Ji Edebiyata Klasîk û Gelêrî ta Helbesta Kurdî ya Hevçerx (Kelhûrî):

Nêrînek li ser Pêvajoya Helbestên Kurdî

JIYAR CÎHANFERD

JI KELHÛRÎ: EYUB SUBAŞI

Puxte: Ev gotar hewl dide ku behsa rewt û dîroka edebiyata Kurdî ya piştî îslamê bike. Hin belge bi şêweya destnûs mane ji edebiyata klasîk a Kurdî ya piştî îslamê; lê belê heta niha li ser şêwaz û janrên edebiyata klasîk xebat kêm hatine kirin. Pêwendiya edebiyata Kurdî di hin serdemên diyar de zêdetir li gel tevgerên dînî hebûye. Bawe Behlûl, Şaxweşîn û hevalên wan wek qedîmtirîn kesên ku bi Kurdî nivîsîne, heta şairên serdema Pirdîwer û pişt-Pirdîwer heta digihê şairên sedsala şazdeh û hevdeh, ji bingehdanerên dînê yarisan bûne. Lê belê şairên wekî Elmasxanê Kenûleyî, Xanay Qubadî, Ehmedê Xanî di sedsala şazdeh û hevdehan de hin janrên din wekî Şanameya Kurdî û menzûmeyên dildariyê li edebiyata Kurdî ya klasîk zêde kirine. Kurmanciya Jorîn jî teqrîben van salan beşdarî bizava edebî ya Kurdî dibe û kesên wekî Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî û hwd. dest bi nivîsînê dikin. Lê belê ji ber ku vê gotarê zêdetir behsa Kurdiya navçeyên başûrê Kurdistanê ji şêwaza Goranî heta digihê edebiyata hevçerx kiriye, lewma behsa edebiyata Kurdî li Bakur nehatiye kirin. Di sertapayê vê gotarê de tê dupatkirin ku gelo helbesta klasîk yan gelêrî bandor li ser helbesta hevçerx kiriye yan na?

Peyvên sereke: Kelhûrî, wêje, klasîk, modern, îran, Goranî, Kurdî

Destpêk

Berî hatina Ereb û Îslamê bo Kurdistan û Îranê, ango serdema Sasaniyan, belgeyên dilniyaker wekî destnûsên bi zimanê Kurdî heta niha nehatine peydakirin ku rasterast bibin nîşane û belgeyek bo Kurdiya îro; yan nimûne û bingeha şêwaza helbestî û pexşana vî zimanî bibin. Di gel vê yekê, hin kitêb û destnûs bi zimanê Pehlewî bi cih mane û hem lêkolerên Kurd û hem jî lêkolerên Faris û Tacîkî û hwd. wekî belgeyek bo zimanê xwe hesab dikin û her yek ji van neteweyan van belgeyan wek çavkaniya zimanê xwe qebûl dikin; lê belê ya ku rastî ye, zimanê qedîm û naverast çavkaniya hemû zimanên welatê Îranê ye; ji ber ku çarçoveya vî zimanî bi xwe vê rastiyê nîşan dide û aniha jî çênabe ku wekî belgeyeke dilniyaker ji bo zimanekî Îranê bê naskirin. Hê jî akademiyeke bêlayen li Îranê xebat li ser zimanên qedîm ên Îranî nekiriye; lê belê heta îro her çi xebatek hatiye kirin demargirjî li navê hebûye û behsa netewesaziyê ji aliyê hin neteweyên Îranî ve hatiye kirin û ji hemûyan bêtir Faris xwedî her cure desthilatekê ne û bi dirêjahiya vê sedsala dawî zimanê Pehlewî û Avestayî û hwd. bingeha zimanê Farisî qebûl dikin, lê belê ji bo vê yekê belgeyên bawerpêkirî li ber dest nînin ku nîşan bidin zimanê Avestayî û Pehlewî bingeha qedîmî û naverast a zimanê Farisî bûne yan na. Her çend ku Faris zimanê Pehlewî û Avestayî wek bingeh bo zimanê xwe qebûl dikin, lê her ew qas jî ev ziman bûne bingeh û dayika zimanên din ên Îranî.

Nêrînek li dîroka edebiyata klasîk a Kurdî piştî Îslamê

Piştî hatina Îslamê, hem ji zimanê Farisî û hem jî ji zimanê Kurdî gelek belge bi cih mane ku lêkoler bikarin bi dilniyayî behsa wan bikin. Ji zimanê Farisî, wekî Dîroka Beyheqî, Şahnameya Fîrdewsî, Hafiz û hwd. hin belgeyên baş in bo nasîna ziman û şêwazên edebî yên Farisî piştî îslamê. Bi heman şêweyî ji zimanê Kurdî jî hin belge û nivîs mane ku hemû bi zimanê edebî û bi qalibê helbestê ne.

Ya ku wek belge be bo lêkolerên Kurd ku bikarin pişta xwe pê girê bidin, çêdibe ku îşaret bi helbestên Behlûlê Mahî, Şaxweşîn, serdema berî Pirdîwer, Pirdîwer û piştî-Pirdîwer bê kirin. Ew şêwaza helbestî wek zimanê edebî yê Goranî yan şêweya edebî û piştre jî wek şêwaza Kurdiya Goranî tê binavkirin; û dîroka vê şêwe-nivîsînê jî vedigere piştî hatina Ereban bo Kurdistan û Îranê li gorî belgeyên li ber destan.

Li nik zaravayê hewramî, şairên zaravayên din jî helbest pê nivîsîne (Perhîz, 2006). Kevintirîn helbesta kîteyî ya Kurmanciya jorîn jî yên serdema hakimên Êzîdî bûne di sedsala pêncem û şeşem de (heman berhem).

Pênaseya Goranî û kurteyek li ser şêwaza Goranî

Şêwaz yan bi Farisî sebk, bi sê wateyan bi kar tê ku Şemîsa wiha pênase dike, “şêwaza şexsî, şêwaza serdemî, şêwaza edebî. Şêwaza şexsî taybet e bi şair û nivîskar û hin berheman ku bi dirêjahiya dîrok wan ji berhemên kesên din cuda dike. Kesên wekî Fîrdewsî, Nîzamî, Xaqanî û Hafiz xwedî şêwaza şexsî ne. Şêwaza serdemî, bi tevahî ev şêwaz şêweya şair û nivîskarên hin serdeman e di dîroka edebiyatê de; bo nimûne hin taybetmendiyên ku di helbesta sedsala çarem û pêncem de tên dîtin bi giştî wekî hev in. Bo nimûne şêwaza Xorasanî. Şêwaza edebî, şêweya cudakirina berhemên edebî ye ji berhemên needebî. Berhemên edebî li seranserê dinyayê xwe- dî hin taybetmendiyan in.” (2003).

Şêwaza Goranî jî wek şêwazeke edebî di ziman û edebiyata Kurdî de hatiye pênasekirin û Perhîzî helbesta klasîk a Kurdî li gorî wezna helbestî li ser kîteya tradîsyonelî, kîteya nû, erûza tradîsyonelî û erûza nû dabeş dike û dibêje ku eger helbesta nû (azad) yan helbesta pexşanî jî, ku wezneke wê ya taybet nîne, di beş û qalibeke cuda de were naskirin, sertapayê helbesta Kurdî ji aliyê weznî ve li ser pênc cureyan tê dabeşkirin (2006).

Di berdewamiya vê gotarê de zêdetir behsa taybetmendiya zimanî û mefhûmî tê kirin.

Goranî (şêwaza Goranî): Bi Farisî sebka Goranî, çarçoveyeke ji zaravayê Hewramî ye. Goranî zimanê hevbeş ê helbesta şairên Kurd bûye ku bûye şêwazeke edebî li nav Kurdan. Bingeha vê şêwe-nivîsînê her ji wê Hewramîya qedîm hatiye wergirtin û edebiyata resmî ya başûr heta naverasta Kurdistanê piştî Îslamê heta destpêka naverasta sedsala bîstem bi wê hatiye nivîsîn. Lê ji naçariyê tenê ev şêwaza Goranî bo edebiyata klasîk a Kurdî ya piştî îslamê heta sedsala bîstem hatiye hilbijartin, ji ber ku bi dirêjahiya çend sedsalan hin guhertin bi ser vê şêwaza edebî de hatiye. Navê Goranî ji ber du sedeman giştgîr e. Yek jê tevgera Sultan Sehak ku serhildana dînê yarî tê hesabkirin û sedema din jî serdema Bawe û mîrnişîna Erdelan e ku ji nîveka sedsala dozdehem heta sedsala hijdehem desthilatdar bûne li ser beşekî Kurdistanê.

Goranî, ango stran yan terane.
Goran, navê êlekê ye li navçeya Dalaho ku ser bi dînê pîroz ê Yarisan e, lê belê ev êl bi Kurdiya Goranî qise nake.

Goran, bo peyrewên dînê Yarî hatiye gotin ku cografyayê wê berê zêdetir bûye ji niha. Ji ber ku Kurdistan li ser du dînên serekî û lev-nezîk dabeş bûye, bakurê Kurdistanê zêdetir ser bi dînê Êzîdî bûye ku kitêba wê ya pîroz Mishefa Reş Cilwe bûye bi Kurdiya Kurmancî û xwedî rênûseke taybet bûye. Ji başûr heta naverastê jî ser bi dînê Yarî/Yarîsan bûne ku kitêbên wê yên pîroz bi zimanê Kurdî bi şêwaza Goranî hatine nivîsîn. Ev her du dîn ji aliyê nêzîkatiyê ve teqrîben wekî du mezhebên dînekî ne. Piştî deshilatdariya Osmanî û Sefewiyan gelek ji peyrewên Êzîdîtiyê û Yarisanîyê cihê xwe didin Îslama Sunnî û Şîe’ û beşeke wan jî Elewî.

Di nav vê gotarê de dema ku me got Goranî mebest hejmara yekem e ango mebest şêwaza Goranî ye (lê belê di nav xelkê de peyva Goranî xwedî çend wateyên din e jî ku li jor hate behskirin. Şîrovekirina hejmarên 2, 3, 4 bo zanyariya giştî bûye her çend pêwendiyeke wan li gel vê gotarê nînbû jî).

Der barê kokê Goranî de, lêkolerên zimanê Kurdî dibêjin ku ji peyva goranê tê. Mukrî di kitêba Teranêhayê Kordî de dibêje ku “peyva Goranî taybetî mirovên Goran e û Goran navê yek ji eşîretên naskirî yên Sine û Kirmaşanê ye; xelkê vê eşîrê ser bi dînê Yarî ne û xwedî rêûresmên taybet bi xwe ne” (1994). Her wiha Baqî ji Tewfîq Wehbî neqil dike ku “Goranî ji eşîra goran hatiye, ev huner li ser wan hesab dibe; ji ber ku eşîreke cotkar û niştecih bûn derfet û karîna wan zêdetir hebûye ji bo afirandina helbest û awazan” (1996). Goranî şêwazeke edebî ye ji zimanê Kurdî her wekî ku gelek şêwazên edebî li dinyayê hene. Bo nimûne di Farisî de şêwazên wekî Xorasanî, Iraqî, Hindî, dewrî bazgeşt û hwd. hene; di zimanê Kurdî de jî Goranî şêwazeke edebî bûye ku heta naverasta sedsala bîstem li nav eşîrên Kurd baw (mode) bûye.

Qenbey di destpêka Xurşîd û Xiramanê de dinivîse ku “Kurdiya Goranî zaravayekî cuda ye ji wî zaravayî ku êla Goran pê qise dike û bes navê wan wek hev e. Kurdiya Goranî dirêjeya zimanê pehlewî ye û gelek berhem pê hatine nivîsîn ji serdema antîk heta piştî Îslamê û serdemên dawî.” (2016). Her wiha Çemenara der barê peyva Goranî de dibêje ku “Goranî ne şêwazar ne binzar û ne ziman e, belku şêweya edebî ya zimanî yan şêwaza klasîk a edebiyane ye ku tenê di forma helbestê de heta sedsala bîstem berdewam kiriye û piştre wekî şêwazeke klasîk diçe nav erşîva Kurdî. Şêwaza Goranî di wexta xwe de kariye bibe şêwazeke edebî ya Kurdî bo çend zaravayan li nav niştecihên Zagrosê.” (2013). Her vê şêwazê kariye bi dirêjahiya dîrokê karîgeriyê li ser xelkê Kurd dirust bike wisa ku ew beyt û helbestên ku bi vê şêwazê hatine nivîsîn, xelkê ew wek stran gotine1. Li cografyaya Kurdistanê çend nav hene ji bo stranê. Bi Soranî, Kelhûrî, Hewramî û Lekî “Goranî” yan “beyt”, li navçeyên kurmancnişîn jî zêdetir bi “stran” navdar e. Sedemek jî ew e ku li wan navçeyan ku şêwaza edebî ya Goranî baw bûye ji wê bezmê re “Goranî” hatiye gotin û li navçeyên Bakur jî ku şêwaza Goranî nekariye li ser edebiyata Kurdî (bi Kurmancî) karîger bibe, jê re “stran” hatiye gotin ku hevkok e li gel “terane”yê. Sedema din ji bo navê Goranî, dînê Yarisan bûye ku her cihek ku ser bi vî dîne bûye “Goranî” jî baw bûye. Ji bo selmandina vê yekê, di sedsala borî de li navçeyên Kirmaşan û Îlamê ji bilî “Goranî” û “beyt”ê “terane” jî jê re dihate gotin. Ji ber ku bi dirêjahiya sedsala dawî, sûd zêdetir ji helbest û beytên folklorê wergirtine bo stran-gotinê. Tekstên van stranan ji ber ku bi şêwaza Goranî nebûye, nekariye parêzvanê navê Goranî jî bibe. Çiku piraniya xelkê îro ji bilî Goranî, dibêjin terane jî [ji bo stranê].

Kurdiya Goranî hem karkird (fonksiyon)a dînî hebûye û hem jî zimanê fermî yê helbestê bûye û gelek berhem û janrên dînî yên cuda cuda, îrfanî (tesewifî) û hemasî û hinek menzûmeyên dildariyê bi vê şêwazê hatine nivîsîn. Şairên ku bi şêwaza Goranî helbest nivîsîne, ji axêverên Hewramî, Soranî, Kelhûrî û lekî bûne û Kurdiya Goranî wek zimanekî hevpar û fermî bûye di qalibê helbestê de û piraniya şairên zaravayên ciyawaz ên zimanê Kurdî bi dirêjahiya gelek sedsalan bi vê şêweyê helbest nivîsîne.

Destpêk û belgeyên nivîskî bi Kurdî

Yekemîn helbesta ku bi Kurdî hatiye nivîsîn, eger rast be, helbestek e bi navê “Hurmizgan Riman Atiran Kujan”. Her wiha hin lêkolerên Kurd û neKurd jî ev çavkanî xistine ber çavan û dibêjin ku di serdema hêrişên Ereban bo Kurdistanê de hatiye nivîsîn. Ev belge ku li ser postê astekê hatiye nivîsîn nîşanderê wê yekê ye ku ziwanê Kurdî dirêjeya zimanekî qedîm e. Diyar nîne ka ev belge ta çi radeyekê rast e yan derew. Esla helbestê wiha ye:

Hurmizgan riman, atiran kujan Wêşan şardewe gewray gewrakan Zorkar Ereb kirdine xapûr Gunay û Paley heta Şarezor

Şin û kenîkan we dîl weşîna Mêrd azad tilî we rûy hiwîna Rewiş zerdeştire manûwe bêkes Bizîka nêka Hurmiz we hîç kes

(bi Kurmancî: ateşkede (îbadetgeh) hilweşiyan / agir vemirîn, mezinên mezinan xwe veşartin / zalim û zilmkarên Êreb / welat xapûr û wêran kirin / Gunay û Paley heya Şarezor / jin û keç bi dîl girtin / mêrê azad di xwîna xwe de gevizî, rewişt(dîn)ê Zerdeşta kal bêkes maye / dilê Ehûra Mezda ji bo kesekî naşewite)

Ev helbest ku ya serdema hêrişên Ereban e bo Kurdistanê, nîşan dide ku ev şêwe helbest hezar û çar sed sal berî niha li Kurdistanê baw bûye; lê belê heta niha belge bo piştrastkirin û pejirandina vê helbesta Kurdî wek belgeyeke serdema Sasaniyan bi dest neketiye ku nîşanderê wê yekê be ku di serdema Sasaniyan de jî bi Kurdî helbest hatiye nivîsîn. Lê belê tiştê ku wek kitêb û belge heta îro maye, defterên dînê Yarisan û şairên navdar û klasîk ên Kurd in ku piştî Îslamê bi zimanê Kurdiya Goranî helbest nivîsîne û bi awayekî berbelav hin ji wan helbestan mane.

Nimûneyeke helbesta dînê Yarisan ji defterên pîroz ji helbesteke Serheng Dewdan (935-1007):

Serhengî Dewdan Serhengî Dewdan Ez ki namiman Serhengî Dewdan

Çenî Êrmanan megêlim herdan
Mekoşim perî ayînî Kurdan
(Xeznedar, 2001).

(bi Kurmancî: Serhengê Dewdan serhengê Dewdan / Ez serhengê Dewdan im / Hemî cih û bajaran geriyame / Ji bo zindîhiştina edet û ayînê Kurdan her tim di xebat û tekoşînê de me)

Şax-weşîn (Mubarek Şa), li navçeya Loristanê di sedsala yazdehem de (1015-1074) her bi şêwaza Kurdiya Goranî helbest nivîsiye her çend ku qisekirina wî cuda bûye ji helbesta wî! Nimûneya helbesta dînî ji Şaxweşîn:

Yarisan wera, yarisan wera
Rayi heqi rasî yen, biranan wera
Pakî û rasî û nîkî û rida
Qedem we qedem ta we menzilga
(heman berhem).

(bi Kurmancî: Ya yarisan! Werin rêya rastî, ku tenê rêya heq, rast e, û werin ji bo rêya paqijî, nebûn, rastî û ridabarî, van tiştan bikin çavkaniya jiyana xwe, da ku gav bi gav bigihêne bmala cawîdaniyê)

Nimûneyek ji Balûl di sedsala duyem de:

Ew watey yaran, ew watey yaran
Îme dîwane yn, ew watey yaran
Henî megêlîn, yek yekî şaran
Ta zinde kerîm ayînî Êran
(Tahirî, 2007).

(bi Kurmancî: bi gotina yaran / hevalan em dîn in, û her tim li derdora bajaran digerin, da ku edet û ayina Îranê zindî bikin.)

Nimûneyek ji Dawû (serdema Pirdîwer):

Bê gawan gawê, bê gawan gawê
Gaw bê gawan, bê gawan gawê
Ta ser nesparî kirde we lawê
Ta heq neşinasî, dûr ne gişt bawê
(h.b).

(Bi Kurmancî: ga û çêlekên ku şivanê wan tunebe, bi her cihek diçin, da ku nebin fermanbera şivanê xwe, bi xwest û daxwaziya xwe nagin. Herwisa da ku heq di nav zatê xwe nas nekin, di xwebawerî û fezîlet dor dimînin).

Nimûneyek ji Newroz Soranî (serdema Sey Birake):

Dile dîmewe, dile dîmewe
Dile yar we rehm, rasî dîmewe
We eynî nasay şam we wêmewe
Nekere pîç pa dest we rûmewe
(Deftera Newroz).

(bi Kurmancî: Ya dil! Min yara xwe peyda kir / ya dil, min yara birehm û rastî peyda kir / min bi bawerî şahê dilê xwe peyda kir / derew û nerastî li gel min nekir).

Her wiha helbesta “Şanameya Kurdî” jî bi wê şêweyê ye ku wek edebiyata klasîk a Kurdî, şêwaza Goranî tê hesibandin û li piraniya navçeyên Kurdistanê baw e. Nimûneyek ji Şanameya Kurdî:

Wextê Pîlten Tûran da şikes
Berzû cehancû awerdeş we des
Hûr gîla ne ceng şayê Êran-diyar
Ne qelay Zabol sipa da qerar
(Ahengernijad û Perwîzî, 2011).

(Bi Kurmancî: Gava ku Pîlten, di şer de şikest daTûran/ Berzûyê Cihancû anî bi dest / vegeriya li ceng şahê welatê Îranê / li keleha Zabolê, artêşa xwe cîgir kir.)

Nimûneyek ji menzûmeya Xurşîd û Xiraman:

Dumay ism-i zat dehendey dawer Bişîm we ser wext adilşay xawer Je rûy Şahname min kerdim niga Ê dastane we zeynim ama Ferdê je dastan wiyerdey werîn Maciray meynei şay xawer-zemîn (Îzetzade û Qenberî, 2016).

(bi Kurmancî: Piştî navê zat-i dehendey dawer / Ango xwedê, em biçin serdema adilşahê rojhilat / Min li rûyê Şahname mêze kir, ev çîrok hate hişê min / Kesek ji dastanên kevn, maceraya bedbextiya padişahê rojhilat)

Her wiha li gel wan kesan ku wek rêber û şairên dînê Yarî helbest nivîsîne, piraniya şairan, şairên navçeyên Soranî, Kelhûrî, Hewramî, Lekî û heta radeyekê jî Lorî bûne ku dîn û mezheba gelekên wan cuda bûye ji dînê Yarisan; wan jî her bi şêwaza Goranî helbest nivîsîne. Hin şairên wekî Sey Yaqû Mayeştî, Mewlewî Tawegozî, Xulamreza Erkewazî, Komasî, Sey Salih û hwd. ku wek şairên navdar ên Kurd tên hesibandin her bi vê şêwazê nivîsîne. Nimûneya helbesta Kurdiya Goranî ji Sey Yaqûyê Mayeştiyê Kirmaşanî:

Zahid heram en, zahid heram en Zahin zindeganî we ti heram en Ne şûrit we ser ne pat we damen Ne hergiz meclis eşqit meqam en Mescidnişîn î dûr ce basanî

Bê xewer je êş mezey xasanî… (Sultanî, 1984, Sey Ye’qûb Maydeştî).

(bi Kurmancî: Zahid heram e, Zahid heram e / Zahid jiyan li te heram e / Te ne kelecanek heye û ne piyê te li dav e / Tu carê te nîne cih li civîna evînê / Mizgeftnişîn î dûr ji gotûbêjan / Ne agahdar î ji i kul û êşan)

Elbet Sey Yaqû Mayeştî cuda ji şêwaza Goranî, bi Kelhûrî û Soranî û hetta bi Farisî jî helbest nivîsîne; lê belê ewlewiyeta wî helbesta Kurdiya Goranî bûye. Nimûneyek ji Mewlewiyê Kurd (Tawegozî):

Ne dil ew dile n, ne hoş ew hoş en
Ne fam ew fame n, negoş ew goş en Her katê zanay felek nerdî şend
Wêney ham caman, caman we camend

(bi Kurmancî: Êdî ne dilê min weki berê ye, ne hişmendiya min / Ne famkirina min weki berê ye û ne guhê min guhê berê ye / Dema ku xwedê bernameyek ji me re piyade kir / weki hevîskanan, tenê can û laşê min bi cih ma).

Nimûneyek ji Xulamreza Erkewazî:

We baweyal dîm, we baweyal dîm
Ewrû waweyla we baweyal dîm
Hewas-perîşan, haliş bê hal dîm
Sertapa bergiş siya zuxal dîm
Serquley kawan we siya tem dîm
Dirextan je xem çû çewgan çem dîm
(Sarayî, 2012, Xulamreza Erkewazî).

(bi Kurmancî: min çiyayê Baweyal dît / wê rojê min waweyla û xemgînî li çiyayê Baweyal dît/ Hişê min perêşan, rewşa min xerap bû / Hemî bejn û kincê xwe bi reş dît / bilindahiya çiya min bi mij û doman dît / min daran ji xemgîniyê wekî çewgana [gopal ango goçelê lîstikê] lar û çemandî dît)

Ji ber ku dînekî Kurd piştgiriya vê şêwe-helbestê kiriye, di nav gelek Kurdan de hatiye qebûlkirin û heta naverasta sedsala bîstem li navçeyên rojhilatê Kurdistanê baw bûye. Yek ji wan sedeman ku şêwaza Goranî nekarî di serdema modern de xwe nû bike, hebûna hin astengiyan bû di nav vê şêwazê de ku ne xwediyê qabiliyeta afirandina hemû janran bû. Ya rastî divê gelek xebat li ser vê şêwaza edebî bên kirin, çiku bi dirêjahiya wan sedsalan, piştî Îslamê heta niha, guhertin bi ser vê şêwazê de hatiye. Ya rast ew e ku helbesta berî Pirdîwer, li gel Pirdîwer û piştî Pirdîwer xwedî hin ciyawaziyan e. Gava (dema) helbesta Şaxweşîn û Behlûl li gel serdema Pirdîwer, Serdema Sey Birake û şairên sedsala nozdehem binirxînî, çi ji aliyê naverokê ve çi ji aliyê wate û zimanî ve ciyawaziya wan diyar e. Divê gelek lêkolîn li ser serdemên ciyawaz ên helbesta klasîk a Kurdî bêne kirin. Lê qalib (çarçove)a helbesta piraniya şairên vê şêwazê bi yek şêweyê bûne. Bo nimûne, destpêka piraniya helbestan, xişta (rêza helbest) yekem dibe du beşên pênc-kîteyî û ew pênc kîteyên yekem di xişta yekem de dubare dibe, wek:

Serhengî Dewdan, Serhengî Dewdan (Deftera Serencamê) Zahêd heram en, Zahêd heram en (Sey Yaqû Mayeştî)

Ev yek, yek ji nîşaneyên edebiyata Goranî ye; lewma di nav helbesta gelêrî de, ku ji xeynê şêwaza Goranî, tenê çavkaniya Kurdî ye, ev şêwe dubarekirin di xişta yekem de nayê dîtin. Her wiha hemû helbestên ku bi vê şêwazê hatine nivîsîn, eger bêne tedqîqkirin, derdikeve ku hemû di qalibê mesnewîya deh-kîteyî de ne ku ew yek jî mehdûdiyeteke din a vê şêwazê bûye û dest û fikrê şair girê dane ku bi qalibekî din helbestê binivîse (hin şairan ji sedsala hijdehem dest bi xezel nivîsî jî kirine).2

Helbesta Gelerî û Pênaseya Nasnameyî

Edebiyata gelêrî wek edebiyata neteweyî tê hesibandin bo her gelekî. Li nik Kurdan jî, li nik edebiyata fermî ya Goranî, edebiyateke din heye bi navê edebiyata gelêrî ku xwedî pêşîneyeke dûr û dirêj e; bi rastî dikare bi rêya vê janrê pênaseya bîr û fikrê miletê Kurd bê kirin ku wek mijarên din ên folklorê nîşaneya mîrateya neteweyî ya gelê Kurd e.

Ji ber zalbûna edebiyata îrfanî û dînî, di edebiyata fermî ya Kurdan de fîltre û çarçoveyek bo şairên Kurdan hebûye ku nekarîne li ser her mijara ku dixwazin helbestên xwe bilav bikin (helbet piraniya şairên olî). Şêwaza Goranî, nexasim serdema lûtkeya dînê Yarisan, ew derfet nedaye şairan ku bi meyla xwe her tiştî binivîsin ku di dil û fikrê wan de heye. Her çend di edebiyata Goranî de gelek helbestên fikrî û felsefî hene, lê belê vê şêwazê nekariye cuda ji kitêban, bê ser zimanê xelkê! Lê belê li cem vê şêwazê, edebiyata gelêrî bi dirêjahiya dîrokê bûye nasnameya rasterast a vî milletî û her mirovê xweşzewq, çi jin çi mêr, di her pêvajo û serdemekê de beşek lê zêde kiriye û her dem di geşegirtinê de bûye û wek neynika rastî rengvedana xelkê bûye bi dirêjahiya dîrokê.

Şairên Kurdziman ji ber çend sebebên diyar edebiyata gelêrî afirandine

Ew şairên ku piraniya wan nexwendewar bûne, kêmtir karîgerî ji edebiyata îrfanî û dînî girtine; her wiha piraniya wan jî ji ber nebûna zanyariya wan derbarê edebiyata Farisî û Erebî de, kêmtir li jêr karîgeriya edebiyata wan her du zimanan de bûne. Lewma jî helbestên wan xwe ji çarçove û karîgeriya wan edebiyatan rizgar kiriye. Lê belê hinek ji wan şairan ku xwendewar bûne, nexwestine ku bibine rêveker û navê wan diyar bibe, helbestên evîndar û mijarên din bi navê xwe kêmtir belav kirine û hetta di nav dîwana xwe ya helbestan de kêmtir helbesteke cuda ji qalibê Goranî nivîsîne; lê belê helbestên wan ên nefermî bi şêweya devkî û bêîmzaya wan hatiye nav xelkê. Bo nimûne hinek ji helbestên Sey Yaqû Mayeşî her bi Kelhûrî ne ku aniha li ser zimanê xelkê ne.

Ew sedemên ku li jor me îşaret kirin bûne sedema wê yekê ku helbestên evîndarî û ciyawaz ên Kurdî bi şêweyeke ciddî û baş cîgir bibin û hetta sîng bi sîng xwe bigihînine nifşên bê. Elbet sedemên qewîbûna cawîdaniya helbestên folklorê, mijarên dildarî û siruştî û her wiha zimanê xwerû di helbestê de ye ku eynî zimanê axaftina gel e. Ev ji eslîtirîn sedemên man û cawîdaniyê bûne; çiku ev şêwe di edebiyatê de hem bo xelkê asan bûye û hem jî xwîner û gel baştir û rahettir ji helbestên Goranî li gel vê cureya edebiyatê pêwendî girtiye. Ev helbest ji ber eşkerenebûna şairên wan baştir li nav xelkê mane û bûne nîşaneya şanaziya millî bo xelkê. Her wiha ji ber sûdwergirtina van helbestan ji Lorî, hûre, stran, binmilî (strana taybet a jinan), mûr (strana jinan ji bo mirî), axamirew (mûzîkek taybet ji bo mirî) û hwd. her bi dirêjahiya dîrokê berdewam tekrar û nûjen bûne. Hin nimûne ji helbestên dildarî yên folklorê:

Xalêg dîm we bani hicrey nafewe/ meri sersewz we bangîjingey tafewe

(bi Kurmancî: Min xalek li ser navika te dît, wekî werdekekê ku li ser tavgehê avjeniyê dike)
Lêwid welngewen dinanid qen e/ Du lîmû le jêr ketanid ben e
(bi Kurmancî: Lêvên te wekî pelên darê kizwana teze-şînbûyî û diranê te şekir e, du leymûn jî di jêr kirasê te heye)

Le naw memamid ço xwer bim awa/ Bigirem le bawiş ço kûrpe-sawa

(bi Kurmancî: li nav memikên te wekî rojê ava bibim, min bigire hembêza xwe wekî zarokekî biçûk).

Nimûneyên helbestên siruştî:

Tingis dirûzin, wayem teral e/ Kelewen çeqî ewsa bihar e

(bi Kurmancî: tingis [corek dar e] derewan dike, bahîvê kevî her tim şîn e, gava kizwan dipişke û şîn dibe, wê çaxê bihar e)
We şew sayiqe, we roj ewri pirr/ Xwidayş tiwaydin Kurdan bikey qirr
(bi Kurmancî: bi şev sar e, bi roj ewrên pirr û zêde, xwedê jî dixwaze Kurdan qirr bike).

Nimûne bo mûrê(mirina mirovan):

Kellêg le kellan xwazî mizganî/ Seyadêg mirdiye we nûciwanî

(bi Kurmancî: kelek xezalekê ji kelên din mizgînî xwest / neçîrvanek miriye bi nûciwanî/gencî)
Çen sal le xizmeti nemam nû bîm/ Nemam helkeniya xwem rencerû bîm
(bi Kurmancî: ez çend sal di xizmeta şitila nû bûm, şitil hilkeniya / hate hilkirin, min bi xwe xemgîn û rencero bûm)

Gill we banim ken, gill we banid dîm/ Le jêr ew gille, gull Seywanid dîm

(bi Kurmancî: xweliyê bi serê min bikin ku min xwelî li ser laşê te dît, di bin wê xweliyê, min gul bi sîwana te dît)

Nimûneyên lorî û helbestê bo zarokan:

Lawe lawegem lewem ber barê/ Xwem bûm we pawewî, kurem jin barê
Lawe lawegem lawem şîrîn e/ Kirdim we nezirid ew mal û mîne
Lawe lawegem xwem lawanimed/ Le helûrkey xwem xefanimed
(Cehanferd, 2017)
(bi Kurmancî: Loriya min, loriya min berhemdar bibe / Ez bibim bi paxeso [kesê ku edet û resmê bûk û zava ji şeva yekem dibêje] heya kurê min jin bîne / Loriya min şîrîn e, mal û jîna xwe bi qurbana te kim / Loriya min, min bi xwe tu lawandî, min di dergûşa xwe de tu razandî)
Dotim doti dotan e/ Awi ser tiyetan e/ Pirtalegan werê/
Ewrîşim û ketan e/ Gûşwaregan gûşê/ Le yaqût û mercan e
Ye doti min e we tenya/ Niyemey we genci dinya/
Ye doti min e hemîşe/ Gerit we balay nenîşe
Derdid le naw çewanim/ Bexelxefi şewanim/

Xwida şikir beşim da/ Şînkeri ban leşim da (Cehanferd, 2017)
(bi Kurmancî: dota min, dota dotan e / ava ser zinar û keviran e / kincên wê ji hewrîşim û ketan e/ guharê wê yaqût û mircan e / ev dota min e bi tenê / wê nade bi genc(îne)yên dinyayê / ev keça min e ji bo her tim / toz û herrî li ser rûmeta wê rûnenîşe / kula te di nav çavên min / hembêza şevên min / spas bo xwedê ku beşa min da / şîngerek bo dema mirina min afirand)

Sedsala bîstem çend gorankarî (guhertin)ên neyînî li ser parêzgeha Kirmaşanê hiştin. Ev gorankarî:

  • Hatina modernîte û emilandina teknolojiyê bi sûda desthilata navendî bûye
  • Hatina mezheba şî’e bo nav xelkê nexwendewar
  • Tevgera meşrûtexwazî3 û neagahiya xelkê Kurd li Kirmaşanê û bi kaşkirina potansîla navçeyê.

Van hokaran karîgeriyeke xerab li ser bajarê Kirmaşan û zimanê wê danî. Hatina van tevgeran li gel hev, bû sedema perawêzketin (marjînalbûn)a edebiyata Goranî û zalbûna desthilatdariya navendî û zimanê Farisî. Van her sê hokaran ku dest dane destê hev, bûn sedema vê yekê. Her wiha bi hatina Reza Şah ev edebiyat teqrîben bi dirêjahiya çil pencî salî dikeve perawêzê û derzek di edebiyata Kurdî de dirust dibe. Ew her sê mijarên ku li jor behsa wan hatine kirin, bûne sedema lawazbûna zimanê Kurdî û şêwaza Goranî. Çiku vê şêwazê ji ber bertengî û qalibekî diyar ku hebû, êdî nekarî li hember bizavên nû yên edebî xwe ragire û cihê wê di nav dinyaya nû ya Kurdî de nema da ku bikare mijar û janrên din pê bêne afirandin. Ji aliyekî din ve zalbûna zimanê Farisî û bangeşeya wî zimanî çi bi rêya teknolojî wek rojname, artêş, dibistan û hwd. çi bi rêya mezhebê, bûye sedema lawazbûna zimanê edebî yê Kurdî.

Edebiyata Goranî ji ber stewr û nezokiyê di janrên din ên edebiyatê de, hêdî hêdî vekişiya û nîqaşên edebiyata Farisî li gel hinek şairên tradîsyonelî yên Kurdiya Goranî dest pê kir; lê belê zimanê Farisî ji ber çapemenî û desthilatdariyê heta radeyekê ser ket û karî ku dosyeya edebiyata Goranî dade.

Li van sê çar deheyên dawî ne edebiyata Goranî karî li hember Farisî li ber xwe bide û ne jî Farisî bi şêweyekî giştî li Kirmaşan û dewrûbera wê hate qebûlkirin. Hin şairên wekî Şamî Kirmaşanî ku bo yekem car ji bin sîwana edebiyata Goranî hate der û helbestên civakî bi zimanê xelkê bajarê Kirmaşanê got û helbestên wî jî bûn berd(kevir)ê bingehîn bo edebiya Kurdî (bi Kelhûrî). Deheyek du dehe piştî şairên navborî, teqrîben dawiya deheya şêstî ber bi deheya heftêyî (hiciriya şemsî), zaravayê Kelhûrî bi şêweyeke ciddî tê nav meydana xebata edebiyata Kurdî li van navçeyan. Di naverasta sedsala nozdehem de li şarê Silêmaniyê rû da û edebiyata Kurdî (bi Soranî) cîgir bû û piştre di serdema modern de geşe kir; lê belê li Kirmaşanê bi berewajî ve qewimî. Li Silêmaniyê ji ber desthilata Kurdî û piştgiriya Birîtanya her wiha ji ber mecbûrîkirina zimanê Kurdî li wê herêmê, soranî bi resmî hate nasîn û ev yek bû beşek ji wan sedeman ku şarekî wekî Silêmaniyê bibe qiblegeh û çavkaniyek bo edebiyata Kurdî. Lê belê li Kirmaşanê çiku şarekî stratêjîk bû bo desthilata Îranê û hilketina wê li ser rêya Hewrîşimê (etebati alyat/rêya Kerbelayê) û her wiha nebûna elternetîveke Kurdî û nebûna şêwaz yan zaraveyekî din ê Kurdî piştî şêwaza Goranî, rewşa Kirmaşanê bi giştî ji Silêmaniyê cuda kir.

Bizava şair û rewşenbîrên hevçerx ên Kurd li Kirmaşan û Îlamê

Edebiyatek ku îro bi navê edebiyata kurmanciya xwarê (Kelhûrî) jê tê behskirin, destpêka wê, edebiyata sedan salî ya folklorê ye. Di beşa klasîk de jî hin şairên wekî Şake û Xanimesür em dikarin wek du şexsiyetên dîrokî navê wan bidin ku bi Kelhûrî helbest nivîsîne. Şake û Xanimesûr her çend hê piyekî wan di nav edebiyata goraniyê de ye, lê belê helbesta wan bi giştî wek yekemîn nivîsên Kurdiya Kelhûrî tên hesibandin ku pabend nebûne bi çarçove û fikrên şairên serdema xwe û helbestên xwe bi zimanê xelkê [Kelhûrî] nivîsîne û ji aliyê naverokê ve jî kamilen ciyawaz in li gel mefhûma helbestên wan şairan ku bi Goranî nivîsîne.

Nimûneyên helbestên Şake û Xanimesur:

Biwuş we Şaperwer neçû we malan/ Xali sewz û dêz neydin we talan Biwüş we Şaperwer nekey qall û qîn/ Ham le Qendehar le jêr balli Çîn Ê Qendehare qenê we bar e/ Irra Şaperwer gişt jari mar e

(bi Kurmancî: bêje Şaperwer bila neçe malan / Xalên kesk û reş ji dest nede / Bêje Şaperwer bila tore nebe û hawar neke / Çiku ez li Qendeharê me, li bin milê welatê Çîn / Ev Qendehar ku qend û şekirê wê pirr zêde ye, hemû ji bo Şaperwer wekî jehra mar e)

Sûsengull çirrî ew sernisaran/ hey we mizganî hatewe yaran…(şake) (bi Kurmancî: gula şilêr gazî nizarên çiya kir / mizgînî li we vegerin yaran / hevalan)
Xanmesur: Şikranem pîd bû bînayi bani ser (bi Kurmancî: şikr û spasiya te dikim ey xudayê asîmanan)

Şake: Kûre gillallan lafaw girte wer (Kurmancî: lehî ket kendalên hişk û bêav…) Xanmesur: Şikranem pîd bû kes sirr nezana (Şikr û spasiya te ku kesek raza te nizane) Şake: Sifê perr le ru serzemîn şana (Sifê perr [wate berf] li ser erdê dibarînî…) (Dîwana Şake û Xanmesur, 2000)

Piştî van her du şairên navdar şairên din bi vî zaravayî helbest nivîsîne wekî Nüre Gulênî û hin kesên din. Nimûneya helbestên Nüre Gulênî:

Hey aw hey agir, hey agir hey aw
Hey aw we deseyli agir ha le naw
(bi Kurmancî: ey av, ey agir, ey agir, ey av / ey kesên ku av di destê we de heye, agir heye di hundirê min)

Helbet divê bê gotin ku ji aliyê pexşanê ve jî wergerandina Kitêba Pîroza Incîl4

yekemîn tecrubeya pexşanî bûye bi vî zaravayî. Ev pirtûk beşek ji dîroka pexşana nivîsa Kurdî ye; lê belê ev wek bizavz edebî ya edebiyata nû ya Kurdî nayê hesibandin.

Di du sê deheyên dawî de, zanyariya xelkê navçeyê der barê ziman û ferheng(çand)a xwe de zêde bû û hestên neteweyî di nav nifşê rewşenbîr de geşe kir û piştî çend salên bêdengiyê, careke din edebiyata Kurdî bi rêya zaravayê Kurmanciya xwarê ser hilda û hate nav meydana edeba Kurdî. Ya rast berî van du deheyan liv û tevgereke edebî gelek kêm be jî li parêzgehên Kirmaşan û Îlamê hebû; şairên wekî Şamî Kirmaşanî qonaxeke din ji wê edebiyatê ye ku wek nifşê piştî derza edebiyata Kurdiya Goranî girêderê pêwendiya edeba Goranî û Kelhûrî tên hesibandin. Her bi dirêjahiya vê pêvajoyê şairên din hatine meydana edeba Kurdî wekî Temkîn Kirmaşanî, Pertew Kirmaşanî, Sey Ehmed Rehmanî Gulênî, Perwîz Benefşî, Keremreza Keremî, Aram û hwd. Helbesta van şairan bûne sedema aştiya xelkê li gel zimanê Kurdî û zaravayê Kelhûrî; lê belê ew hestên neteweyî di nav wan helbestan de cih negirtibû û nekarîn bibine bizaveke edebî û giştgîr heta gihîşte nifşê piştî wan.

Di dawiya deheya şêstî(h.ş) û destpêka deheya heftî de, qonaxeke edebî ya nû dest pê kir ku li ser bingeha edeba folklor û edeba cîhanî cih girt û bû sedema afirandina şêwazeke nû di edebiyata Kurdî (bi Kelhûrî) de. Ev pêvajo her ji xala sifir a folklorê ber bi pêşketin û nûxwaziyê di edebiyatê de hê berdewam e. Ji wan pêşangehan wekî pêşangehên Ferhad Ezîzî, Elî Feylî, Seîd Îbadetiyan, Zahir Saray, Celîl Ahengernijad, Reza Mewzûnî, Elîreza Xanî, Elî Hatemî, Nahîd Mihemedî, Mes’ûd Qenberî, Siyamek Necefî, Elîreza Ye’qûbî, Ferhad Şamiradiyan, Cengîz Îqbalî (Azad), Şêrdil Êlpûr, Elî Ulfetî, Keyûmers Belede, Saro Xusrewî, Kawe Xusrewî, Ebûzer Kurdpûr, û hwd. dest pê kir heta gihîşte şairên ciwantir ên wekî Xanim Soma Emînî, Simeye Mêhrî, Meryem Necefî, Ferzad Sefere, Êhsan Necefî, Humayûn Ebasî, Mihemed Miradî Nasirî, Meysem Xuranî, Umîd Zahirî û hwd, Islam şahmiradî5. dirêjepêderên wê rêyê ne.

Çend nimûne ji helbesta van du deheyên dawî:

Dinya tem e û dinya tûz, dinya gerdeçuyçan e
Kesê kesê nyenasê, giştê dem helpêçane
Ne bû henasi eşq e ne rûjinayi rasî
Dinya xiraw dinya gen dinya dirû desan e…
(Zahir Sarayî)
(bi Kurmancî: dinya mij û doman e, dinya bahoz e / Kesek kesî nas nake, her kesî dev û rûmeta xwe girtine / Ne bêhna nefesa evînê ye ne ronahiya rastîyê / Dinya xirap, dinya gend, dinya pirr ji derew û nerastîyê…)

Ilahî hûre hem ço mûre bê tu Jiyan hem cûri mirdin zûr e bê tu Eger mang û xwer û asare bênem

Ilahî wicaxim kûr e bê tu (Şamiradiyan, 2013).
(bi Kurmancî: îlahî, hûre6 jî wekî Mûre7 bê te / Jiyan jî wekî mirinê zor e bê te / Heke heyv û roj û stêrk bidene min / Îlahî şûna min kor e bê te…)

Êware se, xwerezerd e/ Kîwe awisi her derd e
Sayegani serd û qijin/ Çûr çûr xwertaweyl mijin… hwd
(Ebadetiyan 2009)
(bi Kurmancî: êvar e, dema avabûna rojê ye / Çiya avis e her kul û derd e / Siya sar û porstûr / Dilop dilop ronahiyê dimêjin…)

Ne xwerhelat, ne beyanî/ Awati min xwerawa se
Le xweraway bêsinûri nîştimanim/ Renci ayem/ Wenewşe das
Ne xwerhelat ne beyanî/ Ezreti min xwerawa se/
Le Xwerawa her roj nîşim/ Le say sayem, nûrime cameki dayem
Ta ger bizanim, çenê dêw im, çenêg ayem (Îbadetiyan).
(bi Kurmancî: ne rojhilat, ne jî beyanî / arezûya min rojava ye / li rojavayê bêsînor ê nîştimên/ renca mirovan, kulîlka binefşê daye/ ne rojhilat, ne jî beyanî, hesreta min rojava ye, li rojava her roj rûdinim / di siya siyê xwe, mêzeya neynika diya xwe dikim / da ku bizanim, çi qas dêw im, çi qas mirov?)

Sifri Afirandin

Xak
Çe tiwanê bwîşê gerdeluyl?/ Henayg metûwe kirasi xak/ Le herdey delyay aw
Peyam qunre çe tiwanê bûd?!/ Bêcige le aştî/ Henayg sur e lêwar
Wa
Çi pelpê dêrê bigirê wa/ Henay ke miqêyew bey/ Le qerquytî nuytek û nezûki xak
Agir
Mincew das/ Pêzûkê/ Le minalldani zemîn
Çe dêrê büşê Xak!?/ Eger kilig le kunayli zemîn red bikeyd agir
We tayirmey ewreylê ke dirjange dane û le ser asûweyl lêz girtine
Hatê risaletê firetir/ Le rejîni îwareganeyl daştûn (Şêrdil Êlpûr, 2016).
(bi Kurmancî: Ax, çi dikare bibêje, bahoz?! Gava ku qedexeye kirasê erdê, Li cih û warê zeryayê.
Av, Mesaja pêl dikare çi be ji xeynî aşitiyê, gava ku sor in lêvar
Ba, wî çi hecetekî heye ku bigire, gava ku heyran dibe, Di pirr û tijehiya tarîhî û neza/stewriya axê
Agir, pêk hatiye, pêzokek8 di zarokdana erdê de
Çiyê wî heye, ax? Heke tilî qulikên erdê derbas bike, agir
Bi kombûna ewrên ku nikila wan sist û bê hêz bûye û li ser asoyan lûsiyane, belkî risaletek zêdetir, li xemlandina êvaran hebe)
Duwan Goranî
gilewdere
9

Bîla bame naw / ley dere bame naw / bame mallid
Derege biderew / biçirrem / neylem biçim / desim bigir biwerem le mall / danerem Neylem hîç newîşim / ew dese bine ew ban ê deme / serimew bine
Ê sere binew bani ew rane / biçirr ew lawelawe
(Elî hatemeî, 2010)
(bi Kurmancî: bihêl ez werim hundir / ji vê derê werim / Bême mala te / Derî veke / Gaziya min bike / Nehîle ez biçim / Destê min bigre, min bibe mal / Min dabine / Min bide rûnîştin / Nehêle ez tişt bibêjim / Ewî destî danê ser vî devî / Min razîne, ewî serî danê ser vî rahnî / Bistire ewê loriyê)

Dartel

Ne san dîrûkiyêg buym, ta le pam wêneyig we qûzew bigirin Ne meli dengxweşêg, ta eram damê hellwesin
Le temami dari dinya, tenya darteli dirîjêgim
Le tay küçey binbesê, le xwari şari gewrayg ço teyran Dartelêgim ki le lîm, we diziyew hizar gile sîmi berq kîşane Le germay tawisan, hawdengim meli lanewrêzêg buy

Le naw şeweyli ê zimisanîşe
Gacar piyay mesêg/ Sere lê şêwêd û le cî jinegey bawiş keyde pêma û
Suyetig suyetig we milima gîrêd/ Mi le naw ê kuyçe çe kem?
Ta key bayes minaleyl le lîm biçinew ban?
Çewerê-yi ew şewe me/ Ki maşînêg keydeme du kutew
(Ulfetî, 2015).
(bi Kurmancî: ne kevirekî dîrokî bûm, da ku wêneyekî xweşik li kîleka min bigirin/ Ne balindeyekî dengxweş da ku xefkekê ji min re çêken/ Di dinyayê de tenê dartêlekî10 dirêj im, di bin goşeyeke girtî, li xwara bajarekî mezin wekî Têhranê/ ez dartêlek im ku bi dizî hezar têlên cîran li min kişandine/ Di germiya havînê de, tenê hevdeng û hevala min, balindeyeke bê hêlîn bû/ Di nav van şevên zivistanê jî, carna, mêrekî mest, li cihê jina xwe, min li hembêza xwe digre/Û Dilop dilop hêsiran ji bo min dirijîne/ Ez di nav vê kolanê de çi dikim, heya kengî dibe zarok li min werin jorê?/ Ez li benda wê şevê me ku Erebeyek min bike du beş.)

Pêş le dengi neqare/ Pêş le iye ki/ Şimşêr le werek bikişîn/ Du siwar
We taf-we/ Werew yekan çiyan/ Du espi aşiq
Paş le salan/ Yek kirdibuyne dî
(Êhsan Necefî, 2013).
(bi Kurmancî: berî dengê bilûrê berî ku, şûr li benekî bikêşin / derbixin, du siwar bilez, li hev nêzîk bûn, du hespên evîndar, piştî çend salan, hev du peyda kiribûn)

Ev çend helbest wekî nimûneya helbesta hevçerx hatine hilbijartin. Li gorî hin kitêban ku li ber destê nivîskêr bûne, ev helbest wek nimûne ji helbestên şairên Îlam û Kirmaşanê hatine rêzkirin. Li gel van şairan gelek şairên din hene ku bi vî zaravayî helbestê dinivîsin û kitêba wan çap bûye.

Helbesta hevçerx a Kurdî de li Kirmaşan û Îlamê çi xezel, dubeytî, nîmayî û azad tu taybetmendiyeke hevpar li gel helbesta klasîk a qedîm a şêwaza Goranî nîne. Bi giştî çi ji aliyê naverok û mefhûmê ve çi ji aliyê qalib û zimanî ve, şairên hevçerx bi giştî xwedî riwangehên cuda ne ji edebiyata klasîk. Nîşaneya hevbeş a helbesta Kurdiya Goranî li gel helbesta hevçerx tenê qaliba helbesta mesnewî ya deh-kîteyî ye ku yek ji hêzdartirîn qalibên helbesta Kurdî tê hesibandin. Cureya mesnewî ku helbesta klasîk a Kurdî bûye, di helbesta îro de jî baw e her çend qalibên wan yek e, lê belê ji aliyê naverok û mefhûmê ve ciyawaz in. Lê belê tu hevbeşiyek nîne li gel helbestên bi cureya xezel, nû, azad û hwd.

Helbesta klasîk a kevn li gel helbesta hevçerx hetta ji aliyê zimanî ve jî jêk dûr in; bingeha helbesta klasîk a Goranî vedigere zaravayê Hewramî, lê belê helbesta îro li Îlam û Kirmaşanê bi zaravayê xelkê bi xwe ango bi Kelhûrî tê nivîsîn. Ev helbestên îro, cuda ji bîr û rayên xwe yên nû û hevbeşiya wan li gel helbesta azad a cîhanê, ji aliyê zimanî û ta radeyekê jî ji aliyê naverokê ve li gel helbesta folklora Kurdî hevbeş in. Bi giştî helbesta gelêrî wekî bingeh û dayika helbesta hevçerx a Kurdî a van her du parêzgehan e; her wiha helbesta şairên nûxwaz ên Kurdiya soranî wekî Ebdula Goran, Hêmin, Şêrko Bêkes, Ebdila Peşêw û hwd. ta radeyekê li ser helbesta hevçerx a Kurdiya Kelhûrî daniye.

Encam

Ev gotar di esil de li ser şêwaza fermî ya Goranî bû, lê belê nivîskar naçar maye ku çavxişandinekê bigire li edebiyata folklor û edebiyata hevçerx ku her sê wekî mîrateya edebî ya berê û niha têne hesibandin û bêyî liberçavnegirtina her yek ji van, bêguman edebiyata Kurdî nikare bê tedqîqkirin.

Şêwaza Kurdiya Goranî wek şêwaza klasîk û pêşîne ya Kurdî, bi xwe dibe çend serdemên dîrokî ku bi dirêjahiya dîrokê di her serdemekê de gorankariyeke taybet bi ser de hatiye. Edebiyata gelêrî, beşa helbestê, jî mîrateya neteweyî û fikr û bîra gelê Kurd e.

Helbesta van du sê deheyên dawî jî dibe du cure wekî helbesta klasîk (bi naverokeke nûtir) û helbesta azad ku êdî naguncin di çarçoveya edebiyata klasîk a Goranî de. Helbesta gelêrî ji ber ku bi zaravayê xelkê (Kelhûrî) ye di her serdemekê de li gorî demê nûjen bûye; zêdetir karîgerî çêkiriye li ser mêjî û fikrê xwînerên van navçeyan û şûn û cihê edebiyata folkorê di nav helbestên şairên bereya nû de jî bi başî xwe nîşan daye.

Edebiyata gelêrî ya Kurdî, bi taybetî beşa helbestê, kêmtir li jêr karîgeriya zimanên cîran û biyanî bûye. Elbet edebiyata Goranî ku zêdetir ji hezar salî edebiyat û şêwaza resmî ya beşeke mezin li Kurdistanê bûye, dîsan jî nekariye karîgeriyeke mezin dayne li ser folklorê çi ji aliyê zimanî ve û çi ji aliyê naverokê ve.11 Ji aliyê peyv û watenasiyê ve bi qasî ku di nav folklora Kurdiya Kelhûrî de ji Goranî deyn hatiye girtin, her ewqas jî ji zimanên wekî Erebî û Farisî jî sûd hatiye wergirtin; çiku pêvajoyeke siruştî ya her ziman û edebiyatê ye. Bi tevahî koka edebiyata Kurdî ya hevçerx û nû li Kirmaşan û Îlamê li ser edebiyata gelêrî heye. Helbesta klasîk a Goranî nekariye bibe bingehek bo edebiyata Kurdî ya hevçerx û ev şêwaz bo hertim cihê xwe di nav erşîva edebiyata neteweyî ya Kurdistanê de vekiriye.

 

 

1 Helbet beytên folklorê li nav vî zimanî bi şêwazeke cuda ji Goranî (zaraveya Kelhûrî) hatine gotin û piraniya van beytan îro di nav hûre û stranên folklorê de bi kar tên.

2 Bes ev gotar tenê têrê nake ku ev şêwaz bê şîrovekirin û nivîskêr di gotarekê de sebaret bi vê mijarê bi têr û tijî behsa taybetmendiyên wê kiriye.

3 Serdema rîformxwaziyê piştî hikûmeta Qacar li Îranê bûye.

4 Çapa wê ya duyem di sala 1924’an de li Londonê hatiye kirin.

5 Gelek şairên din hene, min tenê wek mînak navê çend kes ji wan nivîsiye.

6 Kilamên dengbêjiya bi Kelhûrî

7 Kilamên xemgîn in ku bo miriyan tên stran

8 Zarokê di zikê diya xwe de

9 nav, meqamek ji mûzîka Yarsan e.

10 Dartêl: Ew dar e ku têlên ceyranê kişandine ser, dîregê ceyranê

11 Heke folklora Kurdî jî li bin bandora şêwaza Goranî bûye, bêguman di dirêjahiya demê de, zimanê gel li ser wê karîger bûye û îdî wan helbestan bibûne bi ziamnê xwerû ya gel ku li vê navçeyê Kelhûrî ye.

 

 

 

ÇAVKANÎ

Kurdî – Farisî

ئاھەنگەرنژاد،جەلیل؛ پەرویزی،قامەت(1390) تصحیح، تحلیل و پژوھش بەرزونامە/شانامەی کوردی. انتشارات باغ نی – کرماشان

ئوڵفەتی، عەلی (1391) سزیان وەفر، شێعر کوردی، ناشر مؤلف ئێڵپووڕ، شێردڵ (1395) لە پرد خوەر – کۆمەڵە شێعر کوردی – ناشر مؤلف.

پرھیزی، عبدالخالق 1385 وزن شعر کردی، انتشارات زمان. حەمەباقی، محەمەد، (1375) مێژووی مووسیقای کورد، چاپخانەی ئێران – شھر کورد.

خەزنەدار، د. مارف(2001) مێژووی ئەدەبی کوردی، چاپخانەی وەزارەتی پەروەردە، بڵاوکراوەی ئاراس. ھەولێر

سارایی،ظاھر (1391) دیوان کامل غلامرضا ارکوازی، چاپ دوم، انتشارات زانا – ایلام سلطانی،محمدعلی(1363) دیوان کامل سید یعقوب ماھیدشتی، ناشر گردآورندە شاھمرادیان، فەرھاد(1392) نوون دووس – شێعر کوردی – انتشارات زانا شمیسا، سیروس(1382) سبک شناسی شعر، چاپخانە رامین، چاپ نھم قاسمی، محمدعلی. خانی علیرضا(1379) دیوان کامل شاکە و خان منصور. انتشارات صلاح الدین

ایوبی عبادەتیان، سەعید(1388) ھە لە لام بۊد گومد کردم. شێر کوردی، ناشر مؤلف

عزەتیزادە، فەرھاد؛ قەنبەری مەسعوود(1395) خورشید و خرامان، کۆکردنەوە و شیرۆڤەی، انتشارات دیباچە – کرماشان

طاھری،طیب(2007) دەفتەر سەرەنجام، ئنستیتوتی کەلەپووری کورد، سلێمانی

دەسنووسی خەتی (دەفتەری نەورۆز) کتێبی ئایینی یارسان دەورەی چلتەن.

جەھانفەرد، ژیار (…) ھەرمانێگ لە بێدەنگیدا/لاوەلاوەی کوردی(چاپ نەکریای)

ــــــــــــــــــــــــــــــــــ ھەرمانێگ لە بێدەنگیدا/گۆرانی، ھوورە و بنملی(چاپ نەکریای)

ــــــــــــــــــــــــــــــــــ ھەرمانێگ لە بێدەنگیدا/ موور، ئاغەمیڕەو و چەمەری (چاپ نەکریای)

ـــــــــــــــــــــــــــــــــ ھەرمانێگ لە بێدەنگیدا/ شێعر بەربڵاو (چاپ نەکریای)

مکری، دکتر محمد، (1994) نغمەھای جاودانی یا ترانەھای کردی چاپ دویم – انتشارات زیگفرید – پاریس.

نەجەفی، ئێحسان (1392) گلوەدەرە. شێعر کوردی، ناشر مؤلف ھاتەمی، ئەلی(1389) ئێوارەی تاوسان، شێعر کوردی، ناشر: باخ نەی – کرماشان

یاسمی، رشید(؟) کرد و پیوستگی نژادی و تاریخی او، انتشارات ابن سینا

Kreyenbroek Philip G, Chamanara Behrooz, )2013( “Literary Gurāni: Koinè or Chez les Kurdes, 151-169
Continuum ?», Chez les Kurdes, 151-169

Kreyenbroek Philip G, Chamanara Behrooz, (2013); “An Investigation into the Kurdish Genre of  the Shāhnāma and Its Religious Dimensions”, Journal of Persianate Studies 6, 163-177

Share.

Leave A Reply