Nirxandineke Rexneyî li ser Fikrên Abdullah Ocalan ên derbarê Neteweperwerîyê de

MISTEFA DEWLEMEND

Puxte: Serokê PKKê Abdullah Ocalan bi taybetî piştî pêvajoya zindanîkirina xwe ya li Girava Îmralîyê dest bi rexnekirina fikra netewe, neteweperwerî û netewe-dewletê kir û li şûna van fenomenan fikrên mîna Modernîteya Demokratîk, Civaka Demokratîk, Neteweya Demokratîk û Komara Demokratîk wekî alternatîf pêşnîyar kirin. Ocalan neteweperwerîyê -herwisa netewe-dewletê jî- wekî dijminê sereke yê demokrasî, azadî û aşitîyê û wekî sedem û çavkanîyên hemû desthilatî, tundî, şer û pevçûn, asîmilasyon, zayendparêzî, kuştin, komkujî û bêaramîya di nav civakê de bi nav dike. Lê bi rastî jî neteweperwerî wekî ku Ocalan behs dike, tiştekî gelekî xerab e û ji bo civakê qet alîyên wê yên baş tunene? Di vê xebatê de di çarçoveya piralîbûn, fonksîyonelbûn û pirjimarîya neteweperwerîyê de dê bi awayekî rexnekirina fikrên Ocalan bersiva vê pirsê û pirsên bi vê yekê re têkildar in, dê were dayîn. Di xebatê de nivîs û berhemên Ocalan wekî çavkanîyên sereke hatine wergirtin û ji bo ji sûbjektîfbûnê dûr bisekinim, bi piranî ji gelek çavkanîyên taybet ên li ser neteweperwerîyê sûd wergirtîye.

Peyvên Sereke: Netewe, neteweperwerî, Abdullah Ocalan, rexne

Fikrên Ocalan ên li ser neteweyê

Ji bo em karibin behsa fikrên Ocalan ên di derbarê neteweperwerîyê de bikin, divê em pêşîyê hebkî behsa nêrîn û gotinên wî yên li ser neteweyê bikin. Ji ber ku nirxandina fikr û nêrînên Ocalan ên di derbarê neteweyê de ji bo nirxandina naverok û mahîyeta fikrên wî yên li ser neteweperwerîyê dikare bibe bingeh. Li vir em dê li ser bersiva pirsên wekî ‘Ocalan ji bo neteweyê çi difikire û çi dibêje?’ û herwisa ‘ji bo van fikr û gotinên Ocalan çi dikare were gotin?’ bisekinin.

Abdullah Ocalan di navbera kategorîzekirina civakan û neteweyan de cudahîyekê dike. Li gorî wî civak wekî civaka komunal a hov, civaka dewletî û civaka demokratîk dikarin werin tasnîfkirin, ku ev jî bi pirsgirêkên çînîbûn û rêveberîyê re têkildar e. Ligel vê yekê Ocalan li ser bingeha ziman, çand, hiqûq û geşedanên sîyasî behsa neteweyê dike û ji ber vê yekê behsa yek cureyê neteweyê nake. Yanê behsa gelek cureyên neteweyan dike. Ji ber ku li gorî Ocalan her netewe li ser heman bingehê nehatîye înşakirin. Ocalan di warê neteweyê de berîya her tiştî girîngîyê dide nasnameyê û li ser wê disekine. Li gorî wî xwedibûna nasnameyekê, ji civakên herî hov, heta ji heywanan bigirin ta neteweyên îro, tiştekî normal û pêwîst e. Ocalan vê yekê ji bo hemû civakan wekî “pirsgirêkeke xwebûnê” bi nav dike û dibêje, “Çawa her mirov xwedîyê nav û nasnameyekê ye, ji bo her civakê jî nav û nasname pêwistî û mecbûrîyetek e” (2009a:166).

Ocalan neteweyê, formeke wekî veguherîna civatên eşîrî û qewmî dinirxîne, ku ev form jî di encama hilberîna kapîtalîst de li derdora bazara navxweyî û wekî nasnameyeke jorîn derketîye holê. Yanê Ocalan neteweyê bi awayekî teqez ji hişmendî û kokên qebîleyî, qewmî û dînî qut nake lê dîsa jî netewebûnê û têkilîyên neteweyî wekî taybetmendîyeke civakên nû yên serdema modern dibîne û di vî warî de roleke sereke li kapîtalîzmê bar dike: “Kapîtalîzm him di warê pêşketina hişê neteweyê de him jî di warê pêşketina hebûna neteweyê de ji hemû şiklên civakî yên din zêdetir xwedî rol e. Netewe pêşketina xwe ya esasî cara pêşîn di dema kapîtalîzmê de pêk anîye.” Ocalan her çiqas di warê neteweyê de balê dikişîne ser yekîtîya zimên û çandê jî, di rastîyê de yekîtîya aborî û bazarê dixe navendê û dibêje, “Têkilîyên eşîrî û qewmî bi hêza bazara neteweyî vediguherin dibin têkilîyên neteweyî” (2001a:360; 2001b:22).

Ya rast gava em li pênasekirin û nirxandinên Ocalan ên li ser têgeha neteweyê binêrin, hewl daye behsa gelek alîyên neteweyê bike lê pirsgirêk ew e ku wî ev yek bi awayekî sîstematîk û rêkûpêk nekirîye. Berovajîyê vê yekê di nirxandinên xwe de dudilî maye. Ocalan di warê şîroveyên xwe yên li ser neteweyê de pir bi rihetî dikare di kategorîya modernîstan de were qebûlkirin. Her çi qas hewl dide neteweyê ji kokên wê yên berîya serdema modern -wekî eşîr, qebîle û etnîsîteyê- qut neke jî, wekî me got, di talîya talî de neteweyê wekî “înşayeke” modernîzmê dinirxîne û bi kapîtalîzmê û bazar aborîyê ve girê dide. Heta bi heman boçûna Benedict Anderson (1995:20) neteweyê wekî ‘hebûneke xeyalî’ dinirxîne:

Netewe şêweyeke civakî ye, ku piştî teşekulên wekî qebîle, eşîr, qewm, gel û milîyetê tê û xwe herî zêde bi şibandina ziman û çandê karakterîze dike. Civakên neteweyî li gorî civaka qebîle û qewman hîn berfireh in, ji ber vê yekê jî bi pêwendîyên sist bi hev ve girêdayîne. Civaka neteweyî herî zêde hebûneke serdema me ye. Bi pênaseyeke giştî ev dikare were gotin: Netewe ew civat e, ku xwedîyê hişmendîyeke hevpar e. Yanê hebûneke zihnî ye, ji ber vê yekê jî hebûneke razber û xeyalî ye (Cild 5, 2012:48).

Lê di berdewamîya van şîroveyan de Ocalan, bi awayekî enteresan û guman ‘çandê’ dixe bingeha vê neteweyê û heta dibêje, “Bi awayekî sosyolojîk pênaseya rast jî ev e.” Lê hîç behsa sedema vê yekê nake û nayine ser zimên, ku ew ji bo çi çandê dixe bingeha vê ‘hebûna xeyalî’ û çand di vê xeyalê de xwedîyê roleke çawa ye.

Ocalan helbet neteweyê înkar nake û tiştekî xwezayî dibîne: “Her çiqas komên marjînal ên nebûne netewe hebin jî, civakên roja me ya îro bi piranî civakên neteweyî ne. Hema hema kesê/a bê netewe tuneye. Girêdana bi ser neteweyekê ve divê wekî rewşa civakeke xwezayî were fikirîn” (2009a:169). Serokê PKKê têgeha neteweyê ya bi sînorên fîzîkî hatine dîyarkirin û wekî netewe-dewletê hatine şîrovekirin an jî daxwaza dewletê dike, wekî encama neteweperwerîya faşîst û totalîterîzmê dibîne:

Mafên netewebûnê yên etnîsîte an jî gelên bindest, tenê wekî netewe-dewletê şîrovekirin, çewtkirin û bobelata herîm mezin a lîberalîzmê û sosyalîzma reel bû. Encama neteweperwerîya faşîst û otorîteryanîzmê bû (2009b:321).

Li gorî fikra Ocalan netewebûna normal ew e, ku bêyî mehkûmbûna sînoran, li ser bingeha çandê û esasên rêveberîya demokratîk hatibe înşakirin. Ew vê yekê wekî rêya herî rast û li gorî xwezaya mirovahî û civakî dibîne û ji bo netewebûnê, netewe-dewletê wek rêya şaş qebûl dike. Bi gotineke din Ocalan netewebûna bêdewlet wekî netewebûna normal dinirxîne û ew ji bo vê yekê jî dibêje netewebûna demokratîk (2009b:321). Ocalan îdia dike ku bêçareserîya piralî ya netewe-dewletê derketîye holê û ji ber vê yekê neteweyîbûnên demokratîk zêde bûne. Ji bo vê jî rewşa Ewropayê ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyem mînak dide û tîne ziman, ku Ewropa di vê pêvajoyê de ji netewe-dewletparêzîyê derbasî neteweperwerîya demokratîk bûye (2009b:321).

Ocalan di warê têgeha “netewe”yê de li şûna peyva “nation”ê peyva “milet” a Erebî -bi qasî ji pirtûka Sinan Şahin Kandil tê fêmkirin Ocalan ji ber bandora Bernard Lewis ev peyv ji xwe re wekî referans girtîye- ji xwe re referans digire. Ji ber ku li gorî wî netewe û neteweperwerî tiştên xwedayî ne û vê yekê dibêje, “Tê zanîn ku di Îslamê de milet tê wateya dîn. Xwedawend û milet wekhev in. Neteweyîbûna (Ocalan bi Tirkî dibêje, ‘uluslaşma’ – m.d.) milet encama vê yekê naguherîne. Tenê lîstikeke zimên hatîye lîstin.” (2013:272). Lê em baş dizanin ku di wateya serdema modernîzmê de netewe, ji peyva “nation”ê, ku tê wateya “zayîna nû”, hatîye û xwedîyê taybetmendîyeke sekuler e. Peyva “milet”a Erebî jî ne di wateya dîn de, berîya serdema modernîzmê di dema dewletên wekî Osmanîyan de ji bo civakên dînî yên wekî Îslam, Cihû û Xaçparêzan dihat bikaranîn. Herwisa ji ber ku têgihîştin û mefkûreya neteweyê Rojavayî -Ewropayî- ye, nabe ku têgeha neteweya em îro bi kar tînin, ji peyva “milet”ê hatibe.1 Nêrîna Ocalan a ku neteweyê di çarçoveya sînorên ziman de wekî veguherîna umetê pênase dike jî, gelekî bêbingeh e. Ji ber ku netewe him bi tenê li ser hîmê zimên derneketîye holê him jî ne şiklekî veguherîna umetê ye ne jî netewe ji umetê derketîye. Belkî ev yek ji ber têkilîya zimên û wergera Kitêba Pîroz a Xaçparêzan, ku ew jî bi awayekî qismî, ji bo neteweyên wekî li Brîtanya û Îrlandayê derbasdar be. Ji ber ku li wir pêvajoya netewebûnê bi wergera Kitêba Pîroz ji bo zimanên zikmakî dest pê kir. Lê ev şîrove jî çiqas li gorî nirxandina Ocalan e û wî piştrast dike, cihê nîqaşê ye. Di encamê de em baş dizanin netewe, ne şiklekî veguherîna umetê ye û bi qasî tê dîtin, Ocalan, zêdetir ji bo fikra xwe ya teolojîkirina netewe-neteweperwerîyê rewa bike, serî li vê şîroveya li ser têkilîya ummet û neteweyê daye. Ji ber ku Ocalan gelekî dixwaze û hewl dide, mijaran teolojîze bike, ku ev yek ji bo xweîfadekirinê derfetê dide wî. Lê divê baş were zanîn ev nêrîneke reduksîyonîst û pragmatîst e.

Dikare were gotin, fikr û nêrînên Ocalan ên di derbarê neteweyê de, bi taybetî nirxandinên wî yên di derbarê pênasîna neteweyê de qels maye û ketîye nava paradokseke mezin. Ji alîyekî ve bazarê û yekîtîya aborî dixe navenda neteweyê, ji alîyê din ve jî dibêje, “gelek çavkanî hene, ku neteweyê dikin netewe” û ji van çavkanîyan tiştên wekî sîyaset, hiqûq, şoreş, huner û bi taybetî edebîyat, muzîk, bazara aborî rêz dike. Ji vê yekê jî wêdetir him dibêje “ev hemû tişt di netewebûnê de xwedî rol in” him jî di hevoka din de dibêje, “Têkilîya neteweyan rasterast bi pergalên aborî û sîyasî re tuneye” (2009a:168-69). Li beramberî vê yekê di pirtûka xwe ya bi navê ‘Dewlet’ê de jî ‘sînorên zimanan’ dixe navenda zayîna neteweyê û dibêje, “Wekî qonaxa destpêkê ya kapîtalîzmê di serdema merkantîlîzmê -kapîtalîzma bazirganîyê- de hat xwestin, ku ji bo pêwistîya bazara neteweyî, pêşîyê ji sînorên berê yên ziman neteweyê, paşê jî neteweperwerîyê biafirîne û çareser bike. Netewe, tê wateya têgihîştina umetê -civakeke girêdayî dînekîya bi sînorên zimên hatîye sînordarkirin.” Ocalan îcar bi awayekî rasterast berovajîyê gotina xwe ya “têkilîya neteweyan rasterast bi pergalên aborî û sîyasî re tuneye” dibêje, di afirandina neteweyê de hincetên polîtîk dîyarker in û di bingeha vê polîtikayê de jî pirsgirêka bazarê heye û vê gotinê tîne zimên: “Bazar û polîtîka malzaroka neteweyê ye” (2007:157-58).

Herwisa Ocalan ji alîyekî ve neteweyê wekî şêweyeke xwezayî yê civakî dinirxîne û neteweya ku daxwaza dewletê neke, wekî neteweya baş û erênî qebûl dike, ji alîyê din ve jî li gel neteweperwerîyê, neteweyê jî wekî sedema pirsgirêkên civakî yên vê serdemê bi nav dike. Di rastîyê de dikare were gotin, ku Ocalan li dijî sîyasîkirina neteweyê an jî hêmaneke neteweyê -wekî ziman, çand û hwd.- derdikeve û bawerîya wî ew e, ev yek wê rê li ber neteweperwerî, faşîzm û desthilatîyê veke. Ocalan ji ber ku neteweyê wekî encama pêvajoyên modern ên wekî kapîtalîzm, endustrîbûn, avabûna netewe-dewletê, bajarîbûnê an jî wekî berhemên van pêvajoyan dinirxîne, dikeve nav kategorîya modernîstan.

Neteweperwerî: Gelo nexweşîyeke şaristanî ye?

Abdullah Ocalan bi awayekî îronîk neteweperwerîyê wekî îdeolojîya herî delal û çalakvan a sîyasî ya sedsala 19an dibîne (2009a:210). Ocalan neteweperwerîyê wekî îdeolojîyeke tebeqeya birjûwazîyê qebûl dike û ew di wê bawerîyê de ye, ku birjûwazî neteweperwerîyê ji bo xapandina neteweyê bi kar tîne. Yanê birjûwazîya di nava neteweyê de zumreyeke kêmar e, bi rêya neteweperwerîyê xwe li ser serê tevahîya neteweyê dike desthilatdar (2004:77).

Ocalan neteweyperwerîyê, di cewhera xwe de wekî şêweyekî pêşketina hestê eşîrî û etnîkî dinirxîne û derdibire, ku wê hestê neteweperwerîyê wekî xizmeteke bawerîyê li şûna hestê hevpar ê etnîkî û dînî cih girtîye. Li gorî fikra Ocalan gava di warê navxweyî de li dijî etnîk, mezheb û dînên cuda, di warê derve de jî li dijî pergalên civakî yên din zext û mêtingerî dest pê kir, neteweperwerî şiklê têgihîştina nijadê serdest li xwe wergirt. Serokê PKKê îdia dike, ku civaka ji alîyê hişmendîya zanistî ve hatibû ronîkirin, bi şêwaza dîn, careke din ji alîyê neteweperwerîyê ve hat tarîkirin. Bi bawerîya Ocalan, di sedsala 19-20emîn de hişmendîya bi neteweperwerîyê dagirtî, wekî têgihîştina dîn, ji bo di navbera civakan de tundî û şer peyda bike rola amûra rewakirina herî maqûl lîst. Ocalan çawa sedsala 17 û 18emîn wekî serdema zayîna neteweyan bi nav dike, sedsala 19 û 20emîn jî wekî salên berzbûna neteweperwerîyê şîrove dike. Herwisa Ocalan li ser wê qenaetê ye, neteweperwerî di serdema Şerê Cîhanê yê Duyem de gihîştîye zîrweya desthilatîya dewletê. Lê li gel vê yekê ev serdem di heman demê de bûye destpêka kêşeya giştî û dawî ya kapîtalîzmê û hat fêmkirin ku neteweperwerî û mirovahî nikarin bi hevdu re bimeşin (2004:79).

Ocalan dîyar dike ku him peywira pêkanîna netewe-dewletê him jî peywira berdewamkirina wê, ji alîyê neteweperwerîyê ve tê meşandin. Neteweperwerî di vî warî îdeolojîya herî bi bandor e û di çarçoveya gotina ‘şiklê Xwedê yê li ser rûyê erdê’ de -Ocalan vê gotinê her tim dispêre Hegel lê em baş dizanin ev gotin bi qasî serdema Yewnan û berîya Îslamê û serdema Îslamê dîrokî ye- qudsîyetê dide netewe-dewletê (2009a:2014-15). Ocalan dîyar dike, ku netewe neteweperwerîyê, neteweperwerî neteweyê, ew herdu jî dewletê, dewlet jî yekdestdarîya aborîyê xwedî dike. Serokê PKKê di hemû nirxandinên xwe yên li ser neteweperwerîyê de, neteweperwerîyê wekî dînê modernîteyê û netewe-dewletê bi nav dike (2009a:186; 2013:177; Cîld 5, 2012:50). Ocalan binavkirina her neteweyê bi dewletekê, her dewletê jî bi neteweyekê wekî yek ji alîyên herî bi talûke yên neteweperwerîyê dîyar dike û dibêje, gava îdeolojîya dewletê neteweperwerî be, ew dewlet ji ber neteweya serdest dibe netewe-dewlet (2004:301-302).

Temaya ‘dîn/teolojî’ di nirxandinên Ocalan ên ji bo neteweperwerîye de cihekî navendî digire. Ocalan neteweperwerîyê wekî kirûyeke pozîtîvist, dînê modern, dînê fermî, dînê netewe-dewletê, heta tekane argumanê dînî yê serdema modernîzmê qebûl dike. Gava mirov bi awayekî metaforîk lê binêre, helbet rastîyeke vê yekê heye, lê bi qasî tê dîtin Ocalan ji metaforê wêdetir neteweperwerîyê wekî dînekî rastîn dibîne û îdia dike, ku neteweperwerî li şûna dîn û teolojîyê hatîye îkamekirin. Bêguman ev jî, ji ber ku neteweperwerîyê tenê bi alîyê dîn û teolojîk ve sînordar dike û neteweperwerîyê ji bo neteweyan ne wekî amûr, wekî armanc dide nîşan, ji bo fêmkirin û têgihîştina rastîya neteweperwerîyê talûkeyekê di xwe de dihewîne. Teorisyenên ku behsa alîyê dîn ê neteweperwerîyê kirine, hene lê wan neteweperwerî bi xwe wekî dîn nîşan nedaye. Ji vê yekê wêdetir, wan behsa têkilî û bandora dualî ya di navbera neteweperwerî û dîn de kirîye.2 Herwisa di nirxandinên Ocalan de, ku di wan nirxandinan de neteweperwerîyê wekî dînê dewletê nîşan dide, pirsgirêkeke din heye. Ew jî ev e, ku nirxandina Ocalan alîyê civaka sivîl yê neteweperwerîyê paşçav dike û rola neteweperwerîyê ya sosyalîzekirinê, bi taybetî jî sosyalîzekirina tebeqeyên jêrîn nikare rave bike.

Ji van nirxandin, şîrove û rexneyên Ocalan em dîbinin, ew gava behsa neteweperwerîyê dike, wekî ku tenê şêweyek neteweperwerîyê hebe, bi awayekî pirjimar neteweperwerî tunebin, behs dike. Li gel vê yekê ew wê neteweperwerîya behs dike jî -û helbet netewe-dewletê- wekî sedema hemû tiştên xerab(!) -desthilatî, şer, faşîzm, komkujî, asîmilisyan, zayendparêzî û hwd.- yên serdema modernîzmê nîşan dide. Wek mînak Ocalan dibêje, çi di warê navxweyî de çi jî di warê navneteweyî de, şerên di van du sed salên -yanê şerên serdema modern- dawîyê de qewimîne û fonksîyona ku neteweperwerîyê wekî dînê fermî bi cih anîye, bi têkilîya di navbera faşîzm û sermayeya endustrîyalîzmê de dikare were îzehkirin. Di vir de bibe nebe, divê teqez pirsa “Gelo rastîya neteweperwerîyê wisa ye?” were pirsîn û bersiva wê were dayîn.

Di çarçoveya bersivdayina vê pirsê de, berîya her tiştî divê were gotin ku Abdullah Ocalan bi awayekî reduksîyonîst, pragmatîst û cewherî nirxandin û rexneyên xwe li ser neteweperwerîyê dike. Ocalan li beramberî ku balê dikişîne ser pirbûna neteweyan jî, wekî tenê cureyekî neteweperwerîyê hebe, rexneyê li neteweperwerîyê digire. Yanê behsa tîpolojîyên neteweperwerîyê nake, behsa tîpolojîya/tîpolojîyeke neteweperwerîyê dike, ku ev tîpolojî jî wekî bi awayekî xwezayî û ontolojîk neteweperwerîyeke li dijî mafên mirovan, demokrasî, azadî û wekhevîyê be, tê nirxandin. Lê em baş dizanin, nabe neteweperwerî bi awayekî reduksîyonîst û yekcure were nirxandin. Ji ber ku gelek teorisyenên neteweperwerîyê him ji alîyê metodolojîk ve, him jî ji alîyê naverok, armanc, fonksîyonel, jeopolîtîk û/an serdemê ve -neteweperwerîya dawîya sedsala 18emîn û despêka 19emîn û neteweperwerîya nava sedsala 20emîn nabin yek- behsa gelek tîpolojîyên neteweperwerîyê kirine. Mesela Anthony Smith (1994:129-34) di navbera du tîpolojîyên wekî neteweperwerîya sivîl-terîtoryal û neteweperwerîya etnîk-jenealojîk de cudahîyê dike. Smith di çarçoveya neteweperwerîya sivîl-terîtoryal de du cureyên wekî ‘neteweperwerîya dijkolonyal’ û ‘neteweperwerîya entegrasyonîst’, di çarçoveya neteweperwerîya etnîk-jenealojîk de jî du cureyên wekî ‘neteweperwerîya cudaxwaz/neteweperwerîya dîasporayê’ û ‘neteweperwerîya îrredandîst/panîst’ dide ber me. Herwisa li gorî ragihandina Partha Chatterjee (1996:13-18), him John Plamenatz him jî Hans Kohn behsa du şêweyên neteweperwerîyê dike, ku yek ji wan wekî ‘neteweperwerîya Rojavayî’, yek jî wekî ‘neteweperwerîya Rojhilatî’ tê binavkirin. Heta Chatterjee ji bo Kohn dîyar dike, ku wî paşê di çarçoveya ‘normal’ û ‘ ‘taybet’ de tîpolojîyên wekî neteweperwerîya ‘baş’ û ‘xerab’ pêşkeş kirine.

Ocalan gava bi awayekî reduksîyonîst, pragmatîst û cewherî neteweperwerîyê wekî dînê netewe-dewletê bi nav dike, em dibînintenê li alîyê rêveberîya sîyasî yê têkildarî neteweperwerîyê dinêre. Hêza neteweperwerîyê ya ji bo alîyê hestîyarî, hiş û bîra kolektîf û wekî Calhoun (2012:3) dibêje, alîyê wê yê “pêkanîna nasnameya çandî û takekesî’ nagire nav nirxandinên xwe. Herwisa bi taybetî ji bo du sed salên dawîyê tenê neteweperwerîyê ji desthilatî3, şer, pevçûn, qetlîam, kuştin, homojenkirin, asîmilasyon, zayendparêzî; welhasil ji hemû tiştên ‘xerab’ berpirsyar digire û dibêje, “Netewe-dewlet û neteweperwerî her çiqas xwe wekî hêz û navenda çareserîya pirsgirêkên civakî pêşkeş bikin jî, di rastîyê ew çavkanîyên pirsgirêkên civakî ne” (2013:178). Ev yek rûyê netewepwerîyê yê astengkirina desthilatî û serwerîya nasnameyekê li ser nasnameyeke din û di heman demê de bi dîskursa Ocalan û PKKê, em dikarin bibêjin rûyê neteweperwerî yê ‘parastina rewa/xweparastinê’ îhmal dike. Ocalan ji ber ku behsa yekcureyê neteweperwerîyê dike û hemû cureyên din di nava vê de dihelîne û dike qurbana vê cureya neteweperwerîyê, yanê bi gotineke din nirxandineke reduksîyonîst dike, alîyê neteweperwerîyê yê ku derfetê ji bo azadî, (ser)xwebûn – Ocalan di warê nasnameyê de gelekî girîngîyê dide ‘xwebûn’ê-, wekhevî û pêşketinê dide, ji holê radike û dide alîyekî.

Neteweperwerî di heman demê de, wekî ku Ocalan jî di warê bajarîbûn û ekolojîyê4 de daxwaz dike, derfetê dide pêkhatina peywendîya di navbera bajêr û gund de û ji alîyê sîyasî û civakî ve wekhevîyekê di navbera herduyan de diafirîne. Wekî Eriksen jî dibêje neteweperwerîyê di navbera bajar(î) û gund(îyan) de rê li ber hevkarî û piştevanîyekê vekir, giranîyê dide piştevanîya zengîn û xizanan, ku ev jî di karakterê neteweperwerîyê de heye. Neteweperwerîyê di heman demê de da qebûlkirin, ku arîstokrasî û gundî xwedîyê heman çandê ne, ku ev fikra berîya neteweperwerîyê ji bo arîstokratên sedema nefretê bû û ji bo gundîyan jî tiştekî dûrê aqilan bû (Eriksen, 2009: 156-57). Di warê desthilatîyê de jî potansîyela neteweperwerîyê heye ku bibe çavkanî û sedema pêkhatin û berdewamkirina desthilatîya serdestan. Lê bi qasî vê yekê neteweperwerî li dijî desthilatîya serdest, dagirker û mêtingeran jî dikare bibe çavkanî û hêza têkoşîn û berxwedanê ya (neteweyên) bindestan û di rêya azadî, serbixwe, rizgarî û desthilatîya wan de bibe amûreke sereke ya mobîlîzekirinê. Bi taybetî li welatên derveyî Rojavayê Ewropayê tevgerên neteweyî yên bi fikra neteweperwerîyê xwe nîşan dan, him li dijî rejîma berê (ancient) him jî li dijî serdestîya neteweya desthilatdar derketin (Hroch, 2011:29). Dîsa di çarçoveya vê mijarê de Antoine Roger (2008:34) di nirxandina xwe ya ji bo Ernest Gellnerî de balê dikişîne ser, neteweperwerî antagonîzmayeke çandî di xwe de dihewîne. Yanê neteweyeke di bin tehakumê de an wê bi neteweperwerî û şerê serxwebûnê azad bibe, an jî wê bi hewldaneke ‘paqijkirina etnîkî’ ji holê were rakirin. Herwisa Michel Hechter jî di çarçoveya angaşta xwe ya bi navê ‘mêtingerîya navxweyî’ de li dijî geşedana neteweyî (vê yekê bi endustrîbûnê ve girêdide) derdikeve, ku li gorî wî ew geşedan xwedîyê qerekterekî mêtinger e. Projeya geşedana neteweyî ya girêdayî endustrîbûnê li ser esasê navend-perîferîyê hewl dide, ku perîferîyê bi navendê girê bide, wekhev bike û bihelîne. Lê ev yek bandoreke berovajî li ser wan netewe û civakên perîferîyê dike û hevkarî, piştevanî, hest û asabîyeta neteweyî di nav wan de xurt dike (Özkırımlı, 1999:113-16).

Di nava ‘neteweyên mezin’ de avabûna îdeolojîya neteweyî bêyî reaksîyon çêbû û yekalî bû, lê di nava neteweyên hatin dagirkirin û kolonîkirin de ev îdeolojîya bi awayekî bertekdayînê û bi dualî pêk hat (Hroch, 2011:35). Bi gotineke din neteweyên serdest û dagirker bi îdeolojîya neteweperwerî ya êrîşkar tevgerîyan û xwestin bibin global lê neteweyên bindest û dagirkirî li ser fikra xweparastinê îdeolojîya netewe perwerîyê hilbijart û xwestin herêmtî û xwezayîya xwe biparêzin. Dikare were gotin, li dijî neteweperwerîya kolonyal, homojenkar û asîmilisyonê, neteweperwerîya dijkolonyal, heterojenîst û dijasîmilasyonîst heye. Wekî Smith (2002:172) dibêje, “Em nikarin bibêjin hemû cureyên neteweperwerîyê ji bo pêkanîna homojentîya çandî bi heman awayî hewl dide. Neteweperwerîyên, ku wekî Finlandîya, Malezya û Çekoslavakyayê li hemberî mafên kêmaran xweşbînîyê nîşan didin jî hene.”

Belkî jî wek Gellner dibêje netewe, tenê bi serdema neteweperwerîyê ve girêdayî dikaribe were pênasandin (1992:104). Dixwaze bila netewe neteweperwerîyê peyda bike, dixwaze jî wek Gellner (1992:105) û Hobsbawm (2010:24) diparêzin, neteweperwerî neteweyê biafirîne, di encamê de di navbera herduyan de têkilîyeke ontolojîk tê xuya. Gava netewe behsa mafên xwe yên hebûnê bike, di warê sîyasî, civakî, aborî, çandî û terîtoryal de daxwaza rêveberî, xweserî û iradeyekê bike, bibe nebe dikeve nava sînorên neteweperwerîyê. Di ser daxwaz û encamên neteweperwerîya kolonyal û dagirker re rexnekirina hemû alî û cureyên neteweperwerîyê, li hemberî neteweperwerîya ku him ji bo daxwazên xwezayî û mafdar ên neteweyê wezîfeya amûrtîyê bi cih tîne, him jî ji bo rewatîya derbirîna van mafan derfetê peyda dike, dibe neheqî.

Herwisa mirov zû bi zû nikare neteweperwerîyê wekî sedema hemcuretîkirin û homojenkirinê jî binirxîne. Wekî ku Gellner balê dikişîne ser, hemcuretîkirina çandê wekî encama neteweperwerîyê dernakeve holê; neteweperwerî encama hemcuretîbûnê ye, ku ev jî wek neçarîyeke objektîf pêk tê (Gellner, 1992: 80) Dîsa nûnerê sereke yê neteweperwerîya romantîk û çandî Johann Gottfried von Herder (1744-1803), netewe wekî beşên dîrokî yên herî xwezayî didît û bi awayekî tund li dijî emperyalîzm û binpêkirinê derket û qebûl nekir ku neteweyek ji alîyê neteweyeke din ve were asîmîlekirin (Hayes, 2010:84-85). Li derveyî vê yekê neteweperwerî di sedsala 18emîn de li Ewropayê ji bo parastin û xurtkirina yekîtî û homojenbûna çand, ziman û etnîkî ya xelkekî derketîye holê. Di vir de pêşîyê ev yek dibe wek tiştekî xerab û neyênî were dîtin, lê di rastîyê de wekî hat gotin, ji bo parastin û xurtkirina çand, ziman û nirxên din ên neteweyekê ev yek carinan dibe pêwistîyek. Ji ber ku neteweperwerî qirêjbûn û tevlihevbûna nirxên çandî ji bo xwe wekî dijmin qebûl dike. Ev yekîtîya çandî û manewî ya ji alîyê neteweperwerîyê ve tê parastin, ji bo pêkhatin, xurtbûn û berdewamkirina têkoşîn a azadîyê xizmetê dike (Viroli, 1997:11-12). Di warê şer û pevçûnan de jî helbet neteweperwerî bûye xwedî rol û fonksîyon. Mirov nikare neteweperwerîyê jî bi tevahî bêsûc û guneh bihesibîne. Lê di vir de him divê were zanîn, ev rol û fonksîyoneke çawa ye, ji bo çi û kê ye, him jî wekî Hobsbawm (2010:196) dibêje, pevçûn û şerê di navbera komên etnîkî de tenê ne mexsûsê serdema neteweperwerîyê ne, ji bernameya polîtîk a neteweperwerîyê hîn kevntir e.

Ev neteweperîya ku di navenda rexneyên Abdullah Ocalan de cihê xwe digire, bi balkişandina Zawadski, tenê neteweperîya bertekdayîn û nefretê ye (Zadawski, 2010: 224), ku ev neteweperî jî li dijî prensîba xweserîya sîyasî ya wekhevîxwaz û gerdûnî ye. Neteweperwerîya sîyasî an jî rojavayî zêdetir bi komeke elîtîst ve sînorkirî ye û gelê “ji rêzê” li derve dihêle. Berovajîyê vê yekê neteweperwerîya antî-kolonyal, etnîkî, çandî û rojhilatî xwedîyê qerekterekî populer e, bi gotineke din gelparêz e. Ev neteweperwerîya duyem di heman demê de ji bo nasîn û vejîna nijad, etnîk, dîn û mezhebên cuda xwedîyê fonksîyoneke girîng e. Li gel vê yekê wekî Abbas Valî (2005:126) ji bo kurdan dibêje, ev neteweperwerî ji bo dijayetîya sîyaseta navendîparêzîyê û çanda modern, parastin û berdewamkirina çanda herêmî û kevneşopîyê jî roleke sereke bi cih tîne.

Rast e, neteweperwerîya emperyalîst, ku ji salên 1870yî heta Şerê Yekemîn ê Cîhanê bi awayekî girseyî li Ewropa û Amerîkayê belav bû, bi tundî, bêtehemul û bêmusamehe li hemberî eqaliteyên dînî, nijadî û etnîkî tevgerîya û rê li ber asîmîlasyon, qetilkirin, înkar û îmhayê vekir. Lê li beramberî vê yekê neteweyên ku rastî vê yekê hatin jî bi hest û fikreke neteweperwerî li dijî derketin. Li Îspanyayê Bask û Katalanan, li Fransayê Breton, Flaman, Korsîka û Baskan, li Brîtanyayê Îskoç û Îrlandîyan, li Avusturyayê Çek û Slovanîyan, herwisa Polonîyên li her sê welatên wekî Rûsya, Almanya û Avusturyayê perçe bûbûn, Flamanên li Belçîkayê, Xirvat, Sirp, Slovak û Romenên li Macaristanê û Norwecîyên li Swêdê, bi fikra neteweperwerîyê li dijî zext, zordarî, desthilatdarî û astengîyan derketin û daxwaza azadî û serxwebûnê kirin (Hayes, 2010:133-36). Ji alîyê din ve di dema dagirkerî û mêtingerîya dewletên wekî Brîtanya, Fransa û Îtalyayê de li parzemîna Efrîqayê û Hindistanê Cezayirî, Fasî, Tûnisî û Hîndî, di dema me ya îro de jî li çar welatên wekî Tirkîye, Iraq, Îran û Sûrîyeyê Kurd û li Îranê li gel Kurdan Belûcî û Erebên Ehwazî bi heman fikra neteweperwerîyê dawa azadî, wekhevî û serxwebûnê dikin. Ji ber vê yekê nirxandinên Ocalan ên li ser netewperwerîyê bi gelemperî ji bo neteweperwerîya neteweyên serdest, serwer û kolonyal derbasdar in lê ji bo neteweperwerîya neteweyên ji bo netewebûn, azadbûn, rizgarbûn û wekhevbûnê têdikoşin, him neheqîyek e him jî di rêya vê têkoşînê de dibe asteng.

Li gor Ocalan îdia dike, neteweperwerî her tim ne li dijî demokrasîyê ye û ji bo demokrasîyê nabe asteng. Berovajîyê vê yekê, di navend û cewhera fikra modern a neteweyê de serwerîkirina gel û wekhevkirina tebeqeyên cuda yên gel heye, ku ev jî prensîbên bingehîn ên demokrasîyê ye. Yanê demokrasî ji wateya neteweperwerîyê sadir bûye û herdu bi hevdu ve girêdayîne û bêyî vê têkilîya wan nabe herdu were fêmkirin (Greenfeld, 2017:28-29). Bi gotina Hardt û Negri (2003:117), neteweyîbûn di destpêkê de derfetê dide, nifûs ji tebaayê (subjectus) veguhere hemwelatîyê (cives) û bi vê şêweyê ji pasîfbûnê rizgar bibe û veguhere civaka mirovên çalak, xwedî îrade û gotin. Netewe li ser daxwaz û rihekî demokratîk peyda bû. Ji ber ku çîneke nû, ku ev ‘tebeqeya sêyem’ e (birjûwazî – m.d.), li dijî çîna rêveber a feodalîzmê rawestîyaye û di encamê de xwe kirîye nûnerê hemû neteweyê. Vê tebeqeya netewe perwer hemû endamên civakê li ser têgihîştina wekhevî û hemwelatîyê girt nava xwe û di encama vê de jî hişmendîya neteweyî û welatparêzî bûn perçeyên hişmendîya civakî (Hroch, 2011:29).5 Herwisa li gorî nirxandinên hin nivîskaran jî, ku bi taybetî li gorî nivîskarên ekola neteweperwerîya lîberal, pêkan e ku neteweperwerî bi nirxên lîberal û demokratîk re werin lihevkirin. Heta ev nivîskar dibêjin netewe, ji lihevkirina neteweyê û nirxên lîberal-demokratîk wêdetir, ji bo van nirxan navgîna herî baş û guncaw e. Ji ber ku ew di wê bawerîyê de ne, demokrasî, tenê an jî herî zêde dikare di nava yekeyên sîyasî yên neteweyî de bijî. Netewe ji bo belavbûn û xurtbûna sazîyên lîberal-demokratîk ewleyî, piştgirî û fehmberîya dualî pêk tîne. Li gel vê yekê wekî hinek nivîskarên din behs dikin, neteweperwerî her çiqas di warê parastina mafên neteweya xwe de bi nirxên mafên mirovan re hevgirtî be jî, li hemberî neteweyên din dikare bi awayekî durû, vebijêrî û ‘yêndinkirin’ê tevbigere. Yanê dikare mafên ji bo neteweya xwe dixwaze ji bo neteweyên din nexwaze. Lê mirov dikare bibeje, ev potansîyeyla durûtî û hevnegirtinê, demokrasî jî di nav de, di nava hemû îdealên sîyasî de tune ye? Mesela zilamên çermspî yên li ser navê ‘demokrasîyê’ daxwaza mafên sîyasî dikirin, nedixwestin ji bo reşikan û jinan behsa heman mafan bikin. Lê dîsa jî ev durûtî û hevnegirtin, rewatîya îdeala demokrasîyê lawaz nake; berovajîyê vê yekê dikare ji bo xurtkirin û îdealîzekirina demokrasîyê bibe bingehek (Kylimcka, 2008:162-3).

Wek ku Vali dibêje, neteweya serdest xwe dixe navenda qada rayagiştî û netewe û komên etnîkî li derveyî wê qadê dihêle û wan tenê di nava qada taybet de digire (2005:97). Yanê roleke kirdebûnê (sûbjebûnê) nade wan netewe û komên etnîkî. Ji bo derketina ji nava sînorên vê qada taybet û bidestxistina derfeta kirdebûnê û hebûna li qada rayagiştî, neteweperwerî ji bo netewe û komên etnîkî yên kêmar roleke erênî û bi bandor hildigire ser xwe. Neteweperwerî, çavkanîya nasnameya takekesî dixe navenda civaka jê re ‘gel’ tê gotin, ku ev ‘gel’ jî wek bingeha barkêşê hakimîyetê, subjeya navendî ya dilsozîyê û piştgirîya kolektîfê tê dîtin (Greenfeld, 2017:19). Çimkî tişta ku vî gelî azad dike, netewebûn e û ev gel jî ji bo vê azadbûnê li hemberî neteweyê pêdivîyê bi dilsozîyê dibîne. Erê, netewe û neteweperwerî di warê azadbûna ji hîyerarşîyên sîyasî û civakî de hêzeke bi bandor û xurt e (Dieckhoff û Jaffrelot, 2010:13).

Ocalan ji bo alternatîfa neteweperwerîyê fikra ‘Neteweya Demokratîk’ pêşnîyar dike û dibêje: “Ev perspektîfa neteweyê li ser bingeha zimên, etnîsîte, dîn û dewletê ava nake. Hêmanên pirzimanî, piretnîsîteyî, pirdînî, pirmezhebî û pêkhatinên din ên sîyasî di nava xwe de digihîne hev û roleke mezin a çareserîyê bi cih tîne.” Li gorî Ocalan ev têgihîştina neteweyê ‘Ji bo aşitî û biratîya di jeoçanda Rojhilata Navîn de pêwistî pê heye, bingeheke bihêz peyda dike’ û dîyar dike, ku di çarçoveya vê têgihîştinê de ‘neteweyeke herêmî’, yanê ‘neteweya Rojhilata Navîn’ dikare were pêkanîn. Ocalan vê nêrînê jî bi Amerîka û Ewropayê re miqaseyese dike: “Çawa neteweyeke Amerîkayê (DYA) û neteweyeke Ewropayê (YE) heye, neteweya Rojhilata Navîn jî dikare hebe.” Abdullah Ocalan herwisa îdia dike, ku bingeha çandî ya vê yekê ji herdu blokan (Amerîka û Ewropa) hîn bikêrhatî û bihêz e (2013:279-80).

Yanê bi awayekî xulase û kurt Ocalan bi projeya Neteweya Demokratîk, behsa nasnameyek di ser neteweyê re ‘neteweya neteweyan’ (2009a:169) dike.6 Lê ev yek di rastîyê de du pirsgirêkên girîng di nava xwe de dihewîne. Ya yekem, taybetmendîyên nasname û çanda neteweyî û herêmî bêqîmet dike, ku ev taybetmendî bi xwe sedema cudabûna çand û nasnameyan in, yanê bingeha pirçandî, pirnasnameyî, pirneteweyî û pirrengînîyê ne. Ya din jî çawa li Ewropayê fikra ‘neteweperwerîya Ewropayê’ rû da û di çarçoveya ‘Ewropayîbûn’ê de fikra mêtingerî û ‘yêdinkirin’ê derket holê, îhtimal heye di çarçoveya pêşnîyara Ocalan de ‘neteweperwerîya Rojhilata Navîn’ peyda bibe. Herwisa wekî D’appollonia ji bo projeya Yekîtîya Ewropayê behs dike, ji bo qebûlkirin û avakirina projeyeke di ser neteweyan û netewe-dewletan re dîsa pêwistî bi taybetmendîyên hevpar û mîtan hene, ku divê ev jî bi awayekî sûnî werin çêkirin. Bi gotineke din, ji bo vê projeyê jî “Bi qasî mîtên ku neteweyan cuda cuda û yek bi yek li ser lingan disekînin, pêwistî bi mîtên din ên hêzdar hene.” (2010:214). Ji ber ku divê xalên hevpar hebin, ku di nava wan neteweyan de hemahengî, hevkarî û piştevanî pêkan be û dijminatî û nefret peyda nebe. Li gel vê yekê wek îro em di nava neteweyên Ewropayê de dibînin, ev projeya ‘neteweya neteweyan’ ji bo astengkirina neteweperwerîyê û rakirina sînorên dewletan zêde jî ne bikêrhatî ye. Herî dawîyê Brîtanya bi referandûmê (Brexit) biryar da ku ji nava Yekîtîya Ewropayê derkeve û herwisa piştî vê biryarê li welatên wekî Fransa (Frexit), Yunanistan (Grexit), Îtalya (Italeave), Komara Çek (Czechout), Awistirya (Oustria), Hollanda (Nrexit), Danîmarka (Dexsit), Fînlandîya (Finish), Slovakya (Slovakout) ve Portekizê (Departugal) jî mijara veqetandina ji Yekîtîya Ewropayê hat rojevê. Ji van jî wêdetir welatekî wekî Norwêçê her çiqasî ji bo endamtîya YE du referandûm li dar xistin jî, Norwêçîyan bi sedema ‘em ê mafên xwe yên serwerîyê wenda bikin’ dengê neyênî da û nebûn endam.7

Ji bo nirxandin û rexneyên Ocalan ên li ser neteweperwerîyê, wek xulase em dikarin bibêjin, ew bêyî ku cureyên neteweperwerî û rol, misyon û cudahîyên di navbera wan de bibîne; bêyî ku alîyê derfetdayîna wê ya ji bo azadî, wekhevî, têkoşîn û berxwedana li dijî dagirkerî, mêtingerî, serdestî, desthilatdarî û otorîterîzmê li ber çav bigire; herwisa bêyî ku alîyê wê yê nasnameyîkirin, pêşxistin, parastin û berdewamkirina nirxên çanda neteweyî û hestê aîdîyetê binirxîne, rasterast êrîşê neteweperwerî û netewe-dewletê dike û wan wekî berpirsyarên hemû ‘xerab’ ên mîna kuştin, komkujî, desthilatî, tundî, zayendîparêzî, faşîzm, asîmilisyon, şer û pevçûnan bi nav dike. Lê her çiqas hinek tîpolojîyên neteweperwerîyê xwedîyê potansîyel an jî sedema van tiştên ‘xerab’ bin jî, nabe hemû neteweperwerî di vê çarçoveyê de were qebûlkirin û nirxandin. Di vir de bêyî ku vê yekê jî nebêjim, naxwazim derbas bibim: Di çarçoveya nirxandinên li ser fikrên Abdullah Ocalan hatine kirin , em dikarin Ocalan di warê nirxandin û rexneyên wî yên li ser netewe û neteweperwerîyê -heta netewe-dewletê- de nêzikî Zygmunt Bauman binirxînin. Ji ber ku Bauman8 jî di çarçoveya rexnekirina modernîteyê de netweperwerîyê dinirxîne û rexne dike û li gorî wî neteweperwerî, otorîteya netewe-dewletê bi bandor û konsolîde dike; sedema nijadperestî û asîmilisyaonê ye; ‘em’, ‘ew’ û ‘yêndin’ diafirîne û zemîna dijminahîya li dijî ‘bîyanîyan’ peyda dike û bi awayekî teqez cih nade kêmarên etnîkî. Herwisa belkî di warê neteweperwerîya Cihûyan de jî xaleke hevpar a Ocalan û Bauman were dîtin. Ji ber ku çawa Bauman -her çiqas ew bi xwe jî Cihû be, sekn û rexneyên wî yên li dijî neteweperwerîyê bi serdana wî ya Îsraîlê re dest pê dike. Çimkî li gorî Îsraîlîyan ew ne Cihûyê Îsraîlê ye, ew Cihûyê Polonyayê ye- ji ber neteweperwerîya Cihûyan dest bi rexnekirina neteweperwerîyê kir.

Berîya ku em nivîsê bi dawî bikin, em behsa pirtûkeke yekî PKKyî nekin, wê gelekî kêm bimîne. Ji ber ku ev pirtûk rasterast neteweperwerîyê ji xwe re dike mijar û bi tevahî li ser fikr û gotinên Ocalan -bi awayekî erênî û pesindayinê- hatîye nivisîn. Ev endamê PKKê Sinan Şahin Kandil e, ku wî di çarçoveya fikrên Ocalan de -hemû tiştên ku Şahin li ser neteweperwerîyê dibêje di nirxandinên Ocalan bi xwe de cih digirin- pirtûkeke bi navê Bir Uygarlık Hastalığı: Milliyetçilik (Nexweşîyeke Şaristanîyê: Neteweperwerî) nivîsandîye û di wê pirtûkê de rexneyên gelekî giran û ewqas jî ‘neheq’ li neteweperwerîyê kirîye. Şahin, ji ber ku di warê nirxandin û rexneyên li ser neteweperwerîyê de ji çarçoveya Ocalan dernakeve û tenê wî ji xwe re esas digire, di nava sînorên nirxandineke reduksîyonîst û pragmatîst de dimîne û herwisa em dikarin bibêjin ev pirtûk fikr û nêrînên Ocalan yên li ser neteweperwerîyê dide nîşan. Pirtûk him ji alîyê naverokê ve him jî ji alîyê uslûbê ve prototîpa nirxandinên Ocalan e. Heta ji bo navê pirtûkê bi xwe jî gotina Ocalan a “neteweperwerî nexweşîyeke serdema me ye, nexweşîyeke şaristanîyê ye” hatîye bikaranîn.

Bi awayekî balkêş Şahin (r. 10) dibêje: “Ti eleqeya neteweperwerîyê bi hezkirina welêt û nirxên neteweyê re tuneye. Neteweperwerî wekî îdeolojîyekê, tenê van bi kar tîne. Eleqeya îfadekirin û parastina welêt, dîn, çand û cudahîyan jî bi neteweperwerîyê tuneye.” Di berdewamîya van gotinên xwe de jî dibêje, “Têkilîya neteweperwerîyê bi desthilatî û mêtingerîyê re heye… Di rastîyê de ti têgeh, hişmendî û îdeolojîyê bi qasî neteweperwerîyê xerabî li mirovahîyê nekirîye.” Helbet ji alîyêkî ve -ev jî ajîyekî lawaz e, ne xurt e- û heta derekê rastîya van nirxandinan heye. Lê wekî ku Şahin jî di pirtûkê de mînak dide, hebe hebe ev yek wê tenê bi faşîzma Hîtler, Mussolini re an jî bi neteweperestîya Kemalîzmê re eleqeder be. Jixwe Şahin jî di çarçoveya rexneyên xwe yên li dijî neteweperwerîyê de ji bilî van mînakan nikare mînakên din bide. Lê dîsa jî Şahin her çiqas navê gelek şiklên neteweperwerîyê rêz bike jî, di rastîyê de cewhera hemûyan wek hev dinirxîne û dibêje: “Şiklên neteweperwerîyê yên wekî lîberal, faşîst, mihafezekar an jî dijemperyalîst (dijkolonyalîst) ne ji ber cewhera neteweperwerîyê ye. Ev tenê şikl in. Şikl çi dibe bila be, cewhera hemûyan yek e.”

Cudakirina şikl û cewherê û herwisa wekhevgirtina hemû neteweperwerîyan tenê çewtkirin û (xwe)xapandin e. Baş tê zanîn ku hebûna şikl û cureyên cuda yên neteweperwerîyê ji ber cewher û armanca wan e. Her neteweperwerî ji ber cewher û armanca xwe şikil girtîye. Bi gotineke din, neteweperwerîya dijkolonyalîst, ji ber cewher, armanc û têkoşîna xwe ya li dijî kolonyalîzmê bûye neteweperwerîya dijkolonyalîst. Ev nirxandinên Şahin Kandil, wekî me di rexneyên xwe yên li dijî Ocalan de got, alîyê azadîkirin, serbixwekirin û wekhevîkirina neteweperwerîya neteweyên bindest û dagirkirî bêqîmet û baypas dike. Di heman demê de ev çewtkirin û şaşnîşandana Şahin û kesên li ser fikra wî, ti xizmet û tevkarîyê li teorî û fikra neteweperwerîyê nake.

Herwisa Şahin dîyar dike, divê kurd ji neteweperwerîyê dûr bisekinin ji vê yekê jî wêdetir, îdiayeke wisa dûrî delîl û aqilan tîne ziman: ‘Sedema ku kurd îro hêj jî li dijî T.Cyê têkoşîna azadîyê dide, ew e, ku ew ji neteweperwerîya çînên serwer ên desthilatxwaz û dewletxwaz dûr sekinîne” (r. 18).9 Lê em baş dizanin ku tevlî girseya PKKê, kurdên li dijî dewlet û neteweyên Tirk, Faris û Ereb disekinin û daxwaza mafên xwe yên neteweyî dikin, bi hest û fikra neteweperwerîyê disekinin û daxwaz dikin. Divê ev yek jî neyê paşguhkirin, ku gava PKKê li Bakurê Kurdistanê dest bi têkoşîna xwe kir, çawa PKKê bi dîskurs û îdeolojîya neteweperwerîyê kurd bi rêxistin kirin, herwisa kurdên Bakur jî bi bersiveke erênî û bi hest û fikra neteweperwerîyê li dora PKKê kom bûn û ew rêxistineke rewa dîtin.10 Di warê sîyaseta Bakurê Kurdistanê ya nêzikî PKKê de ev sekn û potansîyela neteweperwerîyê hêj jî di nava kurdan de xurt e û ew kurd tenê bi dîskurseke neteweperwerîyê dikarin werin mobîlîzekirin.

Encam

Her çiqasî nasnameya etnîkî û çandî, dîrokî û premodern be jî, wekî îdeolojî an doktrînekê, bîr û hizra neteweyê û neteweperwerîyê modern e. Lê divê were zanîn, vê bîr û hizrê xwe li ser bingeha wê nasnameya etnîkî û çandî ava û xurt kirîye. Yanê di navbera netewe-neteweperîyê û nasnameya etnîkî û çandî ya berîya serdema modern de qutbûnek tune ye, berovajîyê vê yekê berdewamî, temamkirin, rewakirin û xurtkirineke dualî heye. Netewe di serdema modern de li ser paşxaneyeke raborîyê derket holê û ji bo parastina xwe îdeolojîya neteweperwerîyê ji xwe re kir çek. Ev pêvajoya ku di destpêkê de (sedsala 17-18emîn) li Rojavayê Ewropayê, bi taybetî li Brîtanya û Fransayê dest pê kir û di ser Balkanan re ber bi neteweyên Rojhalata Navîn hat û di ser wir re jî ber bi Asyaya Navîn çû. Lê neteweperwerîya ku li Rojavayê Cîhanê rû da, heta hat gihîşt Rojhilatê Cîhanê ji alîyê armanc û naverokê ve rastî guhertineke mezin hat. Wek ku Jaffrelot (2010:54) dibêje, neteweperwerî her çiqasî ji derve hatibe jî, ji alîyê entelîjansîya civakên bindest ve tenê ne di warê sîyasî û civakî de, herwisa bi taybetî di warê aborî û sembolîk de jî ji nû ve tê înşakirin. Berîya her tiştî neteweperîya ku li Rojavayê Ewropayê derket, xwedîyê taybetmendîyeke emperyal û dagirker bû û ji bo van dewletan, bû amûrê dagirkerî û mêtingerîyê. Li beramberî vê yekê, neteweperwerîya ku di nava neteweyên rojhilat de sadir bû, xwedîyê taybetmendîya reaksîyonelî bû û ji bo parastina berdewamîya nasname û hebûna neteweyî hat bikaranîn. Bi gotineke din neteweperwerî di nava gelek neteweyên rojhilatî de li cihê rehetî peyda nebû. Çawa ku Abbas Valî di şexsê kurdan de balê dikişîne ser, ev cureyê neteweperwerîyê di nava hinek neteweyan de -bi taybetî neteweyên bindest û dagirkirî- wekî encama têkilîyeke dîyalektîk a înkar û berxwedanê derdikeve holê û wezîfeya pesendkirina nasnameya neteweyî dibîne (2017:56), ku Valî jî tîne ziman ev dîyalektîk û encama wê, vê cureya neteweperwerîya Rojhilatî ji neteweperwerîya klasîk a Rojavayê Ewropayê cuda dike.11 Ev neteweperwerîya li ser dîyalektîka înkar û berxwedanê ava dibe, ji bo neteweyên bindest li dijî neteweyên desthilat, dagirker û serwer dibe rê û rêbaza xweparastin û berxwedanê. Herwisa ev neteweperwerîya Rojhilatî bi vê taybetîya xwe li dijî zext û zordarîyên, ku bi rêyên derkirin û înkarkirinê li ser “cudahîyan” tên meşandin, dibe hêza têkoşîn û berxwedanê. Li gel vê yekê dikare were gotin, ku neteweperwerîya Rojavayî xwe li ser esasê “yêndinkirinê”, lê neteweperwerîya Rojhilatî xwe li ser esasê “cudahîyan” ava kirîye û didomîne.

Di rexneyên Ocalan ênderbarê neteweperwerîyê de ev cudahîyên di navbera neteweperwerîya Rojavayî û ya Rojhilatî de ji serî heta binî tê îhmalkirin û herdu jî di heman potayê de tên helandin. Ocalan li ser neteweperwerîyê nirxandineke reduksîyonît pêşkeş dike û di xweza û ontolojîya neteweperwerîyê de -her wisa di ya netewe-dewletê de jî- armanca karê, sermayeyê û têkilîyên desthilatîyê dibîne. Pir bi rehetî dikare were dîyarkirin ku nirxandinên Ocalan ên li ser neteweperwerîyê dûrî kûr û hûrbûnê ye û tenê li ser alîyekî neteweperwerîyê ye. Neteweperwerîya Ocalan rexne dike, ji neteweperwerîyê wêdetir nêzikî faşîzm û nijadperestîyê ye. Bi gotineke din di nirxandinên Ocalan de sînorên di navbera neteweperwerî, netewe-dewlet û faşîzmê de – mirov dikare desthilatîyê jî lê zêde bike- dikeve dirûvekî ne dîyar. Ya rast Ocalan (2009a:209) têkilîya di navbera netewe-dewletê, faşîzm û neteweperwerîyê de wekî têkilîyeke ontolojîk qebûl dike. Lê ev yek him ji alîyê metodolojîyê ve him jî ji alîyê fêmkirina rastî, naverok, armanc û fonksîyona van têgehan ve gelekî xeternak û şaş e. Dibe di navbera wan de têkilîyek hebe û hevdu xwedî û konsolîde bikin an jî dibe neteweperwerî xwedîyê potansîyela nijadperestî û faşîzmê be lê ev nayê wê wateyê her neteweperwerî faşîzm e û wê veguhere faşîzmê.

Ji ber ku Ocalan bi awayekî reduksîyonîst, pragmatîst û cewherî nêzikî neteweperwerîyê dibe, derfeta ku neteweperwerî ji bo azadî, rizgarî, wekhevî, bidestxistina mafên neteweyî û demokrasîyê dide, nabîne. Tenê li gorî xwe alîyê ‘neyênî’ yê têkilîya di navbera van fenomenan de dibîne. Lê em dizanin, di dîrokê de hest û fikra neteweperwerîyê di warê pêkhatina azadî, wekhevî, rizgarî û demokrasîyê de roleke erênî ya girîng girtîye ser xwe. Bi saya netewebûn û neteweperwerîyê di warê civakî, sîyasî û çandî de -ji bo aborî ev tişt nikare were gotin- sînorên navbera tebeqeya arîstokrat/serdest û bindest ji holê rabûye û wekî hemwelatîbûnê wekhevîyek çêbûye. Ev jî şertê pêşîn û sereke yê demokrasîyê ye. Ligel wekhevbûna endamên heman neteweyê, neteweperwerî ji bo wekhevbûna neteweyan jî wezîfeyeke girîng bi cih anîye û tîne. Heta di warê demokrasîyê de li gorî ragihandina Smith (1992:173), Engels di çarçoveya neteweperwerîya Lehan de dîyar dike, ku gava prensîbên bingehîn ên neteweperwerîyê werin paşçavkirin, pêşketina mafên mirovan û demokrasîyê dikare were astengkirin. Heta Andre Frank dide zanîn, ku ji bo carinan wekî pirsgirêk hatibe nirxandin jî, ji kesên wekî Marks û Engels bigirin, heta Kautsky, Luxemburg, Lenîn û gelek sosyalîstên din bi şertê neteweperwerî ji bo sosyalîzma proleteryayê bibe piştgirî, neteweperwerîya birjûwazîyê bi erênî şîrovekirine (Frank, 1984:170). Frank herwisa dide nîşan ku di Şerê Cîhanê yê Yekem de neteweperwerîya birjûwazî ji fikra sosyalîzma proleteryayê xurtir derketîye û proleteran piştgirî daye birjûwazîyên xwe yên neteweyî. Ligel vê yekê wekî ku Frank ji Regis Derbay radigihîne, sosyalîzma li Ewropa, Asya û Kubayê jî bi piştgirîyeke xurt a neteweperwerîyê derketîye holê û li Yekîtîya Sovyetan ji ber ku welatparêzî û neteweperwerî di serfirazî û berxwedana gel de bûye xwedîyê roleke sereke, ji Şerê Cîhanê yê Duyem re “Şerê Welêt ê Mezin” hatîye gotin. Dîsa Fidel Castro her tim xîtabên xwe bi gotina “An Nîştiman An Mirin, Serfirazî ya me ye” qedandîye, ku ev gotin wekî parola Kubaya Sosyalîst hatîye qebûlkirin. Li Çînê jî Mao Zedung ji bo xatirê netewetîyê fişarên sosyalîst ên Stalîn qebûl nekirîye û Partîya Komunîst a Çîn di dema wî de (îro jî wisa ye – m.d.) ji neteweperwerên Çînê jî wêdetir bûye neteweper (Frank, 171:173).

Bi awayekî teorîk nirxandinên Ocalan ên di derbarê netewe û neteweperwerîyê de ji ber reduksîyonîst, pragmatîst û cewherî ne, gelekî qels in, ne kûr û berfireh in. Ocalan di çarçoveyeke teng û çewtkirî de behsa neteweperwerîyê dike û mînakên dîrokî, yên ku ji bo piştraskirina xwe dane jî, ji neteweperwerîyê wêdetir pratîk û encamên faşîzmê ne. Nirxandinên Ocalan bi qewlê Smith, tenê ji bo hinek doktrin û tevgerên neteweperwerîyê rast in, bi awayekî giştî ji bo her şêweyê neteweperwerî û tevgerên neteweperwerîyê nikare werin gotin. Jixwe wî jî neteweperwerî û faşîzm tevlihev kirîye, heta di hin nirxandinên xwe de hebûna têkilîyeke ontolojîk di navbera wan de qebûl kirîye.

 

 

1 Ji bo nirxandinên têgeha neteweya di çarçoveya ‘nation’ê de bnr. Liah Greenfeld, Milliyetçilik: Moderniteye Giden Beş Yol (Stenbol: wer. Abdullah Yilmaz, Weşanên Alfayê, 2017); Dieckhoff, Alain; Jaffrelot, Christophe, Giriş; di nav Milliyetçiliği Yeniden Düşünmek de, amd. Alain Dieckhoff û Christophe Jaffrelot, wer. Devrim Çetinkasap, Stenbol, Weşanên İletişimê, 2010, r. 11; Jurgem Habermas, “Öteki” Olmak “Öteki”yle Yaşamak, wer. İlknur Aka, Stenbol, Weşanên YKY, 2012, r. 18.

2 Ji bo vê yekê bnr. Carlton J. Hayes, Milliyetçilik: Bir Din, Weşanên Îz, Istanbul, 2010; Paul Zwadaski Milliyetçilik, Demokrasi ve Din, di nav Milliyetçiliği Yeniden Düşünmek de, amd. Alain Dieckhoff û Christophe Jaffrelot, wer. Devrim Çetinkasap, Stenbol, Weşanên İletişimê, 2010.

3 Di warê desthilatîyê de jî Ocalan motacê rexnekirinê ye, ji ber ku ‘desthilatî’yê jî bi awayekî xwezayî û ontolojîk wekî tiştekî xerab dinirxîne. Heta gava rexneyê li netewe-dewletê digire û dibêje ‘çavkanîya pirsgirêkên civakî netewe-dewlet e’, fenomena ‘desthilatî’yê dixe navenda vê yekê û wisa dewam dike: “Deshilatî bi xwe pirsgirêkan hildiberîne’ bnr. Abdullah Ocalan, Kürdistan: Devrim Manifestosu, r. 47. Di vê çarçoveyê de divê meriv li bersiva pirsa ‘Bi rastî jî her awayê desthilatîyê xerab e?’ bigere.

4 Di vir de divê em balê bikişînin ser ku Ocalan çi di warê bajêr-bajarîbûn û ekolojîyê de çi jî di warê mijarên wekî civaka polîtîk û exlaqê, kêşeya neteweperwerî û netewe-dewletê, fikra ‘bajarîbûna bêbajar’ de ne xwedîyê fikreke xwerû ye. Ji ber ku hemû tiştên ew dibêje, di salên 1970-80yî de Murray Bookchin gotîye. Bnr. Murray Bookchin, Modern Kriz, wer. Abdullah Yılmaz, Stenbol, Weşanên Sümerê, 2017, r. 7-65; Kentsiz Kentleşme, wer. Burak Ozyalçin, Stenbol, Weşanên Ayrıntı, 1999, r. 29-44, r. 128-228 û r. 286-378.

5 Wekî mînak, di warê perwerdehîyê de jî neteweperwerîyê derfet pêk anî ku tenê eqalîyeteke arîstokrat jê sûde wernegire û hemû welatî perwerdehîyê bibîne. Carlton J. Hayes dibêje Di sala 1791an de neteweperwerên Fransî di Destûra Bingehîn a Meclîsa Neteweyî ya Fransayê de ev xal bi cih kir: “Ji bo hemû hemwelatîyan wê pergaleke perwerdehîyê ya rayagiştî were avakirin û sazkirin, ku di wê pergalê de dê hemû mijarên ji bo mirovan pêwîst cih bigirin.” Bnr. Carlton J. Hayes, Milliyetçilik: Bir Din, Weşanên Îz, Istanbul, 2010, r. 69.

6 Di vî warî de Tamir Bar-on jî nivîseke bi navê “Marksizm ve Ulusalcılıktan Radikal Demokrasîye Doğru: Öcalan’ın 21. Yüzyıl Sentezi” nivisîye. Bnr. http://www.demokratik-modernite.org/tamir-bar-on-marksizm-millîyetcilikten-radikal-demokrasîye-dogru-ocala- nin-21-yuzyil-sentezi/ (dîroka gihîştinê: 09. 12. 2017).

7 Ji bo mijara Norwecê bnr. http://tr.euronews.com/2013/03/29/norvec-neden-ab-uyesi-degil (dîroka gihîştinê: 10. 12. 2017)

8 Ji ber ku fikrên Zygmunt Bauman ên li ser neteweperwerîyê di pirtûkên wî de belawela cih digirin, ne pêkan e, ku tenê pirtûkek wî wekî çavkanîyê were nîşan dan. Lê dîsa jî pirtûkên wî yên wekî Sosyolojik Düşünmek (Stenbol: wer. Abdullah Yılmaz, Ayrıntı:2017, r.179-196); Modernlik ve Müphemlik (Stenbol: wer. İsmail Turkmen, Ayrıntı:2017, r. 139-201); Postmodernizmin Hoşnutsuzlukları (Stenbol: wer. İsmail Türkmen, Ayrıntı:2013, r. 30-54 û r. 276-294); Cemaatler; Güvenli Olmayan Bir Dünyada Güvenlik Arayışı (Stenbol: wer. Nurdan Sosyal, Say:2016, r. 99-105) dikarin werin nîşandan.

9 Ev gotinên ku Sinan Şahin Kandil ji bo kurdan dibêje, bi heman wate û şêweyê di pirtûka Abdullah Ocalan a bi navê Bir Halkı Savunmak de (Weşanên Serxwebûnê, 2004, r. 307-308) derbas dibe.

10 McDonall ji bo serdema destpêkê ya PKKê dîyar dike ku ‘neteweperwerîya PKKê gelekî tund bû’ û dibêje, “Apocîyan fikra şerê çînî û neteweperwerîya Kurdî ji YNKa li Iraqê û ji Komalaya li Îranê zêdetir anîn cem hevdu û kirin yek.” Bnr. David McDonall, Modern Kürt Tarihi, r. 555.

11 HerwisaMartinVanBruinessenjîdiwêbawerîyêdeye,ku neteweperwerîya kurd bi piranî wekî bertekeke li dijî hewldanên asîmilasyon û zextên çandî yên Tirk, Ereb û Farisan pêk hatîye. Bnr. Martin Van Bruinessen, Kürdistan Üzerine Yazılar, wer. Nevzat Kıraç, Bulent Peker û yên din, Stenbol, Weşanên İletişim, 1993, r. 176.

 

ÇAVKANÎ

Calhoun, Craig (2012), Milliyetçilik, wer. Bilgen Sutçuoglu, Stenbol, Weşanên İstanbul Bilgi Üniversitesi.

Chatterjee, Partha (1996), Milliyetçi Düşünce ve Sömürge Dünyası, wer. Sami Oguz, Stenbol, Weşanên İletişimê.

D’appolonia, Ariane Chebel (2010), “Avrupa Ulusalcılığı ve Avrupa Birliği”; di nav Avrupa Fikri de, amd. Anthony Pagden, wer. Rahmi Ogdul û Mesut Varlik, Stenbol, Weşanên Ayrıntı.

Dieckhoff, Alain; Jaffrelot, Christophe (2010), “Giriş; di nav Milliyetçiliği Yeniden Düşünmek de, amd. Alain Dieckhoff û Christophe Jaffrelot, wer. Devrim Çetinkasap, Stenbol, Weşanên İletişimê.

Eriksen, Thomas Hylland (2004), Etnisite ve Milliyetçilik, wer. Ekin Uşaklı, Stenbol, Weşanên Avesta.

Frank, Andre Gunder (1984), “İdeoloji Bunalımı – Bunalım İdeolojisi”; di nava Genel Bunalımın Dinamikler de, wer. F. Akar, Weşanên Belge.

Gellner, Ernest (1992), Uluslar ve Ulusçuluk, wer. Buşra Ersanli Bahar û Gunay Goksu Ozdogan, Stenbol, Weşanên İnsan.

Greenfeld, Liah (2017), Milliyetçilik: Moderniteye Giden 5 Yol, wer. Abdullah Yılmaz, Stenbol, Weşanên Alfayê.

Hayes, Carlton J. H. (2010), Milliyetçilik: Bir Din, wer. Murat Çiftkaya, Stenbol, Weşanên İz.

Hardt, Michael; Negri, Antonio (2003), İmparatorluk, wer. Abdullah Yılmaz, Stenbol, Weşanên Ayrıntı.

Hobsbawm, Eric J. (2010), Milletler ve Milliyetçilik, wer. Osman Akınhay, Stenbol, Weşanên Ayrıntı.

Hroch, Miroslav (2011), Avrupa’da Milli Uyanış, wer. Ayşe Ozdemir, Stenbol, Weşanên İletişimê.

Ocalan, Abdullah (2004), Bir Halkı Savunmak, cihê weşanê tune, Weşanên Serxwebûnê.

Ocalan, Abdullah (2009a), Demokratik Uygarlık Manifestosu-2: Kapitalist Uygarlık, Dîyarbekir, Weşanên Aramê.

Ocalan, Abdullah (2009b), Demokratik Uygarlık Manifestosu-3: Özgürlük Sosyolojisi, Dîyarbekir, Weşanên Aramê.

Ocalan, Abdullah (2013), Demokratik Uygarlık Manifestosu-4: Ortadoğu Toplumunda Kriz ve Demokratik Uygarlık Çözümü, cihê weşanê tune, Weşanên Abdullah Ocalan Sosyal Bilimler Akademisi.

Ocalan, Abdullah (2012), Kürdistan Devrim Manifestosu, Diyarbekir, Weşanên Araratê.

Ocalan, Abdullah (2001a), Sümer Rahip Devletinden Demokratik Uygarlığa Cilt-1, Köln, Weşanên Mozopotamyayê

Ocalan, Abdullah (2001b), Sümer Rahip Devletinden Demokratik Uygarlığa Cilt-2, Köln, Weşanên Mozopotamyayê.

Özkırımlı, Ümit (1999), Milliyetçilik Kuramları, Stenbol, Weşanên Sarmal.

Roger, Antoine (2008), Milliyetçilik Kuramları, wer. Aziz Ufuk Kiliç, Stenbol, Weşanên Versusê.

Smith, Anthony (1994), Milli Kimlik, wer. Bahadir Sina Şener, Stenbol, İletişim Yayınları.

Smith, Anthony (2002), Küresel Çağda Milletler ve Milliyetçilik, wer. Derya Komurcu, Stenbol, Weşanên Everest.

Vali, Abbas (2005), “Kürtlerin Soykütükleri: Kürt Tarih Yazımında Ulus ve Ulusal Kimliğin İnşası” di nava Kürt Millîyetçiliğinin Kökenleri Üzerine Çalışmalar de, amd. Abbas Valî, çev. Fahriye Adsay, Ümit Aydoğmuş û Sema Kılıç, Stenbol, Weşanên Avesta.

Vali, Abbas (2017), “Kürtler ve ‘Ötekileri’: Parçalanmış Kimlik ve Parçalanmış Politika”; di nava Kürtler; Millîyetçilik ve Politika de, amd. Falih A. Cabbar û Hoşam Davud, wer. Emine Ayhan, Stenbol, Weşanên Ayrıntı.

Viroli, Maurizio (1997), Vatan Aşkı: Yurtseverlik ve Milliyetçilik Üzerine Bir Deneme, wer. Abdullah Yılmaz, Stenbol, Weşanên Ayrıntı.

Zawadski, Paul (2010), “Millîyetçilik, Demokrasi ve Din”; di nav Milliyetçiliği Yeniden Düşünmek de, amd. Alain Dieckhoff û Christophe Jaffrelot, wer. Devrim Çetinkasap, Stenbol, Weşanên İletişimê.

Share.

Leave A Reply