Çoniyetîy Serheldanî Nwêbûnewey Endêşey Şî’rî le Rojhelatî Kurdistan

YUNIS REZAYÎ – TÎPGUHÊZÎ: BAWER MAROOFI

Puxte: Şî’r wekû baqî hunerekanî dîke peywendî be komelgawe heye û nakirê be bê gorankarî le doxe siyasî û komelayetiye çeqbestuwekan da çawerwanî goran le nawerok û formî şî’rît hebê. Le layekî dîkewe herçî asoy xwêndinewe û bînînî şa’îran firawantir buwe, ziyatir twanîwiyane gorankarî le şî’r da bedî bênin. Yekem destey şa’îranî Kurd be karîgerîwergirtin le doxî sepawî siyasî û komelayetîy Êran û Kurdistan nawerokî şî’ryan gorî û nawerokî nwê niyazî be zimanêkî taze bo derbirîn û formî tazetir bo bîçimgirîn wek şêwazêkî hunerî bû. Ew hewlane le serdemî meşrûtewe destî pê kird. Le serdemî Reza Xan da perey girt û le çaxî Komarî Mehabad da biwar bo xûyabûnî ziyatirî rexsa, belam paş Komar be hoy perewazebûnî çalakanî ew biware û daxiranî fezay komelayetî û siyasî be rûy Kurdistan da, ta çend deye dway ewîş şî’r û edebî kurdî tûşî bêdengî bû. Le deyey şestî mîladiyewe be hewlî polêk xwêndkarî nwêbîr û nwêxwaz, be tewawî şî’rî kurdîy ew beşey Kurdistan le biwarî ziman û formewe nwê kirawe.

Wişe serekiyekan: Şî’rî Nwê, goranî komelayetî, mêtodî hawbeş, qutabxaney mukiryan, şî’rî rasan, destelat

1

Sereta pêwîst e ewe bigutrê ke boçî ew nawe bo witarêk ke biryar e le ser şî’rî Rojhelatî Kurdistan binûsrê, heldebijêrdirê? Bew watayey ke aya pêwîst e seretay serheldanî rewtêkî edebî le naw gelêk da be pêy cuxrafiyaş polên bikrê? Bo wêne pêwîst e bigutrê nwêbûnewey şî’rî Rojhelatî Kurdistan û bizûtnewey nwêbûnewey şî’r le Başûrî Kurdistan? Be ray min dahênanî edebî le her wilatêk, ewendey ke peywendî be kesî dahênerewe heye, ewendeş peywendî be komelga û cuxrafiyayekewe heye ke şa’îr û nûser têy da dejî. Bo wêne eger êmey kurdî Rojhelat le wilatêkî bêcge le Êran, be nimûne Pakistan jiyabayn, şêwey bîrkirdineweman be pêy cuxrafiyayek ke têy da heldekewtîn û helsûkewtman dekird, be pêy şêwe bîrkirdineweyekî komelayetî û kultûrî giştîy ewê, be pêy şêwey dîndarîy bawî ew şwêne, le cîhan û kêşe kultûrî û siyasî û komelayetiyekanman deriwanî û hemû ewaneş le kar û berhemî edebîy ême da rengî dedawe. Bew pêye min pêm waye le Rojhelatî Kurdistan, ême cuda lewey ke xawenî kultûr û edeb û şêwey taybetî peywendiye komelayetiyekan în, le layekîşewe be hukmî ewey le çwarçêwey sinûrî siyasî û kultûrîy wilatî Êranîş da jiyawîn, peywendiyekî qûlman heye legel ferheng û kultûrî Êranî û herweha zor car be hoy hawbeşbûnî serçawe fikrî û hunerî û edebiyekan le delaqeyekewe bo ew dunyayeman riwanîwe. Eweş be watay lasayîkirdinewe niye, belkû bew wataye ye ke hendêk rîşey hawbeş le dahênanî hunerî da hen ke debê destnîşan bikrên û taqmêk rûdawî siyasî û komelatîş hen ke xalî werçerxanî hawbeşî gelan in û debê amajeyan pê bikrê. Ca paşan cudawaziyekan û taybetmendiyekanîş be xestî û qûlî destyan le ser dabindirê û bo sazkirdinî şunasêkî serbexoy zimanî û kultûrî û htd, amajeyan pê bikrê.

Ew ferheng û kultûrey basî dekem beşêkî akamî ew sîstime zale siyasiye buwe ke bo mawey deyan sede be ser Êran û ew beşe le Kurdistan da destelatî buwe ke le çwarçêwey cuxrafiyay ew wilate da ye. Diyar e sîstimî destelat karîgerî le ser takî wilat buwe û kurdîş wek takî ew komelgaye bê berî nebuwe le akamî dirêjmawey destelat û tenanet ew wersûrananey le siyaset û barî komelayetîy komelga da rûy dawe. Wate Kurdî ew beşey Kurdistan be şêweyek le barî ferhengî û huneriyewe peywendiyekî heye legel koy ew hunermend û nûser û şa’îraney le Êran da dejîn. Boye ber lewey min bimhewê delaqeyek bikemewe be rûy edebî kurdî da, be xêrayî awirêk dedemewe le şêwazî nwêbûnewey endêşey însanî Êranî. Ew base û reçelek nasî ew şêwe nwêbûneweye bo berçawrûniyek sebaret be dîtnewey riçe yan mêtodêk bo dozînewey seretakanî nwêbûney endêşey însanî kurd lew parçeyey nîştman da yarmetîderman debê.

Be dirêjayî mêjûy hezaran saley Êran, sîstime siyasiyekanî Êran le ser destelat û îradey take kes damezrabûn. Ew take destelatdarane be hemû cudawaziyek ke le barî kesayetî û derûnî û tenanet zanistewe bûyane, le xalêk da zorbeyan hawbeş bûn, ewîş girîngî dan be kes û fermanî xudî şa û sûranewey hemû baznekanî dîkey destelat yan destelat saz be dewrî kesî yekemî serûtir le yasa û îradey xelk buwe. Carî wa buwe ew destelatdare takrew û çewsênerane be hebûnî pilanî siyasî û ferhengî baş bûnete hoy rimênî edeb û huner û carî waş buwe be hoy bê kîfayetî û dûrbûn le eqliyetî cîhanî û nawçeyî bûnete hoy geranewe berwe dwa û lanîkem nakarabûnî bîrmend û nûseranî ew wilatey bediwawe buwe. Çun yekem tirûskekanî nwêbûney bîrî însanî Êranî be giştî le serdemî Qacarewe buwe, lew nûsîne da bas le destelatî Qacar û keşî zallî kultûrî û hunerî komelgay Êran lew serdem da dênîne ara.

Be hoy bê kîfayetî û çewsandnewey zyad le radey xelk û zall bûnî keşêkî nalebarî abûrî û komelayetî le Êranî serdemî Qacarekan û be taybet le sallekanî dwayî ew zincîre paşayetîye da, însanî Êranî, însanîkî damaw û dabiraw le dunya bû. Nûser û roşinbîr û şa’îr debû le koşkekan da xizmetkarî pilane abûrî û fikriyekanî Şa bin û be taybet hunermendan û şa’îran katêk huneryan birewî debû ke ziyatir le wesfî Şa û medh û senay ew da bê. Serçawe hunerî û edebiyekan her ew serçawe kone hezar salane bûn ke be dirêjayî sedekan xwêndirabûnewe û tenanet şa’îrî baştir ewane bûn ke baştir lasayî şa’îranî çend sede ber le xoyan kirdbawe. Her boye qutabxaneyekî edebî le Êran damezra be nawî Qutabxaney Geranewe û mebestîş ewe bû le riwange û şêwey derbirîn û dunyabînî û tenanet formî berhemî şî’riyane da bigerênewe bo şa’îranî çend sede lemewber û lasayî ewan bikenewe. Eweş be watay girtinî roçiney her çeşne nwêkarî û nwêxwazî û dahênanêk le biwarî şî’r da bû.

Belam sê rûdaw bûne hoy ewey goranêk le endêşey însanî Êranî da bedî bê. Ew sê rûdawe hersêkyan peywendîyan be kesêkî destelatdar belam cudabîr le sîstimî destelatî Qacarekanewe heye. Ewîş welî’ehd yan cênIşînî Şay Qacar, Ebbas Mîrza bû (Lengrûdî, 1998). Ew kesayetiye zor hogirî ewe bû ke be şêweyek binemakanî abûrî û ferhengî û tenanet siyasîş nwê bikatewe û ew mêtodane taqî bikrêtewe. Belam çun hîçkam lew ezmûnane le Êran da nebû, Ebbas Mîrza le dû sefer da bo yekem car taqmêk xwêndkarî narde derewey Êran heta le biware cudakanî wek zansitî pizîşkî û huner be taybet şêwekarî û pîşesazîy çap da ders bixwênin û bigerênewe ew zaniyariyaney le Ewrûpa fêrî bûn be komelga da bilawî kenewe û wilatî pê berew pêşkewt berin. Dwatir her lew kesane yekiyan pîşesazîy çap dênête Êranewe (heman, 1998), û yekem rojname le Êran da çap deka, yekyan pisporî biwarî çek û teqemenî buwe û yekîşyan kîmiya û pizîşkî xwênduwe. Ewane û kesanî dwatir ke Ewrûpa debînin û degerênewe wesfî cudawazîy bîrkirdinewe û jiyan û edeb û hunerî ewê û Êran deken û yekem gumanekan bo goran saz deken.

Her lew serubende da wekî serçawe mêjûyiyekan delên binkeyekî fêrkarî be nawî Darelfinûn le layen wezîrêkî cudabîrewe be nawî Emîr Kebîr dademezrê. Egerçî wekî gutrawe ew binke fêrkariyeş her be amajey Ebbas Mîrza buwe (pêşû, 1998). Paş destbekarbûnî ew fêrge balaye, hemû mamostakan ke zoryan derekî bûn û hem qutabiyekan pêwistyan be serçawe û kitêbî taze bû. Her boye mamostakan naçar bûn deqî ew zaniste cudayaney lewê fêrî xwêndkaryan dekird werbigêrin. Wate wirde wirde rewtêkî tazey wergêran le Darelfinûnewe dest pê deka.

Le penay ew zanistanewe komele deqêkî edebî ke zorbeyan ew çîrok û romanane bûn ke ew kat le Ewrûpa baw bûn. Çîrokî wek beserhatî Rabînson Kiroze û Sê Tifengdarî Eliksandir Dûma û zor berhemî dastanîy dike (Lengrûdî, 1998). Belam pirsyar eweye eger paş sazbûnî peywendî le mabeynî nûser û roşinbîranî Êranî legel wilatanî Rojawayî hendêk le hunerekan û bo wêne wergêran û roman û semay bale û… . Her weha corî riwanîn le biwarî siyaset da gorankarî be ser da dêt û ew derfete tazane bo zimanî farsî derexsê û ew forrme nwêyaneş dêne xizmet nûser û hunermendî farsî Êranewe, ey girîngitrîn hunerî ta ew kat be nawbangî farsî Êranî, ke şî’re, le çi doxêk da buwe? Aya nûseran û roşinbîran û xwêndkaranî Ewrûpa dît û twaniyan le serdemêk da ke ewperî cimûcolî sembulîsm le Ewrûpa bû, ezmûnî şî’rî Ewrûpa çi le biwarî form û çi le biwarî nawerokewe bo Êran rabigwêzin? Mîrza Ebdulqadirî Meraxeyî wilamî ewey dawetewe. Delê: «çun şî’rî Êran bînayekî muqedesî hezar sale bû û kes neydewêra rastewxo rûberûy pêkhate û formî bêtewe û têkîbişkênê û bînayekî nwê dabimezrênê.»

2

Le seretay ew nûsîne da basî ewe hate ara ke edebiyat biwarêkî xobijîw niye û berdewam le serçawey cudawe paraw debê û herweha dewlemend dekrê. Le layekî dîkeşewe edebiyat ta radeyek peywendî be helkewtî cuxrafiyayî û kultûr û dab û resm û corî peywendiye komelayetiyekanî ew komelgaye û tenanet kirawe yan daxrawbûnî kultûrî komelgaşewe heye. Şî’rî kurdî le Rojhelatî Kurdistan be hoy peywendîy hunermend û şa’îranî legel şa’îr û hunermendanî fars ziman û herweha kelkwergirtin le serçawe zimaniyekanî ew cuxrafiyaye, le barî formewe hawbeşî û hawşêweyî legel şî’rî Êran û tenanet şî’rî erebîş heye, belam le barî nawerokîşewe ew şî’re egerçî kemtir le xizmet Şa û dezgay destelatî resmî da buwe, çun şa’îrî kurd Xanî gutenî „Ger dê hebûya me jî xudanek… Alî keremek letîfedanek” (Xanî, 1989:35), ta şî’rî bo binûsê le medhî axa û dewlemend û hecwî neyaranî ew kesayetiyanewe ta şî’rî berz û terzî ewîndarî û xenayî têda nûsrawe. Le serdemî berbasî ew nûsîne, wate çaxî nwêbû newey bîrî edebî le nêw farsekanî Êran da, wa baş e bizanîn terîb legel nawend çi hêlêkî fikrî le Rojhelatî Kurdistan kêşrawe û aya dûrî yan nizîkbûnî mêtodî nwêbûnewe û manewe le fezay pêşûyan da detwanîn destnîşan keyn û basyan le ser bikeyn.

Destpêkî ew base le ser belgenameyek dademezrênim, ke ta radeyekî zor bo birdnepêşî basî nwêxwazî mirovî kurd le Rojhelatî Kurdistan destman degrê. Hawkat legel serheldanî şorişî Meşrûte tenanet ber lewêş le rêkewtî 1904î mîladî wate dû sal ber le şorişî Meşrûtey Êran, şa’îrî nasrawî kurd, Mîsbahuddîwanî Edeb nameyekî nûsîwe. Ew nameye ta êsta be şêwey fermî bilaw nekrawetewe, belam le belgenamekanî nawçe û kitêbxaney taybetî ew binemaleye da parêzrawe û be zûyî bilaw dekrêtewe (Mîsbahuddîwan, 1943). Belam lew nameye da ke rêkewtî hejdey cemadiyussanîy salî 1322î koçîy mangî beraber legel 1904î mîladî, nûsrawe Mîsbah le riwangey komelnasêkî rexnegrewe çaw le dunya deka û awirêkî cîdîş le doxî hunerî kurdî û peywendiye komelayetî û siyasiyekanîş dedatewe. Ew nameyey Mîsbah egerçî bo melayekî hawkar û hawrêy nûsrawe, belam ewendî zanyarî têda ye ke be pêy deqî nameke bitwanîn şîkirdineweyek bo dû seferî hawşêwey roşnibîranî fars û kurd bo ewrûpa bikeyn û akamî hawşêwey dû sefereke pêkewe helbisengênîn. Mîsbah ew nameye le beşî Ewrûpayî Îstanbûlewe bo Mîrza Salih denûsê. Xale berçawekanî namekey Mîsbah wek kurdêkî Rojhelatîy hunermend ewanen:

-Hestkirdin be kelênêkî heraw le barî şêwey jiyanî Rojawa û Kurdistan

-Hestkirdin be cudawazîy berçaw û manadarî nêwan peywendî komelayetîy xelkî Rojawa û xelkî Kurdistan

-Hestkirdin be cudawazîy şêwey awedankirdinewe û xizmetguzarîy şarî

-Hestkirdin be zerûretî “goran û nwêbûnewey ewalimî huner“ le Kurdistan

-Awirdanewe le sîstimî silametî û basî nexoşxane û…

-Awirdanewe le sîstimî perwerdey ewê û helsengandinî legel perwerdey Kurdistan

-Dîtinewey cudawazîy pêşkewtî komelgay Ewrûpa û Kurdistan û baskirdinyan û bas le zerûretî hunerî nwê û tazegerî le huner da.

-Bas le bêbeşî Mîlletî Kurd wate netewey kurd bo yekem car le deqî edîbêkî ew kat da

Hemû ew nîşanane ewe derdexen ke debû Mîsbah lew nameyey da amaje be doxî şî’rî kurdîş bikat. Çun şareza û mamostay ew biware buwe. Her çon delê: “ew hemû hawar û daxey min bo samanî dunya niye, belkû ew hemû dax û mexabiney ke şew û roj le nawendî dilim da wek awir bilêse destênê, bo cudawazî û naberaberî dunyay pêşkewtin û jiyarî cuday gelan e. Cudawazîy ewan legel taqimêk kurdî le pişt derwazekanî (pêşkewtin) becêmawî le hemû pîşesazî û dahênerî û şitî taze be dûr û le çêjî zanist û huner bê behreye û lew rêyewe demhewê beşêk le jiyanî Netewey Kurdî we bîr bênmewe” (Mîsbahuddîwan, 1943). Lew deqe da Mîsbah çon awirî le jiyanî madî û komelayetî û siyasîy gelî kurd dawetewe, debû awa û baştirîş awir le şî’r bidatewe. Mîsbah rast wek ew taqime xwêndkarey le layen destelatew, le Êranewe rewaney derewe kiran û geranewe û ciyawaziyekanî ewê û êreyan zeq kirdewe, be heman şêwe ciyawaziyekan debînê. Belam bo basî şî’r naka û bo le katêk da her ew dem şî’rî Turkiya be kartêkerîy şî’rî Ewrûpî goranî be ser da dehat, hîç goranêk le zimanî Mîsbah lew biware da bedî nehat?

Wilamî ew pirsiyareş hawşêwey wilamêk e Mîrza Ebdulqadirî Meraxeyî dabûyewe (Lengrûdî, 1998). Mîsbah mamostay şêwe riwanînêk bo şî’r bû ke le layen ew gelewe tenanet ta sinûrî pîrozîş çûbû û ewîş neywêrawe xoy le qerey ew bîna sedan saleye bida û be reway nezanîwe lew beware da bo edebî kurdî karêk bika, her boye şî’rî ew be dûr û be der e lew kêşe komelayetî û siyasiyaney le dewrûberî ew guzerawin û hîç awirêkî le nwêkirdinewey şî’rî nedawetewe, belam hewlêkî bo biwarekanî dîke dawe û eger yekem kesîş nebûbê, le yekem kesanî kurd buwe ke le Rojhelatî Kurdistan şêwekarî kirduwe û asewarî lê be cê mawe.

Belam her be mewdayekî zemanî kemewe gorankariye siyasiyekanî Êran karîgeriyan le ser xelkî Kurdistanîş danawe. Her ew deqî goraniye rexnegraney kesanî wek Arifî Qezwînî deynûsîn, karîgerî le ser şa’îrêkî wek Diktor Mistefa Şewqî Qazîzade danawe. Egerçî Şewqî le Turkiyaş jiyawe, belam le barî endêşeyewe le şî’rî da karîgerî le şa’îranî Êranî wergirtuwe. Ke dwatir ew base dexeme rû.

Ey çon bû bere bere bîrî nwê û zimanî nwê hate naw edebî kurdiyewe. Wekî gutman rojnamekan hemîşe be dway xoyan da hendêk alûgor saz deken. Rojnamey Kurdistan ke sed û de sal pêş le Qahîre çap bû, çend diyardey taybetîşî be dwawe bû. Wêray rojnameke Bedirxan hemû carê kartpostalêkîşî bo kesanî xeyre-kurd û biyanî narduwe û têyda hatuwe ke “Mîlletî min mîlletî kurd e û şeş mîliyon kesî heşîmet e û ew rojnameye be zimanî kurdî û bo mebestî rageyandinî zanyarî û perepêdanî hestî mirovdostî çap debî û min demhewê bew karem kurdekan han bidem bo ewey berew pêşkewtin û medeniyetî modern hengaw helbênnewe (Faruq Umer, 2001:56). Be her pêwaneyek lêkîdeynewe detwanîn bilêyn ew rojnameye û rojnamekanî dway ewîş her kamyan ziman û nûsînî kurdiyan berew biwarêkî nwê birduwe û her wekî Diktor Kemal Mezher delê: “zimanî kurdî eger ta ew kat tenya şî’rî pê denûsra û ew car ezmûnî tazey tê da kirawe” (heman:56).

Le Kurdistanî Êranîş hendê rojname bilaw bûnetewe ke zor be berbilawî çap nebûn. Bo wêne rojnameyek be nawî Kurdistan ke le ser şwênî çapbûnekeşî kêşe heye. Taqimêk delên le Xoy û taqimêk pêyan wa ye le Urmiye bilaw buwetewe, herweha rojnamey Rojî Kurd Şewî Ecem le Urmiye derçuwe (Mezher Ehmed, 2005:13). Ewîş her kemtir bîndiraw û xwêndirawetewe. Ewey ke rageyene be şêweyekî rastewxo karîgerî buwe le ser ziman û derbirîn û nawerokî şî’rî kurdî bo serdemî komeley Je Kaf (JK) û paşan Komarî Mehabad degerêtewe. Rageyeney wek Govarî Nîştiman, Rojnamey Kurdistan, Helale, Girugalî Mindalan û Rojname-govarî Kûhistan, ewane komele deqêkiyan têda ye ke bere bere xogirtin û bexodahatinêkî zimanî kurdiyan pêwe diyar e. Car legel car ziman le biwarî taze da xo taqî dekatewe û tenanet şa’îrekanîş be hoy goranî fezay siyasî û corî peywendiye komelayetiyekan le layek û rengdanewey ew rûdawane le deqekan da û zor xwêndiranewey ew deqane, buwe hoy ewey corêk witûwêj û rûberûbûnewey edebîş le nêw şa’îran û nûseranî kurd da saz bê. Bizûtneweyekî siyasî hatuwete ser kar û ew bizûtneweye hukim be destewe degrê û le îmkanatî dunyay modern wek rojname û radiyo û … kelk werdegrê û bo her kam lewaneş kadir perwerde deka. Hendê nûser û şa’îr kargêrî ew rojnamanen. Çi le serdemî Jê Kaf (JK) û çi le serdemî Komar da doxeke her wa buwe.

Ew pole şa’îre ke detwanîn wek şa’îranî Rasan biyannasîn û ta êsta be şa’îranî Qutabxaney Mukiryan basyan kirawe, be çend ho deqekanyan be dewrî menzûmeyekî fikrî da dexulêtewe. Wate ewey min pêyan delêm şa’îranî Qutabxaney Rasan be hoy ew şêwaze fikriye ke be ser şî’riyan da zal e û be hoy wabestebûnî ewan be şwên, wate Mukiryanewe niye. Çun tenanet şa’îrêkî wek Fanî ke lew serdeme da legel Hêmin şî’riyan kirduwete delaqey witûwêj, egerçî le Başûrî Kurdistan jiyawe, be ray min her le çwarçêwey şî’rî ew qutabxaneye da cêgay bo dekrêtewe û lanî kem ew deqey le nîşitmanî jimare sê û çwar da lêy bilaw buwetewe ew nîşanane be dest xwênerewe deda ke nizîkayetî zimanî û fikrî le mabeyn nûsînî ew û şa’îranî wek Hêmin heye (Hêmin, 2008:121), (Fanî, 2008:77). Ta êsta bo şî’rî şa’îranî ew serdeme çend kes le mamosta Hêminewe ta diktor Rehber Mehmûdzade û Kak Elî Îsma’îlzade û her kes pole taybetmendiyekî xistuwete berbas û hendêk xalyan wek xalî hawbeşî ew şa’îrane destnîşan kirduwe. Hewlî minîş ewe ye hendê taybetmendî bas bikem ke ziyatir berew akamî basî ew witarem berê ke nwêbûnewey şî’rî kurdî ye. Taybetmendiye girîngekan be ray min ewanen:

-Zimanî şî’rî ew şa’îrane be hoy peywendiyan be rageyenekanewe xerîk e ta radeyek rojnamey debê. Rojnameyîbûn be çeşnêk rojanebûnî têda ye û ezmûnkirdinî wişey tazey be dwawe ye. Wate bere bere bazney wişekanî zimanî şî’rî firawantir debêtewe.

-Zimanî şî’r cuda lewey ke la deda le zimanî mîrzay dîwexan û xwêndewary hucre ke her kam helgrî gutarêkî taybet bûn, be hoy ewey awirdedatewe le wîste siyasî û komhelayetiyekanî xelk le layek û dekewête jêr karîgerîy zimanî hewal-raportî rojnamekanewe, berew sakarbûn û rojanebûn û xomalîbûn deçê.

-Nawerokî şî’r le babete zeyniyekanewe ke le her dû gutarî pêşû da zal bûn, berew babete berçaw û eyniyekan degordirê.

-Babetî zeqî siyasî le şî’r da xoy denwênê, şitêkî ke pêştir zor kem buwe û egerîş buwe, le deqî kesanî wek Hacî Qadir û… zimanekey ta radeyek cudawaz buwe.

-Şî’r bo yekem car e bangeşe bo zarawe û çemkekanî bîr û dunyay modern deka. Nalêm şî‘r modern buwe; belam ew şitaney le gutarî dunyay modern da bûnî hebuwe, beşêkiyan debne kelkeley şa’îranî ew serdeme. Çemkekanî wek azadî, beraberîy jin û piyaw, mafî çarey xo nûsîn, komarîxwazî le beranber nîzamî takrêberî paşayetî da. Eger ew çemkane le Rojawa bayexdar bûn û karyan bo dekra, ewe dane daney ewane le şî’rî şa’îranî ew serdem da rengî dawetewe.

-Rengdanewey berheme maddiyekanî modernîte le deqe şî’riyekan da. Wek basî fen û pîşesazî û girîngîdan be maşînîzm û… amajey zorbey şa’îran ew serdem bew pêşkewte maddiyaney Rojawa.

Belam ta ew katîş qalb û çwarçêwey şî’r goranêkî ewtoy be ser da nehatuwe û tenya le çend deqî şî’rî da, pêkhatey şî’rekan egerçî her le ser binemay kêş û serway şî’rî pêşû ye, wirde cudawaziyekiyan saz kirduwe. Hemû ew demeteqe û şî’raney çwarçêweyekî dramatîkyan heye lew male da cê degrin. Be ray min le hemû ew deqane da, şa’îran derkî eweyan kirduwe babetî ber basî ewan le çwarçêwey qalibekanî pêşû da naguncê, boye hewlêkî cudayan dawe û her le cexzî şî’rî pêşû da ew formeyan helêncawe û lewe ziyatir layan nedawe.

Şa’îranî ew serdemey Rojhelatî Kurdistan agayan le kar û şêwe nasîn û arastey rexneyî şa’îranî Çaxî Wexeberhatinî fars hebuwe. Eger şî’rî ewan şî’rî wexeberhênan e, bew hoye ye ke ewan wîstekanyan le çwarçêwey gutarî Êranî û farsî da ye û ziyatir wexeberhênanî xelk le beranber destelat û wexeberhênanî yasadaneranî fars bo berewpêşçûn û berewpêşbirdinî yasa ye. Belam şî’rî kurdîy ew kat şî’rî rasan e be dijî destelatî sepaw, çewsandinewey îtnîkî û zimanî, rasan e bo ladanî perdey şunasî ewîtir le ser ruxsarî şunasî xomalî û behêzkirdinî ew şunase û… .

Şî’rî farsîy ew serdem hem rexnegirane, hem wişyarkerewe û hem mafxwazane ye le astî mafe komelayetî û siyasiyekanî mirovêkî azad, carî waş e ew rûberûbûneweye ta astî dijayetî bo leberyekbirdinî sîstimî destelatîş çuwe. Kesêkî wek Mîrzadey Îşqî komelgay berew agadarbûn le lawaziyekan rêniwênî kirduwe, herweha be handanî xelk berew corêkî dîke le kayey siyasî û djayetî legel riwaletî siyasî le qalbî komarîxwazî da hengawêkî cuday bo şî’r û xelkî fars helênawetewe. Ew core rûberûbûneweyey edebiyat û destelat ta ber lew sabîqey nebuwe. Ta ew kat kem wa buwe huner le Êran kereseyek bo berberekanîy destelat bûbê.

Belam lew katewe bere bere şa’îranî fars be dijî siyasetî paşayetî şî’ryan nûsîwe û rexneyan girtuwe. Arf Qezwînî le şî’r-goraniyekî da ke dwatir Diktor Şewqî Qazîzade karîgerî lê werdegirê û şî’r le ser binemay kêş û watay nîştmanî ew denûsê, delê:

Ez xûnê cevananê veten lalê demîdê
Ez matemê serv qeddeşan serv xemîdê
Der sayêyê gol, bolbol ez în xossê xezîdê
Gol nîz ço men der xemêşan camê derîdê
Çê kec reftarî êy çerx!
Çê bed kêrdarî êy çerx!
Serê kîn darî êy çerx!
Ne dîn darî ne ayîn darî êy çerx (Qezwînî, 2002)

Wate: le xwênî cewananî wilat lale riwawe / le matemî berzayî ewan seru çemawe / bulbul le xeman her le nisê da le penawe / gul wek min ewa lew xefetey êxe dirwe / çi bed akarî gerdûn / çi bed kirdarî gerdûn / le qîn da jarî gerdûn / ne dînit pak ne ayîn çak, eto bwa xwarî gerdûn. Diktor Mistefa Şewqî Qazîzade ew fezaye deqozêtewe û le ser ew kêşe û bew têmewe ke têmêkî nîştimanî ye ew şî’re denûsê:

Hesbî Hal Degel weten

Xemlîwe le ser qebrî cewanan gul û lale Ya sûrîy xwên e ke bilêy rengekey al e Pêş tabişî xurşîdî felek wextî beharan Wek çawî le firmêskî min e qetreyî jale Ey badî seba heste guzer ke be weten da Pexşan bike ser erzî weten bonî gulale Ba bêt be te’sîrî fisûnî nefesî to

Wek xunçe bipişkiwê demî ew kurde ke lal e Ba bêt û sipeynan elem û derdî şewî hîcr Bêjê ke lewey paş xewî me, mehzî webal e Qehrî felek û cewrî reqîb û sitemî dost

Ser nasiyeyî pir şikenî kird be qebale Çaret niye ewroke eto desteşikawî
Bed mestîy mey bû ke şika cam û piyale Şewqî were lew xurbete mayl be weten be Bê xakî weten, îzzetî to mehzî xeyal e Bew kakolî reş renge, kewa bozî fîraqe

Ba ram bê le bot fezl û huner, çunke halal e (Şewqî, 1985)

Ew core riwanîne rûberûbûnewey mirovî kurd legel destelat nîşan deda. Herweha her lew şî’ranewe corêk numadsazî û xizan berew sembulekan ke paşan û le dewrekanî dwatir da berew herêmî sembulîzm û şî’rî sembulîstî hengaw denê rewtî şî’r berew goran deba. Corêk le sembulîzmî komelayetî deleme ke le mabeyn diruşmî menzûm û nîşanesazîy hunermendane da le hatûço da ye.

Kaye be çemke siyasiyekanîş yekêk lew basane bû ke lew serdem da nawerokî şî’rî farsî nwê kirdibuwewe û têm û fezayekî cudawazî be nûsînî şa’îranî ew serdem bexşîbû, zor carîş şa’îran ew core kayaneyan be çeşnêk berewpêşçûn û nwêxwazî danawe. Her wekî yekêk le şa’îranî nawdarî şî’rî kilasîkî farsî be nawî Melîkuşu’eray Behar sereray ewey kilasîk denûsê, lew rêyewe xoy be nwêxwaz dezanê. Belam taqimêk şa’îr be şêweyekî taybettir le wata û çemke nwêyekan kelkyan werdegrit. Çemkî wek azadî û komarîxwazî û mafî jinan û meclîsî yasadanan û…

Der mohîtî tûfanza mahêranê der ceng est
Naxodayê êstêbdad ba xodayê azadî o… (Ferruxîy Yezdî, 1997)
wate: le aqarêkî pir le tofan be karameyî şer deka… Naxuda (gemiyewan)î zordarî legel xuday azadî

Azadî lêre da wek çemkêk ke le Ewrûpa baw bû, buwete kereseyek bo xulqandinî edebî û rexnegirtin le destelatîş. Yan babetêkî wek komarîxwazî le beranber paşayetî û dîktatorî da babetêkî nwê bû ke taze le wilatanî Rojhelatî da basî dekra. Bas le dengî xelk, ewîş bo sedeyek lewepêş, yekcar girîng bû. Destelatîş le hestiyarîy ew doxe geyiştibû, boye be lasayîkirdinewey modelî komarî Ataturk, be diway komarîxwaziyekî destkird û rûkeşewe bû û roşinbîran û şa’îranîş her ew wata tazeyan le şî’r da qoziyewe û destelatyan pê xiste ber tîrî rexne. Yek lew kesane Mîrzadey Îşqî bû.

Belam her ew çemke lay şa’îranî kurdî ew serdemîş rengîdawetewe, helbet be şêweyekî modern û mirovxwazanetir. Wate eger lay Îşqî komarîxwazî boye xirap e ke “şwanewêlekanî Seqizîş basî deken û deyanhewê”, lay Mela Marifî Kokeyî, komarîxwazî boye baş e ke “şwanekanî Seqizîş basî deken û deyanhewê”. Ewe cuda le xwastêk e ke destelat mebestî le sazkirdinî komar çî ye. Ew kêşeyeş boye le helsûkewt legel ew çemke da dête ara ke komarêk ke farsekan be rêberayetîy Reza Xan deyanhewîst bunyatî binên le ser asîmîlekirdinî netewekanî Êranî damezarbû, egerçî diruşm û rêformekanî Reza Xan pêşkewtinîşî tê da bedî dekra belam be giştî zemîne îtnîkî, komelayetî û siyasiyekey cuda le komarêk e ke şa’îranî kurd daway deken. Boye eger Mîrzade şa’îrî pêşengî ew katî farsekan delê werin galte bew komarîxwaziye bikeyn, Mela Marifî Kokeyî, şa’îrî melay kurd delê: „werin bîkeyn be cumhûrî».

Şêwe axaftinî Mîrzade waye ke delê: «şitêkî seyr û galtecarane ewe ye ke şwane bizin-lewerênekanî Seqiz bûnete cumûhurîxwaz û minîş be kolêk qij û kirawatewe dijî cumhûrîm! Axo be rastî bizin-lewerrênekanî Seqizî dezanin cumhûrî çî ye? Cumhûrî dexurê yan le ber dekrê? Witarêk wergêrawî rojnameyekî turkî, çend witar û şî’rî bilavokêk û konfiransêkî ziyaule’îzzîn, goraniyek (lew barewe) û heraûhûryay çend kes… nawî cumhûrî niye” (Elî Babayî, 2005:362, 363). Egerçî ewane wekî xudî Îşqî delê nawyan cumhûrî niye, belam her kam hengawêk in bo berewpêşçûn. Cuda le riwanînêkî bayexdanerane, deqî şî’rekey Îşqî awa ye:

Sohbetê comhûriyet ez bêyn reft Xossê mexor în nîyet ez bêyn reft Fêrqêyê bî terbiyet ez bêyn reft Zêmzêmêyê ariyet ez bêyn reft Xatêrt asûdê mokedder mekon Bêşno o baver mekon

Nîst ber în mellet yêk la qeba
Fêkrê ecanêb pes ez în rehnoma
Hest dêger moqê‘ê solh o sefa
Nîst zê hem dolet o mêllet coda
Vahêmê ez tûp şênîder mekon
Bêşno o baver mekon (Elî Babayî, 2005:282)

wate: basî cumhûriyet le naw çû / xefet mexo ew niyete le naw çû / ew taqime bedakare le naw çû / qise û basî lasayîkirdinewe le naw çû / bîrî xot bewanewe xirap meke / bîbîste û birway pê meke

Be mewdayekî zor dûr le Îşqî na, wate nizîkey bîst salêk paş ew şêwe riwanîney Îşqî bo komarîxwazî Mela Marif awa denûsê:

Le rojnamey mudîrî keç medarî çerxî şeftûrî
Denûsê rojî kurdî kewte ewcî burcî bê nûrî
Buxar û dûkelî bê îtifaqî û sû’î exlaqî
Mucesem bû be hewrî negbet û roj kewte mestûrî Hemû mîllet geyişte menzilî meqsûd û xuşnûdî
Feqet kurd in be cê mawin be mehrûmî û be mehcûrî Ezîzim îftixarî xarîcî hem îlm e hem sen’et

Be mîliyon û be fersex to le îlm û me’rîfet dûrî
Temaşa ke le ber şu’ley çiraberq û eletirîkî
Kurey erzî hemû yekparçe bote yek kurey nûrî
Meger toş her be piştêndî zil û pêç û şedey hewrî
Binazî û bîkeye esbabî kîbr û fexir û mexrûrî
Bira bîrî çirayekî biken tarîk e şew dadê
Qiyamêkî biken ta firsete bîken be cumhûrî (Kokeyî, 2008:119)

Êsta derdekewê ke şa’îrêkî perawêznişînî le hucre ders xwêndûy melay kurd û şa’îrêkî danîşgadîde û zimanzan û siyasetwanî nawendnişîn dû riwangey cudawazyan bo çemkî cumhûrîxwazî wek endêşeyekî siyasî heye û herweha be dû şêwey cuda le şî’r da kelkyan lê wergirtuwe. Seyr lewe da ye zemîney basî herdûkîşyan yek şit e. Mela Marif be berawirdî Kurdistan û wilatanî biyanî nedarî û hejarî û nexwêndewarîy xelkî be hokarekanî dwakewtûyî dezanê û bo ewey şew daneye û be yekcarî tarîkî ke detwanê hem hêmay nezanî û hem sîstimî zal û dasepawî siyasî bê, dawa deka qiyamêk biken û bîken be cumhûrî. Wate derbazbûnî ew xelke nexwêndeware le mafxwazî, mafî dengdan û cumhûrîxwazî da debînêtewe. Keçî Mîrzadey Îşqî le nûsînekey da nexwêndwarî û bizin-lewerênîy şwane Seqiziyekan dekate belgey ewey ke cumhûrîxwazî bo xelkî nabê. Lêre da ewey girîng e le her dû şî’rekan da babetî cumhûrî wek mefhûmêkî siyasîy nwê le şî’rî herdûkyan da hatuwe, bew cudawaziyewe ke riwangey mela Marif însanîtir û moderntir e.

Mebest le hênanewey ew nimûnane ewe bû hemû ew diyardaney le şî’rî “wexeberhatin”î fars da hebû lew şî’rey Mela Marifîş da debîndirê û ziyad lewîş mafî kurdîş wek neteweyekî cuda, xirawete ber bas. Basî teknîk û pîşesazîy nwê, diyarde berçawekanî modernîte wek mekîne û eletirîk û… daway maf kirdin, çemkekanî berbas le felsefey siyasîy Rojawa da wek cumhûrîxwazî û… .

Ew diyardane le şî’rî beşêkî dîkey şa’îranî hawkat û dway Mela Marif babetî sakarbûnewey zimanîşî pê ziyad debê. Wate şa’îrekan diyarde siyasî û komelayetiyekanî komelgay xoyan dênne naw şî’rewe. Mela Marif delê:

Mudetêke nefsî bed hukmî xrawim lê deka
Her be qehr û qîn e derwanêt û çawm lê deka
Deçme malê mal û mindal dên û derem lê deden
Yek temennay qend û ça yek nan û awim lê deka
Deçme ser çom û xiyaban yek nefes asûde bim
Şaredarî hazir e û daway kilawim lê deka
Seyrî xoştir min ke me’rûf im le nêw ew şare da
Taze îhsa’î ye daway îsm û nawim lê deka (Kokeyî, 2008:161)

wate: kesanî wek Mela Marif û dwatir Seyfî Qazî û Hêmin û Hejar û Xalemîn û … şî’r le aqarêkewe berew aqarêkî dîke deben. Her lew şî’re da jiyanî kurdewarî û siyasetî hakim û gorane îdarî û siyasiyekanî nawçe debînî, be zimanêk ke dûre le zimanî ‘îrfanî Wefayî û xenayî Mîsbah û… .

Ew şî’re be çeşnêk rexne le rêformekanî Reza-Xanî bo asîmîlekirdinî xelkî kurd e. Herweha basî rûdawî salî 1929 û damezranî dayirey sebtî ehwal û… e. Girîngîy ew babetane cuda lewey ke le barî siyasiyewe watay xoy heye, le barî zimaniyewe pantay zimanî şî’rî berîntir deka û ziman lew zimane baw û nasraw û firîzbuwe têdeperê û aqarî taze hem le biwarî wişe û hem le biwarî wata da taqî dekatewe. Egerîş pêştir le nêwan komelga û şî’r kelênêkî heraw hebû, êsta pirdî mabeynî siyaset û komelga şî’r e.

Lew rêye da Mela Marif tenya nebuwe. Kesanî wek Seyfulquzatîş bûn. Seyf çendîn cudawazî legel Mela Marif hebuwe. Mela Marif takêkî reha û reben û helbet mamostay qutabxane buwe. Belam Seyf karakterêkî ferhengî, siyasî û ayînîş buwe. Hem legel destelatdaranî nîzamî paşayetîy Qacar peywendî buwe û hem legel azadîxwazanî Êranî wek Şêx Mihemedî Xiyabanî û bizûtnewey Azadîstan le Tewrêz le hatûço da buwe. Seyf tenanet le rojnamey Azadîstan ke organî azadîxwazanî Azerbayicanî buwe û tenanet yekem şa’îrî nwêxwazîy fars wate Teqî Ref ’et karî têda kirduwe, peywendî buwe û şî’r û babetî têda çap kirduwe. Aya ewe îmtiyazêk e bo şî’rî kurdî be giştî û şî’rî ew şa’îrane be taybetî? Wilam erê ye. Çun hem Seyf û hem Mela Marif lew şa’îranen le biwarî rojnamegerî û rageyeney çapî da kar deken û hawkarî rojnamekan in. Hem Mela Marif le rojnamey Nîştman da şî’rî çap buwe û hem Seyf le rojnamey Kurdistan Azadîstan da şî’r û nûsînî bilaw buwetewe. Ew doxe way kirduwe ewan agadarî rewte şî’riyekan û rûdawekan bibin û be karîgerî lewan berhemî nwêtir bixulqênin û nawerokî şî’ryan bigorin. Lew bare da gringitrîn şî’rî Seyf şî’rî “Kurdîne ta key ême le kêwan mîsalî dîw… Bêyn û biçîn û bo me nebê hîç xudan û xêw” (Seyfulquzat, 2008:118).

Cuda le hemû ew taybetmendiyane karêkî nwê ke lew dewriye da dête biwarî şî’rî kurdiyewe karîgeriye nêwan deqiyekan e be şêweyek ke cuda lewey şa’îran le barî endêşiyewe karîgeriyan le ser yek debê le ziman û derbirînîş da ew karîgerîye xo denwênê û ewcar şa’îran be demeqale û kar le ser şî’rî yektirî, zimanî şî’r çalaktir û ew biware zîndûtir dekenewe. Bo nimûne detwanim amaje be şî’rêkî Fanî bikem ke le jimare sêy û çwarî Nîştiman da bilaw buwetewe be nawî “delêm bîlêm û nawêrim” (Fanî, 2008:77). Le jimarey dwatir da Hêmin be nawî “emin deylêm û bê bakim” (Hêmin, 2008:121) wilamî dedatewe û le rastî da herdûkyan diyardekanî jiyanî nerîtî û destelatî nerîtî le komelgay kurdî da dedene ber tîrî rexne. Ew şêwe aga le deqî yek bûne le şî’rî pêşûy kurdî da eger çend nimûneyekî wek namekey Nalî û Salim we la nêyn yan nebuwe yan zor kem buwe. Ewane lew ezmûnane ke şî’rî kurdî serdemî komar tecrubey kirdin. Lew nimûnane detwanîn le şî’rî şa’îranî dîkey wek Xalemîn û Hejar û… da bibînînewe.

Hêmin le nêw ew şa’îrane da taqane ye. Ew legel sê nesil le şa’îran şî’r denûsê. Serdemêk be karîgerîwergirtin le şa’îranî wek Wefayî û Herîq û… şî’rî kilasîk wek pêşîniyanî xoy denûsê. Nimûney ew beyte le şî’rî Yadigarî Şîrîn e: «dîdekey be xumarî to turkane bedmestî deka… Boye meylî wa be fîtne û kêşe û xwên riştin e» (Hêmin, 2008:114). Le pileyekî dike da rû dekate şî’rî şa’îranî wexeberhatinî fars û Qutabxaney Mukiryan yan Rasanî kurdî û nawerokî şî’rî û endêşey şa’îrane ta radeyek degorê, dwatir le dwayîn komele şî’rî cîdî da wate Naley Cudayî le şî’rî kurt û drêj da ezmûnî nwêtir dexate rû. Le şî’rî berz û bilêndî Êwarey Payîz (heman:287) û le şî’rî kurt û puxtî Ciwan Nasûtê (heman:294) da dû ezmûnî yekcar cuda le ezmûnekanî Hêmin debînîn. Hem ew û hem Hejarîş cuda lewey ke şa’îr in, şa’îranî sîstimêkî siyasîn ke rojname û rageyeney xoy heye û ewan le berêweberanî ew rageyenanen û şî’r be babetî cuda û be nawerokî rengawrengewe lay ewan berhem dê. Şî’rî Hêmin cuda lew şî’raney ke rengdanewey zeyniyetî kilasîkîn wek Turkî Çaw Mest, şî’rekanî wek Cejnî Azadî, Newrozî Rizgarî, Arezûy Firîn, Amêzî Jin û… Lew şî’ranen le azadîy jnewe ta beraberîy însan û aştî mîlletan têy da rengî dawetewe, belam çwarçêwe her çwarçêwe konekan e. Helbet eweş nabê le bîr bikeyn ke Hêmin goşe çawêkîşî le şî’rî goranî nwêxwaz buwe û detwanîn bilêyn goran karîgerî le serî hebuwe. Belam le şî’rî salî 1975î mîladî be dway çend şî’rî heye ke le qalibe bawekan dûr dekewêtewe. Şî’rî Êwarey Payîz wek bas kira, hem nawerok û hem qalibekey ke dûbeytî nwê ye, be corêk nwêbûneweyekî dike ye le şî’rî şa’îranî ew nesle da.

Belam ey şêwaze serencam cuda le bîrî taze qalibî tazeş be dway xoy da dênê? Wate form û derbirînî tazey şî’rî le Rojhelatî Kurdistan le kwêwe destî pê kird? Zor takî kurdî edîb le Rojhelatî Kurdistan kelkeley nwêbûnewey formî şî’rî hebuwe. Her le serdemî karekanî Nîma Yûşîcewe ke binaxedanerî şî’rî nwêy farsî ye. Yekem kes ke be daxewe berhemî le dest da nemawe û tenya le yaddaştekanî Nîma da nawî hatuwe, Sedîq Encîrî Azer e. Nîma sebaret bew delê: “Sedîqî Encîrî Azer be zimanî îrfanî eger basî bikem be hequlyeqînî zanistekan geyiştuwe, ew le serûy zanistewe ye, ew gewretirîn mirovêk e ke min le serdemî jiyanim da dîwme. Min legel mirovî hawşan û haw asoy xom zorim hamûşo û qisewbas buwe. Ew le hemû ew kesaney min dîwmin têperîwe… pêm xoş bû şew û roj ew lawe necîbe kurdem le la baye» (Yûşîc, 2010). Ew lawe necîb û zanaye be daxewe be hoy kujranî gumanawî le cengey şorişekanî Kurdistan da, hîç berhemî lê dest nekewt, dena bê şik berhemî way buwe ke Nîmay dahêner awa pesendî deka û pêyda heldelê.

Herweha dwatir û le deyey pencay mîladî da, yekem kurdêk ke şî’rî nwêy nûsîwe Umer Sultanî buwe, belam ewîş le bazney ew base bedere çun zimanî şî’rî ew katî farsî buwe. Edebiyatî kurdî le Rojhelat, dway Komarî Mehabad tûşî sistî û rawestanêkî dirêj bû. Nwêneranî ew edebiyate ke hemûyan çalak û helsûrawî biwarî roşinbîrîy kurdî le Rojhelatî Kurdistan bûn, be hoy em rûdawewe perîwey wilatan bûn. Ew kesaney ke le nawxoy wilatîş da mabûnewe, be hoy zext û guşarêkî siyasî ke be seryanewe bû, ya destyan le karî edebî kêşawe û yan be şêwey nihênî û le astêkî zor bertesik da çalakiyan deniwand. Lew serdeme da rojnamey Kurdistan le layen dewletî paşayetiyewe û le şarî Taran dête derê, bo ewey bibête cêgirî rojnameyek be heman nêw ke le serdemî Komar da bilaw debuwewe. Şayanî bas e kargêranî ew rojnameye kesanêkî be nîsbet dilsoz bûn û tenanet dawayan le Mamosta Hêmin le çalakanî rûnakbîrî serdemî Komar û nûseranî Kurdistan organî Komarî Mehabad kirduwe ke hawkariyan bika û ewîş ta radeyek awirî lê dawnetewe û carûbare babetîşî bo nardûn. Nawerokî ew babetaney lem bilavoke da denûsran ziyatir basî rîşe hawbeşekanî gelî kurd û fars û hatine aray basî ustûre Êraniyekan e û htd. Em tême nûsîne egerçî le barî zansitiyewe girîng û be kelk in, belam ciyawaziyekî zorî legel rohî şî’rîy bizozî Hêmin heye. Ke waye dergay dahênan her wa daxirawe û nûsîn be zimanî kurdî lem aste da qetîs demênêtewe. Em doxe ta salekanî deyey şestî mîladî berdewam debê. Ta ewey ke polêk le xwêndkare kurdekan rû dekene zanistgay Taran û le beşî maf û zanyariye siyasiyekan da dirêje be xwêndinekeyan deden. Ew kesane birîtîn le: Elî Heseniyanî (Hawar), Fatih Şêxelîslamî (Çawe), Sware Îlxanîzade, Selah Muhtedî û htd.

Wek hemûman dezanîn deyey şestî mîladî le hemû biwarekanî roşinbîrî da çi siyasî û çi edebî û… qonaxêkî zêrîne û be ezmûnêkî direwşawey mêjûy Êran dête ejmar. Her lew serdeme da ye ke şa’îranêkî wek Mêhdî Exewan Salis û Ehmed Şamlû û Firûx Feruxzad û… xerîkî pitewkirdinî ezmûnî nwêgerayîy şî’rî farsîn û baştirîn û behêztirîn karekanyan lew dewrane da bilaw debêtewe. Ew pole xwêndkare kurdeş lem qonaxe hestiyare da le nawendekanî roşinbîrîy fars nizîk debnewe û her boye ew keş û barûdoxe karîgerî le seryan debê û ciyawaziyek le nêwan şêwe edebiyatêk ke le kurdewarî da baw e û ew rewtey lewê birewî heye serincyan radekêşê û dest dedene nûsîn û serqalî berhemhênanî deqî edebî be zimanî farsî debin. Diyar e le nêwan ew pole xwêndkare da, Hawar û Çawe û Sware zêdetir deçine dinyay edebiyatewe. Dway maweyek le layen dostanî dîkeyanewe bo wêne Selah Muhtedî berew kurdînûsîn han dedrên (Husênpûr, 2004). Hacî Rehman Axay Muhtedî be pêy ewey ke ew serdeme mamostay zanistgay Taran buwe, nîştecêy Taran debê û malekey debête mekoy şa’îran û bîrmendanî ew serdemey kurd ke le paytext dejîn. Ew kobûnewaneş ta radeyekî zor ew cema’ete berew nûsîn han deda û her lewê ye ke yekem pêşniyarekan sebaret be nûsînî şî’rî azad bew pole xwênkare dedrê (heman, 2004).

Katêk basî rewtî şî’rîy nwê le Kurdistanî Êran dekrê, Swarey Îlxanîzade wek damezrênerî ew rewte denasirê, belam Elî Heseniyanî be pêy gutey xoy ke le dû twêy nameyek da bo Hêdî Husênpûrî nûsîwe, delê: “yekem şî’rî nwêy Kurdistanî Êran min nûsîwme” (ewîş be kartêkerîy şî’rêkî farsî be nêwî Cellad). Hawar egerçî serçawey şî’reke diyarî naka, belam debê heman şî’rî “Le Ser Reşayî Sengferşî Rêga” le Hûşeng Îbtihac bê ke awa dest pê deka “ehay celad, rût reş bê” (Îbtihac, 1953) û dwatir Çawe û Sware dest bew şêwe nûsîne deken. Be pêy qisekanî Hawar tertîbî nûseranî şî’re nwêyekan bem şêweyen:

1- “Celad”, Hawar, 1959
2- “Bombaran”, Hawar, 1959
3- “Nazdar”, Çawe, 1960
4- “Kejalê”, Hawar, 1961
5- “Hesêrekem”, Çawe, 1961
6- “Şar”, Sware, 1962 (Husênpûr, 2004)

Min pêm waye be zor hoy zimanî û pêkhateyî ew rîzbendiyey Kak Elî dekrê dirdongiyek le rêkbûn û deqîqbûnî salî nûsînî hendêk le şî’rekanî da bikrê. Çun şî’rî Şar le yekem ezmûnî şa’îrêkî law naçê, ke taze temenî bîst û çend salêk e. Ew şî’re ke ta êstaş yekêk le behêztirîn şî’rekanî nwêy zimanî kurdî ye, hem le barî riwangey fikriyewe, hî şa’îrêk e ke be puxteyiyekî fikrî geywe, hem ziman çi le barî dariştinî ristey şî’riyewe û çi le barî helbijardinî wişewe zimanêkî tokme û behêz e û cuda lewane şî’r le parzongî ezmûnêkî xwêndineweş guzerawe ke bitwanî şikoy wênesazîy baştirîn şa’îranî ew serdemî Êranîşî têda hest pê bikey. Wate ew şî’re be ray min le şî’rekanî dwatirî Sware ye. Belam karîgerî Çawe le ser Sware le dewreyekî kurt da haşay lê nakirê. Ew karîgeriye le dû biwar da ye. Yekem le şî’rî Kem Derxemey Xem Derkem da, eger şî’rî Sware bê! Sware xerîk e yekem ezmûnî şî’rî nwêy xoy gelale deka. Çun lewê da zimanî nûsînî Sware be pêçewaney şî’rekanî dîkey zimanêkî lehcedar e. Lehcedarbûn wek taybetmendîy şî’rî lêre da basî dekrê. Ew lehceye le siwanî wişekan û dekarkirdinî sûkeley fî’l û hendêk wişey taybetî nawçey Jawero û Merîwanewe bigre ta kelkwergirtin le hendê wişey farsî le şî’r da, ewane beşêk le taybetmendîy riwaletî şî’rî Çawen û her ew taybetmendiyane lew şî’rey Swareş da heye. Kewate dekrê bilêyn eger ew şî’re yekem şî’rî Swareş nebûbê, şî’rêk e ke karîgerî le Çawe wergirtuwe û le layekî dîkewe şî’rî şar bew taybetmendiye zimanî û formîk û watayiyewe ke heyetî, naşê yekem şî’rî nwêy Sware bûbê.

Zimsan be poy barin heresî tanî Şewezengî tenî
Şar û derî lêm girte bes
Şadî hêlanî hêşte cê (Îlxanîzade, 1993:54)

Her cimûcolêkî nwêxwazane le seretawe be dirdongî û dilerawkê û muhafizekariyewe hengaw denê. Belam legel ewes da tîşkî hîwa be dahatû debête hewênî çalakî û karkirdinyan. Kewaye em halete le nêw ew çend lawe xwêndkareş da ke xerîkî têkdanî binemakanî rabirdû bûn, hebû. Belam be hoy handanî kesanî dîkewe ke şareza bûn û fikrêkî kiraweyan hebû, le cêbecêkirdinî biryarekanyan newestan û delaqeyekî nwêyan beramber edebî kurdî kirdewe.

Bew şêweye yekem ezmûnekanî şî’rî nwê le Kurdistanî Êran denûsrên. Belam xalêk ke cêy serinc e tertîbêk e ke Hawar bo nûsînî ew şî’rane reçawî kirduwe. Yekem şî’rî Hawar wekî boxoy bas deka be kartêkerî şî’rêkî farsî nûsrawe û tenya dahênanêk ke şa’îr kirdûyetî desbirdin bo formî zimanî şî’rî serdem e, dena le barî ziman û nawerokewe, le barî wata û derbirînewe sakar e. Dwatir e ke be ezmûnî ziyatirewe şî’rî Kejalê û htd denûsê. Ew qiseye le barey Çaweşewe her rast e û be watayekîtir mentiqî ye. Belam wek Elî Heseniyanî delê: “yekem şî’rî nwêy Sware, şî’rî Şar buwe”. Şî’rêk ke hem le barî zimaniyewe hem le barî nawerokewe ta henûkeş yekêk le baştirîn û behêztirîn şî’rekanî edebiyatî kurdî ye. Belam wekî bas kira ew qiseye le helsengandinî baqî deqekanî Swarewe derdekewê, nabê zor wirdbînane û deqîq bê. Belam ême rû dekeyne qisekey Heseniyanî û wek pêwerêk reçawî dekeyn.

Ew berhemaney sê pêşengî şî’rî nwê lew yekem deqane bûn ke pêkhate û formîşyan legel şêwazekanî şî’rî kilasîk be tewawî cuda bû. Bew şêweye bizavêk dest pê deka û dwatirîş kesanêkî dîke wek Qasim Mu’eyedzade, Elî Gelawêj û Ehmed Qazî û… dêne nêw ew karwanewe. Belam nêwî Sware Îlxanîzade le nêwan kesanî dîkey ew cimûcole nwêye da ziyatir dekewête ser zaran. Fatih Şêxelîslamî (Çawe) dway têperbûnî maweyekî kurt û bo hemîşe waz le edebiyat û nûsînî deqî dahênerane dênê. Elî Hesenyanî (Hawar) têkelawî bizave siyasiyekan debê, egerçî ta salekanî dwayî temenî her le nûsîn danebira, belam be hoy hogrîy be şa’îranî beynabeynî farsî wek Kesrayî û Exewan û Nadripûr û… hengawî ziyatirî bo têperandin le ezmûne seretayiyekanî xoy nena. Egerçî her hengawî seretaşî hengawêkî bwêrane buwe û lew asteş da şa’îrêk e be ezmûnêkî nwê û cuda le hemû şa’îranî ber le xoy û berhemekanî xwêndinewey taybetî xoy dewê.

Swareş lew sê kuçkeye da ta dawyîn satekanî temenî be dway ezmûnî tazewe buwe. Ew le şî’rî kilasîkewe le ezmûnî şa’îraney da heye ta ezmûnî qursî wek Xewe Berdîne ke le rêzey şî’re berzekanî edebî kurdî da ye û ta êstaş lew deqe taqananey edebî kurdî ye ke layenî şarawey formî û watayî her mawe û rexnegiranî kurd berdewam wek şî’rêkî serçawe le biwarî dahênanewe awirî lê dedenewe. Ezmûnî şî’rî Sware be wergirtinî taybetmendiyekanî Sembulîsmî Komelayetî le bizavî şî’rî nwêy fars le layek û Îmajî bê wêne le layenêkî dîkey ew şa’îrane, ezmûnêkî kemtemen belam dewlemend e. Dway Swareş şa’îranî nwêxwazî Rojhelatî Kurdistan hengawî dîkeyan be aqarî cuda da helgirt. Le beşî dwatir da, hem be pêy deq ezmûnî sê şa’îrî pêşeng, Sware û Hawar û Çawe ziyatir tawûtwê dekem û hem ew rewtaney paş Sware bedî hatin be teselî qiseyan le ser dekem.

 

JÊDER

Kurdî

Îlxanîzade, Sware (1993) Xewe Berdîne, Urmiye: Nawendî bilawkirdinewey ferheng û edebî kurdî.

Behrewer, Mihemed (2011) Şê’r û Pexşanî Sware, Lêkdanewe û şîkirdinewey berhemekanî Sware Îlxanîzade, Hewlêr: Akadîmiyay Kurdî.

Seyfulquzat (2008) Dîwanî Seyfulquzatî Qazî, Amadekirdinî Enwerî Sultanî û Hesen Qazî, Silêmanî: Binkey Jîn.

Husênpûr, Ce’fer (2004) Be yadî Hawar http://hedih.blogspot.com/2004/02/blogpost_14.html. Xanî, Ehmed (1988) Mem û Zîn, Weşandina Perwîz Cîhanî, Urmiye: Nawendî bilawkirdinewey ferheng û edebî kurdî.

Şewqî Qazîzade, Mistefa (1985) Peyje û Mistefa Şewqî, Mumtaz Heyderî: Bexda.

Elî Umer, Faruq (2001) Rojnamegerî Kurdî le Êraq da, Wergêr: Tarîq Karêzî, Hewlêr: Dezgay çap û bilawkirdinewey Mukiryanî.

Fanî (2008) “Delêm Bîlêm û Nawêrm”, Govarî Nîştiman, Jimarey sî û çwar, Silêmanî: Binkey Jîn. Kokeyî, Mela Marif (2008) “Bîkeyn be Cumhûrî”, Govarî Nîştiman, Jimarey pênc, Silêmanî: Binkey Jîn.

Hêmin (2008) Dîwanî Hêmin Mukiryanî, Amadekirdinî Wirya Hebîb, Silêmanî: Pexşangay

Azadî.
Hêmin (2008) “Emin Deylêm û Bêbak im”, Govarî Nîştiman, Jimarey pênc, Silêmanî: Binkey Jîn.

Farsî

Yûşîc, Nîma (2010) Setrhayî ez Renchay Nîma: http://www.bashgah.net/fa/content/show/40966. Ferroxî Yezdî,

Mohemmed (1997) Dîwanê Ferroxî Yezdî bê Êhtêmamê Hosêyn Mekî, Têhran: Cawîdan.

Qa’êd, Mohemmed (1998) Mîrzadê Êşqî, Sîmayê Necîbê yêk Anarşîst, Têhran: Êntêşaratê Terhê No.

Kokeyî, Mela Marif (2008) Gozîdeyê Eş’arê Molla Me’ruf Kokeyî, Tehqîq o Nêgarêş Mehparê Lahîcanî, Mehabad: Neşrê Rehro.

Mezher Ehmed, Kemal (2005) Tarîxê Rûznamenêgariyê Kurdî, Tercomê: Ehmed Xolamî, Gahnamêyê Mana, Şomarêyê Ewel: Hemêdan.

Lengrûdî, Şems (1998) Tarîxê Tehlîliyê Şê’rê No, C. I, Têhran: Neşrê Merkez

Qezwînî, Arêf (2002) Dîwanê Arêf Qezwînî, Bê êhtêmamê Mohemmed Nûr Mêhdî, Têhran: Neşrê Senayî.

Êbtêhac, Hûşeng (1953) Şebgîr, Têhran: Bîna.

Elî Babayî, Dawud (2005) Camê’ê o Ferheng o Siyaset o Eş’ar o Meqalatê Sê Şa’êrê Ênqêlabî o Îrec

Mîrza o Ferroxî Yezdî o Mîrzadê Êşqî, Têhran: Omîdê Ferda.

Share.

Leave A Reply