Bêwelatî û Bêdewletî: Derfet û Astengî

BARZOO ELIASSI – JI ÎNG.: FEXRÎYA ADSAY

Têgeha diasporayê, bi riwangeyeke berfireh hatîye têgînkirin û xwedî lê hatîye derketin. Di nav peywenda globalizasyonê de, diaspora wek rêxistîbûneke civakî ya neteweborî (Wahlbeck 1999) û civateke neteweborî (Sökefeld 2006) ku bi têkilîyeke trajîk a welatê “jêderk”, welatê lêjîyanê û koma etnîk a li welatên cûda belav bûyê tê naskirin, hatîye pênasekirin (Cohen 2008). Li têgeha diasporayê tê îtirazkirin ku ji sînoran bêpar e û semantîka xwe, hêza xwe ya têgînî û analîtîk winda dike ji ber ku gelek azmûn û nasnameyên koçberîyê bêyî ji hev bên cudakirin, wek diasporîk tên binavkirin (Brubaker 2005). Werbner (2015:51) di bersiveke rexneyî ya bo Brubaker dibêje, diaspora sînorên wê hene lê ew ‘li gor rewşê, bi awayekî dialektîk û di nav pratîkê de, bi rîya performans û seferberîya perîyodîk tê pênasekirin û binxêzkirin. Yên din jî têgeha diasporayê rexne dikin ji ber gewherîkirin û madeyîkirina komek nasname û di xebatên derbarê koçberîyê de nepeydakirina alternatîfekê bo têgehên girêkî, wek nijad û etnîsîte (Anthias 1998; Soysal 2002). Radhakrishnan (2003) angaşt dike nasname di nav peywendên taybet ên dîrokî û sîyasî de çêdibin û hemû mefhûmên gewherxwaz yên nasnameyan bi awayekî stratejîk bo bidestxistina hedefên taybet tên bikaranîn. Hêjayî gotinê ye ku çêbûna diasporayê di eslê xwe de di nav qadeke neyênî ya rabêjî de, bi hilweşîna welêt û belavbûna civata cihûyan tê karakterîzekirin (Kenny 2013; Cohen 1998). Lê nayê wê wateyê ku divê em diasporayê wek teşebis an wek azmûnekê bibînin lê wek kategorîyeke pratîkê ya bi liv divê em fam bikin.

Diaspora, bi wateyeke zelal jîyanek wê ya derveyî dîrok, temsilîyet û kiryarîya mirovî (bnr. Brubaker 2005) tuneye lê di nav dînamîzma zehmetîyên dîrokî, şertên sîyasî, qeyran, berjewendî û pêşekîyan de saz dibe. Her wiha, ev grîng e ku mirov bipirse ka çawa, çima, ji alîyê kê ve û bo kîjan armancên sîyasî ev nasnameyên gewherxwaz ji alîyê aktorên cuda tê bikaranîn (Sökefeld 2005: 266). Ji ber ku têgeha diasporayê bi fikrên derbarê welêt, aîdîyet û bêcîhbûnê re eleqedar e, grîng e ku mirov ew peywendên sîyasî ku tê de azmûn hatine jîyîn û rabêjên komên cuda yên koçber tê de cî digre, li ber çav bê girtin. Wek ku Sökefeld (2005) jî dest nîşan dike, mefhûma diasporayê eleqeya wê bi terka warên taybet û jîyîna li dereke din re heye. Li gor vê, mefhûma diasporayê, derbarê azmûnên koçberîyê bêcîhbûn, bîyanîbûn, bêkokbûn û jinûvebicîhbûnê de ku ‘sê rehendên tevger, pêgiredanî, veger’ê bi hev ve girêdide, riwangeyeke grîng dabîn dike ji me re (Kenny 2013:105). Ev gotar wê di vê peywendê de, bi lêhûrbûnekê li ser diasporayên bêdewlet, di peywendên diasporîk de li ser vegotinên derheqê welêt û aîdîyeta nifşên cuda yên koçberan, bisekine. Dibe ku axaftina li ser diasporayên bêdewlet barekirineke bêhewce xuya bike ku dema diasporayên resen ên wek cihûyan peyda bûn di peywendeke dîrokî de ku netewe-dewlet û nasnameyên bêdewlet tunebûn. Lê, ji ber standardên sîyasî yên fikrên neteweperwer û pergala netewe-dewletan di cîhana me ya hemdem de, ji alîyê analîtîk ve wê alîkar be bo dîtina cudatîya navbera diasporayên bêdewlet û bi dewlet de (Sheffer 2003) ji ber ku bi awayekî asîmetrîk di cîhanekê de hatine bicîkirin ku ew aîdîyeta neteweyî xurt dike û gelên bêdewlet wek der-civakîyên sîyasî û bêwelat ji ber çavan winda dike (Eliassi 2016).

Armanca vê nivîsê1 ew e ku ji alîyê teorîk û empîrîk ve ronî bike digel ku piranîya koçberan piştî koçberîya mecbûrî bi meseleyên welat û aîdîyetê re têkilîyek wan a tevlihev heye, wek statuyek lêbarkirî û azmûneke jîyandî bêdewletbûn, rehendekê li hesta bîyanîbûn, tenêbûn û adinbûna sîyasî zêde dike. Her wiha, li cîhaneke bêîstikrar di nav diasporayên bêdewlet de, derfet û zehmetîyên lêgerîna welatek û aîdîyeta sîyasî nîqaş dikim. Ez ê li ser azmûnên koçberên Kurd û Filistînî yên li Swêd û Îngilîstanê bisekinim û dest nîşan bikim ka vegotin û azmûnên derbarê welat, bêdewletbûn û aîdîyetê him di asta takekesî û him di asta kolektîf de çawa di nifş û peywendên neteweyî yên cuda de şekil digrin.

Sîyaseta welêt û aîdîyetê li diasporayê

Babetên welat û aîdîyetê, bi saya azmûnên koçberî û bêcîhbûnê yên yekser an neyekser bala akademîk a gelek nivîskaran kişandîye (George 1996; Butter 2015). Ji bo xebatên di warê diasporayê de, bivênevê lazim e mirov di peywenda jihevbelavbûn, jinûvebicîbûn û bêrîya welêt de bi têgeha welat re eleqedar bibe. Mişextî û diaspora gelek caran wek warên afirînerîyê tên dîtin lê di heman demê de ew dikare bibe cîyekî ku bi nijadperestî, dîskrimînasyon û têkilîyên komî yên hilweşîner tê pênasekirin jî (bnr. Cohen 1998). Wek mînak, azmûnên dîskrimînasyona etnîk û dînî, dikare di nav komên diasporîk de nasnameyên reaksîyoner biafirîne û bibe sedema lêgerîna awayên alternatîf ên jîyanê û warên aîdîyetê (Eliassi 2013). Welat, wek fikir an warekî, bo sazkirina aîdîyet û ewlehîyê çarçoveyeke navendî ye lê ew amrazeke xurt a îdeolojîk e jî bo afirandina rabêjên vederkirinê li hember gelên ku wek endamê ‘koma navik’ a neteweyê pêk tîne, nayên dîtin. Bi gelemperî, welat wek warê jêderk û koka yekî/ê tê pejirandin. Lêbelê, welat û aîdîyet divê di terazîyên pirrehendî û piralî de bên têgînkirin. Welat (home), dikare cîyên wek mal, tax, bajar, herêm, netewe-dewlet, kîşwer, rûzemînê di xwe de bihewîne û aîdîyet jî dikare têkeve şêwazeke pirrehendî ku yek dikare aîdîyeta bo nasnameyên girêdayî cîyekî hest bike. Hesta aîdîyeta bi cîyekî ve, dewletekê ve an bi komekê ve, binê nasnameya hevpar û piştevanîya civakî tijî dike. Guibernau (2013), aîdîyetê wek jehrkujeke sereke dibîne li hemberî azmûnên bîyanîbûn û tenêbûnê di nav peywenda tatêla bûnewerî û bêhêzbûna sîyasî de. Anthias (2006) destnîşan dike, di cîhana me ya global de mirov xwe bêîstikrar dibînin û hewl didin serî bi azmûnên nedîyarî, bêtêkilîtî û nexuyayîtîyê re derxin lewma warekî civakî yê taybet ku ‘em’ wek kom, malbat û netewe aîd bin lazim e. A din, mirov gelek caran haya wan jê heye ku gelek cî, war, herêm û nasname hene ku ew naxwazin aîd bin an nayên xwestin ew aîdî wan bin. Antonsich (2010: 644) jî bi heman awayî ku ilham ji Nira Yuva-Davis (2006) girtîye, çarçoveyeke analîtîk dabîn dike ku aîdîyet dikare wek ‘hesteke şexsî, mahrem a ‘li mal/welêt’bûnê ya li cîyekî (aîdîyeta bi cîyekî ve) û kanîyek rabêjî ku awayên hewandin/vederkirina civakî-mekanî (sîyaseta aîdîyetê) saz dike, îdia dike, rewa dike an dij derdikeve bê analîzkirin.

Di vê çarçoveya analîtîk de ku li jor ji alîyê Antonsich ve hatîye dabînkirin, tişta zêdetir berbiçav, lêhûrbûna li ser teritorîyalîya (bi axê ve girêdayî) aîdîyetê ye ji ber ku hest, pratîk û rabêjên aîdîyetê piranî di peywendên erdnigarî de tên bicîkirin (Antonsich 2010: 647). Ev peywendkirina ku Antonsich bi cî dike, di muzakereyên rojane yên li ser aîdîyeta mekanî de bêtir şênber dibe û li hember rabêjên derbarê feragat an bandorên lawazkirinê yên globalîzasyonê li ser netewe-dewlet û nasnameyên teritoryal (bi axê ve girêdayî) de disekine. Di jîyana xwe ya rojane de em pir kêm kes dikarin ji vê pirsê birevin: ‘tu ji ku derê yî?’ Digel ku ev pirs wek masûm an nîşaneya miraqa bo dîroka şexsî ya hin kesan xuya bike jî, ev gelek caran ji alîyê koçberên ne-spî ve wek kirineke adinkirinê tê şîrovekirin an famkirin, ku paşxaneya koçberîyê dibe pêşxane (Eliassi 2016). Endambûna bo koma navikê, aîdîyeta ku hewce nake pirs bê pirsîn (Skey 2011) û şertên aîdîyetê û belavkirina mafan û berpirsyarîyan dike. Ev raber dike ku aîdîyet tiştekî vegêrî (relational) ye û nikare bê daxistin asta şexsî ji ber ku ew gelek caran sînorên ku ‘me’ ‘wan’, îmtîyaz û diskrimînasyon, hewandin û adinbûnê pênase dike, eleqedar dike. Ev sînor ne tenê di navbera endamên netewe-dewletên cuda de tê sazkirin lê di nav çarçoveya teritoryal a heman netewe-dewletê de jî tê sazkirin ku xwedî hîyerarşîyeke etno-neteweyî ya aîdîyet û neaîdîyetê ye. Rabêjên neteweyî sînoran datîne ku kî aîd e kî ne aîd e û hin pêkhateyan veder dikin ji parvekirin û daxwazkirina wekhevîyê di heman mekana civakî de (bnr. Sharma 2014). Wek encam, koma serdest xwe hakim û xwedîyê neteweyê dibîne û wisa tevdigere û di navbera salahîyet û aîdîyetê de girêyeke xurt diafirîne (Hage 2000). Her çiqas welatîbûn çarçoveyeke fermî ya aîdbûna netewe-dewletekê be jî, di jîyana rojane û rasthatinan de ye ku mirov dikarin welatîbûna xwe tercumeyî mafan bike û fam bikin ka aîd in an na (Eliassi 2016).

Lewma, dema literatur dibêje aîdîyet navenda rihetî, refah û ewlehîya me ye (Anthias 2006; hooks 2009; Guibernau 2013), ew bi qasî afirandina awayên sêwirandin û sazkirina welêt/mal û aîdbûna ku awayên nû yên vederkirinê naafirîne grîng e (Duyvendak 2011). A yekem, welat/mal ne her dem cîyekî germ/rihet e ku mirov lê dimîne ji ber ku li her civak an koman de ew dikare cîyekî ku şideta zayendî, îstismara cinsî û îstismara zarokan lê hebe. A din, ji bo diasporayên bêwelat welat/mal gelek caran cîyên xeter in ku bi şideta kujer û wêranîya ji ber mîlîtarîzasyon û qaideyên sîyasî yên otorîter tê pênasekirin, ku ji bo Kurd, Filistînî, asûrî/suryanî û tamîlîyan wisa ye. A duyem, bêcîbûn û azmûnên adinbûnê arezûya bo welêt/malê ku kirdeyê diasporîk di hesreta hewandina civakî û hesta limalbûnê de ye, xurt dike. Salman Ruşdî, dengekî temsîl dike ku li hember fikara diasporîk bo welêt/malê pir rexneyî ye. Ruşdî îdia dike ku bêrîkirina welêt dikare bibe pêvajoyeke xeter û patolojîk a fetîşkirin û pawankirinê ku rê li ber redkirina kirde û komên cuda veke û ji afirandina têkilîyeke civakî bi kes û civakên derdora xwe re bibe asteng (Butter 2015:355). Wek encam, dema welat bibe fetîş, ew tevkarîya bîyanîbûnê dike û rê li ber pêvajoya çêkirina mal/welatekî li dem û mekana niha de, digre. Nivîskarê Swêdî-Kurd Mustafa Can (2006) di pirtûkeke derbarê dîya xwe û mirina wê ya piştî bêcîbûnê de behsa vê babetê dike. Can ku di şeş salîya xwe de hatîye Swêdê, qal dike malbata wî ji gundekî mehrûm î Kurdistana bakur çawa koç kirîye û meseleya welêt çawa dev ji wan bernedaye û jîyana dê û bavê wî û têkilîya wan a bi zarok û nevîyên wan re herimandîye. Paragrafa jêrîn a ji pirtûka Can (2006:247), dema çûye li gund e, derbarê (bê)îmkanîya welêt û aîdîyetê di peywendeke diasporîk de, divê li ber çav bê girtin:

Piştî sê hefteyên li gund, ez bêrîya terza jîyana rojavayî dikim ji ber ku ez 30 salî li wir jîyame. Ez sî salî rojavayî me û şeş salan rojhilatî. Sî salên têrbûn û azadîya derbirînê, şeş salên birçîbûn û bêazadîya derbirînê. Ligel vê, ez hê jî xwe ji rojavayî bêtir rojhilatî dibînim, ne grîng e çend sal e li Swêdê dijîm, di nav geremola entegrasyonê de ez çiqasî û çiqas zû werîsê xwe dirêsim. Ez xwe her li ku bibînim, xwe ji Swêdî bêtir Kurd, ji rojavayî bêtir rojhilatî hest dikim.

Na, dizanim ev hevkêşe guhê mirov xweş nayê. Ez nikarim vê hevkêşeyê safî bikim. Belkî naxwazim wê safî bikim.

Erê! ez Swêdî me.
Na! ez Kurd im.
Erê! dixwazim li vir bijîm.
Na! naxwazim li vir bijîm.
Erê! dikarim li vir bijîm.
Na! nikarim li vir bijîm.
Erê, na, erê, na, erê, na, erê, na…

Welat dûr e, dûrî welat e. Li Swêdê, dibêjim mal/welat li gund e. Û li gund, dibêjim welat/mal swêd e. Nikarim cîyê van du welatan biguherînim. Dixwazim ewlehîya civakî, civaka azad û vekirî ya Swêdê bibim gund, an xelkê gund, nerîtên wan, bêhnên wan bibim Swêdê.

Ev nakokî di nava min de ne û peqikên wan bi xwe re digerînim. ‘Erê’ û ‘na’, ‘welat’ û ‘dûrî’ çakûçan lê dixin di nav serê min de, û hesta min a sucdarîyê zêde dikin ku vê derê wek mal/welatê xwe hilnabijêrim.

Can bi awayekî zindî di nav malbatekê de vegotinên nifşên cuda yên derbarê welêt de pênase dike. Dema bavê wî ji nevîyên xwe dipirse gelo wext nehatîye vegerên malê/welêt, ew bersiv didin, ‘Mal/welatê gund?’ Mal/welatê çi? Em li Swêdê çêbûnê û mezin bûne –jixwe em li mal/welatê xwe ne (Can 2006: 234).

Dê û bavê Can, wek cîyê lê mezin bûne pir zêde girêdayî gundê xwe ne lê Can qebûl dike ku ew û keçên xwe li gundê xwe difikirin, bêrîya wî dikin lê nevî şev û roj li cîran û merivên li gund nafikirin, bêrikirina deng, bêhn, ta’m, demsalên dirêj û germ ên li welêt nayê bîra wan. Ev tengijîn û tevlîhevî di nifşê ewil ê diasporayê de ku di nav valahîyeke civakî û çandî de dijîn û li welatekî xerîb dibin bîyanîyekî bênav, rewşeke zehmet diafirîne. Çûnûhatina bavê Can a bi rêkûpêk bo gundê xwe dibe rêyek bo vegera welêt ku li wir xelk wî fam dikin û jê re hurmet dikin, navekî wî heye û pê re miameleya ‘qafreş’ (‘svartskalle’), ku ew li Swêdê marûz dimînin, nakin. Vegera welêt, her wiha, bo demeke kurt dibe stratejîya reva ji adinbûn, bêwelatî û bêrîya welêt. Li gor bavê Can, ew û zarokên xwe çiqas zêde li diasporayê bimînin, wê ewqas kêm girêdayî çanda Kurd bin. Kabûsa bavê wî ew roja ku nevîyen wî navên swêdê li wan bibe ku ew wek qutbûna eleqeya dawî ya malbata wî bi gund re dibîne. Bi teşwîkkirina serdanên bi rêkûpêk bo gundê xwe, ew stratejîya lihemberderketina pêvajoya bişaftinê ku nifşên nû dadiqurtîne û wan ji nasnameya wan a çandî ya ‘resen’ qut dike. ‘Windakirin’a çandekê wek ku yek cîyekî di asta çandî de biterikîne tê dîtin û xewna pêşerojê ya bo vegera gund xira dike.

Li diasporayê nifşên ciwantir ên koçberên Kurd û bi taybetî jinên ciwan di dijderketina alîyên çanda civaka Kurd de ku bavsalarîyê, kodên civakî yên hişk û zordestîya zayendî binxêz dike, hêzeke veguherîner pêk tînin. Jinên Kurd ên li diasporayê, ji bo ku welatekî ewletir û hewîner biafirînin, di têkoşîna bo demokrasî, wekhevîya zayendî û serdestîya hikukê li Rojhilata Navîn li pêş cî digrin (Eliassi 2016). Azmûnên vegerê jî her dem bi bextewerî encam nade lê dikare bi ‘rûbirûbûnên bi sazîyên civakî û çandî yên li warê jêderk bê daxkirin; ev sazî, tevî qaideyên reftarî û pratîkên civaka welêt (ku ji bo nifşê duyem dibe civaka mazûban), ji projeya vegera bo welêt re dibe asteng, dibe sedema hêvîşikestinê û hêrsbûna kesê vegerîyaye’ (King û Christou 2010: 112). Ji bo koçberê Kurd, ji ber rewşa sîyasî ya Kurda ku nasnameya Kurd bi awayekî sîstematîk ji alîyê dewleta Tirk tê tepisandin, vegera bo welêt têra xwe babeteke tevlîhev e. Dewleta Tirk, wek şertê aîdîyet û bidestxistina mafan, bişaftina wan wek şert datîne. Ev tê wê wateyê ku Kurd di navbera pêvajoya bişaftina li diasporayê û ya li welatê jêderk de diçin tên. Wek ‘welat’, gelek Kurdên koçber, digel hestên wan î têkel ên li hember Swêd û Îngilîstanê, haya wan ji pergala demokratîk, ewlehîya civakî û serdestîya hikukê ya niha li Swêd û Îngilîstanê tecrube dikin, heye û ev nikare bi şertên sîyasî yên xeter ên civaka Kurd a di bin sîya tepisandina sîyasî û milîtarizasyona li herêmên Kurdan re bê guhertin. Ji ber ku vegera welêt dibe peywireke taloqkirî, jîyana li diasporayê bo nifşê yekem nîvco dimîne (bnr. Maxey 2006). Bi giştî, nifşên ciwantir ê diasporayên Kurd, Kurdistanê wek qonaxa dawîn nabînin ku di encamê de bikaribin xwe lê rihet bikin û tatêla xwe ya bûnewarî ku wek encama dinavberbûn û ne-aîdbûnê tecrube dikin, betal bikin (Eliassi 2013; bnr. King û Christou 2010: 210).

Bêwelatbûn û bêdewletbûna sîyasî

Malešević (2013:156-157) dema bi rexneyî qala nasnameya neteweyî û netewe-dewletê dike, binxêz dike, em gelek caran mecbûr tên hiştin ku xwe bi têgehên neteweyî bidin naskirin û ger di bersiva pirsa “tu ji kuderê yî?” de tu bêjî neteweyek te tuneye, ‘wê bersiva we wek bersiveke cidî neyê dîtin. Hûn ê wek henekvan, utopîstekî saf an pirsgirêk bê dîtin.’ Elbet, ev ji bo komên ku nebûne xwedî dewlet an naxwazin têkevin bin bana gerdûnîtîya netewe-dewleta ew lê dijîn. Di vê peywendê de bêdewletî, di cîhaneke netewe-dewletan de statuyek li xisarê ye (Said 1999; Eliassi 2016). Em li gotinên penaberekî Filistînî yê 63 salî li Swêdê derbarê bêdewletîyê de binêrin:

Ne ti tiştek î, tu sifir î. Gelekî dewleta wî tunebe ne tiştek e. Ne ti tişt. Em rojane hewl didin li ser pîyan bimînin ji ber ku dewleteke me tuneye. Ev bobelatek e ku dewletek me tuneye. Her kes te dixe girtigehê, dikuje û kes guh nade te. Dema filistînîyek tê kuştin, kes lê napirse ji ber ku dewleteke wî ku bikaribe wî biparêze, tuneye. Piranîya gelan dewletek wan heye ku wan biparêze. Lê wek filistinîyekî, kî yê guh bide te? Israîl? Sêwîyek ji yekî bêdewlet çêtir e ji ber ku ger dewletek te tunebe, tu tuneyî. Sêwîyek, dibe ku merivên wî/wê hebin lê binêre lê ê me ev jî tuneye û kes hembêza xwe ji me re venake. Mirovekî bê welat ne ti tişt e. Welatê te yek ji tiştên zêdetirîn mahrem e ku di jîyana xwe de li ser dipeyivî. Ger tu bêdewlet bî, wek ku kes ji te nepirse ka tu nexweş î, tî yî, birçî yî. Lê dema dewleta te hebe, tu aîdî dewletekê yî ku li te bipirsî. Li Israîlê binêrî, ji bo welatîyêkî xwe dikare şer derxîne, bi sedan Filistînî tê kuştin, kes guh nadê. Tu dizanî ku tu zeyif î. Li Swêdê ez ne ti kes im lê li Filistînê kokên min hene û dema xelk di ber gora min re derbas bibe, ew dizanin ez malbateke Filistînî ya xwedî kok im, ne kesekî bêkok im ku ti kes nas nake. Malbata min a Filistînê malbateke mezin e. Goşt û xwîna me parçeyek ji axa Filistînê ye. Bêdewletî, goreke bê navnîşan e. Tu winda bûyî.

Her wiha, di peywenda koçberîyê de bêdewletbûn rehendekê li bîyanîbûn, tenêbûn û adinbûna sîyasî zêde dike. Ev çarçovekirina bêdewletbûnê ya li jor herî baş, wek bersivek bo çespandina sîyasî û bêhêzbûnê ku Filistînî di peywenda dagirkerîya Israîlê de wek gelekî bêdewlet marûz dimîne lê di peywendên Ewropaya Rojava de ligel azmûnên wan î vederkirina etnîk û adinbûnê de dikare bê famkirin. Dema filistinîyê jor qedrê pasaporta Swêdî dizane û ji bo mervantîya dewleta Swêdî bo penaberên Filistînî minetar e jî, ji ber paşxaneya wî ya koçberîyê ya bêrûmet, ew ikna nabe ku Swêd welatê wî ye. Gelek caran ji wî re hatîye gotin ku ew ne Swêdî ye, dikare wir biterikîne û koçberan Swêd herimandine. Her çiqas zehmetîyên sîyasî û astengîyên zagonî vegera Filistînê dixe bîra filistinîyan, dema derfeta vegerê çêdibe jî, tirseke berbelav a rûbirûbûna realîteyên Filistinê jî heye. Jineke filistinî ya 30 salî vê rewşê raber dike:

Hevalên min î Swêdî û Filistînî ji min re dibêjin, digel ku ez qet li Filistinê nejîyame, pir xweş qala wê derê dikim. Ji min re gotin: ‘Em pêşnîyaz dikin tu qet neçe Filistînê ji ber ku piştî çûyinê tu yê têk biçî.’ Ji wan re dibêjim, hûn min ditirsînin û çima wisa dibêjin. Dibêjin: ‘Tu çawa herî wir, tu yê bibînî bê çiqas gemarî ye, tu yê gendelîyê bibînî, tu yê parçebûna filistinîyan bibînî, tu yê hemû tiştên nexweş ku tu naxwazî li Filistinê hebin, bibînî. Ev hêvîşikestineke mezin çêdike û ev tecrube dîtina yekê ya derbarê Filistînê de hildiweşîne. Ez hê jî di ser gotinên dapîr û bapîrên xwe re li Filistinê diramim û dijîm ku civatek heye, her kes guhê wan li hevdu ne, jina filistinî ya extîyar ku Za’atarê çêdike, zilamê extîyar ku ji dara zeytûnê zeytûnan diçine û wan dike zeyt. Di serê min de îmajeke Filistinê ya pir romantîk heye. Nizanim ev îmaj rast e an na lê ev e ku Filistinê di serê min de zindî dihêle.

Dema gelek koçber derbarê tiştên li dû xwe hiştine û tiştên bêrîya wan dikin dipeyivin, jibîrkirin û bibîranîn (Ahmed 1999) vegotinên wan î ser jîyanê karakterîze dike. Digel ku Filistîn ji alîyê gelek Filistinîyan ve wek ‘welatê rasteqîn’ tê dîtin, ne dîyar e ku bi realîteya welatê bavûkalên xwe re aşîna ne an na, ji ber veguherînên sîyasî yê civaka Filistinîyan di peywenda dagirkerîya Israîl û rikberîya navxweyî ya partîyên sîyasî yên filistinî, Fetih û Hamas. Nifşê berê derheqê Filistînê de vegotinên romantîzekirî veguheztine nifşên nû yên koçberên Filistînî ku dikare wek amrazeke motîvekirinê bo şîyarkirina enerjîya nifşên nû kar bike da ku dev ji fikra Filistînê bernedin û li hember dagirkerîya Israîlê têkoşîn bidin. Koçberên Filistînî hay jê hene ku Filistîneke ‘berîya Israîlê’, ya rast, ne gengaz e. Dîsa jî, koçberên Filistinî di wê bawerîyê de ne ku Filistîn di projeya jîyana şexsî û hevpar a Filistinîyan de lazim e cî bigre da ku rê li ber windakirina axa welatê wan î neteweyî bê girtin. Ev dawa xwetîya (benlik) Filistinîyan û demajoya ispatkirina nasnameya Filistînî di peywenda diasporîk de divê di nav peywenda inkarkirina israîlê û kêmdîtina hebûn û nasnameya Filistînî de bê bicîkirin.

Encam: Di cîhaneke mal/welatên neteweyî de daxwaza mal/welatekî

Bo koçberan gelek caran zehmet e bi temamî xwe li mal/welatê xwe, li ‘vir/mal’ in an ‘li wir/dûr’ hîs bikin. Di vegotinên diasporîk de mal/welat û dûrî gelek car cî diguherin ji ber ku ne du beşên pir ji hev cuda ne. Ji ber vê, Ahmed (1999) îdia dike ‘balkêş e, “mal/welat”ê rasteqîn ew mekan e ku yek xwe teheyul dike ku ji wir hatîye, û ew mekanê ku xwe lê him rihet him resen dibîne yê zêdetirîn ne aşîna ye: ew der e ku yek lê mêvan e, xwe dispêrê mazubanîya êndin. Ev mal/welat, ku, talîya talî, dibe Mal/Welat tam jî bi saya têkçûna hafizayê’ (Ahmed 1999:330, kirp li deqa resen de). Li alîyekî koçberên ne-spî di hesreta welatê xwe de ne, li alîyê din jî ‘niştecîyên spî’ yên Ewropara Rojava dikevin nav nostaljîya ku welatê wan berîya hatina êndin çawa bû.

Pirsgirêka welêt li Ewropaya hemdem dibe amraza navendî ya hewandin û vederkirinê (exclusion) (bnr. Duyvendak 2011). Bîyanîkirina Ewropayê taybetîyek navendî ya koçberîyê ye. Her çiqas grîng e mirov xwe li welatê xwe û aîd hîs bike jî, ewqas xeter e ku mirov vê bike fetîş û bibe objeyeke sembolîk a vederkirinê, ku mirovên hatine redkirin ku wek pêkhateyên rewa ya ‘civakên me’ nayê dîtin. Diaporayên bêdewlet gelek caran xwe ji welatekî bêpar dibînin an dibêjin welatê wan ji wan ‘hatîye dizîn’ an hatîye stendin ji alîyê komên din. Ev, lêgerîna mal/welatekî sîyasî mecbûr dike di projeyên nasnameyên hevpar ên gelek endamên diasporayên bêdewlet. Li gor Cocks (2006), gelekî bêdewlet ku ji alîyê desthilatdarîya serwer hatîye birîndarkirin û tepisandin, gelek caran ontolojîyek neteweyî hildiberîne bi saya têkoşîna desthilatdarîyek serwer, ku tê ferzkirin wê azadîya sîyasî bîne. Heta dema desthilatdarîya serwer bi dest dixin jî, garantîya sîyasî tuneye ku dînamîka pirranîyê/kêmarîyê an ya çespîner/çespandî bi ser keve. Dema di netewe-dewletê de komek dibe pirranî, meyleke dîrokî heye ku komek nû bibe bîyanîyên etnîk û wek potansîyel ji alîyê sîyasî ve bibe kêmareke tehdîtkirî û çespandî. Ev netewe-dewletê jixweber dike rêxistineke civakî ya kêşeyî (Cocks 2006). Cock (2006) ji azmûnên Israîlî-Filistînî digihêne îzaheteke mecbûrî ku lêgerîna bo serwerîya neteweyî ya kêmaran çawa tê famkirin ji alîyê pirranîya ku pozisyona kêmar terikandîye û bûye serwer. Kêmar, ji bo ji bindestîyê xilas bibe:

zemîna sazûmanî ya rewşa xwe himbêz dike wek jehrkuja wê, wê vediguherîne dike piranîya neteweyê serwer, ji alîyekî ve bedelên statuya kêmarîyê tîne asta gelheyek hê bêtir hasas. Berteka ya duyem a li dij vê guhertinê -hêrs, xeyd, dijayetîya bişidet- ku dikare bê pêşbînîkirin, ji alîyê yê berê wek delîla berdewamîya ew halê kêmarîyê ya dihat tehdîdkirin, tê şîrovekirin. Şîroveyek wisa rê li ber pirranîya nû vedike ku bo seximkirina serdestîya xwe ya serwer bêtir cehd bike, ku ev jî berteka li dij wê zêdetir dike, û dibe versîyoneke nû ya rewşa xeter ku serdestîyê digêhîne armancê (Cocks 2006: 28).

Cocks vê retorîka hilweşîner bi kar tîne da ku awayên rêxistinên civakî yên ji netewe-dewlet û rejimên otorîter bêtir hewîner biafirîne, di mînaka Rojhilata Navîn de jî gelek caran ev retorîk ji bo rêlibergirtina muxalefeta gelên bêdewlet ku ji bo wekhevîya beşdarîya di jîyana sîyasî, civakî û aborî têkoşîn didin, tê bikaranîn (Eliassi 2016). Wek mînak, avabûna Israîlê dawî li diasporaya cihû neanî digel ku armanca talî ya wê dewletê dawîlêanîna diasporaya cihû û avakirina welatekî ewle bû bo gelê cihû. Bi vê eleqedar, Radhakrishnan (2012:40-41) dibêje, di mînaka filistinîyan de ku ji dewleteke serwer bêpar in, zehmet e mirov qedrê sirgunîyê zêde bike dema ‘sirgun nexweşîyek pir sîyasî be ku ji damezrandina dewleta Israîl a 1948a û vir de hatibe serê wan’. Ji ber ku Filistînî mecbûr hatin hiştin ku derkevin, ew jî ‘li serwerîya neteweyî wek bersiveke bêwelatîya xwe ya sîyasî dinerin.

Bêdewletî, wek şêwazeke bêwelatîya sîyasî xwe dispêre vegotineke aîdîyeta axekê. Bi gelemperî, diasporayên Filistînî û Kurd bêdewletîyê bi awayên cuda dibînin. Diasporaya Kurd xwe wek bêdewlet pênase dike ku ji alîyê civata navneteweyî ji nasnameyên îranî, iraqî, sûrîyeyî û Tirk cuda wek neteweyek otonom bê naskirin, diasporaya filistinî bêdewletbûnê wek sifetek xeter dibîne ji ber ku ew tunebûna wan û nexuyabûna wan a li ser axa filistîna dagirkirî rewa dike û wan ji dawkirina axa Filistînê wek welatê wan î neteweyî bêpar dihêle. Endamên diasporayên Kurd û Filistînî ji diasporayên bidewlet cuda, derheqê cudatîyên xwe yî ji komên koçber ên ku ‘xwedî dewlet bûn’ dikin. Difikirin, ne xwedî welatên ewle yên neteweyî ne ku rojekê bikaribin lê vegerin û ji çespandina etnîk azade bi nasnameyên xwe bijîn. Bi vê re eleqedar, koçberên Kurd û Filistînî, li Ewropaya Rojavayî xurtbûna tevgerên rastgir ên populist bo ewlehîya xwe ya civakî û mafê xwe yî welatîyê ya li Swêd û Brîtanyayê wek tehdîd dibînin. Difikirin ka biçin ku derê ger ev tevger bi ser kevin, ev demokrasîyên liberal têk biçin û biryar bidin wan ji Swêd û Brîtanyayê biqewirînin.

Li Rojhilata Navîn, Filistînî azmûnên wan î tahlîyekirinê gelek in lê ne tenê ji Israîlê ji welatên Ereb jî. Azmûnên adinbûnê li Rojhilata Navîn û Ewropaya Rojava xurt dike daxwaza wan a bo serwerîyeke neteweyî, ku bi awayekî îronîk sedema mexdûrîyet û sirgunîya wan e. Li gor Cocks (2006), nasnameyên hevpar gelek caran wek encama etnoneteweperwerîyê xurt dibin. Mesele ev e, ew şêwazên sîyasî yên nû yên pluralîstîk ku tê de têkilîyên newekhev ên di navbera serwer û ne-serwer tên hilberandin, çawa bên afirandin? Bêyî mazûrdîtina tepisandina sîyasî ya komên ne-serwer, nasnameya neteweyî û lêgerîna welatekî neteweyî li ber azadbûna pêkhateyên ne-serwer astengîyeke mezin çêdike. Her çiqas pir zehmet xuya bike û dikare wek utopîk bê dîtin jî, lazim e şêwazeke sîyasî ku wekhevî û heterojenîyê xwedî bike da ku pêkhate û nasnameyên cuda bikaribin bi hev re bêyî hîyerarjî bijîn, bê afirandin. Diasporayên him xwedî dewlet him ên bêdewlet, rola wan grîng e, bo gelekî dorpêçkirî, di ‘afirandina welatekî sîyasî yê ji alîyê mirovatîyê xurt û berfirehtir’(Cocks 2006:38) ji sînorên fetisîner ku di cîhana me de parçebûyîna sîyasî ya wêranker û piştevanîya civakî têk dibe.

 

1 Ev xebat parçeyek e ji projeya lêkolînê “Li YE’yê (jinûve) têgînkirina ’diasporayên bêdewlet’” e û beşek ji Oxford Diasporas Programme, University of Oxford (Leverhulme Trust Grant Number F/08/000/H).

 

ÇAVKANÎ

Ahmed, S. (1999) ‘Home and away: Narratives of migration and estrangement’, International Journal of Cultural Studies, 2 (3), 329-347, doi: 10.1177/136787799900200303

Anthias, F. (2006) ‘Belongings in a globalising and unequal world: Rethinking translocations’, in N. Yuval-Davis and K. Kannabiran and U. Vieten (eds) The situated politics of belonging. London: Sage, 17-31.

Anthias, F. (1998) ‘Evaluating diaspora: Beyond ethnicity’, Sociology, 32 (3): 557-80.

Antonsich, M. (2010) ‘Search for Belonging – An Analytical Framework’, Geography Compass 4 (6), 644-659, doi: 10.1111/j.1749-8198.2009.00317.x

Brubaker, R. (2005) ‘The “Diaspora” Diaspora’, Ethnic and Racial Studies, 28 (1), 1-19, doi: 10.1080/0141987042000289997

Butter, S. (2014) ‘No place like home? Conceptualizations of “home” in Salman Rushdie’s “At the auction of the Ruby Slippers” and Roshi Fernando’s Homesick’, in F. Kläger & K. Stierstorfer (eds) Diasporic constructions of home and belonging. Berlin: De Gruyter, 349-365.

Can, M. (2006) Tätt intill dagarna. Berättelsen om min mor. Stockholm: Nordstedts.

Cocks, J. (2006) ‘Jewish nationalism and the question of Palestine’, Interventions: International Journal of Postcolonial Studies, 8 (1), 24-39, doi: 10.1080/13698010500514954

Cohen, R. (2008) Global Diasporas: An Introduction, 2d ed., New York: Routledge.

Duvyendak, J. W. (2011) The Politics of home: Belonging and Nostalgia in Europe and the United States. New York, NY: Palgrave Macmillan.

Eliassi, B. (2013) Contesting Kurdish Identities in Sweden: Quest for belonging among Middle Eastern Youth, New York: Palgrave Macmillan.

Eliassi, B. (2016) ‘Statelessness in a world of the nation-states: The cases of Kurdish diasporas in Sweden and the UK’, Journal of Ethnic and Migration Studies, 42 (9), 1403-1419, doi: 10.1080/1369183X.2016.1162091

George, R. M. (1999) The Politics of Home. Postcolonial relocations and twentieth-century fiction, London: University of California Press.

Guibernau, M. (2013) Belonging: Solidarity and Division in Modern societies, Cambridge: Polity. Hage, G. (2000) White nation: Fantasies of white supremacy in a multicultural society, New York, NY: Routledge.

Hooks, b. (2009) Belonging. A culture of place. New York, NY: Routledge.

Kenny, K. (2013) Diaspora: A Very Short Introduction, Oxford: Oxford University Press.

King, R. and A. Christou (2010). ‘Cultural geographies of diasporic migration: Perspectives from the study of second-generation “returnees” to Greece’, Population, Space and Place, 16, 103-119, doi: 10.1002/psp.543

Malešević, S. (2013) Nation-States and Nationalisms, Cambridge: Polity.

Maxey, R. (2006) ‘“Life in the diaspora is often held in a strange suspension”: First generation self-fashioning in Hanif Kureishi’s narratives of home and return’, The Journal of Commonwealth Litterature, 41 (5), 5-25.

Radhakrishnan, R. (2003) Theory in an Uneven World, Malden, MA: Blackwell.

Radhakrishnan, R. (2012) A Said Dictionary, New Delhi: Wiley-Blackwell.

Said, E. (1999) After the last sky: Palestinian Lives, New York, NY: Columbia University Press.

Sharma, N. (2015) ‘Belonging’, in B. Andersson & M. Keith (eds) Migration: A compass anthology. Oxford: Compass, 166-167.

Sheffer, G. (2003) Diasporas Politics: At Home Abroad, New York: Cambridge University Press. Skey, M. (2011) National belonging and everyday life. The significance of nationhood in an uncertain world, New York, NY: Palgrave Macmillan.

Soysal, Y. (2002) ‘Citizenship and identity: Living in diaspora in post-war Europe?’, Ethnic and Racial Studies, 23 (1), 1-15.

Sökefeld, M. (2006) ‘Mobilizing in transnational space: a social movement approach to the formation of diaspora’, Global Networks, 6 (3): 265-284, doi: 10.1111/j.1471-0374.2006.00144.x

Yuval-Davis, N. (2006) ‘Belonging and the politics of belonging’, Patterns of Prejudice 40 (3), 197- 214, doi: 10.1080/00313220600769331

Wahlbeck, Ö. (1999) Kurdish Diasporas. A Comparative Study of Kurdish Refugee Communities, London: Macmillan.

Werbner, P. (2015) ‘The boundaries of diaspora: A critical response to Brubaker’, in in F. Kläger & K. Stierstorfer (eds) Diasporic constructions of home and belonging. Berlin: De Gruyter, 35-51.

Share.

Leave A Reply