Helbesta Nûjen a Rojhelata Kurdistanê: Peywendî bi Poetîka û Rexneya Edebî ya Modern

EHMED ÇAK – JI SORANÎ: REBÎ’ ÎSMA’ÎL ZÊBARÎ

Puxte: Puxte: Em dema behsa poetîkayê dikin meram jê şêwaz û pêkhate tuneye. Ji ber ku şewaz pir ji poetîkayê tevtir e û pekhateş peywendî bi tev berhem ê edebî ve heye. Bêtir meram jê eşkerekirina wan zagon û yasa û teknîkan e, ku ji teksta edebî de hene weke pilanekê berhemê edebî ji me re rûn dike. Poetîka naskirina teksta edebî ye berhem dihîne û namoyî (xerîbî) ji rûxsarê teksta xerîb jê dibe. Wê demê nivîskarekî taybet ji dikare wî tekstî ji aliyê teoriyeke rexneyî ve şirove bike û bigihêne destê xwendevanan. Ev peywendî jî demê çêdibe ku xwîner teksta meramek jê hey bixwîne û ta radeyekê di gel poetîkayê aşîna be. Ev jî bi tenê bi rêya xwendina tekstê meyser dibe.

Peyvên sereke: Poetîka, helbesta modern, helbesta şêt, xwendina pêkhate-xwaz, xwendina rexneya nûjen

Destpêk

Dema behsa rexnegiriyê dihêt kirin, divê yekem pirs ev be ku rolê rexneyê çi ye? Pêwîst e rexnegir çi bike? Di bersiva vê pirsê de pêwîst e bibêjin ku rexneya edebî de di yekem pêngava xwe de egerê guherîn û saxkirine veya edebiyata bi vî awayî ye. Ku rexne ji şîrovekirina berhemên mezin de teknîkeke nûjen û hindek pîver û amûrên nûjen diyar dike û weke diyarî dide dest ji xwendevanê xwe û xwendevan jî egerê xwendinê wan şîrovekirina ewên ji bal rexnegirî hatine encamdan û bo xwendevanî diyar dibe. Ku şîrovekirinên rexnegirî ji bo berhemê edebî tiştek baş û heja ye anku bi watayeke din dibe eger ku berhemê baş cihbigir, kewate rexnegirê edebî bi şîrovekirina berhemê edebî bizavê dike. Ku wata û ramanên berhemê edebî ji bo xwendevanî rûn dike ev bi awayekî û bi awayekî din rexnegir bizavê dike wan yasa û zagonan diyar bike ewên bûyîne egerê berzkirina berhemekê edebî yê taybet û bo xwendevan pênase dike. Ji bo vê yekê Michael Foucault dibêje “Karê rexneyê eşkerekirina peywendiya di navbera berhema edebî û nivîskar de tuneye û karê rexneyê girêdayî wê yekê tuneye ku bi rêya tekstên edebî xeyal û serboreke nûjen ava bikin. Belkî dixwaze berhema edebî ji aliyê rûxsar û naverokê ve rûn bike.1 Ji bo vê yekê divê em pirs bikin eger karê rexneyê bi vî awayê jor be, rexneya edebiyata kurdî dikare vî karî bi rêvebibe yan ne?

Bi nerîna min çiqas kêmasî ji vê pirsê derdikeve holê ku yekem kêmasî ji bal min ew e ku têgeha poetîkayê di rexneya kurdî de pir giringî pê nehatiye dayin. Anku bi watayeke din me kêmtir bizav kiriye poetîkaya tekstê destnîşan bike. Her wek tê zanîn poetîkaya helbesta klasîk poetîkayek eşkere ye. Lê belê ji bal rexnegirên kurd ve bi başî poetîka nehatiye rûnkirin ku ev pirsgirêkeke mezin dirust nake, çunku bi her awayekî be ev diyardeyeke di helbesta klasîk de ne pir xerîb e, lê belê ev pirsgirêk e di wê demê de çêdibe ku ji hember teksteke cûda ji şêwaza klasîkê bisekine, anku bi watayeke din ji aliyê pêkhate û şêwazî ve ji bal me ya xerîb be yan bo me ya rûn nebe, wê demê de pirsgirêk çêdibe.

Bi awayekî giştî têgeha poetîkayê li ser sê xalan tên polênkirin:

1- Poetîka behsa wan nivîskar û helbestvanan e, ewên bikarin zimanekî pir hunerî di berhemê edebî de bi kar bîne wek poetîkaya Nalî, poetîkaya Goran, poetîkaya Bextiyar Elî ….hwd.

2- Bi ramana wan yasa û destûr û binemayên qotabxaneyekê yan rêbazeka edebî yan şêwazeke edebî dihêt weke poetîkaya Klasîsmê, poetîkaya Riwangeyê, …..hwd.

3- Poetîkaya bi ramana (teoriya edebî) ji cûrê (poetîkaya rexnaya nûjen), (poetîkaya pêkhatexwazî)….2

Lê belê merama me ji poetîkayê ji ramana yekem daye, yan baştir bêjin poetîkaya teksteke taybet e weke filan helbesta amajepêkirî weke “Derbendî Pepûle”ya Şêrko Bêkes yan helbesta “Şarezû” ya Nalî ….hwd. Todorov derbareyê poetîkayê dû nerînên cûda tîne ber destê xwendevanan:

1-Poetîka weke mijareke nasandinê xwe nîşan dide.

2-Hizra her teksteke taybet û diyarkirî weke mînakek ji derveyî hestê mirovê dihête arastekirin.3

Todorov digel nerîna duyem e, lê belê bi nerîna me ji bo ku bigehîne nerîna duyem pêwîst e teksta edebî bi hûrî bê xwendin. Her di vir da Todorov wisa dibîne, ku nerîna yekem şîrovekirin û dubarekirina peyv bi peyv a teksta edebî dike û bi vî awayî ramana teksta edebî bi temamî bi dest nakeve.

Eger wisa be divêt ku xwendevanê rexneya edebî zanyariyên başyên poetîkayê li ser teksta rexneyê jê hatiye girtin hebe. Piştre ew zanyarî dibin amrazek ku xwendevan baştir ji teksta rexnegirî fêm bike. Di vê beşê de em dikarin behsa zaraveyekî (rexneya nûjen) bikin bi navê (Dij kirdewey ber le rexne). Ev zaraveyê rexneyê wesa diyar dike, ku her xwendevanekî edebî xwedan eqil û zewq e û dikare teksta edebî bixwîne û tamê jê werbigire. Piraniya wan wisa dibîne ku rexneya modern hizira xwendevên aloz dike û nikare tamê ji teksta edebî werbigire. Heta ev kesê wisa dibîne rexnegir di kiryara rexneyê de divêt bêlayenî hilbijêre û pêş ku dest bi karê rexneyê bike. Pêdivî ye çend caran teksta edebî bixwîne. Piştre dest bi karê rexneyê bike û biryarê bide.

Her weke dihête zanîn di edebê kurdî de du cûrên tekstên serekî hene. Ew jî evên jêr in:

1-Teksta eşkere: Behsa wan tekstan e, ewên nejad û nasîna mirovê kurd û jiyana wan di nav tekstê de rengvedan. Dikarin bêjin ramana van teksta ta radeyekê baş eşkereyî heye û eger ramana van tekstan eşkera jî nebe, lê belê bi awayekî sanahî dikarin ramana wan aşkera bike. Ew rexneyên li ser van tekstan tê nivîsîn pir pirsgirêk nabe, çunku xwendevan dikarî pêş rexnegirî jî van tekstan bixwîne û ramana wan şîrove bike.

2-Teksta ne-eşkere: Behsa wan tekstan e di edebê kurdî de taze ne û ramana wan ji bo xwendevên ne rûn û eşkere ne. Xwendevanê kurd di warê nejad û mêtolocî de zanyariyên baş tuneye. Lewra divê rexnegir bizavê bike ta radeyekê poetîkaya van cûre tekstan ji bo xwendevên bên rûnkirin.4

Di rexneya edeba kurdî de pir tekstên baş li ser cûreyekî arastekirine lê belê ji bo baştir rûnkirina mijara me, em ê behsa pirtûka (Heme Saley Sûzenî) bikin. Her weke berî niha me behsa wê çendê kir ku poetîkaya helbesta klasîk ji bo xwendevên poetîkayek eşkere ye û pir pirsgirêk ji bo rexnegirî tuneye û dikare yekser biçe ser tekstan û ji aliyê rexneya modern ve şîrove bike. Pirtûka Heme Saley Sûzenî ya bi navê Nalî û Vexandineka Nûjen ya Serdemî, her weke tê zanîn Nalî yek ji helbestvanên klasîsma kurdî ye. Anku bi watayeke din Nalî li ser rêbaza klasîsma kurdî diçû. Lewra Kake Heme Sale bê hîç pirsgirêkek rexneya modern li ser van tekista pratîk kir.

Ew gotarên rexneyî ji vê pirtûkê de evên li jêr in:

1-Finominolocî (Diyardenasî):

A-Finmonolocîya helbestê.

B-Anarşîzma wergirtin yan ravekerê nûjen.

2-Nalî û estetîka Kant.

3-Wittgenstein û yarya zimanê Nalî.

4-Binemaxwazî û xwendina tekstê

Şîrovekirina ramana helbesta Nalî, eger xwendevan ramana peyvê bizanibe û heta radeyekê digel zagon û destûrên helbesta klasîzmê şarezayî hebe, wê demê şîrovekirina helbesta klasîk heta radeyêkê digel xwezayê zimanê rojane nêzik dibe û piştre bo xwendevan xwendina rexneyî nabe pirsgirêkeke zehmet.

Lê belê tekstên cûreyê dûyem behsa wan tekstan e ku heta radeyekê tekstên nûjen in û xwendevanî şarezayeke baş li ser tuneye. Evca ji bo şîrovekirin û fêmkirina tekstê pêwîst e rexnegir bihête meydanê û poetîkaya van cûre tekstan eşkere bike û mînaka van helbestan dibe, ku di helbestên (Heme Saley Sûzenî, Yonisê Rezayî hwd) da bên destnîşankirin. Evca pêwîst e ji bo helbestan rexnegir bê meydanê û poetîkaya wan ji bo xwendevanan eşkere bike.

Şîrîntirîn Betal navê yekem komeleya helbestên Yonis Rezayî, ku di sala 1380yî de ji bal dezgehê Abid li Tehran çap kir. Her ji wê demê vê komeleya helbestê ji bo xwendevanan pirsgirêk hebû. Mejî her li wî demê de pirsgirêkeke bi vî awayî hebû. Heta gotareke Rehber Mehmûdzade bi navê Endazyarîya Peyîve di helbesta dîn de, ku di Kovara Sirwe de dît. Ev helbesta heta astekê baş dikarî poetîkaya helbesta şêt bo me rûn bike û heta astekê me dikarî mifay ji bo xweşî gotarê li ser binivîsim.

Nivîskar di beşa yekê de ji gotarê behsa bingeha helbesta şêt di nav edeba kurdî de dike, lê belê di beşa yekem de nivîskar vê pirsê bi awayekî vekirî dihêle û dû re di beşa dawiya gotarê de careke din bersiva vê pirsê dide. Beşa duyem de nivîskar behsa têgeha şêt dike û diyar dike erê çima navê van helbestan bûye ‘Helbesta şêt (dîn)’? Çawaniya ramana helbesta şêt dike? Her dîsan di beşa sêyem de behsa têgeha ramanê dike û ev zarave ji bal Emil Benvesniste tê rûnkirin. Piştre diyar dike erê çawan ramana helbestên şêt fêm dike? Di beşa çarem de behsa xwendinên cûda dike û sê şêwazên xwendinên cûda diyar dike. Di dawiya vê beşê de nivîskar wisa dibîne, ku di helbesta dîn de her sê şêwaz tên xwendin. Di beşa pêncê de hemû binema û rêgezên helbestê diparêze, meram ewe pêkhateya helbestê diparêze. Di beşa şeşê de behsa naveroka tekstê dike û fire ramaniya tekstê dike û lêkolînê li ser ramana tekstê dike. Beşa heftê de behsa rê û rêbazên helbesta şêt dike, beşa heştê beşa taybetmendiyên naveroka helbesta şêt dike. Di beşa nehan de nivîskar careke din behsa pirsa yekem û bingeha helbesta şêt di edeba kurdî de diyar dike. Di beşa dawiyê û dehan de diyar dike ku nivîskarî bi awayekî baş gotara xwe nivîsiye û gihîştiye encamekê.

Heta li vir me dît ku ev gotar dikare heta astekê poetîkaya helbesta şêt bo me rûn bike. Lê belê kak Rehber Memûdzade gotareke din li ser komeleya helbesta Yonis Rezayî bi navê Ez im Helbesta Jinên Çaverêkirî nivîsiye. Dikarin bêjin heman awayê gotara pêş xwe bû û navê wê gotarê Peyîv Helgirî Resaletî Tirfe bû.5 Pirsgirêka sereke ya vê gotarê pirsgirêka fêmkirinê ye di helbesta şêt de, her dîsan nivîskar di gotareke din de bi navê Awirdaneweyek le Şebengî Rave le Helbestî Şêt de nivîskêr di gotara pêşîn de bizav kir poetîkaya helbesta şêt bo me rûnbike û cihekî bo wê diyar bike. Lê belê nivîskar di vê gotarê de ev pirsgirêk çareser kiriye û heta astekê baş xwendevan dikare di poetîkaya helbesta şêt de agahdar bike, lewma êdî çi asteng ji bo xwendevên neman û yekser diçe helbesta şêt bixwîne û şîrove bike.

Di beşa yekem ê gotarê de behsa ramanê tê kirin. Raman di her demekê de bi awayekî ye, paşê behsa şêwazê fêmkirinê dike û diyar dike ku fêmkirina hunerî pêwîst e ji têgihîştina şîkar û eqlane derbas be, piştre behsa wêneyê sînordar di helbesta şêt dike. Rehber Mehmûdzade “Xwazey kilîl” tîne di nav diyalogê de, ku di helbesta şêt de xwendevan dikare peyveke sereke bike rêyek bo fêmkirina tev tekstê. Her dîsan di beşa duyem a gotarê de mijar ji ramanê veguhest ser wêne û behs ji wê yekê tê kirin, ku hizirkirin di helbestê de xwedanê menteqeka îmajîstî ye, wêne bi ser çar cûreyan di edeba kurdî de dabeş kiriye. Her weke bi vê awayê jêrîn: 1- Wêneyê realîstî, 2- Wêneyê xeyalî, 3- Wêneyê nehest, 4- Wêneyê livok.

Li dirêjahiya lêkolînê de diyar bû ku wêneyên helbesta şêt bi awayê cûrê çarem gotar bi dawî dihêt. Merama min ji înana van her dû gotarên kekê Rehber Mehmûd ew bû ku diyar bikim dekirê karê rexne weke pirosesekê çav lê bikire. Destpêkê dibe poetîkaya teksta cûda eşkere û rûn bike û dûre karê rexnegirane û şîkarane li ser encam bide. Her çend ev her du gotar digel merama me hev nagirin, wisa dibînim ku mînakên baş in ku teksteke aloz di edeba kurdî de bo xwendevanan pênase bikin û şîrove bikin .

ÇAVKANÎ

1 Henesey peyîv le şe’rî şêda, K. Raman, J.124

2 Neqid edebî, sîrwis şimîsa, întîşarat fîrdewis, Ç. Sum, Tehran 1381, R.25.

3 Butîqay saxtargira Tzvetan Todorov, Tercime muhemed nibewî, sitrage, Ç. Dûwem bihar 1382, r.11.

4 Heman çavkanî, r.15.

5 Merama me ji zaraveyê êkê ew tekst in, ku xwendevan bi awayekî sanahî jî derbas dibe û tameke lez û bez jê derdikeve. Lê belê merama me ji zaraveyê dûyê ew tekst in, ku tam wergirtin ji wan zû bi zû bi dest nakeve û pêwîst e xwendevan pir bizavê bike heta jê fêm bike.

6 Minim şa’rê çawerwankirin, Yonis Rezayî, Ç. Araz, 2007

Share.

Leave A Reply