Jnayetîya1 kurd*

SORAN MIHEMED SÛRE

 JI SORANÎ: XELÎL SELÎM

Puxte: Ev vekolîna rexneyî, vekolîneke j boy bzava jnan l cvaka Kurd e. D vê vekolînêda hewla vê yekê hatîye dayn ku l destpêk tekez j dîroka jnên Kurd û ev astengên l hemberî jnên Kurdan bên şîrovekirin. Paşî b çend xal û şîrovekrinê, tekez l wan hewlên desteyî hatne krn, ku l destpêka (sedsala 20mîn) hatîne avêtn j boy mafên jnan û azadîya wan. Herwesa behs l yekemîn rabûna jnan hatîye krn, ku jnayetya Kurd d pêşda pêwar2 bû. L dumayêşda çend hzrek hatine amaje pêdan, ku derbarê got gotên jnayetîya Kurd hene. Herwesa dgel derxistina derencama vekolînê.

Peyvên serekî: cvaka Kurd, jin, Jnayetîya Kurd, bindestî, sepêketna jnayetîya Kurd.

Peyvek j blî destpêk

Berî hertşt, ev vekolîn ku behs j jnayetîya Kurd dke, b wê ramanê naêt ku tevahîya parçeyê dn yên Kurdstanê l xwe bgre, belke ew behsa jnên Kurd l başûrê Kurdistanê tînê zman, çunkî ev parçe hel û mercên wê ên cuda hene, ejî b sedema hebûna serxwebûnek j xwebrêvebrnêda. Dgel vê yekê bzav û rêkxrawên parçên dn jî nehatne pşt guh avêştn, belke ew weka dîrok d jnayetîya Kurd hatîye behskrn.

Cvaka Kurd, dîrokek wê nivîskî ya dêrîn nîye, ewa ku hebe jî, pştî sedeyên yanzde, b taybet Şerefxanê Betlîsî, ku pertûka wî taybet bûye b dîroka kevn a Kurda û heta ev serdemê ku nvîskar têda jyaye; henek rûnakwênaye3. L paşî Betlîsî, çend nvîskarên dn dhên holê, ewên ku hejî nav gotnêye, Mestûre Erdelanîye ku weka jneka xwedî hzr, hem dêrûka mêrnşîna Erdelanî nvîsye, hem jî ev dîroknvîse, dgel ku erkê dîroknvîsînê grtîye mlê xwe, ku ev serdem dîroknvîsîn l cem xelkî b karek şaş dhat dîtn, lê dgel vê hendêşda helbest d nvîsandn.

Gerokên Rojhelatnas (Orientalist) ku l Kurdistanêda gerîyabûn, d hzra here zorên van gerokan, behs krdn l jnên Kurdan erênî bûne. Ewan behsa netrsî û cwanîya jnên Kurd krne. Azadî û serbestbûna jnên Kurd, l cem wana weka babetek hejî tekezkrnê bûwe, helbet b berawrd dgel netewên derdora Kurdan. Lewma navên gelek jnên Kurd yên mezn û xwedî nav û bang, pertukên wan rengîn krîye, ku Kurda b xwe ne ev kar krîye û ne d nhaşda serenca wan bo cwanî û azadîya jnên Kurd l çend sedeyek pêş nihada ne hnd grîng dîtîye û ne bo wan jî hnd grîng bûye. Tenê nerîn l jnên Kurd û vegerîyan j boy van nivîsên rojhelatnasîya, l cem Kurdan ve, tenê j boy armancek bçîk bûye û nebûye projeyek mezn bo vexwendna dîroka jnên Kurd (helbet, l çend layanve hewlên kêm kêm hene, lê ev hêşta ne hejî hndêye, ku bbt gotarek wesa ku l hemberî wêda vexandnek kultûrî û rewşenbîrî, yan mrovnasî jnayetî bo jnên Kurd bket).

Dîroka Kurdan, xwedî gelek jnên bwêr û xanedann d cvaka Kurdda. Weka prsek grîng j boy qeder û paşeroja jnên Kurd, grînge ku hzra yek j wan rojhelatnasa bkem, ku jna Kurd l hemberî zelamên nenaskrîyda, xwe venaşêre û wek regezek azad, çavnetrs dipeyve û şerm nake. D vê byavêda Major Ely Bannister Soan 1881 – 1923, dbêje ‘’Jnên Kurd ne xudî desrokên dêm grîtîne û ew dêmê xwe naveşêrn, ç cara ew na şlejêt (anxiety) wextê l hemberî zelamek nenaskrî diwestn, ew bêy hndê ku naza xwe bken, karên mala xwe dken û bêy hndê ku ç dûdlîyek l cem wana hebt, b mêvanên nenaskrî dipeyvn. Herçend ku zelamê malê l mal nebe daku karên malê brêve bbe, jnên Kurd b vê yekê radbe, ev kryarîş l cem jnan, zêdetr j layê jnên rewend û gundî û b taybet l cem van jnan têt dîtn, ku jnên malbatên serok hozn û zengîn in’’ (Soan, 2007: 156).

Dbe ku em van çend prsan j boy xwendevan lêbigerin. Erê gelo ev nêrîna gotubêjîya rojhelatnasa l hember jnên Kurd, ku bbe egerê ramana jn û zelamên Kurd d sedeya bîst û êkda, jn û zelam d valahîyeka berfreh da nînin, l gor prsa jnan? Nebûna dewletek medenî, eger ewe ku dîlkrdna azadyê bhayê xwe nebûye j boy komeka bûyerên ferhengê paşdemayê neteweyên cîran?

Be her avayekî dîroka Kurd gelek jnên xwedî şyan b xweve grtîye, weka Fatîme Hekarîaxajn, Mestûrê Erdelanî Xanî Sne, jnên malbata Hekarî, Xanzad, He sexanê Neqîb4 (1897-1953), Adîle Xanm û … lê prsyar l vrda ewe, gelo ev navên hatî, çu pêngav û hewlên wan hene j boy azadyê, anku maf û berxwedanîyek dj b bnpêkrna mafên jnên cvaka Kurd?

Her çqasî ev navên hatî dkevn pêş van hewlên desteyî yên d vê vekolînêda hatîne destnîşan krn weka hewla serpêxstna jnayetîya Kurd. Ev navên hatî, ku her zû b zû navên wan guhdarî dkeyn, eger êk jwan j boy mînak Mestûrê Erdelanî b êxîn d çwarçoveya edeba jnan, j blî hndê ku b êxîn d çwarçoveya bzava jnan, xuya dbe ku çalakyên wê l hemberî mafên jnên Kurd tûneye. Helbet ev yeke j boy Xanzada Mîra Soranîş tştek raste, ku ew mîratgrê textê padşahya mêr bûye û her wek regezê mêr jî bzava wî cîyê xwe grtîye. J blî vê yekêş ev navên hatîne dyarkrin, pştî mrna hevjînê wan, mujîlî mîrat û rêvebrna zevîyan bûn weka hevjînê xwe, ku heta hevjînê wan d jyanda mabûn, wan xwe ne dixst bn berprîsyaretîya vî karî. Ev jn, jnên xemlandyê koçka hevjînê xwe bûn, helwêstên wan hoz yan jî neteweyî nebûye û behs l maf û zordarya jnan nekrdîye.

B kurt û Kurmancî, ev nav, navên dyarên dîroka Kurdan, nek dîroka jnayetîya Kurd e. B wê nêrîna kurt, ev xuya dbe ku dîroka Kurdan xwedî gelek navên jnên mezn, ew jî me ber b behskrdna jnayetîya Kurd j boy pştî Şerê Yekem ê Cîhanê dbe.

Jnayetîya Kurd

Hebûna jyanek ku rast û drst serederyê dgel jnanda bke, deryeke ber b jyanek ramandar, paşeroja cvakek vekrî û xwedî şarstanyet. Bzava jnayetîş hewla b destxstna jyanek azad û şkandna berbestên cudakarîya regezî ddet.

Drûstbûna bzava jnayetî d nava Kurdanda, ku rasterast j boy azadî û jnbûnê; ku jnbûn weka regezek serbxwe û xwedî meyl û xwest j boy azadî û mafên takê jnan dxebte. Ku l cem desthelatê pawanxwazîya patryakyê ve hatîye kontrolkrn, herwesa hêşa ew d pêwarda (xyab) dhêt dîtn, çunkî ‘’zelam ku j layê syasî û cesteyî ve, xwedî hêz bû, ew b çi awayî b ku bxwesta, da jnan b wî rengî bikartîna’’ (Ocelan, sal tuneye: 386). Her ev yekîş bûye eger, ku b drêjahîya dîrokda wsa l jnê bhêt nerîn, ku ‘’jn xulameke bo vê yekê hatîye dnê, da heza zelamî têr bke’’ (Hesen, 2013: 128). Herwesa rewşa bndestî û dagîrkerya netewya Kurd, astengek mezn bûye l hemberî drûstbûna bzava jnayetîya Kurd d heyamek zûda, çunkî jn ml b mlê zelamî ketîye bndestyê û l bn zulma dagîrkaran da hatîye êşandn û şerên wan jî ml b mlê zelaman bûye ‘’şerê jnê, şerê azadyê, şerê welat, şerê ax û şerê rêkxstnê ye’’ (Hesen, 2013: 389) her weka zelamî hewla azadbûn û berxwedanê daye, jnên Kurd jî ml b mlê regezê d xebat da bûye û xedareyya pêşmergayetî û rêka hzra rzgarîya netewa xwe grtîye ber xwe.

Heta ku netewe nehêt rzgarkrn, peyvîn d derbarê mjara regez, nabt gavek j boy vexwendneka nu ya bzava pêşrewxwazîya jnan, b taybet netewa Kurd, ku hatîye dabeşkrn b ser çend netewên dn, herwesa d bn kartêkrna ev sîstemê ku her êk jwan wlatên cîran wan çêdken, erkê jnên Kurdan grantr û zehmetr dike.

Serbarê hndê, dbe ku herêma Kurdistanê weka asankarîyek bhêt dîtn, j boy kar û çalakîyên jnan l parçeyên dn, ku bbe nawendek j boy zêdetr nêzîkbûn û ektîvkrna rêkxrwên wan, raste rast j boy karên jnan û ev problemên ku d nha û d paşerojê da dbn asteng j boy wan.

Weka me tekez jê krî, astenga l rêka jnên Kurd, rzgarkrna netewa wê bûye heta b vê rêkê ve ber b xewn û armancên xwe pêngava bhavêjn, çunkî hebûna du problemên mezn, ya yekem neteweyî bûye (weka pêştr me behs lê krî) ya duyem jî navxoyî (cvakî) bûye, ku zulm û zordarîya jnê l bn zulmek nêzîktrda bûye. J ber hndê ew b hevra (jn/zelam) j boy ladana astenga yekem ku rzgarîya neteweyîye, destpêkek herê mezine. Vêca paştr j boy xebatek medenî û hzrî, j boy ladana gelek j şopên ne hejî ku b drêjahîya dîrokê, cvaka Kurd pêve dnaland, ew jî bûye egerê vê yekê ku hertm jn l pşta zelamî bhêt dîtn. Her wextek ku zelam weka xwedî hêz derdkeve, hzra wî jî b rêka vê desthelatê ve neeqlanî bûye û bûye egerê vê yekê ku jn weka kesek ku di bn rehmeta bêwîjdanya zelamî bhêt dîtn. D vrda dgehîn vê yekê ku bêjîn, ev desthelata zelamîye, ku bûye egerê vê yekê ku jn weka gemîyek bê xudan le rox avêda bmîne. Tenê û tenê j boy layenê zayndeyî awer lê bhêt dan. J ber hndêy ye ku ev ne jn bxoye, ku l pşt zelamî bhêt dîtn, weka ku jn têda derdkeve. Ev gotna ku dbêje, {l pşt her zelamek mezn, jnek heye} erê ev gotn desthelata patryakî nînn, ku neêt gotn ku l pşt her jnek mezn, zelamek heye? B ramanek din dkarîn vê yekê bêjîn ku zelam b xwe jî ji jnê ve hatîye dnê û regeza jnêş ku ew jê peyda bûye ji xwe kêmtr dbîne?

Bla em carek dn vegern ser vê gotna kevneşopî ewa ku dbêje l pşt her zelamekê mezn, jnek heye. Ev b rengekê ve raste, ku dbêjt me jn û zelam weka hevn, ew mrove û hevpşkê jyana zelamîye, lê gelo l hemberî maf û wekhevyê da hevpşk û weka hev bûne? Eger hevpşke, çma dbe l pşt zelamîda hebe û d heman demîda wêneya wî tû nebe? Egerîş l hemberî zelamî wekheve, gelo karên dahênanên, nasname û ferhenga wê l ku dern? Heta wêneya wê hevpşk û wek hev bbînîn.

Ev gotn, zelamî dêxît pleya yekem û jnê jî dke pleya duyem. J ber vê hndê d vrda hebûna gotnek anku hzrek b vî rengî, evê yekê xwedî dke ku d nava ferhenga Kurdanda tştên b navê brayê mezn û kurên bavî dhêt dîtn. B rengek dn, vê gotnê bêhna narsyetîya zelaman jê dhêt, j bo xulamkrn û kêmdîtna jnan. D vê vekolînêda ev tşt xuya dbe, ku ev amajeyên pêştr, ku j boy qonaxên jnayetîya Kurd hatîne krn, gelek bertesk û nehejîne û ew b ç rengî naçn d snûra jnayetyê da, ev d demekda, ku jnayetîya Kurd hêşta de destpêka rêka xwe daye û taze b taze hewla sepêkeftnê ddet. Dbe wek hewla serpêxstn û drûstkrna jnayetîya Kurd lê bnerîn, b her eawayî dbe ku ev pêngavan b çend xaleka destnîşan bkîn.

Hewlên desteyî (group) j boy sepêxstna jnayetîya Kurd

Desteya yekem:

a- Helbestvan (1914-1949)

Ev deste, weka derkeftn û agahya takî, b temamî kar j bo nahatîye krn û nebûna vexandnek hejî j boy babetên jn û problemên wan nehatye holê, ku ev pêngavîş pêngavên baş bûne, j boy jnên Kurd, ku hewla hşyarkrn û pêngav avêştn j boy xwendn û xwendevanbûna wan dda. D vê desteyê da helbestvanan b rêka helbestan, keç û jn araste krne j boy xwendinê. Hacî Qadrê Koyî (1817 – 1897), Pîremêrd (1867-1950), Melay Gewre5 (1876 – 1943) û Fayeq Bêkes (1905 – 1948) û çendên dn rolên berbçav d vê rewşêda hebûye, j boy hşyarbûn û xema zanîn û fêrbûnê.

Reng be d dîroka Kurdan da, kêm kes hebn weka Hacî Qadrê Koyî j boy xwendn û xwendevanyê hewl dabe, çunkî ew b vê yekê gehşt bû, ku netewa Kurd b xwendevanyê nebe, l dujminayetîya hevdû, bndestî û nezanînê rzgar nabe. D îroşda mxabn her ev derdn j boy Kurdan. Helbet Koyî d sala 1897 koça dawyê krîye, lê ewa d vê qonaxêda heta îroş dmeşe, hzra Koyî ye ku weka mîratgrê rewşengerîya Kurd maye. B ramanek dn d vê qonaxê da hzra Koyî d rojevêdaye, herçend ku Koyî d vê qonaxêşda ne jyaye.

D helbestên xweda, Koyî ç cudahya naêxît d navbera mê û nêranda ‘’b eşkere daxaza fêrkrn û xwendvanya jnan dke û her tenê b vê yekêş nasekne, tebxeya derçûnê j ola îslamê l enya van melaya ddet, ku xunedevanya jnan heram ddîtn û asteng bûn d rêka jnan j boy çona dbstanê’’ (Mela Kerîm, 2008: 24). Paş Koyî, malbata Bed rxanîya û Melay Gewre (1876 – 1943) dbn mîratgrê vê rewşengerya Koyî. Xuya dbe ku Melay Gewre l Koyê, kesê yekem dbe ku keça xwe d êxît ber xwendnê û b rêka helbestêş xelkî araste dke da ku keçên xwe bxen ber xwendnê. Serbarê vê yekêş gelek helbestvanên dn helbest j boy rzgarkrdna keça l kot û bendên û nezanînê nvîsandne û keçk handayne ku bçn xwendngehê. Pîremêrd d lîrîka ‘’eî kçîne’’ keçan j boy xwendnê handde û nezanînê j boy Kurdan b taryatyê dadne û xwendevanîş b şewqa rojê wêna dke. Herwesa helbesta ‘’Nesrîn’’ ya Fayeq Bêkes hewlek dn bûye, heta helbestvanên dn helbesta bo vê mjarê bnvsînn. D vê helbestêda helbestvan ç cudahya d navbera keç û xurtan nabîne. Bêkes ‘’êke jwan helbstvanan, ku xema mafê jnan d hzra wîda bûye, b taybet handan j boy xwendnê. D vê layenê da helbesta ‘’Nesrîn’’a helbestvanî d nava cvaka Kurd da, qîmeta xwe heye’’ (Xeznedar, 2010: 531).

Hejî gotnêy ye, ev deste j cem zelamanda hatîye pêkanîn û kar lser hatîye krnê. Hewlên rasterastên jnan j boy vê yekê tuneye, ku ev b xwe hatbt meydanê. Wate pêngava êkem zelamî bo avêtîye, pêngava duyeş jn b xwe. Ev yeke heta dûmahîka nîva êkê ya sedeya bîstê ddome.

b- Bzvên destpêkî ya jnên Kurd (1919 – 1962)

Nabe ev yeke bhêt jbîrkrn, ku rewşa serdem, kesayetî (personality) û bzava taybet b gwêreya qonax pêk tîne. Jber vê yekê dagîrkrna ax û xebata neteweyî bûye egera vê yekê ku jnên Kurd bêdeng nemîne û ew bhêt meydanê. Her j ber vê yekêş jna Kurd hest b berprsyaretya xwe dke û d sêbera netewexwazyê dkare xwe nas bke û d encamda hnd bzav dhên holê. Yek j van bzavan (Cemîeta Jnên Kurd) bû, ku l sala 1919, l Stembolê dhêt damezrandn. Ev cemîete b yekemîn bzava jnên Kurd têt danîn.

Vê bzavê j boy pêşkeftna Kurda û bdetxstna mafên rewayên mîlletê xwe dxebtî. Xemên vê bzavê l derdora rzgarîya gştî û neteweyî kom dbe… D vrda erkê neteweyî zêdetr dyardbe nek weka erkê hevregezî (Komeka Nvîskara, sal tuneye: 40). Herwesa (Êketîya Jnên Dîmukratên Kurdstanê) l bajarê Mhabatê pêk dêt. Gereke ku ev tşt bhêt gotn, azadya jnê û gehştn b mafên xwe û rzgarya jnê b rengekê gştî rojeva serekîya van herdû cemîeta jnan nebûye, jber hndê ev dû bzave naçn d desteya duwêda.

Desteya Duyem: Çyasîya (desthilata) partîyên sîyasî, sîya zilamî (1963-1991)

Şoreş û berxudan, bû egerê vê yekê ku jn jî ml b mlê zelamî bxebtn û dest j karên malê berdet, razî nebt b bndestyê, lewma ew/ jn berê xwe ddet çya û têkoşanê j boy mafên neteweyî û serbexoyîya neteweyî bke. Jn d çyaîda l pal erkê neteweyî û xebatê ku raberê wan zelam bûn, wan hewla wê yekê daye ku rêkxraw û komîteyên taybet b jnan bînn holê.

Eve jî dbt egerê vê yekê ku kar û çalakîyên jnan br b pêşkeftyê bçt û hêdî hêdî derbaz bbt ser problemên jnan û arasteyek nû j bo jnayetyê bînît holê. Derbazbûn l wan kawdanan zehmet bûye, çunkî çar xalên grîng desthelata xwe b ser wan jnên xebatgêrda danabûn, ewjê:

1- Kevneşop, ku kartêkrn l ser hndê dadne ku hêza jnê j boy fêrbûnê tuneye û karîgerî b ser xebata wanda hebûye, ku wesa ddît jn d hzrkrinêda ne xwedî hêze û şoreş jî hewceyya wî b regezê nêr heye û tenê şorş b zelaman dhêt krnê.

2- Desthelata partî (hizib), ku l cem zelamî ve b rengek rasterast hatye brêvebrn, ewjî b wê ramanê ku jn l çyaîda hem di bin sîya partîda bûye û hemjî dbn sîya zelamîda.

3- Erkên neteweyî û têkoşan j boy rzgarkrna nîştîmanî.

4- Jnbûn, ku hergav keftîye hemberî grftên abûrî û cvakî.

Zehmet derbazbûn jwan problêman b rastî ve karek pr zehmet bûye. Lewma jn ml b mlê xebata neteweyî awrek j jnbûna xwe veddet, ewjî dbt egerê, vê yekê ku bêjîn “jn l hemberî zelamîda rol û pêgeyek wek hev hebûye û b krdar şyana kar û rolên xwe xwedî krîye, herçend kawdan ne d ferahem bûnêda bûne ku bbt egerê serheldana feminîzmê b rengek temametî”, (Komek Nvîskar, sal tûneye, 21)

Lê dgel wê yekêşda xebata xwe xurt krye, ku derîyek j boy jnê vebke, ewjî wek ev hewla mezn ya ku wan dane d sala (1975) ê b damezrandna (Komîteya Rêvebrna Êketya Jnên Kurdstanê) herwesa her d derdora wan salanda govara Tewar6 b sloganên “jn, xebat, jyan’’ hatîye weşandn. Ev pêngav derîyek nû bûye j boy vê yekê ku jnên xebatkar û çalak derbkevn, lewma b yekem serpêketna jnayetîya Kurd dhêt danîn, ku ewjî l paş serheldana 1991ê l başûra Kurdstanê, dhêt holê.

Herçend destpêka hewlên jnayetîyê ku kesîye l cem Ehlam Mensûr7 (1951-2013)

berî salên 1980yî de û pertûka rexneyîya Ebdulxaliq Me’rûf8 (1935 – 1985) bnavê Ademîzad Le Komelî Kurdewarîda d nîveya heştêyanda nek nabt bhên pşt guh avêştn, belke dbe ew ptr bhêt xandnê, çunkî xwedî hzrek mezn, kultûrî û feminîstîye, ku d dawyêşda, her yek j wan nvîskaran j ber ku jyanek yaxî, mlnedan û rexneyî hebûye b rengek ecîb me dhêln; Ebdulxaliq Me’rûf j ber pertûka xwe Ademîzad Le Komelî Kurdewarîda hatye terorkrn û Ehlam Mensûr jî b bêkesî û l jyanek pştguhavştî ji cem zanstge û nawendên rewşenbîrî yên Kurdî oxr dke.

Ebdulxaliq Me’rûf (1935-1985)

Hebûna Mensûr weka jnek xwedî hzrek rewşengerî, dengek jnaneya yaxî û avangardîstya jnên Kurde. Herweka ku ew dbêje: “ez şyam l xwe bmeyzm. Min ev bwêrî hebû ku bêhna hndora xwe bkem.” (Mensûr, 2009: 54) jnek ku ne xwedî bwêrîyek mezn bt d nava yasayên neteweyek xwedî hzrên eşîretîda çma dkare b zmanek jnane û xwasta jnayetîyê bnvîsîne? An ku ew dbêje “tenêtî sêbera mine û sêbera wejî ez naxazm” (Mensûr, 2009: 54)

Mensûr cûda j hemî jnên Kurd tenê û serbexwe jyaye, bêminet bûye l gotgotk û axaftnên cvakî, çunkî wê baş neteweya xwe naskrîye û gazya xelkî xwe b gazya xwe danîye û mrovdostya wê jî welêkrîye ku ç kesê b gunhbar nzant, herweka dbêje “ez kesê b gunhbar nzanm. Herkes j bo xwe keseke.” (Mensûr, 2008: 60). Dgel wê yekê jî “Mensûr d salên 70yî bhs j azadya jn û azadya sêksî jî krye, ku nvîskarên jn {Kurd} j tilyên destan zêdetir nebun. (Hendrên, 2010: 178). Mensûr d salên 1970î b dû dehsaleyan pêş wan jnan ketîye ku d rêkxrawên pştî dh salên 1990î l başûr hebûne, lewma henûke nasnameya Mensûr (Jn, Xebtîn, Azad) e, çunkî nasnameya mrovî xebtîne, azadîş armance.

Ehlam Mensûr (1951-2013)

Lewma rexnekrn l Mensûr tenê d yek dîtgeh, vehêştn d rewtek edebî û hzrî, gelo nîşandan û gunehbarkrna rexnê b xwejî nîne? Tenanet vexandnkrnîş d qonaxek jnayetîya dyarkrîş da dbe gunehkarîyek l hemberî wêda, çunkî wê ml b mlê jnayetya Ewrûpî d pêngav avêştnêda bû, ku hêşta l Kurdstanê tştên ku b navê jnayetîyê hê d xewda bû “Mensûr berî navê fêminîzmê l zmanê Kurdîda hebûna xwe heye, ew b xwe xwedî zmanek feminîstî bû. Berî ku cîhana nivîsîn û modeyên edebîyên rojava bhêt d nav zmanê Kurdîda wê b gyanek bwêr û hzrek mezn ew nas krbûn. Berî hezaran jnên Kurd l rojavada bjîn fêrî çavlêkarîya bzavên fêmênîstyeka ne hejî û edebî bbn, ew l dlê rojava û bzavên feminîstî û edebyê geha bû. (Xanm û Hendrên, www.dengekan. com).

Mensûr, rolek pr mezn hebûye, her l deh salên 1970î de b zmanek temam feminîst û hevmlê şepola sêyê ya Ewrûpa bû l Kurdstanê. Herweka Mukryanî jêra dbêje “tu pêş b mlletê xwe keftî bi 50 salan” (Salh, 2013: 70). Mensûr xwedî dengek mezne j boy daxazkrna maf û azadbûna neteweya xwe, ku pertûkên ezmûnîyên wê bnavê (Hawar Grewî Çawekanî Em) belgehek br bçave.

Serpêketna jnayetîya Kurd (pştî serheldanê)

Drustbûn û derkeftna jnayetya Kurd rasterast xebtîna jnên Kurde bêy vê yekê ku bbt klka ç part û erkên parta bbît erkê here pîrozê wan, çunkî xebata jnan di bin sîya partî, wan dket klka vê partîyê û xebata xwe jî jbîr dken, b taybet bo jnan, çunkî “jndostî, daxaza vê yekê dke, merov tenê jber ku mê ye nabt bhêt êşandn, zelam û jn wek hev qîmet û mafên xwe hebt û weka mrov bhêt lênerîn, nek weka nêr û mê” (Hesen, 2013: 85)

L dîv deh salên 1990î da û hatna hola rêkxrawên medenî û govarên taybet b jn û dengên nvîskarên jn dhên holê, tenanet d bakûrê Kurdstanêşda govarek wek Roza l salê 1996 hejî bhs krnêye. Lewma xebata jnan l çwarçoveya deste û rêkxraw, j boy maf û wekhevîyê, xwastek hebû ku dbe baştr kar bo bhêtkrnê û b têzek nû, hzrek nû, têgehek xoyî û hzrî, b prsa jnên Kurd û takên Kurd bdet.

Serpêkeftna jnayetîya Kurd, d deh salên 1990î destpêdke, lewma dbêjm serpêkeftn, çunkî hêşta nkarîye pêngavek cuda ji kevneşop, eşîr û partîyetyê bavêje. Gelek j jnên fmînîst jî, ku l Ewrûpa jyan meşandîye û d îroda ektîvyetya wan dhêt dîtn, şerm j lîsbênyê (Lesbianism) dken û kesê ku lîsbênse jî weka ku ew ne kesek normale, wan dşînn cem nojdarê saykolocîkê.

Madê betal l tama xwarinê naprse. Lewma wextê dbînîn ku tştek bnavê jnayetya Kurd nehatîye holê, her bzavek j boy cudabûnê j boy îro lvînek bêhêze, çunkî her qonaxek l qonaxan dbe ku gohrînek mezn ya hzrî, cvakî, û syasî … l dîv xwe bîne. Tenê xalên biçûk nkarn bbn cudahîyek dnavbera qonaxek j boy qonaxek dn. Herwesa nkarîn hertm jnayetîya Kurd l ser mercê ketn û destpêkrnê wana dubare pêkbînîn. Dbe jnayetîya Kurd hebûnek berdewam hebe û roj dîv rojê karek cwantr û xebatek nutr l helwêstên merovî dj b şopên nehejî ya ku d cvakî da derdkeve û dbe asteng jboy azadîya jnê bke karê xwe.

Lewma hzra feminîstî l Kurdstanê her l deh salên 1990î xebata xwe dj b zewicandina zaroka, jn b jn gohrîn, ne xwendevanî, jn kuştn û sineta jnan … seknand. Dibe ev bhêt gotin ku hêşta gelek jwan jî nehatne jnavbrn û hndek jwan b berovajî ve mukumtr (xurttir) bûne, lê dgel vê yekêşda nabt hewlên jnên feminîst bhêt jbîrkrn, ku l hemberî van şopên cvakî xebata xwe krne, yek jwan jî weka mînak Mehabat Qeredaxî ye, ku şya d perlîmentoya Kurdstanêda l sala 2003 ev karên ne hejî b yasayê qedexebûna wana bînt holê (Tlu’î, 2005: 116).

Vêca berdewamî û egera jnav neçonê pêngavek serekîye, ku dbe bhêt avêştn, çunkî kombûna van rewş û leza globalîzeyşnê d vê serdemêda, erkê jnê zehmetr lê krîye, lê dîrokek mezn j xebata jnayetya Kurdî j boy wan dhêt nvsandn.

Digel vê yekêş, jnayetî l dor problemên kevneşopî û nezanîna dnava cvakîda nazvre, çunkî ‘’d vê serdemêda xulamdanana jnê b rengek gştî nehatîye jnavbrn û jnê azadîya xwe nestandîye’’ (Ocalan, sal tuneye: 286-287). Lazme ku bzav û rêkx rawên jnan, l hemberî van rewşan bseknn û b planek baş bernameya xwe danîn û xwe j boy her pêşhatek ku dbe derkeve xwe hazrbkn.

D perawêza jnayetîya Kurdîda

Belê, behs j serpêkeftna jnayetîya Kurd hat krnê, lê hejî vê yekê ye ku carek dn l ser bseknîn û helsengandnê jêra bkeyn, ewjî b dîtna çend nvîskarên feminîst û jnên feminîstnasê Kurd, ku gelo jnayetî d Kurdistanêda hebûna xwe heye? Anku hebûnek betale û wana nkarîye chê xwe wek pêdvyek cvakî bînn holê û xebatê j boy wekhevî û behaya merovbûnî bket? Çunkî ‘’ev çerx derbaz bûye ku zelam b hebûna xerîzeya sêksî xwe b ser jnêda ferz bke û wana bserda bben, d êro pêve ev rewş û buyera ku jêra dbêjn jn, meselek dne ku ew jî jyanî û çalakîye’’ (Ocelan, sal tuneye: 453). Gelo hebûna bzavek b vî rengî, ku karek hzrî û hşyarî j boy armancek wesa bket, hatîye holê? Qayê ev rewş hêşta chê prsyar krnê ye?!

Bo wê rewşê nvîskarek jn dbêje: ‘’ez wsa nabînm ku bzava feminîstya Kurdî heta îroş ne d dîrokêda û ne d van rojanda hatbe rojevê, herwesa jnên Kurd heta ku vê hendêş gelek jwan xwe j vê peyva feminîzm dûr dgrn û wê bzavê dgel boçûnêt şaş û paşkeftî dadnên, heta îro bzava jnên Kurd bzavek felec û ne xwedî desthelate’’ (Salih, 2005: 43). Egerê vê yekêş vedgerîne j boy vê yekê ku bzava jnan d dema derbazbûyîda guhdarîya eqlyeta eşîr û serokeşîran bûye û d îroşda guhdarîya partîyan û berjewendya jnên Kurd pştguh avêtîye. L bn sloganên jnên Kurd, keftîne dîf xwestên xwe yên syasî û destelata partîya xwe, çunkî lazime ku feminîst d her rewşekda be bêy guhdan j xwest û berjewendya partî helwêsta jnayetîya xwe jbîr neke.

L egera nebûna bzavek taybet bo jnan, Hendrên dbêje: ‘’doza jnan le Kurdstanê d demên rabhûrî û îroşda, l bzava syasî û neteweyya Kurdanda cuda nebuye. Wate jn b xwejî l derveya vê bzava sertaserîda, ne xudî bzavek teybet bû bo jnê, lewma ez bawerm ne tştek sanahye ku weka bzavên rojavayî/Ewrupî behs l van bzav û qonaxan bkeyn ku b bzava jnên Kurd bhêt naskrn. Reng be egerê vê yekêş gelek zorbn, lê j boy Kurdan, dbe astengên bndestya wan egerek serekî be j boy nebûna bzava jnên Kurd’’ (Hendrên, www.dengekan.com). Nîqaşa d derbarê nehatna holê ya bizavek jnan d serdemek zûda, ku taybet be b doza jnan, dkeve ba rewşek ku grêdaye b mafxorî, bnpêkrn, zulm û zordarya dagîrkeran. Astenga serekîş l hemberî bzava jnan, l tev parçeyên Kurdistanê, grêdaye b azadî û serxwebûna neteweyî û nasnameya neteweyî.

D demekda ku ev hemî problêm û astengên ku d rêka jnanda hebûye û heye jî, ewe j bo jnên me yên feminîst, ku bang l jnayetya Kurdî dken, j boy wana nabt şerm ku me jnayetîya xwe nînn, ku gelek gutarên wan j boy vê şermê û oqdeyê (psychological complex) vedgere. Vînos Fayeq, b nêrînek dn, nêrîna xwe derbarê bzava jnan l Kurdstanê ddet zanîn û dbêje: ‘’problêm pr zorn ku behsa wana bhêt krn, heye ku grîngn û pr grîngîş hene, lê destpêk dbe ku ev problêm b du xaneyan dabeş bkeyn:

Yek: ev problêmên ku dkevn destê kevneşop û eqlyeta paşkeftya cvakê patryakî û herwesa desthelata blnd weka desthelata syasî û dewletî, ku her gav zelam pêra radbe û jn jî dbe qurbanî. Du: ev problêmên ku jn bxwe têda berprse ka çewa ew weka jn wê çareser bke, ev problemên ku jn b xwe pêradbe û her b xwe jî dbe qurbanî’’ (Bekr û Resul, 2010: 87-88). Çunkî heta îro hêşta eqlyeta eşîrî, wek astengek herî mezn têt dîtn. Herwesa hnd jnên ku navê feminîst l xwe krîye, wesa xwe derdxen ku ew hewla bdestxstna maf û ezadya jnan dden, problemên dkevn rêka jnanda pr zehmetr dken, çunkî ew hêşta d paşkeftnê da d leyzn û wan nkarîye ku xwedî nasnameya xwe bn û xwe bbînn.

Her wek çîroknvîs Baran d derbarê vê problêmêda dbêje: l başûrê Kurdstanêda feminîzm b rengek hatîye biçukkrn, ku hzra wê tenê daxazîyek bt j boy azadîya cesteyî anku ev rewta henê tenê dbe dujminatya zelamî bket û b xwestê bê bnema d xema zulm û zordarîya jnê bt’’ (Baran, 2014: 447). L Kurdstanê jnayetyek xurt û çalak, ku xebatê j bo jnê bke, hêşta d destpêk daye û b rengek temamî nehatîye holê, lê nabt jî ku hemî hewlên bzav û rêkxrawan berçav newergrîn.

B rengek dn, hzr û nerîn j boy hebûna jnayetîya Kurd hatn behskrn, çunkî l salîn 80 û 90î yên sedeya raborî hzrên jndostyê l gelek weşan û rêkxrawên jnan dhêt dîtn, ku d doza jnanda çalak bûne, b taybet hnd j helbestvanan b rêka nvîsînên xwe dengê xwe j dengê zelaman cûdakrîye û bergrî j jnan dken û l hemberî desthelata patryakî l berxwe dden. Herwesa hatna hola rêkxraw û bzavên çalak ku kar j boy nehêştna nexwendeyê, azadî û wekhevyê … j boy jnên Kurd krne. (Komek nvîskar, sal tuneye: 43). Lê gelo ev dkare me razî bke? Gelo hebûna jnayetyê, berxwedan û afrandna cvakek zîndî û wêrek nînn? Xema wî afrandna cîhankê nîne, ku têda xewn û xwezyên jnê têda bhên destxstn? Erê bzava jnên Kurd, ku jnek bwêr perwerde dket ku bbt paşxanek hzrî d hzrê nifşê dahatîda, anku ew tenê dbe xewnek be?

Hebûna jnayetyê û xebata feminîstî d nav Kurdanda ‘’lazme ku xebata jnan tev jnan l xwe bgre, ne tenê ev jnên femênîst ku d jyanek pr xweşda djîn’’ (Prayzovîc, ww.dengekan.com). Herwesa zelam nebt asteng, eger weka asteng jî bhêt d rêka jnêda, dbe ku jnên xebatkar l hemberda berxwe bden. Qet nabe ku jn b çavek dujminane xebata xwe l hemberî zelamîda bmeşîne û ev dujminkaryê bke yekem pêngava xwe, çunkî ev xebat carek dn dbe xebatek regezperestî. D şuna van dujminkaryan dbe ku jnên Kurdî xebat û çalakyên xwe b rêka fêrbûn û pertûkan biafrînn, b taybet gerek ewe ku bkarn mfayê j rewş û helumercên jnên Ewrupî wergrn, ka çewa wan karîye maf û erkî xwe bstînn, çunkî b mxabnî ve heta îro jî jnên Kurd b astek baş û hejî pêngav j boy wê neavêştîye. Bo mînak pertûka ‘’The Second Sex’’ ya Simon De Beauvoir, ku b încîla jnên feminîst dhêt navkrn, heta îro nehatîye wergêran bo zmanê Kurdî, ku dbe bzava jnan her l mêjve ev pertûk êxstba d destê jnanda.

Lewma ewa ku hatîye gotn weka agahîyek l jnayetîya Kurd, ev l pştî jinavbirna rjêma dîktatorî û gohrîna Iraqê b Iraqek fedralîye, ku dkarîn b serpêkeftna jnayetî ya Kurdî bhêt danîn, nek jnayetî bxwe. L dumahyêda wesa dyar dbe, ku azadbûna başûrê Kurdstanê, rengbe bbt derîyek j boy jnên perçên dn yên wlatî ku xewn û hêvyên xwe têda bch bken û xebatê j boy azadyek mezntr û hşyarbûnek mezntr j boy jnan ldar bxen.

Encam

D vê vekolînêda, çend encamek dhên dîtn weka:

1- D nava Kurda û dîroka Kurdanda, cudahîya dnavbera dîroka jnên Kurd, bzava jnan û edebyatê jnan tuneye, her ev jî bûye eger ku prsa jnayetîya Kurdî baş neêt dîtn.

2- Dîroka Kurdan, gelek jnên bwêr û bhêz b xweve dîtne, lê ev jn l cem jnayetîya Kurdî d îroda ne amade ye.

3- Nabe ku jnayetîya Kurdî b çend qonaxan bhêt danîn, çunkî weka l vê vekolînêda derdkeve, jnayetîya Kurd hêj d destpêkdaye û b temamî nahtîye holê. Ewa ku d îroda dhêt dîtn, tenê serpêkeftna wê ye.

4- Jnayetî tenê l derdora çend xal û mafên destpêkî nazvre, belke ew xwastek bhêze j boy gorîna kultûrî û hewl j bo kêmkrna nêrîna nêrayetyê ddet ku jn nebe obje; tenanet d vê dîtênda b egera pêşkeftna van bzavan pêngavên mezntr havêştne û derbazî vê hndê bûne ku xewe grîneden b falûsê (phallus) ve. Lewma grînge ku jndostên Kurd b awrek baş l bzavên jnên rojava/Ewrûpa xzmetê b jn û jnayetîya Kurd bket.

5- Paş serheldana başûrê Kurdstanê, jnayetîya Kurd dkeve ser lngên xwe, dbe ku xebata çekdarîya jnên şervan, ku rojava l hemberî îradeya wan eceb mane, bket derîyek j boy dawî anîn j vê serpêkeftnê û îdî ew derbazî vê yekê bbe ku xwe l kultûra eşîrî û kevneşopên sêntralîzma nêranîya takê Kurd derbaz bke.

 

 

 

* Wergêrê nivîsê Xelîl Selîm bi xwe nivîskarek Soranîaxêv e, me dest neda rastnivîsê da ku tevî hin kêmasîyan be jî rê li ber danûstendina navbera herdu parçe/zaravayan neyê girtin. (ed.)

1 Jnayetî bo feminîzmê hatîye bkar anîn. Helbet dnava vê vekolînêda, herdu têgeh hatîne bkar anîn.

2 Nebûn, na amadeyî, xyab

3 Dîrok anku her tştek ku zemanek bserda bûrîbt û bbt egerê nazelalyê û rehendên wê kêm aşkra bn, vêca ev dîroke, an jî ev tşte, ku henek rûn û berçave, vekolîn pêra hatbn krnê, hêdî hêdî layen û rexên veşartî hatbn eşkra krn.

4 Hepsexaney Neqîb, 1891 hatîye dnê û l sala 1953 koça dawyê krîye, ew jnek syasetvan, xêrxaz û çalakê mafên jnan bûye. Hepsexaney Neqîb, dotmama Şêx Mehmudê Hefîd û hevjîna Şêx Qadr Hefîd (brayê Şêx Mehmud) bûye. Mala Hepsexanê hertm tjî bûye l jnên bajêrê Slêmanî û derdora Slêmanyê. Her problêmek cvakî û darayî j boy jnê hatba holê ew da qesta mala hepsexana neqîb ken heta ev problêm j boy wan bhên çarekrnê. Herwesa mala Hepsexana Neqîb bbû xwandngeh j boy jnan û êkemîn xwendngeh jî dhêt danîn ku jn fêrî perwerdeya hestê Kurdayetyê û hzra sîyasî krîye.

5 Melay Gewre, l bajêrê Koyê sala 1876a hatîye dnê û sala 1943 koça dawyê krîye. Melay Gewre xwedî hzrek serdemî û rewşenbîrîyek temam bûye. Dkarîn Malayê Gewre weka pêşeng l rewşenbîryê dnava melayan bhêt danîn. Dgel vê yekê ku wî gelek xebat û çalakyên syasî û rewşenbîrî hebûne, lê wî bawerîyek mezn b mafên xwendnê j boy jnê hebûye û ew yekem kes jî bûye, ku keça xo l bajêrê Koyê hnartîye xwendngehê. Herwesa bawerîya wî b wê yekê hebûye ku dbe keç û kur l xwendngehê b hevra bxuynn û nabt jêk bhên cudakrnê.

6 Govara Tewar, govarek reweşenbîrya werzîye, ku taybete b jnan û l cem Êketîya Jnên Kurdstanê dhêt weşandn. D vê govarêda babet û vekolînên cudacuda û bêy ku ç reng û regez lê bhêt bê behr krn, weka çalakyek a Êketya Jnên Kurdstanê, l herêma Kurdstanê xebate xwe ddomîne.

7 Ehlam Mensûr (1951 Xaneqîn– 2013 Silêmanî), di sala 1951ê de li bajarê Xaneqînê hatîye dinyê. Di 1970 de ew û hevala xwe Leyla Qasim çûn Bexdayê bo xwendina zanîngehê. Li Zanîngeha Bexdayê Leyla Qasim beşa Sosyolojîyê, wê beşa Ziman û Edebîyata Kurdî xwend. Li vir Hêmin Mukrîyanî û Refîq Sabîr nas kir, gelek di bin bandora wan de ma. Di bin bandora wan de Marksîzm nas kir, dest bi nivîsîna çîrokan kir. Navbera salên 1970-75a de rojnamegerî kir û nivîs, çîrok û helbestên wê bi zimanê Erebî di rojnameyan de belav bûn.

Di 1985a de çîroka bi navê “Pird” belav kir û di 1988a de yekem romana xwe bi navê Elwen nivîsand ku ev li başûr wek yekem romana bi Kurdî tê zanîn. Di sala 1986a de çû Fransayê; li zanîngeha Sorbonê xwendina masterê xilas kir û vegerîya Kurdistanê. Piştî serhildana 1991ê li bajarê Silêmanîyê li zanînegha Silêmanîyê di Fakulteya Zanistên Mirovatîyê der da. Di heman salê de xelata Hostaya Kurteçîrokên Kurdî wergirt. Berhemên wî yên çapkirî ev in: Pird, Amereş, Elwen, Xewn û Xwên, Dîs Topya, Grewî Çawekanî Em Hawar. Di berhemên Ehlam Mansûr de rexnelêgirtina ol û kevneşopan serdest e. Di nivîsên wê de xuya dike, wê her tim wekhevîya jin û mêran parastîye û di dij bûye ku mêr bibin xwedî û mezinên jinan. Ligel parastina mafên jinan û azadîya takî, neteweperwerî kirîye nasnameya nivîsîna xwe.

8 Ebdulxaliq Me’ruf, l sal 1935 l bajêrê Hewlêrê hatîye dnê, pştî b dawî înana xwendna xwendngehê, j boy zanstgehê dçe zanstgeha Ezher l Qahîre. Me’ruf her d jyê gencatyê da hezek mezn j boy zanîn û xwendnê hebûye, j blî vê yekê ku ew b temamî şarezayê ola Îslamyê bûye, şarezaîyek mezn jî l elîktrêkê jî hebûye. Me’ruf j ber ku l malbatek nîştîman perwer hatîye dnê, pşkdaryê d şoreşa îlunê jî dke û êkemîn radyoya Dengê Kurdstanê jî ew b xwe dadmezrîne, ku ev radyo dengê şoreşî dgehîne her chekê. Me’ruf d navbera salên 1977 heta 1985 pênc pertûkan dnvsîne. Lê ev pertûka ku bala herkesekî j boy xwe dkşîne pertûka bnavê ‘’Ademîzad Le Komelî Kurdewarîda’’ ye, ev pertûk b temamî mafê jnê l ola Îslamî da şrove dke. Me’ruf b şrovekrna ayetên Quranî şroveya bnpê krna mafên jnan l ola Îslamî dedet dyarkrn û ola Îslamî l hmberî mafên jnan têxît ber rexneyê, lewma ew pertûk dbe chê dlgranîya mela û kesên dîndar, heta ku b wê egerê l 10/4/1985 b destek pîs dhêt terorkrn û ew şehîd dkeve.

 

JÊDER

Baran (21- 7- 2014) “Ewey fêmînîzm le Ewrûpa deyxwazêt bo mrovayetî be gştî û cîhan sûdmende, dîmaney hêma neb”, heftenamey dezgey Zarî Krmancî, jmare: 447.

Bekr, Hîmdad Husên û Rsul, Sabr Husîn (2010), “Edebyatî fêmînîzmî Kurdîberhemekanî Nezend Begîxanî wek nmûne”, Govarî Zankoy Slêmanî, jmare 30, Tşrînî yekemî, beşî B.

Hendrên (2010), Zman asoyeke le nêwan asman û zewîda, çapxaney baban, ç1, Slêmanî.

Hesen, Hemeseîd (2013), Mê le sayeî stemda, çapxaney Mukryanî, çap 1, Hewlêr.

Komek nivîskar, (sal tuneye), Bzutnewey fîmînîzm, çapxaney Karo, Eaydyaprojey 100 namîlke, jmare 18.

Melakerîm, Mhemedî (2008), Dûbabet lebarey bîr û şî’rî Hacî Qadrî Koyîyewe, ç 2, hewlêr.

Mensûr, Ehlam (2008), Grewî çawekanî emezmûn, çapxaney aras, ç1, Hewlêr.

Mensûr, Ehlam (2009), Hawarezmûn, çapxaney Aras, ç1, Hewlêr.

Me’rûf, Ebdulxaliq (1999), Ademîzad Le Komelî Kurdewarîda, ç.1, 1985, Rovar, Dezgeha Serdem.

Ocalan, Ebdulla (sal tuneye), Qeyranî şarstanî le rojhelatî nawîn û çareserî şarstanêtî dîmukratî.

Salih, Kazîwe (2005), Fîmînîstnasî û cvakî Kurdî, çapxaney Aras, ç 1, Hewlêr.

Salih, Serwer Se’dulla (2013), Ehlam yaxîye elwenîyeke, çapxaney karo, çap 1, Slêmanî.

Soane, E. B. (2007), Slêmanî nawçeyek le Kurdstan, wergêranî: Mîne (Mhemed Emîn Husên), çapxaney melbendî Kurdolocî, ç1, Slêmanî.

Tlu’î, Ruîa (2005), Hergîz le jn bûnm peşîman nîm, çapxaney serdem, Slêmanî. Xeznedar, Marûf (2010), Mêjûy edebî Kurdî, berg 5, çapxaney Aras, ç 2, Hewlêr.

Jêderên elîktronî

Hesen, Knêr û Hendrên, Ehlam Mensûr: Marguerite Duras Kurd le xewnî tenyaîyekî azadda xew brdîyewe, malperî dengekan- http://dengekan.info/%D8%A6%DB%95%D8%AD%- D9%84%D8%A7%D9%85-%D9%85%DB%95%D9%86%D8%B3%D9%88%D9%88%- D8%B1-%D9%85%DB%95%D8%B1%DA%AF%DB%95%D8%B1%DB%8E%D8%A- A%DB%95-%D8%AF%DB%86%D8%B1%D8%A7%D8%B3%DB%8C-%DA%A9%- D9%88%D8%B1%D8%AF/

Praizovic, Lidija, Luks fêmênîzm (razawe) hemîşe daykî minyan pştgwê xst, amadekrdn û şrove: Hendrên, malperî dengekan- www http://dengekan.info/%- D9%84%D9%88%DA%A9%D8%B3-%D9%81%DB%8E%D9%85%DB%8E%- D9%86%DB%8C%D8%B2%D9%85-%D8%B1%D8%A7%D8%B2%D8%A7%D9%88%D- B%95-%D9%87%DB%95%D9%85%DB%8C%D8%B4%DB%95-%D8%AF%D8%A7%DB%- 8C%DA%A9%DB%8C-%D9%85%D9%86%DB%8C/

Hendrên, Berawrdkarîyekî belez le nêwan jnî rojawa le sedey hevde û jnî Kurd le sedey bîst û yekda, malperî dengekan- http://www.dengekan.com/doc/2005/6/handren24.pdf

Share.

Leave A Reply