Helbesta Kurdî ya Modern li Rojhilatê Kurdistanê: Pêşkêşkirineke Kurt

GHOTBADIN AHMADI – JI ÎNGILÎZÎ: UMRAN ARAN

Li Îranê krîzên siyasî, civakî û ekonomîk ên nîveka yekem a sedsala bîstem, rê li ber bizavên cihêreng vekir ku ev bizav bi nêzikî bi rojhilatê Kurdistanê re pêwendîdar bûn. Li Kurdistanê bi hişmendiya neteweyî û çandî, çalakiyên bingehîn ên curbicur hatin lidarxistin. Li dij stratejiya bêedalet a dewletê li hember kurdan, di 1912an de “Komeleya Cîhanzanî” û “Komeleya Rizgarkirina Kurdistanê”(1) hat damezirandin. Partîzanê navdar Smaîl Xanî Simko(2) di 1921ê de Mahabad rizgar kir. Di 1930î de bi plana Riza Şah bi sûîkastekê hat qetilkirin û hewldanên wî yên bicoş û bêtebat bi dawî bûn. Di 16 Îlon 1942an de “Komeleya Jiyanewey Kurdistan” hat damezirandin ku dûre navê wê wek “Partî Demokratî Kurdistan” hat guherandin. Avakirina “Komara Kurdistanê” ya emirqut li Mahabadê, berhema fedakariya mirovên mezin û torin ên wek Qazî Muhemmed(3) bû. Tevî ku hebûna Komarê zêde nedomiya jî, ew despêkeke berçav a xebatên çandî, tevgereke neteweyî ya serketî û amrazeke bipêşxistina zimanê kurdî bû.

Ne gengaz e ku parçeyên cuda yên Kurdistanê bi temamî ji hev qut bibin. Her bizaveke siyasî, civakî û edebî ya parçeyekî reng e karîgeriyê li parçeyên din bike. Li rojhilatê Kurdistanê bizava hevterîbî Goranê hebû. Di vê serdemê de Hêmin(4) û Hejar(5) di helbestê de, Hesen Qizilcî(6) û Evdilrehman Zebêhî(7) di romanê de destpêşxerên edebiyata modern bûn. Van kesan tişta Goran û hevçaxên wî li başûr kirî, li rojhilatê Kurdistanê pêk dianîn. Siware Îlxanîzade serekê helbesta kurdî ya modern e li rojhilatê Kurdistanê. Ew di karîgeriya Goran û bavê helbesta modern a farsî Nîma Yûşîc(8) de mabû. Mîna wan, wî helbesta kurdî ji tradisyonên hişk filitand. Nûnerên sereke yên vê bizavê Siware, Ebdul-Qasim Moeyêdzade (Helo), Fatêh Şêx-Elîslamî û Elî Hesenyanî (Hawar) bûn ku dixwestin wek helbesktarên modernîst bên nasîn. Hin taybetmendî di xebatên wan de hene ku hêjayî behskirinê ne:

  1. A) Meylek berev beşavend û pîvanên Nîmayîn.
    B) Hilsengandina yekîtiya organîk wek parçeyekî esasî yê helbestê.
    C) Tercîhkirina riwangeheke makrokozmîk, yanî wan bala xwe dida cîhana derekê.
    D) Hûrbûna li ser sînorên gundewarî û bajarîbûnê.
    E) Peydekirina mijarên teze û teşeyên nû ji bo helbestê. Mirina bêwext a Siware belkî yek ji sedemên wê yekê bû ku helbesta kurdî ya modern (li rojhilatê Kurdistanê) di benga geşedana xwe de qut bû.

Helbesta piştî vê serdemê, yanî ya salên 1980yî, îdeolojîk û polîtîk bû ku fîgurê wê yê xuyanî Celal Melekşa bû. Ev helbest hevterîba bizava “Edebiyata Berxwedanê” bû ku li başûrê Kurdistanê ji hêla Evdila Peşêw ve hatibû destpêkirin. Helbesta propagandîst a vê serdemê, ji helbesta resen bêtir nêzikî risteyê bû. Hevahengî vê yekê, dijberiyên duserî hebûn ku berev binyadeke “an ev-an ew” dibir; mirov an dijmin bûn an dost, dijmin her tim tirsonek, xerab, bênamûs û tawanbar bû… berevajî vê dost her tim dilwêr, qenc, binamûs û bêguneh bû. Lewma meyla vê helbestê li ser sembolîzm û mîtolojiyeke aşkere bû. Helbesta hilkeftinî, dîsa yek ji favoriyên wan e. Helbestkarên vê serdemê hewl didan ku dustûrên xwe yên îdeolojîk bi rêya zimanekî hêsan û bi risteyî derbirînin, ku vê yekê serbixwetiya helbestê û hêmanên wê yên estetîk dixistin xetereyê. Wan hin qalibên pîvanê zêde bi kar dianîn ku ev yek ji bo mijarên qehremaniyê guncaw bû. Piştî Siware Îlxanîzade û Celal Melekşa nifşê sêyem tê ku wek “alternatîf ” tên nasîn; ji ber ku helbestkarên vê serdemê ne aydî nifşê berî xwe ne jî aydî yê piştî xwe bûn, lê nikarîbûn xwe ji wan cuda jî bikirana. Wan helbesta siyasî û îdeolojîk neterikand; lê belê xebatên wan melydartirî hunerê bûn. Di helbesta wan de riwangeheke monolojîk bi zimanekî romantîk zal bû. Helbestkarên vê serdema derbasbûnê girîngiyeke berçav didan teşe û binyadê. Binyada çarînî, lap curbicur bû. Li aliyekî din, wan pûte bi binyada çarînî ya tradisyonel nedida. Dirêjiyên curbicur ên risteyan û janrên wan ên cihêreng diceribandin. Pêkhênerên tîpîk ên vê ekolê Marif Aqaî, Îbrahîm Ehmedînîa, Jîla Huseynî û Fereydîn Erşedî bûn ku wek helbestkarên “helbesta alternatîf ” dihatin binavkirin.

Yê ku bi rastî jî hin çemkên modernîst û postmodernîst bi pêş xist, nifşê çarem bû. Tevî ku gelek helbestkarên vî nifşî ne xwedî berhemên çapkirî ne û helbestên wan bi awayekî beş bi beş di kovaran de hatin weşandin, wan di rexneyên xwe de riwangeheke postmodernîst derxist pêş. Ew di helbestên xwe de bi “valahiyan” û bi hizra “tunebûn”ê re eleqedar bûne. Ew angaşt dikin ku ji bo her “tunebûn”eke ji hêla civakê, fîlozofan, helbestkaran û hwd. “marjînalîzekirî”, “hebûneke biîmtiyaz” heye. Hin ji wan ev in:

tunebûna takekes li dij hebûna eşîrê,
tunebûna jiyanê li dij hebûna mirinê,
tunebûna ya taybet li dij hebûna ya gelemperî,
tunebûna diyalojîzm û polîfoniyê li dij hebûna monolojîzm û monofoniyê, tunebûna bênavendkirinê li dij hebûna navendkirinê.

Ev helbestkar bawer dikin ku mirovan hebûna keyfî wek rasteqîniya sabît û mutleq naturalîze kiriye û êdî dem hatiye ku ‘îluzyonên rasteqîniyên mutleq ên bi destê beşer çêkirî’ bên dîtin. Ev rasteqîniyên han muhtemelen di karîgeriya pederşahiyê de encamên pêşhukmiyê ne ku ji ber atmosfereke monolojîk pêk hatine, atmosfereke ku bi tenê dengê çînên serdest tê de heye. Bi gotineke din, di edebiyata kurdî de tu diyalogeke rast tuneye ku li ser navê her kesî biaxive. Nifşê nû bêtir bi pirxwazî, demokrasî û diyalojîzmê re eleqedar e. Ew zimên bi awayekî xwe-nîşandeyî (self-referential) bi kar tînin û hewl didin bi vî awayî wî dekostrukte bikin û ji “antîkîte”yê azad bikin ku encama vê yekê biyanîkirin e. Saleh Sûzenî û Reza Elîpûr du fîgurên sereke yên vî nifşî ne. Hebûna “valahiyan”, tijekirina wan, ku karê xwîner e, yek ji taybetiyên cudaker ên xebatên wan e. Ew xebatên xwe parçe parçe û neqedandî dihêlin da ku hêza nivîskar redukte bikin û xwîner çalaktir bikin. Bi kurtasî, helbesta vê serdemê têkilhevkirineke taybetiyên modernîst û postmodernîst e.

1 Komeleya Cîhanzanî Komeleya Rizgarkirina Kurdistanê du rêkxistinên siyasî û civakî ne.

2 Smaîl Xanî Simko (Smaîl Axa), neteweparêzê kurd ê navdar e ku di salên 1918-1922an de parçeyekî Kurdistanê yê bajarên Urmiye, Koy, Salmas û Mahabad di nav de bi rê ve bir. Ji bo avakirina Kurdistanê cehdeke mezin kir. Ligel Brîtaniya Mezin, Rûsya û tirkan têkilîne wî yên dîplomatîk hebûn. Dema ku di 1923an de hat Silêmaniyê, Şêx Mehmûd ê rêveberê ewil ê Kurdistanê, xatirekî mezin dayê. Smaîl Axa di 1930î de bi sûîkasteke Îranê jiyana xwe ji dest da.

3 Qazî Mihemed (1893-1947), serokkomarê yekem ê Komara Mahabadê ku 1946an de li Mahabadê hat avakirin û bi tenê yazdeh mehan li ser linga ma. Komara Mahabadê marûzî êrîşa Îranê ma. Berxwedaneke mezin da lê belê Qazî Muhemmed hat zeftkirin. A soxî di adara 1947an de li Mahabadê li Meydana Çarçirayê hat dardakirin.

4 Hêmin (Seîd Muhemmed Emînî Şêxel-Îslamî) (1921-1986) helbestlar û nivîskarê ku bi helbestên xwe yên neteweperwer, romantîk û siyasî yên bi zimanekî hêsan û bedew nivîsandî navdar e. Ji ber ku rejîma Îranê li pey wî bû, demeke dirêj bi koçberî bihurand. Êşa Hicranê helbesta wî ya navdar e. Çapxaneya Selaheddîn Eyûbî damezirand ku bîst salan kovara kurdî Sirwe tê de hat çapkirin.

5 Hejar (Evdilrehman Şerefxendî) (1921-1989) helbestkar, wergêr, vekoler û rexnegirek bû ku beşdarî hinek tevgerên kurd bû, yên wek Komara Mahabad û tevgera Barzanî ya çekdar. Di warê edebiyatê de herî pir bi ferhenga xwe ya navdar Hanbana Borina û bi wergera rubaiyên Xeyam tê nasîn.

6 Hesen Qizilcî (1913-1983), nivîskarê çîrok û nivîsaran, wergêr û rexnegirê ku li Bokanê ji dayik bûye û edîtorê kovara Halala bû ku weşaneke fermî ya Komara Mahabadê bû. Piştî hilweşîna Komara Mahabadê ji Îranê reviya û çû Îraqê. Polîsê Îraqê ew zeft kir û radestî polîsê Îranê kir, lê belê reviya û demeke dirêj bi awayekî nepen jiya. Di 1969an de çû Bûlgarîstanê û di 1978an de dema şoreşa Îranê vegeriya Îranê. Di 1983yan de li Tehranê di zindana Awînê de koça dawî kir.

7 Ebdilrehman Zebêhî (1920-1980), zanyar, ferhengnas û bîrmendekî kurd ku nasnava wî Bizhan bû. Li Mahabadê ji dayik bû. Fransizî xwendibû, çavnasî îngilîzî bû û yek ji avakerên Komeleye Jiyanewey Kurdistan bû, hewriha edîtorê kovara Niştiman bû ku ev kovar weşana fermî ya komeleyê bû. Piştî hilweşîna komarê jiyaneke ewqas dijwar derbas kir ku 30 salî bi qaçaxî li Îraq, Sûriye û Libnanê jiya. Di 1980yî de vegeriya Îranê. Di heman salê de winda bû mirina wî ya nepen wek razekê ma. Ferhengeke kurdî-kurdî berhev kiribû ku mixabin bi tenê cilda wê ya ji herfa ‘a’ û ‘b’yê pêkhatî hatiye çapkirin. Kitêbeke derbarê wî de bi navê Jiyan û Serpêhatiya Zehêbî ya Elî Kerîmî nivîsandî di 1999an li Swêdê hatiye çapkirin.

Share.

Leave A Reply