Nûtirxwazî li Qada Wêjeya Cîhanî û Rojhilatê Kurdistanê

SALIH SUZENÎ – JI SORANÎ: HEWAR ASA

Puxte: Helbesta kurdî ji destpêka nûbûna xwe û heya niha, gelek merhele derbas kirine û gelek qad jî tecrube kirine. Sawer û hevalên ewî û merheleya piştî wan, niha jî di gel de, “Helbesta Şêt (Dîn)” û “Nûtirxwaz” di wê nivîsê de, hewl daye çavê xwe li ser tevaya pêvajoya helbesta wî, li rojhilata Kurdistanê bigerîne.

Peyvên sereke: Epistimolojî, nûtirxwazî, helbesta Şêt, helbesta Cuda, hevdemî, anarşîzma zimanî û awangard.

Destpêk

Beriya niha, di her du nivîsên “Li Gel Pêlên Nû ên Helbesta Kurdî” û “Epîstemolojiya Helbesta Kurdî” de, min hewl da Nûtirxwaziyê ji du hêlên sereke yên kerwanê wêjeyê, weke: a: bandor û licîhevdanîna tekstan li ser hevdu û bi gelemperî întertextualîtek, b: kerwanê wêjeyê bi rêya veqetyana nîşannasî û merîfenasiyê, senifandinê bikim û ji her du riwangeyan ve, nûtirbûna wêjeya kurdî bidim berçavan… Di evê beşa nivîsa xwe de, dixwazim têkiliyên Nûtirxwaziyê li gel ewan pirsyarên ku heya niha jê hatine kirin, xuya bikim:

1- Mebest ji nûtirxwaziyê çi ye?
2- Nûtirxwazî di nava kîjan dibistana wêjeyî de ye?

3- Dibe em nûtirxwaziyê li gel “Awangard”ê berawird bikin?

4- Nûtirxwazî beşek ji wêjeya modern, an postmodernê ye?

5- Têkiliyên nûtirxwaziyê bi wêjeya berê re…

6- Nûtirxwaz heman helbestvanên cuda, an şêt “dîn” in, an jî versiyona çarê ya wêjeya kurdî ne?

7- Taybetmendiyên teksta nûtirxwazên kurd, li ser asta form, naverok û ziman çi ne? û…

Nûtirxwazî derbasbûn e ji bazineyê zimanê îktîdarê, ji bo hemû merheleyên jiyana mirovahiyê, her ji serdema istoresaziya ziman, heya digihîje dîrokê, weke felsefe, zanist, huner, çand û hemû alî û qurnetên jiyana civakî ya mirovan. Di vê pênaseyê de, piraniya destanan (istore), hewldanek bû, ji bo bersivdaneke nûtir, ji bo wan pirsên ku cîhan (weke manewî û maddî) di hişê mirovan de diafirand. Hemû ol, yek li dû yekê, ji bo peydakirina rê û çareseriyên nûtir, reform, qenckirina exlaq û tevgera mirovan, jîngeh û rewşa civakî, hatin qadê (an herî kêm propagandayên xwe hene)… Felsefe qet nikare çarçoveyeke destnîşankirî ji bo xeyala mirovan ava bike û ev hezar sal e di nû û nûtirbûnê de, şûr li laşê xwe jî dide û hîna jî kerwan berdewam e…Nûtirkirina zanistê, di çavên civakê de jî ewqas rûniştiye, ku nema pêdivî bi şîroveyan dike, ji ber ku di vê kêlîka ez dinivîsim de jî, bi sed hezaran lêkolînên zanistî ên nûtir derketine û kar dikin (bi taybetî di vê çaxa dîjîtalîk de). Wêje û huner jî herwisa, ji klasîzm ji bo klasîzma nû, ji romansîzm ji bo natûralîzm, ji realîzm, heya realîzma nû û surrealîzm û paşê ji modernîzmê û ber bi postmodernîzmê… Bi kurtî hewla nûkirinê, hewleke berdewam û bêdawî ye. Di vê pênaseyê de, “berdewamî” rola sereke digerîne. Anku nûtirxwazî bi wateya xwe ya sade, nûxwaziya berdewam a şoreşê ye, li himber wêjeya ji beriya xwe. Di vî kerwanî de, rawestan anku mirin û felcbûyîn e, di çarçoveyeke diyarkirî û rizî de… Anku weke tûtî lê tê…

2- Tevî ku hemû dibistanên wêjeyê nûtirxwaziyê weke beşek ji destkeftên xwe pênase dikin, lê nûtirxwazî hewl dide qezenc ji hemû form û teknîkên wêjeyê werbigre û heya ku heker were xwastin, wan form û teknîkan, di cihên pêwîst de bişkêne, li bin guhê hev jî bixe û xwe jê derbas bike, ji bo ku nekeve jêr wê desthilata ku dibistaneke taybet bi ser ziman de sepandî ye… Heker teksta Goranê helbestvan weke teksteke nûxwaz, hewl dide ji çarçoveya asê erûz û qafiyeyê ya hevawaya helbesta klasîk derbas bibe, teksta Siware (weke teksteke nûtirxwaz) jî bi awayekî din erûzê bi kar tîne û bi awayekî din serederiyê li gel peyvê dike… Di şîroveya niha de, ev tekst:

Pêla ji kûratiya xwîna şermê a keçîniyê Li ser rûyê cefilî ê bûka hestîsivik
Bi guriya germatiya nerînên zavayî Germtir ji şewqa tava biharê

Mebest em tekst e:
Kaniyeke rûn li ber ronahiya taveheyvê Di bin de bihejin dur, yaqût û almas
Li cem min xweşiktir e ji deryaya bê sinor Pêlan biavêje ber şewqa rojê, mişe miş

Teksteke nûtirxwaz e, ji ber ku tevî ku wêneyên di asta wêneyên xwezayî de anîne di asta wêneyên sembolîk de, weke ziman û wezn jî hewl daye ne li ser wezna derve a qafiyeyê be, herwisa hewl daye ji muzîka psîkolojîk a dengvedana tîpan qezencê werbigre (Bi guriya germatiya nerînên zavayî). Lê ev tekst: “Dostên nediyar ên li ser vê cadeya tije ji çirasorên dîrokî ji kuna domana bafûrê/nexşeyê xewna reng û reng a Kurdistanê û xewn û azadiya min xêz dikin!” (Zamistan-1380, r. 128). Bi qasî vê teksta li jêr nûtrixwaz nîne:

Çil sal e min termê xwe li pişta xwe kiriye
digerînim û hêsiran dibarînim… bosteke ax bi dest min nakeve vî laşê pirî êş tê de veşêrim! (Zirey Zincîr, 1365-r.25)

Ew teksta Cela jî, bi qasî tekstên Peşêw û Letîf Helmet, tu cûre nûxwaziyek tê de nayê dîtin… Bi gelemperî, teksta nûtirxwaz girêdayî hîç dibistaneke taybet ji yên berê nîne û merheleya destpêkî ya hemû nûxwaziyekê ye, bi qasî teksta ji beriya niha û dibe teksteke nûxwaz, piştî teksta nûtirxwaz a dûv xwe de…

3Dibe em Nûtirxwaziyê bi wêjeya “Awangard” re berawird bikin?

Di xwendina “hevdemî” de, anarşîzma zimanî, absordîte (absourdite), lîstok û awayê ku kar dixwaze ziman bi kar bîne, derbasbûn ji sentaksa zimanî ya konvensiyonal, hilweşandina qaliban, pirdengî û… hwd, hinek ji wan taybetmendiyan e, ên ku teksta nûtirxwaz li ber çav werdigire û bi vê yekê em dikarin bibêjin, teksta nûtirxwaz, teksteke Awangard e, lewra wêjeya awangardî jî di her çar merheleyên tevgera cîhana xwe de, bi qasî teksta ji berî xwe wê taybetmendiya wê hebûye. “Ev têrm (avant-garde), di koka xwe de têrmekî konvensyonalîk ê hêzên çekdarî ye û ji zimanê fransî hatiye wergirtin. Ev têrm ji bo wê hêza taybet tê gotin, a ku li pêşiya çekdaran diçe, anku di eniya pêş a şer de ye û dîreksiyona hêzên din dike. Di qada siyasî û çandî jî de, bi taybet di hunerê de, ev gotin ji bo kes, an grûpekê tê bikaranîn, ku armanc û berhemên wan karîne bibin dîreksiyona serdema xwe. Ev nerîna li ser awangardê, weke nerîneke di pênasekirina hunerê jî de cî girtiye. Anku huner jî bi qada şer hatiye wekandin, ku hinek hunermend êrîşê ji bo ser hinek herêm û gelan pêk tînin, lê berovajiyê hêzên xweparêz, bi hemû şiyanên xwe ve bi urf û etîkan ve girêdayîne…“(1)

Ji ber hindê tê xwestin, ku em hinek lêkolînan li ser vê têrmê bikin “Dema em bi kurtasî jî li her çar merheleyên awangardê dinerin, ji sala 1820’an û heya niha, em serwext dibin ka ew têrm çawa peyda bûye û çawa di hinek rewş û şert û mercên taybet de, ji aliyê wateyê ve, rastî lihevguherînan hatiye.”

Awangarda pehlewanî; ku ji pêşketina (avant) berdewam li ser tiştên din peyda bûye û çavkaniya wê jî -li gorî mebesta me- dibe ku ji bo şoreşa Fransayê û nerînên Henri de Saint-Simon vegere, ku di sala 1825’an de gotibû “Bîr û bawerên awangard, di nava yekîtiya hunermend, pispor û xwedî pîşeyan de, wê pêşerojeke erênî biafirîne… Erka me hunermendan e, weke dîreksiyonan xizmeta zanista pisporan bikin… Bi rastî bandora hêza hunermendan, bihêztirîn û bileztirîn e. Ew dema ku em bixwazin fikr û ramaneke nû di nava gel de belav bikin, em ê li ser mermer bineqişînin û weke birûskê em ê li tev bigerin…” Hebûna hêza pozîtîf di civakê de, erkek bû ku wiha li hunermendan dikir, ku di serdema werarê de bibin dîreksiyonên hêza eql û pehlewanê çaxa xwe be… Paşê Karl Marx di manîfestoya komunîzmê de, eynî erka dîreksiyonê xiste ser milên komunîzmê. Paşê rewş giha astekê, ku ew kesên dijî komunîzmê jî bûn, ew têrm di nava xebatên xwe yên siyasî de bi kar dianîn. Mînak; Pyotr Alekseyevîç Kropotkînê anarşîst, awangard kir taytila rojnameya xwe ya swîsî, vê rojnameya li ser rêça awangard bandor li ser gelek kesan danî…” (2)

Ez wisa nabînim, ku raxistina gelek mînakan pêwîst be, ji bo ku bandora wê rola qehremaniyê li ser hunermend û wêjevanan (wê serdemê û heya niha jî) were dîtin. Ew zilamên serdema xwe bûn. Ew helwesta civakî ya ku dawiyê Sartre û Realîzma Sosyalîst kirine tiştekî konvensiyonal, giha astekê ku Baqir Mûminî (nivîskarekî xwedî helwest ê faris e) di pirtûka Derdê Pênûsê de nivîsand: “Gelo heya ku pişta helbestvan bi dîwar ve nehêlin û ewî nedin ber tîran, hûn ê wî weke helbestvan nas nekin?” (Balkişandine ji bo tîrbarankirina helbestvanê xwedî helwest, Xusrew Gulsurxî ye.) Di nava kurdewariya me jî de, vî awayê biqehremannaskirina hunermend û wêjevanan cî gîrtiye, ku baştir e ez mînakan li ser nedim… Ev yek bû sedem, ku piraniya hunermendan hizr di şopandina huner û siyasetê de bikin. “Ev yek di sala 1880’an de, di kesayetiya nûxwazekî de pêk tê, ku bal kişandibû ser zimanekî hunerî yê cuda, anku “Huner Ji Bo Hunerê”. Cardin jî ew rêbaz heya vê demê jî bihêztirîn awangard e, ku bi tekstên Mallarmé û Clement Krenkberg de hatiye parastin.

Awangarda “tenê huner”, “pesend-purist”: “Di vê merheleyê de, esmanê fantazîk ê hunerê, xwe ji davên berê rizgar dike, ji bo ku cîhaneke nûtir biafirîne. Modernîzma formalîst, hêza maneke zêdetir (li hember Awangarda Yekem) nîşan daye û ji modernîzma derhest, heya formalîzmê, teknîka Shklovsky, postmodernîzm û huner û siyaseta mîmarî ya Hakim, ji dehkên 20’an û heya niha xwe pêş de dibe, kite Awangard e ku bi rastî herêmek ji bo xwe çêkiriye û zimanê nû herwisa awayê tecrubeyeke nûtir vegirtiye…” Paşê têt ser awangarda radîkal.

Awangarda radîkal: “Ji encama wan hewlan serhilda, ên ku ji bo serkftinê bi ser sînorên dawî (anku sînorên navbera huner û jiyanê de) derket holê… Wê demê nûxwazên berê, bi giranî xwe xistin nav herêmên hunera civakî. Nûtirxwazên radîkal (futurîst, dadaîst û pêkhateyên dekonstrusyonîst) hewl didan xwe ji hemû cudahiyên din dûr bixin, anku dixwastin ji hemû qalibên neteweyî û pêpîvên senetî û hunerî, heta ji xwe bi xwe jî dûr bikevin. Ew ne bi tenê bi temamî radîkal bûn, belku dijî awangardiyê jî disekinîn. Hunera xwe gihand nav cadê û cade bû galerî û fuara hunerê, huner bû beşek ji jiyanê û jiyan jî bû berhemeke hunerî. Hunera Mekîneyî “Tatlîn” bi taybet berhemek ji bo bîranîna “Navnetewiya Sêyem” bû, nîşandera wê awangarda radîkal bû û dadaîstên elman wisa dinirxandin: Huner mir. Bijî hunera mekîneyî ya nû “Tatlîn”, Mayakovsky got: Şeqamek li tama konvensiyonal û selîqeya ewam…”

Pêkhateyên dekonstrusyonîstîk jî piştî şoreşa Rûsyayê, êrîşên herî cidî ji bo ser dûrketina ji hunera bûrjûvayî û jiyanê pêk anîn. Wan mînakan herî berçav a wê dûrketina xwe, di afirandina navendekê de, di navbera mûzexane û kargehan de, didîtin. Mayakovskyê helbestvan û hevalên wî ragihandin ku: Mûzexane û hunerên wê, bila bimirin! Pêwîstiya me bi gorên kuştina hunerê û wan cihan tune, ên ku hunerê tê de diperêsin. Em kargehekê dixwazin, ji bo canê zindî yê mirov! Li cade û nava tirênên ceyranê de, li kargeh, karxane û malên kirêkaran de… Ev êrîş e bi wateya xwerêveberiya berhemê hunerî û qutkirina têkiliyên wê bi civaka alîgir a bûrjûvaziya hevdem. Li gor materyalîstekî weke Peter Berger ev yek di hundirên awangardê de bû… Ev bi mekîneyîkirina awangardê di sala 1920’an de serî hilda, paşê di sala 1960’an de, ket qadê û kesên mîna Andy Warhol xwestin derza di navbera huner û jiyanê de tije bikin û bi gelemperî haşatiyê lê bikin, Andy Warhol got: “Ez dixwazim mekîne bim, pirsgirêkên mekîneyê kêmtir in!”

Ji berî ku em herin ser mijara pişt-nûtirxwaziyê, hêja ye ku em di vir de bal bikişînin ser Karl Marx, ku bi nerîna Berman, yek ji nûxwazên mezin ên sedsala nozdehem bû. Wî wisa didît, ku awangardên modern pêşdeçûnê peyda dikin, rasterast vekirin, zindîtî û werarxwaziya (finance head)ê nîşan didin. Ew pêl hêdî-hêdî hemû tiştên cihgirtî û rûniştî ên cîhana bûrjûvaziyê jî, dike hêlm û dûman û hildide esman. (bnr. li Tecrubeya Modernîte, Marshall Berman, Beşa Duyem-Marx û Modernîzm û modernkirin. (3)

Û paşê pişt-awangardî naçin eniya pêş a şer û di rêza elîteyan de nayên dîtin, belku diçin rêza wan kesên ku li dawiya şer tên û guleyên vala diavêjin. Mezintirîn hêza pişt-awangardê, naskirina wan tiştan e, ên ku awangardên ji beriya wan nikarîbûn nas bikin, ew jî ew e, ku beşeke biçûk ê texeya bihêz a navendî, bi israr û bêzehmetî dinyayê bi awayekî tevdigerîne, ku bi awayekî hevdem wêran dike û diafirîne jî… Ew hewlên veşartina ewan zanist û zanyariyan nadin, ku bi hemdê xwe hene, an jî wisa nîşan nadin, ku dikarin rêbertiya çîna kirêkar bikin, an serkeftinê li ser dijayetiya di navbera jiyan û hunerê de qezenc bikin. Pişt-awangard derbarê rola astengkirî ya elîteyekê, ku bi xwe di nava civakê de hatiye hilbijartin û realetîk nêzik dibe, dibe çend pêpîvên taybet berhev bike, lê naçe di nava eniya gelemperîk de (Ew karê ku awangardê di sala 1920’ê de dikir). Lewra hîç dijminekî wê tuneye, ku di qadeke mezin de wê kontrol bike, sedema vê yekê jî, ew lîstok, henekçîtî û paradoksîkaletiyê bi xwe, li ser wêneyê awangard tu hebûneke xwe tuneye, ji ber hindê jî li hemû deverê heye û li tu deverê jî tuneye! Komeke kesên belave ne, li hemû cîhanê, bi vê rewşê jî, tevgereke çandî ya hevbeş û têkil di orta wan de heye, ku piştî şerên berê xuya dibin. Hemû awangardên berê, di wê baweriyê de bûn ku mirov ber bi ciyekî ve diçin û ev jî hêvênê bexteweriya ewan bû. Kişifkirina herêmên nû û nerîna ku mirov çaxekê gihaye wan herêman, an jî wê bigihîje, weke erka xwe dizanî. Lê pişt-awangard wisa dibîne, mirov di çend rêyên cuda de dimeşin, hinek ji wan rêyan vekirîtir û ji yên din bi qîmettir û girîngtir in. Herwisa li gor nerîna wan, erka wan bi tenê rênîşandan û rexnegirtin e. Bi baweriya wan, huner ji riwangeyên pir cuda tê fehmkirin, lewra îronîk, pirremz û raz e, çendîn nirxandinên cuda hildigire, ji çendîn kujiyan fenomenan nîşan dide û qet israrê li ser yek rêçare, yek cûrê dinyadîtinê û îdeolojiyeke taybet nake…”

Nûtirxwazî di wêjeya kurdî de (Li Rojhilatê Kurdistanê), destpêkê bi giringîdan bi form û paşê zimanê gotinê, xwest xwe ji bin desthilata zimanê Evdilla Peşêw, Letîf Helmet, Şêrko Bêkes û hwd derbixe. Vêca ji bo zimanê îcaz (kurtbêjî) û delîvedayîn bi wergiran, ji bo ku têkevin nav teksta helbestê, pêngavên nûtir avêtin. Çendrehendkirina wêneyan, tevgera wêne û jêbirina alavên zêde û wekhev di helbesta şêt «Şêirî Şêt” de, helbesta wêneyî di teksta kurdî de, digihîne asta herî jor.

Paşê jî devîesyon ji formê zimanî yê konvensiyonal, çendengîbûna zimanê helbestê, delîvedayîn bi hereket û biryardana hiş û zihna wergirî û tekstkirina binhişa kit û kom (bi riya anîna stran û beytan, bi awayekî rasterast, ji bo nav teksta modern, tevgereke nûtirxwaze û heya asta veqetyaneke epîstemolojîk, helbestê ber bi asta herî jor a reprezentesyonê ve dibe û bi xweşhalî ev kerwan berdewamiya xwe diparêze û bajarî bi hemû taybetmendiyên wî vê dihonîne.

Zimansalarî û giringîdan bi balkişandina hundirê tekstê bi xwe, heya peyv, tîp û helbestan jî, weke lîstok, fonksiyonalîzma ziman û absordîtekirina wî, di hinek teks tên kurdî de, dibe ku nûtirxwazî li dijî awandgardbûna xwe bi kar anîbe. Li tekstên kesên weke Perwîz Zebîh Xulamî û Bêhzad Kiristanî biner.

Rast e kerwanê nûtirxwaziyê di vê dawiyê de, gelek ji xalên destnîşankirî, rexnekariyên post-modern û post awangardê li ber çavan re derbas dike û bi rêya wê, teksta kurdî nûtir dike. (Li nivîsa “Înce û Fînce û Pêpîvên Post Modernîzm” nivîsîna birêz, Ehmed Çak û xwendina ewî li ser “Înce û Fînce”yê), an jî bnr. ”Yek Qite Şêir Ba Teimê Post Modern”( Yek Perçeya Helbestê bi Tama Klasîk) nivîsîna birêz Murad Ezemî, li ser teksta birêz, Yûnis Rezayî. an bnr. parastina tekstê, bi rêya jêrenotan, mînak “Dar û bar dibêje, çaxa hesp û çayê ye”, ku lîstikeke teknîkî ya nû ye û heman jêrenota dijî navenda Post-Modernê ye (Foucault) biner.

Bingeha her tiştî
Bingeha destpêkê
Bingeha werarê
Bingeha mikummikumiya bingehê
Rêya mikuma bingehê bingeha mikuma rêyê mikumiya bingeha rêyê

Ku bi eşkereyî helbesteke xwedî pêkhate ye û bi lihevguhertin û virdewirdelêdana gotinan, bingeha wê hatiye danîn. Teksta Îbrahîm Ehmedê Niyaş jî herwisa:

Kepreke lawaz im
Ku li jêr mistên bablîsokê
Tenê û tenê
Li ser girava xeterê û keçan ret dibim Heya careke din
Zincîreyên kesk
Ji perûsya kaniyên avê û
Çiqên “zorat”ê bihûnim
Xeyala xal û xetên ferxe kewan
Bi ser devê xencerê xêz bikim!

Helbesteke îmajeyî ye… Bi gelemperî helbesta dîn “Şi’rî Şêt”, cuda, versiyona çaremîn û ew hemû navên ku di vê heyama dawî de, di qada wêjeya kurdî de derketine, bi yek taybetmendiya sereke tên naskirin, ku ew jî hewldan e ji bo gihîştina zimanekî nûtir, ji yê wêjeya ji beriya xwe.

 

ÇAVKANÎ

Ferhengê Endêşeyê Intîqadî, Vîrasetê Maykil Pîn, Tercume: Peyam Yezdancû, Neşr Merkez, 1383. Henry de Saint-Simon, Opinions litteraires, philosophiques et indus- 1825, neqil ji Donald Drew

Egbert, Social Radicalism and the Arts: Western. Europe, Alfred A Knopf, NY, 1970, r. 121

Charles Jencks, Post-Awangardî, W. Seîd Henanê Kaşanî min wergirtiye.Ew pirtûk ji aliyê birêz, Mensûr Teyfûr ve, hatiye kurdîkirin û çap jî bûye. Mecê Xuroşendehayê Serî Beraverd Ve Hestem Eger Mî Rûm, Ger Nerûm Nîstim

Share.

Leave A Reply