ku vê qadê dewlemendtir dikin, fikr û şêwazên psîkanalîstan xurttir dikin hene. Bi min qedrê berhemên Hesenê Metê jî bi vê rengî ne. Bi vê yekê re em li vê çîrokê binêrin, bi şêwaza xwe re (vegotina Ezê, lêzêdekirina diyalogan û naveroka diyalogan), hilbijartina mekanan (nivîn, erebe, nexweşxane, nivîsgeha psîkolog) re hêla xwe ya teknikî baş ava kiriye. Li aliyê mijarên xwe û tevna wê ve jî naverokê bi awakî lihevhatî lê kiriye. Bi termên psîkanalîzî, rêwitî, çûyîna ber bi bakur ve di hundirê erebê de, bi lez arezûya vegera malzarokê ye; bi bûyerekê mîna kuştina jinekê, zextên dewisandî berdidin û yên dewisandî vedigerin pozîsyona berî hişî; bipaşveçûyînê re demên têkiliya objeyan dertê pêşberî me; pê re memikên baş ku leheng pê têr dibe û pê dilîze dû re jî memika nebaş ku dibe sedema mirina dayikê. Di her asta van têkiliyan de şerek di navbera ID û (Super) Egoyê de pêk tê ku piranî bi sazûmana şûngiriyê tê çareserkirin/taloqkirin. Li vir jî di encama ewqas keftûleftan de arezûya mirinê, aştbûna abadîn bi mirineke biçûktir bi dermanan tê beralîkirin.

1 Ev têgeha “hembûn” hebkî di bilêvkirin û bikaranînê de xerîb xuya dike, lê di etimolojiya giraniya “identity” li ser “şibandin, hevbûn, hembûnê” bû lowma min jî wekî hembûn bi kar anî.

ÇAVKANÎ

Habip, Bella. Psikanalizin İçinden. Çapa 2. Stenbol: Yapı Kredi Yayınları, 2012.

Hesenê Metê. “Pêsîrên Dayê”. Pêsîrên Dayê. Çapa 2. Stenbol: Weşanên Peywend, 2014

Rank, Otto. Doğum Travması. Wer. Sabir Yücesoy. Çapa 1. Stenbol: Metis Yayınları, 2001.

Tura, Saffet Murat. “Editörün Önsözü”. Haset ve Şükran. Niv. Melanie Klein. Wer. Orhan Koçak û Yavuz Erten. Çapa 3. Stenbol: Metis Yayınları, 2011. 7-13.

Share.

Leave A Reply