Hendesey Peyv le Şê’rî Şêt da Xwêndineweyêkî Şê’rekanî Yûnis Rezayî

REHBER MEHMÛDZADE – TÎPGUHÊZÎ: MÊHDÎ JAFARZADEH

Puxte: Em Witare Basêke Le Ser “Şîntirîn Betal” Yekemîn Komele Şê’rî Bilawkirawey Yûnis Rezayî. Şê’rî şêt şêwazêkî awangardî şê’rî kurdî ye ke dekirê bilyên pêwendîyêkî kem (belam nek sist) le gel koy deqekanî pêş xoy heye û her lew kate da detiwanê bo dahênanekanî diway xoy le deqekanî tazetir da nexşeyek dabirêjê. Yekêk le berçawtirîn taybetmendîyekanî em şêwe şê’re, pêkhatey na xetî û çeşnêk zawzêy wişe ye ke le nawî da debîndrê. Lem witare da hewl dirawe şê’rî şêt be çendîn mêtodî rexneyîyewe bixwêndrêtewe û çendîn pîşnîyar bo helsûkewtî xwêner le gel em çeşne şê’re hatûte arawe.

Peyvên sereke: şê’rî şêt, xwêndinewey pêkhate tewer, pêkhatey na xetî, nêwandeqêtî, şê’rî nwêy kurdî

(1)

Ke deqêkî edebî berhem dê, le rûwî çonîyetî pêwendî ew deqe le gel cîhanî deqekanî tirewe, çend pirsyar berceste debinewe:

  1. Ew deqe be hukmî xesletî nêwandeqêtî çi pêwendîyêkî pitew yan sistî le gel komeley deqekanî pêş xoy heye?
  2. Ew deqe çon detiwanê bibête binaxe û binemay ew deqaney diway ew berhem dên?

Eger wilamî hertk pirsyarî serewe bem çeşne bidrêtewe ke filane berhemî taybet, hem pêwendêykî pitewî le gel berhemekanî pêş xoy heye û hem ewende be pêze ke bibête binemay ew deqaney le dahatû da denûsirên, ewa ew cûte wilame, be aşkira xawenî ew delale ten ke ew deqe taybete be şêweyêkî remekî û xorsk berhem nehatûwe, belkû be pêy gelale yêkî darêjraw û be pêy mê’marîyek le naw menzûmey deqekanî dewr û piştî xoyda -kelem baseda ew menzûmeye, brîtîye le “komele y deqekanî şê’rî kurdî” -cêgayêkî şîyawî bo destnîşan kirawe.

Katêk degotirê deqêkî şê’rî, sereray ewey berhemêkî dahêneranh û nwêxwazaneye, debê xawenî ew taybetmendîyeş bê ke bikirê nawî deqêkî resenî kurdî le ser dabinrê û bitiwanê le keş û heway deqekanî kurdî da henase bikêşê, ew boçûne, bem manayeye ke berhemhênerî deqî kurdî debê ewende le karekey xoy dûr bêtewe heta bitiwanê lew mewda dûrewe birwanê ke deqekey le naw çi zemîneyêk da cêgir kirawe û qerare xoy bibête berhemhênerî çi zemîneyêkî tazeytir. Eger deqêk be çeşnêk berhem hatibê ke sisttirîn pêwendî le gel koy berhemekanî pêş xoy hebê û her lew katîş da, netiwanê bibête binaxey çeşne nûsînêkî taybetî le diway xoy da, karkirdî ew deqe, her be tenîya xwêndineweyêkî kem kelk e ke bo xwênerêkî be helkewt (tesadifî) yan xwênerêkî perwerde nekiraw, demênêtewe.

Ke wate berhemhênanî deq, pêwîstî be çeşnêk “muhendisî” heye, muhendisîyek ke ew tiwanaye bida be berhemhênerî deq heta hawkat le gel wênekirdinî nexşey rehendekanî afirandin û nwêkarî le deqekey da, nexşey wilatî deqekanî pêş xoy û herweha nexşey ew wilatey qerar e xoy beşêweyêkî le naxdahelgir (bilqowe) resmî bika, le ber çaw bê û be le berçawgirtinî tewawî ew ko têbînîyanewe, deqêkî edebî berhem bihênê. Em base demangeyenête encamêkî polênkarane bo lêkhelawardinî çend xaney cîyawaz ke bekirdewe bûnî xoyan le cugirafîyay şê’rî kurdî da selmandûwe:

(1) Xaney ew berhemaney zortirîn (uptewtirîn) pêwendîyan le gel berhemekanî pêş xoyan heye û boşîyan heye bibine makey komele deqêkî be lêşawî cîyawaz be pênase gelêkî taybetî le diway xoyan da.

(2) Xaney ew berhemaney her be tenîya le ser riştey pêwendîyan le gel berhemekanî pêş xoyan, dasukinawn û îtir lêhatûwî û guncanî berhem hênanewey deqî tazeyan nîye.

(3) Xaney ew berhemaney pêwendîyêkî kem (belam nek sist) yan le gel koy deqekanî pêş xoyan heye. Keçî deşitiwanin nexşeyêk darêjn bo dahênanekanî diway xoyan le deqekanî tazetir da.

Şê’rî “goran” deqêkî çak berhem hatûwî çak berhem hêner bû, wate lew polên kirdiney gorîn da, xaney yekemî pê debirê. Şê’rî “Peşêw” deqêkî çak berhem hatûwî dahênerane bû, belam tewawî qesey xoy le ziman Peşêwewe kird û dûpat kirdinewey ba le layen kesanêkî tirewe bûbê, dûpat kirdineweyêkî bê kelkî dengî Peşêw bûwe. Be watayêkîtir şê’rî Peşêw, her be tenîya tiwanay berhem hênanewey xoy heyew lem xanebendî kirdine, le xaney dûhem da cêgîr debê.

Aya bo xaney sêhem, le pantayî edebî kurdî da, komele deqêkî ew toman pê şik dê ke piraktîze bûnî ew çeşne pêwendîye le gel deqî pêş û deqî paş -ke taybet e bem xaneye- biselmênê. Ba carê berbendêk le beranber hurujmî wilamekanî guncawî ew pirsyare, berz keyinewe û be şêweyêkî katî piştî têbikeyin, em pirsyaretan wekû pirsyarî jimareyek le bîr bê.

(2)

Helbijardinî babetî “şêtî” wekû çemkî delale tî destkirdêkî zimanî, le çaw helbijardinî babetêkî tirî xeyrî em babete be şêweyêkî berfirawantir xawenî delale tî firelayen e. Pêdagirtin le ser çemkî “şêtî” le şê’r û çîrokî dewreyêkî taybetîda bû be sîmay berçawî edebî ew dewreye û diwayeş zor car be şêwey berudwa, belam be çeşnî cîya cîya, awazî bûnî xoy deçirî û semfonîyay manewey rêk dexist.

Nûsîn le barey şêtî, wekû normêkî kirdarî guncaw, bo helsûkewt le cêhanêkî şêt da û bo xo rêkxistin le gel em cîhane, nasira. “Nûsîn le barey şêtî, be hemû şêwe cîyacîyakanî komelayetîşîyewe deselatî xoy le bestênî edeb da destpêkird. Çend corî cîyawazî şêtî hebûn ke serincî nûseranîyan bo lay xoyan rakêşa: şêtî cengî sard, şêtî kê berkêy çek û çol, tawuyawekanî regezperstane le Amrîka, ajawe û pîyaw kujîyekanî deyey şêst û şêtî taze aşkira bûwî şerî Vêtinam.

Helbet şêtî le astî takekesîş da, beşêwey zor rengawreng, le gorê da bû weku xemokî û derûnpirûkî û hanekanî xokujî” (1) Cêge le tewawî ew tirajêdîyane, mirovî kurd, lem sedeye da karesate samnakekanî taybet be xoy jîyawe. Ewe raportêk bû lew barudoxey beriwalet awezmendanetirîn pasawî bo şêt bûn ya xud nûsîn le barey şêt bûn deda, aya ew pasawe bo ewe debê bibête pêşekîyek bo têkşikandinî eqlîyetî modêrn be taybetî û binyadî modernîte be giştî? Her çonêk bê, şê’rî Yûnis Rezayî, nawî şê’rî şêt–e, be bê ewey raşikawane basî şêtî bika.

(3)

Xudî “mana” çemkêkî sirk e û ew sirk bûneş, rêkkewtin le barey da dijwar deka. Betaybet, em rêkkewtine be şêwey be destewe danî pênaseyêkî zimaninasane bê û şeqlî zanistî bûnîşî pêwe dîyar bê. Ba te’bîrî “êmîl binwênîst” le mana bikeyine binemay basekeman: “manay wişe birîtî ye le tiwanay em wişeye bo têkel bûn le gel yeke zimanîyekanî tir”. Be derbirînêkî tir, manay wişe birîtîye le “tiwanistî têkelawî” em yekeye ke le naxî da heşar dirawe, em derbirîne xawenî çend delaletî şaraw e û lawekî ye:

– Yekem, tiwanist yan meylî têkelawî, dekirê rêje, yan piley bo dabinrê, wate girîmaney ewe bikeyin, hendêk le yeke zimanîyekan, xawenî meylêkî zorin bo têkelawî û le hendêk lem yekaneş da, rêjey ew meyl û tiwaniste, dadebezê û astî çalakî wişe le xwar e.

– Dûhem, eger ew meyle be şêwey tiwanistêkî heşardraw le naw yeke zimanîyekan da cêgîr bûbê, siruştî le nax da –helgirbûnî ew wezeye, wa dexwazê ke be şêweyêk le şêwe guncawekan, de karibikirê, wate heta manay yeke zimanîyekan, beşêwey dekar kirdinyan le pêkhatekanî sîntaksî cîyawaz da, neteqêndrêtewe, ew manaye, derfetî xoniwandinî nabê û herwa be dest-lê-nedrawî û be şêwey serbemor demênêtewe.

– Sêhem, eger em yeke xawen manaye –ke manakey çawerêy xoniwandin e– le şêwe sîntaksêkî taybetî da çak cêgay bo bikirêtewe, ewîş le wilam da, manay xoy azad deka û têkel be manay azad kirawî yekekanî tirî deka û bem şêweye, şebengêkî ravehelgir berhem dênê, belam her em yeke ye, eger le şêwe nehwêkî taybetî da, çak be kar nehênrabê û netiwanê tiwanay desewmilan bûnî le gel yekekanî tir pêşan bida, ewa manakey wekû pêşû, le naxî da terîk dexatewe.

Be kurtî, axêwer –nûserêkî taybetî, detiwanê dewrêkî zor çalak bida be heman ew wişeye ke axêwer –nûserêkî tir, bewperî sistîyewe be karî hênawe. Wzey kokirawe û heşar dirawî wişe, çon deteqêndrêtewew azad dekirê? Xwêneranî şê’r wa lêrahatûn, le çûne pêş be ser hêle kanî asoyî û estûnî şê’r da, dane dane wişekan bixwêninewe û be seryan da têperin, çunke be şêwey asayî, yekemîn bekarhênanî wişe le naw hêlî şê’rî da, diwayîn bekarhênanîşîyetî û kem waheye heman wişe, be şêwey cîyawazîtir, awrî lê bidrêtewe. Le rastî da siruştî hêlî bûnî ew şê’rane, helgirî ew çeşne mamele kirdine le gel yekekanî zimanî ye.

Şê’rî şêt, le yekem hengawî qalib-şikênane da, em çeşne helsûkewte bawe le gel wişe weladenê, sîstemî hêlî natiwanê zerfîyetekanî wişe, be tewawî helêncê. Çunke her be tenîya derfetî têperînêkî serepêyî belay wişe da derexisênê. Helêncanî nawaxinî wişe pêwîstî heye be sûraneweyêkî berdewam be dewrî wişe û riwanîn bo ew yekeye, le hemû suçe guncawekanîyewe. Ew çeşne sûraneweyeş, pêwîstî be têkşikandinî sîstemî hêlî û karkirdin le naw sîstmêkî bazneyî û pêrîyodêk daye ke bikirê têy da jimarey bekarhênane cîyawazekanî wişe yan frêkansî çend pat bûnewey yekekan biçête ser. Le şê’rî şêt da, kesayetî dedrê be wişe yan be derbirinêkî drusttir, çendîn kesayetî cîyawaz dedrê be wişe û her care, be gwêrey yekêk lew kesayetîyanewe, mamele û helsûkewtî le gel dekirê.

Lew şêwe şê’re da, wişe wekû objeyêkî spî çawî lê dekirê ke deşê be hoy hemû rengekanewe tîşkî bixirête ser û be pêy cîyawazî rengî tîşkekan, her car şahîdî rengdaneweyêkî taybetî bîn. Ba be arasteyêkî wîşkî tewaw serjimêrkeranewe, şê’rî şikest wekû nimûneyêk bixwênînewe û bikewîne jmardinî nmûdî wişekanî xawen kesayetî ew şê’re:

Şikest

Çîha goranî le şkst û sersamîm

Çîha tenîyayî le şê’r û dilm

Çîha xuda le to û to da
Şarawe

Sersamîm şarawetirîn goranî şikest (çîha şê’r le to da)

Tenîyayî xudayîtirîn goranî (çîha şaranewe le dil da)

Her dirêjey xom e ew dûkele sersame Emsûtênê wek peyv
Peyvî sûtanim le ebed da
Çîha to dexwazê

Her pêwendî xome em şaraweyye Emhonêtewe wek xuda
Xuday şê’rm le ezel da şarawetirîn to Çîha goranî le şikest û sersamîm

Le tenîyayî û şê’rm Çîha xuda le bizet da Ehonmewe
Bimmire –ta

Çîha kotayî

Jimarey nimûdî wişekan bem şêweye:
Şikest, goranî, sersam, sersamî, tenîyayî: 3 nimûd Şarawe– şaranewe: 4 nimûd.
Xuda– xudayî, to: 5 nimûd.
Xom, şê’r, peyv: 2 nimûd
Sebaret bem şê’re, çend wirde serincêk dexeyine rû:

– Yekem, eger xwêndinewekeman, be sakartirîn ravewe bibestînewe û bimanewê pêwendîyêk le nêwan em wişane da bidozînewe ke jimarey nimûdekanîyan wekû yeke, be sersurmanewe debînîn ke delaletêkî ciwan û rêtêçû, xoya debê, bem şêweye ke û şekanî şikest û goranî û sersamî û tenîyayî pêkewe deçne xaneyêkewew wişekanî xom û şê’r û peyv deçne xaneyêkî serbexowe û wişekanî to û xuda, deçne xaneyêkî cîyawazî tirewe. Aya lew berî pêwendî nêwan wişekanî “to” û “xuda” yan wişekanî “xo” û “şê’r” û “peyv” hîç delaletêk, xoy neşardotewe? Aya le meda ke wişey şê’r, ke gerçî le wişeyêkî wek goranî, nizîk e belam bem haleşewe nexirawete xaney şikest û sersamî û tenîyayî û le penay “xom” û “peyv” da cêgîr bûwe, manayêkî taybetî çirinekirawetewe?

– Dûwem, bo destnîşan kirdinî jimarey dûpat bûnewey yekekan, wişey “nimûd –m” bekarhênawe nek wişey car, hoyekeşî ewe bûwe serincî xwêner bo lay çonîyetî xistinerûwî kesayetîye cîyawazekanî wişe, rabikêşrê.

– Sêyem, le dêrî “çîha xuda le to û to da” gerçî toy yekem û toy dûwem, kut û mit xawenî yek cêgey nehwî lem risteye dan, belam dûpat bûnewey manadar û xawen delaletî em wişeye, serincî ravekar bo lay xurd bûnewe le bûne cîyawazekanî wişey “to” radekêşê, be watayêkî sadetir, ew karkirdey ke pêşitir her le naw pantay şê’rî şêt da be şêwey bexşînî rolekanî cîyawazî sîntaksî be wişeyêk pêk dehat, êsta be şêwey dûpat kirdinewey wişe, le heman cêge û pêgey nehwî da, berhem dêtewe. Ew pê dagirtine, hêmayêk e bo çonîyetî reg dakutan û pinc best bûnî wişe le naw deqî şê’rî şêt da.

(4)

Deqe şê’rîyekan, be pêy cîyawazî bunyadekanîyan, xwêndinewey cîyawaz heldegirin. Wate her xwêndineweyêkî taybet, çawî le deqêkî şê’rî taybet e, ba pêkewe sebaret be polênkirdinêk bo çonîyetî xwêndinewey deqe cîyawazekanî şê’r, pêk bêyin:

(1) Xwêndinewey pêkhate –tewer, bo ew deqaney, têyan da, hendese corawcorekanî gote, koy yekekanî zimanîyan girtote xo.

(2) Xwêndinewey teknîk –tewer, bo ew deqaney bekarhênanî teknîke corawcorekan têyan da, stratêjî deqeke destnîşan deka.

(3) Xwêndinewey gêranewe –tewer, bo ew deqaney bementîqêkî şa’îrane, guzariş lew cîhane tazew cîyawazane deken ke be hoy şêwekanî zimanî taze û be dûr le mentîqî rîyalîstî wêna dekirên.

(4) Xwêndinewey têkelaw bo ew deqaney, zor û kem xawenî her sêk taybetmendî amaje pêkirawî serewen.

Xwêndinewey pêkhate –tewer, dekirê bo ew şê’rane be kar bêhnrê ke le akamî yekêk le tiwanayekanî şa’îr– ke deşê be “muhendîsî wişe” yan “mî’marî gote” nawdêr bikirê –qeware degirin. Lew şê’rane da, prosey xwêndinewe, wek wird bûnewe lew pêwendîye sakar yan têkçindirawane dête arawe ke beşêwey (tenasub) û (teqabil) û (tewazî) gelale dekirên. Lem çeşne xwêndineweye da, bo berhest kirdinî pirsî “wedwa xiranî mana” (be t’wîq oftaden m’na) û pêşan danî qûlayî delaletekan, diway dozî newey her pêkhateyek ke m’îmarîyekey destnîşan kirawe, dekirê le piştî ew pêkhateye, hewl bideyin bo geyştin be pêkhateyêkî cîyawazî ewto ke bişê têy da, pêwendîyekanî firelayenî (tenasub) û (teqabil) û (tewazî), be şêweyêkî tazetir, gelale bikirên. Lem çeşne şê’re da, dekirê ew proseye be şêweyêkî berudwa û pêkhate diway pêkhate dûpat bêtewe.

Xwêndinewey teknîk –tewer, bo ew şê’rane ke têyan da, kelk le teknîke sade û têkçindrawekan, yan nasiraw û nenasirawekan wergîrabê, xwêndineweyêkî welam deru bekare. Lem çeşne şê’rane da, mercî pêwendî girtin le gel deqeke, birîtî ye le dozînewey teknîke şê’rîyekan lem deqe da, le halêk da le xwêndinewey pêkhate –tewer, pêwendî girtin le gel şê’r, bende bedozînewey darştey rawestaw yan rewanî deqeke.

Ma ez kuca bidanîm (baran eger kê bend neyayed) Der kudam îstgah pîyadê şudend

(ve asman eger kemî girftêter ez în kê hest) ez kudam otobûs în du nefer?

(perendêha eger kê rûyê şanêyê men – ma) (pêydayeş mîkunîm)

Lem şê’re da, teknîkêk be kar hênrawe ke xudî şa’îrekey, nawî (periş teda’îha) yan pazdanî bîrkêşekê –kanî le ser danawe (2): bem manaye ke tewawî ew deste wajaney le naw kewane dan, xoyan helqutandote naw hêlêkî cîyawazîtir. Bo hendêk le deqe şê’rîyekan, ne xwêndinewey pêkhate –tewer welamêkî le bar dedatewe û ne, xwêndinewey teknîk –tewer, çunke têyan da, ne mê’marî gote qise deka û ne teknîke tazekanîş deselatîyan heye. Belkû taybetmendî dîyar û şîyawî basî ew deqane tiwanayan bo xulqandinî ew keş û hewa taze û nenasirawneye ke têyan da henasekêşanî asayî dijwar e, lem keş û hewayane da, riwanînî asayî û gwêdanî asayî, ke hemûyan berhem hatûwî mentîqî têgeyştinî aşna, yan (ş’ûrî mutearif) in, wela denrên.

Hatinî ew çeşne deqe bo pantay şê’rî emro, şitêke wekû hatinî dastanekanî ‘îlmî û texeyulî û sîbrpanik bo bestênî edebê dastanî. Nimûne (şê’rî çinûr namîq Hesen):

Lew demewey ême û girîyan darbîyekanman kird be malî hatûçoy şewan Malawayî çolekekan bûn be daldey bêdengîman
Rûnakayî deykirdîn be herfî demî masîyekan
Meyusîman le aw dadekujanewe

Le diwayemîn şerî gunah
Deste têkalawekanî şepol çendîn car deyhondînewe
Ew demane sûtemenî newrozekan cîyawaz bûn /yekêk pencey tirsêkî pîrozî dekird be gir Hebû le firmêskekanî momêkî bala kurt da detwaye ser kaxeze reş nûsekan
Temê le sate wextêkî bê hana da, xeyalî xoy le nizirgey hetahetayî xewnêk da dekird behelm Şewê cestey semayekî sirî
Le hole xamoşekanî dîmokiratîyetî mandû

Şê’rî şêt, be kam yek lem xwêndinewanewe debê mameley le gel bikirê? Aya deqî em şê’re, deqêke ke teknîk têy da bilaw e yan hendese lêyewe xoy denwênê yan behoyewe, gêranewe, le ser rawe form deda be cîhan? Şê’rî şêt, le binaxe da, deqî pêkhate-tewer dekate malî manewey xoy, le hengawî dûwem da û be şêweyêkî kaltir, le çiwar çêwey ew maley gorîn da, teknîkekan têk dehalênê û le hengawî sêhem da, beşêweyêkî le wîş kaltir hêma bo gêranewey efsûne naaşnakan deka. Be derbrînêkî tir, şê’rî şêt le piley yekem da, deqêkî pêkhate-tewer û le piley dûwem da deqêkî teknîk-tewer û le piley sêhem da, deqêkî gêranewe-tewere. Wa heye le hendêk deqî şê’rî şêt da, taybetmendîyekanî teknîk tewereyî û gêranewe tewereyî cêgayan bigorinewe. Belam serwerî pêkhate tewerbûnî deqekan parêzirawan. Nimûney yekem:

Balêk hejan, balêk roçûn (1)
Balindeyêkî dijwar bo famî zeman – min – (2) Çawêk ewîn. Çawêk bize (3)
Serçaweyekî zulal bo şêtîm – to – (4) Balindeyêkî zulal im le helçûnî ewîn ta (5)
Ey balêk le şêtî (6)
Çaweyek le dijwarî zeman (7)

Ba pêkhatey twêklî derewey em şê’re, wêna bikeyn. Le beşî yekemî em şê’re da (wate le çiwar dêrî sereta da) dû tewerey “min” û “to” be hemû dest û pêwendîyekanîyewe, le penay yek da û beserbexoyî, radewestin. Le beşî dûwem da (sê dêrî kotayî) tewerekan pêk degen û awêzanî yek debin. Belgey em awêzan bûneş birîtî ye le nîsbetdanî awelnawî zulal ke ser be tewerî “to” ye be lay balinde keser betewerî “min”e û herweha nîsbetdanî çawe keser be tewerî “to” ye be lay dijwarî zeman keser be tewerî “min”e, le pal wişe û destewajekan jimarey dêrekan nûsirawe.

Beşî yekem beşî dûwem Cîyabûnewey sûjekan têkalqanî sûjekan

Nimûney dûwem: “Ta”

Ta feramoşî nihênî memekit heter deka bîr (1) Ta fewtan (2)
Bîrî feramoşî fewtan, bê memkit (3)
Ke mehal (4)

Dexistegir
Zemenê bû mandû bûn le xoy mandû bû
Tewela bûn destî le pencereşkawekanewe dekird be alay bûnî xoy Çendîn car le kernevalî ew agire bê gîyane da bo xom geram (3)

(5)

Ke diro (5)
Ta mehalî memkit diroznî pencem (6)
Gela (7)
Gela … Payîz (8)
Nihênî payîz ta feramoşî heter deka (9) Ta xom (10)

Dîsan bo dozînewey rûkeştirîn saxtarî em şê’re, xoman be guncawtirîn û sakartirîn ravey em deqewe debestînewe. Em şê’re pîyaseyeke le awedanîyekewe ke le sembolî memik da çir botewe. Heta rûxanêk ke beser “xom” da heres dênê. Pêş ew rûxan û heres hênane, pencekanî qurbanî bo lay memik –kogay awedanî– dirêj debinewe belam be hoy dirozinî destekewe –ke dekirê lêre dirozinî behawsengî drdongî û tirsinokî pencekan lêk bideyinewepencekan dane dane wekû gelay payîzî heldewerin. (danewînewey pencekan le gel helwerînî gelakan, be yekdî bigirin). Merg le şêwey nihênî payîzda “xud”î xawen penceke, detenêtewe û ew xude le ber dem awedanîyek da, ro deçête naw zelkawî feramoşî, le ber ewey ke nêwan ew awedanî û wêran bûneda çend le rîneweyêkî bê akam, wek teqelay pêş merg rû deda, dekirê bo wêna kirdinî pêkhatey riwaletî em deqe, dû estûn dîyarî bikirê û yekêkîyan terxan bikirê bo awedanî û hemû dest û pêwendemanayîyekanî û ewîtir terxan bikirê bo wêranî û çemke nizîkekanî.

***

Lem witareda, şê’rî şêt-m kut û mit be hawsengî şê’rî Yûnis be kar nehênawe. Çunke hem Yûnis şê’rî ew toy heye ke nakewne xaney şê’rî şêt û hem şê’rî şêt –îş xawenî mentîqêkî ew toye ke çend beşêk û çend layenêk lew pêkhateyey mentîqî ew şê’re deyxwazê û helîdegirê, hêşta le peyvî Yûnis da, nebote beşêk le cugirafîyay şê’rekanî. Lêre da, le nigerêk û dû helwêste be pêwîst dezanm:

– Yekem, guman le we danîye ke dahênerî em ezmûne tazeye le pantayî şê’rî nwêy kurdî da, Yûnis-e qise le we daye ke hêşta tewawî zerfîyetî ew şêwaze şê’rîye le çiwarçêwey şê’rekanî ew şa’îre da nexirawete rû, siruştîyeke ew şa’îreş hêşta tewawî şê’re şêtekanî nenûsîywe.

– Dûwem, tewawî ew şê’raney şa’îr ke nakirê bixirêne xaney şê’rî şêt-ewe. Her kame xawenî dahênan û tazegerî taybet be xoyan in ke debê le cêgay xoy basîyan lê bikirê. Belam çiwarçêwey em witare, basî şê’rekanî tirî Yûnis nagirête xoy.

Nimûneyêk lew şê’rane ke be pêy pulênkirdinekey pêşû. Dekirê wek şê’rêkî “gêranewetewer” bixwêndrêtewe şê’rêke be nawî “perî deryayî le…) beşêk lew şê’re pêkewe dexwênînewe:

Le kolane pêçaw pêçekanî hestî da Be şwên şabanûwî aramişewe
Le gel meyterekanî rûnakî pîr bûm Gurg şalawî şabanûyan dawe:

Çi bê şerm!
Şabanû diwayîn cigerey perêşanî
Le nêw glêney mina ekûjênêtewew
Qa… qa… qa…
Bew gemîyewane pêdekenê
Minî berew kolanekanî merg xoşewîst
Em tule gurge birsîyane
Şerabî dilî daykim dexonewe
Wêray merg
Ewîş be memikî pîrozî
Şîr edatewe çey girîyan
Şabanû xerîkî guldozî kirdinî dilimew Daykim kobey nedametî degirê…
Daykim şabanû nîye deste xuşkêtî
Hergîz pêlawî yektirî le ber naken
Belam şabanû kilfetî pejarekanî daykim deka Ke çî
Ew –hemû zerineqûtekanî hîçî perwerde deka.

(6)

Gotman berçawtirîn taybetmendî şê’rî şêt, têkşikandinî pêkhatey xetî şê’r û bexşînî pêkhateyêkî na –xetî be deq e. Le pêkhatey “xetî da”, her yekeyêkî zimanî le pêwendî de gel yekekanî pêş û paşî xoy pênasey bo dekirê. Belam le pêkhateyêkî naxetîda, be bê le ber çaw girtinî pêwendî ew yekeye le gel tewawî deq, natiwanîn le menzûmey rave da cêgayêkî bo bidozînewe. Cige le xistine rûwî kesayetîyekanî cîyawazî wişe, çend teknîkî tir hen ke mentîqî na –xetî bûnî pêkhatey deq, deyanxwazê û dekirê leme widwa bo heraw kirdinî rûberî ew ezmûn şê’rîye kelkîyan lê werbigîrê.

Tak dengî bûnî deqî şê’rî, siruştêkî hêlî deda be deq. Be pêçewane, têkel kirdinî dengekan le naw deq da, rewtêk pêk dênê ke be hoyewe deretanî piçirandinî hêlekan derxisê, be taybet eger nezimêkî desnîşan kiraw, nekirête bîyanûwî dîyarî kirdinî norey denge cîyawazekan û dengekan bebê bernamew le nekaw bixirêne rû, deq be şêweyêkî cîdî le qeydî hêlîbûn dexelsê. Karkirdin bem nezime destnîşankirawe, “baba çahî” gotenî wek nardinî xawendengekan bo pişt tirîbone, be edeb û le serexoyêkî tewaw û be le berçawgirtinî norey herkamîyan (4) ew rewteş –her wek gotm– dûbare taybetmendîyêkî xetî dedatewe be şê’r. Wek ew şê’rey Şamlû:

– Nezer der tu mîkunem êy bamdad Kê ba hemê cem’ çê tenha nişestêyî – Tenha nişestêem?
Ne

Kê farx ez men o ez ma nişestêem
– Nezer der tu mîkunem êy bamdad

Kê çê vîran nişestêyî Vîran?
Vîran nişestêem
Arî

Ve bê çişmendazi omîdabadi xwîş Mînigerem.

Lem şê’rey Şamlû da, mercî seretayî naxetî kirdinî deq wate zîyad kirdinî dengekan le ber çaw gîrawe belam mercî dûwem wate têk danî nore û helweşandinewey nezmî zal beser wedeng hatinekan, pişt gwê xirawe. Ew rexneye le barey şê’rî Yûnis, be şêweyêkî dû qatewe werast degerê zorîyek le şê’rekanî Yûnis, meydanî wedeng hatinî min –êkî ektîyu û helsûr û gwê bîs bûn û bêdeng bûnî to –yêkî pesîyu û besteziman e. Ew muxatebe berdenge aşnaye, hergîz derfetî deng helbirînî pê nadrê û nabête layenêkî çalakî wit û wêj, ew toye le cîyatî ewey sûjeyêkî xawen peyv bê, objeyêk ke her be tenîya şîyawî lê xurd bunewe û desttêwerdan û seng û sûk kirdine. Ewetan le bîr bê ke ew base, basêkî me’rîfî nîye, belkû le çiwarçêwey ew zemîne teknîkîyewe dête arawe ke peywest –e be prosey nahêlî kirdinî deqî şê’rî şêt. Tak deng bûnî deqî şê’rîş, milozimêkî gewrey ew proseye. Ba pêkewe ew çend şê’re tak dengane bixwênînewe. Nimûney1:

Taxot

Seretayek le min ta awedanîyek le to To seretayek le awedanîm
Min awedanî ewînt –ke merg
To mergî awedanîm –ke dûrî

To mergî min –ta awedanî serim Taxot
Seretayek le min dagîrsaw Kotayîyek le to, sewzî sewz

Nimûney2:
To le nêwan bê’setî gunah û
Resûlî tawan da
– ke min pêxemberane bimrim Êmanî kê pirî sirûdî ehrîmen? Min le songey tawanî ehrîmenewe Ta bî’setî resûlî gunah

Ta to Ewîndarane sêw Ewîndarane maç

Dawakarî mentîqî şê’rî şêt, şikandinî sam û serwerî ew min -e dîktatore û be resmî nasînî denge cîyawazekanîtir e (5) . Diway ew prosey wedeng hênaneş, debê nezmî radîyoyî (6) zal be ser dengekan bisirdrêtewe. Her wek pêşitir amajem pê kird, min çend dengîbûnî deq, her wekû kesayetî dan be wişew firelayen dîtinî ew kesayetîye be xesletî şê’rî şêt dezanim. Çonike komeley deqekanî şê’rî şêt, be giştî xawenî mewcûdîyetêkî ziman în û ew deqane wek hemû bûnewere zimanîyekekanîtir, xawenî çeşne helsûkewtêk in, ke beşêk le nîzamî ew helsûkewte dekewête derewey cexzî wîst û daxwazî û agadarîyekanî dahênerekey.

(7)

Min herwa le çawta – min herwa

Sersurmanî heqîqet û darjanî bize (1)

Daderjê sersurman wek bize  (2)

 

Debarim wek tirs le leşta (3)
Le çawta min nim nim (4)

Wek sersurmanî xom (5)
Ew katey destî to  (6)

Aramî Uqîyanûs bo serm (7)
Uqîyanûsî aramî le şit wek daldey sersurman  (8)

Daderjê bo dûrgey baweşim  (9)

Sersurmanî heqîqet û darjanî merg (10)
Wek dûrgey heqîqet lêwrêjî mergim min  (11)

Tenîya herjanî bizete amajey sersurman bo dilim (12)

Le dûrgey bizet da, tenîyayî lêwrêje le min û (13)

Min herwa le çawta ke barîn (14)
Le leşta  (15)

Ke mirdin (16)
Min heru  (17)

Le dêrî yekemî em şê’re da, hawnişînî dû destewajey “sersurmanî heqîqet” û “darjanî bize” dekewête ber çaw, dêrî dûwem, kutumit be matiryalekanî pêkhênerî dêrî yekem darjawetewe; bem şêweye ke çawgey darjan bûwe be fermanî daderjê û regezekanî sersurman û bize wekû xoyan dûpat bûnetewe. Wate dêrî dûwem be pêy daxwazîyek le daxwazîyekanî zimanî guncawî dêrî yekemewe darjawetewe (diwaye sebaret be mebestî daxwazekanî zimanî guncaw dedewêm) le dêrî sêhemewe heta kû dêrî hewtem, hendêk çemkî taze wekû “leş” û “uqîyanûs” û “aramî” hatûnete gorê.

Dûbare dêrî heştem be hoy hawnişînî ew regeze tazane û herweha regezî konî sersurman, şiklî pê drawe. Uqîyanûsî aramî leşit wek daldey sersurman. Le dêrê deyem da, dêrî yekem ke birîtîye le (ser surmanî heqîqet û darjanî bize) be şêwey (sersurmanî heqîqet û darjanî merg) goranî be ser da hatûwe. Le dêrî yanzehem da debînîn ke tewawî yekekan le naw wişekanî bekarhênrawî dêrekanî pêşû da helbijêrdrawn û lêre da be şêweyêkî taze hawnişîn bûn:

Wek dûrgey heqîqet lêwrêjî mergim min “dûrge” le dêrî nowe xwazrawe û “heqîqet” le dêrekanî yek û dewergîrawe. “Merg”-îş le dêrî deyemewe gwastirawete. “Lêwrêj” xizmî “darjanî” dêrekanî dû û no û de ye. Wişey “min” îş le dêrî çiwaremewe daway bo kirawew… ew rewte bem çeşne dirêjey heye.

Axo ew zawzê zimanîye xawenî çi karkirdêk e? Le rastî da şê’rî şêt, xawenî ew taybetmendîye ye ke be şêweyêkî bê kotayî, detwanê xoy berhem bênêtewe, dîyar e le beşêkî pêşitirî em witare da, basî nimûde cîyawazekanî wişe û çend pat bunewey fireşêwey yekekanman kirdûwe. Lêre da, çonîyetî pêkhatinî mêkanîsmî xud –îrca’î deq, le songey be karhênanî ser kewtûwaney ew çeşne teknîkewe dexeyne ber bas. Le rastî da bo xud –îrca’bûnî deqî şê’rî û tenanet hendêk car bo deqî edebî naşê’rîş dekirê zor çeşne mîsdaqî cîyawaz bidozirêtewe. Nimûneyêkî sade bo werast geranî ew taybetmendîye, bekarhênanî wişe le astêkî xeyrî manay qamûsî xoyetî. Watemanay wişey degerêndrêtewe bo rayeley pêwendîyekanî naw deq û pêwîst bûnî zanîyarîyekanî xeyrî zimanî yan be gotey zimannasan, zanîyarîyekanî dayretulme’arîfî, le naw deçê û desirdirêtewe.

Nimûney dûwem bo “xud–îrca’“ bunî deq, birîtî ye le amajekirdinî raste û xoy deq bo xoy. Wate helbijardinî xudî deq wekû babetî deq ke em çeşne karkirde le edebî dastanîş da, kelkî lê wergîrawe û le şê’rîş da nimûney bo heye, wek le şê’rî xudî Yûnis da: (le beşî kotayî şê‘r wird binewe)

Hewl

Le jûwanî kotayî merg da
Le maç û mûçî cîyayî û helpe da

(sîhrî wêran bûnî şeqamekanî riwanîn Cexzî pisawî henasekanî zeman)

(le kotayî hemû perjînêk da Bedem bizûtinewey gişt hîçêkewe) Meylî sardî pêkenînêk ta ser lêwim Îşitîyay sirî mestîyekî pir le cadû. Le kotayî em şê’reş da
Hemû hewlêk bo asayî kirdinî wişe Geyîye bûn best
Rehay reha
Le gel merg.

Sêhemîn mîsdaqî xud–îrca’ bûnî deq ke be şêweyêkî heraw le şê’rî şêt da nimûney bo dedozirêtewe, core zawzûyêkî zimanîye ke têy da paş be matiryal kirdinî yekekanî pêkhênerî her dêrêk, bo dêrî diwaye, dêrî yekem be çendeha corî guncaw daxwazî dêrî diwaye deka û le encam da yekêk lew corane, deselatî xoy desepênê û debête beşêk le qewarey deq. Eger be zarawekanî bekarhênrawî “Sosor” û “Yakubsin” bidwêyn. Çonîyetî ew taybetmendîye, çaktir rûn debêtewe. Sosor delê; axaftin, be karhênanî takekesî zimane wate ziman sîstmêkî giştîye ke be şêweyêkî bê kotayî, detwanê axaftinekan berhem bênê. Bo berhemhênanî her çeşne axaftinêk peyv le dû parzong têdeperê. Le hengawî yekem da, her wişeyêk le naw lîsteyêkî bê ejmar le hawtakanî xoy ke hemûyan le tewerêk be nawî tewrey cênşînî da cêgîr bûn, heldebijêrdrê. Le hengawî dûwem da ew yeke helbijêrdrawane, pêkewe hawnişîn dekirên.

Le şê’rî şêt da, ke cext le ser xud–îrca’î corî sêhem dekirê, tewerî cênşînî berebere û le layen xudî wişekanî bekarhatûwî naw deq da qeware degirê. Wate şa’îr her be tenîya bo nûsînî dêrî yekem, xawenî deselat bo helbijardinî azad e. Dêrî yekem eger bo nimûne çiwaryekey tê da bê, ewa lemewdiwa, tewerî cênşînî xawenî bê ejmaryekeye ke têyan da ew çiwaryekeye, melayetîyan heye. Eger dêrî dûwemîş, çiwaryekey tê da bê ke diwanîyan le dêrî pêşû raxwastirabin û dûwanîşîyan yekey nwê bin, ewa emcar tewerî cênşînî xawenî yeke gelêkî bê ejmare ke şeş dane lem yekane melan û… Htd bem çeşne zorbey helbijardinekan, xesle têkî nawekî – yan heye nek derekî. Le

kotayî da debînîn deq be şêweyêkî berudiwa le naw xoy da berhem dêtewe û îrca’î bo ser xoyetî. Ewe çiwarçêweyêke şê’rî şêt boy dabîn dekirê. Le edebî dastanîş da, carcar ew zawzêye dête ber çaw. Bo nimûne birwanine em beşe le çîrokî “zewî xire” le nûsînî Pîtir Bîksêl:

Bem çeşne keresteyêkî zorî pê nedewîst, tenîya… ‘Arebeyêk, paporêk, ‘arebeyêk bo paporeke, paporêk bo ‘arebeke û ‘arebeyêkî tir bo papor û ‘arebekey pêşû, dûpîyaw, ‘arebeyêkîş bo şimekekanîyan û pîyawêkî tir bo kêşanî ‘arebeke, cereseqîlêk, pîyawêk bo lêxorînî, paporêk bo giwastinewey cereseqîl û ‘arebeyêk bo giwastinewey paporeke û pîyawêkîş ke ‘arebey paporî cereseqîl bikêşêw (7) ‘arebeyêk bo şit û mekî ew û pîyawêkî tir ke ew ‘arebeye le dûwî xoy bikêşê… Êsta tenîya cereseqîlêkî tirî dewîst ke bitiwanê cereseqîle key hewelêy pê le xanûberkan têperênê. Dîyar e em cereseqîle debiwaye gewretir baye, cige le wane ewaney xwareweş pêwîst bûn: Şofîrêkî cereseqîl û paporêkî cereseqîl û ‘arebeyêkî paporî cereseqîl û pîyawêkîş bo kêşanî ‘arebey paporî cereseqîl û ‘arebeyêk bo ewey şimekî xoy û şimekî lêxurî cereseqîlî le ser dabinê, heta pêwîst nebê ‘arebeyêkî zor le gel xoyan berin” (7)

ke lêre da, riste be şêweyêkî riwewjûr (tra’dî) detenrêtewe. Dîyar e ew tenîneweyeş le şê’r da –be hoy cîyawazî bunyadî şê’rî– ta radeyêk goranî be ser da dê û siruştêkî meylew çirî be ser da zal debê: (herweha le deqî xeyrî şê’rîş da ew siruşte, taybetmendîyekî tenzawî deda be deq) .

Dagîrsan

Le doranî zemanim da, bûmelêlêk
Le helwerînî tom da, zemanêk
Le bûmelêlî doranim da, to yek…
Ke şê’r to wek bûmelêlî zeman dagîrsênê Min helqirçanm erwêm

Ta – hîç
Ta ew perî xom
Damdegîrsênî: ke doram
Ta helwerînî bûmelêl – le zemanma

(8)

Şê’rî şêt, ewendey xokird e, ewendeş xoşkên e, ewendey pêkhatekanî drust deka, ewendeş xwastî sirîneweyanî heye. Ewendey xoy be destewe deda bo rexney pêkhatexwazane, ewendeş amadeye bo rexney binemaşikênane, ewendey bînay qoçkîle bar û terz dademezirênê, ewendeş kire zimanîyekey wêran deka û deyanka be komayêk û şewnîşane.

Le beşêkî pêşûwî em witare da, deqî şê’rî şêt-man be şêweyêkî “amal-pêkhatexwazane” we xwêndewe. Em werçerxaney lem beşe da, sebaret be xwêndinewey heman deq, reçawî dekeyn, nabê wekû nîyazî ser lê şêwandinî xwêner lêk bidrêtewe. Belkû hewlêke bo be destewedanî hawkatî çendîn kerestey be kelk bo helêncanî delaletekan û şenukewî pêkhatekan û têktirincandinî ravekan.

Le rastîş da, binemaşikênî deq, le qonaxêk da pêwîstî be xwêndineweyêkî pêkhatexwazane heye. Çunke heta pêkhatekan be şêweyêkî mêtodîk û osûlî wêna nekirîn, natiwanîn bo helweşandinewey em pêkhatane rûbikeyine arastekanî binemaşikênane. Binemaşikênî hereketêke le nawendewe bo perawêz û birîtîye le projey be nawend kirdinî perawêz. Dîyar e lem pênaweş da debê le berayî kareke da, herêmêkiman wek nawend û ruberêkiman wek perawêz destnîşan kirdibê. Ew destnîşan kirdine, be hoy heman riwanînî meylew pêkhatexwazanewe cêbecê dekirê ke le beşekanî pêşû da, xiraye rû. Êsta be şêwey nixûnkirdinewey ew qoçkey nîzamî serewxwarî “nawend–perawêz”, nexşkêşî kirdûwe, le astî tewawkirdinî projey xwêndinewey em ezmûne şê’rîye dayn.

Le beşî pêşûda gotiman ke le pantayî şê’rî şêt da, zawzêyekanî zimanî le dêrêkî şê’r da dest pê deken û tewawî deq deteninewe. Eger be îlham wergirtin le Hûşengî Gulşîrî û be qeriz wergirtin le bûtîqay kon, zarawey (bira’t êstêhlal), bihênîne naw rexnekemanewe, detiwanîn dêrî serekî gorîn be (bira’t êstêhlal) nawdêr bikeyn. Ke wate her ew katey rolî nawendêtî-man da be dêrêkî taybetî, bina‎xey pêkhateyêkî taybetman damezirandûwe. Çunke ew dêre xawenî çend yeke ye, ke hendêk lew yekane, zor zû dekewne damezirandinî tewrey taybet be xoyan û le naw yekekanî tirî ser be dêrekanî tir xerîkî endamgîrî debin. Eme layenêkî baseke ye. Layenêkîtirî em base, le webîre hênanewey ew babete xo dexate rû ke hîç yasa û rêsayêkî taybetî bo meladananî ew dêrey wekû nawend helmanbijardûwe, le çiwarçêwey şê’rî şêt da, bûnî xoy-man pê naselmênê û pêrew kirdinêkî taybetman be ser danasepênê.

Be watayêkî rûntir, şê’rî şêt xawenî ew siruşteye ke têy da zorîyek le dêrekan wekû yek şîyawî cêgîrbûn le pley (bira’t êstêhlal) -in. Seredawî praktîzekirdinî rexneyêkî binemaşkênane le bestênî şê’rî şêt, her lêre da, desgîrman debê, çunke eger rewtî be-nawendkirdinî dêrêkî taybetî, pêkhateyêkî taybetî dabimezirênê, şîmaney ewe heye encamî nawendêtî dêrêkî tir, rûxanî pêkhatey yekem û damezirandinî bunyadêkî cîywazî tir bê. Dîyar e ew base, cîya ye le basî “kayey azadî nîşanekan” ke le gotarî “dirîda” da wekû zemîney binemaşikênî deqî edebî basî lêwe dekirê. Çunke le naw her pêkhateyêkî taybet da ke le encamî be nawend kirdinî yekêk le dêrekan denexşê, kayey azadî nîşanekan -ke be manay wexiranî delaletî dalêkî taybet bo ser medilûlêkî taybete– boy heye rû bida. Wate eger xwênerêk lew reftare xwêndinewekîyey le gel deqî şê’rî şêt deyka, bitiwanê hem pêkhatekan be şêwey gorênî (bira’t êstêhlal), binemaşikênî bika û hem le naw herpêkhateyekîş da kayey azadî nîşanekan bibênê, ew tiwanîywêtî beşêweyêkî dûqat, arasteyêkî binemaşikênane reçaw bika.

Bangeşey serekî em beşe le witarekeman ewe ye ke siruştî şê’rî şêt, le xogir û zemîne xoşkerî cêgorkêy berdewamî pêkhatekan e. Ba bizanîn çon. Demanewê şê’rêk wekû nimûne, le riwangey em tîyorîyanewe bixwênînewe:

Tenanet

Ewînî to neba kwa hetaw (1) Wazî lêkdanewey nûrî debû (2)

(to mangêkî gîrawî şa’îrî (3)
Bê hîç bizeyek –tenanet- (4)
Bê hîç dilêk nampêwî) . (5)
Min çon lêk nedemewe jîyanim (6) Ke xewnêk e û (7)

Xoşm ke şa’îrêkî –tenanet- (8)
Bêdil û bêbize û bêhîç (9)
– ewînî mangêkî gîraw, esîrî pencey hetawî kirdûm- (10)

Em şê’re, be gwêrey çend arastey cîyawazewe, dekirê pêkhênerî çend pêkhatey cîyawaz, be nawend û perawêzî cîyawazewe bê. Le xwêndinewey yekem da, dêrekanî yekem û dûwem dekeyine tewerî regezekanî naw deq. Regezî “to” -be ewînîyewe- le çiwarçêwey pêwendîyekanî guncawî sîstmî deq, debête serçawey bûn, yan bilêyin debête nawendî sîstmeke. Çunke wazî hetaw bo lêkdanewey nûr, bende be ewînî “to”we. Belam bem hale şewe ew kangay bûne, ke diwaye le naw regezî “mang” da, xoya debê, pêwndîyêkî şarawe û narastewxo û behêzî le gel hemû regezekanî xawen bûn wekû nûr û bize û dil heye.

Le gel nûr da pêwendêkî narastewxoy heye çunke pêşî mang, ke heman toye gîrawe û le gel bize û dil –îş namoye çunke bê hîç bizeyêk û bê hîç dilêk, ew medarey detiwanê bîpêwê, be ser nakatewe. Belam kaltirîn û kilultirîn regezî xawen hestî, lem xwêndineweye da, min-e. Çunke “gîrawî” û “bê bizeyî” û “bê dilî” mang hemûyan, wekû gewre karesatêk be ser ew min-e da heres dênin. Her bo ye le dêrî heştem da ke min dê basî xudêtî xoy bika, le songey nabûtî û hîçî ew xudewe zor zû werdesûrênewe bo lay to-î mangî şa’îrî hestîbexş û le basî xoy peşîman debêtewe:

“xoşm ke şa’îrêkî –tenanet-”

Û le welamî ew wersûraneweyeş da, dûbare her nawbutîyekey bo pesind dekirêtewe: “bê dil û bê bize û bê hîç -aya lem dêre da, “hîç” nimûdî bê em law ew lay ew min-e tîya çûwe nîye?” Belam be core xwêndineweyêkî tirî dêrî heştem, deşê, min-î perawêzî, be tewawî bête nawendî deqewe. Bem çeşne kedestewajey (xoşm ke şa’îrêkî), be te’bîrêk bizanîn le têkelbûn û be yek geyştinî ew xude boşe le gel ew to -ye tokme û xawen hestî ye. Bem şêweye hestîyekî lêwrêj, cêgay hîçêkî betal degirêtewe. Her çî ew xude be miraz geyşitûweşe, pekî be pêwranî be bezeyî û be dilî le layen mangî şa’îrewe nakewê. Çunke be kirdewe pêy geyşitûwe û têkelî bûwe û rawestaw sûranewey mang bo xudî be awat geyştûwî, wekû yek e.

Sercemî ew raveyey dûwem, çemkî be perawêz bûnî to-î mangî şa’îr degeyenê, tenanet prosey be perawêz bûnî mang, le dêrî deyem da degate ew perî xoy û ewînî mang debête peyjeyek bo geyştin be hetaw û regezî mang tenanet le çemkî rûge bûn, bêberî debê û cêgay xoy deda be hetaw. Renge be hewlî zortir û be xwêndineweyêkî wirdtir bitiwanîn lem raveyeş têperênîn û nîzamêkî nawend – perawêzî cîyawazîtir damezirênewe. Ew dû xwêndinewe seretayîye, hêmayêk bû bo xistine rûwî çonîyetî xo be destewedanî deqî şê’rî şêt, bo helweşandinewey diway dameziran û bo dameziranî diway helweşandin.

(9)

Êsta zanîyarî eweman le ber dest da heye ke bitiwanîn wilamî pirsyarî seretay em witare bideyinewe. Pirsyareke deypirsî: aya le pantay edebî kurdî da, komelêk deqî ewto hen ke xalî hawbeşîyan ewe bê ke pêwendîyêkî kem (belam nek sist) yan le gel koy deqekanî pêş xoyan hebê û le heman kat da bitiwanin bo dahênanekanî diway xoyan le deqekanî tazetir da, nexşeyêk dabirêjn? Be gwêrey sercemî ew bas û xwasaney ta êsta le dûtwêy em witare daxistûmane rû, wilamî xom ewe ye ke şê’rî şêt, ew deqeye ke em pirsyare şwênî heldegirê.

Lêre da wekû belge hênanewe bo em wilame, le berdem çend liqebabet da, le nigerêk degirîn û lêyan wird debînewe. Yekem, çonîyetî gelale darêjî em ezimune şê’rîye bo ezmûnyekanî dahatû: Zor ezmûnî şê’rî hen ke akamî sercemî hewlekanîyan çeşnêk axaftinî edebî ye. Zor carîş ew axaftinane, lew perî ciwanî û qûlî û çirî û tokmeyî dan û piştgwê -xistinyan, be hîç kilocêk rewa nîye. Belam ezmûnî le meş berztir ew ezmûneyeke pêş ew ey bête qisekirdin û çemk perwerandin, xanûyêk dirust bika bo qisekirin û berhemhênanî mana. Em core ezmûne, renge xoy qiseş bika û xawenî ko -delaletî firelayenîş bê belam pêş ewey qise û dilaletekanî bikewne ber çaw, ew çiwarçêwe û ew hendeseye dête ber çaw ke dayrştûwe bo ewey têy da wedeng bê.

Cîyawazî em ezmûn le gel ezmûnkanî pêşû ewe ye ke herçî ezmûnkanî pêşûn, qisekanî xoyan le naw malêk da deken ke lemew pêş kesêkî tir bo em mebeste, binyatî nawe, belam xawenî em ezmûny diwayî, paş ewey le rengirêjî malekey xoy bo we, hem xoy qisey tê da deka û hem ew îzne be kesanêkî tir deda, dengî tê da berzkenewe.

Şê’rî şêt, behemû ew taybetmendîyaney le bareyanewe diwayin, xawenî hendeseyêkî nwêjene, le barey em şê’re da, hîç lem perêk rêgaman lê nagirê bo ewey bilêyn axaftinêkî tirî be komeley axaftinekanî pîşûwî edebî kurdîyewe zîyad kirdûwe belam arastey dirusttir ewe ye bilêyin em ezmûn, hodeyêkî tirî be hodekanî pêşûwî koşkî edebî kurdîyewe zîyad kirdûwe. Her bem pasawewe, Yûnis detiwanê cêge û pêgey dahênerêtî lem zemîneye da bo xoy biparêzî belam be pêy mentîqî taybetî ziman, detiwanîn bilêyin em hode zimanîye, dekirê le mewdwa, malî manewey zor şa’îrî dahênerî tir bê ke bîyanewê bo maweyêk têy da henase bikêşin û tenanet eger pêşîyan kira, herêmêk be rû berekeyewe zîyad biken.

Dûwem, hoykem bûnî pêwendî em deqe le gel deqekanî pêşû. Eger ewe rast bê ke deq le naw zemîney deqekanî tirewe şikl degirê, û herweha eweş biselmênîn ke deq dekirê be şêwey nûsirawîş nebê û bikirê nawî deq le ser ew komele karesat û rûdawe tirajêdîyayî yan komêdîyaneş dabinrê ke be waqî’ deqewmên yan le cîhanî pêşanekan da be şêweyêkî mecazî berhem dên, ewa detiwanîn bilêyin nabê le katî wirdbûnewe le xesletî nêwan deqî her be tenîya çawman le serçawekanî nûsirawî deq bê. Eme rawngeyêkî zêderoyane nîye. Her ew boçûne way le Rolan Bart kirdûwe rûdawe sîyasîyekanî deyey şêstî Feranse, wekû deqêk bixwênêtewe.

Mirovî kurd, hergîz wekû îsta nuqmî ew cîhane mecazîye nebûwe ke telewîzêwn û sînemaw kanalekanî asmanî û rayelkey cîhanî întirnêt û wêney naw çapemenîyekan û hîdî be qursî û be xestî xulqandûyane. Ew cîhane mecazîyeş cîhanêkî nîşaneyî ye. Her bo ye eger qerar bê le birgeyêkî mêjûwîy da, deqî nenûsiraw, le karkirdine ser deqî kurdî da, bikewête pêş deqî nûsiraw, ewa bê guman new birgeye emiroye; çunke cîhanî pêşane gerçî le barî wcudîyewe le astêkî xwartir le astî cîhanî waqî’ewe radewestê belam karkird û rengdaneweyêkî xesttir û berbilawtir le cîhanî waqî’î heye eme layenêkî baseke ye.

Layenêkîtirî baseke eweye tenanet eger xoman le cîhanî pêşanekanîş neban bikeyin û çawman le waqî’ekanî rûtî qewmaw le dewr û piştî xoman bibirîn, dîsaneke le kurdewarî da, birgey ewto hebûwe ke têy da nîşane û deqî nûsiraw, firîyay nîşane û deqî nenûsiraw -ke be çaw debîndrên û be gwê debîstirên, wekû wênew deng û basî enfal û kîmîyabaran û cênosaydu kore û hîdî -nekewtûn. Dîyar e min lêre da xom le qerey em base zimanîye nadem ke aya deqî nûsiraw her be tenîya guzarşt lem rûdawane deken, yan bepêçewane sîstmêkî delaletî bo mana pê bexşîn û nîzamdar kirdinyan dadehênin. Min her be tenîya basî nalêk bûnî xêrayî ew dû rewte dekem.

Ba lêre da pê le ser em têbînîye dabigirm ke namewê be hîç kilocêk le sinûrî xwêndineweyêkî daxiraw û aydolojîkî şê’rî Yûnis nizîk bimewe. Her boyeşe lem beşe le witarekem da, hîç nimûneyêkm le şê’rekanî nehênawetewe. Belkû demhewê ew barodoxe wêna bikem ke têy da, mirovî kurd, komelêk nîşaney bînraw û bîstiraw, be şêwey hendêk deqî nûsiraw degorê. Min demtiwanî bilêm fobîyay Yûnisîyane ke le şê’rekanî da rengî dawetewe, tewaw ew fobîyayeye ke mirovî kurdî serdem deyjî. Demtiwanî bilêm fantêzî Yûnisîyane, ke le şê’rekanî da be dîyar dekewê, ew xeyale ye ke mirovî kurd xewnî pêwe debînê, belam hîçkam lew boçûnanem perwerdenekirdûn heta le nêwan dû helbijardinî xwêndinewey kirawe û xwêndinewey daxiraw û aydolojîkî şê’rekanî Yûnis da, baweşm be uqîyanûsî çêjekanî xwêndinewey corî yekemewe kirdibê. Her be tenîya wîstûme amaje bewe bikem ke mirovî kurdî serdem, le naw çi zemîneyêkî têkstî nûsiraw û nenûsiraw da deq berhem dênê.

Ca ege cîhan bem core be hemû nimûdekanîyewe be pêşane û napêşane û be waqî’ û nawaqî’-ewe, be ser mirov da –û yek le wan mirovî kurd daheres bênê û deryay nîşanekanî nenûsiraw bibine xorakî deqekanî taze, wa heye astî pêwendî deqî taze, le gel deqe nûsirawekanî pêşû, dabezê, belam ew pêwendîye, lew cêgayane da ke bûnî heye -ba wekû kemîş bê- pêwendîyêkî sist nîye, çunke min pêm wa nîye şa’îranêkî wekû em şa’îre, be ciwanî û berêkî edebî nûsirawî kurdî pêş xoyan nexwêndbêtewe.

(10)

Deqêkî edebî rave helgir û nûserane, be hemû mêtodekanî yarîdederîşewe ke bo xwêndinewey gelale dekirê, dîsan rêgay silokî û mestûrî degirête ber û weha, delalete nenasirawekanî bo xwêndinewekanî dahatû paşekewt deka ke xwêndinewekanî kon û tazey heman deq, debin bedû çalakî û bzavî na -lêkçûwî ser be xo. Eger qerar bê tewawî zerfîyetekanî deqêkî taybetî, be çend mêtodî taze, yan karpêkiraw, helbihênc- rê, nakirê nawî deqî nûseraney le ser dabinrê. Ta êsta, be goêrey hendêk taybetmendî şê’rî şêt –ewe, penceman bo çend şêwey cîyawazî xwêndinewey em deqe rakêşa, belam hêşta em ezmûn, rexne û lêdwanî zortir û mêtodî çalaktir dexwazê. Şê’rî şêt, ew şî’re ye ke her ew katey nîzamêkî taybetî bo xwêndinewey rengirêjî dekirê, le naw xoy da be çeşnêkî tir, hewlî berhem hênanewey bo dedrê û pêwîstî be nîzamêkî tirî xwêndinewe peyda deka. Axo em şê‘rey xwarewe bekam mêtodî amaje pê kiraw lem witare da, dexwêndrêtewe û xawenî kêha taybetmendî bas lê kirawe?

Birîya le tabûtî ‘aşqî sewzî sibey
Ke depişkwê min
Wişekan ‘aşqane bedeşitekanî şnîneweda
Ew nameye oqrem dekate sewzî sibey tabût Ke demirê min
Le hesiretî ew baye dest betale da
Namekanî min le rêkewtî pepûle da win Namekanî min çi sakar le tefsîrî çawî derya da Ke cengel zerd
Ke cengel bê oqrey sibey xobexşînî barane ye.

Derya çawî sakarî namekanî sibeyinê zerd ebexşê Bezemanî tabûtawî ew wişaney
Birîya be mebestî bê oqreyîm…

Boçûnî şit asa bûnî wişekanî naw deqî şê’rî, lem cêge tem û mijawîyaney deq da, destî xwêner û rexnegir degirin, hukm nîye rexnegir, le hemû sat û katêk da, tiwanay şirovey wird û bêgirê û golî hemû çeşne deqêkî edebî yan hemû beşekanî deqêkî taybetî hebê. Wişe û riste û deq lew cêgayane da ke be dijwarî xo dedene ber neşterî rave, ba “sartir” gotenî wekû “şit” yan (şî’) êk çawyan lê bikirê û wekû entîkeyêkî pir bayex ke kelkêkî be kirdeweşîyan le jîyanî rojaney mirov da nîye, hîsêbîyan bo bikirê, (gerçî xudî Sartir, teorî şit asa bûnî wişey naw şê’rî, be nîyazêkî tir û le zemîneyêkî cîyawazîtir hênawete arawe, belam dekirê em çeşne xwêndineweyeman lew teorîye hebê). Şê’rî şêt, şê’rî “pîyawêkî seltî ‘aşqe” ke le naw şê’rekey da dejît û le naw şê’rekey da demirê û encamî ew jîn û merge têkelaweş, dîsan heman ew şê’reye.

Malawa…
Şa’îrtirîn sefer be rew guman
Be taltirîn çirke le min
Rûhî biçûkî dunya….
Ke to dunyay biçûkî seferî betal le min
Ta min çirkey gumanî şê’r
Ta ku berdewamî hîçim
Ke dûrîm şîntirîn zemanî pasarî
Hîç şî’rê malawa le seferî şînî dûrîm
Hîç şînê tarîkîm be birway emirowe û Gumanî mane xefetbar şa’îrî betal le pasarî Malawa… Şîntirîn dwênêy pîyaleyek aw
Le tînwêtî dirêjî şê’rewe
Le zamî firînî birwaye kewe
Ta şa’îr asmanî ayetî guman

ta şa’îr lem şê’re da heter deka…
Ta heterdekem aw dirêjdekatewe ayetî tînwêtî û Dwênêy tenîyayî firîn
Le çawim da
Ke xefetibar şê’r bo dûrî
Betaltir mew da bo pasarî
Malawa… / şîntirîn betalî tenîyayîm8.

PERAWÊZEKAN

1 Muramaku, Ferd, adbîyat pesamodern, guzîniş û tercumê Peyam Yezdancû, neşr merkez, 1374, r. 54 2.Babaçahî, Elî, karinamê, şumarê 4, mêhverha û muşexesêhay ş’r pesanîmayî, r 14

3 Namîq Hesen, çinûr, merkane şikawekanî ceng, wezaretî roşenbîrî, ji 116, li 64

4 Serçawey jumare 2

5 Dîsanewe delêmewe, mebest le serwerî “min”, tak deng bûnî deqe dena renge we deng hatinî min –î şê’rî be şêwey paranewe û kirûzaneweş bê û be riwalet samî sereroyaney pêwedîyar nebê.

6 Serçawey jimare

7 Bîksl, Pîtirkarname şumarê 1- tercumê Bêhzad Kişmîrîpûr 8.Rezayî, Yûnis, şîntirîn betal, Êntişarat Abid, Beharî 81

Share.

Leave A Reply