Hin Têbinî derbarê Lekolînên li ser Zimanê Kurdî*

TOVE SNUTNABB KANGAS JAFFER SHEYHOLISLAMI AMIR HASSANPOUR

JI ÎNGILÎZÎ: SÎRWAN QIÇÇO

*Skutnabb-Kangas, Tove, Sheyholislam, Jaffer and Hassanpour, Amir (2012). “Concluding remarks.” In Sheyholislami, Jaffer, Hassanpour, Amir and Skutnabb-Kangas, Tove (eds.) The Kurdish Linguistic Landscape: Vitality, Linguicide and Resistance. Special volume nr 217, The International Journal of the Sociology of Language, 181-187

Qada zimanzaniya kurdî di bîst salên dawî de gelekî hatiye guhertin û dibe ku hîn jî were guhertin di dema weşana vê çapa Kovara Navnetewî ya Civaknasiya Zimên de. Lê rola zimanê kurdî (û zimanên zikmakî yên din li herêmê) û perwerdeya pir-zimanî ya li ser bingeha zimanê dayikê dê her wekî roleke sereke di avakirin û pêşvebirina aştiya civakê de bilîze. Em ê hinek ji van guhertinan nîqaş bikin û herwiha hinek pêşniyaran bikin ji bo bêtir lêkolînan di warê civaknasiya zimanê Kurdî de.

Sala 1991ê saleke girîng e di qada lêkolînên zimanê kurdî de. Di wê salê de, Tirkiyeyê rê da kurdan ku zimanê xwe li mal û kolanan bi kar bînin. Di heman salê de li Iraqê, kontrola hikûmeta navendî ya Iraqê ji ser gelek bajarên Kurdistana Iraqê hate hilanîn û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hate damezrandin. Qewimîneke din jî, rûxandina Yekîtiya Sovyetê bû, cihê ku kurdan hinek piştgirî ji bo zimanê kurdî werdigirt, lê ew piştgirî jî bi ketina Sovyetê nema.

Di çend salên dawî de me dît çawa pirsgirêkên zimên û pirsgirêkên sosyo-kulturî û siyasî di nav hev de ne. Li Tirkiyeyê, digel ku zimên gelek xisar dîtiye jî, derfeta weşana bi kurdî çebûye û herwiha weşanên medyayî yên bi kurdî jî zêde bûne. Ji bo cara yekê, dersên zimanê kurdî li ser asta zanîngehan tên dayîn. Lê belê, bersiva lawaz ya hikûmetê ji bo tevgera gelêrî ya mafên zimên li Tirkiyê ji aliyê kurdan ve nehatiye qebûlkirin. Kempenya Bêîteatiyê ya Sivîl li Tirkiyeyê ku ji aliyê “dayikên aştiyê” ve di Adara 2011’ê de hate destpêkirin, ligel Konên Çareseriya Demokratîk li seranserî Kurdistan û Tirkiyeyê, çar daxwaz hene:

  1. Rawestandina demildest ya operasyonên leşkerî û siyasî.
  2. Perwerdeya bi zimanê zikmakî û pêşkêşkirina garantiyên destûrî ji bo bikaranîna zimanê dayikê li deverên giştî[1].
  3. Hilanîna bendava 10% ya hilbijartinê ya ku rê li ver nûnertiya gelê Kurd li parlamenê digire.
  4. Azadkirina hemû girtiyên siyasî.

Ev kempeyn ya herî xurt e heta nuha ji aliyê kurdan ve: bersiv û reaksiyona polîsê tirk jî bi heman xurtbûnê bû, ligel lêdan, girtin û tirsandinê. Lê belê, berxwendina bi hemû şêweyên xwepêşandinên ji bo demokrasiyê belav dibe –ne tenê li Tirkiyeyê lê belê li hemû Rojhilata Navîn.

Wekî em ji van daxwazên jorîn dibînin (û ji ezmûna beşdarbûna konferans û komcivînên li Kurdistan û Tirkiyeyê û şopandina gelek dozên dadgehan), bikaranîna vekirî ya zimanê kurdî (di nav de jî mafê berevaniya xwe bi kurdî li dadgehan) û perwerdeya bi kurdî (û zimanên din yên zikmakî li Tirkiyeyê) tiştên sereke ne wekî daxwazên din ên siyasî. Eger îro Tirkiyê wî tiştê ku Împeratoriya Osmanî sala 1920an de soz dabû bike, tevî hilanîna Madeya 64. ya serxwebûnê, gelek astengiyên heyî yên destûrî û yasayî li ser bikaranîna zimanên ne tirkî dê werin rakirin. Xweseriya xwecihî, di nav de jî xweseriya darayî û kulturî, ligel parastina kêm-netewan, dê herwiha bibin çareserî ji bo kêmasiyên aborî, mafên mirov, perwerde, ziman û lêkolînên li Kurdistanê.

Em naxwazin îdia bikin ku dema ev mafên mirovî yên kurdan, tevî mafên zimên û perwerdeya li ser bingeha zimanê dayikê rêz jê re bên girtin ewê hemû pirsgirêkên din yên sosyo-aborî li herêmên paşdemayî yên kurdan yekser werin çareserkirin. Avakirina welêt û plankirina zimên du prosesên berdewam in û bi sedsalan dirêj dikin. Ji dema ku kurdan di sala 1992ê ve li başûrê Kurdistanê[2] dest bi rêvebirina karûbarên xwe kirine, ew rastî gelek astengî û zehmetiyan hatine: ji ewlekarî, gendelî û hilbijartinên parlamenî yên azad bigire, heta bi pirsgirêkên plankirina ziman û perwerdeyê. Tevî wiha jî, başûrê Kurdistanê bûye yek ji kêm deveran li herêmê ku maf dide wan zimanên ku dihate bawerkirin windayî ne. Wekî mînak, aramiya nû û tirkmanî. Di heman demê de, gengeşeyeke berdewam hatiye holê derbarê gelo kîjan zaravayê kurdî divê bibe zimanê fermî û standard li Hikûmeta Herêma Kurdistanê (HHK).

Tevgera netewî ya kurd her gav bûye hêzeke sereke di berxwedana hember qirkirina zimanê kurdî de. Lê belê, ji dema ku vê tevgerê desthilat li başûrê Kurdistanê xistiye nav destên xwe, ew nêzîkahiyeke ne demokratîk li nakokiya ser zaravayê standard û fermî distîne û suriştiya du-standard û pir-zaravayî ya zimanê kurdî red dike. Îdyolojiya avakirina netewe-dewletê, piştî slogana Şoreşa Frensî, banga yek welat û yek ziman dike. Ev yek jî zext û fişarê li parlamena Kurdistanê dike ku kurdiya soranî bike zimanê standard û fermî li başûrê Kurdistanê. Ev daxwaza soranîaxêvan ji aliyê kurmancîaxêvan hatiye redkirin. Kurmancîaxêv bawer dikin ku zaravayê wan jî standard e û divê di heman statuya soranî de be. Hemdem, ji 2006’ê ve, hinek kurdên hewramîaxêv daxwaza xwe derbirîn kirine ku zaravayê wan li qonaxa perwerdeya seretayî ligel yê soranî were dayîn. Ev pirsgirêk hê jî nehatine çareserkirin. Têbîniyên vê dawiyê yên Tariq Cambaz, endamê paralemana Kurdistanê, li Akademiya Kurdî li Hewlêrê, nîşan didin ku pêşketineke kêm di warê statu û plankirina giştî de di bîst salên dawî de li başûrê Kurdistanê hatiye kirin. Jimareke berbiçav ji ferhengzan, mamoste, zimanzan, nivîskar, wergêr û weşangerên kurd hêvîşikestinên xwe hember awayê ku zimanê kurdî li başûrê Kurdistanê tê birêvebirin –ne tenê di warê nebûna rêbazeke giştî ji bo zimên, lê belê di warê nebûna plankirineke rast û sîstematîk a bi temamî. Herwiha, rêbazeke tund heye ku ziyan gihandiye zimanê kurdî; di gel ku di hemû qadên fermî de bê kirin jî, bêguman ev ne siyaseta dewletê bi xwe ye û ji beriya çêbûna HHK jî hebû. Ev di salên 1920an destpê kir. Bi kurtasî, hewildanên plankirina ziman li başûrê Kurdistanê têrê nakin û ne bes in.

Ewle ye mirov bibêje ku ji bo kurdên Tirkiyeyê kêmtir zehmetî di warî plankirina statuya zimanê xwe de hene. Li başûrê Kurdistanê rêbazeke tesadufî derbarê ziman û plankirina wî de heye ji destpêka salên 1920an ve dema damezrandina komara nû ya Îraqê. Li Tirkiyeyê, welatê ku zimanê kurdî heta vê dawiyê lê qedexe bû, siyaseta nû ya ziman, di nav de jî perwerdeya li ser bingeha zimanê dayikê, dê li ser bingehên sist were avakirin. Ji wilo bêtir jî, kurdiya li Tirkiyeyê ne wek ya Îraqî û Îranê jî parçebûyî ye. Ji bilî dora du milyon kurdên bi zazakî diaxivin, hemû kurdên bakur bi kurmancî diaxivin. Dibe ku hêsantir be ku kurmancî wekî zimanî fermî û netewî li bakurê Kurdistanê were ragihandin, ligel parastina mafên zimanî yên zazakîaxêvan re.

Dibe ku rewşa kurdên rojhilata Kurdistanê jî di vî warî de ji ya kurdên başûrê Kurdistanê baştir be. Eger kurdên başûrê Kurdistanê bi giranî ketibin jêr bandora zimanekî cuda wekî erebî, kurdên li Rojhilat li jêr bandora farisî ne, zimanê fermî yê Îranê ku bixwedi warê zimanzanî û kulturî de nêzîkî kurdî ye bêtir ji erebî û tirkî. Li Îraq, Sûriye û Tirkiyê, beşekî mezin ji civaka kurd li metropolên mezin dûrî zimanê xwe ketine, ne tenê di warê fonolojîk û rêzimanî de, lê belê li ser asta hêza deng, regez û pragmatîka zimên de jî. Ji bilî wilo jî, tevî ku rojhilata Kurdistanê warê hemû zaravayên kurdî ye, ji bilî zazakî, dibe ku standina biryarekê ji bo zimanê fermî û netewî li wir hêsantir be (ew jî soranî ye) ji başûrê Kurdistanê. Sedem jî ew e ku piraniya kurdan, ji bilî hinek hewramî û kurmancîaxêvan, soranî wekî zimanê sereke qebûl kirine. Lê ewê hêsantir be ku, dema ku rojhilatê Kurdistanê xweseriya siyasî bidest bixîne, kurdên wê derê soranî wekî zimanê fermî yê navxweyî ragihînin. Lê ev îhtîmal niha dûr e. Rastî ew e di van salên dawî de, çalakiyên girêdayî pêşxistina zimanê kurdî li Îranê hatine paşvexistin. Ji dema ku bêtirî bîst weşan û kovarên kurdî û kurdî-farisî di dawiya salên 1990’an de li Îranê dihatin belavkirin, nuha tenê yek kovar heye ku bi sponsoriya dewletê weşana xwe nake. Ew jî kovara Mehabadê ye. Lê tevî vê yekê û ne bicîanîna Madeya 15. ya destûra Îranê, wekî nîşaneya siyaseta qirkirina zimên an terikandina ber bi mirinê ve, weşandina pirtûkên ne siyasî bi zimanî kurdî –tevî ku jimara wan kêm e– her berdewam kiriye. Mînakeke baş di vî warî de jî ferhenga sê beş ku ji aliyê Zanîngeha Kurdistanê ve hatiye weşandin.

Li rojavayê Kurdistanê, statuya zimanê kurdî nehatiye guhertin û gelek qedexe li ser bikaranîna kurdî hatine danîn û her dom dikin. Lê ji ber bûyerên ku di Gulan û Hezîrana 2011ê ve li Sûriyê dest pê kirine, xuya dibe ku ew welat di veguhestineke civakî û siyasî re derbas dibe. Dibe ku ev veguhestin jî bi xwe re guhertinekê ji bo statuya zimanê kurdî bîne. Kurdên rojavayê Kurdistanê cuda ne ji kurdên li Îran, Îraq û Tirkiyê, ji ber ku ew hemû bi zaravayê kurmancî diaxivin. Ji ber vê yekê jî, ewê rastî zehmetî û astengiyên pir-rengiya navxweyî ya zimên neyên –bi kêmî di paşeroja nêzîk de. Lê belê, çi veguhestina zimanî û perwerdeyî (ji tenê erebî bo kurdî û erebî) dê bêy kêşe û zehmetiyên xwe neyê.

Helbet, pir-rengî û cudahiyên zimên ne tiştekî taybetî Kurdistanê ne. Hemû welat kêm zêde di warê ziman de pir-rengîn in. Ev pir-rengî û cudahî di warê dîrokî, herêmî û sosyo-siyasî de rûniştine. Ev jî tê wê wateyê ku her civakek pêdivî heye ku riya xwe bibîne ji bo pênasîna pir-rengiya zimanî bi riya plankirineke maqûl û durist. Ji bo pêkanîna vê yekê li Kurdistanê, divê gelek kar û lêkolîn were kirin. Wekî mînak, hinek agahiyên sereke ku ji bo lêkolîna ziman û perwerdeya kurdan pêwîst in, tune ne – wekî jimara kesên bi kurdî dipeyivin û jimara kesên ku bi her zaravayekî dipeyivin: kurmancî li bakur, başûr, rojhilat û rojava, an jî hewramî li başûr û rojhilat. Zanîna hejmara kesên bi hewramî diaxivin, dê alîkariya desthilatdarên başûrê Kurdistanê bike eger ew biryarekê li ser perwerdeya li ser bingeha hewramî li herêma hewraman bistînin. Hebûna hejmarên rasttir wê di vê qadê de alîkariya bêtir lêkolînan bike.

Lêkolîn herwiha di warê plankirina giştî de jî pêwîst e –ev yek jî di vê hejmarê de gelekî nehatiye behskirin. Piştî pirtûka Hassanpour ya sala 1992yan, gelek kar di warê plankirina bi giştî jibo zaravayên kurdî nehatiye kirin. Ne tiştekî veşartiye ku niha li başûrê Kurdistanê, wekî mînak, kurdiyeke “seqet” di sedan televizyon û radyo û malperan de tê bikaranîn. Tevî vê jî, hîn li başûrê Kurdistanê jî di warê plankirina giştî de analîz û lêkolînên kûr nehatine kirin. Bêtir lêkolîn di warê kompleksîbûna standardkirina ziman, statuya wî û plankirina giştî de dê bêtir bala xwediyên biryardarên li başûrê Kurdistanê bikişîne ser rastiya ku bêdengiya derbarê statuya zaravayên kurdî û daxwazên hewramî-zaran, wê nîqaşên derbarê zimên lawaz neke an ji holê raneke. Nebûna rêbaz û siyasetên zelal ji bo ziman, gengeşî û zehmetiyên zimanî û xetereyên warê zimên de çareser nake. Di rastiyê de, nebûna rêbazeke zelal dibe ku li civakeke pir-zimanî tiştekî dijwartir be: ev yek mafên zimanî yên kêmnetewan paşguh dike û normalkirin û parastina monolingualismê (yek-zimanî) berdewam dike. Wekî Fishman dibêje, “heta ew ‘nebûna siyaseta zimên’ ku li gelek welatên demokratîk peyda dibe û di rastiyê de siyaseteke dijî kêmnetewan e, jiber ku ew van zimanan bi mebest paşguh dike û rê nade wan ku bibin beşek ji ajendeya nirxên giştî yên ku civak piştgiriya wan dike. Bi vê yekê ew ziman nerewa dike.” Li vê dema ku zimanên hezkirî pêdivî parastinê ne, ew herwiha pêdivî standardkirin û niştimankirinê ne da ku li gorî pêdiviyên jiyana modern werin bikaranîn.

Herwiha pêdivî bi lêkolînên warê zimên de yên bi rûwangeyeke rexneyî bên kirin hene. Ev yek jî pêdiviya bo lêkolînên ku balê dide ser bikaranîna zimên (û nebikaranîna ziman) di nav komên nav siyaset û rêvebiriyê de derdixîne pêş. Ew wisa jî girîngiyê dide şêweyên behskirina ziman, û ya girîng jî, xebatên perwerdeyî yên wekî alavên ku xwendekar û mamoste ji bo fêrbûn û hînkirina ziman bikar tînin. Şopandineke sax û sergihayî ji bo ekolojiya ziman, divê zimanan di çarçoveya qedexekirin, axaftin û hînkirina wan de bibîne. Rêbaz û siyaseta ziman ne tenê kar û xebatên xwediyên çêkirina biryaran e. Divê ew çalakiyên kesên bi zimanî diaxivin bidin ber çavan. Ev kes zimanan bikar tînin, ew bixwe jî akterên nefermî ne ku bi awayekî rasterast yan jî nerasterast didin xuyakirin ka ev ziman çi ne, çawa tên dîtin û dê bibin çi.

Gotarên di vê hejmarê de baleke mezin didin binpêkirina zimanê kurdî. Lêkolînên di paşerojê de divê destkeftên zimanê kurdî yên di warê zindîbûnê de derxin pêş. Lêkolînên paşerojê yên di warê zimanê kurdî de divê bi têgihiştineke ku pergaleke nû ji zimanê kurdî re peyda bûye. Vebûna sînoran bûye encama peywendiyeke mezin di navbera bakurê Kurdistanê û başûrê Kurdistanê de, wiha jî di navbera başûr û rojhilata Kurdistanê de. Diyaspora berê penagehên girîng bûn ji bo weşana bi kurdî lê piştî avakirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û derketina malperên medyaya civakî, rola wan winda bûye tevî ku ew hîn di warê weşana satelîtê de ji bo hemû kurdan, ji bilî HHK, dikin. Satelîte, TV, mobîl û alavên medyaya civakî ji kurdan (û xeynî Kurdan) re bûne tiştekî sereke ji bo zanîna tiştên ku li her deverê diqewime (tevî bi milyonan kurdên ku li diasporayê li Australia, Amerîka, Kanada û Ewrupayê dijîn. Sheyholislami [2011]). Girîng e û pêwîst e ku di warê medyaya civakî û înternetê di nav peywenda çewsandina zimên de lêkolîn bên kirin (û dikin).

Gotarên di vê hejmara taybet de balê didin ser jiyana civakî ya zimanê kurdî, dîroka wî ya kêşebar û zehmetiyên pêkanîna lêkolînan li ser zimanê kurdî. Ev babet jî di çarçoveya dîrokî ya pirsgirêkên zimanê kurdî de berî û piştî hilweşîna rejîma Împratoretiya Osmanî, û di çarçoveya herêmên zimanî yên taybet bi kurdî li Tirkiye, Îran û Îraqê, lê pisgirêkên zimanê kurdî li Sûriye, Ermenistan û diasporayê ne di nav de ne. Ev hejmar hûrgîliyan derbarê gotûbêj û gengeşeyên van mijarên jorîn di peywenda berhevkirin û mînakên navnetewî de pêşkêş dike. Kirina vê yekê rê dide derketina manendî û cudahiyên di navbera van mînakan de. Manendî ji cudahiyan bêtir in. Ew pirsgirêkên mezintir di qada lêkolînên kurdî de û girîngiyeke giştî di qada sosyolojiya zimanê kurdî de nîşan didin. Hêvî ew e ku ev hejmara taybet ya IJSL jibo xwendevanên wê di hemû waran de balkêş be. Wekî mînak, hûrbûna ser ziyana ku gihiştiye civak û zimanên niştecihan a di encama jinûveperwerdeya bi zorê ya zarokên niştecîhan li dibistanên malî de wekî beşek ji “misyona şaristanîkirinê”, li Australia û Amerîkaya Bakur pir dişibin hevdu, û ev encam wê ji zanyar û pisporan re ku di warê vejandin û duristkirina zimên de kar dikin, girîng bin. Bi heman şêweyî, ewê ji bo komên niştecîh ên din jî (wekî vekolerên eşîrî/navneteweyî yên Nepal, Hindistan û welatên Nordîk) ku di nav hewildanên vejandina zimên de ne, ku perwerdeya li ser bingeha zimanê dayikê têxên nav sîstema perwerdeya dewletê.

Tirkiyê li seranserî cîhanê di nav hewildanên mezin de ye, bi taybetî li Amerîkaya Bakur û Ewrupayê, ji bo bêdengkirina ermenan û jinûvenivîsandina dîrokê. Ew hewil dide xelkê razî bike ku jenosîda ermenen a berî sedsalekê çênebûye. Bi heman şêweyî, Tirkiye dixwaze cîhanê qayîl bike ku pirsgirêka kurdan jî tune ye (bi rastî jî, elbet ew pirsgirêkeke tirkan bixwe ye). Dîroka binpêkirin û zordariya li ser kurdan û zimanê wan û paşguhxistina wan a qestî û pênasekirina wan wekî gelekî neşaristanî, li hemû herêmên kurdî hatiye bêdengkirin û jinûve hatiye nivîsîn (ev yek nuha li başûrê Kurdistanê guheribe jî). Di gotarên vê hejmarê de, lihevrastiyeke piştgir ji gelek çavkaniyên cuda tê, di çarçoveya welatên cuda de ku li ser heman bûyer û prosesên dîrokî yên girîng derbarê kurdan û zimanê kurdî tê behskirin. Nuha dê êdî zehmetir be ku dewlet pirsgirêkan paşguh bike -nikarin wan ji hafizaya miroven derxînin an li welatên cuda hafizayê ji nû ve binivîsin. Ligel heman “dîrokê” ku ji aliyên cuda yên dîrokzanên zimên li Sûriye, Îran û Tirkiye tên, hemû behsa heman tiştî dikin, “zindîbûneke derveyî” ya mezin heye ku hema hema xwe ji nav rûpelên têkel davêjin derve, wek ku rexnegirek baldar ê vê hejmarê destnîşan kiribû.

Em hêvî dikin ku ev hejmar karibe hinekî alîkariya destpêka jiholêrakirina hinek ji wan astengiyên li pêş lêkolînên zimanê kurdî bike. Bêdengiya zanyarî di sosyolojiya kurdî de ne ji ber çarenivîs an jî nebûna girîngîpêdana bi ziman bi xwe ye. Lê belê ew ji ber kuştina ziman e ku ji aliyê dewletên ku desthilatdariya Kurdistanê dikin û ji aliyê kesên ku berjewendiyên wan yên aborî, leşkerî û siyasî li herêmê hene. Vê yekê jî roleke girîng di dûrxistina kurdî ya ji cîhana zanyariyê de lîstiye. Ev hejmara taybet herwiha ji bo nirxê wê yê sembolîk jî girîng e: zimanê kurdî di IJSL de tê nîşandan.

 

 

 

* Ji ber fikr û şîroveyên wan ên kêrhatî, ku me Têbiniyên Dawî de bikaranî, em spasiya Dr. Margreet Dorleijn û Dr. Shelley Taylor dikin.

[1] Her wekî din bnr. Coşkun û êndin. (2011), û (http://khrp.org/khrp-news/human-rights-docu- ments/briefing-papers/doc_download/286-culture-and-language-rights-mother-tongue-edu- cation-in- the-kurdish-regions.html, Culture and language rights – mother-tongue education in the Kurdish regions.

[2] Bi destûra nivîskarên nivîsê, ji dêvla ‘Kurdistana Îraqê, Kurdistana Îranê, Kurdistana Tir- kiyeyê, Kurdistana Sûriyê’ awayê ku di deqa resen de hatiye nivîsandin, me wek ‘başûrê Kurdistanê, rojhilata Kurdistanê, bakurê Kurdistanê û rojavayê Kurdistanê’ nivîsandiye, ji bilî çedn istisnayan. (ed.)

 

 

 

ÇAVKANÎ

Anonynymous. 2011. Basî ziman le êwarekorêkî Korî Zanyarî da [Discussing language in a colloquium of the Kurdish Academy]. Hewlêr 3 May. http://www.hawler.in/ news16110-8.htm (accessed 4 May 2011).

Coşkun, Vahap, M. Şerif Derince & Nesrin Uçarlar. 2011. Consequences of the ban on the use of mother tongue in education and experiences of Kurdish students in Turkey. Yenişehir/ Diyarbakir: DISA (Diyarbakir Institute for Political and Social Research; www.disa.org.tr).

Fernandes, Desmond. 2007. The Kurdish and Armenian genocides: from censorship and denial to recognition? Stockholm: Apec.

Fishman, Joshua A. 1997. Language and ethnicity: the view from within. In Florian Coulmas (ed.), The handbook of sociolinguistics, 227–343. Oxford: Blackwell.

Fishman, Joshua A. 2001. From theory to practice (and vice versa): review, reconsideration and reiteration. In J. A. Fishman (ed.), Can threatened languages be saved? Reversing language shift revisited: a 21st century perspective, 451–483. Clevedon, UK: Multilingual Matters.

Hassanpour, Amir. 1992. Nationalism and language in Kurdistan, 1918–1985. San Francisco: Mellen Research University Press.

Malmisanij, Mehmet. 2006. The past and the present of book publishing in Kurdish language in Syria. Next Page Foundation. http://www.npage.org/article127.html (accessed 15 July 2007).

Ricento, Thomas. 2007. Models and approaches in language policy and planning. In Marlis Hellinger & Anne Pauwels (eds.), Handbook of language and communication: diversity and change, 211–240. Berlin & New York: Mouton de Gruyter.

Sheyholislami, Jaffer. 2011. Kurdish identity, discourse, and new media. New York: Palgrave Macmillan.

Skutnabb-Kangas, Tove, & Desmond Fernandes. 2008. Kurds in Turkey and in (Iraqi) Kurdistan: a comparison of Kurdish educational language policy in two situations of occupation. Genocide Studies and Prevention 3(1), 43–73.

Share.

Leave A Reply