Yekitiya Kurdan û ya Partiyên Kurdan ji Hev Cuda ne

Di nava kurdan de fikrên gelek cuda, hizbên dijberî hev hene, lê tu ji kê re behsa meselaya kurdî bikî, teqez hemî gazinan ji cudatiyan dikin û hêviya yekîtiya kurdan dikin. Hewqas kes hem behsa yekîtîyê dikin lê çima ev perçebûn ev dijberîtî çima? Derbarê “yekitî”yê cenabê te dikarê çi bêje?

Hebûna gelek hizbên cuda xwezayî ye. Kurdistan welatekî fireh û neteweyê Kurd neteweyekî qedîm e. Ev netewe di hundirê hizbekê de hilnayê. Ji xwe hizb, partî tê wateya li ser hin cudatîyan xwe bi rêxistinkirinê. Partî ango parçeyek, qismek ji civatê. Partî bira partî be wê hemberîyeke wê di nav civatê de hebe û cudatîya partîyê ji yên din zelal be. Li Bakurê Kurdistanê pirsgirêk ne di hebûna gelek partîyan de ye. Heta hûn ji min bipirsin hejmara partîyên me hindik in jî. Ji bo neteweyekî ku serjimara wî 15-20 milyon be hebûna 7-8 partîyan çima zêde be? Di mijara hebûna gelek partî de pirsgirêka me ya herî mezin li Bakûrê Kurdistanê hebûn û xurtbûna partîyên Tirkîyê ye ku pişgirîya bo van partîyên dagirker di nav girseyan de ne kêmî partîyên me ye. Ev karesateke sîyasî ye. Pirsgirêka partîyên me jî ne hejmara wan e. 4-5 partîyên me bi heman peyvikan xitabî heman girseyan dike û di civatê de hemberîyeke civakî peyde nekirine. Ji qabîlîyeta temsîlkirina civakî bêpar û di rojeva sîyasî de bê bandor in.

Mijara yekîtîya Kurdan û yekîtîya partîyên heyî du tiştên cuda ne. Di nav girseyan de hêvî û daxwaza yekîtîya partîyan jî yekîtîya Kurdan jî xwezayî ye û nîşaneya nirxên neteweyî ye. Lê heman tiştî ji bo banga yekîtîya partîyan ji rêvebirên van partîyan re nikarim bêjim. Bi sedem ku çend kadro bi alîgirên xwe re partîyek nuh ava dikin û dibe sibê banga yekîtîya partîyan dikin. Ev nabe û ne samîmî ye. Ger partîyeke din ku hûn dikarin pê re yekîtîyê çê bikin hebû we ji bo çi partîyeke nuh ava kir? Avakirina partîyeke nuh tê wateya ku hûn ji partîyên heyî ne razî ne û hûn îdîa dikin ku partîya we ava kiriye dê valahîya sîyasî dagire û bi bernameya xwe bi kar û barên xwe wê ji partîyên din cudatir tevbigere û xwe bispêre zemîneke civakî ya cuda. Baş e li paş îdîaya xwe bisekinin û bira bivin partî. Ev ne pozbilindî ye ku partîyek bibêje ez ji yê din cudatir û sîyaseten rasttir im. Berovajî wê ger ev îdîa te nîn be pêwîstî bi te nîn e ku tu partîyeke nuh ava bikî. Her dem nîqaş û banga yekkirina partîyan xapandin e, hewldana veşartina bêkêrîya sinifa siyaseta me ye. Ger bira partî bin divê li ser bernameyeke sîyasî pevrekarkirin bê nîqaşkirin. Lê bernameyeke kar li holê nexwiya ye.

Yekîtîya Kurdan an yekîtîya neteweyî têgîneke modern e û pêkanîna wê li ser aîdîyetên modern pêkan e. Di serdema modernîteyê de ev aîdîyet aîdîyeta welat û neteweyê ye û dewletbûyinê ji xwe re dike hedef. Ango yên ku bi aîdîyeta Kurdistanê dewletbûyina neteweyê Kurd ji xwe re neke hedef û her dem behsa yekîtîya neteweyî dikin an xwe dixapînin an jî me dixapînin. Aîdîyeta partîyan di hindurê van aîdîyeta bilind de watedar e û dikare kêrî bicîhanîna yekîtîya neteweyî bê.

Dikarim bêjim ku sedema pêknehatîna yekîtîya neteweyî ya esasî lawazmayina aîdîyeta welat û netewe ye. Berovacî vê xurtmayina aîdîyeta jêrîn (ku aîdîyeta partîyan jî yek ji wan e) asteng e li ber yekîtîya neteweyî. Sedema din jî ew e ku dewletbûyin ango taleba desthilatiya navendî lawaz e.

Kurdistan di nav çar dewlatan de parçe bûye. Her perçe xwedîyê çand û zaraveyekî cûda, sîstemeke cuda ya siyasî ye. Li gor cenabê te ji bo temama Kurdistanê sîstemeke ku mirov daxwaz bike heye, an li gor te Kurdistan dîvê çawa were birêvebirin bi kijan sîstem û dezgehan?

Sîstemên rêvebirinê li gorî rasteqînîyên neteweyan û mercên cîhanî teşe digirin. Netewe jî di pêvajoyeke dûr û dirêj de ji alîkî de ava dibin û ji alîyê din de tên avakirin. Ango di tevaya neteweyan de taybetmendîyên avabûyî û yên avakirî henin. Sîstemên rêvebirinê xwe dispêre wan rasteqînên avabûyî û îradeya avakeran. Ger li vir em neteweyên otokton û alakton ji hev cuda bikin em dikarin bêjin ku di neteweyên alakton de avakerî, di yên otokton de avabûyînî tayînker e. Heman tişt di sîstemên rêvebirina neteweyan de jî heye. Ji ber vê yekê ye ku sistema rêvebirinê ya DYA yekane ye û sedema wê alaktonîya “neteweyê” Amerika ye. Dewleteke yekgirtî ku ji 51 jêrdewletan pêk tê xwe dispêre pêvajoya avakirina vî neteweyî. Heman tişt ji bo Sistema Serwerîya Tirkan jî dikare bê gotin. Ev sîstem jî di pêvajoya avakirina neteweyekî alokton de teşe girtiye. Di erdnîgarîyeke pirnetewe û pirwelat de avakirina neteweyekî alokton bi sistemeke jenosidal pêkan e. Lewma Sîstema Serwerîya Tirkan (SST) li dinyê sistemeke aşkere jenosidal e.

Aloktonên Efrika Başûr jî li ser otoktonên wê derê sistemeke jenosidal ava kiribûn. Lê dikarim bêjim ku SST ji sistema apartheid ya Efrika Başûr jî jenosidaltir e. Weke encam em li kîjan sistema rêvebirinê binihêrin em ê bibînin ku dîroka li pişt wan û îradeya avakeran di teşeyên sisteman de tayînker e.

Em werin ser sistemeke rêvebirinê ya li tevaya Kurdistanê:

a- Sistemeke ku mirov daxwaz bike sistema Kurdistana Serbixwe û Yekgirtî ye. Lê nuha em ji wê hedefa xwe ya stratejik dûr in. Heta em bigihêjin wê hedefê em ê gelek sistemên rêvebirîyê li parçeyan bibînin û em dibînin jî. Li Başûr sistema rêvebirîyê ya nêvî nêvî yek ji wan bû. Sistemeke ne asayî û ne neteweyî be jî di avakirina Başûr de roleke erênî jî girt wê sistemê. Ne dîyar e ku ew sistem dê ber bi çi ve biherike. Bi sedema ku ne dewleteke serbixwe lê di şikil de federal, di pratîkê de weke konfederal xwiya dike em nikarin vê sistemê weke model binirxînin. Lê aşkere ye ku ev teşe bi sosyolojîya Kurdistanê û balansa hêzên hindur û derve re û bi iradeya avakeran re girêdayî ye û demkî ye.

Li Rojavayê Kurdistanê sistema rêvebirinê ya kantonan jî nimûneyeke nedîtî ye. Sistema kantonan bi argumentên dijnetewe hatibe avakirin jî di ser kantonan re sînorên rojavayê Kurdistanê dîyar bûbû. Lê piştî vê dîyarbûyinê îradeya avakeran ji nuh de sînor nedîyar kirin û rojavayê Kurdistanê di hindur bakurê Sûrîyê de veşartin. Divê mirov di teşeyên sistemên rêvebirîyê de ne dogmatîk be. Di avakirina her dewletê de teşeyên nuh dikare derkeve.

b- Li Kurdistanê zêdeyî du hezar salan in ku dewleteke navendî ava nebûye. Lê Kurdistan tu caran ji dewletan xalî jî nebûye. Ji alîyekî de her cure dewletên dagirker ketine Kurdistanê. Lê serwerîya van dewletên dagirker serwerîyeke derveyîn e. Heta bi sedsala 19mîn jî dagirkerî wek fenomeneke derveyîn maye. Ji ber vê yekê ji alîyê din li Kurdistanê gelek formên jêrdewletî hikum kirine ku vana teşeyên rêvebirinên yê xwemalî ne. Gelek xwendeyên me li tunebûna dewleteke navendî dinihêrin û wer hizir dikin ku mîrateke me ya xwe bi xwe rêvebirinê tuneye û di warê xwebirêvebirinê de jî xwe mahkûmê ji sifirê de destpêkirinê dibînin. Ev nerîneke oryantalîst e. Têra xwe mîrateke me ya sîyasî û xwe birêvebirinê heye. Eşîretî, mîrnişînî, konfederasyonê eşîran, mîrêmîranî, konfederasyonên mîran û gelek teşeyên din yên herêmî di warê xwe bi rêvebirinê de mîrateke dewlemend e.

c- Ji nuha de ji bo sistema rêvebirinê ya Kurdistaneke Serbixwe û Yekgirtî em nikaribin şemayekê sîyaseten ferz bikin jî, em dikarin çarçoweyekê jê re dahînin.

– Ev sîstem divê bi rasteqînîya netewe û welêt re li hev be. Divê îradeya avaker van rasteqînîyan bin pê neke. Em ji nuh de neteweyekî neafirînin. Îradeya avaker ne afirînerê neteweyê ye. Îradeya avaker ji bo neteweyekî heyî rêya xwebirêvebirinê vedike ango rizgarker e.

– Em neteweyekî dereng mayî ne di dewletbûyinê de. Ev ji bo me rewşeke neyinî ye. Neteweyên din di ser dewletên xwe re li ser dika dîrokê ne. Em hîna bi hezaran xortên xwe feda dikin ji bo ku karibin derkevin ser dika dîrokê. Lê di her neyinîtîyê de erênitî jî he ye. Bi giştî dewletên heyî bi teşeyên otoriter, totaliter hatine avakirin. Piştî şerên navxweyî yê bi dehan sal gîhanin teşeyên pirdeng û pirreng. Sistema rêvebirîya Kurdistanê divê di serî de pirreng û pirdeng be. Weke nimûne ev dewletên heyî ji bo ku zimanekî fermî saz bikin gelek ziman û zarava ji holê rakirine. Em dikarin rêz li hemû zaravayên xwe û zimanên kêmarên Kurdistanê bigirin ku sîstema xwe li ser pir zimanî û pir zaravayî ava bikin.

– Kurdistana serbixwe û yekgirtî divê ne unîter be û di hindur xwe de gelek teşeyên xwe bi xwe rêvebirinê bihewîne. Li gor şerd û mercên damezirandinê û pêvajoya têkoşînê di nav parçeyan de formên federal, konfederal, herêmên xweger (otonom) dikare bibe perçakî modela rêvebirina me.

-Kongreya Neteweyî divê valatîya bêdewletîyê dagire û weke dewleta sibê ji îro de bê programkirin. Kongreya Neteweyî divê bibe navnîşan ji bo gengeşî û çareserkirina van kêşeyan.

Gelo di nav kurdan de fikra neteweperweriyê hatîye teorîzekirin? Di warê netewepewerîyê de di nav kurdan de bêserûberîyek tuneye gelo? Li gor cenabê te çi pirsgirêk hene di vî warî de?

Teorîya netewe bi xwe nîqaşbar e, teorîyeke standart tune ye ji alîyê akademîyan de heta ji alîyê ekolên fikrî de jî tê pejirandin. Heman tişt ji bo teorîya neteweperwerîyê jî derbasbar e. Bi qasî ku ez dizanim, di dema şerê cîhanê yê yekemîn de gengeşîyek xurt li ser teorîya netewe û neteweperwerîyê çêbûye (nîqaşên li ser mafê çarenûsî, aforîzmayên Lenîn, prensibên Wilson…). Di dema şerê cîhanê yê duyemîn de ev nîqaş di ser nîjadperestîyê de meşîyaye. Û ji têkçûna sîstema Sovyetê û vir de ango di dema şerê cîhanê yê sêyemîn de nîqaşa li ser teorîya netewe û neteweperwerîyê ji nuh ve xurt bûye. A balkêş ew e ku di demeke ku tê gotin dawî li neteweyan û netewe-dewletan hatiye de ev nîqaş ji nuh de gûr dibe. Ji vê jî dîyar e ku ev nîqaşeke sîyasî ye û her alîyek dixwaze sîyaseta dewletan bi hin teorîyan bixemilînin.

Di nav tevgerên rizgarîya neteweyî de kesî bi qasî tevgera rizgarîya neteweyî ya Kurdan nîqaşên teorîk nekiri ye. Em di nivîsarên Ho Shi Min, Amilcar Cabral, Mahatma Ghandi, Fidel Castro û yên wekî wan de tûşî nîqaşên teorîk li ser netewe an neteweperwerîyê nayên. Li gor wan ew netewe ne û mafê wan heye ku neteweyên wan bi dewlet bin û xwe bi xwe birêve bivin. Û ez bawer nakim ku ev ji eşqa me ya teorîyê tê. Li vir bêserûberîyek heye. Lê ev bêserûberî ne teorik e lê sîyasî ye. Di tevgerên rizgarîya neteweyî de serxwebûnxwazî asayî ye li her derê cîhanê. Di tevgera rizgarîya neteweyî ya me de serxwebûnxwazî bûye helwesteke awarte. Bêserûberî ji vir tê. Îjar hin alî ji bo vê helwesta awarte biparêzin teorîyên nedîtî bi lêv dikin. Tu divê di pênasekirina netewe de alîgirê teorîya primordial, an konstruktuvist be an jî xwedî ramanek derî wan alîgirê teorîyeke din be. Ji van teorîyan ti jî nabêjin bila kurd nebin dewlet li ser axa xwe.

Bi ya min pirsgirêka esasî ew e ku, xwendeyên Kurdistanê û bi taybetî sinifa sîyaseta me aîdîyetên modern ên bilind (aîdîyeta welat û netewe) danehundirandine û li ser van aîdîyetan desthilatîyek navendî nakin hedefa sîyaseta xwe ya esasî. Di helwesta sîyasî de tunebûna hişmendîya dewletê rê li sergêjîyên teorîk vedike.

Rabêja PKK a dijî netewe-dewletbûn û sîstema kantonal ku hewl dide li Rojavayê Kurdistanê ava bike, dikare wek post-neteweyî (post-nationalistic) bê pênasekirin?

Rabêjeke PKKê ya bi hedarî tuneye ku em bikaribin pênase bikin. Di vî bîst salên dawîn de PKK 4-5 rabêj guhertîye û ev ne mijareke teorîk e. PKK bi teorîyê pratîka xwe saz nake. Berovacî wê ji bo pratîkên xwe yên konjonkturî hin teorîyan saz dike. Sîstema kantonal ne sîstemeke post-neteweyî ye. Sîstema kantonal li Belçîka, Swêsra û Fransa parçeyek ji sîstemên neteweyî ne. Li Rojavayê Kurdistanê bi çi awayî dibe post-neteweyî? Ji xwe PKK piştî kantonan berê ji bo Rojavayê Kurdistanê sîstemeke federalî xwest, dûre navê wê kir Federasyona Rojava û Bakurê Sûrîye, çend meh berê jî Rojava jê derxistin û kirin Federasyona Bakurê Sûrîye. Ev nimûne jî dide nîşan ku mirov bi rabêja PKKê nikare pratîka PKKê pênase bike. PKK li ser reel-polîtîkaya ku tê de ye sîyasetê dike û pratîka wê bi hesabên reel-polîtîker tê meşandin, ne bi teorîyan. Hewceyê gorinêye ku di vî hesabî de destên dewletê dagirker û gelek dewletên din heye. Rêxistineke dij-dewlet çawa dibe ku dibe parçeyekî hesabên gelek dewlet?

Nîqaşên li ser dij netewe-dewletê jî wisa ne. Dijdewletbûyin û dijnetewe-dewletbûyin ne heman tişt in. Lê bi tevayî di bin rabêjên dij netewe-dewlet re li dijî dewletbûyina Kurdistanê tê derketin. Ger hûn ne li hember dewletbûyina Kurdistanê ne û dipejirînin û diparêzin ku dewletbûyin mafê neteweyê Kurd e, formeke ne netewe-dewlet pêşnîyar bikin. Esasen netewe-dewlet formeke dewletê ye di serdema modernîtê de. Wekî din jî formên dewletê henin. Ji alîyê din ve tu nikarî tevaya dewletên cîhanê di kevaneka netewe-dewlet de bîne ba hev û gişa weke hev bihesibîne. Weke nimûne kes nikare dewleta Swêsra û ya Tirkîye û ya Îranê wek hev bike û bêje her sê jî netewe-dewlet in. Ev teşe argument qaşo nîqaşeke teorîk vedike. Lê helwesteke sîyasî ye û armanc pêşîlêgirtina dewletbûyinê ye.

Di mijara dewletbûyin û dij-dewletbûyinê de, rabêja PKK û pratîka PKK heman tiştî nabêje. Di cîyên ku kontrola PKKê ya leşkerî tê de heye, pratîka PKKê pratîka jêrdewleteke otoriter û totalîter e, ne ku pratîkeke dij dewlet e. Rast e PKK gelek caran rabêjê anarşîzan bi kar dihîne, bi taybetî jî van salên dawîn argumentên Murray Bookchin. Lê pratîka PKK ne anarşîzan e, lê otorîteryan û totalîteryan e. Anarşîst dij-dewlet in bi her pratîkên xwe. Rêxistinên anarşîzan di hindurê xwe de jî li hember nîzaman jî dijî fahmên dewletê û hîyerarşîyê ne. PKK bi tarza rêxistinên xwe, bi têkilîyên li gel dewlatan datîne û cîyên lê serwer, bi fahmê dewletan tevdigere. Daxwaz ne dewleteke navendî ye, lê di bin serwerîya dewletên navendî de jêr-dewlet e. Alternatifa PKKê ya li hember dewletan ne bê dewletî ye, lê jêr-dewleteke Partîyî ye.

Share.

Leave A Reply