Monomîta Joseph Camphell*

MEHDÎ JAFARZADEH

Puxte: Campbell li ser mîtên cihanê xebitî û bingeheka hevpar ji mîtan peyda kir ku weke nimûneyeka hevrist di hemû çandan û di hemû deman da dubare bûye. Û wisa jî teorîya xwe ya monomîtê jî derxist ku li gor wê teorîyê hemû mîtên cihanê di eslê xwe da ji çîrokeka hevrist lêbelê bi hûrgilîyên cihêreng çêbûne. Girîngtirîn monomîta wî ku beşekî zêde ji berhemên wî jî li ser vê yekê ne, monomîta “Leheng” e. Berhemên wek “Star War” “The Lord of the Rings” û gelek ji berhemên binavûdeng ên sînemaya Hollywood li ser vê teorîyê hatine afirandin. Di vê nivîsê de rêwîtîya leheng a Joseph Campbell tê raçavkirin.

Peyvên sereke: Joseph Campbell, Mîtolojî, monomît, leheng, sînema

  1. Jiyana Joseph Campbell

Joseph Campbell, bêjer, mamoste û mîtologê berceste yê amerîkayî ye ku di warê dîn û mîtolojîya berawirdî da binavûdeng e. Berhemên wî gelekî berfireh û curbicur in û hemû jî ji tecrubeyên mirovî pêk tên. Felsefeya wî ya meşhûr jî wisan e: “li pey xweşbextîya xwe be” (Follow your bliss) (Robert Ellwood, 1999: 132). Campbell di malbateka katolîk da li New Yorkê hatîye dinyayê. Dema zaroktîya xwe piştî dîtina mûzeya dîroka siruştî ya Amerîkayê û dîtina destçêkirîyên şênîyên seretayî yên Amerîkayê1, bû mereqdarê çanda wan. Piştî demekê di warên cihêreng a civaka şênîyên wir da û bi taybetî jî di warê mîtolojîyê da bû xwedî raman. Bi vî awayî wî hemû jîyana xwe bi xebitîna li ser mîtan û pêwendîyên wan di nava netewên cihêreng da, domand.

Campbell sala 1921ê, dibistana xwe li Canterburyîyê qedand. Di heman salê da li kolêja Dartmouth dest bi xwendina matmatîkê kir lê piştî maweyekê dest jê berda û çû zanîngeha Kolombîyayê û li wir edebîyata inglîzî xwend û sala 1927ê, mastera xwe li wir qedand. Campbell werzişkarekî pispor jî bû; gelek caran xeletên muteber di “werzişa revînê” da wergirtine. Sala 1924ê, ew li gel malbata xwe seferekê diçe Ewropayê. Ew di wê seferê da bi naskirina Krishnamurti felsefeya rojhilatê jî dinase, di wê demê da çiroskên evîna wî li ser raman û felsefeya Hindî-Hindûyê vêdikeve. Campbell piştî wê seferê êdî dest ji dogmaya dînî û mezhebî berdide. Sala 1927ê ji zanîngeha Kolombîyayê bûrseka xwendinê werdigire û tê Ewropayê. Piştre wî di warên zimanê fransîya kevn û zimanê Sanskrîtî da li zanîngeha Parîsê û zanîngeha Mûnîx a Almanê xwendina xwe domand. Piştî demekê ew herdu zimanên fransî û almanî hîn bû û karî bi awayekî rewan bi herdu zimanan biaxive. Di wan salan da ew kete bin bandora gelek ji ramanwerên wê demê. Wî berhemên James Joyce xwendin û wan berheman pir bala wî kişand. Herwisa wî pêwendîya xwe bi Krishnamurti ra jî domand. Wî nivîsên Sigmund Freud û Carl Gustav Jung jî xwendin û wan berheman gelek bandor li ser wî danî.

Campbell sala 1929ê ji Ewropayê vegerîya û çû zanîngeha Kolombîyayê. Lê li wir jî nekarî bidomîne û ji wir veqetîya û piştî demekê kirîza xwedaketinê (Depression) ew girt û pênc salan li pey, (1929-1934) wate û menaya jîyanê digerîya. Di wan salan da wî bi awayekî kûr bala xwe da ser fikr û ramanên Jung û bi şêweyekî nû ev raman nas kirin. Wî herwisa derbareyê derûnnasî, antropolojî û mîtolojîyê jî lêkolînên xwe domandin. Sala 1934ê kolêja Sarah Lawrence pêşwazîya wî dike û wî vedixwîne. Ew li wir dibe mamoste û lêkolînên xwe li ser mîtên dinyayê didomîne. Diçe Hind û Japonê li ser mîtên wir jî lêkolînê dike û piştre pê dihese ku divê mît bi awayekî rêkûpêk bên nasandin. Şahkara xwe ya bi navê Maskên xwedayan (The Masks of God) ku lêkolînek li ser mîtên cihêreng û çandên curbicur di nava hezaran salan da bû, weşand. Wî erk û wezîfeya xwe heta dawîya emrê xwe derbareyê mît û dînên tetbîqî di gotûbêjan, radyo û telvezyonan da domandin. Û sala 1987ê di 83 salîya xwe da li mala xwe li Hawayîyê koça dawî kir.

  1. Teorîya monomîtê

Hero (Leheng) peyveka Yûnanî ye û wateya wê parastin û xizmetkirin e. Leheng kesek e ku ji bo fedakarîyan ra hertim amade ye. Wateya leheng herwiha canfedakirinê jî bi xwe ra tîne. Campbell dibêje: “Leheng mêr an jinek e ku şîyana wî/wê ya serkeftina li hemberî astengîyên şexsî yan xwemalî hebe û bikare ji wan derbas bibe û bigihêje asteka mirovatî ya sûdmend û bimifa”. Girîngtirîn xebata Campbell li ser mîtolojîyê, teorîya monomîtê (Monomyth/ The Hero’s Journey) ye ku wî sala 1949ê di pirtûka xwe ya bi navê Lehengê hezar rû (The hero with the thousand faces) da ev berfireh kir. Li gorî teorîya monomîtê, hemû mît teşeyên hevrist ên arketîpîk (Archetype/ kevnenimûne) dişopînin. Û li her cih û demê bi şikleka taybet tên nimandin; Ango hemû mîtên cihanê di eslê xwe da çîrokeka hevrist derdibirin û curbicurbûna wan çîrokan jî ji ber vegêranên cihêreng e. Campbell ferq û cîyawazîya di navbera mîtên netewe û çandên cihêreng da gelekî kêm dibîne û hemahengîya di navbera wan da berceste dike. Li gorî vê teorîyê, çîrokeka mezin û lehengê serekî û dijlehengek û hin hêmanên din di çîrokê da, di hemû dîroka mirovatîyê da dubare bûne. Çîrok tenê li gorî hin merc û imkanan, hinekî hatine destêwerdan û lîstikvan û karekterên xwe guhertine. Leheng û karekter di hemû çîrokan da dişibin hev û wek hev tevdigerin. Bi nêrîna Campbell, mît li gorî tecrubeyên taybet ên çand û şaristanîyê ji bo her netewêkê bi awayekî cuda çêbûye. Teorîya monomît a Campbell di sînema û edebîyatê da roleka mezin lîstîye û bandoreka mezin jî li wan danîye. Nêrîneka mîtolojîk li ser monomîtê, bûye sebeba afirandin û rexnekirina gelek ji berhemên hunerî û edebî. Teorîya Campbell ji bo rexnekirin û venêrîna çîrokên sînemayî û dîtbarî, nimûneyek çêkirîye. Gelek rexnegir li gorî vê nêrînê berhemên hunerî dinirxînin. Herwisa gelek ji berhemên edebî û hunerî yên dinyayê li ser vê binyadê hatine afirandin. Berhemên wek “Star War” “The Lord of the Rings” û gelek ji berhemên binavûdeng li ser vê teorîyê hatine afirandin.

  1. Qonaxên rêwîtîyan

Girîngtirîn monomîta ku Campbell li ser disekine, leheng e. Leheng yek ji kevntirîn arketîpan e ku hertim mijara serekî ya mîtolojîyê ye û arketîpên din ên weke Pîrê zana, Birêker û karektêrên din li gorî pêwendîya wan bi leheng ra tên menakirin. Loma jî nasîna vê arketîpê ji bo tehlîl û analîza teorîya monomîtê gelekî pêwîst e. Leheng di hemû çîrokan da hin qonaxan derbas dike, di serî da hemû leheng weke mirovekî normal û asayî dijîn, lê li gorî bûyerên ku diqewimin ew ji bo kar û mijareka girîng tên hilbijartin û vexwendin. Campbell rêwîtîya monomît a leheng, li ser sê beşên serekî dabeş dike: cudabûn (departure), teşeruf (initiation), veger (return).

3.1. Cudabûn

3.1.1. Vexwendina ji bo destpêkirina rêwîtîyê:

Di serî da leheng mijûlî jîyana xwe ya asayî ye. Di vê halê da ew ji bo rêwîtîyeka ber bi devereka nenas va tê vexwendin. Ev qonaxa yekem a rêwîtîya mîtîk e. Leheng bi awayekî, bi dengekî an bi nîşaneyekî tê vexwendin û wî ber bi cihaneka nenaskirî va dikişîne. Ev deverê ecêb tijî metirsî ye û ev xeter bi awayên cihêreng xwe dinimînin. Ev dever weke daristan, şikeft, çîyayên bilind, bin pêlên deryayê, giravên sosret, asiman, an xewn û xeyalî tên nîşandan, lê ew welat hertim xeyalî û neasayî tê dîtin ku li wir bûnewerên ecêb û xeyalî karên newesfbar dikin û ev tiştên hanê jî dervayî şîyan û eqlê mirov in. Dibe ku leheng bi xwe têkeve ser rîya vê rêwîtîyê an jî ji alîyê memûrekî dilovan û dilsoz va bê hevrêtîkirin û di vê rîya pirmetirsî da bibe rêhevalê wî.

Mînakên bi vî rengî li hemû dinyayê hene û kêmzêde hemû jî dişibin hev. Peyamgihan an kesê ku lehengî vedixwîne carinan weke canewer an heybereka xeyalî tê ser rîya lehengî, lê bi her rengî ku be ferq nake, bi vî awayî leheng ji bo vê dîyardeyê an rêwîtîyê tê vexwendin.

3.1.2. Nepejirandina dewetê

Hin caran leheng vê dewetê napejirîne. Ev jî tiştekî ecêb nîne, di jîyana asayî da gelek caran dibe ku mirov hin dewetan red bike û nepejirîne. Di serî da qet guhê xwe nade ser vê tiştê. Sedemên vê guhnedanê jî curbicur in; leheng naxwaze rewşa

wî ya heyî bê guhertin an ji ber berjewendîyên xwe yên takekesane çav bar nade ku vê dewetê qebûl bike. Lê belê nepejirandina dewetê zêde nadome û ew rêwîtîya xwe dest pê dike.

3.1.3. Alîkarîyên dersiruştî

Dema ku leheng dewetê dipejirîne, rêbereka dersiruştî xwe bi wî dinimîne. Ev rêber hertim hin hêzên cadûyî û tilismî jî dide lehengî ku piştre di dema rêwîtîya lehengî da bi kêrî wî tên.

3.1.4. Derbaskirina qonaxa yekem

Leheng di vê merheleyê da ji bo destpêkirina rêwîtîya xwe, sinorên jîyana nasyar derbas dike û dikeve nava welatekî nenas û ecêb.

3.2. Zikê Masîyê

Ev merheleya dawî ya cudabûna lehengî ji jîyana naskirî ye, leheng di vê qonaxê da vîn û iradeya xwe ya guhertinê nîşan dide.

3.3. Teşeruf

3.3.1. Cadeyên azmûnê (xwan)

Cadeyên ezmûnê an xwanên ezmûnê komek ji ezmûnan in ku leheng divê wan derbas bike ta ku ji bo guhertinê amade bibe. Carinan jî di hin ezmûnan da bi ser nakeve.

3.3.2. Mulaqata ligel xwedêbanû

Leheng di vê qonaxê da evîneka bêşert û merc tecrube dike, yanê leheng pirê caran, kesê herî zêde jê hezkirî dibîne û mulaqat dike.

3.3.3. Jin di rola weswesekerê da

Di vê qonaxê da leheng bi wesweseyên madî û cismî ra rûbirû dibe. Jin metafora wesweseyên cismî û madî ya jîyanê ne.

3.3.4. Aştî bi bavî ra

Leheng di vê qonaxê da divê bi kesekê ra rûbirû bibe ku ev kes ê herî bihêz di jîyana wî da ye. Ev kesê ku em wek bav pênase dikin, hêza wî ya kuştinê û zindîkirinê heye.

3.3.5. Wekxwedêbûn

Dema ku leheng ji hez û xweşîyên dinyayê xwe cuda dike, digihêje asteka tifaqê. Teşeya madî ya vê qonaxê aramî û rezamendîya leheng e.

3.3.6. Bereketa dawîyê

Bereketa dawîyê, gihîştina bi mexseda dawîyê ye. Hemû merheleyên berê weke destpêkekê ne ji bo gihîştina vê astê. Di piranîya mîtolojîyan da ev bereket tiştekî dersiruştî weke kanîya ava heyatê an cama pîroz e.

3.4. Veger

3.4.1. Redkirina vegerê

Leheng êdî di dinyayeka din da gihîştîye bextewerîyê, êdî dilê wî naxwaze vegere nava jîyana asayî û naxwaze ev bereketa ku bi dest xistîye bi kesên din ra parve bike.

3.4.2. Firrîna cadûyî

Hin caran xelata encamê, eger tiştek be ku ji aliyê xwedê va tê parastin; Leheng divê vê tiştê hilîne û bireve.

3.4.3. Alîkarîya dersiruştî

Wisan ku hewcetîya lehengî ji bo derbaskirina merheleyên rêwîtîyê bi rênima û hevalan heye, hin caran di vegera ber bi jîyana asayî da jî ev hewcetî xuya dibe; bi taybet eger ew di dema rêwîtîyê da birîndar bibe û ji hêla cismî va lawaz bibe.

3.4.4. Derbaskirina qonaxa vegerê

Leheng di vê qonaxê da hîn dibe çawa ji hikmetên ku di dema rêwîtîyê da hîn bûye sûdê werbigire û vê tiştê bi bermayîyên dinyayê va parve bike.

3.4.5. Mîrê du dinyayan

Pirê caran leheng di vê qonaxê da wek Îsa yan Bûda tê nîşandan. Di lehengên hinekî biçûktir da, di vê qonaxê da balansa di navbera cism û rih da tê hînkirin. Leheng di vê astê da digihêje aramîya hindurîn û dervayî.

3.4.6. Jîyana azad

Leheng di vê qonaxê da ji tirsa mirinê rizgar dibe û dema xwe qenîmet dizane, ne hesreta rojên borî dixwe û ne jî dibe tengezarê rojên pêşerojê.

  1. Rexneyên li ser teorîya Campbell
  2. Campbell di nivîsên xwe da dixwaze nimûneyeka mîtê ya gerdûnî durist bike. Eger mirov hinekî derbareyê mîtan bizane, bi hêsanî ev şaşitîya hanê tê fêhmkirin. Ew di bin bandora Carl Jung da bû û wisa biryar dabû ku mît rengvedana gerdûnî ya arketîpîk di mêjîya mirovî da ne. Wî digot ku hemû mît ji çîrokeka yeksan çêbûne, loma jî wî ev weke monomît bi nav kir. Ka em bala xwe bidin rexneyên li ser xebata wî. Dema mirov lê hûr dibe rastî gelek kêşeyan dihê.

Hemû mît ji çîrokeka yeksan nehatine afirandin. Hin motîvên hevpar di nava mîtan da hene lê ev nayê wê menayê ku hemû mît dixwazin tiştekî yeksan vegêrin. Dema ku mirov biryar dide nimûneyeka giştî çêbike wê çaxê gelek ferq û cudahîyên di navbera mîtan da berçav nagire. J. Campbell jî ev xeta kiriye. Tevî ku di pêşgotina pirtûka xwe The Hero with the Thousand Faces ferq û cudatiyên mîtan jî destnîşan dike lê dema vegêrana Lehengî ji bo xwîner, tesewireka wisa çêdibe ku hemû çîrokên pêwendîdar bi rêwîtiya lehengî, proseyeka yeksan dişopînin û teşe û şikleka din nayê dîtin. Segal dibêje: “tevî ku J. Campbell hertim dibêje ez mereqdarê kişifkirina şibihîn û ferqên di navbera mîtan da me jî lê em dibînin ku tenê bala xwe daye ser şibihîn û wekheviyan” Campbell van ferqan jî weke maskên xwecih dihesibîne (Campbell, 1988: 111). Yek ji rexneyên din ku li xebata wî tê girtin ew e ku ew ji dêvla selimandina teorîya xwe, wê weke modeleka rastîn dibîne û di pirtûka xwe da The Hero with a Thousand Faces di pêşî da modela xwe raber dike û piştre beşekî biçûk ji çîrokê ku girêdayî û li gorî nimûneya wî ye vedigêre, Campbell ti caran çîrokekê tam ji serî heta dawiyê venagêre, loma jî kêşe û arîşeyên modela teorîya wî hertim ji ber çavên xwîner tên veşartin.

Encam

Wisa ku hate gotin, Campbell li ser mîtên cihanê xebitî û bingeheka hevpar ji mîtan peyda kir ku weke nimûneyeka hevrist di hemû çandan û di hemû deman da dubare bûye. Û wisa jî teorîya xwe ya monomîtê jî derxist ku li gorî wê teorîyê hemû mîtên cihanê di eslê xwe da ji çîrokeka hevrist lêbelê bi hûrgilîyên cihêreng çêbûne. Girîngtirîn monomîta wî ku beşekî zêde ji berhemên wî jî li ser vê yekê ne, monomîta “Leheng” e. Campbell wisa bawer dike ku mîtên hemû çandan wek hev in û karekterên mîtîk weke lehengî, di hemû çand û şaristanîyan da bi awayekî ecêb dişibin hev û proseyeka dîyar derbas dikin ku weke nimûneyeka dîyar tê şopandin. Ev prose û rêwîtî ji sê qonaxên serekî cudabûn, teşeruf, vegerê pêk tên. Leheng hertim bi rengekî xwe dinimîne û xwe digihîne tecrubeyên nû, û rêwîtîya xwe dest pê dike. Gelek ji berhemên sînemayî û edebî ji ser nimûneya teorîya Campbell hatine çêkirin. Li gor nimûneya monomîta Campbell em dikarin ji bo tehlîla hêsantirîn heta dijwartirîn çîrokên cihanê, sûdê werbigirin.

 

 

* Spasiya mamoste Şehap Velî dikim ku ji bo vê nivîsê, rêbaz û çavkanî nîşanî min dan.

1 Çermsorên Amerîkayê ku ji berê va jî li wir dijîyan û weka şênîyên esîl yên wî welatî tên naskirin.

 

ÇAVKANÎ

Ellwood Robert, (1999), The politics of Myth, State University of New York.

Campbell Joseph, (2004), The Hero with Thousand Faces, Princeton University Press.

—–(1988), The power of the Myth, Apostrophe S Productions.

Campbell, Joseph, (1988), Historical Atlas of World Mythology. Vol. 2, pt.1. New York: Alfred van der Marck Editions.

—–(1990), An Open Life. Eds, John M. Maher and Dennie Briggs. New York: Harper Collins & Row.

—–(2004), Hero with Thousand Faces, New Jersey: Princeton University Press.

Share.

Leave A Reply