Rêbera Rêbazên Nîşandayina Çavkaniyan AMADEKAR: FERZAN ŞÊR

  • A. Rêbaza APAyê (American Psychological Association)
  • B. Rêbaza MLAyê (Modern Language Association)

Piştî vekirina beşên kurdî di zaningehên li bakûrê Kurdistanê derketina kovarên akademîk, nîv-akademîk û hakemî rêbazên nîşandayina çavkaniyan bêtir ket rojeva nivîskar û lêkolîneran. Ne bes di van waran de li her cihên ku mirov serî li çavkaniyan dide him ji hêla ilmî him jî ji hêla hiquq û ehlaqa nivîsandinê ve hewceyî bi rêbazan dibîne. Ji bo ku em qaydeyên aîdiyeta fikrî û kedê binpênekin, agahiyan bi awakî rêk û pêk derxin holê, belav bikin û rê li ber întîhal, şaşxwendin û manipûlasyonan bigrin ev rêbazên çavkaniyan li gel gelek qaydeyên din ên ilmî mecburî ne.

Li gor pêdiviyên gelek dîsîplîn û beşên zanistê rêbazên nîşandayina çavkaniyên cuda, standartên cihê ên navneteweyî hatine amadekirin. Ji hêla şêwe û dîtbariyê ve gelek cudahî di navbera wan de hene. Lê tiştê ku qet naguherin û wê stûna ilmî ava dikin hêmanên sereke ku bi çi şêweyî de bila be tê de cih digrin wiha ne: Navê nivîskar, sernavê berhemê, agahiya weşanê, mêjû û jimara rûpelan. Lêkolînerek ger yek ji wan standartên gerdûnî fêr bibe bi hêsanî dikare derbasî çavkaniyên dîtir bibe. A girîng ew e ku lêkonîner her kîjan rêbazê bikarbîne divê standart be. A herî xetere û talûke jî ew e ku lêkolîner xwe girêdayî tu standartan neke, pêşkêşkirina çavkaniyan binpê bike û çavkaniyan “çawalêhat” bikarbîne.

A soxî û giştî di pêşkêşkirinên çavkaniyan de du boçûnên sereke hene, pêşkêşa têbinî ango nîşeyên dawîn û pêşkêşa di çavkaniyê de. Çend cureyên rêbaza jêgirtinên di çavkaniyan de hene; APA, MLA û Chicago ên sereke ne. Piraniya zanistên civakî APA bi kar tînin, beşên wêjeyê jî MLA bi kar tînin. Ev nayê wê mahneyê ku yek ji beşên din nikare a din bi kar bîne. Lê pêşniyara me bo wêjeyê bikaranîna MLAyê ye, ji xwe di vê nivîsê de em ê li APA û MLAyê binêrin û em ê bibînin him ji bo dîtbarî, him ji bo herikbarî û ergonomiya xwendinê MLA kêrhatîtir e.

Ev xebata me di asteke sivik û kurtekirî ye. Ji rûpelsaziyê heya bijartina fontên nivîsê û paragrafan gelek taybetmendiyên cuda ên van rêbazan hene. Di vir de bes em verêkirin, jêgirtin, veguhastin û amadekirina çavkaniyan pêşkêş dikin. Bingeha vê nivîsê ji malpera zaningeha Bilgiyê (http://tk.bilgi.edu.tr/?m=6) hatiye adaptekirin, bi mînakên kurdî û taybetmendiyên kurdî re hatiye geşekirin, her wekî din ji bo geşedan û cudahiyên dîtir (nuansên biçûk her tim çêdibin, dibe ku carinan ev xalên me yên li jêr diyarkirî bi demê re di nav van rêbazan de hatibin guhertin, ango bên guhertin) ên van rêbazan mirov kare li her du malperên van rêbazan binêre: http:// www.apastyle.org ; http://www.mla.org/style.

  1. Rêbaza APAyê

Ev rêbaz di zanistên civakî de bi berfirehî tê bikaranîn. Cudahiyên wê yên ji rêbazên din ew e ku paşnavên nivîskaran û sala weşanê derdixe pêş.

  1. Di nav deqê de verêkirina li çavkaniyan

Di rêbaza APAyê de dema çavkanî tê nîşandan paşnavên nivîskaran, mêjûya weşanê ya berhemê û jimara rûpela (ango rûpelên) jêgirtî tê diyarkirin. Li jêr di kîjan rewşan de bi çi awayî ev yek tê kirin, wê bi mînakan bên dîtin.

  1. Berhema bi yek nivîskarî: Di deqê de piştî jêgirtinê di nav kevanê de paşnavê nivîskar, mêjûya weşanê û jimara rûpelan bi bêhnoka di navbera wan de tên nivîsin. Dema verêkirin bi rûpelekê be “r.”, ji yek rûpelê zêdetir bin “rr.” tê nivîsin. Mînak:

Dema têsîra xwendina wergeran li ser zimanê mirov dinirxîne wiha dibêje “şopa xwendinan di berhemên mirov de nikare were veşartin” (Aydogan, 2013, r. 275) û bi vê hevokê re jî berê me dide wê çola derhişê.

Dema navê nivîskar di nav hevokê de derbas bibe jî wiha tê nivîsin:

Îbrahîm Seydo Aydogan (2013), dema dibêje ku “şopa xwendinan di berhemên mirov de nikare were veşartin” (r. 275) berê me dide wê çola derhişê.

  1. Berhemên ku du an jî zêdetir nivîskarên wan hene: Ger du nivîskar bin bi tenê “û” dikeve navbera paşnavên wan: (Zeraq û Wenda, 2015, r. 45).

Ger ji du heban zêdetir be paşnavê nivîskaran bi bêhnokan ji hev du cihê dibin û paşnavê dawî wek di mînaka jorîn de hatiye bikaranîn bi “û” tê nivîsin:

(Arî, Bêkes û Pêşew, 2007, r. 45) an jî (Arî û ên din, 2007, r. 45).

  1. Berhemên heman salê yên nivîskaran: Dema verêkirin ji bo du an zêdetir berhema nivîskaran bê kirin, li gor mêjûya weşanên wan berhaman tîp (a,b,c…) li sala wan weşanê ve tê nivîsin: (Cewerî, 2015a, r. 23); (Cewerî, 2015b, r. 45).
  2. Berhama ku nivîskarê wê ne diyar e: Ger nivîskarê berhemê nehatibe diyarkirin, dema jêgirtinê peyvinên pêşîn ên berhemê tên bikaranîn. Dema verêkirinek li berhemeke wiha bê kirin navê berhemê bi îtalîkî tê nivîsandin dûre jî mêjû tê nivîsin. Mînak:

Di çavkaniyeke dîtir de (Pirtûka Sor, 1917) wiha derbas dibe… Wek ku di Pirtûka Sor (1917) de derbas dibe….

  1. Nivîskarên ku paşnavên wan yek e: Ji bo nivîskarên xwedî heman paşnavê ne dema verêkirinek hebe divê navên wan jî bên diyarkirin. Mînak:

Hamid Omerî (2011); Bro Omerî (2015)

  1. Du an zêdetir berhem: Ger verêkirin behsa du an zêdetir berheman bike, paşnavên nivîskarên wan berhaman li gor rêza tîpan tên sazkirin. Mînak:

(Deleuze û Guattari, 2001; Moretti, 2005, 2006)

  1. Hevdîtinên şexsî: Hevdîtinên şexsî di deqan de divê bên diyarkirin lê di çavkaniyê de ne hewce ye cih bigre. Mînak:

(Hesenê Metê, hevdîtina şexsî, Adar 2011).

  1. Çavkaniya veguhastinê1: Di xebatan de a girîng çavkaniyên yekemîn in, lê ji ber hin zehmetiyan ger mirov negihabe çavkaniyên yekemîn serî li çavkaniyên veguhastinê dide. Ji bo vê yekê li pêş paşanavan peyvên jêgirtin û veguhastin (veguhêz) tên bikaranîn. Mînak:

Li gor Mandela wan mirovên efrîkayî wekî “pitikên mezin” didîtin (veguhastin Loomba, 2000, r. 244)

Ew berhama ku di mînakê de jê hatiye girtin di çavkaniyê de cih nagre. Di mînaka me de Loomba gotina Mandela vediguhêzîne xwîneran, em wekî çavkanî ne çavkaniya ku Mandela ew peyv gotine bikartînin, çavkaniya me Loomba ye û divê ew di çavkaniyan de cih bigre.

1 Di navbera jêgirtin û veguhastinê de ferqeke mezin heye. Jêgirtin rasterast mirov peyvên di nav dunikê de jê digre, di veguhastinê de mirov şîrove dike, bi hevokên xwe diyar dike bê çi gotiye.

  1. Amadekirina çavkaniyan

Hemû berhemên jêgirtî di rûpelek nû de di bin sernivîsa “Çavkanî” de divê bên nîşandan. Di vê beşê de hemû berhêmên jêgirtî divê bêkêmasî bên rêzkirin. Di “Çavkaniyê” de çavkaniyên verênekirî cih nagrin. Çavkanî li gor paşnavên nivîskaran bi rêza tîpan (alfabetîk) tê sazkirin. Ger navê nivîskar nîn be navê berhemê tê girtin. Ger gelek berhemên nivîskaran hebe rêza wan di nav xwe de li gor kronolojiya wan tê kirin. Berhemên nivîskaran ger di heman salê de çap bûbe di hundirê xwe de dîsa li gor tîpên bi mêjûya wan ve zeliqandî (2009a, 2009b) tê nivîsîn.

  1. Pirtûk

Di “Çavkanî”yê de li gor rêzê, paşnavê nivîskar, tîpên yekemîn ên navên wan, di nav kevanê de mêjûya çapa berhamê, navê berhemê, agahiyên weşanê yek bi yek tên nivîsin, di navbera wan de noqte tê nivîsin. Navên berheman ji yekemîn tîpa sernavê pê ve giş bi tîpên hûr (sertîpên peyvên di nav sernavê de jî hûr in) û xwar (îtalîkî) tên nivîsin.

  1. Nivîskarek an jî editorek

Özmen, Ş. (2010). Pêşbaziya çîrokên neqediyayî. Diyarbekir: Lîs.

Gardner, J. (Ed.). (1985). Gilgamesh. New York: Vintage Books.
Nîşe: Editor wek “Gardner, J. (Ed.)” di hemû mînakan de wiha tê nivîsin.

  1. Du an zêdetir nivîskar an jî editor

Malmisanij, M. û Lewendi, M. (1989). Li Kurdistana bakûr û li Tirkiyê tojnamegeriya kurdî 1908–1981. Stenbol: Jîna Nû.

  1. Çapên berfirehkirî an di çav re derbaskirî

Kulek, C. (2015). Nameyek ji xwedê re (çapa duyemîn a berfirehkirî). Stenbol: Avesta. ç. Pirtûkên ku nivîskarên wan ne diyar e

The 1995 NEA almanac of higher education. (1995). Washington DC: National Education Association.

  1. Pirtûkên ku ji du an zêdetir cildan pêk tên

Uzun, M. (2003). Hawara dîcleyê (cild 2). Stenbol: Avesta. e. Pirtûkên wergerandî

Kundera, M. (2015). Nezanîn. (İbrahim Seydo, Musa Ekici, Rana Anter û Sara Anter, Wer.) Stenbol: Rûpel.

  1. Nivîseke di nav berhemeke berhevbûyî be (ger berhevkar ne diyar be)

Ahmedzade, H. (2011). Di romana kurdî de guherînên şêweyî û babetî. Romana Kurdî û Nasname. (rr.11-45). wer. Fahriye Adsay. Stenbol: Avesta.

  1. Nivîsek an jî beşeke di nav berhemeke berhevbûyî de (berhevkar diyar e)

Irzık, S. (2004). Öznenin vefatından sonra kadın olarak okumak. Parla ve Irzık (Ed.), Kadınlar dile düşünce (ss. 35-56). İstanbul: İletişim.

  1. Di pirtûkên çavkaniyên sereke de nivîsek an beşek

Çeper, R. (2014). Dexsokî. Ferhenga etîmolojiyê (r. 87). Stenbol: Weşanên Ar. 2. Gotar

Di gotaran de bi vê rêzê çavkanî tê nivîsin; paşnavê nivîskaran, sertîpa/ên navê nivîskaran, sala çapê, navê berhemê, agahiyên weşanê tê nivîsin. Ger berhemeke rojane, heftane an mehane hatibe bikaranîn di nav kevanê de li pey salê bêhnokek tê dayîn û pê re roj û meha wê jî tê nivîsin. Navê berhemê, bes tîpa ewil bi tîpên gir tên nivîsin jê pê ve bi awakî asayî/dûz, bêyî di nav dunikê de be ango xwar be hemû bi tîpên hêr tên nivîsin. Di beşa agahiya weşanê de navê weşanê û hejmara weşanê xwar tê nivîsin, lê jimara rûpelan asayî/dûz tê nivîsin. Mînak:

Aran, U. (2014, Çile). Kolonyalîzm, nasname û parçebûn: tirsa bê diran a Helîm Yusiv. Zarema, 3, 104-112.

  1. Çavkaniyên dîtir
  2. Fîlm

Wekî berhemên dirêj tê senifandin û navê fîlman jî wekî ya pirtûkan xwar (îtalîkî) tê nivîsin.

Mintaş, E. (Derhêner). (2014). Klama dayika min [Fîlm]. Stenbol: Aslı Erdem Company

  1. Çavkaniyên Elektronîk

Di çavkaniyê de nivîskar, mêjûya weşanê, navê berhemê tê dayîn dûre cureya çavkaniya elektronîk (online, CD-ROM hwd.), jimara cildê û rûpelê, her hebe jimara paragrafan tê nivîsin. Ger mirov karibe xwe bigihîne malperê, divê navnîşana malperê û mêjûya gihanê jî lê bê zêdekirin.

Memhud, B. ( 2012, 31ê Hezîranê). Fatma isa dengbeja kurd ya geleri, dans biografi edebiyat folklor. Mêjûya gihanê: 23ê gulana 2015, http://www.kovarabir.com/

  1. Tezên çapnebûyî

Baran, S. (2014) Dilsel Travmadan sessizlik hallerin: suzan samancı. (Teza çapnebûyî ya lîsansa bilind). Stenbol: Zaningeha Istanbul Bilgi.

  1. Rêbaza MLA

Di APAyê de me dît ku verêkirin di nav deqê de ji bo çavkaniyan tê kirin, serî li têbinî û nîşeyan nade. MLA jî wek wê verêkirin û çavkanî bi kar tîne. Di rêbaza MLAyê bêtir navê nivîskar û navê berheman tevî jimara rûpelan dertê pêşberî me. Taybetmendiya sereke ya MLA jî ew e ku bêtirî di qadên ziman û wêjeyê de tê bikaranîn.

Him di nav deqê de him jî di nav çavkaniyê de “berhemên dirêj” ên wekî pirtûk, kovar, rojname, ansîklopedî, broşur, roman, lîstik û fîlm bi awakî xwar (îtalik) tên nivîsandin; “berhemên kurt” ên wekî yek bi yek helbest (navê pirtûkên helbest û çîrokan jî dikeve kategoriya dirêj û xwar tên nivîsin), çîrok, gotar, name û sernivîsên axaftinan bi asayî dûz û di nav dunikan de tên nivîsin. Di nav deqê de verêkirin divê wiha bin:

Di nivîsa xwe ya bi navê “Çîrûskîzm” de Rênas Jiyan wiha dibêje: “Çîrûskîzm; krîzek e; krîzeke çarmîxî ye. Ji tesîra narkotîk a peyvan diafire, lê bi dû re, piştî asta zildayîna zimên a herî jor, piştî hebûna bêqusur vediguhere asta objebûnê û krîstalîze dibe” (221).

Formeke din a vê jî mirov di hevokê de navê nivîskar dide navê berhemê û jimara rûpelê di kevanê de dinivîse:

Li gor Rênas Jiyan “Çîrûskîzm; krîzek e; krîzeke çarmîxî ye. Ji tesîra narkotîk a peyvan diafire, lê bi dû re, piştî asta zildayîna zimên a herî jor, piştî hebûna bêqusur vediguhere asta objebûnê û krîstalîze dibe” (Çîrûskîzm 221).

Her wekî din mriov dikare her sêyan jî bixe nav kevanê:

“Çîrûskîzm; krîzek e; krîzeke çarmîxî ye. Ji tesîra narkotîk a peyvan diafire, lê bi dû re, piştî asta zildayîna zimên a herî jor, piştî hebûna bêqusur vediguhere asta objebûnê û krîstalîze dibe” (Jiyan, Çîrûskîzm 221).

Lê piranî mînaka ewil bê bikaranîn çêtir e. Lewra di nav hevokê de her sê hêmayên sereke ên jêgirtinê (navê nivîskar, navê berhemê û jimara rûpelê) bi awakî aktîf tê nivîsandin û ev ji bo fikirandina li ser wê jêgirtinê di dema xwendinê de -bêyî ku em li çavkaniyê binêrin- bi bîra me dixe. Şêweyên din jî helbet di nav deqê de tê bikaranîn.

Ger navê nivîskar û berhemê carek hatibe bikaranîn ji bo carên din verêkirin bo “Çavkaniyê” bes bi (Jiyan 221) dikare bê kirin. Ger tu verêkirin bo heman berhemê be hewce nake ku mirov paşnavê nivîskar jî binivîse bes jimara rûpelan bes e. Lê ger jêgirtina nivîskarên din ketibe navberê divê navê nivîskar jimara rûpelê bê nivîsin: (Jiyan 221). Ger nivîskar heman nivîskar be lê behsa berhemên dîtir hatibe kirin vê carê jî navê berhemê jî divê bê nivîsin: (Jiyan, Çîrûskîzm 221). Di van verêkirinan de ger navê berheman ji çar peyvan zêdetir be sernivîsên berheman tên kurtekirin. Beşên kurtkirî bi sêxalan tê nivîsin: (Baran, “Jinên Nava Malê…” 145). Ji bo herikbariya nivîsê û ji bo ku nivîs di nav kevanan de nefetise her çiqas navê nivîskar û berhaman di nav hevokê de bê dayîn ew qas baş e. Dema verêkirin ji bo du an zêdetir nivîskaran be wiha tê nivîsin: (Malmisanij û Lewendî 23). Hejmara nivîskaran ji sisêyan zêdetir be li pey paşnavê nivîskara ewil “û êndin” tê nivîsin. Dema jêgirtin bi xwe jêgirtinek be ango veguhastinek çêbe beriya xala hevokê (veguhastin Loomba 244); (jêgirtin Loomba 250), ger jêgirtina me ango veguhastia me blok be heman tişt li pey xala (xalbend) jêgirtinê tê nivîsin. Mînak:

Li gor Mandela wan mirovên efrîkayî wekî “pitikên mezin” didîtin (veguhastin Loomba 244).

Têlî keça Mîrekî ye û dilê wê dikeve Miho. Mîr her dem dengbêjan li konê xwedicivîne û dîwana dengbêjan datîne. Têlî jî beşdarî van civatan dibe û di bin çavdêriya bavê xwe de kilamên xwe dibêje. Têlî di van civatan de Miho dibîne û dilê wê dikevewî. Tevî ku Miho jî ji wê hez dike, an ji ber ku neyarî di navbera mala Miho û Têlî de heye an jî ji ber ku Miho kesekî hejar e, nikarin bizewicin. Miho bi jineke din re dizewice lê Têlî dev ji hezkirina wî bernade. (Veguhastin Begik)

Nîşe: Di vê jêgirtina blok de ji ber ku jêgirtineke çavkaniya eletronîke jimara rûpelê nîn e. Ger hebûna wê û em bêjin jimara rûpelê wê jî 123 bûna, dê wiha bûna: (Veguhastin Begik 123). Jêgirtinên blokî “tabek” ji milê çepê destpê dike, ger di metna jêgirtî de girîzgeha paragrafan hebe di jêgirtina blok de wekî xwe tê hiştin.

Ew berhama ku di mînakê de jê hatiye girtin ango veguhastin di çavkaniyê de cih nagre. Di mînaka Mandela û Loomba da di çavkaniyê de divê ya Loomba bê bikaranîn. Me li ku xwendibe çavkaniya me ew e. Di nav kevanan de bêhnok nakeva navbera nivîskar û jimara rûpelê, ger navê berhemê hebe ew dem bêhnok dikeve navbera berhem û nivîskaran.

  1. Amadekirina çavkaniyê

Hemû berhemên jêgirtî di rûpeleke nû de di bin sernivîsa “Çavkanî” de divê bên nîşandan. Di vê beşê de hemû berhêmên jêgirtî divê bêkêmasî bên rêzkirin. Di “Çavkaniyê” de çavkaniyên verênekirî cih nagrin. Çavkanî li gor paşnavên nivîskaran bi rêza tîpan (alfabetîk) tê sazkirin. Ger navê nivîskar nîn be ango berhemên saziyan be navê berhemê tê girtin. Her xal ji milê çepê tê destpêkirin, rêza duyemîn an sêyemîn a wan xalan wekî destpêka paragrafan (biqasî destpêka paragrafan ji hundir) li bin rêza yekemîn tên nivîsin.

Dema çavkanî tên nivîsin li gor vê rêzê tên nivîsin: (a) navê nivîskar, (b) sernivîsa beşa berhamê, (c) navê berhemê, (ç) navên berhevkar, werger û amadekaran, (d) jimara çapê, (e) jimara cildê, (f) jimara rêzê, (g) cihê weşanê, navê weşanger, sala weşanê, (h) jimara rûpelê, (i) agahiyên lêkirî û ravekirin. Ev agahî giş li gor hewcehiya berheman diguherîn. Mînak, ji bo pirtûkan jimara tevahiyan rûpelan ne hewceye (ji bo nivîsên danasînê û katalogan e); ji bo kovar û rojnameyan cihên weşanê û navê weşanger ne hewce ye, agahiyên lêkirî, zêde di rewşên taybet de dikare bê dayîn wekî din ne hewce ye.

  1. Navê nivîskaran:
    a. Nivîskarek:
    Ger navê nivîskar diyar be pêşî paşnav dûre jî nav di navberê de

bêhnok tê nivîsandin:
Yûsiv, Helîm. Jinên Qatên Bilind. Stenbol: Weşanên Avesta, 1998.

  1. Du an jî sê nivîskar: Nivîskarê/a dawî li pey gihaneke “û”yê bi nav û paşnavê tê nivîsin. Divê bala mirov li ser wê yekê be ku paşnavê niviskarê/a dawî li pêş nebe:

Deleuze, Gilles û Félix Guattari. Kafka: Minor Bir Edebiyat Için. Wer. Özgür Uçkan û Işık Ergüden. Çapa 2. Stenbol: Weşanên Yapıkredi, 2001.

  1. Ji sê nivîskaran zêdetir: Li gor rêza di pirtûkê de dikare yek bi yek jî bi hev re bê

nivîsin an jî dikare li pey nivîsandina nivîskara ewil bi pêveka “û êndin” jî bê nivîsin:

Aksoy, Nazan û êndin. Şiir ve Şiir Kuramı Üstüne Söylemler. Stenbol: Weşanên Düzlem, 1996.

ç. Navên taybet: Di navên nivîskaran de taybetmendî hebe divê li gor wê paşnavê wan neyê pêş. Mînak Malmisanij divê wekî Mehemed Malmisanij neyê nivîsin, Seydayê Tîrêj wekî ku di berga pirtûkan de wekî Tîrêj tê nasîn divê an wekî Tîrêj, an jî wekî Seydayê Tîrêj be; (nabe ku bibe Tîrêj, Seyda). Wekî din mînak Kemal ne paşnavê Yaşar Kemal e divê wekî Yaşar Kemal bê bikaranîn, her wekî din Nazim Himet (Ran) jî. Hin nav û qalibên rûniştî hene divê li gor standartên xwe bên bikaranîn, ger hewce bike kevanek dikare bê bikaranîn. Mînak, T. S. Eliot, küçük İskender, Cemal Süreya; Süreyyya Evren. Di berheman de çawa be navê nivîskaran divê li gor kêfî û zanina me ya rastî neyên rastkirin. Mînak, Bediüzzaman Said-i Nursi ango Bediûzzeman Seîdê Kurdî. Bi taybetî hin navên kurdî ku wekî xwe dispêrin folklora kurdî divê wek xwe bên nivîsin. Mînak, Hesenê Dewrêş, Jana Seyda, Bavê Nazê.

  1. Navê berheman: Navê berheman li pey xala navê nivîskaran di xala duyemîn de tê nivîsin. Ger navê nivîskar tune be di xala yekemîn de, a ewilîn navê berheman tê nivîsin. Berhemên dirêj û berhemên kurt bi awayên cuda tên nivîsin.
  2. Berhema dirêj: Wekî pirtûk, kovar, rojname, ansîklopedî, antoloji, broşur, roman, lîstik û fîlm bi awakî xwar (îtalik) tên nivîsandin; her wekî din tezên çapkirî û navê pirtûk û helbet ên çîrokan jî di vê kategoriyê de ne. Bi awayê xwar (îtalik) tên nivîsandin.
  3. Berhema kurt: Wekî yek bi yek helbest, çîrok, gotar, beşên kitêban, konferans, hevdîtin û hevpeyvîn, name û sernivîsên axaftinan bi asayî dûz û di nav dunikan de tên nivîsin. Her berhema di vê beşê de yek bi yek tê nivîsandin. Mînak di nav pirtûkekê de ji beşên cuda jêgirtin an veguhastin hebe cuda cuda tê nivîsin. Mînak:

Jiyan, Rênas. “Çîrûskîzm”. Ji Şevê Re: Çend Têgehên Derê Hanê. Çapa 1. Stenbol Weşanên Belkî, 2008. 221-23.

—. “Sergo û Tuwalet”. Ji Şevê Re: Çend Têgehên Derê Hanê. Çapa 1. Stenbol. Weşanên Belkî, 2008. 255-57.

Xalên ansîklopediyan di ansîklopediyan de çawa be wiha tê nivîsin. Tezên çapnebûyî û hevpeyvîn wiha tên nivîsandin:

Tarhan, Taylan Şahan. “Helîm Yûsiv’in Edebi Dünyasinda Beden ve Iktidar”. Teza çapnebûyî ya lîsansa bilind. Stenbol: Zaningeha Istanbul Bilgi, 2013.

Calhoun, Craig. “Neteweperestî, Kozmopolîtanîzm û Bêdewletî” Hevpeyvînkar: Barzoo Eliassi. Zarema 2 (Îlon-Kanûn 2014): 9-23.

Ger di nav sernavê berheman de xalnîşanên dîtir nîn bin ”:” dikare bê bikaranîn. Mînak: Ji Şevê re: Çend Têgehên Derê Hanê.

  1. Navên berhevkar, werger û amadekaran

Ger di berhemekê de berhevkar, werger, amadekar (amadekarê weşanê) ango editor hebe, bi kurteyên “ber.”, “wer.”, “amad.”, “ed.” tên pênasekirin. Nivîskarê berhemê hebe çavkanî bi nivîskar dest pê dike (bi paşnavê re, wekî qaydeyên berê) tune be bi navê van kesên jorîn (berhevkar, werger, amadekar, editor) dest pê dike. Gelek nav hebin divê li gor rêza di pirtûkê de be; li ser bergê an jî di hundirê bergê de ye. Divê mirov baldar be ku werger tevahiya berhemê ango qismek jê wergerandiye. Mînak:

Benjamin, Walter. “Hikâye Anlatıcısı”. Wer. Nurdan Gürbilek û Sabir Yücesoy. Son Bakışta Aşk. Amad. Nurdan Gürbilek. Wer. Ahmet Doğukan û êndin. Stenbol: Weşanên Metis, 1994. 77-100. Di derbarê wergêran de agahî di rûpelê çaremîn a pirtûkê de hatiye pêşkêşkirin.

Kurteyên “ber.”, “wer.”, “amad.”, “ed.” li gor cihên xwe yên mîna beriya hevokê an di nav bêjeyan de gir an jî hûr tên nivîsandin. Piştî xalan gir tên nivîsin, mînak, “. Wer. û amad.”

  1. Jimara çapê: Ev agahî piranî hewce nake. Lê ger di berga kitêbê de an di hundirê wê de diyar bikin ku hatiye nûkirin ango ji çav re derbas bûye divê ew agahî di çavkaniyan de hebe. Hin caran dibe ku li pey çapên din, mirov bixwazin ku mêjûya çapa ewil diyar bikin. Hingê divê li pey navê berhemê di nav kevanekê de binivîsin. Bi awayên din, divê mirov tim bala xwe bide çapa dawî ya di nav bergê de nivîsandî û ew jî di dawiya çavkaniyê de tê nivîsin:

Yûsiv, Helîm. Jinên Qatên Bilind (1998). Stenbol: Weşanên Peywend, 2013. Özmen, Şener. Gramera Bêhizur. Çapa 2. Diyarbekir: Lîs, 2015.

  1. Jimara cildê û jimara kovarê: Di vir de jimara cildê di heman demê de jimara kovarê ye û li pey kovarê tê nivîsin, bêyî tiştek di navbera wan de bê nivîsin. Hin kovarên ku jimara cildê û jimara kovarê her jî cuda cuda tê dayîn hene, di wan kovaran de a pêşîn jimara cildê dûre jimara kovarê tê nivîsian. Mînak “2.5”.

Hesenê Dewrêş. “Pêvajoya Tunekirina Çandekê: Bury My Heart At Wounded Knee”. Zarema 2 (Îlon-Kanûn 2014): 105-13.

  1. Jimara rêzê: Hin pirtûk wekî perçeyeke rêzekê tên weşandin. Di rewşên wiha de divê mirov cih bide navê rêzê û jimara rêzê jî. Di mînaka jêr de Cogito navê rêzê ye, 36 jî jimara rêzê ye:

Todorov, Tzvetan, ber. Yazın Kuramı: Rus Biçimcilerinin Metinleri. Wer. Mehmet Rifat û Sema Rifat. Cogito 36. Stenbol: Yapı Kredi Yayınları, 1995.

Nîşe: Di vê çavkaniyê de ji ber ku Yapı Kredi Yayınları ji ber ku wekî kurte YKY tê bikaranîn bûye qalibek, lowma em wekî “weşanên Yapı Kredi” nanivîsin.

  1. Cihê weşanê: Wek di mînakan de me dît ku cihê weşanê beriya navê weşanxa,neyê tê nivîsin. Ger cihê weşanê di nav pirtûkê de nehatibe dayîn, ne diyar be li cihê ku tê nivîsin wiha divê bê nivîsin: “Cwn” (cihê weşanê nîne).
  2. Navê weşanger: Navê weşanger diyar be wek di mînakên jorîn de me dît tê nivîsin. Ji bo kovar û rojnameyan navê weşanê nayê nivîsin. Divê mirov bala xwe bide peyvên “weşanên”, “weşangerî”, “Neşriyat” hwd. Di berhemê de weşanger xwe çawa bi nav kiribe ew girîng e. Ger weşanger nîn be “wn” (weşanger nîne) tê nivîsin.
  3. Sala weşanê: Sala weşanê diyar be wek di gelek mînakên jorîn de me dît tê nivîsin. Bes divê em ferqa di navbera berhemên dirêj û ên kurt de, ferqa di navbera pirtûk û kovaran (weşanên maweyî) de ji bîr nekin. Ger mêjûya weşanê ne diyar be “mn” (mêjû nîne) tê nivîsin.
  4. Jimara rûpelan: Ev agahî ji bo berhemên kurt hewce ye. Di çavkaniyê de mirov rûpela wê ya destpêk û ya dawiyê dinivîse. Mînak “105-113.” Lê carina destpêk û dawiya nivîsê heman rûpel e, nivîs bes ji rûpelekê dest pê dike ew dem bes ew rûpel tê nivîsin. Jimarên dureqamî wek xwe tê nivîsin, ji sê û zêdetirên wan de rûpelên ewil wek xwe rûpelên dawî jî bes her du reqemên dawî tên nivîsin. Mînak, 23-34; 107-23; 223-354; 1021-64; 1481-502).
  5. Ger gelek berhemên heman nivîskarî/ê hebe: Berhem dîsa li gor alfabetîkî tê rêzkirin. Di berhemên li pey a ewil nav û paşnav nayê nivîsandin beş sê xêzan li gel hev û xalek (—.) tê nivîsin. Mînak:

Yûsiv, Helîm. Mêrê Avis. Stenbol: Weşanên Avesta, 1998. —. Mirî Ranazin. Çapa 2. Stenbol: Weşanên Avesta, 2000. —. Sobarto. Stenbol: Weşanên Avesta, 1999.

  1. Di heman çavkaniyê de ji du an zêdetir berhem hebe: Ji vê sernivîsê qest ew e ku verêkirina di nav deqê de ger berê me bide du berhemên di nav pirtûkekê de (ango çavkaniyeke dîtir) de. Ji bo vê cureyê, ne hewce ye her yek ji wan çavkaniyan binivîse. Di mînakên jêr de xweştir em ê bibînin, lê di van çavknaiyan de divê mirov di xaleke din de çavkaniya pirtûkê jî binivîse:

Eyhenbaum, Boris. “Gogol’ün ‘Palto’su Nasıl Yapıldı”. Todorov 183-200. Jakobson, Roman. “Sanatta Gerçekçilik Üstüne”. Todorov 84-93.

Todorov, Tzvetan, ber. Yazın Kuramı: Rus Biçimcilerinin Metinleri. Wer. Mehmet Rifat û Sema Rifat. Cogito 36. Stenbol: Yapı Kredi Yayınları, 1995.

Di vê mînakê de verêkirin bo nivîsa Eyhenbaum û Jakobson tê kirin. Mînak em dibêjin “Di nivîsên xwe de Eyhenbaum û Jakobson qala filan tiştî dikin (..).”

  1. Deqê di cîhana elekteronîk de: Di çavkaniyên elektronîk de ji bo ewlehî û zanistê heya ji me bê divê em çavkaniyên ku nav, sernav û mêjûya weşanê wan diyarkirî tercîh bikin. Çavkanî li gor vê rêzê tê amadekirin: navê nivîskar, sernavê deqê, ger hebe mêjûya weşanê, mêjûya gihanê, navnîşana malperê:

Memhud, Begik. „Fatma Isa Dengbêja Kurd Ya Gelêrî, Dans Biografi Edebiyat Folklor”. (31ê Hezîrana 2012an). 23ê Gulana 2015an. http://www.kovarabir.com/…

  1. Tomarên deng û dîmenan: Di nivîsê de behsa kê hatibe kirin, kî derketibe pêş paşnav û navê wî/ê (derhêner, senarist, lîstikvan, nivîskar, bestekar, stranbêj, hwd.) sernavê berhemê, kes û saziyên piştgirî dane, format (plak, VCD, DVD) û agahiyên weşanê ango belavkirinê tê dayîn:

Ghobadî, Bahman, der. Kûsî Jî Dikarin Bifirin. Sen. Bahman Ghobadi. Listîk. Soran Ebrahim, Hiresh Feysal Rahman, Avaz Latif û ên din. DVD. IFC Films, 2004.

  1. Berhemên di zimanên din de: Di çavkaniyê de navê wergêr, editor, çap, cîlt, navê bajarê çapbûyî hwd, bi kurdî tê nivîsin. Di vir de divê mirov baldar be berhem bi kîjan zimanî hatibe xwendin divê navê wê berhemê di wî zimanî de be. Carinan di wergeran de dibe ku nivîskar navên berhemê ên resen binivîsin, ew ne rast e:

Mitchell, Juliet. Kardeşler: Cinsellik ve Şiddet. Wer. Pınar Padar û Billur C. Yilmazyiğit. Çapa 1. Stenbol: Weşanên Istanbul Bilgi Universitesi, 2011.

  1. Medyaya civakî

Navê resen, di nav kevanê de bikarhêner (ger navê resen û bikarhêner cuda be, na ger bes navê bikarhêner hebe ew tenê tê nivîsin), deqa parvekirî di nav dûnikê de bêyî tîpên hûr û gir bên guherandin tê nivîsin, a dawî mêjû û seata parvekirinê û amûrê weşanê (Tweet hwd.). Mînak:

Pêşeng, Şefîq (ShefikPesheng). “Welat ji bo miletekî war e, jîngeh e, dayik e. Dewlet bo miletekî star e, ewlehî ye, ‘bav’ e. Çendî xirab be jî ji ZIRBAV û BÊBAVAN qenctir e.” 10ê Gulana 2015an, 13:24. Tweet.

Share.

Leave A Reply