Li Hemberî Notirvanên Neteweyê Notirvanên Nerîtê

ŞARO I. GARİP – JI TIRKÎ: BESRA

Ew ên netewe û gelên din înkar dikin, yekemîn penageha ku wê birevinê gerdûnîxwazî ye

Ev gotar ceribînek e derbarê netewe, neteweperwerî û etnîsîteyê de ku du sed salên dawî de sosyolojî, siyaset û antropolojiyê de yek ji wan babetan e ku zêdetirîn tên nîqaşkirin. Nîqaşên li ser têgeha neteweyê li seransera dinyayê hê jî bi heraret dewam dikin.

“Babeta bingehîn a felsefeyê endustrîbûn ne lê neteweperwerî ye; makîneya dûkelê û computer ne lê netewe ye.” (Nairn, 2015)

Wê zêde ne şaş be ger mirov bêje li Tirkiyeyê lê bi taybetî di nav kurdan de derbarê van mijaran de sergêjiyeke zihnî heye. Wek mînak kurd ji aliyekî ve nehewcetiya dewletê diparêzin lê li aliyê din pir bi hewes hewl didin şaşî an kêmasiyên dewletên serwer rast bikin. Di mînakeke din de kurd di her firsetê de dibêjin tu derdê wan bi ala neteweyeke din re tuneye lê diyar e derdê wan bi ala wan re heye. Di her wesîle û nîqaşê de dupat dikin ku ew ne neteweperwer in. Gelek caran em nikarin xwe rizgar bikin ji paradîgma û teoriyên ku dinya me ya zihnî dorpêç dikin û pirsa bikin. Bi taybetî raveya zanistî ya di warê sêbareya netewe, etnîsîte ango dewletê de carbicar dikare bê veguhestin bo zanîna îdeolojîk û taliya talî hegemonyayeke îdeolojîk. Em dibînin di vî warî de bi taybetî teoriyên Anderson, Gellner û Hobsbawm ji aliyê alîgirên wan ve li bazarê baş tên firotin. Ji ber ku olîgarşiya fikrî ya navenda serwer, wek zanîngeh û çapamenî van fikran di piyasayê de di tedawulê de dihêlin. Lêbelê xebatên payeberz ên Anthony D. Smith, digel ku ev paradîgma û hegemonyaya teorîk hejandin jî, ji ber ku ji aliyên etnîsîteyan, ku ji ew amrazên navborî yên tehequmê bêpar in, ne bazarkarîkirina wan em dikarin îdia bikin têr nehatin xwendin jî. Ji ber vê, Anderson bi rêwresmeke muhteşem hat veşartin û Smith jî bi rêwresmeke sade hat veşartin.

Destpêk

Yek ji pirsên vê xebatê ev e, ka bo çi hewcedarî heye bo netewe an neteweperwerî, ya rasttir bo têgeha nasnameya neteweyî. Ango wek ceryanên gerdûnîxwaz îdia dikin gelo hemû gunehên du sedsalên dawî yên netewe, ya rasttir, yên neteweperweran e? Di vê nivîsê de em ê liser ew hokerên dibe sedema sergêjiya di warê têgeha neteweyê de ku ev du sedsal e teorisyen liser negihiştine pênaseyeke hevpar, bisekinin.

Wê baş be em ewil bi kurtî behsa bandora rêbazê ya li ser lêkolînê bikin. Boçûnên me yî di warê xebatên zanistên civakî de li gor amrazên em bi kar tînin diguherin. Têgeh, mînak û teoriyên wek referans tên nîşandan dikare bandoreke mezin bikin li ser analîz û encamên lêkolînan. Wek mînak, lêkolînek dikare bi teleskopê di nav çarçoveyeke makro de jî bê kirin, lê bi mîkroskopê analîzeke ber bi kûrahiyê jî dikare bê kirin. Berawirdkirin, delîl, mînak an hin caran pirsên heyatî gelek caran gelek tiştan li nîqaşên zanistî zêde dikin.

Her çiqas rêbaza lêkolîner, hilbijartina têgehan, nirxandin subjektîf be jî, mijara lêkolînê bixwe û dane, diyardeyên derveyî me ne û objektîf in. Hin sînorên boçûna me ya subjektîf hene, divê nirxandinên me honakê neke şûna diyardeyê yan daneyan neguhere û nebe lêkolînêke manîpulekirî ku ji serî de encama wê diyar e. Li vir wek rêbaz, netewe û neteweperwerî di çarçoveyeke makro de tenê wek nîqaşeke teorîk li ser nayê sekinandin lê çêbûna neteweyê û hîmên mîkro yên teorîk ên neteweperweriyê û bandora wan a li ser tevgerên yek bi yek takekesan jî bi awayekî mikro wê liser bê sekinandin. Heta ku gengaz be gelek caran wê bê hewldan bi berawirdkirin û mînakdayinan teorî û realiteya heyî di heman demê de bê famkirin.

Dikare bê gotin, nîqaşa derbarê netewe û neteweperweriyê taliya talî nîqaşa li ser nasnameyê ye jî. Di vê gotarê de bêtir em ê ji vî alî ve nêz bibin. Ne gengaz e û ne rast e jî mirov bo peydabûna diyardeyên netewe û neteweperweriyê dîrokeke teqez û sînorên diyar bide. Ji ber ku ev diyarde ne di demeke diyar de lê di nav pêvajoyekê de çêbûne. Yek ji nîqaşên demên dawî, tezên ku îdia dikin netewe û netewe-dewlet emrê xwe tije kirine. Dema mirov di dîrokê de li awayên îktisadî û siyasî yên civakan dinêre, wek mînak dewletên xulamker an feodal ji hezar salî zêdetir dewam kirine. Ji vî alî ve tê wê wateyê, him civaka kapîtalîst him netewe û neteweperwerî ku tê gotin ev du sed sal e heye, her çiqas niha dewra xwe ya kemilî bijîn jî, wê zû bi zû ji ser dikê neçin. Ji ber ku diyardeyên netewe û neteweperweriyê di pêşveçûyina civakan de teqabulî realîteyekê an êwreke pêşveçûnê dike.

Di sedsala 20mîn de kêm dewlet hene ji holê rabûnê lê dewletên nûava çar caran zêde bûne. Di sedsala 21emîn de hejmara dewletên nûava kêm bûbin jî, pêvajoya çêbûna dewletên nû dewam dike (Jahn, 2015, pp. 13-31). Li aliyekî din jî, gelek etnî an gel ji ber bêdewletbûnê asimîle bûne ango ji aliyê fizîkî ve winda bûne. Wek mînak her tim jî Yekitiya Ewropayê tê dayin bo xilasbûna netewe-dewletê. Ger Yekitiya Ewropayê bi ser keve jî, di nav yekitiyê de eyn wek nasnameyên qewmî yên serdema împeratoriyan netewe jî wê wek xwe bimînin û dikare ber bi împeratoriyê biçe. Niha zehmet e mirov pêşbiniyekê bike gelo wê di nav sedsalên bê de sîstema siyasî ya cîhanê xwe wek bajar-dewlet, netewe-dewlet an împeratoriyên modern birêxistin bike. Lêbelê em dikarin bi hêsanî pêşbinî bikin ku nasnameyên etnîk an neteweyî ku ji bajar-dewletên antîk heta roja me bi hezaran salan dewam kiriye, wê zû bi zû ji holê ranebin.

Etnîsîte, Netewe û Nasnameyên Kolektîf

Di zanistên civakî de, bi gelemperî wek di mijarên din de, di warê netewe û neteweperweriyê de jî ligel pêvajoya tîr a nîqaşê hemramaniyek peyda nebûye. Berê berê divê ev bê diyarkirin, têgehên netewe, etnîsîte û netewe-dewlet gelek nêzî hev in. Lewma di pênasekirina wan de gelek caran teşqele derdikeve. Di vê xebatê de bêtir em ê têgeha neteweyê ya Smith esas bigrin. Ewil, divê qala du boçûnên sereke yên derbarê neteweyê de bê kirin.

  1. Ewên neteweyê wek sazkirinekê dibînin
  2. Ewên neteweyê wek çêbûnekê dibînin

Di vê xebatê de tê îdiakirin netewe wek pêvajoya wêrara civakî ya domdirêj çêbûye, ne ku hatiye sazkirin. Dema qala sazkirinê bê kirin, lazim e qala aktorên wê jî bê kirin; a duyem, sazkirina nasnameyê teqabulî kêmtir wextê dike li gor çêbûnê. Wek mînak, dema em li hin hêmanên nasnameyên neteweyî dinêrin, dîn, ziman an nasnameyên welatî di nav salên dirêj de lê di nav hevbandoriyekê de û li ser qebûleke hilberîneke kolektîf e. Yanê, di nav demeke kurt de komeke bijarte bi yekalî ew saz nekirine. Nasnameyên etnîk û neteweyî di nav hev de ne. Nasnameyên neteweyî di nav du sed salên dawî de, berovajî îdiayên modernîstan, nehatine sazkirin lê ew ji nav pêvajoyeke wêrarê derketiye ku diçe heta serdema antîk û belkî beriya wê jî. Wek Connor dibêje, tevgerên etno-neteweperwer encama pêvajoyeke wêrarê ye. Ev fikra Connor hizra me destek dike: “raveyeke ku zêde nehatiye dîtin wisa dibêje, di nav baskî, bretonî, gallî û komên wek wan de, bilindbûna pêla etno-neteweperwer, merhaleyeke xwezayî û heta texmînkirî ya pêvajoyeke ku du sed sal e dewam dike, nîşan dike.” (Connor, 1994, r.169).1

Jinûvesazkirin jî encax dikare rêxistiniya siyasî ya neteweyî destnîşan bike ya na teqabulî nasnameya neteweyî an çanda etnîk nake. Û aloziyeke din jî (ji bilî deqên zanistî yên cidî), bêyî ku li êwrên neteweperweriyê yên wêrarî an cure an kategoriyên cuda bê nêrîn, bi giştî wek blok tên nirxandin. Di vê nivîsê de wê hizreke nêzî pênaseya netewe û neteweperweriyê ya Smith bê parastin. Smith neteweyê wisa pênase dike: navê civateke mirovan e ku axek/welatekî dîrokî, efsane û bîra dîrokî ya hevpar, çandeke girseyî, aboriyeke hevpar, maf û berpirsyariyên hevpar parve dikin (Smith, 2014, r.32). Pêkhateyên wek ax/welat, zagonên hevpar di pênaseyên teorisyenên din de jî hene.

Di nîqaşên neteweperweriyê de qenaetek din a berbelav heye ku hemû netewe di dem û mekanên cuda de dane ser heman rêyê û xwedî heman taybetmendiyan e. Lê ne geşbûna kapîtalîzmê ne modernbûn ne diyardeyên din î civakî nebûne xwedî heman taybetmedî û merhaleyên mînakên ewil (wek mînak, endustriya Îngilîstanê û ya Çînê bi heman awayî nebûye). Wek diyardeyeke civakî (siyasî û çandî) netewe, li ser xeteke rast (linear) pêş ve neçûye lê pêşveçûna wê li gor zeman û mekanê bi awayên cuda bûye û erkên wê jî cuda bûne. Modelên neteweyê, yên rojavayî yanê yên li ser hîmê sazî û axê (territorial) çêbûne û yên rojhilatî yanê yên xwe dispêrin etnîsîteyê, navbera wan de cudatî hene. Awayê rojavayî bêtir awayê staatsnation e (dewlet-netewe: Fransa, Îngilîstan, Tirkiye), li ser territoriyekê bi riya saziyan (siyaset an dewlet) çêbûye, Kulturnation jî (çand-netewe: Almanya, Italya) terza rojhilatî ye ku li ser hîmê etnîk û qewmî ava bûye (Smith, 2014, r.24). Dewlet-netewe di çarçoveya rêxistîbûna sazîyî de be jî, pîvanên netewebûnê dihewîne yên ku di pênaseya jor de derbas dibe. Ev awayê neteweyê zêdetir encama serdema ewil û rêxistîbûna etniya berwarî ye. Etniya berwarî2 bi giştî rêxîstinbûnek e ku ji aliyê arîstokrasiya etniya tovik tê kirin. Wek mînak, gelek neteweyên wek bermayiyên împeratoriyan peyda bûne (Fransa, Îngilîstan, Ispanya…) bi vî awayî çêbûne. Ji ber ku koma etnîk a tovik ku burokrasiya dewletê, amrazên stratejîk (leşkerî, siyasî û aborî) destê wê de ye, wek koma damezirîner bi îdiaya ku aîdê wê ye dewleta nû radestî koma xwe ya etnîk dike, yanê dewlet-netewe çêdibe. Wek mînak bermayiya osmaniyan tirkan girt ser xwe û wek rêxistîbûneke etnîk a berwarî dewlet û dewlet-netewe bi hev re saz kirin. Etniyên berjor (dikey) jî ne wek terza rêxistinbûna komek bijarte lê awayekî rêxistinbûnê ye ku hemû tebeqe beşdar dibin (Smith, 2014). Pêla duyem a neteweçêbûnê jî bêtir dikare wek teqlîda neteweyên serdema ewil an berteka wan bê dîtin. Em dikarin neteweyên Ewropaya Rojhilat mînak bidin. Neteweyên pêla sêyem ên serdema antî-kolonyal in. Kategoriyên neteweyên pêla duyem û sêyem bi giranî li ser hîmê birêxistinbûnên etniyên berwarî çêbûne. Ji ber ku ew ji amrazên etnîsîteya berwarî bêpar e loma ji birêxistinbûna girseyî pê ve ti şensa wê tuneye. Ji ber ku netewe ji nişka ve li ser dika dîrokê peyda nabe, di nav pêvajoyekê de çêdibe, modela Hroch ku vê pêvajoyê rave dike di êwrên A, B, Cyê de di neteweyên serdema 2. û 3mîn de birêxistinbûnên berjor û berwarî roleke çawa lîstine, vê bi awayekî empîrîk daniye holê. Hroch tevgera neteweyê di nav sê êwran de dabeş dike. Êwra yekem, “neteweperweriya romantîk” (komên biçûk, nivîskar, arîstokrat); êwra duyem, “şiyarbûna neteweyî” (komên mezintir, komele); êwra sêyem, “neteweperweriya siyasî” (tevgera girseyî) (Hroch M., 1985). Wek mînak awayê birêxistinbûna kurdan terza birêxistinbûna etniya berwarî ye. Ferqa di navbera cureyê neteweyên serdema yekem û yên 2em û 3emîn de ne- teweperweriyên van serdeman jî cuda kiriye. Wê serrû be mirov hewl bide netewe û neteweperweriyê ji hev îzole têbigihê. Smith neteweperweriyê bi rehendên wê yên dîrokî û civakî pênase dike: “Neteweperwerî qasî ku parçeyek ji ‘ruhê serdemê’ ye, ewqas jî girêdayî motîf, texeyul û fikrên berê ye jî. Neteweperwerî di gelek radeyan de kar dike û qasî ku îdeolojiyeke siyasî û tevgereke civakî ye, wek awayekî çandê jî dikare bê dîtin” (Smith, 2014, r.118). Netewe û neteweperwerî ku di heyama me de yek ji nîqaşên zêdetirîn biheraret e, li gor hin kesan tiştekî naletî ye û li gor hin kesan jî pîroz tê dîtin. Wek mînak ên naletê li neteweperweriyê tînin dibêjin neteweperwerî:

  • Bêtifaqiyê dixe navbera gelan, dibe sedema pevçûnên navbera etnîsîte û çandan de.
  • Li ser navê nasnameyê azadiya him takekes him koman tê tengkirin.
  • Astengî ye li pêş armanca mirovatî û gerdûniyê.

Lê yên pîroz dibînin jî ji ruwangeyeke erênî li neteweperweriyê dinêrin û dibêjin:

  • Çanda kêmaran diparêze.
  • Dîrok û wêjeya winda dide jiyandin.
  • Rê li ber qeyrana nasnameyî digre.
  • Li hember tîran kaniya berxwedanê ye, civak û piştevaniya civakî rewa dike.

 

Mirov heta di nav awayên neteweperweriyê de tesnîfekê neke, bi gelemperîkirineke qebe nikare van îdiayên di leh û aleyhê neteweperweriyê de fam bike. Li jor me gotibû neteweperweriyên serdemên 1, 2 û 3emîn taybetmendiyên wan cuda hene. Lazim e em di nav van idiayan de, neteweperweriyên serwer û ya bindest têxin nav du kategoriyan û dû re analîz bikin. Wek mînak, neteweperwerên neteweyên serwer bi saya îmtiyazên serwerbûnê bêtir îdiayên di aleyhê neteweperweriyê de diparêzên. Lê dema em ji aliyê neteweperwerên neteweyên bindest dinêrin, em ê bibînin ku ev ne rast in. Ji ber ku yê ku tovên bêtifaqiyê diçînin neteweperweriyên navendê ne. Neteweperweriya serwer, çand û nasnameya neteweya bindest înkar dike yan wan asimîle dike û heta tune bike, û ew dibe sedema nîfaqan. Yanê ev ne helwesteke rast e ku mirov rabe liberxwedana yên tên qetilkirin û asimîlekirin sucdar bike û wan wek sedema nîfaqê bi nav bike. Ne rast e ku nasnameya neteweyî rê li ber nasnameyên takekesî digre ji ber ku nasnameya takekesî di nav nasnameya komî şikil digre û tak nasnameya komî bi hev re hildiberînin. Lê ev rast e ku nasnameya neteweyî rê li ber nasname û azadiya komên din digre ji ber ku nasnameyên serwer meylek wan bi vî awayî heye. Îdiaya ku nasnameya neteweyî li ber gerdûnîbûn û yek-mirovayetiyê dibe asteng ji ruwangeya serweran tê ravekirin. Ev gerdûnîbûn, bêyî nirxên neteweyên bindest tevî bibe tenê bi tifaqa yên serwer hatiye çêkirin û li ser pişta yên bindest bilind dibe û li wan tê ferzkirin. Neteweyên bindest di nav gerdûnîbûna serwer de û di nav malbata mirovatiyê de ji xwe re ciyekî nabîne. Berovajiya vê dikare bê îdiakirin, dema neteweyên bindest li hemberî neheqiyên li wan dibe serê xwe radikin û hewl didin di nav malbata mirovatiyê de ji xwe re ciyekî bibînin, dikare bê gotin ku ew gerdûnîbûna heyî ya bêedalet û malbata mirovatiyê bi pêş ve dibin.

Ger em li îdiayên leyhê neteweperweriyê binêrin, elbet neteweyên bindest bi giştî dikevin dû dîrok û wêjeya xwe, di dîrokê li şopên qewmên xwe digerin û hewl didin zêdebariyên (surplus value) xwe yî çandî ji mêtinkaran xilas bikin. Bi taybetî ev di êwra neteweperweriya romantîk de pir zêde ye. Yanê neteweperwerên neteweyên bindest notirvaniya nerît an çandên xwe dikin. Ya na, wê çanda wan bê talankirin û çanda talankirî her tim li ser neteweya serwer tê hisabkirin. Hewldana rizgarkirina nerîtan ji muzexaneyên neteweyên serwer ku bûne gorên etnîk, ne ji ber miraqa wan a tiştên antîka ne, bîlakîs hewldana lêvegerandina malên hatiye dizîn bo xwediyê wan e. Nirxên wan î dîrokî di muzexane û galeriyên neteweyên serwer de tên pêşandan. Bi taybetî wêje û dîroka kurdî yek ji baştirîn mînakên vê talanê ne. Kurd, ji ber ku nasnameya wan ji aliyê neteweyên serwer bi salan e tê tepisandin, bi trawmayeke mezin re rû bi rû mane û li wan hatiye ferzkirin nasnameyeke din li xwe bikin. Ev trawmayê takekesên bixwenebawer û jixwe-biyanîbûyî afirandiye û bûye sedema qeyraneke nasnameyî. Lê yên neteweperwer dikarin vê bixwebawerî û îtibara neteweyî li wan vegerînin û rê li ber vê qeyranê bigrin. Neteweperwerî dikare bi awayekî lez li hemberî tîran piştevaniya etniya bindest qewîn bike. Lêbelê, ev argumentên di leyh de ji bo neteweyên serwer ku notirvaniya neteweyê dikin, derbas nabe. Ji ber ku neteweya serwer bi gelemperî çanda din înkar dike û hewl dide bîra hevpar a bindestan tune bike yan di nav xwe de bihelîne. Bi gotineke din, rê li ber qeyrana nasnameyî, talana çandî û tehequmê vedike.

Dema nasmaneya xurt tunebe, mirov li ber şêmûka qeyranê ye –ne tenê dilgiran e, hema bêje nikare wek bi awayekî asayî tevbigere. Serdemên ku mirov bi gefa windakirina nasnameya xwe re rû bi rû dimînin, wek qeyran tên pênasekirin (Taylor, 2002, r.271).

Lazim e di nav hemû van nîqaşan de em li ser teoriyên modernîst bisekinin ku mohra xwe li wan xistine. Tê zanîn ên modernîst diyardeyên netewe û neteweperweriyê bêtir wek encama modernîteyê dîtine. Her çiqas piştî rexneyên teorisyenên wek Smith û Connor yên modernîst, wek Anderson, Hobsbawm (Hobsbawm & Ranger, 2006), Gellner (Milliyetçiliğe Bakmak, 2016) pejirandin ku kokên neteweyan di antîkîteyê de ne, dîsa jî îdia dikin netewe di eslê xwe de berhem an projeyek e ku ji aliyê bijarteyên modernîst hatiye sêwirandin. Hejmara kesên ku neteweyê wek diyardeyekê ne, lê wek honaka neteweperweran (carna ya burjuwaziyê) dibînin gelek in. Ji ber du sedeman em dikarin li vê tezê îtiraz bikin. A ewil, îdiayeke mantiqî ye. Pêwendiya navbera netewe û neteweperweran dikare bê şibandin pêwendiya navbera masî û masîgirê. Ger masî tunebû wê masîgir jî tunebûya! A duyem, lêkolîna ampîrîk ya Horch ku derbarê neteweyên şiyarbûyî yên Ewropayê de bi berfirehî û berawirdkî amade kiriye, raberî me dike ku di nav pêşengên destpêka nasnameya neteweyî de, di heyamên cuda de, gelek tebeqeyên cuda hebûne (Hroch, 2011).

Anderson û Gellner neteweyê wek projeyeke bijarteyan dibînin. Wek mînak, di ser mînaka “leşkerê meçhûl” re dibêje netewe jî wek cimaetên dînî bi rêya sêwirandinê hatiye sazkirin (Anderson, 1991, rr.20-23). Dibêje bi saya modernîte, xwendin-nivîsandin û çapameniyê çandeke hevpar û hesteke cimaetî çêbûye û ji bo zimanê standart ên îro tên bikaranîn jî dibêje.

Gellner û Anderson bi taybetî di mînakên xwe de cî didin Tirkiyeyê. Beriya her tiştî, neteweya kurd ku mafê bikaranîna zimanê wan ji destê wan hatiye girtin, bi wêjeya devkî nasnameya xwe ya neteweyî bi awayekî xurt didomîne. Her çiqas dirûşmeya “Kurdistana muxayel li vir veşartî ye” bê gotin jî, neteweya kurd ne bo dewletê ne bo Anderson û Gellner ne tiştekî îcadkirî an texeyulkirî ye. A din, gelo modernîst wê çawa rave bikin ku zimanê almanî, fransî yan spanyolî, digel hebûna latîniya xurt, bo çi ji holê ranebûn! Neteweya Anderson û Gellner encax dikare halên pir îstisnayî yên projeyeke honakî ya moderniteyê rave bike. Wek mînak, konsepta neteweyê ya li Tirkiyeyê projeyeke bijarteyan e û hemû gelên xeynî tirkan bî vê sêwirînê wek tirk hatine qebûlkirin.

Wek ku Smith dibêje, girêyeke organîk heye di navbera nasnameya etnîk û ya neteweyî de. Loma modelên neteweyî yên li ser nasnameyên etnîk bilind dibin gelekî bi îstîkrartir in û ji aliyê sosyolojîk ve jî biberekettir in (Smith, 2014, r.73). Neteweyên DYA (USA), Awistralya an Arjantînê ku eweliyatek wan a etnîk tuneye mînakên îstisnayî ne. Lê ev halên îstisnayî dikare piraniya pêşveçûna werarî ya civak, etnîsîte an neteweyên li cîhanê temsîl bike. Ji ber vê, anormalî ne lê geşedanên dîrokî yên rewa divê bibe bingeh ji bo encamên lêkolînên zanistî.

Girîngiya nasnameyê

A rast, modernîst li bende bûn ku aîdiyeta etnîk û nasnameya neteweyî bi refahê bên îkamekirin. Lê modernbûn du serê wê hebûn, li aliyêkî wê bandora hatiniya aborî li aliyê din bandora hişmendiyê hebû. Belki bi saya zêdebûna hatiniya xwe wê ji şerê nasnameyî feraxat bikira lê ji aliyekî ve bi geşbûna aborî re wê hişmendî jî bilind bibûya û bi amrazên cudatir şerê bo mafê xwe bimeşandina. Lê wek wan derneket. Wek ku Nairn gotiye, di eslê xwe de û baş e ku kes eslê xwe yî xwemalî winda nake (Nairn, 2015, r.79). “Ez bawer nakim ku mirovatiyê, ji bo li hemberî macdonaldbûnê, îslamîbûn an bernameyên telewizyonê yên sibehan têk biçin, împeratorî bi erdê ve rakiribin” (Nairn, 2015, r.124).

Tişta li bende bûn nebû, bi modernbûnê re etnîsîte jî modern bûn û di warê nasnameyê de berxwedaneke nedîtî nîşan dan. Heta niha di nav nasnameyên civakî de herî zêde bo nasnameyên neteweyî an etnîk bedel hat dayin. Gelo bo çi mirov an civak ewqas amade ne bo van nasnameyan bedelên giran bidin?

Du rehendên pêkhateyên nasnameya neteweyî hene; yek ji pêkhateyan derûnî yanê rehenda hestî ye, a din pêkhateya sosyolojîk (çandî) û ya siyasî ye. Etnîsîte di çêbûna nasnameyên kom û takekesan de roleke girîng dilîze. Loma aîdiyeta etnîk pêdiviyeke hestî ye. Li gor ramangerê kanadayî Michael McDonald ji aliyê çêkirina nasnameyê fenomena çêbûna komê, bi rêya qebûlditîna hundirîn a komeke etnîkî û çêbûna wê ya di demeke dirêj de gelekî girîngtir û zexmtir e, ji yekitiya armancê, ku komên li ser berjewendiyên hevpar ava bûne li ser xwe dihêle, (McDonald, 1986, r.120).

Piştgiriya di nav komên etnîk de, tevgerîna wan û bi taybetî berdewamiya wê fenomeneke tarîfa wê zehmet e û tenê bi desthilatdariya bijarteyan û teoriyên derbarê berjewendiyan de nikare bê ravekirin. Ev pirsa ku takekesên endamên komeke etnîk in çima, wek mînak, di nav komên çînî an yên din î siyasî de birêxistinî nabin, çima di nasnameya xwe de israr dikin, heta mirinê jî didin ber çavê xwe, divê baş bê lêkolandin.

Antropolog Arnold L. Epstein ku di warê berxwedêriya kêmarên etnîk de dixebite, xwedî konsepteke berfireh a etnîsîteyê ye. Di sêwirîna wî de nasnameya etnîk encama têgihîna hundirîn, û bertek û hevbandoriyên derveyî ne ku li hev bandor dikin. Li gor Epstein, “çanda mahrem” (intimate culture), ji bo nasnameya etnîk roleke mezin dilîze. Wek “tevgera etnîk” hin nirx û helwestên ku di jiyana rojane de xuya dikin, wek nasnameya etnîk bi taybetî di zarokatî û ciwantiyê de tên veguhêztin. Ji ber vê, dîrok bo nasnameya etnîk/neteweyî rola navbeynkariyê dilîze. Di nav vê peywendê de, dîrok derfet dide berdewamiya komê û ya takekes (xwe-bûyîn). Hestên nasnameya etnîk ji merivatiyê, temasên şexsî yên wek derdor/têkiliya bi hevalan re û tora têkiliyên li ser hev siwar dibin pêk tê. Hevbandoriyên bi vî awayî ewlehî, bawerî, qebûldîtin û hesta biqedirbûnê çêdikin (Epstein, 1978). Nasnameyên etnîk/neteweyî wek malbatê nasnameyên esasî ne, yanê ew wan hilnabijêrin. Loma ev nasname ne zû bi zû çêdibin ne bi hêsanî winda dibin. Wek endamtiya tîmeke futbolê an partiyeke siyasî ku em wan hildibijêrin, bi qasî ketina nav wan derketina ji wan jî rihet e (Garip, 2012).

Epstein berxwedêriya koma etnîk bi pêdiviyên hundirîn lê bi taybetî jî bi yên derveyî ve girê dide. Li vir, ji ber ku çi takekes çi kom be li ser çavkanî û hêza pênasekirin/desthilatdariyê di nav rakêşiyê de ne, aîdiyeta etnîk jî dikeve bin bandora kombûnên desthilatdarî û berjewendiyan (Epstein, 1978, r.100).

Dema em di çarçoveyeke fireh de binêrin, ji pênaseya neteweyê ya wan neteweyan em dikarin fam bikin ka çima kom girîngî didin nasnameya neteweyî.

Axeke hevpar: Sedema li pişt romantîzekirina welêt ew e ku ew ax ciyê lêjiyînê yê hevpar e. Yanê ev romantîzm ne xweşkirineke utopîk e, helbesteke ku bo warê jiyanê hatiye terxankirin. Beriya her tiştî ew ji aliyê fizîkî ve tevî dewlemendiyên xwe yên binerd û sererd ciyekî lêjiyanê dabîn dike. A din, ew war e ku çanda hevpar li ser wê çêbûye.

Bîra hevpar û dîrok: Bîra hevpar, mîrata hilberîna kolektîf e ku kom wê di nav berdewamiyekê de dewr digrin. Wek mînak, dîrok û bîra hevpar di nav zimên de hatine kodkirin. Hemû ev nerît, bo mîrata dîrokî, etnîsîte/neteweyê sermiyaneke bêhempa ya zanîn û çandê ye. Ligel vê, ruhê hevpar ê komê, komê û endamên wê li hemberî metirsiyên derveyî diparêze.

Encam

Çawa ku hiqûqa gerdûnî, li ser hîmê edaletê di warê maf û azadiyê de bêyî ku cudatî têxe navbera nijad, dîn û zimanan her kesî dike xwedî mafê wekhev, di warê mafên koman de jî ku takekes tê de şikil digre, maf û azadiya ku huquqa navneteweyî diyar kiriye, çi mezin çi biçûk hemû kom divê wek hev jê îstifade bikin. Ger em etnîsîte an neteweyan wek civatên mezin, cimaetan wek komên biçûk pênase bikin, hemû kom lazim e ji hemû azadi û mafan bi qasî hev îstifade bikin. Çawa ku azadî û mafên bingehîn li ser nayê bazarkirin, nayê dewrkirin û nayê parçekirin, mafên koman ên hevpar jî, wek dîn, ziman, ax hwd. azadî û mafên bi vî rengî ne. Bi qewlê Connor, ji ber ku di qada navneteweyî de hin kom ji van mafên xwe bêpar tên hiştin, pevçûnên etnîk û neteweyî derdikevin. Connor diyar dike ku ji 5000an3 zêdetir komên etnîk hene lê ji van ji sedî 10ê wan, mafê wan dewletbûnê heye. Dest nîşan dike ku alozî ji vir derdikeve û sedema pevçûnan ne ew etnîsîteyên serhildêr in lê bêparhiştina wan a ji vî mafî ye.

Ferqek heye di navbera neteweperweriya ku yên serwer kirine amraza tepisandinê û neteweperweriya rewa ku bo azadbûna bindestan pêwîst e. Teoriyên serdest (Gellner, Andersen, Hobsbawm hwd.) ku neteweperweriyê li gor rojava û bi rêbazên serwer rave dikin, kêmasiyeke wan heye ku nahêlin em vê ferqê bibînin. Teoriyên dijber (Smith, Connor hwd) ku him kêmasiyên teoriyên serdest eşkere dikin him ruwangeyeke nû pêşkêş dikin derbarê netewe û neteweperweriyê de lê kêm kes haya wan ji van teoriyan heye. Ev jî bi awayekî yekser an neyekser bi rêya teorîk xizmeta îdiayên serweran dike ku wan li hemberî têkoşîna bindestan a azadî û nasnameyê saz kirine. Tehekuma teorîk mêtingeriya niha rewa dike lê di heman demê de vê mêtingeriyê ji nû ve hildiberîne. Neteweperweriya kurdî muzdarîb e ji rexneyên him ji hundir him ji derve ku bi rêya referansdayina teoriyên serdest tên kirin.

Neteweperweriya neteweyên serwer, ser navê gerdûnîbûnê bedelê şerê giran ên etnîk li ser pişta neteweperweriya naletî ya xumamî dike û ji aliyekî ve him sucên xwe bin cilik dike, ji aliyekî ve jî nahêle neteweyên bindest derkevin ser dikê. Neteweperweriya serwer tevgereke bêmilkkirin/bêkokkirin û bênasnamekirinê ye. Talana welat û çandê mînakeke baş e bo vê. Medeniyeta çandên zincîrkirî tê xespkirin û ji medeniyetê tên derxistin. Tişta hatiye serê çanda aztek, maya, afrîka û kurdan ev e. Loma notirvanên neteweyên serwer, li ser navê lanetkirina neteweperweriyê beriya ku wek “biricimkirina şeytên” dest bi biricimkirina notirvanên nerîtan bikin, hewcedariya wan bi ayîna “derxistina şeytanê hundirê xwe” heye. Taylor xwe dispêre mecbûriyeta kategorîk a Kant û dibêje her insan yekta ye û resen e û lazim e her kes ji vê yektabûn û reseniya di xwezayê de heye sadiq bin û rêz bîgre. Helbet vê tehemula beramber wek tiştekî luks ne lê wek pêşmerca bihevrejiyanê dibîne. Lê vê tenê bo takekesan nabêje bo koman jî diparêze (Taylor, 1993).

Neteweperwerî di destê neteweyê bindest de amraz/îdeolojiyeke girîng a azadiyê ye. Erkeke wê ya girîng heye bo vejandin an zelalkirina hişmendiya neteweyî ku tê xwestin bê xesandin. Komên ku hişmendiya wan a etnîk/neteweyî hatiye xesandin xwebaweriya wan kêm e, di baxçeyê hişmendiya kesên din de dîl hatine girtin. Loma dikarin afirîneriya xwe jî winda bikin. Wek ku bo neteweperweriya hemû bindestan pêwîst e, divê neteweperweriya kurd jî di nav vê çarçoveyê de li ser bê fikirîn, wateya xwe ya heqîqî bibîne û zemîna wê ya meşrû bê dîtin.

Nîşe: Ev nivîs bi saya derfetên madî û manewî yên Weqfa Lêkolînên Civakî (Sosyal Araştırmalar Vakfı) hatiye nivîsandin. Spasdar im bo wan.

 

1 “One explanation that has been overlooked is that the surge of ethnonationalism among Basques, Bretons, Welsh, and other such groups reflects a quite natural and perhaps even predictable stage in a process that has been underway for approximately two centuries” (Connor 1994: 169).

2 Smith, bo birêxistinkirina etnîk a berwarî filistînî, normandiyayan dide, bo bêrêxistinkirina etnîk a berjor jî îrlandî, baskî û katalanan mînak dide (2014, 91). Divê bo birêxistinkirina berwarî kurd jî wek mînak bê dayin.

3 Kymlicka, Will (1995) The Rights of Minority Cultures. New York: Oxford University Press. “Introduction:” rr.1–27.

 

ÇAVKANÎ

Anderson, B. (1991). Hayali Cemaatler. (I. Savaşır, Trans.) Istanbul, Türkiye: Metis.

Connor, W. (1994). Ethno Nationalism. Princeton.

Epstein, A. L. (1978). Ethos and Identity: Three Studies in Ethnicity. London, Engl;and: Tawistock.

Garip, S. I. (2012). Ethnische Konflikte im Vergleich:Baskenland-Kurdistan. Berlin, Almanya: Lit Verlag.

Gellner, E. (2016). Milliyetciliğe Bakmak. (N. Soyarik, & Ö. Saltuk, Trans.) Istanbul, Türkiye: Iletişim.

Hobsbawm, E. J., & Ranger, T. (2006). Geleneğin Icadi. (M. M. Şahin, Trans.) Istanbul, Türkiye: Agora Kitaplığı.

Hroch, m. (2011). Avrupada Milli Uyanış (1 ed.). (A. Özdemir , Trans.) Istanbul, Türkiye: iletisim.

Hroch, M. (1985). Das Erwachen kleiner Nationen als Problem der komparativen sozialgeschichtlichen Forschung. In H. A. Winkler, & H. A. Winkler (Ed.), Nationalismus. Konigstein, Deutschland.

Jahn, E. (2015). Politische Streitfragen (Vol. weltpolitische Herausforderungen). Wiesbaden, Almanya: Springer.

Kymlicka, Will (1995) The Rights of Minority Cultures. New York: Oxford University Press. “Introduction”.

Mcdonald, M. (1986). Collective Rights and Tyranny. University of Ottowa Quarterly , 56, 115-120.

Nairn, T. (2015). Miliyetçiliğin Yüzleri (1 ed.). (S. Kırdar, & M. Ratip, Trans.) istanbul, Turkiye.

Smith, A. D. (2014). Milli Kimlik (7 ed.). (B. S. Şener, Trans.) Istanbul, Türkiye Iletisim.

Taylor, C. (1993). Multikulturalismus und die Politik der Anerkennung.

Taylor, C. (2002). Wie viel Gemeinschft braucht die Demokratie. Frankfurt am Main, Deutschland.

Share.

Leave A Reply