Perrîdankên li Ser Pênûsa Min

BURHAN TEK

Puxte: Ciwanmerd Kulek yek ji romannûs, çîroknûs û wergêrê kurmancî ye. Heta nuha bi qasî ku li ser zimanê wî hatiye rawestin herhal li ser romanûsî û teknîk û şêwaza wî nehatiye sekinîn. Em ê di vê gotarê de hewl bidin ku romana wî ya bi navê Defterên Perrîdankan ji bilî nirxandina giştî bêtir ji hêla vegêrannasî û teknîka wê ve binirxînin. Di pirtûkê de em ê li bersivên mîna teknîkên vegêrannasiyê çawa hatine bikaranîn, di romanê de vegêr rolekî çawa dilîze û li gor beşan vegêrekî çawa hatiye bikaranîn? hwd. bigerin. Em ê bi van pirsan karibin îmkanên vegêrannasiyê di romana kurdî de jî bibînin.

Peyvên sereke: Ciwanmerd Kulek, vegêrannasî, vegêr, romana kurdî

Çîroka romanê û çavdêriyên kedîbûyiyekî

Romana Ciwanmerd Kulek a bi navê Defterên Perrîdankan ji sê beşan pêk tê: Li Amedê, Fal, Veger -Qeder– li naveroka di serê pirtûkê de peyva qeder tune ye lê di rûpela 233an de li kêleka Vegerê peyva Qederê jî heye gelo ev şaşiyek çapê ye an bi zanebûn e em nizanin.

Beşa Li Amedê weke ku ji navê wê jî diyar e li Amedê derbas dibe. Lehengek heye em heta qederekê nizanin bê kî ye çi kes e? Tabî ev tercîha nivîskar e bê wê kengî leheng bi me bide naskirin. Ev yek meraqekê bi xwîner re çêdike ku ji ewiliya xwe de, guhdarkirin û xwendina “çîrok”ekê bi saya vê hesta meraqê temendirêj bûye. Di edebiyata cîhanê de jî mînakên bi vî şiklî hene: “Weke mînak di Sûc û Cezayê de piştî ku em hemû ramanên veşartî yên “leheng” dielimin û pêve encax di dawiya rûpela çaran de em hîn dibin ku navê “Wî” Raskolnîkov e”1 an jî mînakên weke romanên Virginia Woolf jî hene: “Mrs. Dalloway got ez ê bi xwe çîçekan bistînim”2 Tercîhkirina van her du cureyan bi zanebûn an ne bi zanebûn li gorî xwe encaminan didin. Wexta ku bi awayekî nebinavkirî qala lehengan bê kirin ev yek hewcedariya hevnaskirinek bi zanebûn dike, lê Woolf û nivîskarên wek wê wan ji rehetiya hevnaskirina formal bê par dihêlin.”3

Em ê bielimin ku lehengê “ji cêrga ku çûbû Stenbolê çi tişta ku bi kurdî derdiket dixwend, lê bêtir ji kovar û rojnameyan tirkî re dinivîsand … û yekcaran ji weşanên ewropî re jî derbarê kurdan de dinivîsand.” (30) û niha jî wê pirtûka nivîskarekî kurd î xwe kuştiye ji bo çapê amade bike. Ji bo vê pirtûkê jî dê here weşanxaneyê û ev weşanxane jî li jêrzemîna Galeriayê ye. Em tê digihên li Amedê nêzî deriyê çiyê digere û bi rê ve diçe a soxî em dibînin wê têkeve Diyar Galeriayê. Bi zanebûn me peyva “dîtin”ê bi kar anî. Lewra vegêrê vê beşê wek yekî pirr nêzikî leheng be tev digere. Him ji aliyê îdeolojîk him ji aliyê mekanî ve (û carinan tiştên ku di mejî û dilê wî re derbas dibe jî (di)zane). Wexta ku tê ber deriyê Galeriyayê em hevokek weha dibînin: “Li ber dergehê wê yê fireh û bi sitûn sekinî, berê xwe da jorê: Diyar Galeria.” (16) di vir de wexta ku leheng dimeşe meriv weke ku bi leheng re be hîs dike, disekine, berê xwe dide jorê û nivîsa Diyar Galeriayê dibîne. Vegêr nabêje ew der dît, bi du xalan dike ku em û leheng bi hev re serê xwe rakin û li vê nivîsa li ser derî binerin û bibînin. Me got weke ku carna di dilê leheng de be jî tev digere vegêr. Çawa? Wexta ku nuh derbasî Galeriayê dibe di dilê xwe de dibêje “aynı filmlerdeki gibi” (16) lê piştî rûpelekê em ê bibînin wê leheng di dilê xwe de bibêje “ez hêj pir gênc im, xam im, her tişt hînê wek hawê do be, tew wek hawê hê jî ew roj be, bênavber dewam dike û diherike.” (17) -leheng di dilê xwe de duzimanî ye- Bi atmosferek xumam û bi hûrgiliyan em jî bi vî lehengî re digerin. Wexta ku diçe weşanxaneyê û li wir bi mêrik re diaxive vegêrê weha qal dike: “…wî jî çavê xwe jê nerevand. Zilamê pişt masê hingê ji ciyê xwe rabû, destê xwe dirêjî wî kir…” (22) di vir de vegêr û leheng li cem hev in, û ku qala mêrikê xwediyê weşanxaneyê dike jî nabêje, “ew rabû” an jî “ber bi mêvanê xwe ve meşiya”, di vir de em ji çavê vegêrê nêzî leheng bûyeran dibînin û dixwînin. Leheng heta ku diçe weşanxaneyê dikanên girtî û rabirdûya Galeriayê tîne bîra xwe, ku wê çaxê di rojnameyan de têra xwe cî girtibû.

Tercîha mekan a weke Galeria jî ne belasebeb e. Lewra heta demek dirêj him li Amedê him jî li herêmê yekem navenda danûstendinê bû. Ji ber ku nuha gelekên jê xweşiktir û mezintir vebûbûn; gelek ji dikanên wê girtî û ji ber neçûnûhatinê, pêlikên wê yên otomatîk jî hew dişixulîn. Ev rewaca salên ewilî li dû mabû. Li Amedê êdî avahiyên biriqî yên dişibin plazayan çêdibin, (16) li jêrzemîna galeriayê bi navê Tango Med Dance and Art School, dibistana tangoyê vedibin, (19) ev rewş him amaje dike ku bajar ji aliyekî ber bi dewlemendbûnekê ve dihere li aliyê din jî bi vebûna dibistana tangoyê û girtina weşanxaneyê berawirdkirinek bi aliyê neyînî nîşanî me dide. Rewşa weşanxaneyê jî –û heta ya lehengan jî, çimkî herkes bêriya rojên xwe yên berê dikene dûrî ya Galeriayê ye û wan jî çi bigire dev ji weşangeriyê berdane lê belê berî ku dev ji vî karî berdin û weşanxaneyê bi tûmî bigirin wê wek berhema dawî dosyeya nivîskarekî kurd biweşînin. Sedemê devjêberdan û girtina wan a weşanxaneyê him tunebûna nivîskarên mezin ên vî zimanî ye “Nivîskarinî wiha (Proust, Çehov) ji me derneketin, yan na ma ev weşanxane wiha dihat girtin?”(50) him jî şaşî û çewtiya siyasetmedaran e ku li ser navê kurdan siyasetê dikin û tenê zimanê dayikê dixwazin. Lê “heta ku kurdmancî nebe zimanê dewletê, birêvebirinê,…zimanê virr û derewan, ê zirtan û xapandinê, fen û finasan…” (51) wê rewşa weşanxenayan her wisa be. Dosyeyek di demek nêz de gihîştiye ber destê wan. Dosye ya nivîskarekî kurd e û berî demekê xwe kuştiye û ev dosye jî keçikekê berî bi çend rojanka meh û nîvek bû!- aniye weşanxaneyê. Nivîskarekî kurd e lewra berî vê dosyeya xwe jî dosyeya romana xwe ya yekemîn şandibû ji weşanxaneyê re û wê gavê jî têkiliyek wî yî xurt bi Cemşîd Xeyalî (şirîkê weşanxaneyê) re çênebûbû. (47) Weşangerekî nas ji vî mêvanî rica dike ku rojnivîsk û romana vî nivîskarî bixwîne û weke ku bibe pirtûkek rêz bike, da ku ew jî wê weke romana weşanxaneyê ya dawî çap bikin. Em ji pêvajoya ku lehengê bi weşangeran re diaxive navê weşangeran hîn dibin. Yek jê Cemşîd Xeyalî (23) – mamosteyê zarokên dibistana tirkî (61), timî bi nav û paşnavê xwe tê qalkirin?- û yê din jî Bextiyar e– fotoxrafçiyek e carina diçe dawetan jî (61). Lê em navê lehengê naelimin. Tabî ev tercîhek e û jixwe li atmosfera ku nivîskar xwestiye bide tê. Ji bo vê ricayê rastkirina dosyeyê her çiqas ewilî dudilî bibe jî piştre qebûl dike ku vî karî bibe serî. Bi kurtasî çîroka beşa ewil ev e.

Vegêrê vê beşê yekî alîgir e û wexta bûyerên ku vê dema çîrokê vedibêje alîgirî û çavdêriyên wî pirr eşkere xuya dibin. Di vê beşê de dem, mijdara 2013an e ango wexta ku serokê başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî serdana Amedê kiribû. Di romanekê an çîrokekê de em dizanin ku tercîha mekan jî û zeman jî û karakter û tîpan jî ne belaheq û belasebeb e. Vegêr –em nabêjin nivîskarvan yekan bi zanebûn tercîh dike û li gorî meqseda ku ji xwe re diyar kiriye di nav honakekê de li hev tîne. Ka di van bijartinan de çiqasî bigihêje meqseda xwe negihêjê an jî kengî bigihêje ev ne diyar e û texmînkirina wê jî zehmet e. Ku em vegerin ser dema çîroka vê beşê em dibînin ku vegêr ji ser “ala”yên Kurdistanê ku wê demê li her derê Amedê hatibûn daliqandin dixwaze peyamên xwe bide. Lewra partiya ku nuha li ser navê kurdan li bakur siyasetê dike alayek şaş bi kar tîne û gelek caran “ala”yên wan naşibin hev jî. Çimkî wexta ku meriv bala xwe bidê dê bibîne ku kombînasyona her sê rengên alaya Kurdistanê bi awayekî ne wek hev li cem hev rêz dibin. A rast ev ala kesk û sor û spî û zer e ku zer weke tavê li orta alayê disekine. Lewra ev al “…piştî not-salekî alaya Kurdistanê vegeriyabû paytexta ku cara pêşî lê hatibû sêwirandin û qebûlkirin…”4 cara ewil li Amedê hatibû çêkirin dûre li gelek deverên din yên kurdistanê geriyabû. Ji Xoybûnê ber bi Agirî ve ji wir ber bi Mahabadê û hwd. “dema ku dê împeretoriya Osmanî belav bibûya…zarowên mala Cemîlpaşa” (27) çê kiribûn li Amedê lê nuha li Amedê alayek din li ba dibû. Alayek şaş.

Ji bilî alîgiriya xwe vegêr zimanzan û xemxwurê edebiyata kurdî ye jî. Vegêr, karakterên xwe weha dipeyivîne ku em ji pirsgirêkên ziman rêzimanî (wehe-wiha-welê-werê, nerîn-fekirîn-meyzandin, tewang-ergatîvî, dêvla-dêlva, kare-dikare, dî-din) (23-24), heta sedemên pêşneketina zimanê kurdî (heta ku kurdmancî tenê zimanê dayikê be lê ne zimanê bavo be wê halê me hema ev be) (51), û sedemên qîmetnezanîna nivîsîna bi kurdî (lê ji ber ku bi kurdî dinivîsim kes bi qîmetê min nizane) (52) haydar dibin. Jixwe rewşa weşangeriya kurdî jî ji ber biryara wan a girtinê pirr eşkere dide xuyakirin ku rêjeya xwendinê çiqasî kêm e û weşanxane mecbûr dimîne ku dev ji vî karî berdin. Tenê pirsgirêkan ranaxîne ber çavan ji bo wan çareyan jî pêşkêş dike. Û bi rastî ev pirsgirêkên ku hatine qalkirin pirr rojane ne jixwe.

Ez, tu, ew û ew…

Beşa duyem (Fal) bi falekê dest pê dike. Feleknasê li fala leheng dinere û li gorî tiştên ku dibîne şîroveyan ji wî re dike. “… dev ji rabuhuriyê berde, xwe bide da- hatuyê…gulek besî te ye…tu ê bibî wek perrîdankekê” (82) bi gotinên Feleknasê, li ser bûyerên ku wê bibin resiminin di aşopa me de çê dibin. Di vê beşê de lehengekî bi navê Filankes -em ê di rûpela 129an de navê wî hîn bibin- heye li nexweşxaneya Cizîrê wek karmend dişixule. Piştî du salan ji ber evîna Luzê dev ji zanîngehê beşa mamostetiya Frensî berdaye. Rojnivîskan digire û di ber wê de jî romanekê dinivîse. Filankes dike bi Luzê (Gulten) re –wî ev nav lê kiriye- bizewice lê di ber re jî heta ku jê tê hewl dide zûzûka têkilî û dostaniya xwe ya bi Hesretê re bi dawî bike. Hesret li nexweşxaneya Cizîrê weke dixtora pispor kar dike û ji Antaqyayê ye, zewicî ye û zarokek wan jî çêbûye lê piştî demekê wê û mêrê xwe li hev nekirine û ji hev veqetiyane. Piştî hevberdana wan bi çendakî mêrê wê û zaroka wan bi qezayeke trafîkê dimirin. Têkiliya Hesretê bi Filankes re têkiliyek pirr ecêb e. Him ji ber statuya wan -tabî belkî jî mumkin be dixtorek pispor bi karmendekî otomasyonê re bizewice an jî tersê wêhim jî ji ber rewşa têkiliya wan. Lewra di vê têkiliyê de em pirr nabînin ku Filankes dipeyive bêtir deng û çîroka Hesretê tê vegotin -belkî jî piraxaftina Hesretê ji statuya wê tê. Di vir re divê em bibêjin ku Antaqyayîbûna Hesretê jî ne tiştekî tesadufî dixuye. Lewra rojekê wexta Filankes diçe mala wê û Hesretê dikeve serşokê televîzyonê vedike û rastî nûçeyên li ser parka Geziyê tê. Di vir de di dilê xwe re derbas dike û dixwaze ji wê bipirse “tu gezîcî yî, yan…? yan Erdoxancî…” (110) Weke ku em dizanin di bûyerên parka Geziyê de bêtir kes ji Antaqyayê mirin û gelek kesên ku mirin jî elewî bûn. Di vir de vegêr bi van yekan him xwestiye dema çîrokê bide –pûşper 2013- him jî di ser bûyerên Geziyê re danberhevek wî alî vî alî –rojhilat û rojavayê Tirkiyeyêbike. Filankesê xwedî rojnivîsk û romannûs, Hesretê hînî kurdî dike û Hesretê jî bi qasî ku zanîbû erebiya navmalkî hînî wî dike.

Rojekê wexta ku ji cem Hesretê derdikeve û ji derencekan dadikeve mesajek ji Luzê tê telefona wî. Û ji wir û pê ve çîroka wî û Luzê dest pê dike. A rast ew û Luz hîn ji zivistana 2003an hev nas dikin. Li heman fakulteyê ne û Filankes mamostetiya Frensî û Luz jî ya îngilîzî dixwîne. Em tam fahm nakin bê çawa ji ber evîna Luzê, Filankes dev ji zanîngehê berdide lê “paşê rojekê satilek mêst rijiyabû û… wî hem dev ji wê hem ji dev ji dibistanê berdabû.” (174) Luz berî were Cizîrê wexta ku li Colemêrgê dişixule bi yekî re dizewice û hîn salek wan naqede ew jî hev dû berdidin. Piştî vê bûyerê tê û li Cizîrê li dibistaneke seretayî dest bi mamostetiyê dike.

Piştî ku Luz ji Filankes daxwaza raporek îstirehetê bo du rojan dike û pê ve roman vediguhere ciyekî din û em fahm dikin ku navenda romanê jî ev der e. Mamosteyekî li dibistana Luzê dil berdaye Luzê ku “roja dîtir nîvê porê Rêzan spî bûbû…” (152) piştî ku bersivek neyînî daye wî û mamoste çûye amedê û ev çend roj in nehatiye dibistanê. Ku du rojên din jî neyê wê ji karmendiyê bê avêtin. Luz xwe ji ber vê yekê sûcdar dibîne û ji bo nebe sebebê jikaravêtina wî dil heye here amedê û wî mamosteyî qanih bike. Filankes jî bê dilê xwe be jî raporê jê re distîne lê dilê wî nakeve cî û piştî ku Luz dihere Amedê ew jî bi Zeydînê hevalê xwe re bêyî ku hayê Luzê jê çêbibe diçe amedê. Li amedê Luz diçe mala mamoste Rêzan lê ev yeka hanê pir bi zora Filankes dere û Luz ji bo ku dilê wî xweş bike dibêje birayê mamoste jî li malê ye. Bi peyamşandinê Luz malê ji Filankes re tarîf dike. Bi vê tarîfkirinê em tê digihên ku ew mala ku mamoste lê dimîne, mala Filankes a xwendekariyê ye û dema ku xwendekar bû û têkiliya wî bi Luzê re hebû di heman demê de bi keçika dikana li bin apartmanê re jî têkiliyek wî hebû. Keçika bi navê Hîv a dikandar ku ji qezayekê sax filitiye dê û bavê wê mirine û ji wê çaxê de li cem apê xwe mezin bûbû. Lê piştî têkiliya bi Filankes a bi demekê, Hîv bi qezayekê dimire. Em wan agahiyên li ser Hîvê ji bîranînên Filankes dielimin wexta ku Luz li mala mamoste Rêzan e û Filankes li jêr li bende ye tên bîra wî ango bi flashbackan me agahdar dike. Çawa ku têkiliyek Filankes a ziman bi Hesretê re hebû di têkiliya wî ya bi Hîvê re jî Frensî dikeve dewrê. Îcar li vir carê peyvinî frensî şanî wê dide. Zaten meriv dikare bibêje di vê romanê de lehengek jî ziman bi xwe ye. Wexta Filankes bi Zeydîn re diçe Amedê, Zeydîn demançeyekê dide wî divê belkî lazim bibe “îşê dinyayê ye” (189), lê ev demançe ji wî re lazim nabe û dixwaze bi şûn de bide Zeydîn. Zeydîn bersivek wisa dide wî ku wê hevoka navdar tîne bîra meriv: wexta ku di çîrokekê de qala çifteyek daliqandî bû heta ku ev çifte neteqe çîrok naqede. Zeydîn jî bersivek bi vî miqamî dide wî “eger tu demançeyê neşixulandî li min vedigerînî, yan biçe pêlavên xwe bide boyaxkirin yan jî biçe ji xwe re faleke dî bide vekirin.” (226) û em fahm dikin ku ev demançe dê biteqe. Bi rastî divê çîrok hesta meraqê heta dawiyê bi meriv bidin hîskirin û ev pêşagahiya han heyecana romanê bivênevê kêm dike.

Dema ku Luz li mala Rêzan e û Filankes jî li jêr li qahweyê bêyî ku hayê Luzê jê hebe li benda wê ye peyaman ji wê re dişîne. Di peyamekê de jê dipirse: “Avahî hat bîra te. Avahiya me yî berê ye.” Îcar piştî vê peyamê krîzek derdikeve û Luz bersivek bi hêrs dide: “Îşê bîrhatinê ye?! Heta bi mezela te…Mezela te ya bênamûsiyê.” (214) ewilî ji me re nayê gotin bê ji bo çi bersivek wisa dide Filankes lê dûre di nav axaftinê de Luz welê dibêje wî “tu diçî keçên xelkê dixî nan nivîna ku bi min re li ser radizay ev bo te xweş e…” (216) em ji axaftina Luzê fahm dikin ku hebe tunebe ev agahî Rêzan daye wê. Romannûs vê agahiyê bi zanebûn nade helbet. Meriv weke Llosa bi nav bike ev “agahiyeke veşartî” ye: “vegêr agahiyên di destê xwe de weha bi rêz dike ku bêyî ku deng ji wan [leheng] derkeve, ji xeberdanheziya (konuşkanlık) xwe tiştekî winda nakin û dike ku agirê xeyalên xwîneran gurtir bibe. Bi vî awayî xwîner, di çîrokê de ciyê vala li gor texmînên xwe dadigire.”5 Ji bilî vê jî agahiyên veşartî di pirtûkê de hene. Di dawiya vê beşê de berî roja ku Filankes xwe bikuje –demançeya divê biteqe- “wê şevê bi hêrs û cehdeke bêpayan nivîsî.” (229), dawî li romana xwe tîne, defterê digire- ev deftera ku li kêlekên wê tim resmên perrîdankan habû- û berî xwe bikuje pênûsa xwe dikuje û wê dike du parçe. Piştî çavdêrî û taswîrên hawirdorê demançeyê datîne ser cênîkê xwe û vê beşê diqedîne.

Di vê beşê de jî vegêr yekî pir nêzikî leheng e û ger ku em bi termînolojiya sînemayê bipeyivin wek kamerayekê ye ku tim bi leheng re digere lê ev kamera her çiqas dîmenên dûr qeyd bike jî ji bo dengên ji dûr guhê wê giran e û pir spehî qeyd nake: “çû ber pencereya ku ji bîr kiribû perdeya wê bikişîne. Fekirî jêrê, dîtina ku dît Hesen li jêrê…li hember bavê xwe rûniştibû…carekê keçika piçûk benikê xwe berda, rawestiya tiştek gote kalemêrê ku her carê berê mirîşkan dida aliyekî…” (230-231) (îtalîk ê min e) kameraya li cem vegêr bi wî re dilive û ew berê xwe dide ku em jî wê derê dibînin. Lê keçika piçûk î ji kalemêr re tiştekî dibêje em nabihîsin, tenê dibînin. Her çiqas pirr nêzikî leheng bisekine û bi fikr û ramanê wî zanibe jî carna li ser leheng tiştinan nizane jî: “Em ê nizanibin derbarê arezûyên wî yên wê kêliyê de, ne jî ku gelo cara pêşî ya ku pê re hatibû wir wê hingê hatibû bîra wî yan na.” (119) di vir de astengek derdikeve û vegêr wek berê agahiyan bi dest naxîne.

platonê fetisî

Di beşa dawîn de –Veger, Qeder– em ê navên lehengan ên rast bielimin ku navê Filankes ê rast Ferzende ye û ew û rojnamegerê li Stenbolê û Rêzanê mamoste dema ku zanîngeh dixwendin li heman malê diman. Navê Rêzan ê rastîn Evdo û yê li Stenbolê jî Cemal e. Cemal piştî ku li defterên Ferzende neriye û pê ve ji bo bersiva hin pirsan li Gultenê geriyaye û bo pirsên xwe roja newrozê digihêje Cizîrê. Her çiqas roja newrozê be jî li Cizîrê ji bo wê rojê tu şahî an kêf nehatine lidarxistin!! Di vir de vegêr kesê yekem ango ez-vegêr hatiye bikaranîn û wexta ku berî hevdîtina bi Gultenê re em tiştên ku di dilê Cemal re derbas dibin dixwînin em hîn dibin ku wî jî di berê de bi awayekî platonîk dil berdaye Gultenê: “baştir bû ku wê evînê ji cîhana platonî derxim û bişikêm.” (240) Gulten keçek weha ye ku dilê her sê hevalmalan ketiye wê lê yê wê jî ketiye Ferzende. Ji wan hevalan Rêzan a dilê xwe li Cizîrê jê re eşkere kiriye lê Cemal evîna xwe di dilê xwe de dijî. Wexta ku Cemal bi Gultenê re dipeyive îcar lîstikên wêjeyê an jî weke ku di pirtûkê de derbas dibe “gewher û efsûna wêjeyê” (245) dest pê dikin. Lewra ev lehengên di romana Ferzende bi xwîn û goşt li pêşberî wî ne. Ji ber wê ye ku wexta cara ewil ew li Cizîrê ji Gultenê re dibêje Luz, ev pirs tê bîra me ku em jî weke xwîner çi gava ku berhemek honakî dixwînin ji xwe dipirsin: Di çîrokekê de heta ku rastî ye û ji ku û pêve honak dest pê dike. Lewra Cemal jî tevî ku zane berhema Ferzende honak e jî diçe û li ciyê Zeydîn digere. Wexta ku ji dikandarekî nêzî ciyê Zeydîn dipirse ka gelo li wan nêzikan ciyê Zeydîn li kû ye, dikandar dibêje yekî bi vî navî nîne lê dibe ku yê tu behsa wî dike Tacdîn be ew jî berî bi çendakî miriye ji xwe (weke mînak wexta ku min jî roman xwend vê hotêla Hecî Hilmî ya ku him Ferzende lê mabû him jî wexta ku Cemal hat Cizîrê lê ma, min pirsî gelo hotêlek bi vî navî heye an na, lê bi qasî ez dizanim hotêlek bi vî navî tuneye. Ez jî wexta romanê dixwînim ez dizanim ku belkî ciyekî welê tunebe lê kurmê di hundirê meriv dev ji meriv bernade. Lewra ev hotêl him di romana Ferzende û him jî di beşa dawî de wexta ku Cemal li Cizîrê ye bi heman navî dixuye. Yanî di du astên bûyersaziyê de jî rastiyeke wê heye. Lê di “rastiya rastîn” de dibe ku tiştekî welê tunebe. Her çiqas di xwendina romanê de, romannûs û xwîner di nav xwe de wek peymanekê li hev dikin ku ev tiştên nava her du bergên di dest xwîner de ne rast in jî xwîner bi piranî dixwazin vê peymanê xera bikin û wexta ku berhemekê dixwînin ji aliyekî de jî li rastiya kes û mekan û agahiyên di berhemê de digere.)

Hin şaşiyên ne biçûk

Di ciyekî de vegêr wexta ku qala rewşa leheng dike weha dibêje: “Dê dosyeyeke romanê a nivîskarekî kurdî, ku beriya meh û nîvekê xwe kuştibû, bixwendaya…” (14) lê di heman beşê de (Li Amedê) di rûpelên pêşî de em ê pêrgî hevokek bi vî şiklî bên îcar: “Gelo keçika ku piştî mirina Wî bi sê mehan ew anîbû û danîbûyê…” (56). Di beşa ewil de bi qasî ku em têdigihên dîrok nêzî 20ê mijdarê ye. Lewra Barzanî 16ê mijdarê hatibû Amedê û di romanê de dibêje “…sê roj berê hêwirze û qalmeqalmeke giran hebû. Alaya Kurdistanê li wir bû.” (14). Ku nivîskar berî meh û nîvekê xwe kuştibe ew teqabulî serê îlonê dike. Yanî nivîskarê li gorî agahiya rûpela 14an serê îlonê miriye. Wê çaxe ku keçikê piştî mirina Wî bi sê mehan dosyeyên Wî anîbin û dabin weşangêr dîrok dibe dawiya kanûnê ango serê salê. Di vir de ji her du agahiyan yek şaş e. Lewra li hev rast dernakevin.

Di ciyekî din de “…wî dîsa jî tarîxa 31ê Îlonê, Duşem avête ser rûpela rojnivîska xwe…” (145) em giş dizanin ku meha îlonê 30 rojî dikişîne. Ku di romanê de dem bi rastî jî tiştekî ne diyar bûya û nivîskar xwestibûya dîrokinin ecêp bidaya wê çaxê me dikarîbû bigota ku ev tarîx beloq nasekine. Lewra nivîskar mehekê li gor cîhana çîroka xwe kare bike sed roj jî û deh roj jî. Ev der ciyekî xeyalî ye û li vir dem bi vî şiklî ye. Kes nikare wê çaxê tiştekî bêje. Lê honaka vê romanê ne bi vî şiklî ye wê çaxê xuyaye ev jî şaşiyek nivîskêr e.

Di rûpela 206an de wexta ku Luz û Filankes hîn xwendekar in, Luz ji Filankes re dibêje: “Evê keçika li dikana jêr çi ewêl e. Hîn nizane Rocco çi ye.” li gor romanê bi qasî em têdigihên dema xwendekariya wan sal 2006 an 2007 e. Gelo wê çaxê benîştê Rocco hebû tunebû? Li gor kurtelêkolîna me di sala 2004an de wek şekir markaya Roccoyê heye lê ji 2011an pê ve dest bi benîştan kiriye.

Bi qasî ku em dizanin axaftin û bikaranîna kurmancî li Amedê ewqasî ne berbelav e. Tevî ku wisa ye jî hîn dema ku Filankes zanîngehê dixwîne wexta dil heye biçe dikana Hîvê, dibîne ku li ser dikanê “Taziya me heye.” nivîsiye. Bi kurmanciyek rast û bêşaşî wê demê –serê 2000an- gelo “Taziye nedeniyle kapalıyız.” bihata nivîsîn bêtir ne nêzikî rastiyê ye? Dibe ku wê çaxê kurdewar be, lê di sala 2013yan de weşanxane ji ber rewacnedîtinê kilîtê li deriyê xwe dixe.

Bersiv û pirsên muxetaban

Di romanê de hin teknîkên cuda hatine bikaranîn. Em çend mînakan bidin. Carna wexta ku vegêr çîrokê vedibêje weke yekî ku zimanê wî aliqî be tevdigere: “…hemû hêza civatê ji xwe re terxan dikirin de, lê, lê, lê ji ber ku wî hîç hay ji rûdaneke weha nebûbû.” (15), “li aliyê rastê tiştek nedixuya, dikanên girtî, girtî, girtî…”(19)“…tevgera bi sedan salan ew kirine kirine –nehat bîra wî çawa derbibire- hilû kirine.” (44) Di vir de teknîkek di navbera herikîna hiş monologa hundirîn de hatiye bikaranîn. Berna Moran ferqa navbera her du rêbazan rave dike: “monologa hundirîn, axaftineke bêdeng e ku, bi hevokên ji aliyê gramerê rast û li gor qaîdeyên sentaksê guncav tê çêkirin,… her çi herikîna hiş e, pêwendiyeke mantiqî di nav fikrên ku di zîhnê karakter de diherikin de tuneye…û qaîdeyên gramerê jî li ber çavan nayê girtin.”6 Îja li vir ne karakter lê belê vegêr bi vî awayî dipeyive. Ji bo wê me got teknîkekê di orta her du cureyan de ye. Ji aliyê gramera bêpergal dişibe herikîna hiş, bi şîrovekirina vegêr jî dişibe monologa hundirîn. Di herikîna hiş de “her teşebûsa ku, bi piranî bi pêvajoyên zîhnî, bi taybetî jî çawaniya rendomî, bêpergalî, bibîrxistînî û hevnegirtina van pêvajoyan dide dest, di metin de tê sêwirandin.”7 Ji bilî wê aliqîna zimên hin teknîkên vegêrannasiyê jî hatine bikaranîn ku bi rastî ew jî tahmek din didin berhemê û di ciyên ku ew teknîk hebin nivîs herikbartir dibin. Carna diyalog bêyî mudaxeleyên vegêr hatine sazkirin, carna vegêr ji me re bersivên her du aliyan bi awayekî neyekser vedibêje, lê carinan jî ji diyalogan ên aliyekî dide lê yên aliyê din ji me re dihêle ku em di aşopa xwe wan hevokan bînin cem hev. Ewilî mînakinan bidim dûre ravekirina wan bikim bê qesta min di vir de çi ye. “Lê ê çêbibe. Ê rojekê li Amedê jî festîvalên tangoyê çêbibin. A niha hebikî kêmaniya me ji alî muzîkên kurdî ên tangoyê heye. Pir tunene. Çend hebên hene jî zêde bi kêr nayên, hema em bindûvî dikin. Çi? Lebê? Wextê we… belê belê…(72) -îtalîk ê min e -di vir de bi peyva “Lê ê çi bibe” em têdigihên ku yekî pirsek ji wî kiriye û dibêje piştî ev karên ku hûn dikin wê çi bibe û ew jî dest pê dike û rewşa xwe vedibêje, wexta ku em digihên peyva “kêmaniya”yê em di xeyala xwe de diyalogê dîsa saz dikin ji ber ku em fahm dikin ji muxetab re dest bi bersiva pirsa rewş û kêmaniya tangoyê li amedê dike, û di dawiyê de jî dîsa bi du pirsên Çi? Lebê?yê jî em dizanin ku dengê leheng neçûye muxetabê wî û leheng mecbûr maye ku gotina xwe dubare bike. Lewra piştî wê em fahm dikin ku muxetab qala “wext” kiriye û wextê wî pir tuneye divê ji wir biçe. Di ciyekî din de: “… ku hatine xeta wî ya telefonê girê bidin, na ne telefon, ji bo înternetê…, na ne li ser navê wan bû…(160) di vir de jî heman teknîk heye, pirsin ku hatine bersivandin lê pirs li ortê tunene. Wexta ku lehengê dibêje “na ne telefon” em dîsa xeyala pirsa ku jê hatiye kirin dikin û bi heman şiklî di îtalîka dawî de muxtemelen bersiva pirsa “we li ser navê me kişandiye?” hatiye dayîn. Lewra wê hewceyî bersivek bi wî awayî nekira. Em di herikbariya hevokan de ji dêvla leheng vê pirsê dikin û lehengê din jî dibersivîne. Di diyaloginan de bersiv an jî gotinên ku di dilê lehengê din re derbas dibin di nav kevanekê de hatiye dayîn: “..edîte bike û bo çapê amade bike (“ez wê qawet û metanetê di xwe de nabînim ku devê wê vekim û lê binerim”), bila şaş fahm neke…” (34). Vegêr carinan yekî samîmî ye û wek yekî ku em ji berê de wî nas bikin û bixwaze bi zimanekî nêzik agahiyan bide me dipeyive: “ew jî bi saya vê rûdanê ji paytexta dawî a osmanî –na lo, ne tiştekî ewqas girîng bû, karmendekî ji rêzê bû– hatibû vir,…” (14) di vir de ji xeynî samîmîbûnê muxetabê texeyyulkirî jî xwe dide der, yanî di hişê vegêr de yê ku vî metnî dixwîne jin nîne, mêr e. Ev vegêrê nêzî leheng bi qasî nêzikî wî ye û di derheqê wî de bi her tiştî dizane, pirsên di mejiyê xwîneran de jî dizane an jî texmîn dike. Di vir de her çiqas zayenda vegêr ne diyar be jî ya xwîner di mejiyê vegêr de diyar e.

Ji bilî van mînakan, vegêr carinan dixwaze ku xwîner ji axaftinên leheng bêtir, ji wî bawer bike. Me li jor jî gotibû ku vegêr yekî hay ji gelek tiştan heye. Ji hêla rêziman, alaya Kurdistanê, siyaset û hwd. Belê, ne vegêrekî îlahî ye lê ji nerîn û çavdêriyan bigire heta fikr û ramanên wî û heta tiştên di dilê leheng re derbas dibin jî dizane. Îcar piştî vî bingehî, wexta ku bixwaze li ser leheng tiştekî bibêje me, em ji leheng bêtir ji wî bawer dikin. Mînakek ji bo vê welê ye: “Te kingî dev jê berda?” “Eve bû heşt meh.” Derew bû.” (62) di vir de diyalogek mîmetîk heye. Lê di nav vê diyalogê de vegêr, ku gelekî nêzikî leheng e, piştî axaftina leheng ji bo xwîneran mudaxeleyî bersiva wî dike. Ji me re dibêje jê bawer nekin hîn dev ji cixareyê bernedaye. Vegêrekî mudaxelekar di vir de derdikeve ortê. Di vir de nivîskar dixwaze wê hestê bide meriv; ka em ê jê axêver bawer bikin an em ê di dudiliyê de bimînin?

Nerîneke giştî

Vegêr ji dêvla an jî dêlva ku darizandinên siyasî bikira bêtir zimanekî ne alîgirane tercîh bikira belkî çêtir bûya. Wexta ku bê û fikrên xwe yên siyasî bi awayekî eşkere bibêje wê çaxê hinekî ji edebiyatê dûr dikeve û wek metnekî siyasî tê xwendin. Dengdayina ji neçarî, alaya ku her carê bi şiklekî, li qenalek kurdî temaşekirina nûçeyên bi tirkî, qenalên ku propagandaya partiyekê dikirin û xwe li ser serokan dixwarin û hwd. çend rexne-şîretên ku vegêr qal dike- wexta ku vegêr ji me re wan tiştên bi rêz dike em dizanin bê qala çi dike lê mixabin edebiyata ku di romanê de ye û gelek tiştan ji xwîneran re dihêle xwezî ev yekên hanê jî ji xwîneran re bihişta, bi awayekî bidaya ku wek şîretan û dîdaktîk nesekiniyana û meriv jî wek wî bifikirin an nefikirin karîbûna heq bidana wî. Di vir de qûrbanîbûna vegêr a bo fikrên nivîskêr, xweseriya vegêr têk dibe. Jixwe ev rexneyên li jor rêzkirî kêm zêde gelek xwînerên edebiyata kurdî hay jê hene, lê heman xwîner bi vê tarza şîretdayînê aciz jî dibin.

Di romanê de ne jin û ne jî mêr welhasil kesekî bextewar tuneye. Luz bi yekî re zewiciye û hev berdane, ji bilî vê jî dilê sê mêran ketiye wê û yekî ji wan jî ji ber vê evîne xwe kuştiye. Rêzan ji ber evînê diçe Amedê -vedigere an venagere kar em nizanin- û Cemal jî bi vê evîna xwe ya platonî jiyana xwe didomîne. Her du weşanger ji xwe karê wan ne baş bû û ya soxî jî weşanxaneyê digirin, Hesret piştî zewaca xwe, wê û mêrê xwe hev berdabûn û mêrê wê û zaroka wan di qezayekê de dimirin, Hîv her çiqas ewil ji qezayekê filitîbe jî dûre bi qezayeke din jiyana wê bi dawî dibe, ziman –ku em wî jî wek lehengekî bibînin- ne Shakespearek jê derdikeve ne pirsgirêkên rêzimanî çareser dike, partiya siyasî alayek şaş bi kar tîne, Galeria li ber girtinê ye. Dawiya dawî di vê romanê de atmosferek bêhizûr heye û romanê ev atmosfer xweş hûnandiye. Ji xeynî van lehengan, bi navê Hesen kurekî xwediyê xaniyê Filanes heye, winda ye û heta nêzî dawiya romanê em nizanin bê ji bo çi winda ye an kê revandiye an “çûye” ku. Lê di dawiya romanê de berî ku Filankes xwe bikuje ji jor de dibîne ku Hesen vegeriyaye û malî giş lê kom bûne. Vê nerîna ji jor her çiqas ji bo malbata Hesen wek bextewariyekê be jî di heman demê de ji bo jiyana Filankes çend kêliyên dawî ye. Di vir de meriv dikare bibêje ku vegera Hesen û lêkombûna malbatê di romanê de yekane sahneya kêfxweşî û bextewariyê ye. Têkçûn û windakirin di romanê de çiqas serdest bin jî dîtina windayekî xwe digihîne dawiya romanê û hêviya “veger”ê û “dîtina windayan” bi meriv re çêdike.

Encam

Di vê gotarê de me hewl da ku em pirtûka Ciwanmerd Kulek bêtir ji aliyê vegêrannasiyê binirxînin. Di pirtûka xwe de Kulek ji aliyê, vegêr, muxatab, dîtin û bihîstinê teknîkên hêja ceribandine. Her çiqas di pirtûkê de “tesaduf ” bi awayekî nebawerbar cî girtibe jî pirtûk ji hêlên xwe yên teknîkî ku me rêz kirin xwe dide xwendin. Me got ji hêla teknîkê ve pirtûk serkeftî ye lê belê wexta ku dest bi rexneyên siyasî û şîretan kiriye tahma pirtûkê ya wêjeyî kêm bûye. Ev yek wek handîkapekê xwe nîşan dide. Ji bilî vê kêmasiyê ji aliyê dîrokan jî şaşînin hene ku dem hev dû nagirin û li hev dernakevin.

 

1 Seymour Chatman, Öykü ve Söylem, wer. Özgür Yaren, weş. De ki, İstanbul, 2009, r. 206.

2 Chatman, h.b., r.207.

3 Chatman, h.b., r.207.

4 Ciwanmerd Kulek, Defterên Perrîdankan, weş. Avesta, Stenbol, 2014, r. 14, di dewama nivîsê de hemû jêgirtinên ji vî metnî ji vê çapê ne û hejmara rûpelê dê piştî jêgirtinê di hundirê kevanekê de bê nîşandan

5 Mario Vargas Llosa, Genç Bir Romancıya Mektuplar, wer. Emrah İmre, weş. Can, İstanbul, 2012, r.105.

6 Berna Moran, Türk Romanına Eleştirel Bir Bakış 1, weş. İletişim, İstanbul, 2013, r.82.

7 Manfred Jahn, Anlatıbilim, wer. Bahar Dervişcemaloğlu, weş. Dergah, İstanbul, 2012, r.127.

ÇAVKANÎ

Moran, Berna, Türk Romanına Eleştirel Bir Bakış 1, weş. İletişim, İstanbul, 2013. Chatman, Saymour, Öykü ve Söylem, wer. Özgür Yaren, weş. De ki, İstanbul, 2009.

Jahn, Manfred, Anlatıbilim, wer. Bahar Dervişcemaloğlu, weş. Dergah, İstanbul, 2012. Kulek, Ciwanmerd, Defterên Perrîdankan, weş. Avesta, Stenbol, 2014.

Llosa, Mario Vargas, Genç Bir Romancıya Mektuplar, wer. Emrah İmre, weş. Can, İstanbul, 2012

Share.

Leave A Reply