Helbestkarek di Kevaneka Niştîman de

CEMAL MELAYÎ – JI SORANÎ: HEWAR ASA

Dibe ku bêhtir ji sih salan e tu helbestkar li rojhilatê Kurdistanê, bi qasî Celalê Melekşa nav û dengê xwe belav nekiribe û helbesta kêm helbestvanan bi qasî ya wî di nava çîn û tebeqeyên curbicur ên civakê de cih girtibe. Celalê Melekşa ji wan kesatiyan bû ku hertim piştgiriya eniya nû dikirin da ku riya tije strî û astengî ya zimanê kurdî ber bi asoyên ronîtir ve bibin. Helbestkarekî xemxurê gel, welat, çand û wêjeya kurdî bû, pir tişt di jiyana xwe de ezmûn kirine û wek gelek helbestkar û nivîskarên mezin ên kurd, di jiyana xwe de tûşî gelek perîşanî, derbiderî û bêxudaniyê hatiye, hewangeha xwe ya ewle û rehet bi tenê di nava helbest û çîroka kurdî de dîtiye. Ew helbestkar ku çaxekê dibe endamê “Kanûnî Nûseranî Îran” û bala nivîskarê mezin ê Îranê, Ehmed Şamilo dikişîne. Melayî tevî xebatên xwe yên wêjeyî, xebatên rojnamegeriyê jî dikir, li kovara Sirwe dixebitî ku ev kovar yekem kovara wê demê ya rojhilatê Kurdistanê bû. Bi vê hemû tecrubeya xwe ya mezin ve, mixabin heya niha tenê du berhemên wî hatine çapkirin, yek dîwaneke helbestan bi navê Zirey Zincîr Wişedîlekan, a din jî komeke çîrokan a bi navê Karesat e.

Tevî hemû kêmasiyên ji aliyê teknîk û nûxwaziyê de û tevî asanî û hêsaniya naverokê ev her du berhemên Melekşa du zarokên rasteqîne yên serdema xwe ne. Herwiha neynika hemû êş, derd û şikestinan bûn, hewl dane pir rastgoyane bibin neynik û şahidên wê cîhanê. Cîhanek ku armanc tê de yek li dû yekê dipijiqîn û winda dibûn. Ne niqirandinî û pesindan e, heger em bibêjin ji hevdem û hevtemenên Celalê Melekşa, di vê beşa Kurdistanê de, tu kes bi qasî wî di nava qada neteweyî de tevnegeriyaye û helbestkarên bi qasî wî siyasî jî nebûne.

Reng e qedera kêmîneyan li her welatî bi taybetî li Rojhilata Navîn, ku gelê Kurd lê ne, ev be ku her tevgereke wan şîroveyên siyasî jê re dihên kirin, yan jî dibe bi tenê ji ber ku tu bi zimanê kêmîneyan dipeyîvî mohreke siyasî li te bihê xistin! Vê siyasîbûnê û viyana welat, çengê xwe li ser helbestên me daniye, bi taybetî li ser helbestên gelek helbestvanên Başûr ên mîna Şêrko Bêkes, Letîf Helmet, Refîq Sabîr û Ebdula Peşêw. Her ji ber hindê jî li Rojhilat, helbesta siyasî li cem helbestvanên me, li gorî şert û mercên civakê û rewşa jiyana gelê me dihatin nivîsandin. Gelek helbestên hatin nivîsîn, bi sedema ku siloganîk û îdeolojîk bûn, zû bi zû dihatin windakirin û jinavbirin. Helbestên me yên din jî hebûn ku dixwestin hevsengiyekê di nav helbestê û siyasetê de biafirînin û yê herî serkeftî di vê qadê jî de, Celalê Melekşa bû. Ew bixwe ne bi tenê nûnerek bû, belku eniyek bû, ku şoreş, şer û pirsgirêkên hêzên siyasî û pevçûnên wan bi çavên xwe dîtibûn. Wî bi wateya rasteqîn, şikestin tecrube kir û ji şikestinê serî hilda. Wî refleks li hember zulm û zordariyê, nedadiyê û kêm û kasiyên welat nîşan dida, jixwe ev taybetmendiya herî sereke ya Melekşa bû; ew xwediyê kesayeteke wiha bû ku li hember her tiştî refleksa xwe hebû û bi berçavka xwe ya taybet nerindî û nehezî, heta xweşikiyên serdema xwe jî dibîne û weke mirovekî rastgo, şahidiya xwe û cih û dema xwe dike.

Lewra em dikarin wî wek helbestkarekî bi nav bikin ku heyameke dirêj û heya niha jî, şêniyê nav kivana welatekî bûye ku hertim şerê man û nemanê tê de diqewimî. Celal Melekşayî, doza parastina ziman, çand û hebûna neteweyekî di nava berhemên xwe de dikir; ev faktorên han helbestkarekî diafirînin ku nikare tiştekî ji derveyî welêt di hişê xwe de bixemilîne, heta ku li cem wî eşq û dildarî jî piştî hebûna welat wataya xwe didin. Heta vir, bi tenê aliyekî çîroka Celalê Melekşa ye, tê de behsa wê atmosferê hat kirin, a ku helbestvanî di nav de dest bi afirandinê kirî û şopên berhemên wêjeyî, ji aliyê naverokê de xêz kirî. Lê derbarê wê yekê ka çawa û bi çi awayî ew naverok derbiriye û di formeke xweşik de dariştiye, ew mijareke din e.

A ku haşatiyê hilnagire û hemû nivîskar û hizirmendên qada wêje û fîlosofîyê li ser lihev in, ew e ku ziman beşa herî giring a her berhemeke wêjeyî ye. Bi gotineke din, her tişt di ziman de diqewime û nivîskar dikare bi riya zimên dinyaya xwe bişayesîne. Hevokeke pir navdar a fîlosofê alman, Heidegger heye dibêje “Ziman avahiya hebûnê ye” anku me ji derveyî zimên tu hebûneke xwe nîne, yanî hemû mal û milkê me ziman e. Li vir du cureyên nerînan derbareyê zimên xuya dibin. Cureyek ji wan nerînan, ku ev nerîn zêdetir li cem nivîskarên postmodernîst dihê dîtin, ziman weke armanc didin zanîn, her di nava zimên de jî helbestê dinivîsin û ew wisa bawer dikin ku hema helbest bixwe yek ji rûdanên zimanî ye. Cureyê duyemîn, ku temenekî dirêj di nava piraniya gel û neteweyan de heye û zû bi zû dihê bidestxistin, ew helbestkar in ku ziman wek amrazekê dibînin, ku bi riya wî peyama xwe pêşkêşî civakê dikin. Bi hevokeke din, ev grûp ziman dixin xizmeta armanceke mestir ku Celalê Melekşa wisa dibîne; ew armanca vegêrana çewisandin, kuştin û binpêkirina mafên neteweya wî dide û di vê rê de dixwaze dengê xwe bigihîne guhên serdestan. Bi vî awayî, ew helbest li cem Melekşa pesend e, a ku bikare bi riya wê vegêrana jîn, derd û keser û kovanên xwe û welatê xwe, herwiha wan xefk û davan bike ku dijminan ew vedane.

Ku min xwe nas kir Dinya şer bû
Şeveke doman, tarî…tarî! Şewqeke dûr

Ji asoyên herî dûr ê jiyana min Weke xetîrê pêketibû
Lê belê rê
Tije asteng û kendal bû Astengiyeke dûr û zirav! Şewqa hêviyan gişe giş jê dihat Ji bo cem xwe gazî min kir

Ez radikişandim
Hêz dida pêngavên min
Hizr û xeyala wê ez dibirim!
Gelek sal
Bi qasî salên emrê min
Min rê birrî
Min gopalê hesin şikand
Sed solên polayî min dirandin
Her pêngavek, birîneke kûr
Rê tev jan û dirî bû
Hêza hêviyan ez ber bi armancê dibirim Ez giham û dil tije xwestek, hêvî û xem Li xwînê gevizî
Westiyayî û bêhêz
Qedem şikestî
Min himbêza xwe ji şewqê re vekir
Lê mixabin, mixabin, mixabin
Ew xetîr çavê gur bû.

Bêyî tu ravekirinekê, bi zelalî sembol û motîf dibêjin me ka em bi kîjan helbestê û çi cure nerînan re rûbirû ne. Ew hemû derd, meş û rijandina xwîna dil, ji bo ku bigihîje ronahî û azadiyê bûye, lê dawiyê ew çirûska xetîrê, ku biryar bû jiyana me ron û ronahî bike, derket çavên gur, ku em xapandibûn û ji bo kuştina me amade bûn. Bi zelalî xuya dibe, ka çima ziman, sembol û motîf tev di xizmeta ragihandina peyamekê de ne, ji bo ku ew peyam bigihîje guhên gel, da ku bi lîstokên kesî neyê xapandin û ji kesî bawer nebe, çiku dibe ku ew mizgîniya rizgarbûnê veguhere banga jinavçûnê.

Ji xwendina helbest û çîrokên Celalê Melekşa xuya dibe û kes mandel nake ku ew kesekî xwedî berpirsiyarî ye li hember welat, gel û jiyana hevzimanên xwe. Li hember wan karesatên bi ser axa wî de hatine, bêdengî û xwedimaldeveşartinê hilnabijêre û bi hemû hêza xwe ve derdikeve qadê. Ew helbesta li ser karesata Helebçe û birakujî û xiyanetkirinê li hevdu nivîsandî, taybetmendiyeke ku di nava hemû helbestkarên siyasî yên kurd de dihê dîtin û bi gotinên yekser û bêperde cîhana xwe, bi zimanekî sade, hêsan û nerm diresimîne. Weke di vê helbestê de:

piling

Li ser çiyayê hêviyan
Li gel şewqa taveheyvê
Lîstok dikir!
Dinya mişt bû ji xeyal, hez û kovanan Guriya findê bo perperok
Xurpîna dilê “gulebax”ê
Çirpîna lingê mêşhingivê
Ji nişkan ve…
Hilbaskî bejna çiya bû
Şirxîna tivingê
Tefeşa heyvê qelişî
Li himbêza sor a çiyayî
Bû asoya hewara xwînê
Gora piling.

Berevajî teşe û şêwaza helbestkarên tevlî siyaset û berpirsiyartiya li hember civakê bûyîn, ji dêvla zimanekî tije ji gotinên zivir û hemasî; zimanekî nerm, xweşik û heya astekê romantîk hildibijêre û bi taybetî sûdê ji wezn û qafiyê jî werdigire, ji bo ku bikare merama xwe bigihîne xwîner, ku dibe di dinyaya îroyîn de, bi nerîna gelek ji xwedî nerînan, ev yek weke xisarekê ye, nabe ku helbestkar bi heman rîtm û zimanê helbesteke dildarî, helbesteke karesat û kuştinê binivîse.

Dibe ku bi sedema wan guherînên bi ser helbesta kurdî ya îroyîn de hatin, ku her roj tevger û bizaveke nû ji dayîk dibe, helbesta Melekşa xwînerên îro razî neke, lê di serdem û dema xwe de, di nava bazineya helbesta siyasî û welatperweriya kurdî de, cih û pêgeheke xwe ya taybet heye û bêguman kesên nûhatî jî dizanin bê ka Melekşa çi valahiyek, di kîjan rewşa dîroka wêjeya kurdî de dagirtiye. Bi awayekî gelemperî, dibe ku mirov bikare gelek tiştên din derbarê Celal Melekşa de binivîse, behsa wê forma sade û teknîka hêsan bike, a ku di helbestên xwe de sûd jê girtî, an behsa wê riwayeta bêveqetyan bike, ku awayê herî normal ê vegêrandina hikayetan e, an jî behsa wan wêneyên helbestkî bike, ên ku ji xeyalê ber bi dîtinê ve diçin. Lê di vir de bi tenê behsa helbestvanekî welatperwer hat kirin, ku hemû keda xwe xistiye xizmeta welat, di rêya wî welatî de her tişt jê hatiye stendin, bi tenê yek tişt jê re maye, ew jî cihê wî ye di nava dil û mala her kurdî de.

Share.

Leave A Reply