Ger tu dewletê nexwazî, ewçax tu nikarî şidetê pawan bikî

Di nava kurdan de fikrên gelek cuda, hizbên dijberî hev hene, lê tu ji kê re behsa meselaya kurdî bikî, teqez hemî gazinan ji cudatiyan dikin û hêviya yekîtiya kurdan dikin. Hewqas kes hem behsa yekîtiyê dikin lê çima ev perçebûn ev dijberîtî çima? Derbarê “yekîtî”yê cenabê te dikare çi bêje?

Ev rast e ku hemû partî û rêxistinên siyasî dawa kurdayetî û yekîtiya kurd dikin û xwe nûnerê heqîqî yê gelê kurd dibînin. Lê rastî dide xuyakirin ku di siyaseta kurd de navend tuneye û di navbera du partiyên siyasî PKK û PDKê de ku dixwazin nasnameya kurd têxin bin hegemoniyaya xwe û kontrol bikin ew ê çawa bê birêvebirin û îcrakirin, têkoşînek heye. Tam jî axaftina li ser yekîtiyê di navbera partiyên cuda yên siyasî de destnîşan dike ku yekitî tuneye lê têgeha yekitiyê bo pêkanîna armancên xwe yî vî awayî bi kar tînin: “em bi berjewendiyên beşeke taybet a civaka kurd teşwîk nabin, em giliyên gerdûnî yên gelê kurd temsîl dikin.” Ev bo hemû partiyên neteweperwer rast e. Bi gelemperî, li her çar aliyê Rojhilata Navîn, yek partî radibe vizyona xwe ya taybet wek berjewendiyên her kesî be gelemperî dike û xwe wek nûnerê heqîqî yê dewletê pêşkêş dike. Dema deng û partiyên mixalif li hember van partiyên siyasî yên hegemonîk radibin, ev nayên naskirin, wek îxaneta bi neteweyê re tê dîtin û lazim e bên marjînalîzekirin, bi her awayî bên tepisandin. Ger bo partiyên desthilatdar hêza nerm kar neke, tundî her dem amraza ewil a bicîkirina hegemonyayê ye.

Kurdistan di nav çar dewlatan de parçe bûye. Her perçe xwediyê çand û zaraveyekî cûda, sîstemeke cuda ya siyasî ye. Li gor cenabê te ji bo temama Kurdistanê sîstemeke ku mirov daxwaz bike heye, an li gor te Kurdistan dîvê çawa were birêvebirin bi kijan sîstem û dezgehan?

Ev pirseke zehmet e. Kurd him bi awayekî xwezayî parçe bûne ji ber zaravayan lê ji aliyê siyasî jî parçe bûne ji ber dabeşbûyîna axê ku wan dewletan afirandine. Lê divê kurd him cudatiyan jî wekheviyan jî bipejirînin û nefikirin ku cudatî kêşe ne li ber riya wekheviyê. Dewletên niha xizmeta kurdan nakin û divê ji nû ve bên pênasekirin ku kurd bikaribin nasnameyên xwe yî pirneteweyî an sînor-derbas îcra bikin. Gelek caran şîrovekarên ji komên etnîk ên zal li Rojhilata Navîn vê pirsê dikin: kurd ji me çi dixwazin? Koma zal nasnameya xwe gelemperî dike, neteweyî dike û wê dike nasnameyeke serdest ku îdia dike riwangeya wê xwezayî ye, gerdûnî ye û şîpa sereke ye. Lê tevgerên kurd bi awayekî tund li hember vê rabûn bi daxwaza civakeke pluralîst ku, li gor zanyarê siyaseta Robert Dahl, “nehêle desthilatdarî, hêz, nifûz û kontrol li yek navendê tenê kom bibe û bike ku ev li tak, kom, komele, sazî û rêxistinan belav bibin.”

Gelo di nav kurdan de fikra neteweperweriyê hatiye teorîzekirin? Di warê netewepeweriyê de di nav kurdan de bêserûberiyek (complexity, confusion) tuneye gelo? Li gor cenabê te çi pirsgirêk hene di vî warî de?

Neteweperwerî têgeheke zehmet e bo welatekî him ji aliyê siyasî û him çandî ve parçebûyî ye , wek kurdan. Kurd dikarin hevsengiya neteweyî bi dest bixin ger bikaribin ji nav çeşitdariyê yekitiyekê peyda bikin û bo nasnameyeke çandî ya homojen hewes nekin. Neteweperwerî gelek caran endezyariya civakî ya kolonyal a çêkirinê a “gel” mecbûr dike. Lazim em wek şênberkirina çeşitdarî û cudatiyan qala neteweyeke kurd bikin bêyî ku pênasekirinên hîyerarşîk bên kirin ku filan beş an filan kes kakila neteweya kurd pêk tînin.

Rabêja PKK a dijî netewe-dewletbûn û sîstema kantonal ku hewl dide li Rojavayê Kurdistanê ava bike, dikare wek post-neteweyî bê pênasekirin?

PKK têkiliyek wê tevlîhev heye bi neteweperweriyê re. Bawer dikim PKK guhertinek biaqilî kir di nêrîna xwe de ku ew hemû siyaseta xwe bi yek îdeolojiyekê, yanê neteweperwerî, bi sînor nake. Mecbûr e hesabê meseleyên wek pluralîzm, çîn û zayendên civakî jî bike ku gelek partiyên siyasî ji vê vizyonê bêpar in. Ew ê naîf be ku mirov bêje PKK dij-neteweperwerî û dij-dewlet e. Di tevgera kurd de gelek nakokî hene. Ger tu dewletê nexwazî, ewçax tu nikarî şidetê pawan bikî (monopolize). Dewlet ne dezgeheke paşverû ye lê rêxistineke civakî ya modern e bi awayên xwe yî rizgarker û tepisîner. Bi rastî GEL obje û sujeya sereke û delalî ya neteweperweriyê ye. Dema tu wek nişteciyên qedîm behsa kurda bikî, tu awayê rabêja primordialîst a neteweperweriyê dipejirînî. Ji ber vê pir hêsan e ku têkevî dafika morfolojiya neteweperwer. PKK li Rojava pêşketinên baş pêk anîn lê lazim e deriyê xwe ji partiyên din î siyasî re veke ku dengên wan jî bên temsîlkirin. Ez fam dikim li Rojhilata Navîn rewşa niha ya gel zêde ne guncav e bo nîqaş û muzakereyên.

Share.

Leave A Reply