Neteweperweriya Kurdan û Mekanên Bîrê:

Gora Ehmedê Xanî, Meydana Çarçirayê û Helebce

MISTEFA DEWLEMEND

“…jibîrkirin mirin bi xwe ye.” (Ji hevpeyvîna ligel Mehmet Dîcle, Kovara Zarema, hejmar:1, 2014, r. 110)

Puxte: Piştî serdema modern, yanê di serdema netewe-dewletê de hin mekanên taybet an jî taybetkirî bi bîra xwe ji bo neteweyan û neteperweriyê her tim bûne xwediyê roleke sereke. Mesela di sedsala 19emîn de bi pêşketina fikra neteweperweriyê muze bûne xwediyê nasnameya neteweyî û bûne mekanên komkirin û pêşandana mîrasa neteweyî û bîranîn û honandina raborîya neteweyî. Mirov bi saya mekanên wekî muze, abîde, peyker, qebir û goristan, kitêbxaneyên neteweyî, qad, rojnivîsk, arşîv, nîgar/wêne, kitêbên bîranînê, salname, al û sirûdên neteweyî, ku di lîteraturê de jê re mekanên bîrê tên gotin, perçeyekî neteweya xwe hîs dike. Ev yek jî bi bîra kolektîf re têkildar e, ku ev bîr him têkiliya neteweyê bi raboriyê re datîne him jî vê têkiliyê didirûvîne. Bîra kolektîf di çarçoveya pêkanîna çand û dîroka neteweyî de li van mekanên bîrê tê avakirin, ji nû ve tê hilberîn û berdewamkirin. Dikare were gotin ku netewe bi saya mekanên bîrê xwe dibînin û xwe bi bîr tînin. Di vê xebatê de jî di çarçoveya mekanên bîrê de li ser neteweperweriya Kurdan hatiye rawestandin. Armanca vê xebatê ew e ku bi wesîleya mekanên wekî Gora Ehmedê Xanî ya li Bazîdê, Meydana Çarçira ya li Mehebadê û parêzgeha Helebce ya li Başûrê Kurdistanê di warê neteweperweriya Kurdan de rola mekanên bîrê binirxîne. Ji ber ku Ehmedê Xanî wekî bavê fikra neteweperweriya Kurdan, Meydana Çarçirayê wekî sembola dewletbûna Kurdan ya modern, Helebce jî wekî şûnwarê şehîdkirina/ şehîdbûna Kurdan tê zanîn. Loma jî her sê mekan di avabûn û berdewamiya fikra neteweperweriya Kurdan de xwediyê cihekî girîng û taybet in.

Peyvên sereke: Mekanên bîrê, neteweperweriya Kurdan, Ehmedê Xanî, Meydana Çarçira, Helebce

Bo destpêkê du mînak

Pêşengê têkoşîna azadî ya Efrîqaya Başûr Nelson Mandela 27 salan li Girava Robbenê girtî ma. Girav di sala 1996an de di çarçoveya Qanûna Bîrdariya Neteweyî ya Efrîqaya Başûr de wekî Bîrdariya Neteweyî hat ragihandin û di sala 1997an de di nav Lîsteya Mîrasên Cîhanê ya UNESCOyê de cih girt. Paşê jî veguherî muzeyê. Li ser malpera Arkîterayê di derbarê vê mijarê de ev şîrove cih digire: “Girav, êdî ji bo zindîkirina bîranînên şervanan mekaneke bîrê ye.”1

Em baş dizanin ku heman tişt, yanê daxwaza muzebûnê ev bi salan e ji bo Zindana Diyarbekirê jî, ku navenda îşkenceyên li dijî Kurdan bû, tê xwestin. Sedema wê jî ji aliyê kesê bi navê Hamit Kankiliç ve, ku di salên 1980yî de biqasî 8 salan di Zindana Diyarbekirê de mabû wisa tê diyarkirin:

Divê hikûmet ji ber tiştên di wê zindanê de qewimîne ji Kurdan lêborînê bixwaze. Ev lêborîn jî bi muzebûna wê derê pêkan e. Ji ber ku Zindana Diyarbekirê di bîra Kurdan de sembola bêedaletî, newekhevî û zilmê ye. Kesên dixwazin wê derê bikin dibistan, dixwazin tiştên li wir qewimînın ji bîra Kurdan û vê civakê bibin. Halbûkî ji bo dubarekirina bûyerên bi vî awayî tiştên li Zindana Diyarbekirê qewimîne neyên jibîrkirin û em wan nedin jibîrkirin.2

Ev her du mînakên ku ji aliyê welêt û herêmî ve gelekî ji hevdu dûr in û hevdu nas nakin, ji bo mekanên bîrê nimûyên berbiçav in û xwediyê xaleke hevpar in. Ew jî bîr e.

Bi gotineke din her du nimûne jî didin nîşan ku karê bîranînê bi mekan û şûnwareke diyar re têkildar e an jî bi saya wê mekan û şûnwarê pêk tê. Çawa ku Girava Robbenê ji şexsê Nelson Mandela heta têkoşîna wî, îşkence û êşên hatin serê wî, heta têkilî û bîranînên hevalên wî yên li wir, hemû kes û tiştên wê demê û li wê giravê û tevahiya Efrîqaya Başûr di bîra xwe de girtin û ji bo nifşên nû yên Efrîqaya Başûr radigihîne û wê rabigihîne, Zindana Diyarbekirê jî ji derbeya leşkerî û aktorên wê heta îşkenceyên wê derê û kesên di bin wan îşkenceyan de canên xwe dan, hemû kes û tiştên wê demê, ku bi taybetî di zindanê de hatin serê Kurdan di bîra xwe de digire û bi vî awayî gihand me û wê bigihîne nifşên li dû me. Yanê ew cih û mekan, ji bo xelkê Efrîqaya Başûr û neteweya Kurd bûne mekanên bîrê. Lê belê, mekanên bîrê çi ne, bi kêrî çi tên û bi neteweperweriyê re an jî neteweperwerî bi wan mekanan re xwediyê têkiliyeke çawa ye?

Mekanên bîrê û neteweperwerî

Li nav her neteweyê û dewletê abîdeyên serfiraziyê, parêzgeh, qesr, sûr, meydan, kolan û kûçeyên girîng û mêjûyî, muze, gor, goristan û peykerên aîdê fîgurên neteweyî û leşkerên ku li meydanên şer ji bo bergiriya welatê xwe cangorî bûne, kitêbxaneyên neteweyî, al û sirûdên neteweyî û hwd. hene. Ev hemû fenomenên navborî û yên wekî din piştî fikra neteweyî, yanê piştî serdema neteweperwerî û netewe-dewletê, bi gotineke din piştî serdema modern, ji aliyê neteweyan û dewletan ve wekî mekanên bîra neteweyî bi taybetî hatin dîzaynkirin û bikaranîn. Wekî ku Low û Lawrenc-Zuniga jî dibêjin, dewletan ji bo bîra serdest ji nû ve hilberîne mekanên gelemperî (places of public) kontrol kirin.3 Bi vê yekê hat xwestin ku bi van mekanan serfirazî, kesayetiyên girîng yên neteweyî, bûyerên mêjûyî û taybetmendiyên bingehîn ên neteweyî werin sabîtkirin, ji bo nifşên nû werin veguhastin û bîranîn. Armanca vê yekê jî xurtkirina fikra neteweyî bû. Ev mekan bi rola xwe ya nûnertiyê di dil û hişê mirov de hest û fikra aîdiyet û serbilindî ya neteweyî pêk tîne, xurt dike û ya herî girîng jî bi bîr tîne.

Mehmet Dîcle di gotûbêjeke xwe ya ligel Kovara Zarema de dibêje, “jibîrkirin mirin bi xwe ye.” Çawa ku gava mirov tiştekî ji bîr bike, ew tişt wê bimire, her wisa gava tiştek/kesek bimire jî dibe mehkûmê jibîrkirinê. Ji bo neyê jibîrkirin divê were sabîtkirin, bi qewlê kurmanciya xwediyê mantiqa Tirkî, divê were jiyandin. Ev yek jî bi şophiştin û şênberkirinê, yanê bi mekanê pêkan e. Bi gotineke din, tişt an kesê/kesa ku nayê xwestin were jibîrkirin divê bibe xwedî mekan. Ji ber ku mekan, berdewamiya tişt an jî kesê/kesa divê neyê jibîrkirin, pêk tîne. Yanî bîr, gava bi mekanekê tê pozîsyonkirin dibe xwediyê berdewamiyeke civakî û bi saya vê yekê borî, her tim di nava sînorên niha de pêk tê û xwe ji nû ve hildiberîne. Bi saya mekanê bîr, tê maddeyîkirin û şênberkirin. Wekî ku Pierre Nora dibêje, “koka hesta berdewamiyê, di mekanê de ye. Ji ber ku êdî navgînên bîrê tune ne, mekanên bîrê hene.”4

Bîr, wekî Arîstoteles jî dibêje raboriyê ji xwe re dike mijar. Ceribandinên raboriyê di dema niha de tên aktuelkirin û pîrozkirin. Derfetê nade ku raborî tenê bi raboriyê sînorkirî bimîne.

Mebesta bîr(anîn)ê tenê ne jinûveavakirina raboriyê ye, ligel vê yekê jinûvedubarekirin û jiyîna raboriyê ye. Sedema wê jî ew e ku bûyerên di raboriyê de qewimîne, xwe di hişê me de ji nû ve bide der.5 Wekî Gunn (1997) jî dibêje bîr nakeve nava pratîkeke paşveçûnê, yanê ji îro ber bi raboriyê ve naçe; berovajiyê vê yekê, di nava pratîkeke pêşveçûnê de ye, yanê ji raboriyê berbi îro ve tê.6 Di rastiya xwe de bîr him di derbarê raboriyê de, him di derbarê niha de him jî di derbarê siberojê de ye.

Bêguman divê were zanîn, ku bîra em di vê xebatê de ji xwe re dikin mijar ne “bîra takekesî” ye7, “bîra kolektîf ” e. Sedema sereke ew e ku bîra takekesî bi qasî bîra kolektîf ne mohtacê mekaneke fîzkî û şênber e. Mekaneke wisa bi piranî ji bo bîra kolektîf pêwîst e û amûrê avakirina bîra kolektîf e. Ji ber ku bîra kolektîf8 bi rêya mekanên bîrê û pratîkên bi piştgiriya wan mekanan xwe di ser kom û civakê re didomîne.9 Sedemeke din û girîng jî ew e ku bîra bi neteweyê û neteweperweriyê re têkildar, bîra kolektîf e. Netewe/neteweperwerî, ji ber ku wekî “avakirina nasnameya hevpar” tê qebûlkirin, bêyî bîra kolektîf a hevpar nikare were nirxandin.

Bîr rasterast rêya xwe nabîne, divê bi hin qenalan werin vegotin,10 ku mekan qenaleke girîng ya ji van qenalan e. Ji ber ku di pêkanîna bîra kolektîf de pêvajoyên tomarkirinê girîng in û ev tomarkirin di mekanê de mayînde dibin.11 Bîra kolektîf bêyî mekanê nikare were avakirin û berdewamkirin. Ev mekan jî wekî hat gotin, helbet mekaneke şênber û civakî ye. Ji ber ku bîra takekesî, pêwistiyê bi mekana şênber nabîne û wê li derveyî xwe dihêle. Mekan ji bo bîra kolektîf dibin şahidên raboriyê. Ev şahid jî bi gotina Halbwachs “her tim me didin me” û em bi alîkariya van şahidan (mekanan) bîranînên raboriyê bi awayekî hîn ewle di bîra xwe de digirin.12 Yanê ji bo bîranînê pêdiviya me bi şahidên wekî mekanan heye. Mekanên bîrê di derbarê mêjû, bûyer, şexs an jî fealiyetên civakî de gelek tiştan bi bîra me dixin. Gava çîrokên mêjûyî û raboriyê werin mekankirin an jî bi mekanê werin sabîtkirin wê gavê ew çîrok tên mîsogerkirin.13 Ev mekanên em di çarçoveya bîra kolektîf de behsa wan dikin, mekanên civakî ne. Ji ber ku mekan gava ji bîrê tê pêkanîn, tenê ne bi taybetmendiyên xwe yên fîzîkî, herwisa bi taybetmendiyên xwe yên çandî û civakî jî tên pênasîn. Bîra kolektîf rasterast bi avakirin û berdewamkirina nasnameya civakî re têkildar e û gava civakek ne xwediyê mekanên civakî be, ew civak ji bingeha avakirina nasnameya xwe bêpar dimîne.14

Nivîskarê Frensî Pierre Nora behsa sê cureyên mekanên bîrê dike: Maddî, sembolîk û fonksiyonel. Nora van her sê cureyan, ji hevdu cuda û serbixwe nanirxîne û dide zanîn, ku her sê jî têkildarên hevdu ne:

Cihekî şênber ê wekî depoya arşîvê, gava bi hêza xeyalê bibe xwediyê rewşeke sembolîk dibe mekana bîrê. Cihên fonksiyonel yên wekî pirtûkên dibistanê, wesiyetname, komeleya şervanên berê jî tenê gava dibin mijara rîtuelekê tevlî vê kategoriyê dibin. Wateya sembolîk a wekî rêzgirtina biqasî deqeyekê jî perçeyekî şênber yê yekîtiya demê ye û bi awayekî perîyodîk û dagirtî bi kêrî bîranîna kêliyê tê. Ev her sê alî her tim ligel hev hene.15

Li gorî Nora sedema hebûna mekanên bîrê, rawestandina demê, astengkirina jibîrkirinê, bêmirinkirina mirinê ye. Mekan, derfetê dide kom an jî civakê, daku karibin xwe bi xwe şîrove bikin. Helbet ev jî gava em mekanê ligel objeya ku tê fikirîn têkildar bikin, yanê em karibin di navbera mekan û wê objeyê/mijarê de têkiliyekê peyda bikin û bi saya wê mekanê em karibin wê objeyê/mijarê di xeyalê xwe de bisêwirînin watedar dibe.16 Mekan ji bo bûyer, kesayet, çalakî, tevger û avahiyan tenê ne qadeke pasîf e, di heman demê de ji bo pratîkên rojane û peywendiyên civakî navgîneke aktîf e. Mekan berhema binyada zihnî ye û ev zihn di nava faktorên civakî, çandî, derûnî û aborî de şikil digire. Yanê bîra kolektîf bi rêya mekanê bandorê li ser pratîkên jiyana rojane dike û bi vî awayî dibe alîkarê nasnameyê, daku karibe xwe ji nû ve hilberîne.

Ger em werin ser babeta peywendiya di navbera netewe/netewperwerî û mekanên bîrê de, çawa li jor jî me got, netewe wekî avakirina nasnameya hevpar tê qebûlkirin û ji ber vê yekê jî bêyî bîra kolektîf a hevpar nikare were nirxandin. Bîra kolektîf, ku ji ber xwezaya xwe neçar e civakî be, tenê dikare bi komên rasteqîn, zindî û xwediyê berdewamiyekê re were têkildarkirin. Ev kom ji bo parastin, xerentîkirin û îdamekirina nasnameyên xwe pêwistiyê bi avakirina mekanên bîrê dibînin.17 Yek ji van koman jî netewe ye.

Ernest Renanê ku dide zanîn netewe prensîbeke hîskirin û giyanî ye, dibêje, “Ev prensîb jî bi du tiştan pêk tê, ku di rastiya xwe de ew herdu tişt jî yek in. Yek ji wan di raboriyê de ye, yek jî di dema niha de ye. Yek xwedîbûna mîrateke bîrhatiyên hevpar e, ya din jî di dema niha de li ser biryara hevpar û daxwaza pêkvejiyanê nîşandana îradeya pêşxistin û parastina wê mîratê ye.”18 Yanê netewe gava xwediyê raboriyeke hevpar be, ku ew jî bi bîrhatiyan dagirtî be û xwediyê îradeya parastina wê raboriyê be dibe netewe. Bîra neteweyî, bi taybetî bi xurtbûna hesta aîdbûna neteweyê derdikeve holê. Netewe/neteweperwerî bîr(anîn)ê rewa dike û bîr(anîn) jî netewe/ neteweperweriyê her tim ji nû ve hildiberîne û didomîne. Netewe ji bo wan tiştên (wekî bûyer û kesan), ku ew diparêzin û vedişêrin rastî talûkeya windabûnê nebin, pêwistiyê bi mekanên bîrê dibînin. Netewe van mekanan tenê ji bo dema xwe ya tê de cih digirin ava nakin, ji aliyekî ve pê xwe digihînin dema borî ji aliyê din ve jî wê dema borî digihîne vê dema niha.19 Ger em neteweperweriyê bi gotina Smith wekî “bidestxistin û berdewamkirina xweserî, yekîtî û nasnameya neteweyekê”20 pênase bikin, wê gavê mekanên bîrê di vî warî de dibin xwediyê roleke sereke. Ji ber ku ji bo neteweyan afirandina nasnameyeke neteweyî ya hevpar, beriya her tiştan bi afirandina bîreke hevpar pêkan e û ji bo veguhastina vê bîrê jî pêdivî bi mekanên hevpar û kolektif heye.

Bîra neteperweriya Kurdan: Gora Ehmedê Xanî

Gor, derfetê dide kesên li jiyanê, daku peywendiyê ligel raboriya xwe pêk bîne û bi wan dide bîrxistin ku ew çi ne û kî ne. Xwedîbûna goristanekê aîdbûna cihekî/tiştekî civakî (herêm, bajar, netewe, dîn û hwd.) û raboriyekê dide nîşan. Gor/goristan di sedsala dawî ya Împaratoriya Osmanî de di navbera kom û civatên etnîkî û mezhebî yên cuda de bûn amûrên parastin an jî tunekirina nasnameyan, îspatkirina dîrokê ya bicihbûn û xwedîbûna wê axê, ango bû pîvana raboriya cimaetan. Gor/goristan ji bo neteweyên mensûbê heman mezhebê ji ber nasnameya wan ya etnîkî dibûn sedema pirsgirêkên mezin, di warê etnîkî de di navbera wan civak/neteweyan de rê li ber dijayetî û dijminatî vedikir. Gelên wekî Rûm, Bûlgar, Sirp û Ûlahan her çiqas ji heman mezheba Ortodoksê bûn jî, cudabûna wan a etnîkî û neteweyî di mijara mirî û goristanan de xwe bi awayekî xurt dida der û wan bi vê rêyê hevdu didan cezakirin. Herwisa wê demê li bajarên wekî Sêwaz û Kayseriyê di navbera Rûm û Ermenan de cudakirina goristanan bi taybetî ji ber hişmendî û nasnameya neteweyî rû dida.21

Gorên bi taybetî aîdê “kesayetiyên neteweyî” jî hene, ku ev gor jî di warê avakirin û berdewamkirina neteweyê û fikra neteweperweriyê de gelekî girîng in. Gora damezirînerê Komara Çînê Sun Yet-Sen û Anitkabîra damezirînerê Komara Tirkiyeyê Mustafa Kemal Ataturk ji van mekanan in. Bi serdan û merasîmên “rojên neteweyî”, xwepêşandanên neteweperestiyê, birina xwendekaran ji bo ser wan goran, nivisîna defterên taybet yên li wir û gelek kirinên din, ew mekan her tim peywira nûjenkirin, hilberîn û berdewamkirina neteweperweriyê bi cih tînin. Heta dikare were gotin, ev gorên abîdeyî û temsîlên li wan goran ji bîranîna wan kesayetiyan zêdetir, vediguherin abîdekirina neteweyên wan.22

Di warê mekanên bîra neteweyî de gora alim û feylesofê mezin û bavê fikra neteweperweriya Kurdan Seyda Ehmedê Xanî jî yek ji wan e. Gora Ehmedê Xanî navnîşan û cihê yadkirina fikir, kesayetî û helwestên wî ye. Bi qewlê Pierre Nora em dikarin bibêjin belgenameya şênber a tiştên di derbarê Ehmedê Xanî de ye û ji bo vegotina nasnameya wî destepêka rêwitiyê ye.23

Kurd di warê parastina çand, ziman, daxwaza dewletbûn û xwedîderketina dîroka Kurdî de Ehmedê Xanî wekî neteweperwerê Kurd ê yekemîn dibînin.24 Gava ew bi hesasiyeteke Kurdayetî û neteweperwerî biçin ser gora Ehmedê Xanî, ew bi bîranîna vê fikr û avakirina wî ya neteweperweriya Kurdî, wê hesasiyeta xwe konsolîde dikin û derfetê didin berdewamiya wê. Kurd li ser gora wî muhasebeya Kurdayetiya xwe dikin û ji ber xebat, daxwaz û fikra Xanî bi nasnameya xwe ya Kurdî serbilind, kêfxweş û wêrek dibin. Bi vê yekê jî Kurd dixwazin li ser nasnameya xwe israr bikin û wê li ser pêyan bihêlin. Xanî, bi rêya gora xwe dibe aktor û perçeyekî nasnameya Kurdan a neteweyî. Mesela, di demeke gelekî nêzîk de peykerê wî yê li navçeya Bazîdê bi awayekî “nediyar” hat şikestin. Piştî bûyerê Kurdan li ser medyaya civakî bi awayekî mafdarî qiyamet rakirin. Mijar di hemû malperên Kurdî de bû nûçe, ligel gelek Kurdan gelek siyasetmedar û nivîskarên Kurd bi hêrs û tundî nerazîbûna xwe nîşan da û ev bûyer ji aliyê Kurdan ve wekî êrîşeke li dijî nasnameya neteweyî ya Kurdan hat binavkirin.

Gora Xanî tenê ne mekana termê wî ye. Beriya her tiştî cihê bîranîna fikr û helwesta wî ya neteweyî ye. Em li ser gora wî di derbarê wî de çi bipeyivin, ew gor dibe mekana wan hemû tiştan. Beriya her tiştan piraniya Kurdan bi niyet û hesasiyeteke neteweyî diçin serdana gora Ehmedê Xanî. Ev çalakî û herwiha sedem û wateya wê çalakiyê bi xwe didin nîşan ku gora Xanî mekaneke bîra neteweyî ye. Li ser gora Xanî, em têkiliyeke diyalojîk bi Xanî re datînin. Em li wir xwe û nasnameya xwe bi saya têkiliya xwe ya ligel Xanî pênase dikin. Heta em dikarin Xanî wekî “cewhera” nasnameya xwe ya Kurdî bibînin. Ev bi tena serê bi bîrê, ev bîr jî bi mekanê pêkan dibe. Gora Ehmedê Xanî di derbarê şexsê wî de dibe mekaneke çarçovekirî û em gotin, daxwaz, fikr, bûyer, berhem û pratîkên rojane yên wî û yên bi wî re têkildar di nava sînorên vê çarçoveyê de bi cih û dîzayn dikin. Jixwe di rastiyê de jî Kurd li ser gora wî tiştên wekî şiklê wî yê fîzikî û wan nafikirin û nayînin bîra xwe. Ji bo Kurdan çi gotiye, çi xwestiye, di warê mêjûyî, fikrî, siyasî, neteweyî, çandî û hwd. de çi daye Kurdan, ev tê bîra Kurdan. Belkî jî em wekî Kurdekî, li ser navê nasnameya Kurdî û bi bîreweriyeke Kurdayetî çi bi hemdê xwe çi jî bê hemdê xwe gelek caran ji bo Xanî dibêjin, “ger ne tu û Kurdên wekî te bûyana dibe ku nasname û zimanê Kurdî heta roja me ya îro nehatibûya” û li ser vê yekê em belkî gelek caran spasiyên xwe pêşkeşî cenabê Xanî dikin, ku ev spasî bi xwe jî bîranîn e. Dikare were gotin, em wekî navdarekî din ê Kurd Bedîuzzeman Seîdê Kurdî gora Ehmedê Xanî25 ji bo xwe dikin mekana dersgirtinê. Xanî ji ber ku ziman, hest, fikir, zanyarî û daxwazên Kurdan kirine dirûvekî neteweyî gora wî dibe cihê rêz, hurmet, hez, coş, şewq û herwisa xemgîniyeke neteweyî. Yanê gora Xanî hestên wî yên neteweyî bi Kurdan dide hîskirin. Dike ku Kurd bibin hemhestên Xanî û bi wan hest û daxwazên neteweyî van beytên wî bifikirin û bi bîr bînin:

Bextê me ji bo me bibit yar, Carek bibitin ji xwabê hişyar,

Rabit ji me jî cîhanpenahek, Peyda bibitin me padîşahek,

Şîrê hunera me bête danîn, Qedrê qelema me bête zanîn,

Ger dê hebuwa me padîşahek, Layiq bidiya Xudê kulahek,

Xalib ndibû li ser me ev Rûm, Ned’bûne xerabeyê di dest bûm,

Mehkûm û ‘elehî û se’alik, Mexlûb û mutî’ê Turk û Tacik,

Emma ji ezel Xudê wesa kir,
Ev Rûm û ‘Ecem di ser me ra kir,

Ez mame di hîkmeta Xudê da, Kurmanc di dewleta dinê da,

Bifikir ji ‘Ereb heta ve Gurcan, Kurmancî ye bûye şubhê burcan,

Ev Rûm û ‘Ecem bi wan hesar in, Kurmanc hemî li çar kenar in.26

Di çarçoveya mekanên bîrê de em dikarin mijara Xanî bi çend gotinên di derbarê kitêba wî ya bi navê Mem û Zînê de temam bikim. Kitêba Xanî ya bi navê Mem û Zîn bi xwe jî xwediyê fonksiyoneke mekana bîrê ye. Ji ber ku him cihê parastina zanyarî û dîtinên Xanî ye him jî ji bo Kurdên li dû wî amûra veguhastina wan zanyarî û dîtinan e. Ya rast Ehmedê Xanî bi xwe jî bi van beytên li jêr balê dikişîne ser vê fonksiyona berhema xwe ya hêja:

Safî şemirand, vexwarî durdî, Manendê durrê lîsanê Kurdî

Înaye nîzam û întizamê, Kêşaye cefa ji boyê ‘amê,

Da Xelqî nebêjitin ekrad,
Bê me’rîfet in, bê ‘esl û bunyad,

Enwa’ê milel xudankitêb in, Kurmanc tenê di bê hesêb in,

Hem ehlê nezer nebên ku Kurmanc, ‘Eşqî nekirin ji bo xwe armanc,

Kurmnacî ye, sirf e, bê guman e, Zêr nîne bibên spîdiman e.27

Dibe ku Xanî ev ne ji bo bîranîna raboriya xwe, bi awayekî berovajî ji bo bibîrxistina siberoja xwe gotibe. Lê dîsa jî ev ji bo mekanbûna kitêbê ya ji bo bîrê ne pirsgirêk e. Heta bi awayekî gelekî baş û di cih de li gotinên me tê. Xanî bi van beytan dil kiriye, ku Kurd li hemberî neteweyên din –wekî Tirk û Farisankaribin bi raboriya xwe ser bilind bin û bi hest û hişmendiyeke neteweyî ji wan re bibêjin, “em jî zana ne û xwedî esl in.” Xanî ev yek jî bi qewlê beytên ji ber bêdadiyê bi awayekî înyad û li dijî edetên wê demê kiriye.28 Bi rastî jî em Kurd îro di warê netewebûnê de bi van beytên Xanî xwe diparêzin û li hemberî kesên wekî Bulent Arinç, Cîgirê berê yê Serokwezîrê Dewleta Tirkiyeyê dibêjin, “Kurdî zimanê şaristaniyê ye.”29 Di rastiyê de Xanî xwestiye ji bo nifşên li pişt xwe bi vê pirtûkê mekaneke bîrê ava bike, da ku ji wan re şopekê bihêle û herwisa ew nifş hay ji xwe hebe, xwe nas bike û bizanibe. Bêguman wî ev jî bi fikr û endîşeyeke neteweyî kiriye.

Bêguman divê ev jî were derbirîn, ku li Bakurê Kurdistanê ji ber tunebûna desthilatiya polîtîk û îdarî ya Kurdan (wekî dewletbûnê) gora Xanî bi awayekî hêja wekî mekaneke bîra neteweyî ya Kurdan nayê dîtin û ji ber vê yekê tenê wê peywirê bi cih nayine. Wekî me got gelek Kurdên, ku bi niyet, hişmendî û armanceke neteweyî diçin ser gora wî hene lê ligel vê yekê hejmara kesên ji bo nasnameya wî ya alimtî, mihafezekarî û dîndariya wî diçin jî ne kêm in.30 Helbet dîsa jî ev zirarê nade aliyê rola gora wî ya neteweyî. Heta dewleta Tirk ji ber ku di warê neteweperiya Kurdî de misyon û girîngiya gora wî dizane, hewl dide bi kirinên wekî şikandina bîrdariya wî û lidarxistina “Festîvala Ehmedê Xanî” ya bi alên Tirk wê aliyê neteweyî yê gora cenabê Xanî bide jibîrkirin. Gava navê Xanî derbas bibe hisret û daxwaza dewletbûnê, desthilatiyê, xwendinê, xelasbûna ji bindestiyê, dîroka Kurdan, bêtifaqiya navbera Kurdan û gelek tiştên din yên di derbarê netewebûna Kurdan de tê bîra Kurdan. Wekî rihmetiyê Feqî Huseyin Sagniç gotiye:

Ehmedê Xanî, gelek rind û bi çavekî bêalî li Kurdan dinêre û dibîne ku ew edeb, kemal, me’rîfeta di Kurdan de heye, tenê taybetiyên neteweyên awarte ne. Lê ji ber bêkesî û bêxwedîtiyê, nikarin xwe bidin pejirandin.31

Bîra dewletbûna Kurdan: Meydana Çarçirayê

Yek ji mekanên bîrê jî meydan e û di warê mekanên bîrê yên neteweyî de şûnwareke gelekî girîng e. Heta dikare were gotin ku piraniya bûyerên girseyî yên di çarçoveya civakî û neteweyî de li meydanan rûdane. Ev jî meydan kirine xwediyê rola avakirin, hilberandin, berdewamkirin û nîşandana hebûna neteweyê û fikra neteweperweriyê. Mesela piştî Şoreşa Frensa ya sala 1789an, şoreşgeran di demeke nêzikî şoreşê ya wekî 22yê Hezîrana 1790an de, yanê salekê piştî şoreşê ji 27 meydanan navê 16 meydanan guherand û navên di derbarê şoreşê de li wan meydanan kirin.32 Mesela navê Meydana Louisê XVan wekî Meydana Şoreşê hat guhertin û di dema şoreşê de Louisê XIVan de jî di nav de zêdetirî 1000 kes li vê meydanê hatin bidarvekirin. Îcar gava Napolyon hat ser deshilatiyê hîn zêdetir neteweyî tevgeriya û ji bo meşrûtiyeta neteweyî navên beriya Ancien Régime33 (Rejîma Kevn) jî bi kar anîn û li meydanan kirin. Ji ber ku ew bi fikreke neteweyî/neteweperwerî tevdigeriya, di wê baweriyê de bû, ku divê tenê dema niha neyê berzkirin, herwisa divê raborî jî were berzkirin û bibîranîn. Loma rabû navên kevn yên Frensî jî li meydan, kolan, pir(d) û gelekî şûnên din kir.

Meydan ji bo gelek neteweyan û dewletan bûne mekanên xwepêşandanan, merasîman, mitîngan û bi taybetî bidarvekirinan. Wekî me li jor jî behs kir, Meydana Şoreşê ya Frensayê bû mekana bidarvekirina zêdetirî 1000 kesan. Ev meydan tenê ne ji bo Frensiyan, bi taybetî ji bo fikra neteweperweriyê bi xwe jî mekaneke girîng e.

Dîsa Meydana Sor ya li Rûsyayê jî ji bo neteweya Rûsî xwediyê bîreke kûr e. Him di serdema Sovyetan de him jî piştî wê serdemê (postsovyet) hema hema hemû bîranîn û pîrozbahiyên ji bo serfiraziyên neteweya Rûsî li vê Meydana Sor hatine lidarxistin û tên lidarxistin. Yanê Rûs, li vê meydanê netewebûna xwe radigihînin, konsolîde dikin, ji nû ve hildiberînin û ji siberoja xwe re dihêlin. Ligel vê yekê Meydana Serxwebûnê ya li Ûkraynayê, Meydana Ala Dewletê ya li Azerbaycanê, Meydana Damê ya li Hollandayê, Meydana Şehîdan ya li Lîbyayê û ji bo Kurdan Meydana Çarçira ya li Mehabadê meydanên bîra neteweyî ne.

Meydana Çarçirayê (bi soranî: Meydanî Çwarçira) li serê başûrê parêzgeha Mehabadê ya Rojhilatê Kurdistanê li ber Çemê Sablaxê ye û meydaneke gilover e. Meydan navê xwe ji çar çirayên ku li wir hatibûn bicihkirin digire.

Pêşewa Qazî Mihemed sibeha 22yê Rêbendana 1946an bi unîformayeke (cilên leşkerî) Rûsan û şaşika xwe ya spî li vê Meydana Çarçirayê derdikeve ser kursiyeke bilind û xitabê xelkê Mehabadê (serjimara Mehabadê wê demê ji 16 hezaran ne zêde bû) û serekeşîrên Rojhilatê Kurdistanê kir. Qazî wê rojê (dibêjin her çiqas zivistan bû jî ew roj gelekî xweş bû, ne baran ne jî berf hebû, roj hilatibû) li ser wê kursiya li Meydana Çarçirayê mizgîniya ragihandina Komara Kurdistanê da Kurdan û bi vê mizigîniyê ew meydan bû mekan û sembola dewlet(bûn)a Kurdan.

Ji roja ragihandina Komara Kurdistanê şûnde her kengî di nav Kurdan de navê Meydana Çarçirayê derbas dibû/dibe û bibe, rasterast û beriya her tiştan damezirandina Komara Kurdistanê hat/tê û wê were bîra Kurdan. Ew wêneyê ku tê de tê dîtin Qazî Mihemed derketiye ser wê kursiya bilind û silava leşkerî dide û li pêş wî jî gelek serekeşîr, rûspî û kesên din rawestiyane tê xeyalê mirov. Helbet tenê ne ew kêliya ragihandina komarê û hilgirtina ala rengîn, pêvajoya ji destpêka avakirina PDKê (Komele vediguhere Partî Demokratî Kurdistan) ta bidarvekirina Qazî Mihemed û hevalên wî, ew hemû salan û ked, xebat û têkoşîna di wan salan de hatiye dayîn tê bîra Kurdan. Meydana Çarçirayê beriya her tiştan di çarçoveya serdema modern de bîr û nîşana dewleta Kurdan a pêşîn e. Herwiha Çarçira bi taybetî di nava Kurdên li Rojhilatê Kurdistanê de wekî Çarçira Qazî tê binavkirin.

Meydana Çarçirayê tenê ne ji bo avakirina dewleta Kurdistanê, di heman demê de ji bo hilweşandina wê jî bû mekana bîrê. Hilweşandina Komara Kurdistanê ji roja 17ê Berfanbara 1946an zêdetir, bi roja 31ê Adara 1947an ya bidarvekirina Qazî Mihemmed, Muhammed Huseyîn Seyfî Qazî (pismamê Qazî Mihemed e) û Sadrî Qazî (birayê Qazî Mihemed e) di bîra Kurdan de cih girtiye. Beriya her tîştî divê were zanîn ku bidarvekirina wan pêşengên Komara Kurdistanê bi zanebûn û li ser biryareke siyasî li Meydana Çarçirayê hat pêkanîn. Ev di heman demê de biryareke tolhildan û heyfgirtinê jî bû. Ji ber ku Komara Kurdistanê li wir hat ragihandin.

Qazî Mihemed û hevalên wî piştî ku ji aliyê dadgeha leşkerî ya Îranê ve bi awayekî derqanûnî (ji ber ku divê li dadgegeke sivîl bihatana darizandin) û tenê bi formalîte hatin darizandin, rastî biryara bidarvekirinê hatin. Biryar roja 31ê Adara 1947an di saet 03.00yê şevê de li Meydana Çarçirayê hat bicihanîn. Di ser damezirandana Komara Kurdistanê re ku li heman meydanê hatibû ragihandin, biqasî 14 mehan derbas bûbû. Bidarverkirina Qazî Mihemed û hevalên wî, ne xwediyê wateya kuştina wan bû. Li ser navê wan qebûlnekirin û tunekirina daxwaz û fikra dewletbûna Kurdan bû. Wekî ku Connerton dibêje, meseleya krîtîk a bidarvekirinê ew e, ku bi merasîmê û bi awayekî aşkere li ber çavê gel tê pêkanîn û ev jî tê wateya kuştina kesayetiya rayagiştî34 û neteweyî. Ji bo Kurdan mekan û şûna ku ev tişt lê pêk hat jî bêguman Meydana Çarçirayê ye.

Wekî encam dikare were gotin, Kurd bêyî navê Meydana Çarçirayê ne salvegera damezirandina Komara Kurdistanê ne jî hilweşandina Komarê û bidarvekirina Qazî Mihemed û hevalên wî bi bîr tînin. Jixwe damezirandina Komara Kurdistanê li wir nehatibûya ragehandin an jî Qazî Mihemed û hevalên xwe li wir nehatibûyan bidarvekirin, Kurdan wê Meydana Çarçirayê çiqas bizanibûyan? Li seranserê Kurdistanê gelek meydan hene lê kîjan wekî Çarçirayê di bîra Kurdan de ye û tê nasîn û zanîn? Ger ji bo Kurdan bîra dewletbûnê nehiştibûya çend komên hunerê wê navê “Koma Çarçirayê” an jî navê ku balê dikişîne ser Çarçirayê li xwe kirina35 û herwisa îro çend komên hunerê navê hin meydanên din li xwe dikin? Ev hemû rêyên cuda yên bîr(anîn)a Meydana Çarçirayê ne, ku ew meydan jî ji bo Kurdan bîra dewletbûnê ye. Ew dewletbûna Kurdan ya bi avakirina Komara Kurdistanê jî helbet bi giyan û fikrekî neteweperwerî bû. Bi qewlê William Aegleton, ew giyan û fikra di navbera salên 1943-46an de bi agirê neteweperweriya Kurdî gur bû, li Mehabad û tevahiya Kurdistanê hebûna xwe hêj jî bi awayekî xurt diparêze.36

Bîra şehîdkirina/şehîdbûna Kurdan: Helebce

“Wê biharê bajarek bi tevahî mir.”

Li Almanyayê rejîma Naziyan a ku di sala 1933yan de bi serokayetiya Adolf Hîtler hat ser rêveberiyê, çend salan beriya Şerê Cîhanê yê Duyemîn -ya rast ji destpêka desthilatiya xwe şûn de- dest bi xesandin, koçkirin, mişextkirin û qetilkirina Cihûyan (herwisa ya Çîngeneyan, berastengan, komunîstan, êsîrên şer û hwd.) kir. Rejîma Naziyan di sala 1940an de ji bo wan Cihûyan dest bi avakirina kampeke taybet û kompleks a bi navê Auschwitzê kir û Cihû bi trênan anîn vir. Li vê kampa kompleks odeyên xazê yên taybet hatin çêkirin û çi di van odeyan de, çi bi guleyan, çi ji ber birçîbûnê çi jî di bin îşkenceyan de, bi tevahî nêzîkî 6 milyon Cihû hatin kuştin. Ev bûyer bi navê “Holokost”ê di bîra cîhanê de cihê xwe girt. Têgeha Holokostê balkişandinek e, ku ev jî bi bîr û fikirandinê pêkan dibe.37 Yanê gotina “Holokost”ê ji bo vê jenosîda Cihûyan bû mekana bîrê. Ligel vê yekê û ya herî girîng di serî de kampa Auschwitzê, gelek tişt û cihên ku ev jenosîd lê qewimîn jî, wekî rêya trênê ya ku bi wê Cihû ji bo kampê dihatin veguhastin, bûn mekanên bîrê. Gava navê Auschwîtzê derbas bibe, bêguman beriya her tiştan jenosîda li dijî Cihûyan tê bîra mirovan an jî mirov ji bo bîranîna Cihûyan diçin serdana wê şûnê. Herwisa bûyerên Hîroşîma û Nagazakî yên ku bi êrîşa bombeya atomê ya Amerîkayê encam bû jî bi heman şiklî ji bo neteweya Japonan peywira mekanên bîra neteweyî bi cih tînin. Bi tiştên wekî bîrdariyên hatine çêkirin û merasîmên her salê li wan şûnwaran tên birêvebirin ew bîra neteweyî ya Japonan tê nûkirin û hebûn û fikra neteweyî û neteweperweriya Japonan tê berdewamkirin. Îro ji bo Kurdan jî bi heman şêweyê Helebce mekaneke bîra neteweyî ye.

Di 22yê Îlona 1980yan de şerê Iraq û Îranê dest pê kir. Di vî şerî de Kurdan li cem Îranê cih girt. Helebce ji ber ku bajarekî li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê (Îran) bû, veguherî meydana vî şerê dualî. Çi Helebce çi jî derdora Helebceyê rastî bombebarankirin, topbarankirin û wêrankirina artêşa Iraqê hat. Di 29yê Adara 1987an de Elî Hesen El-Mecîd (bi navê Elî Kîmyayî dihat nasîn) li ser navê Hikûmeta Iraqê bû berpirsyarê reveberîya Başûrê Kurdistanê û bi berpirsyariyeke berfireh hat peywirdarkirin. El-Mecîd çawa ku hat ser peywirê hewl da hemû Kurdan tune bike. Ji bo vê yekê jî demildest biryara operasyonên kîmyeyî wergirt. Ya rast biryara bikaranîna çekên kimyewî berê ji aliyê serokomariya Iraqê ve hatibû wergirtin, ku ji bo vê yekê ji nivîsengeha meteorolojiyê xwest di derbarê rewşa hewayê de lêkolînekê bike. Piştî lêkolîna nivîsengehê di 25ê Adara 1987an de ji serokomariyê xwest, ku dikare çekên kimyewî bi kar bîne. Pêşiyê gundên Balîsanê yên nêzîkî ser rêya nahiyeya Qeredaxê ji bo lêdanê hatin destnîşakirin. Êrîşên kimyewî yên mezin roja 15ê Nîsanê destpê kir û heta dawiya heman mehê berdewam kir. Di encamê de zêdetirî 30 bajar, navçe û gund û baregehên Pêşmerge ketin ber êrîşên kimyewî û bi sedan Kurd hatin qetilkirin, ku piraniya wan pîr û zarok bûn. Rejîma Baasê ligel berdewamkirina bombebarankirin, topbarankirin, wêrankirina bajar, navçe û gundan, zindankirin, gulebarankirin û mişextkirina Kurdan û herwisa meşandina polîtîkayên Erebkirina Başûrê Kurdistanê, di dawiya sala 1987an û destpêka sala 1988an de biryarên hîn tund wergirtin. Rejîmê li ser van biryaran di saet 02.00yê sibeha 23yê Sibata 1988an de dest bi operayonên Enfalê kir, ku ev operasyon jî bi çekên kimyewî hatin meşandin. Komkujiya Helebceyê ku di saet 11:30yê roja 16ê Adara 1988an de qewimî jî parçeyekî van operasyonan bû. Komkujiya Enfal û Helebceyê bi çekên kimyewî wêrankirina 4 hezar û 500 gundên Kurdan, qetilkirina 182 hezar Kurdên jin û mêr, ciwan û pîr, saxlem û nexweş tîne bîra Kurdan û mirovahiyê.38

Belê, Helebce bîr e. Ew ji bo Kurdan bû êşeke/travmayeke hevpar a neteweyî û Kurd di roja bîranîna komkujiyê de wê êşê/travmayê dubare hîs dikin. Helebce di warê bîra neteweyî de bi qewlê Pierre Nora “malê hevpar” yê Kurdan e û ev yek li Helebceyê ji kûrahiya aliyê me yê neteweyî derdikeve der.39 Wekî Kurd, bîra me ya neteweyî bi taybetî gava em li ser goristanên şehîdan bin an jî li nava Helebceyê bi xwe bin, bi awayekî hîn xurt zindî dibe. Ji ber ku hestên me yên Kurdayetiyê û aîdeta me ya ligel neteweya Kurd geş dibin û bi bandora xwe ya li ser bîra me hemû tabloya jenosîda Enfal û Helebceyê wekî banda fîlman di ber çavên me re didin derbaskirin. Ev mekan ji bo tiştên ku wê demê li wir qewimîn werin bîra me, her tim hestên me yên li hemberî wê demê ji nû ve hildiberîne. Ev jî dibe sedema nemirin û berdewamkirina hebûna wan hestên aîdê raboriyê. Bêguman ji bo bîranîn û hîskirina wan hestan jî divê em kuştin, girîn, wêrankirin, axîn û nalînên wê demê wekî hest, hebûn û fikra temsîliyeta neteweya xwe bizanibin.40 Helebce çi di warê hestiyarî de, çi di warê qeder, mexdûriyet û mezlûmiyeteke hevpar de, çi jî di warê raboriyê de şibandinekê ava dike û li ser vê şibandinê hebûna “em”ekê diafirîne. Helbet ev di heman demê de bi homojenbûnê jî encam dibe. Helebce zemînekê ji Kurdan re peyda dike, da ku karibin xwe wekî neteweyekê xeyal bikin.41 Di heman demê de wekî Elî Pênciwênî jî di destpêka kitêba “Karesatî Helebce” de dibêje, bîranîna karesat û trajediyên li Kurdistanê ji bo nîşandayîna mezlûmiyet, bêdeshilatî û bêgunehiya Kurdan e. Ji ber ku Kurd gelekî tam û çêjê jê digirin, ku bi çavê sozdayinê wan bi bîr bînin.42

Bi rastî ev gotinên jêr yên ku di derbarê bîranîna Helebceyê de li ser malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê cih digirin, di warê neteweyî û neteweperweriyê de girîngiya bîra Helebceyê dide nîşan:

Bîra Helebceyê ew bîra mezin e ku heta hetayê ji nav dilê hemû dilsozên Kurd û Kurdistanê der naçe û navên hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê wê li Kurdistanê wekî stêrkên geş yên li asîmanên berz yên Kurdewarî biçûrisin û pirîskan bidin. Helebce hêmayê xebat û têkoşîn û qurbanîyê rêya tevgera azadîxwaz a Kurd û Kurdistanê ye. Helebce bîra serbixwe, rizgarî û azadiya gelê Kurd e.43

Ji bilî bajarê Helebceyê û bîrdarî û goristanên ku li wir ji bo bîranîna wê komelkujî û jenosîdê hatine çêkirin, têgeha jenosîdê bi xwe jî mekaneke bîrê ye. Gava ev peyv çi ji bo Cihûyên rastî faşîzma Naziyan hatin, çi jî ji bo Hîroşîma û Nagazakiya Japonan ya duçarê êrîşa bombeya atomê ya Amerîkayê bûn, were bikaranîn Enfal û Helebce jî tên bîra Kurdan û Kurd ji aliyê armanc û wateyê ve ti cudahiyê di navbera wan de nabînin. Heta di warê zanistî de hinek Kurd naxwazin Enfal û Helebceyê wekî jenosîdê bi nav bikin. Ji ber ku li gorî wan peyva jenosîdê nikare derdê Kurdan bîne ziman û bike xwedî wate. Wekî nimûne, Abdulxaliq Yaqûbî yek ji wan e. Ew ji bo binavkirina karesata Enfal û Helebceyê têgeha jenosîdê rast nabîne û dibêje, “ev têgeh ji bo eşkerekirina aliyên nepenî yên Enfalê ewqas jî ne têgeheke di cih de ye.”44 Yaqûbî li şûna gotina jenosîdê têgeha “natiocide” (bi Kurdî em dikarin bibêjin “netewekujî”) pêşniyar dike û bi kar tîne. Ji ber ku ew dibêje rejîma faşîst a Baasê tenê tunekirina Helebceyê nekir armanc, di rastiyê de rejîmê dixwest tevahiya neteweya Kurd tune bike û bikuje.45

Ligel van têgehan navekî taybet ê Helebceyê heye, ku ew jî ji ber taybetbûna xwe wekî mekaneke bîrê ye: Şehîdê Kurdistanê. Îro li cîhanê bajarê, ku bi wesfa “şehîd” hatiye binavkirin belkî tenê Helebce be. Herwisa bêhn û tama sêvê, dayikên Helebceyê, strana Helebce ya Şivan Perwer, hebûna Wezareta Karûbarên Şehîdan û Enfalê (îro li cîhanê wezareteke bi vî navî tenê li Kurdistanê heye) wan jî dikarin di çarçoveya mekanên bîra Helebceyê de werin nirxandin. Jixwe ev hemû ji bo Kurdan peywira jibîrnekirina wê karesatê bi cih tînin û çi bi zanebûn çi jî bi nezanî ev ji bo avakirina nasnameya neteweyî ya Kurdî bûne amûr û tên bikaranîn. Helebce him ji ber navê xwe yê “Şehîdê Kurdistanê” him jî ji ber “netewekujiya” Kurdan a li wir, îro wekî mekana bîra şehîdkirin/şehîdbûn a neteweya Kurdan wezîfeyê dibîne.

Encam

Piştî serdema modern îdeolojî û fikra neteweperweriyê û netewe-dewletan ji muzeyan ta gor û goristanan, ji kolan û meydanan ta abîde, kitêbxane, al, sirûd û rojên neteweyî gelek mekanên bîra neteweyî ava kirin û li ser zemînê van mekanan xwe îdame kirin, ji nû ve hilberandin û xwe gihîştin nifşên nû. Ya rast bikaranîna mekanên bîrê tenê ji aliyê neteweperweriyê ve nehatin bikaranîn. Mesela rejîma sosyalîst-komunîst a Yekîtiya Sovyetan jî ji bo bîranîna Şoreşa Cotmehê abîde danîn, merasîm bi rê ve birin û gelek şûn û sembol ji bo bîranînê bi kar anîn. Di vir de armanca sereke avakirina nasnameyeke hevpar, homojenbûn, xwe şibandin û wekhevdîtin e. Di warê netewebûnê de wekî her neteweyê, Kurd jî ne pêkan bû ji vê yekê bêpar bimana. Loma ji bo netewe û neteweperweriya Kurdan jî gelek tişt û şûn rola mekanên bîra neteweyî bi cih tînin an jî bi qewlê teorîsyenên modernîst dikare ew rola li wan mekanan were barkirin. Ligel mekanên me di nivîsê de behsa wan kir, Zindana Diyarbekirê, Meydana Şêx Seîd ya li Diyarbekirê, Medreseya Sor a li Cizîrê, abîdeya ji bo bîranîna karesata Sînemaya Amûdê, abîdeyên bûyera 33 Guleyan a li Wanê û karesata Roboskî ya li Şirnexê, gorên zana û siyasetmedarên Kurd yên bi nasnameya xwe ya Kurdî tên nasîn û bîranîn û gelek şûnên din ên ji bo nasnameya Kurdî girîng, dikevin nava kategoriya mekanên bîra neteweyî ya Kurdan. Ev hemû mekan ji ber misyonên xwe yên bîra kolektîf sînorên takekesî yên Kurdan derbas dikin û dibin xwediyê taybetmendiya gelemperî û sembolên hevpar.

Lê divê ev jî baş were zanîn, neteweya Kurd ji ber tunebûna desthilatiya siyasî ya neteweyî (dikare dewlet jî bê gotin), çi bi mekanê ve girêdayî çi jî bi pratîkên rojane ve girêdayî, nikarin bi awayekî sîstematîk bîra xwe ya neteweyî domdar bike û ji nû ve hilberînin. Ji ber ku rola mekanên bîrê ya di derbarê neteweperweriyê de zêdetir ji bo neteweyên serdest û xwedî dewlet bi wate û girîng e. Neteweyên wisa bi destê dewletên xwe her tim derfet dîtine û xwestine, ku mekanên bîra neteweyî yên xwe ava bikin û yên bîra neteweyên bindest jî bidin jibîrkirin. Neteweya Kurd gelek caran rastî vê yekê hatine. Kurd ji ber bêdesthilatî û rêveberiya serbixwe ya siyasî him nebûne xwediyê derfeta avakirina mekanên xwe yên bîra neteweyî him jî ew mekan ji aliyê neteweyên dagirker ve hatine berovajîkirin û ji bo bîra neteweyên wan hatine dîzaynkirin û dirûvandin. Wan bi vê yekê tenê nexwestin bîra neteweyên xwe pêk bîne. Ligel wê û belkî jî armanca wan a herî girîng ew bû, ku bi vê rêyê bîra Kurdan bidin windakirin û tunekirin. Wekî tunekirin û veşartina gorên Şêx Seîd, Seyid Riza, Bedîuzzeman Seîdê Kurdî, guhertina navê parkên wekî parka bi navê Tahir Elçî46 û navên Kurdî yên kolan, tax, gund, navçe û bajarên Kurdan û herwisa rakirin û qedexekirina tabelayên Kurdî. Dewletên dagirker ên Kurdistanê gava van tiştan dikin jî, li şûna wan navên şexsiyetên ji bo wan û neteweyên wan girîng, bi taybetî jî navên fermandar û serbazên artêşên xwe li mekan û şûnwarên Kurdan dikin. Dîsa wekî me di beşa Ehmedê Xanî de anî ziman, şikandina abîdeya wî û lidarxistina festîvalên bi navê “Festîvala Ahmed-i Hani” yên bi alayên Tirkan jî ji bo tunekirina wê bîra neteweyî ya Kurdan e. Piştî hilweşandina Komara Kurdistanê ya li Mehabadê jî Şahê Îranê li Meydana Çarçira ya ku Komara Kurdistanê lê hatibû ragihandin, peykerê xwe û li dora wî peykerê jî çar peykerên şêran -ku şêr sembola alaya Îranê ya wê demê bû- danî. Bi rêya vê bibîrxistinê dixwazin li ser bingeha neteweyî û neteweperweriya Tirkî “bîreke dijber” ava bikin û li şûna bîra Kurdan bîra xwe îkame bikin. Bi gotina Connerton ew jî dizanin her bîranînek/bibîrxistinek bi xwe re jibîrkirinekê peyda dike. Ji bo em jî ji bîr nekin, divê em Kurd mekanên xwe yên bîra neteweyî zêde bikin û li wan xwedî derkevin, da ku hestê me yê aîdbûna neteweya Kurdî xurt bibe.

 

 

1 Di derbarê mijarê de bnr. http://www.arkitera.com/haber/18781/hafiza-mekanlari (dîroka gihîştinê: 15. 07.2017).

2 Bnr. http://bianet.org/biamag/siyaset/116628-diyarbakir-zindani-muze-olsun-iskenceciler- yargilansin (dîroka gihîştinê: 18. 07. 2017).

3 Ahenk Yılmaz, Bellek Topografyasında Özgürlük: Gelibolu Savaş Alanları ve Mekânsal Bir Deneyim Olarak Hatırlama; di nav “Nasıl Hatırlıyoruz? Türkiye’de Bellek Çalışmaları” de, amd. Leyla Neyzi, İstanbul:2014, Weşanên Türkiye İş Bankası, r. 190.

4 Pierre Nora, Hafıza Mekânları, wer. M. Emin Ozcan, Stenbol:2006, Weşanên Dost, r. 17.

5 Maurice Halbwachs, Hafızanın Toplumsal Çerçeveleri, wer. Büşra Uçar, Enqere:2016, Weşanên Heretik, r. 58.

6 Ji bo ragihandinê bnr. Serpil Ozoglu, Hatırlamanın Yapıtaşı Mekânın Bellek İle İlişkisi, di nav “Bir Varmış Bir Yokmuş Toplumsal Bellek, Mekân ve Kimlik Üzerine Araştırmalar” de, amd. Tahire Erman û Serpil Özaloğlu, Stenbol:2017, Weşanên Koç Üniversitesi, r. 14

7 Bîra takekesî, fikra raborî ya bi navendkirina takekes pêk tê û bîrê bi îdraqkirin û ceribandinên raborî yên şexsê wî/wê takekesê ve girêdide. Ev bîr zêdetir di çarçoveya fikrên Arîstoteles, Augustinus, Cicero, Proust û Bergson de tên nîqaşkirin Bnr. M. Emir İlhan, “Gelenek ve Hatırlama: Belleğin Kültürel Olarak Yeniden İnşası Üzerine Bir Tartışma”, Kovara Turkish Studies, Cîld: 10/8, Payiz 2015, r. 1398-99. Ligel vê yekê divê were zanîn ku nivîskarên bîra takekesî qebûl nakin jî hene. Bnr. Michael Schudson, “Kolektif Bellekte Çarpıtma Dinamikleri”, wer. Begüm Kovulmaz, Kovara Cogito, Hejmar:50, Bihar 2007, Weşanên Yapı Krediyê, r. 179.

8 Li şûna bîra kolektîf wekî Yılmaz (2014:189) jî dibêje, dikare têgehên wekî “bîra çandî”  (Assman) an “bîra civakî” (Fentress û Wickham, 1992) jî were bikaranîn.

9 Lâle Çeviker, Şiddet ve Toplumsal Hafıza, Yüksek Lisans Tezi, Enqere:2009, r. 19.

10 Gokçe Başaran İnce, “Ulusal Kimlik, Kolektif Bellek ve Edebiyat: Dersimli Kız Romanında Resmi Bellek Temaları”, Hejmar: 5, Sal: 2016, Kovara Monografê, r. 38

11 Paul Connerton, Toplumlar Nasıl Anımsar, wer. Alâeddin Şenel, Stenbol: 2014, Weşanên Ayrıntı, r. 124-25.

12 İlhan, Gelenek ve Hatırlama: Belleğin Kültürel Olarak Yeniden İnşası Üzerine Bir Tartışma, r. 1401-2.

13 Paul Connerton, Modernite Nasıl Unutturur, wer. Kubra Kelebekoğlu, Stenbol:2014, Weşanên Sel, r. 23.

14 Chevalier (1969), ji bo ragihandinê bnr. Serpil Ozoglu, Hatırlamanın Yapıtaşı Mekânın Bellek İle İlişkisi Üzerine, r. 13.

15 Pierre Nora, Hafıza Mekânları, r. 32-33.

16 Maurice Halbwachs, Hafızanın Toplumsal Çerçeveleri, wer. Büşra Uçar, Enqere:2016, Weşanên Heretik, r. 60.

17 J. Assman (2001), ji bo ragihandinê bnr. Miray Ozkan, Ali Cenap Yologlu, “Bir Bellek projesi Olarak Sokak İsimlendirmesi: Ankara Örneği”, Kovara Panlama, hej: 4, sal: 2005, r. 54-60

18 Ernest Renan, Ulus Nedir, wer. Gokçe Yavaş, Stenbol:2016, Weşanên Pinhan, r. 50-51.

19 Paul Connerton, Modernite Nasıl Unutturur, r. 31.

20 Anthony D. Smith, Millî Kimlik, wer. Bahadır Sina Şener, Stenbol:2014, Weşanên İletişimê, r. 122

21 Yahya Araz, “Kimlikler ve Mezarlıklar: Osmanlı’nın Son Yüzyılında Anadolu’da Cemaatler Arası İlişkileri Mezarlıklar Üzerinden Anlamaya Çalışmak”; di nav Bir Varmış Bir Yokmuş Toplumsal Bellek, Mekân ve Kimlik Üzerine Araştırmalar de, amd. Tahire Erman û Serpil Özaloğlu, Stenbol:2017, Weşanên Koç Üniversitesi, r. 173-84.

22 Christopher Wilson, “Anıtkabir’de Ulusal Kimlik ve Belleğin Temsili”, di nav Nasıl Hatırlıyoruz? Türkiye’de Bellek Çalışmaları de, amd. Leyla Neyzi, İstanbul:2014, Weşanên Türkiye İş Bankası, r. 157

23 Pierre Nora, Hafıza Mekânları, r. 33

24 Wekî nimûne, Abdurrahman Durre pêşiyê behsa dara Tûbayê ya li bihuştê dike û paşê dibêje, “Xanî dara Tûbayê ya bihuşta Kurdistanê ye, pirr şaxên wê yên pîroz û bi xêr û bêr hene.” Durre di nivîsa xwe de “çar şaxan” rêz dike, ku yek wan jî bi navê “şaxa milliyet û welatparêziyê” di nav de cih digre. Bnr. Abdurrahman Durre, Şerha Dîwana Ehmedê Xanî Felsefe û Jiyana Wî, Stenbol:2002, Weşanên Keskesorê, r. 9.

25 Tê gotin ku yek ji alim û neteweperwerên Kurd Bedîuzzeman Seîdê Kurdî di dema feqeya xwe de carinan diçû ser gora Ehmedê Xanî û bi halekî manewî ders jê werdigirt û dibêjin, “Feyza Ehmedê Xanî bûye nesîbê wî.” Bnr. Bediüzzaman Said-i Nursi, Tarihçe-i Hayat, Stenbol:1995, Envar Neşriyat, r. 36. Di çarçoveya nirxandineke erênî de ji bo netewepweriya Kurdî ya Bedîuzzeman Seîdê Kurdî li vê nivîsa Rohat Alakom bnr. http://www.basnews. com/index.php/tr/opinion/konuk-yazar/364155 (dîroka gihîştinê: 04. 08. 2017).

26 Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, lat. Huseyn Şemrexî, Stenbol: 2015, Weşanên Nûbiharê, r. 46-52.

27 Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, r. 54-58.

28 “Hasil ji ‘înad eger ji bêdad / Ev bid’ete kir xilafê mu’tad.” Bnr. Ehmedê Xanî, Mem û Zîn, r. 54.

29 Cîgirê Serokwezîrê Tirkiye yê wê demê Bulent Arinç di meha Sibata sala 2012an de li ser televîzyoneke Tirkan gotibû, “Kurdî ne zimanekî şaristaniyê ye” û ev yek grastî berteka neteweyî ya tund hatibû. Ji bo gotinên Arinç bnr. https://www.youtube.com/watch?v=_dg- M7gt2-MY (dîroka gihîştinê: 30. 07. 2017).

30 Li vir divê em bidin zanîn ku wekî mekaneke bîrê rol û misyona tirba Ehmedê Xanî ya di mijara mihafezekarî û Îslamitiya Kurdan de mijareke din e.

31 Feqî Huseyin Sagniç, Dîroka Wêjeya Kurdî, Stenbol:2002, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, r. 395

32 Paul Connerton, Modernite Nasıl Unutturur, r. 22.

33 Ancien Régime (Rejîma Kevn) li Frensayê ji bo pergal û rejîma siyasî, aborî û civakî ya beriya Şoreşa Frensa ya sala 1789an tê gotin, bnr. Ahmet Cevizci, Felsefe Sözlüğü, İstanbul:1999, Weşanên Paradigmayê, r. 54.

34 Connerton, h.b., r. 19.

35 Wekî nimûne: Li parêzgeha Riha ya Bakurê Kurdistanê bi navê “Koma Şanoya Çarçirayê” komeke şanoya Navenda Çand û Huner a Rihayê (NÇM-Riha) hebû. Ya rast navê Çarçirayê di warê şanoyê de xwediyê roleke bîrê ya piralî ye. Wê koma NÇM-Rihayê bi navê xwe yê Çarçirayê him bîra Komara Kurdistanê (dewletbûna Kurdan) û Qazî Mihemed diparast û dida berdewamkirin him jî ji ber komeke şanoyê bû, lîstika operaya pêşîn ya Kurdî bi bîr dixist. Ev lîstika operayê di Adara sala 1945an de di pêşengtiya rêxistina Komele ya bi serokayetiya Qazî Mihemed de hat lîstin. Navê lîstikê “Dayikê Niştiman” bû û mijara wê neteweperweriya Kurdistanê bû. Lîstik rastî eleqeyeke mezin hat û di warê neteweperweriyê de bandoreke mezin li Kurdan kir. Di derbarê operayê de bnr. William Aegleton, Mehabad Kürt Cumhuriyeti 1946, wer. M. Emin Bozarslan, Köln-F:1989, Weşanên Komkarê, r. 100-102. Ligel vê yekê li Navenda Çanda Mezopotamyayê ya li parêzgeha Stenbolê jî komeke bi navê “Çarnewa” hat avakirin, ku nivîskar Muhsin Kızılkaya di nivîsa xwe ya bi navê “Dört Ezginin Gölgesi” (Siya Çarnewa) de dibêje, “Koma Çarnewa bêyî sedem balê nakişîne ser 4ê. Bi çar zaravayên Kurdî stranan distirên, bi newayên Kurdî yên li çar welatan belav bûne xwe xwedî dikin, balê dikişîne ser Meydana Çarçirayê ya li Mehabadê û silavê didin Çarên (Ferhat Kurtay, Necmî Oner, Mahmut Zengîn, Eşref Anyik- m.d.) ku di dema derbeya 12ê Îlonê de di Zindana Diyarbekirê de agir bera xwe dan.” Ji bo nivîsa Muhsin Kızılkaya bnr. http://www.mirmultimedia.de/html/modules.php?name=Mir&op=id=&id=29 (dîroka gihîştinê: 02. 08. 2017).

36 William Aegleton, Mehabad Kürt Cumhuriyeti 1946, r. 286.

37 Di derbarê bîra Holokostê de berhemeke hêja, bnr. Dan Diner, Karşıt Hafızalar: Soykırımın Önemi ve Etkisi, wer. Hulki Demirel, Stenbol:2011, Weşanên İletişimê, r. 7.

38 Ji bo Helebceyê bnr. Zozan Nasir Mistefa, Operasyonên Enfalê li Kurdistanê Derencam û Kardaneve, Hewlêr: 2013, Çapxaneya Hacî Haşim, r. 11-59; r. 98-105.

39 Pierre Nora, Hafıza Mekânları, r. 156

40 Halbawchs, Hafızanın Toplumsal Çerçeveleri, r. 55

41 Benedict Anderson, Hayali Cemaatler, wer. İskender Savaşir, Stenbol:1995, Weşanên Ayrıntı, r. 176

42 Ev kitêb wekî encameke karesata Helebceyê di derbarê nexweşiya PTSD (Xerabûna derûnî û stresê ya piştî travmayê) de ye. Bnr. Firîşte Kewe, Karesatî Helebce Tojîneweykî Saykolojî, Hewlêr:2008, Dezgayî Çap û Bilawkiraweyî Aras, r. 8.

43 Ji bo daxuyaniya hikûmetê bnr. http://cabinet.gov.krd/a/d.aspx?a=9976&l=13&r=&s=010000 (dîroka gihîştinê: 03. 08. 2017).

44 Abdulkhalegh Yaqhoobi, Anfal: The Project Natiocide of Kurds, di nav “International Conference on Genocide Against The Kurdish People” de, Erbîl:2008, Aras Press, r. 120.

45 Yaqûbî di vê fikra xwe de jî mafdar e. Ji ber ku berpirsyar û rêveberê operasyonên kimyewî Elî Hesen El-Mecîd digot: “Çi xaniyekî gundên Kurdî yên li deşta Hewlêrê namîne, tenê gundên Erebî nebin.” Ji bo gotinê bnr. Zozan Nasir Mistefa, Operasyonên Enfalê li Kurdistanê Derencam û Kardaneve, r. 47.

46 Di derbarê guherandina navê parka Tahir Elçî de Baroya Diyarbekirê di 19ê Gulana 2017an de daxuyaniyeke bi navê “Tahir Elçî Nikare Ji Bîran Were Birin” belav kir û ev tişt hat gotin, “Prz. Tahir Elçî hiqûqnas û entelektuelek e, ku tevkariyên girîng li hiqûq, mafên mirovan û nirxên dîrokî/çandî kiriye. Ji ber van sedeman jî navê Tahir Elçî li gelek bajaran li kolan, cade, park û mekanên din hatiye danîn. Bêguman armanca vê yekê jî nîşandayîna wefaya li hemberî Tahir Elçî ye û zindîkirina bîra civakî ye.” Ji bo daxuyaniyê bnr. https://www.diyar-bakirbarosu.org.tr/tahir-elci-belleklerden-silinemez!/1110 (dîroka gihîştinê: 05. 08. 2017).

 

ÇAVKANÎ

Anderson, Benedict (1995), Hayali Cemaatler, wer. İskender Savaşir, Stenbol, Weşanên Ayrıntı. Aegleton, William (1989), Mehabada Kürt Cumhuriyeti 1946, wer. M. Emin Bozarslan, Köln-F, Weşanên Komkarê.

Araz, Yahya (2017), “Kimlikler ve Mezarlıklar: Osmanlı’nın Son Yüzyılında Anadolu’da Cemaatler Arası İlişkileri Mezarlıklar Üzerinden Anlamaya Çalışmak”; di nav Bir Varmış Bir Toplumsal Bellek, Mekân ve Kimlik Üzerine Araştırmalar de, amd. Tahire Erman û Serpil Özaloğlu, Stenbol, Weşanên Koç Üniversitesi.

Connerton, Paul (2014), Modernite Nasıl Unutturur, wer. Kubra Kelebekoğlu, Stenbol:2014, Weşanên Sel.

—— (2014), Toplumlar Nasıl Anımsar, wer. Alâeddin Şenel, Stenbol: 2014, Weşanên Ayrıntı. Çeviker, Lâle (2009), Şiddet ve Toplumsal Hafıza, Teza Lîsansa Bilind, Enqere.

  1. Smith, Anthony (2014), Millî Kimlik, wer. Bahadır Sina Şener, Stenbol, Weşanên İletişimê. Diner, Dan (2011), Karşıt Hafızalar: Soykırımın Önemi ve Etkisi, wer. Hulki Demirel, Stenbol, Weşanên İletişimê.

Halbwachs, Maurice (2016), Hafızanın Toplumsal Çerçeveleri, wer. Büşra Uçar, Enqere, Weşanên Heretik.

Kewe, Firîşte (2008), Karesatî Helebce Tojîneweykî Saykolojî, Hewlêr, Dezgayî Çap û Bilawkiraweyî Aras.

  1. Emir İlhan, “Gelenek ve Hatırlama: Belleğin Kültürel Olarak Yeniden İnşası Üzerine Bir Tartışma”, Kovara Turkish Studies, Cîld: 10/8, Payiz 2015, r. 1395-1408.

Michael Schudson, “Kolektif Bellekte Çarpıtma Dinamikleri”, wer. Begüm Kovulmaz, Kovara Cogito, Hej: 50, Bihar 2007, Weşanên Yapı Krediyê.

Nasir Mistefa, Zozan (2013), Operasyonên Enfalê li Kurdistanê Derencam û Kardaneve, Hewlêr, Çapxaneya Hacî Haşim.

Nora, Pierre (2006), Hafıza Mekânları, wer. M. Emin Ozcan, Stenbol, Weşanên Dost.

Ozoglu, Serpil (2017), “Hatırlamanın Yapıtaşı Mekânın Bellek İle İlişkisi”, di nav Bir Varmış Bir Yokmuş Toplumsal Bellek, Mekân ve Kimlik Üzerine Araştırmalar de, amd. Tahire Erman û Serpil Özaloğlu, Stenbol, Weşanên Koç Üniversitesi.

Ozkan, Miray; Yoloğlu, Ali Cenap, “Bir Bellek projesi Olarak Sokak İsimlendirmesi: Ankara Örneği”, Kovara Panlama, hejmar: 4, sal: 2005, r. 54-60.

Renan, Ernest (2016), Ulus Nedir, wer. Gokçe Yavaş, Stenbol, Weşanên Pinhan.

Sagniç, Feqî Huseyin (2002), Dîroka Wêjeya Kurdî, Stenbol, Weşanên Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê.

Yaqhoobi, Abdulkhalegh (2008), “Anfal: The Project Natiocide of Kurds”, di nav International Conference on Genocide Against the Kurdish People de, Erbil, Aras Press.

Yılmaz, Ahenk (2014), “Bellek Topografyasında Özgürlük: Gelibolu Savaş Alanları ve Mekânsal Bir Deneyim Olarak Hatırlama”; di nav Nasıl Hatırlıyoruz? Türkiye’de Bellek Çalışmaları de, amd. Leyla Neyzi, Stenbol, Weşanên Türkiye İş Bankası.

Xanî, Ehmedê (2015), Mem û Zîn, lat. Huseyn Şemrexî, Stenbol, Weşanên Nûbiharê.

Wilson, Christopher (2014), “Anıtkabir’de Ulusal Kimlik ve Belleğin Temsili”, di nav Nasıl Hatırlıyoruz? Türkiye’de Bellek Çalışmaları de, amd. Leyla Neyzi, Stenbol, Weşanên Türkiye İş Bankası.

Share.

Leave A Reply