Hevpeyvîn Ligel ROJEN BARNAS

FEXRIYA ADSAY–MIHEMED ŞARMAN

ROJEN BARNAS: Navê wî yê fermî Mehmet Gemici ye. Di sala 1944an de li Farqînê hatiye dinyê. Li Diyarbekirê enstîtuya hînkariyê (eğitim enstitusu) xilas kiriye. Di sala 1966an de wek hînkarê koma edebiyatê dest bi kar kiriye û li hin xwendegehên navîn û li lîseya Silîvanê xebitiye. Ji ber xebat û tevgerên xwe yên welatparêzî, şoreşgerî û sendîkayî (TÖS) bi doza D.D.K.O.ya Silîvanê di sala 1971ê de hatiye girtin û du sal ceza xwariye. Di 1979an de beşdarî xebata beşa kurmancî ya kovara Tîrêjê bû. Ji sala 1982yan ve li Swêdê dijî.

Rojen Barnas wek şairekî kurd ku di sala 1964an de dest bi nivîsandina bi kurdî kiriye, li bakur yek ji pêşengên wêjeya kurdî ya modern a serdema komarê ye. Ji bilî helbestê (Kadiz, [ên di navbera 1979-1995an de çap bûyî jî tê de] Nûbihar, 2013), bi kurteçîrok (Hingê, [Nûdem, 1997] Nûbihar, 2014), bi nivîsên xwe yên lêkolînî, fikr û ramanî (Bi Kurmanciya Gewr, [Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, 2005] Nûbihar, 2014), Farqîn (Nûbihar, 2013) di lîteratura kurdî de ciyekî wî yê girîng heye. Tevî Mamoste Malmîsanij, li bakur piştî bêdengiyeke kûr û dirêj a çend dehsalan, sî û heft sal berê berpirsiyariya kovara Tîrêjê ya seranser bi kurdî dabû ser xwe û di kovargeriya kurdî de bûbû destpêka qonaxeke nû. Me derbarê helbest, salên beriya 1980yî, Farqîn, Swêd, Kovara Tîrêjê û di hin mijarên din de pirsî wî jî bersivand, mala wî ava.

Dixwazim bi ew risteyên cenabê te ku bi alîkariya awaza Ciwan Haco her dem di guhê me de olan dide, dest pê bikim. “… stêrk/ Li esmana stûxwar,/ … / ney û bilûr û tembûr/ sar/ bûn … Şêx Seîdê kal,/ Bijişk Fuad im/ Ez bavê Tûjo me lo!… (…)”Di ev mehên dawî de dema ez van gotinan guhdar dikim an dixwînim, difikirim îro bêtir stêrk stûxwar in, ney û bilûr û tembûr bêtir sar in di nav bircên Diyarbekirê de û ev helbesta te hê jî pir aktuel e. Tu çi dibêjî?

Xwedê xêra Ciwan Haco mezin bike. Bi saya dengê wî yê xweş û hunermendiya wî ya hêja heyranên wî bi nav û dengê çend şi’rên min hisiyan. Nexwe ewê haya kesî zûbizû ji min û ji şi’rên min tunebûya. Kurd ji xwendinê bêtir ji bihîstin û temaşeyê hez dikin. Mala camêr ava.

Ne bi tenê MIN NAVÊ XWE KOLA LI BIRCÊN DIYARBEKIR, lê herwisa Çîroka Me, Ezimandin û gelek şi’rên dîtir hê jî aktuel in. Ji ber ku min tu car şi’ra xwe li gora bayê modaya siyasî ya rojê nenivîsandiye. Di Çîroka Me de belkî îro gurçik ne di serê nikulê singuyan de, lê vêca di serê celxeyên şarapnelan de diperpitin. Di Ezimadinê de cumhûriyetê wek polîs/cendirme û demokrasiyê jî wek tehsîldarê bacê bifikire û reaksiyona gelê me yê li hember wan bîne ber çavan. Ji ber ku “cumhûriyet” di unîforma polîs/cendirmeyan de û ”demokrasî” jî di kincê sivîl de wek tehsîldarê bac-berhevkirina bi darê zorê hatine nav me. Rewş çi bigre heman rewş e; loma jî şi’rên min herwekî duh îro jî aktuel in, belkî sibê jî aktuel bin. Lê bi şertê ku meriv wan hûrehûr bixwîne û ji wan fêm bike.

Di şi’rên te de tişta herî zêde balê dikşîne dengek an îtirazeke xurt a dij-mêtinger e. Gelo li gor te di nav wêje û hunera kurdan de ev deng têra xwe xurt derketiye an derdikeve? Em dikarin siyasetê jî tevê bikin.

Di şi’ra kurmancî de Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrî Can û şairên di HAWARê di vî warî de têra xwe dengê xwe bilind kirine. Di salên 1966-67 de jî şi’reke Edo Dêran di mîtîngan de dihate xwendin. Bêguman ji têriyê re tu hidûd tune ye. Yê min jî, ji ber xatirê bîr û baweriya xwe ya siyasî min terka bi tirkî nivîsandinê daye û dest bi nivîsandina bi kurmancî kiriye. Ji bona ku li dijî asîmîlasyonê, li dijî siyaseta înkara gelê kurd, înkara zimanê kurdî û ya Kurdistanê rawestim, têbikoşim min dest bi nivîsandina kurmancî kiriye. Herçend min di partiyek siyasî an di rêxistinek çekdar de cih negirtibe jî bi tevgera xwe, bi helwesta xwe ez her siyasî fikirîme û her siyasî tevgeriyame. Têkoşîna bi xebata di warê çandeyî ya ber bi armanca Kurdistanek azad û serbixwe ve, rêbaz û armanca siyaseta min bûye. Nirxandina min a derxisûsa min û kurdên dîtir de jî wekî dîtina min a di şi’ra min a bi navê MELÎKEYA MISRÊ de ye. (Bnr. Nûbihar, hejmar 129, rûpel 15).Ji ber ku min bi biryarek siyasî dest pê kiriye û ez xwe hê jî wek yekî siyasî dibînim, bêguman ewê berhemên min jî rengesiyasî bin. Ma Mem û Zîna Xanî ne siyasî ye? Bersîsê Abid û Şêxê Sen’aniyan yên Feqiyê Teyran ne îdeolojîk in? Ma Aragon, Brecht, Lorca, Nâzım Hikmet, Neruda ne siyasîbêj bûn?

Di şi’ra “Sê Tîrêj” de û elbet gelek şi’rên din de jî tu xwînerên xwe dikşînî nav dîrokê û bîra wan nû dikî. Gelo li gor te îro dîrok û bîr çi îfade dike?

Dîroka nivîskî ya neteweyek hiş û bîra wî ye. Mirovek bê hiş gêj e û yekî bê bîr an bîrlewaz, xirexavî ye. Neteweyek an siyasetmedarek ku bi dîroka xwe ya neteweyî nizanibe, herçend mêrxas be jî ewê wek beranê gêjoyî li dora xwe aşogiro bibe û paşê li erdê bikeve, derekî xwe bişikêne. Wek tevgera siyasî jî ewê meriv mîna axtê dingê her li dora xwe bigere, heman şaşiyê bike; têk biçe, têk biçe û têk biçe.Takekesê ku bi dîroka xwe ya neteweyî nizanibe, her bûyerek civakî an çandeyî ku ji wî re wekî hê nû çêbûbe xuyan dike. Ewê wê bûyînê wek ”mîlad”a wî tiştî bibîne û destpêka wê bûyerê an bi bavikê komela xwe ve girê bide an jî wek mûcîzeyek Xwedayî bibîne. Bi vê ewê bikeve nav fanatîzmê.

Ne bi tenê kişandina nav dîrokê herwisa ez dixwazim bi xwendevanên xwe re meraqa lêkolîn an hînbûna sembol û hêjayiyên di folklor, efsane û destanan jî hiljenim, meraqa wan li kultura giştî geş bikim. Dixwazim ku xwendevanên min kesên wek sobeberên deryayî an yên di golên kûr de bin, ne ku wek rêwingiyên bihurên avên tenik bin ku heta gûzikê jî jê şil nebin. Min dikaribû şi’rên pesn û mêrxasiyê yên sivik û erzan ên wekî

Ez şêr im, ez mêr im, siwarê hespê nêr im Xwîna dijmin vedixwim, hestiyê wan dihêrim.” binivîsanda. Lê ev nedibû edebiyat û ne sezayê edebiyata kurmanciya min bû.

Di pêşgotina Kadizê de tu dibêjî “herdu rojnameyên wek Gökalp Şehir ne tê de, ji aliyê temama rojnameger û çapkerên nav Diyarbekirê wek şair û nivîskarekî gênc dihatim nasîn.” Ji kerema xwe dikarî hinek qala atmosfera çandî û meylên edebî yên li Ameda wê demê bikî û cudatiya Gökalp Şehir çi bû ji yên din?

Li Diyarbekira salên 1963-65an de ev rojnameyên navçeyî hebûn: Demokrasiye Güven, Dicle, Diyarbakır, Mücadele Yeni Yurt. Yên ku danûstandina min bi wan re hebû ev bûn, lê danûstandina min bêtir bi Demokrasiye Güven û kovara wê ya edebî bi Karacadağ Mecmuası re bû ku ev paşiyê nav guhart bû Güven.

Ez hingê diçûm sinifa 2, di pey de ya 3ya lîseyê. Xwedî û nivîskarên wan rojnameyan dijiyê bavê min de bûn. Ji ber vê jî hevaltiyek me ya hemkûfî ne gengaz bû. Lê bi riya vê şairî/nivîskariyê li ser devê riya hev bi qasî selavkirin û selav vegirtinê hevnasîna me çêbû.

Xwediyê Demokrasiye Güvenê Sabri Şenci bû. Merivekî bervekirî, zarxweş, xwedî kontaktên germ bû. Xwediyê çapxaneyê Mele Efendî (Abdurrahman Efhem Dolak) bû. Ew jî entellektuelek ji medreseyê bû û ji tevgera kurdan a 49an bû. Hin kesên mîna Abdüssetar Hayati Avşar (xwediyê rojnameya Meyyafarkinê), Prs. binbaşı Kemal beg (şair- ji şubeya leşkerî), Hüseyin Arık (şair), Mehmet Mercan (rojnamevan), Ömer Karacadağ (rojnamevan), İzzet Yıldız (rojnamevan), Nazım Önen (çapxaneger) carna serî li buroya Demokrasiye Güvenê dixistin, min wan ji wê derê dinasî. Ji vana bi hin kesan re diyalog, bi hin kesan re jî bi tenê merheba min hebû. Yanî ewqas, ne ku têkiliyek dûr û dirêj.

Hin şair hene ku dinivîsin û şi’ra xwe di civîn û civatan de dixwînin. Yaxud ji bona ku di civîn û civatan de bixwînin, xwe bidin nîşandan, bêyi ku bêne vexwendin jî ji Stockholmê heta Stewrê dikarin bi bazdan herin û malê xwe bifroşin bazarê. Hin hene dinivîsin, li ser daxwaziyê nîşanî hin hevalên ji derûdora xwe didin û heval û hogirên wan berhemên wan dixwînin, belav dikin. Hin jî dinivisîn, diweşînin û paşê vedikişin li koşekî rûdinên; li bendê ne ta ku dengê olana berhema wan li wan vegere. Ez ji vê koma dawî me. Yanî ji bona xwendina şi’ra xwe neçûme civînan an şevan û beşdarî çalakiyek wisa nebûme.

wek şairekî, te di xortaniya xwe de herî zêde ji kîjan şair/şairan hez dikir? Di destpêkê de bandora kê çêbû li ser te?

Hê ji sinifa 2ya xwendegeha navîn (ortaokul) ve antolojiyek min hebû bi navê Şiir Defteri ya Vasıf Mahir Kocatürk. Min di her firsetê de ew dixwend û ji sedî heftê yê şi’rên di wê antolojiyê de hez dikir: Kazak Abdal, Kaygusuz Abdal, Levni, Karacaoğlan, Emrah, Zihnî, Dadaloğlu, Ruhî-î Bağdadî, Nesimî, Necatî, Fuzûlî, Nabî, Nedim, Abdülhak Hamid, Faruk Nafiz Çamlıbel, Namdar Rahmi Karatay, Ümit Yaşar Oğuzcan û gelekên din li xweşa min diçûn. Di lîseyê de meyla min bêtir li ser Fuzûlî, Nedim, Nâbî, Şeyh Galip û Tevfik Fikret bû. Min ji O Belde ya Ahmet Haşim, Şair-î Âzam a Abdülhak Hamid, Elhan-î Şîta ya Cenap Şehabettin û Sis, Hani Yağma ya Tevfik Fikret bi awayek cuda hez dikir.

Ez ji destpêkê de wek mêşa hingiv lê xebitîm. Mêşa hingiv li ser her gul, kulîlk û giyayî datîne, lê dimije û paşê difire diçe li ser yeka dîtir datîne. Ji bi sedan, bi hezaran gul û kulîlk şîrik dimije, paşê vedigere kewara xwe, di nav şanika xwe de hingivê xwe çêdike. Heng (mêşa hingiv) tenya bi gulek an bi kulîlkek ve girêdayî namîne. Ya min jî wisa bû. Ji bona ku di binê bandora kesekî de nemînim min xwe bi yekî ve girênedida. Lê bivênevê her tiştê ku meriv pê re an tê de dijî kêm an zêde tesîrê li meriv dike. Di şi’ra kurdî de jî min hin perçe-şi’rên Melayê Cizîrî, yên Melayê Bateyî û yê Rûhî (Şêx Evdirehmanê Axtepî) dizanî. Min guh dida dengbêjan, stranên govendê, qewl û beytên derwêşan. Guhê min li ser qafiye, rîtim û şi’îriyeta wan hesas bû.

Di şi’rek xwe de “Nizanim Kengê” tu dipirsî: Nizanim kengê/wê têr pirtûkên min hebin gelo?Ev helbest te kengî nivîsandiyî nizanim, miraq dikim çi wê çaxê û vir de têr pirtûkên te çêbûn gelo?

Ew di 1979an de hate nivîsîn. Ji 1970-71 heta 1982yan her êvar TRTê di nûçeyên xwe de radigihand ku “îro hêzên ewlekariyê avêtine ser mala filan merivî an komeleya bêvan rêxistinê, di dawiya lêgerînê de gelek pirtûkên qedexekirî, dokumanên rêxistinî yên çepverû yê pirole (aşırı) derdest kirine.” Her şev TRT bi vê reşmizgîniyê nûçeyên xwe belav dikir. Heta hingê du-sê caran polîs avêtibûn ser mala me jî, ji Qur’an û Mewlûda bavê min pêve çi ketibû ber destê wan dest danîbûn ser û biribûn. Hin ji pirtûkên min jî berî ku ew werin bavêjin ser malê, me ew ya di bawol û tûrikên naylon de dikir binê erdê weyaxud di soba serşokê de dişewitand.

Hin dem hene ku meriv dixwîne naxwîne ji xwendinê têr nabe. Hin dem tên ku meriv bîzoyî dibe, bîzê meriv li xwendinê tê girtin.Niha problema min a hebûna pirtûkan tune ye. Li malê bi qasî 450-500 pirtûkên min hene. Gava yek lazim be û li malê tunebe jî, pirtûkxaneya taxê bi 3 deqîqeyan ji deriyê hewşa mala min dûr e, ku li wê derê peyda nebe ya ji wê derê dikarim sipariş bikim, bixwazim ya jî bi riya metroyê di 20 deqîqeyan de dikarim herim ji pirtûkxaneya navendî ya bajêr bi emanetî bînim.

Tu di nivîsa xwe ya li ser Cegerxwîn de ku di sala 1987an de di kovara Hêvîyê de çap bûye, Seyda wek şairê ronahî û hişyariyê û pira di navbera şi’ra klasîk û ya modern de tarîf dikî ku ruhekî nû daye qalibê kevn. Ber bi dawiya sedsala 19mîn ve Haci Qadirê Koyî jî ev kiribû. Li gor te mirov wekî din dikare wan çawa bide ber hev, ji aliyê cudatî û manendiyan?

Ez li wê derê giliyê şi’r û edebiyata kurmancî dikim. Qet behsa şi’r û edebiyata soranî, hewramî, lorî an dimilkî nakim. Ez bi qasî ku bikarim lêbikolim û analîz bikim, bi soranî nizanim. Ji ber vê jî nikarim muqayeseyek di navbera herdû lehengan de bikim.

Di pirtûka bi navê Farqîn de, cenabê te qala rojnameger Îsa Şans, mitînga bo petrolê, daxwaza perwerdehiya bi kurdî, derxistina kovara Tîrêjê dike. Çapxane, weşangerî, perwerdehî û xweditiya çavkaniyên welêt, ev hêmanên herî girîng in bo netewebûyînê. Bi rastî mirov serbilind dibe ku dibîne di wan salan de di navçeyekê de potansiyeleke ewqas hêja hebûye lê dû re ev wek xebat û hewldanên qurmiçî, miradqutî mirov xemgîn dikin. Li gor te çi bû ev potansiyel, bi kuderê ve çûn?

Çawa meriv heye, wisa jî neyar û hemberên meriv hene. Hemberê meriv ku dewlet be ew rûbirû nayê nakeve ber sînga meriv. Di dewsê de hin kesên ji herêmê peyda dike; şexsiyetek xapînok dide wan û wan li ber pêşberî meriv radike. Ew pêşiyê meriv tune dikin, di pey de piştî ku karê dewletê bi wan xelas bû, ew mîna kaxizê tiwaletê bi ava selebê re têne berdan, bi kişandina sîfonekê dihelin û diçin. Ji ber vê jî têkoşîna tevgerên neteweyî, yên civakî an meslekî pêşkêş û rêvebirên dûrbîn, kûrbîn û kesên realîst û xwedî mêjiyên analîtîk dixwazin. Dînamîkên wê potansiyelê bi hindikî realîst û dûrbîn bûn; bi realîteya civaka xwe dizanîn, hezrê hêza xwe û ya hember dikirin. Lê belê:

  1. Rejîma mîlîtarîst-kemalîst ji vê potansiyelê tirsiya, bi alayên cendirmeyên komando gund û bajar dorpêç kirin, li xelkê îşkence kirin (ji bihara 1970 pê de). Gel çavtirsandî bû. Ji dînamîkên vê potansiyelê hin jê ji Farqînê bar kirin, çûn.
  2. Ji bona li dijî vê potansiyelê bikar bînin, rejîm sofî û nîvmelayên şerîetxwaz li dijî vê potansiyelê organîze kirin. Ew jî bi sûcdarkirina “kafirî, rafizîtî, fasiqîtiyê” li dijî dînamîkên vê potansiyelê propaganda meşandin. Bi vê hêza dînamîkên mayî lewaz ket.
  3. Hin xortên me yên ji nasîna realîteya civaka me dûr, wek dûvajoyên çepên metropolê bi awayek populîst, xwendekarên lîse û yên xwendegehên navîn (ortaokul) li dora xwe kom kirin û ew bi sloganên tûj li dijî dînamîkên vê potansiyelê rakirin ku wê pasîfîze û bêrûmet kirin. Bi teqlîda çalakiyên goşîst ên li rojavayê Tirkiyê yên pûç; wekî rojek du roj dagirkirina zeviyan an li ser dîwarên xanî û mizgeftan bi nivîsandina “Yaşasın Mao, Lenin, Stalin”. vê potansiyela jî kirin ber dasa êrîşên kevneperestan.
  4. Di pey wan de derketina tevgera çekdar an têkoşîna çekdarî wê potansiyela berê ya ku bi realîteya civaka xwe dizanî ji holê rakir.

Îro jî li ber çavên me bajarên me yek bi yek tên tunekirin. Kurd careke din ketine ser riya koçberiyê. Gelo tu vî şerê li nav bajaran diqewime û bûye sedema wêranbûna gelek bajarên me yên herî zêde kurdperwer wek Nisêbîn, Cizîr, Dêrik, Kerboran, Gimgim, Farqîn, Sûr, Hezex -em nizanin hê çend bajar di dorê de ne- çawa şîrove dikî?

Ev bajarên li jorê jê gilîkirî, Sûr ne tê de wekî din hema ji dema cumhûriyetê vê de hemî bajarên kurdperwer, kurdîaxêf û Kurdistanî bûn. Di dema partiyên PKKê yên legal de jî gişt wek embara dengdayina wan xebitîn. Ji xwe li wan deran “özyönetim”ek neîlankirî hebû. Bi provokasyona Erdoğan be an na, li wan deveran şerên navbajêr kirin herwekî mala xwe bi serê xwe de xirabkirin bû. Ew bajarên kurdperwer gişt wêran bûn, sermayeyê darayî yên wan cihan îflas kir û nişteciyên wan deverên wêran jar û hejar bûn, cîhelayî bûn,bi derî û dertûnên biyaniyan ketin. Di şoreşê de metoda şerê navbajêr metodek şoreşger e; lê belê ku ev li bajarên metropolê yên endustriyê bibe û bi şertê ku bi wî şerî çerxa berhem-afirandin an fînansa dewletê serûbinê hev bike. Lê ev şerê ku li van bajaran çêbû wek şerek mîna şerê Pûgaçef bû û mehkûmê têkçûnê bû.

Stratejîst an serkanên (kurmay) vê planê belkî wisa fikirîn: a) Bi şerê li dijî DAIŞê kurdên Rojava sempatiya ewropiyan bi dest xistin û ewropî dizanin ku Erdoğan di binî de piştgiriya DAIŞê dike, ango ewê “bi me re bin”, b) Hin deverên wekî SÛRê di bin parastina Unescoyê de ne, ewê Unesco û pê re jî NY (BM) wê dengê xwe li hember Erdoğan rakin, c) Ji ber dozparêziya mafên mirovî û van herdû xalan ewê dewletên ewropayê û dînamîkên antî-Erdoğan ên li Tirkiyê piştgiriya PKKê bikin. Lê hezrê van xalên ha nekirin: a) Dewletên ewropayê ji aliyekî ve li hember mîlîtanên DAIŞê yên di nav xwe de di tengasiyê de ne, b) Ji aliyê aborî ve di krîzê de ne û bi vê jî bi sergêjiya navxwe bilî ne, c) Ya herî girîng jî hema ku ji Erdoğan re bêjin hêşê mêşê, Erdoğan ewê deriyên sînorên xwe yên ber bi Ewropayê veke û berê lehiya du milyon koçberên ji Sûriyê, Efxanistanê, Somaliyayê bide ku di encamê de ne YE (AB) bimîne û ne sîstema rojava. Wekî dinê çîroka “özyönetim”a bajarkî an ya “kanton”î bi serê min nakeve. Ji ber ku ew statuyek siyasî nadin Kurdistanê. Têkoşîn an şerê ji bona azadiyê divê statuyek wek otonomî, federasyon an serxwebûna Kurdistan(a bakur) bide pêş xwe, nexwe ev şer dibe şerê ji bona felsefeya “şer ji betalî çêtir e”yê.

Mirov qala Tîrêjê neke û derbas bibe nabe. Di sala 1979an de piştî dora şêst salî li bakur we kovarake seranser kurdî derxist. Ji bo we, girîngiya kovareke kurdî çi bû? Şertên wê demê çawa bû ji aliyê kovargeriyê ve?

Berî her tiştî divê bêjim ku para şerefê ya derxistina kovara TÎRÊJê ya rêvebiriya KİP/DDKD û bi taybetî jî ya Ömer Çetin, M. Elî û Ahmed Beğik e. Ku ew û biryara wan a siyasî nebûna ewê TÎRÊJ derneketa. KİP/DDKD hingê bi navê Devrimci Demokratik Gençlik bi tirkî û kurdî kovarek legal derdixistin, lê dixwestin ku kovareke seranser bi kurdî ya wêjeyî jî derxin. Ji bona zazakî kar û xebata Malmîsanij berdest û amade bû, lê ji wan re yek lazim bû ku barê beşa kurmanci bide ser milê xwe. Ji bo wê jî pêşniyaza xwe li min kirin.

Ji bona min hingê, niha û sibê jî Kurdistan wek laş e, ku goşt û hestiyên wê kurd in. Xwîna wê ya ku vî laşî zindî dihêle an jîndar dike zimanê kurdan e ango kurdî ye. Bêyî kurdî kurd ne tu tişt in û bêyî kurdan jî Kurdistan nake pênc pere. Bi bikaranîna zimanê kurdî fonksiyonên kompartimanên mêjî yên tefekkur, tesewwir û texeyyula entellektueliya kurdî pêşve diçe û dikare pêşve here. Axaftin şeklê wê yê pratîk û rojane ye, lê pê xwendin û nivîsandin çerxa wê ya mekanîzma entellektuelî ye. Ku em çerxa mekanîzma xwe ya entellektueliya kurdewarî bi ger xin, hingê ewê hişmendiya me ya sosyal-polîtîk-kulturel a kurdî jî geş bibe, xurt bibe û ferehtir bibe. Ku berikên çekdarekî biqedin çeka wî ya agirber naşixule, di dest de dibe mîna dar. Lê hişmendiya meriv di her rewş û hoyê de li kar e. Bi vê hişmendî û mebestê, ji ber ku ewê kovar seranser bi kurdî û edebî-hunerî bûna min xwe da ber barê xebata TÎRÊJê.

Kovareke seranser bi kurdî, ewê derew an bahaneya ku ”bi kurdî berhemên edebî yên modern nayên nivîsin” birizanda. Ev kovar ewê bergeh li ber dilxwazên bi kurdî nivîsandinê vekira. Ev kovar ewê tirs û bizda xwedîderneketina li hêjayiyên xwe yên dîrokî, civakî û çandeyî vemalişta. Û wisa kir jî. Bi tenê ne ew jî: Heta hingê zimanê axaftinê yê di kongre û komeleyên kurdên Tirkiyê bi tirkî bû. Di pey TÎRÊJê re bi rexne, êrîş û hewldanên alîgirên wê bi hindikî li Swêdê zimanê axaftina kongre û komeleyên kurdên ji Tirkiyê hatî, guherî bû bi kurdî.

Bi saya tevgera TÎRÊJê xortên kurd ên sosyalîst, komunîst, antîfeodal li meydan û salonan bi serbilindî gotin “Ez Şêx Seîdê kal / Bijişk Fuad im”. Heta hingê xwenda û siyasetmedarên kurdan ji ber şerm an tirsa ji kemalîst-komunîstan Şêx Seîd wek yekî kevneperest û tevgera wî jî wek tevgerek feodal dinirxandin. TÎRÊJê ew tirs şikand. Di xebata TÎRÊJê de ez bi tenê ji nivîsên xwe berpirsiyar bûm. Min bi îmzayên wek Rojen Barnas, Filît Totanî, Ferîdûn Salar, Serxas Arda, Mihemed Qasim şi’r, gotar, çîrok, werger, nivîsên li ser folklorê û raberî (pêşgotina hejmarê) amade dikir. Her tiştê wê çi bigire îllegal bû. Ji bona agahiya li ser rewşa kovar û çapemeniya bi kurdî ya wê demê binêrin li nivîsa Faris Medeni Marsil ya “Ka bêje Rojen Barnas kî ye çima ew bi kurdî şiîran…” www.kurdinfo.com/gotar_bixwine.asp?d=596”

Tîrêj çiqas dihat xwendin? we çawa belav dikir? potansiyela xwînerên kurdî çiqas bû wê çaxê?

Digotin ku her hejmar bi qasî 5000 nusxe tê çapkirin. Lê ez bi awayê belavkirin, nîsbeta firotan û hejmara xwendevanên wê nizanim. Karê kovar an rojnamegeriya kurdî karek ji bona firotanê nîn bû, lê ji bona têkoşîna mîlîtanî yaxud ragihandina dengê navenda rêxistinê li sempatîzanan bû.

Bi saya Tîrêjê te dest bi çîroknûsiyê kiriyî û te di kovarên Hêvî Çirayê de jî demeke kurt domandiyî. Bi ya min ev çîrokên te bûne wek neynikekê bo ruhê civakî yê wê demê. Ger Tîrêj temendirêj bûya kî dizane wê çend nivîskar û şairên din jê derketina. Ev jî nîşan dide ku dîroka me ya çandî jî eyn wek a siyasî parçe parçe ye. Hê di destpêkê de her tişt tê qurmiçandin. Mirov nikare bi salên dirêj qala dewama tiştekî bike. Ji bo vê rewşê tu dikarî çi bêjî gelo?

Dixwazim vê bêjim: Ne ku kurmanciya min ji ya herkesî xurttir û tekûztir bû ez derketim pêş, lê ji ber yên ji min zanatir û şarezatir xwe nedan ber karê bi kurmancî nivîsandinê min ev kir. Lê ew ”zana û şareza” di dema ku di bazarê de kurmancî êdî pere kir hê derketin meydanê û wek şêran êrîş birin ser sifra hazir.

Ku bobelata dema cumhûriyetê bi ser me de nehata, kovarên wek JÎN, HAWAR, RONAHÎ bi berdewamî derketina, ewê hem sewiya kurmanciya me ya îroyîn û hem jî ya entellektueliya me bêqiyas bilindtir bûya. Di 1985an de gava min kovara JÎNê xwend dilê min bi halê belengaziya entellektueliya me ya îroyîn şewitî. Hema DİCLE-FIRAT li weşana xwe berdewam bûya û çend rûpelên dîtir ji kurmanciyê re veqetanda ewê heta serdema TÎRÊJê bi dehan çîroknivîs an romannivîs derketina. Lê heta ku Edip Karahan mir jî nekarî pereyên hejmarên firotî yê DİCLE FIRATê berhev bike.

Rojnamegerî karê serdema bûrjûwazî û yê piyaseya serbest e. Rojname û kovar an bi riya stendina îlan û reklaman dikarin xwe xwedî kin an jî bi subvansiyona dewletê yaxud piştgiriya darayî ya kes û dezgehan. Wekî dinê bi firotana yek bi yek nusxeyên xwe tu kovar nikare xwe îdare bike. Gava rojname an kovarek xwedî îmkanên darayî nebe, bixwaze jî nikare weşandina xwe bimeşîne. Vêca wek yên kurdan ku du hejmar derkeve û di ya sisiyan de bi biryara mehkeme an polîsxaneyê bên girtîn û perçiqandin, hingê qewlê te ve miradqutî dibe. Heta ku kurd nebin xwedî dewleta xwe ya serbixwe ewê ev rewş her wisa berdewam be.

Cenabê te xwînerekî çawa ye? Tu zêdetir çi dixwînî van salên dawî? Çi, kê diecibînî?

Ez xwendevanekî normal im. Ku besta min lê vebe bi awayek gurr (intensîf) dixwînim. Niha besta min tune.

Cenabê te niha li ser çi dixebite, em ê şi’r an nivîsên din ên nû kengî bikaribin bixwînin?

Şi’rên min ên nû yên di pey derketina Kadizê di kovara Nûbiharê de derketin. Bi qasî ku pirtûkek nû pêk bînin şi’rên min ê nû hê çênebûne. Li çîroknivîsî û romannivîsiyê jî nafikirim.

Nivîsên te yên di Bi Kurmanciya Gewr de ku ji mîtoloji, wêje, dîrok, ziman bigre heta meseleyên rojane pêk tê, min bixwe gelek sûd ji wan girtin û bi ya min îro jî nivîsên pir bikêr in. Xuya ye te bo mijaran cur be cur serê xwe gelekî êşandiye û ew parve kirine. Gelo te êdî dev ji nivîsên bi vî awayî berdane?

Erê, lê! Hefteyek berê neviya min a 10 salî, Nazenîn jî ji min re digot: ”Kalo! Hema heta niha te çar pirtûk nivîsandin? Çima ewqas hindik?” Belê wextekî min jî hin tişt nivîsandin, lê min bala xwe dayê ku ez dinivîsim û ez bitenê dixwînim. Heta rûpelsazê wê kovar an pirtûka ku nivîs tê de tê weşandin jî ew naxwîne. Loma jî min dev jê berda. Carcarna ku besta min lê vebe şi’r dinivîsim.

wek nivîskar, dema mirov li derveyî welêt dijî, ev mesafe an dûrbûn gelo li mirov çi kêm dike an çi zêde dike li gor cenabê te?

Gava meriv li welatê xwe ye saet bi saet pê re, di nav herikîn û guherîna jiyanê de ye. Li derveyî welêt herçend hişê meriv li ser welêt be, bi şev û bi roj meriv bûyerên li wê derê bişopîne jî ew elektromanyetîzma şîn û şayî, êş û jana li wê bi qasî hêza li wê derê tesîrê li meriv nake. Ji ber ku hingî çembera pêlên elektromanyetîk ji navenda xwe dûr dikevin ew çend jî lewaz dibin. Wekî dinê pêlên elektromanyetîk ên jiyana li welatê nû jî ku meriv li wê derê ye sinyalên xwe dişînin. Herdû alî carna li hev diqelibin û jê qezayek psîkolojîk çêdibe. Bi hezra xwe meriv xwe li welêt dibîne, lê ew welat welatê wê roj û gava ku meriv bi cih hiştiye; ne welatê roja îroyîn e. Ku meriv herê dê bibîne ohooo gelek tişt guherîne. Meriv bi xwe jî guheriye helbet, lê haya meriv ji guherîna meriv bixwe tuneye.

Li welatê nû (wekî Swêd) meriv bi hêsanî dikare bikeve nav krîzê: Gelo meriv ji bona welatê xwe yê kevin binivîse? an ji bona kesên li welatê nû? Ku ji bona welatê jê hatî binivîsî, tê li gora rewş, hest û refleksên berê binivîsî, lêbelê ew rewş, hest û refleksên ewçend sal berê guherîne, ne yên nihoyî ne. Ku ji bona kesên li welatê nû binivîsî, berî her tiştî divê bi temamî hînî rewş, hest, rabûnûrûniştn, refleks û reaksiyonên wê civaka nû bibî. Ew jî wextek dûrûdirêj dixwaze. Jê re jî jiyana meriv a mayî têr dike an nake, nizanim. Dikarî tiştek yaxurî binivîsî û hunerên canbaziyê bikar bînî; li cem kurdan bêjî ”êh… Swêdî wisa difikirin û ji bona ku ew jê fêm bikin, min wisa nivisandiye” û li cem wan (Swêdiyan) jî bêjî ”kurd wisa difikirin, wisa tevdigerin, ne sûcê min e.” Lê ew rewş an canbazî dê heta kuderê pere bike?

Aliyên qenc û dijwar ên herdû aliyan jî hene: Serbestî an netirsîna ji polîs, ji atmosfera ”bindûmanbûyin”a civakî xelasbûn, bi serê xwe an objektîf fikirîn aliyên wê yên qenc in. Lê piraniya xwendevanên te yên heyî û yên potansiyel, bûyerên nû û refleksên nûza li wê derê, li dûrî te ne, ku ev jî aliyên wê yên neyînî ne. Xweguhe randina (adaptebûna) civakeke nû bi serê xwe problemek mezin e.

wek mezinekî me, pêşniyazên we bo kovara me, xwîner û nivîskarên kurdî çi ne?

Zarema îro gihîşte ber destê min. Bi tenê pê re gihîştim ku li naverokên wê çavek bigerînim. Çapa wê paqij û spehî ye, pîroz be. Bêguman kovarek bi tenê ne berhevoka nivîsaran e, lê divê ku di heman demê de ji bona xwendevanên xwe rêberê hînbûna rastnivîsîna wî zimanî be jî. Ez wekî xwendevan gelo li tiyorîzekirin an teorîzekirinê bi çavê rast bilêvkirinê lê binêrim? Em ê awayê xwendina îngilîzî bi şêweyê erebî (tiyorîze) an bi awayê xwendina fransizî (teorîze) hilbijêrin. Em ê bêjeya xwendevan a kurmancî ku ji aliyê 20-25 milyon kurmancîaxêf ve tê fêmkirin û zanîn çima bi xwînera hişkehişk a farisî soranî biguhêrin?

Dixwazim bi bîranînekê gotina xwe biqedînim. 25-30 sal berê Hesenê Metê, Firat Cewerî û w.d. meyla xwe dabûn ser wergerandinên çîrokên klasîk ên rûsî. Wan ji swêdî an tirkî werdigerandin kurmancî, ji bona nîşanî kurmancan bidin ku çîrok bi vî awayî têne nivîsandin. Di wan salan de Dr. Celîlê Celîl hatibû Swêdê û li wan bûbû mêvan. Di sohbeta şevê de jê dipirsin “Mamosta! Çawa ye ku meriv klasîkên ûrisî wergerîne kurmancî?” Dr. Celîlê Celîl jî dibêje baş e. Bi şev carek du carên dinê jî eynî pirsê jê dipirsin. Dotira rojê serê sibê li metbexê Hesenê Metê dîsa jê dipirse ”Bera keko, bi te çawa ye ku meriv çîrokên rûsî yên mîna Çexov wergerîne kurdî?” Celîlê Celîl lê dizivire û bi hêrs dibêjê “çi ye hun pey guyê xelkê ketine? Herin li pey tiştê xwe bigerin, tiştên xwe binivîsin!”

Em gelek gelek spasiya cenabê te dikin bo vê hevpeyvînê û elbet ji bo ew şi’rên te û hemû nivîsên te yên qedirbilind mala te ava! Siheta te xweş be!

Bi hêviya jiyanek serbilind û biserketî

Stockholm, 8.3.2016

Share.

Leave A Reply