Mirovo Tu Her Ji Bîr dikî

HEVPEYVÎN LIGEL DERHÊNER ŞEHRAM ALÎDÎ

DERHÊNERÊ KURD SHAHRAM ALÎDÎ, di sala 1971ê li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinyayê. Di dema xwendina xwe de Alîdî di gelek piyesên tîyatroyê de wekî aktor cîh digire. Pîştî xwendina lisansa ressamiyê di Fakulteya Hunerên Ciwan ya Zaningeha Tehranê, li Zanîngeha Hunerê (li Tehranê) dest bi xwendina derhêneriya sînemaya anîmasyonî dike. Alîdî, di gelek projeyan de wekî ressam, wênekar, dizaynor, grafîst, îlustrator û senografê sînema û tiyatroyê xebitiye. 6 sal piştî yêkem fîlmê xwe yê dirêj Bîranînên Mehîna Kimêd ku bi alikariya Wezareta Çandê ya
Hikumeta Kurdistanê, li Kurdistana başur kişay, di sala 2015ê de duyem fîlmê xwe yê dirêj ku hêj nederketiye salonan bi alîkariya Şaredariya Mêrdînê û Akademiya Sinemayê ya Rojhilata Navîn li bajarê Mêrdînê, li Kurdistana Bakur kêşand. Shahram Alîdî niha li Tehranê dijî.

Kurte-Fîlmên Wî:

  • 2010: Helbesta Neynukê (Ode of Mirror – Fîksiyon – H.D – 12 deqîqe)
  • 2009: Tezbiyek (A Rosary – Poetic Fîksiyon – H.D – 10 deqîqe)
  • 2008: Çar rêzikên avê (Quatrain of Water – Fîksiyon – H.D – 12 min)
  • 2006: Çiyayên Tehranê (Mountains of Tehran – Belgefîlm – D.V – 20 deqîqe)
  • 2005: Nefes (The Breath – Belgefîlm – D.V – 20 deqîqe)
  • 2003: Gundê xeyalî (Dreamless village – Fîksiyon – D.V – 20 deqîqe)
  • 2003: Pişkoj (Button – Fîksiyon – D.V – 13 deqîqe)
  • 2003: Hejmara dawî li gund (The last uncounted village – Fîksiyon – D.V – 15 deqîqe)
  • 2000: Erd req e, esman dur (The Ground is hard, the sky is far – Fîksiyon Beta cam – 20 deqîqe)
  • 1999: Dergeyên Bihuştê (The Heavenly doors – Belgefîlm – Beta – 15 deqîqe)
  • 1998: Şîr-menzîl (Milk-Shote – Fîksiyon – Beta – 30 deqîqe)
  • 1997: Mamlê (Mamli – Dok-Fîksiyon – 16 mm – 20 deqîqe)

fîLmêN Dîrêj:
.
Sirta le gal ba (Whisper with the Wind- Fîksiyon – 35mm -77 deqîqe – 2009) Sînopsîsa “Sirta le gel ba”

Mam Baldar, mamê xwedî bal, nêçîrvanê dengan e. Ewî hemî jiyana xwe ji bo qeyîtkirina dengên Kurdistanê derbaz kiriye. Rojekê, serbazekî peşmergeyan ku ji mala xwe dur, li serê çiyayên Kurdistanê welatê xwe di parêze, ji Mam Baldar daxwaza qeyîtkirina yêkem giryana zarokê xwe dike ku dê di demeke nêz de bê dinyayê. Ji bo bicîhanîna vê daxwazê Mam Baldar bera xwe dide gundê pêşmerge. Lê, gund ji aliyê rejîma dîktator ya Îraqê ve hatiye wêran kirin û gundî ji gund hatine derxistin. Mam Baldar dide ser dewsa gundiyan û li wan digere. Pêngav bo pêngav Mam Baldar careke din dibe şahidê êş û xemên kurdan.

 

Yılmaz Özdil: Hûn di serdemekî dîrokî ya balkêş de, sala 1971ê li Sinê rojhilatê Kurdistanê hatine dinyayê. Zarokatiya we çava derbaz bû û bandorek çavan li ser sînemaya we kir?

Şehram Alîdî: Zarokatiya min li Sinê derbas bû. Ez ji malbatekî rewşenbîr im. Malbata dayîka min bi xwe malbatekî bawermend bû û gelekî giradayî fikra sofîtîya kurdî bu. Çîroka babê min hinek cuda ye. Ew bazirgan bu û di dikana xwe ya biçuk de pêdiviyên malan difirotin. Wan her du tiştan gelek bandor li ser min kirin. Lê dayîka min ji her kesekê bêhtir bandor li ser min kiriye. Min gelek caran di dikana babê xwe de alîkariya wî dikir. Bi vê rêyê tecrubeyekî mezin ya jîyanê li ba min peyda bu. Wek di romana Maxime Gorki de jî tê gotin, ev tişt bu destpêka ”zaningehên min». Her çiqas hunera min riha xwe ji dayîka min wergirtibe jî, karkarina li gel babê min, bo min bu derfeta yêkem ya nasîna jîyanê.

Ji ber ku babê min kesekî bi temen bu, gelek hevalên wî yên pîr û kal dihatine dikana me û bo me serpêhatî û çîrok digotin, çîrokên kevin… Heke di fîlmên min de hêzekî wegotinê ya sînematografîk hebe, çi gûmana min nîne ku ev zanîn bi xêra wan «hevalên pîr û kal » li ba min peyda bûye. Êcar di rojên zivistanê de babê min û hevalên wî bi saetan sohbet dikirin û diaxiftin. Bo nimûne, wan behsa hatina rûsan bo Sinê; behsa jiyan û kiryarên cihûyên Sineyî dikirin. Çîrokên wan dişibiyan çîrokên Gabriel Garcia Marquez, ev qas balkêş bûn. Bi zimanekî gelekî hêsan lê bi hêz wedigotin çîrokên xwe. Heke ez hewilbidim ku wan çîrokan bo we dubare bikim, ew hemî dê di nav destên min de pûç û bêqîmet bin. Belê li cem wan û di nav zimanê wan yê lokal de ev çîrok gelek xweş û xemilî bûn. Teswirên wan hemî bi mubelexe bûn. Mesela gava wan çîroka rûviyê ji tiriyê negiheştî dînbûyî digot, pirr kêfa min dihat. Ji bo min ev çîrok wekî fîlmekî anîmasyonî yê Walt Disneyê bû.

Bi dîtina we sinemayekî kurdî heye; eger hebe li gorî çi kirîteran dikare bê pênase kirin?

Nasnameya her milletekê girêdayî rihekî xweser e ku di xwe de bîreke kollektîf û potansiyela nîşandana (projection) wê bîrê dihebîne. Heke bi alîkariya sînemayê mirov bikare îmajeke xweser an jî hesta gelekî nîşanî girseyeke neşarezayê sînemayê, an jî nîşanî bînerên nenasên wî gelî bide; ev car mirov dikare bibêje ku sînema pirek e di navbera jiyan û jêr-hêş û paşeroja kollektîf ya gel de, ku jê re tê gotin «kultur». Paşeroja gelekî dikare ji gelek elemanên kulturî û nasnameyî pêk bê, wekî ziman, edet, mîmarî û hwd… Lê sinema aliyek din heye ku li cem me kurdan hêjan peyda nebûye. Ev jî aliyê teknîkî yê sînemayê ye. Me ne laboratuvar, ne kameraman, ne çêkerên fîlman, ne jî salonên sînemayê hene. Heke em bi derfetên xwe nikarin fîlman çêbikin, wî wextî em nikarin bibêjin ku me jî sînemayek heye. Ji bo ku xwîn bikare be di laşê mirovan de bigere, ruh pêwîst e.

Gotinên we pihtir nêzî pênaseya sînemaya neteweyî ne. Wek em hemî dizanin, piraniya derhênerên kurd ji ber sedemên polîtîk li dîyasporayê dijin û dewleteke kurd jî nîne. Heke mirov wan rastîyên dîrokî li pêş çav bigire, mirov wê bikare sînemaya kurdî di nav çarçoveyê sinemayên neteweyî de pênase bike?

Kurd miletekî bedbext in, ev kesên barê kurdan danîne ser milên xwe ji kurdan jî bedbextirin. Li cem kurdan «virusek» heye ku xiraptirîn dijminê kurdan e: Kurd tenê dijberiya xwe dikin. Lê binêrin, di dîrokê de hemî pêşeng û rêberên kurdan bi rêya ixanetê hatine girtin û kuştin. Hemî jî ji aliyê xizim, kes û karên xwe ve ku di bin perên xwe de ji her tiştê diparastin hatin ixanet kirin. Mixabin ev rastiya derhênerên kurd e jî. Hinek gel hene ku ji 200 hezar kesan pêk tên lê ew yêk in û hevûdu diparêzin. Heya îro jî em tênegeştine ku çand ji her tiştê girîngtir e.

Gava em behsa dîroka mişextîbûna çîrokbêj û dengbêjên modern yên kurd, bi gotinek din behsa derhênerên kurdan bikin; divê em bizanin ku em mecbûr in hevûdu bigirin û bibin yêk. Yilmaz Guney yêkem kes bû ku terka welatê xwe kir û kete li ser rêya xerîbiyê. Ew mecbûr ma fîlmê xwe yê dawî «Duvar» (1983-Fransa) li derve bikêşe. Ji wir pê ve hemî hevalên me yên derhêner yek bi yek ji welat hatin derxistin. Wê rastiyê nîşanî me da ku tiştê herî giring wîna kirina karê sînemayê û dilpakiya ji bo wî karî ye. Heke em di kirin û gotinên xwe de rast û dirust bin, em ê bikarin tekoşîna xwe jî bikin, astenga li pêşiya me çibe bila bibe!

Dûrbûna ji welat dikare bandorekî çava li ser karê hunerî bike?

Gava mirov ji welatê xwe hate derxistin, nêrîna mirov tahma kar û kiryarên mirov jî diguhere. Tahma domatesa li ser axa Kurdistanê şîn buyî, ji tahma domatêsên frensî cuda ye. Min xelet fêm nekin, ev tiştê ez dibêjim ne netewperwerî ne jî nijadperestî ye. Hinek masî tenê dikarin di nav awa

vexwe. Nabîtin ku mirov ji rastiya civaka xwe bê bizdandin. Sînema di kafeyan de nayê icrakirin. Çanda mirov sînemayê bi mirov dide kirin. Wekî mêşeke hingiv ku tenê dikare ji kulilkên giyayê xwezayî hingiv çêke… Rast e, mirov dikare hingivê destçekirî jî çêke, lê tu car tahma hingivê xwezayî nade.

Di yêkêm fîlmê we yê dirêj, “Sirta li gel ba” (2009-başûrê Kurdistanê) de gelek dews û şûnên çanda devkî tên dîtin. Gelo mirov dikare bibêje çanda dengbêjiyê bandor li ser sinemaya we kiriye?

Ez spasiya we dikim ji bo wê pirsa girîng. Ez bi xwe gelekî girêdayî çand û dîroka devkî ya kurdî me. Min çend lêkolîn li ser vê mijarê kirine. Rast e, çanda devkî bandoreke gelekî mezin li ser min kiriye û ji xwe mijara fîlmê min jî ev e. Di wî fîlmî de qasidek (courrier-postacı) heye ku nameyan li xelkê belav dike. Ev ne nameyên nivîskî ne, nameyên devkî ne. Ev name dengên qeyîtkirî ne û qasid wan dengan li gundên Kurdistanê belav dike. Di sahneyeke fîlmê min de lehengekî jin ya ku bi rêya siya xwe hatiye temsîlkirin heye. Ew tenya kes e ku dizane kevne-çîrokan ji ber bike û vebêje. Ew jin dixwaze çîrokên xwe ji kesên din re bibêje ca dîrok nemire û neyê jibîrkirin.

Ji ber çi laşê wê jinê ne xuya ye û ew bi rêya siya xwe hatiye temsîlkirin?

Dîroka rojhilatî ne dîroka pirr-rengî û pirr-dengiyê ye. Di fîlmekî îranî de diyalokekî gelekî xweş heye ku kêfa min pirr jê re tê. Ez baş nizanim ka ev gotin ji ku tê; lê di wî filmî de wusa hatiye dubarekirin: «Dîrok bi destê serkeftan hatiye nivîsîn, ne bi destê têkçûyiyan. Dîroka têkçûyiyan herdem sotî ye. Bo mînak piştî hatina İskenderê Mezin û ya Mongolan, di herikîna dîroka çanda devkî ya «Gelên Aryen» yên wekî kurd û Îraniyan de bizdiyanek çêbû. Wekî dîrokeke rojavayî, dîroka kurdan li ser texayulê hatiye awakirin, ne li ser dokumanan. Ew dîrokekî xeyalî ye û dişibe Sphinx ê. Bi ya min hemî dîrokên rojavayî dişibine Sphinx ê. Her parçeyekî wan ji perçeyên din cudatir e.

Gava mirov dijberiyên polîtîk yên li Rojhilata navîn li ber çav bigire, mirov wê bikare behsa muqayeseyî bi wî rengî di navbera dîroka kurdan -ku dîrokeke ne fermî ye- û dîrokên fermî yên dijberên kurdan bike?

Di sahneya fîlmê min de ku min li jêr bo we behskirî, hinek diyalog tên dubarekirin. Di wê sahneyê de lehenga pîrejin, gotinên xwe bi caran vedibêje. Bi vê min dixwest nîşan bidim ku dîrokên rojhilatî xwe dubare dikin. Bi rengekî spîral diherikin û rojhilatî ji dîrokên xwe çi dersan nawergirin. Ji ber vê yêkê dîrok xwe dubare dike. Yekem sebebê dubarekirina diyalogan di filmê min de ev e. Lê sebebek din jî heye: Wekî cihû û hîndûyan, li cem kurdên sofî yên nemisilman jî baweriya olî bi formê spîral tê sembolîze kirin. Lê berawajî kurdên sofî yên nemisilman, baweriya olî li cem xristiyanan bi formê sêgoşe û li cem misilmanan jî bi formê çargoşe hatiye sembolîze kirin. Li gorî felsefeya sofîzma kurdî dem di nav herikîneke bêdawî de ye û bêrawestan xwe dubare dike. Çima? Ji ber ku sofîyên kurd baweriyê bi berdewamiya rihê berdewamiyê tînin. Îhtimal heye ku sofîzma kurdî di bin bandora baweriya «tenasux» (réincarnation) a hindistanî de mabin.

Hun di derheqê awayê vegotina devkî ya dîrokê li cem dengbêjan çi difikirin?

Gelên rojhilatî ji jêr-hêşa xwe ya kolektîf gelek istifade dikin. Heke ez tenê mînakekî sembolîk ji dîroka helbest û çanda devkî ya kurdî hilbijêrim; ez dê behsa dengê «ax» bikim ku hemî dengbêj di berhemên xwe de bi dehan caran dubare dikin. Ji bo min ew dengên bêwate (acclamation) ji diyalogan jî girîngtir in. Min li ser kevintirîn beytên dengbêjan çend lêkolîn kirin û ji wan gelek sud wergirtin. Klameke dengbêjî ku min di filmê xwe de bikaraniye; behsa nakokiyên di navbera kurdan û Sultan Abdulhamid de dike. Kêfa min pirr bi wê klamê tê. Niha bîra min li navê dengbêjê wê nayê. Di wê kilamê de jî gelek dengên wusa hene. Ya rastî, ji dengbêjên Yerîvanê heta dengbêjên bakurê Kurdistanê yên wekî Şakiro û Şêxo, hemî dengbêj di kilamên xwe de dengên bi vî rengî bikartînin. Gelo ji ber çi? Çimku bi riya bikaranîna wan dengan, dengbêj tekstê kilama xwe dişikîne û dikeve nava kilamê de. Bi taybet Kawîs Axa xwedî awayekî pirr bi hêz yê bilêvkirina dengên bêwate ye. Ev diqîre! Mirov dikare gelek tiştan bibêje, lê bi ya min ev qêrîn nîşana kurdayetiya wî ye. Her yêkî ji wan bi awaz û awayê xwe çîrok û dîroka xwe vedibêje.

Bi dîtina we sînema dikare di dîroknivîsiya kurdan de çi rol bileyize?

Heke sînema neyê kirin, gelek tişt dê bên jibîrkirin. Hetta mirov dikare kiryara kuştinê wekî karekî meşrû bibîne. Kiryara kuştinê ne tenê bi rêya xwînrijandinê çêdibe. Lê binêrin, li Evropa çendîn fîlm hene ku mijara wan li ser mirina ruhê takekesiyê ye. Em kurd hê jî behsa kuştin û jenosîda civak û kultura xwe dikin. Em ji behsa takekesîyê gelekî dûr în û li Kurdistanê hêja şexs peyda nebûye. Ji ber vê yêkê jî em mecbûr in, li cîhê takekesiyê, behsa kolektîvîteyê bikin. Ev ne problema hinek kesan e, ya hemî ciwakê ye.

Di kilamên dengbêjan de gelek bûyerên dîrokî, polîtîk û hêmanên jeografîk, wekî pêkhateyên peyzaja Kurdistanekê xeyalî hatine raçandin. Heke hûn awayê awakirina peyzaja Kurdistanê li pêş çav bigirin, di navbera çanda dengbêjiyê û zimanê sînemaya we de hewsengiyek heye an na?

Di derbarê axa kurdan de, di çanda devkî de xaleke gelek balkêş ya sosyolojîk û edebî heye. Ew kesên çîrokên kurdî wediguhêzin, her dem dibêjin «hatin» lê çi car nabêjin «em çûn». Her gav dibêjin «wan di ser me de girt» lê qet nabêjin “me êriş li wan kir». Dibêjin «wan birin», nabêjin me «me anîn». Bi piranî ew dibêjin “wan kir, nabêjin “me kir». Li cem hemî dengbêjan, di hemî çîrokan de ev tişt heye. Pişti hingî, gotina «mixabin» pirr tê bikaranîn. Dengbêj çi car nabêjin xoşbextane me ev kar kir, dibêjin mixabin wan ev kar kir. Bo çi sebeb? Ji ber ku kurd milletekî belengaz in, guneh in. Di filmê min de ev lehenga pîrejin ku min bo we behskirî dibêje:“Hemî neteweyan êriş li kurdan kirine, lê kurdan êriş li çi neteweyan nekirine û tenê jiyana xwe parastine”. Waye rewş û xweragirtina kurdan di wan çîrok û dîrokan de!

Gelek aliyên dengbêjîyê dişibine sînemayê. Ji xwe ez dikarim bibêjim ku dengbêjan bi şiklekî serkeftî karekî sinemayî kirine. Çawa? Bi rêya çêkirina imajan di hiş û bîra kollektif de… Bi rêya vegotin û veguhaztina çîrokên xwe wan dîmen wusa awakirin ku hem ji hêmanên yêkser, xuya û qet’î, hem jî şayesandinên xul (flu) pêk hatine. Mirov dikare wê şêlutiya çîrokên dengbêjan wekî hêza dengbêjiyê jî bibîne.

Bo mînak, di helbesteke kurdî de ku beriya hatina Îslamê li bakurê Kurdistanê hatiye gotin, behsa mêrçakekê tê kirin ku dixwaze destek guharan pêşkêşî xweştiviya xwe bike. Ev kes diçe cem zêrîngirekî û ji zêrîngir re dibêje: «Di nav kefa destên min de ji bo xweştiviya min destek guharên nazik û sivik çêke. Yara yara min nikare guharên li ser sindanê te hatine çêkirin ragire».

Di kilamekî din ya evînî de, xortek soza avakirina malekî ku dîwarên wê ji rihana can û siwaxa wê ji bêhna gulan be dide destgira xwe. Dengbêj bi wî awayî behsa tiştan dikin. Hûn dibînin, her çiqas di wan her du çîrokan de karekter û laşê jinan ne xuyabe jî lawîniya wan li pêş çav e. Mirov bi rêya objeyên din dikare wan xeyal bike. Heke careke din ez vegerime li ser pirsa we, hemî şayeseyên dengbêjan surreel in. Her çiqas di sînemayê de mirov bikare hinek ji wan şayeseyan çêbike jî, ne mimkun e ku sînema bikare hemiyan bide pêşçav, ji xeynî sînemaya anîmasyonê… Di sînemayê de mirov mecbûr e tiştan nîşan bide. Nabe ku navê tiştekê bê gotin û ev tişt neyê nîşandan. Di fîlmekê de heke mirov bibêje «îskan” dibe îskanek bê nişandan. Li di edebiyata dewkî de gava tu dibêjî «îskan» tu ji guhdarên xwe dixwazi ku ev di mêjîyê xwe de şiklê îskanê jî bibînin. Ev e ciyawaziya di navbera sînema û dengbêjîyê de.

Gelo di fîlmê we de jî hevhebûna realîzim û surrealîzimê heye?

Ez naxwazim behsa fîlmê xwe bikim, heke hûn bixwazin, analîza fîlmê min hûn bikin. Lê ger ez rastiyê bibêjim, min tenya fîlmek kurdî dîtiye ku di heman demê de hem realîst û hem jî surrealîst be. Ev jî fîlmê bi navê “Nîwemang” (2006-başûrê Kurdistanê) yê Bahman Ghobadi ye. Hêj em negiheştîne asta afirandina ruhê dengbêjan ku di nav xwe de hem realîzim hem jî surrealîzmê dihebîne. Dîsan dubare dikim, heke hûn bixwazin hûn dikarin nêrîna xwe ya di derbarê fîlmê min de bi çend gotinan bibêjin. Lê belê ez di wê baweriyê de me ku di fîlmê min yê bi navê “Sirte li gel ba” de, di heman demê de hem realîzim hem jî surrelaîzim heye, lê ne surrealîzmeke dîrekt.

Yanî di nav wî çarçoveyê de zimanê we yê sînematografîk dişibe zimanê oral yê dengbêjan?

Bê guman, heke em hevhebuna realîzim û surrealîzmê li cem dengbêjan qebûl bikin, ev tişt di fîlmê min de jî heye. Wekî li jêr jî min goti, ez heman tiştî di filmê Bahman Ghobadî yê bi navê “Nîwemang” de jî dibînim. Ez ne derhênerekî neo-realîst im. Her çiqas ez heyranê Yilmaz Guney jî bim, ez qet û qet naxwazim fîlmên neo-realîst çêbikim. Ji xwe hemî derhênerên kurd fîlmên neo-realîst çêdikin.

Sînemaya îranî gelek sud ji kevne edebiyata îranî werdigire. Bi dîtina we nebûna dîrok û edebiyatekî niviskî li ba kurdan bandoreke çavan li ser sînemaya kurdî dike?

Ev pirsgirêkekî mezin ya kurdan e. Rast e ne kevne-edebiyat, ne jî kevne-dîroka me ne hatine nivîsîn, her du jî devkî ne. Di wê wateyê de nakokiyek di navbera çanda me ya devkî û sînemayê de heye. Sînema ne hunerîkî razber e wekî muzîkê. Ji ber ku kurd koçer bûn muzîka wan xurt e. Lê di muzîkê de tenê hest heye, raman (logique) nîne. Bo kurdan muzîk alavê jibîrkirina êşan e. Lê sînemayê wec û misyonên din hene. Ev westeya lênerîna probleman e, bi çav û hişyariya bizişkekê. Her wusa armanca wê ya sereke xwe danedîtin e, em hemî dixawizin “kesên din” fîlmên me bibînin.

Kî ne ew kesên din, hun dikarin pîçek din ron bikin?

Di sînemayên biyanî de, armanca sereke çêkirina derfeta dîtin û xwegihandina fîlmên hatine kişandin e ji bo raya giştî. Eger fîlmek di salonekê de derketibe, pêvîst e ku zimanê wî filmê zimanekî sînematografîk yê universel be. Eger kesek fîlmekê bo çend kesên din çêdike, demek sînemaya wî kesî şexsî ye. Sînemayekî xwedî wate xwe digihîne bîneran, tenê ji bo festîvalan nayê çêkirin. Ji ber vê yêkê jî, baştirîn fîlmê kurdî ev fîlm e ku di salonan de derdikeve, êdî çi li gunda û çi li bajaran be. Ji bilî sînemayê, hîç hunereke kurdî ji aliyê biyaniyan ve nayê şopandin. Sînemaya kurdî yêkem huner e ku ev armanca baş bidest xistiye. Tekane hunera kurdî ya navneteweyî ye ku dikare bînerên biyanî iqna bike.

Di sînemayê de mijar ne girîng e, ya girîng zanîna vegotina mijarê ye. Ji bo bînerên biyanî çîroka fîlmê gelek girîng nîne. Bi rastî hejmara temayên ji destpêka sînemayê heya îro hatine vegotin hêj nebûye du reqem. Hemû bê ser hev heşt an jî neh tema hene û hemî kes wan mijaran dubare dike. Bo mînak, ji mezopotamyayê heya Greka Antîk, ji Greka Antîk heya îro, hemû civakan di çîrokên xwe de besha evîn, trajedî û komedîyan kirine. Tenya tiştê diguhere di wan çîrokan de, awayê vegotina wan e.

Heke mirov populariteya pirsgirêka kurdî di nav dewletên rojavayî de li pêş çav bigire, gelo mirov wê bikare dîsan jî îddîa bike, di sînemaya kurdî de ziman ji naverokê girîngtir e?

Bersîva wê pirsê pirr zahmet e. Ev mesele dişibe meseleya hêk û mirîşkê. Kî ji kî peyda bûye? Zelalkirina vê meselê gelekî zahmet e. Ez nizanim ka li diyasporayê pirsgirêka kurd rê li ber peydakirina fînansmanê vekiriye ji bo sînemaya kurdî, an ji sînemaya kurdî rê li ber nasîn û xuyabûna meseleya kurdî vekiriye li Ewropayê? Ji bo ku fîlmek di salonên tijî de bê nişandan, pêwîst e bingeha çîroka fîlmê baş bête nasîn. Me kurdan heya îro nikariye ji bin vî barî derbikevin. Bi dîtina min em yek ji belengaztirîn gelên dinyayê ne. Ma ne wusa ba, me ji ber çi heya îro nikariye hebûna xwe bi dinyayê bidin qebulkirin! Sedhezar car mixabin ku dinya me bi rêya trajediyan dinase.

Hûn dibêjin mixabin, lê di fîlmê xwe de jî behsa trajediyên kurdan tê kirin, gelo ev ne paradokseke e?

Bi rastî ez bi xwe jî nizanim çima ez di bêjim mixabin. Rast e bi vê gotinê ez dikevim nav nakokiyê li gel karê xwe. Belê fîlmê min behsa jenosîda kurdan dike, lê gel vê mijara xwe jî, di fîlmê min de ne silahek, ne xwîn ne jî kuştin heye. Di hemi krîtîkên di derbarê fîlmê min de, nebûna şiddetê wekî baştirîn xala fîlm tê destnîşankirin. Di du heftiyan de fîlmê min ji festivalên cuda de 5 xelatên girîng bidestxistin. Xwediyê wan xelatan ne ez im, kurd hemî ne. Hûn dizanin ji ber çi fîlmê min hate xelatkirin? Bo mînak di festivala Cannesê de bi sedemê “nîşandana hezkirin û berdevamîya jiyanê û berxwedana li hember mirinê» xelatê bi navê Prix de la jeunesse, dane min. Ji bo min ev tiştekî gelekî pîroz e. Wek kurd, ez nabêjim ku em dibe qet behsa trajediyên xwe nekin. Berevajî, divê em behs bikin. Lê ne ji bo ku em ji xelkê re bibêjin “li me binêrin em çend binpêkirî û mezlûm in», ji bo ku em nîşan bidin ku em çend evîndarê jiyanê ne, em çend aştixwaz û têgiheştî ne.

Sînemaya we mîsyonekî polîtîk heye?

Her kesek xwedî fikr û raman e û ji bo min gelek girîng nîne eger kesek ji ber fikra min ya polîtîk loman li min bike. Ez baş dizanim ku wek derhêner ez xwedî mesuliyeteke mezin im.

Mesuliyet li beramber kî ?

Mesuliyeta li beramberî civaka min û gelê ez li gel dijîm. Ku ez tenê ji xwe berpirsiyar bûma, min dikarî bi hêsanî biçim li dewleteke ewropî bijîm, cîhê ku biçim li rojhilata Kurdistana bijîm. Li vir (li Ewropa) jiyana min dê gelek xweştir û hêsantir ba… Belê ez bi vê hesta berpirsiyariyê şad im. Ev cîh û kesên jiyana min pê derbas bûye ez nikarim ji bîr bikim. Li Cannesê rojnamegerekî ji min pirsî “çima ez tenê fîlmên bi kurdî çêdikim”? Min ji wî re got, cîhê mirov lê hatiye jiyanê ne girîng e, girîng ev e ku wek tê gotin mirov “xwedî ramanekî beynelminel û xwedî kiryareke lokal be”. Ji bo min çi ferq û cudahî di navbera mirovan de nîne; nav û nijada wan çi be ferq nake. Berî ku ji bîr bikim, ez dixwazim anektodekê bo we veguhêzim. Li bajarê Fransayê, Nantesê rojnamegerekî tirk tiştek gote min ku ez gelek pêêşam. Wî ji min re got; “te di axaftina xwe de got ku fîlmê te ji aliyê Hukumeta Herêmî ya Kurdistanê hatiye fînansekirin, lê kes wê hikumetê nas nake”. Bi rastî wê şevê xew nekete çavên min. Her çiqas pêvajoya kêşana wî fîlmê bûbe xiraptirîn merheleya jiyana min û li başurê Kurdistanê gelek asteng jî derketibin pêşiya min, ez nikarim ji bîr bikim ku bi alîkariya Hukumeta Kurdistanê û bi piştevaniya wezîrê çandê yê kevin, mirovê zana û berketî, birêz Felakeddîn Kakeyî min ev fîlm çêkiriye. Wî baş dizanî ku sînema ne rê ye, ne kareba ye û ne jî petrol e ku xelk debara xwe pê bike. Lê ji ber ku ew xwedî ramanekî universel bû, wî baş dizanî ku pêwîstiya me kurdan bi sinemayê jî heye. Nerîna wî bandorekî gelekî mezin li ser min kir. Ez nikarim ji bîr bikim.

Rojnamegerekî din yê tirk li Nantesê, piştî behsa pêşveçûnên aborî li başûrê Kurdistanê kir, ji min pirsî û got “çima di fîlmê we de hûn behsa jenosîdê dikin”. Ez dixwazim bersîva min daye wî, ji were jî dubare bikim. Min jê re got ku di Quranê de gotinekî gelek xweş heye ku keyfa min pê tê. Dibêje “Mirovo tu her ji bîr dikî”. Rast e, mirov her ji bîr dike. Heke ku tu serpêhatiyên mirovan neîniye bîra wan dîrok wê xwe dubare bike.

Eger hûn nakokî û ciyawaziyên di navbera civakên modern û civakên hêj ji asta devkî derbaz nebûne li pêş çav bigirin, baweriya we heye ku kurd wê bikaribin ji sînemayê bi awayekî serkeftî îstîfade bikin?

Ji ber vê pirsê, gelek sipasiya we dikim. Yêk ji kambaxtirîn problema kurdan ev e. Civaka me hêj modernize nebûye. Em taze rastî hinek problemên modernîteyê yên wekî mafê jinan ten. Rast e; sînema “çêkirin e”, “bibîrkirin e”, “mirov e”, “berdewamî ye”, “tiştê nû û nûjen e”. Ev fêkiyê futurîzmê ye. Belê civaka me hêjan jî bi temamî ji merheleya “feodalîteyê” derbazî merheleya “bajarvanî”yê nebûye. Bêyî ku em dest ji feodalîteyê bikêşin, em mecbûr man derbasî serdema bajarvaniyê bibin. Û bajarvaniya me ji berfirehbûna jiyana gundîtiyê zêdetir tiştek din nîne. Şehrên me ne bajar in, gundên mezin in. Ez ne civaknas im ne jî bisporê bajarvaniyê me ku zêdetir agahiyan bidim we li ser vê mijarê. Ev mijarekî mezin e. Bi rastî ez nizanim çima ez behs jî dikim. Wek gotina dawî li ser vê mijarê, ez dikarim bibêjim ku em di navbera civaka xwe û modernîteyê de asê mane û em ne dikarin dest ji civaka xwe bikêşin, ne jî modernîzmê tercîh bikin. Gelek caran li cem min bi xwe takêşî çêdibe di derheqê vê meseleyê de. Bo numune, min hewil da ca di fîlmê xwe de çîrokekî ne-modern, bi hişyariyeke mezin û bi xêra tecrubeya xwe ya bîst salan ya ressamî û wênegeriyê, pihtir balkêş bikim.

Bi dîtina we çi ciyawazî di navbera derhênerên kurdên ji rojhilatê Kurdistanê û yên ji perçeyên din de hene?

Ez naxwazim bibêjim ciyawazî, lê çend şert û merc hene ku derhêneran sud jê wergirtine. Wekî hatina sînemayê… Kamera di destpêka dîroka sînemayê de hatiye Îranê. Ev yêkem tişt e ku tecrubeyeke gelek mezin daye me. Gava ez dibêjim sînemaya îranî ez ne tenê behsa sînemaya farisî dikim. Di Îranê de gelek netew hene ku di wê tecrubê de xwedî par in. Li paş me ev dîrok heye. Tiştê duyem jî ev e, li Tirkiyê zimanê kurdî qedexe bû lê ev nêzî sîh salan e ku li Îranê fîlm bi kurdî jî tên dublajkirin.

Dublaja kurdî berî Şoreşa Îslamî dest pê kir yan piştî Şoreşê?

Ez wê baş nizanim, bawer bikim hema çend wextek berî destpêka Şoreşê dest pê kiriye. Lê kurdan bi giştî piştî Şoreşê daxwaza zimanê xwe yê zikmakî kirin. Bahman Ghobadi yêkem fîlmê bi zimanê kurdî (li Îranê) çêkir. Min jî yêkem fîlmê kurdî yê duzaraveyî, soranî û kurmancî, çêkir. Ev şoreşa duyem e. Heta îro armanca me ev bû ku em bi zimanê kurdî fîlman çêbikin, lê karê min kiri jî pirr girîng bû.

Girîngiya wê meselê çi ye bo we?

Min dixwest xizmeta zimanê xwe bikim. Ez baş dizanim ku karê ez dikim ne karekî xwerû hunerî ye. Fîlmek dikare bandorê li hemî kurdan, kurdên hemî perçeyên Kurdistanê bike. Ji bo berdewamiya çanda kurdî, kurd divê fêrî zimanê xwe bibin. Ji ber vê yêkê gelekî girîng e ku di fîlmên kurdî de hemî diyalektên kurdî bên axaftin. Mixabin di pêşerojê de xiraptirîn nakokiya di navbera kurdan bi xwe de wê li ser diyalektan çêbibe. Ev pêşbîniya min e. Ez baş dizanim ku armanca nû ya dijminên kurdan jî ev e. Belkî ez bi çavên xwe nebînim, belkî jî kurd wê carê bikarin rê li ber vê yêkê bigirin, lê ez wisa hîs dikim. Teke armanca hinek rêvebirên kurdan yên nekurdewar jî ev e! Wan bi rêya televîzyonê dest bi projeya xwe kirine û dixwazin ku nifşên nû zimanê xwe yê zikmakî ji bîr bikin. Bo mînak ew bi zimanê kurdî hinek fîlman didin dublajkirin, lê ev fîlm bi xwe tewş in û zimanê kurdî deforme dikin. Ew yek gelek dişibe nakokîyên dîrokî yên di navbera bizavên polîtîk yên kurd de. Bînin bîra xwe, sebebê yêkem nakokiya di navbera kurdan de şerê di navbera terîqetên Nexşibendî û Qadirî de bû. Paşî, li gorî îdeolojiyên olî yên wan terîqetan partiyên polîtîk hatin avakirin. Niha jî ew dixwazin bi rêya zaravayên soranî û kurmancî dubendiyek nû çêbikin di navbera kurdan de.

Ji bo wê axaftina giran biha gelek spasiya we dikim, tiştek din heye ku hûn bixwazin lê zêde bikin?

Wek gotina dawî, ez dixwazim bibêjim ku kurd milletekî belangaz in. Car caran wekî ez li ser xwe difikirim giriyê min tê. Ez xwe asêbûyî dibînim. Ez ne dikarim dest ji xelkê xwe berdim û biçim li cîhekî din, jîyanekî xweştir bijîm, ne jî di nava miletê xwe de bijîm.

Paris-18/02/2010.

Ev roportaj ji teza doktorayê ya Yılmaz Özdil ya bi navê “Di sînemayê de awakirina dîtbarî ya nasna- meyên kurdî” hatiye girtin. Ref: Yılmaz Özdil, “La construction visuelle des identités kurdes au cinéma”, Thèse doctorale soutenue le 25 Novembre 2012, Université Paris 3 Sorbonne Nouvelle, rr: 479-488, Paris.

Share.

Leave A Reply