Kuştina Ciwanekî: Aaron Swartz

BİLAL ATA AKTAŞ

Dizî bi eslê xwe tiştekî çawa ye? Kî ye diz, kî ji ku tiştekî bidize em jê re dibêjin dizî? Diz dizê kê ye? Aya armanc e ya ku bingeha têgehan diyar dike an nêt e ku bexta kiraran zelal dike? Aaron Swartz, gava ku xwe li odeyekê dikuje agira van pirsan carerk din hat dadan. Ev çîrok çîroka wî ye.

Li kurikekî bifikirin, bi emrê xwe yê 26 salî darqîtkekê dixe pergala înternetê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê. Li heman kurikê bifikirin ku hê di 3 saliya xwe de bi tena serê xwe hînî xwendin û nivîsinê bûye.

Eynî kurik hê nebûye 13 salî lê belê bi navê theinfo.com sîteyeke înternetê çêdike. Di vê sîteyê de kî agahiyeke çawa bixwaze dikare li ser mijarekê zêde bike û gel jê sûd werbigre. Ji cîkî nas tê ne wisa? Lê na, wikipedia hêj li holê tune ye di wan çaxan de. Sal 2001 û Aaron vêga 15 salî ye, kompîtir û înternet êdî tiştên her giranbûha ne di jiyana wî de. Tu dibînî geh ji bo konferansekê lê dixe diçe bajarekî dûr û ber, geh li mala xwe ye û bi saetan dikeve pey fikr û zikrên nû yên alema rawêjî.

Sal li pey salan digindirin, xortê nû-simêlbadayî pêşengiya hereketên cûrbicûr dike ku tev jî bi awayekî girêdayî poîtîkayê, daxilî meseleyên binîqaş in.

Sixûrî ji bo her dewletê karekî heyatî ye. Ev yek ne tenê ji bo şopandina welatên dijmin lê belê ji bo kontrolkirina welatiyên xwe jî girîng e. Êdî bi saya înternetê mirov bi her tikandina xwe rêçeke xwe li ser behra sixûriyê zêde dike. Diyarkirina cihan, ecibandinên me, şîroveyên me, siteyên ku em ketinê, tev bi şiklekî tê qeydkirin û li benda roja xwe ya ku xwediyê rêçê reş bike disekine. Beriya înternetê, diviya dewlet bêtir xîret bikira da ku derheqê welatiyan de agahiyên kêrhatî bi dest bixe. Lê niha heman karî welatî bi xwe dikin.

Digel vê yekê, nesînorbûna dewletê her li dar e. Dewlet dixwazin bêtir agahî peyda bikin. Li aliyê din jî kesin hene ku li hember vê yekê têdikoşin. Aaron Swartz jî yek ji wan e. Di meha mijdarê ya 1986an de li Şîkagoyê ji dayik dibe. Mabeyînê du birayên xwe ye. Ji biçûktiya xwe ve eleqeya xwe bona kompîtirê çêdike û emrê xwe yê kurt jî li ser heman tiştî diborîne. Lê bihurandina wî ne bihurandineke pasîf û “bêzerer” e. Bi armanca ku zanyariyê ji pawana dewlet û şîrketên mezin derxe rêyeke dûr û dirêj hildibijêre.

Bi ya min tiştekî girîng e ku mirov dinyayê wek ku çawa ye qebûl neke… Ez her tiştî pirsyarî dikim, bi awayekî zanistî nêzî wan dibim, tiştên ku ez hîn dibim demkî ne û ji bo guherînê vekirî ne, dibe ku bi vedîtinên nû werin betalkirin. Li gorî min heman rêbaz ji bo civakê jî derbasdar e. Dema ku min ferq kir ku di bingeha civakê de pirsgirêkên cidî hene, têgihîştim ku xwe li nedîtinê danîn ne mimkûn e.1

Ji bo gihîştina vê armanca li jor, bi navê watchdog.net û openlibrary.com du sîteyên înternetê vedike. Openlibrary.com derheqê pirtûkên heya niha weşandî de agahiyên sereke dihewîne, mîna; filan kitêb kengî li ku derê hatiye çapkirin, bêvan pirtûk li ku derê heye, gelo bi deyn stendin pêkan e yan na…

Swartz qeyda xwe li Zanîngeha Stanfordê çêdike ku yek ji zanîngehên hêjatirîn e. Salekê li wir civaknasî dixwîne lê pê qayîl nabe. Piştî salekê teklîfa karekî jê re tê û yekcar dev ji zanîngehê berdide. Sîteyeke dî ava dike û piştî salekê qedera 1 milyon dolarê wê difiroşe. Ecêb e ku di emrê xwe yê 19an de vê pereyê jî jiyana wî pirr naguherîne. Aaron odeyekê piçûçik ji xwe re peyda dike û xebatên xwe didomîne.

Aaron Swartz dixwast zanyariyê bi awayekî belaş têxe xizmeta raya giştî. Çi hat serê wî jixwe ji ber vê yekê bû. Di 2009an de Swartz, binikê ragihandinê ya bi navê PACERê ku aîdî mehkemeyên Amerîkayê yên federal e, hack dike û ji bo gihîna xelkê diweşîne. Zêdetirî 18 milyon belge bi vî awayî bêpere digihîje xelkê. Welatiyan ji bo gihîştina qeydên mehkemeyan diviya pere bidaya û ev sîte bi kar bianiya. Salane qezenca PACERê xwe dabû 120 milyon dolarê. Yanê tiştekî ku di qanûnên dewletê de jî diviya belaş bûya niha serê salê dikir 120 milyon dolar.

Helbet Aaron xwe li nedîtinê danayne û tiştê ku li gorî xwe diviya bikira dike. Lê belê Swartz bi vê kiryarê bala FBIyê bêtir dikişîne ser xwe. Êdî ji bo dewletê kesekî bi talûke ye. Şopîna ser Aaron wî gelek ditirsîne. Lê belê Aaron dev ji azadiya bidestxistina zanyariyê û gihîna serbest bernade.

Di vê germ û geşedanê de îjar bala Aaronê şîrketên qerase dikişîne ku gotarên akademîk bi peretî dixin xizmeta kesan. Aaron neheqiyeke mezin dît li vir. Li nik wî, çawa pêkan bû ku hemû agahiyên mirovatiyê ku heya niha bi êş û elemên cûrbicûr hatine parastin û wek mîrate gihîştine me tenê di destê çend şîrketên mezin de bin? Aaron vê yekê qebûl nake.

Akademîsyenan piştî xebat û cehdên xwe ji ber ku gotarên xwe bigihînin xwîneran gotar didan wan şîrketên mezin. Bi vî awayî piraniya gotaran bere bere diket bin pawana çend şîrketên sereke. Yên ku dixwestin sûde ji van gotaran bigirin, neçar diman pere diherikandin van deran. Yanê xizanekî ji Kamboçyayê heke pere nedîta egera gihîştina wî ya bona van gotaran tunebû.

Aaron ji bo guhertina vê pergalê gava xwe ye yekem avêt. Cara ewil bi sîstema MIT2yê dikeve JSTORê3 û dest bi daxistina gotaran dike. Piştî demekê hewldana Aaron tê ferqkirin û wî asteng dikin. Dûre rêyeke din dibîne. Li jêrzemîna MITê dikeve odeya datayê û sererast kompîtira xwe girêdayî sîstemê dike û dikeve sîstemê. Li vir jî wî ferq dikin lê pê nadin hesandin, di şûna wê de kamerayên nehênî dixin odeya ku Aaron done(data) jê dadixe û bona dewayeke xurt peyt û çespan tov dikin… Paşê Aaron tê girtin…

Aaron Swartz tiştên ku dadixist dizî nedikir, nedifirot û bi peretî belav nedikir. Lê pê çi dikir? Bersiva viya diviyabû ji bo dewletê. Hege Aaron hackerekî ji rêzê bûya ku tiştê dadixist difiroşe, dê rayedarên dewletê bi îhtîmaleke mezin çend sal ceza lê bibirîna û tazmînatek jê bixwastana. Lê belê Aaron ew nedifirotin. Tiştekî talûketir dikir: Bêpere pêşkêşî raya giştî dikir.

Piştî encama teşqeleyeke mezin, Aaron bi sed hezar dolar kefaretê serbest tê berdan. Lê gavên wî li ser hev in, vêga tiştekî nû derdikeve pêşiya wî ku divê li hember têbikoşe: Pêşqanûna SOPA4

Ev pêşqanûn heq dida şîrketan ku bêyî pêvajoya dadgehê sîteyan asteng bikin û heta ji google bidin jêbirin. Bes ku hinceta wan binpêkirina mafên telîfan bûya.

Gava ku ev pêşqanûn tê tekezkirin derbasbûyîna wê wek misoger tête hesibandin. Piştî vê yekê, têkoşîneke tûnd û tûj dest pê dike navbera terefan de… Dûre tiştekî nû diqewime, hêvî hêdî hêdî zîl dide û Qesra Spî daxûyaniyek dide û ku dijberiya xwe li dijî vê pêşqanûnê nîşan dide. Paşê wikipedia serrûpela xwe tarî dike, paşê reddit. com5, craigslist.com… Di nava 24 saetan de dijberên vê pêşqanûnê li Parlamentoya Nûneran ji 31î dipeke 101î û pêşqanûn wek pêşqanûn dimîne.

Piştî vê bûyerê Aaron tê ser hemdê xwe. Xwebaweriya xwe cardin qezenc dike, zîndîbûnek tê û li ser rih û canê wî vedinîşe. Li rex wî têkoşîn asteke pirr mezin derbas kiriye. Lê ev serkeftin pirsgirêkek jî bi xwe re tîne: Aaron êdî bêtir talûke ye bo dewletê.

Mehkemeyên DYAê îdîanameya berê betal dikin û di dêvla wî de yeka nû amade dike û sûcên nû lê zêde dikin. Çîroka xwekuştina Aaron Swartzê jî ji vir, ji cihê ku maye, dewam dike û di 26 saliya xwe de li Broklynê di apartmana xwe de xwe dadiliqîne û dimire. Bavê wî di cenazeya wî de wiha dibêje: Aaron ji aliyê dewletê ve hat kuştin.”6

Di behiya wî de îdolê wî, Sir Tim Berners-Lee7 wiha şîn digire:

Aaron mir.
Gerokên vê dinyayê delodîn,
Me yek ji rûspiyên xwe, zanayê xwe wenda kir. Hackerên li dû rastiyê! Em yek kêm bûn,
Me yek ji xwe wenda kir,
Ey nêrevan, guhdarvan, hemû malbat,
Me zarokek ji dest da!

Li jêrê hûn ê manîfestoya wî ya ku dilê têkoşîna wî xulase dike bibînin.

Manîfestoya Bidestxistina Serbest – Gerîlla8

Zanyarî hêz e. Lê wek hemû cureyên hêzê, kesin hene ku dixwazin wê jî tenê ji bo xwe bi kar bînin. Hemû mîrata zanistî û çandî ya cîhanê, ku bi sedsalan e di kitêb û kovaran de çap bûne, her ku diçe tên pencekîkirin (digitize) û berbendkirin ji aliyê çend şirîkeyên xusûsî ve. Tu dixwazî nivîsên ku cî didin baştirîn encamên zanîstî bixwînî? Divê tu meblaxên mezin bişînî ji weşangerên wek Reed Elsevir re.

Hin hene têdikoşin ku vê biguherînin. Bizava Bidestxistina Serbest bi wêrekî şer dike piştrast bike ku zanyar mafên xwey çapê nakin bin hukm lê dikin xebatên wan li ser înternetê bên weşandin di bin şertê ku herkes karibe bi dest bixe. Lê di rewşa herî baş de jî, hewla wan tenê wê ji bo neşrên dahatuyê derbasdar be. Lew ên berê wê tev ji kîsê me biçe.

Bedeleke zêde dixwazin ji me. Akademîsyenan bêgav dihêlin ku incax bi heq karibin xebatên hevpîşeyên xwe bixwînin. Hemû çavkaniyên kitêbxaneyan êsken (scan) dikin lê dihêlin xelk wan tenê ji ser googleê bixwîne. Gotarên zanistî dabîn dikin lê ne ji bo zarokên cîhana sêyem lê ji bo kesên di zankoyên bijarte yên Rojavayê de dixwînin. Ev tev neheqî ne û nayên qebûlkirin.

Gelek kes dibêjin “Rast e. Lê em karin çi bikin? Şirîkeyan mafê çapê kirine bin destên xwe, meblaxên zêde qezenc dikin û ev bi temamî qanûnî ye. Tiştek tune ye ku em karibin wan bisekinînin.” Lê tiştek heye ku em dikarin bikin. Tiştekî ku jixwe ji zû ve tê kirin; em karin li dijî vê derkevin.

Ewên ku xwe digihênin van çavkaniyan – xwendekar, kitêbxanevan, zanyar – takemafek dane we. Hûn xwe têr dikin di nav şahiya agahiyan de lê derî ji yên din re girtî ye. Lê divê hûn vê takemafê di bin destê xwe de nehêlin – a rast, aliyê exlaqê ve hûn nikarin. Hûn berpirs in vê bi cîhanê re parve bikin. Û hûn bazirganiya şîfreyan dikin bi hevpîşeyên xwe re, daxwazên hevalên xwey bo daxistina nivîsan dipejirînin.

Vê navê de, ewên ku li pişt deriyan mane, vala nasekinin. Di qûlan re hûn bi dizîka derbas dibin, xwe di ser çeperan re davêjin, agahiyên ji aliyê weşangeran ve kilîtkirî xelas dikin û bi hevalên xwe re parve dikin.

Lê ev çalakî tev bi dizî û bin erdê de dimeşin. Ji vî karî re dibêjin dizî an korsanî, wek ku parvekirina zanînê bi talankirina keştiyekê û kuştina personelên wê re yeksan be ji aliyê exlaqê ve. Lê parvekirin ne bêexlaqî ye – divêtiyeke exlaqî ye. Tenê ewên ku bi çavbirçitiyê kor bûne wê nehêlin hevalên wan kopyeyekê derxînin.

Şirikeyên mezin helbet bi çavbirçitiyê kor bûne. Lew zagona ku di bin de kar dikin vê ferz dike li ser wan – şirîkên wan dê bixeyidin ger para wan kêm keve. Û siyasetvanên xwefiroş piştevaniya wan dikin, qanûnan datînin bo wan ku hêzeke derker bi dest xin da ew bixwe biryarê bidin bê ka mafê kê li ser kopîkirinê heye.

Ti edalet nîn e di bidûketina qanûnên neadil de. Wext e êdî em hişyar bibin, di kelepora gewre ya bêîtiatiya sîvîlan de dijraberiya me eşkere bike li dij van dizên çanda gel.

Agahî li ku kilîtkirî be divê em bi dest xin, kopiyan jê çêkin û bi cîhanê re parve bikin. Xebatên ku derveyî mafê çapê mane divê em kom bikin û jê arşîvekê çêkin. Divê agahîdankeke (database) bidizî bikirin û wan bavêjin ser tevnokê (web). Divê em kovarên zanistî daxînin û li torên parvekirina dosyeyan bar kin. Divê em şer bikin bo Bidestxistina Serbest -Gerîlla.

Li seranserê dinyê, bi têr-hejmareke mirovan ji me, em ê ne tenê peyameke xurt bişînin li dij xwemalîkirina zanînê, heman katê de em ê bikin ku ew tişt di raboriyê de bimîne. Tu yê tevî me bibî?

Aaron Swartz Tîrmeh 2008, Eremo, Îtalya

 

 

1 Ji ingilîzî: Yusuf Eldemir

2 Massachusetts Institute of Technology: MIT. Yek ji zanîngehên herî navdar û serkeftî yê DYAyê ye.

3 JSTOR: Bi navê xwe yê tam Journal Storage (Arşîva Kovaran). Ji bo gotarên akademîk platformek e.

4 SOPA: Stop Online Piracy Act (Korsaniya Onlayn Rawestîne). Pêşqanûna Parlementoya Nûneran a DYAyê ye ku 26ê Cotmehê 2011an de ravebûye.

5 Yek ji avakarên vê sîteyê Aaron bi xwe ye.

6 https://ku.wikipedia.org/wiki/Aaron_Swartz

7 Di sala 1989an de sîstema www ava kir û ti heqê telîfê nexwast ji bonê, bêpere pêşkêşî raya giştî kir. Bi saya wî ye ku hemû torên înternetê niha girêdayî hevdu ne û em dikarin lînkan jevre bişînin.

8 wer. ji îngilîzî Yusuf Eldemir

Share.

Leave A Reply