Leyl û Mecnûn’a Şêx Mihemed Can

ZEYDİN GÜLLÜ

Puxte: Mesnewiya Leyl’ê û Mecnûnê mûhîmtirîn mesnewiyek edebiyata klasîk a Rojhilatî ye. Ev mesnewî bi mijara xwe ya estetîk û dramayî ketiye nav edebiyatên Rojhilatî û di edebiyatên cuda cuda de ji aliyê mesnewînivîsên cuda cuda ve hatiye nivîsandin. Ji vî aliyî ve mesnewiya Leyl’ê û Mecnûnê ji bo nivîsandina mesnewiyan bûye wekî arketîpekê. Şêx Mihemed Can û Harisê Bedlîsî (Adak 258-9) jî ev çîrok di edebiyata Kurdî de bi şiklê mesnewiyan nivîsîne. Can şairek edebiyata kurdî ya klasîk a kurmancî ye ku mesnewiya xwe bi zaravayê kurmancî nivîsîye. Can ji ber ku şairekî sedsala dawiya edebiyata klasîk de jiyaye aliyê wî yê mesnewînivîsînê li gorî dema wî lazim e bête nirxandin lewra taybetmendiyên dema şairî di uslûba wî de diyar dibin. Mebesta me ew e em di vê xebata xwe de li ser vê mesnewiyê bisekinin û mesnewiyê bi awayekî akademîk ji aliyê mijar, qadroya şexsan, dem û cih, sebebê nezma kitêb, motîf, eşqa Uzrî, têkiliyên evînî, ziman û şewaz û navbermetnaniyê ve binirxînin.

Peyvên Sereke: Leyl û Mecnûn, Şêx Mihemed Can, Analîz, Îzah, Mesnewî

1. Di Edebiyata Rojhilatî de Cihê Çîroka Leyl’ê û Mecnûnê

Leyl’ê û Mecnûn di nav gelên îslamî de cihekî taybet digire û herwiha di edebiyata rojhilatî de jî cihekî girîng digire û çîroka eşqa wan çîrokeke cîhanşumûl e. Ev çîrok cara yekem di nav Ereban de hatiye gotin û bi awayekî devkî ji aliyê Ereban ve hatiye gotin hetanî ketî nav edebiyata nivîskî. Ev çîrok li ser evîna du şexsên ji du qebîleyên Ereban ên cuda disekine. Çîrokê bi mijar, êş, evîn, eşqa uzrî, kevneşopî û dramaya xwe ve bal kişande ser xwe. Herçendî çîrok ji erdnîgariya Erebistanê derketibe jî di nav wê erdnîgariyê de nemaye û di nav gelên din de hem bi awayekî devkî hem bi awayekî nivîskî hatiye jiyandin. Çîrok bi awayekî nivîskî cara yekem di edebiyata Ereban de ji aliyê Îbn Davûd el-Isfehanî ve (mirin: 255/870) di pirtûka wî ya bi navê Kitâbü’z Zehra û ji aliyê Muslim b. Kuteybe ve (mirin: 276/890) di pirtûka wî ya bi navê Kitâbü’ş-Şi’r ve’ş-şuâra de hatiye nivîsîn (Yavuz 2005: 58). Di edebiyata Farisan de cara yekem ji aliyê Nizamiyê Gencewî ve di sala 1188ê de bi terzê mesnewiyê ve hatiye nivîsîn (Araç 2014: 32). Di edebiyata Tirkan de cara yekem ji aliyê Gülşehrî ve bi navê Dâsitan-i Leylâ vü Mecnûn di pirtûka wî ya bi navê Mantıku’t-tayr de hatiye nivîsîn (Araç 2005: 33) û di edebiyata Kurdî de ji aliyê Harisê Bedlîsî ve yan di sala 1748an yan 1758an de hatiye nivîsîn (Adak 2013: 259). Di edebiyata rojhilatî de bi awayên cuda varyantên wê derketine lewra şairan li gorî xwe mesnewiya xwe xemilandine. Di edebiyata Tirkan de Fuzûlî terzê mesnewiyê nivîsiye û hin xezel ji devê herdu lehengan kirine nava mesnewiyê (Yavuz 2005: 62). Nizamiyê Gencewî jî car caran cih daye çîrokan (Yavuz 2005: 59) û bi vî awayî tameke cuda daye mesnewiya xwe.

2. Şêx Mihemed Can û Kesayeta Wî ya Edebî

Mihemed can yek ji şairên serdema klasîk a Kurdî ya Kurmancî ye. Şêx Mihemed Can di sala 1858’an de li gundê Axtepê welidiye. Axtepe girêdayê Çinara navçeya bajarê Diyarbekirê ye (Sagniç 2002: 466). Navê Can di mesnewiyê de Şêx Mihemed Can (Can 1992: 1) û di pirtûka Sagniç de Şêx Mehmed Can derbas dibe (Sagniç 2002: 466). Şêx Mihemed Can di zaroktiya xwe de dest bi xwendinê dike û bi pişt re dest bi xwendina medreseyê dike. Bi pişt re ji gund derdikeve û di medreseyên herêmê de xwendina xwe didomîne. Piştî destûrnameya xwe distîne derbasî Şamê dibe. Li wir li ber destê xelîfeyên terîqeta Neqşîbendiyan destûrnameya xelîfetiyê distîne û vedigere malê (Sagniç 466-7). Can di mesnewiya xwe de hestên xwe yên digel Kurdî û Kurdan bi awayekî diyar û zelal tîne ziman (Can 1992: 19-21) û em ji vê dizanin ku Can jî wekî Selîmiyê Hîzanî û Xanî xema Kurdan dixwe.

Can di mesnewiyê de mexlesên wekî “Xakî” Can Muhemed” û “Xakîya” bikar anîne (Can 22-159-165). Mînak:

Evreng e dibêjî Can Muhemmed Xakiyê ku hicrî lê bûye sed. (Can 18)

Can di dawiya mesnewiya xwe de beşek bi navê “Saqî-name û Xetmê Kîtab” nivîsandiye (Can 162) ku serwaya wê û ya mijara eslî heman e. Wekî ku Zinar diyar dike Can di pirtûka birayê xwe Şêx Evdirehmanê Axtepî de medhiyeyek nivîsandiye (Zinar “991: 166). Beytên pêşî û paşiyê wiha ne:

Bîsmîllahî el rehmanî el rehîm Hemdê bêhed bo Xwedawendê kerim

Beyta dawiyê:
Xakîya tarixa Nazma mu’teber

Hatî der cewher ji deryayê huner. (Zinar 1991: 166-9)

Zimanê mesnewiyê li gorî demê gava bête nirxandin em dikarin bibêjin zimanekî hêsan e ku Sagniç jî di pitûka xwe de dibêje “bi Kurmanciyeke wêjeyî û nêzîkî peyivîna gel e” (Sagniç 467). Can di edebiyata Kurdî de bi mesnewiya xwe tê nasîn jixwe navê mesnewiya wî pêş navê muelifê xwe ketiye. Mixabin di derbarê Şêx Mihemed Can de di destê me de gelek agahî nînin. Ji ber vê sedemê em nikarin di derbareyê jiyana wî de gelek agahî bidin.

3. Mesnewiya Leyl û Mecnûn

3.1. Çîroka Leyl û Mecnûn

Êlek Ereban hebûye navê wê Benû ‘Amir bûye. Ev êl di herêma xwe de gelek navûdeng û dewlemend bûye. Navê serokê êlê Benî ‘Amir bûye. Xwedê tu zarok nedabûne Benî ‘Amir, ew jî her tim duayan dike ku Xwedê zarokekî bidiyê ku bibe xelefê wî. Duayên wî diqebilin Xwedê kurekî dide wî û navê kurê xwe dike Qeys. Wext di ser re diçe Qeys mezin dibe bavê wî îcar dikeve derdê wî ku wî bi awayekî baş perwerde bike. Benî ‘Amir kurê xwe di temenê heftê de dişîne dibistanê. Gava Qeys diçe dibistanê ew û Leyl’ê di heman polê de dersê dibînin û dibin hevalders. Gava Qeys çav bi Leyl’êyê dikeve jê hez dike bi heman awayî Leyl’ê bi dîtina Qeys re ji Qeys hez dike herdu leheng bi vî awayî hem dibin aşiq hem dibin meşûq. Qeys êdî dev ji dersan berdide û dikeve tayê evîna Leyl’êyê. Her car diçe dora obeya Leyl’êyê û dide ber ax û fîxanan. Gava xebera vê evînê diçe guhê bavê Leyl’êyê bavê wê êdî wê naşîne dibistanê. Qeys jî her tim diçe dora êla wan û li mala xwe navehewe. Bavê Qeys pirsa kurê xwe dike xelkê obeyê hal û hewalê Qeys û Leylê jê re vedibêjin. Bavê Qeys gazî giregir û aqilmendên êlê dike ji bo tedbîrekê. Dicivin û biryarê didin ku biçin Leyl’êyê ji Qeys re bixwazin. Qeys ew qas meftûn û girêdayiyê evînê dibe ku dîn dibe êdî jê re dibêjin “Mecnûn”. Êla bavê Mecnûn diçe Leyl’êyê ji bavê wê dixwaze bavê Leyl’êyê cara ewil dibêje ez dê keça xwe bidim we lê keça min niha biçûk e heta mezin bû werin bixwazin û ji mala bavê bibin. Lê êla Benî ‘Amir dibêje em dê niha mehra (nîkah) wan bikin gava wext hat em dê bên bibin. Bavê Leyl’êyê dibîne ku çare nîne dibêje kurê we dîn bûye eger ez keça xwe bidim kesekî dîn bûyî, xelkê obeyê dê loma ji min bikin û ev tişt ji bo min nebaş e. Êla Benî ‘Amir vedigere tê malê Mecnûn jî ji rewşê agahdar dibe. Êl ji Mecnûn dixwaze ku dev ji Leyl’êyê berde û keçên êlê ji bo wî rêz dikin û dibêjin tu kîjanê bixwazî em dê ji te re bînin. Dema Mecnûn vê yekê dibihîze destên xwe li pêsîra xwe dide û dibêje vê ji min nexwazin. Mecnûn hezîn dibe û Leyl’êyê diponije.

Bavê Mecnûn xeman ji ber evîna Mecnûn dixwe û ji bo wî çareyekê digere. Hin mirovên zana dibêjin bavê wî dermanê kurê te Ke’be ye, pêwist e tu kurê xwe bibî Ke’beyê. Benî ‘Amir û Mecnûn dikevin rê û roj û şevan rê diçin heta digihîjin Ke’be’yê. Gava diçin wir bavê wî dua dike û ji wî re jî dibêje tu jî dua bike belkî tu ji derdê evînê xilas bibî. Dema peyva eşqê li guhê Mecnûn diçe ji Xwedê dixwaze ku evîna wî her roj sed car zêdetir bibe. Bavê wî dibîne ku bêfeyde ye kurê xwe tîne û herdu bi hev re dizivirin malê. Mecnûn dîsa diçe dora qebîleya Leyl’êyê. Hin kes dibêjin bavê Leyl’êyê Mecnûn her tim li dora êla te ye û tu rezîl û riswa kirî di nav êlê de. Gava bavê wê bi vê dihese dibêje xulaman Mecnûn bikujin îdam bikin. Mecnûn ji qehra li çolan dikeve û kesek bi navê Ibnû Se’îd li çolê wî dibîne û jê derbas dibe digihîje êla Benî ‘Amir û dibîne ku herkes xemgîn e. Pirsa halê wan dike ew jî hîkayeta Mecnûn jê re dibêjin. Ibnî Se’îd cihê Mecnûn ji wan re dibêje. Bavê Mecnûn û çend kes diçin Mecnûn dibînin. Bavê wî jê dixwaze ku vegere malê û çare namîne ku Mecnûn vedigere malê. Lê Mecnûn bûye wek gurê har di cihê xwe de nasekine û carek din derdikeve. Leyl’ê jî her tim Mecnûn difikire û ji bo wî xeman dixwe, her xemgîn e. Salek di ser re derbas dibe keçên êlê diçin seyranê dikin ji bo kêfa Leyl’êyê xweş bikin. Leyl’ê li wir dibîne ku kesek behsa halê Mecnûn dike. Gava Leyl’ê wî guhdarî dike ew dizane ku hezkiriya wî Leyl’ê ye. Leyl’ê diçe malê hemî meseleyê ji dayika xwe re dibêje lê dayika wê dibêje behsa vê meseleyê neke nexwe dê ji bo me bibe qebahet..

Hakimê eşîra Benî Esed Binî Selam û çend hevalên xwe diçin nêçîrê di wê hengamê de Leyl’ê û keçên êlê jî diçin seyranê. Binî Selam gava Leyl’êyê dibîne dil dikeviyê û bênêçîr ji nêçîrê dizivire. Dema tê malê xelkê eşîra wî tên cem wî û dibînin ku Ibnî Selam bêkêf e, pirsa rewşa wî dikin ew jî behsa eşqa xwe ya li hemberî Leyl’êyê dike. Giregirên eşîrê biryarê didin diçin Leyl’êyê ji Ibnî Selam re ji bavê wê dixwazin. Bavê Leyl’êyê dibêje niha keça wê hinekî bêhal e gava rewşa wê xweş bû bila bên bixwazin û nîkaha xwe bikin. Xwazgîniyên Ibnî Selam dizivirin û wî ji rewşê agahdar dikin. Ibnî Selam û eşîra xwe vedigerin mala xwe.

Newfel kesekî xwedî eşîrek mezin e. Rojekê diçe nêçîrê li çolê Mecnûn dibîne û wî bi xwe re tîne malê. Herdu bi hev re çend rojan kêf û şahiyê dikin. Mecnûn dibîne ku Newfel soza ku daye wî ji bîr kiriye rewşa xwe bi awayekî helbestî jê re dibêje. Newfel leşkerên xwe kom dike û ewil çend kesan ji bo xwastinê bi rê dike cem bavê Leyl’êyê. Bavê wê dibêje ez keça xwe nadim wî çaxî Newfel bi leşkerên xwe tê ser êla bavê Leyl’êyê û şerê wî dike. Bavê Leyl’êyê jî amadekariya xwe ji bo şer dike. Herdu artêş şer dikin. Di şer de Mecnûn jî alîkariya bavê Leyl’êyê dike. Newfelî têk diçe û bavê Leyl’êyê ser dikeve. Newfelî û leşkerên xwe vedigerin malê û Mecnûn etaban li Newfelî dike ku Leyl’ê jê re neanî. Newfel careke din leşkerên xwe kom dike û diçe şer vê carê Newfel ser dikeve bavê Leyl’êyê li ber Newfel kemerbeste dibe. Bavê Leyl’êyê dibêje belê tu serkeftî ye lê were li keça min binêre ka tu yê layiqê Mecnûn bibînî. Newfel gava Leyl’êyê dibîne dev ji Mecnûn berdide û vedigere malê. Gava Mecnûn bûyerê dibihîze etaban li Newfelî dike û dîsa derdikeve çolan. Newfelî çend kesan dişîne pê Mecnûn lê Mecnûn nazivire. Newfelî dîsa diçe şerê bavê Leyl’êyê lê vê carê têk diçe. Gava têk diçe Leyl’ê bêhêvî dimîne û gazindan ji felekê û bextê xwe dike. Mecnûn jî li çolê seyadekî dibîne û seyad sê xifşên xezelan girtine. Gava Mecnûn çavên wan dibîne çavên Leyl’êyê tên bîra wî. Dilê Mecnûn bi wan dişewite û ji seyad dixwaze ku wan berde lê seyad wan bernade. Mecnûn jî cil û bergên xwe dide seyad ku wan xifşan berde. Seyad (nêçîrvan) dipejirîne û Mecnûn cil bergên xwe dide seyad û xifş azad dibin. Ji nişkê va seyadekî din jî dibîne ku wî jî kevok girtiye. Mecnûn jê dixwaze wê azad bike lê seyad napejirîne. Mecnûn dibêje hesab bike ku ez bûm mêvanê te û te ew kir şîva min. Seyad li hemberî vê axaftinê wê berdide. Mecnûn bi vê yekê gelek kêfxweş dibe û diçe bin darekê li ser xwe re dinêre ku kalekî zincîr avêtiye stûyê xurabê (qijik). Mecnûn dibêje wê berde min dîl bike kal dipejirîne. Bi hev re qederek rê diçin liqay obeya Leyl’êyê tên. Mecnûn Leyl’êyê dibîne û dibêje gava Newfelî şerê we kir ez tirsiyam ku ji ber vê dilê te jî mabe û dilê te şikestibe. Dilê wî tê coşê û zincîrê diqetîne direve çolan. Kal dikeve derdê zincîra xwe û Leyl’ê buhayê zincîra wî didiyê û kal diçe ser rêya xwe. Piştî demekê gelek xwazgînî diçin Leyl’êyê dixwazin. Dema Ibnî Selam vê dibihîze dilteng dibe û xwazgîniyên xwe dişîne xwastina Leyl’êyê û bavê Leyl’êyê wê dide Ibnî Selam. Ibnî Selam dawetekê li dar dixe û herdu dizewicin lê ev dawet ne bi dilê Leyl’êyê ye. Bişev Ibnî Selam qesta nivîna Leyl’êyê dike Leyl’ê jî gelek te’nan lê dike û behsa xwe, Mecnûn û dibistanê dike. Êdî Ibnî Selam dev ji wesleta nivîna wê berdide.

Mecnûn jî li çolan digere û liqay kesekî bi navê Zeyd tê û herdu bi hev re dibin heval. Zeyd ji daweta Ibnî Selam û Leyl’êyê agahdar dibe û bêkêf tê cem Mecnûn. Gava Mecnûn pirsa rewşa wî dike Zeyd Mecnûn ji dawetê agahdar dike. Mecnûn bi vê agahiyê gelek naşad dibe û nameyekê ji bo Leylê dinivîse û bi alîkariya Zeyd nameyê dişîne ji Leyl’êyê re. Leyl’ê jî ji bo Mecnûn nameyekê dinivîse û behsa bêdilî û neçariya xwe ya li hember dawetê dike û nameyê bi Zeyd re bi rê dike ji Mecnûn re. Bavê Mecnûn jî digel çend hevalên xwe diçin li Mecnûn digerin wî li ber şikeftekê dibînin, bav û kur bi hev re digirîn û bavê wî jê dixwaze vegere malê ku dema mir li mîrata wî xwedî derkeve lê Mecnûn vê yekê napejirîne lewra derdê evînê nahêle Mecnûn ji êşan xilas bibe. Bavê Mecnûn Ibnî ‘Amir gava vedigere malê wefat dike. Rojekê Mecnûn diçe pêşberî êla Leyl’êyê û wê difikire ji nişkê ve seyadek tê û te’nan dide Mecnûn û dibêje bavê te mir tu qet naçî ser gora wî. Mecnûn jî digirî diçe ser gora bavê xwe, şîna bavê xwe dike û ji felekê û bextê xwe gazindan dike. Bi pişt re mêrê Leyl’êyê Ibnî Selam dimire û Leyl’ê şîna wî dike lewra di nav Ereban de wekî muelif gotî (124) salek du salan şîn girtin kevneşopî ye. Zeyd bi vê yekê dihese û Mecnûn jî jê agahdar dike. Leyl’ê ger çi qas bigirî jî di dilê wê de Mecnûn heye û gava dibe şev ji şeva reş û tarî gazindan dike lewra şevê jî dişibîne bextê xwe. Leyl’ê dikeve rê diçe cem Mecnûn û herdu bi awayekî helbestî bi hev re diaxivin lê eşqê çavên Mecnûn kor kirine ji wê sedemê Mecnûn Leyl’êyê nas nake Leyl’ê xwe dide nas kirin. Lê Mecnûn ji derdê eşqê qet di cihê xwe de nasekine diçe. Leyl’ê ji qehra dimire lê haya Mecnûn jê tune ye Zeyd diçe xebera mirina Leyl’êyê dide Mecnûn. Mecnûn û Zeyd bi hev re diçin ser gora Leyl’êyê Mecnûn jî li ser gora Leyl’êyê ji qehra dimire. Gora Leyl’êyê vedikin Mecnûn jî dikin di heman gorê de û li ser gora wan “şehîdê hîcran”dinivîsin. Zeyd li ser gora wan radize di xew de wan dibîne ku cem wan sed firiştesifet ji wan re xizmetê dikin. Dema Zeyd dipirse dergevanê bihuştê Ridwan dibêje ev Leyl û Mecnûn in.

3.2. Sebebê Telîfa Kitêb

Sebebê telîf di mesnewiyan de mijarek e ku qet nayê îhmalkirin. Di beşên girîzgahê de şair bi serenavên wekî “sebebê tertîb, sebebê tehrîr, sebebê wergerê” sedemên ku berê wî dayîne nivîsandina kitêbeke wiha daxuyan dike (Haksever 1999: 56). Şair ji bo nivîsandina berhemê sedemên wekî: dengekî ji xeybê, berhema beriya xwe neecibandin, xwestina bifeydebûnê, pêşniyariya mezinekî/pîrekî, di civakekê de îmtihan bûn û hwd. ji xwe dike behane û dest bi nivîsandinê dike. Şair bi vî awayî xeletiyên ku derdikevin holê ji ser milê xwe radike lewra li gorî van sedeman şair ne bi îradeya xwe berhemê dinivîse. Herwiha ev beş ji bo têkiliya di navbera şair xwendevanan de girîng e lewra şair di vê beşê de dengê xwe digihîne xwendevanan. Şair di vê beşê de derbarê xwe de jî agahiyan dide. Önal ji bo vê yekê weha dibêje:

[E]v beş ku derbarê uslûba helbestê de agahiyan dide, di mesnewiyan de derbarê şair û berhemê de beşa herî zêde agahiyan dide. Dema bi vê baldariyê nêzîk bibin beşa sebebê telîf, nêrîna şair a li cîhanê, cîhana ku hîs û ramanên şair dihewîne. (Önal 107)

Ev beş di edebiyata rojhilatî de cihekî cuda digire lewra ev beş her ji aliyê mesnewînivîsan ve hatiye bikaranîn û ji bo mesnewiyan wekî kevneşopiyekê ye. Esasen beşên sebebê telîf û xetîmeyê beşên şaristaniya îslamê di nav tertîba pirtûkê de kirin kevneşopî (Aynur 225).

Mihemed Can di beşa sebeba telîfa xwe de behsa rewşa Kurdan dike û dibêje bi Tirkî qesîdeyên biwezn hene lê Kurdî nînin. Kurdî wekî gencîneyek veşartî maye û dibêje eşqê qet Kurd nekirine belakêş. Kurdan xwedî huner dibîne û wan wekî teyrekî di nav qefesê de dibîne. Sebeba telîfa kitêbê wiha tîne ziman:

Kurmancî qesaidê di mewzûn Behsê bikin ew ji halê Mecnûn

Turkî hene, nîne kurdiwarî Kurdî wekî kenzekî veşarî

Qet nîne kesek ji xelqê Ekrad Leyl’êsîfet ew bi ah û feryad?

Işqê qe nekirne ew belakêş Hicrê qe nekirne ew cîgerrêş?

Min dî hene, lêkî bê mecal in Pir aqil û sahibkemal in

Sahibhuner û xwedanhewes bûn Lê şuhbetê teyrekî qefes bûn. (Can 1992: 19-20)

Mihemed Can wekî Selîmiyê Hîzanî Kurdan xwedî huner dibîne lê Hîzanî Kurdan di rêka vajî de (Geverî 2013: 221) Can jî wan wekî teyrekî di qefesê de dibîne. Can berdewamiya sebebê telîfa xwe wekî Xanî didomîne û wekî Xanî li ser padîşahekî/emîrekî disekine û li ser qedrê şairên/şi’irên Kurdan disekine. Wekî Xanî rewşa Kurdan a di nava neteweyên din de tîne ber çavan. Can vê wiha tîne ziman:

Wan nîne muşîr û ne debîrek Ne padîşahek, ne wan emîrek

Peyda bikira me ger emîrek Sahibhuner û xwedanê şîrek

Ev Turk û Ereb, Tetar û Faris Carek bibûna li ber me naqis

Her şairekî zebanê Kurdan Qet nayê ji halê wan xeberdan

Her ş’ir û qesîde dê bigota Dunya serobin hemî bisota. (Can 1992: 20)

Can di vir de tîne ziman ku dibêje me ne mamosteyek heye ne emîrek, lê eger me emîrek peyda bikira û ew xwedî huner û heybet (şîr maneya hêz de) dê ev Turk, Ereb, Tetar û Faris li ber me bitewiyan û hingî her şairekî Kurdan dê wisa bibûya ku tu kesî nikariba ji halê wan xeber bida. Her şiirên ku wan bigotan dê dunya hemî şewitandiba ku ewqas bi hêz û qîmet ba. Sebeba telîfa Xanî jî wiha ye di vê mijarê de:

Rabit ji me jî cîhanpenahek Peyda bibitin me padîşahek

Şîrê hinera me bête danîn Qedrê qelema me bête zanîn

Derdê me bibînitin ‘ilacê ‘Ilmê bibînitin rewacê

Ger dê hebûya me serfirazek Sahibkeremek suxennewazek

Neqdê me dibû bi sikke meskûk Ned’ma wehe bêrewac û meşkûk. (Zêrevan 43-44)

Xanî jî dibêje eger padîşahek ji bo me peyda bibûya, qedrê qeleman bihata zanîn û derdê me bi derman hasil bibûya hingî behayê hunera me dê bi sikkeyan bibûya û nedima bêrewac. Mihemed Can van xalan ji xwe re dike behane ku mesnewiyê binivîse û Can wê qabiliyetê bi xwe re nabîne lê daxuyan dike ku ji bo nivîsandinê xîretê dikişîne û wiha dibêje:

Hasil ketime te’essuba wan Neku me heyen tu qabilîyet Xîret me kişand bi qelb û ezman Belkî me heye hinek ji xîret. (Can 21)
Bi vî awayî muelif Mihemed Can dixwaze pêşiya rexneyên ku lê bêtin kirin bigire

lewra wê qabiliyetê bi xwe re nabîne lê xîretê dikişîne.

3.3. Ziman û Şêwaz

Leyl û Mecnûna Mihemed Can mesnewiyeke ji sedsala nozdemîn e, ji ber vê yekê zimanê mesnewiyê li gorî zimanê edebiyata klasîk zimanekî hêsan û herikbar e. Lewra peyvên dijwar di beytan de gelek cih negirtine herçendî peyvên biyanî hebin jî şairî ev peyv di nav mesnewiyê de li gorî zimanê xwe bikar anîne bi vî awayî peyvên biyanî di nav mesnewiyê de hêsantir kirine. Can digel Kurdî bi zimanên wekî Erebî, Farisî û Tirkî mesnewiya xwe dewlemendtir kiriye. Ev şiklê bikaranîna zimanan di mesnewiyên Kurdî de hatiye bikaranîn, Can jî wek mesnewînivîsên beriya xwe ev yek bi kar anîye. Can jî wek Siyahpoş (3-6) bi Farisî daçekên “ez, der û ba” ( 16-22- 96), peyvên “puser, şeb, goş, resîde û dîde” (24-42-62-114) û di peyva “rojeha”yê de jî qertafa Farisî ya pirjimariyê bi kar anîye. Bi zimanê Erebî peyvên wek “mekteb, mehbûb, mehbûs, muheyya, muexxer, muresse’, mulemme’ hwd.” bi kar aniye û di risteyekê de “El minetu lîllah” derbas dibe (29-34-112-4-139). Şairî bi zimanê Tirkî hem peyvên wekî “deha, êlçî, qarşî, îş, qapi, mujdeçî, başqe û arayiş”ê bi kar anîne û du beyt û risteyek jî tevahî bi Tirkî nivîsiye (Can 1992: 105-149).

Ji bo beytên Tirkî nimûne:
Sen qanden û terkî işqî qanden
Işqî ezelî çikar mi canden?. (Can 105)

Şêwaza mesnewiyê şêwazek xwerû ye dibe ku ev mesnewî di bin bandora klasîzmê de hatibe nivîsîn lewra şair nakeve navbera bûyeran û wan ji hev qut nake. Şair bi nêrîneke objektîf li şexsan nihêriye bi vî şiklî aliyê lehengan negirtiye. Her çiqas şair li dora çarçoveya eşqa ‘uzrî li Leyl’ê’yê nihêrîbe û ew ji aliyê bedewtiyê ve bilind kiribe jî (Can 27-8) ji aliyê kesayeta şexsan ve alîgirî nekiriye. Di mesnewiyê de çend beytên kêm jî hene dibe ku ev beyt di nusxeyan de tam derneketibe (128-140-6-150-161-2-4).

3.4. Dem û Cih

Muelifê mesnewiyê di mesnewiyê de dema qewimîna vê çîrokê bi şiklekî dîrokî diyar nake. Di derbarê demê de kêm beyt derbas dibin lewra şair zêdetirîn li ser herdu lehengan û halê wan sekiniye. Dem di mesnewiyê de wekî roj, şeb, nûbuhar, newrûz û sal derbas dibe (Can 1992: 44-54).

Bûyer li herêmeke diyar derbas dibin. Di serî de çîrok bi Yemenê dest pê dike bi pişt re ku bavê Mecnûn ji bo wî çareyekê digere mezinên êlê berê wî didin Ke’be’yê û bi vî awayî çîrok di navbera du bajaran de diqewime (Can 1992: 27-43-5). Wekî din cihê bûyeran wekî mekteb, menzil, obe, newal, butsan û çol derbas dibin (Can 1992: 27-32-47-54-62).

3.5. Têkiliyên Evînî

Çarçoveya çîroka Leyl û Mecnûnê bi gelemperî li ser têgehên evîn û dilsoziyê disekine. Çîrok li ser herdu lehengên sereke disekine. Mesnewiyên bûyerî gelemperî du lehengan derdixin pêş û li dora evîna van lehengan şexsine din di nav mesnewiyê de cih digirin. Herdu lehengên sereke jî aşiq û meşûq in. Karakterê mêr aşiq û karaktera jin jî meşûq e. Lê mesnewiya Yûsuf û Zuleyxayê bereksê vê têkiliyê ye lewra Yûsuf meşûq, Zuleyxa aşiq e (Geverî 2013: 134). Di Leyl û Mecnûna Mihemed Can rewşeke cuda derdikeve pêşberî me lewra wekî ku Can diyar dike herdu lehengên sereke ango hem Leyl û hem Mecnûn hem aşiq hem meşûq in Hem aşiq û herdu hem bûne maşûq
Ez ateşê işqê bûne mehrûq. (Can 1992: 29)

Herçendî şair vê yekê diyar bike jî evîna bi awayekî xurt derdikeve pêşberî me evîna karakterê mêr e lewra karakterê mêr ji bo eşqa xwe dev ji her tiştî berdide û bi çolan dikeve ku navê wî dibe Mecnûn ango maneya dîn (Can 32-36). Mecnûn ji serî heya dawiyê li ser evîna dilsoz dimîne di vî warî de ne malbat ne pergala qebîleyên Ereban wî ji evîna wî nakin lewra Mecnûn li dijî wan derdikeve roleke aktîf digire ser milên xwe. Gava di dibistanê de herdu ji hev hez dikin û guftûgo li pey wan dikevin jî Mecnûn guh nadete van tiştan û tevgerên dijî pergalê dike tazî/bêcil dimîne her bi fîxan e (Can 35-41) û diçe dora êle bavê Leyl’êyê heta ku bavê Leyl’êyê dixwaze wî bikuje û ew bi çolan dikeve. Dê bavên Mecnûn jî êdî ji ber Mecnûn şerm dikin ji ber vê yekê bavê Mecnûn gava diçe cem Mecnûn jê dixwaze dev ji eşqa xwe berde lewra vê wekî şerm dibîne:

Tu şermê bike ji işqibazî
Faîde tune ji cankudazî. (Can 103)

Mecnûn jî wiha bersivê dide daxwaziya bavê xwe ya ku malê:

Bo çi me dikî li malê teklîf Lewra ku dike mirin me texfîf?. (Can 105)

Lê Leyl’ê di mijara evîna xwe de ne wekî Mecnûn tevdigere. Lewra gava di dibistanê de navê herduyan bi guftûgoyan derdikeve, dayika Leyl’êyê keça xwe tîne hemberî xwe û şîretan lê dike. Ji keça xwe dixwaze êdî behsa eşqa xwe neke û wan di nava qebîleyê de xwedî qebahet dernexe (55-6). Gava dayika wê vê şîretê lê dike û gava bi Îbn Selam re didin zewicandin jî Leyl wekî Mecnûn ji bo eşqa xwe têkoşîn nade. Özcan di gotara xwe ya li ser Leyl’ê vü Mecnûna Fuzûlî de (pêwist e em bizanin ku mijarên sereke herdu şairan wekî hev nivîsîne) wiha dibêje: Li gorî Mecnûn, Leyl’ê li dijî kevneşopiyan, di nav têkoşîneke tebattir/pasîftir de ye. Leyl’êya ku têkiliya xwe bi derdor û cîhanê re herî kêm dike, rayê jiyana xwe zuwa dike. Lê Mecnûn li dijî kevneşopiyan tevgerên raperînî dike (Özcan 237). Leyl’ê di nav xwe de nakokiyan dijî lewra gava mêrê wê dimire ne li gorî jineke şîngirtî tevdigere û diçe cem Mecnûn (Can 131). Lê li gorî şairî diyar dike jina mêrê wê mirî pêwist e salek du salan şîn bigire:

Ewha ye di nêv Ereb de ‘adet Yek sal û du sal dikine me’tem Ger mêr bimire bimîne ‘ewret Feryad û fîxan dikin demadem. (Can 124)

3.6. Eşqa Uzrî

Eşqa Uzrî navê xwe ji qebîleyek Yemenê girtiye. Ji qebîleyê re Uzre tê gotin. Eşqa Uzrî wekî motîfekê di nav edebiyata klasîk de cih girtiye. Durmaz di derbarê vê mijar û qebîleya Yemenê de wiha dibêje: “Şexsên mensûbê qebîleya mewzûbehs dispêrin erdemên wekî jin û keçên zor bedew û xwediyê nêrînek ku dilan dihelîne, kur xwediyê hîsên letîf, di eşqê de dilsozî, îffet parastin û xwe ji gunehan dûrxistinê. Ew bawer dikin ku weslet/gihîştin bedenê xirab dike” (Durmaz 260). Ji ber van sedeman ev mijar ketiye nav edebiyata klasîk lewra lazim e neyêt jibîrkirin ku edebiyata klasîk hêman û mijarên li gorî Îslamê di nav xwe de dihewîne. Bandora îslamê li ser eşqa ‘efîf heye lewra doktrînên wekî jıxwedûrxistina zina, fuhûş û parastina îffetê derdixîne pêş.

Leyl’ê û Mecnûn jî ji aliyekî ve li ser vê mijarê jî disekine ku di mesnewiyê de weslet nîne û şair bedewiya Leyl’ê û dilsoziya Mecnûn tîne ziman. Şêx Mihemed Can Leyl’ê wekî “xurşîd, serw, perîzad, nazenîn, xunçeyê gul, bedra çarde û perîweş” teswîr dike (Can 28-31-52-146). Ji bo teswîra bedewiya Leyl’ê nimûne:

Mislê wê nehin ji nazenînan
Ne di nêv beşer, ne hor’îynan. (Can 52)

Herwiha bi vê beyta jêrîn diyar dike ku ji bo bedewiya wê gelek kes aşiqê wê bûne:

Ewçendî li Leylê muşterî bûn
Lewra ku mîsalî kes nedîbûn. (Can 86)

Mihemed Can Mecnûn jî li gorî eşqa Uzrî teswîr dike û dilsoziya wî tîne ziman. Mecnûn ji ber evînê dîn dibe li çolan dikeve, ji bilî Leyl’êyê tu kesî naxwaze û ji qehra mirina Leyl’êyê ew jî dimire. Can ji bo Mecnûn jî peyvên wiha bi kar tîne: “mecnûn, esîr, hezîn, xemnak, derdîhemdem û dilmuşeweş” (Can 32-131-2-157-8). Şair candayîna Mecnûn a ji qehra Leyl’ê wiha tîne ziman:

“Leylê” go û daye canê şirîn Goya ku di destê wî de bû can Wî aşiqê bêqerar ê miskîn Canê xwe kire nisarê canan.

Înaf e? wuha dibe mehebbet? Ev daîre ey meqamê heyret (Can 156).

Bêguman ev yek dilsoziya Mecnûn a li hemberî Leyl’êyê ye ku Mecnûn ji bo wê can dide û ji evîna wê dîn dibe ku navê wî yê rastî ango Qeys dibe “Mecnûn”.

3.7. Qadroya Şexsan

3.7.1. Şexsên Protagonîst: Mecnûn di vê mesnewiyê de lehengê eslî ye û mijar bûyer, dem, cih û teswîr bi gelemperî li dora wî dizivirin û tên sêwirandin. Ji ber vê yekê em dikarin wî bi şexsê protagonîst bi nav bikin. Şexsê protagonîst, di roman û çîrokan de kesê yekemîn tê binavkirin û bi gelemperî şexsê karakterê eslî ye (Bingöl 209). Gava Mecnûn cara yekem Leyl’ê li dibistanê dibîne dil dikeve Leyl’ê û bûyerên eslî ango wextê çîrokê wê demê dest pê dike. Beriya wê şair bi beşên din dest bi mesnewiya xwe dike û dema wextê vegotinî bi paş ve dihêle derbasî wextê çîrokî dibe û li wir Mecnûn wek lehengê sereke derdikeve pêşberî me. Mecnûn kurê serokeşîrekî êleke Ereban e. Bavê Mecnûn wî dişîne dibistanê û ew û hezkiriya xwe li wir hev dibînin. Dema bavê wan pê dihesin ji bo nav li pê wan nekevin bavê Mecnûn diçe Leyl’ê ji bavê wê dixwaze lê bavê wê wê nade Mecnûn lewra Mecnûn ji eşqa Leyl’ê hiş wenda kiriye û dîn û ebter bûye. Piştî Mecnûn dîn dibe navê wî yê eslî êdî ji holê radibe ku navê wî yê eslî Qeys e û navê wî dibe Mecnûn. Mecnûn jî ji bêjeya cunûnê tê ku wateya cunûnê jî dîn/sergeşte/ebter/bêhiş e. Heta dawiya mesnewiyê em Mecnûn bi vî navî dibînin û Mecnûn nagehîjit hezkiriya xwe û gava hezkiriya wî dimire Mecnûn jî ji qehra hezkiriya xwe dimire. Di mesnewiyê de em dibînin ku Mecnûn şexsekî aktîf e lewra serlehengê mesnewiyê Mecnûn e. Şexsê aktîf jî di mesnewiyên tahkiyeyî/bûyerî de şexsê aşiq e. Şexsa din a protagonist jî Leyl’ê ye ku ew jî hezkiriya Mecnûn e û ew jî ji Mecnûn hez dike. Leyl’ê jî lehengeke sereke ye û lehengeke protagonîst e.

3.7.2. Şexsên Antagonîst: Şexsên antagonîst şexsên zid, dijber, muxalif û neyarên şexsê protagonîst in. Ev şexs bi tevgerên xwe wîsala lehengan dikin nava xetereyê û nahêlin lehengên sereke ango aşiq û meşûq bigihîjin hev. Herçendî bi tevgerên xwe yên nebaş ev leheng derkevin pêş jî ji bo tecrube, îmtihan û jîrektiya lehengê eslî ev şexsên antagonîst jî muhîm in. Lewra ev şexs gava dikevin nava bûyerê bûyerê balkêştir dikin. Di mesnewiya Mihemed Can de şexsên antagonîst bavê Leyl’ê û serokeşîrekî bi navê Îbnî Selam in. Dema bavê Mecnûn Leyl’ê ji bavê wê dixwaze bavê wê dînîtiya Mecnûn ji xwe re dike behane û naxwaze keça xwe bide Mecnûn. Bi vî awayî bavê Leyl’ê dikeve navbera herduyan û wîsala herduyan asteng dike ji bo vê yekê bavê Leyl’ê wek şexsek zid, dijber, muxalif ango antagonîst derdikeve peşberî me. Şexsê din ê antagonîst jî serokeşîrê êleke Ereban e ku navê wî Îbnî/Binu Selam derbas dibe. Leyl di nava êlên Ereban de bi xweşiktiya xwe bi nav û deng e. Dema Îbnî Selam diçe nêçîrê Leyl’ê dibîne û xweşiktiya Leyl’ê wî mest dike û diçe wê ji bavê wê dixwaze, bavê Leyl’ê jî ji bo keça xwe nede Mecnûn razî dibe ku keça xwe bide Îbnî Selam. Heta mirina Îbnî Selam Îbnî Selam dikeve navbera herdu lehengan û gihîştina lehengên sereke dike nava xetereyê. Dayika Leyl’ê jî keça xwe ji Mecnûnî dûr dixe û nahêle keça wê biçe Mecnûn bibîne û wiha dikeve navbera wan. Bi vî awayî di mesnewiyê de di kategoriya şexsên antagonîst de cih digire.

3.7.3. Şexsên Norm: Şexsên norm di mesnewiyan û çîrokan de şexsên alîkarê lehengên eslî ango alîkarê aşiq û meşûq/ê ne. Di Leyl û Mecnûna Şêx Mihemed Can de çend şexsên norm hene ku ev şexs ev in: Bavê Mecnûn yanî Amir, Benî Esed, Newfel, Zeyd û Îbnu Se’îd. Bavê Mecnûn Amir di her rewşê de alîkariya Mecnûn dike diçe Leyl’ê ji bavê wê dixwaze û gava Mecnûn dîn dibe li çolistanan dikeve diçe kurê xwe tîne bi wî re mijûl dibe. Şexsekî din jî Newfel e ku dema diçe nêçîrê Mecnûn li wir dibîne û derdê wî dipirse û gava derdê wî hîn dibe diçe digel bavê Leyl’ê şer dike ku Leyl’ê ji Mecnûn re bixwaze. Zeyd jî hevalê Mecnûn e. Nameyan di navbera herduyan de dibe û tîne û xebera mirina Leyl’ê digihîne Mecnûn û ji bo gihîştina herduyan hewl dide lê hewldanên wî bi ser nakevin. Îbnu Se’îd jî gava bavê Mecnûn li Mecnûn digere cihê Mecnûn ji wan re dibêje bi vî awayî ji bo dîtina Mecnûn dibe alîkar. Em dikarin Benî Esed jî di bin vê kategoriyê de kategorîze bikin lê di nava mesnewiyê de zêde derbas nabe.

3.7.4. Şexsên Fon: Şexsên fon di bûyeran de ji bo vehonandina bûyeran erka dekorasyonê digirin. Ev şexs ji bo bûyerê ne girîng in lê ji bo vehonandina şairî û bikaranîna wan ev kategoriya şexsan jî girîng e. Di mesnewiyê de ev kesên ku em di bin vê kategoriyê de kategorîze bikin çend kesên ku ew jî gava Mecnûn li çolistanê derdikevin pêşberî me. Di mesnewiyê de mamosteyê Leyl û Mecnûn bi sifata Ustad derbas dibe ev şexs ji bo bûyerê ne girîng e lê ji bo balkêşkirina mesnewiyê girîngiyek dikeve ser milê wî. Şexsên din ên fon jî seyadê yekem yê duyem û yê sêyem û zilamê kal e. Ev di mesnewiyê de ji bo nîşandana aliyê Mecnûn ê dilteniktiyê bi awayekî dekorasyonî derdikevin pêşberî me ji bo vê yekê em van dikarin di bin kategoriya şexsên fon de kategorîze bikin.

3.8. Motîfên di Leyl û Mecnûnê de

3.8.1. Motîfa Bêzaroktiyê

Ev motîf bi gelemperî di mesnewiyên bûyerî de di malbata herdu lehengên sereke de tê dîtin. Ev malbat piranî navdar û dewlemend in an jî rêveberê saziyekê ne. Ji herdu malbatan yek bêzarok e û ji bo bêzaroktiyê xemgîn in lê belê îstisnayên vê jî hene wekî Yûsuf û Zuleyxayê lewra bavê Yûsuf xwedî zarok e (Geverî2013: 216-7). Di Leyl û Mecnûnê de jî ev motîf derbas dibe. Bavê Mecnûn di serî de bêzarok e û bi hesreta zarokekî ye. Can vê motîfê wiha bi kar tîne:

Hesret wî di dil de qet nemabû Wî malî ji bo Xweda telef bû Îlla ku Xweda weled nedabû Her weqtê rica wî yek xelef bû (Can 24).

3.8.2. Motîfa Xwedîzarokbûnê

Ev motîf bi çend awayan pêk tê û bi awayên ne sirûştî pêk tê. Ev motîf bi van awayan pêk tên; lutfa Xwedê, bi duayan, bi sêhrê, bi fêkiyekî. Di Leyl û Mecnûnê de jî bi riya duayan pêk tê. Bavê Mecnûn duayan dike û Xwedê kurekî didiyê. Di mesnewiyê de wiha derbas dibe:

Daîm bi rica û ah û zarî Hêvî dikir ez Xwedayê Barî:

În’am bikî bom e yek puser tu Tefsiye bikî me ez keder tu

Hasil Xwedê da wî lawekî pak Mehparesîfet, di çerxê eflak (Can 24).

Bavê Mecnûn her tim duayan dike û dibêje zarokekî bide me, me ji vê kederê xilas bike. Xweda jî duayên wî diqelibîne û zarokekî didiyê.

3.8.3. Motîfa Aşiqbûnê

Ev motîf rasterast li ser têkiliya navbera herdu lehengan disekine ango herdu leheng piştî vê bi hev re têkildar dibin. Ev motîfeke dewlemend û xwedî girîngiyeke cuda ye. Şair bi motîfê dest bi meseleya eslî dike û çîroka xwe li dora vê dihone. Çend cureyên vê motîfê ev in: di xewnê de dîtin, neqş dîtin, bi rêya guhdarkirina bedewtiya kesekê hezkirin, bi dîtina cara yekemîn û di perwerdehiyê de jihevhezkirin e. Şair li gorî mijara xwe ji van motîfekê hildibijêre û li dor wê dihone. Di çîroka Leyl û Mecnûnê de motîfa ‘di maweya perwerdeya bi hev re aşiqbûn’ tê bikarînan. Di mesnewiyê de wiha derbas dibe:

Teqdîrê Xweda bû her ew û Qeys Carek fekirî li zulf û xalan Der menzilekê dixwendin wan ders Eql û dil û can didaye talan ……

Yek rojê bi emrê şahê Mewla Qeysî nezerek didaye Leyl’ê

Qencî lê fekirî weh lê nezer kir Cergê xwe ji wê tijî keder kir

3.8.4. Motîfa Astengker

Leylê jî nerî li Qeysê aşiq
Derdê wan bi hev re bû muwafiq (Can 29).

Di mesnewiyên evînî de piranî kesekî sêyemîn ê ku dikeve navbera herdu lehengên sereke ango aşiq û meşûqê heye ku ev kes wekî astengker tê dîtin. Ev şexsê sêyem wekî reqîb tê dîtin û aşiq ji meşûqê dike, gihîştina herdu lehengan dike xetereyê an wan ji hev dike. Di Leyl û Mecnûnê de vê rolê Îbn Selam pêk tîne lewra dixwaze bi Leyl’ê re bizewice, xwazgîniyan dişîne cem bavê Leyl’ê û wan ji hev dike. Îbn Selam gava diçe nêçîrê Leyl’ê dibîne dil dikeviyê (Can 57) û pişt re gava dibihîze ku gelek kes Leyl’ê dixwazin ew jî diçe dixwaze û daweta xwe dikin (Can 87-8).

3.8.5. Motîfa nêçîrê

Ev motîf di edebiyata klasîk de xwedî pareke mezin e. Bi vê motîfê hem lehengê sereke jîrbûn û jêhatîbûna xwe diselmîne/îspat dike hem jî kesên dewlemend kêf û şahîya xwe dikin. Aykanat di derbarê vê motîfê û Yûsuf Zelîhâyê de: di Yûsuf û Zelîhâyê de gava birayên Yûsuf lîstika kirêt lê bikin, serî li hîleya nêçîrê didin û pêk tînin (Aykanat 2012: 894). Di Leyl û Mecnûnê de gava Îbn Selam diçe nêçîrê ji Leylê hez dike (Can 56-7). Wiha ev motîf pêk tê û cara duyem jî gava Newfelî diçe nêçîrê liqay Mecnûn tê û dixwaze alîkariya wî bike (Can 61-73).

3.8.6. Motîfa Xewnê

Ev motîf destpêka hev naskirina lehengên eslî ye. Di bin vê motîfê de şairî lehengan bi hev dide naskirin û eşq dest pê dike. Ango ev motîf ji bo destpêka evînê amadekariyek e. Di mesnewiya Yûsuf Zuleyxayê de ev motîf destpêka hemî bûyeran e. Dema Yûsuf xewnê dibîne xewn dibe sedema wî ya ji malbatê cudabûnê (Geverî 270-4) û evîna Zuleyxayê ya digel Yûsufî bi xewnê dest pê dike (Geverî 606-25). Em vê motîfê aşkere dibînin lewra Zuleyxa di bin vê motîfê de Yûsufî di xewna xwe de dibîne û eşq dest pê dike. Xewn di Yûsuf û Zuleyxayê de ji bo temayê hem kilîdek e hem arketîpek e. Lê di Leyl û Mecnûnê de xwediyê estetîkekê ye. Xewnê em bi awayekî motîfî di dema mirina herdu lehengan de dibînin. Gava herdu leheng dimirin Zeyd wan di xewna xwe de dibîne, herdu di nav baxçeyê de ne û horî ji wan re xizmetê dikin. Gava Zeyd wan ji yekî (di mesnewiyê de dergevanê bihuştê Ridwan) dipirse ew dibêje Leyl û Mecnûn in.

Der xwabî de dîtî wî neçare; Der gulşenekî du mahî pare …
Ba her yekî sed furuştesûret B’ixlasî dikin ji wan re xizmet

Wî pursî ku: Herdu ev çi mah in? Kîjan rutbê de padîşah in


Bo wî wehe da cewabê Ridwan: Ev qewmî xeciste hûr û xilman

Ev herdu mehê xicisteruxsar Mecnûn e û Leylêyî wefadar. (Can 161-2)

3.9. Di Leyl û Mecnûna Can de Navbermetnanî

Tu metin nîne ku silavekê neşîne metneke beriya xwe (Alan: 90). Li gorî vê teoriyê her metin bi metna beriya xwe re têkildar e. Metin bi hev re danûstandinekê dikin û ev yek wekî silsileyeke edebî didome. “Her metin ji mozaîkeke jêderan pêk tê, her metin di nav xwe de helandin û vegerîna/vejîna metneke din e” (Önal 107). Li gorî vê teoriyê metin ji hev sûd werdigirin û naverokê dewlemendtir dikin. Ev teorî di serdema modern de dikeve qada edebiyatê. Têgeha navbermetnaniyê cara yekem di sala 1965ê de ji aliyê Julia Kristevayê ve di gotarekê de hatiye bikaranîn (Ekiz 124). Lê belê pêşî bi formalîstan re, bi taybetî Mihail Bakhtin re û piştre jî di salên 60î de bi nivîskar û rexnegirên wek Roland Barthes, Julia Kristeva, Michael Riffaterre û Gérard Genette re, di wateya metnê de guhertinên radîkal çêbûne. Li gorî van metin, binyadeke pirdengî bû ku gotar û dirûvên metnên berê dihewîne. (Alan: 89). Lê her çi qas teoriya navbermetnaniyê di serdema modern de derketibe jî em dizanin ku navbermetnanî di edebiyata klasîk de jî bi awayekî fonksîyonelî dihat bikaranîn. Ev yek ji nazîre û têkiliya di navbera metnên kevnare de dixuyê. Di edebiyata klasîk de ne mijar vegotin girîng bû ji ber vê yekê şairan metin bi armanca vegotinên estetîktir vegotine. Kalpaklı di derbarê vê de dibêje: [D] di kevneşopiya şiiran de ya esl, ji çi vegotinê bêtir çawa çîrokkirin bû (Kalpaklı 2006: 3).

Di Leyl û Mecnûnê de têkiliyên navbermetnanî bi awayên aşkere derdikevin pêşberî me. Ev têkilî di mesnewiya Fuzûlî de derbas dibe ku Can û Fuzûlî xebera mirina Leyl’ê bi heman awayî nirxandine. Can di vê beşê de:

Heta weku Zeyd ê dilkul û zar Ew bûye bi waqi’ê xeberdar

Fîl halî wî kir ‘ezîmetê rah Mecnûnê hezînî kirye agah:

Kay şîfiteê şikiste tali’
Heyfa kut e se’yî bûye ddayi’

Tesîrê tilismê bûye battil Êdî ji vê meşxelê çi hasil?

Leylê çû û da te zendeganî Tu sax bî ku Leylê bûye fanî. (Can 1992: 151-2)

Di Fuzûlî de wiha derbas dibe:

Kim Zeyd-i sitem-reside-i zar Ol vâkıadan olup haberdâr

Fi’l-hal kılup azîmet-i rah Mecnûn-ı hazîni etdi âgâh

K’ey şîfte-i şikeste-tâli’ Efsûs ki sa’yün oldı zâyi’

Encam

İdbâr tılısmun etdi bâtıl
Bu meşgaleden dahi ne hâsıl …
Leylî sana verdi zindegâni Sen ol bâkî ol oldı fânî. (Fuzulî 2000: 1927-8-9-2930-2)

Mesnewiya Leyl’ê û Mecnûnê di edebiyata klasîk de ji Nîzamîyê Gencewî vir ve bûye wek kanonekê û ev mesnewî di neteweyên cuda de ji aliyê mesnewînivîsên cuda ve hatiye bikaranîn. Piştî Gencewî mesnewînivîsîn bi serê xwe wekî hûnereke edebî hatiye dîtin lewra mesnewînivîsîn ji cureyên din ên edebî dijwartir e. Ev mesnewî mesnewiyeke cîhanşumûl e ji aliyê mijara xwe ya evînî û dramayî ve. Ji ber vê yekê ev çîrok her tim di edebiyatê de jiyaye.

Di edebiyata Kurdan de ev mesnewî ji aliyê Harisê Bedlîsî û Mihemed Can ve hatiye nivîsîn. Em di vê xebatê li ser mesnewiyê sekinîn, me ji aliyê hêmanên mesnewiyan ve nirxand. Di mesnewiya Şêx Mihemede Can de me şexs li gorî taybetî û tevgerên wan ên di nava mesnewiyê nirxandin û me ew li gorî van taybetiyan kategorîze kirin. Me dît ku şexsên mesnewiyê kêm in lewra mesnewî bi gelemperî li ser bûyeran sekiniye û şexs zêde nehatine bikaranîn. Mesnewî li dora evîna di navbera herdu lehengên sereke ango lehengên eslî hatiye sêwirandin. Hin şexs bi navî derbas bibin jî erka wan di mesnewiyê de dekorasyon e ku ev jî hûnera şairî xurttir dike. Di beşa sebebê telîf de me dît ku Can jî wekî Xanî sebebê telîf wekî beşeke serbixwe ava kiriye. Ev yek jî diyardeya muhîmtiya mesnewiya Can e. Can jî wekî Xanî dest avêtiye meseleya Kurdî û Kurdperweriyê, ku ev hesasiyeta Can diyar dike. Mesnewî ji aliyê ziman ve li gorî demê lazim e bête nirxandin lewra di dawiya edebiyata klasîk de hatiye nivîsîn. Can bi zimanên biyanî (Tirkî, Erebî, Farisî) mesnewiya xwe dewlemendtir kiriye û aliyê xwe yê zanatiyê derxistiye holê. Ev yek bi şêwazeke herikbar pêk aniye. Kêmasiyeke mesnewiyê ya berbiçav ew e ku Can patronaj bikarneaniye ev jî ji aliyê pergala patromanyal ve dibe qisûrek. Herwiha di mesnewiyê de hin beytên kêm jî hene em nizanin sedema wê, dibe ku ji nusxeyan be.

Bi kurtahî mesnewiya Can ji hinek aliyan ve xwedî qisûr jî be mesnewiyek ji bo edebiyata Kurdî muhîm e. Pêwist e mesnewî bi xebatên zanistî û akademîk bête lêkolînkirin.

 

ÇAVKANÎ

Adak, Abdurrahman. (2013). Destpêka Edebiyata Kurdî ya Klasîk. Weş. Nûbihar, İstanbul.

Alan, Remezan. (2015). Zanista Edebiyata Modern. Weş. Peywend, İstanbul.

Araç, Ünal. (2014). İslam Resminde Leylâ ve Mecnûn ve Fuzûlî’nin Leylâ ve Mecnûn Öyküsünün Resimli Örnekleri. Edebiyat Fakültesi Dergisi. Cilt: 31. Sayı: 2 ss.31-46

Aykanat, Timuçin. (2012). Geleneksel Anlatı Formlar Olarak Mesnevîler ve Klâsik Aşk Mesnevîlerinin Motif Yapısı. Turkish Studies-International Periodical For The Languages, Literature and History of Turkish or Turkic. cilt 7/4, ss. 883-906.

Aynur, Hatice-Çakır, Müjgân ve diğerleri. (2011). Eski Türk Edebiyatı Çalışmaları VI Mesnevî: Hikâyenin Şiiri. İstanbul : Turkuaz Yayınları: 20

Bingöl, Ulaş. (2013). Hüsn ü Aşk Mesnevisinde Şahısların Dünyası. Uluslarası Türkçe Edebiyat Kültür Eğitim Dergisi. Sayı:2/4 s.206-229

Can, Şêx Mihemed. (1992). Leyl û Mecnûn. (Amd: Zeynelabidîn Zinar) Stockholm: Weşanxaneya Çanda Kurdî

Durmuş, İsmail. (2012). Uzrî Aşk. Türkiye Diyanet Vakfı İslâm Ansiklopedisi. Cilt: 42. ss.259-261 Ekiz, Tevfik. (2007). Alımlama Estetiği Mi Metinlerarasılık Mı?. Ankara Üniversitesi Dil ve Tarih-Coğrafya Fakültesi Dergisi 47 (2): s.119-127

Fuzulî. (2000). Leyl’ê ve Mecnun. (Haz: M. Nur Doğan) İstanbul: Yapı Kredi Yayınları Geverî,

Ayhan. (2013). Yûsuf û Zuleyxaya Selîmiyê Hîzanî. İstanbul: Nûbihar

Haksever, H. İbrahim. (1999). Münşeât Mecmualarında “Sebeb-i Te’lîf ”. Afyon Kocatepe Üniversitesi Sosyal Bilimler Dergisi. Sayı: 3. ss.55-64

Kalpaklı, Mehmet. (2006). Osmanlı Şiir Akademisi: Nazire. Türk Edebiyatı Tarihi II. İstanbul: Kültür ve Turizm Bakanlığı

Önal, Ayça. (2013). Metinlerarasılık Bağlamında Müzikal Metinlerarasılık (Müziklerarasılık). İdil Dergisi. Cilt: 2 Sayı: 10 ss.105-115.

Önal, Sevda. (2007). Sebeb-i Teliflerdeki Ortak ve Farklı Temalar. A. Ü. Türkiyat Araştırmaları Dergisi. Sayı: 35 s.105-124

Özcan, Nezahat. (2010). Fuzûlî’nin Leylâ ile Mecnun Mesnevîsinde Aşk-Gelenek Çatışması. Gazi Türkiyat Türklük Bilimi Araştırmaları Dergisi. Sayı: 6 ss.225-260

Sağniç, F. Huseyn. (2002). Dîroka Wêjeya Kurdî. İstanbul: Zend Bilim Kültür Eğitim BasınYayın Ltd. Şti. Siyahpoş. (2011). Seyf-ul Milûk û Bedî-ul Cemal. (Amd: Bedirxan Amedî) İstanbul: Nûbihar

Yavuz, Kemaş. (2005). Leylâ ile Mecnûn Hikâyesinin Edebiyattaki Yeri. Modern Türklük Araştırmaları Dergisi. Cilt: 2. Sayı: 4. Ss.57-69

Zêrevan, Arif. (2004). Ehmedê Xanî Memozîn. Stockholm: Nefel

Zinar (Kaya), Zeynelabidîn. (1991). Nimûne Ji Gencîneya Çanda Qedexekirî. Stockholm: Yekîtiya Nivîskarên Kurd.

Share.

Leave A Reply