‘Qêrîn Dikim Da Ku Şiyar Bî’:[1] Helbest û Siyaseta Şiyarkirinê Ya Cegerxwîn

METİN YÜKSEL – JI ÎNG: FEXRIYA ADSAY

Puxte: Ev gotar li ser helbestên helbestvanê kurd ê navdar Cegerxwîn (1903- 1984) hûr dibe. Piştî ku jiyan û kariyera Cegerxwîn di nav peywendekê dide rûniştandin, destnîşan dike ku helbesta kurdî ya klasîk di perwerdeya wî ya medreseyê de çawa afirîneriya helbestkî ya Cegerxwîn şêwandiye. Dûre, çewisandin û zilma ku gundiyên kurd ji destê axa, şêx û netewe-dewletan dîtine kiriye ku Cegerxwîn têkeve nav helwesteke civakî û siyasî ya marksîst û neteweperwer. Lê, ev nivîs ji sifetên besîtker yê “çepgir” û “neteweperwer” wêdetir diçe û îdia dike di gewhera helbestên wî de tebeqeyeke hê kûrtir heye: Bikaranîna berdewam a metafora şiyarkirinê. Lewma helbest û siyaseta Cegerxwîn dikare wek hewla şiyarkirina ji xewa kûr -kurd, gundî û karker jî tê de- a hemû komên civakî yên marûzî kedxwarî û zilmê dibin, bê şayesandin. Bi riya helbest û siyaseta wî ya şiyarkirinê, tê îdiakirin ku Cegerxwîn di nav rabêjên siyasî yên pêşverû yên dewra xwe de cî digire.

Peyvên Sereke: Cegerxwîn, helbesta kurdî, hişyarkirin, modernîzasyon.

Belgeyek di Arşîvên Dîplomatîk ên Wezareta Karên Derve yê Fransayê li Nantesê (MAE CADN) de wergera frensî ya belavokeke kurdî, ku ji bo Şêxê Barzan hatiye nivîsandin, dabîn dike. Ev belavok ku di sala 1931ê de belav bûye bo kurdên Iraqê daxwazên neteweyî pêşniyaz dike. Bi risteyên li jêr ên helbestvanê kurdî yê klasîk Melayê Cizîrî diqede: ‘Dema şens li rûyê te bikene, texîrkirina wê guneh e’[2]

Di belavokeke siyasî ya bi vî rengî de referansa bo helbestvanê kurd ê sûfî tiştekî pir eşkere dibêje ji ber ku ew helbestê wek amrazeke îfadekirina têkoşîna siyasî bi kar tîne. Nêzî dema nivîsandina vê belavokê, melayekî xort ê kurd bi mexlasa Cegerxwîn perwerdeya xwe ya medreseyê xilas kiribû û navdariya wî ya wek helbestvanekî serkeftî belav dibû. Ev gotar, bi taybetî bala xwe dide vê pirsê ka helbestên Cegerxwîn çawa bên xwendin û hewl dide temaya bingehîn kişif bike. Di vê peywendê de, xwendineke nêz a bo helbestên wî îdia dike ku serkeftina wî di îfadekirina poetîka û siyaseta şiyarkirinê de ye. Yanê, bikaranîna gelek caran a metafora şiyarkirin û peyvên bi vê re elaqedar endîşeyên Cegerxwîn ên bingehîn ên civakî û siyasî diyar dike. Ez bawer dikim xwendineke Cegerxwîn a ji nêz ve û bi baldariyeke bo bikaranîna vê metaforê, derbarê çalakgeriya siyasî û civakî ya Cegerxwîn de têgihiştineke têr û tijî dabîn dike. Bi gotineke din, hûrbûneke li ser bikaranîna wî ya metafora şiyarbûnê û têgeh û peyvên bi wê re elaqeder ên wek ronahî, pêşveçûn, fêrbûn li dijî paşverûbûn, tarîtî û cahiltî, taybetiyên modernkirinê ên helbestvanî û siyaseta wî jî dabîn dike. Bi rastî, ev xwendin ji binavkirineke besît a wek marksîst û neteweperwerekî kurd, wêdetir diçe. Herweha, bi pêvajoya geşkirina-hişmendiyê ya bi riya helbestê, Cegerxwîn wek dengekî bijarte yê modernîzasyona kurdî ye ku helbest û perwerdeya kevneşopî aniye ba hev. Ev modernîzasyona ji hûndir ve bi riya performansên muzîkal yên Şivan Perwer, populerîzasyona helbestên wî bêtir bi pêş xistiye.

Beriya ku em derbasî analîza helbestên wî yên şiyarkirinê bibin, ez kurteyek helbesta kurdî ya klasîk bidim ku heta radeyekê şikil daye kariyera wêjeyî ya Cegerxwîn. Her çiqas Cegerxwîn helbestvanekî bijarte bû jî, mirov dikare bibîne ku di nav alimên kurd de helbest wek cureya sereke ya wêjeyî kar kiriye. Dûre jînenîgariya Cegerxwîn tê. Wê bê dîtin ku di çêbûna nerîna wî ya siyasî de, rola bûyerên siyasî û dîrokî yên serdema wî girîng e. Ez dibêjim ku metafora şiyarkirinê tenê bi Cegerxwîn ne sînorkirî ye; berevajî vê, di pêvajoya modernîzasyona Rojhilata Navîn a dawiya sedsala nozdemîn û bîstemîn de metaforeke hevpar e. Bi riya çavkaniyên ji destê yekem (arşîv û çapamenî) û destê duyem, analîzeke helbestên wî têgiştineke kûr dabîn dike ku ne tenê fikr û ramanên siyasî yên neteweperweriya kurdî û çepitiyê popularîze kirine lê zimanê kurdî jî adapteyî şertên nû yên civakî û siyasî kirine.

Kariyera helbestî ya Cegerxwîn bi piranî dema perwerdeya wî ya medreseyê ya li herêmên cuda yên Kurdistanê şikil girt. Wek Martin van Bruinessen diyar dike, li seranserî Kurdistanê melayên kurd tenê dersa zanisten îslamî nedidan, lê wan helbesta kurdî jî geş dikirin.[3] Du helbestvanên kurd ên klasîk ên herî bi nav û deng ku helbestên wan li medreseyên Kurdistanê dihatin jiberkirin û belav dibû, Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî bûn. Melayê Cizîrî, wek Mela jî tê naskirin, ku di dawiya sedsala şanzdemîn û destpêka sedsala hivdemîn[4] de jiyaye, herî zêde bi Dîwana xwe ya ku fikrên sûfî tê de cî digrin, navdar e.[5] Melayên kurd qe nebe hin beşên Dîwana Mela ji ber dikin.[6] Tê zanîn ku:

Ê herî navdar Melayê Cizîrî ye, dû re Hafiz (ç. 791/1389 an 792/1390) û Camî (817-98/1414-92), ku Dîwana wî ya ji 2000 risteyan zêdetir e, ji gel bêtir di nav şêx û melayan de berbelav bûye. Li dibistanên Qur’anê yên Kurdistanê her dem hatiye xwendin û şîrovekirin, lê deqa wê zehmet e. Fikrên wî ji sûfîzma farisî tê. Dîwana wî ji aliyê M. Hartman hatiye çapkirin, Das kurdische Diwan des Schêch Ahmed, Berlin 1904, kopiya resen; ji aliyê Muhamed Şefîq Anwasî Heseniye, Istanbul 1340/1922; Qedrî Cemîl Paşa, Dîwana Melê, bi tîpên latînî, Hawar, hej. 35-57 (1941-3), deqa netemam; û bi taybetî, çapa taybet a Şêx Ehmed b. el-Mela Muhamed el-Buhtîel-Zi- vingî, el-Akd el-Cewherîel-Şêx el-Cizirî, 2 c., rr. 943, Qamişlo, 1377/1958.[7]

Koleksiyona muhteşem a helbestên Mela xuya ye bo ulemayên kurd mînak bûye. Gengaz e ku mirov bi taybetî gelek koleksiyonên helbestan ên alimên kurd neçapkirî bibîne.[8] Hin ji wan di demên dawî de hatine çapkirin.[9]

Ehmedê Xanî jî di nav ulemayên kurd de bi taybetî bi Mem û Zîna xwe gelekî navdar bûye. Mem û Zîn di dîroka ziman û wêjeya kurdî de wek berhemeke hîmdar tê qebûlkirin. Mesnewiya ku ji 2655 risteyan pêk tê, evîna navbera Mem û Zînê vedibêje. Lê belê, ew ji serpêhatiyeke evînê wêdetir e. Tiştê ku Xanî kiriye ‘Fîrdewsiyê duyem û rêberê kurdan’[10] ew e ku digel bazara kurdî kesad e, wî girîngiya nivîsandina bi kurdî binxêz kiriye. A din, Xanî xemgîn e ku kurd di bin darê tirk, ereb û farisan de tên çewisandin. Risteyên li jêr ji beşa pêncemîn ‘Derdê Me’ne:

Ez mamê di hîkmeta Xwedê da Kurmanc-i di dewleta dinê da

Aya bi çi wechî mane mehrûm? Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm?

Wan girtî bi şîr-i şehrê şuhret Texsîr-i kirin bilad bi himmet

Her mêrekî wan bi bezlê Hatem Her mêrekî wan bi rezmê Rustem

Bi fkir ji’ereb hetave gurcan Kurmancîye bûye şubhê burcan

Ev rom û‘ecem bi wan hesar in Kurmanc-i hemîli çar kenar in

Herdu terefan qebîl-i kurmanc Bo tîrê qeza kirîne amanc

Goya ku li ser hedan kilîd in Her tayife seddek in sedîd in

Ev qulzemê rom û behrê tacîk Hindîku bikin xurûc û tehrîk

Kurmanc-i dibin bi xûn mulettex Wan jêk vedikin misalê berzex

Cwamêrî û himmet û sexawet Mêrînî û xîret û celadet

Ew xetm e ji bo qebîlê ekrad Wan daye bi şîrê himmetê dad

Hindî ji şeca’e têxeyûr in Ewçend-i ji minnetê nefûr in

Ev xîret û ev ‘uluwwê himmet Bû mani’ê hemlê barê minnet

Lew pêkve hemîşe bêtifaq in Dayim bi temerrud û şiqaq in

Ger dê hebûwa me ittifaqek Vêkra bikira me inqiyadek

Tekmîl-i dikir me dîn û dewlet Tehsîl-i dikir mi’ilm ûhikmet

Rom û‘ereb û‘ecem temamî Hemyan ji me re dikir xulamî

Temyîz-i dibûn ji hev meqalat Mumtaz-i dibûn xudan kemalat[11]

Nîqaşên derbarê Mem û Zînê de bi gelemperî li dora vê ye, gelo deqeke hîmdar a neteweperweriya kurdî ye an na.[12] Lê, tiştê zelal terciha bi zanebûn a Xanî ya bo nivîsandina bi zimanê kurdî ye. Di vê wateyê de, risteyên li jêr ji beşa bi sernava ‘Sebebê nezma kitab e bi vî ezmanî’:

Safî şemirand vexwari- durdî Manendî durrê lisanê kurdî

Înaye nizam û intizamê Kêşaye cefa ji boyî‘amê

Da xelq-i nebêjitin ku ekrad Bê me’rîfet in bêesl û binyad

Enwa’ê milel xudan kitêb in Kurmanc-i tenê di bêhesêb in

Hem ehlê nezer nebên ku kurmanc ‘Işqê nekirin ji bo xwe amanc

Têkda ne di talib in ne metlûb Vêkra ne muhib in û ne mehlûb

Bêbehre ne ew ji ‘işqibazî Farix ji heqîqî û mecazî

Kurmanc-i ne pirr di bêkemal in Emma di yetîm û bêmecal in[13]

Ev risteyên Mem û Zînê bi eşkereyî girîngiya ku Ehmedê Xanî dide nivîsandina bi kurdî, diyar dikin. Çawa ku Mela bi Dîwana xwe bûbû mînak, Xanî jî ji ber tevkariya wî ya di berdewamkirina hişmendiya pêşxistina zimanê kurdî de, bo nifşên piştî xwe yên ulemayê kurd bûbû modelek. Weku Martin van Bruinessen destnîşan dike:

Xanî li Kurdistanê bi berfirehî hat/tê xwendin. Destxetên [Mem û Zîn] wî dihatin kopîkirin û ji aliyê melayan dihatin parastin; feqî ligel sûreyên Qur’anê û risteyên Hafiz, Sadî û yên din, ên Xanî jî bi jiberkirin fêr dibûn.[14]

Hin beşên Mem û Zînê cara yekem di rojnameya Kurdistanê de hatin weşandin.[15] Celadet Elî Bedirxan dibêje ku bavê wî Emîn Elî Bedirxan xwestiye Mem û Zînê çap bike. Komîsyona Perwerdeyê ya wê dewrê di 22ê Tebaxa 1894an de biryar daye ku ‘beşên herî zêde hestyar’ jê derxin û nehatiye çapkirin.[16] Çapa ewiltir a Mem û Zînê di sala 1919an de li Stenbolê li çapxaneya Necm-i İstikbal Matbaası bûye. Ev çapa taybet bû ku wê di sala 1950 li Tirkiyeyê bihata qedexekirin.[17] Di 1968an de, M. Emin Bozarslan, tevî wergera bo tirkî, ji bilî ew ‘risteyên herî zêde hestyar’ veguhast bo tîpên latînî; dîsa jî ew hate qedexekirin/hevdan û Bozarslan derket pêş dadgehê. Di sala 1975an de ew ji nû ve hate çapkirin.[18]

Çendîn koleksiyonên helbesta kurdî yên dûre mînakên baş in ku bandora Ehmedê Xanî di wan de baş xuya dike. Mirov dikare manendiyên xurt bibîne di navbera israra Xanî ya bo zimanê kurdî û Leyla û Mecnûna Şêx Mihemed Can (1858-1909) de. Şêx Mihemed Can li Axtepeyê, nêzî Çinara bi ser Diyarbekirê ve hatiye dinyayê. Leyla û Mecnûn mesnewiyek e ku ji 21 beş û 1882 malikan pêk tê.[19] Di beşa bi sernavê Sebebê Telîfa Kîtabê de, wek berzkirina Xanî ya bo zimanê kurdî, Şêx Mihemed Can jî aliyên cuda yên kurdan ji ereb, faris û tirkan rêz dike û kurdan û zimanê wan dipesinîne.[20] Herwiha, Rewdneîma birayê Şêx Mihemed Axtepî Şêx Evdirehmen Axtepî (1850-1910) jî zimanê kurdî teşwîq dike. Di sala 1884an de hatiye nivîsandin û ji 4531 malikan pêk tê. Ev risteyên jêr ji Rewdneîmê ne:

Ji kurmanciya xwe me anî nîzam Mu’ella û şêrîn û efseh kelam
Ji kurmanciyê zêde şêrîn niye Welêkin xerîdarî çendin niye…

Me ev çendî lefzê şêrîn çêkirin Zebanê di tirkan me pê jê kirin
Me hêvî ji nezzareganê ezîz
Ku çavan bidin ser vê nezma temîz[21]

Alimekî din ê kurd Xelîfe Yûsivê (1885-1965) Bazidî belavokek bi navê Manzum Takriz çap kiriye.[22] Yek ji sedemên ku ew perwerde û belavkirina zanîna îslamî bi riya zimanê kurdî pêk tîne, Mem û Zîna Ehmedê Xanî ye.[23]

Piştî Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî, sêyem helbestvanê kurd ê herî naskirî Melayê Bateyî ye. Bi Mewlûda xwe, vegotina jiyana Pêxember a helbestkî, tê naskirin. Girîngiya vê berhemê ew e ku ew ne tenê di destpêka perwerdeya medreseyê de bi feqiyan tê fêrkirin, lê ew di mewlûdan de jî tê xwendin. Dema misliman ji bo hin rewşên taybet (wek mirin, zewac, sinet, hwd.) mewlûd didin, melayek tê vexwendin ku mewlûdê bi awayekî melodîk bixwîne. Ji mêvanên vexwendî re jî di dawiya vê merasimê de xwarin tê pêşkeşkirin. Dema mirov bala xwe baş bidê, merasimên mewlûdê li Tirkiyeya hevçerx yek ji çalakiyên herî berbiçav ên olî ye û di her wexta salê de di peywendên civakî yên ji hev cuda de dikare bê pêkanîn.[24] Mewlûda Melayê Bateyî wek versiyona ‘standard’ tê qebûlkirin, lê wekî din jî mewlûdên kurdî hene.[25]

Ser dawiyê, divê bê destnîşankirin ku helbestvanên kurd ên klasîk wekî din jî hene. Mirov dikare qala van jî bike: Feqiyê Teyran (1590-1660), Pertew Begê Hekarî (ç.1806) û Siyahpûş (dawiya sedsala hîjdemîn û destpêka sedsala nozdemîn).[26] Bi rastî, hê gelek helbestvanên kurd ku kêmtir tên naskirin hene. Dîrokzan û folklorzan Celîlê Celîl diyar dike ku li pirtûkxaneyên cuda yên li Ewropayê piraniya wan helbest, wî 250 destxetên kurdî dîtine.[27] Mînakeke balkêş ku Celîlê Celîl qal dike helbestvanekî sedsala bîstemîn bi mexlesa Xemgîn e ku li ser berhema Feqiyê Teyran a bi navê Şêxê Sen’aniyan risteyên xwe zêde kiriye.[28] Celîl ji van destxetan berhevokek helbestên kurdî çap kiriye.[29]

Divê ev jî bê diyarkirin ku ji destê melayên ji medresê derçûne, tenê helbest dernediket. Rewşenbîrên kurd ên nû-peyda ku di dawiya sedsala nozdemîn û destpêka sedsala bîstemîn de ji perwerdeya rojavayî derdiçûn jî helbest nivîsandine.[30] Li Parîsê sala 1983yan de di hevpeyvîneke vîdeoyî de, Cegerxwîn qal dike ku Celadet Bedirxan bo wezna helbestkî jê re rêberî kiriye.[31] Hamit Bozarslan di dîroka neteweperweriya kurdî de êwreke nû ku belavbûna helbestên çepgir ên wek Cegerxwîn, Qedrî Can û Osman Sebrî hatibûn sînorkirin, destnîşan dike.[32] Ev tespît ji aliyê şaredarê Diyarbekirê yê salên dawiya 1970yan jî tê piştrastkirin.[33]

Cegerxwîn, navê wî yê rasteqîn Şêxmûs Hesen e. Di sala 1903yan de li gundê Hêsarê yê bi ser Mêrdînê ve hatiye dinyayê.[34] Dema 13 salî bûye —di Yekem Şerê Cîhanê de— malbata wî bar kiriye Amûdê, bajarekî kurdan li bakur-rojhilatê Sûriyeyê. Piştî demeke kurt, dê û bavê wî miriye. ‘Birayekî wî yê nîv-mela ku di rastiyê de bi tiştekî nizanibû’ û xwehek wî hebûye.[35] Cegerxwîn ji bo jina birayê xwe û xweha xwe xebitiye. Ji heywanên wan re şivantî kiriye, di zeviyên wan de xebitiye.[36] Hê dora 20 saliya xwe de dest bi perwerdeya medreseyê kiriye û dora 28 saliya xwe de jî bûye mela.[37] Perwerdeya wî piranî li Amûdê pêk hatiye; lê di dema perwerdeya xwe de Iraq, Îran û li Tirkiyê, Diyarbekir jî tê de, çûye gelek herêmên cuda yên Kurdistanê.[38]

Dema di navbera salên 1928-1936an de melatî dikir, dibîne ku gundî çiqas hejar in.[39] Piştî ku di 1925an de serhildana Şêx Seîd têk çû, navê Cegerxwîn li xwe kir.[40] Di damezirandina gelek saziyên kurd de cî girtiye: di sala 1938an de ji bo pêşxistina xebatên derbarê ziman û dîroka kurd de, Ciwankurd, sala 1946an de jî Civata Azadî Yekitiya Kurd ku ji bo armancên siyasî hatibû damezrandin.[41] Cegerxwîn li Sûriyeyê di siyaseta komunîstan de jî çalak bû. Weku Keith Hitchins diyar dike:

Di 1949an de tev li Partiya Komunîst a Sûriyeyê bû û her weha, wek piştevanekî xurt ê seferberiya Yekitiya Sowyetan a li hemberî mêtingeriya rojavayî, kete nav tevgera komunîst a enternasyonal. Çalakiyên bi vî rengî çendîn caran bû sedema girtinan, a yekem di sala 1949an de bû. Taliyê di 1957an de ji komunîstan veqetiya û ji ber ku wî rizgariya gelê xwe ji xwe re kiribû armanca sereke, wek alternatîf tev li Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Sûriyeyê bû.[42]

Cegerxwîn di sala 1958an de çû Iraqê û ji 1958an heta 1963yan li Zanîngeha Bexdayê di ziman û wêjeya kurdî de bû wanebêj, pirtûkeke rêzimanê çap kir[43] û sala din jî ferhenga kurdî ya bi du cild.[44] Cegerxwîn di 1947an de çîrokek bi navê Cim û Gulperî, di 1956an de Reşoyê Darê û di 1958an de Gotinên Pêşiyan çap kiriye.[45] Berhevoka devkî ya kevneşopên kurdî dûre li Swêdê hate çapkirin. Sala 1979an de li Stockholmê bi cî bû, di 22ê Cotmeha 1984an de li wir koça dawî kir.

Helbestên Cegerxwîn ‘kevneşop û modernîteyê’ tîne ba hev. Wî di bin bandora helbestvanên kurd ên klasîk de dest bi nivîsandinê kir. Kaniya vê bandorê bêgûman perwerdeya wî ya medreseyê bû. Ji aliyê din ve, zimanê helbestên wî yê sade jî deyndarê helbesta gelêrî ye ku wî di seyahatên xwe yên li Kurdistanê berhev kiribûn:

Cegerxwîn wek helbestvan him klasîst e him modernîst e, mîstîk e, di heman demê de ateîst e, welatperwer e û sosyalîst e; lê bi taybetî, ew li dû heqîqetê digere, wê misyonê kiriye ku ew her qoziya welatê xwe Kurdistanê û hemû tebeqeyên civaka kurd nas bike. Ew ji kevneşopa helbesta kurdî ya klasîk derketiye…klasîzma wî bêgûman piranî xwe dispart xwendinên wî yên li medreseyê. Kaniyek din a xurt jî ilhama helbesta gelêrî bû ku wî di rêwitiyên xwe yên li seranserê Kurdistanê ber hev kiribû.[46]

Di belavbûna helbestên wî yên di nav girseyan de xuya ye zimanê wî yê sade roleke mezin leyistiye. Piştî ku yekem berhevoka helbestên wî çap bû, kurdologê frensî Thomas Bois di rojnameya kurdî-frensî ya Kamûran Bedirxan, Roja Nû de ku li Bêrûdê çap dibû, rexneyek nivîsand li ser wê. Bois destnîşan dike ku, bi zimanekî sade û zelal ku ji tirkî, farisî û erebî hatiye şuştin, helbestên Cegerxwîn bi rihetî di nav gel de belav dibe. Ji ber şêwaza wî ya populer jî wî wek şoreşger bi nav dike.[47] Helbestvan Qedrîcan jî, di pêşgotina çapa yekem a dîwana Cegerxwîn de dibêje ku ew ê valahiya ku Xanî û Melayê Cizîrî hiştine tijî bike.[48]

Helbestên wî li Şamê di kovarên Hawar Ronahiyê[49] de ji aliyê Celadet Bedirxan di salên 1930 û1940î de hatin çapkirin. Dîwana wî ya yekem li Şamê çap bû.[50] Çapbûna dîwana wî ya yekem di Ronahiyê de hate îlankirin.[51] Dûre helbestên ku pesnê helbestnûsiya wî didin derketin.[52] Helbesteke balkêş ku xitabî wî dike wisa ye:

Cegerxwîn tu pir xwenda yî, ji ritba alima yî Cegerxwîn kir wetenparêz, tu șairê kurda yî.

Bi șihrên xwe te hișyar kir, gelek xortê di razayî, Bi xêret û himêta te, hin jê bunê fedayî.[53]

Duyem û sêyem dîwanên wî di salên 1954 û 1973yan de çap bûn. Bi qewlê Celîlê Celîl her sê dîwanên wî yên ewil lûtkeya serkeftina wî ne.[54]

Weku berê jî hatibû gotin, kariyera Cegerxwîn a helbestkî bi helbesta kurdî ya klasîk ku di medreseyê de xwendibû, şêwaz girtiye. Bi xwe qal dike ku dema wî di medreseyê de dixwend, wî dîwanên Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî û helbestên şairên din ên kurd bi xwe re digerandin.[55] Cegerxwîn dibêje hezkirina helbesta kurdî di fitrata wî de hebûye.[56] Helbesta wî ya bi navê “Hozan û Şairên Kurd” wek antolojiyeke kurt a helbesta kurdî ya klasîk e ku tê de qala hemû helbestvanên kurd ên klasîk dike û girîngiya wan binxêz dike: Melayê Botî, Xanî, Feqiyê Teyran, Siyahpûş, Xelîlê Sêrdî, Selîmê Hîzne, Feqê Reşîd, Şêx Ebdurahman Axtepî, Melayê Batî, Pertûwê Hekkarî, Melayê Xasî, Birifkanî, Mîrmihê, Seydayê Licî û Yusifê Kenan.[57] Lê Xanî ji hemûyan bêtir bandor li ser wî kiriye:

Yek rehberê me heye seydayê Xanî Seyda ye, suxteyê wî her Cegerxwîn[58]

Xuya ye mexlesa Cegerxwîn îlhama xwe ji Dîwana Mela girtiye. Di xezeleke xwe de Mela dibêje:

Hat der ji burc û penceran dil girt û da ber xenceran
Ev reng e halê dilberan lew ‘aşiqan xûnbûn ceger.[59] (îtalîk lêhatiye zêdekirin)

Hin risteyên din hene mirov dikare rasterast hevterîbên navbera Mela û Cegerxwîn bibîne:

Mûyekî ez ji te nadim bi dused Zîn û Şirînan Çi dibit ger tu hesêb kî mi bi Ferhad û Memê.[60]

Risteya Cegerxwîn wisa ye: Mûyekî ez ji te nadim bi rebîa edewî.[61]

Divê nêzîkatiya helbestên Cegerxwîn a bo Yekitiya Sowyetan jî bê destnîşankirin. Ordîxanê Celîl pirtûkeke kurdî nivîsandiye ku tê de helbestên Cegerxwîn wek bidengkirina çewisandina kurdan û tebeqeyên jêr ji aliyê emperyalîst, şêx û axayan analîz dike.[62] Di salên 1950yî de wergera rûsî ya helbestên wî li Yekitiya Sowyetan hebû.[63]

Li Tirkiyeyê jî, helbestên Cegerxwîn baş dihatin naskirin, bi taybetî di medreseyên veşartî yên li Kurdistanê.[64] Dewleta tirk dîwanên yekem û duyem ên Cegerxwîn, piştî ku hatin çapkirin, qedexe kirin.[65] Li Tirkiyeyê wergera tirkî ya helbestên wî ji aliyê Gani Bozarslan yekem car di salên 1970yî de hatin belavkirin.[66] Bi saya Şivan Perwer helbestên wî di salên 1970 û 1980yî de pir belav bûn. Kendal Nezan di hevpeyvîna vîdeoyî de bi Cegerxwîn re, pirsên Mehmûd Lewendî yên derbarê belavbûna helbestên Cegerxwîn di nav kurdên li Tirkiyeyê dibersivîne. Nezan diyar dike dema mela û feqiyên medreseyan helbestên wî ji ber dikirin û di nav xwe de belav dikirin, ev piranî bi saya Şivan Perwer bû ku ew kiribûn stran û bi berfirehî hatibû naskirin.[67] Lê dema em tên ser analîzkirina zanistî ya helbestên Cegerxwîn zêde xebat xuya nakin. Yek îstisna teza masterê a Ömer Faruk Yekdeş e. Yekdeş, helbestên evînê yên Cegerxwîn û yên Nazım Hikmet dide ber hev. Ev lêkolîn îdia dike ku Cegerxwîn têgihiştina klasîk a bo evînê ya di helbesta kurdî ya klasîk de ji îfadekirina evîna pîroz ber bi evîneke dinyewî ve guherandiye ku di nav rastî û seksuwelîteya şênber bo jina hezkirî ku di heman demê de sembola welatê bav û kalan, Kurdistanê ye.[68]

Di helbestên Cegerxwîn de çendîn taybetiyên girîng ên şêwazî divê bên binxêzkirin. A yekem, zimanê helbestên wî sade û zelal e bo kurmancîaxêvekî asayî. Duyem, ji ber ku helbestên wî bi wezn û bi qafiye ne, jiberkirin û xwendina wan hêsan e, bi taybetî bo feqiyên medreseyê ku yekem rêbaza wan a fêrbûnê jiberkirin e.[69] Di perwerdeya medreseyan de jiberkirin ‘wek hokera herî girîng a fêrkirinê’ tê qebûlkirin.[70]

A sêyem, di helbestên wî de peyvên çepgir û neteweperweriyê berbiçav in. Têgeh û peyvên neteweperwer di zimanê helbestên wî de hêmanên eslî ne: Kurd, Kurdistan, bindestî, yekitî, şêx, axa, beg, serxwebûn, serbestî, azadî, welat, welatparêz welatparêzî. Herweha termînolojiya çepgir a civakî û siyasî jî helbestên wî karakterîze dikin: Markis, Markisî, Sitalîn, Lenîn, wekhevî, demûqrat, koledar, heval, pale, piroleter, sermayedar, karker, cotkar, borjiwaz, rencber, dîktatorî, jar/dîl/belengaz/ketî, sewre, zordestî, bindestî, zorker, sewra oktobir. Bi qewlê Celîlê Celîl, Cegerxwîn helbest derxistiye derveyî mizgeft û medreseyan. Piştî ku ji mizgeft û medreseyan dûr ket, ket nav tevgera komunîst. Helbesta klasîk dahurand û analîza civakî ya marksîst fêr bû: Çîn, şerê çînî û berjewendiyên burjuwaziyê. Mijûlbûna wî ya bi marksîzmê têgihiştina wî jî zêde kir û ‘helbestên bajarî’ nivîsand.[71]

Yek ji girîngtirîn taybetmendiyên helbestên Cegerxwîn ew e ku bi riya bikaranîna termînolojiya marksîst bo bidengkirina çewisandin û kedxwariya ser gundî û rêncberan, beşdarî rabêja siyasî ya pêşverû ya dewra xwe bûye: Biratiya gerdûnî ya gelên cîhanî. Teza doktorayê ya neçapkirî ya Maha Tawfiq Nassar a li ser çapemenî û helbesta filîstiniyên li Îsraîlê ku ji 1948an heta 1967an di nav Partiya Komunîst a Israîlê de cî girtine, manendiyên pir berbiçav ên bi helbestên Cegerxwîn re derxistine holê. Nassar qala gelek helbestên derbarê biratiya gerdûnî û bihevrebûna hemû karker û gundiyên hemû cîhanê dike.[72] Şiyarkirina ciwanan ji aliyê helbestvan û çalakger Habib Qahwaji tê berzkirin.[73] Endîşeyên manendî yên Cegerxwîn û helbestvanên israilî-filistînî yên derbarê gelên tepisandî de xuya ye berê wan daye bikaranîna heman rabêja siyasî ya pêşverû. Ji ber vê, wek mînak, mirov dikare bi riya paseportan rexnelêgirtina sînoran bibîne. Mehmûd Derwîş dibêje ku ‘Dilê her mirovî neteweya min e/Lewma min ji vê paseportê xilas bike’;[74] Cegerxwîn, di helbesta xwe ya pênc rûpelî ya bi navê ‘Heval Pol Robson’ de ku xitabî Paul Robesonê muzisyen, lîstikvanê afrîkî amerîkî dikir, cîhaneke ku tê de sînor tune ne û hewcedarî bi paseportê tune ye disêwirîne.[75]

Lê hê jî ev pirs maye: Derbarê helbestên Cegerxwîn de hemû ev in? Tenê têkoşîna siyasî ya marksîst û neteweperwer e ku Cegerxwîn pê mijûl bûye? Elbet di helbestên wî de ji van zêdetir tişt hene. Di kakila helbestên Cegerxwîn de daxwaza zanîn û ronakbûna kurd, gundî û karkerên di bin zext û zordariyê de ne, heye. Gelek ji helbestên Cegerxwîn qala xwendin, zanebûn, zanîn, ronî, ronahî, pêşketinê dikin wek berevajiya nezanî, bêxwendin û paşketinê. Metafora navendî ku dema qala van têgehan kiriye li pey hev dubare kiriye ‘şiyarbûn’ e. Şiyarbûn wek şerta esîl a bo rizgarbûna kurd, gundî û karkeran disekine. Du ‘çîn’ên zordar ku tên rexnekirin şêx û axa ne. Lê, nezanî û nexwendin ji şêx û axayên ku keda gundiyan dixwin jî xetertir e.[76] Zanîn di heman demê de rê li ber rizgarbûna kurd û Kurdistanê ya ji neyaran û gihiştina bo hêza xwe vedike. Di seranserî helbestên wî de arezûya xurt a bo pêşketin û ronakbûna kurdan îfadeya xwe di bikaranîna berdewam a metafora şiyarbûna ji xewê de dibîne. Ger mirov bi eşkereyî bêje, şiyarbûna ji xewê wek rêbaza rizgarbûna kurdan di kakila poetîka û siyaseta wî ye.

Dilê Cegerxwîn xwîn dibe ji ber ku kurd nezan û nexwende ne. Dilê wî diêşe ji ber ku ew mela ye.[77] Şêx û axa keda wan dixwin. Welatê wan Kurdistan di bin zordariya neyaran de ye û di nav eşîran de hatiye parvekirin. Haya wan jê tuneye ku him wek gundî him wek kurd di bin zilmê de ne. Lewma divê ji xewa kûr bên şiyarkirin û divê şiyar bin. Li vir lazim e mirov binxêz bike ku metafora şiyarbûnê di dawiya sedsala nozdemîn û destpêka sedsala bîstemîn de li Rojhilata Navîn tevî vejînên neteweperwer di nav peywenda modernîzasyona rewşa jinan a civakî û siyasî de jî bi berfirehî hatiye bikaranîn.[78] Ya din, hevçerxên Cegerxwîn ku metafora şiyarbûnê bi kar anîne jî hene.[79] Lêkolîna Martin Strohmeier ku berhemên entelîjensiya kurd ku ji dawiya Împeretoriya Osmanî ve heta salên 1930 û1940î de perwerdeya rojavayî dîtine, analîz kiriye qala bikaranîna wan a metafora şiyarbûnê dike.[80]

Weku bi awayê rasteqîn yekî ji xewa kûr şiyar bike, di dîwana xwe ya yekem,[81] duyem[82] û sêyem[83] de metafora şiyarbûnê li pey hev bi kar tîne. Dubarekirina li pey hev a vê metaforê ne tesaduf e: Bi bikaranîna li dû hev û bi israr, hewl dide kurdan şiyar bike. Gelo bi ser ketiye an na, ev ne diyar e: Carinan reşbîn e ku digel hemû gazîkirinan hê jî di xewa giran de ne. Carinan bêtir xweşbîn e ku ciwanên kurd şiyar bûne. Dîsa temayek dewra wî ye ku di wî de jî xuya dike ku ciwanên kurd hêviya wî ya bo rizgariya kurd û Kurdistanê ne. Celadet Bedirxan jî wek xilaskarên neteweya kurd û welatê wan xitabî ciwanên kurd dikir.[84] Şerif Mardin çavdêriya vê kiriye ku ji nîvê duyem î sedsala nozdemîn vir de di siyaseta osmanî-tirk de ciwantî û kelecan kirde û temayên nû ne.[85] Xuya ye ev çavdêrî bi giştî bo peywenda neteweperwerên kurd ên salên 1930 û1940î û bi taybetî bo helbestên Cegerxwîn rast e.

Xew ji bo nîşandana halê nezanî û nexwendebûnê tê bikaranîn; berevajiya wê, yanê şiyar jî bo şayesandina halê zanebûnê tê bikaranîn. Bi gotineke din, bi riya eşkerekirina encamên xirab ên nezaniyê be an bi dupatkirina potansiyela waadkirî yên wek pêşketin û hêza teknolojîk a bi riya fêrbûn û zanînê be, her bi çi awayî be, dilê bi xwîn ê Cegerxwîn ji bo vê lê dide: Şiyarkirina kurdan ji xewa giran. Lewma peyv û têgehên li jêr ên di risteyên wî de xuya dikin: Zana, zanîn, zanebûn, xwendin, xwenda, pêşveçûn, ronî wek berevajiya nezanîn nexwendin, bêxwendin nezanîn.[86]

Bi rastî bêxwendin û nezanî ji herdu neyaran, ango şêx û axayan jî xirabtir in: ‘Şêx û axa bûne mîkrob ketine laşê te yî zer’/Dijminê mezintir ji van bêxwendin û nezanî ye.’[87] Dîwanên duyem û sêyem jî gelek helbestên ku qala girîngiya zanîn, fêrbûn û zanabûnê dike, dihewînin.

Di helbestên Cegerxwîn de tevî arezûya zanîn û fêrbûnê, sê xalên girîng ên din hene. A yekem, fêrbûn û zanîn tê hêvîkirin ku rasterast bi riya hêza leşkerî were. Herweha, hêza neyar bi wê rastiya ku ew bi zanîna pêwîst techîz kirîne tê ravekirin. Lewma, mirov dikare gelek helbestan bibîne ku têde zanîn tevî çek, tiving û balafiran tê qalkirin;[88] an serdestiya neyaran li ser bingeha zanebûnê tê pêşkêşkirin.[89]

A duyem, wekhevkirina zanînê û çekan, yanê hêza leşkerî û teknolojîk gelek caran teqabilî xitabkirina kurdên ciwan ku wê heyfê hilînin, dike.[90] Her çiqas carinan xitabî keçên kurdan jî dike, piranî hedefa wî xortên kurdan e ku wek kirdeyên zanînê tên xitabkirin; wek encam, di riya azadkirina kurd û Kurdistanê de hêza leşkerî ji vê zanînê tê.

Xala sêyem, wek mirovekî xwenda ku li ser pirsgirêkên civak û gelê xwe serê xwe diêşîne, Cegerxwîn ji ber nezaniya kurdan aciz e. Lewma ji bo wan şiyar bike pir hewl dide. Lê Cegerxwîn bi helwesta xwe ya rexnegiriya radîkal di pêvajoya modernîzasyona kurdî de qadeke nû vedike, bi taybetî di nav melayên medreseyan de. Xuya ye tiştê ku Cegerxwîn kiriye helbestvanekî bijarte ew e ku wî fikrên xwe yên modern bi riya du qadên ji aliyê wêjeyî û civakî xwedîbandor, helbest û medreseyê, xistiye nav civakê. Mînakeke tomarkirî ya bandora wî ev e: Melayekî bi navê Beşîr Hesenî diyar dike ku rojekê li gundekî, ku ew lê mela ye, ji gundiya re waaz dide ku ji netewe û welatê xwe hez bikin. Û hedîseke Pêxember ku dibêje hezkirina netewe û welat ji îmanê ye, ji wan re neqil dike. Bersiva gundiyan hêjayî destnîşankirinê ye:

Seyda Xwedê dizane, ev fikra te ber bi a Cegerxwîn ve diçe. Û vê jî dibêjin: Tu ji riya seydatiyê derdikevî. Li Amûdê gelek şêx û mela hene; ew vê peyvê ji kesî re nakin. Tiştê ku me ji şêxên Amûdê dîtine: Dibêjin ‘kurd’ hevalên Cegerxwîn in û kurdên ku di riya dîn de diçin rojnameyên bi tîpên latînî naxwînin.[91]

Di helbestên Cegerxwîn ên evînî de jî, mirov dikare manendiya arezûya zanînê ku di helbestên wî yên civakî û siyasî de tên dîtin, bibîne. Baş tê zanîn ku helbestên wî yên evînî bi seksuwelîteya eşkere tên karakterîzekirin. A rast, hatiye dîtin ku di helbestên Cegerxwîn de, ‘bi kişifkirina seksuwelîteya hezkiriyê têgihiştineke materyalîst a evînê’ temsiliyeta evînê ya di helbesta kurdî ya klasîk de veguherandiye.[92] Îlaweten, tê dîtin ku dema behsa seksuwelîteya hezkiriyê dibe, wek di helbesta “Ev Perde Çi Ye”, bi awayekî rexneyî qala perde û çarşefê dike û baweriyên civakî û olî ku jin û seksuwelîteya wan bi sînor dikin, rexne dike.[93] Di dîwanên xwe yên yekem,[94] duyem[95] û sêyem[96] de ku tê de çarşef wek astenga di navbera hezkiriyan de tê sembolîzekirin, ji hezkiriya xwe dixwaze çarşefê ji ser xwe bavêje.

Lê gengaz e ku mirov bikaranîna sembola çarşefê bi metafora şiyarbûnê re jî ku di helbestên xwe yên civakî û siyasî de gelek caran bi kar tîne, bixwîne. A rast, her çiqas sembola çarşefê piranî di helbestên evînî de tê bikaranîn jî, di gelek helbestên siyasî û civakî de jî tê bikaranîn.[97] Ji ber vê, di helbestên evînî de bikaranîna metafora çarşefê xuya ye ew arezûya wî ya bi israr bo zanîn û şiyarbûnê ya di helbestên civakî û siyasî de temam dikin; digel vê, çarşefa di navbera du hezkiriyan de astengekê jî sembolîze dike, wek tunebûna zanîna derbarê rûyê evîndara xwe. Bi gotineke din, çarşef erka semboleke epîstemolojîk ku di navbera du hezkiriyan de sekiniye, dibîne.

Cegerxwîn bi qabiliyeta xwe ya helbestkî, modernîzasyona kurdî a ji hundir ve sembolîze dike. Helbestên wî navnîşanên xwe him di nav melayên medreseyan de û him jî bi riya muzîka Şivan Perwer di nav girseyên kurd de dîtin. Hokera sereke ya serkeftina Cegerxwîn di kombînasyona civakî û çandî ya lihevhatî ya helbest û medreseyê de ye. Bi taybetî dema mirov li Kurdistanê li hemberî bandora xurt a Cegerxwîn aciziya malbatên şêxan dibîne,[98] mirov bêtir qedrê rêbaza ku Cegerxwîn pê bûye dengê sêrbetalkirin û modernîzasyona kurdî, fam dike. Ev dengê ‘betalkirina sêrê’ îfadeya xwe di bikaranîna berdewamî û bi israr a metafora şiyarbûnê de dibîne. Xuya ye, bikaranîna peyv û têgehên çepitî û neteweperweriyê aliyê xuya yê vê endîşeyê ye ku di hişmendiya Cegerxwîn de gelekî kûrtir cî girtiye: Şiyarkirina kurd, karker û hemû çînên civakî ji xewa wan a giran a ji ber zordarî û îstismariyê.

Helbesta bi navê ‘Destê Te Maç Nakim’ ku di 1973yan de di Dîwana sêyem de hatiye weşandin, xuya ye mînaka herî baş a poetîka û siyaseta şiyarkirinê ya Cegerxwîn e, bi hemû temayên ku li jor hatine nîqaşkirin: Rexneya radîkal a binyada civaka kurd ku di desthilatdariya şêxan de şênber bûye; bi qîmetkirina zanîn û pêşketinê, rexnelêgirtina nezanînê; xort wek xilaskarên potansiyel ên neteweya kurd, avêtina çarşefê û şiyarbûna ji xewê:

Şêxê min destên te îdî maçî nakim ez bes e Kavil û wêran te hiştin ev sera û medrese
Şêxê Ewrupa binêre, wane hasin birne jor
Em bi xişt û def û dîlan, paşketin, tev mane kor Her keşakî deh zimana zanî rengê Efletun

Em çima hov û nezan in, ser di ber de paşveçûn Qet bi sîwaka te dijmin paşve naçin gavekê
Bo çi tev mane perîşan, dîl û bendê davekê Xortê kurdan tev şiyar bûn dil bi pêta agirî Bayê zanînê li wan da, gur dibî qet namirî

Dev ji vê paya xwe berde, ev tiralî ma çi ye
Ma ne şerm e, rût û xwas e, kurd e jar û tazîye Bes di pişt perdê de rûne, ey ciwanmêr xo bi nas Dijminê jîna welêtî, tim bi dest te tevr û das
Hêj bibêjim, tê bibêjî: Ev Cegerxwîn gawir e

Na, di bextê tew Xwedê de, dil bi pêt û agir e
Ez dizanim pir dirêj kir, min li te peyv û kelam
Ger tu kurd û kurdperest bî, em bira ne wesselam.[99]

Nîşe 1: Ev gotar xwe dispêre parçeyek ji beşên teza neçapkirî a doktorayê ya nivîskar: Metin Yüksel, Dengbêj, Mullah, Intelligentsia: the Survival and Revival of the Kurdish-Kurmanji Lan- guage in the Middle East, 1925–1960 [Dengbêj, Mela, Entelîjensiya: Xilasbûn û Vejîna Zimanê Kurdî-Kurmancî li Rojhilata Navîn, 1925-1960] (Chicago: Teza Doktorayê ya Neçapkirî li Zanîngeha Chicagoyê, 2011). Lêkolîna vê tezê ji aliyê Enstîtuya Lêkolînê ya Amerîkî li Tirkiyê (American Research Institute in Turkey, ARIT) û Bursa Honigbergê ya bo Xwendinê li Parîsê (Honigberg Fellowship for Study in Paris) hatiye destekkirin. Ez spasdar im bo xebatkarên Arşîvên Serokwezîriya Tirkiyeyê ya li Enqereyê (Başbakanlık Cumhuriyet Arşivleri, BCA), Arşîvên Dîplomatîk ên Wezarate Karên Derve yê Fransayê li Nantesê (Ministére des affaires étrangères, Centre des archives diplomatiques de Nantes, MAE, CADN), Enstituya Kurdî ya Parîsê û Celîlê Celîl, damezrênerê Enstîtuya Kurdolojiyê li Eichgraben, Wienê. Versiyonek ewil ya vê gotarê li Zanîngeha Boğaziçiyê û Kargeha Dîroka Rojhilata Navîn û Teoriyê ya li Zanîngeha Chicagoyê hatiye pêşkeşkirin. Ez minetdar im bo dersa mamosteyê xwe yî farisî Profesor Saeed Ghahremani ya bi navê ‘Poetîka û Siyaset li Îrana Modern’ ku bi saya wê fikrên min î derbarê siyasetê ên bi riya helbestê şikil girt.

Nîşe 2: Orîjînala vê gotarê ev e: Metin Yüksel, “I Cry Out So That You Wake up: Cegerxwîn’s Poetics and Politics of Awakening”, Middle Eastern Studies 50: 4 (2014),536-553. Em spas dikin ji edîtora kovara Middle Easern Studies ku destûr da me ku em wergerînin kurdî û di Zaremayê de çap bikin.

Pêvek 1: Belgeya tirkî a fermî, li Tirkiyeyê bo qedexekirina helbestên Cegerxwîn, 1955

Pêvek 2:

KURDISTAN

(1)
Dilên xelkê bi we re ne
Eger mûçek li çiyê bifirin
Çavên xelkê bi we re ne
Di ser stiriyan re dibûrin bê tirs Koleyên erdê bi we re ne
Ji newqa oqyanosê heta (Bakur*)
Ez bi we re me, bavê min jî, diya min jî Zeytûnên min û bêhna pirtuqalan Hestên me, helbestên me
Serbazin li gel we di şer de.
Ey parêzvanên rojê
Ji qeydên nîvmêran
Bayê em parçe nekirine
Têkoşîna gelê we têkoşîna min e
Eger siwarekî we bête xwarê
Werîs li stûyê min tê gerandin.

(2)
Her bijî erebayetî**
Gelo cahniyê te hatiye xwarê ey Selahedîn?
Ma al hatine xwarê?
Gelo ma şûrê te bûye çetayek?
Ji xaka Kurdistanê
Cihê şevîna tirs û şewatan
Mirin para karkeran e eger bibêjin:
buhayê keda me ê me ye
Mirin bo cotkaran e eger bibêjin:
Berên zevî ên me ne.
Mirin para zarokan e eger bibêjin ronahiya pirtûkê ji me re ye.
Û mirin para kurdan e eger bibêjin: henasên jiyanê ji mafê me ye. Û hîn jî em dibêjin: Bijî erebayetî!
De naxwe di xaka Kurdistanê re bibûre ey erebayetî
Ev berhema havînê ye ma tu dibînî?
Na, tu yê nebînî eger tu di lûleya topan re binêrî.

Gelê mino
Nîvmêran bi navê erebtiyê êrîşî dîroka te ya mirovayetiyê kirin. Bi navê erebayetiyê xwîn tê rijandin

Sertîr desthilatên te ne
Bi navê erebayetiyê mêjû li ser peravên Dicle û Ferat derban dixwe. Gelê mino
Ne bes bû ku em ji wan û
Ji tabûra wan bêrî ne
De bavêje wê pîstirîn gemara ku demê naskirî ye
Bavêje ser sergoya demê
Dijminê xwe bavêje ey erebayetî
……
….
(3)
Ey Şehrezad
Şev sibehan dixwe
Mûsimên baxçeyên Kurdistanê jî birîn in
Evîn qedexe ye
Pistepista cîran ji cîrên re jî
Tiştekî rewa ji bilî xwîna kurdan nîne
Ew xwîna ku bûye donê çirayên
Kesên ku çirayên şermezariya xwe
bi mirina kesên din geş dikin.
Ey Şehrezad!
Destanên lehengiyê di şevbuhêrkên te yên çeleng de zingarî bûn Her weha bîranînên sipî û cahniyê ku bûbû siwarê riman
Evîn û şikohdarî û şûrê ku ji têkoşînê bêzar bûye.
Şerm e ji Bexdayê re
ku tenê xwîna kurdan li wê rewa ye
Di radyoyê de. Di rojnameyên sibehê de
Li bajarê me murekeba rojnameyan xwîn e
“me ew qir kirin“
gur dikenin û bi payedarî dibêjin.
“me li xaka Kurdistanê goristanên rût li ser hev çandin
Qoqên seriyan bê jimar me çandin“
Ey Şehrezad
Şev sibehê dixwe

Û evîn qedexe ye.
Nivîna te ya nermik jî li ber lingên xwediyê te ê bênirx hatiye avêtin
Kesên ku xwîna Kurdistanê herikandine
wê noqî binî bibin
Û ew dînê ku bi êgir dilîst
wê di nav de bimre.
Ey Şehrezad!
Yê ku çiraya xwe
Bi donê xelkê geş kiribe
Ew ê tenê bimire.
De oxir be
Heta em careke din, di serpêhatiyekê de ku destên şoreşvanan ew li hev anî be, hevdu bibînin

Mehmûd Derwîş ji erebî: Jan Dost

* Mebest ji Bakur Başûrê Kurdistanê ye. (wer. J. D.)

** Erebayetî: me ew mîna kurdayetî lihev anî. Mebesta helbestvan ji vê “herbijîyê“ qerfpêkirin e. (wer. J. D.)

[1] Cegerxwîn, Dîwan 2: Sewra Azadî (Stenbol: Avesta, 2008), r.78.

[2] MAE, CADN, Beyrouth Cabinet Politique 570, ‘Traduction résumé d’une proclamation anonyme en langue kurde, répandue récemment parmi les populations kurdes d’Iraq (attribuée au cheikh Barzan – voir information no. 13165/SP/2 du 22/12/31)’. [Orîjînala vê risteyê ev e: Talî’ ku têt furset, muhlet li nik heram e. (Melayê Cizîrî, Dîwan (Ankara: Kültür ve Turizm Bakanlığı Yayınları, 2012), r. 100. Spas bo Ayhan Geverî ku orîjînala vê risteyê bo me peyda kir. wer. F. A.]

[3] M. van Bruinessen, ‘The Kurds and Islam’, di nav M. van Bruinessen (ed.), Mullas, Sufis and Heretics: The Role of Religion in Kurdish Society: Collected Articles (Istanbul: The Isis Press, 2000), r.47.

[4] J. Blau, ‘Kurdish Written Literature’, di nav P.G. Kreyenbroek û C. Allison (eds.), Kurdish Culture and Identity, (London: Zed, 1996), r.21.

[5] Ji bo analîza qasîdeyên Mela, bnr. F. Shakely, ‘The Kurdish Qasida’, di nav S. Sperl and C. Shackle (eds.), Qasida Poetry in Islamic Asia and Africa 1 (New York: Brill, 1996), rr.327–38. Hejmara 62. a kovara Nûbiharê ji gotarên derbarê helbestên Mela pêk tê. Hej.62 (Gulan 1998).

[6] Dîwana Mela tevî wergera bo tirkî, latînî-kurdiya wê ji nav weşanên Nûbiharê derket: Mela Ahmedê Cizîrî

[7] T. Bois û V. Minorsky, ‘Kurds, Kurdistan’, di nav C.E. Bosworth û yên din (eds.), Encyclopedia of Islam, Cild.5 (Leiden: E. J. Brill, 1986).

[8] X. Ewînî, ‘Seydayê Hecî Ebdulfettahê Hezroyî û Dîwana Wî ya Kurdî’, Nûbihar, No.96 (2005), rr.37–41

[9] S. E. Findikî, Dîwan (Stenbol: Nûbihar, 1999); Mela Zahirê Tendurekî, Dîwan (Stenbol: Nûbihar, 2007).

[10] Cegerxwîn, Dîwan 2: Sewra Azadî, r.151.

[11] Ehmedê Xanî, Mem û Zîn (amad. Jan Dost) (Istanbul: Avesta, 2010), rr. 132-136 [Di orîjînala miqaleyê de hemû jêgirtinên ji Mem û Zînê ji wergera îngilizî hatiye wergirtin: A. Khani, Mem and Zin (Istanbul: Avesta, 2008), rr.30–32. Lê me ji dewsa wergerek nû de ji kurdiya Jan Dost îstifade kir. wer, F. A.)].

[12] C.A. Bedirxan, Kürt Sorunu Üzerine/De La Question Kurde (İstanbul: Avesta, 1997); A. Hassanpour, ‘Kürt Medya Kültürünün Yaratılması’, di nav P. Kreyenbroek û C. Allison (eds.), Kürt Kimliği ve Kültürü (İstanbul: Avesta, 2003); M. van Bruinessen, ‘Ehmedê Xanî’s Mem û Zîn and Its Role in the Emergence of Kurdish National Awareness’, di nav A. Vali (ed.), Essays on the Origins of Kurdish Nationalism (Costa Mesa, CA: Mazda, 2003), rr.40–57.

[13] Xanî, Mem û Zîn, (amad. Jan Dost) rr. 141–42.

[14] M. van Bruinessen, Agha, Shaikh and State: Social and Political Organization in Kurdistan (London: Zed, 1992), r. 267. Bo serpêhatiya melayekî kurd ku Mem û Zîn ji ber derxistiye, bnr. S. Öztoprak, Şark Medreselerinde Bir Ömür (Istanbul: Beyan, 2003). Bo serpêhatiya destxeta Mem û Zîn a melayekî din ê kurd, bnr. pêşgotina veguhastina ji aliyê Mehmed Emîn Bozarslan: E. Xanî, Mem û Zîn (Uppsala: Deng, 1995), r.97.

[15] M.E. Bozarslan (ed.), Kurdistan: Rojnama Kurdi ya Pêşîn (ilk Kurdçe gazetesi) 1898–1902 (Uppsala: Deng, 1991).

[16] C.A. Bedirxan, Türkiye Reisicumhuru Gazi M. Kemal Hazretlerine Açık ̧ Mektup (İstanbul: Komal, 1977), rr.31–2.

[17] BCA Fon Kodu: 030. 18. 01. 02, Yer No: 122. 35. 18, 13/4/1950.

[18] E. Xanî, Mem û Zîn (Istanbul: Koral, 1975).

[19] Z. Zinar, ‘Pêşgotin’, di nav S .M. Can, Leyl û Mecnûn de (Stockholm: Pencînar, 1992), r.6.

[20] Can, Leyl û Mecnûn, rr.26–7.

[21] Ş .E. Axtepî, Rewdneîm (Stockholm, 1991), rr.41–2.

[22] Spas bo Mela Abdula ji Bazîdê ku kopiyek vê berhema giranbiha da min.

[23] Y. Topçuoğlu, Manzum Takriz (1961).

[24] N. Tapper û R. Tapper, ‘The Birth of the Prophet: Ritual and Gender in Turkish Islam’, Man (New Series), Cild.22, Hej.1 (1987), r.73.

[25] Divê bê gotin ku mewlûda kurdî jî li Tirkiyeyê hatibû qedexekirin: BCA Fon Kodu: 030. 18. 01. 02, Yer No: 126. 70. 16, 27/9/1951.

[26] Z. Zinar, ‘Medrese Education in Northern Kurdistan’, di nav M. van Bruinessen (ed.), Islam des Kurdes (Paris: INALCO-ERISM, 1998), r.41; Siyahpûş, Seyfulmuluk (Wien: Institüte für Kurdologie, 2000).

[27] C. Celîl, Hevpeyvîna nivîskar a bi Celîlê Celîl re, Eichgraben, Vienna, Adara 2010 û Pûşbera 2010. [Ev hevpeyvîn wek kitêb çap bû: Metin Yüksel, Kolana Weşengîra, Xaniyê 3, Apartamênta Hijmara 6, Êrîvan: Kurdolojî û Malbata Celîlan: Hevpeyvîn bi Celîlê Celîl û Cemîla Celîl ra (Stenbol: Avesta, 2014). (wer. F. A.)]

[28] Celîlê Celîl Şêxê Sen’aniya bi risteyên lê zêdekirî çap kiriye: F. Teyran, Şêxê Sen’aniya (Wien: Institüte für Kurdologie, 2003).

[29] C. Celîl, Keşkûla Kurmancî (Wien: Institüte für Kurdologie, 2004).

[30] K. Bedirxan, Tanin-i Harb (Dar’ül-Hilafe: Yeni Osmanlı Matbaası ve Kütübhanesi, 1331/1915); E.Rehmî, Gaziya Welat (Istanbul: Necm-i Istikbal Matbaası, 1919).

[31] K. Nezan, Hevpeyvîna Vîdeoyî bi Cegerxwîn re (Paris, 1983). Spas bo Abdullah Keskin ku bala min kişand ser vê. Spas bo kanala televizyonê KURD1ê jî ku li Parîsê kopiyek vê hevpeyvînê dan min.

[32] H. Bozarslan, ‘Kürd Milliyetçiliği ve Kürd Hareketi (1898–2000)’, di nav T. Bora (ed.), Modern Türkiye’de Siyasi Düşünce: Milliyetçilik, r.852. (İstanbul: Iletisim, 2002) Divê bê diyarkirin ku pirtûka Osman Sebrî a helbestan Bahoz jî li Tirkiyê ji aliyê dewletê hatibû qedexekirin: BCA Fon Kodu: 030. 18. 01. 02, Yer No: 139. 42. 2, 6/5/1955.

[33] M. Zana, Çarşiya Silîva (Stenbol: Avesta, 2002), rr.139–40.

[34] Cegerxwîn, Dîwan 1: Agir û Pirûsk (Stenbol: Avesta, 2003), rr.278–80.

[35] B.n.b., r. 278.

[36] K. Nezan, Hevpeyvîna Vîdeoyî bi Cegerxwîn re (Paris, 1983).

[37] B.n.b.

[38] B.n.b.; Cegerxwîn, Dîwan 1: Agir û Pirûsk, r.279; Cegerxwîn, Dîwan 3: Kî me Ez (Stenbol: Avesta, 2007), rr. 315–17. Bo bîranînên Cegerxwîn bnr., Cegerxwîn, Hayat Hikayem (İstanbul: Evrensel, 2003).

[39] http://www.iranicaonline.org/articles/jagarkwin (gihandin 30 Nîsan 2013).

[40] B.n.b.

[41] B.n.b.

[42] B.n.b.

[43] Cegerxwîn, Awa û Destûra Zimanê Kurdî (Bexda, 1961).

[44] http://www.iranicaonline.org/articles/jagarkwin (gihandin 30 Nîsan 2013).

[45] Ş. Cegerxwîn, Folklora Kurdî: Kurmancî (Stockholm: Roja Nû, 1988).

[46] http://www.iranicaonline.org/articles/jagarkwin (gihandin 30 Nîsan 2013).

[47] T. Bois, ‘Un Poete Kurde Contemporain: Cegerxwîn’, Roja Nû, No.53 (1945), r. 4. Referansên ji Roja Nû ji vê çapê ne: Roja Nû (Uppsala: Jîna Nû, 1985).

[48] Qedrîcan, ‘Cegerxwîn û Dîwana Wî’, di nav Cegerxwîn, Dîwana Cegerxwîn (Şam: Çapxana Tereqiyê, 1945), r.viii.

[49] Referansên ji Hawar û Ronahiyê ji van çapên jêr in: F. Cewerî (ed.), Hawar (Stockholm: Nûdem, 1998) û Jîna Nû (ed.), Ronahî (Uppsala: Jîna Nû, 1985).

[50] Cegerxwîn, Dîwana Cegerxwîn. Cegerxwîn serpêhatiya rêwitiya xwe ya bo Şamê û mala Celadet Bedrixan a ji bo çapkirina Dîwana xwe ya yekem, di helbesteke bi navê “Çûna Şamê” de vedibêje: Cegerxwîn, Dîwan 3: Kî me Ez, rr.116–18.

[51]  [Ronahî], ‘Mizgîn: Dîwana Cegerxwîn Kete Çapê’, Ronahî, Hej.28 (1945), r.2.

[52] A. Namî, ‘Pîroznama Dîwana Cegerxwîn’, Roja Nû, Hej. 69 (1946), r.1.

[53] H. Emîn, ‘Cegerxwîn’, Ronahî, Hej.24 (1944), r.2.

[54] C. Celîl, Hevpeyvîna Nivîskar bi Celîlê Celîl re, Eichgraben, Wiena, Adara 2010 û Pûşbera 2010.

[55] K. Nezan, Hevpeyvîna Vîdeoyî bi Cegerxwîn re (Paris, 1983).

[56] B.n.b.

[57] Cegerxwîn, Dîwan 2: Sewra Azadî, rr.151–3.

[58] Cegerxwîn, Agir û Pirûsk, r. 59.

[59] Mela Ahmedê Cizîrî, Dîwan (Stenbol: Nûbihar, 2009), r.292.

[60] B.n.b.

[61] Cegerxwîn, Dîwan 1: Agir û Pirûsk, r.255.

[62] O. Celîl, Cegerxwin’in Yaşamı ve Şiir Anlayışı (İstanbul: Evrensel, 2004).

[63] B.n.b., rr.12, 14; M. Mokri, ‘Kurdologie et Enseignement de la Langue Kurde en URSS’, L’Ethnographie: Revue de la Société d’Ethnographie de Paris (1963), r.90.

[64] M.E. Bozarslan, Hilafet ve Ümmetçilik Sorunu (İstanbul: Ant, 1969); M. Yüksel, Kürdis- tan’da Değișim Süreci (Ankara: Sor, 1993).

[65] BCA Fon Kodu: 030. 18. 01. 02, Yer No: 110. 5. 15, 10/1/1946; BCA Fon Kodu: 030. 18. 01. 02, Yer No: 139.42. 2, 6/5/1955. Belgeya duyem di pêveka vê gotarê de ye.

[66] Ş. Cegerxwîn, Lenin Şafağı (Istanbul: Kaynak, 1991).

[67] K. Nezan, Hevpeyvîna Vîdeoyî bi Cegerxwîn re (Paris, 1983). Di vê hevpeyvînê de sehneye ke balkêş heye: Cegerxwîn li Parisê beşdarî konsereke Şivan Perwer dibe. Di vê konserê de Şivan helbesta Cegerxwîn a neteweperwer “Kî Ne Em” wek stran dibêje. Dawiya performansê de Cegerxwîn li çepikan dixe.

[68] Ö. F. Yekdeş ‘Nazım Hikmet ve Cegerxwin’de Aşk Şiirinin İdeolojisi’ (Enqere: Teza Masterê a Neçapkirî, li Zanîngeha Bilkentê,, 2008). Spasiya Ömer Faruk Yekdeş dikim ku kopiyek teza xwe da min.

[69] S. Gundî, ‘Ûsûla Medresên Şerqê’, Nûbihar, Hej.63–4 (1998), r.47.

[70] M.H. Çiçek, Şark Medreselerinin Serencamı (Istanbul: Beyan, 2009), r.49.

[71] C. Celîl, Hevpeyvîna Nivîskar bi Celîlê Celîl re, Eichgraben, Wiena, Adara 2010 û Pûşbera 2010.

[72] M.T. Nassar, ‘Affirmation and Resistance: Press, Poetry and the Formation of National Identity among Palestinian Citizens of Israel, 1948–1967’ (Chicago: Teza Doktorayê ya Neçapkirî li University of Chicago, 2006), rr. 88–90.

[73] B.n.b., r. 147.

[74] M. Derwîş, Splinters of Bone (New York: The Greenfield Review Press, 1974), r.16. Derwîş di 1963yan de helbesteke bi navê “Kurdistan” nivîsandiye. Nassar de derbas dibe, ‘Affirmation and Resistance’, r.273. [Herçend ev helbest di orîjînala miqaleyê de nebe jî, me xwest em vê helbestê bînin ber destê xwendevanên Zaremayê. Bo helbesta M. Derwîş “Kurdistan” bnr. Pêvek 1. Em spasdar in bo Jan Dost ku ev helbest bo kovara Zaremayê ji erebî wergerand bo kurdî. Divê ev jî bê destnîşankirin ku xuya ye piştre M. Derwîş li vê helbesta xwe xwedî derneketiye û ew nexistiye nav tu berhemên xwe yên berhevkirî. (wer. F.A.)]

[75] Cegerxwîn, Dîwan 2: Sewra Azadî, r.100.

[76] Cegerxwîn, Dîwan 1: Agir û Pirûsk, r.44.

[77] B.n.b., r. 44.

[78] B. Baron, The Women’s Awakening in Egypt: Culture, Society and the Press (New Haven, CT: Yale University Press, 1994); S. Çakır, Osmanlı Kadın Hareketi (İstanbul: Metis, 1996); G. Antonius, The Arab Awakening: the Story of the Arab National Movement (Bêrûd: Lebanon Bookshop, 1969); O. Bashkin, The Other Iraq: Pluralism and Culture in Hashemite Iraq (Stanford, CA: Stanford University Press, 2009).

[79] M. Enwer, ‘Xebat’, Ronahî, hej.15 (1943), r.20; M. Enwer, ‘Pirsa min ji Xwedê’, Ronahî, hej.16 (1943), r. 8; Hisênê Perîxanê, ‘Ziyaret’, Ronahî, hej.15 (1943), r.19; J.T. Gorgas, Le mouvement kurde de Turquie en exil: Continuités et discontinuités du nationalisme kurde sous le mandat français ̧ en Syrie et au Liban (1925–1946) (New York: Peter Lang, 2007), r.271.

[80] M. Strohmeier, Crucial Images in the Presentation of a Kurdish National Identity: Heroes and Patriots, Traitors and Foes (Leiden: Brill, 2003).

[81] Hemû helbestên li jêr ji Dîwana wî ya yekem: Agir û Pirûsk: ‘Dezgirtiya Xortan’, rr.16–17; ‘Ma Yek Ji We Nabe Beran’, rr.20–21; ‘Divê Em Bibin Yek’, r.29; ‘Le Xewî Xeflet Helse (Bi zarê soranî), r.35; ‘Pendname’, rr.39–42; ‘Riya Rast û Dirist’, r.44; ‘Hêj Dey Nakin’, r.45; ‘Ji Yewnana Bipirsin’, r.46; ‘Ev Awa Dom Nake’, r.50; ‘Ehmedê Xanî Kurd Nekir Hisyar’, r.60; ‘Heke Mezin Ranabin Em ê Hûr Rabin’, rr.66–8; ‘Ji Xameya Min Re’, rr.70–72; ‘Şehnama ̧ Şeh ̧ îdan’, rr.89–98; ‘Nezan Bê Ço ̧ Nabê Hişyar’, r.99; ‘Em Ne Kole ne’, r.119; ‘Kurdo Marş’, rr.123–4; ‘Navtêdan’, rr.131–2; ‘Serxwebûn’, r.134; ‘Keça Kurd’, r.136; ‘Şêrîn’, r.137; ‘Bersiva Ebedil-Xaliq Esîrî’ (bi zarê Soranî), rr.168–9; ‘Ji Hisênê Emînê re, r.171.

[82] Helbestên jêr ji Dîwan 2: Sewra Azadî ne: ‘Dîwana Min Derdê Milet e’, rr.11– 13; ‘Hey Qehreman Milletê Kurd’, rr.19–21; ‘Begim Xuya ye Hûn Natirsin’, rr.22–3; ‘Her Çend ̧ Tu Navdarî Hey Kurd’, rr.29–30; ‘Milletê Reben’, rr.31–2; ‘Begê Dijmin’, rr.33–4; ‘Ey Kurd ji Xew Rabe’, r.35; ‘Welatparêzî’, p.37; ‘Evîndarê Welat im’, r.43; ‘Segê Har’, r.44; ‘Çûna Qunsilxana Tirk Gunehkarî ye Begim’, rr.49–50; ‘Hevsar Bi Destê Dijmin e’, r.56; ‘Giryanim Bes’, r.57; ‘Tirsonek e Dijmin’, rr.58–9; ‘Millet ne Raza ye’, r.64; ‘Kurdistana Kurdan’, r.65; ‘Ey Kurd Çi ̧ Kes î Tu’, rr.68–9; ‘Naçin Şerê Qore’, rr.76–7; ‘Destê Ismet Şikandin’, rr.78–9; ‘Hûn Çi Zanin Şer Çi ye’, r.84; ‘Ilham ji Şairekî Ermen’, r.93; ‘Peymana Etlesî’, rr.94–6; ‘Heval Pol Robson’, rr.97–101; ‘Diyan-Biyan-Fû’, rr.103–4; ‘Peymana Tirk û Pakistan’, rr.105–7; ‘Şîna Heval Stalîn’, rr.109–10; ‘Serpêhatiya Ciwan û Dewlet’, rr.121–32; ‘Sîh û Sê Roj di Zindanê’, rr.133–6; ‘Agirê Sor’, r.142; ‘Ji Xwe Natirsî Berdidî Gundiya’, rr.163–4; ‘Ta Kengî Nexwes ̧ Bî’, r.165; ‘Mela Rabe’, r.166; ‘Van Rojan Intixab e’, r.167; ‘Reşo û Gundî’, r.183; ‘Xwesiya ̧ Welêt’, r.184; ‘Dewlemendê Bê Şeref’, rr.185–6; ‘Xwendin’, r.191; ‘Ax Tehtebes’, r.195; ‘Sermayedar’, rr.196–7; ‘Pembiwê Me ye Lê Em Tazî ne’, rr.198–9.

[83] Helbestên li jêr ji vir in, Dîwan 3: Kî me Ez: ‘Kî me Ez?’ rr.13–20; ‘Bê Te Hêç im Welat’, rr.21–2; ‘Banga Sibê’, rr.23–4; ‘Di Qeyd û Bendan Ranazin’, r.30; ‘Mela Rabe’, rr.51–2; ‘Partîzan im’, rr.62–3; ‘Wekhevî’, r.85; ‘Şîna Seîd Elçî’, rr.96–101; ‘Keça Kurd’, rr.105–6; ‘Lorî’, rr.110–11; ‘Kurd û Felestîn’, r.115; ‘Begim Here? Here’, r.125; ‘Çûna Mehrecanê’, r.127; ‘Destê Te Maç ̧ Nakim’, 129; ‘Em Şer Naxwazin’, rr.130–35; ‘Em ji Nû Berjor Diçin’, 138; ‘Ey Qata Perîşan’, rr.139–40; ‘Karker’, rr.148–9; ‘Layka Çûye Jor’, rr.157–9; ‘Mehrecan’, rr.160–61; ‘Marşa Haştî’, r.163; ‘Rençberê bi Rûmet’, rr.170–80; ‘Xêr û Şer’, rr.181–5.

[84] C. A. Bedirxan, ‘Xwe Binas. . .’, di F. Cewerî (ed.), Hawar, hej.18 (1998), r.552.

[85] Ş. Mardin, ‘Tanzimat ve Aydınlar’, di nav Ş. Mardin (ed.), Türkiye’de Din ve Siyaset: Makaleler 3 (İstanbul: İletişim 1991), r.287.

[86] Helbestên li jêr ji vir in, Dîwan 1: Agir û Pirûsk: ‘Xewa Birçiyan Nayê’, rr.22–3; ‘Li Dinya Bêserî’, r.24; ‘Destê Şêx Maçî Nakim’, r.25; ‘Xwediyê Miriyan Kor e’, r.33; ‘Pendname’, rr.39–42; ‘Riya Rast û Dirist’, r.44; ‘Em Cegerxwînên Her Çaxî ne’, r.49; ‘Ev Awa Dom Nake’, r.50; ‘Rêberê Me Seydayê Xanî’, rr.58–9; ‘Kurdistan im Ka!’ r.73; ‘Fala Qereçiyê’, rr.75–7; ‘Derwêş’, r.79; ‘Qulingê Perşikestî’, rr.80–81; ‘Pîra Torê’, r.82; ‘Dînê Me Tête Zanîn’, r.83; ‘Nezan Bê Ço Nabê Hişyar’, r.99; ‘Em Guhderz in’, rr.113–14; ‘Rêçika Xortan’, r.115; ‘Tutin’, r.116; ‘Ola Me Xortan’, r.118; ‘Hey Felek’, rr.120–21; ‘Roja Xwendevana’, r.122; ‘Herne Wa’, r.133; ‘Keça Kurd’, r.136; ‘Şêrîn’, r.137; ‘Dibistan’, r.140; ‘Bersiva Ebedil-Xaliq Esîrî (bi zarê soranî)’, rr.168–9; ‘Herfên Nû, rr.185–7; ‘Ehremen û Hurmiz’, rr.190–93.

[87] Cegerxwîn, Dîwan 1: Agir û Pirûsk, r.44.

[88] Ji b.n.b.: ‘Fala Qereçiyê’, rr.75–7; ‘Derwêş’, r.79; ‘Em Guhderz in’, rr.113–14; ‘Dibistan’, r.140. Bnr. ‘Naçin Şerê Qore’, di nav Cegerxwîn, Sewra Azadî, rr.76–7; ‘Keça ̧ Kurd’, di nav Cegerxwîn, Kî Me Ez, rr.105–6.

[89] Ji Kî me Ez: ‘Banga Sibê’, rr.23–4; ‘Bextreşiya ̧ Kurd’, rr.25–7; ‘Mela Rabê, rr.51–2; ‘Karker’, rr.148–9.

[90] Cegerxwîn, Dîwan 1: Agir û Pirûsk, rr.16–17.

[91] M.B. Hesenî, ‘Rê ji Ber Winda’, Ronahî, hej.17 (1943), r.32.

[92] Yekdeş, ‘Nazım Hikmet ve Cegerxwin’de Aşk Şiirinin İdeolojisi’, p.v.

[93] B.n.b., r.119.

[94] Helbestên li jêr ji Dîwan 1: Agir û Pirûsk in: ‘Gewrê’, r.202; ‘Çavbelekê’, r.203; ‘Daye Derê Evînê ye’, rr.209–10; ‘Were Yarê’, rr.218–19; ‘Dûr î Dijwar e’, rr.230–31; ‘Xesriwa Rinda’, r.232; ‘Li Seyranê’, r.244; ‘Ey Dîlber’, r.249; ‘Li Serayê’, rr.256–7; ‘Dîlbera Nazik’, r.268; ‘Surşirînê’, r.270; ‘Lavlav Çi ne’, r.272; ‘Te Zû Tê Deranî’, rr.273–5.

[95] Helbestên jêr ji Dîwan: Sewra Azadî ne: ‘Ev Perde Çi ye?’ r.208; ‘Kengî li Min Ro Hilê’, rr.209–10; ‘Geşt û Seyran’, r.216; ‘Kuştim Şêrînê, r.220; ‘Cejn û Cema’, r.223.

[96] Ji Kî Me Ez: ‘Bihara Dil’, rr.200–201; ‘Dinya Pêlê Evîn im’, rr.217–18; ‘Dawiya Peyalê’, rr.221– 26; ‘Herdu Çav, r.251; ‘Ji Sazê Dengê Ilhamê’, r.252; ‘Lev Şirîn’, rr.256–7; ‘Soza Yar’, r.286; ‘Xunce Leb’, r.312.

[97] Ji Sewra Azadî: ‘Ey Welat’, (‘perda şiyarî’) rr.27–8; ‘Evîna Welêt’, r.36; ‘Şêx û Axa û Beg Tucar Nabin Yek’, rr.47–8; ‘Ta Kengî Em ê Karker û Cotkarê Bega Bin’, rr.51–2; ‘Destê Ismet Şikandin’, rr.78–9; ‘Hûn Çi Zanin Şer Çi Ye’, r.84; ‘Seyda û Pîr Sitalîn’, rr.87–8; ‘Ilham ji Şairekî Ermen’ (‘perda bindestî’), r.93; ‘Sumbilê Ceh û Genim’ (‘perda bindestî, perda nezanî’), rr.177–8.

Ji Kî me Ez: ‘Peymana Bexda’, rr.59–61; ‘Zencîr ji Gerdenim Şikest’, rr.86–95; ‘Layka Çûye Jor’, rr.157–9.

[98] M. Yüksel, Kürdistan’da Değişim Süreci, (Ankara: Sor, 1993).

[99] Cegerxwîn, Dîwan 3: Kî me Ez, r.129.

Share.

Leave A Reply