Xwendinek bo Beyannameya Helbesta Pêşrew a Kurdî (dakar)

ÎBRAHÎM ÊHMEDÎ NIYA – JI SORANÎ: DÎNDAR MISTEFA ZÊBARÎ*

destpêka babetî

Ji destpêka sala 1990î a zaynî da cure rawestan û mandîbûnekê pêşiya helbesta rojhelatê Kurdistanê girtibû, ji bizavê lkar ket bû, piraniya ew helbestvanên berniyas li jêr sêber û karîgerî û bandora edebê berhengarî a helbestvanên herdu aliyên rewt û bizava edebî ya “Riwange” û “Grûpa Kerkukê” kifrîda bûn, her ji ber wê yekê jî byavê nuykirinê û dahênanê û derbasbûnê di vî kawdanî da gelekî berteng bû, ji bo derbasbûnê jvê rawestana neliv, dalyê guherîn û gorankariyên bingehînên byavê helbestê da, paşan nêzî du salan çend şa’rekan xebat û têkuşîna wan hebû, ewan beyannameya projê helbesta pêşrew a kurdî ya brenyas bi “Dakar”hazir kir û belav kir. “Dakar” xaleka bingehîn û werçerxanê bû di helbesta rojhelatê da û her ew jî bo dema helbest kiriye xwedî pênasa taybet bi xwe û ji mendibûnê û paşkuyatyê (paşvemayn)ê azad kiriye. Dakar bangewazyek diyar bû ji bo derbasbûnê li vê sêberê, her çi qasî be tanî niha ew sêber bi kêmî yan zorî be her a mayî. Amaderkin û nivîsîna beyannameya “Dakar” ji aliyê her yek ji Azad Rustemî, Bîhzad Kurdistanî, Îbrahîm Ehmedî Niya ve cihê xwe girt û li dawiyê her çende kesên din weke heval û hugir û rawêjkar beşdarî rewtê yan vê bizavê bûn. Helbesta “Dakar” li dû gurîn û xwandina serdemî û mîtud û tîwrên edebî, bizavkirin ku dîskursê zal û xiraba babsalarî û têk da bişkênît û grîngiyeka zortir bi pêkhata zimanê helbestê bidet. Li dû zanistê nîşannasyê (semiologiy)ê Ferdinand de Saussure, helbesteka amajepêkrî îna berhem, ko amajepêkrî di nuy cuda bûn. Pitir giringî bi xwazeyên nuy dida ji aliyê form û ciwankariyê ve. Her dîsan curekê din a çîroka kurt bi navê (çirkane) pênase û pêşniyar kir, ko li ser binçîneya helbesta folklora kurdî xwedî hinek xasyet û taybetmendî bû. Ev projê henê ê ş’rî dema ko xweya bûy sê semtên nuy di qada edebê cîhanî da hebûn: pêkhatxwazî, bnemaşikandin, şîrovekirina têksitî (hêrmênotîka).

Peyvên sereke: Dakar, çirkane, Sware Îlxanîzade, helbesta beringarî, noxazî.

Rêka xwandinê

Di vê gotarê da bizav têkrin behsa wî bagrawendê civakî û edebî bihête xweyakirin ko projê “Dakar” di nav da ji dayik bûy, dîsan paşî çewanya hecim girtin û nivîsîn û belavbûna beyannama “Dakar” dê were şîrovekirin û bi dirêjî wê têkista beyannama “Dakar” bi deyne ber destê xwendevanan. Paşî emê behsa wî curê kurte helbestê bikin ewa bi navê (çirkane) ko ji aliyê “Dakar”ê ve hatî pêşniyarkirin, bo vê mebestê jî babebetek ko di van salan da bi navê: çirkane, mesafeyeka spî di nav (bêdengî û duwan)ê da hatibû belavkirin, dîsa cardin emê di vê rêda belav bikin.

Berahîk

Bo behiskirina helbesta pêşîn a kurdî (Dakar) em neçar in bi kurtî awirekê bideyne wî barûdox û rewş û etmusfêrê ko li despêka 1990da helbesta rojhelata Kurdistana tê da derbas bûye, dibe ku di çend byav (mecal) û kujyên cuda cuda da ev duxa henê ko proja turê pêşrewa kurdî (Dakar)ê tê da hatîye hebûnê şîrove bikin, lewma ji ber ko mecal kêm heye li vir, ezê bizavê bikem bi kurt û kurmancî serebabetan desnîşan bikim.

Kawdan û bareduxê serhildana Dakarê

Ji riwangeha aliyê siyasî –civakî û bûyerên gring û hestiyar ve: dehka 1370 (1992)ê a hetava zemenî derketina hindek rûydan û pêşhat û alûzî û alûgirya bi awayekê rasterast û ne rasterast bandora xwe hebûye li ser tore û çanda hunerî bi giştî û prosêsa berhem anîna edebî – hunerî kelturî. Zêdebûn û diyarbûna nûyatiyên modernizmî û di hindurê civakê me yê û guhartina pêkhata hizrî û kelturya civaka kurdî, ber bi pêşçûna teknolojî û medyayî û ragehandinê bi awayek giştî û hebûna weşanê, bilindibûna astê mirovan, pirsgirîkên mezin yên ko di şerê 8 salyê di navbera herdû welatên Îran û ‘Êraqê da weke pirsgirîkên aborî û bêkariyê û serhildana bizava reformxwazeyî li Îranê, zêdebûna hejmara zanîngeh û şagirdan, zêdebûn û mezinbûna bê hisaba jimara runiştvanên bajêran ya bê bername û plan, gurankariyên navçeyî û dirustibûna giyanekê bi navê herêma Kurdistanê û piştra arîşeya hebûna şerê navxweyî û parçebûna Yekêtiya Sovyetan bi dawî hatina şerê sar û rûxan û jinavbirina dîwarê Berlînê dirustbûna çend welat û dewletên xweser û taze, serhi ldan yan xweyabûna hez û xwestek û asoyên nû di jiyana civakî û takekesî yên xelkî û şadbûna bi têgehên nû û taze weke: mafê mirovî, takayetîybûn, humanîzm, lîbralîzm, ploralîzm, nasname, maf û azadiya takekesya dest bi serda girtî.

Di rastî da em dikarin bêjin ko li dawiya çerxê bîstan û despêka çerxê aniha li dûryana cudabûna cîhana analog -menelogî û dunyaya dîcîtal- diyaloga hemereng û herwesan ser ji nû darêtna nexşeya rojhelata navîn bi dîzayna welatên zaldest û zilhêz, herdîsan ber bi pêşveçûyina têgehê rêjeyî û xwevekêşana kevneşopî û metafîzîkî li hemberî modernîzmeka leng û lawaz da, ko bi tenêhindek derbasî nava civaka mehat kirin ko beşa herî zor hêş negehiştiye rojhelata navîn yan sînorê rojhelata navîn derbas nekiriye.

Li durra edebiyatê berî hebûn yan serheldana bizava Dakarê: cihê amajebokirinê ye ko helbestvanên rojhelat li ser dû beryan hatibûn parvekirin:

  1. Helbestvanên nîv klasîk û alîgirên rêbaza klasîk weke: mamusta Hêmin û Hejar û Heqîqî û Awat û … Çend kesên din ko şagirdên wan bûn û hebûna xwe hebû di nav wan da, her çende hinek ji wan di jiyan da nemayne, welê helbesta wan karîgerî û kartêkirina xwe hebûye.
  2. Bereya helbestvanên nûxwaz: eger di vî warî da Sware Îlxanîzade weke endazyar û şarezayek di prosêsa nûxwaziya helbesta kurdî em wêne bikeyn, ji ber egerê mêrserya wî hîlak bûna wî ko hemî jyê xwe di xizmeta dahênana helbestê da terxankir, û ji ber egera rewş û baredûxên wê demê yên welatê Îranê ko heta demekê dirêj helbestên wî nehatin belavkirin û çapkirin. Ji bilî vê yekê ko hejmara helbestên wî bi zimanê kurdî gelekê kêm bûn. Her ji ber hindê jî piştî Swarey ço kes tunnebû bibe şagrid û alîgirê rêbaz û şêwazê wî. Cihê daxê ye nivşê piştî Swarey ko ji helbestvan: Helo (Mueydzade) û Çawe (Fatîh Şîxelîslamî) û Hawar (‘Elî Hesenyanî) berhemekê diyar û aşkira û ji hejî pêşkêşî qada helbesta nû ya kurdî nekir, li demekê ko ev bizava nû gelekî pêdivî bi vê çendê bû, her êk ji wan ber bi avarekê xweser çûn û helbest bo karê paşîn yê wan piştî kar u bizavên dî yên wan dihat. Piştî wan jî çend kesan berhemên xwe di govara Sirwe û piştra li govara Awêne û yek dû belavkên ku heynyê carekê belav dibin kêm kêm navê wan dihat dîtin. Ev bereye zêdetir li jêrkarîgerya helbestvanên başûr da bûn bi tayetetî helbestvan: Şêrku Bêkes, ‘Ebdulla peşêw, Letîf Helmet, û ta astekê kêm Refîq Sabîr û Enwer Mihemed. Zaldestya gotara edebê berhengarî a başurê Kurdistanê li ser vê rewtê hebû bi zurî di nav helbesta wan da xweya dibû û kemêtir karîgerya helbesta farsî û biyanî û cîhanî li ser wan hebû. Di van helbesta da helbestvan weke zanayekî giştî û pir axiftin û bi tenê û babekê Descarts peyama xwe digehand xwendevanî û ew pişkdarî prosêsa xwendinê nedibû, mebesta wî jî tunebû ji bo ravekirin û şîrovekirin û pişkdarbûna çalaka xwendevanî, çenku têgeh bi asanî didane destê xwendevanî, xwendevanek ko her ji salên pêşyê biser rahatbû kesên weke Şukrulay Baban bi saz u muzîka derûnî, helbestê bixwînin hemû alên ciwantkarî û estetîkî û huneryên wê yek alî biket.

Nebûn yan kêmya dezgehên çap û weşanê bixwe egerekê din bû ji egerên dirustibûna cure prisgirîk (qeyran) û kêmya berhemên wek hev. Govara Sirwe dmaweyekê zurê jiyana xwe da (ne hemyê) tuşî diyardeya deverdarî û kesukî bû, biwar bû pênûsa lawên nûxwaz nehîla ko berhemên xwe bilav bikin. Hinek caran sernivîserê govarî bi tenê çar berhemên xwe di ên jimare da belav dikirin weke: çîrok, helbest, rexne, wergêran, li demekê ko ew bixwe ne helbestvan bû ne jî çîroknivês. Li başurê piştî şerê Kendavê û karesatên enfal û kêmya baranê û koça û dirustibûna herêma Kurdistanê û piştre şerê brakujiyê keş û hewayekê tjî reşbînî û bê hîvî bûnê cihê xwe girtibû. ‘Ebdula Peşêw ew çend sal bû çend gezên erdî û alayek kirbûne dilupeka hêvî û utopyayê, di wan rojand nivîsî bû:

Çemî umêd bû be awerro Alay şkawem bû be dû perَo?

Gelek helbestvan koçberî dervey welatî bibûn. Ew dazad nebûn û vederkirina helbestvanên vê derê û hemî egerên turey û civakî û siyasî, cure rawestyanek li hemberî helbesta desêka dehkên sala70ê a hetavî (1992) da dirustkiribû.

Serheldana Dakarê û nivêsandina manîfêstêyawê:

Em weke çend hevalek bi hestkirina vî kawdanî û piştra şadbûna me bi hizirmend û rexnegirên weke Bakhtîn û Lukacs û Barthes û Saussure û Ricour û kesên din yên farsên wê demê, me hest bi wê yekê kir ko lazim e em jî li gurey gurankaryên serdemê niha gurînekê helbestê da bikeyn dibyavê form û naverok û pêkhateyên helbestê bi taybet ji aliyê zimanî ve. Li despêka sala 1997 da bi rengekê cidî me dest bi kumbûn û axiftinê kir li ser hemî babetan û projeyek me pênasekir bi navê projê tureyê pêşrewê kurdî Dakar.

Di 17/11/ 1997 da me beyanameya despêkîya Dakarê nivîsand û me çar kesan îmze kir: Azad Rostemî, Îbrahîm Ehmedî Niya, Bêhzad Kurdistanî, Perwêz Ehmedko piştî çend mehekan vegerya bo bajêrê Silêmanyê. Şeş mehan piştî vê yekê beyanameya Dakarê hat nivêsîn -qerar bû di byavê çîrok û şanuyêda lîjneyek ji şarezayên vî byavî bihête pêk anîn û beyanameyeka taybet bi çîrok û şanuya Dakarê amade biken û belav biken, welê ji ber çend egerekan ev yek çênebû.

Di meha Cuzirdana 1998an da beyanameya Dakarê di heftî nameya sîrwanda bi navê 9 kesan hat belavkirin ko vê yekê jî serpêhatiya xwe heye, hem ji aliyê belavkirina lezgîn û nebûna hemahengyê beyannamê û hem jî ji aliyê zêdebûna navên endamên wê ji sê kesa bo neh kesan.

pêkhat û peregrafên beyannameya Dakarê

Beyannameya Dakarê weke hemî beyanameyên din yên wêjeyî û edebî heta astekê ya giştî bû. Li despêkî weke pêşekî behsa erk û berpirsyariya xwe diket bo piştevanîkirina bizava nûwazên turey û di vî warî da di çend peregrafekên cuda cuda de wan bzav û kesan dide xuyakirin ko dikevin nava vê bazneyê da. Di beşa duwan a vê beyannamê da binema û bingehên hizryên Dakarê di çend pergrafekand hatîne nivîsandin ko bi rengekê giştî sê babetên sereke li xwe digre: gurîn û gurankarî di pêkhata hizirya helbestvanî û mahyeta helbest çi ye, bikaranîna zimanî bi awayekê cuda ji zimanê berbelavê axiftina edebya serdem, gurîna form û kêşa helbestê.

Her yek ji van 10 peregrafan di giştî û xwedî teuykirnekê ne ku mirov dikare bi durûdrêjî behsa wan biket li duyf xwandinên serdemyane û ji aliyê metodên cuda cuda yên turey û rexney şîrove bike, bo dîmenê wê pergrafa dibêje: di wê semta nîşan û hêmayîn zimanê dirkandin û derbirînê da, vedîtenka din heye ko helbesta Dakarê divêt destê xwe bi ser dabgre, li vir dikarîn li ser hêmayên ziman yan her têgehekê zmanê ş’rê bîrbûçûnên hizirmend û feylesuf û rexnegrên weke Saussure, Heideger, Wittgenstein, Gadamer û zor kesên din bihête ravekirin û bi encaman bigehît. Dîsan hevdijya dijwar û bzehet di gel jiyanê cîhanê û vedernebûn yan derketin li kêşa birgeyî û gehiştin bi muzîka derûnî ya hevukî gelek rave û teorîzekirin jêra lazim e.

Piştî belavbûna beyanameya Dakarê hinek kesan ew rexne digirt ko êk ji kêşe yan aluzyên vê beyannamê ew bo ko berî têksit bihête hebûnê beyanname hat derkirinê, ev yek jî sînor û çarçovekê bo helbestvanî drust dike. Her ji ber hindê wan kesan dipirsî erê baştir nedibû li berahyê têksitê ciyawaz û orjînal bihête hebûnê ewca cardin bihête teorîzekirin? Di rastî da çend têkistek berayya belavbûna beyanamê çend têkistek weke çap bûn di belavokan û xwandinan wan di kurru semînarên edebî da hatibûne belavkirin, welê wê li wî demî weke pirtûk çi berhem nebûn, gelek beyannameyên din jî ev yek bi ser da hatîye, ev prisgirîkek mezin nebû; çenku me hinek pêşniyaz êxiste hemberî cemawerî û helbestvanan ji bo ko qeyranê derbaz bin ewa me li demê xweda hest pêkrî, eve ji bilî wê yekê ko ji ber çend egereka beyanname zûtir li ji vanê xwe hat belavkirinê.

Weke dyar her beyanamek xwedî pênas û prensîp û çarçovê taybete bi xweve, eger ne wê berev neman û helweşandinê biçe, giştî bûn û ravebxûvegirtina birgeyan wî byavî bo helbestvanî dide ko bikare bi tefsîra taybet a xwe ji hindek çarçov astengan rizgar bibe yan derbikeve.

Beyanameya Dakar li berîya hejmara çarê ya heftî nameya Sîrwan li berwarê Cuzirdana 1998a da belavbû, paşî li hejmara 4-5 govara Zrêbar, havîna 1999da cardin dûbare hat weşandin, li ser axiftin û ravekirina kurr û ruyiniştin û smînarên edebî. Li vir ji ber haydarbûna xwendevanê hêja têksit(deq)ê beyanama Dakar wê weke xwe bihête belavkirin.

Beyannameya helbesta pêşrew a kurdî ‘Dakar’

Dakar erkê ser milê xwe dizane ko piştevaniya wan bizavên edebî bike ko bo gehiştina dunyayeka taze di warê form û naverَokê da xwedî serborî û desthelat in.

  • ew kesên ku dîtineka ”felsefî, hunerî” ya aniha wan heye bo merovê hevçerx û dixwazin ko berhemên wan xudîka mezna gelê wan be.
  • ew kesên dixwazin ko berpirsayetyê pêxne ser milê cemawerî bo şirîn û xweşkirina jiyarê.
  • ew kesên danpêdanê bi rewşa derûnya însanê hevçerixda diken û niyet û xwastekên derûnî yên wan dibyavê aburî û ramyarî û civakî û felsefî da tên naskirin.
  • ewên dixwazin ji tureyê bergiriyê derbazbin wtureyekê xuser pêkbînin.
  • ewên dixwazin hebûna û kyanê xwe yê neteweyî brêka çewanya derbirîna zimanî xwe diyar bikin.
  • ewên ko guckê xwe bu hestê nehişyaryê nerm diken bi huyrî ew dixwazin ko medlulên zihnî nasbikin û hevdem digel şîrovekirina wana, û kawdanên li pişta van şîrovekirinan bideyne ber lêkolîn û rexnê.
  • ewên ko dixwazin bawerya wan hebe bixwe. Pişt bi hizra dahênanê û awreka lezgîn li dema burî biden, hevdem bi lezgîn jî vegerin dema niha û pêşe rojê li dû gavên edeba cîhanî bi rê kevin.
  • ewên ku bi çavekê rexnegirtnê berê xwe didene dema aniha ya gelê xwe û bizavê diken bo dirustkirina keş û hewayekê ji boy însanê “kurd” têda jidayik bibe.
  • ewên ku divêt ji dîtina aniha pêwendiyên sade û sakarên di navbera tiştan da bi helweşînin û pêwendiyeka nû di navbera wanda ser ji nû avabiken

Binemayên hiziryên Dakarê:

  • Dakar mektebeka edebî ya taybet niye bi serdemekê ve, welê bizaveka giştî ye bo hemî serdemekê.
  • helbesta Dakarê rexnegirtine ji dema burî, rexnegirtine ji dema niha û pêşerojê.
  • helbesta Dakarî derbaz bûne jketwarê tiştan bo gehiştin bi hezaran aliyên din yên nediyarên tiştan.
  • Di warê hêma û sîmbolên zimanê derbirînê da, vedîtneka din heye ko helbesta Dakarê dixwaze destê xwe li ser deyne.
  • helbesta Dakarê teqandineka ne asayî ye di zihnê cemawerîda rû didet.
  • helbesta Dakarê ji aliyê zimanî ve ya cudaye ji zimanê axiftina rojaneya xelkî û zimanê nebaşê tureyê serdem.
  • helbesta Dakarê vekirina tazetirîn dîtine bo wan dîmenên di endêşeya mirovî da.
  • helbesta Dakarê zêmareka behîndarî ye li dema xweşiyê û xweşî û şadiyeka bêsînore li dema behîndariyê da.
  • helbesta Dakarê hevirkyeka dijwar û bi zehmet e digel jiyanê û cîhanê da ne varîbûn waknicîbûn di asayiş û aramiyê û rîzgirtinê da.
  • helbesta Dakarê pireke bo derbazbûnê li kêşa birgeyî bo gehiştina muzîka derûnî ya hevukê.
  • helbesta Dakarê helbesteka bizvênere bi hirekeye (xweî bizav), li peyvekê bo peyveka din, li dîmenekê bo dîmenekê din, heta digehe formekê temam.

Fereydûn Erşedî, Îbrahîm Ehmedî Niya, Bêhzad Kurdistanî, Azad Rostemî, ‘Etay Nehayî, Muhemed Salleh Suzenî, ‘Elî Desmalî, Ûmêd Werzende, Peruyz Ehmed.*

*(avir: di rastî da beyannameya Dakarê ji aliyê sê kesan hat amadekirin û nivêsandin ji wan: Azad Rostemî, Îbrahîm Ehmedî Niya û Bêhzad Kurdistanî. Belê kêm ta zor ji aliyê çend kesên ku me li serî navê wan diyarkirî mi behsa wî karî kiribû, kak Perwêz Ehmed di nivîsîna beyanama despêkî da hevalê me bû, welî ew vegerya bo bajêrê Slêmanyê, hinek ji wan heta dema çap bûna vê beyannamê bi hîç awayekê haydarî vê beyanamê nebûn, bo mînak rêzdar kak ‘Etay Nehayî di yadaştnameyekê da ko di heftî nameya Sîrwanda belav kir, bê haydarbûna xwe li rewta nivêsîna beyanameya Dakarê xweyakir. Çapa lezgîn a beyanamê û zêdebûna navê şeş kesya babetekê din e û li vir mecal tuneye ko behsa wan bikin).

Çirkane

Ji bilî bizavên ciddî bo gurankaryên bingehîn li ser form û naveroka helbesta kurdî, yeke ji destvehatyên projeya Dakarê û naskirin û pênasekirina curekê kurte helbesta kurdî ye bi navê “çirkane”ko xwedî hinek saxet û taybetmendî ye, ji berhindê bver dibînim ew naskirina ko li demê xweda li govara Zrêbar da hatiye belavkirin ko çend çirkanên çar helbestvan li xwe girtibûn, bo xwendevanan bidem pêşya çavên xwendevanî.

Çirkane” mesafeyeka spî ye di navbera (bêdengiyê) û (axiftin)ê da.

Her çi qasî ko jiyana mirovî ya tijî ye ji rûydan wnehametên bê me’na ko li (zemen)î da cihê xwe girtiye û giyanê wî têkhelî bizavên (chî) diket, belê hind caran gyanê yaxî û takekesî li “dumahî»ê bê rehmane ji astenga havîbûnê û tnê bûnê wî perjan diken û ko derfet jêra tunebe û şîrovekirin û ravekirin û teqîmkirin lê dihêne zeftikrin. Di vê dema taybet da tinê tiştek ko dikare aramyê bidetê û ji “tunebûnê” azad bibe, teqandineka ji nişkekê ve ye ko bi lezgîn û di kurtirîn ko hêş nehatiye xweyakirin, teqandinek bi hêz û mezin ko berev kuyratya gerdûnê bibe û ji gumanê berev heyqetê û rastiyê biçe û xweya bike. Zihniyeta helbestvanî dwê sata taybet da bi rûntir nihênyan dibîne û hest bi gelek”mahyet”û “wcudhebûn“na xweser dike û bê ku ew bixwaze wî palde ko bi ‘ecibandin ewa dibîne hest pê diket û li jêr lêvîn xwe cardin dûbare dikeve, lewma ruhê wî têkhelî ruydan yan jî wê wesaîla zîndî dibe ko bi vî rengî “dilvît»û dibîte giyanekê “bizvêner».

“Çirkane” ew trîska helbestî ye ko di nav xelkî da ji bê agahiyeka temam li giyanê helbestvanî dihête deranîn û çipkandin. Ji aliyê qalbî ve gaveka din û ezmuneka tazye dibyavê helbestê da ko ji aliyê Dakarê ve dihête pêşniyarkirin. Ev çarçovê helbestî ku reh û rîşalên wê di nav xweya folklora kurdî da serhildaye, sîtemekê anihayê pêdaçûna mirovê serdem û hevçerxe bi tunêlîn taryên mahyeta civakî, siyasî û abûrî û felsefî û dîrokî da. Ditneka bilez lezgîn e, bruskeka tund û tîje ko hetanî dumahîk reh û rîşalên kuyrên jiyana hevçerx diçe û pêgehandineka kuyirddete destê me. Li dû wan bîr û hizrên slal “çirkan”ê ji aliyê qalbê helbestê ve ev taybetmendiyên jêrî hene:

  1. “çirkane” brêtî ye ji du “liqta” an “benda “ ko di kuka xweda hevdijî yek in yan xweser in ko di kûratî û binaxê de û di xalekê da li hev digehin û ketwarê helbestkiyê xwe pê xweya dikin.
  2. gyanê xweser ê “peyvê”û “terkîb – lêkdan”ê û “hevuk”kan dibe egerê duyr bûnê ji “birgê”û nêzîk bûne ji “muzîka derûnî” ko ev yek jî pirek û ezmuneke bo derbazbûn li “kêşa birgeyî”û dabînkirina helbesta evroya kurdî ye bi taybetmendiyên xuweve.
  3. “çirkane” li demekê ko xwedî “gutin”e di heman dem da “kiryara gutin”ê ye jî.
  4. “dîmen”yan “têwîr”ê kuyrê helbestvanî di her yek ji “bend”ên wî da rastyeyeka temam û negure.

“Çirkane” dikare ko heman ew taybetmendiyên ji bo helbesta “Dakarê” hatîn deynandin wê jî hebin. Mînakê vî şêwazê helbestê dibe ku di tek dêrên helbesta folklorî da -belê bi sîstemê birgeyî û di çarçoveyê helbesta klasîk daher dîsan di hinek gotinên mezinan da dihêne xweya kirin û dîtin, niha jî ji bo mînak evan çend “çirkane”yên xwarê ko ên çwar helbestvanê dê pêxîne ber destê xwendevanê hîja:

Bêhzad Kurdistanî Îbrahîm Ehmedî Niya

1

Hetaw
Pajney pêllawî kçêkî ladê Katêk “apolo»
‹eqllî daymey sefere!

1

Çya
Xoy le krasî befr û guman pêçawe Bllêy kotayî ew rêga sûre
Negate çeqellêkî zamdar?!

2

Daykim
Cantay seferî Hezar salle.
Maf
Keştîyekî bê derya!

2

Êstaman nadyar û
Ayinde nuqmî çarşêwî gumane Dargiwêzekan eyanewê bibne tabût Yan kursîyekî qutabxane?

 

3
Çrakan
Xew be çîyewe ebînin? Kerwêşk
Rastîyekan heşar edat!

3
Mang-meşxellî xorrayî-
Be ser çawane newtekanewe desûtê Ba erbaban dolar hellgozn
Bo sazdanî tfeng û
bordmanî roh!

4

Rûnakî
Poşakî beçêjî daristan Şewgar
Le çpey min û gllop Herasan!
***

4

Çwale çroy kird û Taray şkofey kirde ber Bhêlln asman
Nuqllî terze dabarênê! ***

Azad Rostemî Ezîz Nasrî

1

Roçney zemen daegîrsê Dîwarî tarîkî!

1

Mnallîm wergre Bestellek
Pirrmetrisî trîn şwêne bo pepûle

2
Tabûtî roj
le rohim da
eçênrê
Heqîqet
Le yexanî bêdengî da ronîştû!

2
Sefer be xêr
Ey juwanî hergîzm pê negeyiştû Byabanî katjimêr
nabrrêtewe

3
Gullî guman
be pjallî hewada hell krawe Dîwar
dîwar
dîwar!
***

3
Le perawêzî dilltda Wçanêk bo peyvîn bkerewe Sewzellanî
sersame
Be dem rakirdnî beharewe

4
Çon bgeme sllawêk Pepûle payîzekan
Nabê wedro bkewnewe!

Encam

Bi awayekê giştî dikarim bêjim projê Dakarê ew bizav û xebat û mandîbûna ko hatî kirinê, helbesta rojhelatî ber bi aqarekê din da hajut û birr, bi rengekê resmî (fermî) û bo êkem car manefêsteka helbestî belavkir û hêvênê tazekrinê û gurankaryeka ber belav îna qada hebûnê. Di her rewt bzaveka nuyixwazda ko piştî Dakarê hatîkirin weke: nûxaztir û helbesta post modernîzm û helbesta şêt û bereya çwaran û… Bê şik e ku berê xwedan û serincdana Dakarê hebûye. Dîsan Dakar karî bû helbesta vê parçeya cografî binase û li jêr karîgerî û paşkûbûna helbesta başûr azad bike. Têksitên xaretî şemame û medarî zuqim ûle baran û berhemên çend heval û hugrên din û çirkane û gelek berhemên piştî van bê şik cudahî heye digel helbesta li wî demî hey, helbet divê ko rexnegir û şarezayên edeba berawirkarî van cudahiyan tevlî hebken û rave û şîrove biken ko cihê daxê ye nebûn yan kêmbûna rexnegirên profesyonel û bêlayen ji zerer û ziyaniyên meziniyên qada edeb yan wêjeya kurdî ne. Weke xesaret nasya evê bizava helbestî em dikarîn du xalên sereke bideyn xweya kirin ko zere zi yan gehandîye projeya Dakarê û nehêlat weke pêdivî senga û gringiya xwe bide naskirin.

  1. -jêk veqetyana desteka damezrênerên wê piştî belavbûna beyanamê û neman û çûyina dû kesan, Azad Rostemî, Bêhzad Kurdistanî bo dervey welatî.
  2. -şîrove û teorîze nekirina wê beyanama belavkirî ji aliyê rexnegiran û desteka damezrandiyên wêve, çenku beyaname weke zorya beyanamên din ya giştî û ‘amî bû li ser birge û binemayên şîrovekarî xwendinên hûr bihatba encamdayîn.

 

*Dîndar Mistefa Zêbarî mamosteyê Beşa Ziman û Edebiyata Kurdî ya Zanîngeha Dihokê ye. Werger bi devoka bahdinî hatiye kirin. Bo baştir têgihiştina xwînerên bakurî rastnivîsa hin peyvan hatine guhertin. (ed.)

Kalîskeyek le Baran, azad rostemî, 1999.

Medarî Zuqim, Îbrahîm Ehmedî Nya, çapa Tîşk û Merîwan, 2001.

Xaretî Şemame, Bêhzad Kurdistanî, çapa Brûske, 2001.

-Guvara Zrêbar, Jimare 4-5, paîza 1378.

Heftî nameya Sîrwan, pêşî jimareya çwaran, Huzeyrana 1377.

Heftî nameya sîrwan, pêşî jmareya heştan, Puşpera 1377.

Share.

Leave A Reply