Mesud Mihemed: Hizrek li ser Helbestên Hacî Qadirî Koyî

HENDRÊN-NEBEZ SAMED

JI SORANÎ: MEMÊ MALA HINE

Puxte: Di navîn û dawiya sedsala 19’an de bi tevî belavkirina hizra rewşenbîrî ya cîhanê, Hacî Qadirî Koyî ji ber sedema mayîna xwe ya li Stenbolê û aşînabûna ezmûna Ehmedê Xanî, têdigihîje ku takehêz aqil û rasyonalîzm e ku Kurd di wê rewşa duberî de ji qedera bindestî û dîndariya kevneşopî û nexwendewariyê xilas bike. Ez dixwazim di vê lêkolînê de xwendineke Heideggerî bikim ku li gor Heidegger, felsefe di destpêkê de helbest bû. Bi baweriya Heidegger helbest, felsefeyê bi piste pist vedibêje û felsefe jî helbestê bi piste pist vedibêje. Ev lêkolîn jî dixwaze nîşan bide ku Mesud Mihemed bi xwendina helbesta Hacî Qadirî Koyî çawa kariye rewanbêjiyeke zimannasî, kulturnasî, netewesazî û hizra Kurdî pêk bîne.

Peyvên sereke: helbest, hizir, Heidegger, netewesazî, hizirîn, Mesud Mihemed

Destpêk

Mesud Mihemed (1919-2002) dengekî gur ê serdema xwe bû. Ew, ne nivîskarê mijarên biçûk, lêbelê vekolînerê mijarên girîng ên heyamê bû. Zimannasî, kultursazî, netewesazî û hizirsazî mijarên wî yên sereke bûn. Wî bi rêya mijara “biçûk û temamnekirî” mijarên “mezin” dixwend.

Mesud Mihemed ji dawiya salên şêstî heta salên heştêyî yên sedsala borî hewl dida bi nivîsên xwe nexşeyeke ramanî ji bo zimansazî, kultursazî dayne û bi vê yekê jî Kurd bikarin di cîhanê de bi hebûna xwe cihê xwe bigirin. Wî di heman demê de dizanî ku di wê heyama lawazbûna Kurdî de potansiyela navxweyî ya jêrxana ramanî û şiyana mirovî di jiyana Kurdî de tune ye. Ji ber vê jî wekî mirovekî rasyonalîst ji bo ku egereke hêviyê nîşan bide berê xwe da war û bîranîna belawelabûyî ya ziman û ji wir jî berê xwe da zimanê helbesta Hacî Qadirî Koyî. Ew, herçiqas ji potansiyela Kurdan hêvîdar nebe jî roniya helbestên Hacî Qadirî Koyî û Melayê Mezin bê hêvî namîne. Ew, rima roniya helbestê ya Haci Qadirî Koyî radihêje û ber bi hizrînê diavêje:

Be şîr û xame dewlet payedare Emin xamem heye û şîr nadiyare1

Di navîn û dawiya sedsala 19’an de bi tevî belavkirina hizra rewşenbîrî ya cîhanê, Hacî Qadirî Koyî ji ber sedema mayîna xwe ya li Stenbolê û aşînabûna ezmûna Ehmedê Xanî, têdigihîje ku takehêz aqil û rasyonalîzm e ku Kurd di wê rewşa duberî de ji qedera bindestî û dîndariya kevneşopî û nexwendewariyê xilas bibe.

Em dixwazin di vê lêkolînê de xwendineke Heideggerî bikin ku li gor Heidegger, felsefe di destpêkê de helbest bû. Bi baweriya Heidegger helbest, felsefeyê bi piste pist vedibêje û felsefe jî helbestê bi piste pist vedibêje. Ev lêkolîn jî dixwaze nîşan bide ku Mesud Mihemed bi xwendina helbesta Hacî Qadirî Koyî çawa kariye rewanbêjiyeke zimannasî, kulturnasî, netewesazî û hizra Kurdî pêk bîne.

Mesud Mihemed hizirvan, zimanzan û entelektuelekî Kurd e. Bi rêya nivîs û gotar û kitêbên xwe, bi rêya xebatên xwe yên li ser hizir, ziman, edeb û helbesta Kurdî ve wî xwestiye haya Kurdan ji pirsgirêk û nexweşiya jibîrkirinê û genîkirina zimanê xwe hebe. Wî xwestiye bi rêya vegerîna koka zimanê Kurdî û vegerandin û ravekirina helbestên Hacî Qadirî Koyî, Nalî, Mehwî çandeke hizirînî pêk bîne.

Ev lêkolîn hewl dide xwendineke ontolojîk a Heideggerî li ser berhemên Mesud Mehemed bike. Çawa ku Heidegger bi xebata xwe ya li ser hizir, ziman û helbesta Hölderlin çanda Rojavayê ji jibîrbûnê xilas kiriye, Mesud Mihemed jî bi rêya xebata xwe ya li ser zimanê Kurdî, hizra Kurdî û helbestên Hacî Qadirî Koyî dixwaze Kurdan ji dagirkirin û jibîrbûna hebûna xwe rizgar bike û bi vî awayî Kurd agahdar bin hebûna xwe biselmînin û hebûna xwe bînin bîra xwe. Ev lêkolîn ewil berê xwe dide Heidegger da ku bingeheke teorîk ji bo vê lêkolînê dayne û paşê jî bi xwendina berhemên Mesud Mihemed re mijûl dibe.

Heidegger, ziman û hûnandin

Xebata Heidegger ji du merhaleyan pêk tê. Xebata wî ya sereke bêtir di berhema wî ya bi navê “Heyîn û Wext” de tê dîtin û berhemên wî yên derengtir jî bêtir li ser ziman, hûnandin û hizirînê e ku ew merhaleya dawîn a Heidegger ji hêla felsefî ve vedugehere. Di nav berhemên herdu merhaleyên Heidegger de ziman roleke bi hev ve girêdana herdu merhaleyan pêk tîne. Ziman pireke peywendiyê ye di navbera felsefeya destpêk û dawî ya Heidegger de. Ew, zimên wekî amûra eşkerekirina heyînê şîrove dike. Di serdema modern de ji ber teknolojiyê ziman bêtir wekî amûr hatiye danîn. Ji ber vê jî Heidegger ji hizirvan û helbestvanan dixwaze ku sûd ji zimên werbigirin. Li gor Heidegger ziman ne hebûnek e ku li vir heyîna wî hebe. Li gor wî ziman heyînê dibexşîne, nûneriya zimên nayê kirin û tiştekî heyber nîn e ku were nîşandan. Lewre amadeyiya zimên heye. Ziman ne tiştekî wisa ye ku rast be. Lewre ew bixwe heqîqet e, asoya maneyê ye ku her tişt tê de tê diyarkirin (Kearney, 1996).

Peywendiya hizirînê ya bi heyînê re bi temamî di naveroka mirov de tê damezrandin. Hizirîn vê peywendiyê ji heyînê digire. Di nav hizirînê de ziman dikeve nav heyînê. Ziman mala heyînê ye. Mirov di vê malê de niştecih e. Yên ku di vê malê de dihizirin û peyv diafirînin nobedarê vê malê ne. Heidegger di çar xalên serekî de behsa vê yekê kiriye:

Yek: Ziman bingeha ontolojîya heyîna mirov e. Mirov ji bingehê ve xwedî ziman e. Lewre ew dihizire. Sewal ji ber ku wekî mirovan nahizirin û hişmend nînin, ne xwedî ziman in. Ev yek maneya ontolojîk a zimên e, lêbelê ev, ne maneya fenomenolojîk a zimên e. Ji hêla fenomenolojîk ve ne girîng e ku mirov bi çi zimanî dipeyive. Kurdî, Îngîlîzî yan Erebî… Ev ontolojî bê ziman nîne û divê ziman hebe.

Du: Hizirîn her tim berê xwe dide heyînê û bi rêya zimên ve rastiya wê diyar dibe. Ziman dibe ew mala ku heyîn xwe tê de derdixe.

Sê: Mirov bi awayekî ontolojîk difikire û zimanê wî heye. Lêbelê ne şert e ku ziman ji bo derxistina rastiya heyînê were bikaranîn.

Çar: Mirovê afirîner dikare bi awayekî resen bibe xwedî ziman û mala heyînê. Mirovê resen bi awayekî afirîner ziman ji bo derxistina rastiya heyînê bi kar tîne (Kemal, 2017).

Heidegger di nivîsên xwe yên derengtir de ku di berhemên xwe yên “Hûnandin, Ziman, Hizir”, “Rêya Ber Bi Zimên”, “Dîskur Li Ser Hizirîn” de hatine berhevkirin nîşan dide ku ziman bi awayekî helbestî wekî “mala heyînê” kar dike.

Peywendiya vê derbirîna Heidegger bi koka teknîk, xanî û malê ve heye ku Heidegger di kitêba xwe ya bi navê Cewhera Teknîkê û Ceribandinên Din de (Teknikens väsen och andra uppsatser, 1981) behs dike. Heidegger di cewhera teknîkê û nêzîkahiya navbera têgeha “tiko” de, ango “xanîçêkirin” û “techne”yê (teknîk) ku herdu jî di zimanê Yewnaniya kevn de maneya nîşandan yan jî “amadebûn”ê dide, maneya çêkirin û makîneyê ku di wê serdema desthilatdariya teknîkê de nade. Li gor Heide gger, pêwendiya van herdu têgehan bi hizirîna teknolojîk re nîn e. Li gor wî mebest cewhera xanîçêkirinê, “mumkunkirina jiyan û heyînê” ye, bi amadekirina cih û saz- kirina devereke ji bo niştecihbûnê.

Heidegger di peywenda wekî “mala heyînê” ya zimanê helbestî de vedigere cewhera “xanîçêkirin, jiyan, fikirîn” ku bi vê yekê jî behsa rewşeke diyardeyî ya destpêka salên pênciyan a piştî şerê duyem ê cîhanê dike. Wê demê Alman li rastî kêmbûna xaniyan û bêmaliyê hatibûn. Lêbelê Heidegger di paceya teknîk û nîhîlîzmê re rewşa bêmaliyê rave dike. Mebesta Heidegger ji vê ravekirinê afirandina felsefe yan estekîkeke mîmarî nîne. Mebesta wî ew e ku mirovan bi van cure pirsan rû bi rû bihêle: Em çima wisa têdigihîjin ku xwezaya niştecihbûnê li malê ye? Çime xanîçêkirin bi niştecihbûnê ve girêdayî ye? Di heman demê de xanîçêkirin û niştecihbûn bi hev re çawa rolek di fikrînê de dilîze? Ew nivîsa Heidegger ji hizra wî ya li ser cewhera ziman pêk tê ku nivîsên wî piştî wê tim dubare dibe. Di heman demê de Heidegger di wê nivîsê de hizirîna li ser ziman wekî “xanî û mala heyînê” tê nîşandan û mebest rewşeke berçav a taybet e. Mebesta Heidegger ew bêmaliya Almanan e ku piştî şerê duyem ê cîhanê xaniyên wan xirab bûne û têkçûna rejîma Hîtler e. Bi vî şiklî Heidegger dibêje ku di cewherê de xanîçêkirin û niştecihbûn di zimanê Almanî de ji bo faîlê “bin” ango hebûnê ye. Hebûn wekî jîndareke “fanî” maneya “bingehdanîn, xanîçêkirin” û “niştecihbûn”ê dide. Ji ber vê yekê divê koka çêkirina xaniyan di niştecihbûnê de be û xwe bi yekîtiyeke resen a erd û asîman, xwedawendî û fanî girêdabe ku Heidegger vê yekê wekî çargoşeyî (das Geviert) bi nav dike. Niştecihbûneke bi vî şiklî awayekî fanîbûnê ye ku hewcedariya wê çargoşeyîbûnê heye ku bi “niştin”ê ve girêdayî ye. (Wallenstein, 1999: 144-145).

Heidegger, li gor xwendina xwe ya li ser zimên, ewil vê pirsê dike: Çawa em xwe nêzî ziman bikin? Ziman çawa heyîna me nîşan dide û bang li me dike? Ziman çawa dipeyive? Heidegger dibêje ku karê huner (helbestvan) ew e ku guh bide “zengilê bêdeng” û bersiva “zengilê bêdeng” ê zimên bide. Hûnandin di bîranîn û bîrhatineke giştî ya “berhevkirina xelk bi hev re” de beşdar dibe. Hûnandina resen dikare bîne bîra civakê ku civak bixwe tradîsyona raboriya xwe derdixe. Ji ber vê, divê li pey mal û cihê mayîna xwe bikevin û careke din wê bibînin. Hölderlin dibêje hûnandin rê dide ku careke din vegerin malê. Huner ji bo xwe nikare vê vegerê pêk bîne. Hewcedarî bi wê yekê heye ku guh bidin sûdwergirtina ji zimên û ji hêla xwe ve wî çalak bikin (Kearney, 1996).

Heidegger di “Rêya ber bi Zimên” de wisa difikire ku zimanê hûnandî wekî ku ew bixwe ji erdê derketibe, erdê hembêz dike. Ev yek jî zimanê hûnandî (bi rêkûpêkî) bihîstbarî û dîtbarî dihêle. Li wir peyvên helbestan dibin ziman ku ziman dikare dûr ji newayên li hember xwe, bi xwe bihese û xwe bibihîze. Bi dîtina Heidegger peyv wek kakilê bixwehesinê dikare di navbera erd û asîman de lîstikên asoyê eşkeretir bike. Aso bi rêya zimên dikare vekirî be. Di vê vekirîbûnê de cihek dide mirov ku tê de bijî. Ev cih jî dawiya erd û destpêka asîman e, ango mala cîhanê ye. Heidegger bi hesîna nava erd hewl dide firehiya erd, ango kevir, dar, valahî û awazên tijî deng ber hev bike. Ev hemû di paceya tîrêjên zimanê Heideger re awayekî xelwet a sîmaya jiyanê didin. Lewre berî her tiştî helbest bi rêya şiyana binavkirina peyvê ziman eşkere dike. Ew şiyan bi ser helbest û ziman de dibare û hûnandina helbestê jî asta wê şiyana binavkirinê payîdartir dike. Bi maneyeke din, Heidegger bi vî awayî vê şîroveyê dike: “Dîmena xwezaya zimên her tim ji bo me, di dawiya zimên de jî be, xwe bi awayekî dîtbar nîşan dide, heta wê dema ku em bi şîroveyeke temam xwe bi wê fikrîna ku em berê jî li ser peyivîne û ya ku hatiye gotin nayên girêdan (Rêya ber bi Zimên: 121).

Heidegger dibêje tenê bi rêya hizirîna helbestî hevkêşe û harmoniya di navbera hizir û heyînê de tê ronîkirin. Ji ber vê jî şiyanê dide felsefeyê heta ku vegere bingeha xwe ku di vê hizirînê de felsefe bi axaftina logosê re hevpeywend e. Ji ber vê hizirîna helbestî di nav koka felsefekirina resen de ye û awayek e di peyivîna guncan a heyînê de. Peyvîneke guncan di zimên bixwe de ye. Mantiqa helbest, bi peyv nûnerayetîya heyînê nake. Lêbelê heyîn wekî peyv tiştan di niha de diyar dike. Ango peyv heyînê dibexşîne. Bi rêya têkbirina bikêrbûna teknîkê û sûdewariya zimên di berjewendiya peyva helbestê de, Heidegger peyva jibîrbûyî ya heyînê vedigerîne û tîne bîra mirov (Kearney, 1996).

Heidegger dixwaze nîşan bide ka çawa ziman bi rêya derbirîna di-nav-cîhanê-de-bûna me, heyînê dide peyivandin. Ji bo vê armancê jî Heidegger çar modên serekî yên zimên destnîşan dike.

  1. Ziman wekî pesendkirin (biryara lojîkî)

Heidegger dibêje, di felsefeya tradîsyonel de tê hewldan ku ziman, ji bo derbirîneke formel (awayî) yan kurtkirî were bikaranîn. Heidegger li vir ziman dike sê beş: 1-Kategorîzasyon (ev tişt li vir e), 2-Diyarkirin (Ev tiştê ku li vir e, spî ye), 3-Pêwendî (danûstandina zanyariya ku ji kategorîzasyon û diyarkirinê pêk tê). Ziman dibe kelûpela biryara lojîkî ku nûneriya cihanê dike û kategorîze dike. Peyv ji bo nûnerîkirinê û nexşedanîna waqiayê tên bikaranîn. Peyv wek heyberên biçûk ên nêzindî ji bo kurtkirina waqiayê tê bikaranîn. Li vir peyv wek heyberên berhevkirî “ber-dest/pêş-dest” (present-at-hand, Bradatan, 2015) “ji bo pênasekirina waqiayê tê bikaranîn.

  1. Ziman wek dîskura ravekirinê

Li vir ziman wiha tê dîtin ku koka zimên di nav livirbûna rojaneya mirov de ye, di dinyayê de wekî ravekirina heyînê ye: Şiyan ji me re radigihîne ku ravekirin wek pêwîstiyeke di-nav-dinyayê-bûna me ye. Dîskura ravekirinê bi hêsanî kevirê ku li vir e rave nake (kategorîzasyon), an xwediyê zincîreyeke taybetmendîya objektîf e wekî giranî, reng, panî û hwd (diyarkirin). Dibe ku dîskur ji bingehê ve kevir tiştekî wekî livirbûna min rave bike, sûdmend yan watedar be. Kevir di nav egsîztansîyaliya rojane ya xwe de wekî tiştekî wisa tê ravekirin ku dikare ji hêla min ve wekî çek, kevirê peykerê, blokê avahîsaziyê yan jî wekî tiştekî din were bikaranîn. Eger lojîka amajekirinê wekî heybera berdest/pêşdest bi tiştan re muamele bike, ev dîskura ravekirin tiştan wekî amûra derdest/hazirdest (ready-to-hand) nas dike. Bi kurtî, dîskura ravekirinê tiştên ku hebûna wan heye ji hêla dîmenî ya xizmetkariya min ve eşkere dike.

Heidegger cihêtiya girîng a forma resen a “xwetî” û forma neresen a “nexwetî” egzîstansiyal dike. Ew, ji bo forma resen dibêje “peyv/gotin”. Heidegger şiyana me ji bo mayîna bi berpirsiyariya li hember peyvên me diyar dike da ku bi rêya bêdengmayînê guh bide dengê heyînê û bi awayekî resen em bersivê bidin. Heidegger ji forma neresen re jî dibêje “lewçetî/gotina pûç”. Heidegger vê yekê wekî pirbêjî û lewçetî diyar dike (Kearney, 1996).

  1. Ziman wekî lewçetî/gotina pûç (raya giştî)

Ziman wekî gotûbêj-bi-yê-din-re dikare bi hêsanî bibe gotina pûç û lewçetî. Di lewçetî de peyvan dibin stratejiyek ji bo revîna me ji me bixwe. Ji vir ve jiyana me qet ji hêla me ve nayê jiyandin, lêbelê ji bo me tê jiyandin ji hêla nekes “mirov” (Das Man) ve ku derheqê me de biryar digire. Ji ber vê ji bo tijîkirina valahiya nava me çenebaziyê dikin û li gor yasayên mirov lewçetî dikin. Gotina betal an “gotina mirov” heyîna-me-bi-yê-din-re bi awayekî neresen rave dike, ji ber ku dinya wiha tê danîn ku heye, ne ji ber wê yekê ku ez wiha dibêjim, ji ber ku mirov wiha dibêje. Derheqê gotina betal de her kes wisa têdigihîje, wekî ku Heidegger dibêje “lewçetî egera têgihiştina her tiştekî ye ku te berê negirtibe û nekiribe yê xwe. Lewçetî tiştekî wisa ye ku her kes dikare bike, ji ber ku wî kesî azad dike ji peywira têgihiştineke resen.”

  1. Ziman wek peyv (helbest)

Heidegger ji bo zimên dibêje “ziman cewhera helbestê ye, ango ya ku heyînê dike helbest (dihelbestîne), netew e. Berevajî, dema ku helbesta mezin dest pê dike gelek bi awayê zimanê xwe di dîrokê de xuya dibe. Yewnanên qedîm bi saya Homeros helbest afirand û ceriband. Ziman wek qetînek ji heyînê, jiyana wan, wekî resmandina destpêkeke heyînê xemiland û nîşan da” (Steiner, 1994: 72).

Helbestandin, wan tiştan tîne xuyakirinê ku di zimanê rojane de ew xwe pê dispêrin, ew zimanê ku xelk ji bo derbirîna xwe wek kerese bikar tînin. Peyv di berhemanîna tiştan de xwedî şiyan e, ew şiyan jî di zimanê kerese de nîn e. Li gor Mallarmé helbestandin tiştan tîne xuyanê, wekî ku vegere destpêka pêkhatina xwe, her wekî ku me cara ewil ew tişt bihîstibe… Ev guherîn jî bi wê ve girêdayî nîn e ku tişt bi peyvê re tên xuyanê, lêbelê ji bo ku ji destpêkê ve şiyana xwe dibîne û wiha jî rê dide vekirîbûnê.

Ev cure enerjî ji xeyala nav helbestê nayê, lêbelê ji xuyakirina çavkaniyê pêk tê, berî ku ziman bêdeng be, zemîn jê re xweş dike. Ango mirov bi rêya zimên ve ji bo peyvên xwe vekirî dike. Ew peyv jî heyîna mirov in. Dema mirov dest bi çêkirina peyv û ziman kir livîna heyînê jî dest pê kir. Ango bi derbirîneke din a firehtir: Dema ziman dipeyive, em jî di heman demê de guh didine dengê heyînê. Bi vî awayî cewhera mirov di ziman de ku mala wî ye, eşkere dibe. Mirov, li gor Heidegger, ji bo heyîna xwe guh dide û bi vî awayî jî li ser wê heyînê hişyar dibe. Di heman demê de mirov di axaftinê de heyîna xwe dadimezrîne û rêk dixe.

Li vir em dikarin bêjin, ziman dîrok e an jî berevajî… Çimku mirov di cewhera xwe de axaftin e û bi rêya axaftinê ve xwe dide xuyakirin. Bi vî awayî dîrok dest pê dike heta ku di nav zimanê mirov de bijî. Bi dîtina Heidegger “Çimku rêya dîrokê ber bi zimên ve hatiye destnîşankirin, ev jî tenê bi têgehên ziman, lêbelê bi gelek têgehan hewl dide ku pênaseyeke dîrokî ji tevahiya dîroka tije êş rûhaniya mirov û her wiha takekesîtî re bibexşîne.” (Rêya ber bi Zimên: 118).

Bi dîtina Heidegger, ziman dibe malek, ev jî tê wê maneyê ku ziman, warekî ji bo heyînê rêk dixe. Heyîn afirandinek e ji bo ku mirov bikare dîrokê damezrîne. Ji ber vê yekê jî peyv, wek zimannas, pênase dike, tenê ji deng û hêmayan pêk nayê, lêbelê ji bo niştecihbûna mirov li ser erd çavkaniyeke rehendî (dimensional) ye.

Di paceya Heidegger re wisa dixuye ku ziman dibe cewhera helbestandinê ku cihêtiya navbera dinya û tiştan, ewil û dawiyê û her wiha cihêtiya veşartî û eşkerekiriyan di nav xwe de kom dike. Çimku ev “di xwezaya zimên de ji bo ku pê ewle be ku ziman bixwe li wir bi awayekî tegihiştî ew pêewlebûnê bi dest xistiye, lêbelê bidestxistina têgihiştina tiştekî cihê ye ji ziman.” (Rêya Ber Bi Ziman: 119)

Li gor Heidegger, zimanê helbestî awayê herî resen ê heyîna-me-ya-bi-yên-din- re ye. Helbest rê dide ku ziman hermeneutîka xwe wekî ravekirina dinyayê wek teksta derxistina projeya heyîna me eşkere bike. Li vir dinya wek asoyekê bi ser forman de vedibe, her yek ji forman wekî egereke heyînê, remza heyînê yan şîfreya heyînê diaxivin.

Lêbelê eger helbest reh û koka zimên di nav reseniya heyîna-di-nav-dinyayê-de ya me nas bike, helbest bi me re pêşbazî dike, di realîzekirina wê de, koka heyîna me di nav mirinê de ye, di-nav-nebûnê-de ye.

Bi dîtina Heidegger, mirov bi temamî di nav zimanê helbestî de kok berdaye: “Ziman heyiyan eşkere dike, bi dayîna şiyanê rê dide mirov da ku heyînê tecrube bikin.” Ev tecrubekirin di demeke wiha de pêk tê ku zimanê helbestê dev ji bikaranîna peyvan wek amûra lojîkî yan sûdmend berdide. Helbest amûreke taybet e ji bo eşkerekirina me wekî heyîn-rûbirû-mirin. Ji bo were bîra me ku livirbûna me bi dawî dibe. Heyîn, bi rêya agahdariya me ya li ser mirina xwe, bi awayekî helbestî bi me re diaxive. Di helbestê de heyîn bi hemû yên din re eşkere dibe. Heidegger dibêje, helbest şiyanê dide me heta ku “gavek ji tiştan dûr bikevin”, ji vir ve em bi awayekî nû dinyayê tecrube dikin. Helbest û hizirîn di rizgarkirina peyvê de gelek dişibin hev (Kearney, 1996).

Cihê axaftina mirov di ziman de ye. Lêbelê ziman bi wan peyvên ku tên qisekirin deng belav dike. Zimanê wan peyvan dibêje û diyar dike, bêdengiyan rût dike. Vêca bêdengî berê xwe dide axaftinê. Li gor Heidegger, divê em malika heştem a helbesta Hölderlin bixwînin:

Zêdetir, li sibê û berdewamiyek,
Çimku em axaftin bûn û me guh dida hevûdu
Mirovahî ji wê hîn bû; lê bizane ku em bûn stran.
(Rêya ber bi Zimên: 135)

Hûnandin di navenda zimên de xwe diyar dike, ew bê ziman nikare hebe, çimku hizirîn bêziman nîn e û di nav ziman de diqewime. Li vir bihevrebûna hizir, ziman û hûnandina me heye. Hizirîn di vê ravekirinê de wekî ziman bi pêşmerceke ontolojîk ji bo heyîna mirov tê danîn. Mirovên resen hunermend û helbestvan in. Hölderlin ew mirovê resen e bi xemxurî afirîneriya peywendiya bi heyînê re çê dike û rastiya heyînê ji bo me diyar dike. Heidegger ji bo du mebestan Hölderlin wekî helbestvanekî resen hildibijêre û li ber ronahiya hûnandina wî van mebestan şîrove dike:

Yek, bi rêya Hölderlin naveroka helbestê têdigêhin. Hölderlin ji me re dibêje, helbest çi ye û naveroka wê çi ye.

Du, hewcedariya mirovê serdemê bi taybetî bi helbestê û bi giştî bi hunerê di helbestên Hölderlin de derdikevin. Ev girîngiya helbestê ye, wekî xweragirtinê tîne holê (Kemal, 2017).

Heidegger derheqê vê de dibêje, “Ziman cewhera helbestê ye, ango ya ku heyînê dihelbestîne netewe ye. Berevajî vê, dema ku helbesta mezin dest pê dike, gel/xelkek bi awayê zimanê xwe di dîrokê de tê xuyanê. Yewnanên qedîm ji ber Homeros helbest afirand û ceriband. Ziman wek qetînek ji heyînê, jiyana wan, wekî resmandina destpêkeke heyînê xemiland û nîşan da (George Steiner, 1994: 72).

Ew zimanê ku rastiya heyînê derdixe û dibe mala heyînê, zimanê heyîna resen û afirîner e, bi dîtina Heidegger ev yek zimanê helbest-hûnandinê ye. Ji bo vekitandina vê pênaseya ziman, Heidegger koka peyva helbestê di zimanê Yewnaniya kevn de ango peyva poiétikos-poiesis derdixe. Peyva poiesis di Yewnanîya kevn de tê maneya afirandin û berhemanînê. Li gor Yewnanên qedîm helbest afirandin û helbestvan jî afirîner bûye. Bi dîtina Heidegger tenê mirovê resen dikare bi awayekî afirîner bijî û di vê çarçoveyê de heyîneke resen û afirîner a helbestvan heye (Kemal, 2017).

Ji hêla ontolojiyê ve pêwendiyeke rasterast a afirandinê bi zimên ve heye. Ziman jî mala heyînê ye û helbest rastiya heyînê derdixe. Derbirîna rastiya heyînê dibe çawatî yan jî naveroka helbestê. Helbest, wekî hizirîna felsefî di awayê resen a heyînê ya dasein de erka derxistina rastiya heyînê werdigire. “Hemû fikirînên felsefî, bi taybetî jî yên ku kûr in, di nav xwe de helbest in. Lêbelê hîn jî nabin hunera helbestê.

Bi heman awayî berhema helbestî, wekî sirûdên Hölderlin, xwedî hizra bilind e, lêbelê ne felsefe ne.” Bingeheka hevpar a helbest û felsefeyê heye. Herdu jî dixwazin bi awayekî afirîner rastiya heyînê derxin holê. Hölderlin di helbesta xwe ya bi navê Nan û Şeravê de wiha dinivîse:

Di wê dema bedbextiyê de
Çi hewcedariya me bi helbestavanan heye?

Serdema fikrîna heyînê, dema bedbextî ye. Hölderlin vê pirsê dike, gelo hewcedariya me bi vegerîna mirovê resen ber bi heyînê heye yan divê serdema bedbextiyê bidomînin (Kemal, 2017).

Niha,
Agir were
Em dixwazin berbangekê bibînin.

Li vir, Heidegger roleke cihê dide helbestê, wekî wê rola ku hizirvan dilîze. Helbestvan, ji aliyekî ve, ew mirovê resen e ku berê xwe dide heyînê û rastiya wê diyar dike, ji aliyekî din ve jî, xwedî hizirîna afirîner e. “Helbestvanbûn di dema bedbextiyê de tê maneya amadebûn û strandin li dewsa xwedayên reviyayî. Ji ber vê helbestvan di şeva tarî ya dinyayê de dibe mirovekî pîroz û Hölderlin wê şevê piroz dike.”

Heidegger derheqê pêwendiya navbera helbest û felsefeyê de dibêje ku hizirîn helbestî ye. Ango hizirîn derheqê heyînê de naveroka serekî ya helbestê ye. Li vir ziman tê holê, çimku naverokê werdigire. Hizirîn wê yekê derdixe holê ku rastiya heyînê disepîne. Mebest ji pêwendiya hevpariya navbera helbest û felsefeyê, qurbanîdana yek ji wan jî nîn e. Herdu jî wekî xwe dimînin. Lebelê naveroka rasteqîn ya zimên derdixin holê. Di vê pêwendiyê de helbestvan û feylesof dibin nobedarên mala heyînê (Kemal, 2017).

Mesud Mihemed, ziman, heyîn û hizra Kurdî

Li gor Mesud Mihemed pêwendiyeke bihêz di navbera heyîn û zimên de heye. Ziman mala heyînê ye û heyînê xistiye nava xwe. Ew dizane, zimanê Kurdî hatiye lawazkirin û heyîna Kurdî hatiye jibîrkirin. Ji ber vê jî dixwaze bi rêya hildana beşên genîbûyî yên zimanê Kurdî, heyîna Kurdî hilde. Mesud Mihemed di kitêba xwe ya bi navê Zimanê Kurdî de dikeve pey şaxa yekemîn a zimanê Kurdî. Di vê rêyê re dixwaze heyîna Kurd, ontolojiya Kurd di nav zimanê Kurdî de eşkere bike. Çimku zimanê Kurdî heyîna Kurdî hewandiye, ango zimanê Kurdî mala heyîna Kurdan e. Mesud Mihemed bi vegera zimanê Avesta û (zimanê helbestî) gatayan helbestîbûna zimanê Kurdî zindî dike, vedigere reh û koka zimanê Kurdî da ku heyînê bi rêya zimên ve hizra zimanê Kurdî, heyîna Kurdî geş bike.

Mesud Mihemed di destpêka kitêbê de behsa egerên xwe mijûlkirina bi vê mijarê û nivîsîna kitêbê dike û dibêje “Ev demek e, pêleke xav a gumanê di nav nivîskarên Kurdî de digere û egera vê yekê jî ew raman e ku qaşo di nivîsên Kurdî yên serdemê de bikaranîna peyvên Kurdî yên ku bi peyvên Farisî re xwedî heman awa û cure ne, ji edebiyata Farisî re dibe ku xizmet bike (…) Ez wiha pê hesiyam ku peywira min a neteweyî û niştîmanî ew e ku çiraya xwe vêxim û tîşkek bixim ser egerên van gumanan. Ez, çavkaniyên Kurdî, Farisî û zimanên din ên Aryanî, ango ji Sanskrîtî bigire heta digihîje Pehlewî û yên din, agahdar im” (Mesud Mihemed, 2008:8). Ji aliyekî ve, xema Mesud Mihemed ji bo zimanê Kurdî û ji bo Kurdan, ji aliyekî din ve jî ji ber zanyarî û agadariya wî li ser zimanan wisa dike ku ev peywir li ser milê wî be. Heta ku bi rêya vê kitêbê ve heyîna Kurdan ronî bike ku vê ronîkirinê jî bi rêya zimên dike.

Li gor Mesud Mihemed ziman tenê amûra pêwendî danîn û danûstandina zanyariyan nîne. Bi dîtina wî pêwendiya zimên bi heyîna mirov re heye û ziman, heyîna mirov di nav xwe de hewandiye. Ji ber vê yekê jî dibe ku bi rêya zimên ev heyîn were ronîkirin û diyarkirin. Mesud Mihemed di kitêba xwe ya bi navê Zimanê Kurdî de dixwaze heyîna Kurdan di nav mala zimên de niştecih bike û bi vî şiklî jî Kurdan bîne nav-dinyayê heta ku wekî heyîneke serbixwe were-nav-dîrokê. Mesud Mihemed di vê kitêbê de bi eynî awayê Heidegger şaxên zimên hildide û bi awayekî vekolîna arkeolojîya zimên û etîmolojîk li ser zimanê Kurdî dixebite. Mesud Mihemed dibêje “Ev jî ji bo min handanek e ji bo vekolîna raboriyê û bidestxistina belgeyan ji bo serxwebûna koka zimanê Kurdî. (…) Xwediyê gelek ji wan peyvên ku hevpar in di zimanê Kurdî û zimanên din de Kurdî ye û ev yek ji bo min bi awayekî pêbawer eşkere bû ku ji ber bêxwedîtî û bê şiyan û malwêranî, di nav bîst û şeş sedsalan de, gelek ji peyvên Kurdî li rastî talanê hatine” (Mesud Mihemed, 2008: 10). Mesud Mihemed bi rêya vê lêkolînê dixwaze xwedî li zimanê Kurdî derkeve û vegerîne ser xwediyê xwe yê resen ku ev jî zimanê Kurdî ye. Dixwaze, wan peyvên ku hatine talankirin û ji Kurdî hatine qetandin careke din bîne nav hembêza zimanê dayikê. Her wiha Mesud Mihemed dixwaze heyîna Kurd di nav zimanê Kurdî re azad bike.

Mesud Mihemed bi rêya “zimanê Kurdî” vedigere dîroka Kurdan û bi hilgirtina şaxa yekemîn a dîroka Kurdan ji bo xilaskirina ji bindestî û koletiyê, heta ku Kurd bi heyîna xwe û bi nexweşiya jibîrkirina heyîna xwe bihese û ji bo azadî û serxwebûn û selmandina heyîna xwe hewl bide û bixebite. Mesud Mihemed wekî tekstek, wekî zimanekî ku heyîn û dîroka Kurdî di xwe de hewandiye behsa Avesta dike. Ew, behsa hêz û desthilatiya zimên dike ku ev hêz û desthilatî bi qasî hêz û desthilatiya wî gelî ye ku pê qise dike. “Ev jî eşkere ye ku hêza ziman bi qasî hêza wî miletî ye ku bi wî zimanî qise dike û çavkaniya hêzê jî desthilatî û olê ye. Lewre ol, di serdema kevn de kelepûr û ferhengê bi awayekî giştî di xwe de dihewîne” (Mesud Mihemed, 2008:18). Ji ber vê yekê ew behsa tesîra Avestayê ya li ser ferhenga gelên Îranî dike.

“Ez gihiştim wê baweriyê ku roleke girîng û bibandor a Avestayê li ser qalibdanîna kelepûr û ferhenga Îranê heye. (…) Avesta wekî heqîqeteke berçav, bandora herî bihêz e li ser ziman, ferheng, ol û jiyana hemû Îraniyên beriya Îslamê” (Mesud Mihemed, 2008:20).

Mesud Mihemed bi rêya vekolîna zimannasiyê, dîrok û heyîna Kurdan ronî dike. Şiyana parastin, mayin û ontolojiya Kurdan nîşan dide, zimanê Kurdî di parastina Kurdan de wekî çerm bi kar tîne, çawa ku çerm goşt û hestiyan vedigire û diparêze. “Eger bala xwe bidin zimanê Kurdî, ev ziman wekî çerm, pênase û defternivîs û cinsiyeta Kurdan e, goşt û hestî pêçandine û wan diparêze. Em ecêb dimînin ka çawa zimanek zîndî maye û xwedî şiyana geşkirinê û kereseyê temam a derbirînê ye. Ferheng û rêziman pêwendiyeke wisa pêk tînin ku ji hêla rewşenbîrî ve serdemê vekirî dikin” (Mesud Mihemed, 2008: 40-41).

Mesud Mihemed bi rêya vekolîna zimên û etimolojî, dixwaze zimanê Kurdî azad û serbixwe bike, ji zimanên din cihê bike û peyvên talankirî ji nû ve bi dest bixe. Ew, bi vî şiklî dixwaze heyîna dagirkirî ya Kurd azad bike û mirovê Kurd ji koletî û xwekêmzanîn û jêrdestiyê rizgar bike. “Zimanê Kurdî jî, ku mafê xwe yê dîrokî û mîratî dixwaze, ne bi perestin û sivikatî û heyecana biguman, lêbelê bi heyîna xwe hesîn û bi eşkerekirina heyîna xwe dij dagirkirinê serî hildide” (Mesud Mihemed, 2008: 44).

“Ew serdemên piştşkestî derbas bûn û me nirx da keramet, heyîn, ziman û zemîna xwe û mafê me didin û bi peywirê dihesin ku Avesta bikin belgename û ‘tapuya Kurdî’ û xwedî li her peyveke ku di Avestayê de derbas dibe derkevin ku Farisî dest daniye ser. Em xwedîyê wî zimanî ne ku pê qise dikin û dest ji wan peyvên ku bi Farisî re hevmane û hevawa ne bernadin. Çimku ev lihevşibîn û hevmane tenê di zimanê Îranî de nîne, her wiha di navbera zimanên Îranî û Sanskirîtî û zimanên Ewrupî de ango di navbera wan zimanên ku koka wan Hînd û Ewrupî ne de hene. (…) Em xwedî zimanê xwe ne û di Avesta û ola Zerdeştî de her çi hebe pêwendiya wan bi zimanê me re hîn nêzik e û di wijdana zilamekî Kurd de germ bûye û ew nerazîbûna ku aliyek derdibire qaşo bi hev ve girêdana bi zexîreyekê ye ku safî nebûye. Bi wê yekê razîbûn ragîhandina xweteslîmkirinê ye û tu zimanek nîne ku niha hatibe safîkirin û ji kevn ve safî bûbe. Ereb, Kurd, Tirk û Ecem ji vî aliyî ve wekhev in” (Mesud Mihemed, 2008: 41-42). Mesud Mihemed bi rêya zimanê Kurdî ku heqîqeta Kurdî di xwe de hewandiye dîroka Kurd ronî dike.

“Tiştê herî metirsîdar di dîroka Kurd de têkçûna zimanê Kurdî bi destê Farisî ye ku vê pêvajoyê 25 yan 26 sedsal kişandin. Îro jî tiştê herî metirsîdar ji bo zimanê Kurdî ew e ku bi navê pakkirinê kavilkirina zimanê Kurdî ye û bi vî awayî Kurd bi hewes termê zimanê xwe dide Farisiya ku di dirêjiya dîrokê de nekariye serê Kurdî bibire” (Mesud Mihemed, 2008: 68-69). Mesud Mihemed di Zimanê Kurdî de guh dide dengê heyîna Kurd û vî dengî ji me re jî vediguhezîne. Ev deng ji bo me dike dengekî niha û pêşbînî dike. Heyîna Kurd 25 yan 26 sedsal in bindest e, hatiye dagirkirin û Mesud Mihemed guh dide nalîna hawara vê heyînê. Ev deng bi rêya Mesud Mihemed digihîje me. Mebesta sereke ya felsefe û vekolînên zimanzanî yên Mesud Mihemed azadkirina heyîna Kurd, rizgarkirina mirovê Kurd ji dagirkerî û jibîrkirina heyîna xwe ye. Ji ber dagirkeriya ji hêla gelên navçeyê ve, Kurd heyîna xwe ji bîr kiriye.

Helbestîbûna zimanê Mesud Mihemed

Zimanê Mesud Mihemed Kurdiyeke rewan û bi awayekî hûrbînî hatiye ristin. Ji aliyê estetîkê ve awayekî ciwan hatiye danîn û bi çêj e û awayekî helbestî bi xwe ve girtiye. Vê jî wisa kiriye ku ji hêla gelek xwîner û nivîskaran ve zimanê Mesud Mihemed giran tê dîtin. Lêbelê ev giranî bimebest e. Lewre ew ji bo her kesî nanivîse. Ew, ziman wekî amûra gîhandina ramanan nabîne. Li gor Mesud Mihemed pêwendiya ziman bi hiş û agahiya heyîna mirov re heye. Ziman zadeyê hiş e. Li gor wî ziman tenê pêwendî bi yê din re danayne. Mesud Mihemed naxwaze xwe li paş zimên veşêre. Ew ziman bi rêya Mesud Mihemed dipeyive. Ew, bi rêya zimên li heyîna xwe hilnayê, bi awayekî nerasterast û navxweyî ziman bi kar nayne. Lêbelê bi rêya zimên heyîna xwe ronî dike, bi awayekî resen û navxweyî ziman dipeyvîne.

Mesud Mihemed vedigere yekemîn şaxên zimanê Kurdî, wan şaxên ku ji hêla axêver, nivîskar û rewşenbîrên Kurdî ve nehatine genîkirin. Ew, bi awayekî berpirsiyar bi peyvan re miamele dike. Ew xemxurê peyv û zimanê Kurdî ye. Mesud Mihemed vedigere ser rih û koka zimanê Kurdî, heta ku bi vê rêyê zimanê Kurdî vejîne û zîndî bike. Li vir çareseriyekê ji bo nexweşxistina zimanê Kurdî ya ji hêla bikarhênerên zimên ve bibîne.

Bi dîtina Mesud Mihemed ziman lawçetî û gotina betal û pûç nîne ku mirov xwe li paş wî veşêre. Zimanê Mesud Mihemed zimanekî bilind e û asta zimanê wî ji asta çenebaziya rojane û raya giştî derbas kiriye. Zimanê wî zimanê xelkê derbas kiriye. Ew bi awayekî xweser û resen ziman dipeyvîne. Ew bi zimanekî wisa nanivîse ku herkes pê dinivîse. Ew, bi zimanekî wisa dinivîse ku aheng û hevgiraniya navbera heyîn û hizrê ronî kiriye.

Ramînek li ser helbesta Hacî Qadirî Koyî

Mesud Mihemed bi rêya helbestên Hacî Qadirî Koyî, Nalî, Mehwî û hwd. heyîna Kurd, çanda Kurd û hizra Kurdî bi me dide naskirin. Li gor wî helbesta resen dikare yekîtiya gel pêk bîne, bîranîna hevpar a gel biafirîne. Ew, bi rêya helbesta Hacî Qadirî Koyî xema xwe ya derheqê Kurdan de radigihîne, bi vê rêyê dixwaze nexweşî û dagirkirîbûna hişê Kurd çareser bike. Ew, dixwaze jibîrbûna heyîna Kurd bîne bîra Kurdan. Mesud Mihemed bi rêya helbestên Hacî Qadirî Koyî dixwaze Kurdan vegerîne mala wan a heyînê, li wir Kurdan bîne ba hev, Kurdan li hev aş bike, dawî li lixwexerîbbûnê bîne. Mesud Mihemed bi rêya helbestên Hacî Qadirî Koyî ji Kurdan dixwaze, li pey mala heyîna xwe bikevin. Lewre Kurd ji kevneşop, dîrok û mala xwe hatine derxistin û ew hemû hatine dagirkirin. Ji ber vê jî divê em mala heyînê bibînin û vegerin malê.

Li gor Mesud Mihemed tenê ziman û helbest heyîna Kurdî bi xwe ve girtiye û parastiye. Ji ber vê jî bi rêya helbestên Hacî Qadirî Koyî, Nalî û vekolîna etîmolojîk û arkeolojîk li ser zimanê Avesta dixwaze van nexweşiyan derman bike, Kurdî bi heyîna xwe bihese û vegere mala heyîna xwe.

Mesud Mihemed pêşengê hizirandina zimên e. Ew tenê di asta zimanzanînê de nexebitî, lêbelê çarçoveyeke ontolojîk û ramyarî da zimanê Kurdî. Ji bo vê jî maleke zimanî ji heyîna Kurd re bi rêk xist ku ew mala zimanî wekî xaniyekî niştecihbûna heyîna Kurd e, ji ber erişên rejîma BAASê di dawiya salên 1970 û 1980yan de ziman û mala Kurdan hate wêrankirin. Ji ber vê jî Mesud Mihemed heta ku zimanê mala niştecihbûna heyîna Kurd saz bike dikeve pey bîranînên zimanê Kurdî. Ji bo vê yekê jî li çiya û baniyên zimên digere ku mala hizirîn û heyîna Kurd e. Ji wir ve di nav ziman de, li gerdûna helbesta Hacî Qadirê Koyî û hozanên ramangir ên wekî Nalî, Mehwî heyîna Kurd dide xuyanê.

Bi vî awayî vegerîna Mesud Mihemed ber bi zimanê Hacî Qadirî Koyî ve tenê karekî rexnegiriya edebî nîne, bîrxistina ziman-heyîna Kurd e ku di heyameke wiha de, wekî ku niha jî dibînin, hewl daye ku asta çenebaziyê û axaftina betal kêm bike. Xebata Mesud Mihemed a li ser helbesta Hacî Qadirî Koyî, wekî xebata Heidegger a li ser Hölderlin e ku kirdeyekî ji hizirandina heyîna Kurd ku Mesud Mihemed wekî nobedarekî zimên, xwestiye bi saya helbestê jibîrkirina hizir di zimanê Kurdî de ji nav bibe.

Bi vî awayî bi encamên vekolîna zimên jiyaneke nû ji heyîna Kurd re dibexşîne. Bi şiyana tekstên tecrubekirî, bi ravekirineke Hacî Qadirî Koyî, bi sefereke ber bi warê helbestî ya zimên, heyîna Kurd dide guhdarîkirin. Dema ku cîhana “Hacî Qadirî Koyî” dixwînin, bi tevî rûniştina awaza peyv û risteyên ristî dibin hevseferê zimanekî bitahm a birûmet, ku li wir ew ziman ji kevn ve di xema wî de ye deng û rengê jinavçûyî ya heyîna Kurd kom dike û li vir, niha amade dike.

Ji vir ve xwendina ontolojiya Mesud Mihemed ji helbestên Hacî Qadirî Koyî tenê ji resenî û jîrbûyî ya epistemolojî, ravekarî û bernameya bihevbestinê nîn e, lêbelê vejîna nirxên zimên, pêkhatina heyîna Kurdî ye. Xwendina wî ya vekirî ya li ser gerdûna zimanê Hacî Qadirî Koyî ew e heta ku bi rêya helbestên wî ve bigihîje zimên. Bi vê yekê re heyîna Kurd bide hizirkirin. Bi vî awayî bi zimanekî hizrî, heyîna Kurd rabigihîne. Li ba Mesud Mihemed, wekî navenda heyînê, binavkirina zimanê hizirînê tê maneya ragîhandina wê heyîna nediyar û negotî ya Kurd. Ev jî xwenîşandan an xwedanberhev nîne li hember nebûnê, lêbelê hilbijartina jiyaneke di nav zimên de ye, malek e di nav zimanê Kurdî de yan dîtina cewhera heyînê ye di zimên de, yan jî bangkirina zimên e ku koçberiya me ye di nefikirîna heyîna me de. Xwendina wî ya xemgîn a li ser Hacî Qadirî Koyî, amajepêkirinek e xulyaya wê nîqaşa dostane û heyîna hogirane ya wî di wekîhevbûna xwe de. Xebata Mesud Mihemed a li ser helbestvanê trajedîafirîner, ango li ser Hacî Qadirî Koyî tê maneya ragihandina xwazyariya wî li ser heyîna zimanê xwe ku ev jî pêewlebûna bi heqîqeta heyîna xwe ye. Bi gotineke din, xebata Mesud Mihemed a li ser zimanê helbestî ya Hacî Qadirî Koyî, xemek e ji bo dermankirina bîranînên jibîrçûyî yên zimanê xwe, ji alîyekî ve, heyîna wî di heyîneke pêkveyî ya bîranîna zimên de bide rûniştandin, ji alîyekî din ve jî, heta ku heyîna Kurd hebe, rewşa jiyana Kurd bi roniyeke bîranîna di zimên de niha bipeyvîne û niştecih bike.

Mesud Mihemed bi zimanê helbestên Hacî Qadirî Koyî “heqîqetek”ê temam dike û cara dawîn bi xebat û vekolîna xwe ya li ser “heqîqetê”, heyîna Hacî Qadirî Koyîyekî din di heyîneke eşkere ya tijîkirî ya zimanê wî de bi cih dike: “Yekî wekî min ê bêteref û bêalî ku mebesta wî gotina heqîqetê ye, her çi be bila bibe û pê pirsgirêk nabe… Hacî Qadirî Koyî di helbestên xwe de derûniya xwe vekiriye û hest û bîra xwe derbiriye. Heta fikra xwe bi dilekî pak û qenaeteke tam xwestiye ji Kurdewariyê re xizmet bike. Eger fêl li xwe nekin, heta niha piraniya fikrên Hacî Qadirî Koyî bûne rênîşander ji bo Kurdan. Lewre pirsgirêkên wiha li ber Kurdan hebûn, îro jî hene û bi qasî serdema Hacî Qadirî Koyî niha jî êriş tînin ser niha û sibêroja Kurdan. Ji aliyê jiyan û aborî û guherîna maddî ve li tevahiya Kurdistanê guherîneke wisa pêk nehatiye ku bibe bingehek ji bo guherîneke kûr di bîr û armancê de (Mesud Mihemed, 1973).

Li vir ji bo ku bingeha wê jibîrkirina heyînîya di zimanê Kurdî de, ku li gor Mesud Mihemed çavkaniya wê jibîrkirina mala heyîna Kurdî ye, fêm bikin divê bi hev re malika ronîkirî ya Mesud Mihemed bixwînin ku di pêşekiya kitêba xwe ya giranbiha a bi navê Zarewesazî Pêwane de wî nivîsandiye: “Bavê zimanzan û pisporê rêziman û dengsazî û ferhengnivîs ji ber xeniqîna di gola xwendinên wî de bi derengî di mezraya zimanê zikmakî yê xwe de hildikişe. Çimku destûrên nav kitêban rê lê digirin û xwe bi ser hişê agahdar û wenda de disepînin ku êdî dibe ku zaraveya destûrî û yasayî wiha dayne çi eleqe bi zimanê xwe ve nebe (Mesud Mihemed, 1988).

Li gor Mesud Mihemed çawaniya bidengbûna zimên nîşandana heyîna Kurd e û her wiha cih danîn e ji bo amadekirin û ragihandina wê mala heyîna Kurd ku ev jî bi vegerîna ber bi hizirîna zimên mumkun dibe. Ev taybetmendî jî li gor wî, bi heyîna çavkaniya hizreke serbixwe ve pêwendîdar e. Têgihiştin di cewhera zimên de heye ku ew di xema wî de bû, ne tenê bi hizirîna zimanê xwe ve binivîse, lêbelê wî bixwe jî bike heyîneke ku her tim hizirkera xwe di zimên de amade bike. Ji ber vê jî ew me naçar dihêle, em bala xwe bidinê, di nav jibîrbûna hizirînê de bi xemgînî em bi bîr bînin. Bi vî awayî Mesud Mihemed bi encameke di nav ezmûna xwe ya bêdawî de bala me ber bi heyîneke dengveder dikşîne. Mîna ku wêneyê rezvanekî quntar û gelî û dolên çiyayekî Kurd, bêdeng bi sefera nîqaşa nivîsên xwe re, bi çandin û vekolîna zimanê xwe ve, dengê pêlan, helbestvan û serpêhatiyên ezmûnbexş ên di bîranîna zimanê xwe de xemiland.

Mesud Mihemed bi zimanê Hacî Qadirî Koyî re kariye valahiya nehîniyên heyîna Kurd a di nav dengvedana helbestên wî de ronî bike. Ev xwendina fikrî ya Mesud Mihemed a li ser helbesta hizrî û coşker a Hacî Qadirî Koyî, vegotina heyî ya Kurdî ye. Ji ber vê ev vegerîna Mesud Mihemed, dişibe xemxuriya Heidegger a li ser felsefeya nû û populer a Rojavayê. Bi dîtina Heidegger hizr di serdema teknîk de ev aliyê heyînê nafikire û bi vî awayî jî heyînê ji bîr dike.

Bi vî awayî Mesud Mihemed bi vekolîna xwe ya li ser helbestên Qacî Qadirî Koyî wan helbestan dike malek ji bo heyîna zimên. Ew bi xebata xwe ya sermest a li ser gerdûna Hacî Qadirî Koyî, bi dengê helbest û dengvedana hizrî vedigere niha û pêşerojê. Ew xwe dike wêneyê hizirvanekî ku xwe pêk tîne. Ew xebata Mesud Mihemed, bi tevî cihêtiyan, xebata Martin Heidegger a li Hölderlin tîne bîra me. Bi dîtina Mesud Mihemed Hacî Qadirî Koyî di demeke zû de behsa pirsgirkêkên wisa kirine ku heta niha jî me xwe jê xilas nekirine û aciz in. Em tenê pêrîferî ne ji bo amajeya ramanên wî. Lêbelê Mesud Mihemed bi wê amajeya ramanên Hacî Qadirî Koyî, malek ji bo zimanekî zindî ji bo niha rêk dixe.

Çawa dibe bila bibe, Mesud Mihemed bi van derbirînan û hizirîna zimanî, gerdûna helbesta Hacî Qadirî Koyî tîr dike û dibêje “(Ger) felsefeya Kurdewariyê ya Ehmedê Xanî û Şerefxanê Bidlîsî û Hacî Qadirî Koyî ku di dawiya jiyana xwe de li Stenbolê dibîne bidin berhev, Xanî ji aliyê zanayî û hesteweriyê ve ji ber nebûna dewleteke Kurd û halê Kurdan a nerewa xemgîn dibe. Herçiqas ew neketibe pey danîna planek ji bo pêkanîna dewletê jî li pêş merhaleya wê serdema xwe bû. Bidlîsî ji aliyê berjewendî û dij Şîîtiyê ve nûçeyek da. (…) Hacî Qadirî Koyî li ser Sunîtî û dij Şîatî ku ji ber teasubiya xanedaniya Kacariyan li hêla Kurdistana Îranê zêde dibû, nivîsand. Hesta wî jî bi wî jiya heta ku tometa pîçbûnê (weledê zîna) tîne nav helbesta xwe bi rêya zewaca mut’e2 ku li gor Suniyan herame (Li dîwana Hacî Qadirî Koyî binihêrin)… Hacî Qadirî Koyî ev du beyt dema ku li Kurdistana Îranê xwendiye, nivîsandine:

Ya Reb beqeder herfî sîwtî3 yek yek

Rehmet le “misnif ” û qarî’î gelek

Emma Ecem û ew kese çapî dana

Bîbate cehennem be ‘ezab û be kutek4

Hacî Qadirî Koyî piştre li Stenbolê bû Kurdewar.” (Mesud Mihemed, 1997).

Mesud Mihemed bi wê paceya helbestî ya zimanê Hacî Qadirî Koyî, livîneke hizrî ya zimên û bîranîn û dîroka demkurt a Kurdan pêk tîne. Lêbelê Mesud Mihemed beriya vê hizirîna xwetî, xwekirdeya xwe ve vê livînê derbibire. Ev livîn bixwe di warê helbestên wan helbestvanan de deng da.

Belê, merc û peywira kirdeya hizirvanê jibîrbûyî ya Kurd, Mesud Mihemed e. Pirsa ku hatiye kirin ev e: Çawa Hacî Qadirî Koyî di wê serdemê de xwedî wê livîna heyînê bû? Mesud Mihemed piştî ku bi wayekî şeydayî ket pey jiyan û serpêhatî û nehînîya Hacî Qadirî Koyî, wiha Hacî Qadirî Koyî ji me re vedibêje: “Heta ku min deftera jiyana Hacî Qadirî Koyî ya li xerîbiyê û di nav biyaniyan de nexwend, dengê min qêrîna lehengî ya wêrek a Hacî Qadirî Koyî nîşan neda. (…) Jiyana Hacî Qadirî Koyî di meydana asteke bilind a fedakarî û niştîmanperweriyê de derbas bûye ku dehan sal in li ser wî dixebitim û mirovekî din ê mîna wî di nav Kurdan de min nedît ku pey çiraya Hacî Qadirî Koyî wekî mirovekî duyem were” (Mesud Mihemed, 1973: 71).

Xemxuriya Mesud Mihemed ku ketiye pey helbestên Hacî Qadirî Koyî ji bo wê bû ku him bihaya helbestên Hacî Qadirî Koyî ya niha ber bi heyînê dubare bike him jî Kurdan ji heyîna jibîrkirî û bindest dûr bixe. Bi vî awayî, Mesud Mihemed di şopa Hacî Qadirî Koyî de dixwaze projeya ronesanseke çandî amade bike. Herçiqas ew ji şiyan û daxwaza wê ronesansê ya hevzimanên wî biguman jî be, ew bi vê vekolîna zimanê helbestî ya Hacî Qadirî Koyî dixwaze bi zimanekî ji hizir zemînek ji bo hevzimanên xwe, heman projeya helbesta ronesansê ya Hacî Qadirî Koyî bidomîne. Vaye ew bi gumanbarî dibêje: “Ji bo pêkanîn û hêz û bînaya Kurdî, hewcedariya Kurdan bi ronesansekê heye… Armanceke wiha arîstokrat û bilind ku ji rewşa niha ya Kurdan gelek dûredest e… Wekî ku biharê li benda fêkiya havînê be. Niha potansiyelek di ronesansa Kurdan de heye ku potansiyeleke wiha berê qet nebû… Mîna cenîneke yek mehî ya di malzaroka dayika xwe de… Eger bilezîne sê an jî çar mehî mirî ji dayik bibe û dibe ku dayik jî bimre… Nabe ku di destpêka payizê de xwendekar biçin mektebê, zendê xwe bimalin û li rêza pêşîn rûnin… Heta ku kolaneke Kurdan a qîrnekirî bimîne nabe em pisiklêtekê çêbikin… Têgeha “jêrbîna-jêrxan” ku têgeha serdemê ye hîn di nav me de nayê gotin… Her tiştê ku em pê jiyana xwe didomînin bi awayekî hazir ji derveyî welêt tê. Em nizanin jî çawa bi tiştan re kar bikin û ew tiştên ku yên hikumetê bin, wekê malên talanê dibînin, ya didizin ya têk dibin…” (Mesud Mihemed, 2011).

Çandeke wiha ya fikirînê ya di felsefeyê de, bi taybetî jî di felsefeya Almanî de xwedî taybetmendiyek e. Wek mînak, li gor Nietzsche şopandina Yewnana qedîm, qebûlkirina bihaya “dubarebûna bêdawî” ye. Nietzsche “Jidayikbûna Tragedya”yê de nîşan dide ku Platon feylesofekî awatêkder bû. Çimku wî gelek awayên cihê tev li hev kiribû. Bi dîtina Nietzsche form derbirîna mercên heyîna nivîskar e. Ji ber vê yekê, li gor Nietzsche, têkbirina awayan ji hêla Platon ve û guherîna Tragedya ya ji hêla Euripides ve, destpêka têkçûna Yewnana kevn û destpêka dîroka Rojavayê ya wekî nîhîlîzmê ye. Bi dîtina Nietzsche, sedema ji hêla Platon ve redkirina awa, aqilxwaziya wî ya ku dij heyîn û hunera wî ye û ev yek jî wisa dike ku Platon meyl, beden û jiyanê bixwe red bike.

Di heman demê de wekî hunersazî û amadeyiya wê heyîna îdeal a di cîhana felsefeya Yewnanî de, bi taybetî jî di huner û cihana felsefeyî ya Parmenîdes û Herakleitos de, vekolîna çavkaniya teknîkê ya ji hêla Heidegger ve ji bo wê yekê bû ku Yewnana kevn dubare vejîne û bi vî awayî Rojavayê yan Almanyayê ji qeyranê rizgar bike. Bi dîtina Nietzsche û Heidegger, di serdema tragedyaya Yewnanî de hizirîna feylesofên beriya Sokrates tenê li ser jiyan û ruhê Dionysosî bû. Parmenîdes û Herakleîtos ne behsa metafîzîkê, lêbelê behsa hunerê dikirin. Helbestên Parmenîdes bi peyv û muzîk û reqsê erd geş dikir heta ku ew erd di jiyana mirov de bilerize. Bi baweriya Nietzsche “awayekî mezin” ê Yewnaniyên kevn hebû ku hemû tiştên nehînî û eşkere vedigotin.

Lebelê xebata Mesud Mihemed a li ser Hacî Qadirî Koyî, ji bo vekolîna bîranînên Kurdî ye. Di heman demê de bi eynî şiklî xwendin û şîroveyên Mesud Mihemed ên li ser Nalî, Hacî Qadirî Koyî, Mehwî û di mijarên din de, yekser zîhna me ber bi qadên şêwazandina ziman û hizirîna wî diçe ku ev jî pirsa çawaniya ravekirinê ji me re ron dike. Kakilê ravekariya wî di helbestên Hacî Qadirî Koyî û Nalî de nîşan dide ku di heman demê de him zengilê hizir in û pêşbînîyên wan pêk tîne û him jî jana heyîna Kurdî vedibêje. Bi dîtina wî, wan destê xwe xist ser kakilê giriftên heyîna Kurd ku heta niha Kurd ji ber wan dinalin. Ji ber vê yekê Mesud Mihemed di xwendina helbestên Nalî de bala me dikşîne ser giringiya çavkaniya çanda xoyekî: “Di vê serdemê de ku serdema piştzivirîn e li folklorê, bi taybetî di nav miletê Kurd de, ciwan wekî perwane ji tariya raboriyê ber bi roniya edeb û hunera ku nûpopulerbûyî ya Ewrupayê direvin, Nalî, di sedsala nozdehan de wekî fenerek bi ser deryaya sedsala bîstan de bejna xwe ya bilind a edebî xwar dike û gera nav deryaya helbest û edebiyatê ber bi tîreja xwe ya geş dikşîne. (…) Dibêje li gor biryara yasaya xwezayê, taybetmendiya nemiran xêrhatinî li hemû hêzên ku xwe nû dikin, dike” (Mesud Mihemed, 1976: 7).

Ji ber vê ye ku Mesud Mihemed bi kirdekirina peywira xwe ya çandî ve karî cewhera şiyan û daxwaza fikirîna bîranînên zimanê Kurdî bibîne da ku em valahiyên niha yên zimanê me yê Kurdî bînin bîra xwe yan bifikirin.

Belê, Mesud Mihemed ravekirina pirsên çandî bi giştî û ravekirina helbesta Nalî, Hacî Qadirî Koyî û Mehwî bi taybetî, bi pênaseyeke evîndarî pêk tîne. Ev yek jî wiha dike ku bi xemgîniyeke evînî Mesûd Mihemed bi bîr bînin û ber bi ziman, ango ber bi mala zimanê heyîna xwe biçin.

Belê, vekolîna wî ya li ser gerdûna helbestên Hacî Qadirî Koyî û yên din, bicihkirina heyîna Kurdan a di zimên de ye. Ev jî neynika wê têgêhiştina xwetiya bihaya “heqîqet”ên ziman û nivîskarê “heqîqet”ê bi xwe ye. Mesud Mihemed xwestiye bi xwendina wan şaîran, wêneyekî estetîka şêwazandina zimanê xwe, maleke hizrî ji bo heyîna Kurdan ava bike. Lêbelê ew dizane ku jibîrkirina wê ji aliyê hevzimanên xwe ve, beşeke wê jibîrkirina Kurdan a heyîna xwe ya talankirî ye ku ew heta ku sax bû di xema wê yekê de bû ku bi zimanê xwe, qetînek ji wê qedera reş pêk bîne. Lêbelê wî bi vê hesretê serê xwe danî.

Wekî ku me got, Mesud Mihemed dixwaze bala xwêner bikşîne ser wê heyîna nehînî ku vî aliyê zimanê helbestên Hacî Qadirî Koyî de heye û bi vî awayî xwêner bibe nav cîhana tekstên wî û hizirîna xwekirdeyî. Ev jî pirsa cewhera afirandin û nehînîbûnê ye. Ji ber vê yekê em jî di wê hewlê de bûn ku bi vê nivîsê, ji xwêner re rênîşander bin heta ku bigihînin wê xema Mesud Mihemed a ji bo heyîna Kurd da ku nobedariya mala heyîna zimanê xwe bike. Xema vê nivîsê ne ew e, encameke hazir bide destê xwêner. Lêbelê xema vê nivîsê ew e, xwêner bi mala zimanê Mesud Mihemed re aşîna bike û bi vî awayî xwêner bi meyla xwe cihokek ku diçe nav wê mala zimanî ji xwe re hilbijêre.

Derencam

Di encama vê lêkolînê de eşkere dibe ku Mesud Mihemed mîna Heidegger bi heyîn, ziman û hûnandinê re mijûl dibe, lêbelê bêguman Mesud Mihemed vê mijûlbûnê li gor pêwîstiyên Kurdan dike. Çawa ku ji bo Heidegger ziman giring e û mala heyînê ye, ji bo Mesud Mihemed jî ziman giring e û heyîna Kurdan di zimanê Kurdî de ye. Mesud Mihemed bi rêya zimanê Kurdî dixwaze Kurdan ji nexweşiya jibîrkirina heyîna Kurdan, ji genîkirina zimanê xwe rizgar bike. Çawa ku Hölderlin ji bo Heidegger giring e, eynî şiklî ji bo Mesud Mihemed jî Hacî Qadirî Koyî giring e û bi rêya helbestên Hacî Qadirî Koyî dixwaze Kurdan li ser bindestî û dagirkeriya heyînê û bêmaliyê agadar bike. Mesud Mihemed bi lêkolîna helbestên Hacî Qadirî Koyî, dixwaze ronesanseke helbestî-hizrî pêk bîne û bi vî awayî jî dixwaze wê yekê bîne bîra me ku heyîna Kurd niha ne xwedî wê heyînê ye ku Hacî Qadirî Koyî sedsalek berî niha jiyana xwe jê re terxan kiribû. Ji ber vê yekê ev xebata Mesud Mihemed a li ser Hacî Qadirî Koyî rizgarkirina heyîn û zimanê jibîrkirî ya Kurdan e.

 

1 Bi şûr û qelem dewlet payîdar e Qelema min heye, lê şûr xuya nake

2 Di mezheba Şîa de mehra mut’e ji bo demekê û bi pere tê birîn. Ev mehr herî kin bi qasî şabûneke cinsî û herî dirêj jî not û neh salan dibe.

3 Cureyeke destnivîsa taybet e ku ji aliyê Ereb û Farisan hatiye bikaranîn.

4 Ya Reb bi qasî herfa sîwtî yek yek

Rehmet li kesên biwicdan û xwendakarên gelekî

Emma Ecem wan kesan wisa nîşan da

Ku wê biçin cehenemê bi ezab û kutekan

 

 

ÇAVKANÎ

Bradatan, Costica (2015). Dying For Ideas. London: Bloomsbury.

Heidegger. M., Teknikens väsen och andra uppsatser, Övers. R. Matz (Lund: Doxa, 1981).

  1. Brinbaum och Sven Olov Wallenstein, (2005). Heideggers väg, Tales, 1999, r.144-145. Dialoger, en åretstidskrif, (2005), s. 45-46.

Heidegger. M., Teknikens väsen och andra uppsatser, Övers. R. Matz (Lund: Doxa, 1981).

Heidegger. Martin (1982). On the way to language, translated by Peter D. Hertz Harper San Francisco.

Heidegger. Martin (1996). Brev om humanismen, översättning av Daniel Brinbaum och Sven-Olov Wallenstein, Bokförlaget Thales. Stockholm.

Kearney, Richard (1996). Modern Movements In European Philosophy. Second Edition, Manchester: Manchester University Press.

Mesud Mihemed (1976). Çepkêk Le Golzarî Nalî. Bexda. Çapî Korî Zanyarî Kurd.

Mesud Mihemed (1973). Hacî Qadirî Koyî. Bexda. Çapxaney Korî Zanyarî Kurd.

Mesud Mihemed (1997). Le Peroşekanî Jiyan. Çapxaney Kitêbî Erzan.

Mesud Mihemed (1988). Zarawesazî Pêwane. Bexda. Çapkirawekanî Emîndaretîy Giştî Roşinbîrî û Lawanî Nawçey Kurdistan, Çapxaney Sumir.

Mesud Mihemed (2010). Zimanî Kurd, wer. Hekîm Kakeweys, Silêmanî, Çapxaney Şivan. Mihemed Kemal (2017). Felsefey Huner, Silêmanî, Dezgay Çap û Pexşey Serdem.

Steiner. George (1994). Martin Heidegger -En introduktoin. Lund: Daifalos.

Share.

Leave A Reply