Kurdolojîya Sovyetî û Oryentalîzma Kurdî

MICHIEL LEEZENBERG

JI ÎNG.: ŞIVAN KELEŞ

Destpêk

Lêkolînên li ser Kurda yên bi zimanê Rûsî, ku ji alîyê lêkolînerên ji serdema Çarîst û serdema Sovyetî ve hatine kirin, em dikarin bêjin ji nav tevkarîyên grîngtirîn in di warê Kurdolojîyê de ne: di sedsala 19a û behtirê sedsala 20î de weșanên lêkolînerên Rûs û yên Sovyetî yên li ser Kurda ji alîyê çendanî û çawanîyê ve jî yên herî biserketî bûn. Li jêr ez dixwazim bi kurtî bidim dû şopa dîroka lêkolînerîya Kurdî ya bi zimanê Rûsî. Bi nêrîna min ev dîrok ne tenê ji bo lêkolînerîya dîroknasîya Kurdî balkêș e, lêbelê ew pirsên din ên berfirehtir û teorîktir jî radixe holê. Bi taybetî jî ew gazî me dike ku em hinek guhertinan bikin di angaștên sereke yên teorîya navdar a Oryentalîzma (1978) Edward Said de. Ji zû de hatîye nîșandan ku angașta Said ya li ser têkilîya taybet a di navbera lêkolînerîya oryentalîst û projeyên împeryalîst de balê tenê dikișîne ser serborîyên Îngilîz û Frensîyan ên di sedsala 19a de, û Amerîka di sedsala 20î de, kêm guh dide û dibe ku yekcar jî guh nade oryentalîzma Almanî, Rûsî û Holendî, tev ku her sê jî giringîyeke wan a mezin hebû, bi taybetî di sedsala 19a de. Pirsgirêka mezintir di angașta Said de jî ew e ku di bêtirê sedsala 19a de lêkolînerîya bi zimanê Almanî bi ti projeyên kolonyalîst û ti berjewendîyên împeryalîst ve ne girêdayî bû, herwisa, oryentalîzma Rûsî jî, tev ku di destpêkê de bandora lêkolînerîya Frensî, û dû re bi awayekî mezintir bandora ya Almanî jî li ser hebû, dîsa jî zehmet e ku mirov wê wekî encama bandora împeryalîzma Frensî yan jî ya Almanî bibîne, bi taybetî ji ber ku Rûsya bi xwe jî împaratorî bû (her çiqas bi wateya xwe ya pêșnûjen be jî, wek hêzeke nûjen a împeryalîst ku bi kapîtalîzmê tê ajotin, di wateya nûjen de).

Tiștê ku vê zehmettir dike ew e, oryentalîzma Sovyetî hin bi hin bêtir lêkolînerên xwemalî û yên rojhilatî vedihewand. Êdî wek ez ê li jêr bêjim, hejmareke baș a lêkolînerên Kurd ên ku eslê wan bi xwe jî Kurd bûn beșdarî afirandina zanîna Kurdolojîk a Sovyetî bûbûn; di destpêkê de ew Kurd ji hundirê Sovyetê bûn, lê ji 1960î û pê de Kurdên ji Rojhilata Navîn jî tevlî wan bûn, bi taybetî ji Iraqê. Ev beșdarbûna Kurda pirsên gelemperîtir derdixe holê li ser tevkarîya lêkolînerên xwemalî ya ji zanîna oryentalîst re. Hêsan e mirov van xwe-ravekirinan û xwe-fêmkirinan wekî șêweyên oryentalîzma xweyî, auto-oryentalîzm yan jî oryentalîzma rojhilatî bibîne; lê ez bawer im navlêkirinên wekî van heqê çalakvanên xwemalî û ne-Rojavayî nadin wan. Ez ê van pirsên gelemperîtir piștî pêdaçûneke kurt di nav Kurdolojîya Sovyetî û kokên wê yên di lêkolînerîya împeryal a Rûsî de, nîqaş bikim.1

Vekolînên Kurdî yên Rûsyaya Çarîst

Mirov dikare bi pișteke rast bêje ku Kurdolojî, wekî warekî serbixwe di hundirê vekolînerîya Îranî de, li Rûsyaya împeryal afirîye, lê çêbûna wê bi saya serê dozeke zimannas a di nava lêkolînerîya Almanî de pêkan bûbû. Kurdolojî wekî pergalekê, li ser wê angaștê ava bûbû ku Kurdî ne zaravayekî zimanê Farisî ye, lêbelê beșekî serbixwe yê zimanên Hind-Ewropî ye, ev dozek bû ku cara yekem bi vebirî ji alîyê lêkolînerên Alman Emil Rödiger (1801-74) û August-Friedrich Pott (1802-87) ve hatibû parastin.2 Ev cihêbûna zimanî bû bingeha doza berfirehtir ku Kurd bi wateya romantîk a nûjen neteweyek an gelekî serbixwe ye; ew êdî wekî miletekî xwedî taybetmendîyên xwe yên neteweyî û nijadî dihatin dîtin, û xwedî baw û kevneșopîyên ku cudatir in ji yên cîranên xwe yên Misilman û Fileh, wek Tirk, Faris, Ermen û Suryanan. Vê nêrîna romantîk-neteweyî bala vekolînê dîsa vegerand ser pirsa bê ka Kurd bi çi yên xwe taybet û cuda ne, ji dêvla ku li ser kereste û rahênanên çandî yên ku bi derdora xwe ya berfirehtir re parve dikirin, bisekinin.

Elaqeya Rûsa ya li ser Kurda (û Ermen û miletên din ên Kafkasyayê) piștî șerê Kirimê (1853-1856) bêtir bû, ku împaratorîya Rûsî li dijî cîranên xwe yên Osmanî jî û dijberên xwe yên împeryal, Îngîltere û Fransa jî tûjtir kir. Peywenda şer û dagirkerîya împeryalîst bi taybetî di berhevoka nivîsên bi zaravayên Kurmancî û Zazakî de dîyar dibe ku ji alîyê pisporê Alman Peter Lerchê (1827-1884) ve hatîye weșandin û materîyalên xwe ji nav girtîyên Kurd ên şer yên ku li navçeya Smolenskê hatibûn girtin, civandibû.

Vekolînerîya Kurdî ya li Rûsyaya Çarîst bi destê pisporê Ermen Xatçatur Abovyan (1809-1848) hatibû destpêkirin: lê ji ber ku berhemên wî bi zimanê Ermenî dihatin weșandin, li derveyî çarçoveyên Ermenî-axêv heger bal kișandibin jî, kêm bal kișandin.3 Lêkolînerîya Kurdolojîk a zû ya bibandortir, bi serekeyî berhemên dîplomatên Rûs bûn ên ku li nêzîkî deverên Kurda hatibûn bicîhkirin. Êdî Auguste Alexandre Jaba (1801-1894) yê ku bi xwe li Polonyayê ji dayik bûbû, di dema karkirina xwe ya wekî konsolekî Rûsî li Erzirumê, pêwendî bi lêkolînerekî xwemalî re danî, Mele Mehmûdê Bazîdî yê ne tenê alîkarîya wî kir di bidestxistina hejmareke mezin a nivîsarên bi zimanê Kurdî de (ku piștî wê bûn bingeha berhevoka nivîsarên Kurdî yên Akademîya Împaratorî ya San Petersburgê), lêbelê wî bi xwe jî nivîsarine grîng nivîsandin û kopî kirin.4 Ferhenga Jaba ya Kurdî-Frensî, ku yek ji hewldanên herî zû û herî kûrûdûr bû di ferhengzanîya Kurdî de, di 1879a de ji alîyê Ferdinand Justi ve hatibû weșandin. Û li San Petersburgê bû jî ku versiyona çapkirî ya Veliaminof-Zernof û wergera Frensî ya Charomy ên Șerefnameyê, weqayînameya Șerefxanê Bidlîsî ya bi zimanê Farisî ya li ser civîn û mîrnișînên berê yên Kurdan, hatibû weșandin.5 Bi rastî jî, bi dirêjahîya bêtirê sedsala 19a û ya 20î, Akademîya Împaratorî ya Zanîstê ya li San Petersburgê û ya ku di serdema Sovyetî de șûna wê girt, dikarin bi heqî jî navê navenda vekolînên Kurdî ya tevayê cîhanê werbigirin.

Giranîya oryentalîstên Rûs a li ser cihêbûna Kurd û Ermenan ji cîranên wan, bi kêrî daxwazên wan ên firehbûna ber bi Împaratorîya Osmanî û Îrana Kacarî ve dihatin, û ji bo taktîkên dabeșkirin û birêvebirinê yên ku ji bo wê armancê dihatin pêkanîn jî, bikêrhatî bûn; lê helbet divê mirov zanîna oryentalîst bi tevahî bi wan armancên împeryalîst û firehkarîyê6 tenê ve girê nede; ya din jî, heger were pêșnîyarkirin ku Kurdolojîya Rûsî ya destpêkî, tenê ji bo planên firehkarîyê yên ji alîyê dewletê ve hatibû çêkirin, di vir de rola çalakvanên xwemalî tê biçûkkirin, nexasim nivîsên destpêkî yên li ser nasnameya neteweyî ya Ermen û Kurda, ku li împaratorîya Osmanî û ya Rûsî ji alîyê welatperwerên Ermenên ne girêdayî dewletê ve dihatin nivîsandin, lêbelê zanîna me ya li ser taybetmendîya van nivîsan heya niha jî kêm e, êdî çawa ku pirsyara me li ser bandora wan a li ser awayê xwe-fêmkirina Kurdan û Ermenan be, û herwisa bandora wan a li ser lêkolînên derengtir ên ku bi awayekî fermîtir dihatin rexnekirin.7

Du xwendekarên Kurda ên Rûs ên herî grîng di destpêka sedsala 20î de bêguman Vladimir Minorsky (1877-1966) û Basile Nikitine (1885-1960) bûn; herdu jî xwedî erkên dîplomatîk bûn li deverên Kurda yên li Îrana Kacarî.8 Minorsky, xuya bû ku pêșeroja wî di warê dîplomasî de ye, û endam bû jî di encumena nîşankirina sînorê di navbera Tirkîye û Îranê de; lêbelê ji ber guherînên sîyasî yên nedîtbar û nedîtî, ku ya herî grîng ji wan jî helbet șoreșa Rûsyayê bû, ew di dawîyê de bû yek ji lêkolînerên sereke ne tenê di warê Kurda de lêbelê di warê cîhana Îranî tevî de. Piștî wî li Zanîngeha Moskovê zagonnasî xwend, beșdarî xizmeta Rûsî ya dîplomatîk bû, û li gel hinekên din tevlî encumena navneteweyî ya nîșankirina sînorê di navbera Împaratorîya Osmanî û Îranê de bû. Piștî șoreșa Rûsyayê Minorsky li Parîsê bi cîh bû, û piștî wê, ji 1933yan û pê de li Xwendegeha Vekolînên Rojhilatî li Londonê bû mamosteyê zimanê Farisî. Di weșana yekem a Encyclopaedia of Islam de wî gelek babet li ser dîrok, ziman û bawerîyên olî yên Kurda nivîsîn. Tev ku xebatên Minorsky di destpêkê de ta radeyeke grîng di warê nijadnasî û zimannasîya meydanî de bûn, bi taybetî li Bakurê Rojavayê Îranê, di nivîsên xwe yên derengtir de dêna xwe bêtir bir ser vekolînerîya di nivîsarên dîrokî de; li ser bingeha wan vekolînan wî bi awayekî navdar îddîa kir ku damezrênerê xanedana Eyubî, Selaheddîn, bi nijadê xwe Kurd bû û bi resenê xwe ji Kurdên Hedbanî yên navçeya Divînê bû.9 Li gor gotinên Bosworth, ew neteweperwerekî Rûs ê dilgerm bû, piştî dorpêçkirina Almanan a li ser Lenîngradê, wî versîyona xwe ya 1942a ya Tezkîrat El-Mulûk dîyarî Kurdolojîstên Sovyetî kir. Lê ew venegerîya xaka Rûsyayê heya ku di 1960î de ji alîyê Akademîya Sovyetî ya Zanîstê ve hat vexwendin, û bû mêvanê rûmetê di Civîna Navnetewî ya Oryentalîstan a 23mîn li Moskovayê.

Basil Nikitine jî li Urmîyeya Îranê demeke baș wekî cîgirê Konsolê Rûsyayê xebitîbû, û li wir wî jî wekî Jaba ji xwe re meleyekî xwemalî dîtibû, Mele Seîdê Qazî, ku jê re nivîsarên Kurdî dinivîsandin, piștî șoreșa Rûsyayê jî revîyabû Fransayê. Tev ku wî perwerdehîya oryentalîst nestendibû û em bi rastî bêjin, ne mirovekî akademîk bû jî, wî hejmareke berhemên bi bandor li ser Kurdan belav kir, ya herî grîng ji nav wan pêdaçûneke li hev siwarkirî bû ku li Fransayê di 1956a de weșandibû.10 Li gor Scalbert-Yucel û Le Rey, bi saya lêkolînerên wek Nikitine bû ku zanîneke bingehîn li ser Kurdan hat afirandin, bi rêya balkișandina li ser tiștên ku Kurd ji miletên li hawîrdora wan cuda dikirin, û tiștên derbir ên di gîyanê wan ê neteweyî yê serbixwe de (Nikitine 1956: 65). Ev rawestina li ser kevneșopîyê (ya Nikitine 1956: 255, piștî Vilecevsky navê ‘hypertrophie de folklore’ lê kir) ku di eynî demê de rola bandorên çandî yên Îslamî yên Olî û yên Farisî (ji bilî bawên çandî yên ku bi Ermenan re parve dikirin) dihate biçûkkirin, hemû bi hev re rêyek bû ji bo ku Kurdan wekî neteweyekî cuda pêșkêș bikin. Dibe ku mirov di Kurdolojîya Sovyetî de ji bandora şêwazker a Nikitine li ser meylên cewherîkirinê de guman bike (dawîya dawî, berhema wî ya sereke heya 1956a jî bi Frensî nehatibû weșandin, û di 1964a de nû hat wergerandin ser Rûsî); lê mirov dikare pir kêm guman bike ku wî bi awayekî tevkarîya pêvajoyeke lêkolînerîya berfirehtir kir an nêzî wê bû, ew pêvajoya ku mirov dikare wek ‘folklorkirîzekirina Kurdan’ bi nav bike. Ez ê li jêr taybetmendîyên wê pêvajoyê bi awayekî berfirehtir rave bikim.

Vekolînên Kurdî li Yekîtîya Sovyeta

Hatîye îddîakirin ku lêkolînerîya oryentalîst a Sovyetî kategorîyên berî șoreșê dîsa diafirîne, nexasim rêbazên oryentalîzma Almanî,11 lê dîsa jî pirs vekirî dimîne bê ka hilweșîna sîyasî ya berçav a ku bi șoreșa Rûsî ya 1917a ve hat destpêkirin heya kîjan radeyê bû sedema guherîneke rewșenbîrî û ramanwerî di dîroka vekolînerîya bi zimanê Rûsî ya li ser Kurda de. Bi taybetî jî, niha ne dîyar e bê heya kîjan radeyê bandora berhemên destpêkî yên serdema împaratorî ya Rûsî, yên lêkolînerên mîna Minorsky û Nikitine ku li Sovyetê bi navê ‘burjuwazî’ dihatin naskirin, li ser berhemên Kurdolojîstên Sovyetî yên ji nifșên piștî wan hebû. Bîrdoza min a sereke li vir ev e ku hejmarek ji pêșbînîyên neteweyî yên alozker ji lêkolînerîya Kurdolojî ya serdema berî șoreșê hatine wergirtin, ji alîyekî ve bi ramana ku ziman bingeha neteweyê ye, û ji alîyekî ve bi folklorîzekirina Kurda ve elaqeder e ku me berî niha çêli wê kirîye; lê divê mirov encama dawî bihêle heya ku lidûçûnên kûrûdûrtir li ser vê yekê werin kirin.

Qedera vekolînên Kurdî -û ya gelheyên Kurd ên- li Yekîtîya Sovyeta nûava de bi guherînên di yasayên Sovyetî yên netewetîyê re û bi têkoșînên navxweyî yên li Kremlînê û li navendên rêvebirinê yên herêmî re, diguherîn. Di destpêka 1920a de Kurd ji alîyê desthilatdarîyên Sovyetî ve wekî gelekî (narod) cihê hatin naskirin; tev ku vê rewșê dîsa jî ew hilnedidan pileya ku herêmeke wan a serbixwe (oblast yan okrug) hebe, mafê perwerdehîya seretayî û ya bilindtir a bi zimanê Kurdî da wan û rê li ber pișkivîna çalakîya wêjeyî ya Kurdî jî vekir. Di 1923ya de, yekeyeke (uyezd) Kurd a biçûk a rêvebirinê li dora bajarokê Laçînê ya li Azerbeycanê hat damezirandin, û heya 1929a jî ma. Di 1922ya de alfabeyeke Ermenî ji bo zimanê Kurdî hat çêkirin, lê ew gelekî berbelav nebû; ya bibandortir alfabeya Latînî bû ku di 1927an de ji alîyê Aysor Murgalov û Ereb Șamilov (Șemo) ve hatibû çêkirin.12 Li Ermenistana Sovyetî bû ku pirtûkên pêșî yên bi Kurmancî anku Kurdîya Jorîn ji bo dibistana seretayî û ya bilind hatibûn çêkirin; lêbelê gavên grîng ên yekem ji bo afirandina pexșaneke wêjeyî bi Kurdî jî bi awayekî bingehîn li wir hatibûn avêtin, ew jî bi rêya roman û kurteçîrokên Erebê Șemo û hinekên din. Loma jî li Êrîvanê bû ku Erebê Șemo romana Kurdî ya yekem a bi navê Șivanê Kurmanca di 1935an de weșand.13

Ji 1920î û pê ve hejmareke navendên sereke yên Kurdolojîya Sovyetî çêbûn. Ya yekem ji wan bêguman Lenîngrad bû, ku xebatên Kurdolojîyê li zanîngeha wê jî û li Akademîya Zanîstê jî dihatin kirin. Bi taybetî jî A.A. Freimanê (1879-1968) pisporê vekolînerîya hevberkirina zimanên Îranî yên kevnare û yên nûjen, û Iosef Orbeli (1887-1961) ê ku di 1931ê de li zanîngeha Lenîngradê zimannasîya Kurdî wekî warekî vekolînê yê serbixwe û rewa damezirand. Orbeli ji 1916an heya 1937a li Zanîngeha Lenîngradê zimanê perwerdehîya zimanê Kurdî da; di 1959an de wî beșekî Kurdî (Kurdskî Kabinet) di hundirê Enstîtûya Gelên Asyayî li Akademîya Sovyetî ya li Lenîngradê damezirand; û di 1961ê de jî Kurdoyev ket șûna wî di serokatîya wî beșî de. Di nivîsara xwe ya sereke ya ku tê de doza beșekî Kurdî yê serbixwe kir, Orbeli wisa nivîsî:

“Ji ber pêdivîya me ya bi planekê ji bo xebata akademîk di Beșê Vekolînên Kurdî de, ji 1ê Adara 1959a û pê de, koma Kurdolojîstan a ku niha di bin sîya Beșê Îranî de ye, bila were bijartin ku bibe yekîneyeke serbixwe, bi rêvebirîya min û bi beșdarîya endamên ku li vir navê wan heye: K.K. Kurdoyev, I.I. Zukerman, M.B. Rudenko, J.S. Musaelyan, E.I. Dementieva (Vasilieva) û șagirtên doktorayê I.A.Smirnova, Z.A Yusupova, K.R. Eyubi û J. Jalilov.”14

Êdî tev ku serokatîyek yan jî profesorîyeke serbixwe ji bo Kurdî ti carê nehat afirandin jî, Kurdolojîya Sovyetî ji wir û pê de bi awayekî fermî cihê xwe girt ku berî wê demê ti carê wisa nebûbû, û ket serdemekê ku mirov dikare bêje serdema pișkivîna wê bû di hundirê dema germbûna meydana sîyasî ya ji 1960î heya 1970yî. Ji alîyê wêjeyê ve dudilîyek heye bê rewșa fermî ya van vekolînên Kurdolojîk bi vebirî çi ye; ji ber vê yekê jî hin çavkanî behsa serokatîyên di warê Kurdolojîyê de dikin, û hinekên din behsa profesorinan dikin ku cihên wan di nav civînên serokên beșên zimanên Îranî û vekolînên rojhilatî de hene û di ber re di warê ziman yan jî dîroka Kurdan de vedikolin. Min ti belgeyên arșîvî nedîtine ku hebûna serokekî fermî yê beșa Kurdî li Petersburgê piștrast dikin.

Navendeke din a grîng ji bo Kurdolojîya Sovyetî jî Ermenistana Sovyetî ye, ya ku zanîna akademîk lê hatibû afirandin, û hatibû hêsankirin û pêkanîn di rêya rojnamevanî, wêje, û bi awayekî taybet di rêya çêkirina pirtûkên xwendinê yên bi zimanê Kurdî yên ji bo perwerdekirina gelheyên Kurd ên xwemalî li dibistanên seretayî û yên bilindtir. Û herwisa li Êrîvanê bû ku kongreya yekem a Kurdolojîya tevayê Sovyetê di 1934a de hat lidarxistin, ku bi encama xwe doza çêkirina ferhengeke Kurdî û rêzimaneka dîrokî kir, û doza vekolînên kûrûdûrtir li ser Kurdan li Lenîngrad û Moskovayê kir, û herwisa doza damezirandina beșekî Oryentalîst li Akademîya Ermenî ya Zanîstê kir ku tê de komeke xebatê ya Kurdolojîyê jî hebe. Û herwisa li vê kongreyê, yan jî di xebatên li dora wê bû ku gotina ‘Kurdolojî’ dest bi belavbûnê kir, tev ku ev gotin berî wê ji alîyê Nikitine15 ve hatibû bikaranîn, nivîsarên berî wan ên kesên mîna Rödiger û Pott bi gelemperî gotina “vekolînên Kurdî” bi kar dianîn.

Navendên din ên Kurdolojîya Sovyetî Zanîngeha Moskovayê bû, bi taybetî bi rêvebirîya zimannas B.V. Miller, û navendek li Bakû ya Azerbeycanê ku heya 1959a jî nehatibû damezirandin. Ez ê bala xwe nebim ser van navendan, û ne li ser çalakîyên din ên Kurdolojîyê li Gurcistan û Asyaya Navîn (nemaze Kazakistan).

Sîyasetên Stalînî yên bêhntengtir bi alî mijara netewetîyê ve di salên 1930 û 1940an, bandora wan a li ser Kurdolojîya akademîk hîn jî nehatîye nirxandin; lê bandora wan sîyasetan bi taybetî li çîyayên Kafkasyayê gelekî mezin bû. Herêma Kurdî ya serbixwe (uyezd) ya ‘Kurdistana Sor’ li Laçînê di 1930î de kiribûn okrug jî, û zû bi zû bi fermana Kremlînê hemû hat hilweșandin jî. Di 1936a de federasyona Navkafkasî hat hilweșandin, û di 1937a de jî hejmareke mezin a Kurda ji Ermenistan û Azerbeycanê ber bi Asyaya Navîn ve hatibûn sirgûnkirin, di 1944 de Kurdên komara Gurcistanê jî rastî wê qederê hatin. Bandorên çandî dîyar û berçav in: li gor Hassanpour, weșandina pirtûkên Kurdî di navbera 1938yî û 1945an de bi tevahî rawestîya, û weșana zindî di 1950a de ji nû ve dest pê kir.16

Erê hejmara pirtûkên bi Kurdî kêm bûbû, lê hîn jî hejmara xebatan bêtir dibû, nexasim piștî Șerê Cîhanê yê Duyem û mirina Stalînî di 1953ya de. Qanat Kurdoyev (versyona Rûsîkirî ya navê Qenatê Kurdo) (1909-1985) hêja ye ku em bala xwe bidinê wekî Kurdolojîstê Sovyetî yê herî bibandor ku bi xwe jî Kurd bû.17 Ew li navçeya Qersê ya ku di bin desthilatîya Osmanîyan de bû ji dayik bûbû, û ji wir malbata wî di 1918an de revîya xaka Rûsyaya piștî șoreșê, û dû re di 1921ê de li Tiblîsê bi cîh bûbûn. Kurdoyev ji nifşê pêșî bû yê xwendevanên Kurd ên ku di 1928a de ji bo perwerdehîya akademîk ber bi Lenîngradê ve hatin rêkirin; li wir wî bi Freiman û Orbeli re xwend, lè herwisa bi Nikolay Marr (1865-1934) re jî, yê ku ji 1911a de serokê beșê Zimanên Rojhilatî yê zanîngeha San Petersburgê bû. Bi awayekî navdar, Marr herwisa xwedîyê bîrdoza zimanên Yafesî bû, ku bingeheke hișk bû ji zanîsta wan re, û bi awayekî ne fermî bûbû felsefeya dewletê jî di salên 1920 û 1930yî de, heya ku Stalînî bi xwe di gotara xwe ya navdar a li ser Marksîzm û Zimannasîyê de di rojnameya Pravdayê de dev avêt berhemên Marr. Di 1955an de Kurdoyevê ku ji 1946an de li Lenîngradê perwerdehî dida, gotarek a rexneyî nivîsand li ser bîrdozên Yafesî yên zimannasên berî xwe yên ku li ser Kurdî xebitîbûn, bi taybetî Miller, Vilecevsky û Cukerman. Ji loma jî, xuya dike Kurdolojîya Sovyetî guherîn û pevketinên akademî û sîyasî yên berfirehtir nîșan dide; bi awayekî taybettir, dîyar e ku lêkolînerîya Kurdî ya zimanî ya di Yekîtîya Sovyetî de bi rengê bîrdozên Marr hatibû xemilandin, û pișt re bi rengê tunekirina bîrdozên wî hatibû xemilandin.18

Bi gelemperî, dîyar dibe bandora guherîna sîyasetên netewetîyê kêm bû li ser Kurdan û lêkolînerên Kurd ên ku li Lenîngrad û Moskovê dixebitîn. Li Ermenistana Sovyetî yek ji lêkolînerên herî grîng ku di warê folklora Kurdan de kolaye Hecîyê Cindîyê Kurd bû (1908-1990). Wekî Kurdoyev, Cindî jî li navçeya Qersê ji dayik bûbû, û bi malbata xwe re di 1918an de revîyabû. Di 1930î de ketibû fakulteya zimannasîyê ya Zanîngeha Êrîvanê, piștî wê bû serokê Akademîya Perwerdehîzanîya Kurdî ya Ermenistanê, heya ku di 1938a de dema herî germ a terorîzma Stalînî de hat girtin û ket hebsê bi tohmeta ajanîya ji bo împaratorîyê.19 Dû re, bi taybetî di nav Êzîdîyên Ermenistana Sovyetî de du lêkolînerên Sovyetî yên herî grîng ên esil- Kurd ku xebatên grîng kiribûn Ordîxanê Celîl (1932-2007) û Celîlê Celîl (1936-) bûn ku hejmareke mezin a berhemên folklorî civand û weșandin. Piștî ku ji Zanîngeha Êrîvanê der çû, Ordîxan tevlî karmendên Kurd ên Zanîngeha Lenîngradê bû; Celîl ji 1963ya heya 1993ya serokatîya kabîneta Kurdî ya li Akademîya Zanîstê kir, piștî hilweșîna Yekîtîya Sovyetî di 1991ê de, ew penaberî Awistiryayê bû.20

Herwisa li kabîneta Kurdî ya Lenîngradê bû ku Margaret Rudenko (1928-1977) jî xebitîbû; bi beșdarîya hinekên din, wê versîyona rexneyî ya yekem (û heya niha ya tenê) ya Mem û Zîna Ehmedê Xanî belav kir, ku bi berfirehî wekî efsaneya neteweyî ya Kurdan tê dîtin, û herwisa versîyonên șêweyên wêjeya Kurdî ya klasîk ên folklorîtir jî, mîna Zembîlfiroșa Mele Bateyî, Șêxê Sen’anîyana Feqîyê Teyran, Leyla û Mecnûna Harisê Bidlîsî, û herwisa destxeta Mehmûdê Bazîdî ‘Adat u rasumatname-ye Akradîye [Nameya Adet û Bawên Kurdan] ku bi xwe jî li ser xwesteka Jaba hatibû nivîsandin. Rûnivîseke zêmarên Êzîdîyan ên devkî jî, ku ji xebata meydanî ya di nav Êzîdîyên Ermenistan, Gurcistan û Ezerbeycanê de hatibû civandin, piștî mirina wê hatin weșandin.21

Dawîya Yekîtîya Sovyetî jî di 1991ê de hat, vê carê ji ber sedemên îdeolojîk bêtir ên aborî -ji bilî teqîna neteweyî ya li Kafkasyayê. Di 1992ya de Laçîn ji alîyê hêzên Ermen ve hat dagirtin û Kurdên navçeyê ‘Komara Kurd a Laçînê ‘ ragihandin, ku di dawîyê de dîyar bû ku serborîyeke temen-kurt bû; heya niha jî Laçîn korîdoreke grîng e di navbera Ermenistan û komara xwe-ragihandî ya Nagorno-Karabaxê de, û bi hişkî di destê Ermenan de ye. Li Rûsyayê bi xwe, li devera ku niha bi navê Akademîya Rûsî ya Zanîstê ya li Petersburgê tê naskirin, vekolînên Kurdî didomin, bi taybetî jî bi destê Zare Alievna Yusupova (1934-), zimannasa ku li ser zaravayên Soranî û Hewramanî radiweste; lêbelê xuya ye ku vekolînên Kurdî ji hilweșîna Yekîtîya Sovyetî û vir de kêmtir bûne. Di jinûveavakirina Enstîtûya Rojhilatî ya di 2005an de, kabîneta Kurdî kirin nav beșa Rojhilata Nêzîk a di bin rêvebirîya O.F. Akimushkin de.22

Hin ji taybetmendîyên gelemperî yên Kurdolojîya Sovyetî awarte ne. Yek ji yên ku berî niha berçav bûne bandora faktorên sîyasî û ramanwerî ya li ser bijartina mijarên lêkolînê ye; loma Landau (1975: 195) tunebûna vekolînên sîyasî yên li ser Kurda di nav berhemên Sovyetî de nîșan dide; û wek wî jî, Bennigsen nîșan dide ku kêm berhemên li ser nijadnasî û dîroka nûjen a Kurda heye. Em dikarin tunebûna berhemên nijadnasîyê bi kêmanî ji alîyekî ve bi zehmetîya bidestxistina destûra pêkanîna xebatên meydanî li Iraq û Îranê ve girê bidin; û kêmbûna elaqeya derbarê pirsgirêkên sîyasî û dîrokî yên nûjen jî li gor Landau, dibe ku ji ber xwestina desthilatdarîyên Sovyetî ku dostên xwe yên sîyasî ji xwe nexeyidînin.

Di vekolînerîya zimanî de, tercîheke dîyar heye bo vekolînên zaravayî û berhemên rêzimana dîrokî.23 Di lêkolînerîya Sovyetî ya li ser wêjeya Kurdî de jî eșkere dibe, çanda devkî di ser a nivîskî re ku wek wêjeya bilind bo li qesr an li medreseyan werin xwendin, tê girtin. Ya din jî, dema ku nivîsarên wêjeya Kurdî ya klasîk tên gotûbêjkirin, nîvê caran di nav peywenda vekolînên tîpolojîk ên efsaneyên lehengî yan jî berhemên wêjeyî yên neteweyî de tê gotûbêjkirin, ji dêvla ku ji alîyê kok û paşxaneyî (genetics) an herêmî were gotûbêjkirin, wek mînak, wek parçeyek ji wêjeya Îslamî, Farisî yan jî Farisistanî ya berfirehtir de. Ji ber vê, versîyona weșandî ya teza Margaret Rudenko ya 1955an, versîyona nivîskî ya rexneyî ya Mem û Zîn (1695) a Ehmedê Xanî, bi awayekî berçav wekî xelekekê ji rêza Pamjatniki literatury (Berhemên Wêjeyî yên Gewre yên Gelên Rojhilatî) de hat weșandin.

Tiștêki tîpîk di van hemû vekolînên di warê wêjeya bilind de û kevneșopîya folklorî de jî, bala wan li ser alîyên binyadî û şêwazî ne, bala xwe nadin alîyên performansî. Bi awayekî berçav, di apendîksa dawîya pirtûka Rudenko ya Kurdskije narodnije skazki (rr.243-5) de analîzeke tîpolojîk a mijarên wan çîrokên gelêrî yên Kurdî vedihewîne, li ser bingeha rêbaza morfolojîk a Propp û rêbazên din ên formalîst an binyadger. Ewqasî bal neçûye li ser alîyê vegotinî yan jî yê performansî; ji ber wê jî, bi qasî ku ez dikarim bi piștrastî bêjim, ti vekolînên kûrûdûr ên bi zimanê Rûsî nînin ku vegotina çîrokên folklorî û șêweyên din ên helbestvanîyê wek bûyereke mûzîkal a ji alîyê hozan an jî dengbêjekî herêmî ve tê pêșkêșkirin, lê bikolin.

Li tenișta vê tunebûna formalîst a baldayîna bo alîyên performansî, jinûveșêwendaneke neteweyî û berawirdî ya wêjeya devkî ya Kurdî û wêjeya nivîskî ya Kurda wekî ‘Gelekî Rojhilatî’ yê cuda jî, heye. Loma, helbesta Mem û Zîna Ehmedê Xanî herdem wekî destaneke neteweyî tê dîtin, ji dêvla ku wekî beșekî ji kevneșopa Farisî ya helbestên mesnewî were dîtin. Ji xwe berê di 1938a de Orbeli helbesta Xanî bi helbesta Rustaveli ya Vephkhistaqosani (Siwarê di çermê Pilingî de) ve girê dabû, ku ew jî wekî destana neteweyî ya Gurcî tê pêșkêșkirin: wek Firdowsî ji Farisan re û Rustaveli ji Gurcan re, ew Xanî jî wekî helbestvanê neteweyî yê Kurdan dibîne.24 Erê dîyar e tiștekî aqilane ye, mirov destana Xanî wekî di hundirê çarçoveya destanên neteweyî de hevber bike, di dawîya serdema Osmanî de bû ku nivîskarên mîna Hecî Qadirê Koyî Mem û Zîn hildan asta destana neteweyî ya Kurd. Li ser vê bingehê, vê jinûveșêwedana han hișt ku hêdî hêdî nêzbûna Xanî yên bi berhemên din ên wêjeya rojhilatî yên pre-modern re, werin biçûkkirin an grîng neyên dîtin, nexasim helbestvanîya Farisî ya mesnewîya klasîk ku Xanî bi eșkereyî wek modela xwe qal kiribû.

Dibe ku ev rêbaza formalîst û berawirdî ya ketîye șûna rêbazeke bêtir dîrokî-paşxaneyî bi alîyê çîrokên folklorî û destanên neteweyî de, ketibe bin bandora rêbazên Sovyetî yên tîpîk ên formalîst û binyadger ên mîna morfolojîya Vladimir Propp a li ser çîrokên folklorîk; lê min hîn ti delîlên xurt nedîtine ji bo ku vê îddîayê piștrast bikim. Bilindbûn û hilweșîna bîrdoza Yafesî ya li ser Kurdî bi eșkereyî guherîna di sîyaseta (yan hewesa) Stalînî de nîșan dide, lê taybetmendîyên din ên lêkolînerîya Kurdolojîya Sovyetî di rêya sîyaseta têkilîyên neteweyî û navneteweyî re nayên ravekirin

Ji loma, tunebûneke berdewam û eșkere ya baldarîya bo hêlên Îslamî yên çanda Kurdî de heye, ku gelek caran li tenișta reftareke dij-olî ya dîyar û carinan eșkere ye. Reftara gelemperî ya dij-olî ya di nav vekolînerên Sovyetî de bêguman yek ji sedemên vê kêmbûna baldarîya bo xwendina Îslamî û terîqeyên Sûfî yên ortodoks an hișkbawer bû. Balkêş e, Erebê Șemo serpêhatîyên xwe yî otobîyografîk ên derbarê pratîkên Sûfitîyê ku di xortanîya xwe de bûbû şahidê wan di rojnameya Ateist25 de, bi eșkereyî dij-olî bû, weşandîye. Di 1930a de, ev reftara han bi taybetî li Ermenistana Sovyetî hat bihêzkirin di rêya hewldanên xurtkirina cihêbûna di navbera Kurdên Sunî û yên Êzîdî ku bi Kurdî diaxivin lê oleke wan a cuda heye. Lêbelê, bi awayekî balkêș jî teorîya gel (folk theory) ya ku di nav Kurdên netewperwer û sekuler de berbelav e, ku dibêje Êzîdî Zerduștî ne û li ser oleke bav û kalan a Îranî mane, xuya ye ev bîrdoz li Yekîtîya Sovyetî gelekî nehatîye pejirandin. Ji ber vê yekê jî, dîyar e bala ser reformerê Sûfîyê Kurd Mewlana Xalidê Neqișbendî (1779-1827) di lêkolînerîya Rûsî û ya Kurdî ya Sovyetî de tune ye, tevî ku rola wî eșkere ye di geşbûna tevgera Xalidî ya dû re li Kafkasyayê.26 Ev yek jî dibe ku hesasîyên sîyasî yên wê serdemê nîșan dide: hejmareke baș a Sûfîyên Xalidî piștî zordestîya di dema șoreșa Șêx Seîd de di 1925a de ji Komara Tirkîyêya nû-ava revîyan; xuya ye gelek ji wan li ser fermana Stalînî di 1930a de ber bi Kazakistanê ve hatin koçkirin.

Lêbelê ew ê gotineke pirr mezin be heger em bêjin ku alîgirîyeke dij-Îslamî di Kurdolojîya Sovyetî de hebû. Ya din jî, ev nehevsengîya han bi awayekî ramanwerî bi hêsanî nayê vegotin, wek mînak: wekî encama sîyasetên Lenînî û Stalînî yên dij-olî, yan jî wekî encama nêrîna Sovyetî ya gelemperî ya ji Îslamê re (nexasim ji Sûfîtîyê re) wekî oleke pașketî, wek ku me berî niha gotîye, gavên yekêm ber bi folklorîzekirina Kurdan û ne-muslimankirina wan de di dawîya sedsala 19a de ji alîyê lêkolînerên pêș-Sovyetî ve hatibûn avêtin.

Ev tunebûna bala li ser mijarên Îslamî, li tenișta folklorîzekirina ku me li jor behsa wê kir, ez dikarim bêjim, hiștin ku perwerdehîya Kurdî ya olî ya pêş-modern bi awayekî pergalkirî were biçûkkirin û piștguhkirin. Ji ber wisa, berhemên destpêkî yên lêkolînerên olî yên Kurd ên pêș-modern, mîna Serfa Kurmancî (Morfolojîya Kurmancî) ya Elîyê Teremaxî ya bi zimanê Kurdî, ji 1860î de ji alîyê Jaba û peyam nêrê wî Mehmûdê Bazîdî ve hatibûn dîtin, lê heya 1971ê jî nehatibûn weșandin ne li Moskov an Lenîngradê jî, lêbelê li Bexdê.27 Rêzimana Teremaxî dîyar e grîngîyeke wê ya bingehîn heye, ji ber ku ne tenê nimûneya herî kevn a pexșana Kurdî ye, lêbelê têbinîyên herî kevnare û parastî yên li ser sazîya rêzimana Kurdî jî dihewîne; lê bi awayekî balkêș, û bi eșkereyî, komîsyona karûbarên weșandina naveroka ku ji alîyê Jaba ve hatibû civandin, bi awayekî ne fermî vê nivîsarê wekî ‘grîngîya di rêza duyem de’ piștguh dike.28

Dîroka vekolînên Kurdî yên Sovyetî li Iraqê

Kurdolojîya Sovyetî roleke xwe ya navnetewî ya grîng hebû di serdema Şerê Sar de. Serdemeke nû dest pê kir di vê dînamîzma navneteweyî de dema ku șagirtên Kurd ên ji derve dest bi hatinê kirin, bi taybetî ji Iraqa piștî șoreșê. Wek ku me berî niha gotibû, di 1961ê de Kurdoyev bûbû rêvebirê kabîneta Kurdî ya bi destê Orbeli hatibû damezirandin. Ji destpêka 1960a û pê de, vê navendê șagirtên Kurd ber bi xwe ve kișandin, ne tenê ji Komara Sovyetî ya Ermenistanê, lêbelê hin bi hin bêtir ji Iraqê jî dihatin, ku di șoreșa wê ya 1958a de mîrnișîna wê ya dosta Brîtanyayê ji ser hukim hat avêtin û komareke șoreșî ya dostê Sovyetê bi destê general Qassem hat sazkirin. Bi encama germbûna têkilîyên Iraqî-Sovyetî, û derfeteke nû ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd a li Iraqê ku di peymana 1959a ya di navbera hikûmeta Bexdê ya nû de û Partîya Demokratî ya Kurdistanê bi rêvebirîya Mele Mistefa Barzanî, di 1960î de nifșê yekem ê xwendekarên Iraqî hat șandin bo Yekîtîya Sovyetî ku xwendina bilind bidomînin. Di nav wan xwendekaran de çend Kurd hebûn ku bûn yên herî bibandor di warê lêkolînerîya Kurdî ya Iraqê de. Du xwendekarên herî bibandor ji nav wan jî bêguman Izzedîn Resûl (1931-) û Merûf Xezendar (1930-) bûn.29 Xeznedar dibe ku șagirtê Kurdê Iraqê yê herî grîng be ku li Yekîtîya Sovyetê xwendîye. Di 1961ê de çû Lenîngradê ku bi Kurdoyev re bixebite, di 1967an de teza wî ya zanîstî bi zimanê Rûsî hat weșandin; tê de gotûbêja wêjeya Kurdî ya nûjen dike wekî derbirineke têkoșîna çînên civakî û rizgarkirina neteweyî. Piștî wê jî bû serokê hinek akademîyên Kurdî û gelek berhem nivîsandin, gelek ji wan jî di perwerdehîya dibistanên bilind de hatin bikaranîn. Niha jî bi nivîsandina xwe-jînenîgarîyeka ku dibe ji 7 cildan pêk bê mijûl dibe, di dema vê nivîsê de 2 cild belav bûbûn. Mixabin, ev herdu cild me hîn jî nabin salên grîng ên şikilgirtina afirînerîya Xeznedar li Yekîtîya Sovyetî.30

Ji destpêkê de Resûl di Partîya Iraqî ya Komunîst (PIK) de çalak bû; tê gotin ku di dema serokatîya beșa Kurdî yê di rojnameya PIKê de, wî bi tena serê xwe hemû berhemên li ser çand û sîyaseta Kurdan di rojnameyê de dinivîsandin. Di 1963a de Resûl bi teza xwe ya zanîstî ya li ser realîzma di wêjeya Kurdî de PhD ji Zanîngeha Bakûyê wergirt; di 1977a de, wî bi wergera bo Rûsî ya pirtûkeke li ser Mem û Zîna Ehmedê Xanî ku pêșî di 1975a de bi Erebî hatibû weșandin, bi pileya DSC ya Enstîtûya Zimanên Rojhilatî ya Akademîya Moskov a Zanîstê hat xelatkirin; di wê vekolînê de bi nêrîneke modernîst û eșkere, Xanî bi wateya sekuler û heya bi ya Marksîst jî, wekî felsefevanekî dihat dîtin.31 Di salên piștî wê de, Resûl bû serokê Akademîya Kurdî ya li Bexdê piștî ku Merûf Xezendar ji ser Kurdîya serokatîyê daxist.

Zalbûna lêkolînerên xwedî perwerdeya Sovyetî û di bin bandora nêrînên Marksîst de, di beșên Kurdî yên nûava li zanîngehên Bexda û Silêmanîyê, û li Akademîya Kurdî, bû nîșana veguherîneke grîng (û bilez bi sazûman bû) di nav lêkolînerên Kurd ên Iraqê de û dewsa nifșê di hucre û medreseyan de hatibûn perwerdekirin, mîna dîroknasê wêjeyê yê grîng Aladdîn Sacadî û zimannas Tewfîq Wehbî.

Paşxaneya Sovyetî û Marksîst a lêkolînerîya Kurdolojîya (û perwerdeya ziman û wêjeya Kurdî) îro li Kurdistana Iraqê mijarek ji bo nivîsareke serbixwe ye. Li vir, em dikarin bêjin, ku ev șêweya perwerdehîyê ya sazûmankirî hevsengîyeke bêhizûr di navbera hêmanên Marksîst û yên neteweyî yên Kurd de nîșan dide; di peywenda Iraqê de, pêdivîyeke xurt hebû ku lihevhatinek hebe bi netewperwerîya Erebî ya rejîmên bi dû hev de ji 1958a û pê de, ku hemûyan jî xwe bi rengekî șoreșgerî û wekî dostên Yekîtîya Sovyetî nîșan didan (bi taybetî ya Partîya Baes a tev-erebî ya ku ji 1968a de li ser hukim bû). Ta radeyeke biçûktir, vê netewperwerîya Kurd ya bi rengê Marksîst divîyabû xwe li cîhekî baș deyne li hember netewperwerîya Îranî ya Îrana Pehlewî. Loma, Xeznedar dibîne ku li ser bingeha olî, Kurdên bi ‘piranî Sunî’ têkilîyeke nêzîktir û bandoreke çandî ya mezintir a Ereban li ser wan çêbûye (xuya ye Ereb jî di vir de Sunî hatine hesibandin) ji kevneșopîya Farisî bêtir, wê wek Șîî dibîne, û dibîne ku di her halî de ji çanda Erebî ya olî û wêjeyî hatîye. Wek di rewșa Yekîtîya Sovyetî de, zanîsta Kurdolojî diva bû çareyekê bibîne ji bo tevlihevîya dubendî û astengker.

Oryentalîzma xwebixweyî?

Zanîna Kurdolojîya ji alîyê Kurdên ji Yekîtîya Sovyetî yan jî yên li wir xwendibûn hatîye, helbet bi awayekî îdeolojîk hatîye çarçovekirin û sazkirin. Ji ber wê jî, mirov bike neke, carinan xuya dike wekî Oryentalîzma xwebixweyî yan ya Rojhilatî xuya dike, anku, bi awayekî bihemd yan bêhemd kategorî û bîrdozên çeloxwarî yên vekolînerîya bîyanî diafirîne, ku bi sîyasetên bindestîya kolonîyal û hêza îmeryalîst ve girêdayî ye -ev heger ne îtaatkarî be. Gotina ‘oryentalîzma xwebixweyî’ xuya dike ku cara pêșî ji alîyê Geraldine Heng û Janadas Devan ve ji bo rewșa Singapûra piștî kolonîyalîzmê hatîye bikaranîn.32 Bi qasî zanîna min ev têgeh bi awayekî teorîk hîn nehatîye ravekirin, lêbelê dîyar e bi rexneya îdeolojîk a Marksîst (û bêtir a Gramsci) ve girêdayî ye û bandora wan li ser bûye. Bi taybetî, ew têgeh pêșnîyarekê dihewîne li ser zordestîya Rojavayî ya împeryalîst ku rev jê tune ye û ramaneke çewt a ku di nav çalakvanên ne-Rojavayî de ku bêhemdî xwe yan jî bê rexnekirin têgeh û ramanên Rojavayî vedihewînin; nêrîna li ser ‘oryentalîzma rojhilatî’ jî wek vê ye, ku dîyar e bi taybetî di nav lêkolînerên Cîhana Erebî de berbelav e.33 Tev vê bangewazîya dîyar jî, têgeha oryentalîzma xwebixweyî yan ya rojhilatî dîsa jî ta radeyekê girêkî ye, ji ber ku li wergirên têgeh, raman û prensibên Rojavayî yên hegemonîk pasîf dibîne. Ji ber wê yekê jî rîska wê heye ku çalakvanên ne-Rojavayî ji hemû hêza serbixwe û cuda bêpar bike, û îdeolojîya Rojavayî ya împeryalîst bêtir monolîtîk, belavbûyî û çarenîn nîșan bide. Lêhûrbûneke bêtir a sîstematîk li ser tecrubeyên Almanî û Rûsî yên sedsala 19a û yên Sovyetî yên sedsala 20a, û rola navendî ya ku Kurda di afirandina zanîna oryentalîst a Sovyetî de lîstîye, ta radeyeke baș vî wêneyê zordestîya împeryal a tundî tevlihevtir dike.

Wê zêde besîtker û nerîneke teng be, mirov wek hêzeke împeryalîst qala Yekîtîya Sovyeta bike, an mirov rola Sovyeta li di Asyaya Navîn û Kafkasyayê bi rengekî kolonîyal rave bike, ji ber ku sîyaseta Sovyetî bêtirê caran bi armanca modernîzasyon û rizgarkirina gelên di bin deshilatdarîya xwe de dixebitî. Lêbelê tișta ji nêrînên oryentalîst ên li ser kolonîyan û li ser Cîhana Îslamî grîngtir, dibe ku ew nêrînên romantîk û neteweyî yên bi taybetî hișk ên li ser cihêbûn û taybetîya gîyan û karektera çendîn gelên Sovyetî be, ku di ziman, zarava, folklor û destanên wan ên neteweyî de dîyar dibe û der tê. Ev ramanên romantîk ên sedsala 19a ku kevneșopîyên folklorîk yên pak û ji hêmanên bîyanî-paqij pîroz dikir, bi rêya akademî û bi rêyên din piştgiriya folklorîzekirina Kurda û bêguman miletên din ên Sovyetî dikir. Pêvajoya folklorîzekirinê dibe ku alîkarî kiribe Kurda wekî neteweyekî yan miletekî cihê pêșkêș bike; lê ji alîyê din ve rola hawîrdora kozmopolît û pirzimanî ya pêș-modern û di destpêka modernîzmê de biçûk kir yan jî înkar kir.

Encam

Grîngî û bandora lêkolînerên Rûsî yên împeryal û yên Sovyetî li ser avakirina Kurdolojîyê nayê biçûkkirin. Ji loma, li gor Kurdoyev, bi saya xebata lêkolînerên Sovyetî, Kurdolojî ya ku berê șaxek ji șaxên vekolînerîya Îranî bû, niha bûye beșeke serbixwe yê Oryentalîzmê (Bennigsen 1960: 530). Piștî șoreșa 1917a, lêkolînerîya Sovyetî bi awayekî eșkeretir berê xwe da xebata li ser perwerdekirin û rizgarkirina gelên misilman ên Yekîtîya Sovyetî. Lê bi awayekî dîyar, di Kurdolojîya Sovyetî de alîyên îdeolojîya Marksîst ên dij-împeryalîst ne bi qasî alîyên têkoșîna çînên civakî û rizgarkirina neteweyî eșkere ne. Bi taybetî, dîyar e nivîskarên Sovyetî gelek kategorîyên girêkî yên oryentalîzma ‘burjiwazî’ ji nû ve diafirînin, wekî bala zêde li ser nasnameya nijadî yan a neteweyî ye ji dêvla hișmendîya çînên civakî. Ya grîngtir, min li jor angașt kirîye ku vekolînên bi zimanê Rûsî roleke bingehîn di folkloîzerkirina Kurdan de lîstine. Baldarîyeke (an baldarîyeke pir zêde) sîstematîk a li ser kevneșopîyên folklorîk ên bi awayekî nixumandî yan jî bi eșkereyî îdia kirîye Kurdî saf û bêwext e (ezelî ye), ne tenê ku taybetmendîyên hevpar ên folklorîk yên bi Ereb, Tirk, Ermen û cîranên din re veşartîye, lêbelê paşxaneya wê ya di çanda bilind a zanîna Erebî û wêjeya Farisî de jî nehatîye dîtin. Heya bi versîyonên rexneyî yên grîng ên berhemên wêjeyî yên klasîk jî bi xwendinên neteweyî ji nû ve dihatin ava dikirin û xurtkirin, û li ser grîngîya wan a neteweyî dihat rawestandin ji dêvla ku grîngîya kevneșopa wêjeyî ya Farisî ku bêtirê babet û peyvên wê jê hatine.

Têgaha ‘Kurdolojî’ ku bi eslê xwe ji Rûs an Sovyeta derketiye, ji ‘Lêkolînên Kurdî’ cihê ye; ne tenê taybetmendîyên neteweyî yên cihê dihundirîne, lêbelê folklorîzekirina destpêkî ya bi taybetî ji alîyê lêkolînerên Rûs û Sovyetî ve hatibû kirin jî nîșan dide. Lêbelê netewetîya ku di teswîra neteweyê Kurd ê cewherî ku ji dêvla di nav çarçoveyeke firehtir de bi cîranên xwe yên Misilman û ne-Misilman ve were girêdan, bi folklora xwe ya cuda û zaravayên xwe yên serbixwe de karakterîze dibe, ji netewperwerîya romantîk kêmtir deyndarê pêșhukmên oryentalîst e. Di vir de dibe ku minetarîya akademîk ya berfirehtir ne bo kevneșopîyên zanîsta mirovî ya Frensî û Brîtanî be, lêbelê ji ya Almanî re be, bi taybetî jî ji xebatên zimannasî yên Almanî yên di warê zimannasîya dîrokî ya berawirdî. Di dawîya dawî de, lêkolînerên Alman Rödiger û Pott bûn ku cara yekem Kurdî wekî zimanekî serbixwe karekterîze kiribûn. Lêkolînên zimannasîya Kurdî yên Sovyetî yên bi dû re jî piranî bal dikișandin li ser lêkolînên rêzimanî û zaravayên dîrokî yên di Almanî de hatine kirin, ji bilî bandora demkî ya Marr û hîpoteza Yafesî. Taybetmendîyeke lêkolînerîya folklorîk ku bêtir Rûsî ye û di berhemên Rudenko û yên din de dîyar e, tercîha rêbaz û boçûna morfolojîk a Propp û yên din e -ji dêvla ya paşxaneyî-dîrokî- di warê çîrokên gelêrî de.

Taybetmendîyek a din a Kurdolojîya Sovyetî sekulerîzmeke tund e, ku bi taybetî di balnedana Îslamîyetê di nav Kurda de dîyar dibe, û gelek caran li tenișta wê nêrîneke rastxetî (linear) a modernîzebûnê heye ku jiholêrabûna dîn û tunebûna pey derpey a cihêrengîya neteweyî-olî dihewîne. Ya duyem dibe ku ji ber xweş-hêvîyên sîyaseta Sovyetî ya derbarê netewetîyê be, lê ya yekem xuya ye mîraseke din e ji serdemên berî Sovyetî. Ji Minorsky û pê de, lêkolînerîya bi zimanê Rûsî (û bi zimanine din jî) bal zêde dikișandin ser komên heteredoks, bi taybetî yên mîna Ehlê Heq û Êzîdîyan. Di serdema Sovyetî de ev alîgirî bi saya vekolînên zêde yên li ser folklorê hat vejandin, vê yekê jî ta radeyekê rola perwerdehîya olî ya Îslamî û kevneșopîya medreseyan biçûk dikir.

Ew ê besîtkirin û teng fikirîneke ne rewa be ku em tevahîya xebatên Kurdolojîyê yên li Yekîtîya Sovyetî hatibûn kirin, tenê wekî encama îdeolojîya Marksîst-Lenînîst bihesibînin, ku qedrê wê ya akademîk ji alîyê rêbazên akademîk ên xwedî armancên sîyasî yên mîna teorîya Yafesî ya Marr ve bêtir ketîye bin xeterê. Lêbelê, bi qasî ku ew pêșhukmên neteweyî yên romantîk vedijîne, bi awayekî gelemperîtir taybetmendîyên girêkîtir ên zanîsta mirovahîyê jî nîșan didin (nexasim yên zimannasî û lêkolînerîya folklorîk).

Tevlihevîyek din bo îzahatên neriteyên oryentalîzmê, rola mezin a aktorên Kurd ên herêmî û yên bîyanî ye di afirandina zanîna Kurdolojîk de. Bi kurtî, tecrubeya Kurdolojîya Sovyetî dibe ku bihêle guhertin û ji nû ve fikirînên mezin di nêrînên oryentalîzmê yên berbelav de werin kirin, bi taybetî, gazî me dike ku em bala xwe bêtir bidin ser tevkarîyên Rûsî yên împeryal û yên Sovyetî yên şoreşger, yên -mîna tevkarîyên Almanî- ku di xebatên derbarê afirandina zanîna oryentalîst de ji para xwe ya ku heq dikin kêmtir wergirtine.

Nîşe: Bo vê gotarê lêkolîna destpêkî di çarçoveya NWO-pojeyên fonkirî yên derbarê Nûjenîyên Çandî de û Weqfên Zanistên Mirovî ku bi minetarî hatîye qebûlkirin, hatîye kirin. Halê dawî jî bi saya piştgirî û hawirdora teşwîqker a Enstîtuya bo Xebatên Pêşdetir ya Holandayê (NIAS) li Wassenaarê hatîye nivîsandin.

 

 

1 Bo pêdaçûnên berê yên ku giranîya wan li ser heyama Sovyetan, bnr. Alexandre Benningsen (1960) ‘Les Kurdes et la Kurdologie en Union Soviétique’, Cahiers du Monde russe et soviétique, c. 1, no. 3, rr. 513-530; Muhammad Mokri (1963) ‘Kurdologie et enseignement de la langue Kurde en URSS’, L’ethnographie, N.S. 57: 71-105; Jacob M. Landau, ‘The Kurds in some Soviet works’, Middle Eastern Studies 11 (1975): 195-198; Rohat Alakom (1991) [1987], Kürdoloji Biliminin 200 Yıllık Geçmişi (1787-1987), Istanbul, Deng (taybetî beşa 6.).

2 E. Rödiger û A.-F. Pott, “Kurdische Studien,” Zeitschrift für die Kunde des Morgenlandes 3, 1840, rr. 1-63; 4, 1842, rr. 1-42; 5, 1844, rr. 57-83; 7, 1850, rr. 91-167.

3 Bo nîqaşeke bi hûrgilîtir, bnr. Q. Kurdoyev, H. Abovian kak issledovatel’-Kurdoved [Kh. Abovian wek Lêkolînerekî Kurdolog], Istorija Russkogo Vostokovedenija (Moscow 1956).

4 Yek ji deqên Bazidî sed salî zêdetir şûn de ji alîyê Margaret Rudenko hat weşandin: Bajazidi, Mela Maxmud (1963) Nravy i obycai Kurdov [`Adat û rusûmatname-i Ekradîye]. Perevod, predislovije i primecanija M.B. Rudenko, Moskva: Izdatel’stvo Vostocioj literatury.

5 V. Veliaminof-Zernof (ed.), Scheref-nameh ou Histoire des Kourdes, par Scheref, prince de Bidlis (St. Petersburg: Eggers 1860); François Bernard Charmoy (tr.), Chèref-nâmeh, ou Fastes de la nation Kourde (2 vols. in 3; St. Petersburg: Eggers 1868-1875)

6 Di vî warî de bo nîqaşeke giştîtir a derbarê xebatên Kurdî de, brw. Scalbert-Yücel, Clémence and Ray, Marie Le (2007) ‘Knowledge, ideology and power. Deconstructing Kurdish Studies’, European Journal of Turkish Studies, No. 5; online http://www.ejts.org/document777. html; bo nîqaşeke kurt derbarê Kurdolojîya Rus û Sovyetan, bnr. parag. 24-26.

7 Bo nasandineke destpêkî, bnr. Yektan Türkyilmaz, ‘Armenian nationalist literature on the Kurds’ (gotareke di komxebatê de hatîye pêşkêşkirin ‘Islam, Europe, and the Secular-Religious Divide’, University of Amsterdam, Kanûn 2009).

8 Brw. C.E. Bosworth 2004, ‘Minorsky, Vladimir’, Encyclopaedia Iranica (online at ttp:// www.iranica.com/newsite/index.isc?Article=http://www.iranica.com/newsite/articles/ot_ grp5/ot_minorsky_20040720.html). Nikitine pirtûkek li ser dema mayîna xwe ya li Urmîyeyê ji 1915 heta 1918a nivîsandîye, bo Farisî hatîye wergerandin wek Irani ke man she- nakhtam (Tehran: Ma`refat, 1329/1950); mixabin ev deq ne li ber destê min bû.

9 Vladimir Minorsky, “Kurds, Kurdistān. History A: Origins and Pre-Islamic History,” in EI2 V, rr. 447-49. Navborî, “Kurds, Kurdistān. History B: The Islamic Period up to 1920,” b.n.b., rr. 449-64. Navborî, Notes sur la secte des Ahlé Haqq, Paris, 1922; ewil di RMM 40 hatîye weşandin, 1920, rr. 20-97; 45, 1921, rr. 205-302. Navborî, “Études sur les Ahl-i Haqq, I Toumari’,” Revue de l’histoire des religions 97/1, 1928, pp. 90-105; Studies in Caucasian History (London: Taylor’s Foreign Press 1953).

10 Basile [Vasilij] Nikitine, Les Kurdes: Étude sociologique et historique (Paris: imprimérie nationale 1956; bo Rûsî di 1964a de hatîye wergerandin). Deqên ji alîyê Mela Se‘id Qazi hatine nivîsandin wek B. Nikitine, ‘Les Kurdes racontés par eux-mêmes’, L’Asie française no. 231 (Mai 1925), 148-157 hatine weşandin; navborî, ‘Kurdish stories from my collection’, Bulletin of the School of Oriental Studies 4 (1926), 121-138). Bnr. ‘Une apologie Kurde du sunnisme’ Rocznik Orjentalistyczny 8 (1933) jî; ‘The Tale of Suto and Tato’ (BSOS 3 (1923): 69-106, bi hevnivîskarîya E.B. Soane; çi heyf e, cî nehatîye veqetandin bo nîqaşeke bi hûrgilî derbarê têkilîyên navbera lêkolînerên Rûs, îngilîz û yên din.

11 Michael Kemper, Studying Islam in the Soviet Union (Amsterdam: Vossiuspers UvA, 2009)

12 Bo berawirdkirineke bi hûrgilîtir a van alfabeyan, brw. A. Hassanpour, Nationalism and Language in Kurdistan, 1918-1985. San Francisco: Mellen Research University Press 1992, beş. 8.2, taybetî. rr. 374-6.

13 Romana grîngtirîn a Şemo, Şivanê kurmanca, ku di 1935a de derket, demeke berê li Tirkîyeyê hat çapkirin bi alfabeya resen Kirîlî û ya Latînî. Di 1989a de, Enstituya Kurd a Parîsê bi du zimanan, Kurdî-Frensî Şivanê Kurd/Le berger Kurde, li gor çapa deqa Kurdî ya Nureddine Zaza ku di sala 1947a de li Bêrûdê hatibû çapkirin; di gelek xalan de, ev deq ji alîyê peyv û sentaksê ji ya resen dûr dikeve. Çapa Zaza ya Kurdî xwe spartîye wergera Nikitine ya Frensî ku wergera ji Rûsî ya ji Kurdî ye.

14 Di http://Kurdica.orientalstudies.ru/eng/index.php?option=com_content&task=view&id=196&Itemid=86 de hatiye qalkirin.

15 Hevber bikin bi ya B. Nikitine 1932 ‘Où en est la Kurdologie?’, Annali del Reale Instituto Orientale di Napoli.

16 Hevber bikin bi Hassanpour (1992: r139-143) ji bo agahdarîyên kûrtir li ser sîyasetên zimanî yên guherînok bi alî Kurdên Yekîtîya Sovyetî de; ji bo nirxandinek a hebikî kevn li ser tevahîya sîyasetên Stalînî yên netewîtîyê, li Robert Conquest, The Nation Killers: The Soviet Deportation of Nationalities (MacMillan 1971) binêrin.)

17 Q. Kurdoyev 1973 Grammatika Kurdskogo jazyka na materiale dialektov kurmandzhi i sorani (Moscow: Nauka), versyoneke vê ya Kurdî bi tîpên Latînî pașê li Swedê hat weșandin. Gramera Zmanê Kurdî (Kurmancî-Soranî) Stockholm: Weșanên Roja Nû 1990. Bnr. Tarîxa edebîyeta Kurdî jî, ku bi eșkereyî ji bo ‘karkerên gundî û gundewarî’ hatîye nivîsandin (2 cild, Stockholm: Roja Nû, 1983-1985. Ji bo bêtir agahdarîyên jînenîgarî, bnr. li Bo Yadkirina Joyce Blau binêrin, Studia Iranica 15 (1986): rr. 249-256.

18 Q. Kurdoyev 1955 Kritika osiboçnyh vzgljadov na Kurdsky jazyk [Rexenkirina helwestên çewt li ser zimanê Kurdî ]. Kratkie soobisçenya instituta vostokovedenya XII: r43-61. Wergerek a 1950î de bi Înglîzî ya (‘Marxism and problems in linguistics’ [‘Marksîzm û Pirsgirêkên Zimanî’]) ya Stalînî li ser http://www.marxists.org/reference/archive/stalin/ works/1950/jun/20.htm berdest e.

19 Brw. Cewarî, Firîda Hecî (2007) Hecîyê Cindî, jîyan û kar, Yerevan: Wesanxana “Asoxîk”.

20 Brw. Dzhalil, Ordikhane û Dzhalil, Dzhalile (1972) Kurdskîye poslovicy i pogovorki. Na Kurdskom i Russkom yazikakh, Moskva: Glaviaya redakcîya vostotsioj literatury. Bnr. Celîl, Celîlê (1985) Jîyana rewșenbîrî û sîyasî ya Kurdan (di dawîya sedsala 19’a û destpêka sedsala 20’a de), Uppsala: Jîna Nû. Celîl, Celîlê û Celîl, Ordîxanê (1994) Destanên Kurdî, Istanbul: Zêl Yayinlari. Celîl, Celîlê, û yên din. (1998) Yeni ve Yakin Çagda Kürt Sîyaset Tarihi, Istanbul: Pêrî Yayinlari.

21 M.B. Rudenko, Mam u-Zīn / Aḥmed Xānī ; tekst kritik, tařgama u-pīškhabar M.B Rudenko (Moscow: Akademîya Nauka 1962); Nravy i obyčai Kurdov: Kurdskij tekst s russkim perevodom / Mela Machmud Bajazidi ; perevod, predisl. i primeč. M.B. Rudenko (Moskva : Izd-vo vostočnoj lit. 1963); Kurdskije Narodnije Skazki [Kurdish national ……], Akademija Nauk SSSR. Institut vostokovedenija 1970; Kurdskaya obryadouaya poezîya [Helbestkarîya Kurdî ya Nalandinê]. Moskova: Akademija Nauk 1982. Șagirtê Rudenko, Musaelyan ev xebatên sererastkirinê domandîye: Musaelyan, Zh S. (1983) Zambil’frosh. Kurdskaya poema i ee fol’klornye versii. Kriticeskij tekst, perevod, primecanija, predislovie, prilozhenie Zh.S. Musaeljan, Moskva: Izdatel’stvo “Nauk”.

22 Brw. http://Kurdica.orientalstudies.ru/eng/index.php?option=com_content&taskview&id= 196&Itemid=86 (cara dawî di 17ê Mijdara 2009an de hatîye vekirin). Hewldana mezin a dawî bi destê lêkolînerên bi zimanê Rûsî ku di serdema Sovyet û piștî Sovyet de xebitîne, du xebatên berhevkirî yên li ser dîroka Kurdî bûn, Șêrkoyê Mixoyî: Sovremennyj Kurdistan. Problemy natsional’nogo dvizhenija, Moskva: Kurdskij naucno-prosvetil’skij tsentr / Navenda Lêkolînên Kurdî, 1995 û Lazarev, M. S. û Mixoyî. (Versyon 1999) Istorija Kurdistana, Moskova; bi navê Kürdistan Tarihi hatîye wergerandin bo Tirkî, Avestakitap 2007).

23  Ji bilî berhemên Kurdoyev ku me li jor çêli wan kir, yên din ev in: Bakaev, C. X. (1965) Yazyk Azerbaydzhanskix Kurdov, Moskva: Izdatel’stvo “Nauka”; Farizov, I. O. (1957) Russko-Kurdskij slovar’, Moskva: Gosudarstvennoe Izdatel’stvo Inostrannyx i Natsional’yx Slovarej; Jusupova, Z. A. (1985) Sulejmanijskij dialekt Kurdskogo jazyka, Moskva: Izdatel’stvo “Nauka”; Smirnova, I. A. and Ejjubi, K. R. (1998) Kurdskij dialekt Zaza (Dersim), Moskva: Tsentr Kurdskix Issledovanij; Tsabolov, R. L. (1976) Ocerk istoriceskoy fonetiki Kurdskogo yazyka, Moskva: Akademîya Nauk SSSR Institut Vostokovedenîya; û Eyyubi, K. R. û Smirnova, I. A. (1968) Kurdskîy dialekt Mukri, Leningrad: Izdatelstvo “Nauka”. Van vekolînan bi rastî dabû ser kevneșopîyek a Rûsî ya zimannasîya ravedarî ya berî şoreșê, li nivîsarên kevntir ên mîna F. Justi (1880) Kurdische Grammatik (St Petersburg: nayê zanîn) binêrin.

24 Di Kurdoyev (1983: r. 107) de hatîye qalkirin.

25 E. Șemo 1930 Kurdskie dervishi, Rojnameya Ateist, hejmar. 59 (Kanûn 1930): r. 41-46.

26 Ji bo tevgera Xalidî ya li Kafkasyayê, wek nimûne bnr. M. Kemper, ‘The North Caucasian Khalidîyya and ‘Muridism’: Historiographical Problems’, Journal for the History of Sufism 5 (2006), r.111-126.

27 Elîyê Teremaxî, Destûrê zimanê ‘erebî bi Kurdî, versîyona M. Xezendar; Bexda: weșanxaneya Dâr al-zi/amân 1971.

28 Jaba (1860: vii).

29 Bêtirê agahîyên min ên jînenîgarî yên li ser vî nifșî ji hevpeyvînên bi Izeddîn Resûl re, Hewlêr, Cotmeh 1992 û bi Merûf Xezendar, Hewlêr, Tîrmeh 2009 hatine wergirtin.

30 Merûf Xezendar, Rozhgarî min, cild. 1, Peydabûn, 1930 -1949 û cild 2, ….., 1949-1958  […19..-19..] (Hewlêr: Çapxaney Hecî Hașim 2009).

31 Referans Rasûl Erebî, Rûsî, Tirkî.

32 Geraldine Heng û Janadas Devan, ‘State fatherhood: The politics of nationalism, sexuality, and race in Singapore.’ di A. Parker û yên din Nationalism and Sexualities (New York: Routledge 1992), r. 343-364.

33  Êdî pênaseyek wek “Oryentalîzma Oryental” bi eșkereyî di Muhammad Ali Khalidi, ‘Orientalisms in the Study of Islamic Philosophy’, Radical Philosophy, hejmar 135 (2006): r25-33, bi taybetî r. 29-31, xuya dike, lê dîsa jî bêyî ti ravekirinên teorîk; angaștên wekî vê yên li ser wergirtina îddîakirî ya adet û nirxên kolonîyalîstan, bi awayekî hundirî yan eșkereyî, wek mînak di, Khalid al-Rouayheb, Before Homosexuality in the Arab World (Chicago 2007), û Joseph Massad, Desiring Arabs (Chicago 2008) de xuya dibin.

Share.

Leave A Reply